
Jiyana bilind û mubarek a Pêxemberê me yê delal, Hezretê Muhemmed sellellahû eleyhî we sellem, bi 74 zimanan belaş bixwînin û bi kesên din re parve bikin.

Ev berhema hêja encama lêkolînên hûr ên bi salan ên komeke berfireh a aliman e û di nav bîst salên ku ji wergera wê ya pêşîn ve derbas bûne de, bi nexşe û wêneyên dîrokî dewlemendtir bûye.
Niyeta herî kûr a nivîsandina vê kitêbê, ji vegotina jiyana bişeref a Pêxemberê me yê pir delal û pir hêja, Hezretê Muhemmed sellellahû eleyhî we sellem, wêdetir e. Ji dil hêvî dikin ku ev rûpel di dilê her xwendevanî de, her çend bi qasî tovekî biçûk be jî, hezkirina Wî şîn bikin.