Pêxemberê Min ê Delal

PÊŞKÊŞÎ

Em hemd dikin ji Allah teala re, ku her candar afirandiye, her mewcûdî her gav di hebûnê de dihêle û hemûyan ji tirs û sehmê diparêze. Selat (dua) û selamên me li Pêxemberê Wî yê delal Muhemmed eleyhisselam bin, ku ji her alî ve yê herî xweşik, yê herî baş û yê herî bilind ê mirovan e; li Alê Wî (malbat) bin, ku îlm, îrfan û exlaqê xweş belav dikin, û li xizmên Wî bin; herwiha li hemû Eshabên1 Wî bin (radiyellahû teala anhûm / Allah teala ji wan razî be), ku bi dîtina rûyê Wî yê xweşik, ê ku şîfaya rûhan e, û bi bihîstina gotinên Wî yên bifeyde şerefdar bûne û bi vî awayî bûne yên herî biqîmet ên hemû mirovan; li yên ku li ser şopa wan diçin jî bin.

Allah teala li dinyayê rehmê li hemû mirovan dike, tiştên ku bi kêrî wan tên diafirîne û ji wan re dişîne. Li axretê jî Ew2 ê bi îhsana xwe wan muminan efû bike ku diviyabû biçin Cehennemê, û wan bigihîne Cennetê. Muhemmed eleyhisselam nebî3, resûl û hebîbê Allah teala ye. Seyîdê (mezinê) kurên Adem e. Yên ku bi Pêxemberekî wiha bişeref îman anîne û di riya Wî de çûne, bêguman bûne yên herî baş ên ummetan.

Cenabê Heq rehm li me kir, em kirin ummeta4 Wî û bi vê yekê em gihandin nîmeta xwe ya herî mezin. Bi eşkereyî da zanîn ku divê mirov tabiê Wî bibe û li pey Wî here. Em ji ber vê nîmeta muezzem çiqas hemd û şukrê Rebbê xwe bikin jî, hindik e. Allah teala berî ku tu tiştî biafirîne, nûra mubarek a Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) afirand. Di Qur’ana Kerîm de xîtabî Mezinê me Pêxember dike û wiha ferman dike: «Me tu ji aleman re rehmet şandî.» Di hedîsa qudsî5 de jî wiha ferman kiriye: «Eger tu nebûyayî, eger tu nebûyayî, Min mexlûqat nediafirand.»

Şertê esasî yê îmanê «Hubbî fîllah û buxdî fîllah» e, yanî ji dostên Allah teala hez kirin û ji dijminên Wî hez nekirin e. Heta ev nebe, tu îbadet nayê qebûlkirin; li rûyê xwediyê xwe tê xistin. Ji ber vê yekê hezkirina «Mezinê Aleman» li ser me bûye ferz; ferman li me hatiye kirin ku em muhebbeta Wî ya mubarek di dilê xwe de bi cih bikin û xwe bi exlaqê Wî yê xweş bixemilînin. Ji bo ku ev muhebbet berdewam bike, bi sedsalan e kitêbên ku jiyana mubarek a Mezinê me Pêxember vedibêjin hatine nivîsîn; niha jî tên nivîsîn. Ya rasttir, bi navê Wî yê mubarek bereket tê girtin. Em jî, da ku ji vê bereketê behremend bibin û hezkirina Wî dilên me tijî bike û bi ser de here, ji we re tewsiye dikin ku hûn jiyana mubarek a Sultanê Kaînatê, Mezinê me Resûlûllah bixwînin, ku bi lêkolînên dirêj ji kitêbên alimên Ehlê Sunnetê hatiye amadekirin. Allah teala ji hemû kesên ku keda wan tê de heye razî be. Cenabê Heq dilê me hemûyan bi muhebbeta Mezinê me Pêxember tijî bike û me li ser wê riya rast bihêle ku alimên Ehlê Sunnetê nîşan dane! Amîn.

Dr. Enver Ören

Kabeya Muezzeme û Mescîdul-Heram Mekkeya Mukerreme