PÊŞGOTIN
Bismillahirrehmanirrehîm.
Hemd ji Allah teala re be û ji bo nîmet û qenciyên ku dane şukrên bêdawî ji Wî re bin… Dua û selam li Pêxemberê Wî yê delal Muhemmed eleyhisselam bin, ku ji her alî ve yê herî xweşik, yê herî baş û yê herî bilind ê mirovan e; li hemû Eshabên Wî bin, ku bi dîtina rûyê Wî yê xweşik û bi bihîstina gotinên Wî yên bifeyde şerefdar bûne û bi vî awayî bûne yên herî biqîmet ên hemû mirovan; li yên ku li ser şopa wan diçin jî bin…
Tiştê ku mirovan dixemilîne, wan xweşik dike û dike ku xelk ji wan hez bike û qedrê wan bigire, exlaqê wan ê xweş e. Ne rutbe, ne meqam, ne mal, ne jî tiştekî din nikare cihê exlaqê xweş bigire.
Ey yê herî bilind ê hemû afirandiyan! Ey delalê Afirîner! Ey Pêxemberê me yê bişeref, mezinê pêxemberan, kaniya qenciyan, yê herî bixêr ê mirovan û çavkaniya fezîletan! Em dest navêjin ku pesnê te bidin; em nivîsên xwe bi te biqîmet dikin.
Ya Resûlellah! Hêza min têra pesnê te nake,
em hemû bi hurmeta te hatine afirandin.
Muhemmed eleyhisselam resûlê Allah teala ye. Seyîdê kurên Adem e, mezinê wan e. Roja qiyametê yê herî comerd ê wan kesan e ku li pey Wî çûne û ji Cehennemê xelas bûne.
Roja qiyametê yê ku pêşî ji qebrê rabe Ew e. Yê ku pêşî şefaetê bike Ew e. Pêşî şefaeta Wî wê bê qebûlkirin. Li deriyê Cennetê pêşî Ew ê bixe. Derî wê yekser jê re vebe. Ala ku jê re «Liwaya Hemdê» tê gotin wê di destê Wî de be. Adem eleyhisselam û her muminê ku ji zemanê wî heta qiyametê hatiye, wê di bin vê alê de bin.
Di hedîseke şerîf de ferman kiriye: «Roja qiyametê ez seyîdê yên pêşî û yên paşî me. Ez heqîqetê didim zanîn, pesnê xwe nadim.» Di hedîseke şerîf a din de jî: «Ez hebîbê Allah teala, delalê Wî me. Ez serokê pêxemberan im. Vê ji bo pesindanê nabêjim.»
Di hemû mewlûdên ku bi zimanên cihê cihê yên Îslamê hatine nivîsîn de nivîsandî ye ku dê û bavê Pêxemberê me pak û paqij bûn. Di hedîseke şerîf a «Buxariya Şerîf» de, ku piştî Qur’ana Kerîm kitêba herî biqîmet û herî rast e, Pêxemberê me ferman kiriye: «Ez ji yên herî baş, ji bijartiyên wan mirovan hatime anîn dinyayê ku di her esrî, di her zemanî de jiyane.»
Dîsa Ew, ê ku her tim rast dibêje (eleyhisselatû wesselam), ferman kiriye: «Ez yê dawî yê pêxemberan (eleyhimusselam) im; pesnê xwe nadim. Ez Muhemmedê kurê Ebdullah im. Allah teala mirov afirandin. Ez di nav yên herî baş ên mirovan de afirandim. Allah teala mirov kirin firqe firqe. Ez xistim nav ya herî baş. Paşê ev firqeya herî baş kir qebîle qebîle. Ez xistim nav ya herî baş. Paşê ev cemaet kir mal mal. Ez ji mala herî baş, yanî ji malbata herî baş anîm dinyayê. Ez yê herî baş ê mirovan im. Ez ji malbata herî baş im. Roja qiyametê, gava her kes bêdeng bibe, ez ê bipeyivim. Di wî wextî de ku tu kes nikare bilive, şefaetkarê wan ez im. Di demekê de ku hêvî bi tu kesî re nemaye, mizgîndarê wan ez im. Wê rojê her qencî, her cure alîkarî û mifteya her derî li ba min e. Liwaya Hemdê di destê min de ye. Ez yê herî bixêr, yê herî comerd û yê herî baş ê mirovan im. Wê rojê bi hezaran xizmetkar di emrê min de ne. Roja qiyametê îmam û xetîbê pêxemberan û şefaetkarê wan hemûyan ez im. Van ji bo pesindanê nabêjim. Ez heqîqetê didim zanîn. Wezîfeya min e ku ez heqîqetê bidim zanîn. Eger ez van nebêjim, min wezîfeya xwe bi cih neaniye.»
Eger Ew (eleyhisselatû wesselam) nebûya, Allah teala tu tişt nediafirand; eşkere nedibû ku Ew Reb e, ku Ew mabûd e. Gava Adem eleyhisselam hîn di navbera av û axê de bû, yanî gava heriya wî dihat şêlan, Ew eleyhisselam pêxember bû.
Ji ber ku Muhemmed eleyhisselam mehbûbê Allah teala ye, yê ku li ser şopa Wî here, bilind dibe û digihîje dereceya mehbûbiyê. Çimkî muhib, yanî aşiq, exlaq û nîşanên delalê xwe li kê bibîne, ji wî jî hez dike.
Kesê ku bi Pêxemberekî wiha îman bîne, ku seyîdê hemû însaniyetê û yê wê yê herî bilind e, û di riya Wî de here, bêguman dibe yê herî baş ê ummetan. Ayeta sed û dehan a Sûreyê Alî Îmran, ku meala wê ev e: «Hûn yên herî bixêr, yên herî baş ên ummetan, ên xwedî dînan in!», ji bo van mizgînî ye. Yên ku bi Wî îman naynin, nikarin Wî fêm bikin û wek xwe dihesibînin, yên herî xerab ên mirovan in. Ayeta not û heftan a Sûreyê Tewbe, ku meala wê ev e: «Cahilên wehşî û dilhişk bi te îman naynin. Ew di nîfaqê de dijwartir in», van nîşan dide. Di vî halê dinyayê yê îro de, yên ku bi peyrewiya sunneta Wî ya seniyye, yanî bi peyrewiya Îslamiyetê hatine şerefdarkirin, çiqas bextewar in!
Cenabê Heq di ayeta heştêyan a Sûreyê Nîsa de dide zanîn ku îtaeta Muhemmed eleyhisselam îtaeta Wî bi xwe ye. Bi mealî wiha ferman dike: «Kî îtaeta Resûl bike, îtaeta Allah teala kiriye.» Di ayeta heftan a Sûreyê Heşr de bi mealî wiha ferman dike: «Tiştên ku Resûlê Min anîne bigirin û ji tiştên ku qedexe kirine dûr bisekinin!» Ev ayeta kerîme nîşan dide ku peyrewiya Îslamiyetê lazim e. Allah teala di ayeta çaran a Sûreyê Qelem de bi mealî ferman kiriye: «Bêguman tu li ser exlaqê mezin (xuluqê ezîm) î» (Sûreyê Qelem, 68/4). Di Sûreyê Ehzab de jî bi mealî ferman kiriye: «Di Resûlûllah de ji bo we nimûneyên xweş [ên ku divê mirov li pey wan here] hene» (Sûreyê Ehzab, 33/21).
Cenabê Heq rehm li me kir, em kirin ummeta Wî û bi vê yekê em gihandin nîmeta herî mezin. Bi eşkereyî da zanîn ku divê mirov tabiê Wî bibe, li pey Wî here. Em ji ber vê nîmeta muezzem çiqas hemd û şukrê Rebbê xwe yê mezin bikin jî, hindik e.
Ev eser jiyan, exlaqê xweş, mucîze û fezîletên Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam vedibêje, ku ji bo hemû însaniyetê rêberê heqîqî ye, û dide zanîn ku peyrewiya Wî ji bo seadeta dîn û dinyayê wezîfeyeke herî muhîm e.
Eger em dixwazin ji bo xwe, ji bo malbata xwe, welatê xwe û milletê xwe bibin mirovên bifeyde, werin em li pey Muhemmed eleyhisselam herin. Em li pey Wî herin, da ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din rehet û bextewar bin.
Heq teala dilê me hemûyan bi muhebbeta Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam tijî bike û me li ser wê riya rast bihêle ku alimên Ehlê Sunnetê nîşan dane! Amîn!
Prof. Dr. Ramazan Ayvallı
