SULTANÊ KAÎNATÊ, MEZINÊ ME PÊXEMBER
Muhemmed (eleyhisselam) hebîbê (delalê) Allah teala ye; ji her alî ve yê herî bilind, yê herî xweşik û yê herî bişeref ê hemû mirovên afirandî û mexlûqatên din e. Ew Pêxemberê dawî û yê herî bilind e, ku Allah teala pesnê Wî daye, Ew bijartiye û ji hemû mirovan û cinan re pêxember şandiye.
Ji aleman re rehmet hatiye şandin û her tişt bi hurmeta Wî hatiye afirandin. Navê Wî yê mubarek Muhemmed e, ku tê maneya «yê ku car bi car hatiye medhkirin, yê ku pesnê wî gelek hatiye dayîn». Navên Wî yên mubarek ên din jî hene, wek Ehmed, Mehmûd, Mustefa. Navê bavê Wî Ebdullah e. Pêxemberê me 53 (bi hesabê şemsî 51) sal beriya hicretê, di dozdehê meha Rebîulewwelê de, şeva duşemê, ber destê sibehê li Mekkeya Mukerreme hat dinyayê. Tarîxnas didin zanîn ku ev roj bi sala mîladî rastî bîstê nîsana sala 571an tê.
Çend meh berî ku were dinyayê bavê Wî Ebdullah, gava şeş salî bû jî diya Wî Amîne wefat kir. Ji ber vê yekê leqeba «Durrê Yetîm» (durra yekta, mezin û herî biqîmet a di sedefa kaînatê de) jî li Mezinê me Pêxember hatiye kirin. Heta heşt saliya xwe li ba bapîrê xwe Ebdulmuttelib ma, piştî wefata wî jî li ba apê xwe Ebû Talib. Di bîst û pênc saliya xwe de bi Dêya me Xedîceya Kubra re zewicî. Navê kurê Wî yê pêşî yê ku ji vê xanimê çêbû Qasim bû. Li ba ereban adet bû ku mirov bi kunyeyê, wek bavê kurê xwe yê pêşî, bê bi nav kirin. Loma ji Pêxemberê me re «Ebul-Qasim», yanî «bavê Qasim» hat gotin.
Gava çil salî bû, Allah teala jê re da zanîn ku ji hemû mirovan û cinan re pêxember e. Piştî sê salan dest pê kir ku her kesî dawetî îmanê bike. Gava pêncî û du salî bû Mîrac1 çêbû. Di sala 622an a mîladî de, di 53 (bi hesabê şemsî 51) saliya xwe de ji Mekkeyê hicret kir Medîneyê. Bîst û heft caran şer kiriye: di nehan de wek leşkerekî êrîş kiriye, di yên din de di meqamê serfermandariyê de bûye. Di sala 11an a hicrî (632yê mîladî) de, di dozdehê meha Rebîulewwelê de, roja duşemê berî nîvro, di 63 (bi hesabê şemsî 61) saliya xwe de li Medîneya Munewwere wefat kir.
Allah teala digel ku xîtabî hemû pêxemberên xwe bi navên wan kiriye, bi gotina «Hebîbê Min» (Delalê Min) îltîfat bi Wî kiriye. Cenabê Heq di ayeteke kerîme de bi mealî ferman kiriye2: «Me tu ji aleman re rehmet şandî»3, di hedîseke qudsî de jî: «Eger tu nebûyayî, eger tu nebûyayî, Min mexlûqat nediafirand!»4 Çawa ku Hezretê Seyîd Ebdulhekîmê Arwasî wiha ferman kiriye: «Her pêxember di zemanê xwe de, li cihê xwe, ji her alî ve di ser hemû qewmê xwe re ye. Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam jî ji roja ku dinya hatiye afirandin heta ku qiyamet rabe, di her zemanî de, li her welatî, ji her alî ve yê herî bifezîlet û yê herî bilind ê hemû hebûnan e, çi yên ku hatine, çi yên ku wê bên. Tu kes ji tu alî ve ne di ser Wî re ye. Cenabê Heq Ew wisa afirandiye.»
Afirandina nûra Wî ya mubarek
Allah teala berî her tiştî, yanî berî ku tu tiştî biafirîne, nûra mubarek a Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam afirand. Piraniya alimên me yên tefsîr û hedîsê daye zanîn: «Cenabê Heq ji nûra xwe cewherekî letîf û mezin afirand û hemû kaînat bi rêzê ji wî anî wucûdê. Ji vî cewherî re “Nûra Muhemmedî” tê gotin. Destpêk û menşeê hemû rûh û cisman ev cewher e.»
«Eger tu nebûyayî, eger tu nebûyayî, Min mexlûqat nediafirand!» Hedîsa qudsî
Rojekê ji Eshabê Kîram Cabir bin Ebdullah pirsî: «Ya Resûlellah! Tiştê ku Allah teala berî her tiştî afirandiye çi ye?» Resûlûllah ferman kir: «Berî her tiştî nûra Pêxemberê te, yanî nûra min, ji nûra xwe afirand. Hingê ne Lewh, ne Qelem, ne Cennet, ne Cehennem, ne melaîket, ne semawat (asîman), ne erz (rûyê erdê), ne roj, ne heyv, ne însan, ne jî cin hebûn.»
Gava dil û cesedê şerîf ê Adem eleyhisselam hatin afirandin, Nûra Muhemmedî hat danîn navbera herdu birûyên wî. Adem eleyhisselam gava rûh jê re hat dayîn, pê hesiya ku li ser eniya wî nûrek heye û wek stêra Zuhreyê dibiriqe.
Adem eleyhisselam gava hat afirandin, bi îlhamê fêm kir ku Cenabê Heq bi gotina Ebû Muhemmed, yanî bavê Muhemmed xîtabî wî dike. Gava pirsî: «Ey Rebbê min! Te çima kunyeya Ebû Muhemmed da min?», Allah teala ferman kir: «Ey Adem! Serê xwe rake!» Adem eleyhisselam serê xwe rakir û nêrî: li Erşê E’la5 navê Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem), navê Ehmed dît ku bi nûrê hatibû nivîsîn. Hingê pirsî: «Ey Rebbê min! Ev kî ye?» Allah teala ferman kir: «Ev pêxemberek e ji zuriyeta te. Navê Wî li asîmanan Ehmed, li erdê jî Muhemmed e. Eger Ew nebûya, Min tu nediafirandî. Min erd û asîman jî xelq nedikirin.»6
Nûra Wî ji eniyên pak derbasî eniyên pak dibe
Gava Adem eleyhisselam hat afirandin, nûra şerîf a Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam li ser eniya wî hat danîn. Wê nûrê li ser eniya wî dest bi biriqînê kir. Çawa ku di kitêba «Tefsîra Mezherî» de hatiye ragihandin, ji Adem eleyhisselam û pê ve di bavên pak û dayikên pak re derbas bû, heta gihîşt Mezinê me Pêxember. Allah teala ev yek di ayeta kerîme7 de bi mealî wiha daye zanîn:
«Tu, yanî nûra te, her tim di nav secdekaran de hatiye gerandin, veguheriye te û gihîştiye te.»8
Di hedîseke şerîf de wiha ferman kiriye: «Allah teala mirov afirandin. Ez ji qismê herî baş ê mirovan anîm wucûdê. Paşê ji van qisman yê herî baş (li Erebistanê) bijart. Ez ji wan anîm wucûdê. Paşê ji mal û malbatan ya herî baş bijart û ez ji wan anîm meydanê. Nexwe rûhê min û cesedê min ên herî baş ên mexlûqan in. Silsileya min, bav û kalên min, mirovên herî baş in.»
Di hedîseke şerîf a din de jî wiha ferman kiriye: «Allah teala her tişt ji tunebûnê anî hebûnê. Di nav her tiştî de ji mirovan hez kir û qîmet da wan; di nav mirovan de jî yên ku bijartin li Erebistanê bi cih kirin. Di nav bijartiyên Erebistanê de jî ez bijartim. Ez xistim nav bijartiyên mirovên her zemanî, nav yên wan ên herî baş. Nexwe yên ku ji wan kesên li Erebistanê hez dikin ku bi min ve girêdayî ne, ji bo xatirê min hez dikin. Yên ku dijminatiya wan dikin, dijminatiya min kirine.»
Gava Heq teala Adem afirand,
bi Adem alem xemiland.
Melaîketan ji Adem re secde bir,
wî Xwediyê lutfê gelek comerdî jî pê re kir.
Nûra Mustefa danî ser eniya wî,
got: «Bizane, ev nûr nûra Hebîbê Min e.»
Ew nûr li ser eniya wî bi cih bû,
gelek rojgar pê re ma.
Paşê, bizane, derbasî eniya Hewayê bû,
li wir jî gelek meh û sal ma.
Şît hat dinyayê, ev nûr derbasî wî bû,
li ser eniya wî nûrê tecellî kir.
Gihîşt Îbrahîm û Îsmaîl jî;
eger ez yên mayî bibêjim, gotin dirêj dibe.
Bi vî awayî zincîr bi zincîr, bê qutbûn,
heta ku derbasî Mustefa bû.
Gava ew rehmeta ji bo aleman hat,
nûr gihîştê û hema li wir bi cih bû.
Eger hûn dixwazin ji êgir xelas bibin,
bi eşq û bi derd selewatan bînin!
«Tu, yanî nûra te, her tim di nav secdekaran de hatiye gerandin, veguheriye te û gihîştiye te» Şuera: 219
Adem eleyhisselam, ku însanê pêşî yê afirandî ye, zerreya Muhemmed eleyhisselam hildigirt; loma nûra Wî li ser eniya wî dibiriqî. Ev zerre derbasî Hezreta Hewa bû, ji wê jî derbasî Şît eleyhisselam bû û bi vî awayî ji mêrên pak derbasî jinên pak, ji jinên pak jî derbasî mêrên pak bû. Nûra Muhemmed eleyhisselam jî bi zerreyê re ji eniyên pak derbasî eniyên pak bû. Kengî melaîket li rûyê Adem eleyhisselam binêriyana, wan li ser eniya wî nûra Muhemmed eleyhisselam didît û ji bo Wî îstîxfar dikir.
Adem eleyhisselam gava nêzîkî wefatê bû, ji kurê xwe Şît eleyhisselam re got: «Lawo! Ev nûra ku li ser eniya te dibiriqe, nûra Pêxemberê dawî Muhemmed eleyhisselam e. Vê bispêre xanimên mumin, efîf û pak û wesiyeteke wiha li kurê xwe jî bike!»
Heta ku dor hat Muhemmed eleyhisselam, hemû bavan wesiyeteke wiha li kurên xwe kir. Hemûyan ev wesiyet bi cih anî; hemû jî bi keçên herî esîl û herî kubar re zewicîn. Nûr di eniyên pak ên jin û mêran re derbas bû û gihîşt xwediyê xwe yê eslî. Eger du kurên yekî ji bapîrên Mezinê me Resûlûllah hebûna, an qebîleyek bibûya du şax, nûra Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam li aliyê herî bişeref û bixêr dibû. Di her esrî de ew zatê ku bapîrê Wî bû, ji nûra rûyê xwe dihat naskirin. Nijadeke bijarte hebû ku nûra Wî hildigirt; di her esrî de rûyê zatê ji vê nijadê pir xweşik û gelek bi nûr dibû. Bi vê nûrê di nav birayên xwe de diyar dibû; qebîleya ku ew tê de bû jî ji qebîleyên din bilindtir û bişereftir dibû.9
Bi rastî jî Mezinê me Pêxember di hedîseke xwe ya şerîf de ferman kiriye: «Yekî ji bapîrên min jî zîna nekiriye. Allah teala ez ji bavên teyyib û baş, ji dayikên pak anîm. Eger du kurên yekî ji bapîrên min hebûna, ez di yê herî bixêr, di yê herî baş ê wan de dibûm.» Ev nûra ku ji Adem eleyhisselam ve ji ewlad derbasî ewlad dibû û dihat, gihîştiye Tarax, ji wî derbasî kurê wî Îbrahîm eleyhisselam, paşê derbasî kurê wî Îsmaîl eleyhisselam bûye. Nûra ku li ser eniya wî jî wek rojê dibiriqî, ji ewladên wî gihîştiye Ednan, ji wî Me’add, ji wî jî Nizar. Gava Nizar hatiye dinyayê, bavê wî Me’add nûr li ser eniya kurê xwe dîtiye û pê şa bûye; ziyafeteke mezin daye û gotiye: «Ji bo kurekî wiha ziyafeteke ewqas tiştekî hindik e». Loma navê kurê wî Nizar maye, ku tê maneya «tiştekî hindik». Ji vir pê ve jî nûr bi rêzê derbas bûye û gihîştiye xwediyê xwe yê eslî, Xatemul-Enbiya, Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam.
Mezinê me Pêxember di hedîseke şerîf de wiha ferman kiriye: «Ez Muhemmed im, kurê Ebdullah, kurê Ebdulmuttelib, kurê Haşim (Emr), kurê Ebdumenaf (Muxîre), kurê Qusey (Zeyd), kurê Kilab, kurê Murre, kurê Ke’b, kurê Luey, kurê Xalib, kurê Fihr, kurê Malik, kurê Nedr, kurê Kinane, kurê Xuzeyme, kurê Mudrike (Amir), kurê Îlyas, kurê Mudar, kurê Nizar, kurê Me’add, kurê Ednan. Ew civata ku ez jê me kengî bûbe du par, Allah teala ez bêguman xistime aliyê wan ê herî bixêr…»10
Di hedîseke şerîf a din de jî ferman kiriye: «Allah teala ji kurên Îbrahîm Îsmaîl bijart. Ji kurên Îsmaîl Benî Kinane bijartin. Ji Benî Kinane Qureyş bijart. Ji Qureyşê Benî Haşim bijartin. Ji Benî Haşim kurên Ebdulmuttelib bijartin. Ji kurên Ebdulmuttelib jî ez bijartim.»11
Nesebê şerîf ê Mezinê me Pêxember heta Ednan wiha ye:
Muhemmed eleyhisselam Ebdullah Ebdulmuttelib (Şeybe) Haşim (Emr) Ebdumenaf (Muxîre) Qusey (Zeyd) Kilab Murre Ke’b Luey Xalib Fihr Malik Nedr Kinane Xuzeyme Mudrike (Amir) Îlyas Mudar Nizar Me’add Ednan
Bapîrê Wî Hezretê Ebdulmuttelib
Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ji şaxa Benî Haşim a qebîleya Qureyşê ye. Bavê Wî Ebdullah e. Bavê Ebdullah jî Şeybe ye. Şeybe, bapîrê Pêxemberê me, li Medîneyê hat dinyayê. Gava bavê wî Haşim wefat kir, Şeybe hîn zarok bû. Rojekê li Medîneyê, li ber mala xalên xwe bi hevalên xwe re meşqa tîravêtinê dikir. Mezinên ku li wan temaşe dikir, ji nûra ku li ser eniya Şeybe dibiriqî texmîn kir ku ew kurê kesekî bişeref e û heyranê wî man.
Gava dora tîravêtinê hat Şeybe, kevanê xwe kişand û tîra xwe berda hedefê. Tîr rast lê ket; wî jî bi wê coşê got: «Ez kurê Haşim im. Helbet tîra min wê li hedefa xwe bikeve!» Wan ji van gotinên wî fêm kir ku ew kurê Haşimê mekkeyî ye. Di wê demê de Haşim wefat kiribû.
Yek ji Benî Ebdumenaf gava vegeriya Mekkeyê, ji Muttelibê birayê Haşim re got: «Birazayê te Şeybe yê ku li Medîneyê ye zarokekî pir biaqil e. Li ser eniya wî jî nûrek dibiriqe ku her kesî heyran dihêle. Ma rast e ku hûn zarokekî wiha biqîmet ji ba xwe dûr bihêlin?» Li ser vê yekê Muttelib yekser çû Medîneyê, birazayê xwe Şeybe hilda û anî Mekkeyê. Di kuçeyên Mekkeyê de ji yên ku dipirsîn «Ev zarok kî ye?» re digot: «Koleyê min e.» Ji wê rojê pê ve navê Şeybe bû Ebdulmuttelib, ku tê maneya «koleyê Muttelib».12
«Lawo! Ev nûra ku li ser eniya te dibiriqe, nûra Pêxemberê dawî Muhemmed eleyhisselam e. Vê bispêre xanimên mumin, efîf û pak û wesiyeteke wiha li kurê xwe jî bike!» Adem eleyhisselam
Ebdulmuttelib heta ku apê wî Muttelib wefat kir li ba wî ma. Ji bedena mubarek a Ebdulmuttelib bêhna miskê dihat. Li ser eniya wî nûra Muhemmed eleyhisselam, hebîbê Allah teala, dibiriqî û xêr û bereket li dora xwe direşand. Kengî li bajarê Mekkeyê baran nebariyaya û xela çêbûya, mekkeyiyan destê Ebdulmuttelib digirt, ew derdixist Çiyayê Sebîr û jê re lava dikir ku dua bike. Wî jî dilê tu kesî nedişikand û ji Allah teala re dua dikir ku baranê îhsan bike. Cenabê Heq jî bi bereketa nûra Pêxemberê me yê delal a ku li ser eniya Ebdulmuttelib dibiriqî duaya wî qebûl dikir û barana boş dişand. Bi vî awayî qîmet û îtîbara Ebdulmuttelib roj bi roj zêde bû. Mekkeyiyan ew ji xwe re kir reîs. Kesek li dijî wî dernediket; yê ku diket bin emrê wî jî rehetî û huzûr didît. Hukumdarên wê dewrê jî fezîlet û mezinahiya Ebdulmuttelib tesdîq dikir. Tenê Kisrayê Îranê çavnebariya wî dikir û bi eşkere û bi dizî dijminatiya wî dikir. Ebdulmuttelib henîf, yanî misliman bû.13 Ew li ser riya tewhîdê bû; li ser dînê yek ji bapîrên xwe, Îbrahîm eleyhisselam bû, ku bi hebûn û yekîtiya Allah îman anîbû, ji Wî pê ve tu fikra wî tune bû û henîf bû. Ji ber vê yekê tu carî ji pûtan re îbadet nekir, heta nêzîkî wan jî nebû.
Li dora Kabeyê ji Allah teala re dua dikir û îbadeta xwe dikir.
Zemzem
Rojekê di xewna wî de kesekî got: «Ey Ebdulmuttelib! Rabe, Teyyibeyê bikole!» û ew winda bû. Roja din got: «Rabe, Berreyê bikole!» Roja sêyem jî eynî kesî emir kir: «Rabe, Mednûneyê bikole!» Xewn li pey hev dihatin. Roja çarem dîsa wî kesî got: «Ey Ebdulmuttelib! Rabe, bîra Zemzemê bikole!» Ebdulmuttelib pirsî: «Zemzem çi ye? Bîr li ku ye?» Wî zatî jî got: «Zemzem avek e ku qet kêm nabe û kes nagihîje binê wê. Têra heciyên ku ji çar aliyên dinyayê tên dike. Ji wî cihî derketiye ku Cebraîl eleyhisselam bi baskê xwe lê xistiye. Ew av e ku Allah teala ji bo Îsmaîl eleyhisselam afirandiye. Tîbûna yên tî dişkîne. Birçiyan têr dike. Ji nexweşan re dibe şîfa. Ka ez cihê wê nîşanî te bidim. Gava qurbanan serjê dikin, bermayiyên wan dirijînin cihekî. Gava tu li wir bî, qijikeke nikulsor wê bê.
Wê bi nikulê xwe erdê bikole. Li cihê ku qijik dikole, tu yê kuna mêrûleyan jî bibînî. Va ye, cihê Zemzemê ew der e.»14
Serê sibê Ebdulmuttelib kurê xwe Haris bi xwe re bir, çû Kabeyê û bi heyecan li bendê ma. Demek şûnde, çawa ku di xewnê de hatibû gotin, qijika nikulsor hat, li çaleke wê derê venişt û bi nikulê xwe dest pê kir ku li erdê bixe. Ji binî kuna mêrûleyan derket. Ebdulmuttelib û kurê wî Haris yekser dest bi kolana wî cihî kir. Piştî ku demekê kolan, devê bîrê xuya bû. Gava Ebdulmuttelib ev dît, dest bi tekbîran kir û got: «Allahû ekber, Allahû ekber!»
Qureyşiyên ku ji serî ve bi baldarî li kolana bîrê dinêrîn, berê xwe da wî û got: «Ey Ebdulmuttelib! Ev bîra bavê me Îsmaîl e. Heqê me jî tê de heye. Divê tu me bikî şirîkê vî karî!» Lê Ebdulmuttelib yekser li ber rabû û bersiv da: «Na! Ev kar wezîfeyek e ku tenê ji min re hatiye îhsankirin.» Hingê qureyşiyan got: «Tu bi tenê yî. Ji kurekî pê ve kesê te jî tune ye. Bi vî halî tu nikarî li ber me bisekinî!»
Bîra Zemzemê
Bîra Zemzemê
di hundirê Mescîdul-Heramê de, li hemberî goşeya Hecerul-Eswed bû. Xelekeke wê ya kevirî hebû. Erdê wê bi mermer raxistî bû û ber bi dîwaran ve meyldar bû. Ebdulhemîd Xanê Yekem bîr wisa dabû çêkirin ku av jê nedilope. Ev eserê hunerê yê xweşik, ku yadîgareke biqîmet a tarîxê bû, di sala 1963an de dan hilweşandin. Devê bîrê û çend metre derdora wê çend metreyan ji erdê daxistin jêr. Paşê ser wê bi temamî girtin û mermer lê raxistin. Niha ev bîr nayê dîtin.
Hingê dilê wî şewitî, çimkî bêkesiya wî li rûyê wî dixistin. Destên xwe ber bi asîmanan ve bilind kirin û lava kir: «Ya Rebbî! Deh kuran îhsanî min bike. Eger Tu vê duaya min qebûl bikî, ez ê yekî ji wan li Kabeyê qurban bikim.»15
Ebdulmuttelib fikirî ku karê kolanê xeternak dibe û dibe ku dawiya wê şerên dijwar derkevin. Loma dev ji kolanê berda û riya lihevkirinê girt.
Xwest ku hekemek vê meseleyê hel bike. Dawiyê biryar da ku kahinekî ku li Şamê rûdine wê çareyekê jê re bibîne. Bi komek ji giregirên Qureyşê re bi rê ketin. Di rê de karwan ji tîbûn û germê ewqas bêhal ket ku êdî nikaribû ji cihê xwe bilive. Hal gihîştibû wê derê ku ji bo dilopek av can didan. Tekane daxwaza wan ev bû, lê di nava wê çola şewitîner de peydakirina avê ne mumkin bû.
Di gavekê de ku her kesî hêviya xwe birîbû, Ebdulmuttelib bang li wan kir: «Werin, werin! Bicivin! Min ew qas av dît ku têra we jî, têra heywanên we jî bike!» Ebdulmuttelib, ku nûra mubarek a Muhemmed eleyhisselam li ser eniya wî bû, gava li avê digeriya, lingê deveya wî li kevirekî mezin aliqîbû û gava kevir ji cihê xwe leqiyabû, av ji binî derketibû. Her kes bi bez hat.
Wan têra xwe av vexwar û ji nû ve can hat ber wan.
Qureyşiyên ku li ber vê mezinahiya Ebdulmuttelib şermezar bûn, got: «Ey Ebdulmuttelib! Êdî gotineke me nema ku em ji te re bibêjin. Yê ku herî layiqî kolana bîra Zemzemê ye tu yî. Em ê di vê meseleyê de careke din bi te re nekevin munaqeşeyê. Êdî hewce nake em herin ba hekem jî; em vedigerin.» Û riya Mekkeyê girt. Ebdulmuttelib bi hurmeta nûra ku li ser eniya wî dibiriqî gihîşt wê şerefê ku bîra Zemzemê bikole û avê derxe.16
«Zemzem têrker e û ji nexweş re şîfa ye» Hedîsa şerîf
Kurê qurbanî
Piştî ku Ebdulmuttelib bîra Zemzemê kola, şan û şohreta wî hîn bêtir zêde bû. Sal derbas bûn. Cenabê Heq ew duaya ku wî ji kûrahiya dilê xwe kiribû qebûl kir û ji bilî Haris deh kur û şeş keç îhsanî Ebdulmuttelib kirin. Navên kurên wî Qusem, Ebû Leheb, Ebdulkabe, Hecl, Zubeyr, Ebû Talib, Ebdullah, Xeydaq, Dirar û Muqewwim bûn [Hemze û Ebbas hîn nehatibûn dinyayê]. Keçên wî jî Sefiyye, Atîke, Ummu Hekîm Beyda, Berre, Umeyme û Erwa bûn. Ebdulmuttelib di nav zarokên xwe de herî zêde ji Ebdullah hez dikir, çimkî nûra li ser eniya wî dest pê kiribû ku li ser eniya Ebdullah bibiriqe.
Rojekê di xewnê de ji Ebdulmuttelib re hat gotin: «Ey Ebdulmuttelib! Nezra xwe bi cih bîne!»
Serê sibê Ebdulmuttelib beranek qurban kir. Bi şev di xewnê de emir lê hat kirin: «Ji wî mezintir qurban bike!» Serê sibê gayek qurban kir. Lê gava di xewnê de dîsa emir lê hat kirin ku ji wî mezintir qurban bike, pirsî: «Ma ji wî mezintir çi heye?» Hingê jê re hat gotin: «Te nezr kiribû ku eger deh kur ji te re bên îhsankirin, tu yê yekî ji kurên xwe qurban bikî. Nezra xwe bi cih bîne!»
Roja din Ebdulmuttelib zarokên xwe civandin û ew duaya ku bi salan berê kiribû ji wan re got. Paşê ji kurên xwe re da zanîn ku divê yekî ji wan qurban bike. Ji ewladên xwe tu muxalefet nedît. Bi ser de jî wan razîbûna xwe nîşan da û got: «Bavo! Nezra xwe bi cih bîne! Tu çi bixwazî dikarî bikî!» Ebdulmuttelib pişk avêt, da ku diyar bibe kîjan kurê wî wê bibe qurban. Pişk li wî kurî ket ku herî zêde jê hez dikir: li Ebdullah, ku nûra Muhemmed eleyhisselam, hebîbê Allah teala, li ser eniya wî bû. Ebdulmuttelib bîstekê li ser xwe leqiya; çavên wî tijî hêstir bûn. Diviyabû soza ku dabû Allah teala bi cih bianiya. Bi destekî kêr, bi destê din cegerpareyê xwe Ebdullah girt û ji bo ku soza ku dabû Rebbê xwe bi cih bîne çû Kabeyê. Bavê çavbihêstir ji bo qurbankirina Ebdullah hemû amadekariyên xwe qedandin. Di wê navê de giregirên Qureyşê bi çavên tijî heyret li bûyerê dinêrîn.
Ji nav wan xalê Ebdullah got: «Ey Ebdulmuttelib! Bisekine! Em qet razî nabin ku tu vî kurê xwe serjê bikî. Eger tu karekî wiha bikî, ji vir pê ve wê di nav Qureyşê de bibe adet. Her kes wê kurê xwe ji bo qurbanê nezr bike û serjê bike. Riya tiştekî wiha veneke! Tu Rebbê xwe bi awayekî din razî bike!…» Paşê teklîf kir: «Ji kahinekî bipirse, bila rêyekê nîşanî te bide.»
Li ser vê gotinê Ebdulmuttelib çû ba kahinê bi navê Qutbe (an Secah) ê ku li Xeyberê bû û mesele jê re vegot. Kahin pirsî: «Li ba we xwînbihayê (diyeta) însanekî çiqas e?» Gava bersiva «Deh deve ye» girt, got: «Di navbera deh deveyan û kurê xwe de pişkê bavêje. Eger pişk li kurê te bikeve, deh deveyên din lê zêde bike û ji nû ve pişkê bavêje. Heta ku pişk li deveyan bikeve, wiha zêde bike û bidomîne.»
Ebdulmuttelib yekser vegeriya Mekkeyê û çawa ku kahin gotibû wisa kir. Deh bi deh deve zêde kirin û gelek caran pişk avêt. Her car li Ebdullah ket. Lê gava hejmara deveyan gihîşt sedî, pişk li deveyan ket. Ji bo îhtiyatê du caran din jî avêt. Herdu caran jî pişk li deveyan ket. Ebdulmuttelib bi tekbîran – «Allahû ekber! Allahû ekber!» – deve qurban kirin. Ji goştê wan ne wî bi xwe, ne jî yekî ji kurên wî tiştek hilda. Hemû li feqîran belav kir.17
Ji Adem eleyhisselam ve bûyera qurbankirina Îsmaîl eleyhisselam jî heye. Ji ber ku nesebê Mezinê me Pêxember digihîje Îsmaîl eleyhisselam, ferman kiriye: «Ez kurê du qurbaniyan im.»18
Bavê Wî Hezretê Ebdullah
Gava Ebdullah, ê ku nûra Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam, Mezinê herdu cîhanan, li ser eniya wî bû, hat dinyayê, ehlê kitêbê ji hev re ragihand: «Bavê pêxemberê axirzemanê li Mekkeyê hat dinyayê.» Li ba Benî Îsraîl cubbeyekî ji hiriyê honandî hebû. Ev cubbe yê Yehya eleyhisselam bû; gava şehîd bû li wî bû û xwîna wî ya mubarek bi vî cubbeyî ve bûbû. Di kitêbên wan de jî wiha nivîsî bû: «Kengî ev xwîn teze bibe û dest bi dilopkirinê bike, bavê pêxemberê axirzemanê tê dinyayê.» Îcar ehlê kitêbê ev nîşan dît û fêm kir ku Ebdullah hatiye dinyayê. Lê her çiqas ji çavnebariyê gelek caran qesta kuştina wî kir jî, Allah teala bi bereketa nûra li ser eniya wî Ebdullah parast.
Gava Ebdullah gihîşt bulûxê, hem bi exlaqê xwe yê xweş, hem jî bi bedewiya xwe di nav mirovan de bû şexsekî mumtaz. Nemaze gava ket hejdeh saliya xwe, bedewiya wî li ser zimanan bû destan. Nûra li ser eniya wî wek rojê dibiriqî; keçên ku ew didît, bixwazin nexwazin dilê wan diçû ser wî. Bedewî û şohreta wî heta Misirê belav bûbû.
Ji dûr û nêzîk her kes ket pêşbaziyê ku keça xwe bide wî. Gelek hukumdar hatin ba Ebdulmuttelib û teklîf kir ku keçên wan ji kurê xwe re bixwaze. Da zanîn ku ji bo vê yekê amade ne xwe bidin ber her fedakariyê. Herwiha nêzîkî dused keç jî heta Mekkeyê hatibûn û xwestibûn bi Ebdullah re bizewicin. Lê Ebdulmuttelib her yek bi zimanekî munasib red dikir.
Çimkî Ebdulmuttelib ji kurê xwe re li keçeke henîf, yanî misliman digeriya: ya herî kubar, herî esîl û herî bedew, ku bi dînê bav û kalên wan ve girêdayî be, bi wî dînê ku ji Îbrahîm eleyhisselam ve li ser bûn.
Benî Îsraîl gava fêm kir ku pêxemberê axirzemanê yê ku di kitêbên wan de hatibû ragihandin wê ne ji qewmê wan be, ji çavnebariyê sond xwar ku Ebdullah bikujin. Ji bo vî karî heftê kesên bi çek şandin Mekkeyê. Li firsendekê geriyan û li benda wê gavê man. Dawiyê rojekê ku Ebdullah derketibû çolê, di demekê de ku wan digot qey kes wan nabîne, şûrên xwe kişandin û êrîşî wî kir. Wê rojê, bi hikmeta îlahî19, ji xizmên Ebdullah Wehb bin Ebdumenaf jî bi çend hevalên xwe re derketibû nêçîrê. Wan tam di wê gavê de Benî Îsraîl dîtin ku xwe avêtibûn ser Ebdullah. Bi xîreta xizmatiyê biryar da ku ji bo xelaskirina Ebdullah alîkariyê bikin. Lê yên li hember gelek bûn. Diyar bû ku ew ê di vî şerî de bişkên. Dawiyê munasib dît ku riya nesîhetê bigirin. Gava ber bi wan ve nêzîk bûn, dît ku gelek kesên ku li vê alemê naşibin tu kesî, li hespên reş siwar, şûr di dest de, ji xeybê wek birûskê gihîştin, bi dengê tekbîran êrîşî Benî Îsraîl kir, hemû dan ber şûran û winda bûn. Wehb li ber vî halî şaş ma; fêm kir ku Ebdullah çawa tê parastin û qîmeta wî li ba Allah teala çi ye.
Gava hat malê, mesele ji xanima xwe re vegot. Herduyan jî qebûl kir ku xortê hevtayê keça wan Ebdullah e û biryar da ku Amîneyê bidin wî.
«Ez kurê du qurbaniyan im» Hedîsa şerîf
Ebdulmuttelib jî bedewî, îffet û heya û dîndariya Amîneyê bihîstibû, keça Wehb ê ku mezinê qebîleya Benî Zuhre bû. Ji aliyê nijadê ve jî xizmên hev bûn; çend pişt berê digihîştin hev. Ji bo ku vê keçê ji kurê xwe Ebdullah re bixwaze çû mala Wehb. Gava Ebdulmuttelib keça Wehb ji kurê xwe Ebdullah re xwest, Wehb got: «Pismamo! Ev teklîf berî te gihîştiye me» û ew bûyera ku berê bûbû şahidê wê vegot. Paşê ev jî lê zêde kir: «Diya Amîneyê xewnek dît. Li gorî ku vegot, nûrek ketiye mala me û ronahiya wê erd û asîman girtine. Min jî vê şevê di xewna xwe de bapîrê me Îbrahîm eleyhisselam dît. Ji min re got: “Min mehra Ebdullahê kurê Ebdulmuttelib û keça te Amîneyê birî. Tu jî wî qebûl bike!” Ji vê sibehê ve ez di bin tesîra vê xewnê de me. Min digot gelo wê kengî bên.» Gava Ebdulmuttelib ev gotin bihîstin, ji devê wî «Allahû ekber! Allahû ekber!» derket.
Dawiyê kurê xwe Ebdullahê hejdehsalî bi Amîneya keça Wehb a çardehsalî re zewicand. Derbarê zewaca Amîne û Ebdullah de rîwayetên din jî hene.20
Nûra Wî ya mubarek derbasî diya Wî dibe
Gava nûra mubarek a Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) derbasî diya Wî bû, guran û çûkan mizgînî da hev:
«Wextê ku Mezinê Kaînatê dinyayê bi hatina xwe şerefdar bike nêzîk bû. Ew emînê21rûyê erdê, roja zemanî ye.» Wê şevê hemû pûtên Kabeyê deverû ketin. Şeytan aciz man û êdî nikaribûn karên xwe bikin. Melaîketan textê Îblîs parçe kir û avêt deryayê, çil rojan ceza da Îblîs û ew êşand. Paşê Îblîs baz da, derket ser Çiyayê Ebû Qubeys û qîrîneke dijwar kir. Hemû leşkerên wî yên ku ev qîrîna Îblîs bihîst li dora wî civiyan. Ji wan re got: «Wey li halê we! Hatina Muhemmed eleyhisselam a dinyayê nêzîk bû. Ji vir pê ve êdî ji Lat û Uzzayê re îbadet nayê kirin. Nûra tewhîdê wê li hemû alemê belav bibe.» Wê şevê hemû sêrbaz û kahin di karên xwe de aciz man. Kahintî qediya. Sêrên wan bêtesîr man. Wê şevê yên li ser rûyê erdê ji asîman dengek bihîst: «Wextê ku pêxemberê axirzemanê bi hezaran qencî û îhsanan bê nêzîk bû.»
Wê demê li Mekkeya Mukerreme xela hebû. Bi salan bû baran nebarîbû. Li daran pelekî kesk tune bû; ji berhemê şopek jî nedihat dîtin. Xelk ketibû tengasiyê û nizanibû çi bike. Piştî ku nûra mubarek a Pêxemberê me yê delal ji Hezretê Ebdullah derbasî Hezreta Amîne bû, ewqas baran barî û ewqas berhem çêbû ku navê «sala bolahiyê» li wê salê kirin. Hezreta Amîne di wan neh mehan de ku bi Wî bihemil bû tu êş û zehmet nekişand.
Gava Dêya me Amîne du mehî bihemil bû, mêrê wê Ebdullah ji bo bazirganiyê çûbû Şamê. Di vegerê de nexweş ket. Li derdora Medîneyê, li Darun-Nabixe, li ba xalên xwe Benî Neccar, di hejdeh an bîst û pênc saliya xwe de wefat kir.22 Gava ev xeber li Mekkeyê hat bihîstin, ew bajarê mezin di xemê de noq bû.23
«Gava Ebdullah, bavê Mezinê me Pêxember, berî ku kurê wî were dinyayê wefat kir, melaîketan got: “Ey Rebbê me! Resûlê Te sêwî ma”» Ebdullah bin Ebbas (radiyellahû anhûma)
Ji Eshabê Kîram Ebdullah bin Ebbas (radiyellahû anhûma) wiha ragihandiye: «Gava Ebdullah, bavê Mezinê me Pêxember, berî ku kurê wî were dinyayê wefat kir, melaîketan got: “Ey Rebbê me! Resûlê Te sêwî ma.” Allah teala ferman kir: “Parêzvan û alîkarê Wî Ez im.”»
Dilê Amîne Xatûnê ji ber wefata mêrê xwe gelek şewitî. Di şiîreke xwe de ev wefat wiha anî ziman:
Di gaveke ku qet nedihat hêvîkirin de ecel ew bir,
lê ew pir comerd, pir bimerhemet bû.
Bûyera Fîl
Bûyera Fîl
Bi qasî du mehan mabû ku Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) were dinyayê. Di vê navê de Bûyera Fîl qewimî. Ebrehe, waliyê Yemenê yê Padîşahiya Hebeşistanê, dixwest rê li ber xelkê bigire ku ji her alî ve kom bi kom dihat û Kabe ziyaret dikir; bi alîkariya împeratorê Rûmê jî li Sen’ayê dêreke mezin da çêkirin ku navê «Quleys» lê kiribûn. Xwest ku xelk vê dêrê ziyaret bike. Lê ereban ji berê ve Kabe ziyaret dikir; loma qet qîmet neda dêra ku Ebrehe dabû çêkirin. Bi çavê heqaretê lê nêrîn. Heta yekî ji wan dêr pîs kir.
Ebrehe ji vê bûyerê hêrs bû û biryar da ku Kabeyê hilweşîne. Bi vê mebestê leşkerekî mezin amade kir û bi ser Mekkeyê de meşiya. Gava leşkerê Ebrehe nêzîkî Mekkeyê bû, dest bi talankirina malê Qureyşê kir û dest danî ser dused deveyên Ebdulmuttelib jî. Ebdulmuttelib çû ba Ebrehe û deveyên xwe xwestin. Ebrehe got: «Ez hatime ku Kabeya we ya muqeddes hilweşînim. Tu naxwazî wê biparêzî û deveyên xwe dixwazî?»
Ebdulmuttelib got: «Ez xwediyê deveyan im. Bêguman xwediyê Kabeyê jî heye. Ew ê wê biparêze.» Ebrehe got: «Kesek tune ye ku wê ji min biparêze!», deveyên Ebdulmuttelib dan wî û ew şand. Paşê emir da leşkerê xwe ku ber bi Kabeyê ve bi rê bikeve. Di leşkerê Ebrehe de fîlek bi navê «Mehmûde» hebû; ew li pêşiya leşker dihat ajotin û bawerî ew bû ku bi vî awayî wê bigihîjin zeferê. Ji rêberên Ebrehe Nuqeyl bin Lebîb xwe li ber guhê wî fîlê gir xwar kir û got: «Ey Mehmûde, ew mala ku tu ji bo hilweşandina wê diçî mala Allah teala ye. Yekser çok bide! Nebe nebe tu pêş de herî! An na tu yê helak bibî!» Gava Ebrehe berê xwe da Kabeyê, ev fîl çok da erdê û êdî nemeşiya. Lê gava berê wî didan Yemenê, bi bez diçû.
Bi vî awayî Allah teala refek ji wan çûkan şand ser leşkerê Ebrehe, yê ku nêzîkî Mekkeyê bûbû lê hêza wî negihîştibû êrîşê; ji van çûkan re Ebabîl, yanî hechecika çiyê tê gotin. Her yek ji van çûkan sê kevir hildigirtin ku bi qasî nok an nîskekê bûn: yek di nikulê wan de, dido jî di lingên wan de. Ev kevir berdan ser leşkerê Ebrehe. Keviran leşker ji serî ve tîk qul dikirin û di wan re derbas dibûn. Her leşkerê ku kevir lê diket di cih de dimir. Çawa ku di ayeta kerîme de jî hatiye ragihandin, leşker wek pelê çandiniyê yê xwarî lê hat. Ebrehe gava ev hal dît, ket telaşê û xwest bireve. Lê nikaribû. Hedefa eslî ya keviran ew bû û li wî jî ketibû. Çiqas direviya, goştê wî parçe parçe diweşiya; bi vî halî mir. Ev bûyer di Sûreyê Fîl ê Qur’ana Kerîm de bi mealî wiha hatiye ragihandin: «(Ey Resûlê Min!) Ma te nedît ku Rebbê te çi anî serê xwediyên fîl (ên ku dixwestin Kabeyê xera bikin) (leşkerê Ebrehe yê ku bi fîlan hatibû çekdarkirin)? Ma Wî hîleya wan (a ku xerakirina Kabeya Muezzeme bû) pûç nekir? Bi ser wan de ref bi ref çûk şandin. Her yek ji wan çûkan kevirên ji heriyê çêkirî û di êgir de pijandî diavêtin ser wan. Dawiyê Allah teala ew wek pelê çandiniyê yê ku bizûzê xwariye tune kirin. (Ew kirin wek pelên çandiniyê yên xwarî, ku kurman kirotine û hûr kirine.)»24
«Ez xwediyê deveyan im. Bêguman xwediyê Kabeyê jî heye. Ew ê wê biparêze» Şeybetul-Hemd
Erebistan û navendên çandê yên derdora wê
