XEBERÊN MIZGÎNIYÊ
Hatina Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam ji Adem eleyhisselam ve ji her pêxemberî û ji ummetên wan re hatiye ragihandin; gava wîladeta Wî nêzîk bûye, mizgîniya gelek bûyerên ku wê biqewimin hatiye dayîn.
Di Tewrata1 heqîqî de, ku ji Mûsa2 eleyhisselam re hatibû û paşê hat tehrîfkirin, wiha nivîsî ye:
«Ew zatekî wisa mubarek e ku himmeta Wî bilind, alîkariya Wî zêde ye. Delalê feqîran, tebîbê dewlemendan e. Ew xweşikê xweşikan, pakê pakan e. Di sohbetê de nerm, di parvekirinê de adil, di her muameleyê de rast e. Li hember kafiran hişk û dijwar e. Hurmeta pîran digire, şefqet û rehmê li biçûkan dike. Ji bo tiştê hindik şukir dike. Rehmê li dîlan dike. Her tim rûken e. Kenê Wî bişirîn e; bi qehqehe nakene. Ummî ye: bêyî ku tiştekî bixwîne û binivîse, her tişt jê re hatiye ragihandin. Ew resûlê Allah teala ye. Ne bedxû ye, ne jî dilhişk e. Li sûk û bazaran bi dengê bilind naqîre. Ummeta Wî xwediyê exlaqê xweş e. Li ciyên bilind navê Allah teala tînin ziman. Bangdêrên wan li ser minareyan xelkê dawetî nimêjê dikin. Destnimêj digirin û nimêj dikin. Di nimêjê de rêzên xwe rast dikin, di rêzekê de disekinin. Bi şev dengê tesbîhên wan wek dengê mêşên hingiv tê bihîstin. Li Mekkeyê tê dinyayê. Ji Medîneyê heta Şamê her der dikeve bin îdareya Wî. Navê Wî Muhemmed e; Min navê Mutewekkil lê kiriye. Heta ku dînên xerabûyî ranake û dînê heq ê rast belav neke û bi cih neke, Ez Wî ji dinyayê dernaxim. Ew xelkê dawetî Heq dike; bi bereketa Wî çavên ku nabînin vedibin û dibînin, guhên ku nabihîzin dibihîzin. Xeflet ji dilan diçe…»3
Di Zebûra4 heqîqî de, ku ji Dawud5 eleyhisselam re hatibû û paşê hat tehrîfkirin, wiha nivîsî ye:
«Ew kesekî wisa ye ku destê Wî vekirî ye, yanî comerd e. Qet hêrs nabe. Pir nerm e. Rûxweşik û devşîrîn e, rûyê Wî nûranî ye. Tebîbê mirovan e. Pir digirî, hindik dikene. Hindik radizê, pir difikire. Xilqeta Wî xweş û spehî ye. Gotinên Wî dilan digirin, rûhan dikişînin… Ey Hebîbê Min! Şûrê himmetê bikişîne û bi hemû hêza xwe di meydana qehremaniyê de tola xwe ji kafiran hilîne.
Bi zimanekî xweş hemd û senaya Min li her derê belav bike. Serê hemû kafiran wê li ber destên te yên xwedî keramet bitewin…»
Di Încîla6 heqîqî de, ku ji Îsa7 eleyhisselam re hatibû û paşê hat tehrîfkirin, wiha nivîsî ye:
«Ya Rebbî! Min bike ji ummeta Muhemmed eleyhisselam!» Mûsa eleyhisselam
«Ew pir naxwe; ne çikûs e. Hîleyê nake, xerabiya tu kesî nabêje, qet lezê nake. Ji bo xwe tolê hilnayne. Ne tembel e. Xeybeta tu kesî nake…»
Kahinekî pirsî ka navê Pêxemberê ku wê bê çi ye û nîşanên hatina Wî çi ne; Îsa eleyhisselam jê re wiha got:
«Navê Resûl ewqas xweşik e ku mirov pê heyran dimîne. Gava Allah teala rûhê Wî afirand, ev nav lê kir, Ew xist nav îhtîşama semawî û ferman kir: “Li bendê be, ey Ehmed! Min ji bo xatirê te Cennet, dinya û gelek mexlûq afirandine. Ez van diyarî te dikim. Kî qîmetê bide te, wê ji Min qîmetê bibîne. Kî lanetê li te bike (dijûnan bide te), Ez ê lanetê lê bikim. Ez ê te bişînim dinyayê, tu yê bibî Resûlê Min ê xelaskar. Gotina te wê tev heqîqet be. Erd û asîman dikarin ji holê rabin, lê riya te wê her û her bêdawî be.” Navê Wî yê muqeddes Ehmed e.» Li ser vê yekê xelkê ku li dora Îsa civiyabû dengê xwe bilind kir û qîriya: «Ey Ehmed! Ji bo xelaskirina dinyayê zû were!»
Îsa eleyhisselam gelek dua kir ku bibe ji ummeta Muhemmed eleyhisselam, ê ku mizgîniya Wî di Încîlên îro de jî heye, xiristiyan jê re «Paraklît» dibêjin û di tercumeyê de dikin «tesellîker», û ku tekane tesellîker e. Allah teala wê nêzîkî qiyametê wî dîsa daxîne ser rûyê erdê. Hingê Îsa eleyhisselam wê li gorî dînê Muhemmed eleyhisselam tevbigere; ji tiştên ku Wî gotiye helal wê bibêje helal, ji tiştên ku Wî gotiye heram wê bibêje heram. Paraklît tê maneya Ehmed. Ehmed jî yek ji navên Muhemmed eleyhisselam e.
Dîsa di Încîlê de wiha nivîsî ye:
«Eger ew Munhemenna yê ku wê ji ba Reb derkeve û bê, ew Rûhul-Qudsê ku wê ji ba Reb derkeve û bê hatibûya, Ew ê ji bo min şahidî bikira. Hûn jî şahidiyê dikin, çimkî ji mêj ve hûn bi min re ne. Min ev ji we re gotin, da ku hûn nekevin şikê û neterpilin.» Peyva Munhemenna ya ku li vir derbas dibe bi suryanî tê maneya Muhemmed.8
Dewra Cahiliyetê
Berî ku Mezinê me Fexrê Kaînatê were dinyayê, hemû alem ji aliyê manewî ve di nav zulmeteke, tariyeke dijwar de bû. Mirov bêhed û bêhesab har bûbûn; dînên ku Allah teala şandibûn hatibûn jibîrkirin, cihê hukmên îlahî fikir û dîtinên ku ji serê mirovan derdiketin girtibû. Hemû mexlûq ji wehşet û zilma mirovan bêzar bûbûn.
Di nav hemû milletên rûyê erdê de Allah teala hatibû jibîrkirin û baweriya tewhîdê, ku kaniya huzûr, seadet û şahiyê ye, ji holê rabûbû. Bahoza kufrê îman ji dilan hilkiribû û avêtibû; di dilan de li şûna baweriya bi Allah teala fikra îbadeta ji pûtan re bi cih bûbû.
Dînê ku Mûsa eleyhisselam anîbû hatibû jibîrkirin, Tewrat xera bûbû. Benî Îsraîl ketibûn pêsîra hev. Îsewîtiya ku Îsa eleyhisselam anîbû jî bi temamî xera bûbû; tu eleqeya wê bi dîn re nemabû. Teslîs, yanî fikra sê îlahan hatibû qebûlkirin. Eslê Încîlê winda bûbû; keşeyan ew li gorî dilê xwe guhertibû. Herdu kitêb jî êdî ne kelama Allah bûn. Li Misirê hukmê Tewrata xerabûyî, li Rûmê jî Îsewîtiya guhertî, yanî xiristiyanî hebû. Li Îranê ji êgir re îbadet dikirin û agirê agirperestan ev tam hezar sal bû ku nedihat vemirandin. Li Çînê dînên çêkirî yên wek Konfuçyûsîzmê, li Hindistanê jî yên wek Bûdîzmê hukim dikirin.
Xelkê Erebistanê hîn bêtir şaş bûbû û ji rê derketibû. Wan sê sed û şêst (360) pût danîbûn Kabeya Muezzeme, ku Allah teala gelek qîmet dide wê. Kabeya Muezzeme jî nimûneyeke bi eynî mezinahiyê ya «Beytul-Me’mûr» bû, ku melaîket li Erşê ziyareta wê dikin. Kê bêhurmetî li Kabeyê kiribe, Cenabê Heq ew di demeke herî kurt de helak kiribû.
Qebîleya Curhum jî di zîna û fuhşê de pêş de çûbû. Hukumdarê wan gava kirinên vê qebîleyê yên pir bêhurmet û pir nizm dîtin, wiha şîret li wan kir: «Gelî curhumiyan! Herema Şerîf a Allah teala û emniyeta Heremê li ber çavan bigirin û werin ser hişê xwe. Hûn dizanin çi hat serê her yekê ji ummetên Hûd, Salih û Şueyb (eleyhimusselam) ên ku berî we hatine û ew çawa helak bûn. Emrê qenciyê li hev bikin, hev ji xerabiyan dûr bixin. Pişta xwe nedin hêza xwe ya fanî û nexapin. Li Mekkeyê xwe ji rûgerandina ji Heq û ji zilmê biparêzin. Çimkî zilm dibe sebebê helaka mirovan. Ez bi Allah teala sond dixwim û dibêjim: nebûye ku kesek li vê herêmê rûne, zilmê bike, rûyê xwe ji Heq bizivirîne û Allah teala nijada wan nebirîbe, koka wan neqelandibe û qewmekî din neanîbe şûna wan. Ji bo xelkê Mekkeyê yê ku harbûna xwe didomîne û rûyê xwe ji Heq dizivirîne, li vir mayîna her û her tune ye. Hûn dizanin çi hat serê Tesm, Cedîs û Emalîqeyan, ên ku berî we li vê herêmê rûdiniştin, ji we temendirêjtir, ji we bihêztir, ji we pirtir û dewlemendtir bûn. Wan Herema Şerîf sivik dît, rûyê xwe ji Heq zivirand û di zilmê de noq bûn; ev bû sebeb ku ji vî cihê mubarek bên derxistin û avêtin. We dîtiye û bihîstiye ku Allah teala hinek bi mêrûleyên biçûk ên ku berdan ser wan, hinek bi xelayê, hinek jî bi şûr ji vir derxistin!»
Lê wan guh nedayê. Dawiyê Allah teala ew jî ji ber vê harbûna wan perîşan kirin… Îcar di zemanekî wiha de, li Mekkeya mubarek a ku navenda rûyê erdê ye, kufr wek lehiyê diherikî û hundirê Beytullah bi sedan pûtên wek Lat, Uzza û Menat dihat dagirtin. Zilm digihîşt hedê xwe yê dawî; bêexlaqî sebebê şanaziyê dihat hesibandin. Erebistan ji aliyê dînî, rûhî, civakî û siyasî ve di nav tariyeke belavbûyî, cahiliyeteke temam, serkêşî, harbûn û dalaletê de bû. Di vî zemanî de ku jê re dewra Cahiliyetê tê gotin, mirov bi piranî koçer dijiyan û bûbûn qebîle qebîle. Dewra Cahiliyetê dewreke tijî zulmet bû. Qebîleyên ereb ên ku her tim bi hev re di nav pevçûnê de bûn, avêtina ser hev û talan ji xwe re riya debarê dihesiband. Li Erebistana ku ji wan qebîleyan pêk dihat ku zilm û talan di nav wan de belav bûbû, ne nîzameke siyasî hebû, ne jî nîzameke civakî. Herwiha mey, qumar, zîna, dizî, zilm, derew û bi navê bêexlaqiyê çi hebe heta dawiyê belav bûbû. Zilm ew wasiteya herî bêeman û herî sehmnak bû ku yê bihêz li hember yê bêhêz bi kar dianî. Jin wek malekî besît dihat kirîn û firotin. Hinekan jî hatina keçikan a dinyayê felaket û rûreşî dihesiband. Ev fikra tirsnak gihîştibû wê dereceyê ku keçikên biçûk bi saxî dirêjî wan çalan dikirin ku di qûmê de dikolan; keçikan digot «Bavo! Bavo!..», xwe davêt stûyê wan û bi dilşewatî dikir qîrîn, lê wan qet guh nedidayê, ax dikişand ser wan û ew ji mirinê re dihiştin. Ji ber van kirinên wan wijdana wan qet nediêşiya; heta ev yek qehremanî dihesiband. Bi kurtî, di nav mirovên wî zemanî de xisletên xweş ên wek şefqet, merhemet, qencî û edaletê mîna ku ji holê rabûbin bûn.
«Ez mizgîniyê didim we ku piştî min resûlek wê bê ku navê wî Ehmed e» Îsa eleyhisselam
Lê di vê dewrê de di nav ereban de tiştekî hêjayî dîqetê hebû: edebiyat, belaxet û fesahet bi qîmet bûbûn û gihîştibûn dereceya herî bilind. Gelek qîmet dida şair û şiîrê û ev ji xwe re sebebekî mezin ê şanaziyê dihesiband. Şairekî xurt hem ji xwe re, hem jî ji qebîleya xwe re îtîbar dianî. Di demên diyar de panayir dihatin danîn, pêşbaziyên şiîr û xîtabetê çêdibûn. Şiîr an xîtabeyên kesên ku dibûn yekem bi dîwarê Kabeyê ve dihatin daliqandin. Ji heft şiîrên herî meşhûr ên ku di dewra Cahiliyetê de bi dîwarê Kabeyê ve hatibûn daliqandin re «Muelleqatus-Seb’e», yanî «heft daliqandî» dihat gotin.
Wê demê li Erebistanê mirov ji aliyê baweriyê ve jî perçe perçe bûn. Qismek bi temamî bêbawer bû û ji jiyana dinyayê pê ve tiştek qebûl nedikir. Qismekî bi Allah teala û bi roja axretê bawer dikir, lê qebûl nedikir ku ji mirovan pêxemberek bê. Qismekî jî bi Allah teala bawer dikir, bi axretê bawer nedikir. Qismekî din ê mezin jî ji Allah teala re şirk dikir û ji pûtan re îbadet dikir. Di mala her muşrikekî de pûtek hebû.
Alem wisa tarî bûbû û zulmetê derdor wisa girtibû ku mirovan dev ji îman û îbadeta Allah teala, Afirînerê her tiştî, berdabû. Ji şaşbûna xwe, bûyerên ku di kaînatê de diqewimin û tiştên ku Cenabê Heq afirandine, nemaze jî ew pûtên ji kevir û darî yên ku bi destên xwe dikolan, «îlah» dihesibandin û ji wan re îbadet dikir.
Ji bilî van hemûyan, muminên xwedî îmana rast jî hebûn ku li ser wî dînî bûn ku Hezretê Îbrahîm ragihandibû, û ji wan re «henîf» dihat gotin. Wan bi Allah teala bawer dikir û ji pûtan dûr disekinîn. Bavê Mezinê me Pêxember Ebdullah, bapîrê Wî Ebdulmuttelib, diya Wî û hin kesên din li ser dînê Îbrahîm eleyhisselam bûn.
Ji bilî muminên henîf hemû kom li ser riya batil bûn û di nav zulmet û tariyeke mezin de bûn.
Zulumat û abê heyat
Ebû Mucahid Enwer bin Nazif rehmetûllahî eleyh wiha ferman kiriye: «Abê heyat di zulumatê de ye.» Abê heyat ava jiyanê ye ku yê jê vexwe namire; zulumat jî tê maneya tarî. Tê ferzkirin ku ev av di daristanên ku bivir lê neketiye de, di nav heywanên dirinde de, di tariya kor de, di binê daristanan de ye.
Gihîştina vê avê ewqas zehmet e ku mirov dikare bibêje ne mumkin e. Hatiye rîwayetkirin ku kesê van astengên dijwar derbas bike û bigihîje wê avê namire. Îtîqada Ehlê Sunnetê jî mîna wî abê heyatî ye ku li pişt Çiyayê Qaf, di goşeya herî dûr a daristanên ku bivir lê neketiye de ye. Yên ku ji vê ava ku ber bi bêdawîbûnê ve diherike dilopekê vexwin, digihîjin nîmetên bêdawî. Çawa ku di misrayekê de tê gotin: «Abê heyat li ciyên tarî ye!»
Hezretê Huseyn Hilmî bin Seîd quddîse sirruh jî wiha ferman kiriye: «Kî dilopekê jê vexwe, êdî mirin jê re tune ye; li Cennetê jiyana bêdawî jê re heye. Abê heyat li wan deran e ku mirovên xerab û xerabûyî, bîd’et û kufr lê hene.»
Sultanê Kaînatê tê
Alem mehzûn bû, hebûn mehzûn bûn, dil mehzûn bûn û rûyan ken ji bîr kiribû. Qehremanek lazim bû ku bibe sebebê xelasbûna mirovan ji Cehennemê, wan mirovên ku Allah teala ew ji mexlûqên din bilindtir afirandine. Bi rastî jî ji hatina Wî ya dinyayê re demeke pir kurt mabû. Alem xwe amade dikir ku pêşwaziya xwediyê wê nûrê bike ku ji Adem eleyhisselam heta wê rojê ji eniyên pak derbasî eniyên pak dibû û dihat. Însanê Bêhempa dihat, yê ku wê seadeta ebedî nîşanî mirovan û cinan bide!… Însanê Bilind dihat, kaniya şefqet û merhemetê, yê ku bi exlaqê Rebbê xwe xemilî bû!…
Xwediyê Meqamê Mehmûd, taca serê şefaetkaran dihat!… Seydayê Kaînatê, cewherê hebûnan, mezinê mirovan dihat! Yê ku roja mehşerê tê hawarê, Sultanê pêxemberan dihat!… Hebîbê Allah teala, delalê Wî, Pêxemberê me yê delal dihat, ê ku em bi hurmeta Wî hatine afirandin û ji aleman re rehmet e!.. Mezinê me Pêxember, Hezretê Muhemmed Mustefa (sellellahû eleyhî we sellem) dihat…
Gotin: Kurekî wek kurê te
ji roja ku cîhan hatiye afirandin ve nehatiye.
Qedrekî xweşik ê wek yê vî kurê te
wî Celîlî nedaye tu dayikê.
Ey Amîne, tu gihîştî dewleteke mezin,
ew xwediyê exlaqê xweş wê ji te bê dinyayê.
Ev ê ku tê sultanê îlmê ledun e,
ev ê ku tê kana tewhîd û îrfanê ye.
Navekî Wî Mehmûd, navekî Wî Ehmed e,
hebûna Wî ji hemû alemê re rehmet e.
Bi eşqa vî yê ku tê felek dizivire,
ins û melek muştaqê rûyê Wî ne.
«Roja qiyametê ez seyîdê yên pêşî û yên paşî me. Ez heqîqetê didim zanîn, pesnê xwe nadim» Hedîsa şerîf
Herêma Mekkeya Mukerreme
Çûkekî spî bi baskên xwe firiya hat,
hema bi hêz pişta min miz da.
Di wê saetê de ew Sultanê Dîn hat dinyayê,
asîman û erd di nûrê de noq bûn.
Kî dixwaze ji êgir xelas bibe,
bila bi eşq û bi şewq selewatan bîne!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Resûlellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Hebîbellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Seyyîdel-ewwelîne wel-axirîn.
