ÇAVKANÎ
- Qur’ana Kerîm
- Envâr-üt-tenzîl – Qadî Beydawî
- Tefsîr-i Mazharî – Senaullahê Panîputî
- Tefsîr-i Kurtubî – Îmam Qurtubî
- Tefsîr-i Beydâvî – Qadî Beydawî
- Tefsîr-i Kebîr – Fexreddînê Razî
- Tefsîr-i Hâzin – Elaeddînê Bexdadî
- Tefsîrü’l- Kur’ân – Îmam Tirmizî
- Tefsîrü’l- Kur’ân-ı azim – Ebul-Fîda
- Sahîh-i Buhârî – Îmam Buxarî
- Sahîh-i Müslim – Îmam Muslim
- Sünen-i Dârekütnî – Darequtnî
- Sünen-i Tirmizî – Îmam Tirmizî
- Muvattâ – Îmam Malik
- Müstedrek – Hakimê Nîşabûrî
- Sünen-i İbni Mâce – Îbn Mace
- Sünen-i Beyhekî – Beyheqî
- Sünen-i Dâvûd – Ebû Dawud
- Sünen-i sâgir – Îmam Nesaî
- Müsned – Bezzar
- Müsned – Darimî
- Müsned – Ebû Ye’la
- Müsned – Îmam Ehmed bin Henbel
- Sahîh – Îbn Hibban
- Ahbâr-u Mekke – Ezreqî
- Birgivî Vasiyetnâmesi – İmâm-ı Birgivî
- Câliyetü’l-ekdâr – Mewlana Xalidê Bexdadî
- Câmi-ul Ehâdis – Suyûtî
- Cevâb Veremedi – Harputlu İshâk Efendi
- Delâilü’n-Nübüvve – Ebû Nueym Îsfehanî
- Delâilü’n-Nübüvve – Beyheqî
- Dinî Sözlük – Türkiye Gazetesi
- El-Bidâye ve’n-nihâye – Îbn Kesîr (Ebul-Fîda)
- Ensâbu’l-eşrâf – Belazurî
- El-Envâr – Bexewî
- El-İktifâ fî megâz-il-Mustafâ vesselâset-il-hulefâ – Kilaî
- El-Leâli’l-Masnûa – Suyûtî
- El-Mu’cemu’s-sağîr – Îmam Teberanî
- El-Muhabber – Îbn Hebîb
- El-Musannef – Îmam Ebdurrezzaq Sen’anî
- El-Musannef – Îmam Îbn Ebî Şeybe
- El-Vefâ bi ahvâl-il-Mustafâ – Îbn Cewzî (Ebdurrehman Cewzî / Ebul-Ferec bin Cewzî)
- Evsaf-un Nebî – Suyûtî
- Feyz-ül-kadîr – Munawî
- Fütühu’l-büldân – Belazurî
- Herkese Lâzım Olan Îmân – Hacı Feyzullah Efendi
- Hilyet-ül-evliyâ – Ebû Nueym
- İhyâ – Îmam Xezalî
- İnsân-u’l-uyûn – Nûreddîn Elî Helebî
- İsâbe – Îbn Hecerê Esqelanî
- İsbâtü’n-Nübüvve – Îmamê Rebbanî
- İslâm Âlimleri Ansiklopedisi – Türkiye Gazetesi
- İstiâb – Îbn Ebdilberr
- İ’tikâdnâme – Mewlana Xalidê Bexdadî
- Keşf-ül-hafâ – Îsmaîl Eclûnî
- Kısas-ı Enbiyâ – Ahmed Cevdet Paşa
- Kimyâ-i Se’âdet – Îmam Xezalî
- Me’âricü’n-Nübüvve Tercümesi (Peygamberler Tarihi) – Altıparmak Muhammed Efendi
- Mecma’uz-zevâid – Heysemî
- Megâzî – Waqidî
- Mektûbât-ı İmâm-ı Rabbânî – Îmamê Rebbanî
- Mektûbât-ı Ma’sûmiyye – Muhemmed Me’sûm Farûqî
- Mevâhib-i ledüniyye – Qestellanî
- Mevlid-i Şerîf (Vesîletü’n-necât) – Süleyman Çelebi
- Mir’ât-ı Kâinât – Nişancızâde Muhammed Efendi
- Mu’cem-ül-Kebîr – Teberanî
- Mukaddime – Darimî
- Ravd-ül-ünf – Suheylî
- Siret – Îbn Kesîr
- Sîret-i Resûl – Îbn Îshaq
- Sîretü’n-Nebeviyye – Îbn Hîşam
- Sîretü’n-Nebî – Ehmed bin Zeynî Dehlan
- Siyerü’l-Kebîr – Îmam Muhemmed
- Siyer-il-kebîr şerhi – Îmam Serexsî
- Sübülü’l-Hüdâ – Şemseddîn Şamî
- Şemâil-i şerîfe – Îmam Tirmizî
- Şifâ-i şerîf – Qadî Iyad
- Şevâhidü’n-Nübüvve – Mewlana Ebdurrehman Camî
- Şu’ab-ül-îmân – Beyheqî
- Tabakât-ül-kübrâ – Ebdulwehhabê Şe’ranî
- Tabakât-üs-Sahâbe – Îbn Se’d
- Târih-ül-Kebîr – Buxarî
- Tahrîc – Xuzaî
- Tarih-i Dımeşk (tarîxa Şamê) – Îbn Esakir
- Tam İlmihâl Se’âdet-i Ebediyye – Hüseyin Hilmi Işık
- Târih-i Taberî – Teberî
- Târih-ül-İslâm – Îmam Zehebî
- Terâtîb-ül-idâriyye – Kettanî
- Usudü’l-gâbe – Îbn Esîr
- Uyûn-ül-eser – Îbn Seyyidinnas
EBDULHEMÎD XANÊ DUYEM
ALBUMÊN «YILDIZ». MEKKE – MEDÎNE
WÊNE
Kabeya Şerîf – Mekkeya Mukerreme Deriyê têketinê yê Mescîdul-Heramê
Girê Sefayê – Mekke Girê Merweyê – Mekke
Surreya Humayûn li Mekkeyê Bîra Zemzemê ya ku Ebdulhemîd Xanê Yekem daye çêkirin
MEWLIDÊ BEYTA ŞERÎF (1909)
Mizgefta yekqube û yekminare ya ku di wêneyê mezin de û li aliyê rastê yê wêneyê jêrîn ê rastê xuya dike, ew cihê mubarek e ku Mezinê me Resûlûllah dinya lê şerefdar kiriye.
Mezinê me Pêxember di dema hicreta xwe de ev mala mubarek teslîmî Uqeyl bin Ebî Talib, birayê Hezretê Elî (radiyellahû anhû), kiribû. Neviyên Uqeyl jî ew firotibû Muhemmed bin Yûsufê Seqefî, birayê Heccac.
Dû re ev mala mubarek Xeyzuran Xatûn, diya xelîfeyê Ebbasî Harûn Reşîd, kirî û kir mizgeft.
Ev mizgeft, ku piştî Ebbasiyan Memlûkan ew parast, di dewra Osmaniyan de jî bi îtîna hat parastin.
Qanûnî Sultan Suleyman Xan mizgeft ji nû ve da çêkirin û ew cihê ku Pêxemberê me lê hatiye dinyayê da xistin nav şebekeyeke bi caxên zîvîn.
Sultan Ehmed Xanê Yekem jî kursiyê meqamê yê ku di şiklê dergûşeke zêrîn de dabû çêkirin da danîn nav van caxan.
Lênêrîna mizgeftê Walîde Sultanan bi îtîna dikir, hewcedariyên wê jî dîsa Xanimên Serayê peyda dikirin.
Di vê meseleyê de xizmeta herî zêde Emetullah Rabîa Gulnûş Sultan kiriye, ku hevsera Sultan Mehmedê Çarem (û diya Mustefayê Duyem û Ehmed Xanê Sêyem) bû.
Ev mizgeft di dirêjahiya tarîxê de gelek caran hatiye tamîrkirin.
Mizgeft di 1924an de hilweşandin; ew mala ku Şêx Ebbas Qettan di 1950an de li şûna wê da çêkirin, ji sala 1959an ve Kitêbxaneya Giştî ya Mekkeyê ye.
KELEHA ECYADÊ (1890)
LI AXÊN MUQEDDES ŞOPÊN DAWÎ YÊN OSMANIYAN – REWAQ
Sîwanên pêşî yên li dora Beytullahê di zemanê Hezretê Osman (radiyellahû anhû) de danîn. Rewaqên ku paşê xelîfeyê Ebbasî Mehdî dan çêkirin, bi demê re kevn bûn.
Qanûnî Sultan Suleyman tamîra rewaqan bi Mîmar Sînan da kirin; piştî vê tamîrê qube li ser rewaqan zêde kirin. Mîmar Mehmed Axa, ku ji şagirtên Mîmar Sînan bû, di sala 1590an de li stûnên rewaqan tiştên nû zêde kirin, stûn û kemerên ji dar bi mermer nû kirin.
Di zemanê Sultan Ebdulezîz û Ebdulhemîd Xanê Duyem de jî li wan miqate bûn.
Di sala 2014an de, di çarçoveya projeya firehkirina Kabeyê de, rewaq ji ciyên wan rakirin û birin şantiyeya nêzîkî Erefatê. Di sala 2016an de dîsa danîn ciyên wan.
ÎSTASYONA MEDÎNEYÊ
TURBEYA HEZRETÊ OSMAN
KABEYA ŞERÎF
TÊKETINA CENNETUL-MUELLAYÊ
QEREQOLEKE OSMANÎ – MEKKEYA MUKERREME
KELEHA SU HANIYAYÊ YA KU QANÛNÎ DAYE AVAKIRIN – MEDÎNEYA MUNEWWERE
MEDÎNEYA MUNEWWERE
MEKKEYA MUKERREME
1. Keleha Ecyadê
Keleha Ecyadê di dewra Sultan Ebdulhemîd Xanê Yekem de, ji bo parastina Kabeyê û ewlehiya heciyan û ji bo asayîş û parastina bajarê Mekkeyê di navbera salên 1781–1783an de hatiye çêkirin; di Şerê Cîhanê yê Yekem de Garnîzona Tirkan bû. Lê Keleha Ecyadê ya ku yadîgara Osmaniyan bû di sala 2002an de dan hilweşandin.
2. Çiyayê Umer
3. Keleha Hindê: Keleha Hindê jî Sultan Selîm Xanê Sêyem di sala 1806an de ji bo zêdekirina ewlehiya Mekkeyê daye çêkirin.
MEDÎNEYA MUNEWWERE
1. Çiyayê Uhudê
2. Minareya Mecîdiyeyê
Minareya Mecîdiyeyê jî, mîna minareyên din ên mizgeftê ku ji wan re Babus-Selam û Babur-Rehme tê gotin, Sultan Ebdulmecîd Xan daye çêkirin. Minare terzê mîmariya Osmanî nîşan didin. 3. Qubeya Seadetê (Qubeya Xedra – Qubeya Kesk): Sultanê Tirkmen ê Misirê Seyfeddîn Salih Qelawûn di sala 678an [m. 1279] de li ser Hucreya Seadetê qubeya îroyîn da çêkirin û bi qurşûnê da nixumandin. Qube di 1253an [m. 1837] de bi emrê Sultan Mehmûd Xanê Duyem (rehmetûllahî eleyh) bi rengê kesk hat boyaxkirin.
4. Minareya Reîsiyeyê
Minareya Reîsiyeyê Memlûkan daye çêkirin, di zemanên Qanûnî Sultan Suleyman Xan û Mehmed Xanê Çarem de hatiye tamîrkirin. Ji ber ku serbangdêr li vir ezan dixwend, ji vê minareya sereke re Reîsiye tê gotin.
5. Qereqola Xalidiyeyê
6. Qişleya Esakirê Şahane (Qişleya Osmanî)
4. Keleha Fulfulê
Ji ber ku ewlehiya Mekkeyê têrê nedihat dîtin, Keleha Fulfulê Sultan Selîm Xanê Sêyem di navbera salên 1800–1801an de daye avakirin.
Di sala 1885an de, di dema ku Osman Nûrî Paşa emîrê Mekkeyê bû, kirin nexweşxane.
Not:
Kelehên Hind û Fulfulê jî berî Keleha Ecyadê dane hilweşandin.
7. Mescîda Xemameyê
Xemame bi erebî tê maneya ewr. Ew ewrê ku sî dida ser Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem), gava Mezinê me diçû Mescîda Nebewî li vir disekinî; ji ber vê yekê navê «cihê ewr» li vê derê kirine û mizgeftê jî eynî nav girtiye. Mezinê me Pêxember nimêjên cejnê li vir kirine. Mizgeft di zemanê Sultan Ebdulmecîd Xan de hatiye tamîrkirin.
8. Mescîda Hezretê Ebûbekr
Di kitabeya Osmanî ya ku îro li Mescîda Hezretê Ebûbekr e de nivîsî ye ku mizgeft cara dawî Sultan Ebdulezîz Xan daye tamîrkirin. Wêne çend salan piştî vê tamîrê hatiye kişandin.
9. Mescîda Hezretê Elî
Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) li vir îmametiya nimêja Cejna Remezanê kiriye. Hezretê Elî jî (radiyellahû anhû) di xelîfetiya xwe de û gava Hezretê Osman (radiyellahû anhû) di mala xwe de dorpêçkirî ma, li eynî cihî îmametiya nimêja cejnê kiriye. Ji ber vê yekê navê «Mescîda Hezretê Elî» lê kirine.
10. Sebîla Fatîmaya Zehra
KABE – HEREMA ŞERÎF
1. Meqamê Malikî
2. Meqamê Henefî
3. Hecerul-Eswed
4. Meqamê Îbrahîm û Meqamê Şafiî
5. Bîra Zemzema Şerîf
6. Meqamê Henbelî
7. Muweqqîtxane: Ew avahiyên mîna resedxaneyeke biçûk in ku muweqqît lê wezîfeya xwe dikin, ji bo diyarkirina wext û wextên nimêjê lê dixebitin û amûrên ku di tayînkirina wextê de tên bikaranîn û saetên eyarkirî tê de ne; ji wan re muweqqîtxane dibêjin. Bi giştî li kêleka mizgeftên mezin in. Ji wezîfedarên ku saetan eyar dikin û bi taybetî wextên nimêjê tesbît dikin re jî muweqqît tê gotin û mesrefên wan weqf didin. 8. Kitêbxane: Sultan Ebdulmecîd Xanê cennetmekan di sala 1262an (m. 1846) de ji du avahiyên kevn ên li aliyê rojhilatê Kabeyê, ku qubeya her yekê şeş metre qûtr e, yek daye kirin muweqqîtxane, ya din jî kitêbxane. [Mirâtü’l Haremeyn – Mirâtü’l Mekke, II, 770] Ebdulmecîd Xan 3.653 cild kitêb bexşî kitêbxaneyê kirine.
ES-SELATU HEWLEL-KABE (Nimêja li dora Kabeyê)
QUBEYA SEADETÊ Û MINAREYA REÎSIYEYÊ
1. Bexçeyê Fatîmaya Zehra
2. Qubeya Mihraba Osman
BELDEYA TEYYÎBE – BAJARÊ MEDÎNEYA MUNEWWERE
MESCÎDA NEBÎ
MEYDANA MENAXEYÊ (BAZARA DEVEYAN)
GORISTANA CENNETUL-BEQÎ
1. Turbeya Hezretê Îmam Malik û Hezretê Nafi
2. Turbeya Hezretê Uqeyl bin Ebî Talib (pismamê Pêxemberê me) û Hezretê Ebdullah bin Ce’ferê Teyyar (neviyê apê Pêxemberê me, kurê Ce’ferê Teyyar)
3. Turbeya Ezwacê Muteherrat:
Di vê turbeyê de ji bilî Hezreta Xedîce û Hezreta Meymûne hemû hevserên Pêxember (Kaffeyê Ezwacê Muteherrat) medfûn in. Ev turbeya ku qebra Hezreta Aîşe jî tê de ye, Qanûnî Sultan Suleyman di 1543an de nû kiriye.
4. Turbeya Hezretê Îbrahîm bin Resûlûllah (radiyellahû anhû)
Ji malbata Pêxemberê me, yê ku pêşî li Cennetul-Beqî hat definkirin kurê Wî Îbrahîm bû, ku hîn pitik bû wefat kir.
Hezretê Osman bin Mez’ûn jî sehabiyê pêşî ye ku li Cennetul-Beqî hatiye definkirin. 5. Turbeya Benatun-Nebî: Li vir keçên Mezinê me Pêxember Hezreta Ruqeyye, Hezreta Ummu Gulsûm û Hezreta Zeyneb (radiyellahû anhûnne) medfûn in.
6. Turbeya Hezreta Fatîma bint Esed (radiyellahû anha)
7. Murdiatul-Murselîn Hezreta Helîmeya Se’diyye: Li vir dayika şîr a Mezinê me Pêxember (eleyhisselam), Hezreta Helîme (radiyellahû anha) medfûn e.
8. Turbeya Hezretê Osman bin Effan (radiyellahû anhû): Turbeya xelîfeyê sêyem Hezretê Osman (radiyellahû anhû) di sala 1205an de Selaheddînê Eyyûbî daye çêkirin. Di zemanê Osmaniyan de jî tamîr û lênêrîna wê hatiye kirin. 9. Turbeya Ehlê Beytê: Di vê turbeyê de Hezretê Ebbas (apê Mezinê me Pêxember), Hezretê Îmam Hesenê Mucteba, Hezretê Îmam Zeynelabidîn, Hezretê Îmam Muhemmed Baqir û Hezretê Îmam Ce’ferê Sadiq (radiyellahû anhûm) medfûn in.
10. Turbeya Hezreta Fatîmaya Zehra
Not:
Li Cennetul-Beqî çar keç û kurekî Mezinê me Pêxember medfûn in. Ji pêşengên sehabiyan ên ku ciyên wan nehatine nîşandan Ebdurrehman bin Ewf, Se’d bin Ebî Weqqas, Ebdullah bin Mes’ûd, Suheyb bin Sînan, Ebû Hureyre, Ebû Sufyan bin Herb, Se’d bin Muaz û Sufyan bin Haris (radiyellahû anhûm) jî li Cennetul-Beqî medfûn in. Gava Medîne di 1806an de hat îstîlakirin, kevirên qebran û turbeyên li Cennetul-Beqî hilweşandin. Di zemanê Sultan Ebdulhemîd Xanê Duyem de kevirên qebran tamîr kirin, turbe ji nû ve dan çêkirin. Ev wêne piştî vê avakirinê hatiye kişandin.
Lê di 1926an de, piştî ku xizmeta Osmaniyan a ji Heremeynê re qediya, eynî aqûbet careke din hat serê Cennetul-Beqî.
GORISTANA CENNETUL-MUELLAYÊ
1. Turbeya Xedîceya Kubra (radiyellahû anha): Turbeya Hezreta Xedîce (radiyellahû anha), hevsera Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem), a li Cennetul-Muellayê di 1543an de Qanûnî Sultan Suleyman di bin nezareta Naîbê Mekkeyê Dawud Paşa de daye avakirin.
Berê li cihê turbeyê sindoqeyeke ji texte hebû.
2. Turbeya Ecdadê Resûlîllah: Di vê turbeyê de qebrên bapîrê Mezinê me Pêxember Ebdulmuttelib û bapîrê wî yê mezin Ebdumenaf hene.
3. Turbeya Ebû Talib
4. Turbeya ku meqamê diya mubarek a Mezinê me, Pêxemberê me yê delal, Hezreta Amîne (radiyellahû anha) ye
Qebra Dêya me Hezreta Amîne, li gorî rîwayeta herî meşhûr, li Ebwayê ye. Lê di hin çavkaniyan de tê rîwayetkirin ku ew veguhastine Cennetul-Muellayê jî.
Not:
Ev turbe di 1879an de Sultan Ebdulhemîd Xanê Duyem dane tamîrkirin.
Ewliya Çelebî behs dike ku di dewra Osmaniyan de li Cennetul-Muellayê heftê û pênc turbeyên bapîr û apê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem), sehabeyên din û mezinên Îslamê hebûn.
ALIYÊ RASTÊ YÊ EREFATÊ YÊ KU LI QIBLEYÊ DINÊRE
CEJNA QURBANÊ LI MÎNAYÊ
(13ê mijdara 1880an)
TURBE Û MESCÎDA HEZRETÊ HEMZE (RADIYELLAHÛ ANHÛ) YÊN LI ÇIYAYÊ UHUDÊ
Mescîda Cebelê Eyniyye: Ew cih e ku Hezretê Hemze (radiyellahû anhû) lê şehîd bûye. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) dema çek û techîzata Wî lê bû li vir nimêj kiriye.
MÎNA
MESCÎDA HEMÎDIYEYÊ – MEKKE
MALA HEZRETÊ EYYÛB SULTAN
QIŞLEYA OSMANÎ – MEKKE
HEMAMA TEYYÎBEYÊ – MEDÎNE
MINAREYA REÎSIYEYÊ – MEDÎNE
BABUS-SELAM – MEDÎNE
ESEREKE MÎMARIYA OSMANÎ – MEKKE
MEKKE (Mizgefta li aliyê rastê ew mal e ku Pêxemberê me yê delal lê hatiye dinyayê.)
