Pêxemberê Min ê Delal

HIN SUNNETÊN ZEWAID ÊN MEZINÊ ME PÊXEMBER

Tiştên ku Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) kirine dibin sê beş. Ya yekem, ew tişt in ku lazim e misliman jî bikin. Ji van re «Sunnet» tê gotin. Ya duyem, ew tişt in ku mexsûsê Pêxemberê me (sellellahû teala eleyhî we sellem) ne. Ne caiz e ku kesên din wan bikin. Ji van re «Xesais» tê gotin. Ya sêyem, tiştên girêdayî adetê ne. Lazim e ku her misliman wan li gorî adeta cihê ku lê ye bike. Eger li dijî adetê bên kirin, fitne hişyar dibe. Hişyarkirina fitneyê heram e.1

Eger Mezinê me Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) li wî kesî înkar nekiribe ku dev ji tiştên ku bi xwe wek îbadet dikirin berdaye, yanî lê nexeyidîbe, ji van îbadetan re «Sunneta huda» tê gotin. Eger ev her tim kiribin, «Sunneta muekkede» tê gotin. Ji tiştên ku Resûlûllah wek adet dikirin re «Sunneta zaîde» an «Mustehab» tê gotin.2 Destpêkirina karên baş ji aliyê rastê, kirina wan bi destê rastê, tiştên ku di avakirina xanî, xwarin, vexwarin, rûniştin, rabûn (razan), cil û aletan de kirine û bi kar anîne wisa ne. Ji tiştên ku paşê derketine holê re «Bîd’et» tê gotin. Kirina tiştên ku «di adetê de bîd’et» in, wek bikaranîna bêjinga ard û kevçî, yanî adetên ku paşê derketine, nabe dalalet. Nabe guneh.3 Ji vê tê fêmkirin ku xwarina li ser maseyê, bikaranîna çetel û kevçî, razana li ser qeryoleyê, bikaranîna radyo, televîzyon û teybê di konferansan de û li mekteban di dersên exlaq û fenê de, siwarbûna her cure wasiteyên neqliyatê û îstîfadekirina ji wasiteyên fenê yên wek berçavk û makîneya hesab caiz e. Çimkî ev di adetê de bîd’et in. Bikaranîna bîd’et û nûbûyînên di adetê de ji bo kirina heramê heram e. Di meseleya bikaranîna radyo, hoparlor û teybê di nimêj, ezan û di waz û xutbeya li mizgeftê de, di kitêbên «Se’âdet-i Ebediyye» û «İslâm Ahlâkı» de agahiyên berfireh hene. Kirina bîd’etê di îbadetê de, kirina guhertineke biçûk, gunehekî gelek mezin e. Cîhadkirin, yanî şerkirina hikûmet û artêşê bi dijminan re, îbadet e. Lê di şer de bikaranîna her cure wasiteyên fenê nabe bîd’et. Berevajî, gelek sewab e. Çimkî emir hatiye kirin ku di şer de her cure wasiteyên fenê bên bikaranîn. Di îbadetan de lazim e ew nûbûyîn bên kirin ku alîkariya kirina tiştên emirkirî dikin. Kirina wan nûbûyîn û guhertinan ku alîkariya kirina tiştên qedexekirî dikin dibe bîd’et. Mesela ji bo xwendina ezanê lazim e mirov derkeve minareyê. Çimkî emir hatiye kirin ku li cihê bilind bê xwendin. Lê xwendina ezanê bi hoparlorê bîd’et e. Çimkî emir nehatiye kirin ku bi aletê bê xwendin. Emir hatiye kirin ku însan bixwîne. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bikaranîna aletên muzîkê jî, wek lêxistina zengil û lêdana boriyê, ji bo ragihandina wextên nimêjê û kirina îbadetên din qedexe kiriye.4

«Di tiştên girêdayî adetê de jî tabibûna Resûlûllah li dinya û axretê gelek tiştan dide qezenckirin û rê li ber cure cure seadetan vedike» Mektûbatê Rebbanî, II, m. 5

Terka «Sunneta huda» mekrûh e. Terka «Sunneta zaîde» ne mekrûh e.5

Girîngiya ku Mezinê me Pêxember dida paqijî, tertîb û nîzamê

Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) gelek girîngî dida paqijî, tertîb û nîzamê. Di her karê xwe de hez dikir ku ji rastê dest pê bike û bi destê rastê bike.6 Tenê bi destê çepê teharet dikir.

Bi qasî ku mumkin bû her karê xwe bi hejmara kit dikir. Ferman dikir: «Porê kê hebe, bila baş lê binêre!»

Dema Pêxemberê me li mizgeftê bû, yek ku por û riha wî tevlihev bû ketibû hundir. Mezinê me Pêxemberê delal ferman kir: «Ma rûnê gulê jî peyda nabe ku porê vî kesî pê rûne?», paşê bi destê xwe îşaret kirê ku yekser derkeve derve û por û riha xwe serrast bike. Gava wî kesî wisa kir û vegeriya, Pêxemberê me ferman kir: «Ma hatina yekî ji we bi vî awayî çêtir e, an hatina wî bi por û riheke wek ya Şeytan tevlihev?»

Di rêwîtiyê de jî bi şûşeyê rûn bi xwe re dibir. Gava rûn li serê xwe dida, pêşî tulbendek datanî ser serê xwe û kumê xwe dida ser tulbendê. Bi vî awayî ji derve nedihat fêmkirin ku rûn lê daye. Pêxemberê me her roj du caran riha xwe şeh dikir.

Enes bin Malik dibêje: «Resûl eleyhisselam gelek caran rûnê gulê li porê xwe yê mubarek dida, riha xwe ya mubarek bi avê şil dikir û şeh dikir.»7 Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ji dirêjî û ji kêlekên riha xwe ya mubarek hinek digirt. Berî ku derkeve nimêja înê simbêlê xwe yê mubarek kurt dikir, neynûkên xwe yên mubarek ên dirêjbûyî jê dikirin. Ferman li mislimanan jî dikir ku simbêlên xwe kurt bikin.

Pêxemberê me her ku li neynikê dinêrî hemdê Allah teala dikir û wiha dua dikir: «Allahê min! Çawa ku Te sûretê min xweşik afirandiye, exlaqê min jî xweşik bike.»

Pêxemberê me her şev berî razanê sê caran kil li çavên xwe yên mubarek dida. Sê caran li çavê xwe yê rastê yê mubarek, du caran li çavê xwe yê çepê yê mubarek kil dida. Ferman dikir: «Kil li çavên xwe bidin! Çimkî ew çav geş dike, por (bijang) şîn dike.»8

Alimên Îslamê dane zanîn ku ji bo mêr kildana çavan ji bo tedawiyê caiz e, lê ji bo zînetê ne caiz e. Divê kelîmeyên cemal û zînet bi hev neyên tevlihevkirin.

Cemal ew e ku mirov kirêtiyê ji holê rake, xwediyê weqarê be û ji bo şukrê nîmetê nîşan bide. Nîşandana ji bo riyakariyê, ji bo pesndayînê nabe cemal, dibe kibir. Mezinê me Resûlûllah gelek girîngî dida bikaranîna miswakê. Qet ew ji ba xwe nedida alî. Ferman dikir: «Bi şiva dara erakê miswak bikin!» Bêhneke xweş dide dev. Ferman kiriye: «Ew hem sunneta min e, hem jî sunneta pêxemberên berî min e.»

Mezinê me Pêxember ferman kir: «Eger min meşeqet nedaya ummeta xwe, min ê emir bikira ku ji bo her nimêjê miswak bi kar bînin.»9 «Ez gelek şîretê li we dikim ku hûn miswak bi kar bînin!»

«Miswak paqijiya dev û razîbûna Rebbê min e.» Gava Pêxemberê me yê delal diket mala xwe, karê Wî yê pêşî ew bû ku diranên xwe yên mubarek miswak bike. Heta miswak li ba Wî nebûya ranediza, gava hişyar dibû jî bi miswakkirina diranên xwe yên mubarek dest pê dikir. Bi şev gava radibû nimêja teheccudê jî diranên xwe yên mubarek miswak dikirin.10 Dêya me Hezreta Aîşe (radiyellahû anha) gotiye: «Pêxember eleyhisselam bi şev an bi roj qet ranezaye ku gava hişyar bûye berî destnimêjê miswak bi kar neanîbe!» Cenabê Îbrahîm, kurê Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem), wefat kiribû. Di dema definkirinê de yek ji kerpîçên ku danîbûn qebrê xwar mabû. Dest avêtê û ew rast kir. Da zanîn ku kerpîçê xwar ne feyde ne jî zirara wî ji mirî re heye, lê Ew ji tiştê bê tertîb û nîzam aciz dibe.

Mala Seadetê ya Mezinê me Pêxember

Pêxemberê me yê delal gava li Medîneyê mizgefta xwe da çêkirin, li kêleka mizgeftê du odeyên ji kerpîçan dabûn çêkirin û ser wan bi qurm û çiqilên xurmeyê dabû girtin. Dema Mescîda Şerîf dihat çêkirin, ji bo Aîşe û Sewde (radiyellahû anhûma) her yekê odeyek hat çêkirin. Deriyê odeya Dêya me Hezreta Aîşe ber bi riya ku diçû mizgeftê ve bû. Deriyê odeya ku ji bo Dêya me Hezreta Sewde hat çêkirin jî ber bi deriyê sêyem ê mizgeftê, deriyê Alê Osman ve bû. Gava Pêxemberê me hevserên din anîn, paşê hejmara odeyan zêde bû û bûn neh. Ev jî di navbera odeya Dêya me Hezreta Aîşe û Qibleyê de hatin çêkirin. Hin ji odeyan ji kerpîçan, hin jî ji keviran bûn. Hin ji çiqilên xurmeyê (bi terzê Bexdayê) hatibûn çêkirin, ser wan bi heriyê hatibû seyandin û banê wan jî bi çiqilên xurmeyê hatibû çêkirin. Hesen bin Ebil-Hesen (radiyellahû anhû) dibêje: «Gava ez nûgihîştî bûm, ez ketibûm malên Resûlûllah û min destê xwe dirêjî banê wan kiribû, gihîştibûyê. Banê odeya Resûlûllah tenê tevnekî mûyîn bû ku li ser qurmekî selwî an merxê hatibû kişandin.»

Li gorî ku Îmam Buxarî ragihandiye jî, «deriyê mala Resûlûllah bê xelek bû û bi serê kevan lê dihat xistin». Muhemmed bin Hilal û Etayê Xorasanî jî odeyên hevserên Pêxemberê me dîtine û dane zanîn ku ew ji çiqilên xurmeyê hatibûn çêkirin û li şûna derî perdeyên ji palasê mûyê reş hebûn. Li gorî gotina Dawud bin Qeys, ku li ser dîtinê ye, firehiya her yekê ji odeyan ji derî heta dîwarên kêlekê bi qasî 6–7 zîra’11 (3–3,5 m), kûrahiya wan a hundirîn jî bi texmînî deh zîra’ (4,8 m) bû. (Zîra’ek 48 cm e.)

«Miswak paqijiya dev û razîbûna Rebbê min e» Hedîsa şerîf

Roja ku nivîsa Xelîfe Ebdulmelik a di heqê îstîmlakkirina odeyên hevserên Mezinê me Pêxember û tevlîkirina wan li Mizgeftê de hat û li Medîneyê hat xwendin, gelek kes nekarîbûn hêstirên çavên xwe bigirin; medîneyî wek roja ku Pêxemberê me wefat kiribû giriyabûn.12

Seîd bin Museyyeb jî gotiye: «Wellahî min çiqas dixwest ku ew di halê xwe de bihatana hiştin! Yên ku ji medîneyiyan nû digihîjin û yên ku ji derve tên Medîneyê wê bidîtana ku Resûl eleyhisselam di heyata xwe de bi çi qîma xwe aniye, û însanan rexbet nedida pirbûna mal û pesndayîna bi wê», û bi vî awayî xemgîniya xwe ya di vê meseleyê de eşkere kiriye.

Halên Mezinê me Pêxember ên di hundirê malê de

Hezretê Huseyn vedibêje: «Min ji bavê xwe pirsî ka Mezinê me Pêxember di hundirê malê de bi çi mijûl dibû. Bavê min wiha vegot: Mezinê me Pêxember ji gava ku diket mala xwe pê ve wextê xwe kiribû sê beş: ji bo îbadeta Allah, ji bo karên ehlê malê û ji bo karên xwe yên şexsî. Wextê ku ji şexsê xwe re veqetandibû jî di navbera xwe û însanan de par kiribû. Di wî wextî de ji însanan tenê sehabiyên Wî yên bijarte diketin ba Wî. Meseleyên dînî bi rêya wan teblîxî xelkê dikir, tu tiştê ku eleqeya xelkê pê hebû li ba xwe nedigirt, nedida hev. Adeta Mezinê me Pêxember bû ku wextê aîdî ummeta xwe li xwediyên fezîletê, li gorî dereceyên wan ên bilindiya di dîn de par bike û li gorî wê wan vexwîne huzûra xwe. Ji wan hin xwediyê hacetekê, hin xwediyê du hacetan, hin jî xwediyê bêtir hacetan bûn. Mezinê me Pêxember bi hacetên wan ên dînî mijûl dibû, bersivên lazim dida pirsên wan, paşê jî ferman dikir: “Bila yên ku li vir in van teblîxî yên ku ne li vir in bikin! Haceta wî kesî ku nikare bi xwe bê û haceta xwe erzî min bike, hûn erzî min bikin. Bêguman kî haceta yekî erz bike ku nikare bi xwe erz bike, Allah roja qiyametê lingên wî li ser Siratê sabit dike!”

Li ba Mezinê me Pêxember ji bilî vê tiştek nedihat bibîranîn, nedihat ser zimên. Jixwe Wî bi xwe jî ji tu kesî ji bilî vê qebûl nedikir. Yên ku diketin huzûra Mezinê me Pêxember talibên îlmê bûn ku diketin; gava derdiketin jî bûbûn alimên herî mezin, tama îlmê girtibûn û ji xelkê re bûbûn rênîşander!»

Halên Mezinê me Pêxember ên li derveyî malê

Hezretê Huseyn ji bavê xwe Hezretê Elî halên Mezinê me Pêxember ên li derveyî malê pirsîn. Wî ev jî wiha vegotin:

Mezinê Kaînatê li derve nedipeyivî. Tenê eger peyivîna Wî ji mislimanan re bi feyde bûya, ew nêzîkî hev bikirana, tefriqe û sariya di navbera wan de rakira, dipeyivî. Îkram li kesê xwediyê xesletên bilind ê her qewmî dikir û ew dikir waliyê ser qewmê wî.13 Xelk ji xeraban û ji xerabiyan diparast, bi xwe jî ji ketina wan halan dûr disekinî. Rûyê xwe yê bi ken û xûyê xwe yê xweş ji tu kesî dirêx nedikir.

Eger eshabên xwe nedîtana li wan digeriya, ji eshabên xwe dipirsî ka di nav wan de çi diqewime. Pesnê qenciyê dida û ew xurt dikir; xerabî jî zem dikir û zeîf dikir. Her karê Wî li ser îtîdalê bû, bê îxtîlaf bû. Ji tirsa ku bikevin xefletê, ji hişyarkirina mislimanan paşve nedisekinî. Her halê Wî mutad bû. Di Mezinê me Resûlûllah de ji bo îbadet û taetê îstîdadeke temam hebû. Ne tecawuzî heqê dikir, ne jî di bicihanîna wî de kêmasî dikir. Yên nêzîkî Wî yên herî bixêr ên însanan bûn.

Li ba Wî yê herî bilind ê eshaban ew bû ku şîreta wî herî berfireh bû, yê herî mezin ê bi mertebe jî ew bû ku alîkarî û qenciya wî ji muhtacan re herî xweş bû. Mezinê Kaînatê heta ku Allah bi bîr neaniya ne rûdinişt, ne jî radibû.

Di meclîsê de cihek ji xwe re diyar nedikir, men dikir ku wisa bê kirin. Li ku bûya, gava digihîşt ba cemaeteke rûniştî, nediçû serê meclîsê, li dawiya meclîsê rûdinişt û ferman li mislimanan jî dikir ku wisa bikin.

Para her kesê ku pê re rûdinişt didayê, wisa îkram lê dikir ku her kesî digot qey li ba Resûlûllah ji wî biqîmettir kes tune. Kesê ku pê re rûdinişt an dihat û haceta xwe erz dikir, heta ku vedigeriya û diçû li ber her tiştê wî sebr dikir.14

Gava yekî hacetek, daxwazek jê bikira, ew red nedikir, dida, an jî bi zimanekî şîrîn û nerm vedigerand. Exlaqê Wî yê xweş ewqas fireh bû ku hemû însan digirt nav xwe. Ji wan re bûbû bavekî bi şefqet. Di meseleya heqê de her kes li ba Wî wek hev bû. Meclîsa Mezinê me Pêxember meclîsa îlm, heya, sebr û emanetê bû.

Di meclîsa Wî de ne deng bilind dibûn, ne kesek dihat sûcdarkirin, ne jî kêmasî û xeletiyeke hatî kirin dihat eşkerekirin. Yên ku di meclîsa Mezinê Kaînatê de bûn hevtayên hev bûn û bilindiya wan a li ser hev tenê ji aliyê teqwayê ve bû. Hemû jî dilnizm bûn. Tezîma mezinan dikirin, şefqet û merhemet nîşanî biçûkan didan, xwediyên hewcedariyê di ser yên din re digirtin û dixebitîn ku hewcedariyên wan bi cih bînin, xerîb û biyanî diparastin û li wan xwedî derdiketin. Mezinê me Pêxember her tim rûken û nermxû bû. Rehm û bexşandina Wî pir bû. Ne dilhişk bû. Bi tu kesî re nediket nav gengeşiyê. Qet nediqîriya, gotina xerab nedigot. Tu kes şermezar nedikir. Ne çikûs bû. Çavên xwe ji tiştê ku jê hez nedikir digirt. Yê ku hêvî dikir nedixist bêhêvîtiyê, nerazîbûna xwe ya li ser tiştekî eşkere nedikir.

Mezinê me Resûlûllah ji sê tiştan dûr disekinî:

- Ji gengeşiya bi însanan re,

- Ji pirgotinê,

«Ez gava pala min li tiştekî be xwarinê naxwim» Hedîsa şerîf

- Ji mijûlbûna bi tiştên bêfeyde û pûç.

Însan jî di sê tiştan de di halê wan de dihiştin:

- Tu kes ne li rûyê wî, ne jî li pey wî loma nedikir û şermezar nedikir,

- Li eyb û kêmasiya tu kesî nedigeriya,

- Ji tu kesî re gotinek nedigot ku ji bo wî ne sewab û xêr be.

Gava Mezinê me Pêxember dipeyivî, yên di huzûra Wî de bêdeng û bêliv disekinîn, mîna ku çûk li ser serê wan danîbin; gava gotina xwe diqedand û bêdeng dibû, tiştê ku wê bigota digot, lê li huzûrê qet nediketin nav gengeşî û devjeniyê. Gava yek li ba Mezinê me Pêxember dipeyivî, heta ku axaftina xwe biqedanda yên din bêdeng diman. Li ba Mezinê me Pêxember gotina yê herî dawî û gotina yê herî pêşî bê ferq bû. Eger yên di meclîsê de bi tiştekî bikeniyana, Ew jî bi wan re dikeniya; eger li tiştekî ecêbmayî bimana, bi wan re ecêbmayî dima. Li ber hişkî û dilşikêniya di gotin û pirsên xerîb û biyaniyên ku dihatin huzûra Wî de sebr dikir, da ku eshab jî wisa bikin. Mezinê me Pêxember ferman dikir: «Gava we dît ku xwediyê hewcedariyekê hewcedariya xwe dixwaze, alîkariya wî bikin da ku bigihîje hewcedariya xwe!»

Mezinê me Pêxember pesnê ku li gorî rastiyê nebû qebûl nedikir. Heta ku tecawuzî heqê nekira, gotina tu kesî nedibirî. Gava tecawuzî heqê bikira jî, an ew men dikir û gotina wî dibirî, an jî ji meclîsê radibû û diçû. Bêdengiya Mezinê Kaînatê li ser çar tiştan bû, yanî li ser hilm, hezer, teqdîr û tefekkur. Teqdîra Wî di wê de yekser xuya dibû ku bi çavekî li însanan dinêrî û wek hev guh dida wan. Tefekkura Wî di wê de dihat dîtin ku li ser karên dinya û axretê difikirî.

Hilm û sebr di xwe de civandibûn. Tu tiştê dinyayê Ew hêrs nedikir. Hezer jî; ji vî xûyî çar xeslet di Wî de civiyabûn:

- Ya herî baş digirt da ku li pey wê bên,

- Tiştên kirêt dihiştin da ku xelk xwe ji wan bide paş,

- Raya xwe di tiştên ku ji ummeta Wî re bi feyde ne de xerc dikir,

- Himmeta xwe li ser wan tiştan dicivand ku seadeta dinya û axretê ya ummeta Wî pêk bînin.

Qet çênedibû ku Mezinê Kaînatê ji bo tiştekî bibêje «Na!» Gava tiştekî ku dixwest bike jê bihata xwestin, ferman dikir: «Dibe!»; gava tiştekî ku nedixwest bike jê bihata xwestin, bêdeng dima û ji vê bêdengiyê dihat fêmkirin ku naxwaze wî bike. Ji bo seadeta dinya û axretê ya her kesî dixebitî. Di xezweyekê de gava jê hat xwestin ku ji bo tunebûna kafiran dua bike, ferman kir:

«Ez ne ji bo lanetkirinê, ne ji bo ku însan ezabê bikişînin hatime şandin. Ez ji bo qencîkirina bi her kesî, ji bo ku însan bigihîjin huzûrê hatime şandin.»

Ayeta sed û heftan a Sûreyê Enbiya bi meala xwe ya şerîf wiha ferman dike: «Me tu ji aleman re ji bo rehmet û qenciyê şandî.» Loma ji bo qenciya her kesî dixebitî. Li gorî ku Enes bin Malik ragihandiye, Mezinê me Pêxember gava rastî yekî dihat musafehe15 dikir; heta wî kesî destê xwe nekişanda, Mezinê me Pêxember jî destê xwe nedikişand, heta wî kesî rûyê xwe nezivirandaya, Mezinê me Pêxember jî rûyê xwe jê nedizivirand.

Dîsa Hezretê Enes bin Malik vedibêje: «Me ji Mezinê me pirsî: “Ya Resûlellah! Ma hin ji me li ber hinan xwe bitewînin?” Ferman kir: “Na!” Me pirsî: “Ma hin ji me hinan hembêz bikin?” Ferman kir: “Na! Lê musafehe bikin!”»16

Hezretê Bera bin Azib vegot: «Mezinê me Pêxember ferman kir: “Eger du misliman rastî hev bên û musafehe bikin, hîn ji hev neqetiyane tên mexfîretkirin!”»

Mezinê Kaînatê her tim di fikran de bû. Bêdengiya Wî ji axaftinê dirêjtir dikişand. Resûlûllah bê luzûm nedipeyivî. Dema dest bi gotinê dikir jî, dema gotin diqedand jî navê Allah bi bîr dianî.

Gava dipeyivî bi kelîmeyên kurt û bi kakil dipeyivî. Gotinên Resûlûllah her tim rast û di cih de bûn. Resûlûllah gava dipeyivî ne gotineke zêde, ne jî gotineke kêm bi kar dianî. Dilê tu kesî nedişikand, tu kes biçûk nedidît.

Mezinê me Resûlûllah ji bo dinyayê, ji bo karên dinyayê hêrs nedibû. Lê gava dihat xwestin ku heqek bê pêpeskirin, heta ku ew heq nestanda tu tiştî nedikarî pêşî li hêrsa Wî bigire.

Ji bo şexsê xwe qet hêrs nedibû û tol nedistand. Gava wê îşaret bi tiştekî bikira, ne bi tiliya xwe, bi tevahiya destê xwe îşaret dikir. Gava ecêbmayî dima, rewşa destê xwe berevajî dikir; yanî eger kefa destê Wî ber bi ezmên ve bûya ber bi erdê ve, eger ber bi erdê ve bûya ber bi ezmên ve dizivirand. Gava dipeyivî destê xwe dilivand, kefa destê xwe yê rastê yê mubarek li aliyê hundir ê tiliya mezin a destê çepê dixist. Gava hêrs dibû yekser dev ji hêrsê berdida û hêrsa xwe nedida der. Gava kêfxweş û fereh dibû çavên xwe yên mubarek digirtin. Kena Wî ya herî zêde bişirîn bû. Gava dibişirî jî diranên mubarek ên di devê Wî yê mubarek de wek libên mirariyan xuya dikirin.17

Hez dikir ku di karên xweş de aliyê rastê bide pêş.
Ji bo destnimêjê be an lixwekirinê, lez dikir ew kana keremê.
Li ser kêleka xwe ya rastê dirêj dibû, rûyê Wî li Qibleyê.
Di her nefesê de li xeybê temaşe dikir ew kana keremê.

«Eger du misliman rastî hev bên, silavê bidin hev û musafehe bikin, hîn ji hev neqetiyane tên mexfîretkirin!» Hedîsa şerîf

Nivîna Wî sextiyan bû, hundirê wê lîf, balgiyê Wî jî wisa;
Bi şev ku dirêj dibû kêm radiza ew kana keremê ya hişyar.
Çavên Wî radizan, dilê Wî qet ranediza, bi Dostê xwe re bû.
Ji ezel ve heyranê husna Wî bûbû ew kana keremê.

Razan û xewa Mezinê me Pêxember

Mezinê me Pêxember gava dixwest di nivîna xwe de razê, li ser kêleka xwe ya rastê ya mubarek dirêj dibû, destê xwe yê rastê yê mubarek dida bin dêmê xwe yê rastê yê mubarek, paşê jî wiha dua dikir: «Allahê min! Min xwe teslîmî Te kir. Min rûyê xwe da Te. Min karê xwe spart Te. Min pişta xwe da Te. Ez ji ezabê Te ditirsim û hêviya rehmeta Te dikim. Ji bilî rehmeta Te cihek tune ku mirov xwe bispêrê, ji bilî ezabê Te tiştek tune ku mirov xwe jê biparêze.

Tenê mirov xwe dispêre rehmeta Te û tenê bi rehmeta Te xelas dibe. Min bi kitêba Te ya ku Te nazil kiriye û bi Pêxemberê Te yê ku Te şandiye îman anî.

Ey Rebbê min! Min kêleka xwe bi navê Te danî erdê. Eger Tu rûhê min bigirî û bernedî, bi rehmeta xwe muameleyê pê re bike! Eger Tu wî berdî, çawa ku Tu evdên xwe yên salih diparêzî, wî jî biparêze!

Allahê min! Ez bi navê Te dimirim û bi navê Te vedijîm. Ey Allahê min ê ku me dide xwarin û vexwarin, her hewcedariya me bi cih tîne, me dihewîne û diparêze! Ez bêhed û bêhesab hemdê Te dikim. Gelek kes hene ku ne yên hewcedariyên wan bi cih tînin hene, ne jî yên wan dihewînin! Allahê min! Roja ku Tu evdên xwe li huzûra xwe dicivînî, min ji ezabê xwe biparêze! Allahê min! Ewwel Tu yî! Tu tişt tune ku berî Te be! Axir Tu yî! Tu tişt tune ku piştî Te be! Zahir Tu yî! Ji bilî Te tu tişt tune!»

Gava ji xewê hişyar dibû ferman dikir: «Ji bilî Te tu îlah tune, tenê Tu heyî! Ez Te tesbîh û tenzîh dikim. Allahê min! Ez mexfîreta gunehên xwe û rehmeta Te dixwazim.

Hemd ji Allah re be ku em piştî mirinê vejandin. Roja qiyametê jî em ê li Wî vegerin.»18 Piştî vê gotinê wiha dua dikir: «Allahê min! Îlmê min zêde bike! Piştî ku Te riya rast nîşanî min da, dilê min neşemitîne! Ji huzûra xwe ya bilind rehmetekê jî îhsanî min bike! Çimkî yê ku mexfîreta wî herî zêde ye Tu yî!» Hezretê Bera bin Azib vedibêje: «Mezinê Kaînatê ji min re ferman kir:

“Gava tu çûyî cihê razana xwe, çawa ku tu ji bo nimêjê destnimêj digirî, destnimêj bigire! Paşê li ser kêleka xwe ya rastê dirêj bibe û paşê bibêje: «Allahê min! Min xwe teslîmî Te kir. Min rûyê xwe da Te. Min pişta xwe da Te. Ez ji ezabê Te ditirsim û hêviya rehmeta Te dikim. Ji Te, ji bilî rehmeta Te cihek tune ku mirov xwe bispêrê, ji ezabê Te cihek tune ku mirov xwe lê biparêze! Tenê mirov xwe dispêre rehmeta Te û tenê bi rehmeta Te xelas dibe. Min bi kitêba Te ya ku Te nazil kiriye û bi Pêxemberê Te yê ku Te şandiye îman anî!» Eger tu wê şevê bimirî, tu li ser fitreta Îslamê dimirî. Kî vê bibêje û wê şevê jî bimire, li ser fitreta Îslamê dimire!”»

Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Yek ji we gava bi şev ji nivîna xwe rabe û dîsa vegere ku tê de razê, bila sê caran wê daweşîne. Çimkî nizane piştî wî çi çêbûye, çi hatiye û li ser nivînê cih girtiye.» Ebdullah bin Tixfe (radiyellahû anhû), ku ji Eshabê Suffeyê ye, vedibêje: «Ez wextê seherê li Mizgeftê li ser zikê xwe, yanî deverû razabûm, yekî bi lingê xwe dest da min.

“Ev kî ye?” pirsî.

Min got: “Ez Ebdullah bin Tixfe me.”

Min dît ku Mezinê Kaînatê ye! Min yekser xwe da hev.

Ferman kir: “Ev razaneke wisa ye ku Allahê mezin herî zêde jê hez nake!”»19 Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) bê destnimêj pê li erdê nedikir.

Nehatiye dîtin ku Mezinê me Resûlûllah çûbe destavê û destnimêj negirtibe.

Meşa Mezinê me Pêxember

Hezretê Hind bin Ebî Hale wiha vedibêje: «Mezinê Kaînatê gava dimeşiya lingên xwe bi xurtî ji erdê radikirin, li herdu aliyên xwe nedihejiya, gavên xwe fireh diavêtin, mîna yekî ku ji cihekî bilind dadikeve ber bi pêşiya xwe ve ditewiya, bi weqar û sukûnet, rihet dimeşiya.

Li aliyê ku dixwest lê binêre bi temamî dizivirî û dinêrî. Bê ser û ber li dora xwe nedinêrî.

Nêrîna Wî ya li erdê ji nêrîna li ezmên dirêjtir bû.

Nêrîna li erdê jî bi kujê çav bû. Di meşê de li pey sehabiyên xwe dimeşiya.

Gava rastî yekî dihat, pêşî Wî bi xwe silav dida.»

Hezretê Ebû Hureyre jî wiha vedibêje: «Min di meşê de ji Mezinê Kaînatê bileztir kesek nedîtiye. Gava dimeşiya, te digot qey erd di bin lingê Wî de tê pêçan! Me ji bo ku em xwe bigihînin Wî gelek zor dida xwe. Lê Mezinê Kaînatê di meşê de qet zor nedida xwe.»20

Rûniştina Mezinê me Pêxember

Pirî caran li ser çokan rûdinişt. Hatiye dîtin ku bi awayê qurfusa jî, yanî çokên xwe radikirin û milên xwe li dora wan dipêçan, rûniştiye.21 Tu carî lingên xwe ber bi yên di meclîsa xwe de dirêj nedikirin. Bi piranî berê xwe dida qibleyê û wisa rûdinişt. Pirî caran ebayê li ser pişta xwe li bin mêvanên ku dihatin ba Wî radixist û ew li ser didan rûniştandin. Carinan jî mînderê xwe dida mêvanên xwe. Henzele bin Hizyem vegotiye: «Gava ez çûm ba Mezinê me Pêxember, min dît ku çarmêrkî rûniştiye.» Cabir bin Semure jî daye zanîn ku Mezinê me Pêxember gava nimêja sibehê dikir, heta roj derdiket li cihê nimêja xwe çarmêrkî rûdinişt.

«Bi exlaqê Allah teala exlaqdar bibin!» Hedîsa şerîf

Şerîd bin Suweyd dibêje: «Mezinê me Pêxember seriyek dabû min. Di wê gavê de min destê xwe yê çepê dabû pişt xwe û li ser nîvê kefa destê xwe pal dabû, wisa rûniştibûm. Mezinê Kaînatê ferman kir: “Ma tu bi rûniştina yên ku xezeb li wan hatiye (cihûyan) rûdinî?”» Ebû Cuheyfe vedibêje: «Mezinê me Pêxember ferman kir: “Ez gava pala min li tiştekî be xwarinê naxwim.”»22

Çarmêrkî rûdinişt, an li ser çokan, an jî çokek radikir;
Bi eşkere û bi dizî tijî adab bû ew kana keremê.
Bi sê tiliyên xwe dixwar û bi lezzet ew dialastin;
Ava hênik di sê nefesan de vedixwar ew kana keremê.
Ji hingiv û helawê hez dikir, ji kundir, sihik û tirîdê jî, lê
Ji nanê cehî têr nexwaribû ew kana keremê.
Carinan ji birçîbûnê kevir bi zikê xwe yê mubarek ve girêdida;
Ferman dikir: «Bila dilê min nelerize» ew kana keremê.
Li Mala Seadetê bi mehan agir pê nediket;
Bi qenaet xurme û hinar dixwar ew kana keremê.

Xwarin û vexwarina Mezinê me Pêxember

Mezinê me Pêxember ferman kir:

«Bereketa xwarinê di wê de ye ku mirov berî xwarinê destnimêj bigire û piştî xwarinê jî destên xwe bişo!»23

«Kî bêyî ku bêhn û qirêja goşt û rûn ji destê xwe bişo razê û tiştek bê serê wî, bila ji bilî xwe kesî sûcdar neke!» «Bereketa xwarinê di nîvê wê de ye! Yek ji we gava xwarinê bixwe, bila ne ji nîvê firaxê, ji kêleka wê bixwe. Çimkî bereket dadikeve nîvê wê.» Dêya me Hezreta Aîşe radigihîne: «Mezinê Kaînatê ferman kir: “Yek ji we gava wê xwarinê bixwe, bila bibêje «Bismillahirrehmanirrehîm», navê Allahê mezin bi bîr bîne. Eger ji bîr bike ku berî destpêkirina xwarinê vê bibêje, bila bibêje: «Ji bo serî û dawiya xwarinê Bismillahirrehmanirrehîm.»”»24

Li gorî ku Umeyye bin Mexşî ragihandiye, zilamek bêyî ku Besmeleyê bibêje xwarin dixwar.

Mezinê me Pêxember fêm kiribû ku wî Besmele negotiye û ferman kiribû: «Ji bo serî û dawiya xwarinê bibêje Bismillahirrehmanirrehîm!» Gava wî kesî jî got «Bismillahirrehmanirrehîm», Mezinê me Pêxember bişirî û ferman kir: «Şeytan bi te re xwarina xwe didomand. Gava te navê Allahê mezin bi bîr anî, şeytan tiştek di zikê xwe de nehişt û vereşiya!»

Li gorî ku Hezretê Ebdullah bin Umer ragihandiye, Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Yek ji we gava xwarinê bixwe, bila bi destê xwe yê rastê bixwe. Gava tiştekî vexwe jî, dîsa bila bi destê xwe yê rastê vexwe. Çimkî şeytan bi destê xwe yê çepê dixwe û bi destê xwe yê çepê vedixwe!»25

Seleme bin Ekwa ji bavê xwe wiha ragihandiye: Mezinê me Pêxember dît ku zilamekî ji qebîleya Eşca, ku jê re Busr bin Raiyul-Îr dihat gotin, li ba Wî bi destê çepê xwarinê dixwe; jê re ferman kir: «Bi destê xwe yê rastê bixwe!» Zilam derew kir û got: «Hêza min têrê nake, ez nikarim bi destê rastê bixwim!» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Bila hêza te têrê neke! Tenê kibr û xurûra wî nahêle ku bi destê rastê bixwe!» Ji wê pê ve ew zilam êdî nikaribû destê xwe bibe ber devê xwe!26 Mezinê me Pêxember ferman dikir: «Allah teala yê ku Ezîz û Celîl e, bêguman ji wî evdê xwe razî dibe ku tiştekî xwarinê dixwe an tiştekî vexwarinê vedixwe û ji ber vê yekê hemdê Wî dike!»

Mezinê me Pêxember li ser axê rûdinişt, xwarina xwe jî li erdê dixwar. Ferman dikir: «Evd çawa rûdine, ez wisa rûdinim; evd çawa dixwe, ez wisa dixwim. Ez tenê evdek im! Kesê ku rû ji sunneta min bizivirîne, ne ji min e!»27

Umer bin Ebî Seleme dibêje: «Ez zarokek bûm ku di bin terbiyeya Mezinê Kaînatê de bûm. Dema min xwarin dixwar, destê min di nav firaxa xwarinê de digeriya. Mezinê Kaînatê ji min re ferman kir: “Lawo! Besmele bibêje. Bi destê xwe yê rastê bixwe! Ji ber xwe bixwe!”28 Ji wê pê ve min her wisa xwar.» Mezinê me Pêxember tu xwarin kêm nedîtiye, eyb li tu xwarinê negirtiye. Tu nîmet ne ji ber ku jê hez dikir pesnê wê dida, ne jî ji ber ku jê hez nedikir eyb lê digirt. Eger xwarinek bixwesta, dixwar; eger nexwesta, dev jê berdida û bêdeng dima. Hurmeta nîmeta herî biçûk jî digirt, eyb li tu nîmetê nedigirt. Mezinê me Resûlûllah nedigot «vê bikin, wê bikin». Çi hebûya, ew dixwar. Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: Mezinê me Pêxember dihat ba min û dipirsî: «Li ba te tiştekî xwarinê heye?» Min digot: «Na!» Hingê ferman dikir: «Naxwe ez bi rojî me!»29 Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: «Ji roja ku Mezinê me Pêxember hat Medîneyê heta wefata Wî, ehlê malê sê şevan li pey hev zikê xwe bi nanê genimî têr nekiriye.30 Piraniya caran xwarina wan nanê cehî û xurme bû, ew jî ne pir bûn. Di rojekê de du cure xwarin di zikê Mezinê me Pêxember de negihîştine hev; gava zikê xwe yê mubarek bi xurmeyan têr kiriye, bi nan têr nekiriye, gava bi nan têr kiriye jî, bi xurmeyan têr nekiriye. Va ye, tiştê ku min digirîne jî ev e.»31

Mezinê me Pêxember ji helaw û hingiv, ji tirîta nan, ji tirîta xurmeyê û ji xwarinên sebzeyan hez dikir. Gava şîr dianîn û didan ber Mezinê me, ferman dikir: «Di şîr de du bereket hene.»32

«Gava yek ji we xwarinê bixwe, bila bi destê xwe yê rastê bixwe. Gava tiştekî vexwe jî, dîsa bila bi destê xwe yê rastê vexwe. Çimkî şeytan bi destê çepê dixwe û bi destê çepê vedixwe!» Hedîsa şerîf

Ebdullah bin Ebbas vedibêje: «Ez, Xalid bin Welîd û Mezinê Kaînatê bi hev re çûn mala xaltiya min Meymûne bint Haris. Xaltiya min pirsî: “Ez şîr deynim ber we?”

Mezinê Kaînatê ferman kir: “Belê!” Xaltiya min çû, firaxek şîr anî. Mezinê Kaînatê girt û jê vexwar. Ez li milê rastê yê Mezinê Kaînatê bûm, Xalid bin Welîd li milê çepê bû. Mezinê me Resûlûllah şîrê mayî da min û ferman kir: “Tu vexwe. Eger bixwazî, Xalid di ser xwe re bigire û bide wî.”

Gava min erz kir: “Di vexwarina bermayiya te de ez tu carî tu kesî di ser xwe re nagirim”, Mezinê me Resûlûllah ferman kir:

“Kesê ku Allah teala xwarinek pê daye xwarin, bila bibêje: (Allahumme barik lena fîhî we et’imna xeyren minhu / Allahê min! Tu di vê xwarinê de ji bo me bereketê îhsan bike! Ya ji vê bixêrtir jî bi me bide xwarin)!

Kesê ku Allah teala şîr pê daye vexwarin jî, bila bibêje: (Allahumme barik lena fîhî we zidna minhu / Allahê min! Tu di vî şîrî de ji bo me bereketê îhsan bike û îhsana xwe ya ji wî ji bo me zêde bike)! Çimkî ji şîr pê ve tu tişt cihê xwarin û vexwarinê nagire.”»33

Mislimanên Medîneyê gava berê pêşî yê xurmeyên xwe, nûbara wan didîtin, ew dianîn ji Mezinê me Pêxember re. Mezinê me Resûlûllah jî ew digirt destê xwe, duaya bereketê dikir, paşê gazî zarokê herî biçûk ê ku didît dikir û dida wî. Ferman dikir: «Maleke ku xurme tê de tune be, ehlê wê malê birçî ye.» Mezinê me Pêxember hez dikir xwarina ku di binê firaxê de maye bixwe. Ferman dikir: «Kî di teyfikekê, di firaxekê de xwarinê bixwe û paşê wê paqij bimale, ew firax ji bo wî îstîxfar dike!» Herwiha tê ragihandin ku Mezinê me Pêxember wiha jî ferman kiriye: «Ey Ebû Zer! Gava tu goşt dipêjî, ava wî zêde bike, li cîranên xwe jî bifikire û ji wê para wan bide.»34

«Kesê ku cîranê wî birçî be û ew zikê xwe têr bike, ne muminekî kamil e!»

«Ji Allah re îbadetê bikin! Xwarinê bidin! Selamê belav bikin, da ku hûn bikevin Cennetan!»35

«Xwarina yek kesî têra du kesan dike. Xwarina sê kesan têra çar kesan dike. Xwarina çar kesan têra heşt kesan dike!»36

Hezreta Esma bint Ebî Bekr wiha vegot: Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) şîret dikir ku xwarina pijiyayî heta kel û dûmana wê derbas bibe girtî bimîne û ferman dikir: «Ew bereketa herî mezin e!» Di fetha Mekkeyê de Mezinê me Resûlûllah çûbû mala Hezreta Ummu Hanî, keça apê xwe Ebû Talib. Jê pirsî: «Li ba we tiştekî xwarinê heye?» Hezreta Ummu Hanî got: «Na! Tenê hûrikên nanê hişkbûyî û sirke hene! Lê ez şerm dikim wan deynim ber te!» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Wan bîne. Di nav avê de hûr bike. Xwê jî bîne!» Sirke bi ser de kir, xwar, paşê şukrê Allahê mezin kir û ferman kir: «Ey Ummu Hanî! Sirke çi pêxwarineke xweş e! Maleke ku sirke tê de hebe, ji pêxwarinê bêpar nayê hesibandin!»37 Nan bê pêxwarin, an bi xurmeyê, bi sirkeyê, bi fêkî, bi şorbeyê dixwar, an jî dikir nav zeyta zeytûnê û dixwar. Goştê mirîşk, kêvroşk, deve, xezal û masiyan, pastirme û penîr jî dixwar. Ji goştê pîl hez dikir. Bi destên xwe digirt, gez dikir û dixwar. (Bi kêrê birîn û xwarin jî caiz e.) Piraniya caran şîr an xurme dixwar. Ji xwarinan ji goştê mî, ava goşt, kundir, şîranî, hingiv, xurme, şîr, qeymax, zebeş, gindor, tirî û xiyar hez dikir.38 Av hêdî hêdî, bi «Besmele» dest pê dikir û bi sê qurtan vedixwar; di dawiyê de digot «Elhemdulillah» û dua dikir. Mezinê me Pêxember ji ava şîrîn a ku ji Buyûtus-Suqyayê dianîn vedixwar. Ava Buyûtus-Suqyayê du roj rê ji Medîneyê dûr bû.39 Gava jê pirsî: «Ji vexwarinan kîjan bitamtir e?», Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Ava şîrîn û hênik e!»40

Mezinê me Pêxember ferman dikir: «Gava yek ji we tiştekî vedixwe, bila bêhna xwe bernede nav firaxê!» Çawa ku bêhnberdana nav tiştên xwarin û vexwarinê qedexe dikir, xwarin û vexwarina di firaxên zêr û zîv de jî qedexe dikir. Mezinê me Pêxember dema av vedixwar, qedehek av bi du-sê bêhnan vedixwar û ferman dikir: «Ev bikêrtir e û tîbûnê çêtir dişkîne.» Û: «Gava yek ji we tiştekî vexwe, bila bi yek bêhnê venexwe.» Û: «Wek deveyan bi yek bêhnê venexwin! Bi du an sê bêhnan vexwin! Gava hûn vexwin bibêjin “Bismillah!”, gava hûn devê xwe ji firaxa avê radikin jî bibêjin “Elhemdulillah!”»41

Hezretê Newfel bin Muawiye vedibêje: «Mezinê Kaînatê dema tiştek vedixwar, sê caran bêhn distend. Di serî de navê Allahê mezin dianî, digot “Bismillahirrehmanirrehîm”, di dawiyê de jî digot “Elhemdulillah” û hemd dikir.»42

Li gorî ku Ebû Umameyê Bahilî ragihandiye, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Gava Rebbê min ê Ezîz û Celîl teklîfî min kir ku “newala Mekkeyê bike zêr”, min jî got: “Na, ya Reb! Bila ez rojekê têr bim, rojekê jî birçî bim. Gava ez birçî bim, ez ê li ber Te bigerim û Te zikr bikim. Gava ez têr bim jî, ez ê hemdê Te bikim, şukrê Te bikim.”»43

Hînbûna îlmê xwarin û vexwarinê berî hînbûna îlmê îbadetê tê. Destşûştina berî xwarinê û piştî xwarinê, xwarina bi destê rastê û vexwarina bi destê rastê adeta Resûlûllah bû. Berî xwarinê pêşî ciwan destên xwe dişon, piştî xwarinê pêşî kal.44 Xwarina ji kêleka teyfikê, xwarina ji ber xwe, çikandina lingê rastê û rûniştina li ser lingê çepê sunneta Resûlûllah e. Divê mirov tiştê pir germ ne bixwe, ne jî bêhn bike.

«Kesê ku cîranê wî birçî be û ew zikê xwe têr bike, ne muminekî kamil e!» Hedîsa şerîf

Mezinê me Pêxember munasib nedidît ku mirov li ser xwarinê qet nepeyive. Ev adeta agirperestan e. Divê mirov bi kêfxweşî bipeyive.

Destpêkirin û qedandina bi xwê sunneta Resûlûllah e û şîfa ye. Yek ji bîd’etên ku di Îslamiyetê de pêşî derketine, xwarina heta têrbûnê ye. Her roj goşt xwarin dil teng dike. Melaîket jê hez nakin. Kêm xwarina goşt jî exlaq xera dike. Xwarina li ser sifreyê, yanî li ser raxistinekê, û raxistina wê li erdê xweş e. Sifre ji çerm bû. Xwarina nebatî pir baş e. Sifreya ku xwarina nebatî li ser tune be şibandine kalekî bêaqil.

Îmam Ce’ferê Sadiq wiha ferman kiriye: «Kesê ku dixwaze mal û ewladê wî pir bin, bila gelek xwarina nebatî bixwe!» Divê mirov pêşî li ser sifreyê rûne, xwarin paşê bê anîn.

Pêxemberê me ferman kir: «Ez evd im. Wek evdan li erdê rûdinim û dixwim.»45

Divê mirov heta birçî nebe nexwe, berî ku têr bibe rabe [pir nexwe], heta tiştekî ku mirov pê ecêbmayî bimîne tune be nekene. Mezinê me Pêxember ferman dikir: «Serê qenciyan birçîbûn e. Serê xerabiyan têrbûn e.» Birçîbûn çi qas zêde be, tama xwarinê ew qas zêde dibe. Têrbûn jibîrkirinê tîne. Dil kor dike, wek vexwarinên alkolî xwînê xera dike. Birçîbûn aqil paqij dike, dil dibiriqîne. Divê mirov bi fasiqan, bi kesên xerab re nexwe û venexwe. Xwarinên kelandî divê girtî bên sarkirin.

Mezinê me Resûlûllah ferman dikir: «Bi destê rastê bixwin. Bi destê rastê vexwin.» Xwarina bi sê tiliyan sunnet e. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Elî! Xwarinê bi sê tiliyên xwe bixwe, çimkî şeytan bi du tiliyên xwe dixwe.» Pêxemberê me nan bi destê xwe yê rastê digirt, paşê zebeş bi destê xwe yê çepê dixwar. Divê nan ne bi destekî, bi herdu destan bê jêkirin.46 Divê parî biçûk be û baş bê cûtin. Mirov li rast, li çep û li hewayê nenêre, li pariyê xwe û li ber xwe binêre. Devê xwe zêde veneke. Li ser sifreyê destê xwe li cilên xwe, li serê xwe nede. Gava bikuxe an bibêhnije, serê xwe bi paş ve bizivirîne. Ku mirov ji bo sifreyekê nehatibe vexwendin, li ser wê rûnene. Li ser sifreyê ji her kesî zêdetir nexwe. Gava zikê wî têr bû, dua bike ku vê têrbûnê di gunehkirinê de bi kar neyne. Li hesabê wê yê roja qiyametê bifikire. Bi niyeta ku ji bo îbadetê bi hêz bibe bixwe. Birçî be jî hêdî hêdî bixwe. Divê pêşî mezin dest pê bikin. Ji sê caran zêdetir nebêje «bixwe» û kesî aciz neke. Mezinê me Resûlûllah kêm dixwar û gelek li ser wê disekinî ku mirov pir nexwe. Ferman dikir: «Dilê însan wek çandiniya li zeviyê ye. Xwarin wek baranê ye. Çawa ku ava zêde çandiniyê hişk dike, xwarina zêde jî dil dikuje. Allah teala ji yê ku pir dixwe û pir vedixwe hez nake.»

Resûlûllah şîret dikir ku sisêyeka mîdeyê ji xwarinan re, sisêyeka wê ji vexwarinan re bê veqetandin. Ku sisêyeka mayî para hewayê be, yanî vala be, dereceya herî jêr e. Dereceya herî baş kêm xwarin û kêm razan e. Pir xwarin serê nexweşiyan e, kêm xwarin serê dermanan e. Divê mêvan ji xwediyê malê ji xwê û nan pê ve li benda tiştekî nebe. Xwediyê malê divê pariyan dirêjî mêvan bike. Avê bi ser destên wî de bike. Tiştê ku mêvan jê hez dike bide devê wî. Tiştê ku ji destê mêvan li cihekî paqij ketiye, hilde û bide wî. Eger qirêj bûbe, ji pisîkê û heywanên din re bihêle. Bereketa maleke wiha zêde dibe. Heta digihîje neviyan jî. Eger tiştên ku dikevin erdê neyên berhevkirin, şeytan dixwe.

Paqij malîn û xwarina tiştê ku di firaxê de maye sunnet e. Eger mirov avê bike ser bermayiya tiştên wek xoşav û dew, bihejîne û vexwe, pir sewab e. Hiştina bermayiyê di teyfik û qedehê de caiz e. Resûlûllah hez dikir ku bermayiya mumin bixwe.

Piştî xwarinê paqijkirina diranan bi miswak û bi darikê diranan sunneta Resûlûllah e. Paqijî ye. Paqijî îmanê xurt dike. Piştî xwarinê ji xwediyê malê re bi bereket, rehmet û mexfîretê dua tê kirin. Paşê destûra çûnê tê xwestin. Dawetî xwarinê tê kirin.

Li ser xwarinê divê mirov tiştên bitirs û kirêt nebêje. Behsa mirin û nexweşiyê neke. Li xwarinên ku tên ser sifreyê nenêre. Berî ku pariyekî daqurtîne, yê duyem negire destê xwe. Di nava xwarinê de ji bo tiştekî, heta ji bo nimêjê jî, ji ser sifreyê ranebe. Divê nimêjê berê bike. Eger xwarinên amadekirî wê sar bibin an xera bibin û wextê nimêjê têra wê bike ku piştî xwarinê bê kirin, divê berî nimêjê bixwe. Piştî ku xwarin hat rakirin, ji ser sifreyê rabe. Li ser rê, li ser piyan, di meşê de nexwe. Gava bêhna goşt, bêhna xwarinê bi dev û destê wî ve be, ranekeve. Destên zarokan jî bişo. Bi zikê têr ranekeve. Madeyên xwarinê bi qasî hewcedariyê, bi pîvan bikire; bê pîvan, pir nekire. Dibe îsraf. Firaxên xwarin û vexwarinê divê bi derxûn bin. Ji çem, ji hewzê xwe netewîne û bi dev venexwe. Ji devê misîn û cêr jî venexwe. Ji cihê şikestî yê fîncan û qedehê venexwe. Havînê divê hênik vexwe. Resûlûllah hez dikir şerbeta hênik vexwe. Zemzem li ser piyan dikare bê vexwarin. Gotine ku rêwî dikare her avê li ser piyan vexwe. Bi zikê birçî av venexwe. Avê hêdî hêdî, bi mijandin vexwe. Mezinê me Resûlûllah ji xwarina keşkekê hez dikir. Pijandina herîseyê, yanî keşkekê, Cebraîl eleyhisselam hînî Mezinê me Pêxember kir. Herîse mirov pir bi hêz dike. Hemû pêxemberan nanê cehî xwariye. Resûlûllah ji şîraniya kundir û şorbeya nîskan, ji goştê nêçîrê û goştê mî hez dikir. Ji aliyê pîl, sîng û navmilê mî hez dikir. Ji goştê navmilê karikê pir hez dikir. Goştê karikê bi hêsanî tê hezmkirin. Ji bo her kesî munasib e.47

«Serê qenciyan birçîbûn e. Serê xerabiyan têrbûn e» Hedîsa şerîf

Goştê heywanê nêr ji yê mê, goştê esmer jî ji yê spî hêsantir tê hezmkirin. Ji aliyê hêsaniya hezmê û tamê ve goştê mî û şîrê çêlekê çêtir in.

Ji goştên nêçîrê yê herî baş goştê pezkûvî ye. Goştê kêvroşkê helal e. Pêxemberê me xwariye. Mîzê zêde dike, zêdeya wî bêxewiyê çêdike. Ji bo her kesî munasib e. Goştê çûk û varikan ji bo her kesî baş e. Ji heywanên pînê yê ku goştê wî herî baş e mirîşk e.

Pêxemberê me ferman kir: «Sirke çi xwarineke xweş e.» Sirke xwarina herî bifeyde ye. Xurme jî xwarin e. Yanî bi nan tê xwarin. Tirî hem xwarin e, hem jî fêkî ye. Xwarina tirî bi nan sunnet e. Xwarina xurmeyê tek sunnet e. Xwarina mewîj, gûz û behîvan sunnet e. Di hingiv de şîfa heye. Heftê pêxemberan ji bo hingiv duaya bereketê kiriye. Mezinê me Resûlûllah ji xurmeyê pir hez dikir. Xurme bi gindor û zebeş re dixwar. Gindor û zebeş gurçikan paqij dikin, serêşê radikin. Kurmikan dadixin. Hêzê didin çavan. Dema mirov pîlav dixwe divê selewata şerîf bixwîne. Mezinê me Pêxember pesnê xwarina baqleyê ya bi qalikê wê da. Ferman kir: «Hebbetus-sewda, yanî reşreşk, ji derdan re derman e.» Xwarina gûzê bi penîr şîfa ye. Xwarina van bi tena serê xwe zirar e. Divê bi tiştekî re bên xwarin. Mezinê me gûşiyê tirî digirt destê xwe yê çepê, tirî bi destê rastê dixwar.48 Bih tengiyê ji dil radike. Di her gindor, zebeş û hinarekê de dilopek ava Cennetê heye. Divê mirov hinarekê bi tenê bixwe, dilopeke wê jî beredayî neçe. Hinar ji bo dilkutanê baş e. Mîdeyê xurt dike. Eger bi goştê xwe re bê guvaştin û vexwarin, safrayê derdixe, qebizbûnê radike. Hêjîr dil fereh dike. Qulincê, êşên endamên hezmê radike.

Xwarina xiyarê kesk bi xwê, xwarina gûzê bi xurmeyê û bi hingiv sunneta Resûlûllah e.49 Pêxemberê me pesnê bacanê reş da û ferman kir: «Bi zeyta zeytûnê çêkin.»

Pesnê pêrpînê jî da. Kerefs jibîrkirinê radike. Mîzê zêde dike. Xwîn û şîr çêdike. Kezebê paqij dike. Herşef, yanî enginar, kevirê safrayê dihelîne, xwînê paqij dike, ji bo hişkbûna damaran baş e. Bêhna xwêdanê jî radike. Ji bo sihetê baş e ku kesê tê welatekî pêşî hinek pîvaza xav bixwe. Pîvaz hêza berxwedana li hember mîkroban zêde dike. Eger piştî pîvazê kerefs bê xwarin, bêhna wê ya xerab radike. Gotine ku bi xwarina giyayê sedefê jî bêhna wê diçe. Di xwarina dawî ya ku Resûlûllah xwar de pîvaz hebû. Ferman dikir: «Pîvaz û sîr pijandî bixwin.» Melaîket ji bêhna van aciz dibin. Tivir mîzê zêde dike. Hezmê hêsan dike.

Rih û porê Mezinê me Pêxember ên mubarek

Porê mubarek û mûyên rihê Mezinê me Pêxember ne pir lûl, ne jî pir rast bûn; ji afirandinê de pêlpêlî bûn. Porê Wî yê mubarek dirêj bû. Di pêşiyê de kakul berdida, paşê êdî ew dikir du alî. Porê xwe yê mubarek carinan dirêj dikir, carinan jî dibirî û kurt dikir.

Gava derbarê wesfê porê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah de ji Hezretê Enes bin Malik pirsî: «Porê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah çawa bû?», bersiv da: «Ne pir lûl bû, ne jî pir rast bû. Di navbera herduyan de, di dereceya navîn de bû. Bi dirêjî û kurtiya xwe di nîvê navbera guhan û serê milan de xuya dikir.»50 Hezretê Îbn Ebbas gotiye: «Mezinê me Fexrê Alemê porê xwe yê mubarek berdida ser eniya xwe. Paşê dest pê kir ku porê xwe yê mubarek ji hev veqetîne.»51 Aliman wiha ferman kiriye: «Kirina por du alî sunneta Mezinê me Fexrê Kaînatê ye. Çimkî paşê wisa dikir. Berdana ser eniyê jî caiz e, kirina du alî jî caiz e. Lê veqetandin efdeltir e.»

Dêya me Hezreta Aîşeya Siddîqe wiha ferman kir: «Porê mubarek ê Mezinê me Pêxember ji cummeyê jortir û ji wefreyê jêrtir bû.»52 Ji porê ku digihîje serê milan re «cumme» dibêjin. Ji porê ku digihîje nermika guh re jî «wefre» dibêjin. Bi kurtî, li gorî rîwayeta Dêya me Hezreta Aîşe dirêjiya porê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah ew qas bû ku ji nermika guhên Wî yên mubarek daketibû jêr, lê negihîştibû milan. Di navbera herduyan de bû.

Hezretê Qadî Iyad wiha ferman kiriye: «Ev rîwayetên ku hatin zikirkirin wiha li hev tên: Porê ku li aliyê guhên mubarek bû ew qas bû ku digihîşt nermika guhên mubarek. Porê li paş jî digihîşt milên Wî yên mubarek.» Wiha jî ferman kirine: «Sebebê ku di hin rîwayetan de gotine heta guh daketibû, di hinan de gotine heta milê Wî yê mubarek daketibû ev e: di demekê de wisa bû, di demeke din de jî wiha bû. Rîwayet hemû rast in. Mezinê me Pêxember porê xwe yê mubarek carinan dirêj dikir, heta serê milan dadiket. Carinan jî dibirî, heta nermika guhên Wî yên mubarek an heta nîvê wan dihat.» Ji bo mêran kurkirina serî an jî dirêjkirina por, şehkirin û kirina du alî sunnet e. Divê mirov li gorî rewş, adet û zemanê tevbigere. Badana por, hûnandina wî mekrûh e. Mîna jinan rûyê xwe biriqandin, ji bo ku bişibe jinan rih kurkirin, kurkirina çeneyê û dirêjkirina rihê li ser gepan heram e.

Hezretê Enes derbarê wesfê riha mubarek a Mezinê me Resûlûllah de wiha radigihîne: «Di riha mubarek a Mezinê me Pêxember de spîtî pir hindik bû. Di serê mubarek û riha mubarek de mûyên spî ji hivdeh an hijdeh heban zêdetir nebûn.»

Rojekê gava Hezretê Ebûbekrê Siddîq erz kir: «Tu spî bûyî, ya Resûlellah», ferman kir: «Sûreyên Hûd, Waqîe, Murselat, Nebe’ (Emme yetesaelûne) û Tekwîr (Îzeş-şemsu kuwwiret) ez spî kirim.»53

Yanî di van sûreyan de halên Cennet û Cehennemê pir hatine zikirkirin. Ferman kir: «Bi xem û kovana ku gelo halê ummeta min wê çawa be, min por û riha xwe spî kirin.» Emr bin Şueyb wiha ferman kiriye: «Mezinê me Resûlûllah ji pehnî û dirêjiya riha xwe ya mubarek digirt.» Di hedîsa şerîf a ku Hezretê Tirmizî ragihandiye de Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Kesê ku simbêlê xwe kurt neke ne ji me ye.»54 Di hedîseke şerîf a din de jî wiha ferman kiriye: «Rihên xwe pir bikin û simbêlên xwe baş bibirin.»55 Îbn Ebdulhekîm wiha ferman kiriye: «Divê mirov simbêl baş bibire û rihê nebire. Mebest ji başbirîna simbêl ne kurkirin e.» Hezretê Îmam Newewî gotiye: «Di birîna simbêl de ya munasib ev e: heta ku kêleka lêvê xuya bibe bê birîn; ji binî ve neyê birîn, bê kurtkirin.»

«Pîvaz û sîr pijandî bixwin» Hedîsa şerîf

Aliman kerîh dîtiye ku mirov ser simbêl bibire û serikên wî ji herdu aliyan ve berde. Îbn Umer wiha vedibêje: «Ji Mezinê me Resûlûllah re behsa koma mecûsiyan kirin. Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Ew serikên simbêlên xwe dirêj dikin û rihên xwe kur dikin. Naxwe hûn berevajiyê wan bikin.”»56

Gava Ebû Umame got: «Ya Resûlellah! Ehlê kitêbê rihên xwe dibirin û simbêlên xwe dirêj dikin», Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Hûn serikên simbêlên xwe bibirin û rihên xwe pir bikin.»

Li gorî ku aliman ragihandiye, birîna simbêlan û kurtkirina wan bi qasî biriyan sunnet e. Dirêjkirina rihê bi qasî kulmekê û birîna ya ji kulmekê zêdetir sunnet e. Hiştina riha ji kulmekê kurttir jî ne li gorî sunnetê ye. Hiştina riha kurt bi niyeta peyrewiya sunnetê dibe bîd’et. Dibe heram. Rih berdan sunneta zewaid e. Ji bo emrê bi marûf, ji bo peydakirina nefeqeyê, ji bo ku fitne dernekeve, kurkirina rihê bi temamî caiz û lazim dibe. Ev ji bo terka sunnetê dibin uzr. Lê ji bo ku mirov riha kurt berde û bîd’etê bike nabin uzr.

Cilên ku Mezinê me Pêxember li xwe dikirin

Ji tiştên ku lixwekirina wan caiz e çi bidîta li xwe dikir. Bi tiştên nedirûtî yên ji qumaşê stûr, mîna îhramê, xwe dinixumand, peştemal li dora xwe dipêça, kiras û cubbe jî li xwe dikir. Ev ji pembû, ji hirî an ji mû hatibûn hûnandin. Piraniya caran spî, carinan kesk li xwe dikir. Carinan cilên dirûtî jî li xwe dikir. Di înan û cejnan de, gava qasidên biyanî dihatin û di demên şer de kiras û cubbeyên biqîmet li xwe dikir. Rengê cilên Wî piraniya caran spî bû. Carinan kesk, sor û reş jî dibû. Milên xwe heta zendan, lingên xwe yên mubarek heta nîvê çîpê dinixumand. Îmam Tirmizî (rehîmehullahû teala) di kitêba xwe ya «Şemaîla Şerîf» de dibêje: «Resûlûllah hez dikir qemîs, yanî kiras li xwe bike. Milên kirasê Wî heta zendan dirêj bûn. Di mil û pêsîrê de bişkok tune bûn. Pêlava Wî ji çerm bû, bendeke wê û du qibalên wê hebûn. Qibal qayîşek e ku serekî wê bi bendê ve, serê din bi serê pêşîn ve hatiye dirûtin. Di navbera du tiliyan re derbas dibe. Di lixwekirina cil û pêlavan de mirov li gorî adetê tevdigere. Veqetîna ji adetê dibe sebebê şuhretê. Divê mirov xwe ji şuhretê biparêze. Gava ket Mekkeyê, şaşikeke reş li serê Wî yê mubarek pêçayî bû.» Piraniya caran tulbendekî spî, carinan reş wek şaşik li serê xwe dipêça û serê wî bi qasî bostekê berdida navbera herdu milên xwe. Şaşika Wî ne pir mezin, ne jî pir biçûk bû; bi qasî sê metre û nîvan dirêj bû. Şaşika xwe bê kumik dipêça, carinan jî bê şaşik kumikekî fitîlkirî dida serê xwe. Cilekî Mezinê me Pêxember hebû ku jê re Hibere digot; ji qumaşekî Yemenê yê xêzkirî bû ku ji tayê pembû û kitan hatibû hûnandin. Pir hez dikir vî cilî li xwe bike. Cilekî spî yê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) jî hebû. Mezinê me ferman dikir: «Ji cilên xwe yên spî li xwe bikin! Bila zindiyên we cilê spî li xwe bikin. Miriyên xwe jî bi kefenê spî bipêçin! Çimkî ew ji cilên we yê herî bixêr û herî baş e!»57

«Kesê ku ji bo şuhret û riyayê cil li xwe bike, heta ku dev jê berde Allah rû jê dizivirîne! Roja qiyametê cilê zilletê lê dike!» Hedîsa şerîf

Hatiye dîtin ku Pêxemberê me cilê kesk jî li xwe kiriye. Hezretê Ebû Rimse dibêje ku wî Pêxemberê me dîtiye, cilekî kesk ê du parçe, binî û serî, lê bû.58 Pêxemberê me hulleya belek jî li xwe dikir. Hezretê Bera bin Azib gotiye: «Di nav wan de ku porê wan digihîje nermika guh, min di nav cilê ku jê re hulleya sor (belek) dibêjin de ji Resûlûllah eleyhisselam xweşiktir kes nedîtiye!»59 Cubbeyeke sor a Pêxemberê me hebû ku di în û cejnan de li xwe dikir. Cubbeyeke Pêxemberê me ya karê Yemenê jî hebû. Pêxemberê me ev cubbeya karê Şamê, ku milên wê (devê milan) teng bûn, di seferan de li xwe dikir. Di şeran de, gava rastî dijminan dihat, ev cubbe jî li xwe dikir: ji qumaşê teylesanê bû ku şahên Îranê li xwe dikirin; di pêsîra wê de parçeyek etles, li herdu aliyên vekirî yên dawa wê, li pêş û li paş, û li ser devê milên wê jî dorpêçeke ji etlesê hebû.

Ev cubbe heta wefata Hezreta Aîşe li ba wê bû, piştî wê Esma bint Ebî Bekr ew girtibû. Ev cubbeya ku Pêxemberê me li xwe kiribû dişûştin, nexweşan xwe bi ava wê dişûşt û şîfa didîtin.60 Di nav xenîmetên ku di Xezweya Dûmetul-Cendelê de hatibûn girtin de cubbeyek ketibû para Pêxemberê me yê delal. Ji qumaşê etlesê bû ku po û tevnê wî ji hevrîşim hatibû hûnandin. Li ciyên neqişkirî bi tayê zêrîn pelên darxurmeyê hatibûn neqişandin. Mezinê me Pêxember ev cubbe li xwe kiribû, derketibû ser minberê, rûniştibû û bêyî ku qet bipeyive ji minberê daketibû. Eshabê Kîram destên xwe lê dixistin, lê dinêrîn û li xweşikiya wê heyran diman. Mezinê me Pêxember pirsî: «Ma hûn li xweşikiya vê ecêbmayî dimînin? Ev ewqas li we xweş hat?» Gotin: «Me ji vê xweşiktir cil nedîtiye!» Pêxemberê me ferman kir: «Ez sond dixwim bi Allahê ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, destmalên Se’d bin Muaz ên li Cennetê ji vî tiştê ku hûn dibînin xweşiktir û xweştir in!»

Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Kesê ku ji bo şuhret û riyayê cil li xwe bike, heta ku dev jê berde Allah rû jê dizivirîne! Roja qiyametê cilê zilletê lê dike!»

Û dîsa ferman kiriye: «Kesê ku ji bo şuhret û riyayê cil li xwe bike, roja qiyametê Allah cilekî wek wî lê dike. Paşê jî wî bi êgir pêdixe!»

Hezretê Sehl bin Se’d dibêje: «Jinekê burdeyeke61 biqerax a ku bi xwe hûnandibû ji Resûlûllah eleyhisselam re anî û got: “Ya Resûlellah! Min ev bi destê xwe hûnandiye. Min ji zatê te yê bilind re diyarî aniye.” Mezinê me Resûlûllah jî diyariya wê qebûl kir. Ev burde li xwe pêça û derket ba me. Yekî ji cemaetê destê xwe lê xist û got: “Ya Resûlellah! Ji vê burdeyê xweşiktir nabe! Tu yê vê bidî min?” Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Belê!” Li mizgeftê ji me re sohbet kir, şîret kir, paşê vegeriya malê, burde da pêçan û ji wî kesî re şand. Cemaetê lome li wî kesî kir û got: “Te qet baş nekir! Te tiştekî ku Resûlûllah li xwe dikir û hewcedarî pê hebû jê xwest! Tu jî dizanî ku Resûlûllah eleyhisselam tu xwazekî red nake, destvala venagerîne!” Wî kesî jî got: “Wellahî, min ev ji bo lixwekirinê nexwest. Min xwest da ku roja ez bimirim bibe kefenê min!” Bi rastî jî ew burde roja ku mir bû kefenê wî.»62 Carinan Pêxemberê me cilê reş ê ji hirî jî li xwe kiriye. Dêya me Hezreta Aîşe gotiye: «Ji bo Resûlûllah eleyhisselam ji hiriya reş cilek çêkiribûn. Gava ew li xwe kir û xwêdan da, bêhna hiriyê hat Wî. Yekser ew ji xwe kir û danî. Çimkî Ew tenê ji bêhna xweş hez dikir.» Mezinê me Pêxember destûr dida ku dawa qeftanê ku bi ser cilan de tê lixwekirin tenê heta nîvê çîpê an hinekî jêrtir, heta gûzekan bê dirêjkirin; ji gûzekan jêrtir, yanî bi qasî ku li erdê bikişe dirêjkirin qedexe dikir. Ferman dikir ku Allahê mezin roja qiyametê bi nezera rehmetê li wan mêran nanêre ku ji bo xwemezinkirinê qeftanên xwe li erdê dikişînin.

Rojekê Mezinê me Pêxember ji Hezretê Cabir bin Suleym re ferman kiriye: «Dawa qeftanê xwe heta nîvê çîpa xwe dirêj bike! Eger tu nikaribî vê bikî, heta gûzekên xwe dirêj bike! Xwe ji wê biparêze ku tu wê bi qasî ku li erdê bikişe dirêj bikî! Çimkî ev nîşana xurûrê ye. Allah teala jî ji xurûrê hez nake!» Ji ber vê yekê Ebdullah bin Umer radiyellahû anhûma qeftanê xwe heta nîvê çîpên xwe dirêj dikir.63

«Ez pê dihesim ku ji aliyê Yemenê ve bayê rehmetê tê» Hedîsa şerîf

Kirasekî Mezinê me Pêxember hebû ku ji qumaşekî ji tayê pembû yê yekqat hûnandî hatibû çêkirin. Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: Hezretê Ebû Cehm secadeyeke bineqiş diyarî Mezinê me Pêxember kiribû. Rojekê Mezinê me Pêxember li ser vê secadeyê nimêj dikir, çavên Wî yên mubarek bi neqşê ve man; gava selam da, ferman kir: «Vê bibin ba Ebû Cehm. Hinekî berê di nimêja min de ez mijûl kirim. Bila ya bêneqiş, a sade ji min re bîne.»

Ji ber ku axa Medîneyê şil û şor e, ev secade di wefata Mezinê me Pêxember de li binê qebra Wî ya mubarek raxistibûn.

Xirqeya Şerîf a ku ji Hezretê Uweysê Qerenî re şand

Uweys bin Amirê Qerenî radiyellahû anhû ji mezinên Tabiînan e. Ji gundê Qerenê yê Yemenê ye. Piştî ku bû misliman, hemû temenê xwe bi eşqa Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) şewitî û kizirî, kêliyekê jî Rebbê xwe ji bîr nekir. Di evdîtiya xwe de gihîşt wê dereceyê ku her halê wî, her tevgera wî û her gotina wî ji mirovan re bû îbret û şîret. Dilê wî ji kesî nema û wî dilê kesî nehişt. Wesfên wî yên herî girîng eşqa wî ya ji Mezinê me Pêxember re, dewama wî ya bi can û dil a li ser îbadetê û hurmeta wî ya ji dêya wî re ne. Gelek xizmeta dêya xwe kir û duaya wê ya xêrê stend. Ev muhebbeta wî ya ji Pêxemberê me yê delal re û girêdana wî ya bi Îslamê ve bûn sebeb ku Mezinê me pesnê wî bide. Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) carinan rûyê xwe yê mubarek dizivirand aliyê Yemenê û ferman dikir: «Ez pê dihesim ku ji aliyê Yemenê ve bayê rehmetê tê.» Ferman kir: «Di qiyametê de Allah teala di sûretê Uweys de heftê hezar melaîket diafirîne û ew Uweys di nav xwe de dibin Eresatê. Diçe Cennetê û ji yên ku Allah teala bixwaze (bide zanîn) pê ve tu mexlûq nizane ku Uweys kîjan e.» «Ji ummeta min kesek heye ku di qiyametê de wê bi hejmara mûyên pezên qebîleyên Rebîe û Mudar ji mirovan re şefaetê bike.» Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah, ev kî ye?» Ferman kir: «Yek ji evdên Allah.» Gotin: «Em hemû evd in, navê wî çi ye?» Ferman kir: «Uweys.» Gotin: «Ji ku derê ye?» Ferman kir: «Ji Qerenê ye.» Gotin: «Ma wî tu dîtiyî?» Ferman kir: «Bi çavê serî nedîtiye.»

Gotin: «Ecêb e! Ewqas aşiqê te be û bi lez neyê xizmet û huzûra te!» Ferman kir: «Ji ber du sebeban: Yek, mexlûbê halên xwe ye. Ya duyem jî ji ber girêdana wî ya bi dînê min ve ye. Dêyeke wî ya pîr heye, îman aniye. Çavên wê nabînin, dest û lingên wê nalivin. Uweys bi roj şivaniya deveyan dike, heqê ku distîne ji bo nefeqeya xwe û dêya xwe xerc dike.» Gotin: «Em ê wî bibînin?» Ji Hezretê Ebûbekr re ferman kir: «Tu di zemanê xwe de wî nabînî.» Ji Hezretê Umer û Hezretê Elî re ferman kir: «Hûn ê wî bibînin. Bedena wî bimû ye. Li tenişta wî ya çepê û di kefa destê wî de bi qasî zîvekî spîtî heye. Ev ne spîtiya nexweşiya beresê ye. Gava hûn gihîştin ba wî, selama min jê re bibêjin û pê bidin zanîn ku ji ummeta min re dua bike.»

Hezretê Weysel Qeranî (Uweysê Qerenî) piştî wefata dêya xwe ji gundê Qerenê derket û çû bajarê Kûfeyê. Gava wefata Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) nêzîk bû, got: «Em xirqeya te bidin kê?» Ferman kir: «Bidin Uweysê Qerenî.» Piştî wefata Resûlûllah, gava Hezretê Umer û Hezretê Elî hatin Kûfeyê, Hezretê Umer wiha ferman kir: «Gelî necdiyan, di nav we de ji Qerenê kes heye?» Gotin: «Belê.» Ji wan Hezretê Uweys pirsî. Gotin: «Em dizanin. Ew kesekî gelek nizimtir e ji wê ku tu lê bigerî. Dîn e, bêaqil e û halekî wî heye ku xwe ji mirovan dide alî.»

«Ya Rebbî! Bi hurmeta vê Xirqeya Şerîf, bi hurmeta Mezinê me, Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem), hemû ummeta Muhemmed efû bike» Hezretê Uweys (radiyellahû anhû)

Xirqeya Şerîf

Xirqeya mubarek a ku Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) diyarî Hezretê Uweysê Qerenî (rehmetûllahî eleyh) kiriye di meha Remezana şerîf de, li Stenbolê, li Fatîhê, li Mizgefta Xirqeya Şerîf tê ziyaretkirin.

Hezretê Umer radiyellahû anhû wiha ferman kir: «Ez li wî digerim, li ku ye?» Gotin: «Li newala Erneyê şivaniya deveyên me dike, em jî di berdêla wê de xwarina êvarê didin wî. Por û riha wî tevlihev e, nayê bajaran, bi kesî re sohbet nake, tiştê ku mirov dixwin naxwe; xem û kêfê nizane; gava mirov dikenin ew digirî, gava mirov digirîn ew dikene.» Dîsa wiha ferman kir: «Ez li wî digerim.» Cihê wî salix dan. Hezretê Umer û Hezretê Elî çûn wî cihê ku ew lê bû. Dîtin ku nimêj dike. Allah teala melaîketek wezîfedar kiribû da ku deveyên wî biçêrîne. Gava nimêj qedand û selam da, Hezretê Umer rabû û selam dayê. Wî jî selam wergirt. Hezretê Umer pirsî: «Navê te çi ye?» Got: «Ebdullah, yanî evdê Allah.» Pirsî: «Em hemû evdên Allah in; navê te yê eslî çi ye?» Got: «Uweys.» Hezretê Umer wiha ferman kir: «Destê xwe yê rastê nîşan bide.» Nîşan da. Hezretê Umer got:

«Mezinê me Pêxember selam li te kir. Xirqeya xwe ya mubarek ji te re şand û wesiyet kir: “Bila bigire û li xwe bike, ji ummeta min re jî dua bike.”»

Uweys got: «Ya Umer! Ez evdekî zeîf, aciz û gunehkar im.

Baş bala xwe bidê, bila ev wesiyet ne ya yekî din be?» Wî jî bersiv da: «Na. Ya Uweys, kesê ku em lê digerin tu yî. Mezinê me Pêxember şikl û wesfê te diyar kir.»

Li ser vê yekê Hezretê Uweys «Xirqeya Şerîf» bi hurmet girt, maç kir, bêhn kir, li rû û çavên xwe da. Gelek giriya, got: «Hûn li vir bisekinin» û ji ba wan çû. Hinekî wêdetir çû secdê. Di nav hêstiran de dest pê kir ku li ber Allah teala bigere û ji bo efûya ummeta Muhemmed dua bike. Bi îskeîsk giriya, lava kir û wiha dua kir: «Ya Rebbî! Mezinê me, Pêxemberê delal, tevî ku ez evdê Te yê feqîr û aciz ne layiq im, bi Hezretê Umer û Hezretê Elî re Xirqeya xwe ya Şerîf şandiye. Ferman kiriye ku bila ji ummeta min a gunehkar re dua bike. Ya Rebbî! Bi hurmeta vê Xirqeya Şerîf, bi hurmeta Mezinê me, Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem), hemû ummeta Muhemmed efû bike… Efû bike Allahê min, efû bike… Allahê min…» Gava hat ragihandin ku gelek mislimanên gunehkar hatine efûkirin, «Xirqeya Şerîf» bi hurmet li xwe kir.

Ev «Xirqeya Şerîf» a ku diyarî Uweysê Qerenî hatibû kirin, heta ba begên Îrîsanê yên li derdora Wanê hatiye û di sala 1618an de anîne û diyarî Sultan Osman Xanê Duyem kirine, ku yek ji padîşahên Osmanî ye. Sultan Ebdulmecîd Xan ji bo vê Xirqeya Şerîf li Fatîhê «Mizgefta Xirqeya Şerîf» da çêkirin. Ev Xirqeya Şerîf a mubarek, ku hê jî bi heman zindîtiyê bêhna gulê ya laşê mubarek ê Mezinê me, Pêxemberê delal û bişeref, hildigire û bi rengê krem ê kefa hingiv e, her sal di meha Remezana şerîf de di nav camekanê de ji bo ziyaretê nîşanî xelkê tê dan.

Xirqeya Seadetê ya ku da Hezretê Ke’b bin Zuheyr

Hezretê Ke’b bin Zuheyr radiyellahû anhû jî, ku kurê malbateke şair bû, şair bû. Di pêşiyê de li dijî Mezinê me Pêxember û Îslamê şiîr digotin. Ev yek ji Mezinê me re hatibû ragihandin û ferman kiribû ku li ku bê dîtin, bê kuştin.

«Ez şehadetê didim ku ji Allah pê ve tu îlahekî layiqî îbadetê tune ye. Muhemmed eleyhisselam evd û resûlê Wî ye» Ke’b bin Zuheyr (radiyellahû anhû)

Birayê wî Hezretê Buceyr radiyellahû anhû berê bûbû misliman; ev biryar bi nameyekê jê re ragihandibû û nivîsîbû ku eger bibe misliman, Pêxemberê me yê delal, ku deryaya merhemetê ye, wê wî efû bike. Hezretê Ke’b gava name xwend, kûr kûr fikirî; dest pê kir ku bêmanebûna perestina pûtan, bilindiya Îslamê û mezinahiya Mezinê me Pêxember fêm bike, û dilê wî dest bi ronîbûnê kir. Dawiyê biryar da ku bibe misliman û da ser riya Medîneya nûranî. Şiîreke dirêj nivîsî ku tê de pesnê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) dida û dida zanîn ku tobe kiriye û bûye misliman. Gava gihîşt Medîneyê, bi dostekî xwe yê ji qebîleya Cuheyne re derket huzûra Mezinê me Pêxember. Mezinê me bi eshabên xwe re sohbet dikir. Hezretê Ke’b berî ku xwe bide naskirin erz kir: «Ya Resûlellah! Ke’b bin Zuheyr ji kirinên xwe poşman e, bûye misliman û hatiye ku emanê bixwaze. Eger ez wî bînim ba te, tu yê emanê bidî wî û mislimanbûna wî qebûl bikî?» Mezinê me Pêxember jî ferman kir: «Belê.» Li ser vê yekê got: «Ez şehadetê didim ku ji Allah pê ve tu îlahekî layiqî îbadetê tune ye. Muhemmed eleyhisselam evd û resûlê Wî ye.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Tu kî yî?» Erz kir: «Ez Ke’b bin Zuheyr im, ya Resûlellah.» Gava yekî ji Ensar got: «Ya Resûlellah, destûrê bide, ez li stûyê vî kesê ku li dijî te bû bixim», Mezinê me ferman kir: «Dev jê berde. Ew ji halê ku tê de bû poşman bûye û li Heq vegeriyaye, wisa hatiye.» Li ser vê yekê Ke’b bin Zuheyr radiyellahû anhû qesîdeya xwe ya meşhûr xwend, a ku mislimanbûna wî û mezinahî û qîmeta Pêxemberê me yê delal û Eshabê Kîram vedibêje. Ev qesîdeya ku bi gotinên «Banet Suad / Yar dûr ket» dest pê dike û wiha didome, gelek li Mezinê me Pêxember xweş hat û pê pir memnûn bû:

Her însan bêguman rojekê wê li ser darbestê bê hilgirtin…
Ez bi uzrxwestin hatim huzûra te ya bilind, ya Resûlellah…
Efûkirina Wî ew tişt e ku herî zêde tê hêvîkirin…
Di huzûra Wî de uzr tê qebûlkirin…
Li min were rehmê, ya Resûlellah…
Min efû bike, ya Resûlellah…
Bêguman Resûlûllah ji şûrên tûj ên Heq teala,
yên ku xerabiyan tune dikin, şûrekî ji kalan kişandî ye…
Ew nûrek e ku hîdayetê direşîne û riya rast nîşan dide…

Ew efû kir. Û gava hat ser vê beytê:

Înner-Resûle le-nûrun yustedau bihî,
Muhemmedun min suyûfîllahî meslûlu.
Resûlûllah nûrek e, xelk pê ronî dibe,
ji şûrên kişandî yên Heq teala şûrek e,

Serwerê herdu cîhanan, Fexrê Alemê Muhemmed Mustefa (sellellahû eleyhî we sellem) «Xirqeya Seadetê» ya xwe ji ser milên xwe yên mubarek derxist û danî ser milên Hezretê Ke’b bin Zuheyr.64

Hezretê Muawiye di dema xelîfetiya xwe de ji Ke’b bin Zuheyr re xeber şand: «Xirqeya Resûlûllah bifiroşe me!» Deh hezar dirhem jê re şandin. Ke’b bin Zuheyr got: «Di lixwekirina Xirqeya Resûlûllah de ez nikarim tu kesî di ser xwe re bigirim!» û daxwaza Hezretê Muawiye red kir. Gava Hezretê Ke’b bin Zuheyr wefat kir, Hezretê Muawiye ew bi bîst hezar dirheman ji kurên Ke’b kirî. Ev Xirqeya mubarek a ku Pêxemberê me dabû Hezretê Ke’b bin Zuheyr, bi mîrasî ji xelîfeyekî derbasî xelîfeyekî bû.

Piştî hilweşîna selteneta Emewiyan, xelîfeyê pêşî yê Ebbasiyan Ebul-Ebbas Seffah bin Ebdullah bin Muhemmed ew bi sê sed dînaran kirî. Di cejnan de xelîfeyan ew li xwe dikir. Ebbasî gava hatin Misirê, ew bi xwe re anîn. Gava Hezretê Yawiz Sultan Selîm Xan Misir girt û bû xelîfe, di nav «Emanetên Mubarek» ên li Misirê de ev Xirqeya mubarek jî anîn Stenbolê. Li Stenbolê li «Daîreya Xirqeya Seadetê ya Topkapiyê» her kes wê ziyaret dike.

Ev Xirqeya mubarek 124 santîm dirêj e, milfireh e û ji qumaşê hirî yê reş hatiye çêkirin. Hundirê xirqeyê bi qumaşê hirî yê bi rengê krem hatiye astarkirin. Di gelek boxçeyan de pêçayî, di nav sindoqeke zêrîn de ye ku Sultan Muradê Sêyem daye çêkirin û devê wê ji jor ve vedibe. Ev sindoqa Xirqeya Seadetê ji aliyê hunerê ve bêhempa ye, herwiha bi zumrudan jî hatiye xemilandin. Li ser sindoqê wiha hatiye nivîsîn:

«La îlahe îllallah, we ma erselnake îlla rehmeten lil-alemîn. La îlahe îllallahul-Melikul-Heqqul-Mubîn, Muhemmedun Resûlûllah, es-Sadiqul-we’dil-emîn.»

Doşeka Mezinê me Pêxember

Rûyê doşeka (nivîna) ku Mezinê me Pêxember li ser radiket û radiza ji çerm bû. Hundirê wê bi lîfê darxurmeyê hatibû dagirtin. Ew bi xwe jî, hevsera Wî jî li ser wê radiketin. Rûyê balîfa ku Pêxemberê me dida bin serê xwe yê mubarek jî ji çerm bû û hundirê wê bi lîfê darxurmeyê hatibû dagirtin. Mezinê me Pêxember qîmet nedida dinyayê û tiştên dinyayê.

Ebdullah bin Mes’ûd vedibêje: Mezinê Kaînatê li ser hesîrekê raketibû û razabû, hesîrê jî li tenişta Wî ya mubarek şop hiştibû. Gava şiyar bû, min tenişta Wî ya mubarek firikand. Min got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Xwezî te bi me bida zanîn û me li ser hesîrê tiştek ji te re raxista ku te jê biparêze!» Paşê min erz kir: «Em ji te re doşekeke nerm peyda bikin?»

Mezinê Kaînatê ferman kir: «Tiştên dinyayê ji min re çi lazim in? Mesela min, halê min bi dinyayê re wek mesela, wek halê siwarekî ye ku di bin darekê de hinekî sî digire, paşê wê dihêle û riya xwe didomîne!»65 Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: «Jinek ji Ensar hat ba min. Gava doşeka Resûl eleyhisselam dît, çû û nivîneke bi hirî dagirtî şand.

Resûl eleyhisselam hat ba min û pirsî: “Ev çi ye?” Min got: “Ya Resûlellah! Filan jina ji Ensar hatibû ba min. Gava doşeka te dît, çû û ev ji te re şand.” Ferman kir: “Vê yekser vegerîne ba wê!” Lê min venegerand. Li min xweş hatibû ku li mala min be. Resûl eleyhisselam ev gotina xwe sê caran dubare kir. Dawiyê ferman kir: “Wellahî, ey Aîşe! Eger min bixwesta, Allah wê çiyayên zêr û zîv bi min re bidana meşandin!”66 Mîndera Pêxember eleyhisselam jî ji du ebayan pêk dihat.

«Resûlûllah gustîlên zêr û hesin didan derxistin, rê li gustîlên zîvîn nedigirt» Emr bin Şueyb (radiyellahû anhû)

Şevekê gava hat ba min, min ev eba qat kiribû û teng kiribû. Li ser wê raza. Paşê pirsî: “Ey Aîşe! Doşeka min a şeva borî çima ne wek her car bû?” Min got: “Ya Resûlellah! Min ew ji bo te qat kir û teng kir.” Ferman kir: “Tu wê vegerîne halê wê yê berê!”»67

Dîsa Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: «Ji qureyşiyan re li Mekkeyê ji razana li ser serîrê xweştir tiştek tune bû. Gava Resûl eleyhisselam hat Medîneyê û li mala Ebû Eyyûb peya bû, jê pirsî: “Ey Ebû Eyyûb! Ma serîreke we tune?” Ebû Eyyûb jî got: “Wellahî tune.” Se’d bin Zurare radiyellahû anhû yê ji Ensar gava ev bihîst, ji Resûlûllah re serîrek şand ku stûnên wê ji dara sacê hatibûn çêkirin û ser wê bi hesîreke ji lîfê kitanî hûnandî hatibû girtin. Resûlûllah heta ku bar kir mala xwe li ser wê raza. Heta wefata xwe jî li ser wê raza. Gava Resûlûllah eleyhisselam hat şûştin û kefenkirin, li ser vê serîrê hat danîn û nimêja cenazeyê jî dema ku ew li ser vê serîrê bû hat kirin. Xelkê ji bo hilgirtina miriyên xwe ew ji me dixwest û pê teberruk dikir. Cenazeyên Hezretê Ebûbekr û Hezretê Umer jî li ser wê hilgirtin.»

Hezreta Aîşe dibêje: «Hesîreke Resûl eleyhisselam hebû ku bi şev li ser wê nimêj dikir, bi roj jî radixist û bi xelkê re li ser wê rûdinişt.»68

Gustîlên Mezinê me Pêxember

Pêxemberê me daye zanîn ku ji mêran re tenê gustîla zîvîn helal e û kirina gustîla ji zêr, ji hesin û ji pirinca zer heram e. Bi xwe jî heta wefat kir tenê gustîla zîvîn bi kar anî.

Mezinê me Resûlûllah gustîla xwe dikir destê xwe yê rastê yê mubarek. Hatiye dîtin ku kiriye destê xwe yê çepê jî. Kirina destê rastê jî, ya destê çepê jî caiz e. Li tiliya biçûk an li tiliya kêleka wê tê kirin. Di cejnan de mustehab e ku her kes gustîlê bike tiliya xwe. Ji bo riyayê, ji bo xwepesindanê kirina wê heram e.

Di nav diyariyên ku Necaşiyê Hebeşê Eshame ji Pêxemberê me re şandibûn de gustîleke zêrîn jî hebû ku qaşa wê ji kevirê Hebeşê bû. Pêxemberê me yê delal gazî Hezreta Umame, keça Ebul-As û keça keça xwe, kir û ferman kir: «Keça min! Vê tu bike tiliya xwe!»69

Rojekê Hezretê Nu’man bin Beşîr hat ba Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem). Gustîleke zêrîn di tiliya wî de bû. Mezinê me ferman kir: «Te çima berî ku tu bikevî Cennetê xemla Cennetê bi kar aniye?» Êdî dest pê kir ku gustîleke hesinî bi kar bîne. Gava ev dît, ferman kir: «Tu çima eşyayê Cehennemê hildigirî?» Ev jî derxist. Gustîleke ji bronz, yanî ji tûncê kir tiliya xwe. Gava ev dît, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Çima bêhna pûtan ji te tê min?» Got: «Ez gustîleke çawa bi kar bînim, ya Resûlellah?» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Tu dikarî gustîla zîvîn bikî tiliya xwe. Bila giraniya wê jî ji misqalekê (4,8 gr) derbas nebe û bike destê xwe yê rastê!»

Hezretê Emr bin Şueyb dibêje: «Resûlûllah gustîlên zêr û hesin didan derxistin, rê li gustîlên zîvîn nedigirt.»

Gava Pêxemberê me yê delal xwest ji Şahê Ecem, ji Qeyserê Rûmê û ji Necaşiyê Hebeşê re nameyan bide nivîsîn, jê re got: «Ya Resûlellah! Ew nameyekê heta mohrkirî nebe naxwînin!» Li ser vê yekê Pêxemberê me gustîleke zîvîn peyda kir ku li ser qaşa wê di sê rêzan de «Muhemmedun Resûlûllah» hatibû neqişandin.

Nivîsa li ser gustîla mohrê ji jor ber bi jêr ve sê rêz bû: «Allah» rêzek, «Resûl» rêzek, «Muhemmed» rêzek. Kevirê gustîla zîvîn a Mezinê me Pêxember kevirê Hebeşê bû.70 Tê rîwayetkirin ku qaşa vê gustîla zîvîn ji zîv bû jî.

Hezretê Emr bin Seîd hatibû ba Pêxemberê me. Pêxemberê me yê delal gava gustîla di tiliya wî de dît, pirsî: «Ev gustîla di destê te de çi ye?» Hezretê Emr bin Seîd got: «Ya Resûlellah! Ev xelekek e. Min çêkiriye.» Pêxemberê me pirsî: «Neqşa wê çi ye?» Emr bin Seîd radiyellahû anhû got: «Muhemmedun Resûlûllah.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ka ez lê binêrim.» Ew girt, kir mohra xwe ya zatî û li yên din qedexe kir ku li ser gustîlên xwe kelîmeyên «Muhemmedun Resûlûllah» bineqişînin.71 Pêxemberê me yê delal gava wefat kir, ev gustîla mohrê di tiliya Wî ya mubarek de bû.

Pêxemberê me aliyê biqaş ê gustîla xwe dizivirand hundirê kefa destê xwe yê mubarek. Gava biçûya destavê, gustîla xwe ji tiliya xwe ya mubarek derdixist. Gustîla mohrê ya Pêxemberê me yê delal piştî wefata Wî Hezretê Ebûbekr, piştî wî Hezretê Umer, piştî Hezretê Umer jî Hezretê Osman kir tiliya xwe. Hezretê Osman dema xelîfe bû, rojekê li ser devê bîra Erîsê rûniştibû, ew xist bîrê. Tevî ku hemû ava bîrê dan kişandin û sê rojan çûn û hatin lê geriyan, ev gustîla mubarek nehat dîtin.72 Nivîsandina li ser kevirê gustîlê piştî Pêxemberê me jî dom kir.

Li ser gustîla Hezretê Ebûbekr «Nî’mel-qadiru Allah» (Hêza Allah teala çi xweş têra her tiştî dike), li ser a Hezretê Umer «Kefa bil-mewti waizen ya Umer» (Ji bo şîretê mirin bes e) nivîsî bû.

Li ser a Hezretê Osman «Le-nesbirenne» (Bêguman em ê sebir bikin), li ser a Hezretê Elî «El-mulku lillah» (Mulk tenê yê Allah teala ye) nivîsî bû.

«Ji bo ku hûn neşibin cihûyan, nimêjan bi ne’lînan bikin» Hedîsa şerîf

Li ser gustîla Hezretê Hesen «El-îzzetu lillah» (Ezamet, mezinahî aîdî Allah teala ye) nivîsî bû.

Li ser gustîla Hezretê Muawiye «Rebbixfir lî» (Rebbê min, efû bike), li ser a Hezretê Îbn Ebî Leyla «Ed-dunya xerûrun» (Dinya xapînok e, derewîn e) nivîsî bû.

Li ser a Hezretê Îmamê Ezam Ebû Henîfe «Qulil-xeyre we îlla feskut» (An xêrê bibêje, an bêdeng be!) nivîsî bû.

Li ser a Hezretê Îmam Ebû Yûsuf «Men emile bi-re’yihî nedime» (Kesê ku li gorî raya xwe tevbigere poşman dibe), li ser a Hezretê Îmam Muhemmed Şeybanî «Men sebere zefire» (Yê ku sebir bike bi ser dikeve) nivîsî bû.

Li ser a Hezretê Îmam Şafiî «El-bereketu fil-qenae» (Bereket di qenaetê de ye) nivîsî bû. Gustîlên xwe dikirin mohr û bi kar dianîn.

Neqşa Qedema Şerîf a Mezinê me Pêxember

Neqşa Qedema Şerîf şopên lingên mubarek ên Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam in. Mucîzeyeke Mezinê me Pêxember jî ev bû: gava pê li madeyên nerm, mesela li qûmê dikir, şopên lingên Wî xuya nedibûn, lê gava pê li kevir, li madeyên hişk dikir, şop derdiketin. Hin kevir û mermerên ku lingê Wî yê mubarek lê ketiye û şopa xwe lê hiştiye, bi sedan salan yadîgar hatine veşartin, dest bi dest emanet hatine spartin û bereket bi wan hatiye girtin.

Bi taybetî mirovên dewletê yên misliman, padîşahan ev yadîgarên biqîmet li ciyên girîng xistine bin parastineke taybet, veşartine, ziyaret kirine û dane ziyaretkirin. Ji Neqşên Qedema Şerîf ên ku tên zanîn û tên parastin ên herî meşhûr ev in: 1. Neqşa Qedema Şerîf a ku li Hindistanê di turbeya Feth Xanê kurê Fîrûz Şah Tuxluq de ye. 2. Du şopên lingan ên mubarek ên ku li Qahîreyê di Turbeya Qayitbay de ne. 3. Du şopên lingan ên mubarek ên li Qahîreyê di Mizgefta Asarun-Nebî de. 4. Şopa lingê rastê ya mubarek a li Stenbolê di Turbeya Xalid bin Zeyd Ebû Eyyûbê Ensarî (Eyyûb Sultan) de. Ev Neqşa Qedema Pêxemberî bi emrê Mehmûd Xanê Yekem di 1734an de ji Serayê anîne turbeyê.

5. Du şopên lingan ên ku di turbeya Ebdulhemîd Xanê Yekem de, li dîwarê aliyê Mizgefta Nû di nav dolabekê de tên parastin.

6. Du şopên lingan ên mubarek ên li ser kevirekî, ku li Laleliyê di Turbeya Sultan Mustefa Xanê Sêyem de, di nav dolabeke ku bi taybetî di dîwar de hatiye çêkirin de tên parastin. 7. Şopên lingan ên ku li Stenbolê, di Seraya Topkapiyê de li Daîreya Emanetên Muqeddes in. Di daîreya Xirqeya Seadetê ya Seraya Topkapiyê de şeş Neqşên Qedema Şerîf hene; çar ji wan ji cureyê kevir, du ji wan ji cureyê kerpîç in. Yek ji wan ew şopa lingê mubarek e ku li ser wî zinarî derketiye yê ku Mezinê me Pêxember dema derdiket Mîracê pê lê kiribû; di odeya Xirqeya Seadetê de di nav dolabekê de tê parastin. Li ser vî zinarê mubarek ê ku Mezinê me Resûlûllah dema derdiket Mîracê pê lê kiribû, avahiya ku bi navê Qubbetus-Sexre tê naskirin hatiye avakirin. Neqşên Qedema Şerîf berî ku bên veguhastin wan ciyên ku niha lê ne, bi sedan salan li ciyên cuda hatine parastin. Herî dawî li ciyên xwe yên îroyîn hatine danîn. Neqşên Qedema Şerîf ên rastîn jî ji bo teberrukê tên ziyaretkirin.

Qedema Şerîf û Sultan Ehmed Xanê Yekem

Padîşahê Osmanî Sultan Ehmedê Yekem, ku di sêzdeh saliya xwe de derket ser text û di bîst û heşt saliya xwe de wefat kir, ji dil bi Îslamiyetê û bi Mezinê me Resûlûllah ve girêdayî bû. Sultan Ehmedê Yekem, ku bi mexlesên Bextî û Ehmedî şiîr jî dinivîsîn, sorgûcekî muresse di şiklê Neqşa Qedema Şerîf de dabû çêkirin û di nîvê wî de li ser mîneya şîn bi zêr ev misrayên xwe dabûn nivîsîn:

Ma çi dibe ku ez wek taca xwe her tim li ser serê xwe bigerînim
qedema pak a wî Hezretê şahê resûlan?
Gula gulzara nubuwwetê xwediyê wê qedemê ye,
Ey Ehmed, mesekine, rûyê xwe bisû li qedema wê Gulê.
Sultan Ehmedê Yekem (Bextî)

Sultan Ehmedê Yekem di rojên în û cejnan de û di rojên din ên mubarek de ev sorgûc dida serê xwe. Mehmed Munîb Efendiyê Eyntabî eserek bi navê Âsâr-ul-Hikem fî Nakş-il Kadem nivîsiye ku tê de vedibêje ka Neqşa Qedema Şerîf a li Turbeya Sultan Ebdulhemîdê Yekem çawa hatiye dîtin û çawa li turbeyê hatiye danîn. Sultan Ehmed Xan ev qit’e bi xetê xwe nivîsî û ji şêxê xwe Ezîz Mehmûd Hudayî Efendî re şand. Herwiha Sultan Ehmed ev şiîr li ser texteyekê da resimkirin û li ber textê seltenetê da daliqandin. Ev lewheya ku şiîr li ser nivîsî ye niha jî li Mizgefta Şerîf a Sultan Ehmed daliqandî ye.

Ne’lînên Şerîf ên Mezinê me Pêxember

Ne’lînên ku di zemanê Mezinê me Pêxember de dihatin bikaranîn ji yên îroyîn cuda bûn. Ew di şiklê pêlaveke binçerm, servekirî û bibend de bûn. Resûlûllah û Eshabê Kîram bi wan ne’lînên ku li kuçeyê di lingên wan de bûn nimêj dikirin. Ne’lînên wan paqij bûn û Mescîda Nebî bi qûmê raxistî bû. Bi ne’lînên qirêj kes nediket hundir.

Mezinê me Pêxember di hedîsa şerîf de wiha ferman kiriye: «Ji bo ku hûn neşibin cihûyan, nimêjan bi ne’lînan bikin.»

Bawer dikirin ku resmê Ne’lînên Seadetê jî wê bibe sebebê bereketê, li mal û kargehan didaliqandin. Li Daîreya Xirqeya Seadetê bi Ne’lînên Seadetê re modelên wan ên ji metal û dar jî hene.

Heft tiştên ku Mezinê me Pêxember bi xwe re digerandin

Pêxemberê me yê delal dema derdiket seferê şeh, neynik, miswak, rûnê gulê, kil û meqes pê re bûn; di sefer û hezerê de ev ji xwe venediqetandin. Hezreta Aîşe wiha ferman kir: «Ji bo xezweyan min rûnê gulê, şeh, neynik, du meqes, kildank û miswaka Resûl eleyhisselam amade dikirin.» Dîsa Dêya me Hezreta Aîşe gotiye: «Di sefer û hezerê de Resûl eleyhisselam heft tişt bi xwe re dibirin:

1. şûşeya rûnê gulê, 2. şeh, 3. neynik, 4. kildank, 5. miswak, 6. du meqes, 7. hestiyê porveqetandinê.»73

Esa û şivên Mezinê me Pêxember

Mezinê me Pêxember rojên înê dema xutbe dixwend xwe dispart esayekê an kevanekî; di seferê de jî xwe dispart kevan. Pêxemberê me yê delal dida zanîn ku xwespartina esayê ji exlaqê pêxemberan e; bi xwe xwe dispart esayê û şîreta xwespartina esayê jî dikir. Di dema xelîfetiya Muawiye bin Ebî Sufyan (radiyellahû anhûma) de esaya Mezinê me Pêxember li ba Se’dul-Qerez bû. Hezretê Muawiye bin Ebî Sufyan di sala pêncî ya hicretê de hatibû hecê. Xwest minbera li mizgefta Pêxemberê me yê delal bide rakirin û bibe Şamê. Esaya ku li ba Se’dul-Qerez bû jî da xwestin. Hezretê Cabir bin Ebdullah û Hezretê Ebû Hureyre çûn ba wî û got: «Ey Emîrê Muminan! Ne rakirin û birina minbera Resûl eleyhisselam ji cihê ku lê hatiye danîn, ne jî birina esaya Wî ya Şamê rast e!» Li ser vê yekê Hezretê Muawiye dev ji wan berda û uzr xwest.

Pêxemberê me Hezretê Ebdullah bin Uneys ji mizgeftê bir mala xwe, esayek dayê û ferman kir: «Vê esayê li ba xwe biparêze, ey Ebdullah bin Uneys!» Ebdullah bin Uneys radiyellahû anhû gava bi wê esayê çû ba xelkê, jê pirsî: «Ev esa çi ye?» Wî jî got: «Ev Resûl eleyhisselam da min û ferman kir ku ez wê li ba xwe biparêzim.» Ji Hezretê Ebdullah bin Uneys re got: «Xwezî tu vegerî ba Resûl eleyhisselam û jê bipirsî ka ev ji bo çi daye te!»

Şiklê Ne’lîna Şerîf a Mezinê me Pêxember

Ne’lîna Şerîf

Ne’lîna Resûlûllah ber bi asîmanan ve bilind dibe,
hemû mexlûqat di siya Wî de ye.
Li Tûrê ji Mûsa re «ne’lîna xwe derxe» tê gotin,
li ser Erşê ji Wî re «Tu dernexe» tê gotin.
Ev şiklê ne’lîna Resûlê herî bişeref e,
stêr jî dixwazin bibin axa ku Ew pê lê dike.
Ehlê heft qat asîmanan di arzûya Wî de ne,
tacên sultanan xibteyê bi wê dikin.
Mîna Ne’lîna Mustefa nayê dîtin,
nûra çavan, huzûra dilan, hemû ji Wî tê.
Sûretê ne’lînê gelek ezîz bigire,
hemû ser dixwazin jê re bibin ling.
Gava bela û musîbet her alî digirin,
Ne’lîna Şerîf ji min re dibe keleheke emîn.
Ez di vê keleha xurt de di ewlehiyê de me,
gava ez xwe dispêrim şiklê wê yê xweşik, min diparêze.
Dil bi xizmeta şiklê ne’la şerîf
dixwaze li herdu cîhanan di siya wê de bijî.
Îbn Mes’ûd bi xizmeta ne’lîna Wî bextewar bû,
lê seadeta min bi mîsala wê çêdibe.
Yûsuf Nebhanî

Li ser vê yekê Ebdullah bin Uneys vegeriya ba Pêxemberê me û pirsî: «Ya Resûlellah! Te ev esa ji bo çi da min?» Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ev roja qiyametê di navbera me de nîşanek e! Hingê li Cennetê ji mirovan ên ku xwe dispêrin esayê pir hindik in! Tu yê li Cennetê xwe bispêrî vê!» Ebdullah bin Uneys ew bi şûrê xwe re digerand û qet ji xwe venediqetand. Gava ket ber mirinê jî, wesiyet li ehlê mala xwe kir ku wê têxin nav kefenê wî û bi wî re binax bikin. Xistin navbera bedena wî û kefenê wî û wesiyeta wî bi cih anîn. Mihceneke Mezinê me Pêxember hebû ku bi dirêjiya gazekê (68 cm) an hinekî dirêjtir bû. Ji şiva serxwar re mihcen tê gotin. Pêxemberê me ji dûr ve bi wê îşaret dikir û Hecerul-Eswed îstîlam dikir. Pêxemberê me gava li deveyê siwar dibû, ew li ber xwe didaliqand. Mixserreyeke Mezinê me jî hebû ku jê re Urcûn dihat gotin (ji çiqlê hişk ê darxurmeyê). Ji şiva ku ji çiqlê darê hatiye çêkirin re mixserre tê gotin. Pêxemberê me gava diçû Beqîul-Xerqedê ew bi xwe re dibir, xwe dispartê, dema rûdinişt jî di destê xwe de dizivirand. Carinan Pêxemberê me dema ev mixserre di destê Wî de bû xutbe jî dixwend. Qedîbekî (şiveke zirav) Pêxemberê me jî hebû ku ji darên çiyê hatibû birîn û jê re Memşûq dihat gotin. Dema Hezretê Osman qedîbê Mezinê me Pêxember di dest de li ser minberê xutbe dixwend, Cehcah bin Seîd an Cehcah bin Qeys çû, qedîb ji destê Hezretê Osman girt, da ber çoka xwe, tewand û şikand. Xelkê li Cehcah kir qîrîn. Ev yek li xîreta îlahî ket û Allah teala nexweşiya ekîleyê (xurînê) da dest an çoka Cehcah. Cehcah piştî şehadeta Hezretê Osman, hîn salek derbas nebûbû, bi xwexurandinê mir.

«Mîna Ne’lîna Mustefa nayê dîtin; nûra çavan, huzûra dilan, hemû ji Wî tê» Yûsuf Nebhanî (rehmetûllahî eleyh)

Şûrên Mezinê me Pêxember

Neh şûrên Mezinê me Pêxember hebûn.

Şûrê ku ji bavê Wî mabû û jê re Me’sûr dihat gotin, di dema hicreta Pêxemberê me ya Medîneyê de pê re bû.74 Ebd: Ev şûr Hezretê Se’d bin Ubade diyarî Mezinê me Pêxember kiribû; gava diçû Xezweya Bedrê, bi xwe re biribû.

Zulfiqar: Şûrê Munebbih bin Heccac an As bin Munebbih bû, ku ji muşrikên Qureyşê bûn, û di Xezweya Bedrê de xenîmet mabû. Mezinê me Pêxember Zulfiqar diyarî Hezretê Elî kir. Serê destikê wî, xelek û zincîrên bendê wî ji zîv bûn.75

Piştî wefata Pêxemberê me, gava Hezretê Ebbas serî li Hezretê Ebûbekr da û Zulfiqar ji Hezretê Elî xwest, Hezretê Ebûbekr got: «Min ev şûr her di destê wî de dîtiye. Li min xweş nayê ku ez wî jê bistînim!» Hezretê Ebbas jî ew ji Hezretê Elî re hişt.

Rimên Mezinê me Pêxember

Ji cihûyên Benî Qeynuqa sê rim ji Mezinê me Pêxember re xenîmet mabûn. Navê yek ji rimên Pêxemberê me Muswî, navê ya din Musna bû. Herbeyeke mezin a Pêxemberê me hebû ku jê re Beyda digot, herbeyeke ji rimê biçûktir jî hebû ku jê re Eneze digot. Necaşiyê Hebeşê Hezretê Eshame sê eneze (rim) ku ji wan re Neb’e dihat gotin û herbeyek ji Pêxemberê me yê delal re şandibûn. Pêxemberê me yek ji wan ji xwe re hiştibû, ya duyem dabû Hezretê Elî, ya sêyem jî dabû Hezretê Umer.

Bilalê Hebeşî (radiyellahû anhû) di Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê de rima Pêxemberê me heta nimêjgehê li pêşiya Pêxemberê me dibir û li wir li ber Mezinê me Pêxember diçikand. Pêxemberê me yê delal jî berê xwe dida wê û îmametiya nimêja cejnê dikir. Piştî wefata Mezinê me Pêxember, Hezretê Bilalê Hebeşî ev rim di cejnan de li pêşiya Hezretê Ebûbekr dibir û li nimêjgehê li ber wî diçikand. Piştî Hezretê Ebûbekr, di dewra Hezretê Umer û piştî wî di dewra Hezretê Osman de ev wezîfe bangdêr Hezretê Se’dul-Qerez bi eynî awayî bi cih anî. Di zemanê waliyên Medîneyê de jî her wisa hat kirin.

Kevanên Mezinê me Pêxember

Şeş kevanên Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) hebûn. Ji wan sê kevanên ku ji wan re Rewha, Beyda û Sefra dihat gotin, ji cihûyên Benî Qeynuqa xenîmet mabûn. Kevanê Sefra ji dara neb’ê hatibû çêkirin.76 Kevanê bi navê Ketûm jî ji dara neb’ê hatibû çêkirin û di Xezweya Uhudê de şikestibû. Kevanê şikestî Hezretê Qetade bin Nu’man ji bo bîranînê biribû. Herwiha kevanên bi navên Seded û Zewra jî hebûn.77

«Ji Elî pê ve ciwan, ji Zulfiqar pê ve şûr tune ye!» Hedîsa şerîf

Mertalên Mezinê me Pêxember

Sê mertalên Pêxemberê me hebûn. Zelûq ew mertal bû ku sûretê serê beranekî li ser bû. Ev mertal diyarî Pêxemberê me hatibû kirin. Lê ji ber ku bisûret bû, li Pêxemberê me xweş nehatibû. Gava bû sibeh, Allah ew sûret ji ser mertal rakiribû, tune kiribû.78

Kirasên zirxî yên Mezinê me Pêxember

Heft kirasên zirxî yên Mezinê me Resûlûllah hebûn. Ev kirasên zirxî ev bûn:

Zatul-Fudûl: Ev Hezretê Se’d bin Ubade gava Pêxemberê me derdiket Xezweya Bedrê diyarî wî kiribû.79

Se’diyye û Fidde: Ev herdu kirasên zirxî jî ji cihûyên Benî Qeynuqa ji Pêxemberê me re xenîmet mabûn. Kirasê zirxî yê bi navê Se’diyye ew kirasê zirxî yê tarîxî bû ku Hezretê Dawud eleyhisselam ji bo şerê bi Calût re li xwe kiribû. Pêxemberê me di Xezweya Uhudê de Fudûl û Fidde li ser hev li xwe kiribûn.80 Gava Pêxemberê me wefat kir, kirasê zirxî yê bi navê Zatul-Fudûl li ba cihûyekî ji Benî Zeferan ê bi navê Ebuş-Şehm rehîn bû, di berdêla sî sa’ cehê ku ji bo hewcedariya ehlê malê hatibû standin de.81

Zirxên din jî Zatul-Wişah, Zatul-Hewaşî, Betra û Xirniq bûn.82

Pêxemberê me di Xezweya Huneynê de Zatul-Fudûl û Se’diyye li xwe kiribûn.83

Kumzirxên Mezinê me Pêxember

Ji kumzirxên Resûlûllah yê yekem Muweşşeh bû. Ev kumzirx ji cihûyên Benî Qeynuqa xenîmet mabû. Kumzirxê bi navê Zus-Subux an Zus-Susub an Meşbûx ew kumzirx bû ku Pêxemberê me di Xezweya Uhudê de dabû serê xwe. Bi şûrên ku muşrikan lê xistin û bi kevirên ku avêtin şikest û du xelekên wî di gepên mubarek ên Pêxemberê me yê delal de çikiyan.

Pêxemberê me dema ji bo fethê diket Mekkeyê jî bi kumzirx bû.

Leşker siwar bû, sencaq û alem hildan,
li mehter84, li neqare û li defê jî xistin.

Al û sencaqên Mezinê me Pêxember

Mezinê me Pêxember di xezweyan de du cure al (sencaq) bi kar dianîn. Raye reş bû, liwa biçûktir û spî bû. Yûnus bin Ubeyd, azadkiriyê Muhemmed bin Qasim, vedibêje: «Muhemmed bin Qasim ez şandim ba Bera bin Azib, da ku ez ala Resûlûllah eleyhisselam jê bipirsim. Bera bin Azib jî got: “Reş û çargoşe bû, ji nemîreyê (ji qumaşê hirî yê bi xêzên reş û spî) bû.”» Ev al peştemala Hezreta Aîşe bû ku ji hirî hatibû hûnandin, bi neqşên kurtanê deveyan xemilandî bû û reş bû. Jê re Uqab dihat gotin. Ala Pêxemberê me yê delal li ba Hezretê Elî bû. Pêxemberê me di Xezweya Xeyberê de ferman kiribû: «Ez ê alê bidim mêrekî wisa ku ew ji Allah û Resûlê Wî hez dike, Allah û Resûlê Wî jî ji wî hez dikin!», gazî Hezretê Elî kiribû û ala xwe dabû wî.85 Allah teala fetha Xeyberê nesîbî Hezretê Elî kiriye.

Li ser Sencaqa (Ala) Resûlûllah a ku jê re Liwaya Hemdê tê gotin «La îlahe îllallah Muhemmedun Resûlûllah» nivîsî bû. Pêxemberê me di Seriyyeya Xerrarê de ji bo Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas sencaqeke spî (al, liwa) girêdabû. Gava Hezretê Elî dişand Yemenê, şaşikek bi serê rimekê ve girêdabû û ferman kiribû: «Liwa wiha ye!» Liwa tenê fermandarê leşker digirt û hildigirt. Di Xezweya Ebwayê (Weddanê) de sencaqa spî ya Pêxemberê me Hezretê Hemze; di Xezweya Buwatê de Se’d bin Ebî Weqqas; di şopandina Kurz bin Cabirê Fihrî de Hezretê Elî; di Xezweya Zul-Uşeyreyê de Hezretê Hemze hilgirtiye.

Pêxemberê me gava derdiket Xezweya Bedrê, sencaqa xwe ya spî (liwaya xwe) dabû Mus’eb bin Umeyr, Hezretê Elî jî li pêşiya Pêxemberê me sencaqa Wî ya reş (rayeya Wî) (Uqab) hilgirtibû.86 Sencaqa spî (Liwa) ya Pêxemberê me di Xezweya Benî Qeynuqa de Hezretê Hemze; di xezweyên Qerqeretul-Kedr, Uhud û Bedrul-Mew’idê de Hezretê Elî; di Xezweya Xendeqê de jî Zeyd bin Harise hilgirtiye. Pêxemberê me Mekke jî bi sencaqa xwe ya spî feth kiribû. Mezinê me Pêxember di Xezweya Tebûkê de sencaqa xwe ya mezin dabû Hezretê Ebûbekr, sencaqa xwe ya biçûk jî dabû Zubeyr bin Ewwam û bi wan dabû hilgirtin.

Hespên Mezinê me Pêxember

Hespê pêşî yê Pêxemberê me yê delal ew e ku li Medîneyê ji bedewiyekî Benî Fezare bi deh oqiye87 zîv kirîbû; xelkê çolê jê re Darîs digot, Pêxemberê me jî navê Sekb lê kiribû. Di Xezweya Uhudê de lê siwar bûbû.88 Di lêva Sekb de spîtî hebû. Sê lingên wî spî bûn, yek ji lingên wî yên rastê ne spî bû. Sekb pir rehwan bû, yanî dema diçû wek avê diherikî. Hespê bi navê Murtecîz Pêxemberê me ji bedewiyekî Benî Murre kirîbû. Murtecîz xweşik bû, bi aheng û mîna ku şiîr bibêje dihîrî.89 Hespê bi navê Lizaz jî Muqewqisê qralê Îskenderiyeyê diyarî Pêxemberê me kiribû. Lizaz pir bi lez diçû.90

Hespê bi navê Zerib Ferwe bin Umeyrê Cuzamî diyarî Pêxemberê me kiribû. Zerib hespekî pir bi hêz û xweragir bû.

Lehîf (an Luheyf). Ev hesp Rebîe bin Ebî Beraê Kelbî diyarî Pêxemberê me kiribû. Dûvê Lehîf dirêj bû. Dûvê wî erd dimalişt. Ye’sûb ji hespên Pêxemberê me yê herî baş bû.

«Ez ê alê bidim mêrekî wisa ku ew ji Allah û Resûlê Wî hez dike, Allah û Resûlê Wî jî ji wî hez dikin!» Hedîsa şerîf

Murawih hespê pêşbaziyê bû; Ubeyd bin Yasir ew li Tebûkê diyarî Pêxemberê me kiribû. Murawih wek bayê bi lez dibeziya.

Hespê bi navê Mirwah nûnerên Benî Reha, ku di sala dehan a hicretê de hatibûn Medîneyê, diyarî Pêxemberê me kiribû. Gava li ber Pêxemberê me li Mirwah siwar bûn û ew dan meşandin, gelek li Pêxemberê me xweş hatibû. Werd: Ev hesp Temîmê Darî diyarî Pêxemberê me kiribû. Rengê Werd ber bi kumeytî ve bû. Pêxemberê me ew diyarî Hezretê Umer kir. Hezretê Umer jî li ser pişta Werd di riya Allah teala de şer kir. Ji xezweyê bezand xezweyê. Pêxemberê me sê ji hespên xwe dixistin pêşbaziyê. Siwarê Zerib Hezretê Sehl bin Se’d, siwarê Lizaz jî Hezretê Ebû Useydê Saidî bû. Lizaz li pêşiya hemûyan, Zerib li pey wî, Sekb jî li pey Zerib diçû.

Ker û hêstirên Mezinê me Pêxember

Ker û hêstira Mezinê me Resûlûllah jî hebûn. Muqewqisê qralê Îskenderiyeyê hêstireke boz û kerekî boz diyarî Pêxemberê me kiribûn. Ji hêstirê re Duldul, ji kerê re jî Ye’fûr an Ufeyr dihat gotin.91 Hêstira spî ya ku cara pêşî di Îslamê de hat dîtin Duldul bû. Ya ku Pêxemberê me di Xezweya Xeyberê de lê siwar bû ev hêstira Boz bû, di Xezweya Huneynê de jî hêstira Boz a din bû. Pêxemberê me mahmûz li hêstira xwe dabû û xwestibû bi ser Hewazinan de here; Hezretê Ebbas bi dizgîna hêstirê, Hezretê Ebû Sufyan bin Haris jî bi zengiya wê girtibû û xebitîbûn ku leza wê bişkînin û nehêlin Pêxemberê me bikeve nav dijmin. Tê rîwayetkirin ku di Xezweya Xeyberê de kurtan li Ye’fûr kirine, hevsarekî ji werîsê lîfê darxurmeyê xistine serê wî û Pêxemberê me li wî jî siwar bûye. Gava Pêxemberê me ji Heca Wedayê vegeriya, Ye’fûr miribû; Duldul jî piştî wefata Pêxemberê me ji Hezretê Elî re mabû. Heta şehadeta xwe Hezretê Elî, paşê Hezretê Hesen, paşê Hezretê Huseyn, dû re jî Hezretê Muhemmed bin Henefiyye lê siwar bû. Duldul heta dewra Hezretê Muawiye jiya.

Deveyên Mezinê me Pêxember

Qeswa: Ev deveya Mezinê me Pêxember, ku jê re Ced’a û Edba jî dihat gotin, ji heywanên Benî Quşeyr bin Ke’b bin Rebîe bin Amir an ên Hureyş bin Ke’b bû; Hezretê Ebûbekr ew bi çar sed dirheman kirîbû û bi eynî bihayî dewrî Pêxemberê me yê delal kiribû. Pêxemberê me li ser Qeswayê hicret kir Medîneyê. Li ser wê çû Umreya Hudeybiyeyê. Mekke jî li ser wê feth kir. Mezinê me Pêxember Qeswa dixist pêşbaziyê, tu deveyek di ber wê re derbas nedibû. Lê bedewiyek bi deveyeke du salî ket pêşbaziyê û di ber wê re derbas bû. Di Heca Wedayê de xutbeya Erefatê li ser Qeswayê xwend. Qeswa di zemanê xelîfetiya Hezretê Ebûbekr de li goristana Cennetul-Beqî berdan. Li wir bi serê xwe çêriya û çêriya, heta mir.92

«Allahê min! Çawa ku Te sûretê min xweşik afirandiye, exlaqê min jî xweşik bike» Hedîsa şerîf

Deveya ku ji Ebû Cehl xenîmet hat girtin: Di Xezweya Bedrê de deveya meşhûr a Ebû Cehl bi xenîmetî ketibû para Pêxemberê me yê delal. Heta Umreya Hudeybiyeyê li ser vê deveyê jî derdiket xezweyê. Ji bo umreyê nîşana qurbanê lê xist. Muşrikan xwest sed deve bidin û wê bistînin. Pêxemberê me ferman kir: «Eger me ew ji bo qurbanê veneqetandibûya û diyar nekiribûya, min ê daxwaza we bi cih bianiya.» Deveyên şîrdar: Heft deveyên şîrdar ên Pêxemberê me hebûn ku li çêregehên Zul-Cedr û Cemmayê diçêriyan û ji wan re Henna, Semra, Ureys, Se’diyye, Bexûm, Yesîre û Debba dihat gotin; ehlê mala Pêxemberê me bi şîrê wan, bi du meşkên tijî yên ku her şev dianîn, debara xwe dikir.93 Lê di wefata Pêxemberê me de yek ji wan jî nemabû.

Milkên ku Mezinê me Pêxember weqf kirin

Weqfa pêşî di Îslamê de ew heft bexçe û bîstan bûn ku Muxeyriq, ê ku li Uhudê şehîd ket, wesiyet kiribû ku teslîmî Pêxemberê me bên kirin, Pêxemberê me jî teslîm girtibûn û weqf kiribûn; navên wan ev in: 1. Mîseb, 2. Safiye, 3. Delal, 4. Husna, 5. Burqa, 6. E’waf, 7. Meşrebe.94 Muxeyriq, ku berî bibe misliman ji alim û dewlemendên cihûyan bû, di Xezweya Uhudê de li hember hemnijadên xwe sekinî û got: «Hûn jî baş dizanin ku Muhemmed nebiyê axirzemanê ye. Di Tewratê de wesfên Wî eşkere nivîsî ne. Niha ya ku li me tê ew e ku em bibin tabiê Wî û di rojên Wî yên zor de pê re bin»; bi vî awayî helwesta xwe nîşan da. Cihûyan got: «Tu heqdar î, lê îro şemî ye. Mirov bi karan mijûl nabe!» Dît ku israr bêfeyde ye, şûrê xwe girêda û eşkere kir ku bûye misliman. Wesiyet li nêzîkên xwe kir: «Eger ez bêm kuştin, hemû malê min yê Muhemmed e. Serbest e ku çawa bixwaze bi kar bîne.» Çû tevlî leşkerê Îslamê bû. Û şerbeta şehadetê vexwar, radiyellahû anhû.

Dawiyê şer qediya, birîn pêçan. Nêzîkên Muxeyriq bi wesiyetê wefadar man, milkê wî ji Hebîbullah re hiştin. Mezinê me Pêxember jî ev erdên bi ava sar û bi fêkiyên pir weqf kirin û ji bo îstîfadeya feqîr û xizanan vekirin. Va ye, di medeniyeta Îslamê de adeta weqfê cara pêşî wisa dest pê kir. Mezinê me pesnê wî da û ferman kir: «Muxeyriq ji nijada cihûyan kesekî bixêr e.»

Weqfên Pêxemberê me yên li Medîneyê bi giştî ji malê Muxeyriq in.

Îbn Humeyd dibêje: «Xelîfe Umer bin Ebdulezîz xwestibû ku ji xurmistanên weqfê yên Muxeyriq xurme bên anîn. Di teyfikekê de anîn. Gava Umer bin Ebdulezîz got: “Ebûbekr bin Hezm ji min re nivîsî ku ev xurme ji wê darxurmeyê ye ku ji dewra Resûl eleyhisselam maye û Resûl eleyhisselam jê dixwar”, min got: “Ey Emîrê Muminan! Vê di nav me de par bike!” Par kir. Bi her yekî ji me neh xurme ketin.»

Umer bin Ebdulezîz got: «Dema ez waliyê Medîneyê bûm û ketim wê xurmistanê, min ji xurmeyên wê darxurmeyê xwariye û min xurmeyeke bi qasî wê xweş û şîrîn nedîtiye!»

Emr bin Muhacir dibêje: «Eşyayê Resûl eleyhisselam li ba Umer bin Ebdulezîz di odeyekê de bû, ew bi xwe her roj lê dinêrî. Qureyşiyên ku dihatin û li dora wî diciviyan jî dibirin vê odeyê, paşê berê xwe dida vî eşyayî û digot: “Va ye mîrasê wî Zatî ku Allah hûn pê şerefdar kirine!”» Ew ev bûn: 1. serîreke bi pelên darxurmeyê hûnandî,

2. balîfeke rû ku rûyê wê ji çerm û hundirê wê bi lîfê darxurmeyê dagirtî bû, 3. teyfikeke hinekî mezin, 4. qedeheke avê,

5. cilek, 6. destarek,

7. tîrdankek, 8. lihêfeke qedîfe.

(Ev lihêf ji ber bêhnên xweş ên ku ji bedena mubarek a Mezinê me Resûlûllah pê ve mabûn, ji miskê xweştir bêhn dida. Umer bin Ebdulezîz (radiyellahû anhû) gava nexweş diket, xwe bi ava şûştina wê lihêfê dişûşt û baş dibû.)

Gava deryaya eşqê pêl da,
ew durrê yetîm xuya bû.
Xaliqê pak di şanê Wî de ferman kir:
(Lewlake lema xeleqtul-eflak.)
Gava hat dinyayê, ronahiya wê Rojê
hemû kaînat tijî kir.
Kî li ser şopa Wî here,
di her karê xwe de qenciyê dibîne.
Tevî ku memleket ketibûn bin emrê Wî,
ne xwediyê sê kirasan bû.
Li malê zêde mal tune bû,
di wefatê de zirx di rehînê de hat dîtin.
Li ber wan tiştên ku piraniya caran didîtin,
dinya bi çi dike?
Îhsan ji her kesî re pir bûn,
gotina «tiştek tune» li ba Wî tune bû.
Carinan ew qas pir dida
ku dijmin hemû ditewiyan.
Şefqet ji her leîmî re pir bû,
ji her sêwiyî re bavekî dilovan bû.
Di her karî de gelek hikmet hebû,
qet minet ji kesî nekir.
Diçû ziyareta nexweşan,
derdmend digihand şîfayê.

«Ya Resûlellah! Hêza min têra medha te nake; em hemû bi hurmeta te hatine afirandin. Bi kurtî, ey Şahê îqlîma wefayê, canê min jî bi qurbana te be, her tişt bi qurbana te be!» Huseyn Hilmî bin Seîd (rehmetûllahî eleyh)

Teheccud qet nedihişt,
ji tirsa Allah ranediket.
Pêxember her kes
her tim bi nefsa xwe re wek hev digirt.
Bi evdîtiyê îftîxar dikir,
xûyê Wî exlaqê îlahî bû.
Her kî ku çav bide vê rê,
bi sifetên xweş dixemile.
Bû mudawimê mektebekê,
muellimê zatê Wî Allah bû.
Rehman, ji bo ku Wî bide naskirin,
di Qur’anê de beyaneke xweş kir.
Heta Heşrê li ser Şahê enbiyayan
selewatên bêdawî bin!
Li ser Al û Eshabên Wî bin
selat û selama min a aciz!

Şirika Zêrîn / Kabe

Dîmena Mescîda Nebî ya ji derve / Medîneya Munewwere

HILYEYA SEADETÊ Piştî şîreta li eshabên xwe, Fexrê Alemê ferman kir: piştî min, eger yek hilyeya min a pak bibîne, ew dibe mîna ku rûyê min dîtibe; gava dît, eger hub pê re çêbibe, yanî bibe aşiqê husna min, arzû bike ku min bibîne, dilê wî bi hezkirina min tijî be, Cehennem li wî dibe heram, Rebbê min Cennetê îkramî wî dike. Herwiha Heq wî tazî heşr nake, dibe mulheqê xufrana Heq. Hatiye gotin ku hilyeya Resûl eger destê yekî bi hezkirin binivîse, Heq wî ji tirsê emîn dike, rûyê erdê bi belayê tijî bibe jî. Laşê wî li dinyayê nexweşiyê nabîne, hemû bedena wî qet êşê nakişîne. Ev mirov guneh kiribe jî, Cehennem li cismê wî dibe heram. Li axretê ji ezabê xelas dibe, li dinyayê her karê wî hêsan dibe. Rebbê celle jî wî heşr dike bi wan re ku li dinyayê Resûl dîtine. Tevî ku beyankirina hilyeya Nebî zor e, em dest pê dikin, bi qasî ku îmkan heye. Em xwe dispêrin Zulcelal, bi aciziya xwe wesf dikin. Ummet di vê gotinê de li hev kirine: Fexrê Alemê sor û spî bû. Rûyê Wî yê mubarek spiyê xalis bû, mîna gulê ber bi sorî ve bû. Xwêdana li ser rûyê Wî, mîna durran, ew cewherê xweşik gelek xweştir dikir.

Gava Ew, kaniya surûrê, xwêdan dida,
qey deryaya nûrê pêl dida.
Çav her tim bikil xuya dikirin,
çavên xweşik dil dikişandin.
Spiyê çavan gelek spî bû,
Rebbê Wî bi ayetê pesnê Wî da.
Reşika çavan ne biçûk bû,
nêzîk û dûr li ba Wî yek bû.
Çav fireh, xweşik û letîf bûn,
rûyê mubarek her tim nûr direşand.
Quweta dîtinê ya Mustefa
bi şev jî mîna bi roj xurt bû.
Eger bixwesta li derekê binêre,
cismê pak jî pê re dizivirî.
Cesed dikir tabiê serî,
qet dev ji vê bernedabû.
Resûlê Ekrem cism bû jî,
lê layiq e ku ez bibêjim: rûhê mucessem.
Resûl xweşik û şîrîn bû,
Resûl li ba Heq gelek hezkirî bû.
Malik û Ebû Hale gotine:
mîna hîlalê biriyên Wî vekirî bûn.
Navbera herdu biriyan her dem
mîna zîv eşkere xuya dikir.
Rûyê mubarek hinekî girover bû,
çerm zelal û biriqok bû.
Mihraba biriyên Wî yên reş
qibleya hemû cîhanê bû.
Nîveka wî hinekî bilind xuya dikir,
gava ji kêlekê lê dinêrîn, pozê Wî yê mubarek.
Pir xweşik bû, kişandî û letîf,
yê ku dibîne nikare Wî temam tarîf bike.
Navbera diranan vekirî bû,
dibiriqîn, qey rêzek durr bûn.
Her ku diranên pêş xuya dibûn,
nûrekê her alî digirt.

Eger Serwerê herdu cîhanan bikeniya,
pêxemberê her tiştî, candar û bêcan,
diranên pêş xuya dibûn, pir efîf,
mîna libên zîpikê, gelek letîf.
Îbn Ebbas dibêje: Hebîbê Xwedê
ji kenê heya dikir.
Ew, senedê dîn, ji ber heyaya xwe
dibêjin, qet bi qehqehe nekeniya.
Resûlê cenab nazik û şermîn bû,
her tim ji nêrînê hîcab dikir.
Rûyê Wî dişibiya hîva girover,
zatê Wî ji Mewlayê bilind re neynik bû.
Ew rûyê xweşik her tim bi nûr bû,
ji ber ronahiya wî lê nedihat nêrîn.
Wî Nebiyê xweşik dil birin,
sed hezar sehabî bûn aşiqê Wî.
Yên ku tenê carekê di xewnê de dîtin
gotin: li dinyayê zewqeke wiha tune.
Bila bizanin, gepên xweşik jî
zêde bigoşt nebûn, bila wiha bibêjin.
Cenabê Xaliq bi hezkirin
rû spî, enî vekirî kiribû.
Nûra stû her gav
di nav por de dibiriqî.
Ji riha mubarek, baş bizane,
tenê hivdeh mû spî bûbûn.
Ne lûl e, ne jî dirêj e,
mîna her endamê Wî bi pîvan bû.
Gerdena pak a Resûlê afaqan
gelek spî û gelek zelal bû.
Di nav eshaban de gelek ehlê edebê
hemûyan got: zik û sîng wek hev bûn.

Eger sînga Wî ya mubarek vebûya,
xezîneya îlmê wê feyz95 bireşanda.
Gava bû cihê ku eşq lê bi cih bû,
ma ew sedra şerîf dikare cuda be?
Sînga Wî ya mubarek fireh bû,
îlmê ledunî daketibû ser.
Ew sedra mezin spî û zelal bû,
yên ku didîtin digotin qey bedra munîr e.
Agirê eşqa zatê ezelî
ew xweşik bi pêtan şewitandibû.
Kal û ciwan bêguman vê dizanin:
navmilên Fexrê Cîhanê pehn bûn.
Nîveka piştê jî bigoşt bû,
xwediyê keremê, xwedî-dewlet bû.
Di çermê zîvîn de letafet hebû,
mohreke nubuwwetê ya hinekî mezin hebû.
Mohra nubuwwetê li ser piştê bû,
bêguman nêzîkî aliyê rastê bû.
Yên ku tarîf kirine bi me dane zanîn:
mohra şerîf xaleke mezin bû.
Rengê wê reşekî nêzîkî zer bû,
bi qasî hêka kevokê bû.
Qey li dora wê xêz kişandibûn:
mûyên hûrik, bi hev ve zeliqî.
Yên ku wî nesebbilindî vedibêjin
gotine: hestiyên Nebî stûr bûn.
Her hestî stûr û mêrane bû,
sûret û sîreta Wî şahane bû.

Her yek ji endamên Wî yên mubarek
hem li hev, hem jî xurt hatibû afirandin.
Her endamê Wî pir xweş bû,
mîna ayetên Qur’anê.
Kefa destên wî Sultanî,
binê lingan jî
fireh û pak bûn, nazik û merxûb,
mîna gula teze letîf û mehbûb.
Ehlê nezerê dibêjin: gelek bi pîvan bûn
ew destên mubarek ên bikeramet.
Eger selam bida yekî,
Pêxember her tim dibişirî.
Rojek-du roj di ser re derbas bibûna,
heta ji mehekê dirêjtir jî bibûya,
ji bêhna Wî ya xweş diyar dibû
ew kes di nav mirovan de.
Çermê bêmû mîna bilûrê bû,
ez çawa pesnê wê teniştê bidim!
Ji bo temaşekirina Dost, ew şerîf
bi hemû cismê xwe yê letîf bûbû çav.
Çermê nazik li ser kemalê bû,
Xellaq hikmeta xwe nîşan dabû.
Li ser sîng û zik qet tune bû
tu mûyek, qey lewheyeke zîvîn bû.
Tenê ji nîveka sîngê ber bi jêr ve
rêzek mû rêz bûbû, bê xîlaf.
Ev xeta reş li ser vê bedena mubarek
xweş bû, mîna xermana li dora hîvê.
Di hemû emrê Wî de jî wisa mabûn
endamên mubarek, mîna di ciwaniyê de.
Her ku temenê Nebewî pêş ve diçû,
mîna xonçeyê her tim teze dibû.
Herwiha, Sultanê Kaînatê
guman neke ku pir qelew bû;
ne zeîf bû, ne jî pir bigoşt,
mutedil û gelek bi hêz bû.

Ehlê derûn gotine: «leh e, an şah e?»
ji hev ne zêde bûn, ne jî kêm.
Wî Hosteyî qesra wê bedenê
li ser bingeha edl û dadê ava kiribû.
Laşê pak li ser îtidalê bû,
hemû beden di nûrê de xerq bûbû.
Ew Sidre-mekan navîn-bejn bû,
dinya bi Wî ket nîzamê.
Yên ku li mucîzeya bejna Wî temaşe kir
hemûyan pesnê Hezretê Wî da û got:
Me xweşikekî wiha gulrû nedîtiye,
bejn jî, xû jî, rû jî xweşik.
Nebî tevî ku navîn-bejn bû,
eger bi yekî bejndirêj re bimeşiya,
ew mêr çi qas dirêj bûya jî,
Pêxember dîsa bilindtir xuya dikir.
Ew cewher ji yê bejndirêj
bi qasî kefa destekî bilindtir bû.
Eger bi îzzet bi rêyekê de biçûya,
gelek bi lez dimeşiya.
Di wesfê şerîf de em dîsa dibêjin:
dema dimeşiya ber bi pêş ve ditewiya.
Yanî mîna ku ji nişîvekê dakeve,
her tim hinekî ber bi pêş ve ditewiya.
Ew Celîl bişan û bişeref bû,
rûhê Xelîl pê îftîxar dikir.
Zatekî ku Xwedê mirad bike,
her endamê wî bêguman a’la dibe.
Eger kesek di rê de biçûya û
ji nişka ve Resûlûllah bidîta,
tirs diket dilê wî
ji bilindiya Resûlûllah.
Herwiha eger yekî bi Nebî re her dem
sohbet bikira û gotin bigota,
bi lezzeta di gotinên Wî de ew
dibû kole, eger Resûl qebûl bikira.

Xellaqê ezel Ew kiribû
bi exlaqê xweş bêmîsal û bêbedel.
Ya Resûlellah! Hêza min têra medha te nake,
em hemû bi hurmeta te hatine afirandin.
Bi kurtî, ey Şahê îqlîma wefayê,
canê min jî bi qurbana te be, her tişt bi qurbana te be!
Hüseyin Hilmi Işık
(qeddesellahû teala sirrehul-ezîz)

Dîmeneke kevn a Mekkeya Mukerreme

QESÎDEYA EHLÊ SUNNETÊ
Îtîqada Ehlê Sunnetê ye ya ku pêşî ji te re lazim e,
heftê û sê firqe hene, lê yên mayî cehennemî ne.
Misliman hemû sunnî ne; reîsê hemûyan Nu’man e.
Bi Cennetê hat mizgînîdan yê ku di îmanê de li pey van here.
Îtîqada xwe saxlem bike; paşê xwe bi Îslamiyetê ve girêde!
Pênc şertên Îslamê bi cih bîne; yekser xwe ji heraman biparêze!
Eger te gunehek kir, tobe bike, wext derbas neke!
Kî ku li pey Îslamê neçe, rojekê bêguman poşman dibe.
Nebe ku tu bi bêdînan bixapî, tu jî mehf dibî, hay jê hebe!
Eger tu ji gotina şîrîn bawer bikî, paşê halê te xerab dibe!
Durû zêde bûn: derve melaîket, hundir mar,
ji bo ku te bixin dafikê dost xuya dikin, hem jî ji dil.
Her kes xwe heqdar dizane: «Xerab e – dibêje – yê ku li pey min nayê.»
Îslamiyet terazû ye, ew e ya ku heqdar vediqetîne!
Bizane ku yê li pey Îslamê naçe, însanekî ji riya rast derketî ye.
Bêguman ji vê gotinê bawer dike yê ku tarîxê baş fêm dike.
Çima dibeze ba doktor kesê ku derekî wî diêşe?
Çimkî kes ji mirinê hez nake; can ji her tiştî şîrîntir e.
«Arzûya jiyana bêdawî bi min re tune» – ma kesek heye ku wiha bibêje?
Mirin ne tunebûn e; ji jiyana qebrê bawer bike!
Cennet bêdawî ye, Cehennem jî; Qur’anê ev da zanîn,
divê mirov xwe ji derdê bêdawî biparêze, heta gumanek be jî.
Yên ku ji vê bawer nakin jî hene; şevşevok ji ronahiyê direve.
Qijik ji sergoyê tamê distîne; bilbil e yê ku li gulê digere.
Bêguman nikare ji Îslamê hez bike yê ku ketiye pey nefs û kêfa xwe.
Ma ev herdu dibin yek? Yê baş ji yê xerab cuda ye!
Misliman heqê nas dikin, ji her mexlûqî re îhsanê dikin,
bêîman mîna maran in; ji canêşandinê lezzetê distînin.
Eman ya Rebbî, el-eman; axirzeman çi dijwar e,
îlmê dîn hat jibîrkirin; yên ku nimêj dikin gelek kêm bûn.