Pêxemberê Min ê Delal

ESHABÊN MEZINÊ ME PÊXEMBER

Hevalên Pêxemberê me: Mislimanek, jin be an mêr, zarok be an mezin, eger carekê Mezinê me Resûlûllah bibîne, gelek kêm be jî, an eger kor be carekê pê re bipeyive, û bi îman wefat bike, jê re «Sahib» an «Sehabî» tê gotin. Ji çend heban re «Eshabê Kîram» an «Sehabeyê Kîram» an jî «Sehb» tê gotin (radiyellahû anhûm ecmeîn). Kesê ku Pêxemberê me di kafiriya xwe de dîtibe û piştî wefata Resûlûllah hatibe îmanê, an jî di mislimaniya xwe de dîtibe û paşê bûbe murted (ji mislimantiyê derketibe), ne sehabî ye. Kesê ku piştî ku bûye sehabî bûbe murted û piştî wefata Resûlûllah dîsa hatibe îmanê, sehabî ye. Ji ber ku Mezinê me Pêxember ji sinifa cinan re jî pêxember e, cin jî dibe sehabî.

Piştî pêxemberan û yên bilind ên melaîketan, yên herî bilind ên hemû mexlûqan Eshabê Kîram in. Divê navê her yekî ji wan bi hurmet, bi gotina «Hezretê» an «radiyellahû anhû» bê gotin. Ji her kesê ku bawer dike Muhemmed eleyhisselam pêxember e, yanî ji her mislimanî re, ji kîjan nijadê, ji kîjan welatî be bila bibe, ummeta Muhemmed eleyhisselam tê gotin. Her yek ji Eshabê Kîram ji tevahiya vê ummetê bilindtir e. Ayetên kerîme yên li ser fezîlet û bilindiya Sehabeyê Kîram (radiyellahû anhûm) bi mealî wiha ferman dikin: «Hûn ya bixêr a ummetan in.»1 «Allah teala ji wan muhacir û Ensarên ku herî pêşî îman anîne û ji yên ku di qenciyê de tabiê wan bûne (yên ku di riya wan de diçin) razî ye. Ew jî ji Allah teala razî ne. Allah teala ji bo wan Cennet amade kirine ku di bin wan re çem diherikin. Wê her û her li wir bimînin. Ev xelasiyeke gelek mezin e.»2 «Muhemmed (eleyhisselam) Pêxemberê Allah teala ye. Yên ku bi Wî re ne (yanî Eshabê Kîram) hemû li hemberî kafiran dijwar in. Lê di nav xwe de bi merhemet in. Hûn pirî caran wan di rukû û secdê de dibînin. Ew bi van îbadetên xwe, bi şefqet û muhebbeta ku nîşanî însanan didin riza û îhsana Cenabê Heq dixwazin. Ji rûyên wan diyar e ku gelek secde dikin (Di rûyên wan de alamet û nîşanên secdekirinê hene). Va ye, halê wan di Tewratê de wisa ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne: ew dişibin zadekî ku zîla xwe qelaştiye û derxistiye, xurt bûye, stûr bûye û li ser qurmê xwe rast bûye; ev li cotkaran xweş tê. (Va ye Eshabê Kîram jî wisa bûn. Ew kêm û zeîf bûn, paşê zêde bûn û xurt bûn.) Vê şibandinê kafir û munkir jî xistine xeyz û hêrsê. Allah teala ji yên ku îman anîne û emelên salih kirine re mexfîret û xelateke mezin wad kiriye.»3

Hin hedîsên şerîf ên di heqê Eshabê Kîram de:

«Dijûnan nedin eshabên min! Eger yek ji yên ku piştî eshabên min tên bi qasî çiyayekî zêr sedeqe bide, nagihîje wê sewabê ku yek ji eshabên min bi dayîna kulmek ceh qezenc kiriye, ne jî digihîje nîvê wê.»4

«Muhemmed sellellahû eleyhî we sellem Resûlê Allah teala ye. Yên ku bi Wî re ne (Eshabê Kîram) li hemberî kafiran gelek dijwar in, di nav xwe de jî gelek bi merhemet in (gelek bi şefqet in)» Fetih: 29

«Eshabên min wek stêrkên li ezmên in. Hûn li pey kîjanî herin, hûn ê bigihîjin hîdayetê.»5

«Xwe ji dijminatiya eshabên min biparêzin. Ji Allah bitirsin! Yê ku ji wan hez dike, ji ber ku ji min hez dike ji wan hez dike. Yê ku dijminatiya wan dike, dijminatiya min kiriye. Yê ku eziyetê bide wan, eziyet daye min. Yê ku eziyetê bide min jî, helbet eziyetê dide Allah teala.»

«Yên herî baş ên ummeta min ew in ku di zemanê min de ne. Piştî wan yên herî baş ew in ku piştî wan tên. Piştî wan jî yên herî baş ew in ku hîn paşê tên.»

«Agirê Cehennemê wî mislimanî naşewitîne ku ez dîtime û yên ku ez dîtime dîtine.»6

Ayetên kerîme û hedîsên şerîf ên li jor bilindî û fezîleta Eshabê Kîram bi eşkereyî nîşan didin.

Eshabê Kîram di meseleya hukmên dînî de otorîteya herî muteber in. Çimkî ew Qur’ana Kerîm ji Pêxemberê me hîn bûne, wan ew hînî yên piştî xwe kiriye û şîrove kiriye. Zanînên li ser tiştên ku Pêxemberê me kirine û ferman kirine, li ser wan tiştan ava ne ku wan bi xwe dîtine, bihîstine û neqil kirine.

Va ye, ew hukmên ku wan bi tevahî neqil kirine bûne bingeha hedîsên şerîf. Di Îslamiyetê de Îcmaya ummetê, yanî yekdengiya aliman, tenê di zemanê eshaban de bi temamî û bi awayekî mukemmel pêk hatiye. Herwiha her yek ji eshaban ji wan alimên muctehid e ku gotina wan di dîn de sened û wesîqe ye. Ji muctehidên ku paşê hatine bilindtir e. Alimên Ehlê Sunnetê rêza bilindiya Eshabê Kîram kirine sê beş: 1. Muhacir: Ew in ku berî bajarê Mekkeyê bê girtin, ji Mekkeyê an ji cihên din, dev ji welat û xizmên xwe berdane û hicret kirine bajarê Medîneyê. Ev bi îman hatine ba Resûlûllah an gava hatine îman anîne. Hezretê Emr bin As ji wan e (radiyellahû anhûm ecmeîn).

2. Ensar: Ji mislimanên ku li bajarê Medîneyê an li cihên nêzîkî vî bajarî bûn û ji du qebîleyên bi navê Ews û Xezrec bûn re Ensar tê gotin. Çimkî wan soz dabû ku ji Mezinê me Pêxember û ji mekkeyiyan re her cure alîkarî û fedakariyê bikin û li ser soza xwe sekinîbûn (radiyellahû anhûm ecmeîn).

3. Eshabê Kîram ên din: Ew misliman in ku ne muhacir in, ne Ensar in, lê ji cihên din hatine û bi sohbeta Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) şerefdar bûne. Yên ku gava bajarê Mekkeyê hat girtin an li cihên din hatine îmanê ji van in. Ji van re tenê sehabî tê gotin (radiyellahû anhûm ecmeîn). Yên herî bilind ên Eshabê Kîram çar xelîfeyên Resûlûllah in. Ev li gorî rêza xîlafetê Hezretê Ebûbekr, Hezretê Umer, Hezretê Osman û Hezretê Elî ne. Piştî wan yên herî bilind şeş kesên mayî yên ji Eşereyê Mubeşşere ne, yanî ji wan deh kesan ku mizgîniya Cennetê ji wan re hatiye dayîn, (Talhe bin Ubeydullah, Zubeyr bin Ewwam, Ebdurrehman bin Ewf, Se’d bin Ebî Weqqas, Seîd bin Zeyd, Ebû Ubeyde bin Cerrah) û Hezretê Hesen û Hezretê Huseyn in (radiyellahû anhûm ecmeîn).

Piştî van yên bilind ew çil kes in ku pêşî bûne misliman. Paşê ew sêsed û sêzdeh sehabî ne ku di Xezweya Bedrê de bûn. Paşê ew heftsed qehreman in ku di Xezweya Uhudê de bûn. Piştî van yên bilind ew hezar û çarsed kes in ku di sala şeşan a hicretê de li bin darê soz da Resûlûllah û got: «Mirin heye, vegerîn tune!» Ji vê peymanê re «Bîata Ridwan» tê gotin.7

Hejmara Eshabê Kîram: Di fetha Mekkeyê de dozdeh hezar, di Xezweya Tebûkê de sî hezar, di Heca Wedayê de not hezar, û gava Resûlûllah wefat kir li ser rûyê erdê li dora sed û bîst û çar hezar sehabî hebûn. Di vê meseleyê de rîwayetên din jî hene.8

Ji Eshabê Kîram yên ku herî dawî wefat kirine ev in: Ebdullah bin Ewfa di sala 705an (h. 86) de li Kûfeyê wefat kir. Ebdullah bin Yesr di sala 706an (h. 88) de li Şamê, Sehl bin Se’d di sala 709an (h. 91) de di 100 saliya xwe de li Medîneyê, Enes bin Malik di sala 711an (h. 93) de li Besrayê, Ebut-Tufeyl Amir bin Wasile di sala 718an (h. 100) de li Mekkeyê wefat kirin (radiyellahû anhûm ecmeîn). Piştî wefata Pêxemberê me, di dewra Çar Xelîfeyan de jî Eshabê Kîram di meseleya belavkirina dînê Îslamê û cîhadê de li ser soza xwe sadiq man. Qet ji soza xwe venegeriyan. Hemûyan bi îttîfaq cih û warên xwe hiştin, ji Erebistanê derketin û li her alî belav bûn. Piraniya yên ku çûn venegeriyan; li wan cihên ku çûbûnê heta mirinê cîhad kir û dînê Îslamê belav kir. Bi vî awayî di demeke kurt de gelek welat hatin girtin. Li cihên ku hatin fethkirin Îslamiyet bi lez belav bû. Hemû Eshabê Kîram adil in. Di ragihandina Îslamiyetê de hemû hevpar in. Wan Qur’ana Kerîm berhev kir. Wan hedîsên şerîf jî ji Pêxemberê me neqil kirin. Hezkirina wan hemûyan şertê herî muhim ê bûna li ser îtîqada Ehlê Sunnetê ye, şertekî ku bêyî wî nabe. (Gelek eser hatine telîfkirin û weşandin ku xizmetên Eshabê Kîram ên ji dînê Îslamê re, jiyana wan a nimûne, fezîletên wan, navên hemûyan û tercumeyên halê wan dinivîsin. Kitêbên «Eshâb-ı kirâm» û «Menâkıb-ı Çihâr Yâr-i Güzîn», ku Hakikat Kitabevi weşandine, gelek biqîmet in.)

«Eshabên min wek stêrkên li ezmên in. Hûn li pey kîjanî herin, hûn ê bigihîjin hîdayetê» Hedîsa şerîf

Mehbûbê Rebbê aleman Muhemmed e.
Cismê Wî pak, nav Ehmed, ji aleman re rehmet e.
Xwediyê exlaqê mezin, muxatabê Lewlake…,
Çavkaniya îlm, edeb, feyz, nûr û muhebbetê ye.
Wasiteya rastîn di navbera Heq û evd de Ew e,
Gotina Wî ji rûhan re şîfa, nav ji jenga dil re.
Tebîbê heqîqî yê nexweşê dilê bêhêvî Ew e,
Ne tenê bi xwe, ummeta Wî jî ji melaîketan bilindtir e.
Heq alîkar dan vî evdê xwe yê herî bijarte,
Evdên xwe yên herî hezkirî jê re kirin Eshab.
Resûlûllah ferman kir: «Riya wan riya min e»,
Daye zanîn ku ev esr ji esran ya herî baş e.
Ji canê xwe bêtir ji Muhemmed Mustefa hez kirin,
Mal, milk û meqamên xwe di riya Wî de hiştin.
Ji bo belavkirina Îslamê bi dilxweşî can dan,
Ya Reb, ev çi halekî xweş e, ya Reb, ev çi îzzet e!
Di sohbeteke Wî de nefsên wan pak bûn.
Dilên wan bi me’rîfet, feyz, nûr û tecellî tijî bûn.
Ew di kêliyekê de gihîştin halên ewliyayan,
Û her li pey Wî çûn, ev çi şerefeke mezin e!
Ew hemû adil in, zulmê li kesî nakin,
Ji bo nefsa xwe qet xîlafetê naxwazin.
Ji ber vê şer nakin, dilê hev naêşînin,
Di meqamê herî bilind de ne û hemû muctehid in.