Zarokên Mezinê me Pêxember
Heft zarokên Mezinê me Pêxember çêbûne: sê kur û çar keç. Ji bilî Hezreta Fatîma, hemûyan berî Mezinê me Resûlûllah wefat kiriye. Nijada Pêxemberê me yê delal bi Dêya me Hezreta Fatîma dom kiriye. Ji nijada neviyê Wî Hezretê Huseyn re seyîd, ji nijada Hezretê Hesen re şerîf tê gotin. Hurmeta seyîd û şerîfan hurmeta Mezinê me Pêxember e. Hezkirina seyîd û şerîfan dibe sebeb ku mirov di nefesa dawî de bi îman here.
Qasim (radiyellahû anhû): Ji sê kurên Resûlûllah yê yekem e. Loma ji Resûlûllah re «Ebul-Qasim» hat gotin. Berî nubuwwetê li Mekkeyê hat dinyayê. Dêya wî Xedîceya Kubra ye. Gava hevdeh mehî bû wefat kir.1
Zeyneb (radiyellahû anha): Ji çar keçên Resûlûllah ya yekem e. Gava Pêxemberê me sî salî bû hat dinyayê. Berî nubuwwetê bi Ebul-As bin Rebî re, ku xwarziyê dêya wê Xedîceyê bû, zewicî.2 Ebul-As pêşî îman neanî. Di Xezweya Bedrê de dîl ket û bi wî şertî hat berdan ku hevsera xwe bişîne Medîneyê. Wî ew bi birayê xwe re şand, lê kafiran Zeyneb di rê de paşve vegerand. Resûl eleyhisselam Zeyd bin Harise şand Mekkeyê û Zeyneb bi şev revand Medîneyê. Ebul-As piştî sefera Hudeybiyeyê hat îmanê. Zeyneb dîsa jê re hat dayîn. Di sala heştan a hicretê de, di sî û yek saliya xwe de wefat kir. Du zarokên wê man. Yek Elî bû, ku di temenekî nêzîkî bulûxê de wefat kir. Ya din Umame ye. Zeynebê ew ji Fatîma (radiyellahû anha) re wesiyet kiribû û spartibû Îmam Elî. Kurê wê Elî di fetha Mekkeyê de li ser deveya Resûlûllah, li pişt Wî bû. Umame jî, Hezretê Elî ew ji xwe re nîkah kir.3
Ruqeyye (radiyellahû anha): Keça duyem a Mezinê me Resûlûllah e. Gava Pêxemberê me sî û sê salî bû hat dinyayê. Dêya wê Xedîceya Kubra ye. Gelek xweşik bû. Hevsera Hezretê Osman e. Pêşî nîşankiriya Utbeyê kurê Ebû Leheb bû. Ebû Leheb û jina wî ji bo ku eziyetê bidin Resûlûllah, kurê xwe jê vegerandin. Gava Sûreyê «Tebbet yeda» hat, Utbe berî dawetê ew berda. Wehy hat û li Hezretê Osman hat nîkahkirin. Bi hev re du caran hicret kir Hebeşistanê û paşê Medîneya Munewwere. Hezreta Ruqeyye di bîst û du saliya xwe de, berî Xezweya Bedrê nexweş ket. Ferman li Hezretê Osman hat kirin ku neyê Bedrê û xizmeta hevsera xwe bike. Roja ku mizgîniya zefera Xezweya Bedrê gihîşt Medîneya Munewwere wefat kir û wê rojê hat definkirin.4
Ummu Gulsûm (radiyellahû anha): Keça sêyem a Resûlûllah e. Nîşankiriya Uteybeyê kurê duyem ê Ebû Leheb bû. Gava Sûreyê «Tebbet yeda» hat, Uteybe hîn daweta wan nebûbû ew berda û ji Resûlûllah re gotinên dilêş gotin. Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) jî nifir lê kir û ferman kir: «Ya Rebbî! Yek ji canewerên xwe berde ser wî!» Li ser riya Şamê şêrekî ew perçe perçe kir. Piştî ku Ruqeyye wefat kir wehy hat û Ummu Gulsûm jî li Hezretê Osman hat nîkahkirin. Di sala nehan a hicretê de wefat kir. Resûlûllah îmametiya nimêja wê kir û dema dihat definkirin li ba qebra wê rawesta; hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin.5
Fatîma (radiyellahû anha): Keça çarem a Resûlûllah, hevsera Hezretê Elî û xesûya Hezretê Umer e. Dema nîkah hat kirin panzdeh salî bû.6 Di «Mewahibul-Ledunniyye» de, di Xezweya Sewîqê de hatiye nivîsîn ku mehra wê çarsed misqal zîv bû. Ev tê maneya 57,14 misqal zêr. (Ji bo îro 38 lîreyên zêr e.) Elî (radiyellahû anhû) bîst û pênc salî bû. Ji Ehlê Beytê ye. Spî û gelek xweşik bû. Sêzdeh sal berî hicretê li Mekkeyê hat dinyayê, di sala yanzdehan de di bîst û çar saliya xwe de wefat kir. Sê kurên wê yên bi navê Hesen, Huseyn û Muhsin û du keçên wê yên bi navê Ummu Gulsûm û Zeyneb çêbûn.7
Nijada Resûlûllah ji Fatîmayê dom kir. Zeyneb bi Ebdullah bin Ce’ferê Teyyar re hat nîkahkirin û zarokên wan ên bi navê Elî û Ummu Gulsûm çêbûn. Ji van re Şerîfê Ce’ferî tê gotin.
«Ehlê Beyta min wek keştiya Nûh eleyhisselam e. Yê ku tabiê wan bibe selametê dibîne. Yê ku li paş bimîne helak dibe» Hedîsa şerîf
1. Cennetul-Beqî – Medîneya Munewwere
2. Ehlê Beyt
3. Benatun-Nebî (keçên Mezinê me Pêxember)
4. Şuhedaul-Beqî (şehîdên Cennetul-Beqî)
5. Ezwacun-Nebî (hevserên Mezinê me Pêxember)
6. Îmam Malik.
Halê tirbên li Cennetul-Beqî yê berî ku bên xerakirin
Ebdullah (radiyellahû anhû): Zarokê dawî yê Resûlûllah e ku ji Xedîceya Kubra çêbûye. Piştî nubuwwetê hat dinyayê û hîn li ber şîr bû wefat kir. Jê re Teyyib û Tahir jî tê gotin. Gava Ebdullah wefat kir, As bin Wail got: «Muhemmed ebter bû», yanî nijada wî qut bû. Allah teala bi Sûreyê «Înna e’teyna» bersiva Asê kafir da.8
Îbrahîm (radiyellahû anhû): Yê sêyem ê kurên Resûlûllah û yê dawî yê hemû zarokên Wî ye. Kurê Hezreta Mariye ye, ya ku Muqewqis, waliyê Herakliyûs ê Misirê, diyarî şandibû. Di sala heştan a hicretê de hat dinyayê û gava salek û nîv bû wefat kir. Dema nexweş bû, Resûlûllah ew digirt hembêza xwe û hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin. Gava Îbrahîm wefat kir ferman kir: «Ya Îbrahîm! Em bi mirina te gelek xemgîn bûn. Çavên me digirîn, dilê me dişewite. Lê em tiştekî nabêjin ku Rebbê me pê ne razî be.»9 Li Cennetul-Beqî hat definkirin. Wê rojê roj hat girtin. Gotin: «Ji ber wefata wî roj hat girtin.» Gava Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ev bihîst ferman kir: «Heyv û roj du mexlûqên Allah teala ne ku hebûn û yekîtiya Wî nîşan didin. Ji ber mirin û mayîna tu kesî nayên girtin. Gava we ew dîtin, Allah teala bînin bîra xwe!»
Îlahî! Ji bo xatirê ewladê Fatîmayê,
Bila gotina min a dawî bi Kelîmeya Tewhîdê be!
Tu vê duaya min red bikî an qebûl bikî,
Min xwe bi dawa Ehlê Beyta Nebî girtiye.
Ehlê Beyta Resûl (Alê Resûl – Alê Eba)
Allah teala di Qur’ana Kerîm de ji Ehlê Beytê re bi mealî ferman dike: «Allah teala dixwaze ricsê, yanî her kêmasî û qirêjê ji we dûr bixe û dixwaze we bi tehareteke temam paqij bike.»10
Eshabê Kîram pirsî: «Ya Resûlellah! Ehlê Beyt kî ne?» Di wê navê de Îmam Elî hat. Ew girt bin ebayê xwe yê mubarek. Bi dorê Fatîmaya Zehra, Îmam Hesen û Îmam Huseyn hatin. Her yek girt aliyekî xwe û ferman kir: «Va ye, ev Ehlê Beyta min in.» Ji van zatên bilind re «Alê Eba û Alê Resûl» jî tê gotin.11
Hezkirina Ehlê Beyta Nebewî dibe sebeb ku mirov bi îman here axretê û di nefesa dawî de bigihîje selametê. Hezkirina Ehlê Beytê li ser her muminî ferz e. Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) di hedîseke xwe ya şerîf de ferman dike: «Ehlê Beyta min wek keştiya Nûh eleyhisselam e. Yê ku tabiê wan bibe selametê dibîne. Yê ku li paş bimîne helak dibe.»12
Fezîlet û kemalatên Ehlê Beyta Nebewî gelek in. Bi jimartinê naqedin. Hêza însan têra vegotin û medhkirina wan nake. Qîmet û mezinahiya wan tenê bi ayeta kerîme tê fêmkirin.
Elî, Hesen û Huseyn li wir in,
Hezkirina wan di dil de, muhebbeta wan di can de ye.
Sibê roja mehşerê, li dîwana mezin,
Ya Muhemmed, canê min te dixwaze.
Çiyayê Erefatê çiyayê me ye,
Li wir duaya me qebûl dibe,
Pêxemberê me li Medîneyê radize,
Ya Muhemmed, canê min te dixwaze.
Îmamê Şafiî ev bi awayê herî xweş daye zanîn û gotiye: «Ey Ehlê Beyta Resûl! Allah teala di Qur’ana Kerîm de ferman dike ku em ji we hez bikin. Nimêja wan kesan qebûl nabe ku di nimêjên xwe de ji we re dua nakin; ev yek qîmeta we û dereceya we ya bilind nîşan dide. Şerefa we çiqas mezin e ku Allah teala di Qur’ana Kerîm de silavê li we dike.» Hezretê Enes dibêje: «Ji Resûlûllah pirsî: “Di nav Ehlê Beyta xwe de tu herî zêde ji kê hez dikî?” Ferman kir: “Ji Hesen û Huseyn.”»13
Hezretê Ebû Hureyre dibêje: «Ez li ba Resûlûllah bûm. Hesen hat. Ferman kir: “Ya Rebbî! Ez ji vî hez dikim. Tu jî ji vî hez bike û ji yên ku ji vî hez dikin jî hez bike”; careke din jî ferman kir: “Hesen û Huseyn li dinyayê bêhnên min ên xweş in.”» Mezinê me Pêxember dîsa ferman kir: «Ez piştî xwe du tiştan ji we re dihêlim. Eger hûn xwe bi wan bigirin, hûn ji rê dernakevin. Ya yekem ji ya duyem mezintir e. Yek kitêba Allah teala Qur’ana Kerîm e, ku benekî zexm e ji ezmên heta erdê dirêjkirî. Ya duyem Ehlê Beyta min e. Ev herdu ji hev naqetin. Yê ku li pey van neçe ji riya min vediqete.»14
Hezretê Hesen û Hezretê Huseyn (radiyellahû anhûma) nexweş ketibûn. Mezinê me Pêxember ji Hezretê Elî û Hezreta Fatîma re ferman kir: «Ji bo van cegerparên xwe nezrekê bikin!» Hezretê Elî, Dêya me Fatîma û cariya wan a bi navê Fidde her yekî sê roj rojî nezr kir. Wan herdu bêhnên Cennetê şîfa dît. Lê li mala wan tiştekî xwarinê tunebû. Hezretê Elî ji cihûyekî sê sa’15 ceh deyn kir. Her sêyan niyeta wan rojiyan kir ku nezr kiribûn. Hezreta Fatîma ji wî cehî pîvanek hêra û pênc nan pijandin. Ew bi xwe pênc kes bûn. Wextê fitarê hat. Ji wan pênc kulîçeyan yek danî ber Hezretê Elî, yek danî ber Hezretê Hesen, yek danî ber Hezretê Huseyn, yek da cariya Fidde û yek jî danî ber xwe. Wê fitar bikirana. Miskînek hat û got: «Ya Ehlê Beyta Resûlûllah! Ez miskînek im ji miskînên mislimanan. Xwarinê bidin min. Bila Allah teala we bi nîmetên Cennetê xelat bike.» Kulîçeyên di destê xwe de sedeqe dan wî û bi xwe bi avê fitar kirin. Roja din dîsa rojî girtin. Xizmetkarê pîvaneke din ceh hêra û dîsa pênc kulîçe pijandin. Di wextê fitarê de, gava danîbûn ber xwe û wê fitar bikirana, sêwiyek hat. Her pêncan kulîçeyên xwe dan wî, ew sêwî şa kir, bi xwe bi avê fitar kirin û razan. Roja din dîsa rojî girtin. Ew pîvana ceh a mayî jî kirin pênc kulîçe û danîn ber xwe. Gava wê fitar bikirana, dîlek hat û got: «Ev sê roj in ez birçî me. Ez girêdam û xwarin jî nedan min. Ji bo Allah teala rehmê li min bikin.» Her pêncan kulîçeyên xwe dan wî û dîsa bi avê fitar kirin. Li ser vê yekê di ayetên kerîme yên ku hatin de Allah teala bi mealî ferman kir: «Van nezrên xwe bi cih anîn. Ji ber ku ji roja qiyametê ya dirêj û berdewam ditirsiyan, ew xwarinên ku gelek dixwestin û canê wan dixwest dan miskîn, sêwî û dîlan. Gotin: “Me ev ji bo rizaya Allah teala bi we dan xwarin. Me ji we di berdêlê de ne spasiyek, ne tiştek hêvî kir; em tiştekî naxwazin.”»16 «Loma Cenabê Heq şerabê tehûr (vexwarineke pak û paqij) bi wan da vexwarin…»17 Ebû Hureyre (radiyellahû anhû) dibêje ku Pêxemberê me ferman kir: «Yên we yên baş ew in ku piştî min qenciyê bi Ehlê Beyta min dikin.»
«Yên ku bêyî ku lingên wan bişemitin di pira Siratê re derbas dibin, ew in ku gelek ji Ehlê Beyta min û eshabên min hez dikin» Hedîsa şerîf
Hezretê Elî dibêje ku Pêxemberê me ferman kir: «Ez ê roja qiyametê ji wan re şefaetê bikim ku qenciyê bi Ehlê Beyta min dikin.» «Yên ku bêyî ku lingên wan bişemitin di pira Siratê re derbas dibin, ew in ku gelek ji Ehlê Beyta min û eshabên min hez dikin.»
Di hedîseke şerîf de ku Hezretê Îmamê Rebbanî ragihandiye wiha ferman kiriye: «Kesê ku ji Elî hez bike, bêguman ji min hez kiriye. Kesê ku dijminatiya wî bike, bêguman dijminatiya min kiriye. Kesê ku eziyetê bide wî, bêguman eziyet daye min. Kesê ku eziyetê bide min, bêguman eziyet daye Allah teala.»
Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Allah teala ferman li min kir ku ez ji çar kesan hez bikim. Da zanîn ku Ew bi xwe jî ji wan hez dike.» Jê re hat gotin: «Ev kî ne, tu navên wan ji me re dibêjî?»
Ferman kir: «Elî ji wan e, Elî ji wan e, Elî ji wan e; Ebû Zer, Miqdad û Selman.»
«Ji bo wan kesan ku ji ber malbata min eziyetê didin min ezabekî dijwar heye.»
Di hedîseke şerîf de jî ferman kir: «Fatîma cuzekî min e (yanî parçeyek ji min e). Kesê ku eziyetê bide wê, eziyetê dide min.» Hezretê Ebû Hureyre dibêje: «Mezinê me Pêxember ji Hezretê Elî re ferman kir: “Fatîma li ba min ji te hezkirîtir e. Tu li ba min ji wê ezîztir î (yanî biqîmettir î!)”»18
Dîsa ferman kir: «Ez ji ber ku min dînê Îslamê ji we re aniye berdêlekê ji we naxwazim. Tenê dixwazim ku hûn ji Ehlê Beyta min, ku nêzîkî min e, hez bikin.»
Alimên Îslamê hezkirina Ehlê Beytê şert dîtine ji bo ku mirov di nefesa dawî de bi îman here. Di wan de zerreyên Resûlûllah hene. Qîmetdayîna Ehlê Beytê û hurmeta wan wezîfeya her mislimanî ye. Alimê mezin ê Îslamê Îmamê Rebbanî (rehmetûllahî eleyh) wiha ferman kiriye: «Bavê min di îlmên zahir û batin de, yanî di îlmên dil de gelek alim bû. Her gav hezkirina Ehlê Beytê şîret dikir û teşwîq dikir. Digot ku ev hezkirin gelek alîkariya însan dike ku di nefesa dawî de bi îman here. Dema wê wefat bikira ez li ber serê wî bûm. Di kêliyên wî yên dawî de, gava şiûra wî kêm bû, min ev şîret anîn bîra wî û pirsî ka ew hezkirin çawa tesîr dike. Di wî halî de jî wiha ferman kir: “Ez di deryaya hezkirina Ehlê Beytê de avjeniyê dikim.” Min yekser hemd û senaya Allah teala kir. Hezkirina Ehlê Beytê sermayeya Ehlê Sunnetê ye. Qezencên axretê hemû wê ev sermaye bîne.»
Hezreta Fatîma û zarokên wê yên heta qiyametê Ehlê Beyt in. Asî bin jî, lazim e mirov ji wan hez bike. Hezkirina wan, alîkarî, hurmet û riayeta wan a bi dil, bi beden û bi mal dibe sebeb ku mirov bi îman bimire. (Li bajarê Hamayê yê Sûriyeyê ji bo seyîdan mehkeme hebû. Zarokên ku ji vê silsileya mubarek dihatin dinyayê, bi du şahidan li huzûra hakim dihatin tescîlkirin. Ev mehkeme Mustefa Reşîd Paşa rakir, yê ku dostê sadiq ê îngilîzan bû.) Îmamên Ehlê Sunnetê piraniya zanînên îman û fiqhê, me’rîfetên tesewwufê, heta zanînên tefsîr û hedîsê ji îmamên Ehlê Beytê hîn bûne. Bi terbiyeya wan gihîştine. Bi teweccuhên wan bilind bûne. Ji wan mizgînî standine. Misliman ji Ehlê Beyta Resûlûllah (radiyellahû teala anhûm ecmeîn) ji her kesî bêtir hez dikin û ji yên ku ji Ehlê Beytê hez dikin jî hez dikin. Ji yên ku ji Ehlê Beytê hez dikin, ji mislimanên rast ên ku di riya Ehlê Beytê de diçin re (Ehlê Sunnet) tê gotin. Hemû Ehlê Sunnet di her nimêja xwe de ji Ehlê Beytê re duaya xêrê dikin.
Ji muminê ku Resûl dîtiye re navê (Sehabî) hat dayîn.
Ji bo ku behsa hemûyan bê kirin, (Eshabê Kîram) hat gotin.
Her dilê ku ji Pêxember hez dikir, di kêliyekê de bi nûrê tijî dibû,
Yên ku jê re bûn sehabî, di Qur’anê de hatin medhkirin.
Hemûyan ji bo Resûlûllah mal û canê xwe da.
Di aştiyê de îlm belav dikirin, di şer de jî diguriyan.
Di hedîsa şerîf de Eshab şibandin stêrkan.
Kî li pey yekî ji wan here, digihîje riyên ronahî.
Eshaban gelek ji hev hez dikir, pesnê hev didan.
Mislimanên ku piştre hatin, hemûyan wisa digot.
Qur’an û hedîs wan gihandin me.
Paqijiya dilan ewlehî da zihnan.
Eger dijûn bi yekî ji wan bên dan, dînê Îslamê birîndar dibe.
Yê ku sehabiyekî xerab bike, Qur’ana Kerîm pûç derdixe.
Eger tu mislimanê heqîqî yî, hurmeta her yekî ji wan bike,
Pêşî selat û selamê li Ehlê Beyta Resûl bike!
