Pêxemberê Min ê Delal

EHLÊ BEYTA MEZINÊ ME PÊXEMBER

Ji hemû ehlê mala Pêxemberê me yê delal re Ehlê Beyt tê gotin. Hevserên Wî yên mubarek, keça Wî Hezreta Fatîma û Hezretê Elî, ewladên wan ên mubarek Hezretê Hesen û Hezretê Huseyn, hemû zarok û neviyên wan jî, herwiha Benî Haşim ku nijada pak a Pêxemberê me bi wan ve girêdayî ye, Ehlê Beyt in. Ehlê Beyta Resûlûllah sê beş in: Ya yekem, yên ku bi neseb, bi nijad xizm in. Metên Wî wisa ne. Ya duyem, hevserên Wî yên pak in. Ya sêyem, ew jinên xizmetkar in ku ji bo şehkirina porê hevserên Wî, pijandina xwarina wan, malaştina odeyan, şuştina cilan û kirina karên malê her tim li malên wan bûn. Bilal, Selman û Suheyb jî, ku karên derve dikirin û li mizgeftê ezan dixwendin, ji Mala Seadetê dixwarin û vedixwarin. Resûlûllah rojekê çû mala apê xwe Ebbas, ew û ewladên wî li ba xwe dan rûniştandin, bi îhrama xwe ser wan nixumand û ferman kir: «Ya Rebbî! Ev apê min û birayê bavê min e. Ev jî Ehlê Beyta min in. Çawa ku min ew bi vî cilê xwe nixumandin, Tu jî wan ji agirê Cehennemê binixumîne, biparêze!»

Sebebên zewacên Mezinê me Pêxember

Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) cara pêşî di bîst û pênc saliya xwe de bi Hezreta Xedîce (radiyellahû anha) re zewiciye. Hezreta Xedîce çil salî û bî bû. Lê malê wê, cemala wê, aqilê wê, îlmê wê, şerefa wê, neseba wê, îffeta wê û edeba wê gelek zêde bû. Bîst û pênc salan bi hev re jiyan. Heta Hezreta Xedîce sax bû, Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) qet nezewicî.

Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) piştî wefata Dêya me Hezreta Xedîce (radiyellahû anha), cara duyem di pêncî û pênc saliya xwe de bi Dêya me Hezreta Aîşe (radiyellahû anha), keça Hezretê Ebûbekr re zewicî. Bi emrê Allah teala nîkah kiribû. Heta ku koçî axretê kir, heşt salan bi wê re jiya. Gelek biaqil, zîrek, alime, edîbe, efîfe û salihe bû. Ji ber ku hafizeya wê gelek xurt bû, Eshabê Kîram gelek tişt ji wê dipirsîn û hîn dibûn.

Zewacên xwe yên din hemû bi sebebên dînî û siyasî an jî ji ber merhemet û îhsanê kirine. Ev hemû bî bûn, piraniya wan jî bi temen bûn. Mesela: Gava eziyet û zirara kafirên Mekkeyê ya li mislimanan gihîşt dereceyekê ku nedihat kişandin, beşek ji Eshabê Kîram hicret kiribû Hebeşistanê. Padîşahê Hebeşê Necaşî xiristiyan bû. Ji mislimanan tiştên cûrbecûr pirsîn û li ber bersivên kamil ên ku wergirtin heyran ma û hat îmanê. Gelek qencî bi mislimanan kir. Ubeydullah bin Cehş, ku xuya dikir îman aniye, ji bo ku ji feqîriyê xelas bibe bi keşeyan xapiyabû, bûbû murted û dînê xwe bi dinyayê guhertibû.1 Vî mel’ûnî, ku kurê meta Mezinê me Resûlûllah bû, zor da jina xwe Ummu Hebîbe jî û ew teşwîq kir ku ji dîn derkeve û dewlemend bibe; lê gava wê got ku ew ê bi feqîrî û mirinê razî bibe, lê ji dînê Muhemmed eleyhisselam dernakeve, ew berda. Li bendê bû ku ew perîşan bibe û ji sefaletê bimire. Lê di demeke kurt de ew bi xwe mir. Ummu Hebîbe keça Ebû Sufyan bû, ku wê demê serfermandarê Qureyşa li Mekkeyê bû. Mezinê me Resûlûllah di wan deman de bi artêşên Qureyşê re di şerên gelek dijwar de bû û Ebû Sufyan ji bo ku Îslamiyetê tune bike bi hemû xîreta xwe şer dikir. Resûlûllah bihîst ku dînê Dêya me Ummu Hebîbe (radiyellahû anha) çiqas xurt e û çi halê gelek tehl hatiye serê wê. Ji Necaşî re name nivîsî û wiha xwest: «Ez ê bi Ummu Hebîbeya ku li wir e re bizewicim. Nîkaha min bike! Paşê wê bişîne vir.» Necaşî berê bûbû misliman. Gelek hurmeta nameyê kir, mislimanên li wir vexwendin qesra xwe û ziyafet da. Di sala heftan a hicretê de nîkah hat kirin, diyarî û îhsan dan. Bi vî awayî Ummu Hebîbe gihîşt xelata îmana xwe, li wir dewlemend û rihet bû. Bi saya wê mislimanên din jî rihet bûn. Ji ber ku li Cennetê jin wê li ba mêrên xwe bin, mizgîniya dereceya herî bilind a Cennetê pê hat dayîn; hemû zewq û nîmetên dinyayê li ber vê mizgîniyê gelek biçûk dimînin. Ev nîkah bû yek ji wan sebeban ku rê li ber vekir Ebû Sufyan di pêşerojê de bi mislimanbûnê şerefdar bibe. Tê dîtin ku ev nîkah dereceya aqil, zîrekî, deha, îhsan û merhemeta Resûlûllah jî nîşan dide.2

Mîsala duyem: Dêya me Hezreta Hefse (radiyellahû anha), keça Hezretê Umer, bî mabû. Di sala sisêyan a hicretê de gava Hezretê Umer ji Hezretê Ebûbekr û ji Hezretê Osman re gotibû: «Tu keça min dixwazî?», gotibûn: «Bila ez bifikirim.» Rojekê, gava her sê û hinên din li ba Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bûn, pirsî: «Ya Umer! Ez te xemgîn dibînim, sebeb çi ye?» Çawa ku rengê murekeba di şûşeyekê de bi hêsanî tê dîtin, Mezinê me Resûlûllah jî bi nêrînekê fikra her kesî fêm dikir. Eger lazim bidîta dipirsî. Ji ber ku li ser me ferz e em ji Wî re, heta ji her kesî re rast bibêjin, Hezretê Umer jî bersiv da: «Ya Resûlellah! Min keça xwe teklîfî Ebûbekr û Osman kir, nexwestin.» Resûlûllah qet nedixwest ku ev her sê eshabên Wî, yên ku herî zêde ji wan hez dikir, xemgîn bibin; ji bo ku wan şa bike yekser ferman kir: «Ya Umer! Tu dixwazî ez keça te bidim yekî ji Ebûbekr û ji Osman çêtir?» Hezretê Umer şaş ma. Çimkî dizanibû ku ji Hezretê Ebûbekr û ji Hezretê Osman çêtir kes tune. Got: «Belê, ya Resûlellah!» Ferman kir: «Ya Umer, keça xwe bide min!» Bi vî awayî Hezreta Hefse bû dêya Hezretê Ebûbekr, Hezretê Osman û hemû muminan, ew jî ji wê re bûn xizmetkar, û Hezretê Ebûbekr, Hezretê Umer û Hezretê Osman bêtir nêzîkî hev bûn û bêtir ji hev hez kirin.3

Mîsaleke sêyem: Di sala pêncan an şeşan a hicretê de, di nav bi sedan dîlên ku ji qebîleya Benî Mustelîq hatibûn girtin de Cuweyriye hebû, keça Harisê serekê qebîleyê. Gava ew kirî, azad kir û ji xwe re nîkah kir, hemû Eshabê Kîram (eleyhimurridwan) got: «Em şerm dikin ku xizmên ehlê Mezinê me Resûlûllah, xizmên dêya xwe, bikin carî û xizmetkar.» Hemûyan dîlên xwe azad kirin. Ev nîkah bû sebeb ku bi sedan dîl azad bibin. Dêya me Hezreta Cuweyriye (radiyellahû anha) her gav ev digot û pê pesnê xwe dida. Hezreta Aîşe digot: «Min ji Cuweyriyeyê bixêrtir û bi berekettir jinek nedîtiye.»4 Di hedîsa şerîf de wiha ferman kiriye: «Zewacên min ên bi hemû hevserên min re û zewicandina keçên min, hemû bi wê destûrê bûne ku Cebraîl (eleyhisselam) ji Allah teala aniye.»

Sebebeke muhim a pir zewicîna Mezinê me Resûlûllah jî ew bû ku dînê Îslamê bide zanîn. Berî ku ayeta hîcabê bê, yanî berî ku ferman li jinan bê kirin ku xwe binixumînin, jin jî dihatin ba Resûlûllah, tiştên ku nedizanîn dipirsîn û hîn dibûn. Eger Resûlûllah biçûya mala yekî, jin jî dihatin, rûdiniştin, guhdarî dikir û îstîfade dikir. Gava ayeta hîcabê hat û rûniştin û peyivîna jinan a bi mêrên namehrem re hat qedexekirin, êdî jinên namehrem qebûl nekirin. Ferman kir ku tiştên nizanin ji hevsera Wî ya mubarek Hezreta Aîşe bipirsin û hîn bibin. Yên ku dihatin û dipirsîn ewqas pir bûn ku Hezreta Aîşe wext nedidît bersiva hemûyan bide. Ji bo ku vê xizmeta muhim hêsan bike û barê Dêya me Aîşe sivik bike, bi qasî ku lazim bû xanim nîkah kirin. Bi sedan zanînên nazik ên ku aîdî jinan in, bi rêya hevserên xwe yên mubarek gihandin jinên misliman. Eger yek hevsera Wî hebûya, wê zehmet, heta ne mumkin bûya ku hemû jin ji wê bipirsin. Ji bo ku dînê Allah teala bi temamî bide zanîn, barê pir zewicînê jî hilda ser milên xwe.

Hevserên mubarek ên Mezinê me Pêxember

Xedîceya Kubra (radiyellahû anha): Ji malbateke esilzade û kubar a Qureyşê ye. Keça Xuweylid bin Esed bin Ebdul-Uzza bin Qusey e. Hevsera pêşî ya Resûlûllah e. Bavê wê Xuweylid, dêya wê Fatîma ye. Di çil saliya xwe de, dema bî bû, bi Resûlûllah re zewicî. Resûlûllah wê demê bîst û pênc salî bû. Ji wê çar keç û du kurên Wî çêbûn. Dema bî bû ticaret dikir. Memûr, katib û koleyên wê hebûn. Gelek dewlemend, alime û aqilmend bû. Jina azad a pêşî ye ku hatiye îmanê. Gava Cebraîl eleyhisselam cara pêşî ji Resûlûllah re xuya bû, tirsiyabû. Ev hal ji Xedîceyê re vegot. Herî pêşî Xedîce (radiyellahû anha) îman anî. Kafiran ji peykeran re îbadet dikir, bi Resûlûllah bawer nedikir, tinazên xwe dikirin. Gelek eziyet didan. Xedîce (radiyellahû anha) tesellî û xîret dida Resûlûllah. Hemû mal û milkê xwe di riya Wî de feda kir. Bîst û pênc salan bi sedaqet xizmeta Resûlûllah kir. Carekê jî dilê Wî neêşand.

Sê sal berî hicretê, sê roj piştî mirina Ebû Talib, di şêst û pênc saliya xwe de li Mekkeya Mukerreme wefat kir.

Resûlûllah heta wefata xwe her gav medhê wê dikir. Heta rojekê gava li malê medhê wê dikir, Dêya me Aîşe xwe negirt û got (Cenabê Heq ji wê çêtir da te). Ferman kir: «Na! Ji wê çêtir nehatiye dayîn. Di wan rojan de ku her kesî ji min re digot derewkar, wê ji min bawer kir. Gava her kesî eziyet dida min, ew ji min re bû yar. Xemên min ji holê radikirin.»

Hezreta Xedîce û keça wê Fatîmaya Zehra du ji wan çar jinan in ku di hedîsa şerîf de hatiye ragihandin ew ên herî bilind ên hemû jinên dinyayê ne. Ya sêyem hevsera Firewn Hezreta Asiye, ya çarem Hezreta Meryem e (radiyellahû teala anhûnne).

«Zewacên min ên bi hemû hevserên min re û zewicandina keçên min, hemû bi wê destûrê bûne ku Cebraîl (eleyhisselam) ji Allah teala aniye» Hedîsa şerîf

Aîşe (radiyellahû anha): Hevsera duyem a pak a Resûlûllah e. Keça Ebûbekrê Siddîq e. Dêya wê Ummu Rûman e. Heşt sal berî hicretê hat dinyayê. Ewladê wê çênebû. Salek piştî wefata Xedîceya Kubra û du sal berî hicretê hat nîkahkirin. Piştî sê salan li Medîneyê ew anîn hucreya seadetê û bi vê şerefdar bû. Aqil, zîrekî, îffet û teqwaya wê ewqas zêde bû ku mirov pê ecêbmayî dima. Resûlûllah gelek jê hez dikir û gelek pesnê wê dida. Nîkaha wê bi emrê Allah teala hat kirin. Bi ayeta kerîme hatiye medhkirin. Eshabê Kîram ji bo çareserkirina muşkilên xwe serî li wê didan. Di wefata Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) de hejdeh salî bû. Ji ber ku îctîhada wê li ya Hezretê Elî nehat, di bûyera Deveyê de bi wan Eshabê Kîram re bû ku bi Hezretê Elî re şer kir. Gava Hezretê Elî hat şehîdkirin gelek xemgîn bû. Hurûfî gelek îftirayan lê dikin. Dibêjin ji Hezretê Elî hez nedikir. Ma ne hedîsa şerîf a «Hezkirina Elî ji îmanê ye» Hezreta Aîşe ragihandiye! Bi vî awayî da zanîn ku jê hez dike û lazim e her kes jî jê hez bike. Di sala pêncî û heftan a hicretê de, di şêst û pênc saliya xwe de li Medîneyê wefat kir. Qebra wê li Beqî ye.

Sewde bint Zem’e (radiyellahû anha): Hevsera sêyem a Resûlûllah e. Bi mêrê xwe re hatibû îmanê û hicret kiribûn Hebeşistanê. Gava vegeriyan Mekkeyê mêrê wê wefat kir. Resûlûllah pêşî Hezreta Aîşe, paşê Sewde nîkah kir. Sewde li Mekkeyê, Hezreta Aîşe jî li Medîneyê anî mala xwe. Xanimeke gelek bi merhemet û bi îffet bû. Di zemanê Hezretê Umer de wefat kir.5

Hefse (radiyellahû anha): Keça Hezretê Umer (radiyellahû anhû) ye. Mêrê wê yê yekem Xuneys bû. Bi hev re hicret kir Hebeşistanê û Medîneyê. Gava di ciwaniya xwe de bî ma, bavê wê ew teklîfî Hezretê Ebûbekr û paşê Osman kir. Herduyan jî uzr xwest. Hezretê Umer xemgîn bû. Di sala sisêyan a hicretê de bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû. Resûlûllah piştî demekê Hefse berda. Paşê bi îşareta Cebraîl eleyhisselam dîsa nîkah kir. Gelek rojî digirt, gelek nimêj dikir. Di sala 41ê ya hicretê de, dema şêst salî bû, wefat kir.

Zeyneb bint Xuzeyme (radiyellahû anha): Gelek îbadet dikir, gelek sedeqe dida. Berê hevsera Ebdullah bin Cehş bû. Ebdullah kurê Umeymeya meta Resûlûllah bû. Di Xezweya Uhudê de şehîd bû. Bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû, lê piştî heşt mehan wefat kir.6

Ummu Seleme (radiyellahû anha): Navê wê Hind bû. Bi mêrê xwe Ebû Seleme re yên pêşî bûn ku hicret kir Hebeşistanê. Ebû Seleme birayê Ubeydullah bin Cehş bû, yê ku kurê Berreya meta Resûlûllah bû; li Medîneyê, di sala çaran a hicretê de, ji birîna ku di Xezweya Uhudê de girtibû wefat kir. Ummu Seleme daxwazên nîkahê yên Ebûbekr û Umer qebûl nekirin. Bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû. Di sala pêncî û nehan de li Medîneyê di heştê û çar saliya xwe de wefat kir. Hevsera Wî ya ku herî dawî wefat kir ev bû.7

«Na! Ji wê (ji Xedîceyê) çêtir nehatiye dayîn. Di wan rojan de ku her kesî ji min re digot derewkar, wê ji min bawer kir. Gava her kesî eziyet dida min, ew ji min re bû yar. Xemên min ji holê radikirin» Hedîsa şerîf

Cuweyriye (radiyellahû anha): Keça Harisê serekê qebîleya Benî Mustelîq bû. Di Xezweya Mureysî de, ku di sala pêncan a hicretê de hat kirin, dîl hatibû girtin. Mêrê wê, ku kurê apê wê bû, di şer de hat kuştin. Bîst salî bû, gelek hesna, yanî xweşik bû. Gava Cuweyriye derxistin firotinê, di rîwayetekê de bavê wê ji bo ku wê bikire keriyek deve anî Medîneyê. Dilê wî negirt du deveyên pir baş bide û ew li derveyî bajêr veşartin. Resûl eleyhisselam ferman kir ku wan du deveyên li filan derê veşartî jî bîne. Haris şaş ma û bi du kurên xwe û gelek kesên din re îman anî. Resûl eleyhisselam deve girtin û keça wî paşve dayê. Keça wî jî hat îmanê. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) Cuweyriye ji bavê wê xwest û nîkah kir. Di sala pêncî û şeşan a hicretê de wefat kir.

Zeyneb bint Cehş (radiyellahû anha): Keça Umeymeya meta Resûlûllah û xwişka Ebdullah bin Cehş bû. Navê bavê wê Burre bû. Ji ber ku îman neanî, jê re Cehş hat gotin. Zeyneb ji yên pêşî ye ku îman anîne.

Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ew pêşî li Zeyd bin Harise nîkah kir, ku ew ji xwe re bi kurînî girtibû. Zeyd nikaribû heqê Zeynebê bi cih bîne, loma di sala sisêyan a hicretê de ji hev veqetiyan. Resûl eleyhisselam xwest wê nîkah bike. Gava Zeynebê ev bihîst, ji kêfan du rikat nimêj kir û dua kir: «Ya Rebbî! Resûlê Te min dixwaze. Eger Te teqdîr kiribe ku ez bi hevseriya Wî şerefdar bibim, min Tu bide Wî.» Duaya wê hat qebûlkirin û ayeta sî û heftan a Sûreyê Ehzab nazil bû ku meala wê ya şerîf ev e: «Piştî ku Zeyd di heqê wê de tiştê ku dixwest kir (yanî piştî ku Zeyneb berda), Me ew ji te re kir hevser.» Ji ber ku nîkaha Zeynebê Allah teala kir, Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) cuda nîkah nekir. Zeyneb (radiyellahû anha) her gav bi vê pesnê xwe dida û digot: «Her jinekê bavê wê dizewicîne. Lê Allah teala ez nîkah kirim.» Wê demê sî û heşt salî bû. Di sala bîstan a hicretê de, di pêncî û sê saliya xwe de wefat kir.8 Xêr û îhsana wê pir bû, gelek ji sedeqedayînê hez dikir. Di karên destan de jî mahir bû. Tiştên ku çêdikirin û her tiştê ku diket destê wê dida xizmên xwe û feqîran. Heta, Xelîfe Umer dozdeh hezar dirhem dida her yekê ji Ezwacê Mutehherat. Zeyneb bint Cehş hema ku distend hemû dikir sedeqe û belav dikir. Hezreta Aîşe gelek medh û senaya wê kir. Hedîsa şerîf a «Di nav hevserên min de ya ku herî pêşî bigihîje min, ya destvekirî ye»9 dabû zanîn ku ew ê pêşî wefat bike. Çimkî ya ku herî zêde sedeqe dida ew bû.

Şairê fransî yê bêedeb û mufterî Voltaire, li ser wê yekê ku Resûlûllah Hezreta Zeyneb ji xwe re kir hevser, bi îftirayên nizm û çêkirî, ku ji binî ve dijî tarîx, bûyer û xeberan in, şiîr rêz kirine û kitêbeke şanoyê nivîsiye. Ev nivîsa wî ya kirêt û pîs, ku li mirovekî edebiyat û fikrê nayê, li papayê dijminê wî yê mezin, yê ku ew aforoz kiribû, xweş hatiye û nameyeke ku dilê wî xweş dike jê re nivîsiye. Xelîfeyê mislimanan Sultan Ebdulhemîd Xanê Duyem gava bihîst ku ev piyes wê li ser sehneyê bê lîstin, ultîmatom da hikûmetên Fransa û Îngilîstanê û yekser pêşî lê girt, tevahiya însaniyetê ji nizmiyên ku rûyan sor dikin xelas kir.

Hezreta Sefiyye (radiyellahû anha): Keça Huyey bin Extab bû, ku serekê cihûyên Xeyberê bû. Li Xeyberê nîşankiriya cihûyekî bû. Paşê bi Kinane bin Huqeyq re, ku gelek dewlemend bû, zewicîbû. Di sala heftan a hicretê de gava Xeyber hat fethkirin, Sefiyye jî dîl hatibû girtin. Ket para Resûlûllah û ew azad kir; îman anî û bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû. Di sala pênciyan a hicretê de li Medîneyê wefat kir.10

Ummu Hebîbe (radiyellahû anha): Keça Ebû Sufyan bin Herb bin Umeyye bû. Xwişka Hezretê Muawiye bû. Dêya wê Hind bû. Bi mêrê xwe Ubeydullah bin Cehş re bû misliman û hicret kir Hebeşistanê. Ji ber ku keça wê Hebîbe li Hebeşistanê hat dinyayê, ew jî bi kunyeya Ummu Hebîbe (dêya Hebîbeyê) meşhûr bû. Mêrê wê li wir bi keşeyan xapiya, bû murted û mir. Bi tenê, xerîb û feqîr ma. Got: «Ez ji dînê Resûlûllah venaqetim.» Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo ku wê şa bike xwest wê nîkah bike. Di sala heftan a hicretê de ji Necaşî re name nivîsî. Necaşî li ser vî emrê nebewî ew li Resûlê Ekrem nîkah kir û şand Medîneyê. Di sala çil û çaran a hicretê de li Medîneyê wefat kir.

Hezreta Meymûne (radiyellahû anha): Navê wê Berre bû, Resûlûllah kir Meymûne. Mêrê Meymûneyê wefat kiribû. Piştî fetha Xeyberê, gava ji bo umreyê çûn Mekkeyê, di vegera Medîneyê de bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû. Di sala pêncî û sisêyan a hicretê de li Mekkeyê nexweş ket. Got: «Min ji Mekkeyê derxin! Çimkî Resûlûllah daye zanîn ku ez ê li derveyî Mekkeyê wefat bikim.» Gava ew derxistin, li wî cihî (ku jê re Serif tê gotin) wefat kir ku nîkaha wê bi Resûlûllah re lê hatibû kirin.11

Hezreta Mariye (radiyellahû anha): Gava cariya Mezinê me Pêxember bû îman anî û bi nîkaha Mezinê me şerefdar bû. Ji ber ku hukumdarê Misir/Îskenderiyeyê Muqewqis Mariye diyarî şandibû, neseba wê (silsileya wê) û tarîxa hatina wê ya dinyayê bi qetî nayê zanîn. Ji Dêya me Hezreta Mariye kurekî Mezinê me Resûlê Ekrem ê bi navê Îbrahîm çêbûye. Hezreta Mariye gelek aram, bêdeng û di halê xwe de bû. Di salên dawî yên xelîfetiya Hezretê Umer de, di sala 637an (h. 16) de wefat kiriye. Li qebristana Beqî hatiye definkirin.12

Hezreta Reyhane (radiyellahû anha): Gava cariya Mezinê me Pêxember bû, bûye misliman. Ji qebîleya Benî Qureyze ya cihûyên li Medîneyê ye. Neseba wê (silsileya wê) Reyhane bint Şem’ûn bin Yezîd an jî Reyhane bint Zeyd bin Emr bin Xunafe bin Şem’ûn bin Yezîd e. Tarîxa hatina wê ya dinyayê bi qetî ne diyar e. Berî Mezinê me Pêxember, di sala 631an (h. 10) de li Medîneyê wefat kir. Li qebristana Beqî hatiye definkirin.13

«Hezkirina seyîd û şerîfan dibe sebeb ku mirov di nefesa dawî de bi îman here» Ebû Mucahid Enwer bin Nazif (rehmetûllahî eleyh)