MUCÎZEYÊN MEZINÊ ME PÊXEMBER
Şahidên ku eşkere dikin Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam pêxemberê Allah teala ye, ewqas pir in ku nayên jimartin. Allah teala ferman kir: «Eger tu nebûyayî, Min ê alem neafiranda!»1 Hemû hebûn çawa ku hebûn û yekîtiya Allah teala nîşan didin, wisa jî nîşan didin ku Muhemmed eleyhisselam pêxember e û bilindiya Wî nîşan didin. Kerametên ku di ewliyayên ummeta Wî de çêdibin hemû mucîzeyên Wî ne. Çimkî keramet di wan kesan de çêdibin ku tabiê Wî ne û li ser şopa Wî diçin. Heta, ji ber ku hemû pêxemberan xwestiye ji ummeta Wî bin, ya rastir, ji ber ku hemû ji nûra Wî hatine afirandin, mucîzeyên wan jî ji mucîzeyên Muhemmed eleyhisselam tên hesibandin. Mucîzeyên Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam ji aliyê zeman ve bûne sê beş:
Ya yekem, yên ku ji afirandina rûhê Wî yê mubarek dest pê dikin û heta zemanê bîsetê, ku pêxembertî jê re hat ragihandin, çêbûne. Ya duyem, yên ku di navbera bîset û wefatê de çêbûne.
Ya sêyem, tiştên ku ji wefatê heta qiyametê çêbûne û wê çêbibin. Ji yên yekem re îrhas tê gotin. Her yek ji wan jî dîsa dibe du beş: mucîzeyên ku bi dîtinê tên fêmkirin û yên ku nayên dîtin û bi aqil tên fêmkirin. Hemû mucîze ewqas pir in ku mumkin nebûye sînorek ji wan re bê danîn û bên jimartin. Hatiye ragihandin ku mucîzeyên beşa duyem bi qasî sê hezar in. Ji van çend hebên meşhûr li jêr in. 1. Mucîzeya herî mezin a Muhemmed eleyhisselam Qur’ana Kerîm e. Hemû şair û edîbên ku heta îro hatine, li ber nezm û maneya Qur’ana Kerîm aciz û heyran mane. Nekarîne mîna ayeteke kerîme bibêjin. Î’caz û belaxeta wê naşibe gotina însanan. Yanî eger kelîmeyek jê bê derxistin an kelîmeyek lê bê zêdekirin, xweşikiya lefz û maneya wê xera dibe. Yên ku li kelîmeyeke din geriyane da ku deynin şûna kelîmeyeke wê, nedîtine. Nezma wê naşibe şiîrên şairên ereb. Xeberê ji gelek tiştên veşartî dide ku di dema borî de çêbûne û wê di pêşerojê de çêbibin. Yên ku dibihîzin û dixwînin ji tama wê têr nabin. Biwestin jî, jê bêzar nabin. Bi tecrubeyên bêhejmar hatiye fêmkirin ku xwendin û bihîstina wê tengasiyan radike. Kes hatine dîtin ku gava bihîstine dehşet û tirs ketiye dilê wan, heta yên ku ji ber vê mirine jî hatine dîtin. Gelek dijminên Îslamê yên har bi guhdarîkirina Qur’ana Kerîm dilê wan nerm bûye û hatine îmanê. Ji dijminên Îslamê û ji wan zindîqên ku navê misliman hildigirin û ji wan re muettile, melahide û qeramite tê gotin, hinek çêbûne ku xebitîne Qur’ana Kerîm biguherînin, xera bikin û mîna wê bibêjin; lê tu kes ji wan negihîştiye miradê xwe. Lê Tewrat û Încîl, însanan her gav guhertine û hîn jî diguherînin. Tiştên xweş ên ku bi hemû îlm û tecrubeyê nayên peydakirin, exlaqê baş, meziyetên ku bilindiyê didin însanan, qenciyên ku mirov digihînin seadeta dinya û axretê, zanînên li ser destpêk û dawiya hebûnan û hemû tiştên ku ji însanan re bi feyde û bi zirar in, di Qur’ana Kerîm de bi eşkere an bi awayekî girtî hatine ragihandin. Yên girtî, ehlê wan dikare fêm bike. Hemû îlm û esrarên ku di hemû kitêbên semawî de, di Tewrat, Zebûr û Încîlê de hene, di Qur’ana Kerîm de hatine ragihandin. Hemû îlmên ku di Qur’ana Kerîm de hene tenê Allah teala dizane. Piraniya wan bi Pêxemberê xwe yê delal (sellellahû teala eleyhî we sellem) daye zanîn. Elî û Huseyn (radiyellahû teala anhûma) xeber dane ku piraniya van îlman dizanin. Xwendina Qur’ana Kerîm nîmeteke gelek mezin e. Allah teala ev nîmet îhsanî ummeta Hebîbê xwe kiriye. Melaîket ji vê nîmetê mehrûm in. Loma li cihê ku Qur’ana Kerîm lê tê xwendin dicivin û guhdarî dikin. Hemû tefsîr ji îlmên di Qur’ana Kerîm de gelek hindikî didin zanîn. Roja qiyametê gava Muhemmed eleyhisselam derkeve ser minberê û Qur’ana Kerîm bixwîne, yên ku guhdarî dikin wê hemû îlmên wê fêm bikin. 2. Yek ji yên herî mezin ên mucîzeyên meşhûr ên Muhemmed eleyhisselam jî ew e ku heyv kir du perçe. Ev mucîze nesîbê tu pêxemberekî din nebûye. Gava Muhemmed eleyhisselam pêncî û du salî bû, li Mekkeyê serekên kafirên Qureyşê hatin ba Wî û got: «Eger tu pêxember î, heyvê bike du perçe.» Muhemmed eleyhisselam gelek dixwest ku her kes, nemaze nas û xizmên Wî îman bînin. Destên xwe rakirin û dua kir. Allah teala qebûl kir û heyv kir du perçe. Nîvê wê li ser çiyayekî, nîvê din li ser çiyayekî din xuya bû. Kafiran got: «Muhemmed sihir li me kir.» Îman neanîn.
«Hezar mucîzeyên Muhemmed eleyhisselam xuya bûn, dost û dijmin her kesî jî ev got. Ji van ewqas mucîzeyan ya herî biqîmet ew bû ku bi edeb bû û xûyên Wî yên xweş bûn» Riyadun-Nasihîn
Şiîr:
Kûçik gava li heyvê dinêre direye,
Ma sûcê heyvê di vê de çi ye?
Kûçik her gav direyin.
Yê ehmeq ji vê çi fêm dike?
Beyt:
Xerabûna tama dev nexweşiyê dide zanîn.
Şerbetên herî bi lezzet li nexweş tehl tên.
3. Muhemmed eleyhisselam di hin xezweyên xwe de, gava bêav diman, destê xwe yê mubarek kiriye nav ava firaxekê, av ji nav tiliyên Wî herikiye û ew firaxa ku av tê de bû bêrawestan di ser re çûye. Carinan heştê, carinan sêsed, carinan hezar û pêncsed, di Xezweya Tebûkê de jî heftê hezar kes, hemûyan û heywanên wan ji vê avê vexwariye û ew bi kar aniye. Gava destê xwe yê mubarek ji avê derxistiye, herikîna wê sekiniye. 4. Rojekê çû mala apê xwe Ebbas, ew û ewladên wî li ba xwe dan rûniştandin. Bi îhrama xwe ser wan nixumand û ferman kir: «Ya Rebbî! Çawa ku min ev apê xwe û Ehlê Beyta xwe nixumandin, Tu jî wan ji agirê Cehennemê biparêze.» Ji dîwaran sê caran dengê «amîn» hat bihîstin.2 5. Rojekê li hemberî yên ku mucîze jê dixwestin gazî dareke dûr kir. Darê kokên xwe li erdê kişandin û hat, silav da û got: «Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we resûluh.» Paşê çû û li cihê xwe çikiya. 6. Di Xezweya Xeyberê de gava kebaba pezekî jehrîkirî danîn ber Wî, dengek hat bihîstin: «Ya Resûlellah! Min nexwe, ez bi jehr im.»
7. Rojekê ji yekî re ku pûtek di destê wî de bû ferman kir: «Eger pût bi min re bipeyive, tu yê îman bînî?» Zilam got: «Ev pêncî sal e ez ji vî re îbadet dikim. Tu tişt ji min re negotiye. Wê çawa ji te re bibêje?» Gava Muhemmed eleyhisselam ferman kir: «Ey pût! Ez kî me?», dengek hat bihîstin: «Tu pêxemberê Allah î.» Xwediyê pût yekser hat îmanê.
8. Li Medîneyê, di Mescîda Nebewî de qurmekî xurmeyê yê çikandî hebû. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) dema xutbe dixwend pala xwe dida vê stûnê. Jê re Hennane dihat gotin. Gava minber hat çêkirin, neçû ba Hennaneyê. Tevahiya cemaetê dengê girîna wê bihîst. Ji minberê daket û Hennane hembêz kir. Dengê wê hat birîn. Ferman kir: «Eger min ew hembêz nekira, wê ji ber firqeta min heta qiyametê bigiriya.»
Mucîzeyên wiha gelek hatine dîtin û xebera wan hatiye dayîn. 9. Gelek caran hatiye dîtin ku xîçikên ku digirt destê xwe û pariyên xwarinê yên ku digirt, bi dengekî wek dengê mêşên hingiv tesbîha Allah teala dikirin.
10. Kafirek hat û got: «Ez ê ji ku bizanim ku tu pêxember î?» Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Eger ez gazî wî ûşiyê li wê dara xurmeyê bikim û ew jî bê, tu yê îman bînî?» Kafir got: «Belê, ez ê îman bînim.» Resûlûllah gazî ûşiyê xurmeyê kir; xwe hilavêt û hat. Resûlûllah ferman kir: «Here cihê xwe!» Derket cihê xwe yê li darê û pê ve daliqiya. Kafirê ku ev dît îman anî. 11. Li Mekkeyê çend guran ji keriyekî pez revand û bir. Gava şivan êrîş kir û pez ji destê guran stend, yekî ji guran got: «Tu rizqê me yê ku Allah teala şandiye ji destê me distînî, ma tu ji Allah teala netirsiyayî?» Gava şivan got: «Ez gelek ecêbmayî mam, ma gur dipeyive?», gur got: «Ez tiştekî ji vê ecêbtir ji te re bibêjim? Li Medîneyê Muhemmed (sellellahû teala eleyhî we sellem), ku Pêxemberê Allah teala ye, mucîzeyan nîşan dide.» Şivan hat, ev ji Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) re vegot û bû misliman.
12. Mezinê me Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) gava di mêrgekê re diçû, sê caran dengê «Ya Resûlellah!» bihîst. Li wî alî nêrî, xezaleke girêdayî dît. Li kêleka wê zilamek razabû. Gava ji xezalê pirsî ka çi dixwaze, xezalê got: «Vî nêçîrvanî ez girtim. Li girê hember du têjikên min hene. Min berde! Ez herim, wan têr bikim û bêm.» Resûl eleyhisselam ferman kir: «Tu yê li ser soza xwe bisekinî û bêyî?» Xezalê got: «Ez ji bo Allah soz didim; eger ez neyêm, bila ezabê Allah li ser min be.» Resûlûllah xezal berda. Hinekî şûnde xezal hat. Zilam hişyar bû û got: «Ya Resûlellah! Emrekî te heye?» Mezinê me Pêxember jî ferman kir: «Vê xezalê azad bike!» Zilam benê xezalê vekir û ew berda. Xezalê got: «Eşhedu en la îlahe îllallah we enneke Resûlûllah» û çû.
13. Rojekê gundiyek dawetî îmanê kir. Wî got: «Eger tu keça cîranekî min ê misliman, ku wefat kiriye, vejînî, ez ê îman bînim.» Çûn ser gora wê. Bi navê wê gazî keçikê kir. Pêşî ji hundirê qebrê dengek hat bihîstin û keçik derket derve. Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Tu dixwazî bêyî dinyayê?» Keçikê jî got: «Ya Resûlellah! Ez naxwazim bêm dinyayê. Ez li vir ji mala bavê xwe rihettir im. Axreta misliman ji dinyaya wî çêtir e.» Gundî gava ev dît, yekser hat îmanê. 14. Cabir bin Ebdullah (radiyellahû teala anhû) pezek pijand. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bi eshabên xwe re xwar. Ferman kir: «Hestiyên wî neşikînin!» Hestî dan hev, destên xwe yên mubarek danîn ser wan û dua kir. Allah teala pez vejand. 15. Zarokek anîn ba Resûlûllah ku tevî ku mezin bûbû qet nepeyivîbû. Pirsî: «Ez kî me?» Bersiv da: «Tu Resûlûllah î.» Heta mir peyivî.
«Ya Rebbî! Çawa ku min ev apê xwe (Ebbas) û Ehlê Beyta xwe nixumandin, Tu jî wan ji agirê Cehennemê biparêze» Hedîsa şerîf
16. Yekî pê li hêka mar kir û herdu çavên wî kor bûn. Anîn ba Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem). Gava ji tûka xwe ya mubarek li çavên wî da, dest bi dîtinê kir. Heta di heştê saliya xwe de jî ta di derziyê re dikir.
17. Muhemmed bin Hatib dibêje: «Ez biçûk bûm. Ava kelandî bi ser min de rijiya. Laşê min şewitî. Bavê min ez birim ba Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem). Bi destên xwe yên mubarek tûka xwe li cihên şewitî da û dua kir. Şewat yekser baş bûn.»
18. Jinekê kurekî xwe yê keçel anî. Resûlûllah bi destên xwe yên mubarek serê wî miz da. Şîfa dît. Porê wî dest bi dirêjbûnê kir.
19. Di kitêbên «Sunen» ên Tirmizî û Nesaî de wiha tê gotin: Kesekî ku herdu çavên wî ema (kor) bûn hat û got: «Ya Resûlellah! Dua bike, bila çavên min vebin.» Mezinê me merhemet kir; ferman kir ku destnimêjeke bêqisûr bigire û paşê vê duayê bixwîne: «Ya Rebbî! Ez li ber Te digerim. Ez Pêxemberê Te yê delal Muhemmed eleyhisselam dikim navber û ji Te dixwazim. Ey Pêxemberê min ê ku ez gelek jê hez dikim, Hezretê Muhemmed! Ez te dikim wesîle û li ber Rebbê xwe digerim. Dixwazim ku ji bo xatirê te qebûl bike. Ya Rebbî! Vî Pêxemberê bilind ji min re bike şefaetkar! Ji bo hurmeta Wî duaya min qebûl bike.» Zilam destnimêj girt û dua kir, çavên wî vebûn. Mislimanan ev dua her gav xwendiye û gihîştine miradên xwe. 20. Resûlûllah bi Ebû Talib re di çolekê re diçû. Ebû Talib got ku gelek tî bûye. Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) ji heywên peya bû, ferman kir: «Tu tî bûyî?» û paniya lingê xwe yê mubarek li erdê da. Av jê pijiqî. Ferman kir: «Apo, ji vê avê vexwe!» 21. Di sefera Hudeybiyeyê de li ba bîreke kêmav danîn. Leşker ji bêaviyê gazin kir. Satilek av xwest, jê destnimêj girt, tû kirê û da rijandin nav bîrê. Tîrek hilda û avêt bîrê. Dîtin ku bîr heta dev bi avê tijî bûye.
22. Di xezweyekê de leşker ji bêaviyê gazin kir. Resûl eleyhisselam du leşker şandin ku li avê bigerin. Jinek li ser deveyê bi du meşkên tijî av dîtin û anîn. Resûl eleyhisselam ji jinikê hinek av xwest. Da rijandin nav firaxekê. Tevahiya leşker hat û bi dorê firax û meşkên xwe tijî kirin. Hinek xurme dan jinikê û meşkên wê yên avê jî tijî kirin.
Resûlûllah ferman kir: «Me ji ava te kêm nekir. Av Allah teala da me.»
23. Li Medîneyê, gava li ser minberê xutbe dixwend, yekî got: «Ya Resûlellah (sellellahû teala eleyhî we sellem)! Ji bêaviyê zarokên me, heywanên me, zeviyên me helak dibin. Were hawara me!» Destên xwe rakirin û dua kir. Li ezmên qet ewr tunebû, lê hîn destên xwe yên mubarek li rûyê xwe nedabûn, ewr civiyan. Yekser baran dest pê kir. Çend rojan dom kir. Dîsa gava li ser minberê dixwend, wî kesî got: «Ya Resûlellah! Em ê ji baranê helak bibin.» Resûl eleyhisselam bişirî û ferman kir: «Ya Rebbî! Rehmeta xwe îhsanî evdên xwe yên din jî bike!» Ewr vebûn, roj xuya bû. 24. Cabir bin Ebdullah (radiyellahû teala anhû) dibêje: Gelek deynê min hebû. Min ev bi Resûlûllah da zanîn (sellellahû teala eleyhî we sellem). Hat baxçeyê min, sê caran li dora koma xurmeyan geriya. Ferman kir: «Gazî xwediyên deynên xwe bike, bila bên!» Heqê her yekî hat dayîn. Ji komê tiştek kêm nebû. 25. Jinekê hingiv diyarî şand. Hingiv qebûl kir û firaxa vala paşve şand. Bi qudreta Allah teala firax tijî hingiv vegeriya. Jinik hat û got: «Ya Resûlellah! Gunehê min çi ye? Te çima diyariya min qebûl nekir?» Ferman kir: «Me diyariya te qebûl kir. Hingivê ku te dîtiye ew bereket e ku Allah teala daye diyariya te.» Jinikê bi kêfxweşî hingiv bir mala xwe. Bi zar û zêçên xwe re bi mehan xwarin. Qet kêm nebû. Rojekê bi şaşî hingiv kirin firaxeke din. Ji wir xwarin û qedandin. Ev bi Resûlûllah da zanîn. Ferman kir: «Eger di firaxa ku min şandibû de bimaya, heta dinya hebûya wê bixwarana, qet kêm nedibû.»
26. Ebû Hureyre dibêje: Min çend xurme birin ba Resûlûllah. Min jê re got bila dua bike ku bereket bikeve wan. Dua kir ku bi bereket bin û ferman kir: «Van hilde, bike firaxa xwe. Gava te xwest jê hildî, bi destê xwe ji hundirê wê hilde; wê vala neke ku ji erdê hildî!» Min ew tûrikê ku xurme tê de bûn bi şev û roj ji ba xwe neda alî û heta zemanê Osman (radiyellahû anhû) her jê xwar. Min bi yên li ba xwe jî da xwarin û bi kulman sedeqe da. Roja ku Osman (radiyellahû anhû) şehîd bû, tûrikê min winda bû. 27. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) wek Suleyman eleyhisselam ji zimanê hemû heywanan fêm dikir. Gelek caran hat dîtin ku heywan dihatin û gazin ji xwediyê xwe an ji hinên din dikirin. Resûlûllah ev bi Eshabê Kîram dida zanîn. Di Xezweya Huneynê de ji hêstira spî ya bi navê «Duldul» re, ku lê siwar bû, ferman kir: «Xwe bide erdê!» Gava Duldul yekser xwe da erdê, kulmek qûm ji erdê hilda û bi ser kafiran de reşand.
28. Rojekê ji hevsera xwe Hefse (radiyellahû anha) re ferman kir: «Ebûbekr û bavê te wê îdareya ummeta min bigirin destê xwe.» Bi vê gotinê mizgînî da ku Ebûbekr û bavê Hefseyê Umer (radiyellahû anhûm) wê bibin xelîfe.
«Ey Hefse! Ebûbekr û bavê te wê îdareya ummeta min bigirin destê xwe» Hedîsa şerîf
29. Ebû Hureyre (radiyellahû teala anhû) li Medîneyê kiribû wezîfedarê parastina xurmeyên ku zekat hatibûn. Ebû Hureyre yek girt ku xurme didizî. Got: «Ez ê te bibim ba Resûlûllah.» Gava diz lava kir û got: «Ez feqîr im, zar û zêçên min pir in», ew berda. Roja din Resûlûllah gazî Ebû Hureyre kir û ferman kir: «Wî zilamê ku te şeva borî berda çi kiribû?» Gava Ebû Hureyre vegot, ferman kir: «Tu xapandiyî. Wê dîsa bê.» Şeva din dîsa hat û hat girtin. Dîsa lava kir, got: «Ji bo xatirê Allah min berde», û xelas bû. Şeva sêyem gava dîsa hat û hat girtin, lavayên wî feyde nedan. Got: «Eger tu min berdî, ez ê çend tiştan hînî te bikim ku gelek feydeya wan ji te re hebe.» Ebû Hureyre qebûl kir. Got: «Eger tu bi şev gava radizî Ayetul-Kursî bixwînî, Allah teala te diparêze û şeytan nêzîkî te nabe», û çû. Roja din gava Resûlûllah dîsa ji Ebû Hureyre pirsî û bersiv wergirt, ferman kir: «Niha rast gotiye. Ma ne ew bi xwe gelek derewkar e! Tu dizanî ev sê şev in tu bi kê re dipeyivî?» Gava got: «Na, nizanim», ferman kir: «Ew kes şeytan bû.»
30. Gava ji bo şerê bi artêşên Împeratorê Rûmê re leşker şand cihê ku jê re «Mûte» tê gotin, sê emîrên ji sehabeyan (Zeyd bin Harise, Ce’fer bin Ebî Talib, Ebdullah bin Rewahe) li pey hev şehîd bûn; Wî bi xwe, gava li Medîneyê li ser minberê bû, ev bi nîşandana Allah teala dît û bi yên li ba xwe da zanîn. 31. Gava Muaz bin Cebel (radiyellahû teala anhû) kir walî û şand Yemenê, heta derveyî Medîneyê ew bi rê kir û gelek şîret lê kirin. Ferman kir: «Ez û tu êdî heta qiyametê nagihîjin hev.» Muaz hîn li Yemenê bû ku Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) li Medîneyê wefat kir.
32. Gava wefat dikir, ji keça xwe Fatîmayê re ferman kir: «Di nav xizmên min de yê ku pêşî bigihîje min tu yî.» Piştî şeş mehan Fatîma (radiyellahû anha) wefat kir. Ji xizmên Wî kesî berî wê wefat nekir.
33. Ji Qeys bin Şemmas (radiyellahû anhû) re ferman kir: «Tu yê xweş bijî û şehîd bimirî.» Dema Ebûbekr (radiyellahû teala anhû) xelîfe bû, di şerê ku li Yemameyê bi Museylimetul-Kezzab re hat kirin de şehîd bû. Xeber da ku Hezretê Umerul-Farûq, Hezretê Osman û Hezretê Elî (radiyellahû teala anhûm ecmeîn) jî wê şehîd bibin. 34. Mizgînî da ku welatên padîşahê Ecem Kisra û padîşahê Rûmê Qeyser wê bikevin destê mislimanan û xezîneyên wan wê di riya Allah de bên belavkirin. 35. Xeber da ku ji ummeta Wî gelek kes wê di deryayê re herin xezweyê û xanima bi navê Ummu Heram, ku ji sehabeyan e, wê di wê xezweyê de be. Dema Hezretê Osman xelîfe bû, misliman bi keştiyan çûn girava Qibrisê û şer kir. Ev xanim jî bi wan re bû. Li wir şehîd bû.3
36. Resûl eleyhisselam rojekê li cihekî bilind rûniştibû. Li yên li ba xwe zivirî û ferman kir: «Ma tiştê ku ez dibînim hûn jî dibînin? Sond dixwim ku ez wan fitneyan dibînim ku wê di navbera malên we de, li kuçeyan çêbibin.» Di rojên ku Osman (radiyellahû anhû) hat şehîdkirin de û paşê di zemanê Yezîd de li Medîneyê fitneyên mezin çêbûn. Li kuçeyan xwîna gelek kesan hat rijandin.
37. Rojekê da zanîn ku yek ji hevserên Wî bi xwe wê li dijî xelîfe îsyan bike. Gava Aîşe (radiyellahû teala anha) bi vê gotinê keniya, ferman kir: «Ya Humeyra4! Vê gotina min ji bîr neke! Nebe ku ew jin tu bî.» Paşê li Elî (radiyellahû anhû) zivirî û ferman kir: «Eger karê wê bikeve destê te, pê re nerm be!» Piştî sî salan Aîşe (radiyellahû anha) bi Elî (radiyellahû anhû) re şer kir û bû dîla wî. Elî (radiyellahû anhû) ew bi îkram û îhtîram ji Besrayê şand Medîneyê.
38. Ji Hezretê Muawiye re ferman kir: «Eger tu rojekê li ser ummeta min bibî hakim, xelatê bide yên ku qenciyê dikin! Yên ku xerabiyê dikin jî efû bike!» Hezretê Muawiye di zemanên Hezretê Umer û Hezretê Osman de bîst salan li Şamê walîtî, paşê bîst salan jî xelîfetî kir. 39. Rojekê ferman kir: «Muawiye qet mexlûb nabe.» Elî (radiyellahû teala anhû) gava di şerê Siffînê de ev hedîs bihîst, got: «Eger min berê bibihîsta, min bi Muawiye (radiyellahû teala anhû) re şer nedikir.» 40. Ji Emmar bin Yasir (radiyellahû teala anhû) re ferman kir: «Kesên baxî û asî wê te bikujin.» Gava bi Elî (radiyellahû anhû) re li dijî Muawiye (radiyellahû anhû) şer dikir şehîd bû. 41. Ji bo Hesenê kurê keça xwe Fatîmayê (radiyellahû teala anhûma) ferman kir: «Ev kurê min gelek bixêr e. Allah teala wê wî bike sebeb ku du artêşên mezin ên mislimanan li hev bên.» Gava wê bi artêşeke mezin li dijî Muawiye (radiyellahû anhû) şer bikira, ji bo ku pêşî li fitneyê bigire û xwîna mislimanan neyê rijandin, xelîfetiya ku heqê wî bû teslîmî Muawiye (radiyellahû anhû) kir. 42. Ebdullah bin Zubeyr (radiyellahû teala anhûma) ew xwîna ku dema hecamet li Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) dihat kirin derketibû vexwar. Gava ev dît, ferman kir: «Tu dizanî wê ji însanan çi bê serê te? Ji te jî wê gelek tişt bên serê însanan. Agirê Cehennemê te naşewitîne.» Gava Ebdullah bin Zubeyr li Mekkeyê xelîfetiya xwe îlan kir, Ebdulmelik bin Merwan Heccac bi artêşeke mezin ji Şamê şand Mekkeyê. Ebdullah girtin û kuştin. 43. Li dêya Ebdullah bin Ebbas nêrî û ferman kir: «Wê kurekî te çêbibe. Gava hat dinyayê, wî bîne ba min!» Gava zarok anîn, ezan û qamet di guhê wî de xwend û ji ava devê xwe yê mubarek li devê wî da. Navê wî danî Ebdullah, da hembêza dêya wî û ferman kir: «Bavê xelîfeyan bigire û bibe!» Gava bavê zarok Hezretê Ebbas ev bihîst, hat û pirsî, ferman kir: «Belê, min wisa got. Ev zarok bavê xelîfeyan e. Di nav wan de Seffah, Mehdî û kesek ku bi Îsa eleyhisselam re nimêj dike wê hebin.» Gelek xelîfe hatin ser dewleta Ebbasiyan. Ev hemû ji nijada Ebdullah bin Ebbas bûn.
«Ya Muawiye! Eger tu rojekê li ser ummeta min bibî hakim, xelatê bide yên ku qenciyê dikin! Yên ku xerabiyê dikin jî efû bike!» Hedîsa şerîf
44. Rojekê ferman kir: «Di nav ummeta min de gelek kes wê derkevin ku ji wan re rafizî tê gotin. Ev wê ji dînê Îslamê veqetin.»
45. Ji bo gelek kesan ji eshabên xwe duayên xêrê kirine, hemû hatine qebûlkirin û wan feydeya wan dîtiye. Elî (radiyellahû teala anhû) dibêje: Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) xwest min bike qadî (hakim) û bişîne Yemenê. Min got: «Ya Resûlellah (sellellahû teala eleyhî we sellem)! Ez qadîtiyê nizanim.» Destê xwe yê mubarek danî ser singa min û ferman kir: «Ya Rebbî! Tiştên rast bi dilê wî bide zanîn. Nesîb bike ku her gav rast bibêje!» Piştî vê, ji şikayetkarên ku dihatin ba min, min yekser fêm dikir kî rast e û bi heqî hukm dikir.
46. Ji wan deh kesan re ku Resûlûllah mizgînî dabû wan ku wê herin Cennetê Eşereyê Mubeşşere tê gotin. Ji wan, ji bo Se’d bin Ebî Weqqas (radiyellahû anhû) di Xezweya Uhudê de ferman kir: «Ya Rebbî! Tîrên wî bigihîne hedefên wan û duayên wî qebûl bike!» Piştî vê her duaya Se’d hat qebûlkirin û her tîra ku avêt li dijmin ket.
47. Destê xwe yê mubarek danî ser eniya kurê apê xwe Ebdullah bin Ebbas û ferman kir: «Ya Rebbî! Wî di dîn de bike alimekî kûr, bike xwediyê hikmetê! Zanînên Qur’ana Kerîm îhsanî wî bike!» Ebdullah bin Ebbas piştî vê di hemû îlman de, nemaze di zanînên tefsîr, hedîs û fiqhê de bû yekaneyê zemanê xwe. Sehabe û Tabiîn her tişt ji wî hîn dibûn. Bi navên «Tercumanul-Qur’an», «Behrul-Îlm» û «Reîsul-Mufessirîn» meşhûr bû, welatên Îslamê bi şagirtên wî tijî bûn.5
48. Ji bo Enes bin Malik, ku ji xizmetkarên Wî bû, wiha dua kir: «Ya Rebbî! Mal û zarokên wî pir bike, temenê wî dirêj bike, gunehên wî efû bike!» Her ku zeman derbas bû mal û milkê wî zêde bû. Dar û rezên wî her sal fêkî dan. Gelek zarokên wî çêbûn. Sed û deh salan jiya. Di dawiya temenê xwe de got: «Ya Rebbî! Ji duayên ku Hebîbê Te ji bo min kirin Te sisê qebûl kirin, îhsan kirin! Gelo ya çarem, efûbûna gunehên min, wê çawa be?»; hingê ev deng bihîst: «Min ya çarem jî qebûl kir. Dilê xwe xweş bike!»
«Ya Rebbî! Wî (Ebdullah bin Ebbas) di dîn de bike alimekî kûr, bike xwediyê hikmetê! Zanînên Qur’ana Kerîm îhsanî wî bike!» Hedîsa şerîf
49. Ji bo Malik bin Rebîe (radiyellahû teala anhû) wiha dua kir: «Bila ewladê te bi bereket be!» Heştê kurên wî çêbûn.
50. Gava şairê meşhûr ê bi navê Nabixe çend ji şiîrên xwe xwendin, ew duaya ku di nav ereban de meşhûr e ferman kir: «Bila Allah teala diranên te neweşîne!» Nabixe gihîştibû sed saliya xwe. Diranên wî spî û zelal, wek mirariyan rêzkirî diman. 51. Ji bo Urwe bin Cu’d (radiyellahû teala anhû) ferman kir: «Ya Rebbî! Bereketê bide ticareta wî!» Urwe dibêje: «Piştî vê hemû ticaretên ku min kirin bi qezenc bûn. Min qet zirar nekir.» 52. Keça Wî Fatîma (radiyellahû teala anha) rojekê hat ba Wî. Ji birçîbûnê rengê wê zer bûbû. Destê xwe danî ser singa wê û ferman kir: «Ey Rebbê min ê ku birçiyan têr dike! Fatîmaya keça Muhemmed birçî nehêle!» Yekser xwîn hat rûyê Fatîmayê, geş bû. Heta wefat kir qet birçî nebû.
53. Ji bo Ebdurrehman bin Ewf, ku ji Eşereyê Mubeşşere ye, duaya bereketê kir. Malê wî ewqas zêde bû ku bû destana ser zimanan.
54. Ferman kir: «Duaya her pêxemberî tê qebûlkirin. Her pêxemberî li dinyayê ji bo ummeta xwe dua kir. Lê ez dua dikim ku roja qiyametê destûra şefaetê ji bo ummeta min ji min re bê dayîn. Înşaallah duaya min wê bê qebûlkirin. Ez ê ji hemû kesên ku ne muşrik in re şefaetê bikim.»
55. Li Mekkeyê çû hin gundan û ji bo ku îman bînin gelek xebitî. Qebûl nekirin. Dua kir ku ew jî tengasiyeke wek wê xelayê bikişînin ku di zemanê Yûsuf Pêxember (eleyhisselatû wesselam) de li Misirê hatibû dîtin. Wê salê li wan deran xelayeke wisa çêbû ku mirar xwarin. 56. Uteybeyê kurê apê Wî Ebû Leheb, tevî ku zavayê Resûlûllah (eleyhisselatû wesselam) bû, bi Resûlûllah îman neanî û dilê wî Serwerî (sellellahû eleyhî we sellem) gelek êşand. Keça Wî ya mubarek Ummu Gulsûm Xatûn berda. Tiştên kirêt gotin. Li ser vê gelek xemgîn bû û ferman kir: «Ya Rebbî! Yek ji kûçikên xwe berde ser wî!» Uteybe gava ji bo ticaretê diçû Şamê, şevekê di nav hevalên xwe de razabû. Şêrek hat, hevalên wî bêhn kirin û hiştin. Gava dor hat Uteybe, ew girt û perçe perçe kir. 57. Yekî bi destê çepê xwarin dixwar. Ferman kir: «Bi destê rastê bixwe!» Derew kir û got: «Milê min ê rastê naleqe.» Ferman kir: «Bila destê te yê rastê êdî neleqe!»6 Heta mir êdî nekarî destê xwe yê rastê bibe ber devê xwe.
58. Ji padîşahê Ecem Xusrew Perwîz re name şand da ku îman bîne. Xusrewê nizm name çirand û qasidê ku anîbû şehîd kir. Gava Resûl eleyhisselam ev bihîst, gelek xemgîn bû û ferman kir: «Ya Rebbî! Çawa ku wî nameya min perçe kir, Tu jî mulkê wî perçe bike!» Hîn Resûlûllah sax bû ku kurê Xusrew Şîrûye ew bi xencerê perçe kir. Dema Umer (radiyellahû teala anhû) xelîfe bû, mislimanan tevahiya welatê Ecem feth kir û ne nesla Xusrew ma, ne jî mulkê wî.
59. Gava Resûl eleyhisselam li çarşiyê emrê bi me’rûf û nehya ji munker dikir û şîret dikir, yekî nizm ê bi navê Hekem bin As, ku bavê Merwan bû, li pey Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) dihat, çavên xwe vedikirin û digirtin, rûyê xwe diqurmiçand û bi vî awayî tinazên xwe dikir. Gava Resûl eleyhisselam li paş xwe zivirî û ev halê wî yê kirêt dît, ferman kir: «Çawa ku te xwe nîşan da, wisa bimîne!» Heta mir rû û çavên wî lerzok man. 60. Allah teala Hebîbê xwe ji belayan diparast. Ebû Cehl dijminê herî mezin ê Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bû. Gava kevirekî mezin rakir da ku li serê Wî yê mubarek bixe, li ser her milekî Resûlûllah marek dît, kevir ji destê wî ket û baz da.
61. Gava li ba Kabeya Muezzeme nimêj dikir, dîsa Ebû Cehlê nizm got «tam wextê wê ye» û xwest bi kêrê bi ser Wî de here, lê yekser paşve zivirî û baz da. Gava hevalên wî got: «Tu çima tirsiyayî?», got: «Min di navbera xwe û Muhemmed (sellellahû teala eleyhî we sellem) de xendeqeke tijî agir dît. Gelek kes li benda min bûn. Eger min gavek biavêta, wê ez bigirtama û biavêtama nav agir.» Gava mislimanan ev bihîst û ji Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) pirsî, ferman kir: «Melaîketên Allah teala wê ew bigirtana û perçe perçe bikirana.»
62. Di sala çaran a hicretê de, li «Benî Nedîr», gava Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) li bin dîwarên keleha cihûyan bi eshabên xwe re dipeyivî, cihûyekî xwest kevirekî mezin ê aş ji jor ve biavêje. Gava destê xwe dirêjî kevir kir, herdu destên wî şeht bûn. 63. Di sala nehan a hicretê de ji deverên dûr kom bi kom dihatin û îman dianîn. Du kafirên bi navê Amir û Erbed tevlî yên ku dihatin bûn; gava Amir ji Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) re digot ku hatine îmanê, Erbed derbasî pişt bû û xwest şûrê xwe ji kalan bikişîne. Destê wî negirt. Gava Amir ji hember îşaret kir, wek ku bibêje «tu li benda çi yî?», Resûl eleyhisselam ferman kir: «Allah teala ez ji zirara we herduyan parastim.» Gava ji wir veqetiyan, Amir ji Erbed re got: «Tu çima li ser soza xwe nesekinî?» Wî jî got: «Ez çi bikim, çend caran min xwest şûr bikişînim. Her car min tu di navbera me herduyan de dîtî.» Piştî çend rojan hewa sayî bû, ji nişka ve ewran ezman girt. Birûsk li Erbed ket û bi deveya xwe re mir.
64. Resûl eleyhisselam rojekê destnimêj girt, yek ji mestên xwe li xwe kir, gava destê xwe dirêjî ya duyem dikir, çûkekî mest revand û li hewayê daweşand. Marek ji hundirê wê ket. Paşê çûk mest berda erdê. Ji wê rojê pê ve bû sunnet ku mirov gava pêlavê li xwe dike pêşî wê daweşîne. 65. Resûl eleyhisselam di xezwe û çolan de ji bo parastina xwe ji eshabên xwe nobedar veqetandibûn. Gava ayeta kerîme ya 67an a Sûreyê Maîde hat, ku meala wê ev e: «Allah te ji zirara însanan diparêze», dev ji vê berda. Di nav dijminan de bi tenê digeriya, bi tenê radiza, qet neditirsiya.
«Ey Pêxemberê bişan! Allah te ji zirara însanan diparêze» Maîde: 67
66. Hezretê Enes vedibêje: Destmaleke Resûlûllah hebû ku rûyê xwe yê mubarek pê paqij dikir. Rûyê xwe pê paqij dikir, gava qirêj dibû dixist nav agir. Qirêj dişewitî, destmal nedişewitî û pak û paqij dibû. 67. Ava bîrekê ji nav satilê vexwar û ya mayî rijandin nav bîrê. Ji bîrê her gav bêhna miskê dihat. 68. Di bedena Utbe bin Firqad (radiyellahû anhû) de ew nexweşî derket ku jê re xurî (ûrtîker) tê gotin. Resûl eleyhisselam ew tazî kir, tû kir destên xwe yên mubarek û bi destên xwe laşê wî miz da. Nexweş şîfa dît. Bedena wî wek miskê bêhn dida. Ev hal demeke dirêj dom kir. 69. Gava Resûl eleyhisselam nimêj dikir, şeytan hat û xwest nimêja Wî xera bike; bi destên xwe yên mubarek ew girt. Soz jê stend ku careke din neyê û nimêjê bi Wî nede xerakirin, hingê ew berda.
70. Ebdullah bin Ubey bin Selûl, ku serekê munafiqên Medîneyê bû, nêzîkî mirina xwe gazî Resûlûllah kir. Lava kir û got: «Kirasê li ser te ji min re bike kefen.» Ji ber ku adeta Wî bû çi jê bihata xwestin bide, kirasê xwe îhsan kir. Nimêja cenazeyê wî jî kir. Hezar munafiqên li Medîneyê li ber vê îhsana Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) heyran man û hemû hatin îmanê. 71. Ji kafirên Qureyşê Welîd bin Muxîre, As bin Wail, Haris bin Qeys, Eswed bin Yexûs û Eswed bin Muttelib di cefa û eziyeta li Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) de ji yên din zêdetir diçûn. Cebraîl eleyhisselam hat, ayeta 95an a Sûreyê Hicr anî ku meala wê ev e: «Em cezayê wan didin ên ku tinazên xwe bi te dikin…», û îşaret bi lingê Welîd, bi paniya yê duyem, bi pozê yê sêyem, bi serê yê çarem û bi çavên yê pêncem kir. Tîrek di lingê Welîd de çikiya. Ji ber ku gelek kibirdar bû, li wî giran hat ku xwe bitewîne, tîrê derxe û biavêje. Hesinê wê di damara paniyê de çikiya û bi nexweşiya siyatîkê ket. Stiriyek di paniya As de çikiya. Wek meşkê werimî. Ji pozê Haris bêrawestan xwîn hat. Eswed gava bi kêf li bin darekê rûniştibû serê xwe li darê xist, Eswedê din jî kor bû û hemû helak bûn.
72. Li Medîneyê ji qebîleya Benî Neccar jineke xwediya husn û cemalê hebû. Cinek aşiqê wê bûbû û her tim dihat. Piştî ku Resûl eleyhisselam hat Medîneyê, rojekê gava ev cin li ser dîwarê li ber mala jinikê rûniştibû, jinikê ew nas kir. Got: «Tu çima êdî nayêyî ba min?» Cin got: «Pêxemberê Allah teala (sellellahû teala eleyhî we sellem) zîna û hemû heram qedexe kirin.»
73. Di şerê ku jê re «Bîri Maûne» tê gotin de kafiran soza ku dabûn xera kir û ji heftê sehabeyan, ji bilî yek diduyan, hemû şehîd kirin. Di nav wan de Amir bin Fuheyre (radiyellahû teala anhû) jî hebû, ku koleyê Ebûbekr (radiyellahû anhû) bû û wî ew azad kiribû, û ji yên pêşî bû ku îman anîbûn. Gava rim lê xistin, li ber çavên kafiran melaîketan ew rakir ezmên. Gava ev bi Resûlûllah da zanîn (sellellahû teala eleyhî we sellem), ferman kir: «Melaîketên Cennetê ew defin kirin û rûhê wî derxistin Cennetê.»
74. Se’d bin Muaz (radiyellahû teala anhû) di Xezweya Xendeqê de birîndar bû. Piştî demekê wefat kir. Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) da zanîn ku heftê hezar melaîket di nimêja wî de hazir bûn. Gava qebra wî dikolan, bêhna miskê li her derê belav bû. 75. Sehabiyê bi navê Sefîne, ku Ummu Seleme (radiyellahû teala anha), yek ji hevserên Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem), ew azad kiribû, qet ji xizmeta Resûlûllah venediqetiya. Di xezweya ku li dijî rûmiyan hat kirin de ji leşker veqetiya û bû dîlê kafiran. Gava ji destê wan filitî û dihat, şêrekî tirsnak derket pêşiya wî. Got: «Ez xizmetkarê Resûlûllah im» û serpêhatiya xwe ji şêr re vegot. Şêr rû û çavên xwe di wî da û li kêleka wî meşiya. Ji bo ku zirar ji dijmin negihîjê ji ba wî veneqetiya. Gava leşkerê Îslamê xuya bû, zivirî û çû. 76. Yekî bi navê Cehcahê Xifarî li dijî xelîfe Osman (radiyellahû teala anhû) îsyan kir. Ew gopalê ku Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) her gav di destê xwe de digerand bi çoka xwe şikand. Piştî salekê di çoka wî de nexweşiya şîrpençe (antraks) derket û bû sebebê mirina wî.
77. Muawiye (radiyellahû teala anhû) ji Şamê hat hecê û xwest minbera şerîf a Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) a li Medîneyê ji bo bereketê bibe Şamê. Gava minber ji cihê wê leqandin, roj hat girtin. Her der tarî bû, stêrk xuya bûn. Dev ji vê daxwaza xwe berda. 78. Di Xezweya Uhudê de çavekî Ebû Qetade derket û ket ser hinarka wî. Anîn ba Resûlûllah. Bi destê xwe yê mubarek çavê wî danî cihê wî û ferman kir: «Ya Rebbî! Çavê wî xweşik bike!» Ev çavê wî ji yê din xweşiktir bû. Ji wî bi qewettir didît. Yek ji neviyên Ebû Qetade hatibû ba xelîfe Umer bin Ebdulezîz; xelîfe got: «Tu kî yî?» Beytek xwend û da zanîn ku neviyê wî zatî ye ku Resûlûllah bi destê xwe yê mubarek çavê wî daniye cihê wî. Xelîfe gava ev beyt bihîstin, gelek îkram û îhsan lê kir. 79. Iyas bin Seleme dibêje: Di Xezweya Xeyberê de Resûlûllah ez şandim û Elî xwest (radiyellahû anhûma). Çavên Elî diêşiyan. Min bi destê wî girt û bi zehmet anî. Tû kir tiliyên xwe yên mubarek û li çavên Elî da. Sancaq da destê wî û ew şand ku li ber deriyê Xeyberê şer bike. Elî (radiyellahû anhû) ew deriyê ku ji mêj ve nedihat vekirin ji cih hilkir û Eshabê Kîram ketin kelehê. 80. Mezinê me Resûlûllah rojekê seriyek da mala keça xwe Hezreta Fatîma û halê wan pirsî. Hezreta Fatîma bersiv da: «Bavo! Ev sê roj in min û zarokên xwe tiştek nexwariye û venexwariye. Em li ser birçîbûnê sebr dikin. Ya min ne muhim e. Lê halê Hesen û Huseyn dilê min gelek diêşîne.» Li ser vê yekê Mezinê me Serwerê Alemê ferman kir: «Ey Fatîma! Keça min a delal! Tu ev sê roj in birçî yî. Ez jî ev çar roj in birçî me.» Ji ber ku neviyên Wî yên mubarek Hezretê Hesen û Huseyn birçî bûn gelek xemgîn bû… 81. Hezretê Elî bi rê ket da ku bixebite, tiştekî qezenc bike, ji zarokên xwe yên mubarek re hin tiştan bikire û wan têr bike. Gava ji Medîneyê derket, gundiyek dît ku li ser bîrekê dixebitî deveyên xwe av bide. Nêzîkî wî bû û wiha ferman kir: «Ey bedewî! Hewcedariya te bi yekî heye ku bi heq deveyên te av bide?» Gundî got: «Belê. Ez jî li yekî wiha digeriyam. Eger tu bixwazî were, deveyên min av bide! Ji bo her satila ku tu bikişînî ez ê sê xurme bidim te.» Hezretê Elî qebûl kir û dest bi kişandina avê kir. Neh satil derxistibûn ku ji nişka ve benê satilê qetiya û satil di bîrê de ma. Gundiyê ku ev dît bi hêrs ji cihê xwe rabû û ew bêtalihî kir ku bi destê xwe li rûyê Hezretê Elî xist. Paşê di berdêla heşt satil avê de bîst û çar xurme dan. Hezretê Elî, ku dilê wî bi vê gelek êşiyabû, destên xwe dirêjî bîrê kirin. Satila di hundir de hilda, danî ser bîrê û ji wir çû. Gundî ji ecêbmayînê di cihê xwe de hişk bûbû! Destê wî çawa gihîştibû binê bîreke ewqas kûr?!.. Gelo ev zat mensûbê wî dînî bû ku hatina wî hatibû ragihandin? Gundiyê ku di nav van fikran de ecêbmayî mabû got: «Pêxemberê wî pêxemberê heq e. Min bawer kir!» Ji wê curetê ku hinekî berê nîşan dabû, ji wê cinayeta mezin a ku kiribû poşman bû. Got: «Ew destên ku li ber kesekî wiha radibin divê bên birîn, hestiyên wan bên şikandin», şûrê xwe girt destekî xwe û bi lez li zendê xwe da… Tiştê ku dixwest çêbûbû. Êşeke gelek mezin kişandibû, lê êdî dilê wî rihet bû. Destê xwe yê birî girt destê xwe yê din û rasterast hat Mescîda Nebî. Ji Eshabê Kîram pirsî ka Pêxemberê wan li ku ye. Jê re gotin ku çûye mala keça xwe. Mala Hezreta Fatîma hîn bû û çû. Di wê navê de Mezinê me Pêxember neviyên xwe Hezretê Hesen û Hezretê Huseyn dabûn ser çokên xwe yên mubarek û ew xurmeyên ku hatibûn anîn bi wan dida xwarin. Gundî her ku li mezinahiya xeletiya xwe difikirî dikir ku dîn bibe, hêstir wek kaniyê ji çavên wî dibarîn. Di vî halî de hat mala Hezreta Fatîma û li derî xist. Ji hundir Mezinê Aleman wek rojekê nûr direşand û derket derve. Gundî hema ku Mezinê me dît, lava kir û got: «Min bawer kir, tu Resûlê Allah î! Ez ji tiştê ku min kir poşman bûm, min efû bike ya Resûlellah!» Gava Pêxemberê me yê delal pirsî: «Te çima destê xwe birî?», got: «Ji ber ku min şerm kir vî destî hilgirim ku li rûyê mubarek ê yekî ku bi te îman aniye xistiye!.. Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah!» Pêxemberê me yê delal, ku deryaya merhemetê ye, destê qutbûyî ji destê gundî girt û bi gotina «Bismillahirrehmanirrehîm» ew bi zendê wî yê ku xwîn jê diherikî ve zeliqand. Bi destûra Allah teala dest hat halê xwe yê berê; ev mucîzeyeke Mezinê me Pêxember bû. Allah teala li ser her tiştî qadir e, hêza Wî digihîje her tiştî.
«Ya Rebbî! Ev apê min û birayê bavê min e. Ev jî Ehlê Beyta min in. Çawa ku min ew bi vî cilê xwe nixumandin, Tu jî wan ji agirê Cehennemê binixumîne, biparêze!» Hedîsa şerîf
