Pêxemberê Min ê Delal

ŞEFAETA MEZINÊ ME PÊXEMBER

Mezinê me Resûlê Ekrem wê roja qiyametê ji ummeta xwe re şefaet bike, wan ji tengasî û xemê xelas bike. Di hedîseke xwe ya şerîf de ferman kir: «Ez di navbera ketina nîvê ummeta min a Cennetê û şefaetê de serbest hatim hiştin. Min şefaet bijart. Çimkî ew berfirehtir e. Nebêjin qey ew tenê ji bo wan e ku gihîştine teqwayê; ew di heman demê de ji bo gunehkarên ku ketine xeletiyê ye jî…»1

Di hedîsa şerîf a ku Hezretê Ebû Hureyre rîwayet kiriye de Mezinê me Pêxember ferman kir: «Şefaeta min ji bo wî kesî ye ku bi îxlas “La îlahe îllallah” dibêje û Kelîmeya Şehadetê tîne, bi awayekî ku dilê wî zimanê wî tesdîq dike.»2

Di hin hedîsên şerîf de jî wiha ferman kiriye:

«Ez ê ji ummeta xwe ji wan re şefaetê bikim ku ji Ehlê Beyta min hez dikin.» «Ez ê ji ummeta xwe ji wan re şefaetê bikim ku gunehên mezin dikin.» «Ji bilî yên ku zimandirêjiyê li eshabên min dikin, ez dikarim ji her kesî re şefaetê bikim.» «Ez ê ji ummeta xwe ji wan re şefaetê bikim ku zulmê li nefsa xwe dikin, bi nefsa xwe dixapin.» «Roja qiyametê herî pêşî ez ê şefaetê bikim.»3

«Kesê ku bi şefaeta min bawer nake, nagihîje wê.»4

Roja qiyametê ji dehşeta pifkirina «Sûr»ê mû li laş radibin, çav nizanin li ku binêrin û mumin û kafir ber bi cihê mehşerê ve tên ajotin. Ev ezabek e ku dijwariya roja qiyametê zêde dike. Di vî wextî de heşt melaîket Erşê hildigirin û dibin. Ji wan melaîketek bi gavekê riya bîst hezar salî ya dinyayê dimeşe. Melaîket û ewr heta ku Erşê E’la bi cih dibe, bi tesbîhên ku aqil fêm nake tesbîh dikin. Bi vî awayî Erşê E’la li ser erdê spî yê ku Allah teala ji bo wî xelq kiriye bi cih dibe. Di vê demê de ji ber ezabê Allah teala, ku tu tişt nikare li ber tehemul bike, ser ber bi jêr ve ditewin. Hemû xelk di nav tengasiyê de girtî û şaşmayî dimînin û li şefqetê digerin. Li mehşerê halê însanan gelek xerab dibe. Meşeqet û zehmeta wan zêde dibe. Her yek ji însanan ew malê ku li dinyayê zexm veşartibû kiriye stûyê xwe. Yên ku zekata deveyan nedane, deve li stûyê wan tê barkirin. Wisa diqîre û giran dibe ku wek çiyayên mezin dibe. Yên ku zekata dewar û pez nedane jî wisa dibin. Hawara wan mîna gurîna ezmên e.5 Yên ku zekata zad, yanî uşra wî nedane, barên zad li stûyê wan tên barkirin. Li dinyayê zekata kîjan cinsê zad nedabe, ji wî cureyî bar lê hatine kirin. Eger genim be genim, eger ceh be ceh lê hatiye barkirin. Di bin giraniya wî de diqîre: «Waweyla, wasebûra!» («Weyl» kelîmeya ezabê ye. Însan gava nikare li ber ezabê tehemul bike wisa diqîre. «Sebûr» jî di wextê helakê de tê bikaranîn.) Yên ku zekata zêr, zîv, pereyê (kaxezî) û malên din ên ticaretê nedane jî, marekî bi dehşet tê berdan ser wan. Gava diqîrin û dibêjin: «Ev çi ye?», melaîket bersiv didin: «Ev ew malên we ne ku we li dinyayê zekata wan nedaye.» Ev halê bi dehşet di ayeta kerîme ya sed û heştêyî ya Sûreyê Alî Îmran de bi vê meala şerîf hatiye ragihandin: «Tiştên ku li dinyayê çikûsî pê kirine, roja qiyametê wê li stûyê wan bên pêçan.»

«Kesê ku bi şefaeta min bawer nake, nagihîje wê» Hedîsa şerîf

Firqeyeke din jî heye ku ji cihên wan ên ewretê kêm û edab diherike. Yên li dora wan ji bêhna wan a pîs gelek aciz dibin. Ev ew in ku zîna kirine û karên heram kirine. Firqeyeke din jî heye ku bi çiqilên daran ve tên daliqandin. Ev ew in ku li dinyayê lîwata kirine.

Firqeyeke din jî zimanên wan ji devên wan derketine û bi ser singên wan de daliqiyane, di halekî gelek kirêt de ne. Însan naxwazin wan bibînin. Ev ew in ku derew û îftira kirine.

Firqeyek jî heye ku zikên wan bi qasî çiyayên bilind mezin bûne. Ev ew in ku li dinyayê bêyî ku zerûret hebe û bêyî ku muamele bikin mal û pereyê bi faîz stendine û dane. Gunehên kesên ku heramên wiha dikin bi awayekî xerab tên eşkerekirin. Tirs dikeve dilê pêxember û aliman. Ewliya û şehîd ji ber ezabê Allah teala, ku tehemula wî zehmet e, dikin hawar. Gava ew di vî halî de ne, nûrek ku ji nûra rojê gelek zêdetir e wan dide nav xwe. Kesên ku jixwe nikarin li ber germa rojê tehemul bikin, gava vê dibînin tevlihev dibin. Hezar salî jî di vî halî de dimînin. Ji Allah teala tu xîtab nagihîje wan. Di vî wextî de însan diçin ba pêxemberê pêşî Adem eleyhisselam û lava dikin: «Ya Adem eleyhisselam! Tu pêxemberekî ezîz û şerîf î. Allah teala tu afirandî û melaîket ji te re dan secdekirin. Ji rûhê xwe pif kir te. Ji bo ku dest bi hesab bike ji me re şefaet bike, da ku Allah teala çi mirad bike, em bi wê mehkûm bibin. Ku derê ferman bike, bila her kes here wir. Allah teala ku hakim û malikê her tiştî ye, bila çi bixwaze bi mexlûqên xwe bike.»

Adem eleyhisselam ferman dike: «Min ji fêkiyê wê darê xwar ku Allah teala qedexe kiribû. Di vê demê de ez ji Allah teala şerm dikim. Lê hûn herin ba Nûh.» Li ser vê yekê hezar salî di nav xwe de dişêwirin û disekinin. Paşê diçin ba Nûh eleyhisselam û lava dikin: «Em di halekî de ne ku qet nayê kişandin. Şefaet bike da ku mehkemeya me zû bê kirin. Em ji vê cezayê mehşerê xelas bibin.» Nûh eleyhisselam bersiva wan dide û dibêje: «Min ji Allah teala re dua kir. Li ser rûyê erdê çiqas însan hebûn, bi sebeba wê duayê xeniqîn. Loma ez ji Allah teala şerm dikim. Lê hûn herin ba Îbrahîm eleyhisselam ku Xelîlullah e. Allah teala di ayeta dawî ya Sûreyê Hec de bi mealî ferman kir: “Li pey dînê bavê xwe Îbrahîm (eleyhisselam) herin. Ji bo ku Pêxember ji we re bibe şahid û hûn jî ji însanan re bibin şahid, Allah teala di kitêbên berî vê de jî, di Qur’ana Kerîm de jî navê misliman li we kiriye.” Belkî ew ji we re şefaet bike.»

Dîsa wek berê hezar salên din di nav xwe de dipeyivin. Paşê tên ba Îbrahîm eleyhisselam. Dibêjin: «Ey bavê mislimanan! Tu ew zat î ku Allah teala tu ji xwe re kirî xelîl. Ji me re şefaet bike! Bila Allah teala di nav mexlûqatê de hukmê xwe bide.» Îbrahîm eleyhisselam ji wan re wiha ferman dike: «Min li dinyayê sê caran kînaye got. Min bi gotina van di riya dîn de mucadele kir. Niha ez şerm dikim ku di vê meqamê de ji Allah teala destûra şefaetê bixwazim. Hûn herin ba Mûsa eleyhisselam. Çimkî Allah teala bi wî re peyivî û nêzîkatiya manewî nîşanî wî da. Ew ê ji bo we şefaet bike.» Li ser vê yekê dîsa hezar salî disekinin û bi hev dişêwirin. Lê di vê demê de halê wan gelek zehmet dibe. Cihê mehşerê gelek teng dibe. Paşê tên ba Mûsa eleyhisselam û dibêjin: «Ya Îbn Îmran! Tu ew pêxember î ku Allah teala bi te re peyivî û Tewrat ji te re nazil kir. Ji bo ku hesab dest pê bike ji me re şefaet bike! Çimkî sekna me ya li vir gelek dirêj bû. Ji ber qerebalixê ling li ser hev kom bûn.» Mûsa eleyhisselam ji wan re wiha ferman dike: «Min ji Allah teala re dua kir ku alê Firewn bi salan bi tiştên ku li wan xweş nayên bên cezakirin. Min rica kir ku ji yên piştî xwe re bibin îbret. Niha ez şerm dikim ku şefaet bikim. Lê Cenabê Heq xwediyê rehmet û mexfîretê ye. Hûn herin ba Îsa eleyhisselam. Çimkî ji aliyê yeqînê ve yê herî esseh ê resûlan, ji aliyê me’rîfet û zuhdê ve yê herî efdel û ji aliyê hikmetê ve yê herî bilind ew e. Ew ê ji we re şefaet bike.» Ji bo ku ji tengasiya mehşerê xelas bibin, paşê tên ba Îsa eleyhisselam. Dibêjin: «Tu rûh û kelîmeya Allah teala yî. Allah teala ji bo te di ayeta çil û pêncan a Sûreyê Alî Îmran de bi mealî ferman kir: “Li dinyayê û li axretê Wecîh, yanî gelek biqîmet (bi şeref û bi îtîbar).” Li ba Rebbê xwe ji me re şefaet bike!»

Îsa eleyhisselam wiha ferman dike: «Qewmê min ez û dêya min ji bilî Allah kirin îlah. Di vî halî de ez ê çawa şefaet bikim? Ji min re jî îbadet kirin; ji min re gotin kur û ji Allah teala re gotin bav. Lê ma we dîtiye ku kîsikê yekî ji we hebe, nefeqeya wî ne tê de be û devê wî ne mohrkirî be? Ma bêyî ku ew mohr bê şikandin mirov dikare bigihîje wê nefeqeyê? Herin ba Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem), ku yê herî bilind û yê dawî yê pêxemberan e. Çimkî dawet û şefaeta xwe ji bo ummeta xwe amade dikir. Ji ber ku qewmê Wî gelek caran eza dayê. Eniya mubarek qelaştin. Diranê mubarek şikandin. Dînîtî îsnadî Wî kirin. Ma ne ew Pêxemberê bilind ji aliyê îftîxarê ve yê wan ê herî baş û ji aliyê şerefê ve yê wan ê herî bilind bû! Li hemberî eza û cefayên wan ên ku nayên tehemulkirin, bi wê ayeta kerîme bersiv dida ku Yûsuf eleyhisselam ji birayên xwe re gotibû û meala wê ev e: “Îro êdî ez ê ji ber tiştên ku we kirine hesab ji we nepirsim (ez ê xeletiyên we nedim rûyê we). Cenabê Allah ku Erhemur-rahimîn e, we mexfîret dike.”»6 Gava Îsa eleyhisselam fezîletên Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) vedibêje, hemû dixwazin zûtirekê bigihîjin Wî. Yekser tên ber minbera Muhemmed eleyhisselam. Dibêjin: «Tu Hebîbullah î! Hebîb jî ji wasiteyan ya herî bifeyde ye. Ji me re şefaet bike! Çimkî em çûn ba Adem eleyhisselam ku yê pêşî yê pêxemberan e. Wî em şandin ba Nûh eleyhisselam. Em çûn ba Nûh eleyhisselam. Şandin ba Îbrahîm eleyhisselam. Em çûn ba Îbrahîm eleyhisselam; şandin ba Mûsa eleyhisselam. Em çûn ba Mûsa eleyhisselam; şandin ba Îsa eleyhisselam; wî jî em şandin ba te. Ya Resûlellah (sellellahû eleyhî we sellem)! Piştî te cihekî ku em herinê tune.»

«Tiştê (malê) ku li dinyayê dirêx kirine, roja qiyametê bi stûyê wan ve tê daliqandin» Alî Îmran: 180

Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman dike: «Eger Allah teala destûrê bide û razî be, ez ê şefaet bikim.»

Diçe Suradiqatê Celal, yanî perdeya celalê. Ji Allah teala ji bo şefaetê destûr dixwaze. Destûr jê re tê dayîn. Perde radibin. Dikeve Erşê E’la. Xwe davêje secdê. Hezar salî di secdê de dimîne. Piştî vê bi hemdekê hemdê Cenabê Heq dike ku ji roja alem hatiye afirandin ve tu kesî wisa medhê Allah teala nekiriye. Hin arifan gotine ku Allah teala gava alem afirandin, xwe bi hemdên wiha medh û sena kiriye. Allah teala bi mealî ferman dike: «Ya Muhemmed, serê xwe ji secdê rake! Bibêje, tê guhdarîkirin. (Tu çi bibêjî wê bê guhdarîkirin. Tu çi bixwazî wê bê dayîn.) Şefaet bike, tê qebûlkirin.» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ferman dike: «Ya Rebbî! Di nav evdên xwe de yên baş û yên xerab ji hev veqetîne, çimkî zemanê wan gelek dirêj bû. Her yek ji wan bi gunehên xwe li meydana Eresatê rezîl û riswa bû.»

Cenabê Heq ferman dike ku Cennet bê anîn. Cennet bi her cure zînetê tê xemilandin. Tînin meydana Eresatê. Bêhneke wê ya ewqas xweş heye ku ji riya pêncsed salî tê bihîstin. Bi vî halî dil fereh dibin. Rûh vedijin. (Lê kafir, murted, yên ku tinazên xwe bi mislimanan dikin, yên ku ciwanan dixapînin û îmana wan didizin û) yên ku emelên wan xebîs û xerab in bêhna Cennetê nabihîzin.

Melaîket Cehennemê bi zincîran girê didin û tînin meydana mehşerê. Hingê Cehennem diqîre, dike gurmîn, agir direşîne û dûyekî dijwar jê radibe ku tevahiya ezmên reş û tarî dike. Gurmîn, xumexum û germa wê di dereceyekê de ye ku nayê tehemulkirin. Çokên her kesî sist dibin û li cihê ku lê ne dikevin erdê. Heta pêxember û resûl jî nikarin xwe bigirin. Hezretê Îbrahîm, Hezretê Mûsa û Hezretê Îsa xwe li Erşê E’la digirin. Îbrahîm eleyhisselam Îsmaîl eleyhisselam ê ku xwestibû qurban bike ji bîr dike. Mûsa eleyhisselam birayê xwe Harûn eleyhisselam û Îsa eleyhisselam dêya xwe Hezreta Meryem ji bîr dikin. Her yek dibêje: «Ya Rebbî! Îro ez ji bilî nefsa xwe tiştekî naxwazim.»

Lê Muhemmed eleyhisselam ferman dike: «Selamet û necatê bide ummeta min, ya Rebbî!» Li wir kesek tune ku bikaribe li ber vê tehemul bike. Çimkî Allah teala ev daye zanîn û di ayeta bîst û heştan a Sûreyê Casiye de bi mealî ferman kiriye: «Tu yê her ummetekê bibînî ku ji tirsa Cenabê Heq li ser çokan ketiye. Her yek ber bi kitêba emelên ku li dinyayê kirine ve tê dawetkirin.»

Allah teala di ayeta heştan a Sûreyê Mulk de bi mealî ferman dike: «Ji zêdebûna xeyz û şîdeta xwe Nar dike ku bibe du perçe.»

Li ser vê yekê Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) derdikeve pêş û Cehennemê disekinîne. Ferman dike: «Heqîr û zelîl paşve vegere! Heta ku ehlê te kom bi kom bên ba te.» Cehennem jî dibêje: «Ya Muhemmed! Destûrê bide min! Çimkî tu li min heram î.» Ji Erşê nîda tê: «Ey Cehennem! Guh bide kelama Muhemmed eleyhisselam û îtaeta wî bike!» Paşê Mezinê me Resûlûllah Cehennemê dikişîne. Li aliyê çepê yê Erşê E’la li cihekî bi cih dike. Yên li mehşerê mizgîniya vê muameleya bimerhemet û şefaeta Mezinê me Pêxember didin hev. Tirsa wan hinekî kêm dibe. Meala şerîf a ayeta kerîme ya sed û heftan a Sûreyê Enbiya zahir dibe: «Me tu ji aleman re rehmet şandî.»7

Bi kurtî, Mezinê me Resûlûllah wê li pênc cihan şefaet bike.8

Ya yekem: bi şefaeta xwe ya ku jê re «Meqamê Mehmûd» tê gotin wê hemû însanan ji ezabê li bendêmayîna li mehşerê xelas bike.9

Ya duyem: bi şefaeta xwe wê gelek kesan bêhesab bixe Cennetê. Ya sêyem: wê muminên ku gunehên wan pir in ji Cehennemê derxe. Ya çarem: wê şefaet bike ku yên sewab û gunehên wan wek hev in û li cihê ku jê re «E’raf» tê gotin li bendê ne herin Cennetê. Ya pêncem: wê şefaet bike ku dereceyên kesên li Cennetê bilind bibin.

Bi şefaeta her yekî ji wan heftê hezar kesên ku Wî bi şefaetê ji hesab xelas kirine jî, wê heftê hezar kes bêhesab bikevin Cennetê.

ŞEFAET, YA RESÛLELLAH!
Gelek muhtac im, hatim ba te,
Şefaet, ya Resûlellah!
Qebaheta min çi be, min zanî,
Şefaet, ya Resûlellah!
Gunehkar im, rûyê min reş e,
Belkî bêm avêtin nav narê,
Meger ji te çare çêbibe,
Şefaet, ya Resûlellah!
Hezkirina te ji her tiştî ewlatir e,
Îlmê te ji yê her kesî e’latir e,
Yê ku medhê te dike Mewla ye,
Şefaet, ya Resûlellah!
Însan çawa pesnê te bide?
Meger ji te îhsan çêbibe,
Were hawara me, eman!
Şefaet, ya Resûlellah!
Bêyî te dinya ji min re zindan e,
Karê min xerab, halê min yeman e,
Meger ji te derman çêbibe,
Şefaet, ya Resûlellah!
Te ronahî da vê cîhanê,
Selat û selam li ser te bin,
Ji mislimanê mirî û sax re,
Şefaet, ya Resûlellah!
Helbet îsyana min pir e,
Ez aciz im jî, kêm im jî,
Lê îmana min rast e,
Şefaet, ya Resûlellah!
Cehennem bikele û bi ser de here,
Nayê zanîn çi tê serê mirov,
Ji hevalê ku cîhad dike re,
Şefaet, ya Resûlellah!
Bila perde ji ber çavên min rabe,
Tu dermanê hemû derdan î,
Ji her ferdê ku mumin e re,
Şefaet, ya Resûlellah!
Ji bo şana te Lewlake hat gotin,
Dîsa Eteynake hat gotin,
Tu yî şahê Erselnake,
Şefaet, ya Resûlellah!
Ji yên ku dînê me belav dikin re,
Ji yên ku li pey sunneta te diçin re,
Ji yên ku serê xwe di riya te de didin re,
Şefaet, ya Resûlellah!
Ji heqîrê ummeta te re,
Ji şakir û zakirê wê re,
Ji dewlemend û feqîrê wê re,
Şefaet, ya Resûlellah!
Muhemmed Xadimî (rehmetûllahî eleyh)

«Tu yê her ummetekê bibînî ku ji tirsa Cenabê Heq li ser çokan ketiye. Her yek ber bi kitêba emelên ku li dinyayê kirine ve tê dawetkirin» Casiye: 28