Pêxemberê Min ê Delal

ÎSTÎXFARA MEZINÊ ME PÊXEMBER1

Mezinê me Pêxember çawa ku yê herî bilind ê mexlûqan bû, wisa jî Ew bû yê ku Allah teala bi heqî nas dikir û herî zêde ji Wî ditirsiya. Tevî ku Cenabê Heq Ew ji gunehkirinê parastibû, bêrawestan îbadet dikir, ji Allah teala re dua û îstîxfar dikir. Di serê şevê de (piştî eşayê) radiza, di dawiya şevê de jî îbadet dikir. Îbn Ebbas wiha vedibêje: «Şevekê ez li mala dêya muminan Hezreta Meymûne bûm mêvan. Resûlûllah heta nîvê şevê, an hinekî berî wê an jî hinekî piştî wê raza. Paşê hişyar bû û rûnişt, bi destê xwe şopa xewê ji rûyê xwe bir. Rabû, misînê avê yê daliqandî hilda û destnimêj girt. Ji dawiya Sûreyê Alî Îmran deh ayetên kerîme xwendin û rabû nimêjê. Ez jî rabûm, min wek Resûlûllah destnimêj girt û di nimêjê de li kêleka wî Serwerî rawestam. Resûlûllah du rikat nimêj kir. Paşê du rikatên din kirin. Li pey wê dîsa du rikatên din kirin. Paşê rabû nimêja witrê. Piştî vê heta ku ezana sibehê hat xwendin dirêj bû. Paşê rabû, dîsa du rikat nimêj kir, derket mizgeftê û ferza nimêja sibehê kir.»2 Dêya me Hezreta Aîşe vedibêje: «Mezinê me Resûlûllah şevekê razabû. Gava hişyar bû ferman kir: “Ey Aîşe, eger tu destûrê bidî, ez îşev bi îbadeta Rebbê xwe mijûl bibim.” Paşê rabû. Qur’ana Kerîm xwend û giriya. Heta bi hêstirên çavan herdu çok şil bûn. Xwendina xwe domand; her ku dixwend, hêstirên mubarek her cihê bedena Wî yê ku digihîştinê şil kiribû. Ev hal heta sibehê dom kir.

Serê sibê Bilalê Hebeşî hat û gava ev hal dît got: “Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Ma Allah teala xeletiyên te yên borî û yên bên efû nekirine?” Resûlûllah ferman kir: “Ey Bilal! Ma ez nebim evdekî şukirdar ku Allah teala vê şevê3 ayeta kerîme ya 190î ya Sûreyê Alî Îmran, ku meala wê ev e: «Di afirandina ezman û erdê de, di li pey hev hatina şev û rojê de ji bo xwediyên aqil helbet gelek ayet, gelek îşaret hene», nazil kiriye.”» Di hedîsa şerîf a ku di «Muslim» de hatiye ragihandin de jî ferman kir: «Tiştên wisa tên dilê min ku ji ber wan ez her roj û şev heftê caran ji Allah teala re îstîxfar dikim»; û: «Di dilê min de perdeyek (ku nahêle enwarên îlahî bên) çêdibe. Loma ez her roj 70 caran îstîxfar dikim»; û dîsa: «Ez her roj sed caran ji Allah teala re îstîxfar dikim.»4

Mezinê me Pêxember ewqas ji Allah teala ditirsiya ku nedihat dîtin bi tîqetîq bikene. Di hedîsa şerîf a ku Îmam Tirmizî ji Ebû Zer merfû5 ragihandiye de ferman kiriye: «Bêguman ez tiştên ku hûn nabînin dibînim. Tiştên ku hûn nabihîzin jî dibihîzim. Li ezmên cihekî vala yê bi qasî çar tiliyan tune ku melaîket lê secde nekin. Wellahî eger we tiştê ku ez dizanim bizaniya, hûn ê kêm bikeniyana û gelek bigiriyana. Hûn ê bi riyan biketana û heta ku dengê we derdiket bi dengê bilind li ber Allah teala bigeriyana.»6

Di hedîsa şerîf a ku Ebû Hureyre rîwayet kiriye de Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Emelê tu kesî wî nabe Cennetê.» Gava jê hat pirsîn: «Ya Resûlellah, te jî?», ferman kir: «Belê, emelê min min jî nabe Cennetê. Lê fedl û rehmeta Allah teala min dinixumîne.»

Îbn Umer vedibêje: «Gava em bi Resûlûllah re di meclîsekê de bûn, me dijmart ku sed caran ferman dikir: “Ya Rebbî! Min bibexşîne û tobeya min qebûl bike. Tu yî yê ku tobeyan qebûl dike û rehîm î.”»7

Enes bin Malik neqil kiriye: «Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) her tim ferman dikir: “Allahumme ya muqellîbel-qulûb, sebbit qelbî ela dînik.”»8 Di hedîsa şerîf a ku Tirmizî ji Ebû Seîdê Xudrî rîwayet kiriye de Mezinê me Pêxember ferman kir: «Kesê ku gava dikeve nav nivîna xwe sê caran bibêje: “Estexfirullahel-ezîm ellezî la îlahe îlla huwel-heyyel-qeyyûm we etûbu îleyh”, gunehên wî bi qasî kefa deryayê, an bi qasî qûma diyarê Temîm, an bi hejmara pelên daran, an jî bi qasî rojên dinyayê pir bin jî, Allah teala gunehên wî dibexşîne.»

Li gorî ku Buxarî û Muslim neqil kirine, Resûlûllah wiha îstîxfar dikir: «Allahummexfir lî xetîetî we cehlî we îsrafî fî emrî we ma ente e’lemu bihî minnî.» (Allahê min! Wan xeletiyên min efû bike ku Tu dizanî û min (bi zanîn an) bi nezanî, bi derbaskirina hedê xwe kirine!)

Li gorî ku ji Ebû Mûsayê Eş’erî (radiyellahû anhû) hatiye rîwayetkirin, Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) wiha jî îstîxfar dikir:

«Allahummexfir lî hezlî we ciddî we xetaî we emdî we kullu zalike indî. Allahummexfir lî ma qeddemtu we ma exxertu we ma esrertu we ma e’lentu we ma ente e’lemu bihî minnî, entel-muqeddemu we entel-muexxeru we ente ela kulli şey’in qedîr.»9 (Allahê min! Bi henekî, bi cidî, bi jibîrkirin û bi zanîn, çi kêmasiyên min ên ku mumkin e min kiribin hebin, hemûyan mexfîret bike. Allahê min! Her cure kêmasiyên min ên ku min pêş û paş xistine, bi dizî û bi eşkere kirine û Tu dizanî bibexşîne. Yê Muqeddem û Muexxer Tu yî. Yê ku li ser her tiştî qadir e Tu yî.)

Resûlûllah bi roj bi rojî bû,
Bi şev jî ji bo nimêjê li ser piyan bû.
Eger tu ummetê wî Mucteba yî,
Her tim li sunnet û mekrûhê miqate be.

«Di dilê min de perdeyek (ku nahêle enwarên îlahî bên) çêdibe. Loma ez her roj 70 caran îstîxfar dikim» Hedîsa şerîf