FEZÎLETÊN MEZINÊ ME PÊXEMBER
Bi sedan kitêb hene ku fezîletên Muhemmed eleyhisselam didin zanîn. Fezîlet bi maneya bilindiyê ye. Hin ji bilindiyên Wî li jêr hatine ragihandin: 1. Di nav mexlûqan de pêşî nûr û rûhê Muhemmed eleyhisselam hatine afirandin. 2. Allah teala navê Wî li Erşê, li Cennetan û li heft qatên ezmanan nivîsiye. 3. Li ser pelên guleke ku li Hindistanê şîn dibe «La îlahe îllallah Muhemmedun Resûlûllah» nivîsî ye. 4. Hatiye dîtin ku li aliyê rastê yê masiyekî, ku di çemekî nêzîkî bajarê Besrayê de hatibû girtin, «Allah» û li aliyê çepê «Muhemmed» nivîsî ye. Bûyerên mîna van gelek in. Di rûpela dused a kitêba A History of Fishes de, ku di 1975an de li Londonê hatiye çapkirin, wêneyê masiyekî heye ku li ser dûvê wî bi herfên Qur’ana Kerîm «Şanullah» nivîsî ye. Di agahiya ku hatiye dayîn de hatiye ragihandin ku li aliyê din ê dûv jî «La îlahe îllallah» nivîsî ye. Mîsalên vê pir in. 5. Melaîket hene ku ji bilî gotina navê Muhemmed eleyhisselam tu wezîfeya wan tune. 6. Emrê ku li melaîketan hat kirin da ku ji Hezretê Adem re secde bikin, ji ber wê bû ku nûra Muhemmed eleyhisselam di eniya wî de bû. 7. Allah teala ji hemû pêxemberan re da zanîn ku Muhemmed eleyhisselam wê bê; herwiha da zanîn ku emir li ummetên xwe bikin, eger bigihîjin zemanê Wî, îmanê pê bînin. 8. Gava wê bihata dinyayê, alametên gelek mezin hatin dîtin. Di kitêbên tarîx û mewlûdê de nivîsî ne. 9. Gava hat dinyayê, hat dîtin ku navik birrî ye û sunnetkirî ye. 10. Gava hat dinyayê, şeytan êdî nikaribûn derkevin ezmên û xeberan ji melaîketan bidizin. 11. Gava hat dinyayê, hemû pûtên li ser rûyê erdê, ew peykerên ku ji wan re îbadet dihat kirin, deverû ketin. 12. Melaîketan dergûşa Wî dihejand. 13. Di dergûşê de bi heyva li ezmên re dipeyivî. Bi tiliya xwe ya mubarek îşaret bi kîjan alî bikira, heyv ber bi wî alî ve mêl dikir. 14. Hîn di dergûşê de dest bi axaftinê kir. 15. Di zaroktiya xwe de gava li cihên vekirî digeriya, ewrek jî li hizaya serî pê re diçû û sî lê dikir. Ev hal heta destpêka pêxembertiyê dom kir. 16. Mohra nubuwwetê ya her pêxemberekî li ser destê wî yê rastê bû. Ya Muhemmed eleyhisselam jî di nîvê pişta mubarek de, nêzîkî pîlê çepê, li ser dil bû. Gava Cebraîl eleyhisselam dilê Wî şuşt û sing girt, bi mohra ku ji Cennetê anîbû pişt mohr kiribû.
17. Çawa ku li pêşiya xwe didît, li pişt xwe jî didît.
18. Çawa ku di ronahiyê de didît, di tariyê de jî didît. 19. Tûka Wî avên tehl şîrîn kirin. Şîfa da nexweşan. Ji pitikan re mîna şîr bû xurek. 20. Gava çavên Wî radizan, dil hişyar bû. (Hemû pêxember jî wisa bûn.) 21. Di temenê xwe de qet bawişk neanî. 22. Xwêdana mubarek wek gulê bêhneke xweş dida. Feqîrekî gava keça xwe dizewicand, alîkarî jê xwestibû. Di wê gavê de tiştekî ku bidê tunebû. Ji xwêdana xwe hinek kir şûşeyeke biçûk û dayê. Gava wê keçê li rû û serê xwe dida, mala wê wek miskê bêhn dida. Mala wê bi navê (mala bêhnxweş) meşhûr bû. 23. Tevî ku bejnnavîn bû, gava li ba kesên bejndirêj bû, ji wan bilindtir xuya dikir. 24. Gava li ber ronahiya rojê û heyvê dimeşiya, siya Wî nediket erdê. 25. Mêş, pêşû û kêzikên din li beden û cilên Wî nedinîştin. 26. Cilên binî, çiqas li xwe bikirana jî, qet qirêj nedibûn. 27. Kengî bimeşiya, melaîket li pey Wî dihatin. Loma eshabên xwe didan pêşiya xwe û ferman dikir: «Pişta min ji melaîketan re bihêlin.»1 28. Gava pê li kevir dikir, şopa ling li ser kevir dima. Gava li ser qûmê diçû, qet şop nedihişt. Gava diçû destavê, erd diqelişî û mîz û tiştên wek wê di nav axê de diman. (Hemû pêxember jî wisa bûn.) 29. Di nav însan û melaîketan de îlmê herî zêde jê re hat dayîn. Tevî ku ummî bû, yanî ji tu kesî tiştek hîn nebûbû, Allah teala her tişt bi Wî daye zanîn. Çawa ku navê her tiştî bi Adem eleyhisselam dabû zanîn, nav û îlmê her tiştî jî pê daye zanîn. 30. Navên ummeta Wî, cismên wan û hemû tiştên ku wê di nav wan de çêbibin jê re hatin ragihandin. 31. Aqilê Wî ji aqilê hemû însanan zêdetir e. 32. Hemû xûyên baş ên ku dikarin di însanan de hebin jê re hatin îhsankirin. Gava ji şairê mezin Umer Îbnul-Farid re got: «Te çima medhê Resûlûllah nekir?», gotiye: «Min fêm kir ku hêza min têra medhkirina Wî nake. Min kelîmeyek nedît ku pê medh bikim.»
«Ez razî nabim ku yek ji ummeta min di Cehennemê de bimîne» Hedîsa şerîf
33. Allah teala di Kelîmeya Şehadetê de, di ezan û qametê de, di teşehhuda nimêjê de, di gelek duayan de, di hin îbadet û xutbeyan de, di şîretkirinê de, di wextên tengasiyê de, di qebrê de, li mehşerê, li Cennetê û li ser zimanê her mexlûqî navê Wî daniye kêleka navê xwe. 34. Ji bilindiyên Wî ya herî bilind ew e ku Hebîbullah e. Allah teala Ew ji xwe re kiriye hezkirî û dost. Ji her kesî û ji her melaîketî bêtir ji Wî hez kiriye. Ferman kiriye: «Eger Min Îbrahîm kiribe Xelîl, Min tu ji xwe re kirî Hebîb.»
35. Ayeta kerîme ya ku meala wê ev e: «Heta ku tu razî bibî (heta ku tu bibêjî: “Bes e!”) Ez ê her tiştê ku tu bixwazî bidim te»2, soz dide ku Allah teala wê hemû îlm, hemû bilindî, ehkamên Îslamiyetê, li hemberî dijminan alîkarî û serketin, ji ummeta Wî re feth û zefer, li qiyametê jî her cure şefaet û tecellî îhsanî Pêxemberê xwe bike. Gava ev ayeta kerîme nazil bû, li Cebraîl eleyhisselam nêrî û ferman kir: «Ez razî nabim ku yek ji ummeta min di Cehennemê de bimîne.» 36. Allah teala di Qur’ana Kerîm de bi navê wî bi xwe xîtabî her pêxemberekî kiriye; lê xîtabî Muhemmed eleyhisselam bi «Ey Resûlê Min! Ey Pêxemberê Min!» kiriye. 37. Bi her zaravayê zimanê erebî gelek zelal û bi awayekî ku bi hêsanî dihat fêmkirin dipeyivî. Yên ku ji cihên cuda dihatin û jê dipirsîn, bi zaravayê wan bersiva wan dida. Yên ku dibihîstin heyran diman. Ferman dikir: «Allah teala ez gelek xweş terbiye kirim.»3
38. Bi kêm kelîmeyan gelek tişt vedigot. Hedîsên şerîf, ku ji sed hezarî zêdetir in, nîşan didin ku Ew «Cewamiul-kelîm» e.
Hin aliman gotine: «Muhemmed eleyhisselam çar bingehên dînê Îslamê bi çar hedîsan dane zanîn:
- “Qîmeta emelan li gorî niyetê ye.”4 û
- “Helal eşkere ye, heram eşkere ye.”5 û
- “Lazim e ku dawekar şahid nîşan bide û yê ku dawe lê hatiye kirin sond bixwe.”6 û
- “Heta ku mirov tiştê ku ji xwe re dixwaze ji birayê xwe yê dînî re jî nexwaze, îmana wî kamil nabe.”7 Ji van çar hedîsan ya yekem bingeha îbadetê ye; ya duyem, ya muamelatê; ya sêyem, ya xusûmatê, yanî ya karên edaletê û siyasetê; ya çarem jî bingeha zanînên adab û exlaqê ye.»8
39. Muhemmed eleyhisselam mesûn û me’sûm bû. Bi zanîn an bi nezanî, mezin an biçûk, berî çil saliya xwe an piştî wê, tu guneh nekiriye. Tu hereketeke kirêt jê nehatiye dîtin. 40. Ferman li mislimanan hat kirin ku di nimêjê de, dema rûdinin, «Esselamû eleyke eyyuhen-nebiyyu we rehmetullahi» bixwînin û silavê bidin Muhemmed eleyhisselam. Di nimêjê de silavdayîna li pêxemberekî din û li melaîketan caiz nebû. 41. Di hedîsa qudsî de wiha ferman kiriye: «Eger tu nebûyayî, Min ê tu tişt neafiranda!»9
42. Pêxemberên din bersiva îftirayên kafiran bi xwe dane. Lê bersiva îftirayên ku li Muhemmed eleyhisselam hatine kirin Allah teala daye û mudafeeya Wî kiriye. 43. Hejmara ummeta Muhemmed eleyhisselam ji tevahiya hejmara ummetên pêxemberên din zêdetir e. Ji wan bilindtir û bi şereftir in. Di hedîsên şerîf de hatiye ragihandin ku ji sisêyan diduyê kesên ku wê herin Cennetê wê ji vê ummetê bin. 44. Sewabên ku wê ji Resûlûllah re bên dayîn, ji sewabên ku wê ji pêxemberên din re bên dayîn qat bi qat zêdetir in.
Kesê ku îbadeteke meqbûl û karekî bixêr dike çiqas sewab bistîne, ewqas wê ji seydayê wî re jî bê dayîn. Ji seydayê seydayê wî re çar qat, ji seydayê wî re heşt qat, ji seydayê wî jî re şanzdeh qat, û bi vî awayî heta Resûlûllah ji her seydayekî re du qatê sewaba şagirtê wî wê bê dayîn. Mesela ji seydayê wî yê bîstem re 524.288 sewab wê bên dayîn. Ji Muhemmed eleyhisselam re ji her karekî ummeta Wî sewab wê bê dayîn.
Eger hejmara sewabên ku wê ji her karekî ji Muhemmed eleyhisselam re bên dayîn li gorî vê hesabê bê fikirîn, miqdara hemûyan ji bilî Allah teala kes nizane. Hatiye ragihandin ku Selefê Salihîn ji yên ku piştî wan hatine efdeltir û bilindtir in. Ji aliyê hejmara sewaban ve ev bilindî eşkere ye. 45. Heram hatiye kirin ku mirov bi nav gazî Wî bike, li ba Wî bi dengê bilind bipeyive, ji dûr ve bang lê bike û li rê bikeve pêşiyê. Ummetên pêxemberên din bi navên wan gazî wan dikirin. 46. Wî du caran Cebraîl eleyhisselam di şiklê wî yê melaîketî de dîtiye. Tu pêxemberekî din ew di şiklê wî yê eslî de nedîtiye. 47. Cebraîl eleyhisselam bîst û çar hezar caran hatiye ba Wî. Ji pêxemberên din herî zêde hatiye ba Mûsa eleyhisselam. Ev hatin çarsed caran çêbûye.
«Kesê ku dijminatiya Ehlê Beyta min dike munafiq e» Hedîsa şerîf
48. Îsrafîl eleyhisselam jî gelek caran hatiye ba Muhemmed eleyhisselam. Ba pêxemberên din (eleyhimusselewatû wetteslîmat) tenê Cebraîl eleyhisselam hatiye. 49. Caiz e ku mirov bi Muhemmed eleyhisselam sond bide Allah teala; bi pêxemberên din û bi melaîketan ne caiz e. 50. Piştî Muhemmed eleyhisselam heram hatiye kirin ku kesên din hevserên Wî bi nîkah bistînin; ji vî alî ve hatiye ragihandin ku ew dêyên muminan in.
Hevserên pêxemberên din (eleyhimusselewatû wetteslîmat) ji wan re an bi zirar bûne, an jî bêfeyde bûne. Lê hevserên mubarek ên Muhemmed eleyhisselam (radiyellahû teala anhûnne) di karên dinya û axretê de jê re alîkar bûne, li ser feqîriyê sebr kirine, şukir kirine û di belavkirina Îslamiyetê de gelek xizmet kirine. 51. Xizmatiya ji aliyê neseb û sebeb ve, yanî ya ji aliyê xwîn û nîkahê ve, li qiyametê feyde nade. Xizmên Resûlûllah ji vê mustesna ne. 52. Hilgirtina navê Resûlûllah li dinyayê û li axretê bi feyde ye. Muminên heqîqî yên ku vî navî hildigirin wê nekevin Cehennemê. 53. Her gotin, her karê Wî rast e. Allah teala her îctîhada Wî tesdîq dike. 54. Hezkirina Wî li ser her kesî ferz e. Ferman kiriye: «Kesê ku ji Allah teala hez dike, ji min hez dike.» Alameta vê hezkirinê ew e ku mirov li pey dîn, rê, sunnet û exlaqê Wî here. Di Qur’ana Kerîm de emir lê hatiye kirin ku bibêje: «Eger hûn li pey min bên, Allah teala wê ji we hez bike.»
55. Hezkirina Ehlê Beyta Wî wacib e. Ferman kiriye: «Kesê ku dijminatiya Ehlê Beyta min dike munafiq e.» Ehlê Beyt ew xizm in ku wergirtina zekatê li wan heram e. Ev jî hevserên Wî û ew mumin in ku ji nijada bapîrê Wî Haşim in, yanî yên ji nijada Elî, Uqeyl, Ce’ferê Teyyar û Ebbas.
56. Hezkirina hemû eshabên Wî wacib e. Ferman kiriye: «Piştî min dijminatiya eshabên min nekin! Hezkirina wan hezkirina min e. Dijminatiya wan dijminatiya min e. Yê ku eziyetê bide wan, eziyet daye min. Yê ku eziyetê bide min jî, eziyet daye Allah teala. Allah teala ezabê dide wî kesî ku eziyetê dide Wî.»
57. Allah teala ji Muhemmed eleyhisselam re li ezmên du û li erdê du alîkar afirandine. Ev Cebraîl, Mîkaîl, Ebûbekr û Umer in (radiyellahû teala anhûm ecmeîn).10 58. Mêr be, jin be, her kesê ku mezin bûye û wefat dike, di qebra wî de wê Muhemmed eleyhisselam jê bê pirsîn. Çawa ku wê jê re bê gotin «Rebbê te kî ye?», wê «Pêxemberê te kî ye?» jî bê gotin. 59. Xwendina hedîsên şerîf ên Muhemmed eleyhisselam îbadet e. Ji yê ku dixwîne re sewab tê dayîn.
Ji bo xwendina hedîsa şerîf mustehab e ku mirov destnimêj bigire, cilên paqij li xwe bike, bêhna xweş li xwe bide, kitêba hedîsên şerîf deyne cihekî bilind, yê ku dixwîne ji bo kesên ku ji derve tên ranebe ser piyan û yên ku guhdarî dikin bi hev re nepeyivin. Rûyê kesên ku her tim hedîsên şerîf dixwînin bi nûr, geş û xweşik dibe. Di xwendina Qur’ana Kerîm de jî lazim e ku ev edeb bên parastin. 60. Ezraîl eleyhisselam ji bo ku rûhê mubarek bistîne di şiklê însan de hat. Ji bo ku bikeve hundir destûr xwest. 61. Di qebra xwe de bi heyateke ku em nizanin sax e. Di qebrê de Qur’ana Kerîm dixwîne, nimêj dike. (Hemû pêxember jî wisa ne.) 62. Melaîketên ku dibihîzin mislimanên li her derê dinyayê ji Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) re selewat dixwînin, tên qebra Wî û xeberê didinê. Her roj bi hezaran melaîket qebrê ziyaret dikin. 63. Axa di hundirê qebra Wî de ji her derê, ji Kabeyê û ji Cennetan jî efdeltir e. 64. Emel û îbadetên ummetê her sibe û êvar nîşanî Wî tên dan. Yên ku wan dikin jî dibîne û dua dike ku yên guneh dikin bên efûkirin. 65. Ziyareta qebra Wî ji jinan re jî mustehab e. Lê ziyareta qebrên din ji wan re tenê di wextên tenha de û bi kincên ku li mislimanan tên caiz e. 66. Çawa ku di saxiyê de bû, piştî wefatê jî, li her derê dinyayê û di her wextî de, Allah teala duaya kesên ku bi Wî tewessul dikin, yanî ji bo xatir û hurmeta Wî dixwazin, qebûl dike.
Gundiyek hat ba tirba Wî û got: «Ya Rebbî! Te ferman kiriye ku kole bên azadkirin. Ev Pêxemberê Te ye. Ez jî yek ji koleyên Te me. Ji bo xatirê Pêxemberê xwe min ji agirê Cehennemê azad bike!» Dengek hat bihîstin: «Ey evdê Min! Te çima tenê azadbûna xwe xwest? Te çima azadbûna hemû evdên Min nexwest? De here! Min tu ji Cehennemê azad kirî.»
Hatimê Esem, ku ji meşhûrên ewliyayan e, li ba tirba Resûlûllah rawesta û got: «Ya Rebbî! Min qebra Pêxemberê Te ziyaret kir. Min destvala venegerîne!» Dengek hat bihîstin: «Ey evdê Min! Min qebûl kir ku te qebra Hebîbê Min ziyaret kiriye. Min tu û yên ku bi te re ziyaret kir mexfîret kirin.»
Îmam Ehmed Qestellanî (rehmetûllahî eleyh) dibêje: «Min çend salan nexweşî kişand. Doktoran çareya wê nedît. Şevekê li Mekkeyê min gelek lava ji Resûlûllah kir. Wê şevê min di xewnê de yek dît. Di kaxeza di destê wî de min xwend: “Li vir bi destûra Resûlûllah dermanê nexweşiya Ehmed Qestellanî hatiye nivîsîn.” Gava ez hişyar bûm, nexweşiya min nemabû.» Qestellanî dîsa dibêje: «Keçikeke reben bi nexweşiya fêyê ketibû. Min ji bo ku baş bibe gelek lava ji Resûlûllah kir. Di xewna min de yekî ew cinê ku keçik nexweş dixist anî ba min. Got: “Ev Resûlûllah ji te re şandiye.” Ez li cin xeyidîm, min lê kir qîrîn. Ji min re sond xwar ku wê keçikê neêşîne; ez hişyar bûm. Min xeber girt ku keçik ji nexweşiya fêyê xelas bûye.»
67. Roja qiyametê yê ku pêşî ji qebrê rabe wê Resûlûllah be. Wê kincê Cennetê lê be. Wê li ser Buraqê here cihê mehşerê. Wê di dest de ew al hebe ku jê re «Liwaul-Hemd» tê gotin. Pêxember û hemû însan wê li bin vê alê bisekinin. Hemû wê ji ber ku hezar sal li bendê mane gelek bêhnteng bibin. Însan wê bi dorê herin ba pêxemberan Adem, Nûh, Îbrahîm, Mûsa û Îsa (eleyhimusselam) û ji wan bixwazin ku şefaet bikin da ku hesab dest pê bike. Her yek wê uzrê xwe bibêje, bibêje ku ji Allah teala şerm dike û ditirse, û xwe ji şefaetê bide paş. Paşê gava herin ba Resûlûllah û lava jê bikin, wê here secdê, dua bike û şefaeta Wî wê bê qebûlkirin. Pêşî hesabê ummeta Wî wê bê dîtin; herî pêşî ew ê di Siratê re derbas bibin, herî pêşî ew ê bikevin Cennetê. Her cihê ku herinê wê bi nûr bikin.
Gava Hezreta Fatîma di Siratê re derbas bibe, wê bê gotin: «Bila her kes çavên xwe bigire! Keça Muhemmed eleyhisselam tê.»
68. Navê meqamê ku Resûlûllah li Cennetê lê ye Wesîle ye. Ev der dereceya herî bilind a Cennetê ye. Koka dara Sidretul-Muntehayê, ku çiqilekî wê dirêjî her kesê li Cennetê dibe, li wir e. Nîmet wê ji van çiqilan bigihîjin yên li Cennetê.
69. Di zemanê Adem eleyhisselam de, di ezana ku ji bo nimêjê dihat xwendin de navê Muhemmed eleyhisselam jî dihat gotin.
70. Di Tewrat, Încîl û Zebûrê de Muhemmed eleyhisselam, çar xelîfe, eshab û hin ji ummeta Wî bi sifetên xweş hatine ragihandin û medhkirin. Allah teala ji navê xwe yê Mehmûd kelîmeya Muhemmed derxistiye û kiriye navê Hebîbê xwe. Allah teala ji navên xwe navên Raûf û Rehîm dane Hebîbê xwe jî. 71. Gava sê salî bû, di çil saliya xwe de dema pêxembertî jê re hat ragihandin û di pêncî û du saliya xwe de dema dibirin Mîracê, melaîketan sing qelaşt. Di teşta ku ji Cennetê anîbûn de bi ava Cennetê dil şuştin. 72. Heft stêrkên wê koma stêrkan a ku li kêleka burca Sewrê (ga, boxe) ye û jê re «Sureyya» tê gotin bi çavên xwe dîtibûn û hejmara wan dabû zanîn. Ji vê koma stêrkan re Perwîn û Ulker jî tê gotin. 73. Kesên ku ji xwîna hecameta Wî vexwarin hebûn. Gava yekî ev vexwar, ferman kir: «Agirê Cehennemê wî naşewitîne.» 74. Mucîzeyeke mezin jî ew e ku birin Mîracê. Bi heywanê Cennetê yê ku jê re Buraq tê gotin ji Mekkeyê birin Qudsê. Ji wir birin ezmanan û Erşê. Tiştên ecêb nîşanî Wî dan. Wî bi çavê serê xwe, bi awayekî ku nayê zanîn, Allah teala dît. (Lê ev dîtin li derveyî alema maddeyê, yanî di alema axretê de çêbû.) Di kêliyekê de dîsa anîn malê. Mucîzeya Mîracê ji tu pêxemberekî din re nehat dayîn.
75. Li ser ummeta Wî ferz bûye ku di temenê xwe de carekê selat û selamê li Wî bixwînin. Allah teala û melaîket jî selat û selamê li Wî dikin.
«Ez dixwazim evd bim û pêxembertiyê bikim» Hedîsa şerîf
76. Bi şev, di hişyariyê de, di xewê de, bi tenê, di nav qelebalixê de, di rêwîtiyê de, li malê, di şer de, di ken û girî de dilê mubarek her tim bi Allah teala re bû. Di hin wextan de jî tenê bi Allah teala re bû.
Ji bo ku bikaribe wezîfeyên xwe yên li dinyayê bîne cih û dilê xwe yê mubarek vegerîne alema beşeriyetê, dihat ba hevsera xwe Aîşe (radiyellahû anha) û ferman dikir: «Ey Aîşe! Hinekî bi min re bipeyive (da ku ez bêm ser xwe)», piştî wê diçû ku şîret û îrşadê li eshabên xwe bike. Sunneta nimêja sibehê li mala xwe dikir, piştî ku hinekî bi Aîşe (radiyellahû anha) re dipeyivî, diçû mizgeftê da ku ferzê bi eshabên xwe bide kirin. Ev hal ji xesaisên pêxemberî ye. Eger bêyî ku bi Aîşe (radiyellahû anha) re bipeyive derketa derve, ji ber tecelliyên îlahî û nûran kes nikaribû li rûyê Wî binêre. 77. Rutbe û seltenet nexwestiye, pêxembertî û feqîrî xwestiye. Sibehekê gava bi Cebraîl eleyhisselam re dipeyivî, ferman kir ku wê şevê li mala wan pariyek xwarin jî tunebû. Di wê gavê de Îsrafîl eleyhisselam hat û got: «Allah teala gotina te bihîst û ez şandim. Eger tu bixwazî, bila her kevirê ku tu destê xwe lê bidî bibe zêr, bibe zîv, bibe zumrud. Eger tu bixwazî, bibe melîk û pêxembertiyê bike.» Resûlûllah sê caran ferman kir: «Ez dixwazim evd bim û pêxembertiyê bikim.»
78. Pêxemberên din (eleyhimusselewatû wetteslîmat) di zemanekî diyar de, li welatekî diyar pêxembertî kirine. Lê Muhemmed eleyhisselam heta qiyametê ji hemû însan û cinên li ser rûyê erdê re pêxember hatiye şandin. Alim jî hene ku dane zanîn Ew pêxemberê melaîketan jî, yê heywanan jî, yê nebatan jî, yê bêcanan jî, bi kurtî pêxemberê hemû mexlûqan e.
79. Rehmet û feydeya Wî li hemû hebûnan belav bûye. Feydeya ku digihîje muminan eşkere ye. Kafirên zemanê pêxemberên din (eleyhimusselewatû wetteslîmat) li dinyayê dihatin ezabkirin û tune dibûn. Yên ku îman pê neanîn li dinyayê nehatin ezabkirin. Rojekê ji Cebraîl eleyhisselam re ferman kir: «Allah teala da zanîn ku ez ji aleman re rehmet im. Ma ji rehmeta min par gihîşt te jî?» Cebraîl jî got: «Li hemberî mezinahî û dehşeta Allah, ez her tim di tirsê de bûm ku gelo dawiya min wê çawa be. Gava min ew ayet anîn ku didin zanîn ez emîn im (ayetên 20 û 21ê yên Sûreyê Tekwîr), bi vê medhê ez ji wê tirsa dijwar xelas bûm, ez emîn bûm. Ma ji vê mezintir rehmet dibe?» 80. Allah teala xwestiye ku Muhemmed eleyhisselam razî bibe. (Wek ku me di fezîleta 35an de da zanîn, Allah teala heta ku Ew razî bibe wê tiştê ku dixwaze bidê. Ev mesele di Sûreyê Duha de hatiye ragihandin.)
81. Di «Mewahibul-Ledunniyye» de dibêje ku ev hedîs meşhûr e: «Min ji Rebbê xwe xwest ku ummeta min li ser dalaletê nebe yek. Qebûl kir.»
Di hedîseke şerîf a din de ferman kir: «Allah teala hûn ji sê tiştan parastine. Yek ji van: hûn ji yekbûna li ser dalaletê parastine. Ya duyem: kesê ku ji nexweşiyeke sarî (ku ji mirov derbasî mirov dibe) bimire, digihîje sewaba şehîdan. Ya sêyem: eger du mislimanên salih ji bo mislimanekî şahidî bikin û bibêjin “bixêr e” (em wî baş nas dikin), ew misliman diçe Cennetê.»
Di hedîseke şerîf de ferman kir: «Îxtîlafa eshabên min ji bo we rehmet e» û «Îxtîlafa ummeta min (di emel de bûna wan mezheb mezheb) rehmet e.» Ummeta Wî gava dixebite ku heq û rastiyê bibîne, dikeve îxtîlafê. Ev xebata wan jî dibe sebebê rehmetê. Du kesan ev hedîsa şerîf înkar kiriye: yek macin e, yê duyem mulhid e. Macin ew hîlebaz e ku dîn ji qezenca dinyayê re dike alet. Mulhid jî ew ji rê derketî ye ku li gorî menfeetên dinyayê mane dide ayetên kerîme û dibe kafir. Yehya bin Seîd dibêje: Alimên Îslamê hêsankar in. Ji karekî re yekî gotiye helal, yekî din gotiye heram. Tiştê ku ji bo însanên salih gotine helal e, di zemanê fesadê de gotine heram e. Hedîsên şerîf ên li jor nîşan didin ku Îcmaya ummetê, yanî yekdengiya alimên ku ji wan re muctehid tê gotin, ji Edîlleyên şer’î ye. Yanî yek ji çar çavkaniyên zanînên dînî ye û çar mezheb heq in. Mezheb ji bo mislimanan rehmeta Allah teala ne. 82. Keçên mubarek û hevserên Resûlûllah (radiyellahû teala anhûnne) yên herî bilind ên jinên dinyayê ne. Hemû eshabên Wî jî, ji bilî pêxemberan, yên herî bilind ên hemû însanan in. Bajarên Wî, Mekkeya Mukerreme û piştî wê Medîneya Munewwere, cihên herî biqîmet ên rûyê erdê ne. Ji bo rikateke nimêjê ya ku li Mescîda Wî ya Şerîf tê kirin sewaba hezar rikatî tê nivîsîn. Ji bo îbadetên din jî wisa ye.
Navbera qebr û minbera Wî baxçeyê Cennetê ye. Ferman kir:
«Kesê ku piştî mirina min min ziyaret bike, wek wî ye ku di saxiya min de ziyaret kiribe. Muminê ku li yek ji Heremeynê bimire, roja qiyametê wê emîn bê vejandin.» Ji bajarên Mekke û Medîneyê re Heremeyn tê gotin. 83. Nijada her kesî ji kurê wî dom dike. Lê nijada Muhemmed eleyhisselam ji keça Wî Fatîmayê ye. Ev mesele bi hedîsa şerîf jî hatiye ragihandin. 84. Hevalekî her însanî ji cinan heye. Ev şeytan kafir e. Weswese dide wî û dixebite ku îmana wî bistîne û gunehan pê bide kirin. Resûl eleyhisselam ew cinê ku hevalê Wî bû aniye îmanê.
85. Gava Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) wê wefat bikira, Cebraîl eleyhisselam hat, ji Allah teala silav anî û got ku halê Wî dipirse. Da zanîn ku wê wefat bike. Ji bo Wî û ummeta Wî gelek mizgînî dan.
Ez cîhanê bi toza lingê te nastînim, ya Resûlellah!
Ez heft ezmanan bi têlekî porê te naguherim, ya Resûlellah!
Daxwaza Siddîq yek sehwa te ye, ya Resûlellah!
Mirada Îrfan toza ber lingê te ye, ya Resûlellah!
