EXLAQÊ BILIND Ê MEZINÊ ME PÊXEMBER1
Allah teala gava qencî û îhsanên ku dane Pêxemberê xwe yê delal sellellahû eleyhî we sellem dijmêre û dilê Wî yê mubarek miz dide, ferman dike: «Tu bi exlaqê xweş hatiyî afirandin.»2
Di ayeta kerîme de bi mealî wiha ferman dike: «Bêguman tu li ser xuluqê ezîm î (Tu xwediyê exlaqekî mezin î).» Xuluqê ezîm ew e ku mirov bi Allah teala re xwedî sir û tiştên veşartî be, di nav mirovan de jî xwedî exlaqê xweş be. Hezretê Îkrime wiha ferman dike: «Min ji Ebdullah bin Ebbas bihîst: di vê ayeta kerîme de “xuluqê ezîm”, yanî xûyên xweş, ew exlaq e ku Qur’ana Kerîm radigihîne.»
Exlaqê xweş ê Resûlûllah bû sebeb ku gelek kes bikevin dînê Îslamê.
Gotinên Wî gelek şîrîn bûn, dil digirtin û rûh dikişandin. Aqilê Wî ewqas zêde bû ku li Nîvgirava Erebistanê hat nav mirovên hişk û serhişk, ew gelek xweş îdare kirin, li ber cefayên wan sebir kir û ew anîn nermî û îtaetê. Piraniya wan dev ji dînên xwe berda, bû misliman û di riya dînê Îslamê de li dijî bav û kurên xwe şer kir.
Di riya Wî de mal û warên xwe feda kirin, xwîna xwe rijand. Lê ew ne hînî tiştên wiha bûn. Exlaqê xweş, nermî, efû, sebir, îhsan û îkrama Wî ewqas zêde bû ku her kes heyran dihişt. Yên ku didîtin û dibihîstin bi dilxweşî dibûn misliman. Di tu tevgerê de, di tu karî de, di tu gotineke Wî de, tu carî tu kirêtî û tu kêmasî nehatiye dîtin. Digel ku ji bo xwe ji tu kesî nedixeyidî, li hember dijminên dîn, li hember yên ku ziman û dest dirêjî dîn dikirin hişk û dijwar bû.
Bi hezaran mucîzeyên Muhemmed eleyhisselam xuya bûn; dost û dijmin, her kesî ev got. Ji van mucîzeyan ya herî biqîmet ew bû ku xwedî edeb û exlaqê xweş bû. Hezretê Ebû Seîdê Xudrî wiha ferman kiriye: «Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem êm dida heywên. Deve girêdida. Mala xwe dimalişt. Mî didot. Pêlava xwe ya qetiyayî didirût, cilên xwe pîne dikir.3 Bi xizmetkarê xwe re dixwar. Gava xizmetkar destar digerand û diwestiya, alîkariya wî dikir. Ji bazarê tişt dikirîn û di tûrikekî de dianîn malê. Gava rastî feqîr û dewlemend, mezin û biçûk dihat, pêşî Wî silav dida. Ji bo musafehaya bi wan re pêşî Wî destê xwe yê mubarek dirêj dikir. Kole, axa, beg, reş û spî wek hev digirtin. Kî dibe bila bibe, diçû cihê ku dihat vexwendin. Tiştê ku danîbûn ber Wî, hindik be jî, sivik û kêm nedidît.
Ji êvarê heta sibehê û ji sibehê heta êvarê xwarin nedihişt. Xûxweş bû. Ji qencîkirinê hez dikir, bi her kesî re li hev dikir. Rûken û şîrînziman bû, gava dipeyivî nedikeniya. Xemgîn xuya dikir. Lê ne rûtirş bû. Dilnizm bû. Lê ne nizmtebîet bû. Biheybet bû, hurmet û tirs peyda dikir. Lê ne qebe bû. Nazik û comerd bû. Lê îsraf nedikir, bêfeyde tiştek nedida, dilê Wî bi her kesî dişewitî. Serê mubarek her tim ber bi jêr ve xwar bû. Ji tu kesî li benda tiştekî nebû. Yê ku seadet û huzûrê dixwaze, divê bibe wek Wî.» Enes bin Malik wiha ferman dike: «Min deh salan xizmeta Resûlûllah kir, carekê negot “of”. Ferman nekir: “Te ev çima wiha kir, te ew çima nekir?”»4 Ebû Hureyre dibêje: «Di xezweyekê de me jê re got ku dua bike da ku kafir helak bibin; ferman kir: “Ez ji bo lanetkirinê, ji bo ku mirov ezabê bikişînin nehatime şandin. Ez ji bo qencîkirina bi her kesî re û ji bo ku mirov bigihîjin huzûrê hatime şandin.”»5 Allah teala di ayeta kerîme ya 107an a Sûreyê Enbiya de bi mealî wiha ferman dike: «Me tu ji aleman re ji bo rehmet û qenciyê şandî.»
Ebû Seîdê Xudrî wiha ferman kiriye: «Heyaya Resûlûllah ji heyaya keçên bakîre yên Îslamê zêdetir bû.»6
Enes bin Malik dibêje: «Gava Resûlûllah bi kesekî re musafeha dikir, heta ku wî kesî destê xwe nekişanda, destê xwe yê mubarek jê venediqetand.7 Heta ku wî kesî rûyê xwe nezivirandaya, rûyê xwe yê mubarek jê nedizivirand. Gava li ba kesekî rûdinişt, li ser herdu çokan rûdinişt; ji bo hurmeta wî çoka xwe ya mubarek ranedikir û wisa rûnedinişt.»
Cabir bin Semure dibêje: «Resûlûllah hindik dipeyivî. Gava lazim bû an gava tiştek jê dihat pirsîn dipeyivî.» Ji vê tê fêmkirin ku divê her misliman malayanî, tiştên bêfeyde nebêje û bêdeng bimîne. Di gotinên mubarek de tertîl û tersîl hebû. Yanî gelek zelal û birêkûpêk dipeyivî û bi hêsanî dihat fêmkirin. Enes bin Malik wiha ferman dike: «Resûl eleyhisselam diçû ziyareta nexweşan, li pey cenazeyan dimeşiya, diçû cihê ku dihat vexwendin. Li kerê jî siwar dibû. Min Resûl eleyhisselam di Xezweya Xeyberê de dît. Li ser kerekî bû ku hefsarê wî werîsek bû. Gava Resûl eleyhisselam ji nimêja sibehê derdiket, zarok û karkerên Medîneyê firaqên xwe yên tijî av dianîn ber Wî û dixwestin ku tiliya xwe ya mubarek têxe nav; zivistan û ava sar be jî daxwaza wan venedigerand û dilê wan xweş dikir.»8
Dîsa Enes dibêje: «Eger keçikeke biçûk bi destê Resûl eleyhisselam bigirta û ji bo karekî bibira, pê re diçû û muşkila wê hel dikir.»
«Bêguman tu li ser xuluqê ezîm î (Tu xwediyê exlaqekî mezin î)» Qelem: 4
Cabir dibêje: «Nehatiye bihîstin ku tiştek ji Resûl eleyhisselam hatibe xwestin û gotibe “tune”.»
Mezinê me Pêxember di heyayê de jî ji hemû mexlûqan bilindtir bû. Li hember tiştên nemunasib çavên Wî mîna ku girtî bûn. Bi tiştekî ku li wî xweş nedihat xîtabî tu kesî nedikir.
Dêya me Hezreta Aîşe wiha vegot: «Gava ji Mezinê me Resûlûllah re xeber dihat ku kesekî tiştekî nexweş kiriye, bêyî ku navê wî bibêje bi maneya giştî ferman dikir: “Çima wiha dikin?” Bi vî awayî ew kes ji karê xerab ê ku kiribû an gotibû dida paş û navê wî nedida.»9
Enes bin Malik vegot: «Rojekê kesek ket huzûra Mezinê me Pêxember ku tiştekî zer bi rûyê wî ve bûbû. Tiştek jê re negot. Gotineke ku wî biêşîne negot. Gava ew derket derve, ferman kir: “Xwezî we jê re bigota û ya li ser rûyê xwe bişûşta!”»10
Mezinê me Resûlûllah qewm digihandin hev. Nedihişt ku ji hev nefret bikin. Îkram ji mezinê her qewmî re dikir û ew li serê civatê dida rûniştandin.
Tu kes ji cemala xwe ya mubarek mehrûm nedikir. Li Eshabê Kîram ên xwe digeriya û yên ku nedihatin dipirsî. Şîret li yên li ba xwe rûniştî dikir û para wan dida wan.
Bi tevgera Wî ev fikir nedihat dilê tu kesî ku ji yekî bêtir ji yekî din hez dike. Li hember yekî ku ji bo gilî dihat tehemul dikir û guh didayê.
Heta ku kesê hatî ji ba Wî neçûya, ew nedihişt û nediçû. Xû û exlaqê xwe yê xweş bi awayê herî baş pêşkêşî hemû mirovan dikir. Li ba Wî di heq û edaletê de her kes yek bû. Tu serdestî û cudahiya kesî li ser kesî tunebû. Dêya me Hezreta Aîşe wiha ferman kiriye: «Min tu kes nedîtiye ku bi qasî Mezinê me Resûlûllah xwediyê exlaqê xweş be. Kengî yek ji eshaban an ji Ehlê Beytê gazî Wî kiribe, miheqeq bersiv daye: “Kerem bike!”»11
Mezinê me Resûlûllah bi navên herî xweş gazî eshabên xwe dikir, gotina tu kesî di nîvî de nedibirî. Kesê ku pê re dipeyivî, heta ku dev ji gotina xwe bernedaya an ji bo çûyînê ranebûya ser piyan, gotina wî nedibirî. Derbarê muameleya xweş, şefqet û merhemeta Wî de Allah teala di ayeta kerîme ya 128an a Sûreyê Tewbe de bi mealî wiha ferman kiriye: «Zehmetkişandina we Wî diêşîne û xemgîn dike. Gelek li ser we dilerize; ji muminan re gelek bimerhemet e, ji wan re gelek xêrê dixwaze.»
Û di ayeta kerîme ya 107an a Sûreyê Enbiya de bi mealî wiha ferman kiriye: «(Ey Hebîbê Min!) Me tu tenê ji aleman re rehmet şandî.»
Mezinê me Pêxember ji tirsa ku hin tişt li ummetê giran bên, ew hêsan dikirin. Ferman kiriye: «Eger min zehmet nedaya ummeta xwe, min ê emir bikira ku di her destnimêjê de misvakê bi kar bînin.»12 Di sozgirtinê de jî di nav mirovan de kesekî ji Mezinê me Pêxember bilindtir nehatiye. Ebdullah bin Ebil-Hemsa wiha vegot: «Berî ku pêxembertiya Pêxemberê me jê re bê ragihandin, min pê re kirîn û firotin kiribû. Li ser hesabê Wî baqiyek mabû. Min soz dayê ku em ê di filan wextî de li filan cihî hev bibînin û min ji bîr kir. Piştî sê rojan gava soza ku min dabû hat bîra min, ez yekser bezîm wî cihî. Gava min dît ku Ew ev sê roj in li wir li bendê ye, ez ji heyretê di cihê xwe de mam. Ji min re ferman kir: “Xorto, te ez westandim! Ev tam sê roj in ez li vir li benda te me.”» Xisleta tewazuya Mezinê me Pêxember ewqas mezin û bêmîsal bû ku di tu kesî de, heta di tu pêxemberî de (eleyhimusselam) nayê dîtin.
Hisa kibrê qet di Wî de peyda nebûye. Gava Pêxemberê me di navbera bûna pêxemberekî melik û bûna pêxemberekî evd de serbest hat hiştin, bûna pêxemberekî evd bijart.13 Li ser vê yekê Îsrafîl eleyhisselam ji Mezinê me Pêxember re got: «Bêguman Allah teala ew xisleta ku te tewazu tê de nîşan da jî daye te. Çimkî di qiyametê de yê herî mezin ê kurên Adem tu yî. Mirovê pêşî yê ku wê ji qebra xwe rabe tu yî. Yê pêşî yê ku wê şefaetê bike jî tu yî.»
Mezinê me Pêxember ji Dêya me Hezreta Aîşe re ferman kiriye:
«Ji min re hat pêşkêşkirin ku kevir û axa Mekkeyê bibe zêr. Min got: “Na, ya Rebbî! Bila ez rojekê birçî bim, rojekê têr. Roja ku ez birçî bimînim, ez ê lava ji Te bikim û dua bikim. Roja ku ez têr bim, ez ê hemd û senaya Te bikim.”»14
Cebraîl eleyhisselam hat ba Mezinê me Pêxember û wiha ferman kir:
«Silava Allah teala li te heye. Eger bixwaze ez van çiyayan ji Wî re bikim zêr. Bi ku ve here bila here, ew çiyayên zêr wê bi Wî re bin.»
Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ey Cebraîl! Dinya mala wî kesî ye ku mala wî tune. Herwiha (ew) malê wî kesî ye ku malê wî tune. Van ew kes dicivîne ku aqilê wî tune.»15 Li ser vê yekê Cebraîl eleyhisselam got: «Ya Muhemmed! Allah teala tu bi qewlê sabit rast û zexm kirî.»
Dêya me Hezreta Aîşe wiha ferman kiriye: «Carinan em tam mehekê disekinîn, me li mala xwe agir (ji bo çêkirina xwarinê) pênedixist. Tenê xurme û av hebû.»
Îbn Ebbas wiha ferman kiriye: «Mezinê me Resûlûllah û Ehlê Beyta Wî gelek şevan bêyî ku şîvê bixwin radizan. Êvarê tiştekî xwarinê peyda nedikirin.» Dêya me Aîşe wiha ferman kiriye: «Zikê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah tu carî ji xwarinê têr nebûye. Di vê meseleyê de ji tu kesî re gilî jî nekiriye. Hewcedarî ji bo Wî ji dewlemendiyê çêtir bû. Hemû şevê ji birçîbûnê bipêçiya jî, vê yekê Ew ji rojiya rojê nedida paş.16
«Ji min re hat pêşkêşkirin ku kevir û axa Mekkeyê bibe zêr. Min got: “Na, ya Rebbî! Bila ez rojekê birçî bim, rojekê têr. Roja ku ez birçî bimînim, ez ê lava ji Te bikim û dua bikim. Roja ku ez têr bim, ez ê hemd û senaya Te bikim”» Hedîsa şerîf
Eger bixwesta, wê ji Rebbê xwe hemû xezîneyên rûyê erdê, xwarinên wê û jiyaneke bi refah bixwesta. Sond dixwim, gava min ev halê Wî didît, dilê min pê dişewitî û ez digiriyam. Min bi destê xwe zikê mubarek miz dida û digot:
“Canê min bi qurbana te be! Ma nabe ku tu ji vê dinyayê hin menfeetan bi dest bixî ku qewetê bidin te?”
Ew jî ferman dikir: “Ey Aîşe! Ez ê dinyayê çi bikim? Birayên min ên pêxember ên Ulul-Ezm li ber ya ji vê dijwartir tehemul kirin. Lê bi wan halên xwe jiyana xwe domandin. Gihîştin Rebbê xwe. Loma Rebbê wan vegera wan a ba Wî gelek xweş kir û sewabên wan zêde kirin. Ez ji jiyana bi refah heya dikim. Çimkî jiyaneke wiha min ji wan paş dihêle. Ji bo min tiştê herî xweş û şîrîn ew e ku ez bigihîjim birayên xwe, dostên xwe û tevlî wan bibim.”»
Dêya me Hezreta Aîşe wiha ferman kiriye: «Resûlûllah bi qasî mehekê piştî van gotinên xwe wefat kir.» Mezinê me Pêxember bi comerdiya xwe jî li ser zimanan bû. Di vî xûyê xweş de jî tu kes nedigihîşt Pêxemberê me.
Îbn Ebbas gotiye: «Mezinê me Resûlûllah di qencîkirinê de yê herî comerd ê mirovan bû. Di Remezana şerîf de û gava bi Cebraîl eleyhisselam re digihîşt hev, ji bayê sibehê comerdtir dibû.» Enes bin Malik wiha ferman dike: «Ez bi Resûl eleyhisselam re diçûm. Burdekî Necranî lê bû. Yanî paltoyek ji qumaşê Yemenê lê bû. Gundiyek ji paş ve hat û bi pêsîra Wî wisa kişand ku pêsîra palto stûyê mubarek xêz kir û şopa wê ma. Resûl eleyhisselam bi vî halê zilam keniya û ferman kir ku tiştek bidin wî.» Cîraneke Resûl eleyhisselam hebû, jineke pîr. Keça xwe şand ba Resûl eleyhisselam. Lava kir: «Cilekî min tune ku ez ji bo nimêjê xwe pê binixumînim. Cilekî ji min re bişîne ku ez di nimêjê de xwe pê binixumînim.» Di wê gavê de cilekî din ê Resûl eleyhisselam tunebû. Kirasê li ser pişta xwe ya mubarek derxist û ji wê jinê re şand. Gava wextê nimêjê hat, bê cil nikaribû here mizgeftê. Eshabê Kîram gava ev hal bihîst, got: «Resûl eleyhisselam ewqas comerdiyê dike ku bê kiras dimîne û nikare bê cemaeta mizgeftê. Em jî her tiştê xwe li feqîran belav bikin.» Allah teala yekser ayeta kerîme ya 29an a Sûreyê Îsra şand. Pêşî ji Hebîbê xwe re bi mealî ferman kir:
«Destên xwe bi stûyê xwe ve girê nede, bi temamî jî veneke (Çikûsiyê neke, wisa neke ku tu tiştekî nedî)», paşê jî ferman kir: «Malê xwe wisa belav neke ku ji te re nemîne (ewqas ku tu bikevî tengasiyê, nimêjê ji dest bidî û xemgîn bibî)! (Di sedeqeyê de navîn be.)»
Wê rojê piştî nimêjê Hezretê Elî hat ba Resûlûllah û got: «Ya Resûlellah! Îro min ji bo nefeqeya zar û zêçên xwe heşt dirhem zîv deyn kiribû. Ez nîvê wê bidim te. Ji xwe re kirasekî (cilekî) bikire.» Resûl eleyhisselam derket çarşiyê û bi du dirheman kirasek kirî. Gava bi du dirhemên mayî diçû xwarinê bikire, dît ku korek rûniştiye û dibêje: «Kî ji bo rizaya Allah û ji bo gihîştina cilên Cennetê kirasekî dide min?» Kirasê ku kirîbû da wî. Gava kor kiras girt destê xwe, bêhneke xweş a wek miskê hat wî. Fêm kir ku ev ji destê mubarek ê Resûl eleyhisselam hatiye. Çimkî her tiştê ku Resûl eleyhisselam carekê li xwe dikir, kevn bibûya û ji hev biketa jî, her parçeyê wî wek miskê bêhna xweş dida.
Kor dua kir û got: «Ya Rebbî! Ji bo hurmeta vî kirasî çavên min veke.» Herdu çavên wî yekser vebûn. Resûl eleyhisselam ji wir çû. Bi dirhemekê kirasek kirî. Gava bi dirhemekê diçû xwarinê bikire, dît ku keçikeke xizmetkar digirî û ferman kir: «Keça min, tu çima wiha digirî?» Keçikê got: «Ez xizmetkara cihûyekî me. Dirhemek da min. Got: “Bi nîv dirhemî şûşeyekê, bi nîv dirhemî jî rûn bikire.” Min ew kirîn û diçûm. Ji destê min ketin. Hem şûşe, hem jî rûn çû. Niha nizanim ez ê çi bikim.» Resûl eleyhisselam dirhemê xwe yê dawî da keçikê û ferman kir: «Bi vê şûşe û rûn bikire û bibe mala xwe.» Gava keçika reben got: «Ez ditirsim ku cihû li min bixe, ji ber ku ez dereng mam», ferman kir: «Netirse! Ez ê bi te re bêm û jê re bibêjim ku tiştekî bi te neke.» Hatin malê û li derî xistin. Cihû derî vekir û gava Mezinê me Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem dît, şaş ma. Ji cihû re çi qewimîbû vegot û şefaet kir ku tiştekî bi keçikê neke. Cihû xwe avêt lingên Resûlûllah û got: «Ey Pêxemberê mezin, ku taca serê bi hezaran mirovan î û bi hezaran şêr li bendê ne ku emrê te bi cih bînin! Te ji bo keçikeke xizmetkar deriyê miskînekî wek min şerefdar kir. Ya Resûlellah! Min ev keçik ji bo şerefa te azad kir. Îman û Îslamê hînî min bike. Ez di huzûra te de bibim misliman.» Resûl eleyhisselam mislimantî hînî wî kir. Bû misliman. Ket mala xwe. Ji zar û zêçên xwe re vegot. Hemû bûn misliman. Ev hemû bi bereketa xûyên xweş ên Resûlûllah çêbûn.
Divê her misliman van halên Resûlûllah ji xwe re bike nimûne. Li ser her mislimanî lazim e ku bi exlaqê Allah teala exlaqdar bibe. Çimkî Mezinê me Resûlûllah ferman kiriye: «Bi exlaqê Allah teala xûdar bibin!» Mesela yek ji sifetên Allah teala «Settar» e. Yanî Ew gunehan dinixumîne.
Li ser misliman jî lazim e ku eyb û kêmasiya birayê xwe yê dînî binixumîne. Allah teala gunehên evdên xwe efû dike. Divê misliman jî kêmasî û qebahetên hev efû bikin. Allah teala Kerîm e, Rehîm e. Yanî lutf û îhsana Wî pir e û merhemeta Wî gelek e. Li ser misliman lazim e ku comerd û bimerhemet be. Hemû exlaqê xweş jî wisa ye.
«Belê! Ez dizanim ku hûn ê her tiştî bikin. Lê ez naxwazim ji yên ku kar dikin veqetim û rûnim. Allah teala ji yê ku ji hevalên xwe vediqete û rûdine hez nake» Hedîsa şerîf
Xûyên xweş ên Resûl eleyhisselam gelek in. Lazim e ku her misliman wan hîn bibe û exlaqê xwe bişibîne wan. Bi vî awayî nesîb dibe ku mirov li dinyayê û li axretê ji felaket û tengasiyan xelas bibe û bigihîje şefaeta wî Mezinê herdu cîhanan.
Hin ji exlaqê Wî yê xweş ev in:
1. Îlm, îrfan, fehm, yeqîn, îqan, aqil, zîrekî, comerdî, tewazu, hilm, şefqet, sebr, xîret, hemiyet, sedaqet, emanet, şecaet, mehabet (heybet), mêrxasî, belaxet, fesahet, fetanet, melahet (xweşikî), wera, îffet, kerem, însaf, heya, zuhd û teqwaya Resûlûllah (sellellahû teala eleyhî we sellem) ji ya hemû pêxemberan zêdetir bû.
2. Çi zirar û eziyet ji dost û dijminê xwe bidîta, efû dikir. Bersiva tu yekê nedida. Di Xezweya Uhudê de, gava kafiran dêmê mubarek xwînî kir û diranên Wî şikandin, ji bo yên ku ev kiribûn wiha dua kiribû: «Ya Rebbî! Van efû bike! Li cahiliya wan bibexşîne!»
3. Şefqeta Wî gelek bû. Av dida heywanan. Firaxa avê bi destê xwe digirt û li bendê dima heta ku têr bibin. Rû û çavên hespê ku lê siwar dibû paqij dikirin.
4. Kê gazî bikira, bi gotina «Lebbeyk» («Belê!») bersiva wî dida. Li ba tu kesî lingên xwe dirêj nedikirin. Li ser çokan rûdinişt. 5. Xwe di ser tu kesî re nedigirt. Di rêwîtiyekê de, gava wê pezek bikirana kebab, yekî got: «Ez ê serjê bikim.» Yekî din got: «Ez ê çermê wê derxim.» Yê din got: «Ez ê bipêjim.» Gava Resûlûllah jî ferman kir: «Êzingan jî ez ê bicivînim», got: «Ya Resûlellah! Tu bêhna xwe vede! Em ê bicivînin.» Ferman kir: «Belê! Ez dizanim ku hûn ê her tiştî bikin. Lê ez naxwazim ji yên ku kar dikin veqetim û rûnim. Allah teala ji wî kesî hez nake ku ji hevalên xwe vediqete û rûdine.» Rabû, çû ku êzingan bicivîne. 6. Gava dihat cihê ku eshab (radiyellahû teala anhûm ecmeîn) lê rûdiniştin, nediçû serê meclîsê. Li cihekî vala yê ku didît rûdinişt. Rojekê gopal di dest de derket kuçeyê; yên ku Ew dît rabûn ser piyan. Ferman kir: «Çawa ku hinên din ji bo hurmetê li ber hev radiwestin, hûn ji bo min ranebin ser piyan! Ez jî wek we însanek im. Wek her kesî dixwim. Gava diwestim, rûdinim.»
7. Di xwarinê de, di lixwekirinê de û di her tiştî de xizmetkarên xwe ji xwe cuda nedikirin. Alîkariya karên wan dikir. Qet nehat dîtin ku li kesî xistibe an dijûn dabe kesî.
Enes bin Malik, ku her gav di xizmeta Wî de bû, dibêje: «Min deh salan xizmeta Resûlûllah kir. Xizmeta ku Wî ji min re kir, ji ya ku min ji Wî re kir bêtir bû. Min qet nedît ku ji min xeyidîbe an bi min re hişk peyivîbe.»17
8. Cihên qetiyayî û çiriyayî yên cilên xwe bi xwe jî pîne dikirin, miyên xwe bi xwe jî didotin, alif bi xwe jî dida heywanên xwe. Tiştê ku ji çarşiyê dikirî bi xwe dibir malê. Di rêwîtiyê de alif dida heywanên xwe, carinan ew tîmar jî dikirin. Ev kar carinan bi tenê dikirin, carinan jî alîkariya xizmetkarên xwe dikir. 9. Gava xizmetkarên hin kesan dihatin û gazî dikirin, li gorî adeta Medîneyê dest dida destê wan û bi wan re dimeşiya.
10. Nexweş ziyaret dikirin, li cenazeyan hazir dibû. Ji bo ku dilê wan xweş bike, nexweşên kafir û munafiqan jî ziyaret dikirin. 11. Piştî ku îmametiya nimêja sibehê dikir, berê xwe dida cemaetê, rûdinişt û ferman dikir: «Birayekî me yê nexweş heye? Em herin ziyareta wî!» Eger nexweş tunebûya, ferman dikir: «Cenazeyê kesî heye? Em herin alîkariyê!» Eger cenaze hebûya, di şuştin û kefenkirina wî de alîkarî dikir, îmametiya nimêja wî dikir û heta ber qebrê pê re diçû. Eger cenaze tunebûya, ferman dikir: «Kê xewn dîtibe bila bibêje! Em guhdarî bikin û tabîr bikin!»
12. Eger sê rojan yek ji eshabên xwe nedîta, li wî dipirsî. Eger çûbûya rêwîtiyê, jê re duaya xêrê dikir; eger li bajêr bûya, diçû ziyareta wî. 13. Mislimanê ku li rê rastî wî dihat, pêşî bi xwe silav didayê. 14. Li deve, hesp, hêstir û kerê siwar dibû, carinan yekî din jî dida paş xwe.
15. Xizmeta mêvanên xwe û eshabên xwe dikir û ferman dikir: «Mezinê qewmekî, yê wan ê herî bilind, ew e ku xizmeta wan dike.»
16. Qet nehat dîtin ku bi tîqetîq keniyabe. Bêdeng dibişirî. Carinan gava dikeniya, diranên pêşîn ên mubarek xuya dibûn.
17. Her tim di fikran de û xemgîn xuya dikir, kêm dipeyivî. Bi bişirînê dest bi axaftinê dikir. 18. Tiştekî bêluzûm û bêfeyde nedigot. Gava lazim dibû, kurt, bi feyde û bi maneyeke zelal digot. Ji bo ku baş bê fêmkirin, carinan sê caran dubare dikir.
19. Bi xerîban re, bi nasan re, bi zarokan re, bi pîrejinan re û bi jinên xwe yên mehrem re letîfe û henek dikirin. Lê ev tişt nedibûn sebeb ku Ew kêliyekê jî Allah teala ji bîr bike.
20. Ji heybetê kes nikaribû li rûyê Wî binêre. Yek hat, gava li rûyê mubarek nêrî, lerizî. Ferman kir: «Bêhna xwe teng neke! Ez ne melîk im, ne jî zalim im. Ez kurê jinikeke reben im ku goştê hişkkirî dixwar.» Tirsa zilam çû û dest pê kir ku derdê xwe bibêje.
21. Ne nobedarên Wî hebûn, ne jî dergevan. Her kes bi hêsanî dihat û derdê xwe jê re digot. 22. Heyaya Wî gelek bû. Şerm dikir ku li rûyê kesê ku pê re dipeyivî binêre.
«Mezinê qewmekî, yê wan ê herî bilind, ew e ku xizmeta wan dike» Hedîsa şerîf
23. Eyba kesî nedida rûyê wî. Gazin ji kesî nedikir, li pey kesî nedipeyivî. Gava gotin an karê yekî neecibanda, ferman dikir: «Gelo hin kes çima wisa dikin?»
24. Tevî ku hezkiriyê Allah teala, resûl û meqbûlê Wî bû, ferman dikir: «Di nav we de ez im ku Allah teala herî baş nas dikim û herî zêde ji Wî ditirsim.» Herwiha ferman dikir: «Eger we tiştê ku ez dibînim bidîta, hûn ê kêm bikeniyana û gelek bigiriyana.»18 Gava li hewayê ewr didît, ferman dikir: «Ya Rebbî! Bi vî ewrî ezabê neşîne ser me!» Gava ba dihat, wiha dua dikir: «Ya Rebbî! Bayekî bi xêr ji me re bişîne!» Gava ezman diguriya, ferman dikir: «Ya Rebbî! Me bi xezeba xwe nekuje, bi ezabê xwe helak neke û berî vê afiyetê îhsanî me bike!»
Gava radibû nimêjê, ji sîngê dengek dihat bihîstin, mîna axîna yekî ku digirî. Dema Qur’ana Kerîm dixwend jî wisa dibû. 25. Hêza dil û şecaeta Wî ewqas zêde bû ku mirov pê ecêbmayî dima. Di Xezweya Huneynê de misliman belav bûbûn û Resûlûllah bi sê çar kesan re mabû. Çend caran bi tena serê xwe li ber êrîşa kafiran rawesta û qet paşve gav neavêt. Li hemberî wan sekinî û ew revandin.
26. Gelek comerd bû. Bi sedan deve û pez dibexşandin, ji xwe re tiştek nedihişt. Gelek kafirên dilhişk bi dîtina van îhsanan hatine îmanê.
27. Qet nehat bihîstin ku gava tiştek jê hatibe xwestin gotibe «tune». Eger hebûya dida, eger tunebûya bêdeng dima.
28. Allah teala ferman kiribû: «Bixwaze, Ez bidim», lê serweta dinyayê nexwest. Nanê ardê genimê bêjingkirî qet nexwar. Her tim nanê ardê cehê nebêjingkirî dixwar. Nehat dîtin ku heta têr bibe xwaribe. Meh jî hebûne ku du sê mehan li malê xwarin nehatiye pijandin, nan nehatiye çêkirin û tenê xurme xwariye. Carinan du sê rojan tiştek nedixwar.
29. Gava wefat kir, derket holê ku zirxekî hesinî ji bo sî kîlo ceh li ba cihûyekî rehîn hatiye danîn. 30. Nehat bihîstin ku xwarinek neecibandibe. Ya ku dieciband dixwar, ya ku nedieciband nedixwar û tiştek nedigot. Rojê carekê dixwar. Carinan sibehê, carinan êvarê dixwar. Gava dihat malê dipirsî: «Tiştekî xwarinê heye?» Eger bigotana tune, rojî digirt. Xwarina xwe li ser tiştekî wek sifre, sênî an maseyê nedixwar; datanî erdê, li ser çokan rûdinişt û bêyî ku pala xwe bide tiştekî dixwar. Bi Besmeleyê dest bi xwarinê dikir. Bi destê rastê dixwar. 31. Carinan ji bo hevserên xwe û çend xizmetkarên xwe ceh û xurmeya salekê vediqetand, ji vê jî sedeqe dida feqîran.
32. Wek pêxemberên din, malê zekatê û sedeqe nedigirt. Diyarî qebûl dikir. Pirî caran bi zêdeyî beramberê wê dida.
33. Nivîna Wî ji çermê debaxkirî bû û hundirê wê bi rîşiyên xurmeyê dagirtî bû. Gava nivîneke bi hirî dagirtî jê re anîn, qebûl nekir û ferman kir: «Ya Aîşe! Bi Allah teala sond dixwim ku eger ez bixwazim, Allah teala wê li her derê komên zêr û zîv li ba min hazir bike.» Carinan li ser hesîr, text, doşek, kulavê ji hiriyê hûnayî an li ser axa hişk radiza.
34. Piştî nimêja eşayê heta nîvê şevê radiza, paşê heta nimêja sibehê îbadet dikir. Li ser kêleka xwe ya rastê dirêj dibû, destê xwe yê rastê dida bin dêmê xwe, hin sûre dixwendin û radiza. 35. Tefeul dikir. Yanî tiştên ku pêşî an ji nişka ve didîtin bi xêr dihesibandin. Tu tişt bêyom nedihesiband.
36. Di wextên xemgîniyê de riha xwe digirt û difikirî.
37. Gava xemgîn dibû, yekser dest bi nimêjê dikir. Bi lezzet û sefaya nimêjê xem diçû. 38. Qet guh nedida gotina kesê ku xeybet dikir, yanî li pey yekî din dipeyivî.
39. Di rêveçûnê de, eger lazim bûya ku li kêleka xwe an li pişt xwe binêre, bi tevahiya bedena xwe vedigeriya û dinêrî. Bi tenê serê xwe nedizivirand ku binêre. 40. Mezinê me Pêxember ewqas ji Allah teala ditirsiya, ewqas îtaet û îbadeta Wî dikir ku tu kes nikaribû li ber vî halî tehemul bike. Heta ku lingên mubarek diwerimîn nimêj dikir. Gava jê re got: «Ya Resûlellah! Hemû xeletiyên te yên hatî û çûyî hatine efûkirin, îcar tu çima ewqas zehmetê didî xwe?», wiha bersiv da û ferman kir: «Ma ez nebim evdê Allah teala yê ku herî zêde şukir dike?»
Bilbilê can bêrawestan gulekê dixwaze;
Qet nebêje qey bi biyaniyan re pevçûnê dixwaze.
Bêsekin wek pergelekê li dora wê dizivire,
Ji nişka ve dixwaze xwe bavêje tenhayiyê.
Min fêm kir: wê gula xweşik sirra xwe ji xeyrî re venekiriye;
Wek xonçeyekê her tim bilbil dixwaze.
Wê dilberê dêmê xwe ji biyanî veşartiye,
Ew jî badilhewa sewdayeke hişk dixwazin.
Zatî! Di riya wisletê de wek Mecnûn dimeşe,
Xwe dihelîne û Leylayê dixwaze.
«Ma ez nebim evdê Allah teala yê ku herî zêde şukir dike?» Hedîsa şerîf
