HILYEYA SEADETÊ
Ji dîmenê Mezinê me Hebîbê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem re «Hilyeya Seadetê» tê gotin. Alimên Îslamê hemû endamên Muhemmed eleyhisselam ên ku xuya dibin, şikl û sifetên Wî, xûyên xweş û tevahiya heyata Wî heta hûrgiliyên herî biçûk bi awayekî eşkere, bi sened û wesîqeyên xwe nivîsîne. Ev zanîn ji hedîsên şerîf, ku beyanên Mezinê me Pêxember bi xwe ne, û ji xeberên ku eshaban ragihandine hatine berhevkirin. Ji eserên ku van dihewînin re kitêbên siyerê tê gotin. Di nav bi hezaran kitêbên siyerê de kitêbên herî navdar ên ku hilyeya seadetê ya Mezinê me Pêxember radigihînin ev in: «Eş-Şemailur-Resûl» a Îmamê Tirmizî, «Şîfaya Şerîf» a Qadî Iyad, «Delailun-Nubuwwe» yên Îmamê Beyheqî û Ebû Nueymê Îsfehanî, û eserê Hezretê Îmamê Qestellanî yê bi navê «Mewahibul-Ledunniyye». Di hedîsên şerîf û di xeberên ku Eshabê Kîram ragihandine de hilyeya seadetê ya Pêxemberê me yê delal wiha tê ragihandin: «Rûyê mubarek ê Fexrê Kaînatê, hemû ezayên şerîf û dengê mubarek ji rû, eza û dengên hemû mirovan xweştir bû.
Rûyê mubarek hinekî girover bû û gava bi kêf bû wek heyvê nûr dida.1 Şabûna Wî ji eniya mubarek kifş dibû.
Mezinê me Resûlûllah bi roj çawa didît, bi şev jî wisa didît; çawa yên li pêşiya xwe didît, yên li pişt xwe jî didît. Gava ku li kêlekê û li paş binêriya, bi hemû bedena xwe dizivirî û dinêrî. Ji asîman bêtir li erdê dinêrî. Çavên mubarek mezin, bijang dirêj bûn. Di çavên mubarek de hinek sorahî hebû, reşika çavan gelek reş bû û bi şev kil dikişand. Eniya Fexrê Alemê sellellahû eleyhî we sellem vekirî bû.
Birûyên mubarek zirav bûn û navbera birûyan vekirî bû. Demara di navbera herdu birûyan de gava hêrs dibû diwerimî. Pozê mubarek gelek xweş bû û nîveka wî hinekî bilind bû. Serê mubarek mezin bû. Devê mubarek ne biçûk bû. Diranên mubarek spî bûn, yên pêşiyê ji hev vekirî bûn. Gava dipeyivî, mîna ku nûr ji nav diranan derdiket. Di nav evdên Allah teala de kesek nehatiye dîtin ku ji Wî fesîhtir û şîrînzimantir be.
Gava Fexrê Alemê gihîşt çil saliya xwe,
hingê taca rîsaletê danîn ser serê Wî.
Dem bi dem deng dihat: «Ya Emîn,
Min tu kirî rehmeten lil-alemîn.»
«Min ji usqufê her dêra ku ez çûmê sifet û hilyeya (şikl û şemaîla) Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) pirsî û min hemû yek bi yek di hafizeya xwe de bi cih kirin. Gava ez vegeriyam Medîneyê, min hemû ji Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) re vegotin. Li xweşa Wî çû» Muxîre bin Şu’be (radiyellahû anhû)
Qur’ana Kerîm ayet bi ayet, beyyînat, hat xwarê,
gelek cure mucîze zahir bûn.
Her çend ew zatê pak hemû nûr bû,
lê di her endamekî Wî de mucîze hebûn.
Ya pêşî ew e ku siya laşê Wî yê mubarek
qet nediket erdê.
Ji serî heta piyan laş nûr bû;
ev eyan e: siya nûrê nabe.
Li ser serê Wî yê mubarek jî her dem
perçeyek ewr dibû sîwan.
Biçûya ku derê, ew jî pê re diçû,
her tim li ser serê Wî disekinî.
Mucîzeya di wan çavên mubarek de
çawa ye, wê jî ji we re bibêjim:
çawa ku li pêşiya xwe eşkere didît,
li pişt xwe jî her wisa didît.
Bibihîzin ya wî pozê mubarek jî,
binêrin mucîzeya di wî de çawa ye:
gava Cibrîlê Emîn ji bo wehyê dadiket,
hema di wê saeta ku ji asîman vediqetiya de
bêhna Cebraîl dihat Wî,
dizanibû ku ji bo wehyê daketiye.
Gava wî heyvrûyî lêvên xwe dilivandin,
li asîman qursa rojê jî diliviya.
Gotinên mubarek gelek bi hêsanî dihatin fêmkirin, dil digirtin û rûh dikişandin. Gava dipeyivî, kelîme mîna mirariyan rêz dibûn. Eger yekî bixwesta bijmêre, jimartina kelîmeyên Wî mumkin bû. Carinan ji bo ku baş bê fêmkirin sê caran dubare dikir. (Li Cennetê wê mîna Muhemmed eleyhisselam bê axaftin.) Dengê mubarek digihîşt wî cihê ku dengê tu kesî nedigihîştê. Mezinê me Fexrê Alemê sellellahû eleyhî we sellem rûken bû. Bi bişirînê dikeniya û diranên mubarek ên pêşiyê xuya dibûn.
Gava dikeniya, nûra Wî li ser dîwaran eks dida. Girî jî mîna kenê Wî sivik bû. Bi qahqahe nedikeniya, bi dengê bilind jî nedigiriya. Lê gava xemgîn dibû, hêstir ji çavên mubarek dihatin û dengê sînga mubarek dihat bihîstin. Gava li gunehên ummeta xwe difikirî, ji tirsa Allah teala, gava Qur’ana Kerîm dibihîst û carinan jî di nimêjê de digiriya. Tiliyên mubarek ên Mezinê me Fexrê Alemê stûr, zendên mubarek goştî bûn. Kefa destên mubarek fireh bû. Bêhna hemû laşê Wî ji miskê xweştir bû. Bedena mubarek hem nerm, hem jî bi qewet bû. Enes bin Malik dibêje: “Min deh salan xizmeta Resûlûllah kir. Destên mubarek ji hevrîşim nermtir bûn.”
Çermê mubarek ji misk û kulîlkan xweştir bêhn dida. Zend, ling û tiliyên mubarek dirêj bûn. Tiliyên lingên mubarek stûr bûn, binê lingan jî ne pir bilind û nerm bû. Zikê mubarek fireh bû û bi sîngê re di yek hizayê de bû. Hestiyên serê milan stûr û sînga mubarek fireh bû. Dilê şerîf ê Mezinê me Resûlûllah nezergeha îlahî bû. Mezinê me Resûlê Ekrem ne pir bejndirêj bû, ne jî kin bû. Eger yekî dirêj bihata ba Wî, ji wî dirêjtir xuya dikir. Gava rûdinişt, milê mubarek ji yên hemû rûniştiyan bilindtir dibû.
Porê mubarek û mûyên rihê ne pir xelek xelek û ne pir rast bûn, ji xilqetê ve pêldar bûn. Porê mubarek dirêj bû; berê kakul berdida, paşê dest pê kir ku wî bike du bir. Porê xwe yê mubarek carinan dirêj dikir, carinan jî dibirî û kurt dikir. Por û riha xwe boyax nedikir. Gava wefat kir, hejmara mûyên spî yên di por û rihê de ji bîstî kêmtir bû. Simbêlê xwe yê mubarek kurt dikir. Dirêjahî û şiklê simbêlan bi qasî birûyên mubarek bû. Di emrê Wî de berberên xususî hebûn.
Mezinê me Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem misvak û şeyê xwe ji ba xwe venediqetand. Gava por û riha xwe ya mubarek şe dikir li neynikê dinêrî. Mezinê me Fexrê Kaînatê li pêşiya xwe dinêrî û bi lez dimeşiya, û ji bêhna Wî ya xweş kifş dibû ku di cihekî re derbas bûye. Mezinê me Resûlûllah ereb bû. Yanî rengê Wî spiyekî bi sor ve tevlihev bû, gelek xweşik, bi nûr û şîrîn bû.» Eger kesek ji Mezinê me Pêxember re bibêje reş, dibe kafir. Ereb di luxetê de bi maneya xweşik e. Mesela «lîsanê ereb» yanî zimanê xweşik. Maneya wê ya îstilahî jî, yanî di cografyayê de ereb ew kes e ku li nîvgirava bi navê Erebistanê hatiye dinyayê û mezin bûye, bi îqlîm, hewa, av û xwarina wê derê gihîştiye û ji xwîna wan e. Çawa ku ji yên ji xwîna li Anatolyayê re tirk, ji yên li Bulgaristanê hatine dinyayê û mezin bûne re bulgar, ji yên li Almanyayê re alman dibêjin, Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem jî ji ber ku li Nîvgirava Erebistanê hatiye dinyayê ereb e. Ereb spî û genimgûn in. Nemaze sulaleya Pêxemberê me spî û gelek xweşik bû. Jixwe bapîrê Wî Îbrahîm eleyhisselam spî bû û kurê muminekî spî bû bi navê Tarax, ji ehlê bajarê Besrayê. Azerê kafir ne bavê Îbrahîm eleyhisselam, lê apê wî û zirbavê wî bû.
«Min deh salan xizmeta Resûlûllah kir. Destên Wî yên mubarek ji hevrîşim nermtir bûn. Çermê Wî yê mubarek ji misk û kulîlkan xweştir bêhn dida» Enes bin Malik (radiyellahû anhû)
Bedewiya Ebdullah, bavê Pêxemberê me yê delal, heta Misrê belav bûbû û ji ber nûra di eniya wî de nêzîkî du sed keç ji bo zewacê hatibûn Mekkeyê. Lê nûra Muhemmed eleyhisselam bû nesîbê Amîneyê. Apê Wî Ebbas û Ebdullahê kurê Ebbas jî spî bûn. Ewladên Pêxemberê me yên heta qiyametê jî xweşik û spî ne. Eshabên Resûlûllah jî spî û xweşik bûn. Osman radiyellahû anhû spiyekî porzer bû. Dihyeyê Kelbî, sefîrê ku Mezinê me Resûlûllah şandibû hikûmeta împeratorê Rûmê Herakliyûs, gelek xweşik bû; gava di kuçeyan de digeriya, keçên rûmî ji bo dîtina rûyê wî derdiketin kuçeyan. Cebraîl eleyhisselam gelek caran di şiklê Dihye radiyellahû anhû de dihat. Xelkê xwecih ê Misir, Şam, Efrîqa, Sîcîlya û Spanyayê ne ereb in. Ereb ji bo belavkirina Îslamiyetê li dinyayê ji Nîvgirava Erebistanê derketine û hatine van deran, loma îro li van deran jî hene. Herwiha li Anatolyayê, li Hindistanê û li welatên din jî hene. Lê îro ne rast e ku mirov ji ehlê tu yek ji van welatan re bibêje ereb.
Ehlê Misrê esmer e. Ehlê Hebeşistanê reş e. Ji wan re hebeş tê gotin. Ji ehlê Zengîbarê re zencî tê gotin. Ew jî reş in. Hezkirin û hurmeta xizm û neviyên Pêxemberê me îbadet e. Her misliman ji wan hez dike. Fellahên reş, hebeş û zenciyên ku mêvan dihatin Anatolyayê, ji bo ku hurmet û îkram ji wan re bê kirin xwe ereb dane naskirin; mislimanên saf ên Anatolyayê jî ji gotinên wan bawer kirine û ji wan hez kirine. Çimkî di vê hezkirinê de ferqa reş û spî tune ye. Mislimanekî reş ji kafirekî spî qat bi qat bilindtir, biqîmettir û şîrîntir e. Reşbûna mirov şerefa îmanê kêm nake. Hezretê Bilalê Hebeşî û Usame, ku Resûlûllah gelek jê hez dikir, reş bûn. Kafirên Ebû Leheb û Ebû Cehl, ku xerabî û nizmiya wan li ba her kesî eşkere ye, spî bûn. Allah teala ne li rengê mirov, lê li qeweta îmana wî û li teqwaya wî qîmetê dide. Lê ku reşan xwe ereb dane naskirin, bi kêrî dijminên Îslamê, bi kêrî cihûyan hatiye. Ji aliyekî ve mirovên reş nizm û kirêt dane naskirin. Ew kirine kole û bi kar anîne.
Ji aliyê din ve jî bang li pisîk û kûçikên reş kirine «Ereb, ereb», ji wêne û karîkaturên reş ên ku di rojname û kovaran de çêkirine re gotine ereb û bi vî awayî xebitîne ku ereb bi ciwanan reş bidin naskirin û dilê zarokên mislimanan ji Pêxemberê me sar bikin.
Hemû xûyên xweş di Pêxemberê me yê delal de civiyabûn. Xûyên Wî yên xweş wehbî ne, yanî Allah teala dane; ne kesbî ne, yanî ne bi xebatê paşê hatine qezenckirin. Tu carî bi gotina navê mislimanekî lanet nekiriye û qet bi destê xwe yê mubarek li tu kesî nexistiye. Ji bo Allah întiqam standiye; ji bo xwe ji tu kesî întiqam nestandiye. Bi xizmên xwe, bi eshabên xwe û bi xizmetkarên xwe re bi tewazu bû û bi wan re baş bû. Di hundirê malê de gelek nerm û rûken bû. Diçû ziyareta nexweşan, li cenazeyan amade dibû. Alîkariya karên eshabên xwe dikir, zarokên wan digirt hembêza xwe. Lê dilê Wî bi van mijûl nedibû. Rûhê mubarek di alema melaîketan de bû. Kesê ku ji nişkê ve Mezinê me Resûlûllah bidîta, tirs ew digirt. Eger bi xwe nerm nebûya, ji ber halên pêxembertiyê tu kes nedikaribû li ba Wî rûne, taqet nedikir ku gotina Wî bibihîze. Lê bi xwe ji heyaya xwe bi çavên xwe yên mubarek li rûyê tu kesî nedinêrî.
Mezinê me Fexrê Alemê sellellahû eleyhî we sellem yê herî comerd ê mirovan bû. Nehatiye dîtin ku tiştek jê hatibe xwestin û gotibe tune. Eger tiştê ku dihat xwestin hebûya dida, eger tunebûya bersiv nedida.
Ewqas qencî, ewqas îhsanên Wî hebûn ku împeratorên Rûmê, şahên Îranê û tu hukumdar nikaribûn bi qasî Wî îhsanê bikin. Lê bi xwe ji jiyana bi tengasiyê hez dikir; jiyaneke wisa dijiya ku xwarin û vexwarin nedihat bîra Wî jî. Nedigot «Xwarinê bînin, em bixwin» an «Filan xwarinê çêkin». Eger xwarin bianîna dixwar, çi fêkî bidana qebûl dikir. Carinan bi mehan hindik dixwar, ji birçîbûnê hez dikir. Carinan jî pir dixwar. Di dawiya xwarinê de av venedixwar. Av rûniştî vedixwar.2 Gava bi hinekên din re xwarin dixwar, piştî her kesî dest ji xwarinê dikişand.3 Diyariya her kesî qebûl dikir. Li hember wê qat bi qat zêdetir dida yê ku diyarî anîbû.
Adeta Wî bû ku cilên cihê li xwe bike. Gava sefîrên dewletên biyanî dihatin, xwe dixemiland, cilên biqîmet û nefîs li xwe dikir û rûyê xwe yê xweş nîşan dida. Gustîlkeke zîvîn a ku kevirê wê ji eqîq bû dikir tiliya xwe û ji bo mohrê bi kar dianî. Li ser gustîlkê «Muhemmedun Resûlûllah» nivîsî bû. Doşeka Wî ji çerm bû û hundirê wê bi lîfên darxurmeyê dagirtî bû. Carinan li ser vê doşekê, carinan li ser çermekî li erdê raxistî, carinan jî li ser hesîr an axa hişk radiza. Kefa destê xwe yê mubarek dida bin aliyê rastê yê rûyê xwe û li ser milê xwe yê rastê radiza.4 Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) malê zekatê nedistand, tiştên wek pîvaz û sîrê xav nedixwar û şiîr nedigot. Çavên mubarek ên Mezinê me Pêxember radizan, dilê şerîf ranediza. Birçî radiza û têr radibû. Qet bawişk nedida. Laşê mubarek nûranî bû û siya Wî nediket erdê. Mêş li cilên Wî nedinişt, pêşû û kêzikên din xwîna mubarek venedixwarin.
Piştî ku Allah teala da zanîn ku Ew Resûlûllah e, şeytan êdî nikaribûn derkevin asîmanan û xeberan bistînin, kahin jî êdî nikaribûn bibêjin. Mezinê me Serwerê Alemê sellellahû eleyhî we sellem niha bi heyateke ku em nizanin di heyatê de ye. Cesedê şerîf qet narize. Di qebrê de melaîketek disekine û selewatên şerîf ên ku ummeta Wî dibêje jê re radigihîne. Ji navbera minber û qebra şerîf re Rewdeya Mutehhere tê gotin. Ev der ji bexçeyên Cennetê ye. Ziyareta qebra şerîf taeta herî mezin û îbadeta herî biqîmet e. Mezinên Eshabê Kîram bedewiya Mezinê me Pêxember wiha vegotine: Ebû Hureyre wiha ferman kiriye: «Min ji Resûlûllah xweşiktir tu kes nedîtiye. Mîna ku roj bi hemû şewqa xwe di rûyê Wî de dibiriqî. Gava dikeniya, diranên Wî ronahî direşandin ser dîwaran.»
«Di nav ummeta min de yên ku herî zêde ji min hez dikin ew in ku piştî min tên û ehl û malê xwe ji bo dîtina min feda dikin» Hedîsa şerîf
Îbn Ebî Hale wiha ferman kiriye: «Rûyê mubarek ê Mezinê me Pêxember wek heyva çardeşevî dibiriqî.» Hezretê Elî wiha ferman kiriye: «Yê ku ji nişkê ve Ew bidîta, ji heybeta Wî tirs diket dilê wî. Yê ku pê re sohbet dikir û Ew nas dikir, yekser dilê wî diçûyê û jê hez dikir.»
Cabir bin Semure wiha ferman kiriye: «Resûlûllah destê xwe yê mubarek li rûyê min gerand. Min di destê Wî de bêhneke xweş û hênikahiyek dît, mîna ku nû ji çenteyê etaran, yanî yên ku bêhnê difiroşin, hatibe derxistin. Eger Mezinê me Resûlûllah ji bo musafehayê destê xwe bidaya destê kesekî, hemû rojê ew bêhna xweş ji destê wî kesî nediçû.»5
Dêya me Hezreta Aîşe wiha ferman kiriye: «Gava Resûlûllah serê zarokekî miz dida, ew zarok di nav zarokên din de ji bêhna xwe ya xweş yekser kifş dibû.»6
Mezinê me Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem rojekê li mala xwe razabû. Diya Enes bin Malik Ummu Suleym hat. Di xew de li ser rûyê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah dilopên xwêdanê xuya bûbûn. Ummu Suleym dest bi berhevkirina xwêdana mubarek a Mezinê me Pêxember kir. Gava hişyar bû û sebebê wê pirsî, Ummu Suleym, ku xaltiya şîr a Mezinê me Pêxember bû, got: «Em wê tevlî bêhnên xwe dikin. Xwêdana te ya herî xweş û herî bêhnxweş a bêhnan e.»7
Ebû Hureyre wiha ferman kiriye: «Min di meşê de ji Resûlûllah bileztir tu kes nedîtiye. Mîna ku erd jê re dihat pêçan. Gava em pê re dimeşiyan, me hemû hêza xwe xerc dikir û zor dida xwe.»
Mezinê me Pêxember bêhed xweş dipeyivî. Bi awayê herî mukemmel dizanibû ku gotin ji ku dest pê dike û li ku diqede. Gotinên Wî ji aliyê gotinê ve zelal, bêhed fesîh û belîx bûn. Di gotin û kelîmeyan de rastiya maneyê her tim xwe nîşan dida. Ji ber ku hêza Wî ya îfadeyê bêhed bilind bû, gava dipeyivî qet nediwestiya û zehmet nedikişand.
Bedewiya Mezinê me Pêxember
Alimên bilind ên Îslamê, yên ku ji wan re ulemayên rasixîn tê gotin, ku hem di zanînên zahir hem jî di yên batin de hosta ne û warisên Mezinê me Pêxember in, Ew bi hemû bedewiyan dîtine û bûne aşiq. Yê li pêşiya wan Ebûbekrê Siddîq e. Wî nûra nubuwwetê ya di Mezinê me Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem de dît; bilindî, bedewî û berziyên Wî îdrak kirin, bû aşiq û di vê de ewqas pêş ve çû ku tu kesî din nikaribû bibe wek wî. Hezretê Ebûbekr her gav, li her dera ku lê dinêrî Mezinê me Resûlûllah didît. Carekê halê xwe wiha erz kiribû: «Ya Resûlellah! Ez li ku binêrim te dibînim.» Carekê jî gotibû: «Ez hemû qenciyên xwe bi sehweke (şaşbûneke) te diguherim.» Yek ji wan ên ku bedewiya Mezinê me Resûlûllah herî baş dîtine, fêm kirine û vegotine jî dêya muminan, Dêya me Hezreta Aîşe bû. Hezreta Aîşe alime, muctehid, biaqil, zîrek û edîbe bû. Gelek belîx û fesîh dipeyivî. Maneyên Qur’ana Kerîm, helal û heram, şiîrên ereban û îlmê hesabê pir baş dizanibû. Şiîrên wê yên ku pesnê Resûlûllah didin hene. Ev herdu beyt Dêya me Hezreta Aîşe gotine:
«Gava Resûlûllah serê zarokekî miz dida, ew zarok di nav zarokên din de ji bêhna xwe ya xweş yekser kifş dibû» Hezreta Aîşe (radiyellahû anha)
We lew semîû ehlu Misre ewsafe xeddihî,
Lema bezelû fî sewmî Yûsufe min neqdin.
Lewaîmu Zelîxa lew reeyne cebînehû,
Le-aserne bil-qet’îl-qulûbe elel-eydî.
Tercume:
Eger yên li Misrê bedewiya dêmên Wî bibihîstana,
di bazara Yûsuf eleyhisselam de qet pere nedidan.
(Hemû malê xwe ji bo ku bikaribin dêmên Wî bibînin vedişartin.)
Eger jinên ku lome li Zelîxayê dikirin eniya Wî ya geş bidîtana,
li şûna destên xwe dilên xwe dibirîn (û êşa wê jî hîs nedikirin).
Dêya me Hezreta Aîşe wiha ferman dike: «Rojekê Resûlûllah qayîşên nalînên xwe yên mubarek derdixistin. Min jî ta dirêst. Min li rûyê mubarek nêrî. Ji eniya geş xwêdan dilop dikir. Dilopa xwêdanê nûr direşand her aliyî û çavên min dişewiqandin. Ez mat mam. Li min nêrî û ferman kir: “Çi bi te hatiye ku tu wiha mat mayî?” Min got: “Ya Resûlellah! Min li şewqa nûrên rûyê te yê mubarek û li ronahiyên ku libên xwêdanê yên li ser eniya te ya mubarek direşînin nêrî û ez ji xwe ve çûm.” Resûlûllah rabû û hat ba min. Navbera herdu çavên min maç kir û ferman kir: “Ya Aîşe! Allah teala qenciyan bide te! Çawa ku te ez şa kirim, ez nikaribûm te wisa şa bikim.”» Yanî ferman kir ku: «Şakirina te ya min, ji şakirina min a te zêdetir e.» Ku navbera çavên mubarek ên Hezreta Aîşe maç kir, ji ber wê ye ku wê bi hezkirin li Mezinê me Resûlûllah nêrî û bi fêmkirina cemala Wî dît. Ji ber vê sebebê hat teqdîrkirin û teltîfkirin.
Misra:
Aferîn ji çavên min re ku dikarin bedewiya te bibînin!
Beyt:
Çi xweş in ew çav ku li bedewiyê dinêrin,
çi bextewar e ew dil ku ji bo Wî dişewite!
Bedewiyên xuya yên ku di bedena mubarek a Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem de civiyane û bedewiyên batinî nîşan didin, di bedena tu ferdekî de neciviyane.
Hezretê Îmamê Qurtubî wiha rîwayet kiriye: «Bedewiya Mezinê me Resûlê Ekrem bi temamî xuya nebûye. Eger bedewiya Wî ya heqîqî xuya bibûya, Eshabê Kîram taqet nedikir ku li Wî binêrin. Eger bedewiya xwe ya heqîqî nîşan bidaya, tu kes nikaribû li ber temaşeyê ragire.»
Yûsuf eleyhisselam bi bedewiyên zahirî, Mezinê me Resûlûllah jî bi bedewiyên batinî ji mirovan re xuya bûn. Gava cemala Yûsuf eleyhisselam hat dîtin, dest hatin birîn. Bi kemala Mezinê me Resûlûllah zunnar hatin birîn, pût hatin şikandin û ewrên kufrê belav bûn. Eshabê Kîram ji Mezinê me Pêxember pirsî: «Ya Resûlellah! Tu xweşiktir î, an Yûsuf eleyhisselam xweşiktir bû?» Mezinê me di bersivê de ferman kir: «Birayê min Yûsuf ji min sebîhtir (xweşiktir) e, ez ji wî melîhtir im (şîrîntir im). Bedewiya wî ya xuya ji bedewiya min a xuya zêdetir e.»
Mezinê me Pêxember di hedîseke xwe ya şerîf de ferman kiriye: «Her pêxemberê ku Allah teala şandiye rûxweş û dengxweş e. Pêxemberê we jî yê herî rûxweş û herî dengxweş ê wan e.»
Kesek hat ba Mezinê me Resûlûllah û got: «Ey Resûlê Allah teala! Qiyamet wê kengî rabe?» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Te ji bo qiyametê çi amade kiriye?» Wî kesî got: «Belê, min bi gelek nimêj, rojî û sedeqeyan xwe ji bo qiyametê amade nekiriye. Lê ez ji Allah teala û ji Resûlê Wî hez dikim.» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Mirov bi yê ku jê hez dike re ye.»8
Hezkirina Resûlûllah li ser hemû mislimanan ferza eyn e.
Eger hezkirina wî Serwerî di dilekî de bi cih bibe, jiyana li gorî Îslamiyetê û gihîştina tam û zewqa îman û Îslamê, ku mirov jê têr nabe, gelek hêsan dibe. Ev hezkirin dibe sebeb ku mirov bi temamî bide pey Mezinê herdu cîhanan. Bi vê hezkirinê mirov bi gihîştina wan nîmet û bereketên bêdawî şerefdar dibe ku Allah teala îkramî Hebîbê xwe kirine û vegotina wan ne mumkin e. Alimên Ehlê Sunnetê û kitêbên wan, ku her mislimanî, biçûk û mezin, rasterast dibin ser hezkirina Resûlûllah, senedên van bereketan in.
Li ser muminê ku navê mubarek ê Resûl eleyhisselam bi bîr tîne an dibihîze wacib e ku mîna ku di meclisa bişeref a Resûlûllah de be, di sukûnet, edeb û tezîma bi dil û beden de be.
Gava tiştek ji gotin û karên mubarek ên Mezinê me Resûlûllah tê ragihandin, bersivdana wê bi tiştekî ku şana Wî bilind bike ji tezîm û hurmeta ji Wî re ye. Bi wan kelîmeyên ku di nav mirovan de ji bo mertebeyeke nizm û kêm tên bikaranîn wesfnekirina Resûlûllah jî ji tezîma ji Wî re ye.
Mesela ji Resûlûllah re feqîr nayê gotin. Şivan nayê gotin. Gava bê gotin «Mezinê me Resûlûllah ji filan tiştî hez dikir», negotina «Lê ez jê hez nakim» ji tezîma ji Wî re ye. Li hember vê fermana Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem: «Ez bi palvedan û bi piştdana tiştekî naxwim»,9 negotina «Ez bi piştdana tiştekî dixwim» û dû re nexwarina bi palvedanî jî wisa ye. Riayeta van di nav tezîma ji Resûlûllah re ye. Bi qest, bi niyeta ku girîngiyê nede wan, riayetnekirin rê li ber deriyên kufrê vedike.
Li ser Qur’ana Kerîm û kitêbên hedîsên şerîf nedanîna tu kitêbeke din an tu tiştekî malê jî ji tezîma ji Allah teala û Resûlê Wî re ye. Rakirina tozên li ser wan, neavêtina kaxezeke ku navê şerîf ê Allah teala an navên mubarek ên Mezinê me Resûlûllah tê de ne, ji tezîma ji Allah teala û Resûlê Wî re ye. Kaxezên wiha nayên çirandin. Lazim e hurmeteke hîn zêdetir ji wan kaxezan re bê kirin ku bi herfên Îslamê hatine nivîsîn. Eger kitêb û kaxezên ku navê şerîf ê Allah teala û ayetên kerîme tê de ne ji kevnbûnê biçirin, divê mirov wan di paçekî paqij de bipêçe û binax bike, an bi avê bişo û nivîsên li ser wan jê bibe, an jî bişewitîne. Gava şewitandin, xweliya wan tê binaxkirin. Şewitandin ji şuştin û rakirina nivîsan çêtir e. Çimkî ava ku di şuştinê de tê bikaranîn dikare bikeve bin lingan.
Tezîm û hurmeta ji Medîneya Munewwere re, ku herema Resûlûllah e, xweparastina ji tiştên ku li wir qedexe ne (an ji gunehkirinê) û îkrama ji ehlê Medîneya Munewwere re jî ji tezîma ji Resûlûllah re tê hesibandin.
Sultanê milkê wucûda min tu yî.
Bêguman cananê canê min tu yî.
Sezaî niha hebûna xwe mehû kir,
îhsana ku tenê ew mewcûd e tu yî.
Hesen Sezaî
«Birayê min Yûsuf ji min sebîhtir (xweşiktir) e, ez ji wî melîhtir im (şîrîntir im). Bedewiya wî ya xuya ji bedewiya min a xuya zêdetir e» Hedîsa şerîf
