Pêxemberê Min ê Delal

XORTANIYA WÎ Û ZEWACA WÎ

Xortaniya Wî

Muhemmed eleyhisselam, ku ji her alî ve yê herî bilind ê mirovan e, hîn di salên xortaniya xwe de di nav xelkê Mekkeyê de ji hevtemenên xwe gelek bêtir hatiye ecibandin. Bi exlaqê xwe yê xweş, bi wê qenciya nedîtî ya ku bi mirovan re dikir, bi aramî, nermî û halên xwe yên din ên bilind bûye hezkiriyê xelkê. Mirov ji ber van xisletên Wî heyranê Wî bûne. Xelkê Mekkeyê ji ber wê rastgoyî û pêbaweriya ku didît û pê şaş dima, leqeba «el-Emîn» li Wî kir, yanî «yê ku her tim jê tê bawerkirin». Bi vî awayî di xortaniya xwe de bi vî navî meşhûr bû.

Di salên xortaniya Pêxemberê me de ereb di dewreke tarî ya Cahiliyetê de dijiyan. Îbadeta ji pûtan re, mey, qumar, zîna, faîz û hîn gelek karên kirêt di nav wan de belav bûbûn. Muhemmed eleyhisselam ji van halên wan ên xerab bêhed nefret dikir û her tim ji her xerabiya wan dûr disekinî. Hemû xelkê Mekkeyê ev halê Wî dizanibû û pê şaş dima. Ji ber ku ji pûtan bi dijwarî nefret dikir, tu carî nêzîkî wan nedibû. Ji goştê qurbanên ku ji bo pûtan dihatin serjêkirin qet nexwar. Di zaroktî û xortaniya xwe de pezê xwe li Çiyayê Ciyad û derdora wî diçêrand û debara xwe wiha dikir. Bi vî awayî ji wê civaka ku bêhed xera bûbû dûr disekinî. Carekê ji Eshabê Kîram re ferman kiribû: «Pêxemberek tune ye ku pez neçêrandibe.» Gava got: «Ya Resûlellah! Ma te jî çêrandiye?», ferman kir: «Belê, min jî çêrandiye.»

Di wan deman de ku Pêxemberê me yê delal li dora bîst salî bû, asayîş li Mekkeyê bi temamî xera bûbû. Zilm bêhed belav bûbû; emniyeta mal, can û namûsê nemabû. Xelkê Mekkeyê yê xwecih neheqî û zilm li wan xerîban dikir ku ji bo bazirganiyê û ji bo ziyareta Kabeyê dihatin. Yên ku zilm li wan dibû cihek nedidît ku serî lê bidin û heqê xwe bistînin. Di wê navê de mekkeyiyekî bi navê As bin Wail malê bazirganekî yemenî, ku ji bo bazirganiyê hatibû Mekkeyê, bi zorê ji destê wî girtibû û xesb kiribû. Li ser vê bûyerê yemenî derket Çiyayê Ebû Qubeys, kir hawar û ji bo standina heqê xwe ji qebîleyan alîkarî xwest. Li ser bûyerên wiha, ku nîşan didan zilm êdî gihîştiye hedê dawî, giregirên Benî Haşim, Benî Zuhre û qebîleyên din li mala Ebdullah bin Cud’an civiyan. Biryar da ku zilm û neheqî li tu kesî neyê kirin, çi xwecih be çi xerîb, ku rê li ber zilmê bigirin û heqê wan ên ku neheqî li wan bûye bistînin. Bi vê mebestê cemiyeteke edaletê ava kir.1

Ji vê cemiyetê re, ku Pêxemberê me yê delal di temenê xortaniyê de tevlî wê bû û di avabûna wê de jî gelek tesîra Wî çêbû, Hilful-Fudûl hat gotin.

Berê jî du kesên bi navê Fedl û yekî bi navê Fudeyl cemiyeteke wiha ava kiribû. Ev nav bi nîsbeta wê cemiyeta ku wan berê ava kiribû lê hatibû kirin.

«Va ye, ji Muhemmed eleyhisselam re, ku hemû dinyayê tesdîq kiriye ew çi însanekî mukemmel bû, dijminên Wî yên herî mezin, kafirên har jî ji ber duristî û sedaqeta Wî ya bêhed Muhemmedul-Emîn (Muhemmedê ku jê tê bawerkirin) digot» Huseyn Hilmî bin Seîd (rehmetûllahî eleyh)

Panayir û bazarên meşhûr ên Erebistanê û derdora wê

Para însan digihîje wî,
xerîb bêpar nahêlin.
Eyyûbî wê çi bi canê xwe bike,
heta ku canana wî ne şa be?
Şahê min, Hebîbê Kibriya,
cemala te dermanê her derdî ye.
Wefaya ji te re çawa dibe,
heta ku aşiq can nede?

Vê cemiyetê rê li ber zilmê girt û asayîşa ku li Mekkeyê xera bûbû ji nû ve danî. Tesîra wê demeke dirêj dom kir. Mezinê me Resûlûllah piştî ku pêxembertî jê re hat ragihandin ji Eshabê Kîram re vegot û ferman kir: «Ez jî di wê sondxwarinê de bûm ku li mala Ebdullah bin Cud’an hat kirin. Ew sondxwarin li ba min ji xwedîbûna deveyên mûsor (ji serwetê) şîrîntir e. Eger niha jî ji bo civateke wiha gazî min bikin, ez ê herim.»2

Mijûlbûna Wî bi bazirganiyê

Mekkeyî ji mêj ve bi bazirganiyê mijûl dibûn û debara xwe bi vê riyê dikir. Ebû Talib, apê Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem, jî bi bazirganiyê mijûl dibû. Gava Pêxemberê me yê delal li dora bîst û pênc salî bû, tengasiya debarê li Mekkeyê gelek zêde bûbû. Ji ber vê yekê mekkeyiyan karwanekî mezin ê bazirganiyê amade kir ku here Şamê. Di wan rojan de Ebû Talib hat ba Mezinê me Resûlûllah û got: «Ey birazayê min ê muhterem! Feqîrî gihîşt hedê xwe yê dawî. Van salên dawî, ku me bi xela û zehmetê derbas kirin, tiştek di destê me de nehişt. Va ye, karwanê Qureyşê amade bûye û li ber e ku ber bi Şamê ve bi rê bikeve. Xedîce Xatûn jî wê bi karwên re mal bişîne. Bêguman li mirovên pêbawer digere ku vî karî bikin. Muheqqeq hewcedariya wê bi kesekî wek te emîn, pak û wefadar heye. Baş dibe ku em herin, pê re bipeyivin û wisa bikin ku tu bibî wekîlê wê û herî. Bêguman ew ê te di ser kesên din re bigire. Bi rastî ez naxwazim tu herî Şamê, çimkî ditirsim ku cihûyên wê derê zirarekê bidin te. Lê tu çareyeke din jî nabînim.» Mezinê me Pêxember jê re ferman kir: «Tu çawa bixwazî wisa bike.»

Hezreta Xedîce xanimeke wisa bû ku bi bedewî, mal, aqil, îffet, heya û edeba xwe li Erebistanê şohreteke wê ya mezin hebû. Ji ber vê yekê ji her alî ve gelek kes hebûn ku dixwestin wê bixwazin û çavê wan lê bû. Lê wê, ji ber xewneke ku dîtibû, guh nedabû tu kesî. Di xewna wê de heyv ji asîman daketibû û ketibû paşila wê; nûra heyvê di bin çengê wê re derketibû û hemû alem ronî kiribû. Serê sibê ev xewn ji Wereqe bin Newfel re vegot, ku ji xizmên wê bû. Wereqe got: «Pêxemberê axirzemanê hatiye wucûdê. Wê bi te re bizewice û di zemanê te de wehy3wê jê re nazil bibe. Nûra dînê Wî wê alemê tijî bike. Ya ku pêşî îman bîne tu yî. Ew Pêxember wê ji Qureyşê û ji Benî Haşim be.»

Hezreta Xedîce bi vê bersivê gelek şa bû û li benda hatina wî Pêxemberî ma.

Hezreta Xedîce bi bazirganiyê mijûl dibû û bi wan kesan re şirîkatî dikir ku pê re li hev dikir. Ebû Talib mesele ji Dêya me Hezreta Xedîce re vegot. Li ser vê yekê Hezreta Xedîce Mezinê me Resûlûllah vexwend mala xwe, da ku Wî bibîne û pê re bipeyive.

Gava Mezinê me mala wê şerefdar kir, tezîm û hurmeteke pir zêde jê re nîşan da. Nezaketa Mezinê me Pêxember û cemala Wî ya nezîh û pak dît û heyranê Wî ma. Ji Mezinê me Resûlûllah re got: «Ez dizanim ku tu rastgo, pêbawer, emîn û xwedî exlaqê xweş î. Ji bo vî karî ez ê çend qat zêdeyî wî heqî bidim te ku min nedaye tu kesî…» Piştî ku li ser mîqdarê heq jî li hev kirin, Dêya me Hezreta Xedîce ew cilên ku wê di vê xizmetê de lazim bibin dan Resûlûllah û bi dilekî rihet Ew ji mala xwe bi rê kir. Herwiha hinek cilên din ên biqîmet jî dan Meysere, da ku Resûlûllah di rê de li xwe bike.

«Eger mislimanek ji helalî qezenc bike, muhtacê tu kesî nebe û alîkariya cîran û xizmên xwe bike, roja qiyametê wê wek heyva çardeşevî geş û bi nûr be» Hedîsa şerîf

Dêya me Hezreta Xedîce nîşanên pêxembertiyê ji pismamê xwe Wereqe bin Newfel hîn bûbû, ku xiristiyanekî zana bû. Di vê ziyareta Mezinê me Resûlûllah de jî wesfên pêxembertiyê li ser Wî nas kiribûn. Loma ji koleyê xwe yê bi navê Meysere re got: «Gava karwan ji Mekkeyê veqete, hefsarê deveyê bide destê Muhemmed eleyhisselam, da ku mekkeyî tu gotegotan nekin. Gava hûn ji bajêr dûr ketin û ji ber çavan winda bûn, van cilên biqîmet li Wî bike.»

Paşê ya herî xweşik a deveyên xwe wisa xemiland ku layiqî sultanan be. Ji Meysere re got: «Wî bi hurmeteke mezin li vê deveyê siwar bike, hefsarê wê bigire destê xwe û xwe xizmetkarê wî Hezretî bizane! Bê destûra Wî tu karî neke û ji bo ku Wî muhafeze bikî û ji xeteran biparêzî canê xwe dirêx neke! Li ciyên ku hûn diçin zêde nesekinin û zû werin, da ku em li ba Benî Haşim şermezar nebin. Eger tu van gotinên min herf bi herf bi cih bînî, ez ê te azad bikim û çiqas mal bixwazî jî bidim te.»

Karwan amade bû. Mekkeyî bi qelebalixiyên mezin civiyan ku xatir ji xizmên xwe bixwazin; xizmên Pêxemberê me yê delal, apên Wî û mezinên Benî Haşim jî li wir hazir bûn. Meta Pêxemberê me gava Resûlê Allah teala sellellahû eleyhî we sellem bi cilên xizmetkaran û hefsarê deveyê di dest de dît, çokên wê sist bûn. Giriya û kir hawar. Bi ax û wax, hêstir ji çavên wê dibarîn, êşa xwe wiha anî ziman: «Ey Ebdulmuttelib! Ey zatê mezin ê ku bîra Zemzemê kolaye! Ey Ebdullah! Ji qebrên xwe rabin, serê xwe bizivirînin vî alî û halê vî mubarekî bibînin!» Ebû Talib jî di nav eynî hîs û eynî halî de bû. Ji çavên mubarek ên Mezinê me Resûlûllah, ku Heq dibînin, hêstirên wek durran rijiyan û ferman kir: «Nebe nebe hûn min ji bîr bikin. Bînin bîra xwe ku ez li xerîbiyê xem û kederê dikişînim.» Hemû kesên ku ev gotin bihîstin giriyan. Melaîketên asîman jî bûn şirîkê vî halî û got: «Ey Rebbê me! Ev Muhemmed eleyhisselam e, ku Te Ew ji xwe re kiriye hebîb û meqamê herî mezin îhsanî Wî kiriye. Hikmeta vî halî çi ye?» Allah teala ji wan re ferman kir: «Belê, Ew Hebîbê Min e. Lê hûn nikarin sirra muhebbetê bizanin. Hûn nikarin bi sirên navbera yê ku tê hezkirin û yê ku hez dike bihesin. Vî meqamî kes nizane. Ji vî karê veşartî kes tiştekî fêm nake.»

Dawiyê, gava karwan meşiya û Mekke êdî nedihat dîtin, Meysere li gorî emrê ku girtibû cilên biqîmet li Pêxemberê me yê delal kirin. Ew li wê deveyê siwar kir ku bi qumaşên cur bi cur hatibû nixumandin û pir xweşik hatibû xemilandin. Hefsarê wê jî girt destê xwe.

Di vê rêwîtiyê de yên di karwên de dît ku li ser Pêxemberê me yê delal, ê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, ewrek ku sî dida ser Wî û du melaîketên ku ketibûn şiklê çûkan heta ku sefer qediya bi Wî re diçûn.4

Di rê de du deve ewqas westiyabûn ku nikaribûn bimeşin û ji karwên paş de mabûn; gava bi destê xwe yê mubarek lingên wan miz dan, deve ji nişka ve bi lez ketin. Gava gelek halên Wî yên wek vê dîtin, bêhed ji Wî hez kir û fêm kir ku şanê Wî wê pir bilind be.

Gava gihîştin cihê ku jê re Busra tê gotin, dîsa li nêzîkî dêra wê derê bar danîbûn. Rahib Behîra, yê ku ji gelek nîşanên ku dîtibûn fêm kiribû û gotibû ku Ew ê bibe pêxemberê dawî, miribû û yekî din ê bi navê Nestûra ketibû şûna wî. Rahib Nestûra li karwanê Qureyşê temaşe dikir ku hatibû û li nêzîkî dêrê bar danîbû; dît ku yek li binê dareke hişk a li wê nêzîkê rûnişt û dar di wê gavê de hêşîn bû. Ji Meysere pirsî: «Ew zatê li binê wê darê kî ye?» Meysere got: «Ev zatek e ji xelkê Heremê, ji qebîleya Qureyşê.» Rahib got: «Heta niha ji pêxemberan pê ve kes li binê vê darê rûneniştiye.» Paşê pirsî: «Ma di çavên Wî de hinek sorahî heye?» Meysere got: «Belê, heye û qet ji çavên Wî naçe.» Hingê Nestûra got: «Sond bi Allah teala, ku Încîl ji Îsa eleyhisselam re nazil kiriye, ev zat wê bibe pêxemberê dawî. Xwezî ez bigihîştama wî zemanî ku emrê pêxembertiyê lê tê kirin!»

Gava Muhemmed eleyhisselam li bazara Busrayê malê Xedîce Xatûnê difirot jî, cihûyekî ku pê re bazar dikir bawer nekir û got: «Bi pûtên bi navê Lat û Uzza sond bixwe, da ku ez bawer bikim.» Muhemmed eleyhisselam ferman kir: «Ez tu carî bi navê wan pûtan sond naxwim! Gava ez di ber wan re derbas dibim, rûyê xwe dizivirînim aliyekî din.» Cihûyê ku nîşanên din ên li Wî jî dîtin, got: «Gotin gotina te ye. Wellahî ev zat kesek e ku wê bibe pêxember.» Heyraniya xwe jî bi van gotinan anî ziman: «Alimên me di kitêban de wesfê wî dîtiye.»

Meysere her tiştê ku li Mezinê me Resûlûllah didît û derbarê Wî de dibihîst nexş bi nexş di hişê xwe de dineqişand û heyraniya wî ya ji Wî re her ku diçû zêde dibû. Di dilê Meysere de muhebbeteke mezin ji bo Mezinê Aleman çêbûbû. Êdî bi zewq û hurmet xizmeta Wî dikir û îşareta Wî ya herî biçûk jî bi eşqeke mezin bi cih dianî. Malê ku biribûn hatibû firotin û bi bereketa Mezinê me Pêxember ji her carê çend qat zêdetir kar hatibû kirin. Karwan ket riya vegerê. Gava gihîştin cihê bi navê Merruz-Zehran, Meysere teklîfî Pêxemberê me yê delal kir ku xebera mizgîniyê bibe Mekkeyê. Mezinê me jî qebûl kir, ji karwên veqetiya û deveya xwe ber bi Mekkeyê ve bi lez ajot.

Nefîse bint Munye Xatûnê wiha vegot: «Wextê hatina karwên nêzîk bûbû. Xedîce Xatûn her roj bi xizmetkarên xwe re derdiket ser banê mala xwe û çavê wê li riya karwên bû. Di rojeke wisa de ez li ba Xedîceyê bûm. Ji nişka ve ji dûr ve kesekî li deveyê siwar xuya bû. Li ser Wî ewrek û du melaîketên ku ketibûn şiklê çûkan sî didan ser Wî; nûra li ser eniya mubarek a Pêxemberê me wek heyvê dibiriqî. Xedîce Xatûnê fêm kir ku yê tê kî ye û dilê wê fireh bû. Lê xwe li nezaniyê danî û pirsî: “Di vê roja germ de yê ku tê dikare kî be?” Xizmetkaran got: “Ev ê ku tê dişibe Muhemmed (eleyhisselam)”, û ji tiştên ku dîtin heyirî man.»

Hinekî şûnde Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem hat qonaxa Dêya me Xedîce û mesele vegot. Bi mizgîniya ku dayê ew gelek şa kir.

Demek şûnde karwan ket Mekkeyê. Meysere yek bi yek ji Dêya me Hezreta Xedîce re vegot ku di rêwîtiyê de sî dihat dayîn ser Mezinê me Pêxember, ku rahib Nestûra çi got, ku deveyên lawaz çawa bi lez ketin, û gelek halên fewqelade yên wek van ên ku dîtibûn. Çiqas zimanê wî geriya pesnê Mezinê me Pêxember da. Hezreta Xedîce bi van dizanibû, lê van gotinan yeqîna wê zêde kir. Tembîh li Meysere kir: «Van tiştên ku te dîtine ji tu kesî re nebêje!»5

«Ez tu carî bi navê wan pûtan sond naxwim! Gava ez di ber wan re derbas dibim, rûyê xwe dizivirînim aliyekî din» Hedîsa şerîf

Dêya me Xedîce çû ba Wereqe bin Newfel ku van tiştên bihîstî jê re bibêje. Wereqe, ku bi heyraniyeke mezin guh da tiştên qewimî, got: «Ey Xedîce, eger ev tiştên ku te vegotin rast bin, Muhemmed eleyhisselam wê bibe pêxemberê vê ummetê.»

Mezinê me Pêxember di 12 saliya xwe de bi apê xwe Ebû Talib re ji bo bazirganiyê çû heta Busrayê, di 17 saliya xwe de bi apê xwe Zubeyr re çû Yemenê, di 20 saliya xwe de bi Hezretê Ebûbekr re çû Şamê û di 25 saliya xwe de jî ji bo firotina malê Dêya me Hezreta Xedîce dîsa çû Şamê.6 Tam çar caran derket rêwîtiyê. Ji bilî van rêwîtiyan neçû tu derê.

Zewaca Wî bi Dêya me Hezreta Xedîce re

Dêya me Hezreta Xedîce bi mizgîniya ku Wereqe bin Newfel dayê û gava xisletên xweş ên Pêxemberê me yê delal dîtin, dilê wê çû ser wê yekê ku bibe xanima Wî û bi xizmeta Wî şerefdar bibe. Nefîse bint Munye bi vî halî hesiya û ket navberê. Bi vê niyetê hat huzûra bilind a Resûlê Ekrem û pirsî: «Ya Muhemmed! Çi ye ku nahêle zatê te yê bilind bizewice?» Pêxemberê me ferman kir: «Di destê min de pereyê ku têra zewacê bike tune ye.» Nefîse Xatûnê got: «Ya Muhemmed! Eger tu bixwazî bi xatûneke biîffet û bişeref, xwedî mal û cemal re bizewicî, ez ji xizmeta te re amade me.» Gava Pêxemberê me yê delal pirsî: «Ew xatûn kî ye?», got: «Xedîce bint Xuweylid e.» Gava Mezinê me Resûlûllah pirsî: «Kî wê ji vî karî re bibe wesîle?» jî, got: «Vî karî ez ê bikim» û ji huzûra Wî derket. Çû ba Hezreta Xedîce û mizgînî dayê. Hezreta Xedîce gazî xizmên xwe Emr bin Esed û Wereqe bin Newfel kir û mesele ji wan re vegot. Herwiha xeber ji Mezinê me Resûlûllah re şand û Ew vexwend ku di saeteke diyar de mala wê şerefdar bike. Ebû Talib û birayên xwe jî amadekariyên xwe kirin û bi Mezinê me Pêxember re çûn.

Dêya me Hezreta Xedîce mala xwe raxist û xemiland. Ji bo şukrê vê rojê hemû zînetên xwe diyarî xizmetkarên xwe kirin. Paşê ew azad kirin. Mezinê me Resûlûllah bi apên xwe re mala Dêya me Xedîce şerefdar kir. Ebû Talib got: «Hemd ji Afirînerê me re be ku em kirin ji ewladên Îbrahîm eleyhisselam û ji nijada Îsmaîl eleyhisselam. Em kirin parêzvanên Beytullah. Ew mala mubarek a ku qibleya mirovan e û alem tewafa wê dikin, û Herema Şerîf a ku Wî ji her xerabiyê parastiye, ji me re muyesser kir. Muhemmedê kurê birayê min Ebdullah kesekî wisa ye ku ji Qureyşê bi kê re bê qiyaskirin, di ser wî re ye. Rast e, malê wî hindik e, lê îtîbar bi mal nabe. Çimkî mal wek siyê ye: dest bi dest digere û diçe. Şeref û bilindiya birazayê min li ba we hemûyan malûm e. Niha ew Xedîce bint Xuweylid bi helalî dixwaze. Hûn dixwazin ji malê min çiqas mehr7 bê dayîn? Ez sond dixwim ku mertebeya Muhemmed wê bilind be.» Wereqe bin Newfel ev gotin tesdîq kirin.

Emr bin Esed, apê Dêya me Xedîce, got: «Şahid bin ku min Xedîce bint Xuweylid ji Muhemmed eleyhisselam re kir xatûn.» Bi vî awayî eqda nîkahê temam bû. Li gorî rîwayetekê mehr 400 misqal zêr, li gorî rîwayetekê pênc sed dirhem, li gorî rîwayeteke din jî 20 deve bû.8

Ebû Talib ji bo ziyafeta dawetê deveyek serjê kir û xwarineke wisa da ku heta wê rojê nehatibû dîtin. Zewac pêk hat. Dêya me Hezreta Xedîce hemû hebûna xwe diyarî Mezinê me Pêxember kir û got: «Ev mal hemû yê şexsê te yê bilind e. Ez jî muhtacê te me û di bin minneta te de me.»

Dêya me Hezreta Xedîce di tevahiya jiyana zewacê de her tim xizmeta Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam kir û bû alîkara Wî. Ev zewaca Mezinê me Pêxember heta wefata Dêya me Xedîce bîst û pênc salan dom kir. Panzdeh salên vê berî bîsetê, deh salên wê piştî bîsetê (piştî ragihandina pêxembertiyê) bûn. Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam heta ku hevsera Wî ya pêşî Hezreta Xedîce sax bû bi tu kesa din re nezewicî. Şeş zarokên Wî çêbûn, du kur û çar keç. Ev in: Qasim, Zeyneb, Ruqeyye, Ummu Gulsûm, Fatîma û Ebdullah (Teyyib an Tahir). Ji Hezreta Mariye, ya ku di dema pêxembertiya xwe de pê re zewicî, jî kurekî Wî yê bi navê Îbrahîm çêbûbû. Ji hevserên Wî yên din zarok çênebûn. Zeyneb ya herî mezin a keçên Wî bû. Keça Wî ya herî biçûk Fatîma ya herî delal a bavê xwe bû. Sêzdeh sal beriya hicretê hat dinyayê. Kurên Wî di temenê biçûk de wefat kirin; ji bilî Hezreta Fatîma hemû keç jî berî Wî wefat kirin. Dêya me Fatîma jî şeş meh piştî Mezinê me Pêxember wefat kir. Nijada Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam bi ewladên Hezreta Fatîma dom kir.9

Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem piştî ku bi Dêya me Xedîce re zewicî jî bi bazirganiyê mijûl bû. Bi qezenca xwe mêvandariya mêvanan û alîkariya sêwî û feqîran dikir.

Zeyd bin Harise

Gava Zeyd bin Harise hîn zarok bû, bi diya xwe Su’da re çûbû ziyareta xizmên xwe. Di wê navê de qebîleyeke din avêt ser wan. Zeyd dîl girt. Anî Mekkeyê, panayira ku jê re Sûqa Ukazê tê gotin, û derxist firotinê. Hekîm bin Hizam, birazayê Hezreta Xedîce, Zeyd bi 400 dirhemî kirî. Hekîm bin Hizam Zeyd bin Harise diyarî meta xwe Hezreta Xedîce kir, wê jî diyarî Mezinê me Pêxember kir. Mezinê me Pêxember ew yekser azad kir û li ba xwe hişt. Çimkî Zeydê azadkirî ne cihekî wî hebû ku biçe, ne jî kesekî wî hebû ku ji Resûlûllah çêtir lê binêre. Ew jî bi dil û can li ba Resûlûllah ma.

Mezinê me Pêxember ji bo temamkirina her cure exlaqê xweş hatibû afirandin, çi yê ku xuya dike çi yê ku xuya nake, çi yê ku tê zanîn çi yê ku nayê zanîn: edalet, însaf, merhemet, hezkirina mirovan, rûkenî, kerem, comerdî, wefaya bi ehdê (li ser soza xwe sekinîn), riayeta emanetê, alîkarî, fedakarî, pêbawerî, parastina mezlûm, ketî û feqîran, hezkirin û muhebbeta ji zarokan re, duristî, rastgoyî, nezaket, tewazû, îtîdal, îdarekirina mirovan bi awayekî xweş, cesaret û şecaet. Ji her alî ve di ser hemû afirandiyên hatî û yên ku wê bên re bû û bi qezenckirina îtîmada her kesî leqeba «el-Emîn» girtibû. Zeyd bin Harise hîn berî ku pêxembertiya Wî bê ragihandin jî, ji ber wê muameleya xweş a ku ji Mezinê me Pêxember didît, ji bav û diya xwe bêtir ji Wî hez dikir û qet nedixwest ji ba Wî veqete.

«Ev mal hemû yê şexsê te yê bilind e. Ez jî muhtacê te me û di bin minneta te de me» Xedîceya Kubra (radiyellahû anha)

Dê û bavê wî nizanibûn kurê wan birine ku derê û çi pê kirine. Bavê wî Harise bi agirê ewladê dişewitî û welat bi welat li kurê xwe digeriya. Bi tundî tembîh li wan xizm û nasên xwe dikir ku ji Yemenê diçûn welatên cihê, ji wan dixwest ku xeberekê ji kurê xwe Zeyd bînin; şiîr digotin û hêstir dibarandin:

Ez ji bo Zeydê xwe giriyam; nizanim çi bi wî hat.
Gelo sax e, an ecel lê xist?
Ey dil, bêhûde wî nepirse!
Tu nikarî bizanî ka gora wî li deştê ye an li zinaran e.
Şiîreke wî ya din jî, ku hesreta wî ya ji kurê wî re tîne ziman, wiha ye:
Zeydê min, lawê min! Ax, eger min bizaniya ku yê çûyî wê vegere!
Wellah, ez naxwazim ji te pê ve kesek vegere.
Gava ba tê, li ku derê zarokekî bibînim, ez wî bi bîr tînim,
û roj gava hiltê her sibe te tîne bîra min.
Hawar, ji bo cegerpareyê min bi hezaran hawar!
Li heywanê xwe siwar dibim û lê digerim, halê min perîşan be jî.
Ez û heywanê min nizanin ne bêzarbûn çi ye, ne jî westan,
heta ku îhtîmal heye kurê min bê dîtin û derkeve pêşiya min.
Hêvî çiqas mirov bixapîne jî, dawiyê fanî ye;
Kurên min! Qeys, Emr, Yezîd, Cebel! Zeydê min emanetê we ye.

Dawiyê, berî hatina Îslamiyetê, hinek ji qebîleya Benî Kelb ên ku hatibûn ziyareta Kabeyê Hezretê Zeyd dîtine û nas kirine. Hezretê Zeyd ji wan re gotiye: «Ez dizanim ku malbata min wê ji bo min hawar û fîxan bike; van beytan bigihînin wan» û ev şiîr gotiye:

Dilê min dişewite, ez ji hêlîna xwe dûr im,
lê cîranê Kabeyê me, ji dê û bavê xwe dûr bim jî.
Bila xema we dilê we neşewitîne,
bila hawara we ya ji bo min negihîje Erşê.
Hemd ji Mewla re be, ez di hêlîneke wisa de me
ku ji ber şeref û xêra ku dibînim her tim di duayê de me.

Harise bi vê xeberê gelek şa bû. Yekser bi birayê xwe Ke’b re mîqdarekî zêde pere hilda û hat Mekkeyê. Gava gihîşt Mekkeyê, mala Pêxemberê me pirsî, hat huzûra Wî û wiha got: «Ey mezinê qewmê Qureyşê, ey neviyê Ebdulmuttelib, ey kurê nijada Benî Haşim! Hûn cîranên Herema Şerîf in. Hûn mêvandariya mêvanan dikin, qenciyê bi dîlan dikin û wan ji dîltiyê xelas dikin. Ji bo xelasbûna kurê me, ku koleyê te ye, tu çiqas pere bixwazî em bidin; wî serbest berde. Ji kerema xwe vê daxwaza me venegerîne!» Pêxemberê me sellellahû eleyhî we sellem ferman kir: «Em gazî Zeyd bikin û meseleyê jê re bibêjin. Em wî serbest berdin. Eger çêtir bibîne ku bi we re bê, hûn dikarin bêyî ku tu pere bidin wî bibin. Eger min bibijêre û bixwaze li ba min bimîne, bi Allah sond dixwim ku ez yê ku min dibijêre ji tu kesî re nahêlim; ew li ba min dimîne.»

Harise û birayê wî ji vê bersiva Mezinê me Pêxember gelek razî bûn û got: «Te bi me re pir bi edalet û însaf kir.»

Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember gazî Zeyd kir huzûra xwe û jê pirsî: «Ma tu van nas dikî?» Zeyd got: «Belê, yek bavê min e, yê din apê min e.» Hingê ferman kir: «Ey Zeyd! Te fêm kiriye ez kî me; te şefqet û merhemeta min a ji te re û muameleya min dîtiye. Ev hatine ku te bibin. Nexwe, an min bibijêre û li ba min bimîne, an jî wan bibijêre û here.»

Bav û apê wî li bendê bûn û digot: «Êdî wê me bibijêre, em ê Zeyd bibin.» Zeyd got: «Ez tu kesî di ser te re nagirim. Tu ji bo min hem di meqamê ap de yî, hem jî di meqamê bav de. Ez dixwazim li ba te bimînim.»

Bav û apê wî heyirî û şaş man. Bavê wî hêrs bû û ji Zeyd re got: «Wey li te! Nexwe tu koletiyê di ser azadiyê, di ser diya xwe, bavê xwe û apê xwe re digirî!» Zeyd jî bersiva bavê xwe da: «Bavo! Min ji vî zatî şefqet û muameleyeke wisa dîtiye ku ez nikarim tu kesî di ser Wî re bigirim.»

Mezinê me Pêxember gelek ji Zeyd hez dikir. Gava ev girêdan û hezkirina wî ya ji xwe re dît, ew bir Hicrê, li Kabeya Muezzeme, xîtabî yên li wir kir û ferman kir: «Şahid bin: Zeyd kurê min e. Ew warisê min e, ez jî warisê wî me.» Gava bav û apê wî ev yek dît, hêrsa wan çû. Bi şahî vegeriyan welatê xwe. Ji wê rojê pê ve Eshabê Kîram dest pê kir ku ji Zeyd re bibêjin «Zeyd bin Muhemmed» (Zeydê kurê Muhemmed). Paşê, gava Allah teala bi emrên ayeta 5an a Sûreyê Ehzab: «Ewladên xwe bi navê bavên wan bang bikin; ya wiha li ba Allah rasttir e» û ayeta 40an: «Muhemmed (eleyhisselam) ne bavê tu zilamekî ji we ye (wek Zeyd)» ewladgirtin jî rakir, êdî ji Hezretê Zeyd re bi navê bavê wî, yanî «Zeydê kurê Harise» (Zeyd bin Harise) hat gotin.10

Hekemtiya Kabeyê

Gava Mezinê me Resûlûllah li dora sî û pênc salî bû, di meseleya Kabeyê de hekemtî kir. Wê demê baran û lehiyan dîwarên Kabeyê gelek kevn kiribûn. Herwiha agirekî ku derketibû Kabe xera kiribû.11 Diviyabû bîna ji nû ve bê çêkirin. Li ser vê yekê qebîleya Qureyşê Kabe heta wî hîmî hilweşand ku Îbrahîm eleyhisselam danîbû û dest bi çêkirina wê ya ji nû ve kir. Ji her qebîleyê re beşek da û dîwar bilind kirin. Qebîleyên ku dizanibûn ev kar şerefeke mezin e, di meseleya danîna kevirê Hecerul-Eswed a li cihê wî de li hev nekirin. Ji ber ku her qebîleyê dixwest bigihîje vê şerefê, nakokiyeke mezin ket navbera wan. Benî Ebdiddar ehd kir û got: «Eger ji me pê ve kesek vî karî bike, em ê xwînê birijînin.» Ji ber vê nakokiya ku çar-pênc rojan dom kir, hindik mabû xwîn birije.

«Ez tu kesî di ser te re nagirim. Tu ji bo min hem di meqamê ap de yî, hem jî di meqamê bav de. Ez dixwazim li ba te bimînim» Zeyd bin Harise (radiyellahû anhû)

Rojeke duşemê bû. Huzeyfe bin Muxîre, xalê Ebdulmuttelib û zatekî pîr, deriyê Benî Şeybe yê ku li Kabeyê vedibû nîşan da û got: «Gelî Qureyşiyan! Ji bo ku di wî karî de hukim bide ku hûn tê de li hev nakin, zatê ku pêşî di vî derî re bikeve hundir di navbera xwe de bikin hekem.» Yên li wir ev teklîf qebûl kir, li deriyê Benî Şeybe nêrîn û li benda wî kesî man ku wê pêşî bikeve hundir û di gava herî nazik a vî karî de wî hel bike. Dawiyê dît ku Muhemmed eleyhisselam di derî re hat, ê ku wan rastî û exlaqê Wî yê bilind bêhed teqdîr dikir û jê re digot el-Emîn, yanî «yê ku her tim jê tê bawerkirin». Gotin: «Va ye el-Emîn. Em bi hukmê Wî razî ne.»

Gava mesele ji Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam re hat vegotin, xirqeyê xwe derxist û li erdê raxist. Hecerul-Eswed danî ser xirqeyê xwe yê mubarek û ferman kir: «Bila ji her qebîleyê kesek bi serekî wî bigire.» Bi vî awayî kevir heta wî cihî da rakirin ku wê lê bihata danîn.

Paşê bi xwe kevir hembêz kir û bi destên xwe yên bişeref danî cihê wî. Qebîleyên ku dît bi vî awayî rê li ber şerekî mezin hat girtin ku li ber derketinê bû, ji vê kirinê razî man. Dîwar ji wî cihî ku lê mabûn domandin û temam kirin.12