Pêxemberê Min ê Delal

ZAROKTIYA WÎ

Spartina Wî ya dayika şîr

Gava Dêya me Amîne dergûşa xwe ya bi nûr girt hembêza xwe, hema bêje êşa wefata mêrê xwe Hezretê Ebdullah ji bîr kir. Piştî ku diya Wî neh rojan şîr da Mezinê me Pêxember, Suweybe Xatûn, cariya Ebû Leheb, çend rojan dayiktiya şîr jê re kir. Suweybe Xatûnê berê şîr dabû Hezretê Hemze jî, paşê jî şîr dabû Ebû Seleme. Hafiz Îbn Cezerî dibêje: «Ebû Leheb di xewnê de hat dîtin û jê hat pirsîn ka di çi halî de ye. Got: “Ez ezabê qebrê dikişînim. Lê her sal, şevên dozdehê meha Rebîulewwelê ezabê min sivik dibe. Ez wê ava hênik a ku ji navbera du tiliyên min derdikeve dimijim û pê bêhna min fireh dibe. Vê şevê, gava Resûlûllah hat dinyayê, cariya min a bi navê Suweybe mizgîniya vê dabû min. Min jî ji kêfan ew azad kiribû û emir lê kiribû ku dayiktiya şîr ji Wî re bike. Loma di van şevan de ezabê min sivik dibe.”» Wî zemanî adeta xelkê Mekkeyê bû ku zarokên xwe bidin dayikeke şîr. Zarok dişandin zozanên derdorê yên ku hewaya wan xweş û ava wan şîrîn bû û ew demekê li ba wan dayikên şîr diman ku dabûn wan. Sebebê vê hewaya germ a Mekkeyê bû. Her sal bi vê mebestê gelek xanim dihatin Mekkeyê. Her yekê ji bo şîrdanê zarokek hildigirt û diçû. Gava zarok mezin dikirin û didan dest, gelek heq û diyarî distandin. Sala ku Mezinê me Pêxember hat dinyayê jî ji qebîleya Benî Se’d, ku li zozanan dijiya, gelek xanim bi niyeta dayiktiya şîr hatin Mekkeyê. Her yekê ji bo şîrdanê zarokek girtibû. Qebîleya Benî Se’d di nav qebîleyên derdora Mekkeyê de bi şeref, comerdî, mêrxasî û tewazûya xwe û bi axaftina erebî ya durist pir meşhûr bû. Giregirên qebîleya Qureyşê dixwestin ku zarokên wan bêtir bidin vê qebîleyê. Wê salê li warê qebîleya Benî Se’d hişkesalî û xelayeke dijwar hebû. Ji vê qebîleyê Helîme Xatûn vî halî wiha vedibêje: «Wê salê ez li çolan digeriyam, min giya berhev dikir û şukrê Allah teala dikir ku ev jî bi dest min dikeve. Carinan sê roj derbas dibûn û min tiştek nedixist devê xwe. Ez di vî halî de bûm ku zarokekî min çêbû. Ji aliyekî ve birçîbûn, ji aliyê din ve zehmeta zayînê hebû. Gav dihatin ku min ji birçîna erd ji asîman, şev ji rojê ferq nedikir. Şevekê ez li çolê di xew re çûme. Di xewna min de şexsekî ez noqî aveke ji şîr spîtir kirim û got: “Ji vê avê vexwe.” Min heta têr bûm vexwar. Paşê dîsa zor da min ku vexwim. Min vexwar û vexwar; ji hingiv şîrîntir bû. Pirsî: “Şîrê te pir be, ey Helîme! Ma te ez nas kirim?” Gava min got ku min ew nas nekiriye, got: “Ez ew hemd û şukrê te me ku te di halê xwe yê teng de kir. Ey Helîme! Here Mekkeyê. Li wir Nûrek wê ji te re bibe heval, tu yê bi bereketan tijî bibî. Vê xewnê jî ji tu kesî re nebêje!” Gava ez hişyar bûm, min dît ku çiçikên min bi şîr tijî ne û tengasî û birçîbûn jî ez berdame.» Wê salê ji ber xelayê, ji salên din bêtir dayikên şîr hatibûn Mekkeyê, da ku bi heq şîr bidin zarokan û tengasiya xwe ji ser xwe rakin.

«Em ji bo lîstikê nehatine afirandin» Hedîsa şerîf

Çola Benî Se’d

Hemû di wê telaşê de bûn ku zarokên malbatên dewlemend bigirin. Jinên ku bi lez hatibûn her yekê zarokek girtibû. Lê Mezinê me Pêxember sêwî bû; loma wan digot qey em ê nikaribin heqekî zêde bistînin û xwe ji bo Wî bi dil nîşan nedabû. Di nav van jinan de Helîme Xatûn jî hebû, ku bi îffet, paqijî, hilm, yanî nermî, heya û exlaqê xwe yê xweş dihat naskirin. Heywanê ku lê siwar bûn lawaz bû; loma dereng gihîştibûn Mekkeyê. Lê ev derengmayîn bûbû sebeb ku ji ya ku lê digeriyan bêtir bi dest wan bikeve. Bi mêrê xwe re li Mekkeyê geriya û dît ku zarokên malbatên dewlemend hatine girtin. Lê nedixwestin destvala jî vegerin. Vegera bi zarokekî re bûbû tekane daxwaza wan.

Dawiyê rastî zatekî hatin ku hurmet dikişand ser xwe û sîmayê wî pir şîrîn bû. Ev Ebdulmuttelib bû, reîsê Mekkeyê. Piştî ku fêr bû ew çi dixwazin, ji wan re got ku neviyê wî bigirin û bi saya vê yekê wê bigihîjin dewlet û seadeteke mezin. Muhebbet û nêzîkahiya Ebdulmuttelib ew ber bi wî ve dikişandin. Teklîfa wî yekser qebûl kir. Paşê bapîrê pîr Helîme Xatûn bir mala Hezreta Amîne.

Helîme Xatûn wiha vedibêje: «Gava ez gihîştim ber serê zarok, di pêçekê de pêçayî, li ser xêliyeke ji hevrîşimê kesk bi şîrînî di xew de bû û bêhna miskê li derdorê belav dibû. Ez heyirî mam û di gavekê de ewqas ket dilê min ku dilê min negirt Wî hişyar bikim. Gava min destê xwe danî ser sînga Wî, hişyar bû, li min nêrî û bişirî. Ez jî bi vê bişirînê hatim girtin û ji xwe ve çûm. Paşê min got qey diya Wî wê zarokekî wiha xweşik û mubarek nede min; min rûyê Wî nixumand û yekser girt hembêza xwe. Min çiçikê xwe yê rastê dayê, dest bi mijandinê kir. Min yê çepê dayê, nemijî. Ebdulmuttelib berê xwe da min û got: “Mizgînî li te be! Di nav jinan de kesek negihîştiye nîmeteke wek ya te!”1

Amîne Xatûnê jî piştî ku dergûşa xwe ya delal da min, got: “Ey Helîme, sê roj berê min dengek bihîst, digot ku jina ku wê şîr bide kurê te ji qebîleya Benî Se’d, ji nijada Ebû Zueyb e.” Li ser vê yekê min bersiv da: “Ez ji qebîleya Benî Se’d im û kunyeya bavê min Ebû Zueyb e.”»

Helîme Xatûn dîsa wiha vegotiye: «Amîne Xatûnê hîn gelek bûyer ji min re vegotin û wesiyet li min kir. Min jî ew xewna ku min berî hatina Mekkeyê dîtibû jê re vegot, û ku di rê de ji rast û çepê min deng dihatin: “Mizgînî li te be, ey Helîme! Wê bibe nesîbê te ku tu şîr bidî wê nûra ku çavan dibiriqîne û aleman ronî dike.”»

Helîme Xatûn dibêje: «Min Muhemmed eleyhisselam hilda û ez ji mala Hezreta Amîne derketim. Ez hatim ba mêrê xwe. Ew jî li rûyê zarokê ku di hembêza min de bû nêrî, ji xwe ve çû û got: “Ey Helîme! Min heta îro rûyekî wiha xweşik nedîtiye!” Gava ew bereketên ku hema bi girtina Wî re gihîştin me dîtin jî, got: “Ey Helîme! Bizane ku te zarokekî pir mubarek û qedirbilind girtiye.” Min jî bersiv da: “Wellahî, min jixwe ev dixwest; daxwaza min bi cih hat.”»

Helîme Xatûn û mêrê wê ji wê gavê ve ku Muhemmed eleyhisselam hilda û ji Mekkeyê bi rê ketin, dest pê kir ku bigihîjin bereketa Wî. Kera wan a lawaz, ku nikaribû bi lez here, êdî bûbû wek kihêlekê. Karwanê ku pê re hatibûn berî wan bi rê ketibû û gelek dûr ketibû, lê gihîştibû karwên û ew li pey xwe hiştibû. Piştî ku gihîştin warê Benî Se’d, bolahî û bereketeke nedîtî bi dest wan ket. Guhanên heywanên wan ên ku şîrê wan kêm bû tijî dibûn û bi ser de diçûn. Cîranên wan ên ku ev dît heyirî man û bi eşkereyî fêm kiribû ku ev ji ber wî zarokî ye ku ji bo şîrdanê girtine. Mezinê me Pêxember tenê çiçikê rastê yê dayika xwe ya şîr Helîme Xatûn dimijî, yê çepê nedimijî.

«Yekî ji bapîrên min jî zîna nekiriye. Allah teala ez ji bavên teyyib û baş, ji dayikên pak anîm» Hedîsa şerîf

Yê çepê jî ji birayê xwe yê şîr re dihişt. Di du mehiya xwe de li ser çar lepan çû. Gava bû sê mehî li ser lingan disekinî, di çar mehiya xwe de xwe bi dîwar digirt û dimeşiya. Di pênc mehiya xwe de meşiya, di şeş mehiya xwe de dest bi meşa bilez kir. Di heft mehiya xwe de êdî diçû her derê. Di heşt mehiya xwe de wisa ku bê fêmkirin, di neh mehiya xwe de jî pir bi eşkereyî dest bi axaftinê kir. Di deh mehiya xwe de dest bi tîravêtinê kir.

Helîme Xatûn wiha vegotiye: «Gava cara pêşî dest bi axaftinê kir, ferman kir: “La îlahe îllallahû wellahû ekber. Welhemdulillahî Rebbil-alemîn.” Ji wê rojê pê ve bêyî ku navê Allah teala bîne ziman destê xwe dirêjî tu tiştî nekir. Bi destê çepê tiştek nedixwar. Gava dest bi meşê kir, ji cihê ku zarok lê dilîstin dûr disekinî û ji wan re ferman dikir: “Em ji bo vê nehatine afirandin.” Her roj nûreke wek tîrêja rojê Ew dinixumand û dîsa vedibû. Bi heyvê re dipeyivî; çiqas îşaretî wê dikir, heyv diliviya.»

Ji ber hişkesaliyê gelek ketin tengasiyê û carekê derketin duaya baranê. Muhemmed eleyhisselam bi xwe re bir, dua kir û bi hurmeta Wî gihîştin barana boş û bereketê. Helîme Xatûn wiha vedibêje: «Gava Muhemmed eleyhisselam ket du saliya xwe, min Ew ji şîr vekir. Paşê ez û mêrê xwe çûn Mekkeyê ku Wî bidin Amîne Xatûnê. Lê me ewqas bereket bi saya Wî dîtibû ku veqetîn û nedîtina rûyê Wî yê mubarek li me pir giran dihat. Min halên Wî ji diya Wî re vegotin. Amîne Xatûnê got: “Şanê kurê min mezin e.” Min got: “Wellahî, min ji vî mubarektir kesek nedîtiye.” Paşê min gelek hêncet dîtin û ji Amîne Xatûnê xwest ku hinekî din jî li ba me bimîne. Dilê me neşikand û destûr da ku li ba me bimîne. Em bi Wî re dîsa vegeriyan qebîleya xwe. Bi saya vê yekê mala me bi bereketê tijî bû; mal, milk û şanê me zêde bû. Em gihîştin nîmetên bêhesab.»2

Ewrek li ser serê Wî yê mubarek

Helîme Xatûnê vegot: «Rojekê Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) pirsî: “Bi roj birayên min xuya nakin. Çima?” Min got: “Diçin ber pêz. Heta nebe şev nayên malê.” Li ser vê yekê ferman kir: “Min jî bi wan re bişîne. Ez jî herim ber pêz.” Min hêncet dîtin û gelek uzr gotin. Dawiyê, ji bo ku dilê Wî xweş bibe, min got: “Baş e.”

Roja din min porê Wî yê mubarek şe kir. Min cil lê kirin û bi xwişk û birayên Wî yên şîr re şand.

Çend rojan çû û hat. Rojekê, gava xwişka Wî ya şîr Şeyma ji çolê hat, min pirsî: “Kurê min Muhemmed, nûra çavên min, li ku ye?” Got: “Li çolê ye.” Gava min pirsî: “Cegergoşeyê min çawa li ber vê germê radiweste?”, Şeymayê bersiv da: “Dayê! Qet zirar nagihîje Wî. Çimkî ewrek her tim li ser serê Wî yê mubarek pê re diçe û tê; bi vî awayî ji germa rojê tê parastin.” Gava min got: “Tu çi dibêjî? Ma ev gotinên te bi rastî rast in?”, sond xwar. Hingê dilê min rihet bû.

Qelaştina sînga Wî ya mubarek (Şeqqê sedr)

Dîsa wextekî nîvro birayê Wî yê şîr Damre hat ba min û got: “Dayê! Zû bibeze!… Me bi birayê xwe yê qureyşî re pez diçêrand. Ji nişka ve sê kes hatin ku cilên kesk li wan bûn. Birayê min ji ba me bir û derxist serê çiyê. Ew li ser piştê dirêj kir û bi kêrê zikê wî qelaşt. Gava ez hatim ku xeberê bidim, ew li wir bûn. Nizanim birayê min sax maye an na.” Helîme Xatûnê berdewamiya wê wiha vegot: Di wê gavê de aqilê min ji serê min çû. Em bi lez çûn wê derê. Me Ew dît. Min yekser rû û serê Wî yê mubarek maç kirin û pirsî: “Ey nûra çavên min! Ey kurê min ê ku ji aleman re rehmet e! Ev çi hal e? Çi bi serê te hat? Kê tu aciz kirî?”

Wî jî ferman kir: “Piştî ku ez ji malê derketim, min du kes dîtin ku cilên kesk li wan bûn. Di destê yekî de misînekî zîvîn, di destê yekî de teşteke ji zumrudê kesk hebû. Teşt bi tiştekî ji berfê spîtir tijî bû. Ez birim serê çiyê. Yekî ez li ser piştê dirêj kirim. Gava min temaşe dikir, wî sînga min heta navika min qelaşt. Min qet êş û elem hîs nekir. Destê xwe kir hundir û çi tê de hebû derxist. Bi wî tiştê spî şuşt û danî cihê xwe. Yekî ji yê din re got: «Rabe, bila ez jî xizmeta xwe bi cih bînim», destê xwe kir hundir û dilê min derxist. Kir du parçe, ji hundirê wî tiştekî reş derxist û avêt. Got: «Para şeytan di bedena te de ev bû. Me derxist û avêt. Ey delalê Allah teala! Me tu ji wesweseyê3û ji hîleya şeytan emîn kirî.» Paşê dilê min bi tiştekî letîf û nerm ê ku li ba wan bû tijî kir. Bi mohreke ji nûrê mohr kir. Hîn jî sarahiya wê mohrê di hemû endamên min de heye. Gava yekî ji wan destê xwe danî ser cihê qelaştî, birîna min sax bû. Paşê ez bi deh kesan ji ummeta min re wezn kirim; ez girantir hatim. Bi hezar kesî re wezn kirim, dîsa ez girantir hatim. Li ser vê yekê yekî ji wan ji yê din re got: «Êdî dev ji weznkirina wî berde. Wellahî, tu Wî bi hemû ummeta Wî re jî wezn bikî, Ew ê girantir bê.» Hingê her yekî destê min û rûyê min maç kir, ez li vir hiştim û çûn.” Cihê qelaştî li ser sînga Wî ya mubarek diyar bû.»4

Ji vê bûyerê re, ku hat serê Pêxemberê me yê delal û di ayeta kerîme ya yekem a Sûreyê Înşîrah ê Qur’ana Kerîm de hatiye ragihandin, «Şeqqê sedr», yanî qelaştina sînga Wî tê gotin.

Piştî ku pêxembertî ji Muhemmed eleyhisselam re hat ragihandin, hinekan ji Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah! Ma tu yê behsa xwe ji me re nekî?» Ferman kir: «Ez duaya ceddê xwe Îbrahîm im. Ez mizgîniya birayê xwe Îsa me!

Ez xewna diya xwe me jî. Gava ew bi min bihemil bû, dîtibû ku nûrek ji wê derket û qesrên Şamê ronî kirin… Ez li ba Benî Se’d bin Bekr hatim şîrdan û mezinkirin.»

Helîme Xatûnê piştî ku Ew bû çar salî, bir Mekkeyê û da diya Wî. Bapîrê Wî Ebdulmuttelib diyariyên pir mezin dan Helîme Xatûnê û îhsan lê kir. Gava Helîme Xatûnê li Mekkeyê hişt, êşa veqetînê bi van gotinan anîbû ziman: «Qey can û dilê min jî li ba Wî man.»

«Heta ku min şîr da Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem), ez bêhed jê razî bûm. Tu carî tiştek pîs nedikir. Di şev û rojekê de carekê mîz dikir, heta eynî wextê careke din qet mîz nedikir» Helîme Xatûn

Wefata diya Wî ya muhterem

Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem heta şeş saliya xwe jî li ba diya xwe mezin bû. Gava şeş salî bû, bi diya xwe û cariya bi navê Ummu Eymen re çûn Medîneyê, da ku xizmên xwe û qebra bavê Wî Ebdullah ziyaret bikin.

Li wir mehekê man. Mezinê me Pêxember li Medîneyê di hewza Benî Neccar de hînî avjeniyê bû. Di wê navê de alimekî cihû nîşanên nubuwwetê li Wî dîtin. Nêzîk bû û navê Wî pirsî. Gava ferman kir «Ehmed», wî alimî kir qîrîn: «Ev zarok wê bibe pêxemberê axirzemanê!» Herwiha hinek ji alimên cihûyan ên wê derê jî nîşana pêxembertiyê li Wî dîtibû û di nav xwe de qala wê kiribû ku wê bibe pêxember.

Ummu Eymenê ev gotinên wan bihîstin û gihandin Dêya me Hezreta Amîne. Diya Wî ya mubarek tirsiya ku zirarek bigihîjê; Ew hilda û ji bo vegera Mekkeyê bi rê ket. Gava gihîştin cihê ku jê re Ebwa tê gotin, Dêya me Hezreta Amîne nexweş ket. Nexweşiya wê giran bû û gelek caran ji xwe ve diçû.

Li kurê xwe yê delal Muhemmed eleyhisselam nêrî, ku li ber serê wê bû, û got: «Ey kurê wî zatî ku bi lutf û alîkariya Allah teala, li hember sed deveyan ji tîra mirinê ya sehmnak a ku hatibû kişandin xelas bû! Allah teala te mubarek bike. Eger tiştên ku min di xewnê de dîtine rast derkevin, Allah teala, ku xwediyê celal û îkrama boş e, wê te bişîne, da ku tu helal û heramê ji kurên Adem re ragihînî. Cenabê Heq wê te ji pûtan û ji pûtperestiyê biparêze, ku bi milletan re dom kirine û hatine.» Paşê ev beyt gotin:

Yê nû kevn dibe, yê dijî dimire,
yê pir diqede; ma kesek heye ku ciwan bimîne?
Ez ê jî bimirim, tekane ferqa min ev e:
min tu anî dinyayê, şerefa min ev e.
Min ewladekî bixêr li pey xwe hişt,
min çavên xwe girtin, dilê min pir rihet e.
Navê min wê her tim li ser zimanan bimîne,
hezkirina te wê her tim di dilan de bijî.

Paşê wefat kir. Li wir hat definkirin. Dêya me Amîne gava wefat kir bîst salî bû. Ummu Eymenê Mezinê Aleman bi xwe re bir, piştî rêwîtiyeke çend rojan anî Mekkeyê û spart bapîrê Wî Ebdulmuttelib.5

Dê û bavê Wî mumin bûn

Bav û diya Mezinê me Hebîbê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem li ser dînê Îbrahîm6 eleyhisselam bûn, yanî mumin bûn. Alimên Îslamê dane zanîn ku ew li ser dînê Îbrahîm eleyhisselam bûn, û piştî ku pêxembertî ji Muhemmed eleyhisselam re hat ragihandin jî, ji bo ku bibin ji ummeta Wî hatine vejandin, Kelîmeya Şehadetê bihîstine û gotine û bi vî awayî bûne ji vê ummetê jî.7

Li ba bapîrê xwe yê mubarek

Muhemmed eleyhisselam heta heşt saliya xwe li ba bapîrê xwe mezin bû. Bapîrê Wî Ebdulmuttelib zatekî hezkirî yê Mekkeyê bû ku gelek kar îdare dikirin; biheybet, bisebir, xwedî exlaq, durist, mêrxas û comerd bû. Feqîr têr dikirin, heta xwarin dida heywanên birçî û tî jî.

Bi Allah teala û bi axretê bawer dikir. Xwe ji xerabiyan diparast, ji her cure adetên kirêt ên dewra Cahiliyetê dûr disekinî. Li Mekkeyê rê li ber zilm û neheqiyê digirt û mêvandariya mêvanên ku dihatin dikir. Kiribû adet ku di meha Remezanê de li Çiyayê Hîrayê bikeve înzîwayê. Ebdulmuttelib, ku ji zarokan hez dikir û xwedî şefqet bû, neviyê xwe yê delal dida ber sînga xwe û bi şev û roj ji ba xwe venediqetand. Hezkirin û şefqeteke mezin nîşanî Wî dida. Li ber siya Kabeyê pê re li ser mîndera xwe ya taybet rûdinişt û ji yên ku dixwestin nehêlin re digot: «Dev ji kurê min berdin; şanê Wî bilind e.»8 Bi israr li Ummu Eymen, dadika Mezinê me Pêxember, tembîh dikir ku baş lê binêre û digot: «Baş li kurê min binêre. Ehlê kitêbê derbarê kurê min de dibêjin ku wê bibe pêxemberê vê ummetê.» Ummu Eymenê gotiye: «Min nedît ku di zaroktiya xwe de ne ji birçîbûnê, ne jî ji tîbûnê gilî bike. Serê sibê qurtek ava Zemzemê vedixwar. Gava me dixwest xwarinê bidinê, ferman dikir: “Naxwazim, ez têr im.”»

Gava Ebdulmuttelib radiza û gava di odeya xwe de bi tenê bû, destûr nedida ku ji Wî pê ve kesek bikeve ba wî. Bi şefqet Ew dida ber sînga xwe, miz dida û gotin û tevgerên Wî gelek li xweşa wî diçûn. Li ser sifreyê Ew dida ba xwe, li ser çoka xwe dida rûniştandin, ya herî baş û herî bitam a xwarinê didayê û heta Ew nehata li ser sifreyê rûnedinişt. Derbarê Wî de gelek xewn dîtin û bû şahidê gelek bûyeran.

Carekê li Mekkeyê hişkesalî û xela çêbûbû. Ebdulmuttelib li ser xewneke ku dîtibû bi destê Muhemmed eleyhisselam girt, derket Çiyayê Ebû Qubeys û dua kir: «Allahê min, ji bo xatirê vî zarokî me bi baraneke bibereket şa bike.» Duaya wî hat qebûlkirin û barana boş barî. Şairên wî zemanî li ser vê bûyerê şiîr nivîsîbûn û ew anîbû ziman.

Rahibê necranî

Rojekê Ebdulmuttelib li ba Kabeyê rûniştî bû; rahibekî necranî hatibû ba wî û dest bi axaftinê kiribû. Di navê de got: «Me xwendiye ku sifetên pêxemberê ku wê ji kurên Îsmaîl herî dawî bê di kitêban de nivîsî ne. Ev der, yanî Mekke, cihê wîladeta Wî ye. Sifetên Wî wiha û wiha ne!» û dest pê kir ku yek bi yek bijmêre. Di wê navê de Pêxemberê me yê delal hatibû ba wan. Rahibê necranî dest pê kir ku bi baldarî li Wî binêre, paşê nêzîk bû, li çav, pişt û lingên Wî nêrî û bi heyecan got:

«Cenabê Heq wê te ji pûtan û ji pûtperestiyê biparêze, ku bi milletan re dom kirine û hatine» Amîne Xatûn

«Va ye, Ew ev e. Ma ev zarok ji nijada te ye?» Gava Ebdulmuttelib got: «Kurê min e!», rahibê necranî got: «Li gorî ku me di kitêban de xwendiye, divê bavê Wî ne sax be!» Ebdulmuttelib got: «Ew kurê kurê min e. Bavê Wî hîn berî ku Ew were dinyayê, gava diya Wî bihemil bû, miribû.» Rahib got: «Niha te rast got.» Li ser vê yekê Ebdulmuttelib ji kurên xwe re got: «Tiştê ku derbarê kurê birayê we de tê gotin bibihîzin, çavê we li ser Wî be û baş biparêzin.»

Wefata bapîrê Wî yê mubarek

Gava Ebdulmuttelib nêzîkî wefatê bû, kurên xwe civandin û got: «Êdî wextê min hat ku ez ji dinyayê koçî axretê bikim. Tekane xema min ev sêwî ye. Xwezî temenê min dirêj bûya û min ev xizmet bi hezkirin bidomanda. Lê çi ji dest tê? Emir wê wefa neke. Niha dil û zimanê min bi agirê vê hesretê dişewitin. Ez dixwazim vî libê durrê bi emanetî bidim yekî ji we. Gelo kî ji we wê bi layiqî heqên Wî biparêze û di xizmetê de kêmasiyê neke?» Ebû Leheb çû ser çokan û got: «Ey mezinê ereban! Eger kesek di dilê te de hebe ku tu vî emanetî bidiyê, çi baş; an na ez ê vê xizmetê bikim.» Ebdulmuttelib jê re got: «Malê te pir e. Lê tu dilhişk î û merhemeta te hindik e. Dilê sêwî jî birîndar û nazik e. Zû dişikê.» Hinek ji zarokên din jî eynî daxwaz dubare kir. Ebdulmuttelib xisletên her yekî gotin û qebûl nekir. Gava dor hat Ebû Talib, got: «Ez ji hemûyan bêtir vê dixwazim. Lê heta mezinên min hebûn, ne munasib bû ku ez derkevim pêş. Malê min hindik e, lê sedaqeta min ji ya birayên min zêdetir e.» Ebdulmuttelib jî got: «Tu rast dibêjî. Yê ku layiqî vê xizmetê ye tu yî. Lê ez di her karî de bi Wî dişêwirim û li gorî daxwaza Wî dikim. Her car jî digihîjim netîceya rast. Bila ez di vê meseleyê de jî bi Wî bişêwirim. Ew kîjan ji we bibijêre, qebûla min jî ew e.»

Paşê berê xwe da Pêxemberê me yê delal û pirsî: «Ey nûra çavên min! Ez bi hesreta te berê xwe didim axretê. Tu ji van apên xwe kîjanî dibijêrî?»

Mezinê me Pêxember di wê gavê de rabû, xwe avêt stûyê Ebû Talib û li ser çoka wî rûnişt. Hingê dilê Ebdulmuttelib gelek fireh bû û got: «Hemd ji Allah teala re be. Ya ku min jî dixwest ev bû.» Paşê berê xwe da Ebû Talib û pirsî: «Ey Ebû Talib! Vî libê durrê şefqeta dê û bavan nedîtiye. Li gorî vê lê binêre û li ser Wî bilerize. Ez te di ser zarokên xwe yên din re dibînim. Min ev emanetê mezin û pir biqîmet spart te. Çimkî tu û bavê Wî ji yek dayikê ne. Wî wek nefsa xwe biparêze. Ma te ev wesiyeta min qebûl kir?» Ebû Talib bersiv da: «Min qebûl kir.» Li ser vê yekê Ebdulmuttelib Pêxemberê me yê delal hembêz kir, ser û rûyê Wî yê mubarek maç kirin û bêhn kir. Paşê got: «Hûn hemû şahid bin ku min ji vê xweştir bêhnek bêhn nekiriye û ji vî rûyî xweşiktir rûyek nedîtiye.»9

Di bin himayeya Ebû Talib de

Piştî wefata bapîrê xwe, Mezinê Kaînatê sellellahû eleyhî we sellem ji heşt saliya xwe pê ve li ba apê xwe Ebû Talib ma û di bin himayeya wî de mezin bû. Wê demê Ebû Talib jî, wek bavê xwe Ebdulmuttelib, li Mekkeyê ji giregirên Qureyşê bû; zatekî hezkirî û xwedî hurmet bû ku gotina wî dihat guhdarîkirin. Wî jî hezkirin û şefqeteke mezin nîşanî Mezinê me Pêxember da. Ji zarokên xwe bêtir ji Wî hez dikir; heta Ew nedaya ba xwe ranediza, nediçû tu derê û digot: «Tu pir bixêr î, pir mubarek î!» Heta Wî destê xwe dirêj nekira dest bi xwarinê nedikir; dixwest ku pêşî Ew dest pê bike. Carinan jî ji Wî re sifreyeke cuda dida danîn. Serê sibê gava hişyar dibû, dihat dîtin ku rûyê Wî wek heyvê dibiriqe û por şekirî ye. Malê Ebû Talib ne zêde bû, malbata wî jî qelebalix bû. Piştî ku Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem girt bin himayeya xwe, gihîşt bolahî û bereketê. Gava ji ber hişkesaliya ku li Mekkeyê çêbû xelk ket tengasiyê, Ebû Talib Ew bir ba Kabeyê û dua kir. Bi bereketa Wî barana boş barî. Ji hişkesalî û xelayê xelas bûn.10

Ji nijada Alê Xalib pêxemberek wê derkeve,
wê di navbera Zemzem û Hecer de bisekine.
Bi hemû xelkê bajêr re alîkariya Wî bikin,
gelî Benî Amir, seadet wê di alîkariya Wî de be.

«Êdî wextê min hat ku ez ji dinyayê koçî axretê bikim. Tekane xema min ev sêwî ye. Xwezî temenê min dirêj bûya û min ev xizmet bi hezkirin bidomanda. Lê çi ji dest tê? Emir wê wefa neke. Niha dil û zimanê min bi agirê vê hesretê dişewitin» Ebdulmuttelib

Rêwîtiya Mekke–Busra

Rahib Behîra

Gava Pêxemberê me yê delal li dora dozdeh salî bû, rojekê dît ku Ebû Talib ji bo bazirganiyê xwe ji seferê re amade dike. Gava fêm kir ku naxwaze Wî bi xwe re bibe, xemgîn bû û ji Ebû Talib re ferman kir: «Tu min li vî bajarî ji kê re dihêlî û diçî? Ne bavê min heye, ne jî kesekî ku dilê wî bi min bişewite!…» Vê gotinê gelek tesîr li Ebû Talib kir. Biryar da ku Wî jî bi xwe re bibe. Karwanê bazirganiyê piştî rêwîtiyeke dirêj li Busrayê, li nêzîkî dêreke xiristiyanan bar danî.11

Di vê dêrê de rahibek bi navê Behîra dima. Ev rahibê zana berê ji alimên cihûyan bû, paşê bûbû xiristiyan; li ba wî kitêbek hebû ku dest bi dest dihat û dihat veşartin, û bersiva pirsan ji wê dida. Karwanê Qureyşê di salên berê de gelek caran di vir re hatibû û çûbû, lê wî qet guh nedabûyê. Her sibe derdiket ser banê dêrê, li wî aliyê ku karwan jê dihatin dinêrî û mîna yekî ku li tiştekî digere bi meraq li benda tiştekî bû. Vê carê halek bi rahib Behîra hatibû; bi heyecan veciniqîbû û ji cihê xwe pekiyabû. Çimkî gava karwanê Qureyşê ji dûr ve xuya bû, pê hesiyabû ku li ser wî ewrek jî bi wan re tê. Vî ewrî sî dida ser Mezinê me Pêxember. Gava karwan bar danî, Behîra dît ku çiqilên wê dara ku Mezinê me Hebîbê Ekrem li binê wê rûnişt jî bi ser Wî de xwar bûn û hîn bêtir bi heyecan ket. Yekser da ku sifre bên danîn. Paşê mirovek şand û hemû kesên di karwanê Qureyşê de vexwendin xwarinê. Yên di karwên de Pêxemberê me yê delal li ba malê xwe hişt û çûn ba rahib. Behîra bi baldarî li yên hatî nêrî û pirsî: «Gelî Qureyşiyan, ma di nav we de kesek heye ku nehatibe xwarinê?» Gotin: «Belê, kesek heye.» Çimkî digel ku qureyşî hatibûn, ewr hîn li wir bû. Gava ev dît, fêm kiribû ku kesek li ba karwên maye. Rahib Behîra bi israr xwest ku Ew jî bê. Hema ku hat, dest pê kir ku bi baldarî lê binêre û lê hûr bibe. Ji Ebû Talib pirsî: «Ma ev zarok ji nijada te ye?» Gava Ebû Talib got: «Kurê min e», Behîra got: «Di kitêban de nivîsî ye ku bavê vî zarokî wê ne sax be; ew ne kurê te ye.» Vê carê Ebû Talib bersiv da: «Ew kurê birayê min e.» Li ser pirsa Behîra «Bavê Wî çi bû?» jî got: «Bavê wî nêzîkî hatina wî ya dinyayê mir.» Behîra got: «Te rast got. Diya Wî çi bû?» Bersiv da: «Ew jî mir.» Li hember van Behîra got: «Te rast got», berê xwe da Mezinê me Pêxember û bi navê pûtan sond dayê. Pêxemberê me yê delal ji Behîra re ferman kir: «Bi navê pûtan sond nede min. Li dinyayê ji bo min ji wan mezintir dijmin tune ye. Ez ji wan nefret dikim.»

Vê carê Behîra bi navê Allah teala sond dayê û pirsî: «Ma tu radizî?» Ferman kir: «Çavên min radizên, lê dilê min ranazê.»

Behîra hîn gelek pirs kirin û bersivên wan girtin. Bersivên ku girtin tam li gorî wan kitêban bûn ku berê xwendibûn. Paşê li çavên mubarek ên Pêxemberê me yê delal nêrî û ji Ebû Talib pirsî:

«Ez şahidiyê dikim ku tu Resûlê Allah teala yî!.. Va ye Mezinê Aleman… Va ye Resûlê Rebbê aleman… Va ye ew Pêxemberê mezin ê ku Allah teala ji aleman re rehmet şandiye!» Rahib Behîra

«Ma ev sorahî her tim di çavên Wî yên mubarek de ye?»

Wî jî bersiv da: «Belê, me nedîtiye ku çûbe.»

Gava Behîra dît ku ev nîşan jî li hev tê, ji bo ku dilê wî bigihîje yeqînê xwest mohra nubuwwetê bibîne. Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem ji edeba xwe nexwest pişta xwe ya mubarek veke.

Hingê Ebû Talib got: «Ey nûra çavên min! Vê daxwaza wî jî bi cih bîne!» Li ser vê yekê pişta xwe ya mubarek vekir. Behîra têr li Mohra Nubuwwetê bi hemû xweşikiya wê temaşe kir. Bi heyecan maç kir û hêstir wek lehiyê ji çavên wî herikîn. Paşê got:

«Ez şahidiyê dikim ku tu Resûlê Allah teala yî!» Dengê xwe hîn bêtir bilind kir û got: «Va ye Mezinê Aleman… Va ye Resûlê Rebbê aleman… Va ye ew Pêxemberê mezin ê ku Allah teala ji aleman re rehmet şandiye…»

Qureyşiyên li wir heyirî man û got: «Qîmeta Muhemmed li ba vî rahibî çiqas zêde ye!»

Behîra berê xwe da Ebû Talib û got:

«Ev yê dawî û yê herî bişeref ê pêxemberan e. Dînê vî wê li hemû rûyê erdê belav bibe û dînên kevn nesx bike. Vî zarokî nebe Şamê. Çimkî Benî Îsraîl dijminê Wî ne. Ez ditirsim ku zirarekê bidin bedena Wî ya mubarek. Derbarê vî de gelek ehd û mîsaq çêbûne.»

Ebû Talib pirsî:

«Ev ehd û mîsaq çi ne?» Behîra bersiv da:

«Allah teala ji hemû pêxemberan, herî dawî jî ji Îsa eleyhisselam soz girtiye ku ji ummetên xwe re ragihînin ku pêxemberê axirzemanê wê bê.»

Li ser van gotinên Behîra Ebû Talib dev ji çûna Şamê berda. Malê xwe li Busrayê firot û vegeriya Mekkeyê.12 Tiştên ku ji Behîra bihîstibûn heta dawiya emrê Ebû Talib di guhên wî de olan da. Hîn bêtir ji Mezinê me Pêxember hez kir. Heta mir Ew parast û di her karî de alîkariya Wî kir.

Çûna Wî ya Yemenê bi apê xwe Zubeyr re

Pêxemberê me yê delal, ku bi her halê xwe xwediyê fezîlet û xweşikiyan û însanekî mustesna bû, mezin bûbû û ketibû hevdeh saliya xwe. Di wê navê de apê Wî Zubeyr, ku ji bo bazirganiyê diçû Yemenê, Ew jî bi xwe re bir, da ku bazirganiya wî bibereket be. Di vê seferê de jî gelek halên Wî yên harîqulade hatin dîtin. Gava vegeriyan Mekkeyê, ev hal hatin vegotin û di nav qebîleya Qureyşê de êdî dihat gotin: «Şanê vî wê pir bilind be.»13