Pêxemberê Min ê Delal

EZIYET, ÎŞKENCE Û ZULM

Giregirên muşrikên Qureyşê êdî gava Mezinê me Pêxember bi tenê didîtin, êrîşî Wî dikirin, radibûn ku heqaretê lê bikin, heta lê bixin jî. Dev ji îşkencekirina eshaban jî bernedidan. Rojekê giregirên muşrikên Qureyşê li kêleka Kabeya Şerîf rûniştibûn. Dest bi behsa Mezinê me Pêxember kirin û wiha dipeyivîn: «Me li ber tu tiştî ewqas sebir nekiriye, çiqas me li ber Wî kiriye. Ji me re dibêje hûn sefîh in, îlahên me biçûk dixe û xerab dike, eyban li dînê me digire, cemaeta me ji hev vediqetîne; em dîsa jî sebir dikin û tiştekî nabêjin.» Di wê gavê de Hebîbê Ekrem hat ziyareta Kabeyê. Hecerul-Eswed maç kir û dest bi tewafê kir. Gava di ber wan re derbas dibû, muşrikan dest bi gotinên tijî heqaret kir û ew avêtin Mezinê me Pêxember. Dilê Mezinê me Resûlûllah bi vê yekê gelek êşiya, lê tiştek negot û tewafa xwe domand. Cara sêyem ku di ber wan re derbas dibû, sekinî û ferman kir: «Ey Qureyş! Li min guhdarî bikin! Bi Allah teala, ku canê min di destê qudreta Wî de ye, sond dixwim: ji min re hatiye ragihandin ku hûn ê perîşan bibin…»

Muşrikên li wir şaş man ku çi bikin û di ciyê xwe de hişk bûn. Yek gotin jî ji devê wan derneket. Tenê Ebû Cehl hat huzûra Mezinê me Resûlûllah û dest bi lavayê kir: «Ey Ebul-Qasim! Tu ne biyanî yî. Li tevgera me ya hov nenêre, îbadeta xwe bidomîne. Tu ne ewqas cahil î ku bi ya me bikî.» Li ser vê yekê Muhemmed eleyhisselam ji wir çû. Roja din muşrik li eynî cihî civiyabûn. Li dijî Mezinê me Pêxember çi hat ber devê wan, dest bi gotinê kir. Di wê navê de Mezinê me Resûlûllah ew der bi hatina xwe şerefdar kir. Muşrikan yekser êrîşî Hebîbê Allah teala kir. Uqbe bin Mueyt, ku yek ji yên herî bedbext ên nav wan bû, bi pêsîra mubarek a Pêxemberê me yê delal girt. Stûyê Wî yê mubarek ewqas guvaşt ku nikaribû bêhnê bistîne. Hezretê Ebûbekr di wê gavê de gihîşt wir; kir qîrîn: «Ma hûn ê mirovekî bikujin ku dibêje “Rebbê min Allah e”? Wî ji Rebbê aleman ji we re ayet anîne!…» û ji bo parastina Resûlûllah xwe avêt nav wan. Muşrikan dev ji Hebîbullah berda û êrîşî Ebûbekrê Siddîq kir. Kulm û pehîn li serê wî yê mubarek dixistin. Bedbextê bi navê Utbe bin Rebîe bi solên xwe li rûyê mubarek ê Hezretê Ebûbekr xist û ew di nav xwînê de hişt. Ew anî halekî ku nedihat naskirin. Eger kurên Teym negihîştana û ew ji hev nekirana, wê heta bikuştana lê bixistana. Yên ji qebîleya wî Hezretê Ebûbekr, ku bêhal û perîşan bûbû, xist nav çarşefekê û bir mala wî. Yekser vegeriyan, hatin Kabeyê û got: «Eger Ebûbekr bimire, sond be ku em ê jî Utbe bisekitînin!» Paşê çûn ba Hezretê Ebûbekr.1 Hezretê Ebûbekr demeke dirêj bi ser hişê xwe ve nehat.

Bavê wî û Benî Teym gelek xebitîn ku ew bi ser hişê xwe ve bê. Tenê ber bi êvarê ve hişê wî hat serê wî. Hema ku çavên xwe vekirin, bi dengekî şikestî bi zorê karibû bibêje: «Resûlûllah çi dike? Ew di çi halî de ye? Zimanê xwe dirêjî Wî jî kiribûn, heqaret lê kiribûn.» Ji diya wî Ummul-Xeyrê re got: «Ka bipirse, gelo tiştekî dixwe an vedixwe?» Qet taqeta Ebûbekrê Siddîq tunebû. Nedixwest tiştekî bixwe û vexwe jî. Gava mal vala bû, diya wî pirsî: «Tu çi dixwî, çi vedixwî?» Çavên xwe vekirin û ne li êş û jana xwe, lê li halê Wî pirsî ku ji canê xwe bêtir jê hez dikir: «Resûlûllah di çi halî de ye, çi dike?»

«Ey Qureyş! Li min guhdarî bikin! Bi Allah teala, ku canê min di destê qudreta Wî de ye, sond dixwim: ji min re hatiye ragihandin ku hûn ê perîşan bibin» Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam

Diya wî bersiv da: «Wellahî, haya min qet ji hevalê te tune!» Hezretê Ebûbekr jî got: «Here ba Ummu Cemîla keça Xettab, Resûlûllah ji wê bipirse!»

Ummu Cemîl xwişka Hezretê Umer bû û bûbû misliman. Diya wî Ummul-Xeyr rabû, çû ba Ummu Cemîlê û got: «Kurê min Ebûbekr Muhemmed eleyhisselam ji te dipirse. Gelo di çi halî de ye?» Ummu Cemîlê got: «Haya min ne ji Muhemmed eleyhisselam heye, ne jî ji Ebûbekr! Eger tu bixwazî, em bi hev re herin?» Gava Ummul-Xeyrê got «Baş e», rabûn û hatin ba Hezretê Ebûbekr. Ummu Cemîlê gava Ebûbekrê Siddîq wiha perîşan, di nav birîn û şînahiyan de dît, xwe negirt, kir qîrîn û got: «Qewmekî ku ev bi serê te kiribe, bêguman har û ji rê derketî ye. Ez ji Allah teala dixwazim ku ew berdêla kirinên xwe bibînin.» Hezretê Ebûbekr ji Ummu Cemîlê pirsî: «Resûlûllah çi dike, di çi halî de ye?» Ummu Cemîlê jê re got: «Diya te li vir e, wê gotina min bibihîze.» Hezretê Ebûbekr wiha ferman kir: «Ji wê zirar nagihîje te, sirra te belav nake.» Ummu Cemîlê got: «Sax e, halê Wî baş e.» Dîsa pirsî: «Niha Ew li ku ye?» Ummu Cemîlê bersiv da: «Li mala Erqem e.» Hezretê Ebûbekr got: «Wellahî, heta ku ez neçim Resûlûllah nebînim, ez ne xwarinê dixwim, ne jî tiştekî vedixwim!» Diya wî got: «Tu niha hinekî bisekine! Bila her kes bikeve xewê, hingê em ê herin.»

Gava her kes raza û der û dor xalî bû, Hezretê Ebûbekr xwe spart diya xwe û Ummu Cemîlê û hêdî hêdî gihîşt ba Resûlûllah. Xwe avêt stûyê Wî û maç kir. Bi birayên xwe yên misliman re hev hembêz kir. Ev halê Hezretê Ebûbekr dilê Mezinê me Pêxember gelek êşand. Hezretê Ebûbekr erz kir: «Ya Resûlellah! Dê û bavê min bi qurbana te bin! Ji bilî wê ku wî zilamê har rû û çavên min li erdê gerandin û ez anîm halekî ku nayêm naskirin, tu xema min tune! Ev a li ba min jî diya min Selma ye, ya ku ez anîme dinyayê. Ez lava dikim ku tu jê re dua bikî. Hêvî ew e ku Allah teala bi hurmeta te wê ji agirê Cehennemê xelas bike.» Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal ji Allah teala lava kir ku Selma bibe misliman. Duaya Mezinê me Resûlûllah qebûl bûbû. Bi vî awayî Ummul-Xeyr jî gihîşt hîdayetê, bû misliman û gihîşt wê şerefê ku di nav mislimanên pêşî de be.

Destên Ebû Leheb ziwa bibin

Mala Mezinê me Pêxember di navbera malên du muşrikên har de bû: Ebû Leheb û Uqbe bin Mueyt. Ev di her firsendê de dixebitîn ku eziyetê bidin Pêxemberê me yê delal. Heta bi şev ûrên heywanan davêtin ber deriyê Mezinê me Resûlûllah. Apê Wî Ebû Leheb bi vê jî têr nedibû; ji mala cîranê xwe Ediy kevir davêtin Wî û eziyet didayê.

Jina wî Ummu Cemîl jî ne kêmî wî bû; çiqlên daran ên bistirî berhev dikirin û dirijandin ser wan riyên ku Resûlûllah wê tê re derbas bibûya, da ku di lingên Wî yên mubarek re herin. Rojekê Ebû Leheb pîsiya ku anîbû dirijand ber deriyê Mezinê me Pêxember; Hezretê Hemze ew dît. Yekser baz da, birayê xwe Ebû Leheb girt û pîsiya ku anîbû bi serê wî de kir.

Piştî van eziyetên Ebû Leheb û jina wî, di heqê wan de Sûreyê Tebbet nazil bû, ku wiha dest pê dike: «Destên Ebû Leheb ziwa bibin, jixwe ziwa jî bûn…» Jina Ebû Leheb Ummu Cemîlê gava bihîst ku di heqê wan de sûreyek daketiye, li Mezinê me Pêxember geriya. Gava hîn bû ku li Kabeyê ye, kevirekî mezin girt destê xwe û çû wir. Hezretê Ebûbekr di wê gavê de bi sohbeta Pêxemberê me şerefdar dibû.

Gava Ummu Cemîl kevir di destê wê de dît, got: «Ya Resûlellah! Ummu Cemîl tê. Jineke gelek bişerr e; ez ditirsim ku zirarê bide te. Xwezî te xwe bida aliyekî, da ku eziyet negihîje te.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ew nikare min bibîne.» Ummu Cemîl hat, li ber serê Hezretê Ebûbekr sekinî û gotinên nizm gotin: «Ey Ebûbekr! Zû bibêje, ka ew hevalê te li ku ye! Wî ez û mêrê min hîcw kirine û em xerab kirine. Eger Ew şair be, ez jî şair im, mêrê min jî. Va ye ez jî Wî hîcw dikim. Em li dijî Wî serî hildidin, pêxembertiya Wî qebûl nakin û ji dînê Wî jî hez nakin. Ez sond dixwim, eger min Ew bidîta, min ê ev kevir li serê Wî bixista…» Hezretê Ebûbekr wiha ferman kir: «Hevalê min ne şair e û tu hîcw nekiriyî.» Li ser vê Ummu Cemîlê da rê û çû. Hezretê Ebûbekr li Mezinê me Pêxember zivirî û pirsî: «Ya Resûlellah! Ma wê tu nedîtî?» Ferman kir: «Wê ez nedîtim. Allah teala çavên wê wisa kirin ku nikaribin min bibînin.»2

Ji keçên mubarek ên Mezinê me Pêxember Hezreta Ummu Gulsûm dergistiya Uteybeyê kurê Ebû Leheb, Hezreta Ruqeyye jî dergistiya kurê wî yê din Utbe bû; hîn nezewicîbûn.

Gava Sûreyê Tebbet nazil bû, Ebû Lehebê cehennemî, jina wî û giregirên Qureyşê teklîf li Utbe û Uteybe kir: «We keçên Wî xwestin û barê Wî sivik kir. Keçan berdin, da ku bikeve zehmetê. Ji Qureyşê hûn kîjan keçê bixwazin, em ê ji we re bixwazin.» Wan jî got: «Baş e, me berdan.» Nemerdê bi navê Uteybe hîn pêşdetir çû; hat huzûra şerîf a Pêxemberê me (sellellahû teala eleyhî we sellem) û heqaret kir: «Ya Muhemmed! Ez ne te nas dikim, ne jî dînê te. Min keça te jî berda. Êdî ne tu ji min hez bike, ne jî ez ji te! Ne tu were ba min, ne jî ez têm ba te!…» Paşê êrîşî Pêxemberê me yê delal kir û bi pêsîra Wî ya mubarek girt. Kirasê Wî çirand û heqaret lê kir. Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal nifir lê kir û ferman kir: «Ya Rebbî! Yekî ji dirindeyên xwe berde ser vî!» Uteybeyê bedbext çû ba bavê xwe û tiştên qewimî jê re gotin. Ebû Leheb got: «Ez ji duaya Muhemmed a li ser kurê xwe ditirsim.» Piştî çend rojan Ebû Leheb kurê xwe Uteybe ji bo ticaretê şand Şamê. Karwan li cihekî bi navê Zerqa danîbû ku şevê lê derbas bike. Şêrekî li wê derdorê dest bi gerê kir. Uteybe hema ku ev hal dît, got: «Wey li min! Ez sond dixwim ku nifira Muhemmed (eleyhisselam) qebûl bû. Ev şêr wê min bixwe! Ew li Mekkeyê be jî, qatilê min e.» Şêr piştî bîskekê winda bû. Uteybe li cihekî bilind dan razandin. Bi şev şêr dîsa hat. Yên di karwan de yek bi yek bêhn kirin û gihîşt ba Uteybe. Xwe avêt ser wî, zikê wî çirand, serê wî girt, bi awayekî dijwar gez kir û karê wî qedand. Uteybe bi qîrîn û hawar can da û digot: «Ma min ji we re negotibû ku Muhemmed di nav mirovan de yê herî rastgo ye?» Ebû Leheb jî gava bihîst ku şêrekî kurê wî perçe kiriye, giriya û got: «Ma min ji we re negotibû ku ez ji duaya Muhemmed a li ser kurê xwe ditirsim?»3

«Destên Ebû Leheb ziwa bibin (helak bibe), jixwe ziwa jî bûn. Ne malê wî (yê ku ji bavê wî mîras mabû), ne jî tiştê ku qezenc kiribû feyde dayê. Ew ê bikeve agirekî bipêt; jina wî jî, barhilgira êzingan, wê bikevê, werîsekî badayî di stûyê wê de» Tebbet: 1–5

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) mirov gazî seadeta ebedî dikirin, ew dawetî hebûn û yekîtiya Allah teala dikirin û dixebitî ku di Cehennemê de neşewitin. Muşrikan jî digot «Dînê bavên me ev e» û pûtperestiya xwe didomand. Mezinê me Pêxember ew dawet dikirin ku wek mirovan bijîn, xwedî heysiyet û şeref bin, ji bêqîmetiyê xelas bibin û derkevin meqamên bilind û ulwî. Ew jî li ser înada xwe diman. Yê li pêşiya wan kesên ku heqaret û eziyet dikirin Ebû Leheb bû. Tim li pey Resûlûllah bû; dixebitî ku mirovan ji guhdarîkirina Wî vegerîne û şikê bixe serê wan. Li ciyên civînê û li bazaran gava Mezinê me Resûlûllah ferman dikir: «Gelî mirovan! Bibêjin “La îlahe îllallah”, da ku hûn xelas bibin!», ew yekser li pey Wî digihîşt û digot: «Gelî mirovan! Ev ê ku dipeyive biraziyê min e. Nebe ku hûn bi gotina Wî bawer bikin. Ji Wî dûr bisekinin!»

Rojekê Muhemmed eleyhisselam li Kabeya Şerîf nimêj dikir. Komeke muşrikan a heft kesî, ku ji giregirên Qureyşê Ebû Cehl, Şeybe bin Rebîe, Utbe bin Rebîe û Uqbe bin Ebî Mueyt tê de bûn, hat û li cihekî nêzîkî Resûlûllah rûnişt. Li wê derdorê ûr û bermayiyên deveyeke ku rojek berê hatibû serjêkirin hebûn. Ebû Cehlê nemerd li yên li ba xwe zivirî û teklîfeke kirêt kir: «Ji we kî wê vî ûrê deveyê bîne û gava Muhemmed here secdeyê, deyne nav herdu milên wî?» Uqbe bin Ebî Mueyt, ku di nav yên li wir de yê herî zalim, yê herî xedar, yê herî bêrehm û yê herî bedbext bû, got «Ez ê bikim» û yekser rabû. Ûr bi tiştên tê de ve, dema Pêxemberê me di secdeyê de bû, danî ser milên Wî yên mubarek. Muşrikên ku li vê temaşe dikir dest bi kenê kir û ji kenan diqelibîn. Mezinê me Pêxember secdeya xwe dirêj dikir û serê xwe yê mubarek ranedikir. Di wê navê de ji Eshabê Kîram Ebdullah bin Mes’ûd ev rewş dît. Wî ev bûyer wiha vegotiye:

«Gava min Resûlûllah di wî halî de dît, xwîn pekiya serê min. Lê qewmekî min, qebîleyeke min tunebû ku min ji destê muşrikan biparêze. Ez bêkes bûm, bêhêz bûm. Di wê gavê de hêza min têra axaftinê jî nedikir. Ez li ser piyan sekinîbûm û min bi xemeke mezin li Resûlûllah dinêrî.

Xwezî wê demê hêzeke min an parêzvanekî min hebûya ku min ji muşrikan biparasta, min ê jî tiştên ku danîbûn ser milê mubarek ê Resûl eleyhisselam rakirana û bavêtana. Ez wisa li bendê bûm; di wê navê de xeber gihandin Hezreta Fatîma, keça Resûlûllah. Hingê Fatîma biçûk bû. Bi bez hat, tiştên li ser bavê xwe avêtin. Nifir li yên ku ev kiribûn kir, gotinên giran ji wan re gotin. Mezinê me Resûlûllah, mîna ku tiştek nebûbe, nimêja xwe temam kir û paşê sê caran ferman kir:

“Allahê min! Ez vê koma ji Qureyşê hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Ebû Cehl Emr bin Hîşam hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Utbe bin Rebîe hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Şeybe bin Rebîe hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Uqbe bin Mueyt hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Umeyye bin Xelef hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Welîd bin Utbe hewaleyî Te dikim! Allahê min! Ez Umare bin Welîd hewaleyî Te dikim!”

Muşrikên ku ev nifir bihîstin dev ji ken berda. Tirs kete dilê wan. Çimkî bawer dikir ku duaya li Beytullahê tê kirin qebûl dibe. Mezinê me Resûlûllah ji Ebû Cehl re ferman kir: “Wellahî, an tu yê dev ji vê berdî, an jî Allah teala wê felaketekê bi serê te de bîne.” Ez bi Allah teala sond dixwim, min dît ku ev kesên Resûlûllah navên wan gotibûn, her yek ji wan di şerê Bedrê de hat kuştin û li erdê hat raxistin, û cendekên wan ên ku ji germê genî bûbûn di çala Bedrê de hatin dagirtin.»

Rojekê Ebû Cehl li Beytullahê ji muşrikên Qureyşî re got: «Gelî Qureyşiyan! Hûn dibînin ku Muhemmed dev jê bernade: eyban li dînê me digire, zimanê xwe dirêjî pûtên me û bavên me yên ku ji wan re îbadet dikin dike û me bêaqil dihesibîne. Ez li ber we sond dixwim û dibêjim: sibe gava were vir, nimêj bike û here secdeyê, ez ê kevirekî ku ez bi zorê hildigirim bi hêz li serê Wî bixim. Hingê hûn dixwazin min li hemberî Benî Ebdulmuttelib biparêzin, dixwazin neparêzin. Piştî ku min Ew kuşt, bila xizmên Wî çi dixwazin bi min bikin…» Muşrikên li wir ew han da û got: «Em sond dixwin ku em ê te hem biparêzin, hem jî te nadin destê tu kesî. Tenê tu Wî bikuje!» Sibehê Ebû Cehl kevirekî pir mezin di dest de hat Kabeyê. Li ba muşrikan rûnişt û li bendê ma. Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) wek her car hat Beytullahê û dest bi nimêjê kir. Ebû Cehl ji ciyê xwe rabû û ber bi Resûlûllah ve meşiya, da ku wî kevirê mezin ê di destê xwe de lê bixe. Hemû muşrik bi heyecan li bûyerê dinêrîn. Ebû Cehl gava nêzîkî Resûlûllah bû, ji nişka ve lerizî. Kevirê mezin ji destê wî ket erdê, rengê wî bû wek xweliyê û bi tirseke mezin paşve kişiya. Muşrik bi heyret çûn ba Ebû Cehl û pirsî: «Ey Emr bin Hîşam! Bibêje, çi bû?» Ebû Cehl got: «Tam gava min kevir rakir ku Wî bikujim, deveyeke har derket pêşiya min. Ez sond dixwim, di temenê xwe de min deveyeke wisa lingbilind, diranatûj û biheybet ne dîtiye, ne jî bihîstiye. Eger ez hinekî din nêzîk bibûma, wê bêguman ez bikuştama.» Dîsa rojekê Ebû Cehl muşrik civandin û pirsî: «Ma sêwiyê Ebdullah li vir nimêj dike û rûyê xwe di axê dide?» Wan jî got: «Erê.» Ebû Cehl, ku jixwe li benda vê gotinê bû, got: «Eger ez Wî wisa bibînim, ez ê serê Wî bi lingê xwe biperçiqînim.» Rojekê Mezinê pêxemberan li Kabeyê li ser nimêjê bû. Ebû Cehl jî bi hevalên xwe re rûniştibû. Ji ciyê xwe rabû û ber bi Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ve meşiya. Baş nêzîk bû. Lê ji nişka ve destê xwe di rûyê xwe da û baz da. Muşrik çûn ba wî û got: «Çi bû, ev çi halê te ye?» Ebû Cehl bersiv da: «Di navbera me de çalek ji agir çêbû. Gava min dît ku hin kes êrîşî min dikin, ez vegeriyam.» Giregirên muşrikan ên wek Welîd bin Muxîre, Ebû Cehl (Emr bin Hîşam), Eswed bin Muttelib, Umeyye bin Xelef, Eswed bin Ebdiyexûs, As bin Wail û Haris bin Qeys, her ku Resûlûllah didîtin, tinazên xwe pê dikirin û digot: «Ev jî guman dike ku pêxember e û Cebraîl tê ba wî.» Rojeke ku Hebîbê Ekrem ji ber vê yekê gelek xemgîn bû, Cebraîl eleyhisselam hat û hinek ayetên kerîme anîn. Allah teala bi mealî wiha ferman dike:

«(Ey Resûlê Min!) Sond be, bi pêxemberên ku berî te hatin şandin jî tinaz hat kirin. Yên ku tinaz û henekên xwe bi wan dikirin (bi pêxemberan), di berdêla tinazên wan de bela û ezabê ji her alî ve dora wan girt.»4 «Bêguman Em li hemberî yên ku tinazên xwe bi te dikin bes in. Ew ew kes in ku bi Allah teala re îlahekî din nas dikin. Ew ê di nêzîk de bizanin (ka wê çi bê serê wan). Bi rastî Em dizanin ku ji ber gotinên wan (ji ber ku şirkê dikin, zimanê xwe dirêjî Qur’ana Kerîm dikin û gotinên bi tinaz ji te re dibêjin) sînga te teng dibe, dilê te diguvişe.»5

«Ey Ebû Cehl! Wellahî, an tu yê dev ji vê berdî, an jî Allah teala wê felaketekê bi serê te de bîne» Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam

Rojekê Sultanê Kaînatê Kabeya Muezzeme tewaf dikir; Cebraîl eleyhisselam hat û got: «Min emir girtiye ku ez ji heqê wan (yên ku tinazan dikin) bêm.» Piştî bîskekê Welîd bin Muxîre di ber wan re derbas bû. Cebraîl eleyhisselam pirsî: «Ev ê ku derbas dibe kesekî çawa ye?» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ew yek ji evdên herî xerab ên Allah teala ye.» Cebraîl eleyhisselam îşaretî çîma Welîd kir û got: «Ez ji heqê wî hatim.» Piştî bîskekê As bin Wail derbas dibû. Ew jî pirsî; gava eynî bersiv girt, îşaretî zikê wî kir û got: «Min hedê wî jî pê da zanîn.» Gava Eswed bin Muttelib derbas bû, îşaretî çavê wî kir; gava Ebdiyexûs dît, îşaretî serê wî kir. Dema Haris bin Qeys derbas dibû jî îşaretî zikê wî kir û got: «Ya Muhemmed! Allah teala tu ji şerrê van xelas kirî. Di demeke nêzîk de her yek ji van wê bikeve belayekê.»

Ji van, stiriyek di lingê As bin Wail re çû. Çiqas derman kirin jî, ji derdê wî re çare nedîtin. Dawiyê lingê wî wek stûyê deveyê werimî û bi qîrîna «Allahê Muhemmed ez kuştim» can da.

Çavên Eswed bin Muttelib kor bûn. Cebraîl eleyhisselam serê wî li darê xist û ew helak kir.

Eswed bin Ebdiyexûs li cihekî bû ku jê re Badê Semûm dibêjin; rû û gewdeyê wî reş û tarî bûn. Gava hat mala xwe, ew nas nekirin û ji ber derî qewitandin. Ji kerban serê xwe li deriyê mala xwe xist û xist, heta mir.

Haris bin Qeys jî masiyê şor xwaribû. Tîna wî zêde bû û zêde bû. Çiqas av vexwar jî tîna wî neşikest. Dawiyê teqiya. Perçeyek hesin jî di paqê Welîd bin Muxîre re çû. Birîna wî baş nebû, gelek xwîn jê çû û wî jî bi qîrîna «Allahê Muhemmed ez kuştim» can da.

Bi vî awayî her yekî berdêla kirinên xwe dît. Herwiha bi ayetên kerîme hat ragihandin ku muşrik wê heta hetayê di Cehennemê de bimînin. Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) rojekê rastî Hekem bin Ebul-As hat. Piştî ku ji ba wî çû, Hekem li pişt Mezinê me Resûlûllah tinaz kir: dev, rû û laşê xwe lebitandin.

Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bi nûra nubuwwetê dît ku Hekem çi dike û dua kir ku wisa bimîne; hingê lerzekê laşê wî girt û heta dawiya temenê xwe wisa ma.

Îşkenceyên ku li Eshabê Kîram kirin

Muşrikan ne tenê eziyet dida Mezinê me Pêxember. Îşkence li eshabên Wî yên bişan (radiyellahû anhûm) jî dikirin. Bi taybetî yên xizan û bêkes dibijartin; zext û zulma ku ji destê wan dihat û nedihat aqil û xeyalan, bêyî ku qet xwe bidin paş dikirin. Yên ku herî zêde rastî îşkenceyê dihatin Bilalê Hebeşî, Zinnîre Xatûn, Xebbab bin Eret, Emmar bin Yasir û malbata wî (radiyellahû anhûm ecmeîn) bûn. Hinek ji wan di germa rojê de bi kevirên sorbûyî dax dikirin, hinek birçî û tî dihiştin û bi gotina «Ji dînê Muhemmed vegere» îşkence li wan dikirin. Wan li ber van cefayên ku nayên kişandin sebir dikir û tu carî ji dînê Îslamê venedigeriyan.

Allah yek e, Allah yek e

Hezretê Bilal koleyê muşrikekî bi navê Umeyye bin Xelef bû û bi wasiteya Ebûbekrê Siddîq bûbû misliman. Umeyye ji dozdeh koleyên xwe herî zêde ji Bilal hez dikir; loma ew kiribû nobedarê pûtxaneyê. Hezretê Bilal gava bû misliman, hemû pûtên pûtxaneyê anîn rewşa secdeyê. Gava ev xeber gihîşt Umeyye, dehşeteke mezin ew girt. Gazî wî kir û pirsî: «Tu bûyî misliman. Tu ji Rebbê Muhemmed re secde dikî, wisa ye?» Hezretê Bilal jî got: «Erê. Ez ji Allah teala re secde dikim, ku mezin û bilind e.» Umeyye gava ev bersiva ku li wî xweş nehat girt, yekser dest bi eziyet û îşkenceyên xwe kir. Wextê nîvro, gava roj tam dihat ser serî, ew tazî dikir, kevirên ku ji germê qijilîbûn datanîn ser laşê wî yê tazî û ew dax dikir. Piştî ku hinek ji wan kevirên wek agir dişewitin li pişta wî, hinek jî li ser zikê wî kom dikirin, digot: «Ji dînê Îslamê vegere!… Bi pûtên Lat û Uzza îman bîne.» Hezretê Bilal jî îmana xwe dida zanîn û digot: «Allah teala yek e! Allah teala yek e!»

Umeyye bin Xelef her ku ev sebra wî didît, dîn dibû; ew li ser stiriyan dikişand, laşê wî birîndar dikir û îşkence lê dikir. Hezretê Bilal guh nedida xwîna ku wek cihokê ji laşê wî diherikî, digot: «Allahê min! Ez bi tiştê ku ji Te tê razî me. Allahê min! Ez bi tiştê ku ji Te tê razî me» û di îmana xwe de sebat dikir. Hezretê Bilal ev halê xwe wiha vegotiye:

«Wî Umeyyeyê xebîs ez di germa rojê de girê didam û bi şev jî ezab dida min. Rojeke germ bû. Wek her car dîsa dest bi îşkenceyê kir. Ji bo ku min ji Îslamê vegerîne, her ku digot: “Ji pûtên me re îbadet bike! Allahê Muhemmed înkar bike, înkar bike, înkar bike!”, min digot: “Allah yek e! Allah yek e!” Ji bo ku kîna xwe derxe, wê rojê zinarekî pir mezin danî ser sînga min. Ez di wê gavê de ji hiş çûme. Gava ez bi ser hişê xwe ve hatim, min dît ku zinarê li ser min rabûye û roj ketiye bin ewr. Min ji Allah teala re şukir kir û ji xwe re got: “Ey Bilal! Her tiştê ku ji Cenabê Heq tê xweş e, şîrîn e.”»

Dîsa rojekê Umeyye bin Xelef Bilalê Hebeşî ji bo îşkenceyê derxistibû derve. Cilên wî jê kiribûn, bi derpiyekî tenê di germa şewatok de li ser xîza sorbûyî dirêj kiribû û kevir li ser kom kiribûn. Muşrik diciviyan, îşkenceyên giran lê dikirin û digot: «Eger tu ji dînê xwe venegerî, em ê te bikujin.» Bilalê Hebeşî di bin van îşkenceyên ku nayên kişandin de digot: «Allah yek e! Allah yek e!» Di wê navê de Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) di wir re derbas dibû. Gava ev halê Hezretê Bilalê Hebeşî dît, dilê Wî gelek pê şewitî û ferman kir: «Gotina navê Allah teala wê te xelas bike.»

Piştî ku vegeriya mala xwe, bîskek neborî Hezretê Ebûbekr hat ba Wî. Îşkenceya ku Bilalê Hebeşî dikişand ji Ebûbekrê Siddîq re got û ferman kir: «Dilê min gelek êşiya.» Hezretê Ebûbekr yekser çû wir. Ji muşrikan re got: «Bi vê kirina we ya li Bilal çi dikeve destê we? Wî bifiroşin min.» Gotin: «Tu dinyayekê tijî zêr bidî jî em nafiroşin. Lê em wî bi koleyê te Amir diguherin.» Koleyê Hezretê Ebûbekr Amir karên ticareta wî dikir û gelek pere qezenc dikir. Ji bilî malê wî yê şexsî deh hezar zêrên wî hebûn. Alîkarê Hezretê Ebûbekr bû û her karê wî dimeşand. Lê kafir bû û di kufra xwe de israr dikir. Hezretê Ebûbekr wiha ferman kir: «Min Amir bi hemû mal û pereyên wî ve ji bo Bilal da we.» Umeyye bin Xelef û muşrikên din gelek şa bûn û got: «Me Ebûbekr xapand.»

«(Ey Resûlê Min!) Sond be, bi pêxemberên ku berî te hatin şandin jî tinaz hat kirin. Yên ku tinaz û henekên xwe bi wan dikirin (bi pêxemberan), di berdêla tinazên wan de bela û ezabê ji her alî ve dora wan girt» En’am: 10

Hezretê Ebûbekr yekser kevirên giran ên li ser Bilalê Hebeşî avêtin û ew rakir ser piyan. Bilalê Hebeşî ji ber îşkenceyên giran gelek bêhal ketibû. Bi destê wî girt û rasterast anî huzûra Pêxemberê me yê delal. Got: «Ya Resûlellah! Min îro Bilal ji bo rizaya Allah azad kir.» Mezinê me Resûlûllah gelek şa bû. Ji Hezretê Ebûbekr re gelek dua kir. Di wê navê de Cebraîl eleyhisselam ayetên kerîme yên 17 û 18an ên Sûreyê Leyl anîn, ku mizgîniyê didin ku Ebûbekr ji Cehennemê dûr e. Di ayetên kerîme de bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «Ew kesê ku (wek Hezretê Ebûbekr) xwediyê teqwayeke zêde ye (xwe ji şirk û gunehan diparêze) û malê xwe di riya xêrê de xerc dike, da ku li ba Allah teala pak bibe (û bigihîje wada îlahî), ji wê (ji Cehennemê) hatiye dûrxistin.»

Îşkenceya nedîtî

Hezretê Xebbab bin Eret jî yek ji wan bû ku zulm lê dihat kirin, da ku ji dînê xwe vegere. Hezretê Xebbab jî bêkes bû û koleyê jineke muşrik a bi navê Ummu Enmar bû.

Ji ber ku xizmekî wî tunebû ku wî biparêze, muşrik diciviyan, laşê wî yê mubarek tazî dikirin û bi stiriyan şeh dikirin. Carinan jî kirasekî ji hesin li laşê wî yê tazî dikirin û ew li ber tavê dihiştin. Kevirên ku li ber tavê an di agir de germ kiribûn didan ser laşê wî yê tazî û digot: «Ji dînê xwe vegere! Ji Lat û Uzza re îbadet bike!» Xebbab jî di îmana xwe de israr dikir, li ber wan radibû û digot: «La îlahe îllallah, Muhemmedun Resûlûllah.»

Rojekê muşrik civiyan û li meydanekê agir vêxistin. Hezretê Xebbab girêdan û anîn. Ew tazî kirin û li ser agir dirêj kirin. An wê ew ji dînê wî vegerandana, an jî wê di agir de bişewitandana. Hezretê Xebbab, ku li ser piştê di nav agir de dirêj kiribûn, dua dikir: «Allahê min! Tu halê min dibînî, rewşa min dizanî. Îmana di dilê min de sabit bike, sebreke mezin îhsan bike.» Yekî ji muşrikan lingê xwe danî ser sînga Hezretê Xebbab. Lê wan nizanibû ku Allah teala yên ku îman anîne diparêze.

Bi salan şûnde gava ev bûyer ji Xebbab pirsî, pişta xwe vekir, şopên şewatê nîşan dan û got: «Ji bo min agirek vêxistin, paşê ez kişkişandim û avêtim nav. Ew agir tenê goştê min vemirandibû.»

Dema li derve wiha îşkence li Hezretê Xebbab dikirin, xwediya wî Ummu Enmarê jî, ji bo ku wî ji dînê wî vegerîne, hesin di agir de sor dikir, dida ser serê wî û dax dikir. Wî ji bo dînê xwe li ber van hemû êşan sebir dikir, tiştê ku jê dixwestin nedikir û ji îmana xwe venedigeriya.

Rojekê Hezretê Xebbab hat huzûra Pêxemberê me yê delal û got: «Ya Resûlellah! Muşrik li derve li ku min bibînin min di agir de dişewitînin. Li malê jî xwediya min Ummu Enmar bi hesinê sorkirî serê min dax dike. Ez duaya te lava dikim!» Paşê şewatên li pişt û serê xwe nîşan dan. Dilê Pêxemberê me gelek bi vî halê wî şewitî. Li ber wê êşa ku ji bo ji dînê xwe venegere dikişand û li ber wê zulma ku lê dihat kirin xwe negirt û dua kir: «Ya Rebbî! Alîkariya Xebbab bike!» Cenabê Heq duaya Resûlê xwe di cih de qebûl kir û êşeke dijwar da serê Ummu Enmarê. Ummu Enmar ji êşa serê xwe heta sibehê dinaliya. Jê re gotin ku çare ew e serê wê bi hesinekî di agir de sorkirî bê daxkirin. Dawiyê gazî Xebbab kir û emir lê kir ku şîşa hesin di agir de sor bike û serê wê dax bike… Hezretê Xebbab jî bi hesin serê wê dax dikir…

Di rojên pêşî yên Îslamê de muşrikan zêde guh nedida rewşa Xebbab bin Eret. Lê her ku roj derbas dibû, hejmara yên ku îman dianîn zêde dibû. Dawiyê, xwestin nexwestin, mecbûr mabûn ku vî karî ciddî bigirin. Îcar îşkenceyên xwe yên li Hezretê Xebbab zêde kirin. Bêhed lê xistin, ew kutan, birîndar kirin, îşkence li ser îşkenceyê lê kirin…

Digel van hemûyan Hezretê Xebbab bi qasî zerreyekê jî ji îmana xwe tawîz neda. Lê eziyet û îşkence jî gihîştibûn wî halî ku nedihatin kişandin. Tiştên qewimî erzî Mezinê Kaînatê kirin û got: «Ya Resûlellah! Ma tu dua nakî ku em ji van îşkenceyên dikişînin xelas bibin?»

Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Di nav ummetên berî we de kesên wisa hebûn ku bi şehê hesinî çerm û goştê wan dirûçikandin û dixurandin, lê vê îşkenceyê dîsa ew ji dînê wan venedigerandin. Bi birekê ji serî ve dikirin du perçe, lê van îşkenceyan dîsa ew ji dînê wan venedigerandin. Allah teala bêguman wê vî karî (Îslamiyetê) temam bike. Wê wî di ser hemû dînan re bigire. Wisa ku kesê li heywanê xwe siwar bibe û ji Sen’ayê heta Hedremûtê bi tena serê xwe here, wê ji bilî Allah teala ji kesî netirse; di heqê pezê xwe de jî ji êrîşa gur pê ve wê tu xema wî tunebe. Lê hûn lezê dikin.» Paşê pişta wî miz da û dua kir. Ev gotinên letîf ên Resûlûllah, ku qût û şîfaya rûhan in, êşên Xebbab sekinandibûn.

Bi taybetî li ser As bin Wail, ku muşrikekî har bû, deynekî baş ê Hezretê Xebbab hebû. Çû ba wî ku deynê xwe bixwaze. As bin Wail ji Xebbab re got: «Heta ku tu Muhemmed înkar nekî, ez deynê te nadim te.» Hezretê Xebbab bersiv da: «Wellahî, ez çawa di jiyana xwe de nikarim, piştî mirinê gava ji qebra xwe rabim jî tu carî nikarim pêxemberê xwe red û înkar bikim. Ez dev ji her tiştî berdidim, dîsa jî vê înkarê nakim.» Li ser vê yekê As bin Wail got: «Ma em ê piştî mirinê sax bibin? Eger tiştekî wisa hebe, hingê malê min jî wê hebe, ewladê min jî. Ez ê deynê xwe wê rojê bidim te.»

Li ser van gotinên As bin Wail, Allah teala di Qur’ana Kerîm de, di ayetên kerîme yên 77–79an ên Sûreyê Meryem de bi mealî wiha ferman kir: «(Ey Hebîbê Min!) Ma niha te ew zilam dît ku ayetên Me înkar dike û dibêje: “Bêguman wê (roja qiyametê) mal û ewlad ji min re bên dayîn” (As bin Wail)? Gelo ew bi xeybê hesiyaye, an li huzûra Rehman sozek girtiye? Na, ne wisa ye! Em ê gotina wî binivîsin (roja qiyametê Em ê li ser wê hesab jê bixwazin) û ezabê wî jî zêde bikin û zêde bikin.»

Îşkenceya heta ji hiş çûnê

Muşrikan di îşkenceyê de ferqa jin û mêran nedikir. Zinnîre Xatûn jî, ku ji mislimanên pêşî bû û kesekî wê tunebû, koleyek bû. Muşrikên ku hîn bûn ew bûye misliman, qet xwe nedan paş ku îşkence li wê jî bikin. Zor didan Zinnîre Xatûnê ku ji pûtên Lat û Uzza re îbadet bike, qirika wê diguvaştin û heta ku bêhna wê diçikiya û ji hiş diçû îşkence lê dikirin. Digel vê jî tu carî ji dînê xwe venedigeriya û bi ya wan nedikir. Bi taybetî Ebû Cehl gelek îşkence lê dikir. Ji ber vê yekê çavên Zinnîreyê êdî nedidîtin. Carekê Ebû Cehl got: «Te dît? Lat û Uzza çavên te kor kirin!» Zinnîre Xatûnê, ku îmana wê bi vê bersivê diyar dibû, got: «Ey Ebû Cehl! Wellahî ew ne wek gotina te ye. Ew pûtên ku tu ji wan re dibêjî Lat û Uzza bi kêrî tu tiştî nayên; haya wan ne ji yên ku ji wan re îbadet dikin heye, ne jî ji yên ku nakin. Rebbê min bêguman qadir e ku nûra çavên min bide min û min vegerîne halê min ê berê.»

«(Ey Bilal!) Gotina navê Allah teala wê te xelas bike» Hedîsa şerîf

Ebû Cehl li hemberî îmana Hezreta Zinnîre ya ku nedihejiya şaş û mat ma. Allah teala duaya Zinnîreyê qebûl kiribû; çavên wê ji berê çêtir didîtin. Ebû Cehl û muşrikên Qureyşê tevî ku ev hal dîtin jî, înad kir û îman neanî. Ser de jî got: «Ev jî sêhreke pêxemberê wan e! Ma hûn li wan bêaqilên ku li ser riya Muhemmed diçin ecêbmayî namînin? Eger riya ku ew tê re diçin bixêr û rast bûya, pêşî em ê bidana ser wê. Naxwe koleyekê berî me rastî dît?»

Li ser vê yekê Allah teala ayeta kerîme ya 11an a Sûreyê Ehqaf nazil kir. Bi mealî wiha ferman dike: «Wan kafiran di heqê yên ku îman anîne de got: “Eger di wê de (di Îslamiyetê de) xêrek hebûya, ew (xizan, bêçare) di vê meseleyê de nediketin pêşiya me, berî me nedibeziyan ser wê.” Lê belê ew, ji ber ku bi wê (bi Qur’ana Kerîm, wek muminan) negihîştine hîdayetê, (ji bo ku Qur’ana Kerîm înkar bikin) wê bibêjin: “Ev Qur’ana Kerîm (ya ku Muhemmed derxistiye holê) dereweke kevn e.”»

Darul-Erqem

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) ji ber zulm û îşkenceyên ku muşrikan li eshabên Wî dikirin gelek xemgîn dibû. Ji bo ku Îslamiyet belav bibe û bê hînbûn, cihekî ewle lazim bû. Mezinê me ji bo vê wezîfeya muqeddes mala Hezretê Erqem bijart.6 Ev mal li rojhilatê girê Sefayê, di kuçeyeke teng de û li cihekî bilind bû. Ji wir Kabeya Muezzeme bi rehetî dihat dîtin. Ketin û derketina malê ji bo çavdêriya li yên ku tên û diçin gelek munasib bû. Herwiha Hezretê Erqem ji giregirên Mekkeyê, zatekî xwedî îtibareke bilind bû. Mezinê me Hebîbê Ekrem di vê malê de Îslamiyet ji eshabên xwe re vedigot. Yên ku nû dibûn misliman dihatin vir, bi Îslamiyetê şerefdar dibûn û bi guhdarîkirina gotinên mubarek ên Mezinê me Resûlûllah, ku dermanê dilan bûn, bereket digirtin. Wisa bêyî ku bêhnê bistînin li Mezinê me Pêxember guhdarî dikir, mîna ku çûk li ser serê wan danîbe û gava bipeyivin wê bifire. Gotinên Wî yên mubarek, mîna ku daqurtînin, bêyî ku kelîmeyekê jî ji dest bidin ezber dikirin. Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) rojên xwe ji mala Erqem re vediqetandin û ji sibehê heta êvarê bi gihandina eshabên xwe mijûl dibû. Ev der qerargeha pêşî ya mislimanan, «Darul-Îslam» bû. Mislimanên pêşî li vir diciviyan û bi vî awayî ji her cure xerabiya muşrikan dihatin parastin.

Îşkenceya heta mirinê

Emmar bin Yasir vedibêje: «Min dixwest ez herim Darul-Erqemê, Resûlûllah bibînim û bibim misliman. Li ber derî ez rastî Hezretê Suheyb hatim. Gava min pirsî: “Tu li vir çi dikî?”, wî jî eynî pirs ji min kir. Min jî got: “Ez dixwazim herim huzûra Hezretê Muhemmed, li gotinên Wî guhdarî bikim û bibim misliman.” Wî jî got: “Ez jî ji bo vê hatibûm.” Em bi hev re ketin huzûra Wî ya bilind û bişeref. Îslam li ber me danî. Em bi dilxweşî bûn misliman.»7

Emmar yek ji wan mucahidan bû ku xwe ji eşkerekirina mislimantiya xwe nedida paş. Ji bo ku ji dînê xwe venegere, li ber îşkenceyên herî giran sebir dikir. Muşrikan gava ew bi tenê didît, dibirin cihê bi navê Remda, zinarên Mekkeyê; cilên wî jê dikirin û kirasekî hesinî lê dikirin.

Bi vî awayî ew li ber tava şewatok dihiştin û îşkence lê dikirin. Carinan jî pişta wî bi agir dax dikirin û îşkenceyên bêdawî didît. Her car digot: «Înkar bike!… Înkar bike!… Ji Lat û Uzza re îbadet bike û xelas bibe!…» Hezretê Emmar li ber van îşkenceyên ku nayên kişandin bi sebreke mezin bersiv dida: «Rebbê min Allah e, pêxemberê min Muhemmed eleyhisselam e.» Muşrik ji vê hîn bêtir hêrs dibûn, zinarên ji germê sorbûyî datanîn ser sînga wî, carinan jî ew davêtin bîrê û dixebitîn ku wî di avê de bixeniqînin. Rojekê Emmar bin Yasir bi huzûra Pêxemberê me yê delal şerefdar bû û got: «Ya Resûlellah! Îşkenceyên ku muşrik li me dikin gihîştin hedê dawî.» Dilê Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) bi halê Hezretê Emmar şewitî; ferman kir: «Sebir bike, ey bavê Yeqzan!» û paşê dua kir: «Ya Rebbî! Ezabê Cehennemê bi tu kesî ji malbata Emmar nede tamkirin!»

Şehîdê pêşî, xwîna pêşî

Bavê Hezretê Emmar Yasir, diya wî Sumeyye û birayê wî Ebdullah bi malbatî bûbûn misliman. Muşrikan ji îşkenceyên ku li Hezretê Emmar dikirin bêtir li dê, bav û birayê wî dikirin. Di dema îşkenceyê de dixwestin gotinên xwe yên kufrê bi wan bidin gotin; wan jî bersiv dida: «Hûn çermê me bigurînin, goştê me kerî kerî bikin jî, em guh nadin we» û digot: «La îlahe îllallah, Muhemmedun Resûlûllah.» Dîsa rojekê li cihê ku jê re Betha dibêjin bi hev re îşkence li malbata Yasir dikirin; Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) di wir re derbas dibû. Gava ev îşkenceyên ku nayên kişandin ên li eshabên xwe dîtin, gelek xemgîn bû. Hezretê Yasir pirsî: «Ya Resûlellah! Ma wê wextê me tim wiha bi îşkenceyê derbas bibe?» Mezinê me ferman kir: «Sebir bikin, ey malbata Yasir! Şa bibin, ey malbata Emmar! Bê şik cihê xelata we Cennet e.» Dîsa rojekê muşrikên Mekkeyê bi agir eziyet û îşkence li Emmar dikirin. Mezinê me Resûlûllah ew der bi hatina xwe şerefdar kir û ferman kir: «Ey agir! Çawa ku tu ji bo Îbrahîm (eleyhisselam) bûyî, ji bo Emmar jî hênik û selamet bibe!» Paşê, gava Emmar pişta xwe vedikir, şopa agir xuya dikir. Ev şop ya berî duaya Resûlûllah bû. Dîsa rojeke ku îşkence li malbata Yasir dikirin, Hezretê Yasir û kurê wî Hezretê Ebdullah bi tîran şehîd kirin. Ebû Cehl lingên mubarek ên Hezreta Sumeyye bi werîsan dan girêdan. Bi serên werîsan ve jî du deve dan girêdan, ew ber bi du aliyên cuda ve ajotin, Hezreta Sumeyye perçe kir û şehîd kir. Gava Mezinê me Pêxember û Eshabê Kîram (eleyhimurridwan) bihîst ku Ebû Cehlê bêrehm, xedar û zalim û muşrikên din malbata Yasir bi îşkenceyan şehîd kirine, bêhed xemgîn bûn. Ev bûyer bû sebeb ku eshab hîn bêtir bi hev ve bên girêdan û zexmtir bigihîjin hev.8 Eshabê Kîram gava dixwestin nimêj bikin, diçûn wan ciyên ku kes lê tunebû û îbadeta xwe li wir bi dizî dikirin. Dîsa rojeke wisa Se’d bin Ebî Weqqas, Seîd bin Zeyd, Ebdullah bin Mes’ûd, Emmar bin Yasir û Xebbab bin Eret li cihê bi navê Ebû Dub, ku ji newalên Mekkeyê ye, nimêj dikirin. Di wê navê de Exnes bin Şerîq û hin muşrikên ku li pey wan bûn hatin ba wan, dest bi tinazên bi îbadeta wan kir û li îbadeta wan xerab got. Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas û hevalên wî li ber vê yekê xwe negirtin û êrîşî muşrikan kir. Hezretê Se’d hestiyekî deveyê ku ket destê wî li serê yekî ji kafiran xist û serê wî şikand. Muşrik tirsiyan û baz dan. Bi vî awayî mislimanan cara pêşî xwîna kafiran rijand.

«Ey Ebû Cehl! Wellahî ew ne wek gotina te ye. Ew pûtên ku tu ji wan re dibêjî Lat û Uzza bi kêrî tu tiştî nayên; haya wan ne ji yên ku ji wan re îbadet dikin heye, ne jî ji yên ku nakin. Rebbê min bêguman qadir e ku nûra çavên min bide min û min vegerîne halê min ê berê» Zinnîre Xatûn (radiyellahû anha)

Hezretê Ebû Zerê Xifarî çawa bû misliman

Mirov yek bi yek, dudu bi dudu digihîştin hîdayetê û nûra Îslamê li derveyî Mekkeyê jî belav dibû û dest bi ronîkirina alemê dikir. Li hemberî xebera derketina Îslamê û belavbûna wê, muşrikan serî li riyên astengkirinê dida. Dawiyê ev xeber gihîşt qebîleya Benî Xifar jî. Ebû Zerê Xifarî hema ku ev xeber bihîst, birayê xwe Uneys şand Mekkeyê û jê xwest ku li rewşê bikole. Uneys çû Mekkeyê û li meclîsa Mezinê me Pêxember amade bû. Heyran ma û vegeriya. Gava birayê wî Hezretê Ebû Zer pirsî: «Te çi xeber anî?», got: «Mezinê min! Wellahî min zatekî pir bilind dît ku tim emrê bi xêr û qenciyê dike û mirovan ji xerabiyan dide paş.» Ebû Zerê Xifarî got: «Baş e, mirov di heqê Wî de çi dibêjin?» Birayê wî Uneys, ku ji şairên navdar ên wê demê bû, bersiv da: «Dibêjin şair e, kahin e, sêrbaz e. Lê gotinên Wî naşibin gotinên kahin û sêrbazan. Herwiha min gotinên Wî bi her cure şiîrên şairan re dan ber hev. Naşibin wan jî. Ev gotinên bêmîsal bi gotina tu kesî nayên pîvan. Wellahî, ew zat heqî radigihîne, rastiyê dibêje. Yên ku bi Wî bawer nakin derewkar in û di dalaletê de ne.» Ebû Zerê Xifarî li ser vê xeberê biryar da ku here Mekkeyê, Mezinê me Pêxember bibîne û bibe misliman. Gopalek û hinek zad hilgirt û bi şewq riya Mekkeyê girt. Gava gihîşt Mekkeyê, halê xwe ji kesî re negot. Çimkî muşrikan dijminatiyeke dijwar bi Mezinê me Pêxember û bi yên ku nû bûbûn misliman re dikir û eziyetên xwe jî roj bi roj zêde dikirin. Bi taybetî li wan kesên bêkes û xerîb ên ku dibûn misliman gelek îşkence dikirin. Ebû Zer li Mekkeyê kesek nas nedikir. Xerîb û biyanî bû. Loma tiştek ji kesî nepirsî. Li ba Kabeyê li firsendekê digeriya ku Resûlûllah bibîne, li nîşanekê digeriya ku hîn bibe li ku ye. Ber êvarê xwe da quncikekî kuçeyekê. Hezretê Elî Ebû Zer dît. Têgihîşt ku xerîb e û ew bir mala xwe. Ji ber ku halê wî nepirsî, Ebû Zer sirra xwe venekir. Gava bû sibeh dîsa çû Kabeyê. Heta êvarê geriya, lê negihîştibû daxwaza xwe. Çû li cihê berê rûnişt. Hezretê Elî wê şevê dîsa di wir re derbas dibû. Got: «Ev bêçare hîn jî mala xwe nedîtiye» û ew dîsa bir. Sibehê dîsa çû Beytullahê û xwe da wî quncikê ku lê rûdinişt. Hezretê Elî dîsa ew vexwend mala xwe. Vê carê pirsî ka ji ku û çima hatiye. Hezretê Ebû Zer got: «Eger tu sozeke qetî bidî min ku tu yê rastiyê ji min re bibêjî, ez ê bibêjim.» Hezretê Elî got: «Bibêje, ez halê te ji kesî re venakim.» Hingê Ebû Zerê Xifarî got: «Min bihîst ku li vir pêxemberek derketiye. Ez hatim ku Wî bibînim û bigihîjim Wî.» Hingê mezinê me Hezretê Elî got: «Te rastî dîtiye, te bi aqil kiriye. Niha ez diçim ba wî zatî. Li pey min were, ez bikevim kîjan malê tu jî bikevê. Eger ez di rê de têbigihîjim ku yek wê zirarê bide te, ez ê wisa bikim mîna ku sola xwe rast dikim. Hingê bêyî ku li benda min bisekinî derbas bibe û here.» Ebû Zerê Xifarî li pey Hezretê Elî çû. Dawiyê bi dîtina rûyê mubarek ê Pêxemberê me şerefdar bû. Got «Esselamû eleykum» û silav da.

«Sebir bikin, ey malbata Yasir! Şa bibin, ey malbata Emmar! Bê şik cihê xelata we Cennet e» Hedîsa şerîf

Ev silav silava pêşî bû ku di Îslamê de hat dayîn û Ebû Zerê Xifarî jî bû kesê pêşî ku silav da. Mezinê me Pêxember bersiva silava wî da û ferman kir: «Rehma Allah teala li ser te be.» Mezinê me Pêxember pirsî: «Tu kî yî?» Got: «Ez ji qebîleya Xifar im.» Ferman kir: «Ji kengî ve tu li vir î?» «Ev sê roj û sê şev in ez li vir im.» «Kê tu têr kirî?» «Ji bilî Zemzemê min tu xwarin û vexwarin nedît. Her ku min Zemzem vexwar, min qet birçîbûn û tîbûn hîs nekir.» Pêxemberê me ferman kir: «Zemzem mubarek e. Yê birçî têr dike.» Piştî vê Ebû Zerê Xifarî ji Mezinê me Pêxember re got: «Îslamê bi min bide zanîn.» Pêxemberê me Kelîmeya Şehadetê jê re xwend; wî jî got, bi Îslamiyetê şerefdar bû û ket nav mislimanên pêşî.9 Hezretê Ebû Zerê Xifarî piştî ku bû misliman ji Pêxemberê me re got: «Ya Resûlellah! Ez bi Cenabê Heq sond dixwim, ku tu pêxemberê heq şandiyî: ez ê vê di nav muşrikan de eşkere bibêjim.» Çû ba Kabeyê û bi dengekî bilind got: «Gelî Qureyşiyan! Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we Resûluhû – Ez şehadetê didim ku ji bilî Allah teala tu îlah tune ye. Muhemmed eleyhisselam evd û resûlê Wî ye.» Muşrikên ku ev bihîstin yekser êrîşî wî kirin. Bi kevir, dar û perçeyên hestiyan lê xistin û ew di nav xwînê de hiştin. Hezretê Ebbas, ku ev hal dît, got: «Dev ji vî zilamî berdin, hûn ê wî bikujin! Ew ji qebîleyeke wisa ye ku li ser riya karwanê we yê ticaretê rûdine. Hûn ê careke din çawa di wir re derbas bibin?» Bi vî awayî Hezretê Ebû Zer ji destê muşrikan xelas kir. Ebû Zer ji şahiya wê ku bi mislimanbûnê şerefdar bûbû, di ciyê xwe de nedisekinî. Roja din dîsa li ba Kabeyê Kelîmeya Şehadetê bi dengekî bilind, bi qîrîn got. Muşrikan vê carê jî lê xist. Ket erdê. Dîsa Hezretê Ebbas gihîşt û ew ji destê wan xelas kir. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ferman li Hezretê Ebû Zerê Xifarî kir ku vegere welatê xwe û li wir Îslamiyetê belav bike. Li ser vî emrî vegeriya nav qebîleya xwe û ji wan re vegot ku Allah teala yek e û Muhemmed eleyhisselam resûlê Wî ye. Got ku tiştên ew radigihîne rast û heq in û pûtên ku ew ji wan re îbadet dikin batil, pûç û bêmane ne. Ji wê qelebalixa ku lê guhdarî dikir hinekan dest bi îtîrazê kir. Di wê navê de reîsê qebîleyê Xeffaf yên ku diqîriyan bêdeng kirin û got: «Bisekinin, em guhdarî bikin ka wê çi bibêje.» Li ser vê Hezretê Ebû Zer wiha dewam kir: «Berî ku ez bibim misliman, rojekê ez çûbûm ba pûtê Nuhem û min şîr danîbû ber wî. Min dît ku kûçikek nêzîk bû, şîr vexwar û li ser pût pîsî kir. Min bi yeqînî fêm kir ku hêza pût tune ye ku li ber vê bisekine. Çawa li we xweş tê ku hûn ji pûtekî re îbadet bikin ku kûçik jî heqaretê lê dike? Ma ev ne dînîtî ye? Va ye, tiştê ku hûn jê re îbadet dikin ev e.» Her kesî serê xwe berdabû ber xwe û sekinîbû. Yekî ji nav wan got: «Baş e, ew Pêxemberê ku tu behsa wî dikî çi radigihîne? Te çawa fêm kir ku Ew rast dibêje?» Hezretê Ebû Zer bi dengekî bilind got: «Ew radigihîne ku Allah teala yek e, ji bilî Wî tu îlah tune ye, Ew e ku her tişt afirandiye û malik û xwediyê her tiştî ye… Mirovan gazî dike ku bi Wî îman bînin… Dawetî qencî, exlaqê xweş û alîkariya hev dike. Radigihîne ku saxbisax binaxkirina keçikan û her cure xerabî, neheqî û zulma din a ku hûn dikin kirêt in û divê mirov xwe ji van biparêze.» Paşê Îslamiyet dûr û dirêj şîrove kir. Dalaleta ku qebîleya wî tê de bû yek bi yek jimart. Dû re zirar û kirêtiya wan vegot.

Ji yên ku lê guhdarî dikir gelek kes, di serî de reîsê qebîleyê Xeffaf û birayê Ebû Zer Uneys, bûn misliman.10

Li Kabeyê bi eşkereyî xwendina Qur’ana Kerîm

Rojekê Eshabê Kîram li cihekî xalî civiyabûn û dipeyivîn. Gotin: «Wellahî ji bilî Resûlûllah kesek derneket ku bikaribe Qur’ana Kerîm bi eşkereyî bi van muşrikên Qureyşî bide guhdarîkirin. Ma kesek heye ku Qur’ana Kerîm bi eşkereyî ji wan re bixwîne û bi wan bide guhdarîkirin?» Hezretê Ebdullah bin Mes’ûd jî li wir bû. Wiha ferman kir: «Ez ê bidim guhdarîkirin.» Hinekan ji eshaban got: «Ey Ebdullah! Em ditirsin ku muşrik zirarê bidin te. Em kesekî wisa dixwazin ku qewm û qebîleyeke wî hebe, ku gava lazim be bikaribe wî ji muşrikan biparêze.» Wî jî israr kir û got: «Hûn destûrê bidin min, ez herim. Cenabê Heq wê min muhafeze bike.» Roja din wextê çaştê gihîşt Meqamê Îbrahîm. Muşrik li wir civiyabûn. Îbn Mes’ûd li ser piyan Besmeleya şerîf got û dest bi xwendina Sûreyê Rehman kir. Muşrikan ji hev re got: «Kurê Ummu Ebd çi dibêje? Dixuye ku tiştên ku Muhemmed anîne dixwîne» û bi ser wî de çûn. Bi kulm, pehîn û sîleyan rû û çavên wî şîn kirin û ew anîn halekî ku nedihat naskirin. Lê wî di bin sîle û kulman de xwendina xwe didomand. Rû û çavên wî di nav birînan de vegeriya ba Eshabê Kîram. Eshabê Kîram bi vê yekê gelek xemgîn bûn û got: «Jixwe em ditirsiyan ku ev yek bê serê te. Dawiyê tiştê ku em jê ditirsiyan hat serê te.» Lê Ebdullah bin Mes’ûd qet ne xemgîn bû; wiha ferman kir: «Min dijminên Allah teala tu carî bi qasî îro lawaz nedîtine. Eger hûn bixwazin, sibê serê sibehê ez dikarim ewqasî din jî bi wan bidim guhdarîkirin.» Eshabê Kîram got: «Na, ev qas ji te re bes e. Te tiştê ku li wan kafirên har xweş nayê bi wan da guhdarîkirin.»11

Tufeyl bin Emr çawa bû misliman

Di wan salan de ku Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) li Mekkeyê dest pê kiribû ku Îslamiyetê bi eşkereyî belav bike, şev û roj şîret li mirovan dikir û ew dawetî dînê Îslamê dikirin. Muşrikên mekkeyî dixebitîn ku van xîretên Mezinê me Resûlûllah pûç derxin. Her cure derew, îftira û îşkence li wan kesan rewa didîtin ku tiştên Wî vedigotin qebûl dikirin û îman dianîn. Hema ku yekî didîtin ku bi Mezinê me Pêxember re hev dibîne û dipeyive, yekser diçûn ba wî û serî li her hîle û derewê didan, da ku lê guhdarî neke û bi gotinên Wî bawer neke. Ji bo ku nehêlin yên ji derve tên Mekkeyê Wî bibînin, çi ji destê wan dihat dikirin. Di demeke wisa de ku misliman di tengasiyê de bûn û ji kafiran eziyet dikişandin, Tufeyl bin Emrê Dewsî hatibû Mekkeyê. Pêşengên muşrikan ên ku ev dîtin çûn ba wî û got: «Ey Tufeyl! Tu hatiyî welatê me. Sêwiyê Ebdulmuttelib ê ku di nav me de derketiye, gelek halên wî yên ecêb hene. Gotinên ku dibêje wek sêhrê ne. Kur ji bav, bira ji bira, mêr ji jinê vediqetîne! Bi fikrên ku davêje holê navê tev li hev dike; kurê ku gotina Wî dibihîze li bavê xwe nanêre, dibe tabiê Wî. Êdî kes guh nade hev û dibe misliman. Em ditirsin ku ev belaya cudabûnê ya ku hatiye serê me, bê serê te û qewmê te jî. Bila şîreta me li te be: nebe ku tu bi Wî re bipeyivî. Ne gotinekê ji Wî re bibêje, ne jî li gotina Wî guhdarî bike. Guh nede tiştên ku vedibêje! Gelek hişyar be. Li vir zêde jî nemîne. Hema rabe here!» Piştî vê çi bû, Tufeyl bin Emr wiha vedibêje:

«Wellahî, ew zat heqî radigihîne, rastiyê dibêje. Yên ku bi Wî bawer nakin derewkar in û di dalaletê de ne» Hezretê Uneysê Xifarî (radiyellahû anhû)

«Ez sond dixwim û dibêjim, ev gotin ewqas zêde ji min re gotin ku êdî min biryar da ez pê re nepeyivim û qet li gotina Wî guhdarî nekim. Heta gava ez ketim Kabeyê, min got çi dibe çi nabe, belkî ez gotinên Wî bibihîzim, û ji vê tirsê min pembû jî xistibû guhên xwe. Roja din serê sibehê ez çûm Kabeyê. Min dît ku Resûl eleyhisselam li wir nimêj dike. Ez li cihekî nêzîkî Wî sekinîm. Bi hikmeta Cenabê Heq hinek ji tiştên ku dixwend ket guhê min. Gotinên ku min bihîstin çiqas xweş bûn! Min ji xwe re got: “Ez ne zilamek im ku nikaribe qenc û xerab ji hev derxe. Ser de jî şair im. Ez çima li gotinên vî guhdarî nekim? Eger gotinên wî li min xweş bên ez ê qebûl bikim, eger xweş neyên ez ê dev jê berdim.” Min xwe li aliyekî veşart û heta ku Resûlûllah nimêja xwe kir û ber bi mala xwe ve bi rê ket, ez li wir li bendê mam. Paşê ez li pey Wî çûm. Gava ket mala xwe, ez jî ketim hundir û min got: “Ya Muhemmed eleyhisselam! Gava ez hatim vî diyarî, qewmê te ji min re wiha û wiha got… Ji min xwestin ku ez ji te dûr bisekinim. Ji tirsan, da ku ez gotina te nebihîzim, min pembû xist guhên xwe. Lê Allah teala hinek ji tiştên ku te dixwendin bi min da bihîstin. Ew gelek li min xweş hatin. Niha tu çi ji min re bibêjî, bibêje! Ez amade me ku qebûl bikim.” Mezinê me Resûlûllah Îslamiyet ji min re vegot û hinek ji Qur’ana Kerîm xwend. Ez sond dixwim ku di temenê xwe de min ji vê xweştir gotin nebihîstibû. Min yekser Kelîmeya Şehadetê anî û ez bûm misliman. Di wê gavê de min got: “Ya Resûlellah! Ez di nav qewmê xwe de kesekî xwedî îtibar im ku gotina wî tê guhdarîkirin. Yek ji wan ji gotina min dernakeve. Ez herim, wan jî dawetî dînê Îslamê bikim. Dua bike ku Allah teala ji bo min alametekê, kerametekê bide! Bila ew alamet, dema ez qewmê xwe dawetî Îslamiyetê dikim, ji min re bibe hêsanî û alîkarî!” Li ser vê rica min Mezinê me Resûlûllah dua kir: “Allahê min! Ji bo wî ayetekê, alametekê îhsan bike!” Piştî vê ez vegeriyam welatê xwe. Di şeveke tarî de, gava ez gihîştim wî girê ku li ser ava ku qewmê min lê rûdine dinêre, li eniya min nûrek wek qendîlê peyda bû û dest bi ronahîdanê kir. Hingê min dua kir û got: “Allahê min! Vê nûrê ji eniya min bibe cihekî din! Bila cahilên qebîleya Dews wê nebînin û nebêjin ku ji ber ew ji dînê xwe vegeriyaye, Allah ev li eniya wî derxistiye ku cezayekî îlahî be!” Ew nûr yekser hat serê qamçiyê di destê min de û wek qendîlê daliqî. Gava ez nêzîkî warê qebîleya xwe bûm û min dest bi daketina ji berwarî kir, yên li wir ew nûra ku li serê qamçiyê di destê min de wek qendîlê dibiriqî nîşanî hev dida. Bi vî halî ez ji berwarî daketim û hatim mala xwe. Pêşî bavê min hat ba min û ez di vî halî de dîtim. Ji hezkirina xwe ya ji min xwe avêt stûyê min. Bavê min gelek pîr bû. Min jê re got: “Bavo! Eger tu li ser halê xwe yê berê bimînî, ne ez ji te me, ne jî tu ji min î!” Bavê min gava ev gotina min bihîst şaş ma û pirsî: “Sebeb çi ye, kurê min?” Min bersiva wî da: “Ez êdî ketime dînê Muhemmed eleyhisselam û bûme misliman.” Li ser vê bavê min got: “Kurê min, ez jî ketim wî dînê ku tu ketiyê. Bila dînê te dînê min jî be!” û yekser Kelîmeya Şehadetê anî û bû misliman. Piştî vê, çi ji dînê Îslamê min dizanibû min hînî wî kir. Paşê xwe şûşt û cilên paqij li xwe kirin. Dû re jina min hat ba min. Min eynî tişt ji wê re jî gotin. Wê jî qebûl kir û bû misliman. Gava bû sibeh ez derketim nav qebîleya Dews. Min Îslamiyet vegot û hemû dawetî Îslamê kirin. Lê di qebûlkirinê de giran tevgeriyan. Demeke dirêj li dij derketin. Dev ji karên xwe yên guneh û xerab bernedan. Hîn pêşdetir çûn, bi çav û birûyan tinazên xwe bi min kirin; ji ber ku dilê wan bi faîz û qumarê ve bû guh nedan gotinên min. Xwe ji tabibûna Îslamiyetê dan paş. Li dijî Allah û Pêxemberê Wî asî bûn.

Piştî demekê ez hatim Mekkeyê, min giliyê qewmê xwe li ba Resûlûllah kir û got: “Ya Resûlellah! Qebîleya Dews li dijî Allah teala asî bû. Daweta ku min kir da ku bikevin Îslamê qebûl nekir. Ji bo wan dua bike!” Pêxemberê me yê delal, ku şefqet û merhemeta Wî li her kesî pir bû, destên xwe vekirin, berê xwe da qibleyê û dua kir: “Ya Rebbî! Riya rast nîşanî xelkê Dews bide û wan bîne dînê Îslamê!” Ji min re jî ferman kir: “Vegere ba qewmê xwe. Bi rûyekî geş û zimanekî şîrîn wan dawetî Îslamiyetê bike û vê bidomîne! Bi wan re nerm be!” Ez yekser hatim welatê xwe; min qet navber neda ku xelkê Dews dawetî Îslamê bikim.»12

Dawet li bazaran

Her sal mirovên bajarên cuda di rojên diyar de dihatin Mekkeyê, da ku Kabeya Muezzeme ziyaret bikin. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) jî pêşwaziya yên ku dihatin dikir, Îslamiyet ji her komê re vedigot û dida zanîn ku «Allah teala yek e, Ew bi xwe pêxemberê heq e û xelasî di vê de ye». Rojekê Welîd bin Muxîre muşrik civandin û got: «Gelî cemaeta Qureyşê! Dîsa demsala ziyareta Kabeyê hat. Dengê Muhemmed li alemê belav bûye. Qebîleyên ereb tên ba Wî, meyla wan diçe ser gotinên Wî yên şîrîn û dikevin dînê Wî. Divê em ji vê re tedbîrekê bifikirin. Em hemû li hev bikin; bila her yek ji me di heqê Wî de tiştekî nebêje û em hev derewîn dernexin.» Qureyşiyan got: «Ey bavê Ebdişems! Di nav me de yê herî dûrbîn tu yî. Tu bibêjî em çi bibêjin, em ê jî wê bibêjin.» Welîd got: «Na, hûn bibêjin, ez guhdarî bikim.» Wan got: «Em bibêjin kahin e.» Welîd yekser îtîraz kir û got: «Na! Ez sond dixwim ku Ew ne kahin e. Me gelek kahin dîtine. Rastiyê jî, derewê jî bêyî ku qet xwe bidin paş dibêjin. Tiştên ku Muhemmed dixwîne qet naşibin tiştên ku kahin ji ber xwe derdixin. Ser de jî me heta niha derewek ji Muhemmed nebihîstiye. Eger em wiha bibêjin kes bawer nake.» Vê carê got: «Em bibêjin mecnûn e, dîn e.» Welîd dîsa îtîraz kir û got: «Na! Ez sond dixwim ku Ew ne mecnûn û dîn e jî. Em dîn û mecnûnan nas dikin, ji nîşanên dîniyê jî fêm dikin. Ne xeniqîna Wî heye, ne perpitîn û lerizîn, ne jî weswese. Eger em wiha bibêjin wê me derewîn derxin.» Qureyşiyan got: «Em bibêjin şair e…» Welîd dîsa îtîraz kir û got: «Ew ne şair e jî! Em her cureyê şiîrê pir baş dizanin. Tiştên ku Ew dixwîne qet naşibin şiîrê.» Vê carê got: «Em bibêjin Ew sêrbaz e.» Welîd got: «Ew ne sêrbaz e. Me sêrbaz û sêhrên ku dikin dîtine, em wan jî nas dikin. Di gotinên Wî de tu şopa sêhrê tune ye. Kelama Muhemmed li ser hemû alemê xalib e. Ew ne kesekî nenas e jî. Em nikarin xelkê ji Wî veqetînin û nehêlin ku bi hev re bipeyivin. Ser de jî di fesahet û belaxetê de, di axaftina xweş û manedar de ji hevtayên xwe bilindtir e. Bi kurtî, em di heqê Wî de çi bibêjin, xelk wê fêm bike ku gotina me derew e.» Qureyşiyan gava tiştekî ku bibêjin nedîtin, got: «Di nav me de yê herî pîr û bi tecrube tu yî; tu çi bibêjî em pê razî ne.»

«Pêxemberê me dua kir: “Ya Rebbî! Riya rast nîşanî xelkê Dews bide û wan bîne dînê Îslamê!” Ji min re jî ferman kir: “Vegere ba qewmê xwe! Bi rûyekî geş û zimanekî şîrîn wan dawetî Îslamiyetê bike û vê bidomîne! Bi wan re nerm be!”» Tufeyl bin Emr (radiyellahû anhû)

Li ser vê yekê Welîd bin Muxîre demekê fikirî û paşê got: «Dîsa ya ji hemûyan çêtir ew e ku em ji Wî re bibêjin sêrbaz, efsûnkar; ya ku herî zêde li aqil tê ev e. Çimkî bi gotinên xwe xelkê ji qewm û xizmên wan vediqetîne. Bira ji bira, du dostan ji hev sar dike.» Bi vê gotinê yên li dora xwe ji rê derxistin. Qureyşî yekser belav bûn, ji wan mirovên ku li Mekkeyê li dora xwe civandibûn re got: «Muhemmed sêrbaz e!…» û ev di nav xelkê de belav kir. Gava qebîleyan ji bo ziyareta Kabeyê dest bi hatinê kir, derketin pêşiya wan û kesek nehiştin ku wî ji hevdîtina bi Mezinê me Pêxember re nedin paş. Ji ber van kirinên muşrikan, li hemû welatên ereban meraqa Îslamiyetê çêbû û di serê mirovan de li hemberî pûtan şik û pirs peyda bûn. Allah teala di heqê wê de ku wê ezabên tal bi kafirê bi navê Welîd bin Muxîre bide tamkirin, ayetên kerîme anîn xwarê. Bi rastî jî di ayetên kerîme yên 11–29an ên Sûreyê Muddessir de bi mealî wiha ferman dike: «(Ey Resûlê Min!) Karê (cezayê) wî kesê ku Min ew bi tenê afirandiye (ji serwetê bêpar) (yê kafirekî wek Welîd bin Muxîre) ji Min re bihêle! (Ez ê cezayê ku ew kafir layiq û musteheqê wî ye bidim wî.) Min gelek mal da wî (Min ji wî kesê nankor re, ku ne xwediyê tiştekî bû, gelek rez, bostan û mal îhsan kirin, paşê Min ew gihand gelek nîmetan). Min zarokên ku her gav li ba wî amade ne dan wî (zarokên xurt û bihêz ên ku çavê wan li ser wî ye, wî diparêzin û amade ne ku êrîşeke li ser wî di cih de bidin sekinandin). Min her tişt jê re hêsan kir, îmkanên pir mezin bexşî wî kirin (Min ew anî wî halî ku her tiştî bi hêsanî bi dest bixe, Min riya wî vekir. Li Mekkeyê gihîşt riyaseteke bilind. Leqeba Reyhanetul-Ereb lê kirin. Xwe bi qewmê xwe kesekî pir bijarte dida naskirin). Paşê (ew kesê çavbirçî û nankor), piştî van hemû îmkanan, dixwaze ku Em hîn jî zêde bikin (malê wî û ewladê wî) (bi hirs dixwaze; qedrê nîmetên ku gihîştiyê nizane û naxebite ku şukra wan bike). Na! Heta hetayê daxwazên wî nayên dayîn! (Daxwaza wî munkirî, wî temahkarî nayê bi cih anîn; malê wî û ewladê wî nayên zêdekirin.) Çimkî ew li hemberî ayetên Me bêhed înadkar bûye. Ez ê wî di Cehennemê de bi dijwarî bajom ser wî zinarê şemitok ku ling lê nagire (Ez ê di nav êşa dijwar û elîm a Cehennemê de wî bi cezayê ku layiqê wî ye ceza bikim); Ez ê wî bixim nav tengasî û meşeqqetê! (Rojekê Mezinê me Pêxember li Kabeyê bi dengekî bilind Qur’ana Kerîm dixwend; tesîra ayetên kerîme şopeke kûr di wî de hişt. Çû ba Qureyşiyan û got: “Min kelameke ku Muhemmed dixwîne bihîst. Ev nabe gotina însan û cinan. Ev gotin ne şiîr e, ne jî gotina kahinan e. Ev însan derewan jî nake. Ez mirovek im ku min gelek gotinên wecîz bihîstine. Ez nikaribûm wê bişibînim tu tiştî. Ma we qet dîtiye ku wî derew kiriye?” Gava wiha got, xofeke pir mezin ket dilê Qureyşiyan û got: “Wey li me! Me ev zilamê biaqil, dewlemend û xwedî nufûz jî ji dest da! Gotinên Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) tesîr li vî jî kir.” Yekser Ebû Cehl şandin ba wî. Ebû Cehl hat û got: “Çi bûye ku ez te wisa mehzûn û xemgîn dibînim? Ma sêhra Muhemmed tesîr li te jî kir, an tiştek ji zêdeyiya mal û milkê wî gihîşt te? Me di nav xwe de biryar daye: eger çavê te li mal û milk be, em çiqas bixwazî mal û milk bidin te. Tu nekeve riyên wiha şaş.” Welîd bin Muxîre jî got: “Yê herî dewlemend ê Qureyşê ez im. Hûn çawa tiştekî wiha teklîfî min dikin?” Ebû Cehl jî got: “Baş e! Naxwe te çima ji bo wê Qur’ana ku ew dixwîne gotinên tijî pesn gotin?”) (Li ser vê yekê wî kesê înkarker, ji bo ku zimanê xwe dirêjî Qur’ana Kerîm a ku ji Resûlûllah bihîstibû bike,) di zihnê xwe de hin tişt anîn ber çavên xwe (fikirî û lê hûr bû) û li pey wê hukmekî qîmetê (pîvanek) danî holê (netîceya fikra xwe beyan kir). Qehr li wî be (bisekite), çawa jî teqdîr kir! (Hukmekî bêserûber, lihevnehatî, ku gotina wî ya hinekî berê betal dike û qet nabe danî holê. Vî zilamî hewce dît ku gotinên xwe tewîl bike: “Ez ê van gotinên ku min gotine çawa ji wan re îzah bikim?”)

«Na, ez ê dîsa herim bixwînim. Min cara pêşî muşrik di halekî wiha perîşan de dîtin. Bêçaretiya wan min gelek şa dike. Ez ji îşkenceyên ku li min kirin êşê nakişînim» Ebdullah bin Mes’ûd (radiyellahû anhû)

Paşê qehr li wî be, çawa jî hukmekî qîmetê yê (wisa tirsnak) danî holê! Paşê nêrî (bala xwe da meseleyê, dîsa bi nêrîneke kûr lê nêrî, ji bo ku wê baş bixe bin hukmê xwe dîsa li ser meseleyê fikirî). Paşê birûyên xwe qermiçandin û rûyê xwe tirş kir. Paşê pişta xwe da heqiyê û qure bû. Got: “Ev ji sêhreke ku ji mirovan tê mîraskirin (her tim ji yekî derbasî yekî din dibe) pê ve ne tiştek e. Ev tenê gotina însan e.”» (Ma ne wî kesî berê di nav qewmê xwe de îtîraf kiribû ku Qur’ana Kerîm kelameke harîqa ye û naşibe gotinên însan û cinan! Paşê wî kesê înkarker, ji bo ku qewmê xwe razî bike, gotina xwe guhert û di heqê Qur’ana Kerîm de îftirayên ku qet ne layiqî wê ne kirin. Bi vî awayî xwe kir musteheqê ezabê îlahî. Allah teala ferman kir:) «Ez ê wî bixim Cehennemê (Seqerê, nav agirekî dijwar). Ma tu dizanî Seqer çi ye? (Tu çi dizanî agirê dijwar çi ye? Ma haya te ji wesfên wî heye?) Ew ne dihêle, ne jî berdide! (Ne dihêle bimîne, ne jî tune dike! Yanî însan ne dikuje, ne jî dihêle bijî! Yên ku dikevinê ne derdixe, ne jî dev ji ezabê berdide.) Hemû çermên însan dirûçikîne (dişewitîne, diqijilîne, reş dike), hestiyên wî derdixe holê.»

Muşrikan li Qur’ana Kerîm guhdarî dikir

Giregirên muşrikan bi hîleyên cur bi cur û bi zulmê nedihiştin ku mirov îman bînin. Xelkê Mekkeyê ji guhdarîkirina ayetên kerîme yên ku Muhemmed eleyhisselam dixwendin men dikirin. Lê ew bi xwe bi şev bi dizî dihatin ba wê mala ku Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam lê bû, xwe li quncikekî vedişartin û guhdarî dikir. Gava dibû sibeh û dinya ronî dibû, giregirên muşrikan didît ku bêyî haya wan ji hev hebe, bi şev hatine guhdarîkirina Qur’ana Kerîm; hev şermezar dikirin û digot: «Em careke din wiha nekin.» Lê şeva din dîsa bêyî haya wan ji hev hebe diçûn, xwe li quncikekî vedişartin û dîsa guhdarî dikir. Gava dibû sibeh jî hev didîtin û şaş diman. Sond dixwarin ku careke din wiha nekin û ji hev diqetiyan, lê nikaribûn dev ji vê berdin. Lê belê bi ya nefsa xwe kirin, xwe mezin dîtin, ji wê tirsiyan ku muşrikên din wan şermezar bikin, ketin nav gelek fikrên din ên pûç û îman neanî. Rê li ber yên din jî girtin. Ser de jî li kuçeyan kirin qîrîn: «Muhemmed sêrbaz e.» Êvarekê muşrik li dora Kabeyê civiyan û got: «Em gazî Muhemmed bikin û vê meseleyê pê re bipeyivin! Da ku di dawiyê de me şermezar nekin û me mazûr bibînin.» Bi vê gotinê xeber ji Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) re şandin. Li ser vê dawetê Mezinê me Pêxember hat Kabeyê û li hemberî muşrikan rûnişt. Muşrikan got: «Ya Muhemmed! Sebeba ku me xeber ji te re şand ew e ku em bi te re li hev bikin. Em sond dixwin ku di nav ereban de kesekî wek te, ku serê qewmê xwe xistibe belayê, nehatiye dîtin! Te eyb li dînê me girt! Te zimanê xwe dirêjî îlahên me kir! Te aqilê me neeciband! Te yekîtiya me parçe kir û em berdan hev! Karê xerab nema ku te neanîbe serê me! Eger tu bi van kirin û gotinên xwe dixwazî dewlemend bibî, em ji ya ku tu dixwazî bêtir mal berhev bikin. Eger tu dixwazî şan û şerefê qezenc bikî, em te li ser xwe mezin qebûl bikin. Eger tu dixwazî bibî hukumdar, em îlan bikin ku tu hukumdar î û li dora te bicivin. Eger tiştek hebe ku tu di bin tesîra wî de mabî, em te jê xelas bikin. Eger nexweşiyeke ji cinan be, em hemû hebûna xwe birijînin û li şîfaya wê bigerin!…» Mezinê Aleman bi sebir li wan guhdarî kir û paşê ev bersiva muezzem da: «Gelî Qureyşiyan! Ji van tiştên ku hûn dibêjin yek jî bi min re tune ye. Ez bi tiştên ku min ji we re anîne ne ji bo xwestina malê we, ne ji bo ku di nav we de şeref û şaneke mezin qezenc bikim, ne jî ji bo ku li ser we bibim hukumdar hatime. Lê Allah teala ez ji we re pêxember şandim û Kitêbek jî ji min re anî xwarê. Ferman li min kir ku ez ji bo we (ji bo yên ji we yên ku qebûl dikin) (bi Cennetê) mizgînberek û (ji bo yên ji we yên ku qebûl nakin jî bi Cehennemê) hişyarkerek bim.

Min jî ev emrê Rebbê xwe teblîxî we kir, min şîret li we kir. Eger hûn tiştê ku min aniye qebûl bikin, ew ê li dinyayê û li axretê ji we re bibe nesîb û zad. Eger hûn qebûl nekin û red bikin, heta ku Allah teala di navbera min û we de hukmê xwe bide, ya ku dikeve ser min ew e ku ez ji bo bicihanîna emrê Cenabê Heq sînga xwe bidim ber her zehmetiyê û sebir bikim…» Ebû Cehl, Umeyye bin Xelef û muşrikên din got: «Ya Muhemmed! Tu dizanî ku di warê debarê de kesek tune ye ku ji me di şertên dijwartir de be. Madem tu pêxember î, ji Rebbê xwe bixwaze, bila van çiyayên ku me teng dikin û debara me zehmet dikin ji holê rake û dûr bixe! Bila welatê me fireh bike û çemên wek çemên Şam û Iraqê li ser biherikîne! Herwiha bila hinek ji bav û kalên me yên borî, di serî de Qusey bin Kilab, sax bike! Qusey bin Kilab kesekî rastgo û mezin bû. Em ji wî bipirsin ka tiştên ku tu dibêjî heq in an batil in! Eger ew te tesdîq bike û tu tiştên ku em dixwazin bikî, em ê te tesdîq bikin. Bi vî awayî em ê meqamê te yê li ba Rebbê te jî hîn bibin. Eger tu van ji bo me nekî, ji bo xwe tiştekî ji Rebbê xwe bixwaze. Bixwaze ku melaîketekî bişîne ku gotinên te tesdîq bike û me ji ser te vegerîne! Herwiha bila Rebbê te bexçe, koşk û xezîneyan bide te, da ku tu ji tengasiya debarê xelas bibî! Çimkî tu jî wek me li bazaran digerî û ji bo debarê dixebitî!…» Mezinê me Fexrê Alemê ji wan re ferman kir: «Ez bi van ji we re nehatime şandin. Allah teala ez bi çi şandibim, min ji aliyê Cenabê Heq ve tenê ew ji we re aniye. Min ew teblîxî we kiriye. Ez ne însanek im ku ji Rebbê xwe tiştan bixwazim (da ku mal û milk bide)… Allah teala ez (ji bo yên ji we yên ku tiştên min anîne qebûl dikin bi Cennetê) mizgînber û (ji bo yên ji we yên ku qebûl nakin û red dikin jî bi Cehennemê) hişyarker şandime.» Vê carê muşrikan got: «Madem Rebbê te eger bixwaze her tiştî bêguman dike, ka bixwaze, bila vî asîmanî perçe bike û bi ser me de bixe!… Heta ku tu vê nekî em bi te bawer nakin!» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ev kar aîdî Allah teala ye. Eger Ew bixwaze vê bi we bike, bêguman dike.» Li ser vê muşrik hîn pêşdetir çûn û got: «Ya Muhemmed! Ma Rebbê te nizanibû ku em ê bi te re rûnin, çi ji te bipirsin û çi ji te bixwazin, ku berê xeber neda te û hînî te nekir? Çima bi te neda zanîn ku eger em tiştên ku tu teblîxî me dikî qebûl nekin, wê çi bi me bike?… Heta ku tu melaîketan nekî şahid û neynî ba me ku gotinên te rast in, em bi te bawer nakin… Êdî li hemberî te tu mesûliyeta me nema. Em sond dixwin ku êdî em dev ji pêsîra te bernadin! An em ê te tune bikin, an tu yê me…» Pêxemberê me yê delal gava dît ku ew li şûna ku nêzîk bibin wiha bi temamî dûr dikevin, ji ba wan çû.13 Gava muşrikên mekkeyî Sultanê Kaînatê red kir, Allah teala bi Cebraîl eleyhisselam wehy şand û bi ayetên kerîme bersiva wan da. Ezabên tal ên ku ew ê bikevinê dan zanîn. Ji ayeta kerîme ya 4an heta ayeta kerîme ya 11an a Sûreyê En’am bi mealî wiha ferman dike: «Ji ayetên Rebbê wan tu ayetek (ayetek ji ayetên Qur’ana Kerîm, delîlek ji delîlan an mucîzeyek ji mucîzeyan) nayê ji wan re ku wan rû jê nezivirandibe.

«Cahilên wehşî û dilhişk bi te îman naynin. Ew di nîfaqê de dijwartir in» Tewbe: 97

Va ye, gava Heq (Qur’ana Kerîm) ji wan re hat, wan ew tekzîb kir, derewîn derxist. Lê di nêzîk de xebera (cezayê) wî tiştê ku tinaz û henekên xwe pê dikirin wê bigihîje wan. Ma wan (xelkê Mekkeyê) nedît ku Me berî wan çiqas nifş helak kirine? Ma bi yeqînî nizanibûn? Me hemû ew îmkanên ku Me nedane we dabûn wan. Me ji asîman bi ser wan de baranên zêde şandibûn. Me çem di bin (bostan, bexçe û koşkên) wan re herikandin. Paşê Me ew (ji ber ku şukra van nîmetan nekirin û) ji ber gunehên wan helak kirin. Me li şûna wan nifşên din afirandin. Eger Me kitêbeke li ser kaxezê nivîsî ji te re bianiya xwarê û wan jî bi destên xwe ew bigirta, dîsa wan kafiran wê ji înada xwe bigota: “Ev ji sêhreke eşkere pê ve ne tiştek e.” Herwiha got: “Xwezî ji Wî re (ji Muhemmed eleyhisselam re, ku em jî bibînin) melaîketek bihata şandin (û ji me re bigota ku Ew pêxember e)!” Eger Me melaîketek bişanda (û wan jî îman neaniya), bêguman kar wê biqediya (wê hukmê helaka hemûyan bihata dayîn). Paşê bi qasî girtin û vekirina çavekî jî mohlet ji wan re nedihat dayîn, li wan nedihat nêrîn. Eger Me Ew (Pêxember) bikira melaîketek, bêguman Me yê Ew dîsa zilamek (di sûretê zilamekî de) nîşan bida û ew dîsa bixistana wê şika ku ketibûnê. Sond be ku bi pêxemberên berî te jî tinaz û henek hat kirin û bela û ezabê ku cezayê wî tiştî ye ku tinazên xwe pê dikirin, ji her alî ve dora wan girt. Bibêje: “Li rûyê erdê bigerin, paşê jî binêrin. Dawiya yên ku pêxember derewîn derxistin çawa bûye?”» Di ayetên kerîme yên 7–10an ên Sûreyê Furqan de jî bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «Kafiran got: “Ev çi pêxember e? Wek me dixwe û vedixwe, li kuçeyan digere. Eger pêxember bûya, wê melaîket bihata ba wî. Wê alîkarên wî hebûna, wan jî wê bi me bida zanîn û em bi Cehennemê bitirsandana. An jî Rebbê wî wê xezîneyên pereyan bişanda, an wê bexçeyên wî yên fêkiyan û çewlikên wî hebûna, çi bixwesta wê bixwara.” Wan zaliman ji hev re got: “Eger hûn bibin tabiê vî, hûn ê bibin tabiê zilamekî sêhrkirî.” (Ey Hebîbê Min!) Binêre ku di heqê te de çi mîsalên xerab anîn, ji riya heq veqetiyan û ketin dalaletê. Êdî nikarin ji dalaletê derkevin û riyekê bibînin ku biçin hîdayetê. Şanê Allah teala çiqas bilind e ku Ew, eger bixwaze, (li dinyayê) ji van bixêrtir bostan û bexçeyên ku çem di bin wan re diherikin dide te û ji bo te serayan çêdike!» Di ayeta kerîme ya 21an de jî bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «Yên ku hêvî nakin bigihîjin Me got: “Xwezî melaîket ji me re bihatana xwarê (û bidana zanîn ku Muhemmed rast dibêje) an me Rebbê xwe bidîta.” Sond be ku wan di nefsa xwe de mezinahiyek dîtiye û bi harbûneke mezin ji hed derbas bûne…» Di ayeta kerîme ya 9an a Sûreyê Sebe’ de bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «Eger Em bixwazin, Em ê wan (ji ber ku ayetên Me yên eşkere dîtin û derewîn derxistin, wek Qarûn) di erdê re bibin xwarê, an jî (wek ku Me bi xelkê Eykeyê kir) ji asîman perçeyan bi ser wan de bixin.» Di ayeta kerîme ya 97an a Sûreyê Îsra de jî bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «… Em ê wan roja qiyametê kor, lal û ker li ser rûyê wan heşr bikin! Cihê ku ew ê biçinê Cehennem e; her ku agirê wê sist bibe, Em ê pêta wê zêde bikin!» Muşrikan li hemberî ayetên kerîme yên ku di heqê wan de hatin dijminatiya xwe hîn bêtir zêde kir.

Bi taybetî Ubey bin Xelef û birayê wî Umeyye dilê Mezinê me Resûlûllah gelek diêşand. Ubeyê bextreş bi hestiyekî rizî hat huzûra bilind a Pêxemberê me. Got: «Ya Muhemmed! Allahê te wê vî hestî piştî ku riziyaye sax bike, wisa ye? Naxwe tu guman dikî ku Rebbê te wê vî piştî ku riziyaye sax bike, ha!» û hestî hûr kir. Paşê toza wî ber bi Pêxemberê me yê delal ve pif kir. Dewam kir û got: «Ya Muhemmed! Kî dikare vî piştî ku wiha riziyaye sax bike?» Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Erê. Allah teala wê te jî bimirîne, wî jî… Paşê wê te sax bike û bixe Cehennemê.» Li ser vê bûyerê Cenabê Heq ev ayetên kerîme anîn xwarê. Bi mealî wiha ferman dike: «Ma wî însanê (înkarker) nedît, bi yeqînî nizanibû ku Me ew ji nutfeyekê afirandiye? Digel vê jî ew bû dijberekî eşkere. Afirandina xwe ji bîr kir û ji Me re mîsal anî, got: “Kî wê vî hestî sax bike, ku riziyaye û belav bûye?” (Ey Resûlê Min!) Bibêje: “Yê ku ew cara pêşî (dema ku tunebûn) afirandine (Allah teala) wê wan sax bike û Ew her afirandiyî bi heqî dizane. Ew (Allah teala) e ku ji dareke kesk ji we re agir derdixe. Va ye hûn jî niha jê agir pêdixin. Ma hêza yê ku asîman û erd afirandine têra wê nake ku yên wek wan biafirîne? Bêguman hêza Wî têrê dike. Ew e ku her tiştî diafirîne, her tiştî dizane…”»14

Îmana Xalid bin Seîd

Di demên pêşî yên daweta Îslamê de Xalid bin Seîd xewnek dîtibû. Di xewna xwe de li kêleka Cehennemê sekinîbû; bavê wî xwest wî dehf bide û bixe nav. Tam di wê gavê de dît ku Pêxemberê me bi pişta wî girt û ew ji ketina Cehennemê xelas kir. Bi qîrîn şiyar bû û bi xwe re got: «Wellahî ev xewn rast e.» Gava derket derve, rastî Hezretê Ebûbekr hat û xewna xwe jê re got. Hezretê Ebûbekr jê re got: «Xewna te heq e; ev kes pêxemberê Allah teala ye. Hema here, bibe tabiê Wî! Tu yê bidî pey Wî, bikevî dînê ku aniye û pê re bî. Ew jî wê te, wek ku te di xewnê de dîtiye, ji ketina Cehennemê biparêze. Bavê te jî wê di Cehennemê de bimîne!»

Hezretê Xalid bin Seîd di bin tesîra xewnê de bû. Bêyî ku wext winda bike yekser çû cihê ku jê re Ecyad dibêjin, huzûra Muhemmed eleyhisselam û pirsî: «Ya Muhemmed! Tu mirovan dawetî çi dikî?»

Mezinê me Pêxember di bersiva xwe de ferman kir: «Ez însan dawet dikim ku bi Allahê ku bêşirîk û bêmîsal e bawer bike, bawer bike ku Muhemmed jî (eleyhisselam) evd û pêxemberê Wî ye, û dev ji îbadeta hin perçeyên keviran berde ku nabihîzin, nabînin, tu zirar û feydeyê nadin û ne yên ku ji wan re îbadet dikin nas dikin, ne jî yên ku nakin.»

Li ser vê yekê Xalid bin Seîd yekser got: «Ez jî şehadetê didim ku ji bilî Allah teala tu îlahê ku îbadet jê re bê kirin tune ye û dîsa şehadetê didim ku tu pêxemberê Allah teala yî!» û bû misliman. Mislimanbûna wî Pêxemberê me gelek şa kir. Li pey wî jina wî Umeyye jî bi mislimanbûnê şerefdar bû. Hezretê Xalid bin Seîd dixwest ku birayên wî jî bibin misliman û ji bo vê dixebitî. Ji wan Umer bin Seîd jî bûbû misliman.

«Em ê wan roja qiyametê kor, lal û ker li ser rûyê wan heşr bikin! Cihê ku ew ê biçinê Cehennem e; her ku agirê wê sist bibe, Em ê pêta wê zêde bikin!» Îsra: 97

Bavê wan Ebû Uheyhe, ku dijminekî dijwar ê Îslamê bû, gava hîn bû ku Xalid û Umer bûne misliman û li cihekî xalî yê Mekkeyê nimêj dikin, ji zarokên xwe yên ku nebûbûn misliman şandin û ew anîn ba xwe. Paşê ji wan re got ku ji dînê ku nû ketinê derkevin. Li wan xeyidî û dest bi lêdanê kir.

Paşê ji Xalid bin Seîd re got: «Tu bûyî tabiê Muhemmed? Ma ne tu dibînî ku Ew li dijî qewmê xwe tevdigere û bi tiştê ku aniye heqaretê li pûtên me û bav û kalên me dike!»

Gava Hezretê Xalid bin Seîd jî got: «Ez bi Allah sond dixwim ku Muhemmed eleyhisselam rast dibêje. Ez bûme tabiê Wî. Ez dimirim jî ji dînê xwe venagerim!», hêrsa bavê wî hîn zêdetir bû. Bi darekî ewqas lê xist heta ku dar şikest û paşê got: «Kurê min ê bêxêr! Tu kuderê dixwazî here. Sond be ku ez ê nan nedim te!» Hezretê Xalid got: «Eger tu nefeqeya min bibirî, Allah teala bêguman wê rizqê min îhsan bike.»

Bavê wî gef li zarokên xwe yên din xwar: «Eger yek ji we bi wî re bipeyive, tiştê ku min bi wî nekiriye ez ê bi we bikim.» Hezretê Xalid jî di zêrzemîna malê de da hepskirin û sê rojan ew di germa Mekkeyê de birçî û tî hişt.

Hezretê Xalid bin Seîd rêyek dît û ji destê bavê xwe xelas bû. Bavê wî bi nexweşiyeke giran ket. Ebû Uheyhe di nav nivînên nexweşiyê de ji dijminatiya xwe ya li hemberî Îslamiyetê digot:

«Eger ez ji vê nexweşiyê xelas bibim û rabim ser piyan, her kesê li Mekkeyê wê ji pûtên me re îbadet bike. Tu kes wê nikaribe ji bilî wan ji yekî din re îbadet bike!…» Hezretê Xalid, ji bo ku dijminatiya bavê wî ya li hemberî dînê heq bi dawî bibe û zirar negihîje birayên wî yên misliman, destên xwe rakirin û dua kir: «Ey Allahê min ê ku alem afirandine! Bavê min ji vê nexweşiyê raneke!» Cenabê Heq duaya wî qebûl kir; Ebû Uheyhe ji nivînên nexweşiyê ranebû û mir.

Mus’eb bin Umeyr çawa bû misliman

Mus’eb bin Umeyr (radiyellahû anhû) ji malbateke esîl û dewlemend a Qureyşê bû. Gava gotinên mubarek ên Pêxemberê me bihîstin, muhebbeteke mezin di dilê wî de çêbû. Bi daxwaza ku bigihîje Wî dişewitî. Dawiyê çû Darul-Erqemê û bû misliman. Dê û bavê wî gava ev bihîst, ew ji her tiştî bêpar hiştin û dest bi îşkenceyê kir. Ji bo ku wî ji dînê wî vegerînin, ew di zêrzemîna mala xwe de heps kirin û bi rojan birçî û tî hiştin. Li ber tava şewatok a Erebistanê îşkenceyên giran û zehmet lê kirin. Lê Hezretê Mus’eb bin Umeyr li ber van îşkenceyên giran û bêrehm sebir kir û ji Îslamiyetê venegeriya.

Hezretê Mus’eb berî ku bibe misliman, ji ber dewlemendiya malbata xwe di nav refah û firehiyê de hatibû mezinkirin. Her kesî xwezî bi halê wî dianî. Gava bû misliman, malbata wî ew ji her tiştî bêpar hişt û îşkence lê kirin. Mus’eb bin Umeyr, ku ji bo dînê xwe li ber her cure tengasiyê sebir dikir, rojekê çû huzûra Mezinê me Resûlûllah. Hezretê Elî ev hatina wî wiha vegot: «Em bi Resûlûllah re rûniştibûn. Di wê navê de Mus’eb bin Umeyr hat. Cilekî pînekirî lê bû û di halekî wisa de bû ku dilê mirov pê dişewitî. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) gava ev halê wî dît, çavên Wî yên mubarek tijî hêstir bûn. Ji ber ku Mus’eb tevî vê îşkence û xizaniya ku dikişand jî ji dînê xwe venegeriyabû, ferman kir: “Li vî kesî binêrin ku Allah teala dilê wî nûranî kiriye. Min dît ku dê û bavê wî ew bi xwarin û vexwarinên herî baş xwedî dikirin. Hezkirina Allah teala û Resûlê Wî ew aniye vî halê ku hûn dibînin.”»

«Allahê min! Gunehên wan efû bike! Çimkî ew nizanin çi dikin» Hedîsa şerîf

Bi şewat Heq zikir bike!
Tu yê bigihîjî gelek îhsanan,
Her derî ji te re vedibe,
Cemalullah eyan dibe.
Şemsê Tebrîzî vê dizane:
Alem namîne, fena dibe,
Hemû mexlûq tev tune dibin,
Tenê Allah baqî dimîne.
Selatullah, selamullah,
Eleyke ya Resûlellah.

Hicreta Hebeşistanê