Pêxemberê Min ê Delal

HICRETA HEBEŞISTANÊ

Hicreta yekem a Hebeşistanê

Di sala pêncan a pêxembertiya (bîseta) Mezinê me Resûlûllah de, tevî îşkenceyên muşrikan, hejmara mislimanan her zêde dibû. Lê muşrikan jî îşkenceyên xwe zêde dikirin û çi ji destê wan dihat dikirin. Dilê Mezinê me Pêxember gelek diêşiya ku eshabên Wî rastî îşkenceyên ku nayên kişandin tên, bi werîsan ji lingên xwe bi deveyan ve tên girêdan, ber bi aliyên berevajî ve tên kişandin û perçe dibin. Ev îşkence her ku roj derbas dibû dijwartir dibûn; dilê Wî yê tijî merhemet li ber van nedisekinî.

Rojekê Eshabê Kîram civandin û ferman kir: «Ey eshabên min! Niha li rûyê erdê belav bibin. Allah teala di nêzîk de wê we dîsa bicivîne ser hev.»

Wan jî pirsî: «Ya Resûlellah! Em herin ku derê?» Pêxemberê me bi destê xwe yê mubarek îşaret kir, welatê Hebeşê nîşan da û ferman kir: «Va ye wir! Herin axa Hebeşê!1 Çimkî li wir hukumdarek heye ku zulmê li tu kesî ji yên li ba xwe nake. Herwiha ew der welatê rastiyê ye. Heta ku Allah teala ji tengasiyên ku hûn tê de ne riyeke derketin û xelasiyê veke, hûn li wir bimînin.»

Bi vî awayî Mezinê me Serwerê Alemê Muhemmed Mustefa (sellellahû eleyhî we sellem) biryar dabû ku eshabên xwe ji îşkenceyan xelas bike û bi tena serê xwe mucadeleya xwe ya li hemberî muşrikên mekkeyî bidomîne. Pêxemberê me yê delal, ku gava hat dinyayê gotibû: «Ummeta min! Ummeta min!», niha jî ji bo xelasiya eshabên xwe xwe feda dikir. Li ser vê destûra Wî hinek ji Eshabê Kîram ji welatê xwe diqetiyan û hicret dikirin!… Lê ji ber ku ji Pêxemberê me yê delal diqetiyan, xema wan jî pir mezin bû.

Di vê hicreta pêşî de ev kes hebûn: Hezretê Osman û jina wî Hezreta Ruqeyye bint Resûlûllah, Ebû Huzeyfe û jina wî Sehle bint Suheyl, Zubeyr bin Ewwam, Mus’eb bin Umeyr, Ebdurrehman bin Ewf, Ebû Seleme bin Ebdulesed û jina wî Ummu Seleme, Hatib bin Emr, Amir bin Rebîe û jina wî Leyla bint Ebî Hesme, Osman bin Mez’ûn, Ebû Sebre bin Ebî Ruhm û jina wî Ummu Gulsûm bint Suheyl, Suheyl bin Beyda û Ebdullah bin Mes’ûd (radiyellahû anhûm).2 Mezinê me Pêxember di heqê Hezretê Osman de ferman kir: «Bê şik Osman kesê pêşî ye ku piştî Lût pêxember bi hevsera xwe re hicret kiriye.»

Hinek ji Eshabê Kîram siwarî, hinek peya, bi dizî ji Mekkeyê derketin. Gava karwan gihîşt Şueybeyê, bi lutfa Allahê mezin du keştiyên bazirganan hatibûn. Eshaban her yekî nîv zêr kirê da bazirganan û li keştiyan siwar bûn. Di wê navê de muşrikên ku bi vê hesiyan ketin pey eshaban. Gava gihîştin perê deryayê, muhacir li keştiyê siwar bûbûn û ji bejê dûr ketibûn; loma nikaribûn yekî ji wan jî bigirin. Xebata wan pûç derket û bi bêhêvîtî vegeriyan. Eshab di Deryaya Sor re bi selametî gihîştin Hebeşistanê.3 Hukumdarê Hebeşê Necaşî misliman li welatê xwe bi cih kirin. Gelek baş bi wan re tevgeriya.

«Ey eshabên min! Niha li rûyê erdê belav bibin. Allah teala di nêzîk de wê we dîsa bicivîne ser hev» Hedîsa şerîf

Piştî ku eshab çûn Hebeşistanê, Sûreyê Wennecm nazil bû. Dema Resûlûllah li Mescîdul-Heramê ev sûre ji Qureyşê re dixwend, gava gihîşt wî cihê ku di ayetên kerîme yên 19 û 20an de pûtên muşrikan tên zikirkirin, şeytanê lein gotinên wek «Pût pûtên bilind in, şefaet ji wan tê kirin» xistin navê. Muşrikan guman kir ku ev Resûlûllah gotine. Gotin: «Madem Wî bi dînê me re muwafeqet kir, me jî bi Wî re sulh kir.» Di wan rojan de Welîd bin Muxîre jî hat ba Resûlûllah û got: «Ji vir pê ve em ê dest nedin te.» Mezinê me Pêxember li vê ecêbmayî ma. Ev xebera sulhê (!) ya muşrikan di dawiya Remezana şerîf de gihîşt eshabên li Hebeşê. Mislimanên li Hebeşistanê xeber girtin: «Li Mekkeyê muşrik û mislimanan li hev kiriye!» Li ser vê fikirîn: «Hicreta me, terikandina me ya cih û warê xwe ji ber dijminatiya muşrikan bû. Êdî dijminatiya wan bûye dostanî. Naxwe em herin û bi xizmeta Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) şerefdar bibin.» Di wê navê de Cebraîl eleyhisselam ev hîleya şeytan bi Resûlûllah da zanîn. Gelek xemgîn bû. Cenabê Heq ayeta kerîme ya 52an a Sûreyê Hec anî xwarê, ku meala wê ev e: «Resûlên xwedî şerîet ên ku Me berî te şandine û nebiyên ku tabiê wan in, gava dixwazin ayeteke kerîme bixwînin an ji ber xwe tiştekî bibêjin, şeytan tiştekî tevlî xwendin an gotina wan dike. Allah teala tiştê ku şeytan tevlî kiriye ji ya rast vediqetîne. Paşê ayetên xwe muhkem dike. Allah teala bi halê mirovan dizane û hukmê xwe pêk tîne.» Gava muşrikan ev ayet bihîst, dîsa dest bi eza û cefayê kir. Muhaciran ji hukumdarê Hebeşê destûr girt û di meha Şewwalê de hatin Mekkeya Mukerreme. Lê hîn bûn ku xebera ku girtibûn şaş e.4 Gava bi van tiştên qewimî hesiyan şaş man. Paşê hatin huzûra Mezinê me Pêxember û di heqê Hebeşistanê de got: «Me li wir cîrantî û parastineke baş dît. Dest nedan dînê me, em neêşandin. Me gotineke ku li me xweş neyê jî nebihîst. Me di nav huzûrê de ji Allah teala re îbadet kir.»5 Dûr û dirêj vegotin ku av, hewa û fêkiyên Hebeşistanê hêzê didin; ku çar îbadetxane hene, her roj li van ciyan deve û pez tên serjêkirin, xizan û xerîb tên dawetkirin û li wan xweş tê nêrîn, ku hukumdarê wan ziyareta wan kiriye û eman daye wan û tengasiyên wan hatine rakirin; bi vî awayî razîbûna xwe dan zanîn.6 Ji du mehan bêtir li Hebeşistanê mabûn.

Hezretê Hemze çawa bû misliman

Sala şeşan a bîsetê… Dengê Îslamiyetê her ku roj derbas dibû guh bi guh belav dibû, digihîşt dilan û hîn dûrtir diçû. Vî halî muşrikên Qureyşî dîn dikirin; tevî hemû xebatan nikaribûn rê li ber belavbûna Îslamiyetê bigirin. Di kitêbên «Delailun-Nubuwwe» û «Mearicun-Nubuwwe» de wiha hatiye ragihandin:

Pûtekî yekî ji muşrikan ê bi navê Welîd hebû. Li girê Sefayê diciviyan û ji vî pûtî re îbadet dikirin. Rojekê Mezinê me Pêxember çû ba wan û muşrik dawetî îmanê kirin. Cinekî kafir ket nav wî pûtî û di heqê Pêxemberê me yê delal de gotinên nemunasib gotin. Mezinê me Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) xemgîn bû. Rojeke din kesekî ku bi xwe nedihat dîtin silav da Mezinê me Pêxember û got: «Ya Resûlellah! Cinekî kafir di heqê te de tiştên nemunasib gotine. Min ew dît û kuşt. Ma tu yê bixwazî sibe girê Sefayê bi hatina xwe şerefdar bikî? Tu dîsa wan dawetî Îslamê bike. Ez ê jî bikevim nav wî pûtî û gotinên ku pesnê te didin bibêjim.» Mezinê me Pêxember teklîfa vî cinê bi navê Ebdullah qebûl kir.

Roja din Pêxemberê me yê delal çû wir û muşrik dîsa dawetî îmanê kirin.

Ebû Cehl jî li wir bû. Cinê misliman ket nav pûtê di destê muşrikan de û gotin û şiîrên xweş gotin ku Pêxemberê me yê delal û Îslamiyetê vedibêjin. Muşrikan gava ev gotin bihîstin, pûtê di destê xwe de perçe kir û êrîşî Resûlûllah kirin. Porê Wî yê mubarek tev li hev bû. Rûyê Wî yê mubarek di xwînê de ma. Li ber vê eza û cefaya wan sebir kir û ferman kir: «Gelî Qureyşiyan! Hûn li min dixin. Lê ez Pêxemberê we me.» Paşê ji wir çû û hat mala xwe. Keçikeke xizmetkar ev bûyer ji serî heta dawî dîtibû. Di wê navê de Hezretê Hemze li çiyê nêçîr dikir. Tam dikir ku tîrekê bavêje xezalekê, xezal hat ziman û got: «Ya Hemze! Li şûna ku tu tîrê bavêjî min, eger tu tîrê bavêjî wan ên ku dixwazin kurê birayê te bikujin wê bixêrtir be.» Hezretê Hemze li van gotinan ecêbmayî ma û bi lez ber bi mala xwe ve bi rê ket. Adeta wî bû: gava ji nêçîrê vedigeriya, pêşî ji bo tewafê diçû Herema Şerîf, paşê diçû mala xwe. Wê rojê dema tewaf dikir, keçika xizmetkar hat ba wî. Tiştên ku Ebû Cehl bi Muhemmed eleyhisselam kiribûn jê re gotin. Hezretê Hemze gava bihîst ku heqaret li Mezinê me Pêxember hatiye kirin, xwîna wî ya xizmatiyê keliya. Çekên xwe hildan û hat cihê ku muşrik lê bûn. Got: «Yê ku gotina xerab ji kurê birayê min re gotiye û dilê Wî êşandiye tu yî? Va ye dînê min jî dînê Wî ye. Eger hêza te têrê dike, ka wan tiştên ku te kirin bi min jî bike!» û bi kevanê li stûyê xwe serê Ebû Cehl şikand. Kafirên li wir xwestin êrîşî Hezretê Hemze bikin. Lê Ebû Cehl got: «Dest nedinê, Hemze heqdar e. Min gotinên xerab ji biraziyê wî re gotin.» Piştî ku Hezretê Hemze ji wir çû, Ebû Cehl ji yên li dora xwe re got: «Nebe ku hûn xwe lê bidin! Wê ji me hêrs bibe û bibe misliman. Bi vê yekê Muhemmed wê xurt bibe.» Çimkî Hemze xwedî xatir, biqîmet û xurt bû. Ji bo ku Hezretê Hemze nebe misliman, bi şikandina serê xwe razî bûbû. Hezretê Hemze hat ba Mezinê me Pêxember û got: «Ya Muhemmed! Min tola te ji Ebû Cehl hilanî. Min ew di xwînê de hişt. Xemgîn nebe, şa bibe!» Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ez bi tiştên wiha şa nabim.» Gava Hezretê Hemze got: «Ji bo ku te şa bikim û te ji xemê xelas bikim, tu çi bixwazî ez ê bikim!», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ez tenê bi wê şa dibim ku tu îman bînî û bedena xwe ya biqîmet ji agirê Cehennemê xelas bikî.»

Hezretê Hemze yekser bû misliman. Di heqê wî de ayeta kerîme hat. Li gorî Hezretê Ebdullah bin Ebbas, di Qur’ana Kerîm de, di ayeta kerîme ya 122an a Sûreyê En’am de ew zatê ku tê vegotin «hatiye saxkirin û gihandin nûrê…» Hezretê Hemze ye û yê ku behsa wî tê kirin «di tariyan de şaş û metel maye…» jî Ebû Cehl e.

Hezretê Hemze çû ba muşrikan, da zanîn ku bûye misliman û ew ê Hebîbê Allah teala Muhemmed eleyhisselam, bi bihayê canê xwe be jî, biparêze û qesîdeyek xwend. Di qesîdeya ku xwend de wiha gotibû: «Hemd ji Allah teala re be ku dilê min ber bi Îslamiyetê û heqiyê ve meyl daye. Ev dîn ji aliyê Allah teala ve hatiye şandin, ku her kirina evdên xwe dizane, bi lutfa xwe bi her kesî re muamele dike, qudreta Wî li ser her tiştî xalib e û Rebbê aleman e. Gava Qur’ana Kerîm tê xwendin, hêstir ji çavên xwediyên dil û aqil diherikin. Qur’ana Kerîm bi ayetên ku bi zimanekî fesîh hatine eşkerekirin li ser Muhemmed eleyhisselam nazil bûye. Ew Muhemmed Mustefa di nav me de kesekî mubarek e ku gotina Wî tê guhdarîkirin û stû jê re tê xwarkirin. Gelî muşrikan! Bila aqilê we ji serê we neçe û çavên we tarî nebin ku hûn di heqê Wî de gotinên hişk, giran û hov bibêjin. Eger hûn bikevin fikreke wiha, heta ku di ser cesedên me mislimanan re derbas nebe, tu kes nikare dest bide Wî.»

«Gelî Qureyşiyan! Hûn li min dixin. Lê ez Pêxemberê we me» Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam

Bi mislimanbûna Hezretê Hemze Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) gelek şa bû. Misliman bi tevlîbûna wî ya nav xwe gelek xurt bûn. Bi mislimanbûna Hezretê Hemze rewş guherî. Çimkî mekkeyiyan dizanibû ku Hezretê Hemze şerker, wêrek, merd, pehlewan û qehremanekî mezin e. Loma muşrikên Qureyşê êdî nikaribûn bê sebeb muameleyeke xerab bi mislimanan re bikin; bi taybetî ji dijwariya şûrê Hezretê Hemze tirsiyan.7

Bi eşqa te ketim riyan,
Şefaet, ya Resûlellah!
Gunehkar im, rûyê min reş e,
Şefaet, ya Resûlellah!

Hezretê Umer çawa bû misliman

Dînê Îslamê roj bi roj belav dibû, nûra Qur’ana Kerîm rûh ronî dikirin. Yên ku nesîbê wan hebû, bi îhsana Allah teala îman dianîn û digihîştin hîdayetê. Ev zatên mubarek ên ku bi bûna ji Eshabê Kîram (radiyellahû anhûm) şerefdar bûbûn, dest didan destê hev, dil didan dilê hev û wek perwaneyan li dora Mezinê me Resûlûllah dizivirîn. Daxwaz û îşareteke Wî ya herî biçûk emrekî mezin dizanîn, ji bo bicihanîna wê bi hev re diketin pêşbaziyê, heta di vê rê de xwe ji fedakirina canê xwe jî nedidan paş. Telaş û endîşeya muşrikan jî gihîştibû radeya dawî. Çimkî ji qehremanên ku bi tiliyan dihatin nîşandan Hezretê Hemze jî bûbû misliman û di refên Resûlûllah de cih girtibû. Vê bûyera ku nedihat hêvîkirin muşrik bi temamî har kirin. Ji ber vê sebebê Umerê kurê Xettab (hîn nebûbû misliman) rojekê bi niyeta ku Mezinê me Resûlûllah li ku bibîne bikuje ji mala xwe derket.

Pêxemberê me yê delal li Mescîdul-Heramê li ser nimêjê dît. Dema li bendê bû ku nimêja Wî biqede, tiştên ku dixwend bala wî kişand û bi meraq dest bi guhdarîkirinê kir. Mezinê me Hebîbê Ekrem sûreyê şerîf El-Haqqe dixwend… Bi mealî: «Ew qiyameta ku hatina wê heq e!… Ew qiyameta heq çi ye (ma tu dizanî)? Çi tiştî bi te da zanîn ew qiyameta ku hatina wê heq e? Semûd û Ad (ew qewm) qiyameta ku dil ji dehşeta wê dilerizin tekzîb kirin, derewîn derxistin. Qewmê Semûd ji ber harbûna xwe (bi qîrîna Cebraîl eleyhisselam) helak bû.

Qewmê Ad jî bi bayekî (bahozeke) qijilîner, bi xuşîn, har û dijwar helak bû. Allah teala ew bahoz heft şev û heşt rojan bê navber berda ser wan. (Ketin halekî wisa ku eger tu wê demê li wir amade bûyayî,) te yê bidîta ku ew çawa wek qurmên pûç ên darxurmeyan, ku ji kokê ve rabûne û li erdê raketine, mirine û ketine! Ma tu niha ji wan tiştekî mayî (kesek, candarek û hwd.) dibînî? Firewn jî, yên berî wî jî, xelkê bajarokên serûbinbûyî jî (qewmê Lût) hemûyan ew xeta (şirk û îsyan) kirin… Bi vî awayî li dijî pêxemberê Rebbê xwe (Lût eleyhisselam û yên din) îsyan kirin. Li ser vê yekê ezabekî ji ezabê ku hatiye ser ummetên din dijwartir ew girtin… Bi rastî gava (di tofana Nûh de) avê her der girt, Me hûn (bav û kalên we yên ku sebebê hebûna we ne) di keştiyê de hilgirtin, da ku ji we re bibe îbret û guhên ku wê dibihîzin wê hifz bikin, ezber bikin.

Gava carekê li Sûrê bê pifkirin, erd û çiya ji ciyê xwe bên rakirin, bi dijwarî li hev bên xistin û hûrhûrî bibin, wê rojê qiyamet wê rabe. Wê rojê asîman, ku hêz û zexmiya wî namîne, wê biqelişe û ji hev belav bibe.

Melaîket jî li derdora asîman in (li benda emrê Rebbê xwe ne). Wê rojê Erşê Rebbê te heşt melaîket (ji yên ku li derdora asîman in) hildigirin ser xwe. Wê rojê hûn ê (ji bo hesabê ji Allah teala re) bên erzkirin. Wisa ku tu sirreke we (ya ku we dema li dinyayê bûn guman dikir we veşartiye) veşartî namîne (ji Allah teala). Va ye hingê kesê ku kitêba wî dane destê wî yê rastê (bi şahî) dibêje: “Bigirin, kitêba min bixwînin! Bi rastî min bi yeqînî dizanibû ku ez ê rû bi rû bi hesabê xwe re bimînim.”

Va ye ew di jiyaneke ku jê razî ye de ye. Di Cenneteke bilind de ye… (Fêkiyên wê) ewqas nêzîk in ku zû tên çinîn. (Ji wan re tê gotin:) “Di berdêla emelên salih ên ku we di rojên borî de (li dinyayê) pêşkêş kirine, bixwin, vexwin, noşî can be.”

Kesê ku kitêba wî dane destê wî yê çepê jî dibêje: “Ax! Xwezî kitêba min nehata dayîn… Min nizanibûya hesabê min jî çi ye. Ax! Xwezî wê (mirinê) bi qetî dawî (li jiyana min) bianiya (û ez sax nebûma)! Malê min tu feyde neda min. (Hemû) selteneta min (hêza min, delîla min, heyî û tuneyiya min) ji min veqetiya û mehf bû!..” (Allah teala ji melaîketên ku li Cehennemê wezîfedar in re ferman dike:) “Wî bigirin û (destên wî bi stûyê wî ve) girê bidin!.. Paşê wî bavêjin wê Cehîmê (cihê ezabê herî dijwar ê Cehennemê)! Dû re wî di zincîreke heftê zîra’ dirêj de (dîsa) bixin wir!.. Çimkî wî bi Allah teala yê bilind bawer nedikir. Ji bo ku xwarinê bidin xizan (ne ku bi xwe wî têr bike, yên din jî) teşwîq nedikir. Loma îro li vir tu nêzîkekî wî (û dostekî wî yê ku dilê wî pê bişewite) tune ye. Ji Xislînê (ji kêma bi xwînê re tevlihev a ehlê Cehennemê) pê ve xwarina wî jî tune ye. Wê ji bilî yên ku (bi zanîn) xeta dikin (kafiran) kes naxwe…”»8 Hezretê Umer bi heyranî li tiştên ku Mezinê me Pêxember dixwend guhdarî dikir. Di temenê xwe de gotinên wiha xweş nebihîstibûn. Wî bi xwe ev paşê wiha vegot: «Ez li belaxet, rêkûpêkî û lihevhatina van gotinên ku min guhdarî dikirin heyran mabûm. Min ji xwe re got: “Ez sond dixwim, divê ev, wek ku Qureyşî dibêjin, şairek be!”» Di wê navê de Pêxemberê me xwendina ayetên kerîme domand: «Ez bi tiştên ku hûn dibînin û bi tiştên ku hûn nabînin sond dixwim ku bê şik ew (Qur’ana Kerîm) kelamek e ku Resûlekî li ba Allah teala pir bişeref (ji Rebbê xwe) aniye. Ew ne gotina şairekî ye. Hûn çi însanên kêm bawer dikin!..»9 Hezretê Umer got: «Min dîsa ji xwe re got: “Divê ev kahinek be. Çimkî tiştên ku di dilê min re derbas bûn fêm kirin!..”» Resûlûllah xwendina sûreyê didomand: «Ew ne gotina kahinekî ye jî. Hûn çi însanên kêm difikirin!.. Ew (Qur’ana Kerîm) ji Rebbê aleman (bi wasiteya Cebraîl eleyhisselam ji Muhemmed eleyhisselam re) hatiye xwarê. Eger (Pêxember) hin gotin (ên ku Me negotine) li hemberî Me ji ber xwe çêkiribûna, bêguman Me yê Ew bi hêz bigirta, paşê jî bê şik Me yê damara canê (şahdamara) Wî biqetanda, Ew helak bikira!

«(Apo!) Ez tenê bi wê şa dibim ku tu îman bînî û bedena xwe ya biqîmet ji agirê Cehennemê xelas bikî» Hedîsa şerîf

Hingê yek ji we jî nikaribû rê li ber vê bigire! Bê şik ew (Qur’ana Kerîm) ji bo xwediyên teqwayê şîreteke qetî ye. Em bêguman dizanin ku di nav we de (çawa ku yên wê tesdîq dikin hene) yên ku wê derewîn derdixin hene. Bêguman ew (Qur’ana Kerîm) ji bo kafiran (ên ku li axretê nîmetên ku didin yên ku ew tesdîq kirine dibînin) hesret e (hesreteke ku mirov nikare xwe jê bide alî). Bêguman ew (Qur’ana Kerîm) heqqul-yeqîn e. (Ew bêguman heqîqeta zanîna qetî ye, ji zanîna qetî pêk tê.) Naxwe navê Rebbê xwe yê bilind tesbîh bike.»10

Hezretê Umer got: «Piştî ku Resûlûllah hemû sûre xwend, di dilê min de meylek ber bi Îslamê ve çêbû.» Sê roj piştî mislimanbûna Hezretê Hemze, Ebû Cehl muşrik civandin û got: «Ey Qureyş! Muhemmed zimanê xwe dirêjî pûtên me kir. Got ku bav û kalên me yên berî me di Cehennemê de ezab dikişînin û em ê jî herin wir!..

Ji kuştina Wî pê ve çare tune!.. Kesê ku Wî bikuje ez ê sed deveyên sor û zêrên bêhejmar bidimê!..» Di carekê de meyla ber bi Îslamê ji dilê Umerê kurê Xettab winda bû; ji ciyê xwe pekiya û got: «Ji kurê Xettab pê ve kes nikare vî karî bike.» Gotin: «De rabe kurê Xettab! Ka em te bibînin» û jê re li çepikan xistin.

Şûrê xwe girêda û da rê. Di rê de rastî Nueym bin Ebdullah hat. Wî pirsî: «Bi vê tundî û hêrsê ber bi ku ve, ya Umer?» Wî jî got: «Ez diçim Muhemmed bikujim, ku dubendî xistiye nav millet û bira kiriye dijminê bira.» Nueym got: «Ya Umer! Ev karekî zehmet e. Eshabên Wî li dorê bûne perwane; li ser dilerizin ku tiştek pê neyê. Nêzîkbûna wan gelek zehmet e. Tu Wî bikujî jî, tu nikarî pêsîra xwe ji destê Benî Ebdulmuttelib xelas bikî.»

Hezretê Umer ji van gotinan gelek hêrs bû; got: «Qey tu jî ji wan î? Pêşî ez karê te biqedînim» û dest avêt şûr. Nueym got: «Ya Umer! Dev ji min berde! Here ba xwişka xwe Fatîma û mêrê wê Seîd bin Zeyd; ew jî bûne misliman.» Hezretê Umer bi vê gotinê bawer nekir. Nueym got: «Eger tu bawer nakî, here bipirse! Tu yê fêm bikî.»

Eger Hezretê Umer di vî karî de bi ser biketa, cudatiya dîn wê ji holê rabûya, lê doza xwînê, ku adeta ereban e, wê derketa holê, Qureyş wê bibûya du perçe û şerên ku dawiya wan nayê wê dest pê bikirana. Bi vî awayî ne tenê Umer bin Xettab, hemû kurên Xettab wê bihatana kuştin. Lê Umer bin Xettab ji ber ku gelek xurt, wêrek û bihêrs bû, nikaribû li van bifikire. Ket meraqa xwişka xwe û yekser çû mala wan.

Di wan rojan de Sûreyê Ta-Ha nû hatibû; Seîd û Fatîma (radiyellahû anhûma) ew dabû nivîsandin, sehabiyê bi navê Hezretê Xebbab bin Eret anîbûn mala xwe û dixwendin. Hezretê Umer ji ber derî dengê wan bihîst. Gelek bi hêz li derî xist. Gava ew şûr li piştê û bihêrs dîtin, nivîs veşartin û Hezretê Xebbab jî veşartin. Paşê derî vekirin. Gava ket hundir pirsî: «We çi dixwend?» Gotin: «Tiştek tune.»

Hêrsa wî hîn zêdetir bû; li wan xeyidî û got: «Tiştê ku min bihîstiye rast e, hûn jî bi sêhra Wî xapiyane!» Bi pêsîra Hezretê Seîd girt û ew avêt erdê. Xwişka wî xwest mêrê xwe xelas bike; sîleyeke bi hêrs li rûyê wê jî da. Gava dît ku xwîn ji rûyê wê diherike, dilê wî bi xwişka wî şewitî. Canê Fatîmayê êşiyabû, di xwînê de mabû. Lê hêza îmanê ew tevgerand; xwe spart Allah teala û got: «Ya Umer! Çima tu ji Allah şerm nakî û bi Pêxemberê ku Wî bi ayet û mucîzeyan şandiye bawer nakî? Va ye ez û mêrê min bi mislimanbûnê şerefdar bûne. Tu serê me jê bikî jî, em ji vê venagerin» û Kelîmeya Şehadetê xwend.

Li hemberî vê îmana xwişka xwe Hezretê Umer di carekê de nerm bû û li erdê rûnişt. Bi dengekî nerm got: «Ka wê kitêba ku we dixwend derxin.» Fatîmayê got: «Heta ku tu paqij nebî ez wê nadim te.» Hezretê Umer xusl kir.

Piştî wê Fatîmayê rûpela Qur’ana Kerîm anî. Hezretê Umer baş dixwend. Dest bi xwendina Sûreyê Ta-Ha kir. Fesahet, belaxet, mane û bilindahiyên Qur’ana Kerîm dilê wî gav bi gav nerm kir. Gava ayeta kerîme ya ku meala wê ev e xwend: «Tiştên li asîmanan, li rûyê erdê, di navbera wan de û di bin axê (ya heft qat) de hemû yên Wî ne»11, ket nav fikrên kûr. Got: «Ya Fatîma! Ev hebûnên bêdawî hemû yên Allah in, ku hûn jê re îbadet dikin?» Xwişka wî bersiv da: «Erê, wisa ye! Ma şik heye?» Got: «Ya Fatîma! Nêzîkî hezar û pênc sed heykelên me yên xemilandî hene, ji zêr, zîv, tûnc û kevir hatine kolan. Tiştekî yekî ji wan jî li rûyê erdê tune» û şaşmayîna wî zêde bû. Hinekî din xwend; li ser ayeta kerîme ya ku meala wê ev e fikirî: «Ji bilî Allah teala tu îlahekî heq, tu mabûdek tune ye ku îbadet jê re bê kirin. Navên herî xweş yên Wî ne.»12 Got: «Bi rastî, çiqas rast e.» Xebbab gava ev gotin bihîst, ji ciyê xwe pekiya, tekbîr anî û paşê got: «Mizgînî, ya Umer! Resûlûllah ji Allah teala re dua kir û ferman kir: “Ya Rebbî! Vî dînî bi Ebû Cehl an bi Umer xurt bike!” Va ye ev dewlet, ev seadet bû nesîbê te.»

Vê ayeta kerîme û vê duayê dijminatiya di dilê Hezretê Umer de malişt û bir. Yekser got: «Resûlûllah li ku ye?» Dilê wî ketibû Resûlûllah. Wê rojê Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) li mala Hezretê Erqem şîret li eshabên xwe dikir. Eshabê Kîram civiyabûn; bi dîtina cemala Wî ya nûranî û bi bihîstina gotinên Wî yên şîrîn û bitesîr dilên xwe cîla dikirin, di nav lezzet, zewq û şahiyeke bêdawî de ji halekî diketin halekî din û rûhên xwe fereh dikirin.

Ji mala Erqem hat dîtin ku Hezretê Umer tê. Şûrê wî jî pê re bû. Ji ber ku biheybet û xurt bû, Eshabê Kîram dora Resûlûllah girt. Hezretê Hemze digot: «Ma çi heye ku mirov ji Umer bitirse? Eger bi qencî hatibe, bi xêr hatiye. An na, berî ku ew şûrê xwe bikişîne ez ê serê wî bifirînim»; di wê navê de Resûlûllah ferman kir: «Rê bidinê, bila bê hundir!»

«Ew ne gotina kahinekî ye jî. Hûn çi însanên kêm difikirin!.. Ew (Qur’ana Kerîm) ji Rebbê aleman (bi wasiteya Cebraîl eleyhisselam ji Muhemmed eleyhisselam re) hatiye xwarê» Haqqe: 42–43

Cebraîl eleyhisselam berê dabû zanîn ku Hezretê Umer ji bo îmananînê tê û di rê de ye. Mezinê me Resûlûllah bi bişirîn pêşwaziya Hezretê Umer kir û ferman kir: «Dev jê berdin, ji ba wî vekişin.» Hezretê Umer li ber Resûlûllah çok da. Resûlûllah bi milê Hezretê Umer girt û ferman kir: «Were îmanê, ya Umer!» Wî jî bi dilekî paqij Kelîmeya Şehadetê got. Eshabê Kîram ji şahiyan dengê tekbîrê bilind kir heta asîmanan.

Hezretê Umer piştî ku bû misliman halê xwe wiha vegot:

«Gava ez bûm misliman, Eshabê Kîram xwe ji muşrikan vedişart û îbadetên xwe bi dizî dikirin. Ez bi vê rewşê gelek xemgîn bûm û min pirsî: “Ya Resûlellah! Ma em ne li ser heqiyê ne?” Mezinê me Pêxember ferman kir: “Erê. Bi Allah teala, ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, sond dixwim: hûn mirî bin jî, sax bin jî, bêguman hûn li ser heqiyê ne.”

Li ser vê min got: “Ya Resûlellah! Madem em li ser heqiyê ne û muşrik li ser riya batil in, naxwe em çima dînê xwe vedişêrin? Wellahî em heqdartir û layiqtir in ku dînê Îslamê li hemberî kufrê eşkere bikin. Dînê Allah teala bê şik wê li Mekkeyê bi ser bikeve. Eger qewmê me bi me re bi însaf tevbigere, çi xweş; na, eger bixwaze ji hed derkeve, em ê bi wan re şer bikin.” Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Em bi hejmar pir hindik in!”

Min got: “Ya Resûlellah! Ez bi Allah teala sond dixwim, ku tu pêxemberê heq şandiyî: tu civata muşrikan namîne ku ez bêyî xwe bidim paş û bêyî tirs lê rûnim û Îslamê jê re venebêjim. Êdî em derkevin holê.” Gava qebûl kir, em di du refan de derketin derve û ber bi Herema Şerîf ve meşiyan. Li serê refekî Hemze, li serê yê din jî ez bûm. Bi gavên hişk, mîna ku axê bikin ard, bi meşeke giran û biheybet em ketin Mescîdul-Heramê. Muşrikên Qureyşî carekê li min, carekê li Hemze dinêrî. Xem û kedereke wisa ket ser wan ku belkî di jiyana xwe de qet neketibûn bêhêvîtiyeke wiha.» Li ser vê hatina Hezretê Umer Ebû Cehl derket pêş û got: «Ya Umer! Ev çi hal e?» Hezretê Umer qet guh nedayê û got: «Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we resûluhû.» Ebû Cehl şaş ma ku çi bibêje. Di ciyê xwe de hişk bû. Hezretê Umer li vê koma muşrikan zivirî û got: «Ey Qureyş!… Yê ku min nas dike nas dike! Yê ku nas nake bila bizane ku ez Umerê kurê Xettab im… Kî dixwaze jina xwe bî û zarokên xwe sêwî bihêle, bila ji ciyê xwe bilive! Yê ku bilive ez ê bi şûrê xwe wî perçe bikim û li erdê raxim!…» Hingê muşrikên Qureyşî di carekê de belav bûn û ji wir dûr ketin. Resûlûllah û eshabên Wî yên bilind ref girt û bi dengekî bilind tekbîr anî. Asîmanên Mekkeyê bi qîrînên Eshabê Kîram deng vedan: «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» Cara pêşî li Herema Şerîf bi eşkereyî nimêj hat kirin.13 Gava Hezretê Umer bû misliman, ayeta kerîme ya 64an a Sûreyê Enfal hat xwarê. Bi mealî wiha hatiye ferman kirin: «Ey Pêxemberê Min! Allah teala û ji muminan yên ku li ser şopa te diçin ji bo alîkariya te bes in.» Hin kesên ku di nav dudiliyê de diman, gava dîtin ku Hezretê Umer bûye misliman, Îslam bijartin. Bi bûna ji eshaban şerefdar bûn.

Êdî hejmara mislimanan her ku roj derbas dibû wek aşîtê mezin dibû.

«Ya Rebbî! Vî dînî bi Ebû Cehl an bi Umer xurt bike!» Hedîsa şerîf

Di her karî de navê Rehman zikir dikir ew kana keremê,
Ji sena û hemdê re kan bû Pêxember, ew kana keremê.
Ew bû mezherê lutfan, çavkaniya îlm û hilmê jî,
Ku bi exlaqê xweş tijî bûbû ew can, ew kana keremê.
Ji bo Allah bi mexlûqên Heq re nerm û bitewazu bû,
Li hemû xelkê lutf û îhsan dikir ew kana keremê.

Dîmena kevn a Kabeya Muezzeme Mekkeya Mukerreme

Hicreta duyem a Hebeşistanê

Gava Eshabê Kîram (eleyhimurridwan) hatin Mekkeyê, muşrikan dîsa dest bi eza û cefayê kir. Zulma wan her ku çû zêde bû. Her cure îşkence bêyî ku qet xwe bidin paş dikirin. Rojekê Hezretê Osman got: «Ya Resûlellah! Min dît ku Hebeşistan cihekî baş ê ticaretê ye. Ticareta mehekê gelek qezenc tîne. Heta ku Allah teala cihê hicretê tayîn bike, ji bo mislimanan ji vê çêtir cih nabe. Qet nebe mumin ji cefaya Qureyşê xelas dibin. Gelek lutf û qenciyên Necaşî li me hene.» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Dîsa vegerin Hebeşistanê, da ku hûn bi navê Allah teala mehfûz bin.» Gava Hezretê Osman got: «Ya Resûlellah! Eger tu wê derê bi çûna xwe şerefdar bikî, belkî ew bibin misliman. Ji ber ku ehlê kitêbê ne, zû tên Îslamê û alîkariya xwe texsîr nakin», Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ez bi huzûr û rehetiyê memûr nebûme. Di meseleya hicretê de ez li benda emrê şerîf ê Allah teala me. Çawa ferman li min bê kirin, ez ê wisa emel bikim.»

Di sala şeşan a bîsetê de, li gorî rîwayetekê, ji Eshabê Kîram (radiyellahû anhûm) karwaneke sed û yek kesî, ku 83 ji wan mêr û 18 jin bûn, cara duyem ber bi Hebeşistanê ve bi rê ket. Hezretê Ce’fer bin Ebî Talib li serê vê karwanê hatibû tayînkirin. Sax û silamet gihîştin welatê Necaşî. Hezreta Ummu Seleme (radiyellahû anha) tiştên ku li Hebeşistanê hatin serê wan wiha vegot: «Gava em gihîştin Hebeşistanê, em li wir rastî cîranekî pir baş hatin. Ev cîran Melîk Necaşî bû. Wî her daxwaza me bi cih anî. Em dikaribûn emrên dînê xwe çawa dixwest wisa bikin. Em dikaribûn bi serbestî ji Allah teala re îbadet bikin û qet eziyet nedigihîşt me. Me tu gotineke xerab nedibihîst.» Gava muşrikên mekkeyî ji vê rewşê haydar bûn, biryar da ku du qasidan bişînin ba melîkê Hebeşistanê. Ji bo Necaşî ligel tiştên pir biqîmet, ji çermê Mekkeyê yê debaxkirî jî, ku wî gelek jê hez dikir, diyarî amade kirin. Herwiha ji bo pêşewayên dînî û erkanên dewletê jî diyarî fikirîn. Ev kar spartin Ebdullah bin Ebî Rebîe û Emr bin As. Hînî van herdu qasidan kirin ku li huzûra Necaşî çi bibêjin. Ji wan re got: «Berî ku hûn bi hukumdar re bipeyivin, diyariyên her yekî ji patrîk û fermandarên wî bidin wan. Paşê ya Necaşî pêşkêş bikin. Piştî ku we ev kir, bixwazin ku mislimanên li wir bidin destê we. Meydanê nedin ku Necaşî bi mislimanan re hev bibîne û bipeyive.»14 Qasid hatin Hebeşistanê. Piştî ku erkanên dewletê dîtin û diyariyên wan dan, ji her yekî re got: «Di nav me de hin kes peyda bûne. Van dînekî nû ji ber xwe derxistiye ku ne em dizanin, ne jî hûn. Em dixwazin van kesên ku hatine bibin welatê wan. Gava hûn di heqê wan de bi hukumdarê xwe re bipeyivin, bixebitin ku bêyî ku bi yên hatî re bê peyivîn, wan bidin destê me. Yên ku herî baş dikarin bi van kesan mijûl bibin dê û bavên wan ên bi xwe û cîranên wan in. Ew van pir baş nas dikin.»15 Patrîkan ev teklîf qebûl kir. Paşê qasidên mekkeyî diyariyên Necaşî pêşkêş kirin. Melîk Necaşî diyarî qebûl kirin, ew dawet kirin û demekê bi wan re peyivî.

«Dîsa vegerin Hebeşistanê, da ku hûn bi navê Allah teala mehfûz bin» Hedîsa şerîf

Qasidan ji Necaşî re wiha got: «Ey Melîk! Ji nav me hin kes îltîcayî welatê te kirine. Van kesên ku hatine çawa ku dev ji dînê milletê xwe berdane, neketine dînê te jî. Dînekî wan ê çêkirî heye ku li gorî serê wan e. Ne em vî dînî dizanin, ne jî tu. Eşrafê wî milletê ku ev jê ne em ji te re şandine. Ev eşraf bavên wan zilamên ku îltîcayî welatê te kirine û xizmên wan ên bi xwe ne. Daxwaza wan ew e ku yên hatî bên vegerandin. Çimkî ew halê van ji nêz ve çêtir nas dikin. Tiştên ku van di dînê xwe bi xwe de xweş nedîtine ew çêtir dizanin…» Tiştê ku hem Emr bin As, hem jî Ebdullah bin Ebî Rebîe herî zêde dixwest ew bû ku Necaşî guh bide van gotinan û li gorî daxwaza wan tevbigere. Piştî ku qasidan ev gotin gotin, patrîkên Necaşî dest bi axaftinê kiribûn û wiha gotibûn: «Van pir rast got. Milletê wan dikare çêtir bi wan mijûl bibe; ew çêtir teqdîr dikin ka çi li wan xweş tê û çi nayê. Loma tu van zilaman teslîm bike, bila ev wan bibin welat û milletê wan.» Melîk Necaşî ji van gotinan gelek hêrs bû û got: «Wellahî na! Ez van zilaman teslîm nakim. Ez nikarim xiyanetê li wan zilaman bikim ku îltîcayî min kirine û hatine welatê min. Van ez di ser yên din re girtime û hatine welatê min. Loma ez ê muhacirên ku hatine dawetî seraya xwe bikim, ji wan bipirsim ka li hemberî gotinên van zilaman çi dibêjin û guh bidim bersiva wan. Eger muhacir wek ku ev dibêjin bin, ez ê wan bidim yên hatî û li milletê wan vegerînim. Eger ne wisa be, ez ê wan biparêzim û heta ku li welatê min bimînin qenciyê bi wan bikim.» Necaşî berê kitêbên semawî mutalea kiribûn. Dizanibû ku wextê hatina Muhemmed eleyhisselam nêzîk e, ku qewmê Wî wê jê re bibêje derewkar, pê bawer neke û Wî ji Mekkeyê derxe. Necaşî ji qasidên mekkeyî pirsî: «Yê ku ew pê bawer dikin kî ye?» Wan jî got: «Muhemmed e.» Necaşî gava ev nav bihîst, têgihîşt ku Ew pêxember e, lê nîşan neda. Dîsa ji yên hatî pirsî: «Dîn û mezhebê Wî çi ye û dawetî çi dike?» Emr got: «Mezhebê Wî tune ye.» Necaşî got: «Ez ê civateke ku îltîcayî min kiriye û ez dîn û mezhebê wê nizanim çawa teslîm bikim? Em meclîsekê deynin. Wan jî bînin. Bi we re rû bi rû bikin. Bila halê we hemûyan diyar bibe. Ez dînê wan jî bizanim.» Misliman dawetî serayê kirin. Mislimanan pêşî di nav xwe de îstîşare kir (bi hev şêwirîn) û got: «Em çi bibêjin ku li hukumdarê Hebeşê xweş bê û li mizacê wan bê?» Hezretê Ce’fer wiha ferman kir: «Wellahî tiştên ku em di vê meseleyê de dizanin tenê ew in ku Pêxemberê me ji me re ferman kiriye. Netîce bigihîje çi, em pê razî ne.» Hemûyan qebûl kir, li hev kirin ku tenê Hezretê Ce’fer bipeyive û hatin huzûra Necaşî. Melîk Necaşî jî alimên xwe civandin. Dîwaneke mezin hat danîn. Paşê muhacir anîn. Mislimanan gava hatin silav da.

Lê secde nekirin. Gava Necaşî ji wan pirsî: «We çima secde nekir?», got: «Em ji bilî Allah teala ji tu kesî re secde nakin. Mezinê me Pêxember em ji secdekirina ji xeynî Allah teala re men kirine û ferman kiriye: “Secde tenê mexsûsî Allah teala ye.”» Necaşî ji muhaciran re got: «Gelî koma ku hatiye huzûra min! Ji min re bibêjin. Hûn ji bo çi hatine welatê min? Halê we çi ye? Hûn ne bazirgan in, daxwazeke we jî tune. Halê vî Pêxemberê we yê ku derketiye holê çi ye? Çima hûn wek wan kesên ku ji xelkê welatê we tên vir silav nadin?»

Ce’fer (radiyellahû anhû) got: «Ey hukumdar! Ez ê pêşî sê gotinan bibêjim. Eger ez rast bibêjim min tesdîq bike, eger derewan bikim min derewîn derxe. Berî her tiştî emir bike ku ji van zilaman tenê yek bipeyive, yê din bêdeng be!»

Emr bin As got: «Bila ez bipeyivim.» Necaşî got: «Ey Ce’fer, pêşî tu bipeyive.»

Hezretê Ce’fer got: «Sê gotinên min hene. Ji vî zilamî bipirse: ma em kole ne ku bên girtin û li efendiyên xwe bên vegerandin?» Necaşî pirsî: «Ey Emr! Ma ew kole ne?» Emr got: «Na! Ew ne kole ne, azad in!» Hezretê Ce’fer got: «Gelo me bi neheqî xwîna yekî rijandiye ku em li xwediyên xwînê bên vegerandin?» Gava Necaşî ji Emr pirsî: «Ma van bi neheqî yek kuştiye?», Emr got: «Na, dilopek xwîn jî nerijandine.» Hezretê Ce’fer ji Necaşî re got: «Ma malên ku me bi neheqî ji malê yên din girtine û dayîna wan li ser me ye hene?» Necaşî got: «Ey Emr! Eger gelek zêrên ku van rebenan divê bidin jî hebin, eger deynê wan hebe, ez ê wî bidim; bibêje.» Emr got: «Na, qîratek (yekeyeke pereyan) jî tune!» Gava Necaşî pirsî: «Naxwe hûn ji van çi dixwazin?», Emr got: «Ew û em li ser dînekî û li ser riyekê bûn. Wan dev ji van berda. Dan pey Muhemmed û dînê wî.» Necaşî ji Ce’fer pirsî: «We çima dev ji dînê ku hûn li ser bûn berda û we da pey yekî din? Madem hûn ji dînê qewmê xwe veqetiyane û ne li ser dînê min in jî, ev dînê ku hûn pê bawer dikin çawa ye? Ma tu dikarî wî ji min re vebêjî?»

Hezretê Ce’fer got: «Ey hukumdar! Em milletekî cahil bûn. Me ji pûtan re îbadet dikir. Me goştê heywanên mirar dixwar û her cure xerabî dikir. Me têkiliyên xwe bi xizmên xwe re dibirîn û em bi cîranên xwe re baş nedibûn. Yên me yên xurt zulm li yên lawaz dikirin û nizanibûn merhemet çi ye. Heta ku Allah teala ji nav me pêxemberek ji me re şand, ku me rastgoyî, emîntî, îffet û paqijiya wî û durustiya nesla wî dizanibû, em di vî halî de man. Wî pêxemberî em dawet kirin ku bi hebûn û yekîtiya Allah teala bawer bikin, ji Wî re îbadet bikin û dev ji wan kevir û pûtan berdin ku me û bav û kalên me ji wan re îbadet dikir. Ferman li me kir ku em rastgo bin, xiyanetê li emanetê nekin, heqê xizmatiyê biparêzin, bi cîranan re xweş derbas bikin û xwe ji gunehan û ji xwînrijandinê biparêzin. Em ji her cure bêexlaqiyê, ji derewan, ji destdirêjiya li malê sêwiyan û ji îftiraya li jinên binamûs dan paş. Ferman li me kir ku em bêyî ku şirîk û hevalan ji Allah teala re çêkin ji Wî re îbadet bikin. Me jî qebûl kir, bi her tiştê ku ji Allah teala aniye bawer kir û gotinên wî bi cih anîn. Me ji Allah teala re îbadet kir. Tiştê ku Wî li me heram kir me heram, tiştê ku helal kir me helal zanî û me wisa emel kir. Ji ber vê yekê qewmê me bû dijminê me û zulm li me kir. Ji bo ku me ji dînê me vegerînin, me ji îbadeta Allah teala bidin paş û em dîsa ji pûtan re îbadet bikin, em xistin bin her cure îşkence û mihnetê. Zulm li me kirin. Em teng kirin û teng kirin. Ketin navbera me û dînê me û xwestin me ji dînê me veqetînin. Me jî war û mala xwe hişt û xwe spart welatê te. Me tu di ser yên din re girtî. Me bi can û dil himayeya te û cîrantiya te xwest. Em hêvî dikin ku li ba te rastî zulm û neheqiyê neyên.» Hezretê Ce’fer axaftina xwe wiha domand: «Meseleya silavdanê jî: me bi silava Resûlûllah silav li te kir. Em di nav xwe de jî wisa silavê didin hev. Mezinê me Pêxember daye zanîn ku silava yên li Cennetê jî bi vî awayî ye. Loma me wisa silav li zatê te yê bilind kir. Ji ber ku Mezinê me Pêxember ferman kiriye ku secde ji mirovan re nayê kirin, em ji secdekirina ji xeynî Allah teala re xwe dispêrin Allah teala.» Necaşî pirsî: «Ma tu ji tiştên ku Allah dane zanîn hinekî dizanî?» Gava Hezretê Ce’fer got: «Erê», Necaşî got: «Wê ji min re bixwîne.» Hezretê Ce’fer jî dest bi xwendina ayetên pêşî yên Sûreyê Meryem kir. (Hatiye ragihandin ku ji Sûreyên Enkebût û Rûm jî xwendiye.) Necaşî digiriya. Hêstirên ku ji çavên wî diherikîn riha wî şil kir. Rahib jî giriyan. Necaşî û rahiban got: «Ey Ce’fer! Ji vê kelama şîrîn û xweş hinekî din bixwîne.» Hezretê Ce’fer ji serê Sûreyê Kehf xwend, ku bi mealî wiha ferman dihat kirin: «Hemd ji Allahê re be ku li ser evdê xwe (Muhemmed eleyhisselam) kitêba rast û durust (Qur’ana Kerîm) anî xwarê, ku Wî di lefza wê de tu xwarî û di maneya wê de tu tezad çênekiriye (ji îfrat û tefrîtê dûr e), da ku kafiran bi ezabekî herî dijwar (bi Cehennemê) ku ji ba Wî (yê bilind) tê bitirsîne, mizgîniya ecreke xweş (Cennetê) ku ew ê tê de ebedî bimînin bide muminên ku emelên salih dikin û wan kesên ku dibêjin “Allah teala zarok girtiye” bitirsîne. Ne îlmekî wan (ên ku dibêjin “Allah teala zarok girtiye”), ne jî yê bav û kalên wan di heqê vê (vê gotinê) de heye (ne jî zanînek). Ev gotina ku ji devê wan derdikeve (giran û) bêhed xeternak e. Ew tenê derewan dikin. (Ey Resûlê Min!) Eger ew bi vê Qur’ana Kerîm bawer nekin, ma tu yê ji xem û xezebê li pey wan xwe helak bikî? Me tiştên li ser rûyê erdê (daristan, çem, maden, heywan û riwek…) kirine zînet, da ku Em mirovan biceribînin ka emelê kîjanan ji wan salih e…»16

«Secde tenê mexsûsî Allah teala ye» Hedîsa şerîf

Necaşî xwe negirt û got: «Wellahî ev nûrek e ku ji eynî qendîlê difûre. Mûsa û Îsa jî (eleyhimasselam) pê hatine.» Li qasidên Qureyşê zivirî û got: «Herin! Wellahî ez ne wan teslîmî we dikim, ne jî di heqê van de xerabiyekê difikirim.» Ebdullah bin Ebî Rebîe û Emr bin As ji huzûra Necaşî derketin.17 Emr ji Ebdullah re got: «Ez sond dixwim, ez ê qebheteke wan li ba Necaşî derxim holê û koka wan biqelînim, tu yê bibînî.» Hevalê wî ji Emr re got: «Her çiqas ew li dijî me bin jî, baş an xerab xizmatiya me heye; vê neke.» Emr got: «Ez ê xeber bidim Necaşî ku ew Îsa eleyhisselam evdek dizanin.» Roja din çû ba Necaşî û got: «Ey hukumdar! Ew gotinên giran ji Îsayê kurê Meryemê (eleyhisselam) re dibêjin. Mirovekî bişîne ba wan û bipirse ka ji bo Îsa eleyhisselam çi dibêjin.» Necaşî mirov şand ba mislimanan, da ku ji wan bipirse ka di heqê Hezretê Îsa de çi difikirin. Dîsa hatin. Ji hev re got: «Eger di heqê Îsa eleyhisselam de bipirsin, em ê çi bersivê bidin?» Hezretê Ce’fer got: «Wellahî, di heqê Hezretê Îsa de Allah teala çi ferman kiribe û Mezinê me Pêxember çi ji me re anîbe, em ê wê bibêjin.» Gava derketin huzûra Necaşî, Necaşî pirsî: «Hûn di heqê Îsayê kurê Meryemê eleyhisselam de çi dibêjin?» Hezretê Ce’fer got: «Em di heqê Îsa eleyhisselam de wê dibêjin ku Mezinê me Pêxember ji Allah teala ji me re aniye û teblîx kiriye. Em qebûl dikin ku ew evd û resûlê Allah teala ye û kelîmeya Wî ye ku Allah teala îlqayî Hezreta Meryem kiriye, ya ku afîfeyek bû, dev ji dinyayê û ji mêran berdabû û xwe bi Heq teala ve girêdabû. Hal û şanê Îsayê kurê Meryemê ev e. Em dibêjin: çawa ku Hezretê Adem ji axê afirandiye, Îsa eleyhisselam jî bê bav afirandiye.» Hingê Necaşî destê xwe dirêjî erdê kir, ji erdê qirşikek ka hilda û got: «Ez sond dixwim ku Îsayê kurê Meryemê jî ji ya ku we got ne zêdetir e. Di navberê de bi qasî vî qirşikî jî ferq tune.»

Gava Necaşî ev got, erkanên hukûmetê û fermandarên li dora wî di nav xwe de dest bi pistepist û minemînê kir.

Necaşî gava ev dît, ji wan re got: «Ez sond dixwim, hûn çi dibêjin bibêjin, ez di heqê van de tiştên baş difikirim.» Paşê li muhacirên misliman zivirî û got: «Ez we û wî zatê ku hûn ji ba wî hatine pîroz dikim! Min bawer kir ku Ew resûlê Allah e. Jixwe me Ew di Încîlê de dîtibû. Îsayê kurê Meryemê jî xebera wî Resûlî daye. Wellahî eger li van deran bûya, ez ê biçûma, solên Wî hilgirta û lingên Wî bişûşta! Herin! Li wî beşê welatê min ê ku dest negihîştiyê, dûrî her cure destdirêjiyê, di nav ewlehî û huzûrê de bijîn. Kî xerabiyê bi we bike ez ê wî helak bikim. Bi qasî çiyayekî zêr bidin min jî, ez yekî ji we naxim xemê.»

Piştî vê Necaşî di heqê diyariyên ku qasidên Qureyşê anîbûn de got: «Hewcedariya min bi van tune! Gava Allah teala ev milkê min, ku yên din xesp kiribû, li min vegerand û xelk ji min re kir stûxwar, ji min bertîl negirt» û diyariyên wan vegerandin. Qasidên Qureyşê destvala ji huzûra Necaşî vegeriyan. Necaşiyê bextewar jî Îslamiyet bijartibû û Eshabê Kîram bêhed şa kiribûn.18

HEQ ALEM AFIRAND
Heq alem afirand ji bo eşqa Muhemmed,
Hîv û roj afirandin ji bo şewqa Muhemmed.
Got «Bibe!», alem çêbû, lewh û qelem hatin nivîsîn,
Xetma kelamê hat xwendin ji bo şanê Muhemmed.
Hemû ewliya hatin, rû li dergahê gerandin,
Zikrê tewhîdê kirin ji bo nûra Muhemmed.
Uweysê Qerenî qezenc kir, dawiyê dîsa jî xwest,
Heşt Cennet hatin xemilandin ji bo eşqa Muhemmed.
Çûkên ku li hewayê difirin, çiya û kevir şîn dibin,
Dar fêkî didin ji bo eşqa Muhemmed.
Yên bêîman hatin, ji Wî îman girtin,
Pênc wext nimêj kirin ji bo eşqa Muhemmed.
Firîşte hatin, ref bi ref sekinîn,
Pênc wext nimêj kirin ji bo eşqa Muhemmed.
Yûnus kî ye ku pesnê Wî bide? Ayeta Qur’anê pesnê Wî dide.
Bi bîr bîne, selewatê bîne ji bo eşqa Muhemmed.

«Ez we û wî zatê ku hûn ji ba wî hatine pîroz dikim! Min bawer kir ku Ew resûlê Allah e. Jixwe me Ew di Încîlê de dîtibû. Îsayê kurê Meryemê jî xebera wî Resûlî daye» Necaşî Eshame