MUHASERE
Destpêka muhasereyê
Sala heftan a bîsetê… Muşrik bê rawestan dixebitîn ku nehêlin Îslam bikeve dilan û belav bibe. Digel vê jî misliman her ku roj derbas dibû hinekî din zêde dibûn. Îşkence û zulmên ku li mislimanan dikirin ew ji riya wan venedigerandin; berevajî, dibûn sebeb ku hîn bêtir xwe li hev bigirin û bi hev ve bên girêdan. Yek ji wan ji dînê xwe venedigeriya, xwe ji fedakirina canê xwe di riya Mezinê me Resûlûllah de nedida paş. Qebîleyên li derveyî Mekkeyê ku ev dibihîstin, meraqa wan zêde dibû û ronahiya Îslamê digihîşt ciyên hîn dûrtir. Muşrik gava hîn bûn ku yên wan şandibûn Hebeşistanê negihîştine daxwaza xwe, heta Necaşî Eshame bûye misliman, mislimanan diparêze û bi wan re xweş muamele dike, har bûn. Ji bo ku heyfa van bi zêdeyî hilînin û koka Îslamê biqelînin, civiyan û ev biryara dijwar dan: «Li ku dibe bila bibe, li ku bê dîtin bila bê dîtin, Muhemmed wê miheqeq bê kuştin!…»
Kafiran ji bo vê sond li ser sondê xwar.
Ebû Talib gava bi vê biryara muşrikan hesiya, gelek xemgîn bû. Ket endîşeya jiyana biraziyê xwe yê mubarek, cegera xwe. Qebîleya xwe civand û emir li wan kir ku Sultanê Kaînatê li hemberî muşrikên Qureyşî biparêzin. Benî Haşim bi xîreta xizmatiyê bûn yek ku vî emrî bi cih bînin. Ji bo vê jî Mezinê me Pêxember û hemû eshabên Wî yên ku pê îman anîbûn dawetî Şi’bê Ebû Talib, yanî taxa Ebû Talib kirin, ku li aliyê bakurê Mekkeyê, li ser girekî bi qasî sê km dûrî Beytullahê ye. Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) eshabên xwe civandin û li Şi’bê bi cih bû. Ji Benî Haşim tenê Ebû Leheb li dijî biryara parastina Mezinê me Pêxember derket û neçû Şi’bê. Muşrik, ew jî di nav de, bûn yek û li firsendê geriyan ku Pêxemberê me bikujin.1
Muşrikan gava dîtin ku Mezinê me Pêxember û eshabên Wî li taxa Ebû Talib civiyane, dîsa hatin ba hev. Paşê ev biryar da: «Heta ku Muhemmed eleyhisselam ji bo kuştinê nedin destê Qureyşiyan, ji Benî Haşim keç nayên xwestin!… Keç nayên dayîn wan!… Tu tişt ji wan re nayê firotin!… Tu tişt ji wan nayê kirîn!… Kes bi wan re nayê ba hev, napeyive, wan nabîne!… Kes nakeve mal û taxên wan!… Daxwaza lihevhatinê ya ku ji wan bê tu carî nayê qebûlkirin!… Tu carî dilê kesî bi wan naşewite!…»
Ev biryara ku muşrikê bi navê Mensûr bin Îkrime li ser kaxezekê nivîsî mohr kirin. Ji bo ku her kes bibîne û li gorî wê tevbigere, bi dîwarê Kabeya Muezzeme ve daliqandin.
Gava ev xeber gihîşt Pêxemberê me yê delal, gelek xemgîn bû û dua kir. Duaya Wî di cih de qebûl bû û destên Mensûrê bedbext di carekê de ziwa bûn. Muşrik şaş û heyirî man û got: «Binêrin! Di berdêla wê zulma ku me li Benî Haşim kir, destên Mensûr ziwa bûn, musîbet hat serê wî.» Li şûna ku aqilê wan bê serê wan, hîn bêtir har bûn. Li serê riyên ku diçûn Şi’bê nobedar danîn. Nehiştin ku xwarin û cil bikevin wir. Ji firoşkarên ku dihatin Mekkeyê re gotin ku nekevin Şi’bê û malên xwe nebin wir, eger lazim be ew bi xwe wê bi bihayekî bilind bikirin. Bi vî awayî guman kirin ku ew ê yên li Şi’bê ji birçîna bikujin, an jî Benî Haşim wê poşman bibin û Mezinê me Pêxember bidin destê wan. Ev hal her sal heta wextê ziyareta Kabeyê didomiya.
«Ey Pêxemberê Min! Allah û ji muminan yên ku li ser şopa te diçin ji bo te bes in!» Enfal: 64
Li gorî adetan di vê demê de xwîn nedihat rijandin. Loma Benî Haşim bi serbestî diçûn Mekkeyê, kirîn û firotin dikirin û dixebitîn ku hewcedariyên xwe yên salekê bi cih bînin. Gava yek ji wan dihat ba bazirganekî ku mal bikire, ji giregirên muşrikan ên wek Ebû Leheb û Ebû Cehl yekser digihîştin û ji bazirganan re digot: «Gelî bazirganan! Li hemberî eshabên Muhemmed bihayên xwe gelek bilind bikin. Wisa ku ji ber bihabûnê kes nikaribe tiştekî bikire! Eger ji ber vê malên we neyên firotin û di destê we de bimînin, em amade ne ku hemûyan bikirin.» Wan jî bihayekî bilind li malên xwe dibirî û misliman bêyî ku bikirin vedigeriyan…
Di vê rê de Pêxemberê me yê delal, Dêya me Hezreta Xedîce û mezinê me Ebûbekrê Siddîq hemû malê xwe xerc kirin; xebitîn ku hawara zarokan a ji birçîna, ya ku digihîşt asîmanan, bidin sekinandin. Qalikên daran, kokên giyayan, heta perçeyên çermê hişkbûyî dan xwarin. Dê û bav ji bêçaretiyê bûbûn çerm û hestî. Di serî de Mezinê me Pêxember û mezinên me Eshabê Kîram ên din ji birçîna kevir bi zikên xwe yên mubarek ve girêdan. Eger dilê yekî ji muşrikan bişewitiya û bi dizî tiştek bianiya, lê dixistin û gelek heqaret lê dikirin. Bi kurtî hatin û çûn hatibû birîn, mumin ketibûn tengasiyeke mezin.
Muşrik li bendê man ku bi vê zulma xwe ya dijwar Benî Haşim bên rê û Ebû Talib Mezinê me Pêxember bide destê wan. Lê mislimanên li taxa Ebû Talib, tam berevajiyê vê fikra wan, Mezinê me Pêxember diparastin û ji bo ku zirar negihîje Wî serî li her tedbîrê didan. Ebû Talib, ji bo ku rê li ber suîqesteke ku dibe çêbibe bigire, li cihê ku Mezinê me Resûlûllah lê radiza bi dorê nobedar datanîn û dikir ku bi huzûr li mala xwe raze. Mezinê me Pêxember jî bêyî ku qet xwe bide paş, ji bo ku emrê Allah teala bi cih bîne û Îslamiyetê belav bike saniyeyeke xwe jî vala derbas nedikir; mirov dawetî dîn dikirin, dixebitî ku bibe sebebê xelasiya wan ji Cehennemê û di vê rê de bi sebir şîretên xwe didomand. Ji bo ku muşrikên Qureyşî yên ku Ew derewîn derdixistin jî fêm bikin birçîbûn çi ye, rojekê Mezinê me Resûlûllah dua kir: «Allahê min! Ezabê heft salên xelayê bide van jî, wek heft salên xelayê yên zemanê Yûsuf (eleyhisselam), û bi vî awayî alîkariya min bike.» Di rojên piştî vê de dilopek baran jî ji asîman nebarî. Erd ji bêaviyê qijilî. Li ser rûyê erdê giyayekî kesk nema. Muşrikên Qureyşî şaş man ku çi hatiye serê wan. Cendekên heywanên ku ji birçîna miribûn û çermên kûçikan ên genîbûyî xwarin û xebitîn ku ji mirinê xelas bibin.
Zarokên wan jî ji birçîna dest bi qîrîn û hawarê kir. Gelek ji wan ji birçîna mirin. Ji birçîna gava li asîman dinêrîn, wisa didîtin mîna ku dûmanê her der girtibe. Aqilê wan hat serê wan û hinekî fêm kirin ku zulma wan çiqas mezin e. Ji nav xwe Ebû Sufyan şandin huzûra şerîf a Mezinê me Pêxember. Ebû Sufyan hat û sond xwar, got: «Ya Muhemmed! Tu dibêjî ku tu ji aleman re rehmet hatiyî şandin; tu emir li me dikî ku em bi Allah bawer bikin û heqê xizmatiyê biparêzin. Lê qewmê te ji hişkesalî û birçîbûnê qir dibe û dimire. Ji bo ku ev felaket ji ser me rabe, duayekê ji Rebbê xwe bike; Allah duaya ku tu dikî qebûl dike. Eger tu duayeke wiha bikî, em ê hemû îman bînin!…»
Bi vî awayî zulm û îşkenceyên xwe dabûn aliyekî, ketibûn tengasiyê û dest bi lavakirina ji Mezinê me Resûlûllah kiribûn. Mezinê me Pêxember kirinên wan li rûyê wan nexistibûn; li ser gotina wan a «em ê îman bînin» jî destên xwe yên mubarek rakiribûn û ji Cenabê Heq re dua kiribû. Allah teala duaya Hebîbê xwe qebûl kiribû û baraneke zêde bi ser Mekkeyê de şandibû; erd ji avê têr bûbû û giya dest bi şînbûnê kiribû. Muşrik tevî ku ji hişkesalî û xelayê xelas bûn jî, soza ku dabûn ji bîr kirin û di kufrê de israr kirin…
Allah teala di ayetên kerîme yên ku ji bo bersiva wan anîn xwarê de bi mealî wiha ferman dike: «Berevajî, ew (bi Allah teala û bi Muhemmed eleyhisselam bawer nakin; di meseleya Qur’ana Kerîm, axret û ji nû ve saxbûnê de…) di nav şikê de xwe mijûl dikin. Naxwe (Ey Hebîbê Min!) li benda wê rojê be ku asîman wê dûmaneke eşkere bîne. Ew dûman wê bi temamî ser hemû mirovan bigire. Ev ezabekî pir dijwar e! (Mirov) wê bibêjin: “Ya Rebbê me! Vî ezabî ji ser me rake, da ku em îman bînin.” Ma ji bo wan fikirîn û îbretgirtin li ku ye, ku pêxemberekî ku heqîqetan ji wan re eşkere dike hatibû ba wan? Paşê rû ji Wî zivirandin û got: “Hînkirî ye, mecnûn e.” Gava Em vî ezabî hinekî rakin, hûn dîsa vedigerin halê xwe yê berê. Roja ku ew ê bi dijwariyeke mezin (zexm) bên girtin (roja Bedrê), bêguman Em ê (ji wan) tolê hilînin. Bi heqê celala Min, bêguman Me berî van (muşrikên Qureyşê) qewmê Firewn jî îmtîhan kiribû. Ji aliyê Me ve pêxemberekî bişeref ji wan re hat (ku Mûsa eleyhisselam e). Wî ji wan re wiha got: “Evdên Allah (Benî Îsraîl) bidin min. (Wan bi min re bişînin. Dev ji pêsîra wan berdin, ezabê nedin wan.) Bêguman ez ji bo we pêxemberekî emîn im ku ji aliyê Allah teala ve bi wehyê hatime şandin. Li hemberî Allah teala tekebburê nekin. Çimkî ez bi delîla ku rastiya dawa min eşkere dike, bi mucîzeyeke eşkere hatime ba we. Bizanin ku ez ji kevirkirin û kuştina we xwe dispêrim Allah teala, ku Rebbê min û Rebbê we ye; Ew min muhafeze dike. Eger hûn min tesdîq nekin û îman neynin, min bi halê min bihêlin. (Ez ji xêra we derbas bûm. Bila qet nebe şerrê we negihîje min.)” (Gava wan îman neanî, ew derewîn derxist û ser de dest bi hin eza û cefayê kir,) Mûsa (eleyhisselam) ji Allah teala re dua kir û got: “Ya Rebbî! Ev qewmek in ku li ser kufrê israr dikin.” Allah teala wehy ji Mûsa re (eleyhisselam) kir û ferman kir: “Bi evdên Min re (Benî Îsraîl) bi şev (ji Misirê) derkeve û here! Firewn û dûvikên wî gava bibihîzin ku hûn derketine, miheqeq wê bidin pey we. Piştî ku tu bi qewmê xwe re di deryayê re derbas bûyî, wê wek xwe bihêle (careke din bi gopalê xwe lê nexe û riyên vebûyî negire; vekirî bihêle). Çimkî Firewn û leşkerê wî wê bikevin wan riyan û xerq bibin, bixeniqin.”»2
Rakirina muhasereyê
Muşrik ji gotina xwe ya «Em ê îman bînin» vegeriyan û dîsa dest bi zulmê kir. Rojekê Allah teala bi wehyê bi Mezinê me Pêxember da zanîn «ku Wî kurmekî daran (bizûzek) berdaye ser ehdnameya ku bi Kabeyê ve daliqandî ye û wî kurmikî ji bilî navê Allah teala hemû nivîs xwarine…». Mezinê me Pêxember jî ji Ebû Talib re ferman kir: «Apo! Allah teala, ku Rebbê min e, kurmê daran berda ser ehdnameya Qureyşiyan. Ji bilî navê Allah teala, ji tiştên wek zulm, birîna têkiliya bi xizman re, buhtan… ên ku tê de hatibûn nivîsîn yek jî nehişt, hemû tune kirin.»
«Allahê min! Ezabê heft salên xelayê bide van jî, wek heft salên xelayê yên zemanê Yûsuf (eleyhisselam), û bi vî awayî alîkariya min bike!» Hedîsa şerîf
Gava Ebû Talib pirsî: «Ma Rebbê te ev bi te da zanîn?», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Erê.» Hingê Ebû Talib got: «Ez şehadetê didim ku tu tenê rast dibêjî.» Yekser cilên xwe li xwe kirin û çû Kabeyê. Giregirên muşrikan li wir rûniştibûn. Gava dîtin ku Ebû Talib tê, got: «Dixuye ku tê Muhemmed bide destê me!..» Ebû Talib gava gihîşt ba wan got: «Gelî Qureyşiyan! Biraziyê min, ku El-Emîn e û tu carî derew nekiriye, da zanîn ku di wê sehîfeya ku we nivîsiye de ji bilî navê Allah teala hemû nivîs kurmekî daran xwarine. De ka wê kaxeza ku we li dijî me nivîsiye bînin, em bibînin!.. Eger ev gotin rast be, ez sond dixwim ku em hemû heta mirinê wê parastina Wî bidomînin. Êdî hûn jî dev ji vê zulm û kirina xwe ya xerab berdin…» Muşrikan bi heyecan sehîfe ji dîwarê Kabeyê daxist û anî. Gava Ebû Talib got: «Bixwînin!», yekî ji wan sehîfe vekir ku bixwîne û dît ku ji bilî «Bismike Allahumme» hemû nivîs hatine jêbirin.3 Muşrik şaş man ku çi bibêjin û çi bikin. Heta, li ser wê ku hinek ji wan jê vegeriyan, ev muhasereya dijwar a ku sê sal bûn didomiya, êşên ku nayên jibîrkirin li pey xwe hiştibûn û birînên kûr di dilan de vekiribûn rakirin. Lê qet dev ji dijminatiya xwe bernedan; ser de jî hîn tundtir bûn. Ji bo ku rê li ber belavbûna Îslamiyetê bigirin hemû rê ceribandin. Tevî van hemû xebatên wan Îslamiyet bi lez belav dibû; Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam dixebitî ku mirovên ku ji zulmeta dewra Cahiliyetê bêhnteng bûbûn xelas bike û ew digihandin seadeta heqîqî. Yên ku digihîştin vê seadetê şukra nîmeta mezin a ku gihîştibûnê dikirin û li hemberî heqaret û îşkenceyên muşrikan qet çavtirsiyayî nedibûn. Gelek dilên ku mucîzeyên Muhemmed eleyhisselam û sebata mislimanan a di dînê wan de didîtin bi nûra Îslamê ronî dibûn.
Hîv bû du perçe
Yek ji mucîzeyên mezin ên Mezinê me Pêxember jî ew e ku Hîv bû du perçe. Komeke muşrikan, ku Ebû Cehl û Welîd bin Muxîre jî di nav de bûn, ji Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) re got: «Eger tu bi rastî pêxember î, Hîvê bike du perçe, wisa ku nîvê wê li ser Çiyayê Queyqian, nîvê wê jî li ser Çiyayê Ebû Qubeys bê dîtin!..» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Eger ez vê bikim, ma hûn ê îman bînin?» Wan got: «Erê, em ê îman bînin.» Mezinê me Resûlûllah ji Allah teala re dua kir ku Hîv bibe du perçe. Cebraîl eleyhisselam yekser hat ba Pêxemberê me yê delal û got: «Ya Muhemmed! Xeber bide mekkeyiyan ku îşev li mucîzeyê temaşe bikin.» Mezinê me Pêxember da zanîn ku di şeva çardehê mehê de, ku Hîv tam bedr (hîva tijî) e, yanî tam girover û herî geş e, Hîv wê bibe du perçe û yên ku dixwazin îbretê bigirin bila temaşe bikin. Wê şevê gava Pêxemberê me yê delal bi tiliya xwe ya mubarek îşaret kir, Hîv bû du perçe. Yek li ser Çiyayê Ebû Qubeys, yê din jî li ser Çiyayê Queyqian hat dîtin. Paşê dîsa li asîman gihîştin hev.
Resûlûllah ferman kir: «Ey Ebû Seleme bin Ebdulesed, Erqem bin Ebil-Erqem! Şahid bin!», paşê ji eshabên xwe yên din ên li ba xwe re jî ferman kir: «Şahid bin!» Muşrikan jî bi çavên xwe mucîzeyeke din a eşkere dît. Lê ne tenê li ser soza xwe nesekinîn û îman neanî; ji bo ku rê li ber îmananîna yên din jî bigirin got: «Ev tenê sêhreke Muhemmed e ku li me kiriye! Lê nikare sêhrê li hemû mirovan jî bike!.. Ka em ji mirovên ku ji bajarên din tên jî bipirsin. Em binêrin gelo ew jî bûne şahidê eynî bûyerê? Eger dîtibin, îddîaya Muhemmed a nubuwwetê rast e. An na ev sêhrek e.» Ji yên ku dihatin pirsîn, heta mirov şandin ciyên din û dan pirsîn. Ji her kesî eynî tişt bihîstin: «Erê, wê şevê me dît ku Hîv bû du perçe!» Dîsa înkar kirin. Yê li pêşiya înkarkeran Ebû Cehl bû. Ji bo ku mirov negihîjin nîmeta îmanê, digot: «Sêhra sêwiyê Ebû Talib tesîr li asîman jî kir!..» û dil xerab dikirin.4 Li ser vê înkara wî, Allah teala ayetên kerîme anîn xwarê. Bi mealî:
«Saet (qiyamet) nêzîk bû û hîv qelişî (bû du perçe). Eger ew (kafirên Qureyşê) mucîzeyekê (ku delaleta pêxembertiya Muhemmed eleyhisselam dike) bibînin, rû (ji fikirîna li ser wê û ji îmananînê) jê dizivirînin û dibêjin: “Sêhreke daîmî ye (ku dawiya wê nayê, berfireh û bihêz).” Wan (Pêxember an mucîze) tekzîb kir, derewîn derxist û dan pey hewaya xwe (daxwaz û arezûyên nefsa xwe). Lê her kar digihîje netîceya xwe (ya ku ber pê ve diçe) û ciyê xwe dibîne. Sond be ku gelek xeberên girîng (hukm, qedexe) ên ku wan (ji xerabiyê) vegerînin ji wan re (ji muşrikên Mekkeyê re) hatine. (Ev emir û zanîn) hikmeteke tam in. Resûl, hişyarkirin û tirsandin tu carî feydeyê nadin (wan). Naxwe tu jî (Ey Hebîbê Min! Eger di înkarê de israr dikin) rûyê xwe ji wan bizivirîne. Roja ku ew dawetkar (Îsrafîl eleyhisselam) gazî tiştekî nedîtî û nenas dike (cihê mehşerê, hesab), ew ê çavên wan zelîl û heqîr (ji tirs û dehşetê nizanin wê herin ku derê) wek kuliyên belavbûyî ji qebrên xwe derkevin. Kafir, dema (stûxwar) ber bi wî dawetkarî ve dibezin, wê bibêjin: “Îro ji bo me çi rojeke zehmet û dijwar e!”»5
Rebbê min hîdayetê nesîbî we jî bike
Piştî ku ew abluqeya sê salî ya ku muşrikan li ser mislimanan danîbû qediya, komek ji Necranê hat ba Mezinê me Resûlûllah. Ev nêzîkî bîst kesî bûn; Îslamiyet ji Eshabê Kîram ên ku hicret kiribûn Hebeşistanê bihîstibûn û hatibûn Mekkeyê ku Îslamiyetê hîn bibin û bigihîjin seadeta dîtina Mezinê me Pêxember. Li ba Kabeya Muezzeme bi Mezinê me Resûlûllah re hev dîtin. Gelek pirs pirsîn û ji ya ku dixwestin xweştir û mukemmeltir bersiv girtin. Muşrikên Qureyşî jî ji derdorê li wan temaşe dikir. Pêxemberê me yê delal, ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, ji Qur’ana Kerîm hinek ayetên kerîme ji wan re xwendin. Ev gelek tesîr li wan kir; nikaribûn hêstirên xwe bigirin û giriyan. Paşê li ser daweta Mezinê me bêhed kêfxweş bûn, bi şahiyeke mezin Kelîmeya Şehadetê anîn û bi mislimanbûnê şerefdar bûn. Gava ji bo vegera welatê xwe destûr xwestin, Ebû Cehl hat ba wan û gotinên tijî heqaret gotin: «Me kesekî bi qasî we ehmeq nedîtiye!.. Hûn bi carekê rûniştina li ba Wî ji dînê xwe veqetiyan û çi got we tesdîq kir!..» Van kesên ku hîn nû bi bûna ji eshaban şerefdar bûbûn bersiv da: «Em dixwazin ku Allah teala hîdayetê nesîbî we jî bike. Ev heqaret û cahiliya ku we li me kir, em li we nakin. Rast e, me tu heqekî we pêpes nekiriye. Lê vê baş bizanin: em tu carî naxwazin bi gotina çend cahilan vê nîmeta mezin a ku em gihîştinê winda bikin; em ji vî dînê heq venagerin.»6
«Apo! Allah teala, ku Rebbê min e, kurmê daran berda ser ehdnameya Qureyşiyan. Ji bilî navê Allah teala, ji tiştên wek zulm, birîna têkiliya bi xizman re, buhtan… ên ku tê de hatibûn nivîsîn yek jî nehişt, hemû tune kirin» Hedîsa şerîf
Allah teala di ayetên kerîme yên ku li ser vê bûyerê şandin de bi mealî ferman kir: «Hin kes hene ku Me berî vê (Qur’ana Kerîm) kitêb daye wan û ew bi vê (Qur’ana Kerîm) bawer dikin. Gava ji wan re (Qur’ana Kerîm) tê xwendin, dibêjin: “Me bi vê bawer kir. Bê şik ev heqekî ji Rebbê me (hatî) ye. Bi rastî em berî vê jî ew kes bûn ku Îslam qebûl kiribû.” Va ye xelata van ji ber sebra (û sebata) wan du caran tê dayîn. Ev xerabiyê bi qenciyê didin paş. Ji tiştên ku Me kirine rizqê wan (di xêrê de) xerc dikin. Ev gava gotineke kirêt dibihîzin rû jê dizivirînin û dibêjin: “Emelên me ji me re, emelên we ji we re ne. Silav li we be (ji aliyê me ve ewle bin). Em li cahilan nagerin (dostaniya wan jî naxwazin).”»7
QESÎDEYA AVÊ8
Ey çav, ji hêstiran nereşîne ser agirên dilê min av,
Çimkî ji agirên ku wiha pêketine re nabe çare av.
Nizanim, gelo rengê qubeya gerok bi xwe rengê avê ye,
An ji çavên min qubeya gerok dorpêç kiriye av.
Ne ecêb e ku ji zewqa şûrê te dilê min perçe perçe bibe,
Çimkî bi derbasbûnê qelşan di dîwar de dihêle av.
Dilê birîndar bi tirs behsa serê tîra te dike9,
Kî birîndar be, bi îhtiyat vedixwe av.
Bila baxvan gulistanê bide ber avê, zehmetê nekişîne,
Guleke wek rûyê te venabe, bide hezar gulistanî jî av.
Nivîskar nikare xeta xwe ya xubar bişibîne xeta te,
Wek qelemê ji nêrînê bikeve çavên wî jî reş av.
Çi ecêb e ku bi bîranîna rûyê te bijangên min şil bibin,
Bi hêviya gulê ne zayî ye ku bidî stiriyê av.
Roja xemê şûrê xwe ji dilê nexweş texsîr neke,
Xêr e di şeva tarî de dayîna nexweş av.
Dilo, serê tîra wî bixwaze, di hicranê de şewqa min aram bike,
Ez tî me, di vê sehrayê de ji bo min bigere li av.
Ez muştaqê lêvên te me, zahid li Kewserê digerin,
Çawa ku li serxweş mey xweş tê, li hişyar jî av.
Her gav bê rawestan di bexçeyê kuçeya te re derbas dibe,
Qey aşiqê wê serwa xweşmeş bûye av.
Divê ez bibim ax û riya avê ji wê kuçeyê bigirim,
Çimkî reqîbê min e, nahêlim bigihîje wê kuçeyê av.
Dostno, eger ez bi arezûya maçkirina destê wî bimirim,
Axa min bikin cêr û pê pêşkêşî yar bikin av.
«Hin kes hene ku Me berî vê kitêb daye wan û ew bi vê bawer dikin. Gava ji wan re (Qur’ana Kerîm) tê xwendin, dibêjin: “Me bi vê bawer kir. Bê şik ev heqekî ji Rebbê me (hatî) ye. Bi rastî em berî vê jî ew kes bûn ku Îslam qebûl kiribû”» Qeses: 52–53
Cennetul-Mualla
Ew goristana ku turbeyên gelek ji Eshabê Kîram, di serî de yên Dêya me
Hezreta Xedîce (radiyellahû anha), lê ne.
Îro ne mumkin e ku mirov van turbeyan bibîne. Heyf e ku ev berhemên tarîxî yên xweşik
hemû dane hilweşandin.
