Pêxemberê Min ê Delal

SALA HUZNÊ

Êşa ewladan

Kurê mezin ê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) Qasim dema hivdeh mehî bû wefat kiribû. Bi salan piştî vê bûyera bi êş kurê Wî yê din Ebdullah jî wefat kir. Mezinê me Resûlûllah, dema hêstir ji çavên Wî yên mubarek diherikîn, li çiyê zivirî û ferman kir: «Ey çiya! Tiştê ku hat serê min eger bihata serê te, te yê tehemul nekira û tu yê hilweşiyayî!»; bi vî awayî xema xwe anî ziman. Li hemberî pirsa Dêya me Hezreta Xedîce: «Ya Resûlellah! Ew niha li ku ne?» jî ferman kir: «Ew li Cennetê ne.»

Bi wefata herdu kurên Sultanê Kaînatê, Pêxemberê me yê delal, muşrik gelek şa bûn. Kafirên wek Ebû Cehl ev firsend zanîn û li her derê kirin hawar: «Êdî Muhemmed ebter e, nesla wî qut bûye. Kurekî wî nemaye ku nesla wî bidomîne. Gava ew bi xwe jî wefat bike, nav û dengê wî wê bê jibîrkirin.»

Li ser vê yekê Allah teala Sûreyê Kewser anî xwarê û dilê Resûlê xwe xweş kir. Bi mealî wiha ferman dike: «(Hebîbê Min!) Bi rastî Me Kewser da te (Me hewza Kewserê, gelek xêr îhsanî te kir). Naxwe ji bo Rebbê xwe nimêj bike û qurban serjê bike. Ya rast, yê bêxêr û nesilbirî ew e ku zimanê xwe dirêjî te dike (dibêje nesla te qut e). (Ew kesê ku ji te re dibêje ebter, ew bi xwe bêzuriyet, bêşeref û bênav e. Tu jî, Hebîbê Min, nesla te ya pak, şan û şerefa te wê heta roja qiyametê bidomin. Li axretê jî gelek şerefên mezin ên ku nayên aqilan ji te re hatine veqetandin.)»1

Wefata Ebû Talib

Di rojên piştî wefata kurên Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) de Ebû Talib nexweş ket û her ku roj derbas bû nexweşiya wî giran bû. Muşrikên Qureyşî yên ku ev bihîstin wiha fikirîn: «Ebû Talib dema sax bû ji bo parastina Muhemmed gelek xîret kiribû. Êdî wextê koçkirina wî nêzîk bûye. Di wextê wî yê dawî de be jî, em herin ziyareta wî. Çimkî Hemze, ku mêrxasekî ereb ê bêhempa ye, û Umer, ku heybet, pehlewantî û bêtirsiya wî wek rojê li meydanê ye, jî bûn misliman. Her ku roj derbas dibe ji qebîleyên ereban mirov tên û kom bi kom dibin tabiê Wî. Bi vî awayî misliman roj bi roj zêde dibin û dengê wan alemê digire. Li gorî vê rewşê lazim e ku an em bibin tabiê wan, an jî ji ceng û kuştinê re amade bin. Em herin ba Ebû Talib û rewşê jê re bibêjin, bila navbera me çêke. Em êrîşî dînê Wî nekin, bila Ew jî êrîşî dînê me neke.» Bi vê fikrê hatin ba Ebû Talib. Kesên naskirî yên wek Uqbe, Şeybe, Ebû Cehl û Umeyye bin Xelef li ser doşekên li kêleka nivîna Ebû Talib rûniştin. Gotin: «Em bi mezinahiya te bawer dikin, bilindahiya te qebûl dikin. Loma em tu carî li dijî te derneketin. Em ditirsin ku piştî mirina te Muhemmed bi me re mijûl bibe û dijminatî di navbera me de bidome. Me li hev bîne, da ku em êrîşî dînê hev nekin.»

«Ey çiya! Tiştê ku hat serê min eger bihata serê te, te yê tehemul nekira û tu yê hilweşiyayî!» Hedîsa şerîf

Turbeya Dêya me Hezreta Xedîce / Cennetul-Mualla

Wek qebrên gelek mezinên Îslamê, turbeya hevsera pêşî ya Pêxemberê me yê delal (sellellahû teala eleyhî we sellem), Dêya me Hezreta Xedîce (radiyellahû anha), jî dane hilweşandin û ji holê rakirine.

Ebû Talib şand pey Mezinê me Pêxember û got: «Hemû giregirên Qureyşê ji te rica dikin ku tu têkilî dînê wan nebî. Eger tu vê qebûl bikî, ew ê di emrê te de bixebitin û bibin alîkarên te.» Mezinê Aleman ferman kir: «Apo! Ez dixwazim wan tenê dawetî kelîmeyekê bikim ku bi wê kelîmeyê hemû ereb stûyê xwe ji wan re xwar dikin. Yên ne ereb jî cizyeyê didin.» Ji eşrafê Qureyşê re jî ferman kir: «Erê! Eger hûn kelîmeyekê ji min re bibêjin, hûn ê bi wê li ser hemû ereban bibin hakim, yên ne ereb jî wê stûyê xwe ji we re xwar bikin.» Ebû Cehl got: «Baş e. Em ê wê deh qat bibêjin. Ka ew kelîme çi ye?» Gava Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Eger hûn bibêjin “La îlahe îllallah” û wan pûtên ku hûn ji bilî Allah teala ji wan re îbadet dikin jî rakin û bavêjin», muşrikan yekser got: «Tu ji me tiştekî ji vê pê ve bixwaze!…» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Hûn rojê bînin û deynin ser destên min jî, ez ji we ji vê pê ve tiştekî naxwazim.»

Muşrikan got: «Ya Ebel-Qasim! Tu teklîfeke pir ecêb dikî. Em dixwazin xatirê te bigirin; tu xatirê me xweş nakî!», rabûn û çûn. Piştî ku ew çûn, Ebû Talib ji Mezinê me Pêxember re got: «Tiştê ku te ji Qureyşê xwest gelek di cih de bû. Te rast got.» Vê gotina apê Wî hêvî da Mezinê me Resûlûllah; fêm kir ku Ebû Talib wê bê îmanê û ferman kir: «Apo! Carekê bibêje “La îlahe îllallah”!.. Da ku ez roja qiyametê ji te re şefaetê bikim.» Ebû Talib got: «Ez ditirsim ku xelk min şermezar bike û bibêje: “Ji mirinê tirsiya, loma bû misliman.” An na min ê xatirê te xweş bikira.» Bi vê gotinê da zanîn ku ev li nefsa wî giran tê û li ser wê ku nexweşiya wî her ku çû giran bû wefat kir.2

Wefata Dêya me Hezreta Xedîce

Di sala dehan a bîsetê de, sê roj piştî wefata Ebû Talib, Dêya me Hezreta Xedîceya mubarek jî, ku hevala derdê Mezinê me Resûlûllah û bîst û pênc salan hevala jiyana Wî bû, piştî muhasereya sê salan a ku bi derd û xeman derbas bûbû, sê sal berî Hicretê, di serê meha Remezanê de, di 65 saliya xwe de wefat kir.3 Mezinê me Fexrê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) Dêya me Hezreta Xedîce bi destên xwe yên mubarek defin kir. Ji firqeta wê gelek xemgîn bû.

Wefata li pey hev a Dêya me Hezreta Xedîce û apê Wî Ebû Talib di eynî salê de Mezinê me Pêxember di nav xemê de hiştibû. Loma ji vê salê re gotin «Senetul-Huzn», yanî sala huznê.

Wefata Dêya me Hezreta Xedîce Pêxemberê me yê delal hejandibû û ji hed zêdetir xemgîn kiribû. Çimkî ya ku herî pêşî hat îmanê û Mezinê me Resûlûllah tesdîq kir ew bû. Herwiha piştgira Wî ya herî mezin bû û dilê Wî xweş dikir. Dema her kes dijmin bû, wê hemû dilê xwe vekiribû û bi muhebbeta Pêxemberê me tijî bûbû. Hemû malê xwe, serweta xwe, çi tiştê wê hebû di riya Îslamiyetê de xerc kiribû; ji bo ku xizmeta Pêxemberê me yê delal bike şev û roj kiribûn yek. Tu carî Resûlûllah xemgîn nekiribû, qet dilê Wî nehiştibû. Mezinê me Pêxember ev car caran vedigot û bi vî awayî fezîletên hevsera xwe ya mubarek bi bîr dianîn.

«Apo! Carekê bibêje “La îlahe îllallah”!.. Da ku ez roja qiyametê ji te re şefaetê bikim» Hedîsa şerîf

Rojekê, dema Pêxemberê me li derve bû, Hezreta Xedîce derketibû ku li Wî bigere. Cebraîl eleyhisselam di kirasê însanekî de xwe nîşanî Hezreta Xedîce da. Dêya me Hezreta Xedîce xwest Mezinê me Pêxember ji wî bipirse, lê fikirî ku dibe ew ji dijminan be û vegeriya. Gava Pêxemberê me yê delal li malê dît, bûyer jê re got. Mezinê me Fexrê Kaînatê ferman kir: «Ma tu dizanî ew zatê ku te dît û te xwest min jê bipirsî kî bû? Ew Cebraîl (eleyhisselam) bû. Got ku ez silava wî bigihînim te. Got ku ez vê jî bi te bidim zanîn: li Cennetê ji bo te avahiyek ji mirariyan hatiye amadekirin. Helbet li wir tiştên wiha bi xem, bi tengasî, bi zehmet û bi kulfet wê tunebin.»

Destê yekî li hewayê ma, yek kor bû

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) bi sohbetên ku mîsala wan tune dilên eshabên xwe, ku ji mirovên herî bextewar bûn, nûranî dikirin. Ayetên kerîme yên ku dihatin îzah dikirin, tu tiştekî ku nehatibe vegotin û nehatibe fêmkirin nedihişt. Di wê navê de ji bo ku muşrik jî bên îmanê diçû ciyên ku lê diciviyan û bêyî ku aciz bibe û xwe bide paş ew dawetî îmanê dikirin. Ebû Cehl û Welîd bin Muxîre ji vê rewşê gelek hêrs dibûn û digot: «Bi vê çûyînê Muhemmed wê her kesî bizivirîne ser dînê xwe, kesekî ku ji pûtên me re îbadet bike nahêle.» Rojekê biryar da ku tekane çareya qedandina vî karî kuştina Pêxemberê me yê delal e, ku Mezinê Aleman e. Ebû Cehl Welîd bin Muxîre û çend xortên ji Benî Mexzûm bi xwe re birin û hat Beytullahê. Di wê gavê de Pêxemberê me yê delal nimêj dikir. Ebû Cehl bi kevirekî ku girtibû destê xwe yekser xwe avêt pêş. Hema ku destê xwe rakir ku kevir li Mezinê me Hebîbê Ekrem û Nebiyê muhterem bixe, destên wî li hewayê bêliv man. Nikaribû tiştekî bike û şaş ma. Bi wî halî vegeriya cihê ku jê hatibû. Gava gihîşt ba muşrikan, destê wî vegeriya halê xwe yê berê û kevir ket erdê. Yekî ji Benî Mexzûm rahişt eynî kevirî, got: «Hûn ê bibînin! Ez ê Wî bikujim!..» û ber bi Mezinê me Pêxember ve meşiya. Gava nêzîk bû, di carekê de çavên wî kor bûn û êdî derdora xwe nedidît. Li ser vê yekê Benî Mexzûm hemû bi hev re ber bi Pêxemberê me yê delal ve çûn. Hema ku baş nêzîkî Mezinê me Pêxember bûn, êdî Ew nedîtin. Lê dengê Wî yê mubarek dibihîstin. Gava ber bi cihê ku deng jê dihat ve dimeşiyan, deng ji pişt wan dihat; gava li paş xwe dizivirîn, dîsa ji cihê berê dihat. Çend caran bûn şahidê eynî halî. Dawiyê şaş û heyirî man û bêyî ku karibin tiştekî bi Mezinê me Resûlûllah bikin ji wir çûn.

Nîşana Hezreta Aîşe û Hezreta Sewde

Gava Hezreta Xedîce (radiyellahû anha) wefat kir, kesek nema ku mala Resûlûllah bigerîne. Xewle bint Hekîm Xatûnê ev hal dît û çû huzûra Serwerê Alemê. Got: «Ya Resûlellah (sellellahû eleyhî we sellem)! Ji te re yareke muwafiq û xanimeke layiqî xizmeta te lazim e. Eger tu bixwazî ez ji te re hevalekê bixwazim.» Resûlûllah ferman kir: «Ey Xewle, xatûna ku layiqî vê xizmetê ye li ku heye?» Xewleyê got: «Eger tu keçeke bakîre bixwazî, Aîşeya keça dostê te Ebûbekr heye. Eger tu jinebiyekê bixwazî, Sewde bint Zem’e munasib e.» Resûl eleyhisselam ferman kir: «Herduyan jî ji min re bixwaze.» Nîşana Resûlûllah pêşî bi Hezreta Aîşe re, paşê bi Sewde re çêbû. Hezreta Sewde li Mekkeyê anî mala xwe. Daweta Wî ya bi Hezreta Aîşe re di meha Şewwalê ya sala duyem a hicretê de li Medîneyê bû.

Hevdîtina Eqebeyê

Pêxemberê me yê delal her sal qebîleyên ku dihatin ziyareta Kabeyê dawetî dîn dikirin, dixebitî ku ew ji agirê Cehennemê xelas bibin û bigihîjin seadeta ebedî û bêyî ku guh bide tu heqaretê wezîfeya xwe ya pêxembertiyê didomand. Li ciyên ku qebîle lê datanîn disekinî û ji yên ku dihatin re ferman dikir: «Kî heye ku heta ez wezîfeya pêxembertiyê ya Allah teala bi cih bînim min bihewîne û alîkariya min bike? (Bi vî awayî) bila Cennet jê re bê dayîn.» Lê kesek nedihat dîtin ku Wî bihewîne an alîkariya Wî bike.

Meha Zilhicceyê ya sala dehan a bîsetê bû. Mezinê me Pêxember li bazarê rastî komekê ji xelkê Medîneyê hat ku ji bo ziyareta Kabeyê hatibûn. Gava ji wan pirsî: «Hûn kî ne?», gotin ku ew medîneyî ne û ji qebîleya Xezrec in. Diya Ebdulmuttelibê bapîrê Pêxemberê me Selma Xatûn jî ji şaxa Benî Neccar a qebîleya Xezrec bû. Pêxemberê me bi van şeş kesên xezrecî re demekê li Eqebeyê rûnişt, ayetên kerîme yên 35–52an ên Sûreyê Îbrahîm ji wan re xwendin û Îslamiyet vegot. Ew dawet kirin ku bikevin vî dînî.

Li Medîneyê ji mêj ve qebîleyên Ews û Xezrec dijminê cihûyan bûn; gava firsend didîtin êrîşî hev dikirin. Kengî di navbera wan de şerek derketa, cihûyan digot: «Di van nêzîkan de pêxemberek wê bê. Gelek nemaye, îro sibe derdikeve. Em ê bibin tabiê Wî û xurt bibin. Em ê ji heqê we jî bên.» Ewsiyan û xezreciyan jî bawer dikir ku eger ew berî cihûyan bibin misliman û bi Îslamiyetê şerefdar bibin, ew ê li ser wan xalib bên û wan ji Medîneyê derxin.

Van mirovên binesîb, ku ji mezinên qebîleya xwe û ji cihûyên ku li Medîneyê dijiyan bihîstibûn ku di nêzîk de pêxemberek wê bê, nîşanên nubuwwetê di Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) de dîtin û gava Wî ew gazî dîn kirin, li hev nêrîn. Paşê di nav xwe de got: «Pêxemberê ku cihûyan xebera wî dida va ye ev e!»

Loma yekser li huzûra Resûlûllah Kelîmeya Şehadetê anîn û bûn misliman. Ji Mezinê me Pêxember re jî got: «Ya Resûlellah! Me qewmê xwe di halê şerê bi cihûyan re de hiştibû. Hêvî ew e ku Allah teala bi saya zatê te yê bilind wan jî bi îmananînê şerefdar bike. Hema ku em vegerin, em ê wan û qewmê xwe dawet bikin ku pêxembertiya te qebûl bikin. Tiştên ku me ji vî dînî qebûl kirine em ê ji wan re jî vebêjin. Eger Allah teala wan li ser vî dînî bicivîne û bike yek, ji te ezîztir û bişereftir kes nabe.»

Van şeş kesan bi rastî bawer kiribû; tiştên ku Allah teala teblîxî Pêxemberê me kiribûn qebûl û tesdîq kiribûn.

«Kî heye ku heta ez wezîfeya pêxembertiyê ya Allah teala bi cih bînim min bihewîne û alîkariya min bike? (Bi vî awayî) bila Cennet jê re bê dayîn» Hedîsa şerîf