Rêwîtiya ji Mekkeyê heta Taîfê
Ji bo ku sala bê di meha Zilhicceyê de dîsa bên, ji Pêxemberê me destûr xwestin ku vegerin welatê xwe û çûn. Ev şeş kesên ku nû bûbûn misliman Uqbe bin Amir, Es’ed bin Zurare, Ewf bin Haris, Rafi bin Malik, Qutbe bin Amir û Cabir bin Ebdullah (radiyellahû anhûm) bûn.1
Şeş kesên ku bûbûn misliman gava vegeriyan Medîneyê, ba qewmê xwe, yekser dest bi behsa Îslamiyetê û Pêxemberê me kirin û xelk dawet kirin ku bikevin dînê Îslamê. Di vê de ewqas pêş ve çûn ku li Medîneyê malek nema ku tê de behsa Pêxemberê me û Îslamiyetê neyê kirin. Bi vî awayî Îslamiyet di nav qebîleya Xezrec de belav bû, ji qebîleya Ews jî hin kes bûn misliman.
Xelkê Taîfê dawetî îmanê dike
Muşrikan tevî ku gelek mucîze ji Pêxemberê me yê delal dîtibûn jî, ji înada xwe îman nedianîn; ser de jî dev ji eziyet û zulma li zarok, bira, xizm û hevalên xwe yên ku bûbûn misliman bernedidan. Pêxemberê me yê delal ji ber van zulm û îşkenceyên wan ên ku her diçû dijwar dibûn gelek xemgîn bû. Fikirî ku here Taîfê, ku nêzîkî Mekkeyê ye, û xelkê wê dawetî Îslamê bike. Loma Zeyd bin Harise bi xwe re bir û gihîşt Taîfê.
Bi kurên Emr, ku ji giregirên Taîfê bûn, bi Ebdiyalîl, Hebîb û Mes’ûd re hev dît. Îslam ji wan re vegot û ji wan xwest ku bi Allah teala îman bînin. Wan ne tenê îman neanî, heqaret jî kirin û ser de got: «Ma Allah teala ji bo şandina pêxember ji te pê ve kesek nedît? Ma Allah teala aciz e ku ji te pê ve yekî din bike pêxember û bişîne? Ji welatê me derkeve, here, tu kuderê dixwazî here wir!.. Qewmê te gotinên te qebûl nekirin, loma tu hatî vir, ne wisa? Em sond dixwin ku em ê jî ji te dûr bisekinin. Em tu daxwazeke te qebûl nakin.»
Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bi xem ji ba wan çû. Deh roj an mehekê qebîleya Seqîf dawetî Îslamiyetê kir, lê ne tenê yekî ji wan jî îman neanî; tinazên xwe jî pê kirin, îşkence lê kirin û li pey Wî kirin qîrîn. Zarok û xortên xwe li kêleka riyên ku wê tê re derbas bibûya rêz kirin, dan ber keviran û berdan ser Wî. Hezretê Zeyd li hemberî kevirên ku xortên Taîfê davêtin laşê xwe dikir mertal û dixebitî ku zirar negihîje Pêxemberê me. Hezretê Zeyd li dora Pêxemberê me yê delal dizivirî û diperpitî ku kevir li Wî nekevin. Ji bo ku zirar negihîje laşê Wî yê mubarek guh nedida kevirên ku li wî bi xwe diketin. Ma ne ew li benda firsendê bû ku di rojên wiha de canê xwe feda bike? Va ye, Mezinê Aleman didan ber keviran, eziyet û îşkence lê dikirin û dixebitîn ku Wî ji welatê xwe derxin.
Hezretê Zeyd her ku ji bo parastina Mezinê me Pêxember ber bi rast û çepê ve dibeziya, kevir li pey hev li serî, laş û lingên wî diketin. Loma her derê Hezretê Zeyd di nav xwînê de mabû. Ji bo parastina Pêxemberê xwe yê delal çi tiştê wî hebû xerc dikir û bi hemû dengê xwe li wan zalimên ku kevir davêtin diqîriya: «Nekin!.. Lê nexin!.. Ew Mezinê Aleman e! Ew Resûlûllah e!.. Laşê min perçe perçe bikin, lê bila zirar negihîje Pêxemberê me!..» Kevirên ku di ser Zeyd bin Harise re derbas dibûn û digihîştin Mezinê me Resûlûllah, lingên mubarek ên Mezinê me di nav xwînê de hiştibûn.
Pêxemberê me yê delal xemgîn, westiyayî û birîndar nêzîkî rezê du birayên bi navê Utbe û Şeybe bû. Li wir Mezinê me Resûlûllah, ku hemû mumin dixwazin canê xwe ji bo Wî feda bikin, xwîna ku ji lingên Wî yên mubarek diherikî paqij kir.
Destnimêj girt û li bin darê du rikat nimêj kir. Paşê destên xwe yên mubarek rakirin û munacat kir.
Xwediyên rez li vî halî temaşe dikir. Tiştên ku hatibûn serê Mezinê me Resûlûllah dîtibûn, bûbûn şahidê xerîbiya Wî. Damara merhemeta wan liviya. Bi koleyê xwe yê bi navê Eddas tirî şand. Pêxemberê me yê delal dema tirî dixwar Besmele got. Koleyê ku tirî anîbû xiristiyan bû. Gava Besmele bihîst şaş ma. Pirsî: «Ev çend sal in ez li van deran im, min gotineke wiha ji kesî nebihîstiye. Ev çi kelam e?»
Resûlûllah ferman kir: «Tu ji ku yî?» Eddas got: «Ez ji Nînewayê me.» Resûlûllah ferman kir: «Naxwe tu ji welatê Yûnus (eleyhisselam) î.» Eddas got: «Tu Yûnus ji ku nas dikî? Li van deran kes wî nas nake.» Resûlûllah ferman kir: «Ew birayê min e. Ew jî wek min pêxember bû.»
Eddas got: «Xwediyê vî rûyê xweşik û van gotinên şîrîn nabe ku derewkar be. Min bawer kir ku tu Resûlê Allah î.» Bû misliman û got: «Ya Resûlellah! Bi salan e min ji van zaliman, ji van derewkaran re koletî kiriye. Heqê her kesî dixwin. Her kesî dixapînin. Tu aliyekî wan ê baş tune. Ji bo berhevkirina malê dinyayê û têrkirina şehweta xwe her nizmiyê didin ber çavên xwe. Ez ji wan nefret dikim. Ez dixwazim bi te re bêm, bi xizmeta te şerefdar bibim, bibim hedefa bêhurmetiyên ku cahil û ehmeq wê bi te bikin û ji bo parastina laşê te yê mubarek feda bibim.»2
Mezinê me Resûlûllah bişirî û ferman kir: «Niha li ba efendiyên xwe bimîne! Piştî demeke kurt tu yê navê min li her derê bibihîzî. Hingê were ba min.»
«Nekin!.. Lê nexin!.. Ew Mezinê Aleman e! Ew Resûlûllah e! Laşê min perçe perçe bikin, lê bila zirar negihîje Pêxemberê me!» Zeyd bin Harise (radiyellahû anhû)
Demekê bêhna xwe veda û ber bi Mekkeyê ve meşiya. Gava bi qasî du qonaxan rê ma ku bigihîje Mekkeyê, dît ku ewrek siyê lê dike. Gava bi baldarî lê nêrî, fêm kir ku Cebraîl eleyhisselam e. Pêxemberê me yê delal ev bûyer ji Dêya me Aîşeya Siddîqe re vegotibû.
Di «Sehîha Buxarî» de û di «Musned» ê Ehmed bin Henbel de wiha hatiye ragihandin: Rojekê Dêya me Hezreta Aîşe pirsîbû: «Ya Resûlellah! Ma rojeke ji roja Uhudê bi êştir hatiye serê te?» Mezinê me Resûlûllah jî wiha bersiv dabû: «Wellahî min ji qewmê te cefayeke wisa kişand ku min ji kafirên di Xezweya Uhudê de nekişand. Gava min nefsa xwe erzî Îbn Ebdiyalîl bin Ebdikulal kir (yanî gava min nubuwweta xwe pê da zanîn û ew dawetî dîn kir), qebûl nekir. Ez bi êşeke ewqas mezin ji ba wan çûm ku heta gihîştim cihê ku jê re Qernus-Sealib dibêjin ez bi ser hişê xwe ve nehatim. Li wir min serê xwe rakir. Min dît ku ewrekî siya xwe berdaye ser min. Min nêrî ku di nav ewr de Cebraîl (eleyhisselam) sekiniye. Gazî min kir û got: “Ya Muhemmed! Heq teala gotinên qewmê te yên di heqê te de bihîstin. Waqif bû ku nexwestin te biparêzin jî. Ev melaîketê ku li ser çiyayan memûr e ji te re şand, da ku tu çi bixwazî emir lê bikî.” Wî melaîketî jî gazî min kir, silav da û paşê got: “Ya Muhemmed! Wek ku Cebraîl got, Heq teala ez, melaîketê çiyayan, ji te re şandim, da ku tu çi bixwazî ferman li min bikî. Ez li ber emrê te me. Eger tu dixwazî ku ev herdu çiyayên asê (Çiyayê Queyqian û Çiyayê Ebû Qubeys) bi ser mekkeyiyan de bên girtin û bigihîjin hev (û muşrikan bi temamî biperçiqînin), ferman bike, ez wan bigihînim hev.” Ez razî nebûm û min got: “(Na! Ez ji aleman re rehmet hatime şandin.) Ez dua dikim ku Allah teala ji pişta van muşrikan nifşekî derxe ku tenê ji Cenabê Heq re îbadet bike û tu tiştî ji Allah teala re neke şirîk.”»
Mezinê me Pêxember dema ji Taîfê vedigeriya Mekkeyê, li cihê bi navê Nexle hinekî bêhna xwe veda. Carekê rabûbû ser nimêjê. Komek ji cinên Nisêbînê di wir re derbas dibû; gava ayetên Qur’ana Kerîm ên ku Pêxemberê me yê delal dixwendin bihîstin, sekinîn û guhdarî kir. Paşê bi Mezinê me Pêxember re hev dîtin û bûn misliman. Mezinê me Pêxember ji wan re ferman kir: «Gava hûn gihîştin ba qewmê xwe, daweta min a îmanê ji wan re jî bibêjin. Wan jî dawetî îmanê bikin.»
Gava ew cin çûn ba qewmê xwe û ev dan zanîn, hemû cinên ku bihîst îman anî.3 Ev mesele di Qur’ana Kerîm de, di Sûreyê Cin de û di kitêbên navdar ên hedîsa şerîf ên bi navê «Buxarî» û «Muslim» de tê ragihandin.
Gava nêzîkî Mekkeyê bû, muminan xeber ji Mezinê me Resûlûllah re şand: «Qureyşî bi muameleya xerab a ku nemerdên Taîfê bi te kirine hesiyan. Eger tu niha werî, dibe ku zulma xwe zêde bikin.» Mezinê me Pêxember gava gihîşt Hîrayê, yek şand ba Suheyl bin Emr û jê rica kir ku Wî bigire himayeya xwe. Gava wî bênesîbî qebûl nekir, xeber ji Mut’im bin Ediy re şand. Wî ev rica qebûl kir. Mezinê me Hebîbê Ekrem û Nebiyê muhterem di himayeya Mut’im bin Ediy de hat Mekkeyê. Mut’im jî ev hal bi Qureyşiyan da zanîn. Resûlûllah Beyta Şerîf tewaf kir û Hecerul-Eswed maç kir. Piştî çend rojan ji Mut’im re ferman kir: «Bila ez êdî zêdetir di himayeya te de nemînim.» Mut’im jî qebûl kir. Cenabê Heq Hebîbê xwe di himayeya xwe de hifz kir.
Bibêjin «La îlahe îllallah» û xelas bibin
Resûl eleyhisselam domand ku mirovan dawetî riya heq bike. Li hemberî vê rewşê muşrik dîsa har bûn û dest bi îşkence û zulmeke ji berê zêdetir kirin. Li ser vê yekê Cenabê Heq ferman li Mezinê me Pêxember kir ku di wextê ziyareta Kabeyê de bi qebîleyên ereb ên ku tên ziyaretê re hev bibîne û wan dawetî Îslamê bike. Pêxemberê me yê delal li ser vî emrî dest bi çûna bazarên Zulmecaz, Ukaz û Mecenneyê kir, ku li derdora Mekkeyê datanîn.
Gelek caran diçû wan deran, qebîle dawetî yekîtiya Allah teala û îbadeta ji Wî re dikirin û ji wan dixwest ku qebûl bikin Ew pêxember e. Dida zanîn ku eger qebûl bikin, Cenabê Heq wê Cennetê bide wan. Heyf ku yekî ji wan jî guh nedida van dawetên Mezinê me Pêxember, ku mîna lavayê dikirin; hinek hov tevdigeriyan û heqaret dikirin, hinekan jî rûyê xwe tirş dikir û gotinên xerab digotin. Muşrikên Qureyşê jî li pey Wî diçûn û ew qebîleyên ku diçû ba wan ji rê derdixistin.
Li gorî ku Îmam Ehmed, Beyheqî, Teberanî û Îbn Îshaq ragihandine, Rebîe bin Ebbad wiha rîwayet kiriye: «Ez xort bûm. Ez û bavê min çûbûn Mînayê. Resûl eleyhisselam diçû cihê ku qebîleyên ereb lê datanîn û ferman dikir: “Gelî kurên filan! Ez resûlê Allah teala me, ku ferman li we dike ku hûn van pûtên ku hûn ji wan re îbadet dikin bavêjin û bêyî ku tu şirîkî jê re çêkin ji Allah teala re îbadet bikin, bi min bawer bikin û min tesdîq bikin û heta ku ez wezîfeya ku Heq teala ez pê şandime eşkere bikim û bi cih bînim min biparêzin!…”
Zilamekî çavşaş û porhûnandî ku li pey Wî diçû jî digot: “Gelî kurên filan! Ev we ji îbadeta pûtên me Lat û Uzza men dike û we dawetî dînekî dike ku ji ber xwe çêkiriye!.. Xwe jê biparêzin. Guh nedin Wî û îtaeta Wî nekin!..” Min ji bavê xwe pirsî: “Ev ê ku li pey vî zatî diçe kî ye?” Got: “Apê wî Ebû Leheb e.”»
Teberanî ji Tariq bin Ebdullah wiha rîwayet kiriye: «Min Resûl eleyhisselam li bazara Zulmecazê dîtibû. Ji bo ku mirov bibihîzin bi dengekî bilind bang dikir û ferman dikir: “Gelî mirovan! Bibêjin La îlahe îllallah (ji bilî Allah teala tu îlah tune ye) û xelas bibin!” Yekî ku li pey Wî diçû jî kevirên ku diketin destê wî davêtin lingên Wî û digot: “Gelî cemaetê! Bawer nekin!.. Xwe ji Wî biparêzin! Çimkî Ew derewkar e!..” Wisa ku kevirên lê diketin lingên Wî yên mubarek xwîn kiribûn, lê hîn jî bêyî ku xwe bide paş û biweste daweta xwe didomand. Pirsîn: “Ev xort kî ye?” Yekî bersiv da: “Xortek e ji Benî Ebdulmuttelib.” Gava pirsî: “Yê ku keviran davêje kî ye?”, got: “Apê wî Ebû Leheb e.”»
Îmamê Buxarî di kitêba xwe «et-Tarîxul-Kebîr» de û Teberanî di kitêba xwe «el-Mu’cemul-Kebîr» de zikir kiriye: Mudrik bin Munîb ji bavê xwe, wî jî ji bapîrê xwe neqil kir ku gotiye: «Ez bi bavê xwe re hatibûm Mînayê û me li wir danîbû. Em rastî komekê hatin. Kesekî ji wan re ferman dikir: “Gelî mirovan! Bibêjin La îlahe îllallah û xelas bibin!” Ji mirovên li dora Wî hinekan tif dikir wî rûyê Wî yê xweşik, hinekan ax bi serê Wî de dikir, hinekan jî dijûn didan û heqaretên cur bi cur dikirin. Ev hal heta nîvro dom kir. Di wê navê de keçikek bi firaqeke avê di dest de hat wir. Gava Ew di wî halî de dît dest bi girî kir. Wî kesî piştî ku av vexwar li keçikê zivirî û ferman kir: “Keça min! Di heqê bavê xwe de netirse ku wê bikeve xefikê û bê kuştin, wê zelîl bibe!” Paşê me ji yên li wir pirsî: “Ev kes û ew keçik kî ne?” Gotin: “Ev Muhemmed e ji Benî Ebdulmuttelib, ya li ba wî jî keça wî Zeyneb e.”»
«Ew (Yûnus eleyhisselam) birayê min e. Ew jî wek min pêxember bû» Hedîsa şerîf
Seîd bin Yehya bin Seîdê Umewî di «Mexazî» ya xwe de ji bavê xwe neqil kiriye; wî jî ji Ebû Nueym û ji Ebdurrehmanê Amirî, wî jî ji gelek kesan rîwayet kiriye. Gotine: Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) rojekê çû bazara Ukazê. Gihîşt qebîleya Benî Amir û ji wan pirsî: «Gelî Benî Amir! Li ba we parastina kesên ku xwe dispêrin we çawa ye?» Wan jî got: «Kes nikare gotinekê bavêje me, bêyî haya me kes nikare xwe li ber agirê me germ bike!..» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ez resûlê Allah teala me. Gava ez bêm ba we, ma hûn ê min biparêzin heta ku ez wezîfeya pêxembertiyê ya ku Rebbê min daye min bigihînim mirovan?» Wan pirsî: «Tu ji Qureyşê ji kê yî?» Gava Mezinê me ferman kir: «Ji Benî Ebdulmuttelib im», wan got: «Madem tu ji Benî Ebdulmuttelib î, çima ew te naparêzin?» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Yên li pêş ên ku ez derewîn derxistim ew bûn.» Koma Benî Amir got: «Ya Muhemmed! Em ne te red dikin, ne jî bi tiştên ku te anîne îman tînin. Lê heta ku tu wezîfeya xwe ya pêxembertiyê bigihînî mirovan em ê te biparêzin.»
Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember li ba wan rûnişt. Di wê navê de ji giregirên Benî Amir Beyhere bin Faris kirîn û firotina xwe li bazarê qedand û hat ba wan; Mezinê me Pêxember nîşan da û ji yên li wir pirsî: «Ev kî ye?» Wan jî got: «Muhemmed bin Ebdullah e.» Beyhere got: «Çi karê we bi Wî heye ku we Ew li ba xwe daye rûniştin?» Gotin: «Xwe spartiye me; dibêje ku resûlê Allah e û ji me dixwaze ku em wî biparêzin heta ku wezîfeya xwe ya pêxembertiyê teblîxî mirovan bike.» Li ser vê Beyhere li Mezinê me Pêxember zivirî û got: «Rabûna me ya ji bo parastina te tê wê maneyê ku em sînga xwe bikin hedefa tîrên hemû ereban.» Ji qewmê xwe re jî got: «Qebîleyek tune ye ku bi tiştekî ji yê we xerabtir vegere warê xwe. Naxwe hûn ê bi hemû ereban re şer bikin, laşê xwe bikin hedefa tîrên wan, ha!.. Eger qewmê Wî xêrek di Wî de bidîta, pêşî wan bi xwe wê biparasta. Hûn radibin kesekî ku qewmê wî ew derewîn derxistiye û ji ba xwe dûr xistiye dihewînin û alîkariya wî dikin!.. Hûn pir şaş difikirin!…»
Paşê li Pêxemberê me yê delal zivirî û ew bedbextî kir ku bibêje: «Yekser ji nav me here û vegere ba qewmê xwe!.. Ez sond dixwim, eger tu ne di nav qewmê min de bûyayî, min ê niha li stûyê te bixista!..» Li ser van gotinan Mezinê Aleman bi xemeke mezin li deveya xwe siwar bû. Wî Beyhereyê bêedeb Mezinê me Resûlûllah ji deveyê xist. Ji Eshabê Kîram xanimeke bi navê Dubae bint Amir, ku ev bûyer dît, kir hawar û gazî xizmên xwe kir: «Hûn çawa vê kirina li Hebîbê Allah teala rewa dibînin? Ma kesek tune ku ji bo xatirê min Resûlûllah ji destê van xelas bike?» Sê kes ji pismamên wê yekser bi ser Beyhereyê bextreş de çûn. Du kes ji qewmê Beyhere xwestin alîkariya wî bikin, lê yên din li Beyhere û alîkarên wî xistin û ew kutan. Pêxemberê me yê delal, ku li vê rewşê dinêrî, ji bo wan sê kesên ku ji bo Wî şer dikir dua kir: «Ya Rebbî! Bereketa xwe îhsanî van kesan bike!», ji bo Beyhere û alîkarên wî jî: «Ya Rebbî! Van jî ji rehma xwe dûr bixe!»
Yên ku duaya xêrê ji wan re kir bi mislimanbûnê şerefdar bûn; yên din jî kafir can dan. Yên ji qebîleya Benî Amir gava vegeriyan welatê xwe, tiştên ku li Mekkeyê hatibûn serê wan ji kesekî pîr ê qebîleya xwe re, ku kitêbên semawî xwendibûn, vegotin. Wî kesî gava navê Mezinê me Pêxember bihîst, ew şermezar kirin û got: «Gelî Benî Amir! We çi kir? Ji kurên Îsmaîl tu kesî heta niha bi derew dawa pêxembertiyê nekiriye. Bêguman tiştê ku Wî digot rast û heq bû. Êdî telafîkirina vê firsenda ku ji dest çû gelek zehmet e!..»
Dema bi Cebraîl re dipeyivî,
Refref hat pêşiya Wî, silav da.
Hingê ew şahê cîhanê hilgirt,
Çû Sîdreyê û hema Ew bir.
«Gelî mirovan! Bibêjin La îlahe îllallah û xelas bibin!» Hedîsa şerîf
Îsra û Mîrac
