Pêxemberê Min ê Delal

MÎRAC

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) Îslam ji her kesê ku didît û ji her qebîleyê re vegot: çi yên ku ji bo hecê dihatin, çi yên ku ji bo kirîn û firotinê dihatin Mekkeyê û sûkan. Ji wan xwest ku Wî biparêzin û di teblîxkirina Îslamê de alîkariyê bidin. Lê tu kes ne bû misliman, ne jî nêzîkî parastinê bû. Ser de jî heqaret lê kirin, zilm û îşkence lê kirin, tinazên xwe pê kirin û Ew derewîn derxist. Mezinê Aleman gelek westiyayî, birçî, tî, xemgîn û pir bi kovan bû. Bi roj wiha derbas dibû û ev hal heta derengê şevê didomiya. Muşrikên Mekkeyê tim li pey Wî digeriyan; çawa nedihiştin ew kesên ku dihatin ziyareta Kabeyê bibin misliman, wisa jî dev ji zilma li Mezinê me Hebîbê Ekrem bernedidan. Êdî ji bo Mezinê me Resûlûllah cihek nemabû ku herê. Her alî dijmin bû. Çend meh li Mekkeyê di nav tengasiyeke mezin de derbas bûn.

Şeva 27an a Receba şerîf rasterast hat mala Ummu Haniyê, keça apê xwe Ebû Talib; mal li taxa Ebû Talib bû. Ummu Hanî hingê hîn îman neanîbû. Gava pirsî: «Ew kî ye?», Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ez pismamê te Muhemmed im. Eger tu qebûl bikî, ez mêvan hatime.»

Ummu Haniyê got: «Can bi qurbana mêvanekî wek te be, rastgo, emîn, esîl û bi şeref. Lê eger te berê bida zanîn ku tu yê bêyî, min ê tiştek amade bikira. Niha tiştekî min tune ku ez deynim ber te.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ez ne xwarinê dixwazim, ne vexwarinê. Yek ji wan jî ne li ber çavê min e. Cihek ku ez lê ji Rebbê xwe re îbadet bikim û lava bikim, besî min e.»

Ummu Haniyê Pêxemberê me yê delal bir hundir û hesîrek, teştek û misînek danê. Li ba ereban qedirgirtina mêvanê ku hatiye û parastina wî ji dijmin wezîfeya herî bi şeref dihat hesibandin. Eger zirar bigihîşta mêvanê malekê, ev ji bo xwediyê malê rûreşiyeke mezin bû. Ummu Hanî fikirî: «Dijminên vî li Mekkeyê gelek in. Heta yên ku dixwazin wî bikujin jî hene. Ji bo ku ez şerefa xwe biparêzim, bila ez heta sibehê çavdêriya wî bikim.» Şûrê bavê xwe hilda û li dora malê dest bi gerê kir. Wê rojê Resûlûllah gelek hatibû êşandin. Destnimêj girt û dest pê kir ku lavayî Rebbê xwe bike, efûyê bixwaze û dua bike ku evd bên îmanê û bigihîjin seadetê. Gelek westiyayî, birçî û xemgîn bû. Li ser hesîrê dirêj bû û hema di xew re çû.

Di wê gavê de Allah teala ji Cebraîl eleyhisselam re ferman kir: «Min pêxemberê xwe yê delal gelek xemgîn kir. Min bedena Wî ya mubarek û dilê Wî yê nazik gelek êşandin. Di vî halî de jî dîsa lavayî Min dike. Ji Min pê ve li tu tiştî nafikire. Here, Hebîbê Min bîne! Cenneta Min û Cehennema Min nîşanî Wî bide. Bila nîmetên ku Min ji bo Wî û ji bo yên ku ji Wî hez dikin amade kirine bibîne. Bila ezabên ku Min ji bo wan amade kirine jî bibîne: ji bo yên ku bi Wî bawer nakin û yên ku bi gotin, nivîs û kirinên xwe Wî diêşînin. Ez ê bi xwe dilê Wî xweş bikim. Birînên dilê Wî yê nazik Ez ê bipêçim.»

Gava Cebraîl eleyhisselam hat ba Resûlûllah, dît ku di xeweke şîrîn de ye.

Dilê wî nehat ku Wî şiyar bike. Di sûretê însanekî de bû. Binê lingê Wî yê mubarek maç kir. Ji ber ku dil û xwîna wî tune bû, lêvên wî yên sar Resûlûllah şiyar kir. Resûlûllah yekser Cebraîl eleyhisselam nas kir û gelek tirsiya ku Rebbê xwe xeyidandibe; ferman kir: «Ey birayê min Cebraîl! Tu çima wiha bêwext hatî? Ma min xeletiyek kir? Ma min Rebbê xwe xeyidand? Ma te xebereke tal ji min re aniye?»

«Ez ne xwarinê dixwazim, ne vexwarinê. Yek ji wan jî ne li ber çavê min e. Cihek ku ez lê ji Rebbê xwe re îbadet bikim û lava bikim, besî min e» Hedîsa şerîf

Cebraîl eleyhisselam got: «Ey yê herî bilind ê hemû afirandiyan! Ey delalê Afirîner, ey mezinê pêxemberan, ey Pêxemberê bi şeref û mezin ku kaniya qenciyan û çavkaniya fezîletan e! Rebbê te silavê li te dike û te gazî xwe dike. Ji kerema xwe rabe, em herin.» Pêxemberê me yê delal destnimêj girt. Cebraîl eleyhisselam şaşikeke ji nûrê danî ser serê Mezinê me Resûlûllah ê mubarek, kincekî ji nûrê lê kir û kemereke ji yaqûtê li pişta Wî ya mubarek girêda. Gopalekî ji zumrûdê, bi çarsed mirariyan xemilandî, da destê Wî yê mubarek. Her mirariyek wek stêrka Zuhreyê dibiriqî. Solên ji zumrûda kesk jî kirin lingê Wî yê mubarek.

Paşê dest di destê hev de hatin Kabeyê. Li wir Cebraîl eleyhisselam sînga Pêxemberê me yê delal a mubarek qelaşt. Dilê Wî derxist û bi ava Zemzemê şûşt. Paşê tasek tijî hikmet û îman anî, rijand hundirê wî û sînga Wî girt.

Qibleya me ya pêşî: Mescîdul-Eqsa / Quds

Paşê Cebraîl eleyhisselam ew heywanê spî yê bi navê Buraq, ku ji Cennetê anîbû, nîşan da û got: «Ya Resûlellah! Li vî siwar bibe! Çavê hemû melaîketan li riya te ye.» Di wê navê de xemek ket dilê Mezinê me Pêxember û ew ket tefekkurê. Hema wê gavê, gava Allah teala xîtabî Cebraîl eleyhisselam kir û ferman kir: «Ey Cebraîl! Bipirse! Hebîbê Min çima xemgîn e?», Mezinê me (sellellahû eleyhî we sellem) di bersivê de ferman kir: «Min ev qas îzzet û îkram dît. Hat bîra min: gelo roja qiyametê halê ummeta min a zeîf wê çawa be? Wê pêncî hezar salan li meydana Eresatê peya çawa barê ev qas gunehên xwe bikişînin û wê çawa di Siratê re derbas bibin ku riya sî hezar salan e?» Fermana îlahî hat: «Ey Hebîbê Min! Dilê xwe xweş bike. Ez ê wê dema pêncî hezar salan ji ummeta te re bikim wek kêliyekê. Xemgîn nebe!»

Mezinê me Pêxember li Buraq siwar bû. Buraq gelek bi lez diçû; bi gavekê digihîşt wêdetirî cihê ku çav dibîne. Di rê de Cebraîl eleyhisselam ji Pêxemberê me yê delal re got ku li hin qonaxan peya bibe û nimêj bike. Li ser vê yekê Mezinê Aleman tam sê caran peya bû û nimêj kir. Cebraîl eleyhisselam pirsî ka ew ciyên ku lê nimêj kiriye nas dike an na. Bersiv jî wî bi xwe da: da zanîn ku cihê pêşî yê ku lê peya bûye Medîne ye û wê hicret bike vî bajarî. Herwiha da zanîn ku ciyên din bi rêzê Tûrê Sîna ye, ku Hezretê Mûsa li wir bi awayekî bê cihet û ku nayê zanîn bi Allah teala re peyivîbû, û ku herî dawî li Beytul-Lehmê nimêj kiriye, li cihê ku Îsa eleyhisselam lê hatibû dinyayê. Paşê hatin Mescîdul-Eqsaya li Qudsê.

Li Mescîdul-Eqsayê Cebraîl eleyhisselam bi tiliya xwe zinarek qul kir û Buraq pê ve girêda. Rûhên hin pêxemberên berê di sûretê însan de civiyabûn. Ji bo nimêja bi cemaet bi rêzê ji Adem, Nûh û Îbrahîm pêxemberan (eleyhimusselam) re gotin ku bibin îmam. Wan uzr xwest û qebûl nekir. Cebraîl got: «Heta tu hebî, kesekî din nikare bibe îmam» û Hebîbullah da pêş.

Mezinê me Pêxember ji pêxemberan re bû îmam û du rikat nimêj bi wan re kir. Tiştê ku piştî vê qewimî wiha vegot: «Cebraîl (eleyhisselam) firaxek şeraba Cennetê û firaxek şîr ji min re anî. Min şîr hilda. Cebraîl (eleyhisselam) ji min re got: “Te fitret (seadeta herdu cîhanan) bijart.” Paşê du qedehên din jî dan ber min. Yek av bû, yek hingiv; min ji herduyan jî vexwar. Cebraîl got: “Hingiv îşaret e ku ummeta te wê heta qiyametê bidome, av jî îşaret e ku ummeta te wê ji gunehên xwe paqij bibe.” Paşê em bi hev re hilkişiyan asîman. Cebraîl (eleyhisselam) li derî xist. Wan got: “Tu kî yî?” “Ez Cebraîl im.” “Baş e, yê bi te re kî ye?” “Ew jî Muhemmed e (eleyhisselam).” “Ma ji Wî re (ji bo ku derkeve asîmanan wehy û daweta Mîracê) hatiye şandin?” Got: “Belê, hatiye şandin.” Wan got: “Merheba li wî zatê ku hatiye! Ev ê ku hatiye çi rêwiyekî xweş e!” Hema derî vebû û min xwe li hember Adem (eleyhisselam) dît. Ji min re got “Merheba” û dua kir… Li milê rastê û li milê çepê yê Adem eleyhisselam rûhên hin însanan wek reşahiyan disekinîn. Adem eleyhisselam her ku li rastê xwe dinêrî dibişirî, her ku li çepê xwe dinêrî digiriya. Cebraîl eleyhisselam erz kir: “Ya Resûlellah, ev reşahî rûhên zarokên Adem in ku ji zurriyeta wî tên. Ev ên li milê rastê ehlê Cennetê ne, yên li milê çepê jî ehlê Cehennemê ne! Gava li aliyê rastê dinêre dibişire, gava li aliyê çepê dinêre digirî!”

«Ey yê herî bilind ê hemû afirandiyan! Ey delalê Afirîner, ey mezinê pêxemberan, ey Pêxemberê bi şeref û mezin ku kaniya qenciyan û çavkaniya fezîletan e! Rebbê te silavê li te dike û te gazî xwe dike. Ji kerema xwe rabe, em herin» Cebraîl eleyhisselam

Li wir min gelek melaîket dîtin. Hemû di qiyamê de bi xuşû û xudû sekinîbûn û bi zikrê “Subbûhun quddûsun rebbul-melaîketî wer-rûh” mijûl bûn. Min ji Cebraîl pirsî: “Ma îbadeta van melaîketan ev e?” Got: “Belê. Ev ji roja ku hatine afirandin ve heta qiyametê li ser qiyamê ne. Ji Heq teala bixwaze ku vê îbadetê bike para ummeta te.” Min ji Heq teala xwest. Duaya min qebûl kir. Qiyama di nimêjê de ew e.

(Li wir) ez rastî cemaetekê hatim. Melaîketan serê wan dipelçiqand, ser dîsa dibû wek berê. Dîsa lê dixistin, dîsa dibû wek berê. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew in ku dev ji înê û cemaetê berdane. Ew in ku rukû û secdeyên xwe temam nakin.”

Min cemaetek dît. Birçî û tazî bûn. Zebaniyan ew di Cehennemê de diajotin çêrê. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew in ku rehmê li feqîran nakin û zekatê nadin.”

Ez rastî cemaetekê hatim. Xwarinên xweş danîbûn ber wan. Li aliyekî jî kelaş hebû. Wan dev ji wan xwarinên xweş berdabû û kelaş dixwar. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew mêr û jin in ku dev ji helalê berdidin û meyla wan diçe ser heramê. Ew kes in ku malê wan ê helal heye, lê heramê dixwin.”

Min (hin) kes dîtin ku ji giraniya barê li pişta wan hêza wan nemabû ku bilivin. Di wî halî de gazî xelkê dikir û dixwest ku hinekî din jî bar deynin ser wan. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew in ku xiyanetê li emanetê dikin. Heqê xelkê standiye, dîsa jî zilmê dikin.”

Em rastî komek mirovan hatin ku goştê xwe jê dikir û dixwar. Min got: “Ev kî ne?” Cebraîl (eleyhisselam) got: “Ev ew in ku xeybetê dikin û gotinan digerînin.”

Min komek mirov dîtin: rûyê wan reş, çavên wan şîn bûn; lêva wan a jorîn gihîştibû eniya wan, lêva jêrîn daketibû ser lingên wan, ji devê wan xwîn û kêm diherikî. Bi qedehên ji agir xwîn û kêma jehrîn a ku ji Cehennemê diherike bi wan didan vexwarin û ew wek keran dizirîn. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew in ku eraqê vedixwin.”

Em rastî komek mirovan hatin: zimanên wan ji serê wan hatibûn kişandin, şiklê wan guherîbû, ketibûn sûretê xinzîr (beraz) û wisa ezab didîtin. Cebraîl (eleyhisselam) got: “Ev ew in ku bi derew şahidiyê dikin.”

Em rastî qewmekî din hatin. Zikê wan werimîbû û daketibû xwarê, rengê wan şîn bûbû, dest û lingên wan girêdayî bûn, nikaribûn ji cihê xwe rabin. Min ji Cebraîl li wan pirsî. Got: “Ev ew in ku faîzê dixwin.”1

Em rastî hin jinan hatin. Rûyê wan reş, çavên wan şîn bûn. Kincên ji agir li wan kiribûn. Melaîketan bi gurzên ji agir li wan dixist. Wan jî wek kûçik û xinzîran dikir qîrîn. Min got: “Ev kî ne?” Cebraîl got: “Ev ew jin in ku zinayê dikin û mêrên xwe diêşînin.”

Min cemaetek dît. Gelek qelebalix bû. Di newalên Cehennemê de hatibûn hepskirin. Agir ew dişewitandin, dîsa zindî dibûn, dîsa dişewitandin. Min got: “Ev kî ne?” Got: “Ev ew in ku li hember bavên xwe asî dibin.”

Ez rastî cemaetekê hatim. Wan zad diçand û di kêliyekê de digihîşt û simbil dida. Min got: “Ev kî ne?” Cebraîl got: “Ev ew in ku ji bo Allah teala îbadetê dikin.”

Ez gihîştim deryayekê. Halê ecêb ê vê deryayê nayê vegotin. Ji şîr spîtir bû û pêlên wê yên wek çiyayan hebûn. Min got: “Ev derya çi ye?” Got: “Navê vê deryayê Deryaya Heyatê ye. Gava Heq teala miriyan zindî bike, wê ji vê deryayê baranê bibarîne. Bedenên rizî û belavbûyî wê zindî bibin û çawa giya şîn dibe, wisa ji qebran rabin.”…

Paşê em derketin qata duyem a asîman. Cebraîl (eleyhisselam) dîsa li derî xist. Hat got: “Tu kî yî?” “Ez Cebraîl im.” “Baş e, yê bi te re kî ye?” “Ew jî Muhemmed eleyhisselam e.” “Ma wehy û daweta Mîracê ji Wî re hatiye şandin?” Got: “Belê, hatiye.” Hat got: “Merheba li wî zatê ku hatiye. Ev ê ku hatiye çi rêwiyekî xweş e.” Hema derî vebû. Min xwe li ba Îsa û Yehya bin Zekeriya (eleyhimasselam) dît, ku kurxaltiyên hev in. Herduyan ji min re got “Merheba” û dua kir… (Îsa eleyhisselam bejinnavîn bû, rengê wî spî û genimî bû.)

Ez rastî cemaetek ji melaîketan hatim. Rêz girtibû û sekinîbûn, hemû di rukûyê de bûn. Tesbîheke wan a taybet hebû. Tim di rukûyê de ne, serê xwe ranakin û li jor nanêrin. Cebraîl (eleyhisselam) got: “Îbadeta van melaîketan wiha ye. Ji Heq teala bixwaze, bila bibe para ummeta te.”

Min dua kir. Qebûl kir û di nimêjê de rukû îhsan kir. Paşê em derketin qata sêyem a asîman. Piştî heman pirs û bersivê derî vebû û min xwe li ba Yûsuf (eleyhisselam) dît. Min dît ku nîvê bedewiyê dane wî. Ji min re got “Merheba” û dua kir…

Min gelek melaîket dîtin. Rêz bi rêz, hemû di secdeyê de bûn. Ji roja ku hatine afirandin ve di secdeyê de ne û bi tesbîha xwe ya taybet tesbîh dikin. Cebraîl (eleyhisselam) got: “Îbadeta van melaîketan wiha ye. Ji Allah teala bixwaze ku vî emelî ji ummeta te re hêsan bike.” Min ji Heq teala xwest. Qebûl kir û di nimêjê de kir para we.

Ez gihîştim qata çarem a asîman. Deriyekî wê yê ji nûrê hebû ku ji zîvê xalis hatibû çêkirin. Kilîdeke ji nûrê lê xistibû. Li ser kilîdê “La îlahe îllallah Muhemmedun Resûlûllah” nivîsandî bû. Piştî heman pirs û bersivê min xwe li ba Îdrîs (eleyhisselam) dît. Ji min re got “Merheba” û dua kir. Allah teala di heqê wî de (bi mealî) wiha ferman kiriye: “Me ew hilda cihekî bilind.”2

Min melaîketek dît. Li ser kursiyekê rûniştibû, bi xem û kovan bû. Li dora wî ew qas melaîket hebûn ku hejmara wan tenê Cenabê Heq dizane. Li milê wî yê rastê min melaîketên nûranî dîtin. Kincên kesk li wan bûn, bêhna wan gelek xweş bû. Ji bedewiya wan mirov nikare li rûyê yekî ji wan binêre. Li milê wî yê çepê melaîket hebûn ku ji devê wan agir dipijiqî. Li ber wan rim û qamçiyên ji agir hebûn. Çavên wan ên wisa hebûn ku mirov nikare li ber nêrîna wan bisekine. Çavên wî melaîketê ku li ser text rûniştibû ji serî heta lingan hebûn. Tim li deftera li ber xwe dinêrî, kêliyekê jî çavê xwe jê bernedida. Li ber wî darek hebû. Li ser her pelekî wê navê kesekî nivîsandî bû. Li ber wî tiştekî wek teştê hebû. Carinan bi destê xwe yê rastê tiştek jê hildida û dida dest melaîketên nûranî yên li milê rastê, carinan bi destê xwe yê çepê tiştek hildida û dida melaîketên zulmanî yên li milê çepê. Gava min li (vî) melaîketî nêrî, tirsek ket dilê min. Min ji Cebraîl re got: “Ev melaîket kî ye?” Got: “Ezraîl e. Hêza tu kesî têra dîtina rûyê wî nake.” Çû ba wî û got: “Ey Ezraîl!

«“Merheba li wî zatê ku hatiye! Ev ê ku hatiye çi rêwiyekî xweş e!” wan got; hema derî vebû û min xwe li hember Adem (eleyhisselam) dît» Hedîsa şerîf

Ev pêxemberê axirzemanê ye û hebîbê Allah teala, delalê Wî ye.” Ezraîl (eleyhisselam) serê xwe rakir û bişirî. Rabû, tazîm ji min re kir û got: “Merheba! Heq teala ji te bi şereftir tu kes neafirandiye. Ummeta te jî ji hemû ummetan bilindtir e. Dilê min bi ummeta te ji bav û dayikên wan bêtir dişewite.” Min got: “Ricayeke min ji te heye. Ummeta min zeîf e. Bi wan re nerm be. Rûhên wan bi rifq bistîne.” Got: “Bi heqê Allah teala, ku tu pêxemberê herî dawî şandiyî û kiriyî hebîbê xwe: Allah teala di şev û rojekê de heftê caran ferman dike:

«Rûhên ummeta Muhemmed bi nermî û hêsanî bistîne û karên wan bi lutf bibîne.» Loma ez jî ji dê û bavên wan bêtir şefqetê li ummeta te dikim.” Paşê em derketin qata pêncem a asîman; li wir em rastî Harûn3 (eleyhisselam) hatin. Ji min re got “Merheba” û duaya xêrê kir. Min îbadeta melaîketên qata pêncem a asîman dît. Hemû li ser piyan sekinîbûn û li tiliyên lingên xwe dinêrî, qet li cihekî din nedinêrî û bi dengekî bilind tesbîh dikir. Min ji Cebraîl (eleyhisselam) pirsî: “Ma îbadeta van melaîketan wiha ye?” Got: “Belê. Ji Heq teala bixwaze, bila vê îbadetê bike para ummeta te.” Min dua kir. Cenabê Heq îhsan kir. Paşê em derketin qata şeşem a asîman. Li wir em rastî Mûsa (eleyhisselam) hatin. Ji min re got “Merheba” û duaya xêrê kir.

Paşê em hilkişiyan qata heftem a asîman; piştî heman pirs û bersivê min Îbrahîm (eleyhisselam) dît ku pişta xwe dabû Beytul-Me’mûrê. Ew Beytul-Me’mûr e ku her roj heftê hezar melaîket dikevinê (û careke din dor nayê wan). Min silav da Îbrahîm (eleyhisselam). Silava min wergirt û got: “Merheba pêxemberê salih, kurê salih.” (Paşê) got: “Ya Muhemmed! Cihê Cennetê gelek letîf e û axa wê paqij e. Ji ummeta xwe re bibêje, bila li wir gelek dar biçînin.” Min got: “Dar li Cennetê çawa tê çandin?” Got: “Bi xwendina tesbîha «La hewle we la quwwete îlla billah» (di rîwayetekê de jî) «Subhanallahî wel-hemdulillahî we la îlahe îllallahû wallahû ekber».” Paşê (Cebraîl eleyhisselam) ez birim Sidretul-Muntehayê. Koka Sidretul-Muntehayê li qata şeşem a asîman bû, qurm û çiqlên wê li ser qata heftem a asîman bûn; pelên wê wek guhên fîlan, fêkiyên wê jî wek bircan bûn.4 Mîna darekê ye ku bi siya xwe sî dide hemû asîmanan û Cennetê. Bi tecelliya nûra celal û ezameta Allah teala dikeve nav rengan; bi yaqût, zumrûd û cewherên wek wan dixemile û wisa xweşik dibe ku ji mexlûqatê ku Allah teala afirandiye tu kes nikare bedewiya wê vebêje.

Cebraîl (eleyhisselam) ez gihandim wêdetirî Sidretul-Muntehayê û xatir ji min xwest. Min got: “Ey Cebraîl! Ma tu min bi tenê dihêlî?” Cebraîl (eleyhisselam) ket îztirabê. Ji heybeta Heq teala dest bi lerizînê kir û got: “Ya Muhemmed! Eger ez gavek (din) bavêjim, ez ê ji ezameta Allah teala helak bibim. Hemû laşê min wê bişewite û tune bibe.”»

Mezinê Aleman heta vê derê bi Cebraîl eleyhisselam re hatibû. Li vir Cebraîl eleyhisselam xwe di wî sûretî de nîşanî Resûlûllah da ku pê hatibû afirandin: şeş sed hezar baskên xwe vekiribûn û ji her baskekî mirarî û yaqût dibarîn.

Paşê raxistineke kesk a Cennetê hat ku navê wê Refref bû û ronahiya wê ji rojê geştir bû. Bê navber bi zikrê Allah teala mijûl dibû û dengê tesbîha wê ew alema ku lê bû tijî dikir. Silav da Mezinê me Pêxember. Mezinê me Resûlûllah li ser Refref rûnişt. Di kêliyekê de gelek bilind bûn û di heftê hezar perdeyan re derbas bûn ku ji wan re hîcab tê gotin. Navbera her du hîcaban gelek dûr bû. Li her perdeyê melaîketên wezîfedar hebûn. Refref Mezinê me Pêxember yek bi yek di wan perdeyan re derbas kir. Bi vî awayî ji alemên Kursî, Erş û rûh derbas bûn. Mezinê me Hebîbê Ekrem û Nebiyê muhterem (sellellahû eleyhî we sellem) gava di her perdeyekê re derbas dibû, dibihîst ku emir lê tê kirin: «Netirse, ya Muhemmed! Nêzîk bibe, nêzîk bibe!» Ew qas nêzîk bû ku gihîşt meqamê Qabe Qewseyn. Bi awayekî ku nayê zanîn, nayê fêmkirin û nayê vegotin gihîşt wan bilindahiyên ku Allah teala xwest. Bê mekan, bê zeman, bê cihet û bê sifet ruyet hasil bû, yanî Wî Allah teala dît. Bê çav, bê guh, bê wasite û bê muhît bi Rebbê xwe re peyivî. Gihîşt nîmetên ku tu mexlûq nikare bizane û fêm bike.

Hezretê Îmamê Rebbanî di «Mektûbat»a xwe de wiha ferman dike: «Wî Serwerî (eleyhisselatû wesselam) di şeva Mîracê de Rebbê xwe li dinyayê nedît. Li axretê dît. Çimkî Resûl eleyhisselam wê şevê ji çarçoveya zeman û mekan derket. Kêliyeke ezelî û ebedî dît. Destpêk û dawî yek nuqte dît. Wê şevê dît ku ewên ku wê piştî bi hezaran salan herin Cennetê, diçin Cennetê û li Cennetê ne. Vêca dîtina li wî meqamî ne dîtina li dinyayê ye. Dîtina bi dîtina axretê ye.»

Gava ji Mezinê me Pêxember re ferman hat: «Senaya Rebbê xwe bike!», yekser ferman kir: «Ettehiyyatû lillahî wesselewatû wettayyîbat» (Yanî: hemû medh, pesn û senayên ku bi zimanan tên kirin, hemû xizmet û taetên ku bi bedenê tên kirin û hemû qencî û îhsanên ku bi mal tên kirin ji bo Allah teala bin).

«Heq teala ji te bi şereftir tu kes neafirandiye. Ummeta te jî ji hemû ummetan bilindtir e» Ezraîl eleyhisselam

Pêşî Allah teala bê çav, bê guh, bê wasite û bê mekan silav da Hebîbê xwe û ferman kir: «Esselamû eleyke eyyuhen-nebiyyû we rehmetullahî we berekatuh» (Ey Resûlê Min! Silava Min, bereketa Min û rehmeta Min li ser te be). Mezinê me Pêxember di bersivê de ferman kir: «Esselamû eleyna we ela îbadillahis-salihîn» (Ya Rebbî! Silav li me û li evdên Te yên salih jî be).

Melaîketên ku ev bihîst hemûyan bi yek dengî got: «Eşhedû en la îlahe îllallah we eşhedû enne Muhemmeden ebduhû we resûluh» (Ez wek ku min bi çavê xwe dîtibe dizanim û bawer dikim ku ji Allah teala pê ve tu îlahekî layiqî îbadetê tune. Muhemmed eleyhisselam evd û resûlê Wî ye).

Gava Mezinê me Pêxember ferman kir: «Esselamû eleyna…», Allah teala ferman kir: «Ey Hebîbê Min! Li vir ji me herduyan pê ve tu kes tune. Te çima got “eleyna” (li me)?» Mezinê me Resûlûllah wiha bersiv da:

«Ya Îlahî! Rast e, bedenên ummeta min ne bi min re ne. Lê rûhên wan bi min re ne. Nezera min a înayetê û himmeta min a kamil ji wan ne dûr in. Te silav da min, Te ez ji hemû xerabiyan dûr xistim. Ez ê çawa wê ummeta xwe ya feqîr û derdmend, ku ketiye fitneya axirzemanê, ji van îkram û îhsanên mezin bêpar bihêlim? Ez ê çawa wan ji nîmeteke wiha bêpar bikim?»

Allah teala ferman kir: «Ey Hebîbê Min! Tu îşev mêvanê Min î. Ji Min bixwaze, tu çi dixwazî?» Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Ez ummeta xwe dixwazim (ya Rebbî!)»

Li gorî rîwayetê Heq teala bi vî awayî ev pirs heft sed caran dubare kir. Mezinê me Resûlûllah her carê bersiv da: «Ez ummeta xwe dixwazim.» Gava Allah teala ferman kir: «Tu her ummeta xwe dixwazî», Wî wiha xwest: «Ey Rebbê min! Yê ku dixwaze ez im, yê ku dide Tu yî. Hemû ummeta min bibexşîne min.» Cenabê Heq ferman kir: «Eger Ez îşev hemû ummeta te bibexşînim te, rehmeta Min û îzzeta te wê zahir nebin. Min beşek ji wan îşev bexşand te. Du beş Min paş ve xistin. Bila roja qiyametê tu bixwazî û Ez bibexşînim, da ku rehmeta Min û îzzeta (şerefa) te diyar bibin.»

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) di hedîseke xwe ya şerîf de wiha ferman kiriye: «Wê şevê (şeva Mîracê) min ji Allah teala xwest ku hesabê hemû ummeta min bispêre min. Heq teala ferman kir: “Ya Muhemmed! Mirada te ji vê ew e ku tu kes bi qebhetên ummeta te nehese. Mirada Min jî ew e ku tu pêxemberekî bi şefqet î; bila qebhet û karên wan ên kirêt çawa ji biyaniyan veşartî ne, ji te jî wisa veşartî bin. Ya Muhemmed! Tu rêberê wan î. Ez Rebbê wan im. Te ew nû dîtine. Min ji ezel heta ebed li wan nêriye û Ez li wan dinêrim. Ya Muhemmed! Eger Min hez nekira ku bi ummeta te re bipeyivim, Min ê roja qiyametê hesab ji wan nexwesta. Min ê ji tu gunehekî wan ê mezin û biçûk nepirsiya.”»

«Allah teala ferman kir: “Ya Muhemmed! Çavê xwe yê mubarek veke û li binê lingê xwe binêre.” Min nêrî, min kulmek ax dît. Heq teala ferman kir: “Hemû tiştên ku hene axa lingê te ne. Ma te ew ax aniye huzûra dost? Bexşandina ummeta te ji Min re ji bexşandina toza ku bi dawa dostekî ve bûye hêsantir e.”»

Min ummeta te da te, ey Hebîb!
Min Cenneta xwe kir nesîbê wan.
Ya Hebîbê Min, ew çi ye ku te xwest?
Ma te ji bo kulmek axê minet kir?

Mezinê me Pêxember di hedîseke xwe ya şerîf de wiha ferman kiriye: «Min ji Heq teala gelek pirs kirin. Min bersiva wan bihîst. Ez poşman bûm ku min pirsî. (Hinek ji wan ev in:)

“Ya Rebbî! Te şeş sed hezar bask dane Cebraîl. Li hember vê îhsana Te ya ji bo min çi ye?” Heq teala ferman kir: “Mûyekî te li ba Min ji şeş sed hezar baskên Cebraîl delaltir e. Bi xatirê mûyekî te Ez ê roja qiyametê bi hezaran gunehkarên asî azad bikim. Ya Muhemmed! Cebraîl baskê xwe veke, navbera rojhilat û rojava tijî dike. Tu şefaetê bikî, navbera rojhilat û rojava tijî asî be jî, Ez ê hemûyan bibexşînim te.” Min got: “Te melaîket ji bavê min Adem (eleyhisselam) re dan secdekirin. Li hember vê îkrama Te ya ji bo min çi ye?”

Heq teala ferman kir: “Secdekirina melaîketan a ji Adem re ji ber wê bû ku nûra te li eniya wî bû. Ya Muhemmed! Min ji wê bilindtir tişt da te. Min navê te nêzîkî navê xwe kir û li ser Erşê E’la nivîsî. Hingê Adem nehatibû afirandin, ne nav ne jî nîşana wî hebû. Min navê te li deriyê asîmanan, li ser hîcaban, li deriyê Cennetan, li qesr û daran, li her cihê Cennetê nivîsî. Li Cennetê tu tişt tune bû ku li ser wî «La îlahe îllallah Muhemmedun Resûlûllah» nehatibe nivîsîn. Ev mertebe ji mertebeya ku dane Adem bilindtir e.”

Gava Ez bûm aşiqê te, ey şerîf!
Ma herdu alem nabin ên te, ey letîf?
Min zatê te ji zatê xwe re kir neynik,
Min navê te bi navê xwe re nivîsî.

“Ya Rebbî! Te keştî da Nûh (eleyhisselam). Li hember vê Te çi îhsan li min kir?” Ferman kir: “Min Buraq da te ku Min tu di şevekê de ji erdê gihandî Erşê. Te Cennet û Cehennem dîtin. Min mizgeft jî dan ummeta te, ku roja qiyametê ummeta te çawa li keştiyan siwar dibin wisa wê li wan mizgeftan siwar bibin, di çavgirtin û vekirinekê de di Siratê re derbas bibin û ji Cehennemê xelas bibin.” “Ya Rebbî! Te ji Benî Îsraîl re gezo û goştê teyrekî wek sûsikê şandin xwarê.” Heq teala ferman kir: “Min nîmeta dinya û axretê îhsanî te û ummeta te kir. Min şiklê Benî Îsraîl ji sûretê însan guhert û kir sûretê hirç, meymûn û xinzîr. Min yek ji ummeta te jî wisa nekir. Wek emelên wan emel bikin jî, Min ev bela layiqî wan nedît. Ya Muhemmed! Min sûreyek da te ku sûreyekî wek wî ne di Tewratê de heye, ne di Încîlê de. Ew sûre Sûreyê Fatîhe ye. Kî wî sûreyî bixwîne, laşê wî li Cehennemê heram dibe. Ez ê ezabê dê û bavê wî kesî sivik bikim. Ya Muhemmed! Min ji te ekremtir (bi qîmettir, bilindtir, bi şereftir) tu kes neafirandiye. Min li ser te û ummeta te di şev û rojekê de pêncî wext nimêj ferz kir.

«Wê şevê (şeva Mîracê) min ji Allah teala xwest ku hesabê hemû ummeta min bispêre min» Hedîsa şerîf

Ya Muhemmed! Kî yekîtiya Min qebûl bike û ji Min re şirîkan çêneke, Cennet ya wan e. Min Cehennem li ummeta te ya wiha heram kiriye. Rehmeta Min a li ummeta te di ser xezeba Min re derbas bûye.

Ya Muhemmed! Tu li ba Min ji hemû xelkê ekremtir î, bi şereftir î. Ez ê roja qiyametê ew qas îkraman li te bikim ku hemû alem heyirî bimîne. Ey Hebîbê Min! Heta tu nekevî Cennetê, li enbiyayên din û li ummetên wan qedexe ye. Heta ummeta te nekeviyê, ummeteke din nakeviyê. Ya Muhemmed! Ma tu dixwazî bibînî ka Min ji bo te û ji bo ummeta te çi amade kirine?” Min got: “Dixwazim, ya Rebbî!” Xîtabî Îsrafîl kir û ferman kir: “Ey Îsrafîl! Ji evdê Min, emînê Min û resûlê Min Cebraîl re bibêje, bila Hebîbê Min bibe Cennetê û çi tiştên ku Min li Cennetê ji bo Hebîbê xwe û ji bo ummeta Wî amade kirine nîşanî Wî bide, da ku dilê Wî yê mubarek ji endîşeyê xelas bibe.”»

Pêxemberê me yê delal, Mezinê Aleman, bi Îsrafîl eleyhisselam re hat ba Cebraîl eleyhisselam. Cebraîl eleyhisselam ji bo ku emrê Allah teala bi cih bîne Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) bir Cennetê. Melaîket bi sêniyan li bendê bûn; di destê wan de sêniyek tijî hulle, yek tijî nûr bû. Cebraîl eleyhisselam got: «Ya Resûlellah! Ev heştê hezar sal berî Adem eleyhisselam hatine afirandin. Li vî meqamî bêsebir li bendê ne ku tiştên di sêniyan de bi ser te û ummeta te de bireşînin. Roja qiyametê, gava zatê te û ummeta te bi emrê Allah teala pê li şêmûga Cennetê bikin, ev melaîket wê cewahirên di sêniyan de bi ser we de bireşînin.» Melaîketê bi navê Ridwan, ku li Cennetê wezîfedar e, pêşwaziya wan kir. Mizgînî dan Mezinê me Pêxember û got: «Heq teala Cennet kiriye sê beş, da ku du beşan bide ummeta te û yekê jî bide ummetên pêxemberên din.» Paşê her aliyê Cennetê pê da gerandin. Mezinê me Hebîbê Ekrem ferman kir: «Min di nîvê Cennetê de çemek dît.

Li jorê Erşê diherike. Ji cihekî av, şîr, xemr û hingiv derdikevin. Qet tevlî hev nabin. Kêleka wî çemî ji zebercedê bû. Kevirên di nav wî de cewahir, heriya wî enber, giyayên wî zeferan bûn. Li dora wî qedehên zîvîn danîbûn; hejmara wan ji stêrkên asîman zêdetir bû. Li derdora wî teyr hebûn ku stûyê wan wek stûyê deveyan bû. Kî ji goştê wan bixwe û ji wî çemî vexwe, digihîje rizaya Heq teala. Min ji Cebraîl pirsî: “Ev çem çi ye?” Got: “Kewser e. Heq teala ew daye te. Ji vê Kewserê av diherike bostanên her heşt Cennetan.” Li kêleka wî çemî min kon dîtin. Hemû ji mirarî û yaqûtê bûn. Min ji Cebraîl pirsî. Got: “Ev menzîlên xatûnên te ne.” Di wan konan de min horî dîtin. Rûyên wan wek rojê dibiriqîn; hemûyan deng hildabû û bi cûre cûre awazan distira. Digot: “Em dilşa û bikêf in. Tu xem nayê me.

Em xemilandî ne, qet tazî nabin. Em ciwan in, qet pîr nabin. Em xweşxû ne, qet hêrs nabin. Em her wiha ne, qet namirin.” Awaz û dengên wan digihîjin qesrên seadetê û darên wê û her derê digirin. Dengên wan ên wisa xweş hene ku eger ew awaz bihatana dinyayê, mirin û mihnet li dinyayê nedibûn. Cebraîl got: “Ma tu dixwazî rûyên van bibînî?” Min got: “Dixwazim.” Deriyê konekî vekir. Min nêrî. Min sûretên wisa xweşik dîtin ku eger ez di tevahiya temenê xwe de behsa bedewiya wan bikim, nikarim biqedînim. Rûyên wan ji şîr spîtir, hinarikên wan ji yaqûtê sortir û ji rojê geştir bûn. Çermê wan ji hevrîşim nermtir û wek hîvê ronî, bêhna wan ji miskê xweştir bû. Porê wan gelek reş bû; yê hinekan hûnandî, yê hinekan berhevkirî, yê hinekan berdayî bû; gava rûdiniştin, li dora wan wek konekî dibû, gava radibûn, heta lingên wan dirêj dibû. Li ber her yekê xizmetkarek disekinî. Cebraîl got: “Ev ji bo ummeta te ne.”»

Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Min rez û bostanên her heşt Cennetan û her cure nîmetên wan dîtin. Hat bîra min ku xwezî ez Cehennemê û dereceyên wê jî bibînim. Cebraîl bi destê min girt û ez birim ba Malik, ku melaîketê herî mezin ê Cehennemê ye. Got: (“Ey Malik! Hezretê Muhemmed dixwaze ciyên dijminan ên li Cehennemê bibîne; Cehennemê nîşanî Wî bide.”)» Gava Malik perdeya ser Cehennemê rakir, Cehennem wisa dest pê kir ku bikele û pêl bide ku Mezinê me Pêxember (eleyhisselatû wesselam) ji nêz ve dît ku Cehennem wê her tiştî bigire û bişewitîne; ezabên tîbûnê yên li Cehennemê, zincîrên ezabê, mar û dûpişkên ezabê û hinek ji ezabên wê derê jî dîtin.

«Malik tebeqeyên Cehennemê vekirin. Min heft tebeqe (hemû) dîtin. Ji tebeqeya heftem re Hawiye dibêjin. Ezabê wê ji tebeqeyên din qat bi qat zêdetir bû. Min ji Malik pirsî: “Di vê tebeqeyê de kîjan taîfe ezab dibîne?” Malik got: “Firewn, Qarûn û munafiqên ummeta te ezab dibînin.” Tebeqeya şeşem Leza ye. Li wir muşrik (yên ku tu dînê wan tune) ezab dibînin. Tebeqeya pêncem Huteme ye. Li wir yên ku îbadetê ji agir û ga re dikin û bûdîst ezab dibînin.

Tebeqeya çarem Cehîm e. Li wir yên ku îbadetê ji rojê û stêrkan re dikin ezab dibînin. Tebeqeya sêyem Seqer e. Li wir xiristiyan ezab dibînin. Tebeqeya duyem Seîr e. Li wir cihû ezab dibînin. Tebeqeya yekem Cehennem e. Ezabê vê ji ezabê tebeqeyên din kêmtir bû. (Digel vê jî) min li wir heftê hezar deryayên ji agir dîtin. Her deryayek ew qas mezin bû ku eger erd û asîman bavêjin deryayekê û emir li melaîketekî bikin, hezar salan li wan bigere jî nikare wan bibîne. Zebanî (melaîketên ku li Cehennemê wezîfedar in) ew qas bi heybet bûn ku eger yek ji wan erd û asîmanan deyne quncikekî devê xwe, qet xuya nabin. Ew derya pêl didan û dengên bitirs jê derdiketin. Eger ji wî dengî dengekî hindik bihata dinyayê, hemû candar wê helak bibûna.

Min pirsî: “Ev tebeqe ji bo kîjan taîfeyê ye?” Malik bersiv neda. Min dîsa pirsî. Bêdeng ma… Cebraîl ji Malik re got: “Li benda bersiva te ye.” Wî jî uzr xwest û got: “Min mazûr bibîne.” Min got: “Çi dibe bila bibe, bersiv bide, da ku îro tedarika wê mumkin be.” Malik got: “Ya Resûlellah! Ji bo asiyên ummeta te ye; şîretê li wan bike, da ku xwe ji vî cihê bitirs biparêzin. Bila xwe ji wan tiştan dûr bixin ku wê laşê wan bikişînin ezabekî wiha. Wê rojê ez rehmê li asiyan nakim. Ne li kalên wan ên rîspî, ne jî li ciwanên wan şefqetê dikim.”»

«Mîrac ew cih e ku aqil lê diqede û îman lê dest pê dike» Hedîsa şerîf

Mezinê Aleman dest bi girî kir. Şaşika xwe ji serê xwe yê mubarek derxist, dest bi şefaetê kir û lavayî (Allah teala) kir. Digot ku ummeta Wî zeîf e û nikare li ber ezabekî wiha bisekine, û ew qas giriya ku Cebraîl eleyhisselam û hemû melaîket jî pê re giriyan. Ji Allah teala xîtab hat: «Ey Hebîbê Min! Hurmet û qîmeta te li ba Min mezin e, duaya te qebûl bûye. Dilê xwe xweş bike. Min tu gihandî mirada te. Ez ê meqamekî wisa bidim te ku Ez ê bi şefaeta te gelek û gelek asiyan bibexşînim, heta ku tu bibêjî bes e. Ey Hebîbê Min! Kî emrê Min bigire, ji ezab û cezayê xelas dibe û digihîje rehmeta Min. Li Cennetê digihîje şerefa dîtina Min. Min li ser te û ummeta te di şev û rojekê de pêncî wext nimêj ferz kir.»

Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) domand û ferman kir: «(Piştî) wî meqamî ez gihîştim Erşê. Ez di asîmanan re derbas bûm û hatim wî meqamê ku Mûsa (eleyhisselam) lê bû. Ji min re got: “Heq teala li ser te û ummeta te çi ferz kir?” Min jî got: “Ji bo her roj û şevekê pêncî wext nimêj li ser min ferz kir.” Got: “Vegere Rebbê xwe, bixwaze ku hinekî sivik bike. Çimkî ummeta te ji heqê vê nayê. Min Benî Îsraîl ceribandin û îmtîhan kirin.” Li ser vê yekê ez vegeriyam Rebbê xwe û min got: “Ya Rebbî! (Vî emrî) li ser ummeta min hinekî sivik bike!” Hingê ji pêncî wextî tenê pênc wext kêm kirin. Ez vegeriyam ba Mûsa (eleyhisselam) û min got: (Pênc wext kêm kirin). Got: “Vegere Rebbê xwe! Bixwaze ku hinekî din jî sivik bike. Çimkî ummeta te ji heqê vê nayê.” Bi vî awayî ez di navbera Mûsa (eleyhisselam) û Rebbê xwe de çûm û hatim; dawiyê Allah teala wiha ferman kir: “Min ev nimêj daxist pênc wextan. Ji bo her nimêjekê deh sewab hene. Bi vî awayî di dawiyê de dîsa dibe pêncî nimêj. Çimkî kî qesta sewabekê bike û nikaribe bike, jê re sewabek tê nivîsîn. Lê eger bike, li hember yekê tam deh sewab tên nivîsîn. Kî jî qesta gunehekî bike û neke, tiştek nayê nivîsîn. Eger bike, tenê ew yek guneh tê qeydkirin.” Paşê ez daketim ba Mûsa (eleyhisselam) û min hal jê re vegot. Dîsa got: “Vegere, bixwaze ku hinekî din jî sivik bike.” Li ser vê yekê min jê re got: “Min ew qas munacat ji Rebbê xwe re kir ku êdî ez şerm dikim.”»5 Bi vî awayî Allah teala dilê Pêxemberê me yê delal ê mubarek xweş kir, ew dilê ku ji ber tengasiyên ku kişandibûn birîndar bûbû. Nîmetên ku nedabûn tu mexlûqekî xwe û tu kes nikare bizane û fêm bike, îhsanî Wî kirin.

Were vir, ey yê ku bi agirê eşqê dişewitî,
Ey yê ku xwe aşiqê maşûq dihesibînî.
Were, Mîraca wî Şahî eşkere guhdar bike;
Eger tu aşiq î, nesekine, bi agirê eşqê bişewite.
Şeveke duşemê bû, xebera rast ev e,
Ew şev bi xwe Şeva Qedrê bû.
Ew ê bextê wî humayûn, ew ê qedrê wî bilind
Wê şevê li mala Ummu Haniyê bû.
Yên ku berê hatin negihîştin vê dewletê,
Tu kes nail nebû vê bilindahiyê.
Çimkî hemû dîtin û wêdetir derbas bû,
Çû, gihîşt wê Hezreta bilind.
Zulcelalê ku ji şeş cihetan munezzeh e
Bê kem û keyf cemala xwe nîşanî Wî da.
Rebbul-Îzzet eşkere dît;
Ummeta Wî jî wê li axretê wisa bibîne.
Te ku Mîrac kir û niyaz kir,
Min Mîraca ummeta te kir nimêj.

«Ey Hebîbê Min! Kî emrê Min bigire, ji ezab û cezayê xelas dibe û digihîje rehmeta Min. Li Cennetê digihîje şerefa dîtina Min» Hedîsa qudsî

Min bawer kir! Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah

Paşê Mezinê Aleman di kêliyekê de hat Qudsê; ji wir jî, da ku here Mekkeya Mukerreme, li Buraqê ku bi deriyê Mescîdul-Eqsayê ve hatibû girêdan siwar bû û vegeriya Mekkeyê. Mezinê me Pêxember gava ji Qudsê dihat Mekkeyê, rastî karwanê Qureyşê hat. Deveyek ji karwên veciniqî û ket. Li Mekkeya Mukerreme hat mala Ummu Haniyê. Cihê ku lê raketibû hîn sar nebûbû, ava destnimêjê ya di teştê de hîn ji livê neketibû. Ummu Hanî, ya ku li derve digeriya, ponijîbû û haya wê ji tiştekî tune bû.

Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) gava bû sibeh Mîraca xwe ji Ummu Haniyê re vegot û paşê ferman kir: «Ez ê serê sibê herim Kabeyê û vê vebêjim.» Hezreta Ummu Hanî erz kir: «Pismamo! Zinhar vê ji qureyşiyan re nebêje! Ew ê te derewîn derxin û dilê te biêşînin. Yên ku îmana wan zeîf e wê bi vê bawer nekin û ji dîn derkevin. Muşrik jî jixwe li benda vê ne; ew ê îmana wan xerab bikin. Niha misliman hindik in.

Gava misliman hinekî bi hêz bûn, xurt bûn, hingê tu vebêjî wê çawa be?» Bersiva tarîxî ya ku Mezinê Aleman, Sultanê Kaînatê da ev bû: «Wellahî ez ê vê ji wan re bibêjim. Yê ku îro rizî ye, sibê jî rizî ye. Ez ê vê Îslamiyetê bi wan kesan ava bikim ku îmana wan saxlem e. Eger kesek hebe ku hîn jî li hember min dudil e, bila veqete û here. Karê min bi wan tune. Yê rizî her dem rizî ye. Îro nebe, sibê wê birize. Li şûna ku paşê birize bila ji niha ve birize, da ku em pişta xwe bi wî girê nedin û bi rê nekevin. Yên saxlem besî me ne.»

Wiha ferman kir, serê sibê çû Kabeyê û dest bi vegotinê kir… Kafiran tinazên xwe kirin û got: «Muhemmed aqilê xwe winda kiriye, bi temamî ji rê derketiye.» Yên ku niyeta wan hebû bibin misliman jî ketin dudiliyê. Hinek ji muşrikan bi kêfxweşî hatin mala Ebûbekr. Çimkî gelek baş dizanibûn ku ew bazirganekî biaqil, tecrubedar û bi hesab e. Gava derket ber derî, jê pirsî: «Ey Ebûbekr! Tu gelek caran çûyî Qudsê û hatî. Tu baş dizanî. Çûn û hatina ji Mekkeyê heta Qudsê çi qas wext dikişîne?» Hezretê Ebûbekr got: «Ez baş dizanim. Ji mehekê zêdetir.» Koma kafiran bi vê gotinê şa bû û got: «Gotina mirovê biaqil û tecrubedar wiha dibe.» Bi ken û tinaz, bi wê hêviyê ku Hezretê Ebûbekr jî wê wek wan bifikire, got: «Mezinê te dibêje ku di şevekê de çûye Qudsê û hatiye; êdî bi temamî ji rê derketiye.» Hezkirin û hurmet nîşanî Hezretê Ebûbekr dan û hêviya xwe pê ve girêda.

Hezretê Ebûbekr gava navê Mezinê me Resûlûllah ê mubarek bihîst (bêyî ku qet bi aqil û mentiqê xwe bipîve), got: «Eger Wî gotibe, rast e. Min jî bawer kir ku di kêliyekê de çûye û hatiye» û ket hundir. Kafir şaş û metel man; got: «Heyret! Muhemmed çi sêrbazekî dijwar bûye. Sêr li Ebûbekr kiriye» û vegeriyan.

Hezretê Ebûbekr yekser hat ba Mezinê me Resûlûllah. Di nav qelebalixeke mezin de bi dengekî bilind got: «Ya Resûlellah! Mîraca te mubarek be! Ez bêdawî şukir ji Allah teala re dikim ku em kirin xizmetkarên Pêxemberekî mezin ê wek te û bi vê şerefdar kirin, û ku bi dîtina rûyê te yê mubarek û bi bihîstina gotinên te yên şîrîn, ên ku dilan direvînin û rûhan dikişînin, nîmet dan me. Ya Resûlellah! Her gotina te rast e. Min bawer kir. Canê min bi qurbana te be!» Gotinên Hezretê Ebûbekr kafir şaş kirin. Tiştek nedît ku bibêjin û belav bûn. Van gotinan hêz da dilê çend kesên îmanzeîf jî ku ketibûn şikê. Mezinê me Resûlûllah wê rojê navê «Siddîq» li Ebûbekr kir. Bi wergirtina vî navî dereceya wî qatek din jî bilind bû.6

Kafir bi vî halî gelek hêrs bûn; li ber îmana xurt a muminan, li ber wê yekê ku yekser bi her gotina Pêxemberê me bawer dikin û wek perwaneyan li dora Wî digerin, nikaribûn xwe ragirin. Ji bo ku Mezinê me Resûlûllah şermezar û mexlûb bikin, dest pê kir ku Wî îmtîhan bikin.

Jê pirsên wiha kirin: «Ya Muhemmed! Tu dibêjî ez çûme Qudsê. Ka bibêje, çend derî û çend pencereyên mizgeftê hene?»

«Divê ez Mîracê vebêjim; yê ku wê bawer neke, paşê jî wê dev jê berde. Li ser hîmê rizî avahî nabe; yê ku wê veqete bila ji niha ve veqete, yên saxlem bila bimînin» Hedîsa şerîf

Mescîda Bîatê ya ku li cihê bîata Eqebeyê hatiye avakirin

Mezinê me Resûlûllah yek bi yek bersiva hemûyan da. Gava Mezinê me bersiv dida, Hezretê Ebûbekr digot: «Wisa ye, ya Resûlellah.» Ma ne Mezinê me Resûlûllah ji edeb û heyaya xwe li rûyê kesê li hember xwe jî nedinêrî! Ferman kir: «Min li Mescîdul-Eqsayê li dora xwe nenêrîbû. Tiştên ku pirsîn min nedîtibûn. Di wê gavê de Cebraîl (eleyhisselam) Mescîdul-Eqsa anî ber çavê min. Min pencereyên wê didîtin, dijmartin û yekser bersiva pirsan dida.» Mezinê me Resûlûllah da zanîn ku di rê de rêwiyên bi deve dîtine. Ferman kir: «Înşaallah wê roja çarşemê bên.» Roja çarşemê, gava roj diçû ava, karwan gihîşt Mekkeyê. Gava ji yên karwên pirsî, wan got ku tiştekî wek bahozê hatiye û deveyek ketiye. Vî halî îmana muminan xurt kir. Dijminatiya kafiran jî her ku çû zêde bû.7 Ji vê mucîzeya ku salek berî hicretê, di 27ê meha Recebê de, şeva înê qewimî re Mîrac tê gotin. Resûlûllah bi rûh û bedena xwe, di halê hişyariyê de derket Mîracê. Di şeva Mîracê de gelek heqîqetên îlahî nîşanî Wî dan û pênc wext nimêj di vê şevê de ferz bû. Herwiha herdu ayetên kerîme yên dawî yên Sûreyê Beqere hatin îhsankirin. Mîrac di Qur’ana Kerîm de, di ayeta 1ê ya Sûreyê Îsra, di ayetên pêşî yên Sûreyê Necm û di hin hedîsên şerîf de hatiye ragihandin.8

Pêxemberê me yê delal piştî Mîracê gava Cennet ji eshabên xwe re vedigot, ferman kir: «Ya Eba Bekr! Min qesra te dît. Ji zêrê sor bû. Min ew nîmetên ku ji bo te hatine amadekirin muşahede kirin.» Hezretê Ebûbekr jî got: «Ew qesr û xwediyê qesrê bi qurbana te bin, ya Resûlellah.»

Mezinê me berê xwe da Hezretê Umer û ferman kir: «Ya Umer! Min qesra te dît. Ji yaqûtê bû. Di wê qesrê de gelek horî hebûn. Lê ez neketim hundir. Xîreta te hat bîra min.» Hezretê Umer gelek giriya. Di nav hêstiran de got: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Ma xîret û hesûdî ji te jî tê kirin?» Paşê ji Hezretê Osman re ferman kir: «Ya Osman! Min tu li her asîmanekî dîtî. Min li Cennetê qesra te dît û tu hatî bîra min.» Ji Hezretê Elî re jî ferman kir: «Ya Elî! Min sûretê te li asîmanê çarem dît. Min ji Cebraîl pirsî. Got: “Ya Resûlellah! Melaîket bûn aşiqê dîtina Hezretê Elî. Heq teala melaîketek di sûretê wî de afirand. Li asîmanê çarem disekine; melaîket ziyareta wî dikin û pê bereket digirin.” Paşê ez ketim qesra te. Min fêkiyek ji darekê bêhn kir. Horiyek jê derket û perde kişand ser rûyê xwe. Min got: “Tu kî yî û ya kê yî?” Got: “Ez ji bo pismamê te Elî hatime afirandin, ya Resûlellah!”»

Sibeha şeva Mîracê Cebraîl eleyhisselam hat, ji Mezinê me Resûlûllah re bû îmam û pênc wext nimêj di wextên wan de pê re kir. Di hedîsa şerîf de wiha ferman kiriye: «Cebraîl (eleyhisselam) li ba deriyê Kabeyê du rojan ji min re bû îmam. Me herduyan nimêja sibehê gava fecr derdiket, ya nîvro gava roj ji nîvê asîman diqelibî, ya esrê gava siya her tiştî bi qasî bejna wî bû, ya mexrebê gava roj diçû ava (gava qiraxa wê ya jorîn winda bû) û ya eşayê gava şefeq tarî bû kir. Roja duyem jî me nimêja sibehê gava dinya ronî bû, ya nîvro gava siya her tiştî bû du qatê bejna wî, ya esrê hema piştî vê, ya mexrebê di wextê fitarê de, ya eşayê jî gava bû sêyeka şevê kir. Paşê got: “Ya Muhemmed! Wextên nimêjê yên te û yên pêxemberên berê ev in. Bila ummeta te her yek ji pênc wext nimêjan di navbera van herdu wextan de bike ku me lê kir.”»9 Piştî ku wextên nimêjê bi vî awayî hatin ragihandin, xeber şandin Hebeşistanê jî û ji wan re dan zanîn ku pênc wext nimêjê bikin û nimêjên xwe yên ji roja ku ferz bûye heta wextê ku dest bi kirina wan kirine qeza bikin.

«(Gelî medîneyiyan!) Ma hûn soz didin ku hûn ê di riya Allah de ji bo Allah heqiyê bibêjin û çawa hûn nefsa xwe û namûsa xwe diparêzin, wisa bibin alîkarên min jî?» Hedîsa şerîf