BÎATÊN EQEBEYÊ
Bîata Eqebeyê ya yekem
Di sala yazdehan a bîsetê de, di meha Zilhiccê de, Es’ed bin Zurare û yazdeh hevalên wî di wextê hecê de dîsa hatin Mekkeyê. Di ser hevdîtina wan a berê ya bi Mezinê Aleman re tam salek derbas bûbû. Wê salê muşrikan ji her salê bêtir eza û cefa li mislimanan dikir. Tim li pey Mezinê me Resûlûllah bûn û îşkence li her kesê ku bi Wî re dipeyivî dikir. Medîneyî gava bi vê hesiyan, soz ji Pêxemberê me stand ku bi şev li Eqebeyê hev bibînin. Gava bû şev gihîştin hev. Girêdana xwe erz kir, soz da ku teslîmî hemû emr û daxwazên Wî bibin û bîat kir. Di vê peymanê de teahhud kir ku «ji Allah teala re şirîkan çênekin, zinayê nekin, diziyê nekin, xwe ji îftirayê dûr bixin, ji tirsa şermê û rizqî zarokên xwe nekujin».1
Pêxemberê me yê delal ev 12 kes, ku du ji wan ji qebîleya Ews û yên din ji qebîleya Xezrec bûn, kirin nûnerên qebîleyên wan. Diviyabû ev Îslamiyetê ji qebîleyên xwe re vebêjin û li ser navê wan li hember Mezinê me Resûlûllah bibin kefîl. Es’ed bin Zurare jî li ser navê hemûyan nûner hatibû tayînkirin. 5 kesên ku par di hevdîtina Eqebeyê de amade bûn û 7 kesên ku Îslamiyet nû qebûl kiribû ev bûn: ji Benî Malik bin Neccar Es’ed bin Zurare, Ewf bin Haris û Muaz bin Haris; ji Benî Zureyq bin Amir Rafi bin Malik û Zekwan bin Ebdiqeys; ji Benî Xenm bin Ewf Ubade bin Samit; ji Benî Xuseyne Yezîd bin Se’lebe; ji Benî Eclan bin Zeyd Ebbas bin Ubade; ji Benî Heram bin Ke’b Uqbe bin Amir; ji Benî Sewad bin Xenm Qutbe bin Amir; ji Benî Ebduleşhel bin Cuşem Ebul-Heysem Malik bin Teyyihan û ji Benî Emr bin Ewf Uweym bin Saîde.
Roja ku li Medîneyê hilat
Piştî Bîata (peymana) Eqebeyê ya yekem Hezretê Es’ed bin Zurare û hevalên wî vegeriyan Medîneyê, şev û roj Îslamiyet ji qebîleyên xwe re vegot û ew dawetî dînê heq kirin. Bi saya vê dawetê Îslamiyetê li Medîneyê dest pê kir ku bi lez belav bibe. Wisa ku qebîleyên Ews û Xezrec, ku berê dijminên hev bûn, hatibûn ba hev û ji bo ku Îslamiyetê baştir hîn bibin ji Mezinê me Resûlûllah muellimek xwestibû. Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) jî ji bo hînkirina Qur’ana Kerîm û Îslamiyetê ji eshabên xwe yên li Mekkeyê Hezretê Mus’eb bin Umeyr kir seyda û şand Medîneyê. Hezretê Mus’eb li mala Hezretê Es’ed ma. Bi wî re mal bi mal geriyan û Îslamiyet gihand her kesî. Ji wan xwest ku ji Resûlûllah hez bikin û soz bidin ku ji bo parastina Wî ji hemû dijminan wê bi can û dil bixebitin. Ew ji bo bîata ku wê bi Resûlûllah re bê kirin amade kirin. Reîsê qebîleya Hezretê Es’ed bin Zurare Se’d bin Muaz bû û xizmên hev bûn. Hingê di nav ereban de adet bû ku xwe ji heqareta li xizman dûr bigirin; loma Se’d bin Muaz, ku hîn îman neanîbû, neçû mala Hezretê Es’ed bin Zurare û nexebitî ku pêşiya vî karî bigire. Wî nedixwest ku bi xwe, yê ku reîsê qebîleyekê ye, dest bavêje vê meseleyê. Bi vê meqsedê ji Useyd bin Hudeyr re, ku ji giregirên qebîleya wî bû, got: «Here taxa me, wî kesê ku hatiye bibîne û tu çi dikî bike. Eger Es’ed ne kurxaltiyê min bûya, min ev kar nedispart te.»
Li ser vê yekê Useyd bin Hudeyr rima xwe hilda û çû wê mala ku Hezretê Mus’eb bin Umeyr lê bû. Gava gihîşt wir bi hêrs dest bi axaftinê kir: «Hûn çima hatine ba me? Hûn xelkê dixapînin! Eger hûn naxwazin ji canê xwe bibin, yekser ji vir herin.» Mus’eb bin Umeyr gava ev halê wî yê bihêrs dît, gelek bi nermî û nezaket bersiv da: «Ka hinekî rûne, li gotina me guhdarî bike! Meqseda me fêm bike; eger bi dilê te be tu yê qebûl bikî. An na tu yê pêşî lê bigirî…» Useyd aram bû, got: «Te rast got», rima xwe li erdê çikand û rûnişt. Li axaftina şîrîn a Hezretê Mus’eb, li gotinên wî yên ku dikevin dilê mirov û li ayetên Qur’ana Kerîm ên ku bi dengê xwe yê xweş dixwendin guhdarî kir. Ji xwe ve çû û ji ber xwe got: «Ev çi tiştekî xweş e!» Paşê pirsî: «Ji bo ketina vî dînî divê mirov çi bike?» Jê re vegot û Useyd bin Hudeyr Kelîmeya Şehadetê got û bû misliman. Hezretê Useyd ji kêfan nedikarî li cihê xwe bisekine; got: «Ez herim, yekî ji we re bişînim. Eger ew bibe misliman, li Medîneyê ji qewmê wî kesek namîne ku îman neanîbe…», bi lez rabû û çû. Rasterast çû ba Se’d bin Muaz. Se’d bin Muaz gava ew dît, got: «Sond dixwim ku Useyd bi wî rûyê ku pê ji vir çûbû venagere.» Paşê jî pirsî: «Te çi kir, ya Useyd?» Hezretê Useyd bin Hudeyr gelek dixwest ku Se’d bin Muaz bibe misliman; loma got: «Ez bi wî kesî re (bi Mus’eb bin Umeyr re) peyivîm, min tu xerabiya wan nedît. Lê me bihîstiye ku Benî Harise ji wê yekê ketine şikê ku kurxaltiyê te Es’ed kesekî wiha li mala xwe dihewîne û ji bo kuştina wî rabûne.» Ev gotin gelek li Se’d bin Muaz giran hatin. Çimkî di şerekî çend sal berê de wan Benî Harise şikandibûn û mecbûr kiribûn ku xwe bispêrin Xeyberê. Piştî salekê jî ew efû kiribûn û destûr dabû ku vegerin welatê xwe. Fikra ku ew digel vê jî tiştekî wiha bikin, Se’d bin Muaz gelek hêrs kiribû. Ma ne di eslê xwe de tiştekî wiha tune bû! Useyd bin Hudeyr serî li vê hîleyê dabû, ji ber ku xwestibû nehêle Se’d bin Muaz zirarê bide xaltiya xwe û kurê wê Es’ed bin Zurare û bi vê re Mus’eb bin Umeyr jî. Bi vê yekê zemîn amade kir ku derbasî aliyê wan bibe û dawiyê bibe misliman. Se’d bin Muaz li ser van gotinên Useyd bin Hudeyr ji cihê xwe pekiya û çû ba Hezretê Es’ed bin Zurare. Gava gihîşt wir, dît ku Es’ed û Mus’eb bin Umeyr di nav huzûr û aramiyeke bêhed de rûniştine û sohbetê dikin. Nêzîkî wan bû û got: «Ey Es’ed! Eger di navbera me de xizmayetî tune bûya, tu nedikarî van tiştan bikî…» Bersiva van gotinan Hezretê Mus’eb bin Umeyr da: «Ey Se’d! Hinekî bisekine, rûne, li me guhdarî bike û fêm bike… Eger gotinên me li te xweş bên, çi xweş; an na, eger tu neecibînî, em vê teklîfî te nakin. Tu jî radibî û diçî!» Se’d bin Muaz li hember van gotinên nerm û şîrîn aram bû, li aliyekî rûnişt û dest pê kir ku li wan guhdarî bike. Hezretê Mus’eb bin Umeyr pêşî Îslamiyet ji Se’d bin Muaz re vegot. Esasên Îslamiyetê îzah kirin. Paşê bi dengê xwe yê şîrîn û xweş hinek ji Qur’ana Kerîm xwend. Her ku dixwend, halê Se’d bin Muaz diguherî, ji xwe ve diçû. Li hember belaxeta bêhempa ya Qur’ana Kerîm dilê wî nerm bû û ket bin tesîreke mezin. Xwe negirt û got: «Hûn ji bo ketina vî dînî çi dikin?» Mus’eb bin Umeyr yekser Kelîmeya Şehadetê hînî wî kir. Wî jî got: «Eşhedû en la îlahe îllallah we eşhedû enne Muhemmeden ebduhû we resûluh» û bû misliman. Se’d bin Muaz ji huzûr û şahiya mislimanbûnê nedikarî li cihê xwe bisekine. Yekser çû mala xwe û wek ku hîn bûbû xusl kir. Paşê xwest ku qewmê wî bicive. Useyd bin Hudeyr da ba xwe û çû wî cihê ku xelk lê bû. Xîtabî Benî Ebduleşhel kir û got: «Gelî Benî Ebduleşhel! Hûn min çawa nas dikin?» Wan bi yek dengî bersiv da: «Tu reîs û mezinê me yî, em tabiê te ne!» Li ser van gotinên wan Se’d bin Muaz got: «Naxwe ez ji we hemûyan re radigihînim: ez bi mislimanbûnê şerefdar bûm. Ez dixwazim ku hûn jî bi Allah teala û bi Resûlê Wî îman bînin. Eger hûn îman neynin, ez ê bi tu yekî ji we re nepeyivim û we nebînim!…»
«Naxwe ez ji we hemûyan re radigihînim: ez bi mislimanbûnê şerefdar bûm. Ez dixwazim ku hûn jî bi Allah teala û bi Resûlê Wî îman bînin» Se’d bin Muaz (radiyellahû anhû)
Senetus-Surûr (Sala şahiyê)
Benî Ebduleşhel hema ku bihîst reîsê wan Se’d bin Muaz bûye misliman û ew jî dawetî Îslamê kirine, hemû bi hev re bûn misliman. Wê rojê heta êvarê asîmanên Medîneyê bi dengên Kelîmeya Şehadetê û tekbîrê dan olandin.2 Piştî ku Benî Ebduleşhel bi tevahî bûn misliman, demeke kurt şûnde hemû xelkê Medîneyê û qebîleyên Ews û Xezrec jî Îslamiyet qebûl kir. Her mal bi nûra Îslamê ronî bû. Se’d bin Muaz û Useyd bin Hudeyr hemû pûtên qebîleyên xwe şikandin. Gava ev hal ji Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) re hat ragihandin, gelek memnûn bû. Mislimanên Mekkeyê di nav şahiyê de bûn. Ji ber vê yekê ji vê salê (m. 621) re «Senetus-Surûr» (sala şahiyê) hat gotin.
Esselatû wesselamû eleyke, ya Resûlellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Hebîbellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Seyyîdel-ewwelîne wel-axirîn!
Bîata Eqebeyê ya duyem
Di sala dozdehan a bîsetê de zilma muşrikên Mekkeyê ya li mislimanan gihîştibû dawiya hedê xwe û êdî nedihat kişandin. Li Medîneyê jî bi saya xizmetên Es’ed bin Zurare û Mus’eb bin Umeyr xelkê Ews û Xezrecê di nav eşq û şewqeke wisa de bûn ku hembêza xwe ji mislimanan re vekin, wan bi singê xwe ve bişidînin û di riya wan de xwe bidin ber her fedakariyê. Dixwestin ku Mezinê me Resûlûllah jî demek berî demekê Medîneyê şerefdar bike û soz didan ku di riya Wî de mal û canê xwe texsîr nekin. Wextê hecê hatibû. Di meha Zilhiccê de bi Mus’eb bin Umeyr re ji mislimanên Medîneyê 73 mêr û 2 jin hatin Mekkeyê. Piştî hecê hemû dîsa li Eqebeyê gihîştin Pêxemberê me. 12 nûneran, ku Es’ed bin Zurare jî di nav wan de bû, li ser navê qebîleyên xwe rica û teklîf kir ku Pêxemberê me hicret bike Medîneyê. Mezinê me Resûlûllah hin ayetên kerîme ji Qur’ana Kerîm ji wan re xwendin û paşê sozeke qetî ji wan xwest, da ku piştrast bibe ku çawa canê xwe, jin û zarokên xwe diparêzin û miqateyî wan dibin, wê Wî jî wisa biparêzin. Apê Mezinê me Resûlûllah Hezretê Ebbas, ku hîn nebûbû misliman, ew jî li wir bû. Wî wiha xîtabî vê civata ku ji bo bîatê hatibû kir: «Gelî medîneyiyan! Ev kurê birayê min e. Di nav mirovan de yê ku ez herî zêde jê hez dikim jî Ew e. Eger hûn Wî tesdîq dikin, bi tiştên ku ji Allah aniye jî bawer dikin û dixwazin Wî bi xwe re bibin, divê hûn sozeke saxlem bidin ku dilê min pê rihet bibe. Wek hûn dizanin, Muhemmed eleyhisselam ji me ye. Me Ew ji wan kesan parast ku bi Wî bawer nakin. Ew di nav me de bi îzzet û şerefa xwe parastî dijî. Digel van hemûyan jî rû ji her kesî badaye û biryar daye ku tevlî we bibe û bi we re here. Eger hêza we ya şer ew qas hebe ku gava hemû qebîleyên ereb bibin yek û êrîşî we bikin hûn karibin li ber wan bisekinin, dest bavêjin vî karî. Vê meseleyê jî di nav xwe de baş bişêwirin û bipeyivin, paşê nekevin nakokiyê. Ma hûn ê karibin li ser soza xwe bisekinin û Wî ji dijminên Wî biparêzin? Eger hûn karibin vê bi layiqî bikin, çi xweş. An na, eger hûn ê piştî ku ji Mekkeyê derket Wî bi tenê bihêlin, ji niha ve dev jê berdin, da ku li welatê xwe bi şerefa xwe parastî bijî.» Dilê mislimanên Medîneyê bi vê axaftina Hezretê Ebbas êşiya. Rastî gotineke wisa hatibûn, mîna ku gava Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bibin welatê xwe wê nikaribin Wî li hember muşrikan biparêzin û gava bikevin tengasiyê wê dev jê berdin. Ji sehabiyên Medîneyê Hezretê Es’ed bin Zurare berê xwe da Mezinê me Pêxember û got: «Ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, çend gotinên min hene. Bila ez wan erzî Hezreta te bikim.» Gava Mezinê me Fexrê Kaînatê destûr da, Hezretê Es’ed got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Her dawetê riyeke nerm an hişk, usûlek heye. Niha tu me dawetî tiştekî wisa dikî ku qebûlkirina wî ji bo mirovan gelek zor e. Çimkî pir zehmet e ku mirov dev ji wan pûtan berdin ku ji mêj ve ji wan re îbadet dikin û Îslamê qebûl bikin. Digel vê jî me Îslam bi hemû dilê xwe qebûl kir. Te ferman kir ku em têkiliya xwe ji xizmên xwe yên muşrik jî bibirin; me bi îxlas ew jî qebûl kir. Tu dizanî ku qebûlkirina vê jî gelek zor e. Apên te jî bûn dijmin û tu neparastî; me hembêza xwe ji zatê te yê bilind re vekir û ev wezîfeya bi şeref li ser xwe wacib û lazim zanî. Em hemû di van gotinên xwe de yek in. Em bi zimanê xwe çi dibêjin, bi dilê xwe wê tesdîq dikin. Em sond dixwin ku çawa em jin û zarokên xwe diparêzin, em ê wucûda te ya mubarek jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin. Eger em vê ehda xwe xera bikin, bila em li ser soza ku me daye Allah teala nesekinîbin û bikevin nav zumreya şeqiyan. Ya Resûlellah! Em di vê soza xwe de sadiq in. Bila Allah teala me muweffeq bike!» Paşê jî wiha domand: «Ya Resûlellah! Tu dikarî ji bo xwe çi temînatê dixwazî ji me bistînî û şertan deynî.»
Mezinê me Pêxember ew teşwîqî Îslamiyetê kirin. Qur’ana Kerîm xwend. Paşê ferman kir: «Şertê min ê li ser we ji bo Rebbê min ew e ku hûn ji Allah teala re îbadet bikin û tu tiştî ji Wî re nekin şirîk; şertê min ê ji bo xwe û ji bo eshabên min jî ew e ku hûn me bihewînin, bibin alîkarên min û eshabên min û me ji wan tiştan biparêzin ku hûn xwe jê diparêzin.»
Bera bin Me’rûr got: «Sond bi Allah teala, ku tu bi dînê heq û bi kitêb pêxember şandiyî: çawa em jin û zarokên xwe diparêzin, em ê te jî wisa biparêzin! Bi me re bîat bike, ya Resûlellah.» Ji mislimanên Medîneyê Ebbas bin Ubade ji bo ku peymana bi Mezinê me Pêxember re zexm bike ji hevalên xwe re got: «Gelî xezreciyan! Ma hûn dizanin we çima Muhemmed eleyhisselam qebûl kiriye?» Wan jî bersiv da: «Belê.» Li ser vê yekê got: «Hûn Wî hem ji bo demên aştiyê, hem jî ji bo demên şer qebûl dikin û dibin tabiê Wî. Eger hûn ê gava zirarek bigihîje malê we û xizm û nêzîkên we helak bibin Pêxemberê me bi tenê û bê alîkar bihêlin, ji niha ve vê bikin. Wellahî, eger hûn tiştekî wiha bikin, hûn ê li dinyayê û li axretê helak bibin! Eger aqilê we dibire ku digel çûyîna malê we û kuştina xizmên we yên nêzîk hûn ê di tiştê ku we dawetî wî dike de pê re wefadar bimînin, Wî bigirin. Wellahî ev ji bo dinya û axreta we bi xêr e.» Hingê hevalên wî got: «Malê me ziyan bibe jî, nêzîkên me bên kuştin jî, em dev ji Pêxemberê xwe bernadin. Em tu carî jê naqetin. Mirin heye, veger tune!»
«Eger em vê ehda xwe xera bikin, bila em li ser soza ku me daye Allah teala nesekinîbin û bikevin nav zumreya şeqiyan. Ya Resûlellah! Em di vê soza xwe de sadiq in. Bila Allah teala me muweffeq bike!» Es’ed bin Zurare (radiyellahû anhû)
Paşê berê xwe da Mezinê me Pêxember û pirsî: «Ya Resûlellah! Eger em vê ehda xwe bi cih bînin, ji bo me çi heye?» Hingê Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Rizaya Allah teala û Cennet heye!» Her yekî ji wan bi sifetê nûner û wekîlê qewmê xwe soz da. Pêşî Hezretê Es’ed bin Zurare got: «Ez bîat dikim, da ku soza xwe ya ku min daye Allah teala û Resûlê Wî bi cih bînim û wada xwe ya alîkariya Wî bi can û malê xwe pêk bînim» û musafehe kir. Piştî wî her yekî bi vî awayî bîat temam kir û got: «Me daweta Allah teala û Resûlê Wî qebûl kir, me guhdarî kir û me stûyê xwe xwar kir»; bi vê yekê memnûniyet û teslîmiyeta xwe erz kir. Bi vî awayî can û malê xwe bê dudilî di riya Resûlûllah de danîn holê. Bîata bi jinan re tenê bi gotinê hatibû kirin. Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) ji wan soz stand ku «tu tiştî ji Allah teala re nekin şirîk, diziyê, îftirayê û zinayê nekin, zarokên xwe nekujin, derewan nekin, li dijî karên bi xêr dernekevin…» Dema ku medîneyiyan bîat bi Mezinê me Pêxember re dikir, dengek ji girê Eqebeyê qîriya: «Gelî yên ku li Mînayê danîne! Pêxember û mislimanên Medîneyê li hev kirin ku bi we re şer bikin.» Pêxemberê me ji bo vî dengî ferman kir: «Ev şeytanê Eqebeyê ye», paşê ji yê ku diqîriya re jî ferman kir: «Ey dijminê Allah teala! Ez ê ji heqê te jî bêm!» Ji medîneyiyên ku bîat kiribû re jî ferman kir: «Hûn yekser vegerin ciyên xwe yên danînê.» Ebbas bin Ubade got: «Ya Resûlellah! Sond dixwim ku eger tu bixwazî, em ê sibê serê sibê biçin ser kafirên li Mînayê û hemûyan di ber şûr re derbas bikin.» Mezinê me Pêxember memnûn bû, lê ferman kir: «Hîn ferman li me nehatiye kirin ku em bi vî awayî tevbigerin. Niha vegerin ciyên xwe.» Li gorî rîwayeta Îmamê Nesaî ya ji Ebdullah bin Ebbas, yên ji Ensar ku di bîata Eqebeyê de amade bûn, bi hatina ba Resûlûllah bûne ji muhaciran.3
Selwî li ber lavaya qumriyê serhişkiyê dike,
meger av dawa wê bigire, bikeve ber lingên wê û lava bike.
Gul dixwaze bi hîleyekê xwîna bilbil vexwe,
meger av bikeve mizacê çiqlê gulê û wî xelas bike.
Avê tîneta xwe ya pak ji ehlê alemê re eşkere kiriye,
avê îqtîda bi riya Ehmedê Muxtar kiriye.
Seyîdê newê beşer, deryaya durrên bijarte,
ku mucîzeyên Wî bi ser agirê xeraban de av reşandiye.
Ji bo ku rewneqa gulzara nubuwwetê teze bike,
bi mucîzeya xwe ji kevirê hişk av derxistiye.
Mucîzeya Wî li alemê behreke bêpayan e
ku jê av gihîştiye hezar ateşxaneyên kafiran.
Kî bibihîze ji heyretê tiliya xwe gez dike
ku roja tengasiyê ji tiliyên xwe av daye Ensar.
