Pêxemberê Min ê Delal

HICRET

Mislimanbûna ji nişka ve ya qebîleyên Ews û Xezrec û îhtîmala ku mislimanên Mekkeyê û mislimanên Medîneyê bibin yek, muşrik bi awayekî dijwar tirsandibûn û har kiribûn. Helwesta muşrikên Mekkeyê yên ku Bîata Eqebeyê ya duyem bihîstibû gelek tund û pir xeternak bûbû. Ji bo mislimanan mayîna li Mekkeyê êdî nedihat tehemulkirin. Medîne bi bîata Eqebeyê ya dawî ji mislimanan re bûbû cihekî ku lê huzûrê bibînin û xwe bispêrinê. Dixwestin riyekê bibînin, ji vî bajarî hicret bikin û herin wê axê ku wê karibin lê hinekî bêhna xwe bistînin û piçekî azad bijîn. Halê xwe erzî Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) kir û ji bo hicretê destûr xwest. Wî jî şîret li eshabên xwe kir ku sebir bikin. Çimkî hîn destûra terka Mekkeyê derneketibû. Dawiyê destûra îlahî ya ku ji bo hicretê dihat xwestin hat. Wê rojê Pêxemberê me yê delal bi şahî hat ba Eshabê Kîram û ferman kir: «Cihê ku hûn ê hicret bikinê ji min re hat ragihandin. Ew der Yesrib (Medîne) ye. Hicret bikin wê derê. Li wir bi birayên xwe yên misliman re bibin yek. Allah teala ew ji we re kirin bira. Yesrib (Medîne) ji we re kir welatekî ku hûn ê lê emniyet û huzûrê bibînin.» Li ser destûr û şîreta Mezinê me Resûlûllah mislimanan dest pê kir ku li pey hev, kom bi kom hicret bikin Medîneyê.1 Mezinê me Pêxember bi tundî li yên ku hicret dikir tembîh dikir ku gelek bi îhtiyat û tedbîr tevbigerin. Misliman ji bo ku bala muşrikan nekişînin bi qefleyên biçûk bi rê diketin û bi qasî ku mumkin bû bi dizî tevdigeriyan. Ebû Seleme, yê ku pêşî hicret kir Medîneyê, ji muşrikan gelek eza dîtibû. Muşrik piştî demeke dirêj bi meseleyê hesiyan; hingê ji mislimanên ku ji bo hicretê bi rê diketin, yên ku didîtin ji rê vegerandin, jin ji mêrên wan veqetandin, yên ku hêza wan digihîştê avêtin hepsê û cûre cûre cefa bi wan dan kişandin. Ji bo ku wan ji dînê wan vegerînin her cure eza li wan kir. Lê ji ber ku ditirsiyan şerekî navxweyî derkeve, newêribûn wan bikujin. Misliman jî digel vê her firsend bi kar anî û ketin riyên Medîneyê. Hezretê Umer jî rojekê şûrê xwe girêda. Tîrên xwe û rima xwe hildan û li ber çavê her kesî heft caran Kabe tewaf kir. Bi dengekî bilind ji muşrikên li wir re ev got: «Va ye ez jî ji bo parastina dînê xwe di riya Allah teala de hicret dikim. Yê ku dixwaze jina xwe bî, zarokên xwe sêwî bihêle û diya xwe bigirîne, bila li pişt vê newalê derkeve pêşiya min!…» Bi vî awayî Hezretê Umer û nêzîkî bîst misliman bi roja ronî, bê tirs ber bi Medîneyê ve bi rê ketin. Ji tirsa wî tu kes nikaribû dest bide vê qefleyê. Êdî dawiya koçan nedihat; Eshabê Kîram kom bi kom digihîştin Medîneyê.

«Cihê ku hûn ê hicret bikinê ji min re hat ragihandin. Ew der Yesrib (Medîne) ye. Hicret bikin wê derê» û «Li wir bi birayên xwe yên misliman re bibin yek. Allah teala ew ji we re kirin bira. Yesrib (Medîne) ji we re kir welatekî ku hûn ê lê emniyet û huzûrê bibînin» Hedîsa şerîf

Riya hicretê

Di vê navê de Hezretê Ebûbekr jî ji bo hicretê destûr xwest. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Sebir bike. Hêviya min ew e ku Allah teala wê destûrê bide min jî. Em ê bi hev re hicret bikin.» Gava Hezretê Ebûbekr pirsî: «Dê û bavê min bi qurbana te bin! Ma îhtîmaleke wiha heye?», Pêxemberê me ferman kir: «Belê, heye» û ew şa kir. Hezretê Ebûbekr heşt sed dirhem dan, du deve kirîn û li benda wê rojê ma. Êdî li Mekkeyê Pêxemberê me yê delal, Hezretê Ebûbekr, Hezretê Elî, feqîr, nexweş, kal û ew muminên ku muşrikan avêtibûn hepsê mabûn.

Ji aliyê din ve medîneyiyan (Ensar) mekkeyiyên ku hicret kiribû (muhacir) gelek xweş pêşwazî kirin û kirin mêvanên xwe. Di navbera wan de yekîtiyeke xurt çêbû.

Muşrikên Mekkeyê ji wê îhtîmalê ku Resûlûllah jî hicret bike û bikeve pêşiya mislimanan ketibûn telaşê. Li Darun-Nedweyê civiyan, li wî cihê ku ji bo şêwra karên girîng lê dihatin ba hev, û dest bi şêwrê kir ka wê çi bikin. Şeytan di qilixê Şêxê Necdî de, yanî di şiklê kalekî necdî de hat ba muşrikan. Li axaftinên wan guhdarî kir. Cûre cûre teklîf hatin kirin. Lê yek jî nehat ecibandin. Paşê şeytan ket nav gotinê û fikra xwe got: «Ji tiştên ku hûn difikirin yek jî nabe çare. Çimkî rûyê Wî yê geş û zimanê Wî yê şîrîn her tedbîrê xera dike. Li çareyeke din bifikirin.»

Ebû Cehl, reîsê Qureyşê, got: «Em ji her qebîleyê yekî bi hêz bibijêrin. Bila bi şûrên di destê xwe de êrîşî Muhemmed bikin. Bila şûran lê bixin û xwîna wî birijînin. Bila diyar nebe ka kê kuştiye. Bi vî awayî wê mecbûr bimînin û bi xwînbihayê (diyetê) razî bibin. Em ê jî xwînbihayê wî bidin û ji tengasiyê xelas bibin.» Şeytan jî ev fikir eciband û bi germî teşwîq kir.2

Dema muşrik bi vê amadekariyê mijûl bûn, Cebraîl eleyhisselam hat; hem biryara muşrikan ji Resûlê Ekrem re ragihand, hem jî da zanîn ku wê şevê di nivîna xwe de ranekeve û emrê Allah teala yê hicretê jî gihand. Li ser vî emrê îlahî Pêxemberê me yê delal ji Hezretê Elî re da zanîn ku di nivîna Wî de rakeve û emanetên ku hiştine bide xwediyên wan; ferman kir: «Îşev di nivîna min de rakeve û razê, vê xirqeya min jî bi ser xwe de bikişîne! Netirse, tu zirar nagihîje te.»

Hezretê Elî wek ku Mezinê me Pêxember ferman kiribû raket. Hingê bîst û sê salî bû. Amade bû ku bê tirs canê xwe li şûna Hebîbullah feda bike.

Şeva hicretê kafiran dora mala seadetê ya Mezinê me Resûlûllah girtibû. Wê şevê ayetên pêşî yên Sûreyê Yasîn nazil bûn. Mezinê me Pêxember gava ji mala xwe ya mubarek derdiket, ayeta kerîme ya 9an a Sûreyê Yasîn: «Me li pêşiya wan bendek û li pişt wan bendek kişand û ew nixumandin; êdî nabînin» bi ser wan de xwend, kulmek ax ji erdê hilda û bi ser serê kafiran de reşand. (Hatiye rîwayetkirin ku ev ax li serê kê ketibe, hemû di Xezweya Bedrê de hatine kuştin.) Mezinê me Resûlûllah bi sihet û selamet di nav wan re derbas bû û gihîşt mala Hezretê Ebûbekr. Yekî ji muşrikan jî Ew nedîtibû.

«Ya Eba Bekr! Sebir bike. Hêviya min ew e ku Allah teala wê destûrê bide min jî. Em ê bi hev re hicret bikin» Hedîsa şerîf

Piştî demekê yek hat ba muşrikan û pirsî: «Hûn li vir li benda çi ne?» Wan bersiv da: «Li benda ku Muhemmed ji malê derkeve.» Yê ku hatibû got: «Sond dixwim ku Muhemmed di nav we re derbas bû û çû; ax jî bi ser serê we de reşand.» Muşrikan destên xwe birin serê xwe. Bi rastî jî ax li serê xwe dît. Axa li ser rû û serê xwe paqij kir. Yekser êrîşî derî kir û ketin hundir. Gava Hezretê Elî di nivîna Resûl eleyhisselam de dît, pirsî ka Resûlê Ekrem li ku ye.

Hezretê Elî got: «Nizanim! Ma we ez kiribûm nobedarê Wî?» Li ser vê yekê dehf da Hezretê Elî û ew êşand. Kafir ji bo ku Mezinê me Resûlûllah bibînin derketin derve û dest bi lêgerînê kir. Hezretê Elî jî demekê li ba Kabeyê heps kir, paşê berda.3

Paşê çûn mala Hezretê Ebûbekr û ji Esmayê, keça Hezretê Ebûbekr, pirsî. Gava bersiv neda, lê xistin. Digel ku li her derê geriyan jî nedîtin û har bûn. Ebû Cehl, yê wan ê herî har, li Mekkeyê û derdora wê bi dellalan da bangkirin û wad kir ku wê 100 deve bide wan kesan ku Pêxemberê me yê delal û Hezretê Ebûbekr bibînin û bînin û bide yên ku cihê wan bibêjin. Hin kesên ku ev wada wî bihîst û tima wan çû ser mal, çek hilgirt, li hespên xwe siwar bûn û ketin lêgerînê.

Gava Mezinê me Resûlûllah mala Hezretê Ebûbekr şerefdar kir û ferman kir: «Ji bo hicretê destûr ji min re hat dayîn», Hezretê Ebûbekrê Siddîq bi heyecan pirsî: «Bila ez rûyê xwe li toza lingê te yê mubarek bidim, ya Resûlellah!… Ma ez jî bi te re me?» Mezinê me ferman kir: «Belê…» Hezretê Siddîq ji şahiyan giriya. Di nav hêstiran de got: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Deve amade ne. Tu kîjanê bixwazî, wê qebûl bike.» Sultanê Aleman ferman kir: «Ez li deveya ku ne ya min e siwar nabim. (Tenê) bi pereyê wê dikirim.» Li hember vî emrê qetî Hezretê Siddîq mecbûr ma û bihayê deveyê got. Hezretê Ebûbekr gazî zatekî bi navê Ebdullah bin Ureyqit kir ku bi rêberiya xwe meşhûr bû, ew bi heq girt da ku rê nîşan bide û emir lê kir ku piştî sê rojan deveyan bîne şikefta li Çiyayê Sewrê.

Di sala sêzdehan a bîsetê de, di 27ê meha Seferê de, roja pêncşemê, Mezinê me Pêxember û Ebûbekrê Siddîq hinek xwarin bi xwe re hilda û bi rê ketin.

Hezretê Ebûbekr li dora Resûlûllah carinan diçû aliyê rastê, carinan aliyê çepê, carinan pêşiyê, carinan jî paşiyê. Gava Pêxemberê me pirsî ka çima wiha dike, got: «Ji bo ku pêşî li xetereke ku ji derdorê bê bigirim. Eger zirarek bê, bila pêşî bê min. Canê min bi qurbana zatê te yê bilind be, ya Resûlellah!»

Mezinê me Serwerê Alemê ferman kir: «Ya Eba Bekr! Ma tu dixwazî ku musîbeteke ku wê bê serê min, li şûna min bê serê te?» Hezretê Siddîq got: «Belê, ya Resûlellah! Sond bi Allah teala, ku tu bi dînê heq pêxemberê heq şandiyî: ez dixwazim ku musîbeta ku wê bê, li şûna te bê serê min.»4

Ji ber ku sola Pêxemberê me yê delal teng bû, di rê de çiriya û lingên Wî yên mubarek birîndar bûn; halê meşê tê de nemabû. Bi zehmet hilkişiyan çiyê û gihîştin şikeftê. Gava hatin ber derî, Hezretê Ebûbekr got: «Ji bo Allah, ya Resûlellah, nekeve hundir! Bila ez bikevim; eger li wir tiştekî bizirar hebe, bila bê min, bila tu keder û elem negihîje zatê te yê mubarek» û ket hundir. Hundir malişt û paqij kir. Li rast û çepê gelek qulên mezin û biçûk hebûn. Xirqeya xwe çirand û qul girtin, lê yek vekirî ma. Ew jî bi paniya xwe girt û Resûlûllah dawetî hundir kir. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ket hundir, serê xwe yê mubarek danî ser koşa Ebûbekr û raket.

Hingê marekî bi lingê Hezretê Siddîq veda. Ji bo ku Resûlûllah şiyar nebe sebir kir û qet neliviya. Lê gava hêstirên wî ketin ser rûyê Resûlûllah ê mubarek, ferman kir: «Çi bû, ya Eba Bekr?» Hezretê Ebûbekr got: «Ji wê qula ku min bi lingê xwe girtibû marekî bi lingê min veda.» Mezinê me Resûlûllah ji bo ku baş bibe ji ava devê xwe yê mubarek li birîna Ebûbekr da; êşa wî yekser sekinî û şîfa dît.

Dema Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) û Ebûbekrê Siddîq li hundir bûn, muşrik şop bi şop hatin ber şikeftê. Dîtin ku pîrikekê tevna xwe li devê wê hûnaye û du kevokan jî hêlîn çêkiriye. Şopger Kurz bin Elqeme got: «Va ye şop li vir qut bû.» Kafiran got: «Eger ew ketibûna vir, diviyabû tevna pîrê ya li ser derî biçiriya.»

Gava hinekan got: «Em heta vir hatin, bila yek ji we bikeve şikeftê û lê binêre!…», Umeyye bin Xelefê kafir got: «Ma qet aqilê we tune? Çi karê we bi vê şikeftê heye ku qat bi qat tevna pîrê li ser e? Sond dixwim ku vê pîrikê tevna xwe berî ku Muhemmed bê dinyayê hûnaye.»

Dema muşrik li ber derî bi hev diketin, li hundir Hezretê Ebûbekr ket endîşeyê û got: «Ya Resûlellah! Wellahî ez ji bo xwe xemê naxwim. Lê ez ditirsim ku tiştek bê serê zatê te yê bilind. Eger ez bêm kuştin, ez tenê yek kes im, tiştek naguhere. Lê eger zirarek bigihîje te, hemû ummet helak dibe, dîn hildiweşe.» Mezinê me Sultanê Kaînatê ferman kir: «Ya Eba Bekr! Xemgîn nebe!… Bêguman Allah teala bi me re ye.»

Gava Ebûbekrê Siddîq got: «Ya Resûlellah! Canê min bi qurbana te be! Eger yek ji wan serê xwe bitewîne û binêre, wê me bibîne!», Mezinê me ferman kir: «Ya Eba Bekr! Du kes in ku yê sêyem Allah teala ye. Xemgîn nebe!… Heq teala bi me re ye.» Muşrik bêyî ku li hundir binêrin vegeriyan.5

Allah teala vî halî di Qur’ana Kerîm de bi mealî wiha ferman dike: «Eger hûn alîkariya Wî (Hebîbê Min) nekin, (wî wextî bînin bîra xwe ku) gava kafiran Ew (ji Mekkeyê), yê duyem ji duduyan (bi Hezretê Ebûbekr re) derxistibû û ew di şikefta (li serê Çiyayê Sewrê) de bûn, Allah teala alîkariya Wî (Resûlûllah) kiribû. Hingê ji hevalê xwe re (ji Ebûbekrê Siddîq re) gotibû: “Xemgîn nebe, alîkarî û nusreta Allah teala bêguman bi me re ye.” Allah teala sekîneya xwe ya ku rihetiyê dide dilan daxistibû ser Wî, Ew (Hebîbê xwe) bi leşkerekî (manewî) ku we nedidît xurt kiribû (Ew bi melaîketan parastibû) û gotina kafiran bi temamî nizm kiribû. Kelîmeya (tewhîdê) ya Allah teala jî gelek bilind e (lefza Allah li hemû cîhanê belav kir û kir hakim). Allah teala xalibê mutleq e. Tenê Ew xwediyê hukm û hikmetê ye.»6

«Ji bo Allah, ya Resûlellah, nekeve hundir! Bila ez bikevim; eger li wir tiştekî bizirar hebe, bila bê min, bila tu keder û elem negihîje zatê te yê mubarek» Ebûbekrê Siddîq (radiyellahû anhû)

Pêxemberê me yê delal û Hezretê Ebûbekr sê roj û sê şev li vê şikeftê man. Ebdullah, kurê Hezretê Ebûbekr, tiştên ku li Mekkeyê dibihîst bi şev dihat şikeftê û digihand wan; Amir bin Fuheyre, koleyê wî yê azadkirî û şivanê keriyên wî, jî bi şev şîr dianî û şop paqij dikirin.

Pêxemberê me yê delal roja çaremîn, şeva duşemê di wextê seherê de ji Şikefta Sewrê derket û li deveya xwe ya bi navê Qeswa siwar bû. Li gorî rîwayetekê Hezretê Ebûbekr jî li paş xwe siwar kir. Li deveya din jî Hezretê Amir bin Fuheyre û Ebdullah bin Ureyqitê ku rê baş dizanibû siwar bûn.

Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) ji Mekkeya Mukerreme, ji welatê xwe vediqetiya, ji wî bajarê ku Allah teala medh kiriye û ji bajaran yê herî bi qîmet e. Berê deveya xwe da Herema Şerîf û bi dilekî xemgîn ferman kir: «Wellahî! Tu ji ciyên ku Allah teala afirandine yê herî bi xêr î, li ba Rebbê min yê herî delal î! Eger ez ji te nehatama derxistin, ez dernediketim. Ji min re ji te xweştir û delaltir tu welat tune. Eger qewmê min ez ji te dernexistama, ez dernediketim û min ji te pê ve li tu derê war û hêlîn nedigirt.»

Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam daket û got: «Ya Resûlellah! Ma tu muştaqê welatê xwe yî, te bêriya wî kiriye?» Mezinê me jî ferman kir: «Belê, ez muştaq im!» Cebraîl eleyhisselam ayeta kerîme ya 85an a Sûreyê Qeses xwend, ku mizgîniyê dide ku dawiyê wê vegere Mekkeyê, û dilê Wî yê mubarek xweş kir.

Rêwîtî bi aramî derbas dibû. Muşrik digel ku li her derê digeriyan jî nedidîtin; Cenabê Heq Hebîbê xwe ji şerrê wan diparast. Mezinê me Resûlûllah gava gihîştin cihê ku jê re Qudeyd tê gotin, li ber konê xanimeke bi navê Ummu Me’bed sekinî, ku bi comerdiya xwe meşhûr, biaqil û bi îffet bû. Xwest ku bi pere xwarin, xurme û goşt bikirin. Ummu Me’bedê got: «Eger hebûya, ne bi pere, min ê ziyafet bida we û li ber we daniya. Ji ber xela û tengasiya debarê tiştek di destê me de nemaye.» Gava pirsî: «Şîr heye?», bersiv da: «Tune. Pez stewr e.» Sultanê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) mîheke zeîf a ku li ba kon bû nîşan da û ferman kir: «Ey Ummu Me’bed! Ev mîh çima li vir girêdayî ye?» Wê jî got: «Ji ber ku gelek nexweş û zeîf e ji kerî ma. Ji ber ku taqeta wê tune bû nikaribû here.» Gava ferman kir: «Qet şîrê wê heye? Tu destûrê didî ku ez vê mîhê bidoşim?», got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, şîrê wê tune, lê tu tişt nahêle ku tu wê bidoşî.»

Mezinê me Resûlûllah hat ba mîhê û navê Allah teala zikir kir. Duaya bereketê kir û paşê destê xwe yê mubarek li guhanê mîhê da. Di wê gavê de guhan bi şîr tijî bû û dest bi herikînê kir. Yekser firaxek anî û tijî kir. Pêşî da Ummu Me’bedê. Piştî ku wê vexwar, da Hezretê Ebûbekr û yên din û kir ku heta têr bibin vexwin. Herî dawî bi xwe vexwar. Careke din destê xwe yê mubarek li guhanê mîhê da, miz da û firaxa herî mezin a ku di kon de bû xwest. Ew jî tijî kir û da dest Ummu Me’bedê. Li gorî rîwayetê ew mîh hejdeh salan jiya. Bi bereketa Mezinê me Fexrê Alemê sibeh û êvar pê debara xwe dikirin. Piştî ku ji wir çûn, mêrê Ummu Me’bedê hat û şîr dît. Şa bû û pirsî: «Ev şîr ji ku hat?» Ummu Me’bedê got: «Kesekî mubarek hat û mala me şerefdar kir. Tiştên ku tu dibînî himmet û bereketa wî ne.» Mêrê wê pirsî: «Tu dikarî tarîf bikî? Sifet û cemala wî çawa ye?»

Ummu Me’bedê got: «Ew zatê mubarek ê ku min dît gelek lihevhatî û rûgeş bû. Di çavan de hinek sorahî, di deng de nazikî hebû. Bijangên mubarek dirêj bûn. Spiyê çavan pir spî, reşê wan jî gelek reş bû; ji qudretê kilkirî bûn. Por reş, rih gur bû. Gava bêdeng dima, weqar û giraniyek li ser hebû. Gava dipeyivî dibişirî; gotin, mîna ku mirariyên rêzkirî bin, şîrîn şîrîn ji devê wî dirijiyan. Ji dûr ve gelek bi heybet xuya dikir; gava nêzîk dibû, gelek şîrîn û dilkêş dibû. Yên li ba wî ji bo ku emrê wî bi cih bînin bi can û dil dibeziyan», û gelek xisletên Wî yên din jî hejmartin. Mêrê wê bi heyret li van guhdarî kir û got: «Sond dixwim ku ev zat ew kes e ku Qureyş lê digere. Eger ez rastî Wî bihatama, ez ê bi xizmeta Wî şerefdar bibûma û ji ba Wî neqetiyama.» Mêrê Ummu Me’bedê da pey Mezinê me Resûlûllah, li Newala Rîmê gihîştê û bû misliman. Bi bûna sehabî şerefdar bû. Paşê Ummu Me’bed jî bû misliman.7

Suraqe bin Malik

Muşrik bê navber li Muhemmed eleyhisselam û Hezretê Ebûbekr digeriyan, ku ber bi Medîneyê ve bi rê ketibûn. Eger nedîtana, wê ji bo wan xetereke pir mezin serî hildaya. Çimkî difikirîn ku misliman dikarin «Dewleteke Îslamê» ava bikin û di demeke kurt de wan ji holê rakin. Ji ber vê yekê muşrikan her tiştê xwe danî holê. Wad kir ku ji bilî sed deveyan wê mal û pereyekî bêhejmar bidin wî kesî ku Mezinê me Pêxember û Hezretê Ebûbekr bikuje an dîl bigire. Ev xeber di nav Benî Mudlic de jî belav bû, ku Suraqe bin Malik ji wan bû.

Suraqe bin Malik şopgerekî baş bû. Loma ji nêz ve bi tiştên ku diqewimîn re eleqedar bû.

Benî Mudlic rojeke sêşemê li Qudeydê, li herêma ku Suraqe bin Malik lê rûdinişt, civiyabûn. Suraqe bin Malik jî di civînê de bû. Di wê navê de yek ji mirovên Qureyşê hat û ji Suraqe re got: «Ey Suraqe! Wellahî min hema niha qefleyeke sê-çar kesî dît ku ber bi peravê ve diçû. Divê ew Muhemmed û eshabên wî bin.» Suraqe mesele fêm kir. Lê ji ber ku xelateke pir mezin hatibû danîn, dixwest wê bi tena serê xwe bi dest bixe. Loma nedixwest ku kesekî din pê bihese. Got: «Na, ew ên ku te dîtine filan kes in. Hema berî niha derbas bûbûn. Me jî ew dîtin» û wisa peyivî, mîna ku tiştekî girîng tune be.

Suraqe bin Malik hinekî din jî sekinî. Bêyî ku bala kesî bikişîne hat mala xwe. Ji xizmetkarê xwe re got ku hesp û çeka wî bibe û li pişt newalê li benda wî be. Wî bi xwe jî rima xwe hildabû û ji bo ku biriqîna wê balê nekişîne serê wê ber bi jêr ve kiribû. Dest pê kir ku hespê xwe bibezîne. Riya xwe domand û dawiyê şopa wan dît. Ew qas nêzîk bû ku Qur’ana Kerîm a ku Mezinê me Pêxember dixwend jî dibihîst. Lê Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) qet li pişt xwe nedinêrî. Hezretê Ebûbekr gava li paş xwe nêrî, Suraqe dît û ket telaşê. Mezinê me Pêxember, wek di şikeftê de, jê re ferman kir: «Xemgîn nebe, Allah teala bi me re ye.»

«(Ey Mekkeya Mukerreme!) Ji min re ji te xweştir û delaltir tu welat tune. Eger qewmê min ez ji te dernexistama, ez dernediketim û min ji te pê ve li tu derê war û hêlîn nedigirt» Hedîsa şerîf

Li gorî rîwayeta Hezretê Buxarî, di wê navê de gava Hezretê Ebûbekr erzî Resûlê Ekrem kir ku siwarek gihîştiye wan, Mezinê me Pêxember dua kir: «Ya Rebbî! Wî bixe!» Di rîwayeteke din de, gava Suraqe hat heta ba wan, Hezretê Ebûbekr dest bi girî kir. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem pirsî ka çima digirî, got: «Wellahî ez ji bo xwe nagirîm. Ez ditirsim ku zirarek bigihîje te, loma digirîm.» Suraqe ew qas nêzîk bû ku dikaribû êrîşî Mezinê me Pêxember bike. Got: «Ya Muhemmed! Îro kî wê te ji min biparêze!» Mezinê me Serwerê Alemê jî bersiv da: «Allah teala, ku Cebbar û Qehhar e, min diparêze.» Di wê gavê de herdu lingên pêşî yên hespê Suraqe heta çokan di erdê de çûn xwarê. Gava ji vê xelas bû û dîsa xwest êrîş bike, lingên hespê wî dîsa di erdê de çikiyan. Suraqe çi qas zor da hespê xwe jî, bi tu awayî nikaribû wî xelas bike. Tiştekî din tune bû ku bike. Gava bêçare ma, dest pê kir ku lavayî Mezinê me Resûlûllah bike, ku xwediyê şefqet û merhemetê ye. Pêxemberê me, ku hemû kemal û exlaqê xweş di xwe de civandine û li ser exlaq û xilqeteke bilind e, ev daxwaza wî qebûl kir. Suraqe digot: «Ya Muhemmed! Min fêm kir ku tu tê parastin. Dua bike da ku ez xelas bibim. Ji niha pê ve ez tu carî zirarê nadim te. Ez ê ji yên ku dane pey te re jî qet behsa te nekim.» Gava Mezinê Kaînatê dua kir: «Ya Rebbî! Eger ew di gotina xwe de rast û samîmî be, hespê wî xelas bike», Allah teala ev dua qebûl kir. Hespê Suraqe bin Malik tenê piştî vê duayê karibû ji çalê xelas bibe. Di wê navê de ji cihê ku lingê hespê tê de çûbû xwarê tiştekî wek dûman ber bi asîman ve bilind dibû. Suraqe matmayî ma û ji van hemû tiştên ku qewimîn fêm kir ku Muhemmed eleyhisselam her dem tê parastin. Bûbû şahidê gelek tiştan. Dawiyê got: «Ya Muhemmed! Ez Suraqe bin Malik im! Bila qet şika te ji min tune be. Ez soz didim te. Ji niha pê ve ez tu karekî ku tu neecibînî nakim. Qewmê te wad kiriye ku wê xelateke mezin bide wî kesê ku te û hevalên te bigire», û tiştên ku muşrikên Qureyşê dixwestin bikin yek bi yek vegotin. Heta xwest ku zadê rê û ji bo siwarbûnê deve bide wan, lê Pêxemberê me yê delal qebûl nekir û jê re ferman kir: «Ey Suraqe! Heta ku tu dînê Îslamê qebûl nekî, ez jî deve û dewarê te naxwazim, min ew navên. Tu veşêre ku te em dîtine, bes e.» Îbn Se’d jî wiha neql dike: Gava Suraqe ji Mezinê me Pêxember re got: «Tu çi dixwazî ferman li min bike», Mezinê me Resûlûllah ferman kiriye: «Li welatê xwe bimîne. Nehêle ku tu kes bigihîje me.» Gava Allah teala dixwest her tişt dibû. Gava mirov bi dilekî xalis pişta xwe bi Wî girê dida û di riya rizaya Wî de dimeşiya, tiştên ku aqil nagire diqewimîn. Suraqe, ku bi hirsa kuştina Mezinê me Resûlûllah û gihîştina xelatên mezin wek şêrekî ku dinire bi rê ketibû, êdî wek zarokekî nerm û serbiguh bû. Allah teala, ku li ser her tiştî qadir e, dilê Suraqe ber bi qenciyê ve zivirandibû, da ku zirarê nede Hebîbê Wî. Bêguman Allah teala wê Hebîbê xwe (sellellahû eleyhî we sellem) bi tenê nehişta. Çimkî Ew Pêxemberê Wî yê delal bû ku ji bo merhemeta li mirovan, ji bo ku ew li dinya û axretê bigihîjin seadeta (bextewariya) ebedî şandibû. Piştî vê Suraqe li ser şopa xwe vegeriya. Tiştên ku hatibûn serê wî ji kesên ku rastî wan hat re jî venegotin.8

Sultanê Kaînatê tê

Mezinê me Pêxember, Hezretê Ebûbekr, Amir bin Fuheyre û rêberê wan Ebdullah bin Ureyqit piştî rêwîtiya hefteyekê, di sala sêzdehan a bîsetê de (sala 622an a mîladî), di bîstê îlona efrencî û di heştê meha Rebîulewwelê ya sala yekem a hicretê de, roja duşemê di wextê çaştê de gihîştin gundê «Quba». Li mala mislimanekî bi navê Kulsûm bin Hidm bûn mêvan. Muhacirên pêşî, hîn Resûlê Ekrem nehatibû Medîneyê, li Qubayê cihekî ziwakirina xurmeyan ê Benî Emr bin Ewf kiribû nimêjgeh. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) gava gihîşt Qubayê ev nimêjgeh fireh kir û mizgefta pêşî ava kir. Nimêjên xwe li Mizgefta Qubayê kirin. Mizgefta Qubayê di ayeta kerîme ya 108an a Sûreyê Tewbe de hatiye medhkirin; Allah teala tê de bi mealî wiha ferman dike: «… Mizgefta ku hîmê wê li ser teqwayê hatiye danîn».9

Roja bîst û sêyê îlonê jî, ku tê de şev û roj wek hev in, li gundê Qubayê derbas kir û roja înê, dozdehê Rebîulewwelê, ber bi Medîneyê ve bi rê ket. Di wextê nimêja nîvro de li Newala Ranonayê ya di navbera Medîne û Qubayê de sekinî. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) nimêja înê ya pêşî li vir kir û xutbeya pêşî jî li vir xwend.10 Û di eynî rojê de gihîşt Medîneyê. [Paşê li vir ji bo bîranîna nimêja înê ya pêşî mizgeftek bi navê «Mescîda Cuma» hat avakirin.] Di wê navê de Hezretê Elî, yê ku li Mekkeyê mabû, li wî meqamî rûnişt ku Mezinê me Resûlûllah li Kabeya Şerîf tim lê dima. Da bangkirin: «Tiştê kê li ba Resûlê Ekrem hebe, bila bê û bibe.» Her kes hat, nîşana xwe got û emaneta xwe bir. Bi vî awayî emanet gihîştin destê xwediyên xwe. Hezretê Elî, şêrê Allah, çû wî cihê ku kafirên Qureyşê lê diciviyan. Wiha ferman kir: «Înşaallahû teala ez sibê diçim Medîneya Munewwere. Tiştekî ku hûn bibêjin heye? Heta ez li vir im bibêjin.» Hemûyan serê xwe xwar kir û tiştek negot. Gava bû sibeh, Hezretê Elî eşyayên taybet ên Mezinê me Resûlê Ekrem dan hev û da rê. Ji Qureyşê 4–5 kesan rê lê birî, lê bi wan re ceng kir û bi ser ket. Paşê di rê de Miqdad bin Eswed derket pêşiya wî. Ew jî bi derbekê xist erdê û dawetî îmanê kir. Ew jî bû misliman. Dîsa ket rê û li Qubayê gihîşt Mezinê me Resûlûllah; lingên wî werimîbûn û xwîn jê diherikî. Di dawiya vê rêwîtiyê de, ku bi roj xwe vedişart û bi şev peya dimeşiya, ketibû halekî wisa ku nikaribû here huzûra Pêxemberê me. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem bi vê hesiya, bi xwe hatibû û ew şerefdar kiribû; gava Hezretê Elî dît, dilê Wî bi halê wî şewitîbû, pismamê xwe yê delal û fedakar hembêz kiribû, bi destên xwe yên mubarek ew lingên zirav û nazik ên ku di riya heq de bi hezaran meşeqet kişandibûn miz dabûn û ji bo afiyeta wî dua kiribû. Heta hatiye rîwayetkirin ku li ser vê fedakariya Hezretê Elî ayeta celîle ya ku meala wê ev e nazil bûye: «Ji mirovan hin hene ku ji bo rizaya Allah teala nefsa xwe (xwe) feda dikin».1112

«Ya Suraqe! Mîna ku ez niha dibînim ku te bazinên Kisra kirine destê xwe, kemera wî girêdaye û taca wî daniye serê xwe» Hedîsa şerîf

Eshabê Kîram ên ku berê hicret kiribû Medîneyê û mislimanên Medîneyê gava bihîst ku Sultanê Kaînatê ji bo hicretê ji Mekkeyê bi rê ketiye, bi germî û heyecan li benda teşrîfa Wî bûn. Ji ber vê yekê li taxên derve yên Medîneya Munewwere nobedar danîbûn û bi dil û can dixwestin ku hema gava bajarê wan şerefdar bike pêşwaziya Mezinê me bikin. Yên ku bi muhebbeta Wî dişewitîn, çawa çola sincirî hesreta avê dikişîne, wisa çavên xwe berdabûn ufiqê û bi rojan li bendê man.

Dawiyê ji nişka ve dengek hat bihîstin: «Tên! Tên!…» Yên ku deng bihîst dest pê kir ku çavên xwe li nîvê çola germ bigerînin. Belê!… Belê!… Wan jî dîtibû ku di çola sincirî de, digel germa şewatker a rojê, bi heybeteke mezin ber bi wan ve tên. Bi şahî dest bi qîrînê kir û ji hev re got: «Mizgînî!… Mizgînî!… Resûlûllah tê!… Pêxemberê me tê!… Şa bibin, gelî medîneyiyan. Cejnê bikin! Hebîbullah tê!… Taca serê me tê!…» Ev xeber di kêliyekê de li kuçeyên Medîneya Munewwere belav bû. Ji heft saliyan heta heftê saliyan, ji kalan heta nexweşan her kes li benda vê xebera şahiyê ya nedîtî bû.

Hemû medîneyiyan kincên xwe yên herî xweşik li xwe kirin û bi lez bezîn ku pêşwaziya Mezinê Aleman bikin. Dengên tekbîrê asîman dihejand, hêstirên şahiyê wek lehiyê diherikîn. Bayekî tijî xem û bextewarî dihat û Medîneyê roja herî xweş a tarîxa xwe didît. Li aliyekî ew kes hebûn ku ji bo kuştina Hebîbê Allah teala, ku her kesî bi leqeba «Emîn» nas dikir, xelat danîbûn ser serê Wî; li aliyê din jî ew kes hebûn ku dixwestin Wî û hevalên Wî biparêzin, bi singê xwe ve bişidînin û di vê rê de canê xwe feda bikin.

Medîneyiyan dixwest demek berî demekê cemala bi nûr a Pêxemberê me yê delal bibînin. Medîneyê, ji roja ku bûye Medîne, kêliyeke wiha bi şahî û wiha mubarek nedîtibû. Ev cejneke wisa bû ku heta wê rojê nehatibû dîtin. Di vê cejna ku mîna wê nehatiye dîtin û nayê dîtin de zarok, ciwan, mezin, ew mirovên bextewar cara pêşî di eynî gavê de bi yek dengî ev şiîr distira:13

Teleel-bedrû eleyna,
Hîva çardeşevî li ser me hilat
Min seniyyatil-weda’,
ji Seniyyetul-Wedayê.
Wecebeş-şukrû eleyna,
Şukr li ser me wacib bû
Ma dea lillahî da’.
heta ku dawet ber bi Heq ve hebe.
Eyyuhel-meb’ûsû fîna,
Tu ji me re hatî şandin,
Ci’te bil-emril-muta’,
te Emrullah anî,
Ci’te şerreftel-Medîne,
tu bi xêr hatî Medîneyê,
Merheben ya xeyre da’.
daweta te şerefê dide.
Ente şemsun, ente bedrun,
Tu roj î, tu hîv î,
Ente nûrun ela nûr,
tu nûr li ser nûrê yî,
Ente misbahus-Sureyya,
tu ronahiya Sureyyayê yî,
Ya Hebîbî, ya Resûl!
ey delal, ey Resûl!
Qed lebisna sewbe îzzin,
Em bi îzzet û îkramê tijî bûn,
Be’de eswabir-riqa’,
em ji yên kevn xelas bûn,
We reda’na sedye mecdin,
em gihîştin mecdê, têr bûn,
Be’de eyyamid-deya’.
em di ziyanê de bûn, me kar dît.
Qalet ehmarud-deyacî,
Hîva ku tariyê radike dibêje:
Qul lî erbabil-Îslam,
ji ehlê selamê re bibêjin,
Kullû men yetbe’ Muhemmed,
li yê ku tabiê Muhemmed (eleyhisselam) dibe
Yenbexî en la yudam.
tu carî zilmê nekin.
We teahedna cemîen,
Me hemûyan bi hev re soz da
Yewme eqsemnel-yemîn,
di roja ku sond hat xwarin:
Len nexûnel-ehde yewmen,
rastî riya me ye,
Wettexeznes-sidqe dîn.
di dîn de xayîntî nabe.
Leste wallahî nesiyyen,
Wellahî ez ji bîr nakim,
Ma yuqasîhil-îbad,
rojeke bê elem qet tune bû,
Meşheden ya necme emnin,
tu şahid î, ey stêrka Emnê,
Zû wefain we widad.
wefa û hezkirina te pir zêde bû.

Dengên «Tu bi xêr hatî, ya Resûlellah», «Kerem bike mala me, ya Resûlellah» li her derê olan dida. Hinek ji giregirên Medîneyê bi hefsarê Qeswayê girt û lava kir: «Ya Resûlellah! Kerem bike mala me…» Ji wan re ferman kir: «Hefsarê deveya min berdin; ferman li wê hatiye kirin. Li ber mala kê çok bide, ez ê li wir bibim mêvan!»

«Ji mirovan hin hene ku ji bo rizaya Allah teala nefsa xwe feda dikin» Beqere: 207

Her kes ket nav heyecan û meraqeke mezin. Gelo Qeswa wê li ku çok bida? Qeswa ber bi hundirê Medîneyê ve diçû û gava di ber her deriyekî re derbas dibû, xwediyên malan lava dikir: «Ya Resûlellah! Mala me şerefdar bike, mala me şerefdar bike!» Mezinê me Pêxember bi bişirîn ji wan re ferman dikir: «Rê li ber deveyê vekin! Wê li ku derê çok bide, ferman li wê hatiye kirin.»

Dawiyê Qeswa li wî cihî çok da ku îro deriyê mizgefta şerîf a Mezinê me Pêxember lê ye. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji deveya xwe peya nebû. Heywan dîsa rabû ser piyan û dest bi meşê kir. Dîsa li cihê berê çok da û êdî ranebû. Li ser vê yekê Mezinê me ji ser Qeswayê peya bû û ferman kir: «Înşaallah menzîla me ev der e», paşê pirsî: «Ev der ya kê ye?» Bersiv da: «Ya Resûlellah! Ya Suheyl û Sehl e, kurên Emr.» Ev zarok sêwî bûn. Pêxemberê me ferman kir: «Ji xizmên me mala kê nêzîktirî vê derê ye?» Çimkî diya Ebdulmuttelib, bapîrê Mezinê me Resûlûllah, ji Benî Neccar bû. Hezretê Xalid bin Zeyd Ebû Eyyûbê Ensarî bi şahî got: «Ya Resûlellah! Mala min nêzîktir e. Va ye ev mala min e, ev jî deriyê wê ye» û bi heyecan nîşan da. Barê Qeswayê danî û Mezinê me Resûlûllah dawetî mala xwe kir.14

Mislimanên Medîneyê û muhacir bi hicreta Mezinê me gelek şa bûn. Ji vê salê re «Senetul-Îzn» tê gotin.

Di hicretê de Mezinê me Pêxember, dermanê dilan, taca serê însaniyetê, Hebîbê Allah teala, pêncî û sê salî bû.

HALÊ MIN WÊ ÇI BE
Halê min wê çi be, ya Resûlellah?
Can û laşê min dişewite, ya Resûlellah.
Wek pêta ku diperpite û wek bixûrdankê
ez im yê ku bi eşqa te dûkêl dike, ya Resûlellah.
Bi hesreta hicrana te ji mêj ve ye
ez im yê ku dihele û diqede, ya Resûlellah.
Tu Şahê Lewlakê yî; li ber deriyê te yê bilind
ez im yê ku stûyê xwe xwar dike, ya Resûlellah.
Li wê axa ku te pê lê kiriye gul vebûne,
ez li wir stirî me, ya Resûlellah.

Ebû Eyyûbê Ensarî radiyellahû anhû