DEWRA MEDÎNEYA MUNEWWERE
Di sala sêzdehan a bîsetê de, di 12ê Rebîulewwelê de, sala 622an a mîladî, Pêxemberê me yê delal hicret kir Medîneyê û bi vê hicretê dewra Medîneyê dest pê kir, dewreke ku wê deh salan bidomiya. Mezinê me Pêxember gava mala Hezretê Xalid bin Zeyd Ebû Eyyûbê Ensarî bi hatina xwe şerefdar kir, qata jêrîn çêtir dît û li wir bi cih bû.1 Bi vî awayî ev şeref bû para vî zatê mubarek: Mezinê Kaînatê li mala wî bû mêvan û li ba wî ma.
Hezretê Xalid wiha vegot: «Gava Resûlûllah mala min şerefdar kir, qata jêrîn çêtir dîtibû. Em jî li qata jorîn rûdiniştin û dilê me bi vî halî gelek diêşiya. Rojekê min got: “Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Dilê min nagire ku ez li jor rûnim û tu li jêr bî; ev li min xweş nayê. Ev yek li min pir giran tê. Ji kerema xwe destûr bide ku zatê te yê bilind li jor rûne û em li qata jêrîn rûnin.” Li ser vê yekê ferman kir: “Ya Eba Eyyûb! Ji bo me ya munasibtir û hêsantir ew e ku em li qata jêrîn a malê bin.” Dixwest bi kesên ku dihatin ziyaretê re rehettir hev bibîne; loma munasib dît ku li qata jêrîn bimîne. Em jî li qata jorîn a malê man.
Rojekê cêrê me yê avê şikest. Em tirsiyan ku ava rijiyayî bi ser Resûlûllah de bidilope û aciz bibe. Min û jina xwe tekane lihêfa xwe ya qedîfe, ya ku me xwe pê dinixumand, yekser danî ser avê û givaşt.»
Ebû Eyyûbê Ensarî ji ber ku li qata jorîn dima, bêhna wî bêhed teng dibû. Dawiyê ew bi xwe daket qata jêrîn û Mezinê me Resûlûllah derxist jor. Hezretê Ebû Eyyûb wiha ferman kir: «Me her tim ji Mezinê me Resûlûllah re şîv çêdikir û dişand. Gava ya mayî ji me re paşve dişand, ez û jina min Ummu Eyyûb li wan ciyan digeriyan ku destê Resûlûllah gihîştibûyê; me ji wan ciyan dixwar û bi vê yekê bereket digirt. Şevekê dîsa Resûlûllah ew xwarina bi pîvaz an bi sîr a ku me çêkiribû û şandibû, vegerandibû. Gava min şopa destê Resûlûllah li ser nedît, ez bi hawar çûm ba Wî. Min got: “Ya Resûlellah! Dê û bavê min bi qurbana te bin! Te şîv vegerand. Lê min şopa destê te yê mubarek li ser nedît. Ma ne ez û Ummu Eyyûb di xwarina ku te vedigerand de li ciyên ku destê te gihîştiyê digeriyan û me bi vê yekê bereket digirt!” Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: “Bêhnek ji vî sebzeyî hat min. Min jê nexwar. Ez kesek im ku bi melaîket re dipeyive.” Min pirsî: “Ma ew xwarin heram e?” Gava ferman kir: “Na! Lê ji ber bêhna wê li min xweş nehat”, min got: “Tiştê ku li te xweş nayê, li min jî xweş nayê!” Pêxemberê me ferman kir: “Hûn wê bixwin.” Li ser vê yekê me jî jê xwar û careke din me ji wî sebzeyî ji Resûlûllah re xwarin çênekir.
Careke din jî min bi qasî ku têra Mezinê me Resûlûllah û Ebûbekr bike xwarin amade kir û bir huzûra wan. Resûlûllah ferman kir: “Ya Eba Eyyûb! Ji giregirên Ensar sî kesan vexwîne.” Ez difikirîm ku xwarin hindik e û belkî Resûlê Ekrem ev xwarin pir hesibandiye; di wê navê de dîsa ferman kir: “Ya Eba Eyyûb! Ji giregirên Ensar sî kesan vexwîne.” Di nav bi hezaran fikran de min ji Ensar sî kes vexwendin; hatin. Ji wê xwarinê xwar, têr bûn. Gava têgihîştin ku ev mucîzeyek e, îmana yên ku hatibûn xurt bû û careke din bîat kir. Paşê çûn. Piştî ku ev eshabên bijarte çûn, vê carê jî ferman kir: “Şêst kesan vexwîne.” Min dît ku xwarin bi mucîzeyî kêm nebûye; loma ez hîn bêtir şa bûm û min şêst kes vexwendin huzûra Resûlûllah.
«Rê li ber deveyê vekin! Wê li ku derê çok bide, ferman li wê hatiye kirin» Hedîsa şerîf
Medîneya Munewwere û derdora wê
Hatin, ji wan xwarinan xwar. Hemûyan mucîzeya Resûlûllah tesdîq kir û vegeriyan. Dû re ferman kir: “Ji Ensar gazî not kesan bike.” Min gazî kir, hatin. Li ser emrê Resûlûllah deh bi deh li ser sifreyê rûniştin û xwarin xwar; hemûyan jî ev mucîzeya mezin dît û çûn. Bi vî awayî sed û heştê kesan xwarin xwar. Xwarin jî ew qas bû ku min biribû û wisa mabû, mîna ku qet dest lê nehatibe dan.»2
Çawa Ensar û muhacir bûn birayên hev
Mezinê me Pêxember ji bo ku li Medîneya Munewwere girêdaneke hîn xurttir çêbibe, muhacirên ku hicret kiribûn û Ensarên ku ew li malên xwe hewandibûn kirin birayên hev. Hezretê Elî ma dawiyê; guman kir ku hatiye jibîrkirin û pirsî: «Ya Resûlellah! Ma te ez ji bîr kirim?» Hingê Mezinê Aleman ferman kir: «Tu li dinyayê jî, li axretê jî birayê min î.» Ev biratî li ser wî esasî bû ku di warê maddî û manewî de alîkariya hev bikin. Bi vî awayî kovana dûrketina ji welat, ji war û ji xizman wê hinekî be jî sivik bibûya. Jixwe muhaciran ji bo ku bikaribin li gorî dînê Allah teala bijîn û wî belav bikin dev ji welatê xwe berdabûn; mislimanên Medîneyê jî hembêza xwe ji van birayên xwe re vekiribû, ew vexwendibûn malên xwe û bi can û dil xebitîbûn ku her cure alîkariya wan bikin. Gava ev biratî hat danîn, hîn germtir hev hembêz kir. Mezinê me Resûlûllah her muhacirek bi yekî ji Ensar re kiribû bira, bi yekî ku li mizacê wî dihat. Ev biratî gihîştibû wê radeyê ku malê ji bavên wan mabû jî bi hev re par dikir.3
Her medîneyiyekî erdê xwe, rezê xwe, bexçeyê xwe, mala xwe, malê xwe… çi tiştê wî hebûya dikir du par û nîvî bi dilxweşî dida birayê xwe yê muhacir. Ji muhaciran Hezretê Ebdurrehman bin Ewf wiha vegot: «Gava me hicret kir Medîneya Munewwere, Mezinê me Resûlûllah ez û Se’d bin Rebî kirin birayên hev. Li ser vê yekê birayê min Se’d ji min re got: “Birayê min Ebdurrehman! Di nav mislimanên Medîneyê de bi mal yê herî dewlemend ez im. Min malê xwe kiriye du par; nîvê wî yê te ye.” Min jî got: “Allah teala malê te li te mubarek û bi xêr bike. Hewcedariya min bi mal tune. Tenê carekê min bibe wê bazara we ya ku hûn lê kirîn û firotinê dikin, bes e.”»
Fedakariyeke wiha tenê bi biratiya Îslamê mumkin dibû. Ji Adem eleyhisselam heta wê demê gelek koç çêbûbûn. Lê hicreteke ewqas manedar û bilind, di navbera yên ji derve hatî û xelkê wî cihî de têkelbûneke ewqas bi muhebbet û hembêzkirineke ewqas ji dil qet çênebûbû. Bi rastî jî Allah teala bi mealî wiha ferman kiriye: «Mumin tenê bira ne.»4 Bi vê yekê îşaret dihat kirin ku hezkirin û samîmiyeta rastîn ne bi menfeeta maddî, lê bi îman û baweriyê dibe. Ev halê Eshabê Kîram bi yek sohbeta Mezinê me Resûlûllah bi dest diket. Feyz û bereketên ku mîna deryayan ji dilê mubarek ê Pêxemberê me yê delal difûriyan, diherikîn dilên Eshabê Kîram; bi saya vê yekê wan bi fedakariyeke nedîtî ji hev hez dikir û birayên xwe di ser xwe re digirtin.
«Ya Rebbî! Çawa ku em ji bajarê Mekkeyê hez dikin, Medîneyê jî bi me bide hezkirin. Ji Mekkeyê bêtir bi me bide hezkirin. Ya Rebbî! Tu bereketê bide pîvan û kîleyên me. Bajarê Medîneyê ji bo me bike cihê sihetê. Hewaya wê xweş bike!» Hedîsa şerîf
Ensar û muhaciran li vê navenda nû ya Îslamê dest da destê hev, dil da dilê hev û soz da ku ji bo xurtbûna dînê Îslamê xwe bidin ber her fedakariyê û di dawiyê de bigihîjin mertebeya şehadetê. Bi vî awayî li dora Resûlûllah diciviyan, li gorî esasên dînê Îslamê tevdigeriyan û nîzameke nû û jiyaneke bextewar ava dikirin. Êdî Îslamiyetê bi bûyera hicretê di riya ku bibe «dewlet» de gava xwe ya pêşî avêtibû. Medîneya Munewwere jî dibû dergûş û navenda dînê Îslamê.
Li Medîneyê ji bilî Eshabê Kîram xiristiyan, cihû û muşrikên pûtperest jî hebûn. Cihû sê qebîle bûn: Benî Qeynuqa, Benî Qureyze û Benî Nedîr. Ev bi Îslamê re û nemaze bi Pêxemberê me yê delal re bêhed dijmin bûn.
Di vê navê de muşrikên Mekkeyê ev yek ji bo xwe xetereke mezin dîtibû ku Mezinê me Pêxember li Medîneyê eshabên xwe kirine birayên hev û bi vî awayî ew gihandine hev. Eger di demeke kurt de ji heqê vî karî nehatana, misliman dikaribûn xurt bibin, êrîşî Mekkeyê bikin û erd, mal û warên ku li pey xwe hiştibûn ji destê wan bistînin… Ji muşrikên Mekkeyê yên ku di nav van fikran de bûn, ji mislimanên Medîneyê re nameyên gefê dihatin. Di yek ji van nameyan de wiha dihat gotin: «Bêguman ji qebîleyên ereb ên ku dijminatî di navbera me û wan de heye, tu qebîleyekê bi qasî we em hêrs nekirine. Çimkî diviyabû we zilamekî ku ji me ye bida destê me, lê we alîkariya Wî kir, hembêza xwe jê re vekir û Ew parast. Ev ji bo we kêmasiyeke pir mezin e. Ji kerema xwe ji navbera me û Wî derkevin û Wî ji me re bihêlin. Eger rewşa Wî ber bi başiyê ve here, yê ku herî zêde pê şa bibe em in. Eger berevajî be, rastkirina Wî jî dîsa dikeve ser milê me!…»
Hezretê Ke’b bin Malik ji vê nameyê re bersiveke pir xweş nivîsî ku tê de pesnê Pêxemberê me dida.
Muşrikên Mekkeyê ji muşrikên Medîneyê re jî bi heman awayî nameyên gefê nivîsîn. Li wan jî wiha gef xwar: «Eger hûn zilamê me ji bajarê xwe dernexin an nekujin, em ê bi ser we de bên, we bikujin û jinên we bixin xizmeta xwe!…»
Li ser vê yekê muşrikên Medîneyê li dora Ebdullah bin Ubeyê munafiq civiyan û biryar da ku hema gava firsendê bibînin zirarê bidin Mezinê me Resûlûllah.
Gava misliman bi vê yekê hesiyan, ji bo parastina Pêxemberê me yê delal çi ji destê wan dihat kir û li dora Wî zexm gihîştin hev. Hal gihîşt wê dereceyê ku bi şev ne dikaribûn derkevin kuçeyê, ne jî li malên xwe razin.
Ubey bin Ke’b wiha vegot: «Gava Mezinê me Resûlûllah bi eshabên xwe re Medîneya Munewwere bi hatina xwe şerefdar kir, misliman bûn hedefa dijminatiya qebîleyên ereb ên muşrik. Eshab bi çek heta sibehê nobedarî kir.»
Eshabê Kîram bûbûn yek beden; di halên xeternak de bi hemû hêza xwe diçûn hawara birayên xwe yên misliman. Yê li pêşiya wan Pêxemberê me yê delal bû. Mezinê me Resûlûllah çawa di her xisleta xweş de li pêş bû, di cesaretê de jî li pêşiya hemû eshabên xwe bû. Kîjan saeta şevê dibe bila bibe, gava hawarek dihat bihîstin, Pêxemberê me berî ku tu kes bigihîje, bi hespê xwe wek birûskê xwe digihand wê derê, ji eshabên xwe re dida zanîn ku tiştekî ku mirov jê bitirse tune ye û dilê wan rihet dikir.
«Ya Elî! Tu li dinyayê jî, li axretê jî birayê min î» Hedîsa şerîf
Sultanê herdu cîhanan –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê,
kana îlm û mearîfê –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê.
Bila bê yê ku şefaetê dixwaze,
bila sefayê bibîne yê ku jê hez dike,
ew xwediyê exlaqê xweş –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê.
Hîva çardeşevî ya tariyê, roja çaştê,
gula gulistana Xwedê,
Hebîbê Heq, Mustefa –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê.
Ka aşiqekî sadiq? –
bila can û laşê wî rihet bibe,
mexzena sirra heqîqetê –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê.
Kî jê hez bike, Hudayî,
gihîştiye miradê xwe,
Fexrê Cîhanê, Xeyrul-Beşer –
dîsa hat meha ku lê hat dinyayê.
Dîmeneke kevn a Medîneyê
Mescîda Nebewî / Medîneya Munewwere
Ew erdê ku gava Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) hicret kir Medîneya Munewwere, deveya Wî Qeswa lê çok da.
Pêxemberê me yê delal ev erd kirî û li ser wî mizgeftek da çêkirin.
Li mala xwe ya ku bi vê mizgeftê ve bû wefat kir
û qebra Wî ya şerîf a mubarek jî di vê odeyê de çêkirin.
Paşê Hezretê Ebûbekr û Hezretê Umer (radiyellahû anhûma) jî di vê odeyê de defin kirin.
Hatiye ragihandin ku li cihê yek kesî yê li kêleka wan
wê Îsa eleyhisselam bê definkirin.
