TERBIYEYA ESHABÊ KÎRAM
Mescîda Nebewî
Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) gava Medîne bi hatina xwe şerefdar kir, dixwest ku berî her tiştî mizgeftek bê avakirin: cihek ku eshabên xwe lê bigihîne û nimêj lê bi cemaet bê kirin. Di wê navê de Cebraîl eleyhisselam hat û got: «Ya Resûlellah! Allah teala ferman li te dike ku tu ji bo Wî ji kevir û kerpîçan beytekê (mizgeftekê) ava bikî.» Mezinê me Hebîbê Ekrem yekser xwest ew cihê ku gava hatibûn Medîneyê deveya Wî Qeswa lê çok dabû, ji xwediyên wî bikire. Xwediyan pir dixwest wî bibexşin û got: «Ya Resûlellah! Em bihayê wî tenê ji Cenabê Heq hêvî dikin. Em wî cihî ji bo rizaya Allah diyarî te dikin.» Digel vê jî Mezinê me qebûl nekir û bihayê wî bi zêdeyî da.1
Ji aliyekî ve erd rast û dûz dikirin, ji aliyê din ve kerpîç dibirîn û kevir dikişandin. Dawiyê, gava her amadekarî qediya, ji bo danîna hîm civiyan. Kevirê pêşî Mezinê me Muhemmed Mustefa (sellellahû teala eleyhî we sellem) bi destên xwe yên mubarek danî hîm. Paşê bi rêzê ferman kir: «Bila Ebûbekr kevirê xwe deyne kêleka kevirê min! Bila Umer kevirê xwe deyne kêleka kevirê Ebûbekr! Bila Osman kevirê xwe deyne kêleka kevirê Umer! Bila Elî kevirê xwe deyne kêleka kevirê Osman!» Piştî ku emrên Wî bi cih hatin, ji Eshabê Kîram ên li wê derê re ferman kir: «Hûn jî kevirên xwe deynin.» Wan jî dest bi danînê kir.
Di avakirina mizgeftê de, di serî de Pêxemberê me yê delal, hemû Eshabê Kîram bê rawestan û bê bêhnvedan xebitîn. Li ser piştên xwe yên mubarek kevir û kerpîç kişandin. Hîm bi kevir metre û nîvekê bilind kir û ser wî bi kerpîçan lêkir. Rojekê Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) kerpîç dabû pişta xwe û dibir. Yek ji eshaban hat huzûra Wî ya şerîf û bi edebeke bêhempa got: «Ya Resûlellah! Ma tu destûrê didî ku kerpîç ez bibim?» Mezinê me Xatemul-Enbiya bi nezaketeke hîn mezintir jê re da zanîn ku Ew bi xwe bêtir muhtac e ku sewab qezenc bike û kerpîç nedayê. Şîret lê kir ku ew jî here kevir bîne.
Yek ji wan ên ku di avakirina Mescîda Nebewî de herî zêde dixebitîn jî Mezinê me Resûlûllah bû. Zinarên herî giran hildigirtin û bi wî halî ku sînga Wî ya mubarek teng dibû û teng dibû, dibirin ba hostayan. Dema ev kevir û kerpîç dikişandin, mizgîniya qîmeta karê ku dihat kirin û nîmetên ku wê bigihîjinê dida û bi vî awayî eshabên xwe dianî xîretê.
Mislimanên ku ev xîreta Mezinê me didîtin, bi eşqeke mezin dixebitîn. Heta, gava her kesî kerpîçek dibir, Emmar bin Yasir du kerpîç dibirin: yek ji bo Mezinê me Pêxember, yek jî ji bo xwe. Gava Mezinê me Resûlûllah ev hal dît, çû ba wî. Bi destên xwe yên mubarek pişta Hezretê Emmar miz da û ferman kir: «Ey kurê Sumeyyeyê! Ji bo te du ecr hene, ji bo yên din yek!»
Di demeke kurt de dîwarên mizgeftê qedandin û ser wê girtin. Ode, li gorî adeta ereban, ji çiqlên darxurmeyê bûn û ser wan bi kulavê ji mû nixumandî bû. Li ber deriyên wan tenê perde daliqandî bû. Ode li aliyên başûr-rojhilat û bakur ên mizgeftê bûn. Deriyê piraniya wan li mizgeftê vedibû. Bilindahiya banê wan ji bejna mirovekî navîn bostekê zêdetir bû. Di navbera odeya Hezreta Fatîma û ya Hezreta Aîşe de derî hebû. Herwiha bi mizgeftê ve, ji bo Mezinê me Resûlûllah du odeyên ji kerpîç çêkirin. Ser wan jî bi qurm û çiqlên darxurmeyê girtin. Ev ode bi demê re zêde kirin, heta gihîştin nehan. Piştî ku avakirina mizgeftê qediya, Mezinê me Pêxember ji mala Hezretê Xalid bin Zeyd bar kir wê mala ku ji bo Wî hatibû çêkirin.2
«Mumin tenê bira ne» Hucurat: 10
YA RESÛLELLAH!
Ya ku aşiqan her tim dike şeyda
– dîdara te ye, ya Resûlellah.
Ya ku sibe û êvar bi derd axînan bi wan dide kişandin
– hesreta te ye, ya Resûlellah!
Ya ku şev û roj karê min dike fîxan,
bi agirê hesretê dilê min dişewitîne,
her gav van çavên min digirîne
– firqeta te ye, ya Resûlellah!
Lutfa Xwedê ya ku esfiya dîtine,3
zewq û sefaya ku ewliya ajotine,4
bilindahiya ku enbiya gihîştinê, ey şah,
– dewleta te ye, ya Resûlellah!
Li min ê xerîb û aware merhemetê bike,
gunehkar im, rehmê li vî rûreşî bike,
şefqeta li bêkes û bêçareyan
– adeta te ye, ya Resûlellah!
Ey şefaetkarê gunehkaran, nûra Ehed,
Nesûhî xulamê te bi xwe ye, wî neqewitîne,
ji deriyê lutfa xwe kerem bike, wî red neke,
ji ummeta te ye, ya Resûlellah!
Nesûhiyê Uskudarî
Nalîna qurmê darxurmeyê
Di Mescîda Nebewî de qurmekî darxurmeyê yê çikandî hebû. Mezinê me Pêxember rojên înê pişta xwe dida vê stûna mizgeftê ya bi navê Hennane û xutbe dixwend.
Paşê minbereke sê pêpelûkî da çêkirin. Rojeke înê Mezinê me Resûlûllah û Eshabê Kîram li Mescîda Nebewî civiyabûn. Gava Mezinê me ji bo xutbeyê derket ser minbera nû, ew qurmê hişk ê darxurmeyê yê ku berê pişta xwe didayê, bi dengekî ku her kes bibihîze, bi dengekî mîna girîna deveya avis dest bi girî û nalînê kir. Hemû Eshabê Kîram bi heyret guh da vî dengî. Lê deng qet nedibirî. Li ser vê yekê Mezinê Aleman ji minberê daket û bi destên xwe yên mubarek qurm miz da. Di wê gavê de girî û nalîn birî. Sehabiyên ku ev muhebbet û eşqa qurmê hişk ê darxurmeyê ya ji Pêxemberê me re dîtin, nikaribûn hêstirên xwe bigirin.
Derbarê vê bûyerê de Hezretê Enes bin Malik gotiye: «Mizgeft jî ji dengê wî hejiya», Îbn Ebî Wedae jî gotiye: «Qurmê darxurmeyê terikî û ji cihê xwe leqiya. Mezinê me Resûlûllah hat, destê xwe yê mubarek danî ser, îcar bêdeng bû.»
Mezinê me Pêxember ferman kir: «Sond bi Allah teala, ku canê min di destê qudreta Wî de ye, eger min ew miz nedaya, wê ji ber hesret û xema min heta qiyametê wiha bigiriya.» Di rîwayeteke din de wiha hatiye ragihandin: Resûl eleyhisselam berê xwe da qurmê hişk ê darxurmeyê û ferman kir: «Eger tu bixwazî, ez te bidim wî bexçeyê ku tu lê bûyî. Dîsa şax û çiqil berde û vegere halê xwe yê berê. Eger tu bixwazî, ez te li Cennetê biçînim, bila dostên Allah teala ji fêkiyê te bixwin.» Mezinê me Resûlûllah guhê xwe dayê û bihîst ku wiha dibêje: «Min li Cennetê biçîne, bila dostên Allah teala ji min bixwin û ez li cihekî bim ku lê kevn nebim û nerizim.» Ev axaftina darê kesên li ba Mezinê me Pêxember jî bihîst. Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah bersiva wê da: «Ez ê ya ku te xwest bikim.» Paşê berê xwe da eshabên xwe û ferman kir: «Wî Darul-Beqa ji Darul-Fenayê (ji vê dinyayê) çêtir dît.»5 Dû re bi emrê Resûlûllah qurmê darxurmeyê binax kir.
Hatina ehlê malê ya Medîneyê
Gava Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) û Hezretê Ebûbekr hicret kir, zarokên xwe li Mekkeyê hiştibûn. Di hedîsa şerîf a ku Îmamê Buxarî rîwayet kiriye de Hezreta Aîşe wiha ferman kiriye: Mezinê me Resûlûllah ji min re ferman kir: «Ey Aîşe! Du caran tu di xewna min de nîşanî min dabûyî. Qey min sûretê te li ser parçeyekî qumaşê hevrîşimî yê kesk dîtibû û ji min re hatibû gotin: “Xwediya vî sûretî wê bibe hevsera te.”» Piştî vê xewnê (salekê piştî wefata Dêya me Hezreta Xedîce) Mezinê me Pêxember û Dêya me Hezreta Aîşe hîn li Mekkeyê bûn, nîşana wan çêbûbû. Lê dawet hîn nehatibû kirin. Dêya me Hezreta Aîşe ev yek wiha vegot: «Gava Resûlûllah hicret kir Medîneyê, em û keçên xwe li Mekkeyê hiştibûn. Gava Medîne şerefdar kir, koleyê xwe yê azadkirî Zeyd bin Harise û Ebû Rafi bi 500 dirhem xercî şandin ba me, da ku du deveyan û tiştên ku dibe hewcedariya wan pê hebe bikirin.
Bavê min jî Ebdullah bin Ureyqit bi du-sê deveyan bi wan re şand û ji birayê min Ebdullah re name nivîsî, emir lê kir ku diya min, min û xwişka min Esmayê li deveyan siwar bike û bişîne. Ez, diya min Ummu Rûman, ji keçên Resûlûllah Hezreta Fatîmaya Zehra û Ummu Gulsûm, xatûna Wî Sewde, Ummu Eymen û Usame, em hemû bi hev re bi rê ketin. Gava em gihîştin cihê bi navê Qudeyd, Zeyd bi 500 dirhemî sê deveyên din jî kirîn. Talhe bin Ubeydullah jî tevlî karwên bû. Gava em ji Mînayê gihîştin wî cihê ku jê re Beyd tê gotin, deveya min baz da. Ez di kejaweyê de bûm. Diya min jî li ba min bû. Diya min diperpitî û digot: “Wey li min keçika min, wey li min bûka min!” Allah teala deveya me aram kir û em xelas kirin. Dawiyê em hatin Medîneyê. Ez bi ehlê mala bavê xwe re peya bûm. Ehlê mala Mezinê me Resûlûllah li ber odeyên Wî peya bû.»
«Eger min (Hennane) hembêz nekira, wê ji ber firqeta min heta qiyametê bigiriya» Hedîsa şerîf
Dêya me Hezreta Aîşe jî demekê li mala bavê xwe Hezretê Ebûbekr ma. Daweta wan piştî Xezweya Bedrê çêbû.
Çi bextewar e ew kes ku
ya ku dixwîne Qur’an be!
Gava ezan û qamet bibihîze,
dilê wî tijî îman be!
Ezana Muhemmedî
Piştî ku Mescîda Nebewî ava kirin, usûlek tunebû ku di wextên nimêjê de bide zanîn ku wext hatiye û mislimanan dawetî mizgeftê bike. Tenê «Esselatû camîe (De werin nimêjê)» dihat gotin.
Rojekê Mezinê me Resûlûllah bi eshabên xwe re şêwirî û pirsî ka divê di wextên nimêjê de mumin çawa bên dawetkirin mizgeftê. Hinekan got, ji bo ragihandina wextên nimêjê em wek nesarayan li naqûsê, yanî li zengil bixin; hinekan got bila wek cihûyan li boriyê bixin. Hinekan jî fikra xwe wiha got: «Em di wextê nimêjê de agir pêxin û bilind bikin.» Mezinê me Resûlûllah yek ji wan jî qebûl nekir.6
Ebdullah bin Zeyd bin Se’lebe û Hezretê Umer di xewnê de dîtin ku ezan tê xwendin. Hezretê Ebdullah hat ba Pêxemberê me yê delal û xewna xwe wiha vegot: «Min zilamek dît: şaleke kesk û pêştemalek li xwe girêdabû, zengilek jî girtibû destê xwe. Min jê pirsî: “Ma tu zengilê destê xwe difiroşî?” Ji min re got: “Tu yê çi pê bikî?” Gava min got: “Ez ê ji bo ragihandina wextên nimêjê lê bixim”, wî zatî got: “Ka ez tiştekî ji wî bixêrtir hînî te bikim”; berê xwe da qibleyê û bi dengekî bilind dest bi xwendinê kir: “Allahû ekber, Allahû ekber…” Piştî ku qedand jî got: “Gava tu rabî nimêjê jî” û ezan dubare kir, ber bi dawiyê ve jî cumleya “Qed qametis-selatû” lê zêde kir.»
Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Xewn heq e. Wan kelîmeyan hînî Bilal bike, bila ew bixwîne!» Navê vê danîn ezan.7
Hezretê Bilal jî derket ser banekî bilind ê nêzîkî Mescîda Şerîf û ezana pêşî bi wan kelîmeyên ku hînî wî kiribûn xwend.
Gava Hezretê Umer dengê ezanê bihîst, bi bez hat huzûra Mezinê me Resûlûllah. Erz kir ku kelîmeyên Hezretê Bilal gotin, wî eynî wisa di xewna xwe de dîtine. Wê şevê hinek ji Eshabê Kîram jî heman xewn dîtibû. Ha di wê navê de ayeta kerîme ya 9an a Sûreyê Cuma nazil bû û ev yek bi wehyê jî hat ragihandin.
Rojekê di wextê nimêja sibehê de Bilalê Hebeşî li ber deriyê Pêxemberê me yê delal du caran bang kiribû: «Esselatû xeyrun minen-newm».8 Ev li Mezinê me Pêxember xweş hat. Ferman kir: «Bilal, ev çi gotineke xweş e! Gava tu ezana sibehê dixwînî, vê jî bibêje.» Bi vî awayî dest pê kir ku di ezana sibehê de vê gotinê jî bibêjin.
Bilalê Hebeşî, ku heta wefata Pêxemberê me bangdêrî kir, dengekî wî yê gur, pir xweş û gelek bitesîr hebû. Gava dest bi ezanê dikir, her kesî bi eşq û wecdeke mezin guh didayê û ji xwe ve diçû. Dema ezan dixwend, her kes digirand.
Ev yek ku Eshabê Kîram di wextên nimêjê de hevdu bi Ezana Muhemmedî dawetî mizgeftê dikir, li muşrik û cihûyên Medîneyê gelek ecêb hat. Dema ezan dihat xwendin, tinazên xwe pê dikirin û ew ji xwe re dikir henek. Li hember van qeşmeriyên wan Allah teala di Qur’ana Kerîm de bi mealî wiha ferman kir: «Gava hûn bi ezanê bangî nimêjê dikin, ew wê ji xwe re dikin lîstik û henek. Ev jî ji ber wê ye ku ew qewmek in ku aqilê wan nabire.»9
Deng da wî bangdêrî, rawesta û qamet kir,
berê xwe da Kabeyê, niyet jî anî.
Gava ehlê îmanê bihîst, bi hurmet guhdarî kir,
paşê rabû nimêjê, ji Reb re evdîtî kir.
Eshabê Suffeyê
Mezinê me Pêxember li ber dîwarê bakur ê Mescîda Nebewî bi çiqlên darxurmeyê kepirek da çêkirin. Ferman kir ku sehabiyên ezeb ên ku ji Mekkeyê hicret kiribûn û ne mal ne milkê wan hebû, li wir bihewin.10 Ev sehabiyên ezeb û feqîrên Ensar û muhaciran di bin wê kepra mezin a li kêleka Mescîda Nebewî de dijiyan, ku jê re Suffe dihat gotin, û bi hînbûn û hînkirina îlmê mijûl dibûn. Hejmara wan di navbera deh û çar sedî de diguherî. Pir caran heftê kes bûn. Ev sehabî qet ji ba Mezinê me Resûlûllah venediqetiyan û ji sohbetên Wî qet paş nediman. Şev û roj Qur’ana Kerîm dixwend, îlm hîn dibûn, hedîsên şerîf ezber dikirin. Piraniya rojên xwe bi rojî derbas dikirin; bîskekê jî ji îbadet û taetê dûr nediketin. Yên ku li wir digihîştin, dişandin nav qebîleyên ku nû bûbûn misliman; wan jî Qur’ana Kerîm û sunnetên şerîf, yanî dînê Îslamê, hînî wan dikirin. Ev sehabiyên mubarek ên ku xwediyê gelek fezîletan bûn, leşkerekî mezin ê îrfanê bûn. Mezinê me Pêxember pir ji wan hez dikir, bi wan re rûdinişt, sohbet dikir û bi wan re xwarin dixwar. Ji yên ku li wir diman re Eshabê Suffeyê dihat gotin. Rojekê Mezinê me Resûlûllah li Eshabê Suffeyê nêrî û fikirî ku ew bêhed feqîr in. Digel ku di vî halî de bûn jî, bi dilekî rihet û ronî îbadet dikir. Mezinê me Pêxember rehm li wan kir û ji wan re ferman kir: «Ey eshabê Suffeyê! Mizgînî li we be! Eger ji ummeta min kesek bimîne ku bi van şertên dijwar ên ku hûn tê de ne razî be, ew bêguman ji hevalên min e.»
«Gava hûn bi ezanê bangî nimêjê dikin, ew wê ji xwe re dikin lîstik û henek. Ev jî ji ber wê ye ku ew qewmek in ku aqilê wan nabire» Maîde: 58
Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) berî her tiştî hewcedariyên van eshabên xwe yên bijarte bi cih dianîn, paşê dixebitî ku yên Ehlê Beyta xwe pêk bîne. Ebû Hureyre wiha vegot: «Sond bi Allah teala, ku ji Wî pê ve tu îlah tune, carinan ji birçîbûnê min zikê xwe dida erdê, carinan jî min kevirek ji erdê hildigirt û bi zikê xwe ve dişidand. Dîsa ez di halekî wiha de bûm. Wê rojê ez li ser wê riya ku Resûlûllah tê re diçû mizgeftê rûniştibûm. Di wê navê de xemla herdu cîhanan, yê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, nûr direşand û hat ba min. Halê min fêm kir, bişirî û ferman kir: “Ya Eba Hureyre!” Gava min got: “Canê min bi qurbana te be, ferman bike ya Resûlellah!”, ferman kir: “Bi min re were.” Ez yekser li pey Wî meşiyam. Ket hundirê mala xwe ya seadetê. Li malê qedehek şîr hebû. Ferman kir: “De here ba Ehlê Suffeyê. Gazî wan bike, bila bên ba min.” Gava ez diçûm gazî wan bikim, min di dilê xwe de digot: “Ma qedehek şîr çawa têra hemû Ehlê Suffeyê dike? Gelo wê qurtek bi min jî bikeve?…” Min gazî wan kir, em hatin mala seadetê, me destûr xwest û em ketin hundir. Piştî ku em li ciyên munasib rûniştin, Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Ya Eba Hureyre! Vê qedeha şîr bigire û bide wan!” Min jî qedeh girt û bi rêzê dida hevalên xwe. Her yekî qedeh digirt, heta têr dibû vedixwar û paşve dida min. Gava min ji her yekî distand, min didît ku qedeh qet kêm nebûye, her wisa tijî şîr e. Bi vî awayî min ew da hemû hevalên xwe yên ku hatibûn. Hemûyan vexwar û têr bûn. Paşê Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) qedeh girt, li min bişirî û ferman kir: “Ya Eba Hureyre! Yên ku şîr venexwarine tenê ez mam û tu. De tu jî rûne, vexwe!” Ez rûniştim û min vexwar. Ferman kir: “Dîsa vexwe!” Min vexwar. Mezinê me çend caran ferman kir: “Vexwe!” Min jî her carê vexwar. Dawiyê min got: “Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Êdî ez nikarim vexwim. Sond bi Allah teala, ku Wî tu bi dînê heq şandiyî, ez baş têr bûm.” Ferman kir: “Naxwe qedehê bide min.” Min dayê. Piştî ku hemd û senaya Allah teala kir, Besmele got û şîr vexwar.»
Ev eshabên mumtaz li mizgeftê îlm hîn dibûn û yek sohbeta Mezinê me Resûlûllah jî ji dest nedidan; sehabiyên Medîneyê bi muhebbeteke bêmîsal ji wan hez dikir. Êvarekê sehabiyek ji Suffeyê, ku ji birçîbûnê taqet tê de nemabû, hat huzûra şerîf a Mezinê me Resûlûllah û halê xwe erz kir. Mezinê me Pêxember ji mala xwe ya seadetê pirsî ka tiştekî xwarinê heye an na. Gava bersiv hat ku «Niha li malê ji avê pê ve tiştekî xwarinê tune», ji eshabên xwe yên li wir amade re ferman kir: «Kî wê vî birçiyî bike mêvanê xwe?» Yekî medîneyî ji Eshabê Kîram berî her kesî rabû û got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Ez ê wî mêvan bikim.» Bi mêvanê xwe re çû mala xwe û ji jina xwe re got: «Tiştekî amade bike ku em li ber mêvanê Mezinê me Resûlûllah deynin.» Jina wî bersiv da: «Niha li mala me ji xwarina zarokan pê ve tiştek tune.» Sehabî got: «Pêşî zarokan razîne. Paşê wê xwarinê bîne», dû re ew xwarina ku tenê têra kesekî dikir hilda û ket odeya mêvan. Sifre danî û ew vexwend ser xwarinê. Piştî ku bi hev re dest bi xwarinê kir, rabû, xwe wisa nîşan da ku çirayê rast dike û ew vemirand. Dîsa di tariyê de hat li ber sifreyê rûnişt. Xwe wisa kir mîna ku dixwe û li bendê ma ku mêvan têr bibe. Piştî ku mêvan têr bû, sifre rakir. Wê şevê ew û zarokên xwe birçî man heta sibehê. Serê sibê gava çûn huzûra şerîf a Mezinê me Pêxember, ferman kir: «Allah teala ji vê kirina we ya şeva borî razî bû.» Li ser vê yekê Allah teala ayeta kerîme ya 9an a Sûreyê Heşr şand û bi mealî wiha ferman kir: «Ew (Ensar), xizanî û hewcedariya wan bi xwe hebe jî, (muhaciran) di ser canê xwe re digirin.»
Misra:
Çi dibe bila bibe, qala dost kirin şîrîntir e!
Sohbeta Sultanê Dilan
Mezinê me Fexrê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo ku Eshabê Kîram ên xwe bigihîne û kamil bike, li Mescîda Nebewî sohbetên bêhempa dikirin û ew feyz û bereketên ku Allah teala îhsanî Wî kiribûn diherikandin dilên wan. Yên ku bi tevlîbûna sohbeta Mezinê me Pêxember şerefdar dibûn, hîn di sohbeta pêşî de di dilê xwe de guherîneke mezin hîs dikir û digihîştin marîfetên îlahî yên pir bilind. Bi bereketa van sohbetan Eshabê Kîram wisa lê dihatin ku di serî de ji Pêxemberê me yê delal, ji hemû hevalên xwe yên sehabe ji canê xwe bêtir hez dikir. Allah teala bi ayetên kerîme pesnê wan daye. Ew di huzûra şerîf a Mezinê me Resûlûllah de pir biedeb û gelek bidîqet disekinîn, mîna ku çûk li ser serê wan danîbe û bi liva wan re wê bifire. Bi vî awayî Eshabê Kîram piştî pêxemberan û melaîketên mezin bûn ên herî efdel û herî bilind ên mexlûqatê. Mezinê me Resûlûllah emir û qedexeyên dînê me bi hûrgilî ji eshabên xwe re vedigotin û hînî wan dikirin: şertên îman û Îslamê; hemû hukmên nimêj, rojî, hec û zekatê; tefsîrên ayetên kerîme; xwarin û cilên heram û helal; sond, nezr11 û kefaret; zanînên kirîn û firotinê; adabê xwarin û vexwarinê, lixwekirinê, hevdîtin û axaftinê, silavdanê; têkiliyên cîrantî, xizmatî û dostaniyê; hukmên zewac, nefeqe, wiraset û mîrasê; dawa, ceza, peyman û şirîkatî; zanînên saxlemî û sihetê; şerê bi dijmin re, hiqûqa şer… wek van, ji serî heta dawî hemû zanînên axretî û dinyayî yên dînê Îslamê wisa vedigotin ku her kes fêm bike û meseleya ku girîng didît sê caran dubare dikir.12 Zanînên ku aîdî jinan in jî bi rêya hevserên xwe yên mubarek dida hînkirin.
Hedîsa şerîf a Cibrîl
Îmamê qehreman ê mislimanan, yek ji bilindên Eshabê Kîram, yê ku bi rastgotina xwe ya herdemî navdar e, mezinê me yê delal Umer bin Xettab radiyellahû anhû wiha ferman dike:
– Rojek wisa bû ku em çend kes ji Eshabê Kîram li huzûr û di xizmeta Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) de bûn. Ew roj, ew saet, rojeke wisa bişeref, wisa biqîmet bû ku careke din bi dest nakeve. Wê rojê nesîb bûbû ku em li sohbeta Resûlûllah, li ba Wî bin û pê şerefdar bibin, cemala Wî bibînin ku qûtê rûhan e, zewq û sefayê dide canan. (Ji bo ku şeref û qîmeta vê rojê bide fêmkirin, wiha ferman kiriye: «Rojek wisa bû ku…» Ma wextekî wisa bişeref û biqîmet peyda dibe, mîna wê roja ku tê de nesîb bûye mirov Cebraîl eleyhisselam di sûretê însan de bibîne, dengê wî bibihîze û wê zanîna ku evd muhtacê wê ne, pir xweş û eşkere, ji devê mubarek ê Resûlûllah bibihîze?)
«Ey eshabê Suffeyê! Mizgînî li we be! Eger ji ummeta min kesek bimîne ku bi van şertên dijwar ên ku hûn tê de ne razî be, ew bêguman ji hevalên min e» Hedîsa şerîf
Wê gavê zatek, mîna ku hîv hiltê, hat ba me. Cilên wî pir spî, porê wî gelek reş bû. Nîşanên rêwîtiyê, wek toz, ax û xwêdan, li ser wî nedixuyan. Ji me eshabên Resûlûllah tu kesî ew nas nedikir. Yanî ne ji wan kesan bû ku me dîtibûn û nas dikirin. Li huzûra Resûlûllah rûnişt. Çokên xwe nêzîkî çokên Wî yên mubarek kirin. (Ev kesê ku hat Cebraîl bû. Ketibû sûretê însan. Ku Cebraîl eleyhisselam wiha rûnişt, ji bo ragihandina tiştekî girîng bû. Yanî nîşan dide ku ji bo hînbûna zanîna dînî şermkirin ne rast e û xurûr û kibir li seyda nayê. Cebraîl eleyhisselam bi vî halê xwe ji Eshabê Kîram re dide fêmkirin ku divê her kes tiştê ku di dîn de dixwaze hîn bibe, serbest û bêyî ku fedî bike ji mamosteyan bipirse. Çimkî di hînbûna dîn de şermkirin û di edakirina heqê Allah teala de, di hînkirin û hînbûnê de fedîkirin ne rast e.)
Wî zatê şerîf destên xwe danîn ser çokên mubarek ên Mezinê me Resûlê Ekrem û got: «Ya Resûlellah! Îslamiyetê, mislimantiyê ji min re vebêje.»
Resûlê Ekrem ferman kir: «Ji şertên Îslamê yê pêşî anîna Kelîmeya Şehadetê ye. (Anîna Kelîmeya Şehadetê ew e ku mirov bibêje: “Eşhedû en la îlahe îllallah we eşhedû enne Muhemmeden ebduhû we resûluhû”. Yanî kesê aqil û balix ê ku dikare bipeyive bibêje: “Li erd û li asîman ji Wî pê ve tu tişt û tu kes tune ku layiqî îbadet û perestinê be.
Mabûdê heqîqî tenê Allah teala ye. Ew Wacibul-Wucûd e. Her bilindî di Wî de ye. Di Wî de tu kêmasî tune. Navê Wî Allah e”, û bi dilê xwe bi qetî bi vê bawer bike. Herwiha bibêje: “Ew zatê bilind ê bi navê Muhemmed, kurê Ebdullah, ji ewladên Haşim, ku rûyê Wî bi rengê gulê, spî û sor, geş û şîrîn e, birû û çav reş, eniya mubarek vekirî, xû xweş e, siya Wî nakeve erdê û gotina Wî şîrîn e, û ji ber ku li Erebistanê, li Mekkeyê hatiye dinyayê jê re ereb tê gotin, evd û resûlê Allah teala, yanî pêxemberê Wî ye.”)
Gava wextê wê hat, nimêjkirin e. Dayîna zekata mal e. Di Remezana şerîf de her roj rojîgirtin e. Ji bo yê ku hêza wî têrê dike, di temenê xwe de carekê heckirin e.»
Gava wî zatî ev bersiv ji Resûlûllah bihîstin, got: «Te rast got, ya Resûlellah!» Em ên guhdar li vê gotina wî ecêbmayî man: «Hem dipirse, hem jî wî tesdîq dike!»
Vî zatî dîsa got: «Ya Resûlellah! Ka ji min re bibêje îman jî çi ye.» (Di vê hedîsa şerîf de divê mirov maneya îmanê ya lugewî nefikire. Çimkî maneya wê ya lugewî tesdîq û bawerkirin e û di nav cahilên ereban de jî kesek tune ku vê maneyê nizanibe. Îcar çawa dibe ku Eshabê Kîram (radiyellahû teala anhûm ecmeîn) nizanibin! Cebraîl eleyhisselam dixwest maneya îmanê hînî Eshabê Kîram bike. Li vir tê pirsîn ka di Îslamiyetê de ji çi re îman tê gotin.) Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) jî wiha da zanîn ku îman bawerkirina bi şeş tiştên diyar e: «Pêşî bawerkirina bi Allah teala, bi melaîketên Wî, bi kitêbên Wî, bi resûlên Wî, bi roja axretê, bi qederê û bi wê yekê ye ku xêr û şer ji Allah teala ne.» Wî zatî dîsa got: «Te rast got» û tesdîq kir.
Paşê dîsa got: «Ya Resûlellah! Ka ji min re bibêje îhsan jî çi ye.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ew e ku tu ji Allah teala re wisa îbadet bikî, mîna ku tu Wî dibînî. Çimkî her çiqas tu Wî nabînî jî, Ew bêguman te dibîne.» Wî zatî dîsa got: «Ya Resûlellah! Ka ji min re behsa qiyametê bike!» Resûl eleyhisselam ferman kir: «Di vê meseleyê de yê ku jê tê pirsîn ji yê ku dipirse ne alimtir e.» Wî zatî dîsa got: «Naxwe nîşanên wê ji min re bibêje.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ew e ku carî xwediyên xwe bînin dinyayê û tu bibînî ku şivanên pêxwas, tazî û feqîr (dewlemend dibin û) di lêkirina avahiyên bilind de bi hev re dikevin pêşbaziyê.» Piştî vê zivirî û çû. Resûlûllah berê xwe da min û pirsî: «Ey Umer! Ma tu dizanî ew kesê ku dipirsî kî bû?» Min got: «Allah teala û Resûlê Wî çêtir dizanin.» Resûlûllah ferman kir: «Ew Cibrîl (Cebraîl) bû. Hat ku dînê we hînî we bike.»13 Mezinê me Pêxember li gorî dereceya eshabên xwe ya di dîn de, wisa ku ew fêm bikin ji wan re vedigot.
Hezretê Umer, ku yek ji yên herî bilind ên Eshabê Kîram bû, rojekê gava diçû mizgeftê dît ku Mezinê me Resûlûllah tiştekî ji Ebûbekrê Siddîq re vedibêje. Çû ba wan û guhdarî kir. Hinekên din jî ev yek dît, lê xwe dan paş, nehatin guhdarî bikin. Roja din gava çavê wan bi Hezretê Umer ket, got: «Ya Umer! Resûlûllah duh tiştek ji we re vedigot. Bibêje, bila em jî hîn bibin.» Çimkî Mezinê me Resûlûllah her tim ferman dikir: «Tiştên ku hûn ji min dibihîzin ji birayên xwe yên dînî re jî vebêjin! Bi hevdu bidin bihîstin!» Hezretê Umer got: «Duh Hezretê Ebûbekr maneya ayeteke kerîme ya Qur’ana Kerîm pirsîbû ku jê fêm nekiribû, Resûlûllah jê re vedigot. Min saetekê guhdarî kir, min tiştek fêm nekir.» Çimkî li gorî dereceya bilind a Hezretê Ebûbekr vedigot. Hezretê Umer ewqas bilind bû ku Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ez pêxemberê dawî me. Piştî min pêxember nayê. Eger piştî min pêxember bihata, Umer wê bibûya pêxember.» Digel ku ewqas bilind bû û erebî, ku zimanê wî yê dayikê bû, pir baş dizanibû jî, tefsîra Qur’ana Kerîm a ku ji Hezretê Ebûbekr re dihat vegotin fêm nekir. Dereceya Ebûbekr ji ya wî gelek bilindtir bû. Hezretê Ebûbekr, heta Cebraîl eleyhisselam jî mane û esrarên Qur’ana Kerîm ji Resûlûllah dipirsîn. Resûlûllah tefsîra hemû Qur’ana Kerîm ji eshabên xwe re ragihandiye.
Pêxemberê me yê delal çawa dîn hînî eshabên xwe dikir, wisa jî li dawayan dinêrî, guh dida şahidên wan, nakokiyên herî dijwar digihandin encamê û çareser dikirin; ji bo ku Îslamê bide naskirin û belav bike, ji bo ku kesekî din jî ji agirê Cehennemê xelas bike xîreteke mezin dikir; bi hal û tevgerên xwe ji mirovan re dibû nimûne û ji bo parastina muminan ji xerabiya muşrikan jî tedbîrên pêwîst dida girtin.
«Ey Umer! Ma tu dizanî ew kesê ku dipirsî kî bû? Ew Cibrîl (Cebraîl) bû. Hat ku dînê we hînî we bike» Hedîsa şerîf
Ey cemala ku nûra çavên ewliya ye,
meded, ey kana nûra Xwedê!
Axa bin piyên te kilê çavên esfiya ye,
meded, ey kana nûra Xwedê!
Bêyî te tu kes nagihîje Heq,
bi feyza lutfa te mirov dibe meqbûl,
tu «Rehmeten lil-alemîn» î, ya Resûl,
meded, ey kana nûra Xwedê!
Min bêhed sûc û guneh kirin,
ez bûm hevalê ehlê hewayê,
ji bo îsyana min şefaetê bike, ya kerîm,
meded, ey kana nûra Xwedê!
Ey kana keremê, Resûlê Kibriya,
ev Selîmiyê tijî xeta kêmtirê te ye,
xwe davêje dergahê te, etayê dixwaze,
meded, ey kana nûra Xwedê!
Yavuz Sultan Selîm (Selîmî)
