Çawa Selmanê Farisî bû misliman
Roj bi roj nûra Îslamê belav dibû; navê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah jî, hema ku dihat bihîstin, êdî di dilan de cih digirt. Ehlê îlmê yên ku bi hesret li benda hatina Wî bûn, di nav lêgerînê de û bi heyecan dibeziyan Medîneyê û bi anîna îmanê şerefdar dibûn. Yek ji wan jî Hezretê Selmanê Farisî bû. Ew çawa bû misliman, bi xwe wiha vegotiye: – Ez ji Farisê (Îranê), ji gundê Cey ê bajarê Îsfehanê me. Bavê min yê herî dewlemend ê gund bû; erd û malê me pir bû. Ez tekane zarokê malê û tekane delalê bavê xwe bûm. Ji ber vê yekê ez mîna keçan mezin dikirim. Destûr nedida ku ez ji malê derkevim. Ji ber ku mecûsî bû, mecûsîtî çawa ku dixwest, bêkêmasî hînî min kir. Li malê her tim agirek pêketî bû; me jî ew diperist, jê re secde dibir.
Ji ber ku mal û milkê bavê min pir bû, carekê ez derxistim derve û got: «Lawo! Gava ez bimirim, tu yê bibî xwediyê van malan; loma here, mal û erdên xwe nas bike.» Min jî got «Baş e» û ez li bexçeyên me geriyam.
Rojekê gava ez çûm li zeviyan binêrim, ez rastî dêrekê hatim. Min dengê xiristiyanan bihîst; gava ez çûm ba wan, min dît ku li hundir îbadet dikin. Ji ber ku min berê tiştekî wisa nedîtibû, ez heyirî mam. Çimkî îbadeta me ji pêxistina agir û secdebirina ji wî re pê ve ne tiştek bû. Lê wan ji Allahekî re îbadet dikir ku nayê dîtin. Min di dilê xwe de got: «Wellahî dînê van heq e, yê me batil e.» Heta êvarê min bi meraq li wan temaşe kir. Hîn ez neçûbûm zeviyên me, dinya dest bi tarîbûnê kir. Gava min ji wan pirsî: «Eslê vî dînî li ku ye?», got: «Li Şamê ye.» Paşê gava min pirsî: «Eger ez herim Şamê, ma wê min jî qebûl bikin?», bersiv da: «Belê, wê qebûl bikin.» Gava min pirsî: «Ma di nav we de kesên ku wê di van nêzîkan de herin Şamê hene?», gotin ku piştî demekê wê karwanek here. Kesên ku ez bi wan re dipeyivîm hindik bûn û ji Şamê hatibûn Îsfehanê. Dema ez bi van mijûl bûm, vegera min a malê dereng ket. Bavê min gava dîtiye ku ez venegeriyame, dest bi lêgerîna min kiriye û mirov şandine.
Li min geriyane, ez nedîtime. Hîn ew di nav telaşê de bûn, ez vegeriyam malê. Bavê min got: «Heta niha tu li ku bûyî? Cih nema ku em lê li te negeriyabin.» Min jî got: «Bavo! Ez îro derketibûm ku li zeviyan bigerim. Lê di rê de ez rastî dêreke xiristiyanan hatim. Ez ketim hundir. Min dît ku bi Allahekî îman tînin ku Wî nabînin û li ser her tiştî hakim û qadir e. Ez li îbadeta wan heyirî mam. Heta êvarê min li wan temaşe kir. Min fêm kir ku dînê wan heq e.» Bavê min gava ev bihîst, got: «Kurê min! Tu şaş difikirî; dînê bav û kalên te ji dînê wan rasttir e. Dînê wan xerabûyî ye. Hay ji xwe hebe, nexape û bawer neke!» Min jî got: «Na, dînê wan ji yê me bixêrtir e; yê wan heq e, yê me batil e.» Bavê min ji vê yekê pir hêrs bû, dest û lingên min girêdan û ez di malê de hebs kirim.
Di vî halî de ez her tim li benda xebera wî karwanî bûm ku wê biçûya Şamê. Dawiyê ez pê hesiyam ku rahibên xiristiyan karwan amade kiriye.
Min benên xwe vekirin, ez reviyam û çûm wê dêra ku karwan lê bû. Min ji wan re got ku ez nikarim li van deran bimînim; ez tevlî karwên bûm û min berê xwe da Şamê. Li Şamê min alimê herî mezin ê dînê xiristiyanan pirsî. Ji min re salixê yekî dan; ez çûm ba wî û min halê xwe jê re got. Min got ku ez dixwazim li ba wî bimînim û ez ê xizmeta wî bikim, û min jê rica kir ku xiristiyaniyê hînî min bike û Allah teala bi min bide naskirin. Qebûl kiribû. Êdî min dest bi xizmeta wî û bi kirina karên dêrê kiribû. Wî jî xiristiyanî hînî min dikir.
«Tiştên ku hûn ji min dibihîzin ji birayên xwe yên dînî re jî vebêjin! Bi hevdu bidin bihîstin!» Hedîsa şerîf
Lê paşê min fêm kir ku ew kesekî xerab e. Çimkî sedeqe, zêr û zîvên ku xiristiyanan dianîn da ku bidin feqîran, vedişartin û nedidan hewcedaran. Tam heft kûp zêr û zîv berhev kiribûn. Ji min pê ve kesî ev nedizanî. Piştî demekê mir.
Xiristiyan ji bo definkirina wî civiyan. Min ji wan re got: «Hûn çima ewqas hurmeta vî dikin, ew ne mirovekî layiqî wê hurmetê ye!» Gotin: «Tu vê ji ku tînî?» û ji min bawer nekir. Min jî cihê zêrên ku berhev kiribûn nîşanî wan da. Heft kûp zêr û zîv derxistin, paşê got: «Ev ne kesekî layiqî defin û techîzê ye», ew avêtin cihekî û ser wî bi keviran girtin. Yekî din ket şûna wî.1
Ev zat bi rastî xwediyê îlmê û zahid bû, qet qîmet nedida dinyayê. Talibê axretê bû, her tim ji bo axretê dixebitî, şev û roj bê navber îbadet dikir. Min pir jê hez kir û ez demeke dirêj li ba wî mam. Min xizmeta wî bi dilxweşî dikir. Me bi hev re îbadet dikir.
Rojekê min jê pirsî: «Seydayê min! Ji mêj ve ye ez li ba te me û min pir ji te hez kir. Çimkî tu îtaeta emrên Allah teala dikî û xwe ji tiştên ku Wî qedexe kirine dûr digirî. Gava tu wefat bikî, ez çi bikim, tu çi şîretê li min dikî?» Bersiv da: «Kurê min, li Şamê kesek nema ku mirovan îslah bike. Tu herî ba kê, wê te xera bike. Lê li Mûsilê zatek heye; ez şîret li te dikim ku tu wî bibînî.»
Gava wefat kir, ez derbasî Mûsilê bûm, min ew zatê ku salix dabû dît û serpêhatiyên xwe jê re gotin. Ez qebûl kirim xizmeta xwe. Ew jî, wek zatê din, kesekî pir biqîmet bû, ne dildarê dinyayê bû û her tim îbadet dikir. Min demeke dirêj xizmeta wî jî kir. Lê rojekê nexweş ket. Di wextê wefata wî de min eynî pirs ji wî jî kirin. Zatek li Nisêbînê nîşanî min da. Bi wefata wî re ez yekser çûm Nisêbînê. Min ew kesê ku gotibû dît û jê re got ku ez dixwazim li ba wî bimînim. Qebûl kir; demekê jî ez di xizmeta wî de mam. Gava nexweş ket, min jê re got bila min bişîne ba yekî din. Vê carê zatekî din ji min re salix da, ku li bajarê Rûmê yê bi navê Emûriye bû. Piştî wefata wî min berê xwe da Emûriyeyê. Min ev kesê ku gotibû jî dît, ez ketim xizmeta wî û demeke dirêj mam.
Dû re wefata wî jî nêzîk bû. Gava min jê rica kir ku min hewaleyî yekî bike, got: «Wellahî ez niha kesekî wiha nas nakim. Lê hatina pêxemberê axirzemanê nêzîk bûye. Ew ê ji nav ereban derkeve, ji welatê xwe hicret bike û li bajarekî bi cih bibe ku di nav erdekî kevirî de ye û xurmeyên wî pir in.
Diyariyê qebûl dike, sedeqeyê qebûl nake. Di navbera herdu milên Wî de mohra nubuwwetê heye», û bi vî awayî nîşanên Wî jimartin. Gava ev zat jî wefat kir, min li gorî gotinên wî biryar da ku ez herim diyarê ereban. Ez li Emûriyeyê xebitîbûm û bûbûm xwediyê çend ga û hinek pez. Karwanek ji qebîleya Benî Kelb wê biçûya welatê ereban. Gava min ji wan re got: «Ev dewar û pez bila yên we bin, min bibin wilayeta ereban!», teklîfa min qebûl kir û ez bi xwe re birim. Gava em hatin wî cihê ku jê re Wadil-Qura tê gotin, xiyanet li min kir; gotin «kole ye» û ez firotim cihûyekî. Li cihê ku cihû lê bû min bexçeyên xurmeyan dîtin. Ez fikirîm: «Ew cihê ku pêxemberê axirzemanê wê hicret bikê, divê ev der be.» Lê ew der qet bi dilê min nebû. Min demekê xizmeta vî cihûyî kir. Paşê ez firotim pismamê xwe. Wî jî ez kirîm û anîm Medîneyê. Gava ez gihîştim Medîneyê, ev der wisa bi dilê min bû, mîna ku min berê dîtibe. Êdî rojên min li Medîneyê derbas dibûn; ez di rez û bexçeyê wî cihûyê ku ez kirîbûm de dixebitîm û min xizmeta wî dikir. Ji aliyekî din ve jî ez bêsebir li benda gihîştina meqseda xwe ya eslî bûm.
Rojekê ez derketibûm ser darxurmeyekê û dixebitîm. Xwediyê min di bin darekê de bi yekî re dipeyivî. Di wê navê de wiha axivîn: «Bila qebîleyên Ews û Xezrec helak bibin! Kesek ji Mekkeyê hatiye Qubayê. Dibêje ku pêxember e. Ev qebîle jî Wî qebûl dikin û dikevin dînê Wî…» Gava min ev gotin bihîstin, wek ku ez ji hiş biçim li min hat. Ez yekser daketim jêr û min ji wî kesî re got: «Tu çi dibêjî?» Xwediyê min sîleyek li min xist û got: «Çi ji te re, tu çima dipirsî, tu li karê xwe binêre!» Êvara wê rojê min hinek xurme hilgirt û yekser çûm Qubayê. Ez ketim hundir, çûm ba Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) û min got: «Tu kesekî salih î, li ba te feqîr jî hene. Min ev xurme sedeqe anîne.»
Resûlûllah ji eshabên li ba xwe re ferman kir: «Werin, xurme bixwin.» Wan xwar. Lê bi xwe qet nexwar. Min di dilê xwe de got: «Va ye yek ji nîşanan ev e. Sedeqeyê qebûl nake.» Piştî ku Mezinê me Resûlûllah Medîne bi hatina xwe şerefdar kir, min hinek xurmeyên din hilgirtin û ji Resûlûllah re anîn. Min got: «Ev diyarî ye.» Vê carê bi eshabên li ba xwe re bi hev re xwar. Min got: «Va ye nîşana duyem jî derket.» Xurmeyên ku min biribûn dora bîst û pêncan bûn. Lê dendikên xurmeyên hatî xwarin bi qasî hezarî bûn. Bi mucîzeya Mezinê me Resûlûllah xurme zêde bûbûn. Min di dilê xwe de got: «Min nîşaneke din jî dît.» Ez dîsa çûbûm ba Resûlûllah. Cenazeyek defin dikirin. Ji ber ku min dixwest mohra nubuwwetê bibînim, ez baş nêzîk bûm. Mirada min fêm kir û kirasê xwe rakir. Gava pişta Wî ya mubarek vebû, min mohra nubuwwetê dît; min yekser maç kir û ez giriyam. Di wê gavê de min Kelîmeya Şehadetê got û ez bûm misliman.
Paşê min serpêhatiyên xwe yek bi yek ji Resûlûllah re gotin. Li Wî xweş hat. Ferman kir ku ez van ji Eshabê Kîram re jî bibêjim. Eshabê Kîram civiyan, min jî serpêhatiyên xwe heta hûrgiliya herî biçûk vegotin…2
Gava Selmanê Farisî îman anî, ji ber ku zimanê erebî nizanibû, tercumanek xwestibû. Tercumanê cihû yê ku hat, pesnê ku Selman dida Pêxemberê me yê delal berevajî digot. Di wê navê de Cebraîl eleyhisselam hat û gotinên Hezretê Selman rast gihandin Resûlûllah. Gava cihû fêm kir ku çi dibe, Kelîmeya Şehadetê anî û bû misliman.
Selmanê Farisî piştî ku bû misliman, demeke din jî kole ma. Li ser fermana Pêxemberê me yê delal: «Xwe ji koletiyê xelas bike, ya Selman!», çû ba xwediyê xwe û got ku dixwaze azad bibe. Cihû bi zor û zehmet pê razî bû û bi wî şertî qebûl kir ku sê sed şitilên xurmeyê biçîne, wan bigihîne heta ku ber bidin, û hezar û şeş sed dirhem zêr (di rîwayetekê de bi qasî çar hezar dirhem zîv) bide.
Ev yek ji Mezinê me Resûlûllah re ragihand. Wî jî ji eshabên xwe re ferman kir: «Alîkariya birayê xwe bikin.» Ji bo wî sê sed şitilên xurmeyê berhev kirin. Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Çalên van amade bike, gava temam bûn xeberê bide min.» Gava çal amade kirin û xeber dayê, bi hatina xwe şeref da wê derê û şitil bi destên xwe yên mubarek çandin. Yek ji wan jî Hezretê Umer çandibû. Ji bilî ya ku Hezretê Umer çandibû, hemûyan bi destûra Allah teala wê salê xurme da. Mezinê me Resûlûllah ew yek jî hilkir, bi destê xwe yê mubarek ji nû ve çand û hema di wê gavê de ku çand, xurme da.
«Hatina pêxemberê axirzemanê nêzîk bûye. Ew ê ji nav ereban derkeve, ji welatê xwe hicret bike û li bajarekî bi cih bibe ku di nav erdekî kevirî de ye û xurmeyên wî pir in. Diyariyê qebûl dike, sedeqeyê qebûl nake. Di navbera herdu milên Wî de mohra nubuwwetê heye» Rahibê Emûriyeyî
Hezretê Selmanê Farisî wiha vegot: «Rojekê zatek li min digeriya û dipirsî: “Selmanê Farisî yê mukatebê feqîr (koleyê ku ji bo bigihîje azadiya xwe bi xwediyê xwe re li ser mîqdarekî diyar li hev kiriye) li ku ye?” Ez dîtim û zêrê di destê xwe de, ku bi qasî hêkekê bû, da min. Min ew girt, ez çûm ba Pêxemberê me û min rewş jê re erz kir.
Resûlûllah zêr dîsa da min û ferman kir: “Vî zêrî bigire, deynê xwe bide!” Gava min got: “Ya Resûlellah! Ev zêr ne bi wê giraniyê ye ku cihû xwestiye”, Mezinê me Resûlûllah ew zêr girt û li ser zimanê xwe yê mubarek gerand. Ferman kir: “Vî bigire! Allah teala wê bi vî deynê te eda bike.” Bi heqê Allah, min ew zêr kişand, tam bi qasî ya ku hatibû xwestin bû. Min ew jî bir û dayê. Bi vî awayî ez ji koletiyê xelas bûm.»3
Selmanê Farisî ji wê rojê pê ve tevlî Eshabê Suffeyê bû.
Melaîket dihatin ku guhdarî bikin
Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) Qur’ana Kerîm wisa xweş, wisa şîrîn û bitesîr dixwend ku yên ne misliman ên guh didanê jî heyran diman. Hejmara kesên ku bi guhdarîkirina Wî bûn misliman pir bû.
Hezretê Bera bin Azib wiha vegot: «Carekê piştî nimêja eşayê min guh dabû Mezinê me Resûlûllah, Sûreyê Tîn dixwend. Wisa xweş dixwend ku min guh nedabû tu kesî ku deng û xwendina wî ji ya Wî mukemmeltir be.»
Di nav Eshabê Kîram de yên ku dengê wan pir xweş bû, dema Qur’ana Kerîm dixwend digiriyan û digirandin gelek bûn. Yek ji wan Useyd bin Hudeyr bû. Şevekê hespê xwe li kêleka xwe girêda û dest bi xwendina Sûreyê Beqere kir. Dema dixwend, hesp ji nişka ve veciniqî. Hezretê Useyd bêdeng bû, hesp aram bû. Dest bi xwendinê kir, hesp dîsa veciniqî. Gava bêdeng bû, aram bû. Gava dîsa dest bi xwendinê kir, dîsa veciniqî. Kurê Useyd bin Hudeyr, Yehya, li cihekî nêzîkî hesp razayî bû. Ji tirsa ku hesp zirarekê bide zarok, dev ji xwendinê berda.
Gava li asîman nêrî, di nav mijeke mîna siya ewrekî spî de çavê wî bi tiştên ku wek qendîlan dibiriqîn ket. Gava xwendin birî, dît ku ew tiştên dibiriqin ber bi asîman ve bilind dibin û diçin.
Gava bû sibe, çû huzûra şerîf a Pêxemberê me yê delal û serpêhatiya xwe vegot.
Gava Mezinê me Resûlûllah pirsî: «Ma tu dizanî ew çi bûn?», Hezretê Useyd bersiv da: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Nizanim.»
Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ew melaîket bûn. Nêzîkî dengê te bûbûn. Eger te xwendin bidomanda, wê heta sibehê guh bidana te, mirovan jî wê ew bidîtana û li wan temaşe bikira. Wan xwe ji çavên xelkê venedişart.»
Yek ji wan ên ku Qur’ana Kerîm pir bi şewat dixwend jî Hezretê Ebûbekrê Siddîq bû. Gava di nimêjê de dest bi xwendinê dikir, nikaribû xwe bigire, hêstir ji çavên wî yên mubarek dibariyan. Yên ku didîtin heyranê vî halê wî diman. Rojekê muşrik civiyabûn û gotibûn: «Ev kes tiştên ku pêxember anîne bi şewat dixwîne û digirî. Em ditirsin ku zarok û jinên me bibin meftûnê vî halê wî û bibin misliman.»
Çawa Ebdullah bin Selam bû misliman
Yek ji wan ên ku bi dîtina cemala mubarek a Pêxemberê me yê delal bûne aşiqê Wî, û gava gotinên Wî yên mubarek û Qur’ana Kerîm a ku dixwend bihîstine heyran mane û bûne misliman jî Hezretê Ebdullah bin Selam e.
Ebdullah bin Selam, ku Tewrat û Încîl baş dizanibû, berî ku îman bîne alimekî cihûyan bû. Ew bi xwe çawa bû misliman wiha vedibêje: «Min Tewrat û şerhên wê li ba bavê xwe xwendibûn û ez hîn bûbûm. Rojekê bavê min sifet û nîşanên wî pêxemberê ku wê di axirzemanê de bê û karên ku wê bike ji min re gotin û got: “Eger Ew ji ewladên Harûn bê, ez ê tabiê Wî bibim; an na ez nabim!” Ew berî ku Resûlûllah bê Medîneyê mir.
Gava min bihîst ku Resûlûllah li Mekkeyê nubuwweta xwe îlan kiriye, min sifet û navê Wî û wextê ku wê bê dizanibûn. Ji ber vê yekê çavê min her li riya Wî bû. Heta ku min ji yekî bihîst ku Resûlûllah li cihê bi navê Quba yê nêzîkî Medîneyê li mala Benî Emr bin Ewf bûye mêvan, min ev halê xwe ji cihûyan veşart û ez bêdeng mam.
Rojekê gava min li bexçeyê xwe ji darxurmeyê xurmeyên ter berhev dikirin, yekî ji Benî Nedîr kir qîrîn: “Îro zilamê ereban hat!” Lerzekê ez girtim. Min yekser tekbîr anî û got: “Allahû ekber.” Di wê gavê de meta min Xalide bint Haris di bin darê de rûniştibû. Jineke pir pîr bû. Gava tekbîra min bihîst, li min xeyidî û got: “Allah destê te vala derxe û te negihîne hêviya te! Wellahî eger te bibihîsta ku Mûsa bin Îmran4 tê, tu ji vê zêdetir şa nedibûyî!” Min jê re got: “Metê! Wellahî Ew birayê Mûsa bin Îmran e û pêxemberek e wek wî. Li ser riya wî ye û bi wî tewhîdî hatiye şandin ku ew pê hatibû şandin.”
Li ser vê yekê ji min re got: “Kurê birayê min! Ma qey Ew ew pêxember e ku ji me re hatiye ragihandin wê nêzîkî qiyametê bê şandin?” Min got: “Belê.” Got: “Naxwe tu heqdar î.”5
Gava Resûlûllah hicret kir Medîneyê, ji bo ku Wî bibînim ez yekser ketim nav xelkê. Hema ku min cemala Wî ya mubarek, rûyê Wî yê nûranî dît, min got: “Rûyê Wî nabe rûyê derewkarekî!” Resûlûllah Îslamiyet ji mirovên civiyayî re vedigot û şîret li wan dikirin. Hedîsa şerîf a pêşî ku min li wir ji Resûlûllah bihîst ev e: “Silavê di nav xwe de belav bikin, birçiyan têr bikin, sileyê rehmê bikin (ziyareta xizmên nêzîk bikin), dema mirov di xew de ne nimêj bikin. Bi vî awayî hûn ê bi selametî bikevin Cennetê.”
Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) ez bi nûra nubuwwetê nas kirim û ferman kir: “Ma tu Îbn Selam î, alimê Medîneyê?” Gava min got: “Belê”, Pêxemberê me yê delal ferman kir: “Nêzîk bibe” û ev pirs kir: “Ey Ebdullah! Ji bo Allah teala bibêje! Ma te di Tewratê de wesfên min nexwendine û hîn nebûyî?” Min jî got: “Ma tu dikarî bibêjî sifetên Allah teala çi ne?”
Li hember vê pirsê Resûlûllah hinekî li bendê ma û Cebraîl eleyhisselam Sûreyê Îxlas anî xwarê. Gava min ev sûreyê ku Mezinê me Resûlûllah xwend bihîst, min yekser ji Pêxemberê me re got: “Belê ya Resûlellah! Tu rast dibêjî; ez şehadetê didim ku ji Allah teala pê ve tu îlah tune. Tu evd û Resûlê Wî yî”, min Kelîmeya Şehadetê anî û ez bûm misliman. Paşê min got: “Ya Resûlellah! Cihû miletekî zalim in ku ewqas derewan dikin mirov heyirî dimîne, îsnad û îftirayên bêesil dikin. Eger berî ku tu xûy û hemû halê min ji wan bipirsî û hîn bibî, ew bibihîzin û hîn bibin ku ez bûme misliman, bêguman wê li ba te îftirayên ku nayên bîra mirov li min bikin. Pêşî tu min ji wan bipirse!” û min xwe li aliyekî malê veşart. Li pey min komek ji giregirên cihûyan ket hundir. Mezinê me Resûlûllah ji cihûyan pirsî: “Ebdullah bin Selamê di nav we de kesekî çawa ye?” Cihûyan got: “Ew alimê me yê herî bilind e û kurê alimê me yê herî mezin e! Îbn Selam yê me yê herî bixêr e û kurê yê me yê herî bixêr e!” Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ji cihûyan pirsî: “Eger ew bûbe misliman, hûn ê çi bibêjin?”
«Allah teala ji min re da zanîn ku ji çar kesan hez dike. Ferman li min kir ku ez ji van çaran hez bikim. Ew Elî, Ebû Zer, Miqdad û Selman in» Hedîsa şerîf
Cihûyan bersiv da: “Allah wî ji tiştekî wiha biparêze!”
Hingê ez ji cihê ku min xwe lê veşartibû derketim û min got: “Gelî civata cihûyan! Ji Allah teala bitirsin! Tiştê ku ji we re hatiye qebûl bikin. Bi Allah teala sond dixwim, hûn jî dizanin ku resûlê Allah teala, yê ku hûn di Tewrata di destê xwe de dibînin ku nav û sifetên Wî nivîsandî ne, ev e. Ez şehadetê didim ku ji Allah teala pê ve tu îlah tune. Dîsa şehadetê didim ku Muhemmed eleyhisselam evd û resûlê Wî ye”; bi vê yekê min Ew tesdîq kir. Li ser vê yekê cihûyan got: “Ew yê me yê herî xerab e û kurê yê me yê herî xerab e!”, cûre cûre qusûr û îftira avêtin ser min û bi xerabî behsa min kir. Min got: “Jixwe ez ji vê ditirsiyam. Ya Resûlellah! Ma min ji te re negotibû ku ew miletekî zalim, derewîn û îftirakar in ku ji xerabiyê nasekinin? Va ye hemû derket holê!” Resûlûllah ji cihûyan re ferman kir: “Şehadeta we ya pêşî besî me ye, ya duyem jî bêluzûm e.” Li ser vê yekê ez yekser vegeriyam mala xwe.
Min malbata xwe û xizmên xwe dawetî Îslamiyetê kirin. Meta min jî di nav de, hemû bûn misliman.
Îmana min cihû gelek hêrs kirin. Loma dest pê kir ku min tengav bikin. Heta hin ji alimên cihûyan rabûn ku min ji Îslamiyetê vegerînin û got: “Ji ereban pêxember dernakeve, ev zilamê te hukumdar e”, lê bi ser neketin.»
Bi wî re Se’lebe bin Se’ye, Useyd bin Se’ye, Esed bin Ubeyd û hin cihû jî bi samîmî bûn misliman. Lê hin alimên cihûyan got: «Tenê yên me yên xerab bi Muhemmed bawer kir. Eger ew ji yên me yên bixêr bûna, dev ji dînê bav û kalên xwe bernedidan.» Li ser vê yekê Allah teala di bersiva wan de ayeta kerîme şand û bi mealî wiha ferman kir: «Ew (ehlê kitêbê) hemû ne yek in. Di nav ehlê kitêbê de cemaetek heye ku îbadet û taetê dike; ew di wextên şevê de diçin secdeyê û ayetên Allah teala dixwînin.»6
Halê min roj bi roj xerabtir e, bêhed, ya Resûlellah!
Bila êdî ef’alên min rast bibin, înayet, ya Resûlellah!
Ev nefsa min a denî har bû, ez dam pey şeytan.
Bi ev qas îsyanê çi mumkin e? Dexalet, ya Resûlellah!
Gelo mumkin e xelasbûn ji hewaya nefs û şeytan,
eger ji te negihîje hîdayet, ya Resûlellah?
Gava feyz û îhsana te kêliyekê bigihîje gunehkarekî,
riya wî li herdu aleman selamet e, ya Resûlellah!
Min tazîm ji emr û nehyê re kir, min ji heramê re negot helal.
Dawiya her gunehî bû nedamet, ya Resûlellah!
Ey Resûlê ins û cin, yê herî bilind ê însanan,
ji bo îxlasa min bibexşîne, şefaetê bike, ya Resûlellah!
«Silavê di nav xwe de belav bikin, birçiyan têr bikin, sileyê rehmê bikin, dema mirov di xew de ne nimêj bikin. Bi vî awayî hûn ê bi selametî bikevin Cennetê» Hedîsa şerîf
Dîmeneke kevn a Medîneya Munewwere (1890)
Hin bûyerên sala yekem a hicretê
Di sala yekem a hicretê de ji Ensar Es’ed bin Zurare, Bera bin Me’rûr û Kulsûm bin Hidm, ji muhaciran jî Osman bin Mez’ûn wefat kir. Herwiha Hezretê Ebûbekr û Bilalê Hebeşî (radiyellahû anhûma), ku li ber tesîra hewa û ava Medîneyê xwe ranegirtin, bi nexweşiya tayê ketin. Li ser vê yekê Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) dua kir: «Ya Rebbî! Çawa ku Te Mekke bi me daye hezkirin, Medîneyê jî bi me bide hezkirin û li vir bereket û firehiya rizq bide me.» Cenabê Heq jî duaya Wî qebûl kir û Medîne bi muhaciran da hezkirin.
Peymana nivîskî ya pêşî
Berî hicreta Mezinê me Resûlûllah, wê Ebdullah bin Ubey, reîsê qebîleya Xezrec a li Medîneyê, ji bo Medîneyê hukumdar bihata hilbijartin. Gava bi bîatên Eqebeyê û paşê bi bûyera hicretê piraniya qebîleyên Ews û Xezrec bûn misliman, hukumdariya Ebdullah bin Ubey pêk nehat. Ji ber vê yekê Ebdullah bin Ubey pêşî li hember Mezinê me Pêxember û Eshabê Kîram ên muhacir, paşê li hember sehabeyên Medîneyê diranên xwe diqirçandin, lê nikaribû dijminatiya xwe eşkere nîşan bide. Bi çend kesên wek xwe re zumreya munafiqan pêk anî. Van li ba mislimanan digot ku ketine dînê Îslamê, lê li pişt wan tinazên xwe pê dikirin. Bi dizî ve dest pê kir ku tovên nîfaqê biçînin û fitneyê derxin. Di vê yekê de ew qas pêş ve çûn ku rabûn gotinên mubarek ên Mezinê me Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) berevajî neql bikin û biguherînin.
Di vê navê de muşrikên Mekkeyê jî vala nedisekinîn; radibûn ku tiştên ku li Mekkeyê nikaribûn bi Mezinê me Resûlûllah bikin li Medîneyê bikin. Çawa ku ji muşrikên Medîneyê re nameyên gefê dişandin, ji qebîleyên cihûyan ên li Medîneyê re jî name û xeberên tijî gef dişandin. Van gefên wan bûn sebeb ku cihû nêzîkî Mezinê me Resûlûllah bibin.
Hingê cihû hatin huzûra Mezinê me Resûlûllah û got: «Em hatine ku bi te re sulhê bikin. Ka em peymanekê çêbikin, da ku zirara me negihîje hev.» Pêxemberê me jî bi wan re peymaneke pêncî û pênc madeyî çêkir; hin ji biryarên ku hatin girtin ev in:
1- Ev peyman belgeyek e ku Resûlûllah Muhemmed eleyhisselam di navbera mislimanên Mekkeyê û Medîneyê, yên ku tabiê wan in, yên ku paşê tevlî wan dibin û yên ku li kêleka wan şer dikin de nivîsiye.
2- Bêguman ev ji mirovên din cemaeteke cuda ne.
3- Her qebîle wê fîdyeya xelasiya dîlên xwe (li gorî edaleta di navbera mislimanan de) bi hev re bide.
4- Misliman wê li dijî wan kesan bisekinin ku di nav wan de tevliheviyê derdixin, zarokên wan bin jî.
5- Ji cihûyan yên ku tabiê mislimanan bibin, çawa ku wê tu zilm li wan neyê kirin, wê alîkariya wan jî bê kirin.
6- Cihû wê bi mislimanan re bibin komek; her kes wê îcabên dînê xwe bi cih bîne.
7- Yek ji cihûyan jî bêyî destûra Muhemmed eleyhisselam nikare derkeve sefereke leşkerî.
8- Tu kes wê xerabiyê bi wî kesî neke ku pê re peyman girêdaye; alîkariya yê ku zilm lê hatiye kirin wê miheqeq bê kirin.
9- Newala Medîneyê ji bo yên ku vê peymanê çêdikin herêmeke heram e ku destdirêjî lê nabe.
10- Muşrikên Mekkeyê û yên ku alîkariya wan dikin bi tu awayî nayên himayekirin.
11- Li hember kesên ku êrîşî Medîneyê bikin misliman û cihû wê alîkariya hev bikin.
Bi vê peymanê cihûyan (bi xuyanî) wê bi mislimanan re dostî bikira, kîn ji wan negirta û dijminatî nekira.7
Ey Hebîbê Min, xemgîn nebe
Cihûyên ku dijminatiya xwe di dilê xwe de vedişart, piştî ku peymana jorîn îmze kir kom bi kom hatin ba Mezinê me Pêxember. Pirsên ku li gorî wan gelek zor bûn jê kirin. Ji bersivên ku wergirtin fêm kir ku Ew pêxemberê heq e. Lê ji înad û hesûdiya xwe îman neanî. Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Eger ji alimên cihûyan deh kesan bi min îman bianiya, hemû cihûyan wê îman bianiya.» Allah teala bi vê ayeta xwe ya kerîme dilê Mezinê me Resûlûllah, yê ku wiha xemgîn bûbû, xweş kir: «(Ey Hebîbê Min!) Ey Resûlê bişan! Bila (halê) wan kesan te xemgîn neke ku di kufrê de dibezin: ew ên ku bi dilê xwe bawer nakin û bi devê xwe dibêjin “me bawer kir” (munafiq) û yên ji cihûyan. Ew bê navber guh didin derewan û ji bo qewmekî din (cihûyên Xeyberê) ku nayê huzûra te (ji Benî Qureyze) casûsiyê dikin. Ew cihê gotin û heqîqetên ku bihîstine diguherînin, bi awayekî ku ji heqiyê dûr bixe vedibêjin. Û dibêjin: “Eger ev (fetwa) ji we re bê dayîn wê qebûl bikin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin.” Allah teala bixwaze ku kî bikeve fitneyê, êdî tu bi tu awayî nikarî pêşî li îradeya Allah teala bigirî. Ew kesên wisa ne ku Allah teala nexwestiye dilên (wan) paqij bike. Ji bo wan li dinyayê zîllet û perîşanî, li axretê jî ezabekî pir mezin heye.»8
Ji ber peymana ku hatibû çêkirin hin ji sehabeyan bi cîranên xwe yên cihû re dostî danîbû. Allah teala ew jî ji vê men kirin û ferman kir: «Gelî yên ku îman anîne! Ji bilî birayên xwe yên dînî kesên din (kafir û munafiqan) ji xwe re nekin dost. Ew di xerabiya li we û di derxistina fesadê de kêmasiyê nakin û dixwazin ku hûn bikevin tengasiyê. Kîn û dijminatiya wan a li hember we ji devê wan rijiyaye derve. Dijminatiya ku di dilên xwe de vedişêrin jî hîn mezintir e. Eger hûn bifikirin û fêm bikin, Me ayetên li ser dijminatiya wan eşkere kirine (Me tiştên ku divê hûn bala xwe bidinê pir eşkere nîşan dane).»9
Muşrikên Mekkeyê bê navber muşrik, munafiq û cihûyên Medîneyê û qebîleyên derdora Medîneyê tehrîk dikirin û gef li wan dixwar. Dixebitîn ku demek berî demekê nûra Îslamê vemirînin û li riyan digeriyan ku wucûda mubarek a Pêxemberê me yê delal ji holê rakin.
«Eger ji alimên cihûyan deh kesan bi min îman bianiya, hemû cihûyan wê îman bianiya» Hedîsa şerîf
Li hember van kirinên munafiq û muşrikan Mezinê me Resûlûllah her tim riya sulhê digirt. Hin ji Eshabê Kîram bawer dikir ku êdî divê li dijî dijmin derkevin û wiha dua dikir: «Ya Rebbî! Ji bo me di riya Te de ji têkoşîna bi van muşrikan re bi qîmettir tiştek tune. Ev muşrikên Qureyşê ne ku pêxembertiya Hebîbê Te derewîn derxist û Ew mecbûr kir ku ji Mekkeyê derkeve. Allahê min! Miheqeq Tu yê destûrê bidî me ku em bi wan re şer bikin!…» Mezinê me Resûlûllah jî di vê rê de li benda emrê Allah teala bû; çi bihata fermankirin, li gorî wê tevdigeriya. Êdî wext hatibû. Di wehya ku Cebraîl eleyhisselam anî de wiha dihat fermankirin: «Hûn jî di riya Allah teala de bi wan re şer bikin ku şer bi we re dikin. Lê ji hedê xwe derbas nebin û zêde neçin. Bêguman Allah teala ji yên ku zêde diçin hez nake. Wan (kafiran) li ku derê bibînin bikujin. Çawa ku wan hûn (ji Mekkeyê) derxistin, hûn jî wan derxin. Fitneya wan a şirkê ji kuştina mirovan xerabtir e. Heta ku ew li Mescîdul-Heramê bi we re şer nekin, hûn jî li wir bi wan re şer nekin. Lê eger ew we li wir bikujin, hûn jî wan li wir bikujin. Cezayê kafiran wiha ye. Eger ew dev ji înkara Allah teala û ji şer berdin, (hûn jî dev jê berdin. Çimkî) bêguman Allah teala gelek mexfîret û merhemetê dike.»10
Di ayeteke kerîme ya ku paşê hat şandin de jî Allah teala wiha ferman kir: «Heta ku ji fitneya şirkê eser nemîne û dîn jî tenê bibe yê Allah teala (heta ku îbadet tenê ji Allah teala re bê kirin) bi wan muşrikan re şer bikin. Eger dev (ji şirkê) berdin, (zilm li wan tune.) Êdî dijminatî (ceza) tenê li ser zaliman e.»11
Ma medehtû Muhemmeden bî meqaletî,
Lakin medehtû meqaletî bî Muhemmedin.
(Ez nikarim medhê Muhemmed eleyhisselam bikim,
Bi Wî ez qîmetê didim nivîsên xwe.)
Îmamê Rebbanî (rehmetûllahî eleyh)
