Pêxemberê Min ê Delal

XEZWE Û SERIYYE

Dema li Mekkeyê bûn, muşrikan gelek zilm li mislimanan dikir. Li hinekan dixist, serê hinekan dişikand, îşkenceyên nedîtî li hinekan dikirin. Hingê destûra şer tune bû. Çimkî muşrik pir bûn. Şer wê li zirara mislimanan bûya. Piştî ku hatin Medîneyê Eshabê Kîram zêde bûn. Bi alîkariya Ensar qewet çêbû. Îslamiyetê şewket dît û cîhad meşrû bû. Destûr hat dayîn ku bi kafiran re şer bikin.

Sefer, xezwe û seriyye

Mezinê me Fexrê Kaînatê sellellahû eleyhî we sellem ji bo parastina asayîşa Medîneyê û ji bo kontrolkirina halê dijminan seriyye (mufrezeyên êrîşê, bolûk) yanî yekîneyên leşkerî yên biçûk tertîb kirin. Hejmara kesên ku tevlî van seriyyeyan dibûn, ku Resûlûllah bi xwe beşdar nedibû û dişand ser kafiran, di navbera pênc û çar sedî de diguherî. Ji şerên ku Mezinê me Pêxember tevlî wan bûye û bi xwe îdare kirine re jî xeza (xezwe) tê gotin. Ji çûyîna leşker a şer re sefer, ji halê şer re jî seferberî tê gotin.

Pêxemberê me yê delal ji bo ku pêşî li êrîşên ji nişka ve yên dijmin bigire li Medîneyê usûla nobedariyê danî, dewriye derxistin û tedbîrên emniyetê yên pêwîst girtin.

Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bîst û heft xezwe kirin. Ev in: Ebwa (Weddan), Buwat, Bedra Yekem (Sefewan, Bedra Pêşî), Zul-Uşeyre, Bedr (Bedra Kubra), Qerqeretul-Kedr, Benî Qeynuqa, Sewîq, Xetafan (Enmar, Zî-Emr), Behran (Benî Suleym, Necran), Uhud, Hemraul-Esed, Benî Nedîr, Bedra Biçûk (Bedra Suxra), Zatur-Riqa, Dûmetul-Cendel, Mureysî (Benî Mustelîq), Xendeq (Ehzab), Benî Qureyze, Benî Lihyan, Xabe (Zî Qered), Xeyber, Wadil-Qura, Fetha Mekkeyê, Huneyn, Taîf û Tebûk.

Ji van xezweyan tenê di nehan de şer qewimiye. Ev xezwe ev in: Bedr (Bedra Kubra), Uhud, Mureysî (Benî Mustelîq), Xendeq (Ehzab), Benî Qureyze, Xeyber, Wadil-Qura, Huneyn û Taîf. Mekke bê şer hat fethkirin û hemû xelkê wê bû misliman.

Di xezweyên din de tu şer çênebûye: di hinekan de peyman hatiye çêkirin, hinek teslîm bûne; beşek ji kafiran newêribûne bi leşkerê Îslamê re rû bi rû bên, piraniya kafiran jî hema ku bihîstine leşkerê Îslamê tê, reviyane çiyayan û winda bûne.

Bi vî meselî hemû dewlet fewz û felahê dibînin:
«Eger tu sulh û selahê dixwazî, ji bo cengê amade be.»
Ebdulheq Molla

«Hûn jî di riya Allah teala de bi wan re şer bikin ku şer bi we re dikin. Lê ji hedê xwe derbas nebin û zêde neçin» Beqere: 190

Seriyyeyên ku Mezinê me Resûlûllah şandine

Seriyyeyên pêşî – Bolûka Hezretê Hemze

Lazim bû ku muşrikan ji aliyê ticaret û îqtîsadê ve zeîf bixin û bînin rê. Ji bo vê pêwîst bû ku riyên ticaretê yên Sûriyeyê bên birîn. Di wê navê de hat bihîstin ku karwanekî muşrikan di nêzîkî Medîneyê re derbas dibe. Di serê Remezanê de, meha heftem a sala yekem a hicrî, Pêxemberê me yê delal ferman kir ku yekser amadekariya seferê bê kirin û Hezretê Hemze li ser sî siwaran kir fermandar. Şîret lê kir ku ji Allah teala bitirse û bi yên di bin emrê xwe de re baş be, paşê ferman kir: «Di riya Allah teala de, bi zikirkirina navê Allah teala derkevin xezayê! Bi wan re şer bikin ku Allah teala nas nakin…» Alayeke spî da Hezretê Hemze û ew bi rê kir.

Hezretê Hemze bi siwarên di bin emrê xwe de ber bi karwanê muşrikan ve bi rê ket, ku sê sed siwaran ew diparast. Gava karwan, ku ji Şamê diçû Mekkeyê, gihîşt cihê ku jê re Sîful-Behr tê gotin, rastî mucahidan hat. Sehabiyên bişan yekser ketin nîzama şer û ji bo şer amade bûn. Di wê navê de Mecdî bin Emrê Cuhenî, ku li wir bû, gihîşt û ket navbera wan. Mecdî bin Emrê Cuhenî muttefiqê herdu aliyan bû. Dît ku misliman bi hejmar pir hindik, muşrik jî gelek zêde ne û fikirî ku dibe misliman bên şikandin. Bi hêviya ku dewleta mislimanan heta hetayê bidome navbeynkarî kir û herdu alî ji şer vegerandin. Paşê Hezretê Hemze û hevalên wî vegeriyan Medîneyê. Gava kirina Mecdî ji Mezinê me Pêxember re hat erzkirin, memnûniyeta xwe da zanîn û ferman kir: «Karekî mubarek, baş û rast kiriye.»1

Bolûka Ubeyde bin Haris

Piştî vê dawiya seriyyeyan nehat. Şêst an heştê mucahid dan bin emrê Hezretê Ubeyde bin Haris û ew şandin Rabixê. Hema ku herdu leşker hatin hember hev, herdu aliyan dest bi avêtina tîran kir. Ji leşkerê Îslamê yê ku pêşî tîr avêt Se’d bin Ebî Weqqas bû. Du sed muşrikên di bin emrê Ebû Sufyan de guman kir ku piraniya leşkerê Îslamê di kemînê de ye, ji mislimanan tirsiyan û selamet di revê de dît.2

Em di riya Allah de ceng bikin, şan bistînin, şan…
Di Qur’anê de Hezretê Yezdan zeferê wad dike.

«Di riya Allah teala de, bi zikirkirina navê Allah teala derkevin xezayê! Bi wan re şer bikin ku Allah teala nas nakin» Hedîsa şerîf

Xezweyên Mezinê me Resûlûllah

Xezweyên pêşî – Xezweya Weddanê

Jê re Xezweya Ebwayê jî tê gotin. Xezweya pêşî ya Resûlûllah e. Di meha dozdehan a hicretê de qewimiye. Li Medîneyê Hezretê Se’d bin Ubade wekîl hat hiştin. Bi şêst kesan çûn ser Qureyş û qebîleya Benî Demre. Sencaq Hezretê Hemze hildigirt. Rastî mekkeyiyan nehatin. Hatin cihê ku jê re Weddan tê gotin. Bi qebîleya Benî Demre re peymaneke nivîskî hat çêkirin. Li gorî vê:

1- Benî Demre wê bi tu awayî alîkariya dijmin nekin;

2- emniyeta can û malê Benî Demre wê di bin temînata mislimanan de be;

3- li hember vê, gava Mezinê me Pêxember Benî Demre gazî şerekî bike, ew ê yekser bên hawarê.

Xezweya Buwatê

Ev xezwe xezweya duyem a Resûlûllah e. Meha Rebîulewwelê ya sala duyem a hicretê bû. Li Medîneyê Hezretê Saib bin Osman bin Mez’ûn wekîl hat hiştin. Gava xeber hat ku karwanekî muşrikan ê sed kesî di bin îdareya Ebû Sufyan de bi du hezar û pênc sed deveyan diçe Şamê, bi du sed kesan çûn ser qefleya Qureyşê. Digel ku heta Çiyayê Buwatê her alî gav bi gav hat gerîn jî muşrik nehatin girtin.

Xezweya Zul-Uşeyre

Di serê meha şazdehan a hicretê de hat kirin. Xeber hat ku karwanekî mezin ê ticaretê yê muşrikên Mekkeyê di bin fermandariya Ebû Sufyan de diçe Şamê. Resûlûllah Ebû Seleme bin Ebdulesed li şûna xwe wekîl hişt. Sencaq da Hezretê Hemze (radiyellahû anhû). Sî deveyên wan hebûn, bi dorê lê siwar dibûn. Bi sed û pêncî an du sed mucahidan hatin cihê ku jê re Uşeyre tê gotin û çend rojan li bendê man. Girtina karwên mumkin nebû. Bi Benî Mudlic re sulh kir û vegeriyan Medîneyê.

Xezweya Bedrê ya pêşî

Jê re Xezweya Sefewanê jî tê gotin. Hîn çend roj di ser vegera ji Xezweya Buwatê re derbas bûbûn ku xeber hat: qureyşiyekî bi navê Kurz bin Cabirê Fihrî bi mirovên xwe re avêtiye ser Çiyayê Cemmayê û dewar û deveyên ku li wir diçêriyan ajotine û birine.

Mezinê me Pêxember Zeyd bin Harise li şûna xwe wekîl hişt û bi hinek eshaban re ber bi cihê bûyerê ve bi rê ket. Sencaq vê carê da Hezretê Elî.

Gava mucahid gihîştin cihê bûyerê, Kurz û yên din heywan berdabûn û şopa xwe winda kiribû. Digel ku heta Newala Sefewanê ya Bedrê li bin her kevirî hat nêrîn jî nehatin dîtin.

Bolûka Ebdullah bin Cehş (Seriyyeya Betnê Nexleyê)

Rojekê Mezinê me Pêxember xwest ku ji bo çavdêriya muşrikên Qureyşê seriyyeyekê bişîne Nexleyê. Xwest ku Hezretê Ebû Ubeyde bin Cerrah bike fermandarê leşkerên ku wê bên şandin. Ebû Ubeyde bin Cerrah gava ev emir wergirt, ji êşa ku wê ji Pêxemberê me dûr bimîne dest bi girî kir.

«Mizgînî li wan be ku di riya hecê de dimirin û di riya Allah de xezayê dikin!» Hedîsa şerîf

Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) li şûna wî Hezretê Ebdullah bin Cehş kir emîr.3

Ebdullah bin Cehş ji wan zatan bû ku Îslamiyet bi heyecan dijiyan. Gava bû misliman, digel ku kafiran îşkenceyên ku nayên bîra mirov lê kirin jî, bi hêza îmanê li ber wan sekinîbû û bi metanet eza û cefayên wan kişandibûn. Ji ber vê yekê Mezinê me Pêxember di heqê wî de ji eshabên xwe re ferman kiribû: «Di nav we de yê ku herî zêde li ber birçîbûn û tîbûnê disekine û sebir dike ew e.» Ebdullah bin Cehş mizgîniyên ku Mezinê me Resûlûllah ji bo şehîdan dabûn bihîstibûn û her tim bi hesreta şehadetê bû. Di şeran de li rêza herî pêş wek qehremanan şer dikir.

Hezretê Ebdullah bin Cehş dibêje: «Wê rojê, gava Resûl eleyhisselam nimêja eşayê kir, gazî min kir ba xwe. Ferman kir: “Sibê zû were ba min. Bila çeka te jî bi te re be. Ez ê te bişînim aliyekî.”

Gava bû sibeh ez çûm mizgeftê. Şûr, kevan, tîr û çenteyê min li min bûn, mertalê min jî bi min re bû. Resûl eleyhisselam piştî ku îmametiya nimêja sibehê kir, vegeriya mala xwe. Ji ber ku ez berê hatibûm, ez li ber derî li bendê bûm. Ji muhaciran çend kes dîtin ku wê bi min re biçûna. Ferman kir: “Min tu li ser van kesan kirî fermandar” û nameyek da min. Ferman kir: “Here! Piştî ku tu du şevan bi rê ve çûyî nameyê veke. Li gorî tiştê ku tê de hatiye fermankirin tevbigere.” Min pirsî: “Ya Resûlellah! Ez bi kîjan alî ve herim?” Ferman kir: “Riya Necdiyeyê bigire. Berê xwe bide Rekiyeyê, bide bîrê!”»

Gava Ebdullah bin Cehş ji bo sefera Nexleyê hat wezîfedarkirin, cara pêşî sifetê Emîrul-Muminîn jê re hat dayîn. Di Îslamê de emîrê ku cara pêşî bi vî navî hat binavkirin ew bû. Bi yekîneyeke heşt an dozdeh kesî piştî du rojan gihîştin cihê Melelê; di nameya ku vekir de wiha nivîsandî bû:

«Bismillahirrehmanirrehîm. Gava te çav li vê nameyê gerand, bi nav û bereketa Allah teala bimeşe û here, heta ku tu dakevî Newala Nexleyê ya di navbera Mekke û Taîfê de. Yekî ji hevalên xwe jî mecbûr neke ku bi te re bê! Li Newala Nexleyê çavdêriya qureyşiyan û karwanê qureyşiyan bike, bide pey wan û wan kontrol bike. Xeberên wan bigihîne me.»

Emîrul-Muminîn Hezretê Ebdullah bin Cehş piştî ku name xwend, got: «Em evdên Allah teala ne û em ê her li Wî vegerin. Min bihîst û min îtaet kir. Ez ê emrê Allah teala û Resûlê Wî yê delal bi cih bînim», name maç kir û danî ser serê xwe. Paşê berê xwe da hevalên xwe û got: «Kî ji we bi hesreta şehadetê be, bila bi min re bê. Yê ku naxwaze bê, dikare vegere û here. Ez yekî ji we jî mecbûr nakim. Eger hûn neyên, ez ê bi tena serê xwe herim û emrê Resûl eleyhisselam bi cih bînim.» Hevalên wî hemûyan bi hev re bersiv da: «Me emrên Mezinê me Pêxember bihîstin. Em îtaetkarên Allah teala, Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) û te ne. Tu li ku derê dixwazî, li ser bereketa Allah teala bimeşe.»

Ev leşkerê biçûk, ku Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas jî tê de bû, ber bi Hîcazê ve bi rê ket û hat Nexleyê. Li cihekî xwe veşartin û dest bi çavdêriya qureyşiyên ku di wir re dihatin û diçûn kir. Di wê navê de qefleyeke Qureyşê derbas bû. Deveyên wan barkirî bûn. Mucahid nêzîkî qefleyê bûn û ew dawetî Îslamê kirin; gava qebûl nekir dest bi şer kir. Yek kuşt û du kes dîl girtin; negihîştin yekî, ji ber ku siwarê hespê bû. Hemû malê kafiran ji mucahidan re ma. Ebdullah bin Cehş pêncyeka van malên xenîmetê ji Mezinê me Resûlûllah re veqetand. Ev xenîmeta pêşî bû ku mislimanan girt.4

Mezinê me Pêxember Îslamiyet ji dîlan re vegot û teklîfî wan kir ku îman bînin. Hekem bin Keysan bû misliman. Osman bin Keysan Îslamiyet red kir û çû Mekkeyê.

Mescîda Qibleteyn

Di ser hicreta Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) a Medîneya Munewwere re hivdeh meh derbas bûbûn. Heta hingê nimêjên xwe her tim ber bi Beytul-Muqeddesa li Qudsa Şerîf ve dikirin. Di van rojan de gotina cihûyan gihîşt Mezinê me Resûlûllah, ku digot: «Çi karekî ecêb e! Dînê wî ji me cuda ye, lê qibleya wî wek ya me ye!» Ji van gotegotan dilê Wî yê şerîf êşiya.

Rojekê gava Cebraîl eleyhisselam hat, jê re ferman kir: «Ey Cebraîl! Ez dixwazim ku Allah teala rûyê min ji qibleya cihûyan bizivirîne Kabeyê.»

Cebraîl eleyhisselam jî bersiv da: «Ez tenê evdek im. Vê ji Allah teala niyaz bike!»

Piştî vê ayeta kerîme ya 144an a Sûreyê Beqere nazil bû. Allah teala wiha ferman kir: «(Ey Hebîbê Min! Ji bo ku wehy bê) Em bêguman dibînin ku rûyê te her ber bi asîman ve dizivire. Loma Em ê te bizivirînin qibleyeke ku tu pê razî bibî. Niha rûyê xwe bizivirîne aliyê Mescîdul-Heramê (Kabeyê). (Gelî muminan!) Hûn jî li ku derê bin, di nimêjan de rûyê xwe bizivirînin wî alî. Şik tune ku yên ku kitêb ji wan re hatiye dayîn bêguman dizanin ku ev zivirandina qibleyê ji aliyê Rebbê wan ve heq e. Allah teala jî ji tiştên ku ew ê bikin ne xafil e.»

Gava roja sêşemê, di nîvê meha Şebanê de ev ayeta kerîme nazil bû, Mezinê me Resûlûllah li Mizgefta Benî Selîme îmametiya nimêja nîvro an ya esrê ji eshabên xwe re dikir. Di rikata sêyem a nimêjê de bû ku emir hat ku ber bi Kabeyê ve bizivirin. Hema ku wehy wergirt berê xwe da Kabeya Muezzeme. Eshabê Kîram jî li pey Mezinê me Hebîbê Ekrem zivirîn wî alî. Ji hingê ve navê «Mescîda Qibleteyn», yanî mizgefta duqible, li vê mizgeftê hat kirin.

Mezinê me Resûlûllah çû Qubayê jî, mihraba mizgefta ku pêşî hatibû avakirin bi destên xwe yên mubarek ji nû ve çêkir û dîwarên mizgeftê guhertin.5

«Ey Cebraîl! Ez dixwazim ku Allah teala rûyê min ji qibleya cihûyan bizivirîne Kabeyê» Hedîsa şerîf

Mescîda Qibleteyn

Qibleya pêşî ya mislimanan Mescîdul-Eqsa bû, ku li aliyê bakurê rojava ye. Ev der qibleya cihûyan jî bû. Cihûyan digot misliman ber bi qibleya me ve dizivirin û tinazên xwe bi Eshabê Kîram dikirin. Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) ji Cenabê Heq re dua kir û xwest ku qibleya me bibe Kabeya Muezzeme. Gava Mezinê me Resûlûllah li vê mizgeftê îmametiya nimêjeke nîvro [di rîwayeteke din de nimêja esrê] dikir, ayeta kerîme ya ku meala wê «Ber bi Kabeyê ve bizivirin» e nazil bû û zivirîn Kabeya Muezzeme, ku li aliyê başûrê rojhilat e. Loma ji vê mizgeftê re Mescîda Qibleteyn tê gotin, ku tê maneya mizgefta duqible.