Pêxemberê Min ê Delal

XEZWEYA BEDRÊ

Ji vê xezweyê re Bedra Duyem, Bedra Qîtal û Bedra Kubra jî tê gotin. Serkeftina Eshabê Kîram di seriyyeyên ku hatin kirin de dest pê kir ku kafiran bitirsîne. Êdî karwanên wan bi qefleyan û bi leşker re derdiketin seferê. Di sala duyem a hicretê de muşrikên Mekkeyê ji her malbatê sermaye girt û karwanekî hezar deveyî şand Şamê. Li serê wan ji giregirên Mekkeyê Ebû Sufyan hebû û hîn nebûbû misliman.1 Ji bo parastina karwên nêzîkî çil nobedar jî hatibûn wezîfedarkirin… Piştî ku mal bihatana firotin, wê bi hemû pereyan çek bikiriyana û ev ê di şerê bi mislimanan re bihatana bikaranîn.

Gava Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) bihîst ku muşrikan karwanekî mezin ji bo ticaretê şandiye Şamê, ji bo keşfa halê wan çend kes ji muhaciran wezîfedar kirin. Gava gihîştin cihê ku jê re Zul-Uşeyre tê gotin, hîn bûn ku karwan derbas bûye û vegeriyan Medîneyê. Eger çek û malê ehlê kufrê ji destê wan bihata girtin, zirara wan wê negihîşta ehlê Îslamê û muqawemeta wan wê bişkesta. Ji ber vê yekê Mezinê me Resûlûllah li hal nêrî, ew pîva û yekser dest bi amadekariyên şer kir.

Ebdullah Îbn Ummu Mektûm li şûna xwe hişt da ku îmametiya nimêjê bike.2 Hezretê Talhe bin Ubeydullah û Seîd bin Zeyd jî kirin desteya keşfê û şandin da ku vegera karwên hîn bibin.3 Ji ber ku xanima Hezretê Osman giran nexweş bû, emir lê kir ku li Medîneyê bimîne. Paşê wezîfe da çar kesên din jî. Bi vî awayî yên wezîfedar bûn heşt kes.

Firsend ne ew bû ku ji dest bê berdan. Mezinê me Pêxember yekser amadekarî kir, ji muhacir û Ensar sê sed û pênc sehabî dan ba xwe û roja dozdehê Remezana şerîf ber bi cihê Bedrê ve meşiya. Hejmara wan bi yên wezîfedar re digihîşt 313 kesan.4 Şêst û çar ji wan ji muhaciran bûn.

Bedr cihek bû ku riyên Mekke, Medîne û Sûriyeyê lê digihîştin hev.

Ji bo ku derkevin vê seferê xortên nûgihîştî, heta jinan jî lava ji Mezinê me Pêxember dikir. Li ser wê yekê ku Ummu Wereqe hat huzûra Mezinê me Resûlûllah û got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, ez dixwazim bi te re bêm. Ez ê birînên birîndaran bipêçim û xizmeta nexweşan bikim. Belkî Allah teala şehadetê bike para min jî!», Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kiribû: «Tu li mala xwe rûne, Qur’ana Kerîm bixwîne. Bêguman Allah teala wê şehadetê bike para te.»

«Tu (Ummu Wereqe) li mala xwe rûne, Qur’ana Kerîm bixwîne. Bêguman Allah teala wê şehadetê bike para te» Hedîsa şerîf

Riya Xezweya Bedrê

Se’d bin Ebî Weqqas vegot: «Gava Mezinê me Resûlûllah xwest zarokên ku dixwestin bi me re bên xezayê vegerîne, min dît ku birayê min Umeyr dixebite xwe li aliyekî veşêre û neyê dîtin. Hingê şazdeh salî bû. Min got: “Çi bi te hatiye ku tu xwe wiha vedişêrî?” Got: “Ez ditirsim ku Mezinê me Resûlûllah min jî biçûk bibîne û vegerîne! Ma ne ez dixwazim tevlî xezayê bibim û Allah teala şehadetê bike para min!” Di wê navê de gava behsa wî ji Mezinê me Resûlûllah re kirin, ji birayê min re ferman kir: “Tu vegere.” Hingê birayê min Umeyr dest bi girî kir. Mezinê me Hebîbê Ekrem, deryaya merhemetê, li ber hêstirên wî xwe negirt û destûr da. Ma ne ji ber ku birayê min bi xwe nikaribû şûrê xwe girê bide, min ew bi pişta wî ve girêdabû!»5 Sencaqa Pêxemberê me yê delal, Mezinê Aleman, Mus’eb bin Umeyr, Se’d bin Muaz û Hezretê Elî hildigirt.6 Li ba Eshabê Kîram tenê sê hesp û heftê deve hebûn. Ji hespan yek yê Miqdad, yek yê Zubeyr, yek jî yê Mersed bin Ebî Mersed bû. Du an sê kes bi dorê li deveyekê siwar dibûn. Mezinê me Resûlûllah bi Hezretê Elî, Ebû Lubabe û Mersed bin Ebî Mersed re bi dorê siwar dibû. Lê wan hemûyan lava dikir ku Resûl eleyhisselam nemeşe û her tim li ser deveyê here: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Tu ji deveyê peya nebe. Li şûna zatê te yê bilind em ê bimeşin.» Lê Sultanê Kaînatê xwe ji wan cuda nedidît û ferman kir: «Ne hûn di meşê de ji min bi hêztir in, ne jî ez di ecr û xelatê de ji we bêtir mustexnî û bêhewce me.» Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) û eshabên Wî yên bilind li çolê di bin germeke sincirî de dimeşiyan. Ser de jî bi rojî bûn. Eshabê Kîram ji bo belavkirina Îslamiyetê gelek tengasî dikişandin û bi eşq û şewq li pey Mezinê me Pêxember diçûn. Çimkî di dawiyê de rizaya Allah teala û Resûlê Wî hebû, şehadet û Cennet hebû ku pir dixwestin… Pêxemberê me yê delal li halê eshabên xwe nêrî û dua kir: «Allahê min! Ew peya ne. Tu dewarên siwariyê bide wan! Allahê min! Ew rût û tazî ne. Tu wan bi cil bike! Allahê min! Ew birçî ne, wan têr bike. Feqîr in, bi fezl û kerema xwe wan dewlemend bike!»

Dema Mezinê me Pêxember û leşkerê Wî yê mubarek di bin van germên dijwar de ber bi Bedrê ve diçûn, karwanê muşrikan ê ku ji Şamê dihat jî nêzîkî Bedrê bûbû. Du sehabiyên ku Mezinê me Pêxember şandibûn da ku xebera karwên bînin, hîn bûn ku karwan dikare di nav rojek-du rojan de bê Bedrê û bi lez vegeriyan. Yên karwên gava hatin wî gundê ku wan lê xeber girtibû, ji gundiyan pirsî: «Haya we ji casûsên mislimanan heye?» Wan got: «Em nizanin. Lê du kes hatin, hinekî li vir rûniştin, paşê rabûn û çûn.»

Ebû Sufyan çû wî cihê ku salix dabûn û lê nêrî; pişkulên deveyan ên li erdê pelçiqandin, di nav wan de dendikên êm dîtin û got: «Ev êmê Medîneyê ye; ez wisa guman dikim ku ew herdu zilam casûsên Muhemmed (eleyhisselam) in.» Texmîn kir ku misliman gelek nêzîk in û tirseke mezin ket dilê wî. Ji bo aqûbeta karwên ket endîşeyê û biryar da ku şev û roj bimeşe û bêyî ku wext winda bike di peravê Deryaya Sor re bi lez here Mekkeyê. Herwiha yekî bi navê Demdem bin Emrê Xifarî kir qasid û şand Mekkeyê da ku hal bide zanîn.7

«Allahê min! Ew (eshabên min) peya ne. Tu dewarên siwariyê bide wan! Allahê min! Ew rût û tazî ne. Tu wan bi cil bike! Allahê min! Ew birçî ne, wan têr bike. Feqîr in, bi fezl û kerema xwe wan dewlemend bike!» Hedîsa şerîf

Ev kes gava hat Mekkeyê kirasê xwe ji pêş û ji paş ve çirand. Palana deveya xwe berevajî kir. Di halekî ecêb de dest bi hawar û qîrînê kir: «Hawaaar! Hawar!… Gelî qureyşiyan! Bigihîjin!… Muhemmed û eshabên wî êrîşî karwanê we, êrîşî malên we yên li ba Ebû Sufyan kirine. Eger hûn bigihîjin, hûn dikarin karwanê xwe xelas bikin!…»

Mekkeyiyên ku ev bihîst yekser xwe dan hev û amadekariyên xwe kirin. Heft sed siwarên deveyan, sed siwarên hespan û sed û pêncî peya civandin. Gava ji Ebû Leheb re got: «De tu jî tevlî bibe!», ji tirsan nexweşiya xwe kir behane. Li şûna xwe As bin Hîşam bedel şand. Muşrikê bi navê Umeyye bin Xelef di amadekariya şer de gelek sist tevdigeriya. Çimkî bihîstibû ku Mezinê me Pêxember ferman kiriye: «Eshabên min wê Umeyye bikujin.» Ji ber ku dizanibû Ew tu carî ji rastiyê neqetiyaye, ditirsiya. Loma li hember israrên Ebû Cehl got ku ew kal e û pir qelew e. Lê gava Ebû Cehl ew bi tirsonekiyê îtham kir, mecbûr ma ku here.

Leşkerê muşrikan nêzîkî hezar kesî bû. Hemûyan zirxên hesinî li xwe kiribûn. Jinên dengxweş bi wan re bûn. Ji bîr nekiribû ku alavên sazê û meyê jî bi xwe re bibin. Guman dikir ku bi leşkerekî ewqas bi hêz ne tenê bi ser sê sed kesî, bi ser leşkerekî hezar kesî jî wê di cih de bikevin. Heta hin hebûn ku hîn bi rê neketibûn hesabê kesên ku wê bikujin û xenîmetên ku wê bigirin dikirin. Lê emela herî mezin a hemûyan ew bû ku Îslamê ji holê rakin. Ev keriyê muşrikên har bi defên ku jinan lê dixist û bi stranên ku digotin bi rê ket.

Di wê navê de Ebû Sufyan gelek ji Bedrê dûr ketibû û ber bi Mekkeyê ve rêyeke dirêj çûbû. Gava piştrast bû ku xeter rabûye, mirovê xwe yê bi navê Qeys bin Îmriul-Qeys şand ba Qureyşê û got: «Gelî cemaeta Qureyşê! Hûn ji bo parastina karwanê xwe, mirovên xwe û malên xwe ji Mekkeyê derketibûn. Em ji xeterê xelas bûn. Êdî vegerin!…» Herwiha şîret kir: «Nebe ku hûn ji bo şerê bi mislimanan re herin Medîneyê!»

Gava Qeys xeber ji leşkerê muşrikan re anî, Ebû Cehl got: «Sond dixwim ku em ê herin Bedrê, sê roj û sê şevan şahiyê bikin, deveyan serjê bikin û şerabê vexwin. Qebîleyên derdorê wê li me temaşe bikin, çavên wan li halê me bimîne û bibînin ku em ji tu kesî natirsin. Piştî vê ji heybeta me tu kes newêre êrîşî me bike. Ey leşkerê Qureyşê yê ku nayê şikandin! Bimeşin…» Qeys dît ku Ebû Cehl ne di wî halî de ye ku guh bide gotinê, vegeriya û hal ji Ebû Sufyan re got. Ebû Sufyan, ku kesekî dûrbîn û bi tedbîr bû, nikaribû xwe bigire û got: «Eywax! Heyf li Qureyşê!… Ev planeke Emr bin Hîşam (Ebû Cehl) e. Wî ev kar miheqeq bi sewdaya serokatiya li ser mirovan kiriye. Ma ne harîtiyeke wiha her dem kêmasî û bêyomiyeke mezin e! Eger misliman rastî wan bên, wey li halê Qureyşê!…»

Karwan bi lez gihand Mekkeyê û xwe gihand leşker. Di wê navê de Mezinê me Serwerê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) bi eshabên xwe re nêzîkî Bedrê dibû. Carekê di nav leşkerê Îslamê de ji muşrikên Medîneyê Xubeyb bin Yesaf û Qeys bin Muherris dîtin. Digel ku kumzirxê hesinî li serê Xubeyb bû jî ew nas kir û ji Hezretê Se’d bin Muaz re ferman kir: «Ma ev ne Xubeyb e?» Wî jî got: «Belê, ya Resûlellah!» Xubeyb pehlewanekî mêrxas bû ku hunera şer dizanibû. Bi Qeys re hatin huzûra şerîf a Mezinê me Resûlûllah. Pêxemberê me ji wan re ferman kir: «Hûn çima bi me re tên?» Wan jî got: «Tu kurê xwişka me yî û cîranê me yî. Em jî bi qewmê xwe re tên ku xenîmetê bicivînin!» Gava Mezinê me ji Xubeyb re ferman kir: «Ma te bi Allah teala û Resûlê Wî îman aniye?», got: «Na.» Resûl eleyhisselam ferman kir: «Naxwe vegere! Yê ku ne li ser dînê me ye nikare bi me re be.» Xubeyb got: «Her kes mêrxasî û qehremaniya min dizane û dizane ku ez pehlewanek im ku di singê dijmin de birînan vedike. Ez ê ji bo xenîmetê li ba te li dijî dijminê te şer bikim.» Mezinê me Pêxember alîkariya wî qebûl nekir.

Piştî ku hinekî çûn Xubeyb daxwaza xwe dubare kir, lê Pêxemberê me da zanîn ku heta nebe misliman daxwaza wî nayê qebûlkirin. Gava hatin cihê Rewhayê, Xubeyb hat huzûra Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) û got: «Ya Resûlellah! Min bawer kir û îman anî ku Allah teala Rebbê aleman e û tu pêxember î»; Mezinê me Serwerê Kaînatê gelek şa bû. Qeys jî piştî ku vegeriya Medîneyê bi îmanê şerefdar bû (radiyellahû anhû).

Gava leşkerê Îslamê hat Newala Sefrayê, xeber girt ku mekkeyiyan leşkerek pêk aniye û ji bo xelaskirina karwanê xwe ber bi Bedrê ve dimeşin. Mezinê me Pêxember eshabên xwe civandin û li ser vî halî bi wan re îstîşare kir. Çimkî mislimanên Medîneyê gava li Eqebeyê bîat bi Mezinê me Resûlûllah re kiribû, soz dabû: «Ya Resûlellah! Tu were bajarê me. Em ê li wir te li hember dijminê te biparêzin, bi bihayê canê me be jî, û em ê bibin tabiê te.» Ma ne niha ew ji Medîneyê derketibûn! Li hember wan jî leşkerekî mezin ê dijmin hebû ku di hejmar, çek û mal de qat bi qat ji wan zêdetir bû.

Gava Mezinê me Resûlûllah fikra eshabên xwe pirsî, ji muhaciran Ebûbekrê Siddîq û Umerul-Farûq yek bi yek rabûn û da zanîn ku divê bi leşkerê dijmin re şer bikin. Dîsa ji muhaciran Miqdad bin Eswed rabû û got: «Ya Resûlellah! Emrê Allah teala çi be, wî bi cih bîne. Bi fermana Wî bimeşe. Em her gav bi te re ne, kêliyekê jî ji ba te naqetin. Em gotineke wek ya Benî Îsraîl jî nabêjin, ku ji Mûsa eleyhisselam re gotibû: “Ya Mûsa! Heta ku qewmê cebbar û zaliman li wê herêmê be, em naçin wir û heta ebed nakevin wî bajarî. Êdî tu û Rebbê xwe bi hev re herin û hûn herdu bi wan re şer bikin. Em ê li vir bimînin û rûnin…”8 Em can û serê xwe di riya Allah teala û Resûlê Wî de feda dikin. Sond bi Allah teala, ku tu pêxemberê heq şandiyî: tu me bişînî Hebeşistana wî aliyê deryayê jî, em ê dîsa herin. Em tu carî li hember te muxalefeta herî biçûk jî nakin. Em amade ne ku her daxwaza te bi cih bînin. Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah…»

«Yê ku ne li ser dînê me ye nikare bi me re be» Hedîsa şerîf

Xezweya Bedrê

Vê axaftina Miqdad Pêxemberê me yê delal gelek memnûn kir. Duayên xêrê jê re kirin.9

Li vir raya mislimanên Medîneyê gelek girîng bû. Çimkî hem bi hejmar zêdetir bûn, hem jî soz dabû ku Resûlûllah li Medîneyê biparêzin. Wadeke wan tune bû ku li derveyî Medîneyê şer bikin. Gava ev fikir hat fêmkirin, ji Ensar Se’d bin Muaz rabû ser piyan û got: «Ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, bila ez li ser navê Ensar bipeyivim.» Gava destûr hat dayîn, got: «Ya Resûlellah! Me bi te îman anî, me pêxembertiya te tesdîq kir. Te çi anîbe heq e, rast e. Di vê meselê de me sozeke qetî da te û sond xwar ku em guhdarî û îtaetê bikin. Em tu carî ji wê soza xwe venagerin û tu kîjan derê şerefdar bikî em di emrê te de ne. Em emrê te li ser serê xwe digirin. Em can û serê xwe di riya te de feda dikin. Sond bi Allah teala, ku tu pêxemberê heq şandiyî: tu xwe biavêjî deryayê, em ê jî li pey te xwe biavêjinê. Yek ji me jî gavekê li paş namîne. Di dilê te yê şerîf de çi hebe ferman bike, em ê bikin. Bila malê me jî bi canê me re feda be. Em tu carî rû ji dijmin nazivirînin. Em di cengê de bi sebir in. Hêviya me ew e ku em te şa bikin û bigihîjin rizaya te. Rehmeta Allah teala li ser te be…» Eshabê Kîram ên ku li van gotinan guhdarî kir gelek bi heyecan bûn. Hemûyan da zanîn ku bi can û dil tevlî van gotinan dibin. Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) gelek memnûn bû. Ji Hezretê Se’d û eshabên xwe re dua kir. Êdî hemû dudilî ji holê rabûbû… Dijmin çi qas pir, çi qas bi hêz dibe bila bibe, eshabên bişan wê li pey Pêxemberê me yê delal bêyî ku çavên xwe biniqînin ber bi şehadetê ve bimeşiyana û rizaya Allah teala û Resûlê Wî qezenc bikirana. Heta ku Mezinê Kaînatê li serê wan bû, cihek tune bû ku neçinê… Mezinê me Fexrê Alemê gava dît ku eshabên Wî çawa pê ve girêdayî ne û bi çi heyecanê ne, ev mizgînî da wan: «De bimeşin! Bi lutfa Allah teala şa bibin. Wellahî, mîna ku ez niha li wan ciyan dinêrim ku qewmê Qureyşê wê li meydana şer lê bê xistin û bikeve, û wan dibînim!» Li ser vê mizgîniyê Eshabê Kîram bi eşq li pey Mezinê me Resûlûllah meşiyan.

Hatina melaîketan a hawarê

Gava gihîştin derdora Bedrê şeva înê bû. Pêxemberê me yê delal ji eshabên xwe re ferman kir: «Ez hêvî dikim ku hûn ê ji ser bîra li ba vî girê biçûk hin malûmatan bi dest bixin.» Hezretê Elî, şêrê Allah teala, Se’d bin Ebî Weqqas, Zubeyr bin Ewwam û hin eshabên xwe şandin wê derê. Hezretê Elî û hevalên wî yekser çûn ser bîrê. Li wir deveçî û avkêşên Qureyşê dîtin. Wan gava misliman dîtin reviyan. Lê ji nav wan du kes hatin girtin. Yek ji van Eşlem bû, koleyê Benî Heccac, yê din jî Erîz Ebû Yesar bû, koleyê Benî As bin Seîd.

Gava ew anîn huzûra Mezinê me Pêxember, Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji wan re ferman kir: «Qureyş li ku ye?» Wan jî bersiv da: «Li pişt wî girê qûmê yê ku xuya dike danîne.» Mezinê me ferman kir: «Qureyş çend kes in?» Wan got: «Em nizanin.» Gava ji pirsa «Rojê çend deveyan serjê dikin?» re jî bersiv hat: «Rojekê neh, rojekê deh», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ji hezarî kêmtir, ji neh sedî zêdetir in.» Dîsa pirsî: «Ji eşrafên Qureyşê kî hene?» Gava wan got: «Utbe, Şeybe, Haris bin Emr, Ebul-Buhterî, Hekîm bin Hizam, Ebû Cehl, Umeyye bin Xelef…», Mezinê me Resûlûllah berê xwe da eshabên xwe û ferman kir: «Ehlê Mekkeyê cegerparên xwe ji we re feda kirine.» Paşê gava ji wan herdu kesan re ferman kir: «Dema hûn dihatin, ji Qureyşê yên ku vegeriyan hebûn?», bersiv da: «Belê. Ji Benî Zuhre Exnes bin Ebî Şerîq vegeriya.» Mezinê me jî ferman kir: «Wî, digel ku ne li ser riya rast e, digel ku axret, Allah teala û kitêb nizane, riya rast nîşanî Benî Zuhre daye… Ji bilî wan yên ku vegeriyan hebûn?», û ev bersiv girt: «Benî Edî bin Ke’b vegeriyan.»10

«Ya Resûlellah! Emrê Allah teala çi be, wî bi cih bîne. Bi fermana Wî bimeşe. Em her gav bi te re ne, kêliyekê jî ji ba te naqetin» Miqdad bin Eswed (radiyellahû anhû)

Mezinê me Pêxember da ku cara dawî wan îqaz bike, Hezretê Umer ji bo lihevkirinê şand ba qureyşiyan. Umer bin Xettab ji wan re got: «Ey qewmê înatkar! Resûl eleyhisselam ferman dike: “Bila her kes dev ji vî karî berde. Bila bi selametî vegere. Çimkî şerê bi yên din re ji bo min ji şerê bi we re meqbûltir e!…”»

Li hember vê teklîfê ji muşrikên Qureyşê Hekîm bin Hizam derket pêş û got: «Gelî cemaeta Qureyşê! Muhemmed li hember we gelek bi însaf tevgeriya. Tiştê ku dixwaze yekser qebûl bikin. Eger hûn gotina wî nekin, sond dixwim ku piştî vê ew ê qet însafê li we neke!…» Ebû Cehl ji vê gotina Hekîm hêrs bû û got: «Em vê tu carî qebûl nakin û heta em tola xwe ji mislimanan hilneynin, em venagerin. Da ku careke din tu kes nikaribe dest dirêjî karwanê me bike»; bi vê yekê riyên sulhê girtin. Hezretê Umer vegeriya.

Wê şevê Mezinê me Pêxember û eshabên Wî yên bişan berî muşrikan hatin Bedrê û li cihekî nêzîkî bîran danîn. Mezinê me Pêxember bi eshabên xwe re îstîşare kir û raya wan pirsî ka divê qerargeh li ku bê danîn. Ji nav wan Hubab bin Munzir, ku hîn sî û sê salî bû, rabû ser piyan û destûra axaftinê xwest. Gava hat qebûlkirin, pirsî: «Ya Resûlellah! Ma ev der cihek e ku Allah teala ji bo danîna qerargehê ferman li te kiriye û divê miheqeq em lê bimînin? An na, ji ber rayeke şexsî û ji bo tedbîra şer hatiye bijartin?» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Na! Ev der ji ber îcaba tedbîreke şer hatiye bijartin.»

Li ser vê yekê Hezretê Hubab got: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah!

Em mirovên şer in. Em van deran jî baş nas dikin. Di bîra li nêzîkî cihê ku ev qureyşî wê lê deynin de aveke şîrîn û pir heye. Eger destûra te hebe, em li wir deynin. Em hemû bîrên derdorê bigirin. Paşê hewzekê çêbikin û bi avê tijî bikin. Dema em bi dijmin re şer dikin, her ku em tî bibin em ê bên û ji hewza xwe avê vexwin. Dijmin jî wê avê nebîne û perîşan bibe.»11 Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam ew wehy anî ku dida zanîn ev fikir rast e. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ey Hubab! Raya rast ew e ku te îşaret pê kir» û rabû ser piyan. Hemû bi hev re hatin ser wê bîrê. Ji bilî bîra ku ava wê şîrîn bû hemû bîr girtin û hewzeke mezin çêkir. Bi avê tijî kir û ji bo vexwarinê firax danîn.

Di wê navê de Hezretê Se’d bin Muaz hat huzûra şerîf a Mezinê me Pêxember û teklîf kir: «Ya Resûlellah! Ma em ji te re ji çiqlên xurmeyê kepirekê çêbikin ku tu di bin de rûnî?» Mezinê me Fexrê Alemê bi vê fikra Se’d memnûn bû û jê re dua kir. Yekser kepirek çêkirin. Sultanê Pêxemberan bi eshabên xwe yên bi şeref re li qada şer geriya û lê nêrî. Car bi car disekinî, bi destên xwe yên mubarek ew ciyên ku muşrikên Qureyşê wê lê bên kuştin yek bi yek nîşan didan û ferman dikir: «Înşaallah sibê serê sibê cihê ku filan kes wê lê bê xistin û bikeve ev der e! Înşaallah sibê serê sibê cihê ku filan kes wê lê bê xistin û bikeve ev der e! Va ye ev der e! Ev der e…»

Paşê Hezretê Umer ev wiha gotiye: «Min dît ku her yek ji wan tam li ser wan ciyan hat xistin û kuştin ku Resûlê Ekrem destê xwe yê mubarek danîbû ser. Ne piçekî li pêş bûn, ne jî li paş.»

Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) Eshabê Kîram kirin sê kom: sencaqa muhaciran da Mus’eb bin Umeyr, ya ewsiyan da Se’d bin Muaz, ya xezreciyan jî da Hubab bin Munzir. Her yek li bin sencaqa xwe civiya.12 Mezinê me leşker rêz kir û xist nîzamê.

Dema leşker dixist întîzamê, bi şiva di destê xwe yê mubarek de li singê Sewad bin Xeziyye da, ku ji rêzê derketibû pêş, û ferman kir: «Were rêzê, ya Sewad!» Sewad got: «Ya Resûlellah! Şiva di destê te de canê min êşand. Bi heqê Allah teala, ku tu bi dînê heq, bi Kitêb û edaletê şandiyî, ez jî dixwazim bi şivê wisa li te bidim.» Hemû Eshabê Kîram li vê gotina wî heyirî man. Ma qisas ji Mezinê Kaînatê dihat xwestin? Ma tiştekî wiha dibû? Mezinê me Resûlûllah pêşiya kirasê xwe yê mubarek vekir û ferman kir: «De qisasê bike û heqê xwe bistîne.» Hezretê Sewad singa mubarek a Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bi şahî û muhebbeteke mezin maç kir.

Dema her kes li benda qisasê bû, li hember dîmena ku dîtin heyranî birayê xwe Sewad bûn û çavên wan li halê wî ma. Gava Pêxemberê me yê delal pirsî: «Te çima wiha kir?», got: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Ez dibînim ku îro bi emrê Allah teala ecelê min hatiye û ditirsim ku ji zatê te yê bilind veqetim. Loma di van deqeyên dawî yên di navbera me de min xwest ku lêvên min bigihîjin wucûda te ya mubarek. Min xwest vê bikim wesîle ku tu roja qiyametê şefaetê ji min re bikî û bi vî awayî ez ji ezab xelas bibim.» Li hember vê muhebbeta wî dilê Mezinê me Pêxember jî gelek nerm bû û ji Hezretê Sewad re dua kir.

Li milê rastê yê leşkerê mubarek ê Îslamê mucahidê qehreman Zubeyr bin Ewwam, li milê çepê jî Miqdad bin Eswed wê fermandarî bikira.13

Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) xwest bi eshabên xwe yên bi şeref re îstîşare bike ka wê çawa dest bi şer bê kirin û ferman kir: «Hûn ê çawa şer bikin?» Asim bin Sabit, kevan û tîra wî di dest de, rabû ser piyan û raya xwe got: «Ya Resûlellah! Gava qureyşî bi qasî sed metreyî nêzîkî me bibin, em wan bidin ber tîran. Paşê gava bên wê mesafeyê ku kevirê bi destan tê avêtin digihîjê, em keviran biavêjin. Gava ew qas nêzîk bibin ku rim bigihîje wan, em bi rimên xwe têbikoşin heta ku bişkên. Paşê jî em şûrên xwe bikişînin û şer bikin!» Ev taktîk li Mezinê me Pêxember xweş hat. Ev talîmat da eshabên xwe: «Xetên xwe bernedin û neqetin. Bêyî ku ji cih bilivin li ciyên xwe sebat bikin. Heta ku ez emir nedim dest bi şer nekin. Tîrên xwe berî ku dijmin nêzîkî we bibe bi kar neynin û îsraf nekin. Gava dijmin mertalê xwe vekir tîra xwe biavêjin. Gava dijmin baş nêzîk bû bi destan keviran biavêjin. Gava nêzîk bûn jî rimên xwe bi kar bînin. Gava hûn bi dijmin re sîng bi sîng hatin jî bi şûrên xwe şer bikin…»

«Înşaallah sibê serê sibê cihê ku filan kes wê lê bê xistin û bikeve ev der e! Înşaallah sibê serê sibê cihê ku filan kes wê lê bê xistin û bikeve ev der e! Va ye ev der e! Ev der e…» Hedîsa şerîf

Paşê nobedar hatin danîn û destûr hat dayîn ku Eshabê Kîram bêhna xwe vedin. Ew bi hikmeta Allah teala ketin xeweke wisa giran ku nikaribûn palikên çavên xwe rakin. Gava Mezinê me Pêxember jî xwe kişand bin kepira ku ji çiqlên xurmeyê hatibû çêkirin, Hezretê Ebûbekr û paşê Se’d bin Muaz şûrên xwe kişandin û li ber deriyê kepirê nobedarî kir. Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) destên xwe yên mubarek bilind kirin û di nav xemeke mezin de dest pê kir ku lavayî Allah teala bike: «Ya Rebbî! Eger Tu vê cemaeta ku kulmek e helak bikî, êdî li ser rûyê erdê qet îbadet ji Te re nayê kirin…» Ev duaya bi şewat heta sibehê domiya.

Cihê ku leşkerê mubarek ê Îslamê qerargeh lê danîbû qûmistan bû. Loma meş zehmet bû û ling di qûmê de diçûn xwarê. Bi îhsana Allah teala û bi bereketa duaya Mezinê me Resûlûllah wê şevê baranek dest pê kir ku her ku çû xurt bû; ew qas lehî diherikî ku ji newalan ser re diçû. Firaxên avê hatin tijîkirin; erd ew qas hişk bû ku ling êdî tê de neçûn xwarê.

Muşrik jî di nav herî û lehiyê de man.

Piştî fecrê Mezinê me Resûlûllah eshabên xwe ji bo nimêjê rakirin.

Piştî ku îmametiya nimêja sibehê kir, behsa fezîleta cîhada bi dijmin re û ya şehadetê kir û ew teşwîqî şer kirin. Ferman kir: «Bêguman Allah teala emrê tiştê heq û rast dike. Emelê tu kesî yê ku ji bo rizaya Allah teala nehatibe kirin qebûl nake… Bixebitin ku li van deran emrê Rebbê me bi cih bînin, ku tê de rehmet û mexfîreta xwe wadî we kiriye, û îmtîhanê qezenc bikin! Çimkî wada Wî heq, gotina Wî rast, cezayê Wî jî dijwar e. Ez û hûn bi Allah teala ve girêdayî ne, ku Hey û Qeyyûm e. Me xwe spart Wî, me xwe bi Wî girt, me pişta xwe da Wî. Vegera me ya dawî jî li Wî ye. Bila Allah teala min û hemû mislimanan bibexşîne!…»

Di hivdehê Remezana şerîf de tava roja înê hilat. Piştî demeke kurt şerê herî bêeman, herî bênîsbet, herî girîng û herî mezin ê tarîxê wê dest pê bikira…

Li aliyekî Fexrê Alemê sellellahû eleyhî we sellem û kulmek eshabên Wî yên bi şeref hebûn ku bi qasî zerreyekê jî ji fedakirina canê xwe nedisekinîn; li aliyê din jî koma kafirên har û ji hed derketî hebû, ku ji bo fetisandina Îslamê di kevçiyek avê de û ji bo tunekirina pêxemberekî ku bi bûna hebîbê Allah teala şerefdar bûye civiyabû. Çi heyf ku di nav van de xizmên Resûlê Ekrem jî hebûn. Ew jî ji bo şerê bi biraziyê xwe yê delal re hatibûn Bedrê.

Mezinê me Pêxember întîzama leşkerê xwe ji nû ve ji ber çavan derbas kir û talîmatên ku dabûn dubare kirin. Di wê navê de muşrikên Qureyşê ji qerargeha xwe derketin û dest pê kir ku ber bi Newala Bedrê ve biherikin… Laşê piraniya wan bi zirxan nixumandî bû. Di nav xurûr û kibreke mezin de êrîş biribûn ser leşkerê Îslamê. Mezinê me Resûlûllah gava ev halê muşrikan dît, bi Hezretê Ebûbekr re ket hundirê kon, destên xwe yên mubarek bilind kirin û dest pê kir ku lavayî Cenabê Heq bike: «Ya Rebbî! Va ye muşrikên Qureyşê bi hemû xurûr û kibra xwe tên!… Li dijî Te radibin, Pêxemberê Te derewîn derdixin. Ey Allahê min! Ez ji Te dixwazim ku Tu wada alîkarî û zeferê ya ku Te daye min bi cih bînî!… Allahê min! Eger Tu helaka vê kulma mislimanan dixwazî, paşê kesek namîne ku ji Te re îbadet bike!…»

Bi vî awayî, bê navber, car bi car alîkarî dixwest û lavayî Allah teala dikir. Ev lavaya Mezinê me Pêxember, ku bêhed bi şewat bû û dil perçe dikir, heta wê gavê domiya ku ji xwe ve çû û rida ji ser milê Wî yê mubarek ket. Hezretê Ebûbekr li ber vê lavaya bişewat xwe negirt; ridaya mubarek bi hurmeteke mezin ji erdê rakir û dema datanî ser milê mubarek ê Mezinê me, dilê Wî wiha xweş kir: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ev qas lava bes e!… Te di duayê de li ber Rebbê xwe israr kir! Bêguman Allah teala wê di nêzîk de wê zefera ku wadî te kiriye bide te.» Di wê gavê de Mezinê Aleman ev ayetên kerîme xwendin û ji kon derket. Bi mealî wiha dihat fermankirin: «Ev civat (a li Bedrê) wê di nêzîk de miheqeq bişkê, hezîmetê bibîne û pişta xwe bide û bireve. Ya rasttir, wextê ezabê wan ê esasî qiyamet e. Ezabê wî wextî hîn dijwartir û hîn taltir e.»14

Pêxemberê me yê delal hat serê leşkerê xwe. Ji eshabên xwe yên bişan re ev ayetên kerîme xwendin: «Gelî yên ku îman anîne! Gava hûn rastî komeke dijmin hatin sebat bikin û gelek zikrê Allah teala bikin, da ku hûn xelas bibin… Bi vî awayî tê hêvîkirin ku hûn bigihîjin felahê. Îtaeta Allah û Resûlê Wî bikin. Di nav xwe de nekevin îxtîlafê. Hûn ê bi ser nekevin. Setweta (hêz û qeweta) di destê we de wê here. Sebir bikin. Çimkî Allah teala bi sebirkaran re ye.»15

Ev ê bibûya şerê pêşî ku bi tevahî bi dijmin re dihat kirin. Şer li ber destpêkirinê bû. Heyecan gihîştibû dawiya hedê xwe. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem ayeta kerîme ya ku meala wê «Gelek zikrê Allah teala bikin…» e xwend, hemû Eshabê Kîram bi hev re dest pê kir ku bibêjin «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» û lavayî Cenabê Heq bikin ku zeferê îhsan bike. Êdî li benda îşareteke Mezinê me Pêxember bûn. Li gorî adetên wî wextî, berî ku du leşker bigihîjin hev, ji herdu aliyan mêrxas derdiketin meydanê û bi hev re şer dikir. Di vê lêkdanê de hêrs û daxwaza şer a herdu aliyan zêde dibû, bi şer germ dibûn û hîn dibûn. Ji muşrikan Amir bin Hedremî li gorî vê qaîdeyê nekir, ew pelçiqand û tîrek avêt leşkerê Îslamê. Tîr li Mihca ket, ku ji muhaciran bû; şehîd bû û rûhê wî yê mubarek bilind bû Cennetê. Mezinê Pêxemberan ji bo vî şehîdê pêşî ferman kir: «Mihca mezinê şehîdan e» û mizgînî da. Eshabê Kîram êdî di cihê xwe de nedisekinîn. Lê heta emrek ji Mezinê me nehata, nikaribûn livîneke biçûk jî bikin.

«Ya Rebbî! Va ye muşrikên Qureyşê bi hemû xurûr û kibra xwe tên!… Li dijî Te radibin, Pêxemberê Te derewîn derdixin. Ey Allahê min! Ez ji Te dixwazim ku Tu wada alîkarî û zeferê ya ku Te daye min bi cih bînî!…» Hedîsa şerîf

Hundirê her yekî ji wan wek volqanekê dest bi kelînê kir!…

Di wê navê de hat dîtin ku ji leşkerê muşrikan sê kes xwe avêtin pêş. Ev Utbe, birayê wî Şeybe û kurê wî Welîd bûn, ji Benî Rebîe, dijminên har ên Îslamê. Ber bi mucahidan ve qîriyan: «Di nav we de kesek heye ku karibe bi me re şer bike?» Ji Eshabê Kîram berî her kesî Hezretê Ebû Huzeyfe ji bo ku li hember bavê xwe Utbe şer bike çû pêş; Sultanê Aleman jê re ferman kir: «Tu bisekine!» Ji mucahidên Medîneyê kurên Efra Xatûn Muaz û Muewwiz û Ebdullah bin Rewahe meşiyan pêş. Li hember Utbe, Şeybe û Welîd sekinîn. Şûr di destê wan de, amade li bendê bûn.

Muşrikan xwest ku ew xwe bidin naskirin û got: «Hûn kî ne?» Gava wan got: «Em ji mislimanên Medîneyê ne», muşrikan got: «Karê me bi we tune! Kurên Ebdulmuttelib ji me re lazim in. Em dixwazin bi wan re şer bikin»; paşê berê xwe da leşkerê Îslamê û qîriyan: «Ya Muhemmed! Ji qewmê me bi xwe yên ku hevtayê me ne derxe pêşiya me!»

Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ji van her sê eshabên xwe yên mêrxas ên li meydanê re dua kir, paşê ferman kir ku vegerin ciyên xwe. Dû re çavên xwe li nav eshabên xwe gerandin û ferman kir: «Gelî Benî Haşim! Rabin! Li hember yên ku hatine nûra Allah teala bi dînên xwe yên batil vemirînin di riya Heq de şer bikin; jixwe Allah teala Pêxemberê we jî ji bo vê şandiye. Rabe, ya Ubeyde! Rabe, ya Hemze! Rabe, ya Elî!»

Şêrên Allah teala Hezretê Hemze, Hezretê Elî û Hezretê Ubeyde kumzirxên xwe dan serê xwe û meşiyan meydanê. Gava li hember wan sekinîn, muşrikan got: «Hûn kî ne? Eger hûn hevtayê me bin, em ê bi we re şer bikin.» Gava wan bersiv da: «Ez Hemze me! Ez Elî me! Ez Ubeyde me!», muşrikan got: «Hûn jî wek me kesên bi şeref in. Me şerê bi we re qebûl kir.» Mucahidên qehreman ên Îslamê pêşî muşrik dawetî îmanê kirin, lê wan qebûl nekir. Li ser vê yekê her sêyan bi hev re şûrên xwe kişandin û êrîşî muşrikan kir. Hezretê Hemze û Hezretê Elî kafirên bi navê Utbe û Welîd bi hemleyekê kuştin. Hezretê Ubeyde Şeybe birîndar kir. Şeybe jî Ubeyde birîndar kir. Hezretê Hemze û Hezretê Elî gihîştin hawara Ubeyde û Şeybe li wir kuşt. Hezretê Ubeyde hilda hembêza xwe û anî huzûra Mezinê me Resûlûllah.16 Ji gûzeka mubarek a lingê Hezretê Ubeyde bin Haris xwîn û mejiyê hestî diherikî. Wî qet guh neda vî halê xwe û pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Eger ez bi vî halê xwe bimirim, ma ez ne şehîd im?» Mezinê me Pêxember jî ferman kir: «Belê, tu şehîd î» û mizgînî da ku ew ehlê Cennetê ye. (Hezretê Ubeyde (radiyellahû anhû) di vegera ji şer de li cihê Sefrayê wefat kir.) Muşrikên ku di vê lêkdanê de sê mirovên xwe yên girîng winda kiribûn şaş û metel man. Digel vê jî Ebû Cehl ji bo ku manewiyata leşkerê xwe rast bike dixebitî ku dilê wan xweş bike û digot: «Hûn li mirina Utbe, Şeybe û Welîd nenêrin; wan di şer de ecele kir û belasebeb mirin! Sond dixwim ku heta em mislimanan negirin û bi werîsan girê nedin, em venagerin!…» Eshabê Kîram ên qehreman jî bêsebir bûn ku demek berî demekê vê koma muşrikan bi şûrên xwe ceza bikin. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) jî ev duaya ku ji ser zimanê xwe yê mubarek danedixist dubare dikir: «Allahê min! Wada ku Te daye min bi cih bîne!… Allahê min! Eger Tu vê kulma cemaeta Îslamê helak bikî, êdî li ser rûyê erdê kesek namîne ku ji Te re îbadet bike!…»

Di wê navê de ji rêzên muşrikan Ebdurrehman, kurê Hezretê Ebûbekr ê ku hîn nebûbû misliman û ji tîravêjên herî biwêrek û hoste yên Qureyşê bû, meşiya meydanê û mêr xwest. Di vê germa nîvro ya meha tîrmehê de hat dîtin ku ji rêzên mucahidan jî yekî yekser dest avêt şûrê xwe û meşiya pêş. Ev kes Hezretê Ebûbekrê qehreman bû, ku bi bûna mislimanê pêşî û bi meqamê Siddîqiyetê şerefdar bûye û piştî pêxemberan însanê herî bilind e… Xwe avêtibû pêş ku li hember kurê xwe şer bike. Lê Mezinê Aleman jê re ferman kir: «Ya Eba Bekr! Ma tu nizanî ku tu ji bo min di şûna çavê min ê ku dibîne û guhê min ê ku dibihîze de yî! Ji ba min neqete! Her tengasiya ku tê ser beden û dilê min bi dîtina rûyê te yê mubarek sivik dibe. Dilê min bi te xurt dibe.»

Bi vê yekê ew ji şer men kir. Ebûbekrê Siddîq nikaribû xwe bigire û ji kurê xwe re got: «Ey xebîs! Ka têkiliya te ya bi min re li ku ma?»

Paşê hat dîtin ku Sultanê Pêxemberan, Mezinê me Hebîbê Ekrem xwe xwar kir erdê û kulmek qûm hilda. Ev qûm bi ser dijmin de reşand û ferman kir: «Rûyên wan reş be!… Allahê min! Tirsê bixe dilên wan, lerzê bide lingên wan!», paşê berê xwe da eshabên xwe û emir da: «Rabin êrîşê!… Bavêjin ser wan!» Eshabên bişan, ku li benda îşaretekê bûn, li gorî talîmata ku berê hatibû dayîn ketin tevgerê. Di nav bangên «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» de tîran dest bi vizevizê kir, keviran hedefên xwe dîtin, rim li zirxan ketin… Ji şêrên Allah teala Hezretê Hemze bi du şûrên ku girtibûn herdu destên xwe şer dikir; Hezretê Elî, Hezretê Umer, Zubeyr bin Ewwam, Se’d bin Ebî Weqqas, Ebû Ducane17, Ebdullah bin Cehş ji serekî rêzên muşrikan diketin hundir û ji serê din derdiketin, kafir şaş û metel dihiştin. Her yek ji wan bûbû keleheke ku nayê derbaskirin. Dengên «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» alem tijî dikir; mezinahiya şana Allah teala wek mêkutekî li mejiyê kafiran diket. Mezinê me Pêxember lavayî Allah teala dikir: «Ya Heyyû! Ya Qeyyûm! Ya Heyyû! Ya Qeyyûm!» Hezretê Elî gotiye: «Li Bedrê yê me hemûyan yê herî biwêrek û herî qehreman Resûl eleyhisselam bû. Yê ku herî nêzîkî rêzên muşrikan bû jî Ew bû. Gava em diketin tengasiyê me xwe dispart Wî.»

Muşrikan reîsê xwe Ebû Cehl xist nava xwe. Cilên wek ên Ebû Cehl li yekî ji nav xwe kirin û ew şibandin wî. Navê vî bênesîbî Ebdullah bin Munzir bû. Hezretê Elî êrîşî Ebdullah kir. Li ber çavên Ebû Cehl serê Ebdullah jê kir. Paşê Ebû Qeys wisa bi cil kirin. Ew jî Hezretê Hemze kuşt.

Hezretê Elî bi muşrikekî re şer dikir. Muşrik şûrê xwe daweşandibû Hezretê Elî, şûr di mertal de çikiyabû û mabû. Gava Hezretê Elî Zulfiqarê xwe daweşand laşê bizirx ê muşrik û ew ji mil heta sîngê bi zirxê wî re birî, di wê gavê de dît ku şûrek li ser serê wî biriqî. Bi lez serê xwe xwar kir. Yê ku şûr biriqand digot: «Bigire! Ev jî ji Hemze bin Ebdulmuttelib e», û kelleyê muşrik bi kumzirxê wî re ket erdê. Hezretê Elî gava zivirî û nêrî, dît ku apê wî Hezretê Hemze bi du şûran şer dike. Pêxemberê me her ku didît ku eshab wiha bi mêrxasî şer dikin, ferman dikir: «Ew şêrên Allah teala yên li ser rûyê erdê ne» û teqdîra wan dikir.

«Allahê min! Wada ku Te daye min bi cih bîne!… Allahê min! Eger Tu vê kulma cemaeta Îslamê helak bikî, êdî li ser rûyê erdê kesek namîne ku ji Te re îbadet bike!…» Hedîsa şerîf

Di wê navê de şûrê Hezretê Ukkaşe şikest, ku hema li kêleka Mezinê me Resûlûllah şer dikir. Pêxemberê me yê delal ev hal dît, darek ku li erdê dîtibû hilda, dirêjî wî kir û ferman kir: «Ya Ukkaşe! Bi vî lê bixe!..» Hema ku Ukkaşe dar girt, dar bi mucîzeya Pêxemberê me bû şûrekî dirêj û biriqok, ku navpişta wî qewî û devê wî tûj bû. Heta dawiya şer bi vî şûrî gelek muşrik kuştin.

Mezinê Aleman, Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ji aliyekî ve şer dikir, ji aliyê din ve jî ev hedîsa xwe ya şerîf a mubarek ferman dikir ku eshab dianî coşê: «Sond bi Allah teala, ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye: yên ku îro bi hêviya rizaya Cenabê Heq, bi sebr û sebat şer dikin û yên ku bêyî pişta xwe bidin dijmin pêş ve diçin û tên kuştin, Heq teala wê wan bêguman bixe Cenneta xwe.» Umeyr bin Humam ev gotina mubarek bihîst û got: «Çi xweş e! Çi xweş e! Naxwe ji bo ku ez bikevim Cennetê ji şehîdbûnê pê ve tiştek ne lazim e.» Êrîşên xwe hîn bêtir li pey hev anîn. Ji aliyekî ve li dijmin dixist, ji aliyê din ve jî digot: «Mirov ne bi zewadeyên maddî, lê tenê bi tirsa Heq teala, bi emelê axretê, bi sebr û sebata di cîhadê de diçe ba Allah teala. Ji bilî van hemû zewade bêguman diqedin, namînin!…» Bi vî awayî şer kir heta ku şehîd bû.

Şer êdî pir dijwar bûbû!… Bi kêmanî sê muşrik bi hev re diavêtin ser sehabiyekî. Eshabê Kîram ên bişan dixebitîn ku şûrê xwe bigihînin her yekî ji wan; tu tiştî çavê wan nedişikand. Her ku digot «Allahû ekber! Allahû ekber!..» ji nû ve hêz digirtin û ji êrîşa li pey êrîşê aciz nedibûn. Di wê navê de êrîşa muşrikan dijwartir bû. Eshabê Kîram ketin tengasiyê. Hingê Mezinê me Resûlûllah bi Hezretê Ebûbekr re ket konê xwe yê ku ji çiqlên darxurmeyê hatibû çêkirin. Pêxemberê me dîsa dest bi munacata ji Allah teala re kir. Wiha lava dikir: «Ya Rebbî! Wê alîkariya ku Te soz daye min, lutf bike!…» Hema di wê gavê de wehy hat. Bi mealî wiha dihat fermankirin: «Wê gavê we ji Rebbê xwe alîkarî û zefer dixwest, Wî jî bi fermana “Bi rastî Ez ê bi hezar melaîketên li pey hev bigihîjim hawara we” bersiva vê xwesteka we dabû û duaya we qebûl kiribû.»18 Mezinê me Pêxember yekser rabû ser piyan û ferman kir: «Mizgînî, ya Eba Bekr! Alîkariya Allah teala gihîşt te! Va ye Cebraîl. Li ser girên qûmê, hefsarê hespê xwe girtiye, çek li xwe kiriye û li benda emir e.» Wek ku di Sûreyê Enfal de hatiye ragihandin, Cenabê Heq bi mealî ji melaîketan re wiha ferman kiribû: «Wê gavê Rebbê te ji melaîketan re wehy kir: “Ez bi we re me (di nusret û alîkariya mislimanan de). De hûn pişta muminan (bi mizgîniya nusretê) bigirin, hêz û qewetê bidin wan. Ez ê niha dehşet û tirsê bavêjim dilên kafiran. Li ser stûyên wan bixin, movikên tiliyên dest û lingên wan, cihên girêkên wan bişkînin.” Çimkî wan li hember Allah teala û Resûlê Wî serî hilda. Kî li hember Allah teala û Resûlê Wî serî hilde, (dikeve ber ezabê Wî) cezayê Allah teala gelek dijwar e!»19

Li ser vî emrî Cebraîl, Mîkaîl û Îsrafîl eleyhimusselam, her yekî hezar melaîket bi xwe re, bi rêzê li ba Pêxemberê me yê delal, li milê Wî yê rastê û li milê çepê cihê xwe girtin.20

Cebraîl eleyhisselam şaşikeke zer li serê xwe pêçabû. Li serê melaîketên din jî şaşikên spî hebûn. Serên şaşikan berdabûn ser pişta xwe û li hespên spî siwar bûbûn. Mezinê me Serwerê Alemê ji eshabên xwe re ferman kir: «Melaîket bi alamet û bi nîşan in. Hûn jî ji xwe re alamet û nîşanekê çêkin!»

Zubeyr bin Ewwam paçekî zer, Ebû Ducane jî paçekî sor wek şaşikê li serê xwe pêça. Hezretê Elî gulîkeke spî bi xwe ve kir, Hezretê Hemze jî perekî hêştirmeyê bi sînga xwe ve kir. Gava melaîket ketin şer, hal ji nişka ve guherî. Hîn yekî ji Eshabê Kîram şûrê xwe daneweşandibû kafirê li pêşiya xwe, serê wî ji laşê wî vediqetiya û diket erdê. Li rast û çepê, li pêş û paşê Mezinê me Pêxember kesên nenas dihatin dîtin ku bi muşrikan re şer dikir.

Hezretê Sehl wiha vegot: «Di Xezweya Bedrê de gava yekî ji me şûrê xwe bi ser serê muşrikekî de dadiweşand, hîn şûr negihîştibû cihê xwe, me didît ku serê wî ji laşê wî vediqete û li erdê gêr dibe!…»

Kuştina Ebû Cehl

Alhilgirê muşrikan Ebû Ezîz bin Umeyr esîr girtin. Fermandarê wan Ebû Cehl jî ji bo ku cesaretê bide qureyşiyan bê rawestan şiîr digotin û dixebitî ku dilê leşkerê xwe xurt bike. Wek xortekî ciwan êrîş dikir, pesnê xwe dida û digot: «Diya min ez ji bo van rojan anîme!…»; xort jî dianîn xîretê. Ji muşrikan Ubeyde bin Seîd ji serî heta piyan zirx li xwe kiribû. Tenê çavên wî xuya dikirin. Li ser hespê xwe carekê bi vî alî de, carekê bi wî alî de dizivirî û digot: «Ez Ebû Zatul-Keriş im! Ez Ebû Zatul-Keriş im!», yanî ez zikmezin im, ez bavê zik im; bi ya xwe mêr dixwest meydanê. Mucahidê qehreman Hezretê Zubeyr bin Ewwam nêzîkî wî bû, rima xwe rast li çavê wî nîşan girt, got «Allahû ekber!» û avêt. Rim li cihê xwe ket û ew ji hespê xist erdê. Gava Hezretê Zubeyr bi bez gihîşt ba wî, Ubeyde miribû. Lingê xwe danî ser dêmê wî û bi hemû hêza xwe kişand, dîsa jî rim bi zorê derket; xwar bûbû. Qehremaniya ku Hezretê Zubeyr di şerê Bedrê de nîşan da gelek mezin bû. Di laşê wî de cihekî bê birîn nemabû. Kurê wî Urwe ev hal wiha vegotibû: «Bavê min sê derbên şûr ên giran xwaribûn. Yek ji wan li stûyê wî bû. Birînê şopeke wisa kûr hiştibû ku ez dikaribûm tiliya xwe bixim hundirê wê.» Ebdurrehman bin Ewf jî bi qureyşiyan re bêeman şer dikir, guh nedida xwîna ku ji birînên wî diherikî û kî dihat pêşiya wî dixist erdê. Hezretê Ebdurrehman bûyereke ku bi çavên xwe dîtibû wiha vegot: «Demekê li pêşiya min kes nemabû. Gava min li rast û çepê xwe nêrî, çavê min bi du xortên Ensar ket. Min xwest ez li ba yê ji wan ê bihêztir û derbxurttir bim. Yekî ji van herdu xortan bi çavan ez pîvam, paşê berê xwe da min û pirsî: “Apo! Ma tu Ebû Cehl nas dikî?” Min jî got: “Belê, nas dikim.” Gava min jê pirsî: “Birazayê min, tu yê çi bi Ebû Cehl bikî?”, got: “Wek ku ji min re hatiye gotin, ew dijûnan dide Resûlûllah. Sond bi Allah teala, eger ez carekê wî bibînim, heta ku ez wî nekujim an ez bi xwe neyêm kuştin, qet jê venaqetim.” Bi rastî ez li vê gotina qetî û bibiryar ecêbmayî mam, ku xortekî di halê coşê de digot.

«Ya Eba Bekr! Ma tu nizanî ku tu ji bo min di şûna çavê min ê ku dibîne û guhê min ê ku dibihîze de yî! Ji ba min neqete! Her tengasiya ku tê ser beden û dilê min bi dîtina rûyê te yê mubarek sivik dibe. Dilê min bi te xurt dibe» Hedîsa şerîf

Yê din ji van herdu xortan jî ez bi çavan pîvam û eynî wek hevalê xwe got. Di wê navê de çavê min bi Ebû Cehl ketibû! Di nav leşkerê Qureyşê de bê rawestan diçû û dihat. Gava min got: “Gelî xortan! Ew kesê ku bi telaş bi vir de û bi wir de diçe, Ebû Cehl e”, yekser dest avêtin şûrên xwe û ber bi Ebû Cehl ve çûn.»

Dest bi şer kir. Ev xort birayên hev Muaz û Muewwiz bûn, kurên Efra Xatûnê. Di wê navê de Muaz bin Emr, ku yek ji qehremanên Eshabê Kîram bû, firsend dît ku xwe bigihîne ba Ebû Cehl. Ebû Cehl li hespekî dûvdirêj siwar bû; Muaz avêt ser wî û bi hemû hêza xwe şûr li çîpa wî xist. Çîpa Ebû Cehl ket erdê. Hingê Îkrime, ku hîn nebûbû misliman, gihîşt hawara bavê xwe û bi Hezretê Muaz bin Emr re dest bi şer kir.

Di wê gavê de birayên hev Muaz û Muewwiz wek şahînan xwe avêtin pêş. Kî hat pêşiya wan xistin erdê û gihîştin Ebû Cehl. Ewqas bi şûran lê xistin heta guman kirin ku miriye.

Hezretê Muaz bin Emr jî di şerê xwe yê bi Îkrime re ji dest û milê xwe birîndar bûbû. Destê wî yê mubarek ji zendê ve hatibû birîn, bi çerm ve daliqandî mabû. Muaz bin Emr xwe wisa dabû şer ku wextê wî tunebû bi destê xwe mijûl bibe û ji bo dermankirinê wî bipêçe. Destê wî yê birî bi çerm ve dihejiya, lê wî dîsa jî bi qehremanî şer dikir.

Allahû ekber!… Ev çi îmaneke qewî ye!… Ev çi dîmenekî hêjayî dîtinê bû!… Piştî ku Hezretê Muaz demekê wiha şer kir, dît ku êdî nikare wek berê bilive. Sebebê vê destê wî yê birî bû. Yekser ew xist bin lingê xwe, jê kir û avêt…21

Newfel bin Xuweylid, ku yek ji dijminên Îslamê yên har bû, ji pehlewanên herî bijarte yên Qureyşê bû. Bê rawestan diqîriya û dixebitî ku keriyê muşrikan bîne coş û xeleyanê. Mezinê me Pêxember gava ev halê wî dît, dua kiribû û ferman kiribû: «Allahê min! Li hember Newfel bin Xuweylid alîkarê min be. Tu ji heqê wî were.» Şêrê Allah teala Hezretê Elî gava çav bi Newfelê muşrik ket, yekser avêt ser wî. Şûrê xwe bi şid daxist; wisa lê xistibû ku digel çîpên wî bi zirxan pêçayî bûn jî, herdu bi hev re hatin birîn. Paşê şûr li stûyê wî xist û serê wî ji laşê wî jê kir.22

Umeyye bin Xelef, yê ku Bilalê Hebeşî li ser qûma sincirî dirêj dikir û zinarên mezin datanîn ser sînga wî, ji yên herî har ên muşrikan bû. Ev dijminê mezin ê Îslamê, yê ku ji bo îşkencekirina Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) tu firsend ji dest nedida, li newala Bedrê jî dixebitî ku muşrikan bide hev û hewl dida ku nûra Îslamê vemirîne. Hezretê Bilal gava ev halê wî dît, bi şûrê tazî nêzîkî wî bû, li hember wî rawesta, got: «Ey Umeyye bin Xelef, ey serê kufrê!… Eger tu xelas bibî, bila ez xelas nebim!» û avêt ser wî. Di ber re jî hema ku got: «Gelî birayên Ensarî! Bigihîjin, serê kufrê li vir e!», Eshabê Kîram dora Umeyye girt û ew di cih de kuştin.23

Di leşkerê muşrikan de êdî serek nemabû. Yekî ji wan nizanibû wê çi bike, her kes li ber xwe direviya. Keleha kufrê hilweşiyabû. Eshabên bişan dev ji şopandina wan berneda. Hinek ji muşrikan esîr hatin girtin. Ebbas, apê Pêxemberê me yê delal, jî di nav esîran de bû.24

Zefer ya muminan bû

Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) ji eshabên xwe yên bişan pirsî û ferman kir: «Ma kesek heye ku haya wî ji Newfel bin Xuweylid hebe?» Hezretê Elî derket pêş û got: «Ya Resûlellah! Min ew kuşt.» Pêxemberê me yê delal bi vê xeberê gelek şa bû, bi gotina «Allahû ekber!» tekbîr anî û ferman kir: «Allah teala duaya min a derheqê wî de qebûl kir.»

Gava jê re gotin ku Umeyye bin Xelef hatiye kuştin jî gelek şa bû û ferman kir: «Elhemdulillah! Şukir ji Allah teala re. Rebbê min evdê xwe tesdîq kir, dînê xwe serdest kir.»

Mezinê me Resûlê Ekrem derheqê Ebû Cehl de ferman kir: «Gelo Ebû Cehl çi kir, çi bi serê wî hat? Kî wê here û lê binêre?» û ferman kir ku di nav miriyan de lê bigerin. Lê geriyan, nedîtin. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Lê bigerin, gotineke min derheqê wî de heye. Eger hûn wî nas nekin, li şopa birîna li ser çoka wî binêrin. Rojekê ez û ew li ziyafeta Ebdullah bin Cud’an bûn. Em herdu jî xort bûn. Ez hinekî jê mezintir bûm. Gava cih li min teng bû, min dehf da wî. Ket ser çokên xwe. Yek ji çokên wî birîndar bû û şopa vê birînê ji çoka wî neçû.»

Li ser vê yekê Ebdullah bin Mes’ûd çû li Ebû Cehl bigere. Ew birîndar dît û nas kir. Jê pirsî: «Ebû Cehl tu yî?» Lingê xwe danî ser stûyê wî. Bi riha wî girt, kişand û got: «Ey dijminê Allah teala! Ma Allah teala dawiyê tu rezîl û heqîr kirî?» Ebû Cehl got: «Wê çima min rezîl û heqîr bike! Ey şivanê pez! Bila Allah te rezîl û heqîr bike. Tu derketiyî cihekî ku hilkişîna wî pir asê ye! Ka bi min bide zanîn, îro zefer û serdestî li kîjan alî ye?» Hezretê Îbn Mes’ûd got: «Zefer li aliyê Allah û Resûlê Wî ye.» Dema kumzirxê Ebû Cehl ji serê wî derdixist, got: «Ey Ebû Cehl! Ez ê te bikujim.» Ebû Cehl got: «Tu ne yê pêşî yî ji wan ên ku mezinê qewmê xwe kuştine. Lê bi rastî, ku tu min bikujî wê li min pir giran bê. Qet nebe stûyê min nêzîkî sînga min bibire, bila serê min biheybet xuya bike!» û bi vê gotinê nîşan da ku kufr, xurûr û kîbra wî gihîştiye çi dereceyê.

Îbn Mes’ûd gava nikaribû serê Ebû Cehl bi şûrê xwe bibire, bi şûrê Ebû Cehl birî; çek, zirx, kumzirx û serê wî anî û danî ber Mezinê me Pêxember. Got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Ev serê Ebû Cehl e, dijminê Allah teala.» Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ew Allah e ku ji Wî pê ve tu îlah tune.» Paşê rabû û bi eshabên xwe re heta ba cendekê Ebû Cehl çû. Li wir ferman kir: «Hemd ji Allah teala re ku tu zelîl û heqîr kirî.

Ey dijminê Allah! Tu firewnê vê ummetê bûyî.» Dû re jî bi gotina «Ya Rebbî! Te soza xwe ya ji min re bi cih anî» şukrê Allah teala kir. Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) birînên Eshabê Kîram ên birîndar dan pêçan. Yên ku şehîd bûbûn dan tesbîtkirin. Çardeh kes şehîd bûbûn: şeş ji muhaciran, heşt ji Ensar. Rûhên wan hemûyan ên mubarek difiriyan Cennetê; ji muşrikan jî, ku dixebitîn nûra Îslamê vemirînin, heftê kes hatin kuştin û heftê kes esîr hatin girtin. Mezinê me Resûlûllah Ebdullah bin Rewahe û Zeyd bin Harise şandin Medîneyê, da ku mizgîniya zeferê bidin. Mezinê me Pêxember îmametiya nimêja cenazeyê25 ya şehîdan kir û ew di qebrên wan de dan definkirin. Ji cendekên muşrikan bîst û çar avêtin bîreke kor, yên din jî bi hev re avêtin çalan û ser wan tijî kirin. Mezinê Aleman bi eshabên xwe yên bişeref re hat ser bîrê û ferman kir: «Gelî yên ku hatine avêtin bîrê!» Paşê navên muşrikên kuştî bi navên bavên wan re hejmartin û ferman kir: «Ey Utbe bin Rebîe! Ey Umeyye bin Xelef! Ey Ebû Cehl bin Hîşam!… Hûn ji bo Pêxemberê xwe çi qewmekî xerab bûn. We ez derewîn derxistim, hinekên din jî ez tesdîq kirim û rast derxistim. We ez ji bajarê min, ji welatê min derxistim. Hinekên din jî deriyên xwe ji min re vekirin û ez hembêz kirim. We bi min re şer kir, hinekên din jî alîkariya min kir. Ma hûn gihîştin tiştê ku Rebbê min soz dabû? Ez gihîştim wê zefera ku Rebbê min soz dabû.»

«(Gelî eshabên min!) Melaîket bi alamet û bi nîşan in. Hûn jî ji xwe re alamet û nîşanekê çêkin!» Hedîsa şerîf

Hezretê Umer pirsî: «Ya Resûlellah! Ma tu ji kesên ku bûne cendek re dibêjî?» Li ser vê yekê Mezinê me Resûlê Ekrem ferman kir: «Bi heqê Rebbê min, ku ez pêxemberê heq şandime, dibêjim: hûn ji wan çêtir min nabihîzin. Lê ew nikarin bersivê bidin.»

Muşrik ji bo ku canê xwe xelas bikin bi lez ji meydana şer reviyabûn û ji tiştên ku anîbûn nikaribûn tiştekî bi xwe re bibin. Hemû ket destê mislimanan. Mezinê me Pêxember malê xenîmetê li hemû eshabên xwe par kir, li yên ku beşdarî şerê Bedrê bûbûn û li yên ku wezîfedar bûn. Sê şevên din li Bedrê ma û piştî nozdeh rojan vegeriya Medîneyê. Di wê navê de Ebdullah bin Rewahe û Zeyd bin Harise, ku ji bo mizgîniyê hatibûn şandin, nêzîkî Medîneyê bûbûn. Roja yekşemê, di wextê çaştê de, gava gihîştin cihê bi navê Eqîq, ji hev veqetiyan. Ebdullah bin Rewahe ji aliyekî ve, Zeyd bin Harise jî ji aliyekî din ve ketin Medîneyê. Mal bi mal digeriyan û zefer radigihandin. Ebdullah bin Rewahe, ku şairê Mezinê me Resûlûllah bû, bi dengekî bilind mizgîniya zeferê dida û digot:

Gelî cemaeta Ensar! Mizgîniya min li we be:
sax û silamet e Pêxemberê Allah.
Muşrik hatin kuştin û esîr ketin,
di nav esîran de gelek kesên navdar hene.
Kurên Rebîe û Heccac bi temamî,
li Bedrê hat kuştin Ebû Cehl Emr bin Hîşam jî.

Hezretê Asim bin Ediy pirsî: «Ey Îbn Rewahe! Ma ya ku tu dibêjî rast e?» Ebdullah bin Rewahe wiha ferman kir: «Belê, wellahî rast e! Înşaallah sibe Resûlûllah jî wê bi esîrên destgirêdayî re bê!»

Wefata Hezreta Ruqeyye

Wê rojê Hezreta Ruqeyye (radiyellahû anha), keça Pêxemberê me yê delal, wefat kiribû. Mêrê wê Hezretê Osman îmametiya nimêja cenazeya wê kiribû. Xebera zeferê ku bi ser vê xemê de hat, dilê wan hinekî fireh kiribû.

Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) bi eshabên xwe re hemd ji Allah teala re kir, ku zefera Bedrê îhsanî Wî kiribû, çû secdeya şukrê û paşê bi esîran re ber bi Medîneya Munewwere ve bi rê ket.

Ebdullah bin Rewahe û Zeyd bin Harise, ku berê mizgînî dabûn, tiştên di Xezweya Bedrê de qewimîn û kî şehîd bûne vegotibûn. Zarok, jin û wezîfedarên ku li Medîneyê mabûn bi zeferê gelek şa bûbûn. Derketin pêşiya Mezinê me Pêxember. Di nav şehîdan de Harise bin Suraqe jî hebû. Diya Hezretê Harise, Rubeyyi, hîn bûbû ku kurê wê gava ji hewzê av vedixwar tîreke dijmin lê ketiye û şehîd bûye. Dêya me Rubeyyi gava ev xeber bihîstibû, gotibû: «Heta Resûl eleyhisselam neyê, ez ji bo kurê xwe nagirîm. Gava bi seadet Medîneyê şerefdar bike, ez ê ji wî bipirsim. Eger kurê min li Cennetê be, ez qet nagirîm. Na, eger li Cehennemê be, ez ê li şûna hêstiran xwînê ji çavên xwe bibarînim.»

Gava Pêxemberê me yê delal bi Eshabê Kîram ên xwe yên mubarek re Medîne şerefdar kir, Rubeyyi çû huzûra Wî û got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Tu dizanî ez çiqas ji kurê xwe Harise hez dikim. Gelo şehîd bûye û ketiye Cennetê? Eger wisa be, ez ê sebir bikim. Na, eger ne wisa be, ez ê hêstirên bi xwîn ji çavên xwe bibarînim.» Mezinê me Hebîbê Ekrem mizgînî dayê û ferman kir: «Ey Ummu Harise! Kurê te ne di yek Cennetê de ye, di ji yekê bêtir Cennetan de ye. Cihê wî Firdews e.» Li ser vê yekê Rubeyyi got: «Êdî ez ji bo kurê xwe nagirîm.» Sultanê Kaînatê firaxek av xwest. Merhemet kir, destê xwe yê mubarek xist nav avê û derxist. Ev av bi diya Hezretê Harise û bi xwişka wî da vexwarin. Herwiha ev av li ser û rûyê wan jî da. Ji wê rojê pê ve rûyê Rubeyyi û keça wê pir bi nûr bû. Emrê wan jî gelek dirêj bû. Mezinê me Seydayê Kaînatê eleyhî efdelusselewat ew heftê esîrên ku anîbûn Medîneyê li eshabên xwe par kirin û ferman kir ku bi başî bi wan re tevbigerin. Derheqê aqûbeta esîran de hîn ji Allah teala wehy nehatibû. Mezinê me Resûlûllah piştî ku bi eshabên xwe re şêwirî, biryar da ku esîr li hember fîdyeyê bên berdan.

Li gorî malê her esîrî miqdara fîdyeyê hat diyarkirin. Ji yên ku pereyê wan tunebû, kesên ku xwendin û nivîsandin dizanibûn wê li Medîneyê deh kesên ku nizanibûn hînî xwendin û nivîsandinê bikirana û piştî wê dikaribûn herin Mekkeyê. Mezinê me Pêxember ji apê xwe Ebbas re, ku di nav esîran de bû, ferman kir: «Ey Ebbas! Ji bo xwe, ji bo birazayê xwe Uqeyl (Eqîl) bin Ebî Talib û ji bo Newfel bin Haris pereyê xelasiyê bide. Çimkî tu dewlemend î.» Hezretê Ebbas jî got: «Ya Resûlellah! Ez misliman im. Qureyşiyan ez bi zorê anîm Bedrê.» Resûlûllah ferman kir: «Mislimantiya te Allah teala dizane. Eger tu rast dibêjî, Allah teala wê bêguman ecrê wê bide te. Lê tu bi zahirê xwe li dijî me yî. Loma lazim e ku tu pereyê xelasiya xwe bidî.» Gava Ebbas got: «Ya Resûlellah! Ji wan 800 dirhemên ku we xenîmet ji min standine pê ve tu serweta min tune», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Ebbas! Lê ew zêr, tu çima behsa wan nakî?» Wî jî pirsî: «Kîjan zêr?» Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ew zêrên ku roja tu yê ji Mekkeyê derketayî te dabûn jina xwe Ummul-Fedl, keça Haris! Gava te ew didan, ji we pê ve kes li ba we tunebû. Te ji Ummul-Fedl re gotibû: “Ez nizanim di vê seferê de wê çi bê serê min. Eger felaketek bê serê min û ez venegerim, ewqas ji bo te ye, ewqas ji bo Fedl e, ewqas ji bo Ebdullah, ewqas ji bo Ubeydullah, ewqas jî ji bo Qusem e.”» Hezretê Ebbas şaş ma û got: «Sond dixwim, gava min ev zêr didan jina xwe kes li ba me tunebû. Tu vê ji ku dizanî?» Gava Mezinê me Pêxember ferman kir: «Allah teala bi min da zanîn», Ebbas got: «Ez şahidiyê didim ku tu resûlê Allah teala yî û rast dibêjî» û Kelîmeya Şehadetê anî.26 Piştî ku bû misliman, Mezinê me Pêxember li Mekkeyê wezîfe da Hezretê Ebbas. Emir lê kir ku mislimanên li wê derê biparêze û xeberên derheqê dijminên Îslamiyetê de bişîne.

«Bi heqê Rebbê min, ku ez pêxemberê heq şandime, dibêjim: hûn ji wan (ji cendekên muşrikan) çêtir min nabihîzin. Lê ew nikarin bersivê bidin» Hedîsa şerîf

Ji Qureyşê re, ku di Xezweya Bedrê de şikestibû, xeber şandin û dan zanîn ku dikarin li hember fîdyeyê esîrên xwe bistînin. Tenê stûyê Nedr bin Haris hat lêxistin, yê ku berî hicretê gelek ezyet û îşkence li Mezinê Pêxemberan kiribûn. Herwiha Uqbe bin Ebî Mueytê alçax jî hat kuştin, ew bedbextê ku gava Resûl eleyhisselam li Kabeyê nimêj dikir, ûrê deveyê danîbû ser pişta Wî ya mubarek. Gava serê vî dijminê Îslamê yê har ji laşê wî veqetiya, Mezinê me Resûlûllah hemd ji Allah teala re kir. Çû ba wî û ferman kir: «Wellahî ez tu kesî nas nakim ku bi qasî te xerab be: te Allah teala, resûlê Wî û Qur’ana Kerîm înkar kir, te pêxemberê Wî ji îşkenceyê avêt îşkenceyê.»

Esîr, heta ku xwediyên wan li hember fîdyeyê ew standin, li ba Eshabê Kîram eleyhimurridwan man. Hemû sehabeyan gelek baş li esîran nêrî û ew kirin şirîkê xwarina xwe.

Ebû Ezîz, birayê Mus’eb bin Umeyr, di nav esîran de bû. Wî wiha vegot: «Ez jî li mala mislimanekî medîneyî esîr bûm. Pir baş li min dinêrîn: nanê ku sibe û êvarê wê bixwarana didan min, ew bi xwe jî mecbûr diman ku tenê xurme bixwin. Eger parçeyek nan biketa destê yekî ji wan, rasterast dianî û dida min. Ji şerman min nan paşve dida yê ku anîbû. Lê wî nan dîsa li min vedigerand.»

Dîsa ji esîran qureyşiyekî bi navê Yezîd wiha vegot: «Gava misliman ji Bedrê dihatin Medîneyê, em esîr li heywanan siwar kirin, ew bi xwe jî peya meşiyan.»

Di nav esîran de Ebul-As bin Rebî jî hebû, ku kurê xwişka Xedîce radiyellahû anha û zavayê Mezinê me Pêxember bû. Ebul-As ji tacirên Mekkeyê bû û malê wî pir bû. Bi emanet û dîndariya xwe navdar bû. Gava ji Mekkeyê fîdyeya esîran dihat şandin, Hezreta Zeyneb ji bo ku fîdyeyê temam bike ew gerdenî jî şandibû ku diya wê di dawetê de diyarî wê kiribû. Gava fîdye hatin, Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) gerdenî nas kir û ferman kir: «Gelî eshabên min, eger hûn munasib bibînin, esîrê keça min Zeynebê bi fîdyeya wî re jê re bişînin.» Eshaban jî got «Baş e». Bi wî şertî ku Zeynebê bişîne Medîneyê, destûr dan ku Ebul-As bi malê xwe re here Mekkeyê. Ebul-As jî Zeyneb û yên bi wê re, bi birayê xwe Kinane re bi rê kirin. Muşrik gava bi vê hesiyan xezibîn û çend zilamên xwe şandin pey wan. Li Zî Tuwayê gihîştin wan. Gava Hebbar bin Eswed rima xwe avêt, deve veciniqî, Hezreta Zeyneb ji ser xwe avêt û xist erdê. Kinane tîrên xwe rijandin ber xwe û got: «Kî qesta Zeynebê bike, ez ê wî bi tîrê helak bikim.» Zeyneb ji Mekkeyê derxist û gihand menzîlê. Hezreta Zeyneb ji ber birînên ku xwaribûn nexweş ket. Ducanî bû. Gava gihîşt Medîneyê, zaroka wê ji ber çû. Resûl eleyhisselam gava ev xeber girt, dilê Wî gelek êşiya.

Şikestina muşrikan a li Bedrê û reva wan a perîşan ji meydana şer, li Mekkeyê bû sebebê heyreteke mezin. Netîceyek derketibû holê ku qet ne li bendê bûn, heta qet nehatibû bîra wan jî. Ebû Leheb û muşrikên din ji gotinên yê ku xeber pêşî anî bawer nekir. Gava Ebû Sufyan, ku ji meydana şer reviyabû, hat Mekkeyê, yekser gazî wî kirin ba xwe. Ebû Leheb jê pirsî: «Birazayê min! Ka bibêje, çawa çêbû?» Ebû Sufyan li wir li cihekî rûnişt. Gelek kesan jî li ser piyan guhdarî dikir. Ebû Sufyan wiha vegot:

«Qet nepirse: gava em rastî mislimanan hatin, qey dest û milên me girêdayî bûn. Çawa xwestin wisa kirin. Hinek ji me kuştin, hinek ji me esîr girtin. Sond dixwim, ez lome û eybê li tu kesî ji yên me nakim. Çimkî di wê gavê de em rastî kesên wisa hatin ku di navbera erd û asîman de li ser hespên boz bûn û cilên spî li xwe pêçabûn. Ne tiştek li ber wan disekinî, ne jî kesek dikaribû li hember wan raweste!»

Hezretê Ebû Rafi, koleyê Ebbas, li wir bû; digel ku di destpêka Îslamê de bûbû misliman jî, ji ber ku ji şerra muşrikan ditirsiya mislimantiya xwe eşkere nedikir. Ebû Rafi, ku bêdeng guh dida wan, ji şabûnê her tişt ji bîr kir û ji devê wî derket: «Wellahî ew melaîket in!»

Ebû Leheb sîleyeke xurt lê da, ew rakir û li erdê xist. Gelek jî lê da. Li ser vê yekê Ummul-Fedl, jina Hezretê Ebbas, ku li wir bû, nikaribû xwe bigire. Çimkî ew bi xwe jî berê bûbû misliman. Ummul-Fedl yek ji stûnên odeyê hilda, got: «Te dît ku kesê wî tune û ji ber vê te ew bêhêz hesiband, ne wisa?» û bi şid li Ebû Leheb xist. Serê Ebû Leheb şeq bû. Xwîn jê diherikî; zelîl, heqîr û riswa zivirî û çû. Piştî heft rojan Allah teala nexweşiyek dayê ku jê re sorika reş tê gotin. Ji vê nexweşiyê mir. Kurên wî du an sê şevan ew bê definkirin hiştin. Dawiyê bêhn pê ket. Her kes ji nexweşiya ku bi Ebû Leheb ketibû wek ji taûnê direviya û jê bêz dikir. Li ser vê yekê yekî ji Qureyşê ji kurên Ebû Leheb re got: «Wey li we, ma hûn şerm nakin? We bavê xwe li malê hişt heta ku bêhn pê ket. Qet nebe wî li cihekî binax bikin û ji ber çavan winda bikin.» Kurên wî bersiva wî kesî dan: «Em ji nexweşiya wî ditirsin!» Vê carê wî zilamî ji wan re got: «Hûn herin, ez têm, ez ê alîkariya we bikim.» Paşê her sê hatin ba hev. Dan pişta xwe û li cihekî xewle danîn. Heta ku ji ber çavan winda bû, kevir avêtin ser. Bi vî awayî Ebû Leheb ket wî warê xwe yê ku wê heta hetayê tê de di nav ezab û agir de bimîne, ket qebra xwe ya tarî ku çaleke Cehennemê ye.

Di nav qureyşiyên ku li Bedrê esîr ketibûn de Welîd bin Welîd jî hebû. Ew Ebdullah bin Cehş esîr girtibû. Birayên Welîd, Hîşam û Xalid bin Welîd ku hîn nebûbû misliman, hatin Medîneyê. Ebdullah bin Cehş nexwest wî berde heta ku fîdyeya necatê, yanî pereyê xelasiyê neyê dayîn. Ji birayên wî Xalid razî bû, lê Hîşam, ku bavê wan yek û diya wan cuda bû, qebûl nekir. Mezinê me Resûlûllah teklîf kir ku çek û teçhîzata bavê wan bê dayîn. Hîşam bi vê razî bû, lê Xalid qebûl nekir. Lê dawiyê li hember şûr, zirx û kumzirxê bavê xwe, ku qîmeta wan sed dînar bû, li hev kirin. Welîd ji esaretê xelas kirin û ber bi Mekkeyê ve bi rê ketin. Lê Welîd li Zul-Huleyfeyê, ku li ser riya Mekkeyê çar mîlan dûrî Medîneyê ye, ji wan veqetiya, hat ba Mezinê me Pêxember, îman anî û bû yek ji Eshabê Kîram. Demekê piştî ku bû misliman çû Mekkeyê ba birayên xwe. Hingê Xalid bin Welîd jê pirsî: «Madem tu yê bibûyayî misliman, bila tu berî dayîna fîdyeya xelasiyê bibûyayî! Te yadîgara ku ji bavê me mabû ji destê me derxist. Te çima wisa kir?» Wî jî bersiv da: «Ez tirsiyam ku qureyşî bibêjin: “Li ber esaretê xwe negirt û bû tabiê Muhemmed eleyhisselam.”»

«Ey Ebbas! Mislimantiya te Allah teala dizane. Eger tu rast dibêjî, Allah teala wê bêguman ecrê wê bide te. Lê tu bi zahirê xwe li dijî me yî. Loma lazim e ku tu pereyê xelasiya xwe bidî» Hedîsa şerîf

Birayên wî ji vê bersivê pir hêrs bûn û ew bi hin mislimanên ji Benî Mexzûm re li ba Eyyaş bin Ebî Rebîe û Seleme bin Hîşam (radiyellahû anhûma) hepis kirin. Welîd bin Welîd radiyellahû anhû ji ber ku îman anîbû bi salan di hepsê de ma. Ji apê xwe Hîşam, ku yek ji dijminên Îslamiyetê yên har bû, û ji xizmên xwe yên muşrik gelek zilm û îşkence dît. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo Eyyaş bin Ebî Rebîe, Seleme bin Hîşam û Welîd, ku ketibûn ber zilma muşrikan, wiha dua kir: «Îlahî! Welîd bin Welîd, Seleme bin Hîşam, Eyyaş bin Rebîe û muminên din ên ku (di destê kafiran de bêhna wan çikiyaye û) zeîf (û aciz) tên dîtin xelas bike. Îlahî, Mudar (Qureyşê) hîn xerabtir (pir dijwar) biperçiqîne. Van salan (ji bo wan) bişibîne salên Yûsuf.»

Bi bereketa duaya Mezinê me Resûlûllah Hezretê Welîd firsendek dît û ji cihê ku lê girêdayî bû reviya. Hat Medîneya Munewwere û gihîşt Pêxemberê me yê delal. Gava Mezinê me Hebîbullah halê Eyyaş bin Rebîe û Seleme bin Hîşam pirsî, da zanîn ku ew ji lingên xwe bi hev ve girêdayî ne û di bin ezab û îşkenceyên dijwar de diperpitin.

Dilê Sultanê Kaînatê bi halê wan gelek şewitî û li çareyên xelaskirina wan geriya. Gava pirsî ka kî dikare wan xelas bike, Welîd, digel ku bi salan di bin îşkenceyê de mabû jî, bi cesaret û eşqeke mezin bersiv da: «Ya Resûlellah! Ez ê wan xelas bikim û bînim ba te.» Dîsa hat Mekkeyê; da pey jinekê ku xwarin ji mislimanên di bin îşkenceyê de re dibir û bi vî awayî cihê wan hîn bû. Herdu jî di avahiyeke bêban de hepis bûn. Welîd bi şev mirin da ber çavên xwe, bi cesareteke mezin di ser dîwar re daket û gihîşt ba hevalên xwe. Ev herdu mezlûm, ku ji îmananînê pê ve tu sûcê wan tunebû, muşrikan bi kevirekî ve girêdabûn û di germa şewatker a hewaya çola Erebistanê de her cure zilm li wan dikirin. Welîd ev birayên xwe yên mubarek xelas kirin û li deveya xwe siwar kirin. Ew bi xwe jî peya û pêxwas bi rê ket, da ku demek berî demekê bigihîje Medîneya Munewwere, ba Resûlûllah ê ku pir jê hez dikir. Ne germa çolê ya ku mirov dibirijîne, lê eşqa gihîştina Mezinê Aleman ew dişewitand.

Di sê rojan de birçî, tî û pêxwas hat Medîneyê. Tiliyên wî ji ber keviran perçe perçe bûbûn. Welîd bin Welîd di nav xwînê de gihîşt Hebîbullah ê ku pir jê hez dikir.

Zefera Bedrê misliman xistin nav şahiyeke mezin. Muşrik jî ketibûn xem û xusraneke mezin. Melîkê Hebeşistanê Necaşî jî gava bihîst ku Mezinê me Resûlûllah bi ser ketiye, yekser çû ba Eshabê Kîram ên li welatê wî û mizgînî da wan: «Hemd ji Allah teala re ku Resûlê xwe li Bedrê bi ser xist û zefer îhsanî Wî kir.»

Bûyerên piştî Xezweya Bedrê

Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) li Medîneyê hem bi cihûyan re, hem bi munafiqên ku wek Ebdullah bin Ubey xwe misliman nîşan didan re, hem jî bi muşrikan re mucadele dikir. Herwiha qebîleyên muşrik ên li derveyî Medîneyê dawetî Îslamê dikirin û dixebitî ku ew bi mislimanbûnê şerefdar bibin. Xezweyên wek Qerqere, Benî Qeynuqa, Sewîq, Xetafan, Behran… hemû piştî Xezweya Bedrê çêbûn.

Hin bûyerên sala duyem a hicretê

Vê salê emir hat ku zekat ferz e, sedeqeya fitrê bê dayîn, nimêjên cejnê bên kirin û qurban bê serjêkirin. Mezinê me Resûlûllah keça xwe Ummu Gulsûm bi Hezretê Osman re zewicand. Hefse, keça Hezretê Umer, û Zeyneb bint Xuzeyme (radiyellahû anhûnne) li xwe mar kirin. Hezretê Hesen, kurê Hezretê Elî, hat dinyayê.

Zewaca bi Hezreta Aîşe re

Mezinê me Pêxember û Hezreta Aîşe hîn li Mekkeyê bûn, nîşana wan çêbûbû, lê dawet hîn nehatibû kirin. Rojekê Hezretê Ebûbekr ji Mezinê me Serwerê Alemê pirsî: «Ya Resûlellah! Çi nahêle ku tu bi ehlê xwe re bizewicî?» Resûlûllah ferman kir: «Mehr e.» Hezretê Ebûbekr pereyê mehrê ji Resûlûllah re şand.27

Li ser vê yekê daweta Dêya me Hezreta Aîşe çêbû. Hingê Mezinê me Pêxember pêncî û pênc salî bû.28 Dêya me Hezreta Aîşe pir zîrek û jêhatî bû, dikaribû bûyeran di cih de bi şiîr bibêje. Tiştê ku hîn dibû û ezber dikir qet ji bîr nedikir. Pir biaqil, zîrek, alime, edîbe, efîfe û salihe bû. Ji ber ku hafizeya wê gelek xurt bû, Eshabê Kîram gelek tişt ji wê dipirsîn û hîn dibûn. Bi ayeta kerîme pesnê wê hatiye dayîn.

Xezweya Qerqeretul-Kedr

Xeber hat ku tayfeyek ji Benî Suleym û Xetafan li Qerqereyê civiyaye. Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember bi du sed kesî ji muhacir û Ensar ji Medîneyê bi rê ket. Li Medîneyê Hezretê Îbn Ummu Mektûm wekîl hatibû hiştin. Ala spî Hezretê Elî hildigirt. Gihîştin wî cihî. Kesek nedîtin. Muşrikan gava bihîstibû ku leşkerê Îslamê tê, ew der hiştibû. Dema di newalê re pêş ve diçûn, rastî deveçiyekî hatin. Jê pirsî ka Benî Suleym û xetafanî li ku ne. Deveçî got: «Wan ez ji bo pênc rojan bi heq girtibûm, da ku li heywanên wan binêrim. Niha nizanim li ku ne.» Dest danîn ser pênc sed deveyan û ew kirin xenîmet. Şivan Yesar jî esîr girtin. Piştî ku sê şevan li Newala Qerqeretul-Kedrê man, deve dan pêşiya xwe û ber bi Medîneyê ve bi rê ketin. Mezinê me Pêxember li cihê ku jê re Dirar tê gotin pêncyeka deveyan veqetand û yên mayî par kirin. Bi her kesî du deve ketin. Roja din gava nimêja sibehê dikirin, dîtin ku ev deveçiyê bi navê Yesar bi wan re nimêj dike. Mezinê me Pêxember jî ew kole azad kir. Paşê bi silametî vegeriyan Medîneyê.

«Wellahî ez tu kesî nas nakim ku bi qasî te (Uqbe bin Ebî Mueyt) xerab be: te Allah teala, resûlê Wî û Qur’ana Kerîm înkar kir, te pêxemberê Wî ji îşkenceyê avêt îşkenceyê» Hedîsa şerîf

Her canê ku bi agirê şewqa rûyê te bişewite, dibe nûr;
dilê ku bi derdê eşqê wêran bûye, ava dibe.

Xezweya Benî Qeynuqa

Rojekê cihûyên Benî Qeynuqa xwestibû tinazên xwe bi jineke misliman bikin; yekî ji sehabiyan ev dîtibû, yekser şûrê xwe kişandibû û ew cihû kuştibû. Cihû jî civiyan û ew sehabiyê mubarek şehîd kir. Bûyer gihandin Mezinê me Pêxember. Mezinê me Resûlê Ekrem ew li bazara Qeynuqayê civandin û ferman kir: «Gelî civata cihûyan! Bitirsin ku ezabek wek wî ezabê ku Allah teala daye Qureyşê bê serê we jî, û bibin misliman. Hûn baş dizanin ku ez pêxemberek im ku Allah teala şandiye. We ev jî, ahda Allah teala ya bi we re jî di kitêba xwe de xwendiye…»

«Hemd ji Allah teala re ku Resûlê xwe li Bedrê bi ser xist û zefer îhsanî Wî kir» Necaşî Eshame (rehmetûllahî eleyh)

Xezweya Benî Qeynuqa

Digel vê merhemetê jî cihûyan peymana ku girêdabûn xera kir û li hember Sultanê Aleman serî rakir. Gotin: «Ey Muhemmed! Bila ev te nexapîne ku te qewmekî ku bi şer nizane şikandiye! Sond dixwin, em mirovên cengawer in! Lê gava tu dest bi şerê bi me re bikî, tu yê fêm bikî ka em çi mêrxas in!…» Bi vî awayî eşkere kirin ku peymana berê xera dikin û serî radikin. Li ser vê yekê Cebraîl eleyhisselam wehy anî; bi mealî wiha dihat fermankirin: «(Ey Hebîbê Min!) Eger tu ji xiyaneteke qewmekî ku (bi te re) peyman girêdaye (ji tevgereke wî ya li dijî peymanê) bikevî endîşeyê, (berî ku tu dest bi şer bikî) rasterast bi wan bide zanîn ku tu li ser heq û edaletê ahda wan red dikî. Çimkî Allah teala ji xayinan hez nake.»29

Di ayeteke kerîme ya din de jî bi mealî wiha hat fermankirin: «Ey Resûlê Min! Ji wan cihûyên ku kafir in re bibêje: Hûn ê bêguman mexlûb bibin, hûn ê bên civandin û ber bi Cehennemê ve bên ajotin; ew Cehennem çi cihekî xerab e ji bo mayînê!»30

Mezinê me Hebîbê Ekrem yekser, roja şemiyê di nîvê meha Şewwalê de, leşkerek amade kir û bi ser wê kelehê de meşiya ku cihûyên Qeynuqa tê de bûn. Ala spî Hezretê Hemze hildigirt û li Medîneyê Ebû Lubabe wekîl hatibû hiştin.31

Leşkerê mubarek keleha Qeynuqayê dorpêç kir. Cihûyên ku digot «Em çi mêrxasên cengawer in!..», ne ku li ber xwe bidin, newêrîbûn ku ji keleha xwe tîrekê jî bavêjin. Mezinê me Resûlûllah ketin û derketin xist bin kontrola xwe. Kes nikaribû derkeve derve. Ev hal panzdeh rojan domiya.32

Tirs ket dilê cihûyan û teslîm bûn. Digel ku lazim bû her yek ji wan bê kuştin, Pêxemberê me yê delal, ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, merhemet kir û destûr da ku cihûyên Qeynuqa herin Şamê. Destûr nehat dayîn ku kesek li wan deran bimîne. Bi vî awayî ji axa Medîneyê hatin derxistin.33 Benî Qeynuqa ji warên xwe bar kir. Mal û çekên wan ji mislimanan re bûn xenîmet.

Xezweya Sewîq

Ebû Sufyan gava ji şerê Bedrê reviya û gihîşt Mekkeyê, nezr kir ku heta tola xwe ji Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) negire, «rûn li serê xwe nede û neçe ba jinên xwe». Di sala duyem a hicretê de, roja yekşemê, pêncê meha Zilhicceyê, ji bo ku nezra xwe bi cih bîne bi du sed siwarî ber bi Medîneyê ve bi rê ket. Şevekê li Medîneyê çû mala yekî û Mezinê me Pêxember pirsî. Wî kesî rû nedayê.

Derî jî lê venekir. Ji wir çû û li ba Sellam bin Mişkem bû mêvan. Roja din ji wir rabû û hat nahiyeya Ureydê. Li wê nahiyeyê rastî Me’bed bin Emr ê ji Ensar û xizmetkarê wî hat û ew li ser karê wan şehîd kirin. Agir berda xurmistanekê. Got: «Sonda min bi cih hat» û ji wir çû.

Gava ev bûyer gihandin Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem), Ebû Lubabe li Medîneyê wekîl hişt û bi du sed kesî da pey Ebû Sufyan.

«Hûn ê bêguman mexlûb bibin, hûn ê bên civandin û ber bi Cehennemê ve bên ajotin; ew Cehennem çi cihekî xerab e ji bo mayînê!» Alî Îmran: 12

Muşrik gava bi vê hesiyan dest bi revê kir. Ji bo ku xelas bibin barên xwe û cureyekî zad ku jê re sewîq digot, bi wan beroşên ku ji bo pijandinê anîbûn re li wir hiştin û reviyan. Mislimanan ev dîtin û kirin xenîmet. Loma ji vê xezweyê re Xezweya Sewîq tê gotin.

Zewaca Hezretê Elî û Hezreta Fatîma

Sala duyem a hicretê bû. Hezreta Fatîma, keça Mezinê me Fexrê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem), gihîştibû panzdeh saliya xwe.

Rojekê Hezreta Fatîma ji bo xizmetekê ketibû huzûra Mezinê me Resûlê Ekrem. Mezinê me Resûlûllah dît ku keça Wî ya kerîme gihîştiye çaxê zewacê. Ji wê rojê pê ve gelek kesan Dêya me Fatîmaya Zehra xwest. Resûl eleyhisselam rû neda wan û ferman kir: «Karê wê bi emrê Heq teala ve girêdayî ye.»

Rojekê Ebûbekr, Umer û Se’d bin Muaz li mizgeftê rûniştibûn û wiha dipeyivîn: «Ji bilî Hezretê Elî her kesî Hezreta Fatîma xwest. Rû nedan tu kesî.» Hezretê Siddîq got: «Ez guman dikim ku wê bibe nesîbê Elî. Werin em herin ziyareta wî û vê meseleyê jê re vekin. Eger feqîriya xwe bike behane, em alîkariya wî bikin.» Se’d jî got: «Ya Eba Bekr! Tu her tim xêrê dikî. Rabe, em jî bi te re bibin heval.» Her sê bi hev re ji mizgeftê derketin û çûn ku Hezretê Elî bibînin. Hezretê Elî deveya xwe biribû û av dida xurmistana yekî ji Ensar. Gava ew dîtin, hat pêşiya wan û hal û xatirê wan pirsî. Hezretê Ebûbekr jê pirsî: «Ya Elî! Di her karê bixêr de tu li pêş î û li ba Resûlê Ekrem tu di mertebeyekê de yî ku nebûye nesîbê tu kesî. Her kesî Hezreta Fatîma xwest. Rû nedan tu kesî. Em guman dikin ku wê bibe nesîbê te. Tu çima gavekê naavêjî?»

Gava Hezretê Elî ev bihîst, çavên wî yên mubarek tijî hêstir bûn û got: «Ya Eba Bekr! Te ez pir şewitandim. Ji min pê ve kesekî ku dilê wî ewqas li ser wê be tune. Lê destengiya min nahêle.» Hezretê Ebûbekr got: «Wisa nebêje. Li ba Allah teala û Resûlê Wî dinya ne tiştek e. Feqîrî nikare bibe manî ji vê re. Here, bixwaze.»

Hezretê Elî wiha ferman dike: «Ez bi şerm û fediyê ketim huzûra Resûlûllah. Hemû heybet û weqara Resûlûllah li ser Wî bû. Ez li huzûrê rûniştim û ez nikaribûm bipeyivim. Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Tu çima hatî, ma hewcedariyeke te heye?” Ez bêdeng mam. Gava ferman kir: “Qey tu hatiyî Fatîmayê bixwazî”, ez tenê karîm bibêjim: “Belê.” (Mezinê me Pêxember bi Hezreta Fatîma da zanîn ku Hezretê Elî wê dixwaze. Ew jî bêdeng ma.) Mezinê me Pêxember ferman kir: “Çi yê te heye ku tu wek mehr bidî Fatîmayê?” Min got: “Li ba min tiştek tune ku ez bidim wê, ya Resûlellah.”»

Ferman kir: «Ew kirasê zirxî yê Hutemî yê ku min dabû te li ku ye, çi lê hat?» Gava got: «Li ba min e», ferman kir: «Wî bifiroşe û pereyê wî ji min re bîne. Ew wek mehr bes e.»34 Di rîwayeteke din de jî, gava Mezinê me Resûlûllah ji Hezretê Elî re ferman kir: «Çi li ba te heye?», wî bersiv dabû: «Hespê min û kirasê min ê zirxî hene»; Mezinê me Resûlûllah jî ferman kiribû: «Hespê te wê ji te re lazim bibe, lê zirxê xwe bifiroşe.» Di rîwayeteke din de jî ferman kir: «Ya Elî, here ji xwe re malekê kirê bike.»

Hezretê Elî heta ku zewicî bi Mezinê me Pêxember re dima. Li ser emrê Mezinê me Pêxember mala Harise bin Nu’man kirê kir, ku nêzîkî Mescîda Nebewî, li hember odeya Hezreta Aîşe bû. Zirxê xwe jî şand bazarê. Hezretê Osman radiyellahû teala anhû gava li bazarê digeriya, zirxê Hezretê Elî nas kir. Gazî dellal kir û got: «Xwediyê vî zirxî çi bihayî jê dixwaze?» Dellal got: «Çar sed dirhem dixwaze.» Osman radiyellahû anhû wiha ferman kir: «Were, pereyê xwe bistîne.» Paşê çû mala xwe ya seadetê. Zirx ji dellal stand û pereyê wî da. Got: «Ev zirx ji wî pê ve layiqî kesî nîne. Bila van pereyan jî ji bo dawetê xerc bike. Bila uzra me jî qebûl bike.» Çar sed dirhem da, zirx jî danî ser û wek diyarî ji Hezretê Elî re şand. Gava Hezretê Elî bi zirx û dirheman hat ba Pêxemberê me, Mezinê me Pêxember ji Hezretê Osman re gelek duayên xêrê kirin û ferman kir: «Osman li Cennetê refîqê min e.» Paşê gazî Bilalê Hebeşî kir, hinek ji pereyan dayê û ferman kir: «Van pereyan bigire, here çarşiyê! Hinek gulav, bi pereyê mayî jî hingiv bikire û li quncikekî mizgeftê di firaxeke paqij de bi avê re bihelînin. Şerbeta hingiv çêkin ku piştî ku nîkah hat birîn em vexwin. Eshabên min ên ji Ensar û muhaciran ku li vir in dawetî mizgeftê bike û bi xelkê bide zanîn ku nîkaha Fatîma û Elî wê bê birîn.»

Bilalê Hebeşî derket derve û bi xelkê da zanîn ku nîkaha Hezretê Elî û Hezreta Fatîma wê bê birîn. Eshabê Kîram hatin Mescîda Nebewî, hundir û derveyê wê tijî kirin. Mezinê me Pêxember rabû ser piyan û ev xutbe xwend: «Hemû hemd û şukr mexsûsî Rebbê aleman e. Ew e yê ku bi nîmetên ku dide pesnê Wî tê dayîn, ji ber qudret û qeweta Wî ya bêdawî îbadet ji Wî re tê kirin, ji ezab û hesabê Wî tê tirsîn, hukm û fermana Wî li rûyê erdê û li asîmanan hakim e. Yê ku mexlûqat bi qudreta xwe afirandine, bi hukmên xwe yên biedalet ew ji hev veqetandine û însan bi dînê (Îslamê) û bi pêxemberê xwe Muhemmed (eleyhisselam) şerefdar kirine Ew e… Allah teala ferman li min kir ku ez keça xwe Fatîmayê li Elî bin Ebî Talib mar bikim. Niha ez we dikim şahid ku (bi emrê Allah teala) min Fatîma bi 400 misqal zîv mehr li Elî bin Ebî Talib mar kir. Bila Rebbê min hebûna wan bîne ba hev û vê yekê li wan mubarek bike. Bila nesla wan paqij bike, bike mifteya rehmetê, kana hikmetê û ji bo ummeta Muhemmed emîn bike.

Ya ku ez ê bibêjim ev e. Ez ji Rebbê xwe ji bo xwe û ji bo we mexfîretê dixwazim.»

Hezretê Elî jî rabû û ev xutbeya kurt xwend: «… Ez selat û selamê li Muhemmed eleyhisselam dikim, ku em li huzûra Wî ne û keça xwe ya mubarek Fatîma bi 400 misqal zîv mehr li min mar kiriye. Gelî birayên min ên dînî! Bêguman we fermanên Mezinê me Pêxember bihîstin û hûn bûn şahid. Ez jî li ser vê şahid û razî me. Ez wê wek ku heye qebûl dikim. Allah teala şahidê gotinên me hemûyan e, wekîlê me hemûyan e.»35

«Osman li Cennetê refîqê min e» Hedîsa şerîf

Piştî ku eqda nîkahê qediya, Mezinê me Pêxember xurmeyên teze dan anîn û ferman kir: «De ji van xurmeyan hildin û bixwin.» Her kesî hilda û xwar. Paşê Hezretê Bilal şerbeta hingiv belav kir, ew jî vexwarin û hemû sehabiyan wiha dua kir: «Barekellahû fîkuma we eleykuma we cemea şemlekuma.» Gava nîkah dihat birîn, Fatîma radiyellahû anha panzdeh, Elî radiyellahû anhû bîst û pênc salî bû.

Hezreta Fatîma piştî nîkahê digiriya. Mezinê me Pêxember hat ba wê û ferman kir: «Ey Fatîma! Çi bi te hatiye ku tu digirî? Sond bi Allah teala, min tu li wî kesî mar kirî ku ji xwazgînên te yê herî alim e, di hilm û aqilmendiyê de yê herî bilind e û yê ku pêşî bûye misliman e.» Hezreta Fatîma got: «Bavo! Mehra her keça ku dizewice bi zêr û zîv tê teqdîr û tayînkirin. Eger mehra min jî wisa bê teqdîrkirin, wê di navbera te û yên din de çi ferq hebe? Roja qiyametê tu ji gunehkarên muminan ji çiqas kesan re şefaetê bikî, ez jî dixwazim ji jinên wan re şefaetê bikim. Mirada min ev e.»

Gava Allah teala da zanîn ku ev daxwaza Hezreta Fatîma hatiye qebûlkirin, Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ya Fatîma, te da xuyakirin ku tu zaroka pêxemberekî yî.»

Hezretê Elî wiha ferman kir: «Çend meh di ser van karan re derbas bûbûn. Di meclîsê de li ser vê meseleyê qet gotinek nebû. Min jî ji hîcaba xwe, yanî ji şerma xwe, nikaribû devê xwe vekim. Lê Mezinê me Resûlûllah carinan gava ez bi tenê didîtim, ferman dikir: “Xatûna te çi jineke baş e. Mizgînî li te be ku ew seyîdeya xatûnên alemê ye.”»

Di wan rojan de birayê Hezretê Elî, Hezretê Uqeyl, got: «Ya Elî! Em bi vê eqda zewacê dilşad bûn. Lê mirada min ew e ku ev herdu bextewar nêzîkî hev bibin.» Hezretê Elî jî got: «Mirada min jî ew e, lê ez şerm dikim.» Hezretê Uqeyl bi destê Elî girt; gava gihîştin mala Mezinê me Pêxember, rastî Ummu Eymen hatin, ku cariyeya Resûlûllah bû. Hal jê re gotin. Ummu Eymen jî got: «Ji bo vê meseleyê ne lazim e ku hûn bên. Em ê bi ezwacê tahîrat re li hev bikin û xeberê bidin we. Çimkî di vê meseleyê de guh didin gotina xatûnan.»

Ummu Eymen ev hal ji xanimên Resûlûllah re got. Ezwacê tahîrat ên din hatin mala Hezreta Aîşe. Hezreta Xedîce bi bîr anîn û got: «Eger ew sax bûya, wê tu endîşeyeke me nebûya.» Mezinê me Resûlûllah giriya û ferman kir: «Ka xatûneke wek Xedîceyê? Gava xelkê ez derewîn derdixistim, wê ez tesdîq kirim û hemû malê xwe di riya min de xerc kir. Gelek alîkariya dînê Îslamê kir. Gava ew sax bû, Heq teala ferman li min kir ku mizgîniyê bide Xedîceyê: “Li Cennetê ji bo wê qesrek ji zumrûd hatiye çêkirin.”» Hevserên Mezinê me Resûlûllah mirada Hezretê Elî erz kirin. Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman li Ummu Eymen kir ku gazî Hezretê Elî bike. Gava Elî hat, xanimên di meclîsê de rabûn û çûn. Hezretê Elî serê xwe xist ber xwe û rûnişt. Resûlûllah ferman kir: «Ma tu hevsera xwe dixwazî, ya Elî?»

Elî radiyellahû anhû got: «Belê, ya Resûlellah! Dê û bavê min bi qurbana te bin.» Mezinê me Resûlê Ekrem ji Esma bint Umeys re ferman kir: «Here, mala Fatîmayê amade bike.» Esma çû wê mala ku Hezreta Fatîma wê bi bûkanî biçûyayê. Sê doşek çêkirin, yek ji çermê nû, yek ji çermê pînekirî, yek jî ji hesîrê, û hundirê wan bi lîfê darxurmeyê tijî kir. Mezinê me Resûlûllah piştî nimêja eşayê hat mala Fatîmayê û li tiştên ku hatibûn kirin nêrî.

Pêxemberê me ferman kir ku bi du ji sê parên pereyên ku Hezretê Elî anîbûn tiştên wek xwarin, xeml û bêhnxweşî, bi parek ji sê paran jî cil bên kirîn, û eşyayên malê dan temamkirin. Di cihêz û eşyayên mala Hezreta Fatîma de ev hebûn: sê doşekên ku Esma bint Umeys amade kiribûn, xalîçeyeke birîşî, balgiyekî rû ku hundirê wî bi lîfê darxurmeyê tijî bû, du destar, meşkeke avê, cerekî avê yê ji axê, qedeheke avê ya ji çerm, pêşgîrek, dawek, postekî beranî yê debaxkirî, xalîçeyeke Yemenî ya belek ku kevn bûbû û pirça wê weşiyabû, sedirek ku ji pelên darxurmeyê hatibû hûnandin, du kincên belek ên karê Yemenê, lihêfeke qedîfe. Piştî vê Mezinê me Resûlûllah hinek pere da Hezretê Elî û jê re ferman kir ku xurme û rûn bikire. Hezretê Elî ya piştî vê wiha vegot:

«Min bi pênc dirheman xurme, bi çar dirheman rûn kirî. Min anî huzûra Resûlûllah. Sifreyeke ji çerm xwest. Xurme, ar, rûn û mast bi destê xwe yê mubarek tevlihev kir, cureyekî xwarinê çêkir û ferman kir: “Ya Elî! Here, tu kê bibînî bîne.” Ez derketim derve, min gelek mirov dîtin, hemû dawet kirin, ketim hundir û min erz kir: “Ya Resûlellah! Xelk pir e.”

Mezinê Aleman, Mezinê me Fexrê Kaînatê ferman kir: “Wan deh bi deh bîne hundir, bila teamê (xwarinê) bixwin.” Min wisa kir. Hesab kirin: ji mêr û jinan heft sed kesan xwarin xwaribû û têr bûbûn.»

Piştî ku welîmeya Hezretê Elî û Fatîma hat xwarin, wek ku Ummu Eymen ragihandiye, Mezinê me Pêxember ji Hezretê Elî re ferman kir: «Ya Elî, keça min Fatîma bi bûkanî çû mala we. Ez ê jî piştî nimêja mexrebê bêm û dua bikim. Li benda min bin.»

Hezretê Elî gava hat malê, li quncikekî rûnişt. Hezreta Fatîma jî li quncikekî din ê malê rûnişt. Paşê Mezinê me Resûlûllah hat û li derî xist. Ummu Eymen derî vekir.

Resûlûllah ferman kir: «Ma birayê min li vir e?» Ummu Eymen got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Birayê te kî ye?» Gava Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Elî bin Ebî Talib e», Ummu Eymen got: «Ma te keça xwe ya kerîme bi birayê xwe re zewicand?» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Belê.» Ummu Eymen ji wê fermana Resûlûllah a «Ma birayê min li vir e?» guman kir ku nîkah wê ne caiz be. Mezinê me Resûlûllah jî bi fermana «Belê» îşaret pê kir ku tiştê manî zewacê ew e ku mirov ji eynî dayikê bûbin.

Piştî vê Mezinê me Resûlûllah ji Ummu Eymen re ferman kir: «Ma Esma bint Umeys jî li vir e?» Gava bersiv da «Belê», ferman kir: «Naxwe hatiye xizmeta keça kerîme ya Resûlûllah.» Gava Ummu Eymen got «Belê», ferman kir: «Bila bigihîje xêrê» û dua kir.

«Ey Fatîma! Çi bi te hatiye ku tu digirî? Sond bi Allah teala, min tu li wî kesî mar kirî ku ji xwazgînên te yê herî alim e, di hilm û aqilmendiyê de yê herî bilind e û yê ku pêşî bûye misliman e» Hedîsa şerîf

Piştî vê firaxek av da anîn. Destên xwe yên mubarek şûştin. Hinek misk jî rijand nav avê. Paşê gazî Hezreta Fatîma kir. Hezreta Fatîma ji şerman li kincê xwe dinêrî. Mezinê me Resûlûllah hinek ji avê hilda, bi ser sîng, ser û pişta Fatîmayê de reşand û wiha dua kir: «Allahumme înnî uîzuha bike we zurriyyeteha mineş-şeytanir-recîm» (Ya Rebbî, ez xwe dispêrim Te, da ku ew û zurriyeta wê ji şerra şeytanê recîm, yê ku tê recimandin, bên parastin). Paşê eynî tişt ji Hezretê Elî re jî kir û wiha dua kir: «Allahumme barik fîhima we barik eleyhima we barik lehuma fî neslihima.» Sûreyên Îxlas û Muewwizeteyn xwendin û ferman kir: «Bi navê Allah teala û bi bereketa Wî bikeve ba ehlê xwe.» Paşê bi destên xwe yên mubarek bi herdu baskên derî girt, duaya bereketê kir û ji wir çû.36

Hezretê Elî wiha ferman kir: «Çar roj piştî daweta me, Mezinê me Resûlûllah mala me şerefdar kir. Bi gotinên xwe yên tijî hikmet ku dilan digirin şîret li me kirin û ferman kir: “Ya Elî! Avê bîne!” Ez rabûm, min av anî. Ayeteke kerîme xwend û ferman kir: “Hinekî ji vê avê vexwe. Bila hinek bimîne.” Min wisa kir. Ava mayî bi ser ser û sînga min de reşand. Dîsa ferman kir: “Avê bîne.” Min dîsa av anî. Çi bi min kiribû, bi Fatîmayê jî kir. Paşê ez şandim derve.»

Piştî ku ew derket derve, derheqê Hezretê Elî de ji keça xwe pirsî. Fatîmayê got: «Bavo, hemû sifetên kemalê di wî de hene. Lê hin xatûnên Qureyşê ji min re dibêjin: “Mêrê te feqîr e.”» Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Keça min! Bavê te û helalê te ne feqîr in. Hemû xezîne û defîneyên erd û asîman li min erz kirin. Min qebûl nekir. Min ya ku li ba Allah teala meqbûl e qebûl kir. Keçika min! Eger te ya ku ez dizanim bizaniya, dinya wê di çavê te de rezîl û nizm bûya. Bi heqê Allah teala, mêrê te yê pêşî yê sehabeyan e. Mezinê Îslamê ye jî, di îlmê de yê herî kûr e. Keça min! Allah teala ji Ehlê Beytê du kes bijartin. Yek bavê te ye, yek jî helalê te ye. Zinhar li hember wî serî hilnede û li dijî emrê wî dernekeve.»

Mezinê me Fexrê Kaînatê eleyhî efdelusselewat piştî ku şîret li keça xwe kir, gazî Hezretê Elî kir. Fatîma spart wî jî û ferman kir: «Ya Elî! Xatirê Fatîmayê bigire. Ew parçeyek ji min e. Wê xweş bigire. Eger tu dilê wê bihêlî, te dilê min hiştiye.» Herdu jî spartin Allah teala. Paşê rabûbû û li ber çûyînê bû ku Hezreta Fatîma got: «Ya Resûlellah! Xizmeta hundir ez dikim. Xizmeta derve jî Elî dike. Eger tu cariyeyekê îhsanî min bikî, wê di hin karên min de alîkariya min bike. Tu yê min dilxweş bikî.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ey Fatîma! Ez tiştekî ji xizmetkarê çêtir îhsanî te bikim, an xizmetkarekê?»

Dêya me Fatîma got: «Ya ji xizmetkarê çêtir îhsan bike.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Her roj gava tu razêyî, sî û sê caran “Subhanallah”, sî û sê caran “Elhemdulillah”, sî û sê caran “Allahû ekber”, carekê jî “La îlahe îllallahû wehdehû la şerîke leh. Lehul-mulku we lehul-hemdu we huwe ela kulli şey’in qedîr” bibêje. Hemû sed kelîme ne. Tu yê di qiyametê de hezar hesene (qencî) bibînî. Di Mîzanê de hesenatên te wê giran bên.» Paşê Mezinê me Pêxember ji mala keça xwe ya kerîme derket û çû mala xwe ya seadetê.

Kuştina Ke’b bin Eşref

Bi serketina Bedrê tirs ket dilê cihû û muşrikên pûtperest ên li Medîneyê. Hin cihû hatin însafê, got: «Ew zatê ku me sifetên wî di kitêbên xwe de xwendine bêguman ev e. Êdî li hember Wî rawestan ne mumkin e. Çimkî Ew ê her tim xalib bê» û bûn misliman. Hinekan jî got: «Muhemmed bi qureyşiyên ku ji şer fêm nakin re şer kir. Loma xalib hat. Eger bi me re ceng bikira, me yê nîşanî wî bida ka şer çawa tê kirin û zefer çawa tê qezenckirin.»

Cihûyekî bi navê Ke’b bin Eşref jî gava bihîst ku leşkerê Îslamê li Bedrê xalib hatiye, ji kîna xwe ya li hember mislimanan çû Mekkeyê. Muşrikên li wir civandin, ji bo ku êrîşî Medîneyê bikin şiîr gotin, ew teşwîq û tehrîk kirin. Bi wan re li hev kir ku bi Mezinê me Pêxember re şer bikin. Heta ji bo kuştina Pêxemberê me yê delal sûîqest jî amade kir. Allah teala ev hal bi Mezinê me Resûlûllah da zanîn û bi mealî wiha ferman kir: «Ew ew kes in ku Allah teala lanet li wan kiriye (ew ji rehma xwe dûr xistine)…»37

Li ser vê yekê Mezinê me Resûlê Ekrem ji eshabên xwe yên bişeref re ferman kir: «Kî wê Ke’b bin Eşref bikuje? Çimkî wî ezyet daye Allah teala û Resûlê Wî.»

Muhemmed bin Mesleme pirsî: «Ya Resûlellah! Ma tu dixwazî ku ez wî bikujim?» Mezinê me Resûlûllah jî ferman kir: «Belê, dixwazim.» Muhemmed bin Mesleme çend rojan li ser vî karî fikirî û plan danîn. Çû ba hevalên xwe Ebû Naile, Ebbad bin Bişr, Haris bin Ews û Ebû Ebs bin Cebr û mesele ji wan re vekir. Hemûyan munasib dît û got: «Em ê bi hev re bikujin.» Bi hev re hatin ba Mezinê me Pêxember. Gotin: «Ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, gava em bi wî re dipeyivin, ma em dikarin derheqê te de hin gotinan bibêjin ku li Ke’b xweş bên?» Mezinê me Pêxember destûr da wan ku çi bixwazin bibêjin.

Li ser vê yekê Muhemmed bin Mesleme bi hevalên xwe re çû ba Ke’b bin Eşref. Got: «Vî Muhemmedî sedeqe ji me xwest. Gelek bac li me bar kir. Loma ez hatime ku tiştekî ji te deyn bikim.» Ke’b şa bû, guman kir ku Muhemmed bin Mesleme wek wî difikire û got: «Ew ê hîn bêtir we bêzar bike.» Muhemmed bin Mesleme got: «Va ye em carekê bi Wî re çûn. Em ê tabiîbûna Wî bidomînin. Ka em binêrin dawiya wê çi dibe? Niha tu hinek xurme bi deyn bide me.» Ke’b got: «Belê, ez ê bidim, lê divê hûn tiştekî li ba min rehîn deynin!» Muhemmed bin Mesleme û yên bi wî re got: «Tu çi dixwazî?» Gava Ke’b got: «Ez jinên we rehîn dixwazim», razî nebûn. Ke’b got: «Naxwe kurên xwe rehîn bidin.» Gotin: «Em nikarin wan jî rehîn bidin. Wê ji yekî ji wan re bê gotin ku li hember barekî an du barên deveyê xurme hatiye rehînkirin; ev jî ji bo me dibe lekeyek ku em nikarin ji bîr bikin. Lê em dikarin çek û zirxên xwe li ba te rehîn deynin.» Ke’b ev teklîf qebûl kir. Ji wan re got jî ka wê kengî bên.38

«Ya Elî! Xatirê Fatîmayê bigire. Ew parçeyek ji min e. Wê xweş bigire. Eger tu dilê wê bihêlî, te dilê min hiştiye» Hedîsa şerîf

Şevekê Muhemmed bin Mesleme hat ba Ke’b. Ebû Naile jî pê re bû. Ke’b gazî wan kir kelehê. Ew bi xwe jî daket jêr ku wan pêşwazî bike. Jina Ke’b got: «Tu di vê saetê de derdikevî ku?» Ke’b got: «Yên ku hatine Muhemmed bin Mesleme û birayê min Ebû Naile ne.» Jina wî got: «Ev dengê ku ez dibihîzim qet li min xweş nayê. Qey xwîn jê dilope.» Ke’b got: «Na, ew Muhemmed bin Mesleme û birayê min ê şîrî Ebû Naile ne. Ew xortekî baş e. Bi şev gazî wî bikin lêdana şûran jî, bêyî ku qet dudilî bibe tê. Yekî wisa ye.» Muhemmed bin Mesleme du kes, li gorî rîwayetekê jî sê kes bi xwe re xistin kelehê. Ev Ebû Ebs bin Cebr, Haris bin Ews û Ebbad bin Bişr bûn.39 Hezretê Muhemmed bin Mesleme ji hevalên xwe re got: «Gava Ke’b bê, ez ê jê re bibêjim ku ez ê porê wî bêhn bikim, ez ê serê wî bigirim û bêhn bikim. Gava we dît ku min serê Ke’b baş girtiye, bi şûrên xwe lê bixin.» Ke’b bin Eşref bi cilên xweşik û bi bêhneke xweş ku jê difûriya hat ba wan. Îbn Mesleme çû ba Ke’b û got: «Heta niha min bêhneke wiha xweş bêhn nekiriye.» Ke’b pesnê xwe da û got: «Jinên ereban ên herî bêhnxweş li ba min in.» Muhemmed bin Mesleme got: «Ma tu destûrê didî ku ez serê te bêhn bikim?» Ke’b got ku destûrê dide. Îbn Mesleme ew bêhn kir. Bi hevalên xwe jî da bêhnkirin. Paşê got ku dixwaze dîsa bêhn bike. Vê carê Muhemmed bin Mesleme serê wî girt û îşaret bi hevalên xwe kir ku bi şûrên xwe lê bixin.

Gava şûrê pêşî lê ket, Ke’b bi şid qîriya, lê nemir. Li ser vê yekê Muhemmed bin Mesleme ew bi xencera xwe kuşt. Mucahidên ku Ke’b kuştin yekser ji wir çûn û gihîştin Medîneyê. Gava mizgînî dan Mezinê me Resûlûllah, Pêxemberê me hemd ji Allah teala re kir û ji mucahidan re dua kir. Kuştina Ke’b bin Eşrefê kafir tirseke mezin xist dilê cihûyan. Çimkî piştî ku serekekî navdar ê wek Ke’b hatibû kuştin, kuştina wan bi xwe meseleya gavekê bû. Serê sibê civiyan û hatin huzûra Mezinê me Pêxember. Gilî û gazinên xwe ji bûyera şevê kirin. Mezinê me Resûlê Ekrem ferman kir: «Wî her tim em aciz dikirin, li dijî me şiîr digotin. Eger ji we kî wisa bike, bila bizane ku cezayê wî şûr e.» Li ser vê gefê cihûyan ji tirsan ji nû ve bi Mezinê me Resûlûllah re peymanek girêda.40

Xezweya Xetafan

Ji vê xezweyê re «Xezweya Enmar» jî tê gotin, «Xezweya Zî Emr» jî. Tayfeyek ji Benî Se’lebe û Benî Muharib li cihê ku jê re Zî Emr tê gotin civiyabû û biryar dabû ku li derdora Medîneyê çi bibîne talan bike. Serekê wan yek bû bi navê De’sûr bin Haris bin Muharib, ku leqeba wî Xewres bû. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) Osman bin Effan radiyellahû anhû li Medîneyê wekîl hişt û bi hêzeke çar sed û pêncî kesî ji Medîneyê bi rê ket. Di rê de rastî yekî bi navê Cebbar hatin. Derheqê dijmin de jê pirsî. Wî kesî got: «Ew naxwazin bi we re ceng bikin. Gava hûn dîtin reviyan çiyayan.» Resûlûllah Îslam li wî erz kir. Wî jî qebûl kir û bû misliman.

Dema leşkerê Îslamê ber bi newalê ve pêş ve diçû, baran dest pê kir; demekê bi hemû şidê xwe barî, paşê sist bû û vekir. Di serî de Mezinê me Pêxember, mucahid ji serî heta piyan şil bûbûn. Her kes li aliyekî cil û bergên xwe zuwa dikir. Resûlûllah jî li cihekî xewle cilê xwe ji xwe kir û li ser darekê raxist ku zuwa bibe. Dema li bin darê bêhna xwe vedida, kafirên ku çavdêriya leşkerê Îslamê dikirin Resûlûllah bi tenê dît û xeber gihand De’sûr bin Haris. Ew jî ji bo ku Resûlûllah bikuje bêdeng nêzîkî wî cihî bû ku lê bêhna xwe vedida, şûrê xwe kişand û got: «Kî dikare te ji destê min xelas bike?» Resûlûllah ferman kir: «Allah teala xelas dike.» Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam hat, derbeyek li sînga De’sûr xist, ew avêt erdê û şûr ji destê wî ket. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) şûrê De’sûr hilda û ferman kir: «Kî te ji destê min xelas dike?» De’sûr got: «Tu kes nikare xelas bike», Kelîmeya Şehadetê got û bû misliman. Bû sebeb ku gelek kes bên îmanê.41 Soz da ku êdî qet ji bo şer leşker necivîne. Bêyî ku pevçûneke bi çek çêbibe vegeriyan Medîneyê. Sefer yanzdeh rojan domand.

Xezweya Behran

Ji vê re «Benî Suleym» an «Xezweya Necran» jî tê gotin. Xeber hat ku gelek muşrikên ku li Benî Suleym civiyane wê êrîşî Medîneyê bikin. Hezretê Îbn Ummu Mektûm wekîl hiştin. Resûlûllah bi hêzeke sê sed kesî bi ser dijmin de meşiya. Dijmin gava bihîst ku leşkerê Îslamê tê, reviya çiyayan. Loma mumkin nebû ku rastî hev bên. Sefer dozdeh rojan domand.

«Wî (Ke’b bin Eşref) her tim em aciz dikirin, li dijî me şiîr digotin. Eger ji we kî wisa bike, bila bizane ku cezayê wî şûr e» Hedîsa şerîf

Eşqa Te ez ji min standim:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Hezkirina Te çi şîrîn e:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Ne bi hebûnê şa dibim,
ne li ber tunebûnê dikevim.
Bi eşqa Te zewqê digirim:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Te ferman kir bi îbadetan,
Te pesnê halên baş da,
Te nîmetên bêdawî dan:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Ecêb, nefsa min çi nankor e:
ji bo zewqa xwe her tim min dike qurban!
Lê min zewqa heqîqî dît:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Îbadeta xwe xweş kirin,
ji bo dinyayê jî xebitîn
şev û roj karê min e, çimkî
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Hezkirin bi gotinê nabe, Hilmî!
Rebbê te got: «Bixebitin!»
Bila ji halê te jî bê fêmkirin:
ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Dijminên Îslamê çiqas pir in,
bi dizî êrîşî dîn dikin;
eger tu rawestî, ma rast e?
Ez ji Te hez dikim, Rebbê min!
Ma aşiq tembel rûdine?
Ma dihêle toz bi maşûq keve?
Dijmin bêdeng bike û bibêje:
«Ez ji Te hez dikim, Rebbê min!»