XEZWEYA UHUDÊ
Sala sêyem a hicretê, meha Şewwalê… Muşrikên Mekkeyê ji wê şikestina ku di Xezweya Bedrê de xwaribûn ders negirtibû, êşa wê jî bi tu awayî ji bîra wan nediçû. Qureyşê di vî şerî de gelek ji giregirên xwe winda kiribûn. Herwiha riya ticareta Şamê ketibû bin kontrola mislimanan; vê yekê ew dîn û har dikirin.
Karwanê ticaretê yê di bin serokatiya Ebû Sufyan de bi kara ji sedî sed vegeriyabû Mekkeyê. Ji ber ku piraniya yên ku tevlî sermayeyê bûbûn di Xezweya Bedrê de miribûn, kara karwên li wê avahiyê dihat parastin ku jê re Darun-Nedwe dihat gotin û muşrik ji bo biryardanê lê diciviyan.
Kesên wek Sefwan bin Umeyye, Îkrime bin Ebî Cehl û Ebdullah bin Rebîe, ku bav, bira, mêr û kurên xwe li Bedrê winda kiribûn, çûn ba Ebû Sufyan û got: «Mislimanan mezinên me kuştin. Em perîşan kirin. Êdî wextê tolhildana ji wan hatiye. Em bi kara karwên leşkerekî amade bikin. Em bavêjin ser Medîneyê û tola xwe hilînin.»
Ji ber ku kafirên har ên wek Ebû Cehl, Utbe û Şeybe berê hatibûn kuştin, li serê muşrikan Ebû Sufyan bû, ku hîn nebûbû misliman. Di ticareta Şamê de sed hezar zêr bi dest ketibû. Nîvê vê sermaye, nîvê din jî kar bû. Sermaye yekser li xwediyên wê belav kirin, kar jî kirin du par: bi nîvekî çek, bi nîvê din jî leşker dan hev. Herwiha dan şair û xetîban jî. Xetîb û şairan ji bo ku xelkê bînin xeleyanê û teşwîqî şer bikin şiîr û mersiye dixwendin; jinan jî li def û dumbelekan dixist û tevlî wan dibûn. Muşrik, ku armanca wan ew bû mislimanan ji Medîneyê derxin, Pêxemberê me yê delal ji holê rakin û Îslamiyetê tune bikin, li qebîleyên derdorê jî geriyan û leşker dan hev.
Dawiyê li Mekkeyê leşkerekî mezin ê 3.000 kesî hat amadekirin. Ji wan 700 bi zirx, 200 siwarî bûn; 3.000 deveyên wan jî hebûn. Fermandariya vî leşkerê mezin, ku saz-jen û jin jî tevlî wî bûbûn, Ebû Sufyan dikir. Jina wî Hind jî li serê jinan bû û ji bo ku muşrikan teşwîqî şer bike gelek pêş de diçû. Çimkî di Xezweya Bedrê de bavê xwe û du birayên xwe winda kiribûn. Nikaribû êşa vê ji bîr bike; ji yên ku dixwestin jin tevlî şer nebin re digot: «Şerê Bedrê bînin bîra xwe! Hûn ji Bedrê reviyan, da ku bigihîjin jin û zarokên xwe!… Ji niha pê ve yên ku bixwazin birevin wê me li pêşiya xwe bibînin!…» Bi vê gotinê ew bêdeng dikirin; bi vî awayî qureyşî tehrîk dikirin û bi hemû hêza xwe ew teşwîqî şer dikirin.1
Koleyekî Cubeyr bin Mut’im ê ji muşrikan hebû, navê wî Wehşî bû; di avêtina rimê de pir hosta û gelek jêhatî bû. Nîşangirekî tûj bû, çi biavêta lê dixist. Ji ber ku Hezretê Hemze li Bedrê bavê Hindê Utbe û apê Cubeyr Tueyme kuştibûn, herdu li hember wî bi agirekî tolhildanê yê dijwar dişewitîn. Cubeyr ji koleyê xwe Wehşî re got:
«Eger tu Hemze bikujî, ez ê te azad bikim û berdim!» Hindê jî soz da û got: «Eger tu wî bikujî, ez ê gelek zêr û cewahir bidim te!»2
«Uhud ji me hez dike, em jî ji wî hez dikin» Hedîsa şerîf
Leşkerê Qureyşê, ku hemû amadekariyên xwe temam kiribûn, alên xwe vekirin; yek dan Talhe bin Ebî Talhe, yek dan yekî ji Ehabîşan, yek jî dan Sufyanê kurê Uweyf.
Li Mekkeyê amadekarî temam bûbûn. Hezretê Ebbas yekser bi destê kesekî ku pê ewle bû nameyek şand Medîneyê; tê de dida zanîn ku muşrikan leşkerekî sê hezar kesî ava kiriye, heft sed ji wan bi zirx, du sed siwarî ne, sê hezar deve û çekên wan ên bêhejmar hene, dida zanîn ku li ber bi rê ketinê ne û dixwest ku li gorî vê tedbîr bê girtin.
Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) wezîfe da çend hevalên xwe ku li rewşê binêrin. Ev sehabî ber bi Mekkeyê ve bi rê ketin. Di rê de xeber girtin ku leşkerê muşrikan tê û dest bi lêkolînê kir. Di demeke kurt de karê xwe qedandin û bi lez vegeriyan Medîneyê. Tiştên ku dîtibûn û zanînên ku bi dest xistibûn û nameya ku hatibû li hev dihatin.
Mezinê Aleman yekser dest bi amadekariyê kir. Herwiha ji bo ku ji nişka ve êrîş neyê ser wan, nobedar danîn derdora Medîneyê û tedbîr girt. Eshabê Kîram di demeke kurt de xwe da hev û amadekariyên xwe qedandin. Bi yên ku li malê diman re xatir xwest, heqê xwe li hev helal kirin û li dora Mezinê me Sultanê Enbiyayan civiyan.
Ew roj în bû. Mezinê me Pêxember îmametiya nimêja înê ji eshabên xwe re kir. Di xutbeyê de li ser girîngiya cîhada ji bo belavkirina dînê Allah teala û şerê fî sebîlillah rawesta. Mizgînî da ku yên di vê rê de bimirin şehîd in û wê herin Cennetê. Xeber da ku Allah teala wê alîkariya wan kesan bike ku li hember dijmin sebat dikin û sînga xwe didin ber zehmetiyan.
Mezinê me Resûlê Ekrem da zanîn ku dixwaze bi Eshabê Kîram ên xwe re bişêwire ka divê şer li ku bê kirin, û xewnek vegot ku wê şevê dîtibû. Ferman kir: «Min di xewna xwe de xwe di nav zirxekî saxlem de dît. Min dît ku di devê şûrê min Zulfiqar de qelşek vebû, min dewarekî serjêkirî dît û li pey wî jî beranek anîn.» Gava Eshabê Kîram pirsî: «Ya Resûlellah! Te ev xewn çawa tabîr kir?», ferman kir: «Lixwekirina zirxê saxlem îşareta Medîneyê ye, îşareta mayîna li Medîneyê ye. Li wir bimînin…
Dîtina min a ku di devê şûrê min de qelşek vebû, îşaret e ku ez ê zirarekê bibînim. Dewarê serjêkirî îşaret e ku hinek ji eshabên min wê şehîd bikevin. Anîna beranekî li pey wî jî: beran îşareta yekîneyeke leşkerî ye ku înşaallah Cenabê Heq wê wan bikuje.»
Di rîwayeteke din de jî ferman kiriye: «Min di xewna xwe de şûrê xwe li erdê xist, devê wî şikest. Ev îşaret e ku roja Uhudê hinek ji eshabên min wê şehîd bikevin. Min dîsa şûrê xwe li erdê xist, vegeriya halê xwe yê berê yê rast. Ev jî îşaret e ku ji Allah teala fethek wê bê û mumin wê bicivin.»
Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) di meseleyên ku bi wehyê jê re nedihatin ragihandin de bi eshabên xwe re dişêwirî û li gorî wê tevdigeriya. Li ser vê meseleyê ku divê li ku derkevin pêşiya dijmin, hinek ji eshaban got: «Em li Medîneyê bimînin û şerê parastinê bikin.» Ev teklîf li gorî daxwaza Mezinê me Pêxember jî bû. Mezinên eshaban ên wek Hezretê Ebûbekr, Umer û Se’d bin Muaz (radiyellahû anhûm) wek Mezinê me Pêxember difikirîn. Lê sehabiyên qehreman û ciwan ên ku nikaribûn di Xezweya Bedrê de amade bin, her ku ji Mezinê me Pêxember dibihîstin ka sehabiyên beşdarî Xezweya Bedrê bûne çi ecr û sewab3 qezenc kirine û şehîdên Bedrê gihîştine çi dereceyên bilind, bêhed xemgîn bûbûn ku nikaribûn di wî şerî de amade bin. Loma dixwestin li derveyî Medîneyê derkevin pêşiya dijmin û sîng bi sîng şer bikin. Hezretê Hemze, Nu’man bin Malik û Se’d bin Ubade ji wan bûn. Hezretê Xeyseme destûr xwest û got: «Ya Resûlellah! Muşrikên qureyşî ji qebîleyên cihê yên ereban leşker dane hev. Li deve û hespên xwe siwar bûne û ketine axa me. Ew ê me di mal û kelehên me de dorpêç bikin, paşê jî wê vegerin û herin. Wê li pey me gelek gotinan bikin. Ev hal wê cesareta wan zêde bike, wê êrîşên nû amade bikin. Eger em niha dernekevin pêşiya wan, qebîleyên ereban ên din wê çav berdin me. Ez hêvî dikim ku Allah teala wê li hember muşrikan zeferê îhsanî me bike.
Eger ya duyem çêbibe, ku şehîdî ye: Bedrê ez jê mehrûm kirim. Ma ne min pir bêriya wê kiribû! Kurê min gava bihîstibû ku ez dixwazim tevlî Xezweya Bedrê bibim, bi min re pişk avêtibû. Ew ji min bextewartir bû, gihîşt şerefa şehîdiyê.
Ya Resûlellah! Min pir bêriya şehîdiyê kiriye. Şeva çûyî min di xewnê de kurê xwe di sûretekî xweşik de dît. Di nav bexçe û çemên Cennetê de digeriya û ji min re digot: “Tevlî eshabên Cennetê bibe! Ez gihîştim wê heqîqeta ku Allah teala soz dabû!”
Ya Resûlellah! Wellahî, serê sibê min dest pê kir ku bêhed bixwazim ku ez li Cennetê bibim hevalê kurê xwe. Êdî temenê min jî pêş de çûye. Ji gihîştina Rebbê xwe pê ve mirada min nemaye.
Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Dua ji Allah teala bike, da ku ez şehîd bibim û bi hevaltiya kurê xwe ya li Cennetê şerefdar bibim!…» Bi vê gotinê lava kir. Ev xwesteka wî neşikand û dua kir ku şehîd bibe.
Pêxemberê me yê delal gava dît ku piranî li ser vê fikrê ye, biryar da ku li derveyî Medîneyê derkeve pêşiya dijmin. Paşê ferman kir: «(Gelî eshabên min!) Eger hûn sebr û sebat bikin, Cenabê Heq vê carê jî alîkariya xwe îhsanî we dike. Ya ku dikeve ser me, ezm û xîret nîşan dan e!»
Sultanê Kaînatê piştî ku îmametiya nimêja esrê kir, çû mala xwe ya biseadet û mubarek. Li pey wî Hezretê Ebûbekr û Umer destûr xwestin û ketin hundir. Alîkariya Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) kirin ku şaşika xwe bipêçe û zirxê xwe li xwe bike. Mezinê me şûrê xwe girêda, mertalê xwe danî ser pişta xwe.
Di wê navê de li derve Eshabê Kîram civiyabûn û li benda Mezinê me Pêxember bûn. Yên ku dixwestin li Medîneyê bimînin û şerê parastinê bikin, ji yên din re got: «Resûlûllah ne li ser wê fikrê bû ku derkeve derveyî Medîneyê. Bi gotina we ev qebûl kir. Ma ne Resûlûllah emrê xwe ji Allah teala digire! Hûn vî karî ji Wî re bihêlin. Tiştê ku Ew ferman dike bikin.» Yên din jî ji kirina xwe poşman bûn, got: «Bila em li dijî Resûlê Ekrem derneketibin» û dev ji vê fikra xwe berdan. Gava Pêxemberê me yê delal ji mala xwe ya seadetê derket, çûn huzûra wî ya şerîf û uzra xwe xwestin: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Tu çawa dixwazî wisa bike. Eger tu dixwazî li Medîneyê bimînî, em bimînin. Em ji derketina li dijî emrê te xwe dispêrin Cenabê Heq.»
«Zimanê xwe dirêjî eshabên min nekin! Eger hûn bi qasî çiyayê Uhudê zêr sedeqe bidin jî, nagihîje sewaba sedeqeya wan a kulmek ceh!» Hedîsa şerîf
Mezinê me Hebîbê Ekrem jî ferman kir: «Pêxemberek zirxê ku li xwe kiriye bêyî ku şer bike ji xwe nake, heta ku Cenabê Allah di navbera wî û dijminê wî de hukim bike. Şîreta min li we ev e: eger hûn tiştên ku ez ferman dikim bikin, navê Allah teala bînin ziman, sebir bikin û sebat nîşan bidin, Allah teala wê alîkariya we bike…»
Di wê navê de Hezretê Emr bin Cemûh li mala xwe ji çar kurên xwe re digot: «Zarokên min! Min jî bibin vê xezweyê!» Kurên wî jî dixebitîn ku bavê xwe îqna bikin û digot: «Bavo! Ji ber ku lingê te seqet e, Allah teala tu xwedî uzr hesibandî. Resûlûllah tu xwedî uzr hesibandî. Tu ne mukellef î ku derkevî cîhadê. Li şûna te em diçin!» Lê Hezretê Emr got: «Wey li zarokên wek we! We di Xezweya Bedrê de jî wiha gotibû û nehiştibû ku ez Cennetê qezenc bikim. Ma hûn ê min ji vê seferê jî mehrûm bikin?…» Paşê derket huzûra Pêxemberê me yê delal û got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Kurên min hin uzran dikin behane û dixwazin min ji vê xezweyê mehrûm bikin. Wellahî ez dixwazim bi te re derkevim seferê û bi ketina Cennetê şerefdar bibim. Ya Resûlellah! Ma tu munasib nabînî ku ez di riya Allah de şer bikim, şehîd bikevim û bi van lingên xwe yên kulek li Cennetê bigerim?» Mezinê me Fexrê Alemê jî ferman kir: «Belê, munasib dibînim.» Hezretê Emr bin Cemûh bi vê gelek şa bû, xwe amade kir û tevlî leşker bû.4
Ji bo ku li Medîneyê îmametiya nimêjê bike, Ebdullah Îbn Ummu Mektûm hiştin.5
Sultanê resûlan sê al girêdan. Yek da Hubab bin Munzir, yek da Useyd bin Hudeyr, ya din jî da Mus’eb bin Umeyr. Di leşker de, ku nêzîkî hezar kesî bû, du siwarî û sed kesên bi zirx hebûn.6
Pêxemberê me yê delal, li pêşiyê Hezretê Se’d bin Ubade û Se’d bin Muaz ku zirxên xwe li xwe kiribûn, li milê rastê muhacir û li milê çepê Ensar, roja înê piştî esrê di nav dengên tekbîra «Allahû ekber!» de, mîna ku here cejnê, ber bi Uhudê ve bi rê ket.
Di rê de rastî yekîneyeke leşkerî ya şeş sed kesî hatin ku ji cihûyan pêk dihat. Ev muttefiqên Ebdullah bin Ubey bin Selûl, serê munafiqan, bûn û dixwestin tevlî leşkerê Îslamê bibin. Mezinê me Pêxember pirsî: «Ma ew bûne misliman?» Bersiv dan: «Na, ya Resûlellah.» Mezinê me vê carê ferman kir: «Herin ji wan re bibêjin, bila vegerin. Çimkî em li hember muşrikan alîkariya kafiran naxwazin.» Mezinê me Nebiyê muhterem (sellellahû eleyhî we sellem) hat wî cihî ku jê re Şeyxeyn tê gotin û di navbera Medîne û Uhudê de ye. Li vir danîn, da ku şevê lê derbas bikin. Hîn roj neçûbû ava. Di nav leşker de sehabiyên di temenê zarokatiyê de jî hebûn, ku dixwestin bi dijmin re şer bikin û bigihîjin mertebeya şehîdiyê. Pêxemberê me yê delal gava li vir leşker teftîş kir, dît ku nêzîkî hivdeh zarok hene.
Ji nav wan Rafi bin Xedîc li ser serê tiliyên lingên xwe disekinî û dixebitî ku bilind xuya bike. Li ser gotina Hezretê Zuheyr ku «Ya Resûlellah! Rafi baş tîran diavêje», ew girtin nav leşker. Semure bin Cundub gava ev dît, got: «Ez dikarim di gulaşê de Rafi bixim. Loma ez jî dixwazim di xezweyê de amade bim.» Mezinê me Pêxember bişirî û bi herduyan gulaş da girtin. Gava Hezretê Semure Rafi xist, ew jî girtin nav mucahidan. Zarokên din şandin Medîneyê, da ku yên li wir biparêzin.7
Ezana mexreb û eşayê Bilalê Hebeşî bi dengê xwe yê bişewat xwend. Pêxemberê me yê delal piştî ku îmametiya nimêjê kir, Muhemmed bin Mesleme kir serê yekîneyeke pêncî kesî û ferman kir ku heta sibehê nobedariyê bikin. Eshabê Kîram çûn bêhna xwe vedin. Wê şevê şerefa nobedariya li ber serê Mezinê me Pêxember bûbû nesîbê Hezretê Zekwan.
Di vê navê de leşkerê dijmin hîn bû ku leşkerê Îslamê li Şeyxeynê bêhna xwe vedide û yekîneyeke siwarî di bin fermandariya Îkrime de wek dewriye wezîfedar kir. Îkrime, ku hîn nebûbû misliman, bi yekîneya xwe heta cihê bi navê Herre nêzîkî leşkerê Îslamê bû, lê ji dewriyeya mucahidan tirsiya û paşve kişiya. Piştî fecrê Mezinê Aleman eshabên xwe şiyar kirin. Hatin çiyayê Uhudê. Li vir herdu leşker dikaribûn hevdu bibînin. Bilalê Hebeşî bi dengê xwe yê bişewat, ku rûhan tîne coşê û dilan dihelîne, ezana sibehê xwend. Mucahidan bi çekên xwe li pişt Pêxemberê me yê delal nimêja xwe kir û duayên xwe kirin. Sultanê Kaînatê zirxekî duyem li xwe kir û kumzirxê xwe jî danî ser serê xwe yê mubarek.
Di wê navê de Ebdullah bin Ubey, serê munafiqan, got: «Ma em hatine vir ku xwe bidin kuştin? Me çima ev ji serî ve fêm nekir?» û bi nêzîkî 300 munafiqî re ji leşkerê Îslamê veqetiya û vegeriya Medîneyê.
Hejmara yên ku bawer dikir, dilê wan yek bûbû, can û serê xwe dabûn vê rê, çavê xwe nediqirpandin û ji bo gihîştina rutbeya şehadetê can diavêtin, nêzîkî heft sedî bû. Hemûyan jî soz da ku Pêxemberê me yê delal heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin.
Mezinê pêxemberan (sellellahû eleyhî we sellem) mucahid xistin nîzamê. Leşker wisa bi cih kir ku pişta wan li çiyayê Uhudê, berê wan li Medîneyê be.
«Pêxemberek zirxê ku li xwe kiriye bêyî ku şer bike ji xwe nake, heta ku Cenabê Allah di navbera wî û dijminê wî de hukim bike» Hedîsa şerîf
Xezweya Uhudê
Ukkaşe bin Mihsan kir fermandarê baskê rastê, Ebû Seleme bin Ebdulesed kir fermandarê baskê çepê. Se’d bin Ebî Weqqas û Ebû Ubeyde bin Cerrah li pêşiyê, li serê yekîneyên tîravêjan cih girtin. Zubeyr bin Ewwam derbasî serê hêzên bi zirx, Hezretê Hemze jî derbasî serê hêzên bê zirx ên li pêşiyê bû. Wezîfeya serê hêzên li paşiyê dan Miqdad bin Emr.
Tenê ji bo Allah ji xelkê hez dikir, ji bo Wî jî buxz dikir;
ne ji bo nefsa xwe bûbû dost, ne jî dijmin, ew kana keremê.
Ne bi qehqehe keniya, ne jî tu carî dijûn da tiştekî;
her gav gotinxweş û rûken bû, ew kana keremê.
Bi heya û hilmê mewsûf bû, bi lutf û hurmetê jî;
yê ku dihat û lava dikir bi girî nedihişt, ew kana keremê.
Li aliyê çepê yê leşkerê Îslamê girê Eyneynê hebû. Li vî girî derbendeke teng hebû. Mezinê me Resûlê Ekrem pêncî tîravêj di bin fermandariya Ebdullah bin Cubeyr de danîn vê derbendê. Tîravêjan li derbendê cihê xwe girt. Pêxemberê me yê delal hat ba wan û ev emrê xwe yê qethî da:
«Pişta me biparêzin. Li cihê xwe bisekinin û qet ji vir venebin. Hûn bibînin ku me dijmin şikandiye jî, heta ku em xeberê nedin we, heta ku em kesekî neşînin, tu carî ji cihê xwe venebin. Hûn bibînin ku dijmin wê me bikuje, ku em kuştine jî, neyên alîkariya me.
Nexebitin ku me ji wan biparêzin. Her ku siwarên dijmin berê xwe dan we, tîran bi ser wan de bibarînin. Çimkî siwar nikarin ber bi tîrên ku tên avêtin ve bên. Allahê min! Ez Te dikim şahid ku min ev teblîxî wan kirin!» Pêxemberê me yê delal ev emrên xwe çend caran dubare kirin û ferman kir: «Hûn bibînin ku çûk cendekên me ji hev direvînin jî, heta ku ez kesekî neşînim ba we, bi tu awayî ji cihê xwe venebin.8 Hûn bibînin ku em kafiran qir dikin û di bin lingên xwe de diperçiqînin jî, dîsa heta ku ez xeberê ji we re neşînim, tu carî cihê xwe nehêlin!…» Paşê ji wir çû û derbasî serê leşker bû.
Al da Mus’eb bin Umeyr. Hezretê Mus’eb, al di dest de, li pêşiya Mezinê me Pêxember cihê xwe girt.9 Di wê navê de Hezretê Henzele, ku nû zewicîbû, bi lez ji Medîneyê hat Uhudê û tevlî rêzên mucahidan bû.
Fermandariya leşkerê muşrikan, ku sê roj berê hatibû Uhudê, Ebû Sufyan dikir. Ew wisa bi cih bûn ku Medîne li pişta wan be. Fermandariya siwarên baskê rastê wê Xalid bin Welîd, ya siwarên baskê çepê jî wê Îkrime bikira. Hatiye rîwayetkirin ku Sefwan bin Umeyye jî li serê yekîneyên siwarî wezîfe girtiye. Ala muşrikan Talhe bin Ebî Talhe hildigirt.
Di navbera herdu leşkeran de ferqa hêzê pir mezin bû. Leşkerê Qureyşê ji aliyê hejmar, çek û teçhîzatê ve ji çar qatê leşkerê Îslamê zêdetir bû.
Di leşkerê Qureyşê de ji ber qîr û qalmeqalmê cih nedima; jinên ku ji hirsa tolhildanê çavên wan sor bûbûn li def û dumbelekan dixistin, stran digotin û bi vî awayî leşker teşwîqî şer dikirin, ji pûtên ku diperestin alîkarî dixwestin.
Li aliyê mucahidan jî dua dihatin kirin, bi gotina «Allahû ekber! Allahû ekber!…» tekbîr dihatin anîn û ji bo parastin û belavbûna «Dînê Îslamê» ji Allah teala alîkarî dihat xwestin.
Pêxemberê me yê delal jî eshabên xwe yên qehreman teşwîqî cîhadê, teşwîqî şerê di riya Cenabê Heq de dikirin, sewabên ku wê di vê rê de qezenc bikin vedigotin û ferman dikir: «Gelî eshabên min! Ji bo kesên ku hejmara wan hindik e, şerê bi dijmin re zehmet tê. Eger ew sebat û xîretê nîşan bidin, Allah teala wan digihîne firehiyê. Çimkî Allah teala bi wan re ye ku îtaeta Wî dikin… Wê xelata ku Allah teala soz daye we bixwazin…» Di ayetên kerîme yên derheqê Xezweya Uhudê de jî bi mealî wiha ferman dikir: «(Gelî muminan!) Îtaeta Allah teala û Resûlê Wî (ya tiştên ku emir kirine) bikin, da ku rehm li we bê kirin.
Bilezînin (hema bêje ji bo vê bikevin pêşbaziyê) ber bi xwestina mexfîreta Rebbê xwe û ber bi wê Cennetê ve ku firehiya wê bi qasî asîmanan û erdê ye û ji bo yên ku ji Allah teala ditirsin hatiye amadekirin. (Ew muttaqî) di firehiyê de jî, di tengiyê de jî malê xwe di riya Allah de didin. Dizanin bi ser hêrsa xwe kevin û mirovan efû dikin. Allah teala ji yên ku îhsanê (qenciyê) dikin hez dike.»10
«Va ye xelata wan mexfîretek ji Rebbê wan û Cennet in ku di bin darên wan re çem diherikin. Ew ê heta hetayê li wir bimînin. Xelata yên ku wiha dikin, yên ku îtaeta Allah teala û Resûlê Wî dikin çi xweş e!»11
«Hûn bibînin ku em kafiran qir dikin û di bin lingên xwe de diperçiqînin jî, dîsa heta ku ez xeberê ji we re neşînim, tu carî cihê xwe nehêlin!…» Hedîsa şerîf
Eshabê Kîram, ku dilên wan tijî îman bûn, çirûskên cesaretê ji çavên wan dipekiyan û bi daxwaza şehîdbûnê dişewitîn, li cihê xwe nedisekinîn; li benda emir bûn ku hema zûtir xwe bavêjin ser dijmin. Wek di Xezweya Bedrê de, Hezretê Elî şaşika xwe ya spî, Zubeyr bin Ewwam ya zer, Ebû Ducane jî ya sor li serê xwe girêdan. Hezretê Hemze jî gulîka xwe ya ji perê hêştirmeyê bi xwe ve kir. Herdu leşker baş nêzîkî hev bûn. Êdî heyecan gihîştibû radeya dawî.
Piştî bîskekê wê şerekî mezin ê meydanê dest pê bikira: li aliyekî mucahidên Îslamê, ku ji bo belavkirina dînê Allah teala qet dudilî nedibûn ku bi kesên xwe yên herî nêzîk re şer bikin; li aliyê din dijminên Îslamê, ku li ser riyên xwe yên batil israr dikirin.
Gava bi qasî avêtina tîrekê nêzîkî hev bûn, muşrikekî bi zirx ji rêzên dijmin deveya xwe ajot pêş û ji mucahidan mêrek xwest ku pê re şer bike. Guman kir ku her kes jê ditirse û xwesteka xwe sê caran dubare kir. Li ser vê yekê dîtin ku ji leşkerê Îslamê mucahidekî qehreman ê bejndirêj û şaşikzer peya ber bi meydanê ve dimeşe. Ev Zubeyr bin Ewwam radiyellahû anhû bû, kurê meta Mezinê me Pêxember. Ji leşkerê Îslamê dengên «Allahû ekber!…» bilind dibûn, ji bo ku Hezretê Zubeyr bi ser keve dua dikirin. Dîtin ku Zubeyr bin Ewwam hema ku nêzîkî muşrik bû, xwe avêt ser deveya wî. Li ser deveyê mucadeleyeke dijwar dest pê kir. Di wê navê de bihîst ku Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Wî bixe erdê!» Hezretê Zubeyr hema ku ev emir girt, hevrikê xwe dehf da jêr. Li pey wî ew bi xwe jî xwe avêt xwarê û şûrê xwe li stûyê wî xist. Serê muşrik ê bi kumzirx ji laşê wî yê bi zirx veqetiya. Mezinê me ji Hezretê Zubeyr re dua kir.
Paşê alhilgirê muşrikan Talhe bin Ebî Talhe xwe avêt meydanê û qîriya: «Ma di nav we de kesek heye ku derkeve pêşberî min?» Şêrê Allah teala Hezretê Elî derket pêşberî wî. Bi derbekê serê alhilgirê muşrikan, ku ji serî heta piyan di nav zirxan de bû, heta çeneya wî şeq kir. Pêxemberê me yê delal gava ev dît, bi gotina «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» tekbîr anî. Gava Eshabê Kîram jî tevlî vê bûn, dengên tekbîrê erd û asîman hejandin.12
Dû re Osman bin Ebî Talhe, birayê Talhe, gava dît ku ala muşrikan ketiye erdê, bezî meydanê. Ala wan rakir û mêrek xwest ku derkeve pêşberî wî. Hezretê Hemze derket pêşberî wî jî; got «Ya Allah!» û şûrek wisa daxist ser milê Osman ku milê wî yê al pê digirt jê bû; muşrik ket erdê û can da.13
Vê carê jî Ebû Se’d bin Ebî Talhe gava dît ku ala muşrikan ketiye erdê, peya ber bi meydanê ve meşiya. Ew jî ji serî heta piyan bi zirx bû. Ala kufrê ji erdê rakir, berê xwe da leşkerê Îslamê û dest bi qîrînê kir: «Ez bavê Qusem im. Kî dikare derkeve pêşberî min?» Mezinê me Pêxember dîsa Hezretê Elî derxist pêşberî wî. Hezretê Elî ew muşrik jî kuşt, ala wan xist erdê û paşê di nav rêzên mucahidan de cihê xwe girt.
Piştî vê gelek muşrik bi dorê derketin meydanê, ala xwe ya ku ketibû erdê rakirin û ji mucahidan mêrxasek xwestin ku derkeve pêşberî wan. Lê her carê sehabiyên qehreman bi destûra Allah teala xalib hatin. Her ku alhilgirek dihat kuştin, ji leşkerê Îslamê dengên tekbîrê bilind dibûn, xem û bêhêvîtiyeke mezin diket ser rêzên dijmin. Heta jinên muşrik jî, ku qalmeqalma wan gihîştibû ezmanan, ji aliyekî ve heqaret li leşkerê xwe dikirin û digot: «Wey li we!…», ji aliyê din ve jî ew teşwîqî şer dikirin û digot: «Hûn hîn li benda çi ne?…»
Kî wê heqê vî şûrî bide?
Di gavekê de ku herdu alî li cihê xwe nedisekinîn, Pêxemberê me yê delal şûrek nîşan da ku di destê wî de bû. Li ser wî ev beyt nivîsandî bû:
Di tirsonekiyê de şerm, di pêşveçûnê de şeref û îtîbar heye.
Mirov bi tirsê ji qederê xelas nabe.
Bihîstin ku ferman kir: «Kî wê vî şûrî ji min bistîne?» Gelek ji Eshabê Kîram ên ku ev bihîstin, hemûyan bi hev re destên xwe dirêj kirin ku wî bistînin. Gava Pêxemberê me dîsa ferman kir: «Kî wê wî bistîne da ku heqê wî bide?», Eshabê Kîram bêdeng man û paşve sekinîn. Zubeyr bin Ewwam, ku ji yên bi germî şûr dixwestin bû, got: «Ez ê bistînim, ya Resûlellah.» Pêxemberê me şûr neda Hezretê Zubeyr. Xwestekên Ebûbekr, Umer û Elî (radiyellahû anhûm) jî Pêxemberê me qebûl nekirin.
Ebû Ducane pirsî: «Ya Resûlellah! Heqê vî şûrî çi ye?» Gava Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Heqê wî ew e ku tu wî li dijmin bixî heta ku xwar bibe û biçemide. Heqê wî ew e ku tu mislimanekî pê nekujî û bi wî ji ber kafiran nerevî. Ew e ku tu pê di riya Allah de şer bikî, heta ku Allah teala zefer an şehîdiyê bike nesîbê te», Ebû Ducane got: «Ya Resûlellah! Ez wî distînim da ku heqê wî bi cih bînim.» Pêxemberê me jî şûrê di destê xwe de spart wî.14
Ebû Ducane radiyellahû anhû çiqas pir bicesaret û qehreman bû, ewqas jî li meydanên şer pir bi fen tevdigeriya; bi temamî li gorî hedîsa şerîf a «Şer hîle ye»15 dikir. Hezretê Ebû Ducane gava şûr stand, beyt digotin û bi quretî, bi weqar û bi xurûr ber bi meydana şer ve dest bi meşê kir. Li ser wî ji kirasekî û li serê wî ji şaşika wî ya sor pê ve tiştek tunebû.
Ev meşa Hezretê Ebû Ducane li Eshabê Kîram pir xweş nehat. Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ev meşek e ku li derveyî van ciyan (meydanên şer) dibe sebebê xezeba Allah teala» û bi vî awayî da zanîn ku meşa bi quretî tenê li hember dijmin caiz e.
Ji rêzên muşrikan Xalid bin Welîd êdî nikaribû li bendê bimîne û bi hêzên di bin emrê xwe de rabû êrîşê. Pêxemberê me yê delal jî emrê êrîşê da Eshabê Kîram, ku li cihê xwe nedisekinîn. Di carekê de dengên «Allahû ekber!» meydana şer tijî kiribû. Li pêşiya herî pêş Hezretê Hemze, li serê hêzên bê zirx, bi şûrên di destên xwe de dest pê kir ku li her kafirê dihat şûr bihejîne. Hêzên Xalid bin Welîd, ku bi hirseke mezin dihatin, yekser paşve hatin avêtin. Xalid bin Welîd vê carê di cihê derbenda çiyê re dor lê zivirî; ji bo ku ji paş ve lê bixe, kevaneke fireh xêz kir û gihîşt girê Eyneynê. Lê Hezretê Ebdullah bin Cubeyr û pêncî mêrxasên di bin emrê wî de bi barana tîran ew paşve avêtin.
Êdî şer germ bûbû. Herdu aliyan bi hemû hêza xwe şer dikir. Sehabiyekî bi kêmanî bi çar muşrikan re mucadele dikir û dixebitî ku pêş ve here.
«Gelî eshabên min! Ji bo kesên ku hejmara wan hindik e, şerê bi dijmin re zehmet tê. Eger ew sebat û xîretê nîşan bidin, Allah teala wan digihîne firehiyê» Hedîsa şerîf
Hezretê Hemze ji aliyekî ve bi dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!» bang dikir, ji aliyê din ve jî digot: «Ez şêrê Allah teala me!» û dijmin dişikand, dişikand û pêş ve diçû. Sefwan bin Umeyye ji yên derdora xwe re digot: «Hemze li ku ye? Nîşanî min bidin» û li meydana şer digeriya. Demekê çavê wî bi yekî ket ku bi du şûran şer dikir û pirsî: «Ev ê ku şer dike kî ye?» Yên derdora wî got: «Ew kesê ku tu lê digerî! Hemze!» Sefwan got: «Heta îro min kesekî din ê wek wî bihirs û çavnetirs nedîtiye ku ji bo kuştina qewmê xwe êrîş bike.»
Di wê gavê de ku şer baş germ bûbû, Zubeyr bin Ewwam ê ji muhaciran, ji ber ku şûr nehatibû dayîn wî xemgîn bû û di dilê xwe de got: «Min şûr ji Resûlûllah xwest, lê da Ebû Ducane. Ma ne ez kurê meta wî Sefiyyeyê me! Ser de jî qureyşî me. Ma ne pêşî min xwestibû! Ka ez herim binêrim, Ebû Ducane wê ji min zêdetir çi bike?» Paşê da pey Ebû Ducane. Hezretê Ebû Ducane bi gotina «Allahû ekber!» tekbîr dianî û ji muşrikan rastî kê dihat lê dixist û dikuşt. Yek ji muşrikên herî har, zilamekî girs ku her aliyê wî bi zirxan pêçayî bû û tenê çavên wî xuya dikirin, rastî Ebû Ducane hat. Pêşî wî êrîşî Hezretê Ebû Ducane kir. Ebû Ducane bi mertalê xwe xwe ji derba wî parast. Şûrê muşrik di mertalê Ebû Ducane de çikiya. Şûrê xwe kişand, lê nikaribû derxe. Dor hatibû Ebû Ducane. Bi derbeke şûr hevrikê xwe kuşt.
Piştî vê Ebû Ducane her bêîmanê ku derdiket pêşiya wî xist erdê û hat heta ba wan jinên ku li quntara çiyê bi defên xwe muşrik tehrîk dikirin. Lê digel ku şûrê xwe rakiribû jî, dev ji kuştina Hindê, jina Ebû Sufyan, berda.16 Zubeyr bin Ewwam gava ev dît, di ber xwe de got: «Allah û Resûlê Wî ji min çêtir dizanin ka şûr wê bidin kê.» Wiha ferman kir: «Wellahî min kesek nedîtiye ku ji wî çêtir şer bike û lê bixe.»
Miqdad bin Eswed, Zubeyr bin Ewwam, Hezretê Elî, Hezretê Umer, Talhe bin Ubeydullah, Mus’eb bin Umeyr, her yek kelehek bû ku kes tê re derbas nedibû. Eshabên bişan gava didîtin ku Mezinê me Pêxember pir nêzîkî dijmin şer dike û car bi car êrîş dike, li cihê xwe nedisekinîn. Digot belkî zirarek bigihîje Resûlûllah, li dora wî diciviyan û nedihiştin dijminê ku di nav zirxan de bû çavê xwe veke. Di wê navê de dîtin ku Hezretê Ebdullah bin Emr şehîd bû. Ev şehîdê pêşî yê Uhudê bû. Hevalên wî gava dîtin ku şehîd bûye bûn wek şêran û ji bo rizaya Allah teala xwe avêtibûn nava dijmin.
Di gavekê de ku şer pir germ bûbû, nîşana mêrxasiyê Hezretê Ebdullah bin Cehş û pîrê tîravêjan Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas rastî hev hatin. Ji gelek ciyên xwe birîndar bûbûn. Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas dibêje: «Li Uhudê gaveke dijwar a şer bû. Ji nişka ve Ebdullah bin Cehş nêzîkî min bû, bi destê min girt û ez kişandim binê zinarekî. Ji min re got: “Niha li vir tu dua bike, ez amîn bibêjim. Ez dua bikim, tu jî amîn bibêje!” Min jî got: “Baş e.” Min wiha dua kir: “Allahê min, dijminên pir bihêz û dijwar bişîne ser min. Ez bi wan re heta mirinê şer bikim. Ez hemûyan bikujim. Ez xazî vegerim.” Wî ji vê duaya min re bi hemû dilê xwe got: “Amîn.”
Paşê ew bi xwe dest bi duayê kir: “Allahê min, dijminên zexm bişîne ser min, ez bi wan re heta mirinê şer bikim. Ez heqê cîhadê bidim. Ez hemûyan bikujim. Dawiyê bila yek min şehîd bike. Paşê bila lêv, poz û guhên min bibire. Ez di nav xwînê de bêm huzûra Te. Gava Tu bipirsî: «Ebdullah! Te çi bi lêv, poz û guhên xwe kir?», ez bibêjim: «Allahê min, min bi wan gelek qusûr kirin, min ew di cihê wan de bi kar neanîn. Min şerm kir ku wan bînim huzûra Te. Di şerekî de ku Pêxemberê min ê delal tê de bû ez di nav toz û axê de gevizîm û wisa hatim.»” Dilê min nedixwest ku ji duayeke wiha re bibêjim “Amîn”. Lê ji ber ku wî dixwest û min berê soz dabû, min bêdil got: “Amîn.”
Dû re me şûrên xwe kişandin û şer domand. Me herduyan jî kî dihat pêşiya me dikuşt. Wî bêhed mêrxasane êrîş dikir û rêzên dijmin ji hev belav dikirin. Car bi car li dijmin dixist, bi daxwazeke bêdawî ya şehîdbûnê ji nû ve êrîş dikir. Dema digot “Allahû ekber! Allahû ekber!…” û şer dikir, şûrê wî şikest. Di wê gavê de Pêxemberê me yê delal çiqlekî darxurmeyê dirêjî wî kir û emir lê kir ku şer bidomîne. Ev çiqil bi mucîzeyekê bû şûr û bi yê ku dihat pêşiya wî re şer domand. Gelek dijmin kuştin. Ber bi dawiya şer ve, bi tîrên ku muşrikekî bi navê Ebul-Hekem avêtin, gihîşt wê şehadeta ku dixwest. Gava şehîd bû, kafiran êrîşî cendekê wî kir; poz, lêv û guhên wî birîn. Her aliyê wî di nav xwînê de ma.»
Di rêza mucahidan de Quzman, ku kalanê şûrê xwe şikand, got: «Mirin ji revê gelek çêtir e!» û bi şûrê tazî xwe avêt nav muşrikan, gelek mêrxasî û qehremanî nîşan dan. Bi serê xwe heft-heşt kafir kuştin. Dawiyê birîndar bû û ket erdê. Eshabê Kîram li vê qehremaniya wî ecêbmayî man û gava ji Mezinê me Pêxember re gotin, ferman kir: «Ew cehennemî ye.» Gava Hezretê Qetade bin Nu’man çû ba Quzman û got: «Ey Quzman! Şehadet li te mubarek be!», Quzman got: «Min ne ji bo xîreta dîn şer kir; min ji bo wê şer kir ku qureyşî neyên Medîneyê û xurmistana min xera nekin!» Paşê bi tîrekê damarên zendê xwe qul kirin û xwe kuşt. Hikmeta wê yekê hat fêmkirin ku Mezinê me Pêxember ferman kiribû: «Ew cehennemî ye!»
Ji serê şer ve, di serî de Mezinê Aleman Pêxemberê me yê delal, hemû Eshabê Kîram mucadeleyeke mezin kir. Bi êrîşên dijwar leşkerê muşrikan paşve avêtin. Koma muşrikan, ku ji pûtên ku ji kevir û dar çêkiribûn fêde û alîkarî dixwest û bi gotina «Lat, Uzza, Hubel!» ew diperestin, li ber van qehremaniyên mucahidan şikest û dest bi revê kir. Jinên ku hatibûn da ku wan teşwîqî şer bikin, dikirin qîrîn û hawar û dixebitîn ku bigihîjin leşkerên direvin.
Gava muşrikên qureyşî meydana şer hiştin, malên ku bi xwe re anîbûn berdan û ber bi Mekkeyê ve dest bi revê kir, leşkerên Îslamê şa bûn û hemd kir ku gihîştine wê zefera ku Allah teala soz dabû wan. Digel ku bi hejmar û bi hêz qat bi qat serdest bûn jî, muşrik li ber mislimanan perîşan bûbûn. Dema hevdu diperçiqandin û direviyan, eshabên bişan jî dabûn pey wan, digihîştin kê lê dixistin û dikuştin. Di vê hengameyê de Hezretê Henzele bin Ebû Amir, ku nû zewicîbû, gihîşt Ebû Sufyan, serfermandarê leşkerê muşrikan, ku dixebitî bi hespê xwe bireve. Şûr li çîpên hespê wî xist û hesp çok da erdê. Ebû Sufyan, ku ketibû erdê, bi hemû hêza xwe dest bi hawarê kir: «Gelî qureyşiyan!… Bigihîjin min!… Ez Ebû Sufyan im! Henzele dixwaze min bi şûr perçe bike!…» Muşrikên ku bi wî re dixebitîn birevin, digel ku ev hal didîtin jî, ketibûn derdê canê xwe û guh nedabûn fermandarê xwe.
«Şer hîle ye» Hedîsa şerîf
Lê di wê gavê de Şeddad bin Eswedê muşrik, ku hema li pişt Hezretê Henzele bû, rima xwe di pişta Henzele de çikand. Hezretê Henzele got «Allahû ekber!» û xwest hemleyekê bike, lê ket erdê û şehîd bû; rûhê wî yê mubarek firiya Cennetê. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Min dît ku melaîket Henzele di navbera asîman û erdê de, di sîniyeke zîvîn de bi ava baranê dişon.» Ebû Useydî wiha vegot: «Gava min ev gotina Resûlûllah bihîst, ez çûm ba Henzele. Ava baranê ji serê wî dilop dikir. Ez vegeriyam û min ev gihand Resûlê Ekrem. Ji Hezretê Henzele re gotin “Xesîlul-Melaîke”, yanî kesê ku melaîketan şûştiye.»17
Hinek ji tîravêjên li derbenda Eyneynê gava dîtin ku muşrik direvin, guman kirin ku şer qediyaye û cihê xwe hiştin. Fermandarê wan Ebdullah bin Cubeyr û dozdeh kes li cihê xwe man.18
Mêrxasiya Hezretê Elî
Di vê navê de Xalid bin Welîd, fermandarê yekîneya tîravêjên Qureyşê, ku amade li bendê bû û dixebitî her firsendê bi kar bîne, gava dît ku mucahidên li derbendê kêm bûne, siwarên di bin emrê xwe de dan rê.
Bi Îkrime bin Ebî Cehl re di carekê de hatin derbenda Eyneynê. Hezretê Ebdullah bin Cubeyr û hevalên wî yên wefadar û sadiq rêz girtin û vebûn. Heta ku tîrên di tîrdankên wan de qediyan, tîr bi ser dijmin de barandin. Paşê bi rimên xwe, gava sîng bi sîng hatin ber hev jî bi şûrên xwe, bi gotina «Allahû ekber! Allahû ekber!» gelek qehremanî nîşan dan; di navbera yên bi îman û yên bêîman de rewşeke pir bê nîsbet hebû, wek yek li hember bîst û pêncan. Eshabê Kîram ên bişan ji bo ku emrê Pêxemberê xwe bi cih bînin heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kir. Li pey hev şerbeta şehadetê vexwarin, laşên wan ên mubarek ketin ser axê û rûhên wan firiyan Cennetê (radiyellahû anhûm).
Muşrikan ji kîna xwe cilên Hezretê Ebdullah jê kirin û laşê wî yê mubarek bi riman qul qulî kirin. Zikê wî çirandin û hinavên wî derxistin derve.
Xalid bin Welîd û Îkrime gava mucahidên li derbendê şehîd kirin, bi lez ji pişt ve êrîşî leşkerê Îslamê kir. Eshabê Kîram gava di carekê de dijmin li pişta xwe dît, firsend nedît ku xwe bide hev. Çimkî gelekan çekên xwe jî danîbûn. Her tişt ji nişka ve guherî. Muşrikên qureyşî yên ku li pêş direviyan, gava dîtin ku Xalid bin Welîd ji paş ve êrîş kiriye, dîsa vegeriyan. Mucahid di navbera du agiran de mabûn. Dijmin ji pêş û ji paş ve êrîş kir û dest pê kir ku mucahidan bixe tengasiyê. Têkiliya sehabiyan bi hev re qut bû. Mecbûr man ku belav bibin.19
Hezretê Elî wiha vegot: «Min xwe avêt nava yekîneyeke muşrikan ku Îkrime bin Ebî Cehl jî di nav wan de bû. Dora min girtin, min piraniya wan da ber şûr. Min xwe avêt nav yekîneyeke din, min ji wan jî gelek ji şer xistin. Ji ber ku ecelê min nehatibû tiştek bi min nehatibû. Demekê min Resûlûllah nedît. Min di dilê xwe de got: “Sond dixwim, Ew ne kesek e ku meydana şer bihêle û here. Divê Allah teala ji ber kirinên me yên nemunasib Ew ji nav me kişandibe û rakiribe! Êdî ji bo min ji mirina bi şerkirinê pê ve rê nemaye” û min kalanê şûrê xwe şikand. Gava min êrîşî muşrikan kir û ew belav kirin, min dît ku Resûlûllah di nav wan de maye. Min fêm kir ku Allah teala Resûlûllah bi melaîketên xwe diparast.»
Leşkerên dijmin heta ba Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) nêzîk bûbûn. Rewş pir xeternak bû. Pêxemberê me yê delal eynî wek çiyayekî asê disekinî, sebat dikir û ji cihê xwe venedibû. Ji aliyekî ve bi dijmin re şer dikir, ji aliyê din ve jî dixebitî ku eshabên xwe yên belavbûyî bide hev û ferman dikir: «Ey filan, ber bi min ve were! Ey filan, ber bi min ve were! Ez Resûlûllah im.
Ji bo yê ku vegere û bê ba min Cennet heye!» Hezretê Ebûbekr, Hezretê Umer, Ebdurrehman bin Ewf, Talhe bin Ubeydullah, Elî bin Ebî Talib, Zubeyr bin Ewwam, Ebû Ducane, Ebû Ubeyde bin Cerrah, Se’d bin Muaz, Se’d bin Ebî Weqqas, Hubab bin Munzir, Useyd bin Hudeyr, Sehl bin Henîf, Asim bin Sabit û Haris bin Simme radiyellahû anhûm di carekê de li dora Pêxemberê me yê delal bûn xelek û ji bo ku wî biparêzin dîwarekî kelehê yê zindî pêk anîn.
Di wê navê de dengê Hezretê Ebbas bin Ubade hat bihîstin, ku ji bo Eshabê Kîram ên belavbûyî bicivin diqîriya: «Gelî birayên min! Ev musîbeta ku hat serê me encama wê ye ku me emrê Pêxemberê xwe bi cih neanî. Belav nebin! Werin dora Pêxemberê me! Eger em li ba yên ku wî diparêzin cih negirin û bibin sebeb ku zirarek bigihîje Resûlûllah, êdî li ba Rebbê me ji bo me tu uzrek namîne ku bê pêşkêşkirin.» Hezretê Ebbas bin Ubade, Xarice bin Zeyd û Ews bin Erqem jî li ba wî, bi dengên «Allahû ekber!» bi şûrên tazî xwe avêtin nava dijmin. Di riya Resûlûllah de, ji bo ku wî biparêzin, bi qehremanî şer kir. Xarice bin Zeyd ji nozdeh ciyan birîndar bûbû. Birînên yên din jî ne ji yên wî kêmtir bûn. Bi rastî jî her sê gihîştin mertebeya şehîdiyê ku pir bêriya wê kiribûn.
Di vê gava pir xeternak de Eshabê Kîram hêdî hêdî dest pê kir ku li dora Mezinê me Pêxember bicive. Muşrikan Pêxemberê me yê delal û eshabên wî yên bişan, ên ku laşên xwe jê re kiribûn sîper, xistin nav çemberê. Ji her alî ve bi yekîneyan pêş ve dihatin û çember teng dikirin. Mezinê Aleman gava dît ku komek ji qureyşiyan xwe avêtiye pêş, ji eshabên xwe yên li ba xwe re, ku amade bûn canê xwe feda bikin, ferman kir: «Kî wê derkeve pêşiya vê yekîneyê?» Dîtin ku Hezretê Wehb bin Qabûs got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ez ê derkevim pêşiya wan» û xwe avêt pêş. Ev qehremanê ku navê bişeref ê Allah teala ji zimanê wî nediket, bi şûrê tazî xwe avêt nav muşrikan. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ez mizgîniya Cennetê didim te.» Gava ew sebat û xîreta ku wî li hember dijmin nîşan dida dît jî, ferman kir: «Allahê min! Rehmê lê bike! Merhemetê lê bike!»
Se’d bin Ebî Weqqas gava dît ku muşrikan Hezretê Wehb xistiye nava xwe û bi rimê şehîd kiriye, ji bo alîkariya wî xwe avêt pêş, ket nava dijmin û qehremaniyên nedîtî nîşan dan. Gelek kafir ji şer xistin. Yên din jî paşve avêtin û hat ba Pêxemberê xwe yê delal. Mezinê me Resûlê Ekrem ji bo Hezretê Wehb ferman kir: «Ez ji te razî me. Bila Allah teala jî razî be.» Mezinê me Hebîbê Ekrem gava dît ku desteyeke muşrikan çembera mucahidan qelaştiye û ber bi wî ve tê, ji Hezretê Elî re ferman kir: «Êrîşî wan bike!» Hezretê Elî êrîş kir, Emr bin Ebdullah kuşt û yên din revandin. Gava şûrê wî şikest, Pêxemberê me Zulfiqar dayê. Dema komeke din dihat, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Elî! Şerra van ji min dûr bixe!» Şêrê Allah teala, yê ku canê xwe fedayî Resûlûllah dikir, yekser rabû êrîşê. Şeybe bin Malik kuşt û yên din paşve avêtin. Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam hat û ji Mezinê me Pêxember re got: «Ya Resûlellah! Ev kar ciwamêriyeke bêhempa ye ku ji Elî xuya bû.» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ew ji min e, ez jî ji wî me.»
«Min dît ku melaîket Henzele di navbera asîman û erdê de, di sîniyeke zîvîn de bi ava baranê dişon» Hedîsa şerîf
Cebraîl eleyhisselam jî got: «Ez jî ji we herduyan im.» Di wê navê de dengekî digot: «Mêrxasekî wek Elî, şûrekî wek Zulfiqar peyda nabe.»
Muşrikan gava fêm kir ku nikarin nêzîkî Pêxemberê me yê delal bibin, dest bi avêtina tîran kir. Tîrên ku dihatin avêtin an di ser wî re derbas dibûn, an diketin pêşiya wî, an jî aliyê wî yê rastê an çepê.
Eshabê Kîram, ku ji bo dijmin paşve bavêjin bi can û ceger şer dikir, hema ku ev hal dîtin li dora Mezinê Aleman civiyan û dest pê kir ku laşên xwe yên mubarek li ber tîrên ku dihatin bikin sîper. Gava Mezinê me Pêxember ferman li eshabên xwe kir ku bi tîran bersivê bidin, sehabiyan jî dest pê kir ku tîran bavêjin dijmin. Pêxemberê me yê delal Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas li ber xwe da rûniştandin. Hezretê Se’d, ku nîşangirekî pir tûj bû, dest pê kir ku bi lez, li pey hev tîran bi ser dijmin de bibarîne. Her ku tîrek ji tîrdanka xwe, yanî ji çenteyê tîran dikişand, digot: «Ya Rebbî! Ev tîra Te ye. Bi wê li dijmin bixe!» Mezinê me Pêxember jî ferman dikir: «Allahê min! Duaya Se’d qebûl bike! Allahê min! Tîra Se’d rast bike!… Bidomîne, Se’d! Bidomîne! Dê û bavê min bi qurbana te bin!» Bi vî awayî bi her avêtina tîrekê re Mezinê me Pêxember eynî duayên xwe dubare dikirin.
Gava tîrên Hezretê Se’d qediyan, Pêxemberê me yê delal tîrên xwe dan wî û bi wî dan avêtin. Her tîreke Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas an li dijminekî diket, an li heywanê ku lê siwar bû.
Dema muşrik tîr diavêtin, Hezretê Ebû Talhe pêşiya Pêxemberê me yê delal digirt, bi laş û mertalê xwe li ber her tîra ku dihat dibû sîper û carinan qîrînên ku dijmin matmayî dihiştin berdida. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Di nav leşker de dengê Ebû Talhe ji sed kesî bixêrtir e.» Ebû Talhe çi gava firsend didît ji avêtina tîran a ser muşrikan paş nedima; tîr hişk û pir bi lez diavêtin û ya ku diavêt vala nediçû. Her ku Mezinê me Resûlê Ekrem dixwest bizane tîrên wî li ku dikevin û serê xwe yê mubarek radikir, Ebû Talhe ji tirsa ku tîrek li Resûlûllah bikeve digot: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Serê xwe yê mubarek raneke. Bila tîreke dijmin li te nekeve û zirarê nede te! Laşê min ji laşê te yê mubarek re sîper e û fedayî te ye! Heta ku min serjê nekin, nikarin bigihîjin te! Heta ku ez nemirim, tiştek bi te nayê!…» û bi vî awayî Pêxemberê me yê delal di ser nefsa xwe re digirt.
Li her aliyê meydana Uhudê şerekî bêeman û dijwar bi hemû şidê xwe didomiya; hinekan bi siwarî, hinekan jî peya mucadeleya îman û kufrê didomand. Eshabê Kîram hîn nikaribû xwe bide hev. Li dora Mezinê me Pêxember tenê nêzîkî sî sehabî wek perwaneyan dizivirîn û laşên xwe li ber tîr, rim û şûrên ku dihatin dikirin mertal. Tekane daxwaza wan ew bû ku emrê Mezinê me Pêxember bi cih bînin û her cure zirara ku bigihîje wî jê dûr bixin. Serdarê mêrxasan Hezretê Hemze di wê hengameyê de ji Mezinê me Pêxember dûr ketibû, di nava qelebalixekê de bi du şûrên di herdu destên xwe de şer dikir û bi dengên «Allahû ekber!…» tirs dixist dilê dijmin. Heta wê gavê bi serê xwe tam sî û yek muşrik kuştibûn, gelek jî an ji milê wan an ji çîpa wan kiribûn. Di gavekê de ku keriyê muşrikan ê ku ketibû nava wî belav dikir, Siba’ bin Ummu Enmar got: «Ma mêrxasek heye ku karibe li ber min bisekine?» û meydan ji Hezretê Hemze re xwend. Hezretê Hemze got: «Were ba min, ey kurê jina sunnetker! Naxwe tu meydanê ji Allah û Resûlê Wî re dixwînî, ne wisa?» û bêyî ku firsendê bide wî bi çîpên wî girt û ew li erdê dirêj kir.20 Xwe da ser wî û serê wî ji laşê wî veqetand; piştî vê dît ku li pişt zinarê hember Wehşî, ku hîn nebûbû misliman, rim di dest de nîşan li wî digire. Yekser bi ser wî de meşiya; gava gihîşt wê çala li pêşiya xwe ku lehiyan vekiribû, lingê wî şemitî û li ser piştê ket. Di wê gavê de zirxê wî ji ser zikê wî vebûbû. Wehşî firsend dît û rima xwe avêt!… Rim firiya, di laşê mubarek ê Hezretê Hemze de çikiya û ji aliyê din ve derket. Mezinê qehremanan got «Allahê min!» û li wir ket. Şehîd bûbû, gihîştibû wî meqamê ku bêriya wî dikir. Di riya Allah teala de, ji bo xatirê Pêxemberê Wî yê delal canê xwe feda kiribû (radiyellahû anhû).
«Ya Se’d! Dê û bavê min bi qurbana te bin! Ya Rebbî! Tîrên wî bigihîne hedefên wan û duayên wî qebûl bike!» Hedîsa şerîf
Di wê navê de di rêzên dijmin de yekî muşrik teşwîq dikirin ku êrîşî Mezinê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) bikin û digot: «Gelî cemaeta Qureyşê! Ji şerê bi Muhemmed re paşve nesekinin, ku heqên xizmatiyê nagire û qewmê we parçe dike. Eger Muhemmed xelas bibe, bila ez xelas nebim!…» Ev deng yê Asim bin Ebî Ewf bû. Hezretê Ebû Ducane ev deng bihîstibû. Bi şer û şer Asim bin Ebî Ewf dît û di cih de kuşt. Lê muşrikê li pişt wî, Me’bed, bi hemû hêza xwe şûrê xwe bi ser Hezretê Ebû Ducane de daweşand. Ebû Ducane bi îhsaneke Allah teala ji nişka ve û pir bi lez xwe da erdê û ji derba kujer xelas bû. Yekser rabû, şûrê xwe li Me’bed xist û ew kuşt.
Hedefa muşrikên qureyşî Mezinê Aleman bû. Ji bo ku karibin nêzîkî wî bibin hemû hêza xwe xerc dikirin. Lê bi tu awayî nikaribûn di eshabên wî yên bişan û bişeref re derbas bibin, ên ku wek perwaneyan li dora wî dizivirîn û ji tirsa ku zirarek çêbibe bi qasî zerreyekê jî xwe ji fedakirina canê xwe nedidan paş. Van sî mêrxasên qehreman li ber Mezinê me Resûlûllah got: «Ya Resûlellah! Em qet ji ba te venaqetin; rûyê me li ber rûyê te yê mubarek sîper û mertal e, laşê me fedayî laşê te yê mubarek e; bes ku tu di silametiyê de bî!»
Muşrikan kom bi kom êrîş dikir. Mezinê me Fexrê Alemê komek nîşanî eshabên xwe yên qehreman da, ên ku li ba wî bûn û laşên xwe jê re kiribûn sîper, û ferman kir: «Kî wê di riya Allah teala de laşê xwe fedayî me bike?» Hingê pênc sehabiyên medîneyî xwe avêtibûn pêş. Van perwaneyên qehreman li ber çavên mubarek ên Mezinê me Resûlûllah tekbîr anî, zivirîn û zivirîn û şer kir. Dawiyê çar ji wan hema li wir şehîd bûn. Gava yê pêncan ji çardeh ciyan birîndar bû û ket erdê, Mezinê Aleman ferman kir: «Wî nêzîkî min bikin.» Ji her aliyê laşê wî xwîn diherikî. Pêxemberê me yê delal rûnişt û lingên xwe yên mubarek ji serê wî re kirin balgî. Ev sehabiyê bextewar ê ku di wî halî de gihîşt şerefa şehîdbûnê, Hezretê Umare bin Yezîd bû.
Qehremaniya Talhe bin Ubeydullah
Di gavekê de ku muşrik baş nêzîk bûbûn, Pêxemberê me ferman kir: «Kî wê derkeve pêşiya vana, kî wê wan bide sekinandin?» Hezretê Talhe bin Ubeydullah got: «Ez! Ya Resûlellah!» û xwest xwe bavêje pêş. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Wek te kî din heye?» Yekî ji sehabiyên medîneyî got: «Ya Resûlellah! Ez!» û destûr xwest. Gava Pêxemberê me yê delal ferman kir: «De tu derkeve pêşiya wan», xwe avêt pêş û avêt ser muşrikan.
Qehremaniyên bêhempa nîşan dan. Piştî ku çend bêîman kuştin, şerbeta şehadetê vexwar.21 Mezinê me Resûlê Ekrem dîsa ferman kir: «Kî wê li ber vana bisekine?» Berî her kesî dîsa Hezretê Talhe derket. Gava Mezinê me Pêxember pirsî: «Wek te kî din heye?», mubarekekî ji Ensar got: «Ez ê derkevim pêşiya wan, ya Resûlellah.» Pêxemberê me ferman kir: «De tu derkeve pêşiya wan.» Ew jî bi şerê bi muşrikan re şehîd bû. Bi vî awayî hemû sehabiyên ku di wê gavê de li ba Mezinê me Pêxember bûn, bi şer û şer gihîştin şehadetê.
Di wê gavê de li ba Mezinê me Sultanê Kaînatê ji Hezretê Talhe bin Ubeydullah pê ve kes nemabû. Hezretê Talhe endîşe dikir ku zirarek bigihîje Resûlûllah, bi çar aliyan de dibeziya û bi kafiran re bêeman şer dikir. Ku wî ewqas bi lez şûr dadiweşand, di carekê de bersiva dijminê li her aliyê Resûlûllah dida û laşê xwe li ber derbên tîr, rim û şûran dikir mertal, tiştekî bêhempa bû. Hezretê Talhe wek perwaneyê dizivirî û qet guh nedida şûrên ku lê diketin. Daxwaza wî ew bû ku Sultanê Kaînatê biparêze û di vê rê de wek birayên xwe yên din şehîd bibe. Di laşê wî de cihekî bê birîn nemabû, li ser cilên wî ji xwînê pê ve tiştek nedihat dîtin. Lê digel vê jî bi carekê digihîşt çar aliyan. Di wê navê de Hezretê Ebûbekr û Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas gihîştin ba Mezinê me Resûlê Ekrem.
Mezinê mêrxasan Hezretê Talhe jî di vê navê de ji ber ku gelek xwîn jê çûbû ket ser axa germ û ji hiş çû. Her derê wî bi derbên şûr, rim û tîran qul qulî bûbû. Şêst û şeş birînên wî yên mezin, ewqas birînên biçûk jî hebûn ku nedihatin hejmartin. Pêxemberê me yê delal ferman li Hezretê Ebûbekr kir ku yekser bigihîje hawara Hezretê Talhe. Ebûbekrê Siddîq av reşand ser rûyê mubarek ê Hezretê Talhe, da ku bê ser hişê xwe. Hezretê Talhe bin Ubeydullah hema ku hat ser hişê xwe, got: «Ya Eba Bekr! Ma Resûlûllah sax û silamet e?» û bi vê pirsê ya herî xweş a hezkirin û girêdanê nîşan da. Hezkirina Resûlê Ekrem, fedakirina canê xwe ji bo laşê Wî yê mubarek tenê ewqas dibû. Gava Hezretê Ebûbekr got: «Resûlûllah baş e. Wî ez şandim», Talhe bêhneke rihet stand û got: «Şukrên bêdawî ji Allah teala re. Piştî ku Ew sax e, her musîbet hîç e.» Di wê navê de çend sehabiyên din jî gihîştibûn.
Mezinê Aleman Muhemmed Mustefa (sellellahû teala eleyhî we sellem) çû ba Hezretê Talhe. Mucahidê birîndar gava Resûlûllah sax dît, ji şabûnê giriya. Mezinê me Pêxember laşê wî mesh kir, paşê destên xwe vekirin û wiha dua kir: «Allahê min! Şîfayê bide wî, qewetê îhsanî wî bike.» Bi mucîzeya Mezinê me Resûlê Ekrem Hezretê Talhe saxlem rabû ser piyan û dîsa dest bi şerê bi dijmin re kir. Pêxemberê me yê delal ji bo wî ferman kiriye: «Roja Uhudê min dît ku li rûyê erdê li milê min ê rastê ji Cebraîl, li milê min ê çepê jî ji Talhe bin Ubeydullah pê ve kesekî nêzîkî min tunebû.»22 «Kî bixwaze li kesekî cennetî binêre ku li rûyê erdê digere, bila li Talhe bin Ubeydullah binêre.»
«Talhe û Zubeyr li Cennetê cîranên min in» Hedîsa şerîf
Li hemû eniyê şer bi hemû şidê xwe didomiya. Li dora Mezinê me Pêxember Ebû Ducane, alhilgir Mus’eb bin Umeyr, Talhe bin Ubeydullah, Nesîbe Xatûn, ku ji bo parastina Pêxemberê me ji rêzên paşîn bezîbû û gihîştibû, û çend sehabî hebûn. Li hember muşrikan bi Mezinê me Resûlûllah re şer dikir. Muşrikê har Ebdullah bin Huneyd, ku ji serî heta piyan bi çek û di nav zirxan de bû û kumzirxê wî hebû, gava Pêxemberê me yê delal dît, zengû li hespê xwe xist. Diqîriya: «Ez kurê Zuheyr im. Muhemmed nîşanî min bidin. An ez ê wî bikujim, an jî ez ê li ba wî bimirim!» Dema hespê xwe ber bi Mezinê me Pêxember ve diajot, Hezretê Ebû Ducane xwe da ber wî û got: «Ka were! Ez kesek im ku bi laşê xwe laşê mubarek ê Muhemmed eleyhisselam diparêze. Heta ku tu min neperçiqînî, tu nagihîjî Wî!» Şûrê xwe li lingên hesp xist, Ebdullah bin Huneyd xist erdê, şûrê xwe rakir, got: «Bigire, ev jî ji kurê Xereşe!» û bi derbekê ew li erdê dirêj kir. Mezinê Aleman, ku li bûyerê dinêrî, wiha dua kir: «Allahê min! Ez çawa ji kurê Xereşe (ji Ebû Ducane) razî me, Tu jî wisa razî be.»
Ji muşrikan Malik bin Zuheyr, ku nîşangirekî pir tûj û tîravêjek bû ku çi biavêta lê dixist, li her derê li Mezinê me Pêxember digeriya; dixwest firsendekê bibîne û bi tîrê lê bixe. Hat nêzîkî Mezinê me Resûlûllah, kevana xwe kişand, serê mubarek ê Pêxemberê me yê delal kir hedef û tîra xwe avêt. Bi qasî vekirin û girtina çavekê jî wext tunebû. Hezretê Talhe di cih de destê xwe vekir û bû hedef. Tîr di kefa destê Hezretê Talhe de çikiya û destê wî perçe kir. Hemû rehên tiliyên wî qetiyan, hestiyên destê wî şikestin. Mezinê me Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) jî ev tişt dîtibûn, gelek xemgîn bûbû û ferman kiribû: «Eger te (gava ji bo parastina min destê xwe dirêjî tîrê dikir) bigota “Bismillahirrehmanirrehîm”, dema însan li te dinêrîn, melaîketan wê tu bilindî asîmanan bikirayî.»23
Ji muşrikên Mekkeyê çar muşrikên bi navê Ebdullah bin Qemîe, Ubey bin Xelef, Utbe bin Ebî Weqqas û Ebdullah bin Şîhabê Zuhrî li hev kiribûn û sond xwaribûn ku dawiyê li heyata Mezinê me Resûlê Ekrem bînin. Di vê gava teng de Mezinê me Resûlûllah, bi çend sehabiyan re li ba xwe, bi dijmin re bêeman mucadele dikir. Li pêşiya Mezinê me Pêxember alhilgir Hezretê Mus’eb bin Umeyr hebû. Hezretê Mus’eb ji ber zirxê ku li xwe kiribû pir dişibiya Pêxemberê me yê delal. Wî jî, ala Îslamê di destê wî yê rastê de, bi muşrikan re dest bi mucadeleyeke dijwar kiribû. Di wê navê de Îbn Qemîe, ku di nav zirxan de bû, bi siwarî nêzîkî wê derê bû. Bi hemû dengê xwe diqîriya: «Muhemmed nîşanî min bidin. Eger ew xelas bibe, bila ez xelas nebim!» û zengû li hespê xwe xist, ber bi Mezinê me Pêxember ve ajot. Hezretê Mus’eb û Nesîbe Xatûn li ber wî sekinîn, laşên xwe ji Mezinê me Pêxember re kirin sîper û dest bi şer kir. Çiqas şûr li vî kafirî xistin jî, ji ber zirxê wî tesîr lê nekir. Îbn Qemîe şûrek li Nesîbe Xatûnê xist û milê wê perçe kir. Paşê şûrê xwe daxist ser destê rastê yê Hezretê Mus’eb, ku al pê digirt. Mus’eb bin Umeyr, ku destê wî yê rastê hat birîn, ala mubarek a Îslamê, ya ku di ser canê xwe re digirt, bêyî ku bixe erdê girt destê xwe yê çepê.
Di wê gavê de ew ayeta kerîme dixwend ku meala wê ev e: «Muhemmed eleyhisselam Resûl e. Berî Wî jî resûl hatine.»24 Îbn Qemîe vê carê şûrê xwe daxist ser destê çepê yê Hezretê Mus’eb. Alhilgirê bişan, ku destê wî yê çepê jî hat birîn, ala Îslamê nedixist erdê. Sehabiyê qehreman al bi milên xwe girt, bi sînga xwe ve şidand û ew her li ba kir. Îbn Qemîe vê carê rima xwe di laşê sehabiyê bişan de çikand. Ew jî wek hevalên xwe yên din şehîd bûbû û koçî axretê kiribû.
Dema Hezretê Mus’eb diket erdê, ala bişan a Îslamê neketibû erdê; melaîketekî ku ketibû sûretê Mus’eb ew yekser girtibû. Gava Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Pêş ve, ya Mus’eb! Pêş ve!», melaîketê ku al digirt got: «Ez ne Mus’eb im.» Hingê Mezinê me Sultanê Kaînatê fêm kir ku ew melaîket e û al da Hezretê Elî.25
Îbn Qemîe jî, ji ber ku guman kiribû Hezretê Mus’eb Mezinê me Pêxember e, bi lez çû nav muşrikan û dest bi qîrînê kir: «Min Muhemmed kuşt!» Muşrikên ku ev bihîstin, bi kêfa gihîştina armanca xwe hîn bêtir har bûn. Eshabê Kîram jî, ku bi eslê bûyerê nizanibûn, dest û lingên wan sist bûbûn. Hewayeke şînê li wir digeriya. Heta destên Hezretê Umer jî bi herdu aliyan de daketibûn; bi hevalên xwe re li cihê ku lê bû rûniştibû û mabû. Enes bin Nedr gava ew di wî halî de dîtin, pirsî: «Hûn çima rûdinin?»
Wan jî bersiv da: «Resûlûllah şehîd kirine!…» Hezretê Enes jî got: «Eger Resûlûllah şehîd kiribin, Rebbê Wî (Allah teala) baqî ye. Em ê piştî Resûlûllah sax bimînin û çi bikin! De rabin! Ew tiştê ku Pêxemberê me ji bo wî şer kiriye û canê xwe yê mubarek feda kiriye, em jî canê xwe ji bo wî feda bikin.» Kalanê şûrê xwe şikand26 û bi dengên «Allahû ekber!…» bi şûrê tazî xwe avêt nava dijmin. Gelek ji kafiran qir kirin û şehîd bû. Tenê li ser rûyê wî heftê birîn hebûn. Ji ber ku di laşê wî de birînên bêhejmar hebûn, ji xwişka wî pê ve kes nikaribû wî nas bike.
Gelek ji Eshabê Kîram belav bûbûn, hinek jî gihîştibûn şehadetê. Muşrikan ji vê belawelabûna wan îstîfade kiribû û li dora Mezinê me Resûlê Ekrem civiyabûn. Bi kevir û bi şûr dixebitîn ku Sultanê herdu cîhanan şehîd bikin. Ji ber ku du zirx li ser wî bûn, derban tesîr nedikir. Kevirên ku Utbe bin Ebî Weqqas avêtin li rûyê mubarek ê Pêxemberê me yê delal ketin û lêva wî ya jêrîn birîndar bû. Rebaiyeya wî ya rastê ya mubarek a di çeneya jêrîn de, yanî diranê wî yê birînê, şikest. Di wê navê de muşrikê ku jê re Îbn Qemîe digot jî hat û şûrê xwe li serê mubarek ê Mezinê Aleman xist. Kumzirxê Pêxemberê me yê delal perçe bû, du xelekên wî jî di cênîkên Wî yên mubarek de çikiyan.
Bi derbeke din a şûr ku dîsa Îbn Qemîe lê xist ji milê xwe yê mubarek birîndar bû û li ser kêlekê ket wê çala kûr ku Ebû Amir ji bo mislimanan bixe tê kolabû. Pêxemberê me yê delal ji bo Îbn Qemîeyê xayin wiha dua kir: «Bila Allah teala te zelîl û perîşan bike!» Îbn Qemîe pir zêde şa bû, qîriya: «Min Muhemmed kuşt! Min Muhemmed kuşt!…» û çû ba Ebû Sufyan. Muşrik gihîştibûn armanca xwe! Êdî bi Pêxemberê me re mijûl nedibûn. Ji dora wê çala ku Mezinê me Pêxember tê de bû vekişiyabûn û bi Eshabê Kîram re dest bi şer kiribû.27
«Kî bixwaze li kesekî cennetî binêre ku li rûyê erdê digere, bila li Talhe bin Ubeydullah binêre» Hedîsa şerîf
Gava Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ket çalê, xwîn ji hinarkên Wî yên mubarek dihat. Gava destên xwe yên mubarek di rûyê xwe de anîn, dît ku dest û riha Wî ya şerîf di nav xwînê de mane. Hîn dilopek neketibû erdê, Cebraîl eleyhisselam gihîşt, ew xwîna mubarek girt û got: «Ya Hebîbellah! Bi heqê Allah teala, eger ji vê xwînê dilopek biketa erdê, heta qiyametê li erdê giya şîn nedibû.» Mezinê me Fexrê Alemê jî ferman kir: «Eger ji min dilopek xwîn bikeve erdê, wê ji asîman ezab nazil bibe. Ya Rebbî! Qewmê min efû bike! Çimkî ew nizanin» û ji bo wan kesan dua dikir ku bên hîdayetê, ên ku rabûbûn Wî bikujin, şûr li laşê Wî yê mubarek xistibûn, diranên Wî yên mubarek şikandibûn û rûyê Wî yê mubarek di nav xwînê de hiştibûn.
Di wê navê de Hezretê Ke’b bin Malik bi dengekî bilind diqîriya: «Gelî mislimanan! Mizgînî! Va ye Resûlûllah li vir e!…» Eshabên bişan ên ku ev deng bihîstin, mîna ku ji nû ve can hatibe wan, bi şahî bezîn wê derê. Hezretê Elî û Talhe bin Ubeydullah yekser hatin û ew ji çalê derxistin. Hezretê Ebû Ubeyde bin Cerrah xelekên kumzirx, ên ku di cênîkên mubarek ên Pêxemberê me yê delal de çikiyabûn, bi diranên xwe kişandin û derxistin. Dema ev perçeyên hesin derdixistin, du diranên pêşîn ên Ebû Ubeyde jî derketin. Ji Eshabê Kîram Hezretê Malik bin Sinan ew xwîna ku ji rûyê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah diniqutî mêt. Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Agirê Cehennemê nagihîje wî kesî ku xwîna min tevlî xwîna wî bûye.»
Muşrik dîsa dest pê kir ku bi ser wan de bên. Eshabê Kîram bi şahiya ku ji nû ve gihîştibûn Mezinê me Pêxember di carekê de li dora Mezinê me Resûlûllah bûn xelek; tu muşrik nehiştin. Muşrikan gava fêm kir ku êdî nikarin tiştekî bi Mezinê me Pêxember bikin, dest pê kir ku hilkişin serê çiyê. Sultanê herdu cîhanan ji Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas re, ku li ba wî bû, ferman kir: «Wan paşve vegerîne.» Gava Hezretê Se’d pirsî: «Ya Resûlellah! Li ba min tenê tîrek heye. Ez ê bi vê çawa wan vegerînim?», Mezinê me Resûlê Ekrem dîsa eynî emir da. Li ser vê yekê pîrê tîravêjan Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas destê xwe bir çenteyê xwe û tîra xwe avêt. Tîr li hedefa xwe ket û muşrikek xist erdê. Gava dîsa destê xwe dirêjî çenteyê tîran kir, dît ku tîreke din jî heye. Bala xwe dayê, ev tîr tîra berî bîskekê bû. Muşrikekî din jî mir. Ev hal gelek caran dom kir. Bi mucîzeya Pêxemberê me yê delal Hezretê Se’d her carê tîra ku cara berê avêtibû di çenteyê xwe de dîtibû. Qureyşiyan gava dît ku zilamên wan li pey hev tên kuştin, dev ji hilkişîna çiyê berdan. Daketin jêr û paşve kişiyan.
Ji nav wan Ubey bin Xelef hespê xwe ber bi Mezinê me Pêxember ve ajot û dest bi qîrînê kir: «Ka li ku ye ew kesê ku îdia dike pêxember e? Bila derkeve pêşberî min û bi min re şer bike!» Eshabê Kîram xwest derkeve pêşberî wî, lê Pêxemberê me yê delal destûr neda. Rima Hezretê Haris bin Simme girt û derket pêş. Ubeyê alçax zengû li hespê xwe xist, got: «Ey Muhemmed! Eger tu xelas bibî, bila ez xelas nebim!» û nêzîk bû. Ji serî heta piyan di nav zirxan de bû. Mezinê Aleman rima di destê xwe de avêt stûyê Ubey. Rim firiya, di navbera kumzirx û pêsîra zirxê wî re di stûyê wî de çikiya. Ubey wek dewarekî orand û ji hespê xwe gêrî erdê bû. Parsûyên wî şikestin. Muşrikan ew rakir û bir. Di rê de qîriya û qîriya «Muhemmed ez kuştim!…» û can da. Mezinê me Resûlûllah bi eshabên li ba xwe re dest pê kir ku ber bi zinarên Uhudê ve hilkişe. Gava gihîşt ba zinaran, xwest derkeve jor. Ji ber ku pir westiyabû, du zirx li ser hev li xwe kiribûn û ji heftêyî zêdetir şûr li laşê Wî yê mubarek ketibûn, taqet nekir. Li ser vê yekê Hezretê Talhe Mezinê me Pêxember da pişta xwe û derxist ser zinaran. Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Gava Talhe alîkariya Resûlûllah kir, Cennet jê re wacib bû.» Ji ber ku qet mecala wî nemabû, nimêja nîvro rûniştî kir.
Li quntarên çiyê sehabî, ku her yek bûbû şêrek, diavêtin ser muşrikan. Dinya li wan kesan kiribû zindan ku şûr li Pêxemberê me xistibûn. Demekê Hatib bin Belte’e hat ba Pêxemberê me yê delal û pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Kê ev bi te kir?» Mezinê me ferman kir:
«Utbe bin Ebî Weqqas kevir avêt min, li rûyê min xist û diranê min ê rebaiye şikand.» Hezretê Hatib dîsa pirsî: «Ya Resûlellah! Ew bi kîjan alî de çû?» Mezinê me Pêxember bi îşaretê nîşan da ka bi kîjan alî de çûye. Hezretê Hatib yekser bezî wî alî. Geriya û geriya, Utbe dît. Ew ji hespê wî xist, bi derbekê serê wî birî, anî huzûra Resûlûllah û mizgînî da. Mezinê me Pêxember jî ji wî re dua kir û ferman kir: «Bila Allah teala ji te razî be. Bila Allah teala ji te razî be.» Muşrik li ber Eshabê Kîram, ku xwe dabûn hev û ji nû ve rabûbûn êrîşê, nikaribûn xwe bigirin. Nêzîkî sî kuştî dan, meydana şer hiştin û ber bi Mekkeyê ve bi rê ketin. Ew gotegota ku Mezinê me Pêxember şehîd bûye gihîştibû Medîneyê. Xanimên wek Hezreta Fatîma, Hezreta Aîşe, Ummu Suleym, Ummu Eymen, Hemne bint Cehş û Kueybe bezîn Uhudê. Hezreta Fatîma gava bavê xwe Mezinê me Pêxember birîndar dît, giriya. Mezinê me Resûlûllah dilê wê xweş kir. Hezretê Elî bi mertalê xwe av anî. Dêya me Fatîma bi wê avê rûyê mubarek ê Mezinê me Pêxember û xwîn şûştin. Lê xwîna rûyê wî nedisekinî. Gava Hezreta Fatîma parçeyek hesîr şewitand û xweliya wê da ser birînê, xwîn sekinî.28
Paşê daketin meydana şer. Pêşî birîndar tesbît kirin û birînên wan pêçan. Muşrikan hin şehîd wisa kiribûn ku nedihatin naskirin.
Guh, poz û endamên wan ên din birîbûn, zikê wan çirandibûn. Hezretê Ebdullah bin Cehş di nav wan de bû. Pêxemberê me yê delal û eshabên wî gava ev hal dîtin gelek xemgîn bûn. Sehabiyên wî yên herî bijarte şerbeta şehadetê vexwaribûn, axa Uhudê bi xwîna xwe av dabûn û firiyabûn Cennetê. Lê ev muameleya ku bi şehîdan hatibû kirin ne tiştek bû ku mirov karibe tehemmul bike. Bi Mezinê me Pêxember re dilê hemû sehabiyan ji xemê diguvişî. Li ber vî dîmenî Mezinê Aleman giriya. Hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin û ferman kir: «Ez ê roja qiyametê şahidiyê bikim ku van şehîdan canê xwe di riya Allah teala de feda kiriye. Wan bi xwîna wan binax bikin. Wellahî, roja qiyametê ew ê bên mehşerê29 û xwîn wê ji birînên wan bê. Rengê xwîna wan wê rengê xwînê be, bêhna wan jî bêhna miskê be.»
Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ez Hemze nabînim. Halê wî çi bû?» Hezretê Elî geriya û ew dît. Pêxemberê me çû wê derê; gava rastî dîmenekî hat ku nedihat aqilan, nikaribû xwe bigire. Guh, poz û endamên din ên Hezretê Hemze hatibûn birîn, rûyê wî wisa kiribûn ku nedihat naskirin, zikê wî çirandibûn û cegera wî derxistibûn. Mezinê me Pêxember, hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin, xîtabî Hezretê Hemze kir û ferman kir: «Ey Hemze! Tu carî tu kes bi qasî te neketiye ber musîbetê û nakeve jî. Ey apê Resûlûllah! Ey Hemze, şêrê Allah teala û Resûlê Wî! Ey Hemzeyê ku xêr dikirin! Ey Hemzeyê ku parêzvanê Resûlûllah bû! Bila Allah teala rehmê li te bike!…»
«Gava Talhe alîkariya Resûlûllah kir, Cennet jê re wacib bû» Hedîsa şerîf
Di wê navê de dîtin ku jinek bi telaş ji hember ve tê. Ev meta Pêxemberê me yê delal, Dêya me Hezreta Sefiyye bû. Wê jî wek xanimên din, gava ew gotegota ku Mezinê me Resûlûllah şehîd bûye bihîstibû, her tişt ji bîr kiribû û bi bez hatibû Uhudê. Mezinê me Resûlê Ekrem gava meta xwe dît, fikirî ku ew ê li ber halê şehîdan xwe negire û ji kurê wê Hezretê Zubeyr bin Ewwam re ferman kir: «Diya xwe paşve vegerîne, bila cendekê birayê xwe nebîne.» Hezretê Zubeyr bi bez gihîşt ba diya xwe. Xatûna mubarek bi heyecan got: «Kurê min! Xeberê ji Resûlûllah bide min!…» Hezretê Elî jî hatibû ba wan. Gava wî got: «Elhemdulillah30, Resûlûllah baş e», dilê wê rihet bû, lê nikaribû xwe bigire û got: «Wî nîşanî min bidin.» Hezretê Elî bi îşaretê Mezinê Aleman nîşan da. Dêya me Hezreta Sefiyye gava roja herdu cîhanan sax dît, gelek şa bû û hemd ji Allah teala re kir. Vê carê xwest pêş ve here ku halê birayê xwe Hezretê Hemze bibîne. Gava kurê wê Zubeyr got: «Dayê! Resûlûllah ferman dike ku tu vegerî», Hezreta Sefiyye got: «Eger ez ê ji bo wê vegerim ku ya bi wî hatiye kirin nîşanî min nedin, jixwe ez hîn bûme ku cendekê birayê min birîne û parçe kirine. Ew di riya Allah teala de ketiye vî halî. Em di vê rê de bi ya ji vê xerabtir jî razî ne. Em ê sewaba wê ji Allah teala hêvî bikin. Înşaallah em ê sebir bikin û tehemmul bikin.» Gava Hezretê Zubeyr bin Ewwam hat û ev got, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Naxwe bihêle bila bibîne.»
Hezreta Sefiyye li ba cendekê Hezretê Hemze rûnişt û bêdeng giriya. Hezreta Sefiyye gava dihat du xirqe bi xwe re anîbûn. Ew derxistin û got: «Min ev ji bo birayê xwe Hemze anîne, wî pê bipêçin.» Hezretê Hemze, ku «Seyîduş-Şuheda», yanî seyîdê şehîdan e, bi yek ji van xirqeyan kefen kirin.31 Mezinê me Hebîbullah hat ber serê alhilgir Mus’eb bin Umeyr. Destên Hezretê Mus’eb hatibûn birîn, ji gelek ciyan birîndar bûbû. Derdora wî bûbû gola xwînê. Mezinê me Pêxember li vir jî gelek xemgîn bû û xîtabî van şehîdên ezîz kir, ayeta kerîme ya 23an a Sûreyê Ehzab xwend. Bi mealî: «Di nav muminan de mêrên wisa hene ku di soza ku dane Allah teala de sadiq man. Hinek ji wan ew soza ku dabûn ku heta şehîd bibin şer bikin bi cih anî (şehîd bûn). Hinek jî li benda şehîdbûnê ne. Wan soza ku dane qet neguherandiye.» Mezinê me Pêxember piştî vê jî wiha ferman kir: «Resûlê Allah teala jî şahid e ku hûn ê roja qiyametê li huzûra Allah teala şehîd bên heşirkirin.»
Dû re berê xwe da yên li ba xwe û ferman kir: «Van ziyaret bikin. Silavê bidin wan. Sond bi Allah teala, kî li vê dinyayê silavê bide wan, di qiyametê de ev şehîdên ezîz wê silava wî lê vegerînin.»
Tiştek nedîtin ku ji Hezretê Mus’eb bin Umeyr re bibe kefen. Qeftanê wî bi xwe laşê wî yê mubarek bi temamî nedinixumand. Eger bikişandana ser serê wî lingên wî, eger bikişandana ser lingên wî serê wî vekirî dima. Mezinê me Hebîbê Ekrem ferman kir: «Aliyê serê wî bi qeftan, lingên wî jî bi giyayê îzxirê binixumînin.»32
Ev sehabiyê bextewar, ê ku temenê xwe bi xizmeta Îslamê derbas kir û di vê rê de gihîşt mertebeya şehîdiyê, bi nîv kefenî ji dinyayê çû.33
Nimêja şehîdên din kirin û ew bi cilên wan ên bi xwîn, dudu dudu û sisê sisê di qebrekê de, defin kirin (radiyellahû anhûm). Di Xezweya Uhudê de heftê kes şehîd bûbûn. Şêst û çar ji wan ji Ensar, şeş jî ji muhaciran bûn.
Xizmên piraniya Eshabê Kîram şehîd bûbûn. Ji ber vê dilên wan birîndar bûn. Ji bo ku dilê yên mayî xweş bike, Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Wellahî, min çiqas dixwest ku ez jî bi eshabên xwe re şehîd bibim û şevê di sînga çiyayê Uhudê de derbas bikim. Gava birayên we şehîd bûn, Allah teala rûhên wan xistin zerikên çûkên kesk.
Ew tên ser çemên Cennetê û ji ava wan vedixwin. Ji fêkiyên wê dixwin. Li çar aliyên Cennetê temaşe dikin. Di gulistanên wê de difirin. Paşê dikevin nav qendîlên zêrîn ên ku di bin Erşê E’la de daliqandî ne û li wir dikin êvar. Gava ew xweşî û bedewiya van xwarin û vexwarinan dibînin, dibêjin: “Xwezî birayên me bizaniyana ka Allah teala çi îkram li me kiriye, da ku xwe ji cîhadê nedana paş, ji şer netirsiyana û rû ji dijmin nezivirandana.” Allah teala jî ferman kir: “Ez ê halê we bi wan bidim zanîn.”» (Û Cenabê Heq ayeta kerîme şand û bi mealî wiha ferman kir:) «Zinhar hûn wan ên ku di riya Allah teala de şehîd bûne mirî nehesibînin! Bi rastî ew sax in, li ba Rebbê xwe rizq ji wan re tê dayîn. Wisa ku bi tiştê ku Allah teala daye wan (bi mertebeya şehîdiyê ya ku îhsan kiriye) di nav şahiyê de ne. Derheqê wan ên ku li pey wan hîn (bi şehîdiyê) negihîştine wan jî dixwazin mizgîniyê bidin ku: “Tu tirs li ser wan tune û ew ê xemgîn jî nebin.” Ew bi nîmet û lutfeke ku ji Allah teala tê û bi wê mizgîniyê şa dibin ku Allah teala xelata muminan zayî nake.»34 «Allah teala ji wan re xuya dibe û ferman dike: “Gelî evdên Min! Dilê we çi dixwaze bibêjin, Ez ê wê bi zêdeyî bi we bidim tamkirin.” Ew jî dibêjin: “Ey Rebbê me! Ji wan nîmetên ku Te îhsanî me kirine bilindtir nîmetek tune ku em wê bixwazin. Em li Cennetê ji tiştên ku dixwazin dixwin û dixwin. Tenê eger em bixwazin, em ê bixwazin ku rûhên me vegerin cesedên me, em vegerin dinyayê û di riya Te de şer bikin û dîsa bên kuştin.”»
Êdî li vir tiştekî ku bê kirin nemabû. Xwe dan hev. Li Uhudê, ku ji bo cîhada fî sebîlillah, yanî ji bo belavkirina dînê Allah teala hatibûnê, xezweyeke bêhempa ya tarîxê hatibû kirin. Gelek qehremaniyên Eshabê Kîram hatibûn dîtin ku çav nikarin bibînin û di ser xeyalan re ne, dersek din jî li kafiran hatibû dayîn.
«Ey Hemze! Tu carî tu kes bi qasî te neketiye ber musîbetê û nakeve jî. Ey apê Resûlûllah! Ey Hemze, şêrê Allah teala û Resûlê Wî! Ey Hemzeyê ku xêr dikirin! Ey Hemzeyê ku parêzvanê Resûlûllah bû! Bila Allah teala rehmê li te bike!» Hedîsa şerîf
Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) bi eshabên xwe yên mubarek re ber bi Medîneya bi nûr ve bi rê ket. Gava gihîştin cihê bi navê Herre, eshabên xwe kirin rêz, destên xwe yên mubarek rakirin, dest pê kir ku ji Allah teala lava bike û wiha dua bike: «Allahê min! Hemd û sena herî zêde ji Te re ye. Allahê min! Yê ku Te di dalaletê de hiştibe kes nikare bîne hîdayetê, yê ku Te anîbe hîdayetê jî kes nikare ji rê derxe… Allahê min! Îmanê bi me bide hezkirin. Dilên me bi îmanê bixemilîne. Me ji kufr, hartî û ji hed derketinê bêzar bike. Me bike ji wan ên ku bi tiştên ji bo dîn û dinyaya me bizirar dizanin, ji wan ên ku gihîştine riya rast. Allahê min! Me misliman bide jiyandin û misliman bimirîne. Me tevlî zumreya salih û qencan bike. Çimkî ew ne ew in ku şeref û heysiyeta xwe winda kirine, ne jî ew in ku ji dînê xwe vegeriyane. Allahê min! Cezayê wan kafiran jî bide ku Resûlê Te derewîn derdixin, rû ji riya Te dizivirînin û bi Pêxemberê Te re şer dikin! Ezabê xwe yê ku heq û heqîqet e bi ser wan de bîne!… Amîn!»
Eshabê Kîram jî bi gotina «Amîn! Amîn!» tevlî vê duayê bûn. Pêxemberê me yê delal bi eshabên xwe re nêzîkî Medîneyê bûbû. Jin û zarokên ku li Medîneyê mabûn rijiyabûn ser riyan; bi meraq û xem dixebitîn ku di nav leşkerê ku dihat de Mezinê Kaînatê bibînin. Gava rûyê wî yê bi nûr, ê ku cîhanê ronî dike, didîtin, hemd ji Allah teala re dikirin. Paşê çav diketin ser leşker; li bavan, li mêran, li kuran, li xal û apan digeriyan. Eger nedîtana… nikaribûn hêstirên xwe bigirin. Deryaya merhemetê Mezinê me Resûlê Ekrem jî gava ev halê xemgîn ê eshabên xwe didît gelek xemgîn dibû û hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin.
Demekê dîtin ku Kebşe Xatûn, diya Hezretê Se’d bin Muaz, nêzîkî Mezinê me Pêxember dibe. Li Uhudê kurê wê Emr şehîd bûbû. Gava hat huzûra seadetê, got: «Dê û bavê min û canê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Elhemdulillah ku min tu sax û silamet dîtî. Piştî ku tu di silametiyê de yî, hemû felaket ji bo min hîç in!» Kurê xwe yê cegerpare nepirsî. Pêxemberê me yê delal piştî ku ji bo kurê wê Emr serxweşî dayê, ferman kir: «Ey diya Se’d! Mizgînî li te û li ehlê mala wî be ku yên ji wan şehîd ketine hemû li Cennetê civiyane û bûne hevalên hev. Ew ê ji ehlê mala xwe re jî şefaetê bikin.»
Kebşe Xatûnê got: «Em bi her tiştê ku ji Allah teala tê razî ne, ya Resûlellah! Piştî van mizgîniyan êdî kî ji bo wan digirî! Tu ji bo yên li paş mane dua bike.» Mezinê Aleman jî wiha dua kir: «Allahê min! Xemên di dilên wan de rake! Yên li paş wan mane jî bike yên herî bixêr ên paşmayiyan!»
Mezinê me Pêxember, bi qesta mucadeleya bi xwestekên bedenê re, ji eshabên xwe re ferman kir: «(Gelî eshabên min! Niha) em ji cîhada biçûk vegeriyan, em ê dest bi cîhada mezin bikin.»35 Paşê şîret kir ku her kes li mala xwe bêhna xwe vede û birîndar birînên xwe derman bikin. Ew bi xwe jî birîndar bû. Rasterast çû mala xwe ya seadetê.
Xezweya Hemraul-Esed
Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava vegeriya Medîneyê tedbîr girt, ji ber ku îhtîmal hebû ku muşrik her gav vegerin û bavêjin ser Medîneyê.
Roja duşemê, roja piştî Xezweya Uhudê, digel ku birîndar bû jî, ji bo ku bide zanîn ku misliman ji ber şerê duh zeîf neketine, çavê dijmin bitirsîne û nehêle ku dîsa vegerin ser Medîneyê, ji Bilalê Hebeşî re ferman kir: «Bibêje: “Resûlûllah ferman li we dike ku hûn bidin pey dijmin! Yên ku duh li Uhudê bi me re şer nekirine wê neyên, tenê yên ku beşdarî şer bûne wê bên!”» Gava wî jî ev emir gihand eshaban, digel ku piraniya wan birîndar bûn yekser xwe amade kirin. Heta du birayên bi navê Ebdullah û Rafi, ku giran birîndar bûn, hema ku ev daweta Mezinê me Resûlê Ekrem bihîstin, digel hemû êş û jana xwe got: «Ma em ê firsenda derketina xezweyê ya bi Resûlûllah re ji dest bidin?!» û bezîn rêzên mucahidan.
Pêxemberê me yê delal bi eshabên xwe yên bişan re da pey muşrikan. Hîn bûn ku muşrik li cihê ku jê re Rewha tê gotin civiyane û biryar dane ku bavêjin ser Medîneyê û mislimanan tune bikin. Derket holê ku ev tedbîr jî mucîzeyeke Mezinê me Pêxember bû.
Muşrik gava bihîst ku Mezinê me Resûlê Ekrem ber bi wan ve tê, tirsiyan, cihê ku lê bûn hiştin û vegeriyan Mekkeyê.36
Mezinê me Pêxember heta wî cihî ku jê re Hemraul-Esed tê gotin da pey wan. Ji muşrikan du kes girtin. Sê rojan li vir man, paşê vegeriyan Medîneyê.
Allah teala di ayeta xwe ya kerîme de bi mealî wiha pesnê van eshabên bişeref ên ku çûn Hemraul-Esedê da: «Ji bo wan ên ku piştî birîndar bûn jî dîsa bi bez çûn daweta Allah teala û Pêxemberê Wî, û nemaze ji bo yên ji wan ên ku qencî kirin û xwe ji xerabiyê parastin, xelateke pir mezin heye.»37
Îbn Qemîe, ku yek ji wan bû ku li Uhudê sond xwaribûn Pêxemberê me yê delal bikujin, gava vegeriya Mekkeyê, rojekê derketibû çiyê ku li pezê xwe binêre. Li serê çiyê pezê xwe dît. Ji nav wan beranek bi lez bezî û dest pê kir ku qoçan li Îbn Qemîe bixe. Lê xist û lê xist, Îbn Qemîe perçe kir û kuşt.
Ebdullah bin Şîhabê Zuhrî jî, gava diçû Mekkeyê, marekî deqspî pê veda û kuşt.
Hemû yên ku qesta Mezinê me Pêxember kiribûn di nava salekê de cezayê xwe dîtin û mirin.
«Gelî eshabên min! Niha em ji cîhada biçûk vegeriyan, em ê dest bi cîhada mezin bikin» Hedîsa şerîf
Dostê wî eger jehra mar vexwe, jê re dibe ava heyatê;
dijminê wî av vexwe, bêguman li wî dibe jehra mar av.
Di her dilopê de hezar deryayên rehmetê pêl dane,
gava ji bo destnimêjê dest dirêj kiriye û li rûyê wî yê gulîn xistiye av.
Dibêje «Bila ez bigihîjim xaka piyên wî» û bi emran e, bê rawestan,
serê xwe ji kevir li kevir dixe û aware digere av.
Dixwaze zerre bi zerre nûrê bireşîne ser xaka dergehê wî;
ji wî dergehî venagere, perçe perçe jî bibe, av.
Ehlê xetayê wirda zikra ne’ta te derman dizanin,
wek ku ji bo defkirina xumarê
meyxwer vedixwe av.
Ya Hebîbellah, ya Xeyrel-Beşer, ez muştaqê te me,
wek ku lêvziwa dişewitin û her tim dixwazin av.
Tu ew deryaya keremê yî ku di şeva Mîracê de
xunava feyza te gihandiye sabît û seyyareyan av.
