BÛYERA RECÎ
Hezretê Asim bin Sabit, ku yek ji tîravêjên bijarte yên Xezweya Uhudê bû, di vê xezweyê de ji muşrikan Musafi bin Talhe û birayê wî Haris kuştibûn. Diya wan Sulafe bint Se’d, ku bi kîndariya xwe ya zêde navdar bû, soz dabû ku wê sed deveyan bide wî kesî ku serê Hezretê Asim bin Sabit bîne, yê ku herdu kurên wê kuştibûn. Sond xwaribû ku di kasika serê Hezretê Asim de şerab vexwe. Herwiha ji ber ku di seriyyeyekê de ku Mezinê me Resûlûllah şandibû Ebdullah bin Uneys Xalid bin Sufyan ê ji Benî Lihyan kuştibû, Benî Lihyan bi qebîleyên Edel û Qare re li hev kir. Van herdu qebîleyên li derdora Mekkeyê planek danî û qasid amade kirin. Ji wan re got: «Hûn ê bibêjin ku hûn bûne misliman. Hûn ê bibêjin: “Em ê zekatê bidin; ji bo ku wê bistînin û Îslamê hînî me bikin em muellîman dixwazin.” Em ê hinek ji yên ku tên bikujin û tola xwe hilînin. Hinekan jî em ê bibin Mekkeyê û bifiroşin Qureyşê.»
Di meha Seferê ya sala çaran a hicretê de heyeteke şeş an heft kesî ji van herdu qebîleyan hat ba Mezinê me Pêxember û got: «Em bûne misliman, ji me re muellîman bişîne ku Qur’ana Kerîm û dîn hînî me bikin.»
Di wê demê de Pêxemberê me yê delal seriyyeyeke ji deh kesan amade kiribû, da ku kontrol bike ka muşrikên Mekkeyê di nav amadekariya şer de ne an na. Gava ji qebîleyên Edel û Qare jî heyeteke wiha hat û muellîm xwestin, ev desteya keşfê ya deh kesî bi yên hatî re şand, da ku li rewşê bigere, lê binêre û xeberê bide.
Di vê seriyyeyê de ji Eshabê Kîram Mersed bin Ebî Mersed, Xalid bin Ebî Bukeyr, Asim bin Sabit, Xubeyb bin Ediy, Zeyd bin Desinne, Ebdullah bin Tariq, Muettib (Muxîr) bin Ubeyd û sê sehabiyên din hebûn ku navên wan nayên zanîn (radiyellahû anhûm).
Ev desteya keşfê bi roj xwe vedişart û bi şev dimeşiya; bi vî awayî di wextê seherê de hat ser ava Recî. Li wir demekê bêhna xwe vedan û ji wê xurmeya Medîneyê ya cinsê baş ku jê re Ecwe tê gotin xwarin. Paşê ji wir çûn, hilkişiyan çiyayekî nêzîkî xwe û xwe veşartin.
Jinek ji qebîleya Huzeyl jî, ku pez diçêrand, hatibû ser ava Recî. Dendikên xurmeyan dîtin û fêm kir ku xurmeya Medîneyê hatiye xwarin. Kir qîrîn: «Hinek ji Medîneyê hatine vir» û xeber gihand qebîleya xwe.
Di wê navê de yek ji heyeta qebîleyên Edel û Qare, ku li ba vê seriyyeya deh kesî ya Eshabê Kîram bû, bi behaneyekê ji ba wan veqetiya. Yekser çû ba Benî Lihyan û xeber gihand wan.
Li ser vê xeberê Benî Lihyan rabûn. Hêzeke du sed kesî, ku sed ji wan tîravêj bûn, şandin ser vê seriyyeya biçûk. Vî keriyê muşrikan ê ku hat, Hezretê Asim bin Sabit û hevalên wî li serê çiyê dîtin û dora wan girt. Di wê navê de ew kesê ku xebera halê deh sehabiyan dabû muşrikan jî tevlî wan bû. Eshabê Kîram di wê gavê de fêm kir ku hatine xapandin, biryara şer da û şûrên xwe kişandin. Muşrikan gava ev fêm kir, xebitîn ku wan bixapînin û got: «Eger hûn dakevin ba me, em ê tu kesî ji we nekujin. Em soza qethî didin. Wellahî em naxwazin we bikujin. Lê em dixwazin li hember we ji mekkeyiyan fîdyeyê bistînin.»
«Ji bo wan ên ku piştî birîndar bûn jî dîsa bi bez çûn daweta Allah teala û Pêxemberê Wî, û nemaze ji bo yên ji wan ên ku qencî kirin û xwe ji xerabiyê parastin, xelateke pir mezin heye» Alî Îmran: 172
Bûyera Recî
Asim bin Sabit, Mersed bin Ebî Mersed û Xalid bin Ebî Bukeyr (radiyellahû anhûm) got: «Em tu carî gotin û ahdên muşrikan qebûl nakin» û hemû teklîfên wan red kirin. Hezretê Asim bin Sabit got: «Min sond xwariye ku tu carî hîmayeya muşrikan qebûl nekim. Wellahî ez bi hîmaye û gotinên wan naxapim, nayêm xwarê û teslîm nabim.» Destên xwe vekirin û dua kir: «Allahê min! Pêxemberê xwe ji halê me haydar bike.» Allah teala duaya Hezretê Asim qebûl kir û Mezinê me Resûlûllah ji halê wan haydar kir.
Hezretê Asim ji muşrikan re wiha ferman kir: «Em ji mirinê natirsin. Çimkî em di dînê xwe de xwedî besîret in (gava em bimirin, em şehîd dibin û diçin Cennetê).» Gava serekê muşrikan got: «Ey Asim! Xwe û hevalên xwe zayî neke, teslîm bibe!», Asim bin Sabit bi tîrê bersiv da. Dema tîr diavêtin, ev misra dixwendin:
Ez bihêz im, tu kêmasiya min tune.
Jiya stûr a kevana min şidandî ye.
Mirin heq e, jiyan pûç e û derbas dibe.
Çi di qederê de hebe, hemû tê serê mirov.
Însan dereng an zû vedigerin ba Allah.
Eger ez bi we re şer nekim,
diya min (ji xeman) wê aqilê xwe winda bike.
Di tîrdanka Asim de heft tîr hebûn. Bi her tîra ku avêt muşrikek kuşt. Gava tîrên wî qediyan, gelek ji wan jî bi rima xwe qul qulî kirin. Lê rima wî jî şikest. Yekser şûrê xwe kişand, kalanê wî şikand û avêt. (Ev dihat wê maneyê ku: ez ê heta mirinê şer bikim, ez teslîm nabim.) Paşê jî wiha dua kir: «Ey Allahê min! Min heta îro dînê Te hifz kir. Ez ji Te niyaz dikim ku Tu di dawiya vê rojê de laşê min biparêzî û hifz bikî.» Dengên «Allahû ekber!» ên Hezretê Asim bin Sabit û sehabiyên din çiya dihejandin. Deh mucahidan li hember du sed kesî heta mirinê şer dikir; yên ku nêzîkî wan dibûn cezayê kirina xwe didîtin. Asim (radiyellahû anhû) dawiyê ji herdu lingên xwe birîndar bû û ket erdê. Kafir, ji ber ku pir jê ditirsiyan, gava ket erdê jî nikaribûn nêzîkî wî bibin û ji dûr ve tîr avêtin, ew şehîd kir. Wê rojê ji deh sehabiyên li wir heft şehîd bûn, sê jî esîr hatin girtin.
Benî Lihyan xwestin serê mubarek ê Asim bin Sabit bibirin, da ku bifiroşin Sulafe bint Se’d. Lê Allah teala, ji ber ku duaya Hezretê Asim bin Sabit qebûl kiribû, refek mêşên hingiv şandin. Wek ewrekî li ser Asim bin Sabit sekinîn. Muşrik nikaribûn nêzîkî wî bibin. Dawiyê got: «Dev jê berdin, gava bibe êvar mêş wê belav bibin, em ê jî serê wî bibirin û bibin.»
Êvarê Allah teala baraneke dijwar barand. Di newalan re lehî herikîn, cesedê mubarek ê Hezretê Asim bin Sabit hilanîn û birin cihekî nenas. Çiqas lê geriyan jî nedîtin. Loma muşrik bi ser neketin ku tu derê Hezretê Asim bin Sabit bibirin.
«Ey Allahê min! Min heta îro dînê Te hifz kir. Ez ji Te niyaz dikim ku Tu di dawiya vê rojê de laşê min biparêzî û hifz bikî!» Asim bin Sabit (radiyellahû anhû)
Gava behsa wê bûyerê dihat kirin ku mêşên hingiv Hezretê Asim parastine, Hezretê Umer wiha ferman kir: «Allah teala bêguman evdê xwe yê mumin diparêze. Asim bin Sabit di saxiya xwe de çawa xwe ji muşrikan parast, Allah teala jî piştî mirina wî cesedê wî parast û nehişt destê muşrikan bigihîjê.» Loma gava Asim bin Sabit dihat bibîranîn, jê re «yê ku mêşên hingiv ew parast» dihat gotin.1
Her sê sehabiyên ku esîr hatibûn girtin Xubeyb bin Ediy, Zeyd bin Desinne û Ebdullah bin Tariq (radiyellahû anhûm) bûn. Benî Lihyan her sê jî bi jiyên kevanan girêdan. Ji nav wan Ebdullah bin Tariq razî nebû ku wî bibin ba muşrikên Mekkeyê. Ji bo ku neçe li ber xwe da. Kir qîrîn: «Hevalên min ên ku şehîd bûne bi Cennetê şerefdar bûn.» Benda destên xwe qetand, lê Benî Lihyan ew dan ber keviran û ew jî şehîd kir. Hezretê Xubeyb bin Ediy û Zeyd bin Desinne sebir kir; difikirîn: «Belkî em îmkanê bibînin ku wê wezîfeya keşfê ya ku Resûlûllah daye me bi cih bînin.»
Benî Lihyan herdu jî birin Mekkeyê. Muşrikên ku nêzîkên wan di şerên Bedr û Uhudê de hatibûn kuştin, bi kîn û hirsa tolhildanê dişewitîn û li firsendê digeriyan. Ji muşrikan Huceyr bin Ebî Îhabê Temîmî Hezretê Xubeyb kirî, da ku tola birayê xwe yê ku di Xezweya Bedrê de hatibû kuştin hilîne; Sefwan bin Umeyye jî Hezretê Zeyd bin Desinne kirî, da ku tola bavê xwe Umeyye bin Xelef hilîne, yê ku di Xezweya Bedrê de hatibû kuştin. Niyeta muşrikan ew bû ku herduyan jî bikujin. Lê ji ber ku di wan mehan de bûn ku şer tê de qedexe dihesibandin, ew hepis kirin û li bendê man ku wext derbas bibe. Ew li ciyên cuda hepis kirin. Herdu sehabiyan jî li hember vê esaretê sebr, taqet û esaleteke mezin nîşan da.
Mawiye, ku cariyeyeke azadkirî bû û li wê malê dima ku Hezretê Xubeyb bin Ediy tê de hepis bû (ev xanim paşê bûye misliman), wiha vegotiye:
«Xubeyb di odeyeke wê malê de hepis kiribûn ku ez lê bûm. Min esîrekî ji wî bixêrtir nedîtiye. Rojekê min dît, di destê wî de ûşiyekî tirî yê bi qasî misînekê mezin hebû. Jê dixwar. Her roj ûşiyekî wiha yê tirî di destê wî de dihat dîtin. Di wê demsalê de, ser de jî li Mekkeyê, peydakirina tirî qet ne mumkin bû. Allah teala rizq dida wî. Di wê odeya ku tê de hepis bû nimêj dikir û Qur’ana Kerîm dixwend. Jinên ku guh didan Qur’ana Kerîm a ku dixwend digiriyan û dilê wan pê dişewitî. Carinan gava min dipirsî: “Ma xwestekeke te heye?”, digot: “Ava şîrîn bide min, ji goştê heywanên ku ji bo pûtan hatine serjêkirin ji min re neyne, û gava bixwazin min bikujin ji berê ve xeberê bide min; ez tiştekî din naxwazim.” Gava roja ku wê tê de bê kuştin diyar bû, ez çûm û min jê re got. Gava ev hîn bû, guherîna herî biçûk û bi qasî zerreyekê jî şopa xemê nîşan neda.
Gava ew roj nêzîk bû, got ku dixwaze berî mirinê paqijiya laşê xwe bike û gûzanek xwest. Min jî gûzanek da destê zarokê xwe û şand. Gava zarok çû ba wî, ji nişka ve ez tirsiyam. Min got: “Eywax! Ev zilam wê zarok bi gûzanê bibire. Ew çawa be wê bê kuştin.” Ez bezîm û min li zarok nêrî. Xubeyb ew gûzana ku min şandibû ji destê zarok girtibû û ji bo ku zarok miz bide ew danîbû ser çoka xwe. Gava min ev hal dît, ez pir tirsiyam û min dest bi qîr û hawarê kir. Gava fêm kir ka çi ye, got: “Ma tu guman dikî ku ez ê vî zarokî bikujim? Di dînê me de tiştekî wiha tune. Bê heq kuştina canekî ne ji hal û şanê me ye.”»
Ew roja ku muşrikan ji bo kuştina Xubeyb bin Ediy û Zeyd bin Desinne diyar kiribû hatibû. Wê rojê serê sibê zû zincîrên wan vekirin û ew birin wî cihê li derveyî Mekkeyê ku jê re Ten’îm tê gotin. (Ten’îm 5–8 km dûrî Kabeyê ye. Navê çiyayê li wir jî Çiyayê Ten’îmê ye.) Xelkê Mekkeyê û giregirên muşrikan civiyabûn ku li îdama wan temaşe bikin. Li derdorê qelebalixeke mezin hebû.
Muşrikan li cihê ku wê esîr lê îdam bikirana du darên sêdarê çikandibûn. Gava xwestin Hezretê Xubeyb rakin ser dara sêdarê û girêdin, got: «Dev ji min berdin, ez du rikat nimêj bikim.» Dev jê berdan û got: «Li wir bike.» Xubeyb yekser rabû nimêjê û bi xuşû du rikat nimêj kir. Muşrikên ku civiyabûn, jin û zarok bi heyecan lê temaşe dikir. Piştî ku nimêja xwe qedand, got: «Wellahî, eger we guman nekira ku ez ji tirsa mirinê nimêjê dirêj dikim, min ê nimêj dirêj bikira û bêtir bikira.» Yê ku pêşî gava wiha dihat îdamkirin du rikat nimêj kir û bû sebeb ku ev bibe adet û sunnet, Hezretê Xubeyb bin Ediy e. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) gava bihîst ku wî dema dihat îdamkirin du rikat nimêj kiriye, ev kirina wî di cih de û munasib dîtiye.2
Piştî ku Hezretê Xubeyb nimêja xwe kir, ew rakirin ser dara sêdarê û girêdan. Rûyê wî ji qibleyê ber bi Medîneyê ve zivirandin. Paşê got: «De ji dînê xwe vegere! Em te berdin.» Wiha bersiv da: «Wellahî ez venagerim! Hemû dinya ya min be, bidin min jî, ez dîsa ji Îslamiyetê venagerim!»
Muşrikên ku ev bersiv girtin got: «Ma tu dixwazî ku niha li şûna te Muhemmed be, ew bê kuştin? Eger tu bibêjî “belê”, tu xelas dibî û li mala xwe rihet rihet rûdinî!» Xubeyb got: «Ez qet razî nabim ku stiriyek jî bi lingê Muhemmed eleyhisselam ve here!»
Muşrikan tinaz kirin, keniyan û got: «Ey Xubeyb! Ji dînê Îslamê vegere! Eger tu venegerî, em ê bêguman te bikujin!» Xubeyb bersiv da: «Piştî ku ez di riya Allah teala de me, kuştina min ji bo min qet ne girîng e.»
Piştî vê Xubeyb wiha dua kir: «Allahê min! Li vir ez ji rûyê dijmin pê ve rûyekî nabînim. Allahê min! Silava min bigihîne Resûlê xwe. Vî karê ku bi me tê kirin bi Resûlê xwe bide zanîn!» û got: «Esselamû eleyke, ya Resûlellah.» Di wê gavê de ku Xubeyb ev dua dikir, Pêxemberê me yê delal bi Eshabê Kîram re rûniştibû. Zeyd bin Harise wiha vegotiye: «Rojekê Resûlûllah bi eshabên xwe re rûniştibû, ferman kir: “We eleyhisselam.” Eshabê Kîram got: “Ya Resûlellah! Ev bersiva silava kê ye?” Ferman kir: “Bersiva silava birayê me Xubeyb e. Cebraîl (eleyhisselam) silava Xubeyb gihand min.”»3
Muşrikên Qureyşê yên ku li dora Xubeyb civiyabûn got: «Va ye ev zilam e yê ku bavên we kuştine» û xort bi rimên wan berdan ser wî; dest pê kir ku laşê wî yê mubarek birîndar bikin. Di wê navê de rûyê Xubeyb ber bi Kabeyê ve zivirî. Muşrikan ew ber bi Medîneyê ve zivirand. Hezretê Xubeyb dua kir: «Allahê min! Eger ez li ba Te evdekî meqbûl im, rûyê min bizivirîne qibleyê.» Rûyê wî dîsa zivirî qibleyê. Tu kes ji muşrikan nikaribû rûyê wî ji Kabeyê bizivirîne aliyekî din. Di wê navê de Xubeyb li ser dara sêdarê şiîrek got, ku tê de dianî ziman ku di nav dijminan de di halekî xerîb de tê şehîdkirin. Gava muşrikan rimên di destên xwe de di laşê wî de çikandin û dest bi îşkenceyê kir, got: «Wellahî, piştî ku ez ê misliman bêm kuştin, li min bixin û ez li ser kîjan kêleka xwe bikevim bila bikevim, xema min nîne! Ev hemû di riya Allah teala de ne.»
«Ez qet razî nabim ku stiriyek jî bi lingê Muhemmed eleyhisselam ve here!» Xubeyb bin Ediy (radiyellahû anhû)
Piştî vê Xubeyb wiha nifir li muşrikan kir: «Allahê min! Hemû muşrikên Qureyşê mehf bike! Civatên wan belav bike! Yek bi yek canê wan bistîne, wan sax nehêle!» Muşrik gava ev nifir bihîstin pir tirsiyan, hinek ji wan ji wir reviyan û dûr ketin. Hinek ji yên ku mabûn dest pê kir ku rimên xwe li pey hev tê de biçikînin; yekî ji wan rim di sînga wî de çikand, rim ji pişta wî derket. Xubeyb, dema xwîn ji laşê wî dipekiya, li ser dara sêdarê dihejiya û bêhna xwe ya dawî dida, got: «Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we resûluh» û şehîd bû.4
Cenazeyê Xubeyb bin Ediy (radiyellahû anhû) çil rojan li ser dara sêdarê daliqandî ma. Bedena wî neriziya û bêhn pê neket. Her tim xwîna teze jê herikî. Pêxemberê me yê delal ji Eshabê Kîram Hezretê Zubeyr bin Ewwam û Miqdad bin Eswed şandin, da ku cenazeyê wî bînin. Bi şev bi dizî ketin Mekkeyê. Xubeyb ji dara sêdarê ya ku pê ve hatibû daliqandin daxistin, li deveyê bar kirin û ber bi Medîneyê ve bi rê ketin. Muşrik gava bi vê hesiyan, bi qelebalixeke mezin bi ser wan de meşiyan. Herdu sehabiyan ji bo ku xwe biparêzin cenaze danî erdê. Piştî bîskekê dîtin ku ew cihê ku cenaze lê danîbûn qelişî, cesed girt hundirê xwe û hat girtin; wan jî riya Medîneyê girt.
Hezretê Zeyd bin Desinne jî bi dara ku çikandibûn ve girêdan. Zor dan wî ku ji dînê xwe vegere. Lê ji xurtkirina îmana Zeyd pê ve tiştek bi dest nexistin. Li ser vê yekê Zeyd dan ber barana tîran. Dawiyê Nistas, koleyê azadkirî yê Sefwan bin Umeyye, ew şehîd kir.
