Pêxemberê Min ê Delal

BÛYERA BÎRA MAÛNEYÊ

Dîsa di meha Seferê ya eynî salê de Ebû Bera Amir bin Malik, serekê Benî Amir ên li herêma Necdê ya Erebistanê, hat Medîneyê. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ziyaret kir. Mezinê me Pêxember jî Îslamiyet jê re vegot û şîret lê kir ku bibe misliman. Ebû Bera nebû misliman, lê da zanîn ku Îslam dînekî xweş û bişeref e. Herwiha xwest ku ji bo belavbûna Îslamê li Necdê çend kesan ji Eshabê Kîram bişîne wê derê. Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ez derheqê wan kesan de ku ez ê bişînim ji xelkê Necdê ne ewle me!» Amir got: «Ez ê wan bigirim hîmayeya xwe. Hingê kes nikare zirarê bide wan.»

Mezinê Aleman ev teahhuda qethî qebûl kir û ji Eshabê Suffeyê heyeteke heftê kesî amade kir. Van bi şev Qur’ana Kerîm dixwend. Hemû hafizên Qur’anê bûn. Ji wan re Eshabê Qurra dihat gotin. Navên çend kesan ji wan ev in: Amir bin Fehr, Emr bin Demrî, Etiyye bin Ebdullah, Enes bin Muawiye, Hekem bin Keysan, Haris bin Simme, Ke’b bin Zeyd, Malik bin Sabit, Munzir bin Emr, Rafi bin Mezil, Seîd bin Huzam, Selim bin Milhan, Suheyl bin Amir, Tufeyl bin Es’ed û Urwe bin Selt radiyellahû teala anhûm. Bi emrê Resûlûllah di bin fermandariya Hezretê Munzir bin Emr de bi rê ketin. Resûlûllah nameyek jî da nivîsandin û ji serekên Benî Emr û Benî Necd re şand, ji her yekî re yek.

Ebû Bera, ku dixwest qebîleya wî bi Îslamiyetê şerefdar bibe, berî Eshabê Suffeyê bi rê ket, hat nav qebîleya xwe û tembîh kir ku wî heyet girtiye hîmayeya xwe û bila tu kes dest nede wan. Ji bilî birazayê wî Amir bin Tufeyl her kesî qebûl kir ku dest nede wan. Amir bin Tufeyl, birazayê Ebû Bera, zilamên sê qebîleyan çekdar kirin, ket serê wan û dora Eshabê Kîram ên ku hatibûn Bîra Maûneyê girt. Sehabiyên ku çar aliyên wan hatibû girtin dest avêtin şûrên xwe û hemûyan heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi qehremanî şer kir. Ji bilî du kesan ji nav wan, hemûyan şerbeta şehadetê vexwar. Hezretê Emr bin Umeyye esîr girtin. Hezretê Ke’b bin Zeyd jî mirî hesibandibûn û hiştibûn.

Gotinên dawî yên van eshabên mubarek ên ku şehîd bûn ev bûn: «Ya Rebbî! Di vê gavê de ji Te pê ve kes tune ku xebera halê me bide Resûlûllah. Silava me bigihîne Wî!» Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam bi halekî pir xemgîn hat ba Mezinê me Pêxember, silava wan gihand û got: «Ew gihîştin Allah teala. Allah teala ji wan razî bû, ew jî ji Allah teala razî bûn.»

Pêxemberê me yê delal jî piştî ku bersiv da: «We eleyhisselam», bi xemeke mezin berê xwe da Eshabê Kîram û xebera halê wan da; ferman kir: «Birayên we rastî muşrikan hatin. Muşrikan ew birîn û parçe kirin, bi riman qul qulî kirin…»

«Ew (şehîdên Bîra Maûneyê) gihîştin Allah teala. Allah teala ji wan razî bû, ew jî ji Allah teala razî bûn» Hedîsa şerîf

Bûyera Bîra Maûneyê

Rûhê te noqteyek e ji nûra Xwedê, ya Resûlellah;
cemala te halan bilind dike û dilan vedike, ya Resûlellah.
Hilatina hebûna te ya ku şopên rehmetê pê ve ne, tariya kufrê
ji holê rakir; êdî her kes aşinayê îmanê ye, ya Resûlellah.
Di gulistana rîsaletê de zatê te, dara gulê, tenê
şitileke Xwedayî ya munteha ye, ya Resûlellah.
Kerem bike, ey serwer, ey hucceta şerîf a Mewla!
Ji derdê Necîb re feyza te derman e, ya Resûlellah.
Sultan Ehmedê Sêyem (Necîb)

Di vê bûyerê de, dema bi dijmin re şer dikir, yekî bi navê Cebbar rima xwe di pişta Hezretê Amir bin Fuheyre de çikandibû. Di wê gavê de Hezretê Amir gotibû: «Wellahî, min Cennet qezenc kir!» û li ber çavên Cebbar û muşrikên din ber bi asîman ve hatibû kişandin. Her kes li vî halî ecêbmayî mabû, lê ji nav wan tenê Cebbar, yê ku ew şehîd kiribû, bûbû misliman.

Mezinê me Pêxember ji ber bûyerên Recî û Bîra Maûneyê gelek xemgîn bû. Mehekê piştî her nimêjê dua kir ku bela bê serê wan qebîleyên ku ev bûyera bi êş kiribûn. Allah teala duaya Resûlê xwe qebûl kir. Hişkesalî û xelayeke dijwar da wan qebîleyan. Paşê bi nexweşiyeke vegir heft sed kes mirin.1

Tu ji aleman re tebîb î, ez jî dilê min gelek nexweş;
bi hêviya ku şîfayê bibîne min ew aniye ba te.
Li ser pişta min çiyayê gunehan, rûyê min wek kayê zer;
bi hêvî me, min ew anîne vir da ku ji holê rabin.
Ey Serwerê Aleman, ez aşiq û heyranê te me;
ji ber firqeta te şev û roj digirîm.
Rehma te ya mezin ava heyatê ye, ez jî tî me;
eger dilopek jê nebe, ez ê bimirim, can bidim.
Pesindana wî bi exlaqê wî xebateke vala ye;
vegotina wî bi gotinan ji vê jî zehmettir tê.
Efûkar û kerîm e, ewqas jî comerd e ku
ji avê mirarî, ji kevir cewher, ji stirî gul tê.
Eger roj nûrê direşîne, ji nûrên wî ye;
dilopa xwêdanê ya li ser gulê ji rûyê wî yê gulîn tê.
Wesfkirina wî ji vê bilindtir e, lê
eger ez bilindtir bibêjim, biyanî înkar dikin.
Mumkin e ku mirov alemê bi cih bike di zerreyekê de;
vegotina wî bi gotinan ji vê jî zehmettir tê.
Mewlana Xalidê Bexdadî

«Wellahî, min Cennet qezenc kir!» Amir bin Fuheyre (radiyellahû anhû)

Xezweya Benî Nedîr