Pêxemberê Min ê Delal

XEZWEYA BENÎ NEDÎR

Emr bin Umeyye radiyellahû anhû gava li Maûneyê esîr bû ji bendê xelas bû; dema vedigeriya Medîneyê, di rê de rastî du muşrikên ji Benî Amir hat. Ew herdu kafir kuştin. Ev herdu ketibûn emana Resûlûllah. Haya Emr ji vê tunebû. Hat Medîneyê. Rewş li Resûlûllah erz kir. Mezinê me Pêxember da zanîn ku Emr xeta kiriye û ferman kir ku diyeta wan bide mîrasgirên wan.

Di navbera qebîleyên Benî Amir û Benî Nedîr de dostanî hebû. Benî Nedîr riayetî heqê cîrantiyê jî dikirin. Loma ji bo vê diyetê hewcedarî bi navbeynkariya qebîleya Benî Nedîr çêbû.

Piştî Xezweya Uhudê, di sala çaran a hicretê de, di meha Rebîulewwelê de, Resûlûllah ji sehabeyên kîram Hezretên Ebûbekr, Umer, Elî, Zubeyr, Talhe, Se’d bin Muaz û Useyd bin Hudeyr radiyellahû anhûm bi xwe re birin û çûn ba Benî Nedîr. Rewş ji wan re gotin. Wan jî da zanîn ku amade ne ji bo diyeta wan herdu kafiran alîkariyê bikin û got: «Hinekî bisekinin, em xwarinê amade bikin.» Resûl eleyhisselam di wê navê de pişta xwe dabû dîwarê wê malê ku li ber disekinîn, eshab jî civiyabûn û li dora wî rûniştibûn. Hingê Huyey bin Extab got: «Gelî cihûyan! Firsenda ku mirov Muhemmed wiha li cihekî xewle bibîne tu carî nakeve dest. Bila yek ji we derkeve ser banê vê malê. Ji wir kevirekî li serê wî bixe, em jê xelas bibin.» Emr bin Cehaş got: «Ez ê vî karî bikim.» Sellam bin Mişkem çiqas xebitî ku wan ji vê bide paş jî, fêde nekir. Got: «Dev ji vî karî berdin. Wê wî ji vê haydar bikin. Ev kar wê bibe sebeb ku ahda me xera bibe. Dibe ku ji vê tiştên pir xerab derkevin.» Cihûyên Benî Nedîr guh nedan wî. Di wê gavê de Cebraîl eleyhisselam hat û xebera vê rewşê da Resûlûllah. Mezinê me Pêxember tiştek ji eshaban re negot; mîna ku ji bo karekî diçe ji wê meclîsê rabû û çû Medîneyê. Sûîqest bê encam ma.

Li ser vê yekê Mezinê Aleman Muhemmed bin Mesleme şand ba vê qebîleya cihûyan a ku peyman xera kiribû û ferman kir: «Here ba cihûyên Benî Nedîr! Ji wan re bibêje: “Resûlûllah ez şandime ba we, da ku vî emrê wî bigihînim we: Ji welatê min derkevin û herin! Li vir bi min re rûnenin! We ji bo min planeke sûîqestê danî. Ez deh rojan mohlet didim we. Piştî vê mudetê kî ji we li van deran bê dîtin, wê li stûyê wî bê xistin.”»

Gava Hezretê Muhemmed bin Mesleme ev emir gihand wan, ji tirsan dest bi amadekariya rê kir. Lê Ebdullah bin Ubey, serê munafiqan, ji wan re xeber şand û got: «Zinhar ji keleha xwe dernekevin. Mal û welatê xwe nehêlin û neçin. Em bi du hezar kesî ji zilamên min tên alîkariya we.»

Mezinê me Sultanê Kaînatê gava bi vê hesiya, bi Eshabê Kîram ên xwe re bi ser keleha Benî Nedîr de meşiya, ku çar kîlometre dûrî Mescîda Nebî bû. Li Medîneyê Hezretê Îbn Ummu Mektûm wekîl hiştibûn. Al Hezretê Elî hildigirt. Dora kelehê girtin û muhasere dest pê kir. Cihûyên ku berê meydan ji Eshabê Kîram re dixwend, newêrîbûn ji kelehê derkevin. Alîkariya munafiqan jî negihîşt.

Eshabê Kîram keleh xistibû bin kontrola xwe û nedihiştin çûk jî bifire. Di dawiya muhasereyê de, ku ji bîst rojî zêdetir dom kir, cihûyan ala teslîmiyetê kişand. Hemû çek, zêr û zîvên xwe ji mislimanan re hiştin; hinek ji wan sirgûnî Şamê, hinek jî sirgûnî Xeyberê kirin. Bi vî awayî li herêma Medîneyê ji cihûyan tenê Benî Qureyze man.1

«Cihûyan plan danî ku min bikujin! Gava Cebraîl ev bi min da zanîn, ez rabûm!» Hedîsa şerîf

Bûyerên girîng ên sala çaran a hicrî

Vê salê ew ayeta kerîme nazil bû ku vexwarina şerabê heram kir.2 Hezreta Zeyneb bint Xuzeyme, ku yek ji xanimên mubarek ên Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bû, heşt meh piştî wê meha Rebîulaxirê ku tê de bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bûbû, di sî saliya xwe de wefat kir.3 Dîsa vê salê Hezretê Huseyn, zarokê duyem ê Hezretê Elî û Hezreta Fatîma, hat dinyayê.4 Mêrê Hezreta Ummu Seleme, ku di Xezweya Uhudê de birîndar bûbû û paşê wefat kiribû, çend zarok li pey xwe hiştibûn. Dêya me Ummu Seleme bi halê xwe yê pîr ketibû tengasiyê. Dilê Pêxemberê me yê delal gelek pê şewitî, merhemet kir, ew li xwe mar kir û bi vê şerefdar kir.5

Wefata Fatîma bint Esed

Fatîma bint Esed, diya Hezretê Elî, jî vê salê wefat kir.6 Pêxemberê me yê delal bi vê gelek xemgîn bû û ferman kir: «Îro diya min wefat kir!» Pêxemberê me yê delal piştî wefata bapîrê xwe Ebdulmuttelib li ba wê mezin bûbû. Gava pêxembertiya xwe ragihand jî, ew yekser bi mislimanbûnê şerefdar bûbû. Ji ber vê Sultanê Kaînatê ew di şûna dayikê de digirt û gelek hurmeta wê dikir. Ji merhemeta xwe ya li ser wê, kirasê xwe yê mubarek ê li ser xwe ji xwe kir û ferman kir ku bikin kefen û lê bipêçin. Piştî ku îmametiya nimêja cenazeyê wê kir, da zanîn ku heftê hezar melaîket di nimêjê de amade bûne. Heta ser qebrê çû û daket nav qebrê. Ji bo ku jiyana wê ya qebrê rihet û xweş be, mîna ku qebrê fireh dike ber bi quncikên wê ve îşaret kir û paşê di qebrê de dirêj bû.

Gava ji qebrê derket, çavên Wî yên mubarek tijî hêstir bûbûn û hêstirên Wî yên mubarek rijiyabûn nav qebrê. Eman ya Rebbî! Ev çi merhemet bû?… Û ev çi xanimeke bextewar bû?… Hezretê Umer jî nikaribû xwe bigire û pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Te tiştê ku ji tu kesî re nekiriye ji vê xanimê re kir!» Hingê Pêxemberê me yê delal, ku ji wefadaran yê herî wefadar e, ferman kir: «Piştî Ebû Talib kesek nebûye ku bi qasî vê xanimê qencî bi min kiribe. Ew diya min bû. Dema zarokên wê bi xwe birçî bûn, berî her kesî zikê min têr dikir. Dema ser û guhên zarokên wê bi xwe di nav toz û axê de bûn, wê berî her kesî porê min şeh dikir û bi rûnê gulan rûn dikir. Ew diya min bû! Ji bo ku ji cilên Cennetê lê bê kirin, min kirasê xwe kir kefen û lê kir. Ji bo ku jiyana qebrê jê re nerm û hêsan bê, ez di qebrê de li ba wê dirêj bûm. Cebraîl ji aliyê Allah teala ve bi min da zanîn û got: “Ev xanim cennetî ye.”» Piştî vê ji bo Dêya me Fatîma bint Esed wiha dua kir: «Bila Allah teala te mexfîret bike, bibexşîne û xelata te bide. Ey diya min! Bila Allah teala rehmê li te bike. Tu bi xwe birçî bûyî, te ez têr dikirim. Te bi xwe li xwe nedikir, li min dikir; te nedixwar, bi min dida xwarin. Yê ku zindî dike jî, dimirîne jî Allah teala ye. Ew her tim zindî ye. Ew namire. Allahê min! Diya min Fatîma bint Esed efû bike, bibexşîne! Hucceta wê pê bide zanîn. Qebra wê fireh bike. Ey Allahê min, ey yê herî merhemetkar ê merhemetkaran! Bi heqê min ê pêxemberê Te û bi heqê pêxemberên berê, vê duaya min qebûl bike.»

Bûyerên girîng ên din ên sala çaran a hicrî

Ebdullah, kurê Hezretê Osman ê şeş salî yê ji Hezreta Ruqeyye, wefat kir. Mezinê Aleman îmametiya nimêja neviyê xwe kir û bi destê xwe ew danî qebrê. Gelek xemgîn bûbû; hêstirên Wî yên mubarek rijiyan nav qebrê. Kêla qebrê bi destên xwe yên mubarek çikand û ferman kir: «Allah teala rehmê li wan evdên xwe dike ku bimerhemet û dilnerm in.»7

Tu sultanê resûlan î, şahê bişan î, mezinê min.
Ji bêçareyan re tu dewleta sermedî yî, mezinê min.
Di dîwana îlahî de tu li serî yî, mezinê min.
Bi menşûra «Le-emruk» tu teyîdkirî yî, mezinê min.
Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, mezinê min;
ji Heq ji me re sultanekî teyîdkirî yî, mezinê min.
Yê ku ronahiyê dide rûhên mucerred cewherê te ye.
Cihê ku melaîket rûyê xwe lê disûn xaka deriyê te ye.
Neynika dîdara tecelliyê nezera te ye;
Ebûbekr, Umer, Osman û Elî yarên te ne.
Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, mezinê min;
ji Heq ji me re sultanekî teyîdkirî yî, mezinê min.
Xutbeya te li ser minbera îqlîma beqayê tê xwendin.
Hukmê te di mehkemeya roja cezayê de tê girtin.
Gulbanga hatina te li Erşê Xwedê tê kişandin.
Navên te yên şerîf li erd û asîman tên bibîranîn.
Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, mezinê min;
ji Heq ji me re sultanekî teyîdkirî yî, mezinê min.
Şêx Xalib

«Piştî Ebû Talib kesek nebûye ku bi qasî vê xanimê (Fatîma bint Esed) qencî bi min kiribe. Ew diya min bû» Hedîsa şerîf

Xezweya Bedra Biçûk