XEZWEYA BEDRA BIÇÛK
Ji vê xezweyê re Bedra Mew’id û Bedra Suxra jî tê gotin. Gava Ebû Sufyan ji Uhudê vedigeriya, gotibû: «Sala bê em dîsa li Bedrê bi hev re şer bikin»; Hezretê Farûqê Ezam (radiyellahû anhû) jî bi îşareta Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bersiv dabû: «Bila wisa be.» Ebû Sufyan leşker dicivand û Qureyş han dida ceng û şer. Lê bi dil nedixwest. Dîsa jî, da ku xelk nebêje li ser gotina xwe nema, dikete pêşiya xelkê. Di wê navê de Nueym bin Mes’ûdê Eşcaî hatibû Mekkeyê. Wî da zanîn ku leşkerê Îslamê ji cengê re amade ye û behsa hêz û şewketa wan kir. Ebû Sufyan got: «Eger tu herî Medîneyê û Muhemmed û eshabên wî ji derketina cengê vegerînî, ez ê bîst deveyên sêsalî bidim te. Bila Suheyl bin Emr bibe kefîlê vê soza min.» Nueym razî bû. Hat Medîneyê û da zanîn ku leşkerê kafiran gelek e. Hinek ji eshaban ketin dudiliyê. Lê Ebûbekr û Umer (radiyellahû anhûma) çûn huzûrê û teklîf kir ku ji Medîneyê derkevin. Mezinê me Resûlûllah pê şa bû û ferman kir: «Sond bi Allahê ku canê min di destê qudreta Wî de ye, ez ê bêguman derkevim cengê.» Ebdullah bin Rewahe li Medîneyê wekîl hişt û al da Hezretê Elî.
Di wê navê de muşrikên Mekkeyê di bin fermandariya Ebû Sufyan de bi du hezar leşkerî ber bi Bedrê ve bi rê ketin, da ku pêşî li belavbûna Îslamê bigirin. Mezinê Aleman bi hezar û pênc sed eshabên xwe yên qehreman berî wan hat Bedrê. Gava muşrikan bihîst ku mucahid berî wan hatine Bedrê, tirs kete dilê wan. Tenê heta Merruzzehranê karîbûn pêş de werin. Newêrîn rûbirûyî leşkerê qehreman ê Îslamê bibin. Tirs ketibû dilê wan; xelaya wê salê jî kirin hincet û vegeriyan Mekkeyê. Xelkê Mekkeyê tinazên xwe bi wan kirin û ew kirin pêkenok.
Du hespên ehlê Îslamê hebûn. Lê malê wan ê ticaretê pir bû. Li Bedrê ev mal bi gelek pereyan firotin. Nîvê Zilqe’deyê bû. Gelek pere qezenc kirin. Mezinê me Resûlê Ekrem bi eshabên xwe yên bişan re heşt rojan li Bedrê li benda muşrikan ma. Paşê bi şahî û îzzet ber bi Medîneyê ve bi rê ketin.
Xezweya Zatur-Riqa
Ev xezwe di meha Muherremê de çêbû. Zilamek ji bo firotina pez hatibû Medîneyê; wî ji ehlê Îslamê re xeber anî ku Benî Enmar û Benî Seleme li dijî mislimanan leşker dicivînin. Ev xeber gihîşt Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem). Hezretê Osman li Medîneyê wekîl hişt û bi hêzeke çar sed kesî, li gorî rîwayetekê jî heft sed kesî, şeva yekşemê, di roja dehan a wê mehê de ji Medîneyê derket. Gihîştin wî cihê ku muşrik lê bûn. Li wir ji bilî jinan kes nedît. Mêrên muşrikan reviyabûn çiyayan. Ji bo ku muşrik kemînê venegirin û êrîş nekin, ew der talan kir û çavê qebîleyên muşrik ên derdorê tirsand.1 Panzdeh rojan di seferê de man û vegeriyan Medîneyê.
«Sond bi Allahê ku canê min di destê qudreta Wî de ye, ez ê bêguman derkevim cengê» Hedîsa şerîf
Xezweya Mureysî
Xezweya Dûmetul-Cendel
Mezinê me Resûlûllah bi leşkerekî hezar kesî derket sefera ser wan qebîleyên ku li Dûmetul-Cendelê dijiyan, rêwiyên ku diçûn Şamê û dihatin aciz dikirin û gef li Medîneya Munewwere dixwarin. Ber bi dawiya meha Rebîulewwelê ve, rojeke duşemê bû. Siba bin Urtufe li Medîneyê wekîl hişt. Qebîleyên dijmin gava bihîst ku leşkerê Îslamê tê, reviyan. Çend rojan li wir man û nêzîkî bîstê Rebîulaxirê vegeriyan Medîneyê.2
Xezweya Mureysî
Ji vê xezweyê re Xezweya Benî Mustelîq jî tê gotin. Mureysî navê bîrên avê yên qebîleya Xuzae ye ku li Qudeydê ne, herwiha navê wê asêgehê ye ku ji bo parastina vê bîrê hatiye çêkirin. Ev der qereqola pêş a qebîleya Benî Xuzae jî ye.
Di sala pêncan a hicretê de reîsê Benî Mustelîq Haris bin Ebî Dirar ji bo ku bi Mezinê me Pêxember re şer bike gelek mirov civandibûn. Wê ew bi çek bikirana û bi ser Medîneyê de biçûya. Gava ev xeber gihîşt Pêxemberê me yê delal, yekser bi hêzeke heft sed kesî derketin sefera ser Benî Mustelîq. Li ser bîra Mureysî baregeh danîn; pêşî Benî Mustelîq dawetî Îslamê kirin. Wan qebûl nekir, tîr avêtin û dest bi şer kir. Eshabê Kîram emrê Mezinê me Resûlûllah bi cih anî ku ferman kiribû: «Hûn hemû bi hev re ji nişka ve êrîş bikin!» û ji Benî Mustelîq deh kes kuştin. Reîsê qebîleyê reviyabû û canê xwe xelas kiribû, lê keça wî Berre û ji qebîleya wî 600 kes dîl ketibûn. Xenîmet par kirin. Berre hat huzûra Mezinê me Pêxember û got: «Ez ketime para xwediyekî û min pê re li hev kiriye ku li hemberî neh zêran azad bibim. Alîkariya min bike!» Mezinê me Pêxember rehm lê kir, ev daxwaza wê bi cih anî û ew kirî. Paşê azad kir û ew gihand azadiya wê. Bi teblîxa Îslamê ya Pêxemberê me yê delal bû misliman. Mezinê Aleman bi mislimanbûna wê bêhed şa bû; xelata wê jî ew bû ku ew bi nîkaha xwe şerefdar kir. Eshabê Kîram gava ev yek dît, hemûyan got: «Dêya me bûye ehlê mala Resûlûllah; em şerm dikin ku xizmên wê bikin xizmetkar» û dîlên xwe azad kirin. Ev nîkah bû sebeb ku bi sedan dîl azad bibin.
Pêxemberê me yê delal navê hevsera xwe ya mubarek ji Berre guherand û kir Cuweyriye. Dêya me Hezreta Aîşe ji bo Dêya me Hezreta Cuweyriye digot: «Min tu jin ji Cuweyriyeyê bi xêrtir û bi berekettir nedîtiye.»3
Gava leşkerê Îslamê bi zeferê berê xwe da riya Medîneya nûranî, çavê qebîleyên muşrik ên derdorê tirsiyabû; fêm kiribûn ku wêrîna êrîşa ser mislimanan çiqas xeternak e.
Hin bûyerên ku di sala pêncan a hicrî de qewimîn
Di vegera ji Xezweya Mustelîq de bayekî xurt rabû. Eshaban guman kir ku dijmin dixwaze were Medîneyê û talan bike. Resûlûllah ferman kir: «Netirsin. Medîne cihekî emîn e, li her quncikekî wê melaîketên parêzvan hene. Lê îro munafiqek miriye. Ew Zeyd Îbn Furae, dostê Ubey Selûl bû.»
«Min tu jin ji Cuweyriyeyê bi xêrtir û bi berekettir nedîtiye» Hezreta Aîşe (radiyellahû anha)
Dêyên muminan Hezreta Aîşe û Ummu Seleme jî çûbûn vê xezweyê. Munafiqan îftira li Dêya me Hezreta Aîşe kir. Hin misliman jî bi van îftirayan xapiyabûn. Ayetên kerîme hatin, îftirayên munafiqan derxistin holê û pesnê Hezreta Aîşe da.4 Resûlûllah ferman kir: «Mizgînî li te be, ya Aîşe! Heq teala tu pak derxistî. Şahidî li ser pakiya te kir.» Pêxember eleyhisselam eshab li mizgeftê civandin. Xutbe xwend û ayetên celîle yên ku nazil bûbûn xwendin. Bi bereketa van ayetên kerîme şikên di dilê muminan de rabûn. Cezayê wan kesan jî da ku wêrîbûn vê îftirayê bikin. Di vegera ji vê xezweyê de ayeta teyemmumê nazil bû.5
Gerdeniya Aîşe (radiyellahû anha) careke din li cihekî ku jê re Selsele digot winda bû. Ew der nêzîkî Medîneyê bû. Heta ku gerdenî hat dîtin li wir li bendê man. Li wî cihî av tune bû. Bi eshaban re jî av tune bû. Resûlûllah eleyhisselam li ser çoka Aîşeya Siddîqe di xew de bû. Eshabê Kîram bêaviya xwe ji Hezretê Ebûbekr re erz kir. Ew jî çû ba Resûlûllah; Resûlûllah eleyhisselam şiyar bû. Allah teala ayeta teyemmumê şand. Eshaban teyemmum kir û nimêja sibehê eda kir. Paşê Aîşe (radiyellahû anha) li deveyê siwar kirin. Gava deve rabû, gerdenî hat dîtin.
Tu îro nûra alemê yî, hem jî mehbûbê Xwedê;
Aşiqên xwe kêliyekê ji deriyê xwe dûr neke.
Bila navê te yê şerîf dem bi dem ji ser vî zimanê min neçe:
Dermanê dilê min ê bi derd e, can jê sefayê dibîne.
Hêvî dikim her navekî te cuda şefaetê bike:
Ehmed û Mehmûd, Ebul-Qasim, Muhemmed Mustefa.
Madem jê re «Weş-Şems» û «Wed-Duha» hatiye gotin,
Ez roj û heyvê bişibînim rû û eniya Wî, ma çi dibe?
Qanûnî Sultan Suleyman (Muhibbî)
