XEZWEYA XENDEQÊ
Jê re Xezweya Ehzab jî tê gotin. Ehzab pirjimara peyva hizb e. Hizb tê maneya taîfe, kom, beş. Ji ber ku di vê xezweyê de çend taîfe ji bo şerê bi Resûlûllah re bûn yek, jê re Xezweya Ehzab hatiye gotin. Sala pêncan a hicretê bû. Benî Nedîrên cihû, ku kaniya fitne û fesadê bûn û ji Medîneya Munewwere hatibûn derxistin, bûbûn çend kom; hinek çûbûn Şamê, hinek jî çûbûn Xeyberê. Lê kîna wan a li hemberî Îslamê û Mezinê me Pêxember û hesta tolhildanê dilê wan dagirtibû. Reîsê wan Huyey bin Extab ji giregirên qewmê xwe bîst zilam li dora xwe civandin û bi wan re çû Mekkeyê. Bi Ebû Sufyan re hev dît û rûniştin ku li hev bikin, da ku wucûda Pêxemberê me yê delal a mubarek ji holê rakin. Gotin: «Heta ku em vî karî biqedînin em ê qet ji we neqetin û li ba we bin!» Ebû Sufyan got: «Yên ku dijminê dijminê me ne, li ba me meqbûl in. Lê ji bo ku em karibin pişta xwe bi we girêdin, divê hûn ji pûtên me re îbadet bikin. Tenê piştî vê em ê qebûl bikin ku hûn samîmî ne û ji we emîn bibin.» Cihûyên xayîn, ên ku ji bo bigihîjin meqseda xwe dînê xwe jî didan, li ber pûtan xwe avêtin erdê… Kafirên xwedî kitêb bûn, bûn bêkitêb. Sond xwar ku Pêxemberê me yê delal ji holê rakin û dînê Îslamê hilweşînin.
Muşrikan yekser dest bi amadekariya şer kir. Mirov şandin ba qebîleyên muşrik ên cîran jî. Cihû jî ketin nav liv û tevgerê, da ku qebîleyên cihê cihê qani bikin. Soza pere û xurmeyan da hin qebîleyan û ew bi çek kirin. Muşrikan ji derdora Mekkeyê hêzeke mezin a çar hezar kesî derxistibû. Ebû Sufyan li Darun-Nedweyê al girêda û da Osman bin Talhe. Di artêşê de sê sed hesp, gelek çek û hezar û pênc sed deve hebûn.
Gava artêşa muşrikan a çar hezar kesî hat Merruzzehranê, gelek qebîleyên wek Benî Suleym, Benî Fezare, Xetafanî, Benî Murre û Benî Esed bi alîkariyeke şeş hezar kesî hejmara artêşa muşrikan gihandibû deh hezarî. Ev li gorî wê demê hêzeke pir mezin bû.
Qebîleya Xuzae, ku ji mêj ve bi Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) re dost bû, yekser xeber gihandibû Medîneyê; siwarekî ku riya deh rojan di çar rojan de biribû, rewşa muşrikan bi hûrgilî ji Mezinê me Pêxember re gotibû.
Pêxemberê me yê delal, ku karên xwe bi şêwra Eshabê Kîram dikir, yekser sehabiyên xwe civandin û rewş bi wan re şêwirî. Şer li ku û çawa bê kirin, her sehabiyekî di vê meseleyê de teklîfa xwe got. Hezretê Selmanê Farisî, ku di nav vê heyetê de bû, dest bi axaftinê kir û got:
«Ya Resûlellah! Li ba me usûleke şer heye. Gava em ditirsiyan ku dijmin ji nişka ve bi ser me de bigire, me li dora xwe xendeq dikolan û bi vî awayî xwe diparast.» Ev usûl li Mezinê me Pêxember û Eshabê Kîram xweş hat û biryar da ku bi vî awayî bi dijmin re şer bikin.1
Mezinê me Pêxember yekser hinek ji eshabên xwe bi xwe re birin, geriya û tesbît kir ka divê xendeq li ku bê kolan. Aliyê başûr ê Medîneyê bexçe bû û bi darên gur nixumandî bû. Îhtîmala ku muşrik ji vir bi hev re êrîş bikin qels bû.
«Mizgînî li te be, ya Aîşe! Heq teala tu pak derxistî. Şahidî li ser pakiya te kir» Hedîsa şerîf
Ji bilî vê, hêzeke hindik dikaribû vê derê biparêze. Li rojhilat jî qebîleya cihû ya bi navê Benî Qureyze hebû, ku peyman pê re hatibû girêdan. Ji ber vê yekê muşrik tenê dikaribûn ji erdê vekirî yê aliyên rojava û bakur ve rabin êrîşê. Li van aliyan cihên ku wê xendeq lê bê kolan tesbît kirin. Bi qasî sê metre cih diket para her yekî ji Eshabê Kîram. Wê her kes cihê ku ketiye para wî bi qasî du bejnên mirovan (bi qasî 3,5 metreyan) bikolaya; xendeq jî wê ewqas fireh bûya (7–8 metre) ku hespekî ku bi lez dibeze nikaribe di ser re baz bide. Wext kêm bû. Dijmin ji Mekkeyê derketibû û ber bi Medîneyê ve meşiyabû. Diviyabû xendeq di demeke herî kurt de bihata kolan.
Pêxemberê me yê delal, berî her kesî bi xwe, bi eshabên xwe yên qehreman re bi gotina «Bismillahirrehmanirrehîm» tevrê pêşî li erdê da. Her kes bi hemû xîreta xwe dixebitî ku xendeq zûtir bê kolan. Heta zarok jî tevlî vî karî dibûn. Ji Mezinê me Resûlûllah re li ser girê Zubabê konekî tirkî amade kirin.2 Axa ku ji xendeqê derdixistin bi zembîlan dirijandin dora vî girî, di vegerê de jî ji çiyayê Sel’ê kevir dikişandin da ku bavêjin dijmin. Yên ku zembîl nedidîtin, ax di dawên xwe de dikişandin. Pêxemberê me yê delal jî heta ku diwestiya dixebitî. Eshabê Kîram gava ev hal didîtin dihatin xîretê û digot: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah. Xebata me bes e. Tu nexebite, bêhna xwe vede»; lê bi fermana «Ez jî dixwazim bibim şirîkê wê sewaba ku hûn bi xebatê qezenc dikin» bersiva wan dida.
Di wan rojan de hewa gelek sar bû. Wê salê ji ber hişkesaliyê xela jî hebû. Peydakirina xwarinê jî pir zehmet bû. Mezinê Aleman jî di nav de, hemû Eshabê Kîram di nav birçîbûneke dijwar de bûn. Ji bo ku xwe bihêz hîs bikin, ji birçîna kevir bi zikê xwe ve girêdidan; mîdeya xwe diguvaştin û wisa dixebitîn ku hewcedariya xwarinê ji ser xwe bavêjin. Pêxemberê me yê delal, yê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, birçîbûna xwe nedianî bîra xwe; pir li ber diket ku eshab di vê sermayê de birçî dixebitin û ewqas zehmetê dikişînin, dilê Wî bi wan dişewitî û wiha dua dikir: «Allahê min! Ji jiyana axretê pê ve (ya ku bê xwestin) jiyanek tune ye. Ya Rebbî! Ensar û muhaciran mexfîret bike!» Wan jî bersiva Mezinê me Hebîbê Ekrem, ê ku ji canê xwe bêtir jê hez dikirin, wiha dida: «Heta dawiya temenê xwe em di riya Allah teala de, ji bo belavkirina dînê Îslamê bûne tabiê Mezinê me Resûlûllah.» Vê muhebbeta ji herdu aliyan gelek zehmetiyên wek birçîbûn û tîbûnê ji kokê ve radikirin û dibirin.
Birûskek veda
Kolana xendeqê her roj serê sibê zû dest pê dikir û heta êvarê didomiya. Rojekê di dema kolanê de Hezretê Elî bin Hekem ji lingê xwe birîndar bû. Ew li hespekî siwar kirin û anîn huzûra Mezinê me Pêxember. Mezinê Aleman bi gotina «Bismillahirrehmanirrehîm» lingê wî miz da. Bi mucîzeyeke Mezinê me, di cih de xwîna lingê wî sekinî û êşa wî birî. Kolana xendeqê didomiya. Carekê eshab rastî cihekî pir hişk hatin. Kolan mumkin nedibû. Hatin ba Mezinê me Resûlê Ekrem û rewş jê re got. Hat û daket nav xendeqê. Firaqek av xwest. Qurtek jê girt devê xwe û dîsa vala kir nav firaqê. Paşê av reşand ser cihê hişk. Çakûçê mezin hilda û bi derbekê ew der wek qûmê ji hev belav kir. Êdî ew der bi hêsanî dihat kolan. Di dema vê derbê de zikê Pêxemberê me yê delal ê mubarek vebû; yên li wir dîtin ku Mezinê me ji birçîna kevirek bi ser mîdeya xwe ya mubarek ve girêdaye. Hezretê Cabir bin Ebdullah gava ev halê Mezinê me Resûlûllah dît, çû huzûrê û destûr xwest, got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, ez heta malê herim û werim.» Piştî ku destûr stand çi bû, Hezretê Cabir wiha vegot:
«Gava destûr da min, ez hatim malê û min ji jina xwe pirsî: “Min di Resûl eleyhisselam de birçîbûneke wisa dît ku mirov nikare tehemmul bike. Li malê tiştekî xwarinê heye?” Wê jî got: “Ji vê karikê û çend kulm ceh pê ve tiştek tune.” Min yekser karik serjê kir, jina min jî ceh bi destar hêra û kir ard. Paşê ew kir hevîr. Goşt xist dîzikê û li tenûrê da ber pijandinê. Gava ez vedigeriyam ba Resûlûllah, jina min hişk li min şîret kir ku em ji ber hindikbûna xwarinê şermezar nebin. Paşê ez çûm ba Mezinê me Resûlûllah û min got: “Ya Resûlellah! Xwarineke min a pir hindik heye. Yek-du kesan bi xwe re bîne û kerem bike, were ser xwarina me!”
Hingê Mezinê me Resûlûllah ji min re ferman kir: “Ji jina xwe re bêje, heta ku ez bêm bila ne dîzika goşt, ne jî nan ji tenûrê derxe.” Paşê berê xwe da mucahidan û ferman kir: “Gelî ehlê Xendeqê! Cabir ji me re ziyafet amade kiriye, me dawetî xwarinê dike. Xwarina wî hem pir e, hem jî xweş e. Rabin! Em ê herin ziyafeta Cabir!” Li ser vî emrî Eshabê Kîram civiyan û li pey Pêxemberê me dan rê. Ez yekser vegeriyam malê, çi bûbû min ji jina xwe re got û gava min pirsî: “Niha em ê çi bikin?”, wê ji min re got: “Ma Resûl eleyhisselam nepirsî ka xwarin çiqas e?” Min jî got: “Pirsî û min jê re got.” Jina min pirsî: “Eshabê Kîram te vexwendin, an Mezinê me Resûlûllah?” Gava min got: “Resûlûllah vexwendin”, got: “Resûl eleyhisselam çêtir dizane” û dilê min xweş kir.
Piştî demeke kurt cemala Mezinê me Pêxember a nûranî li ber deriyê me xuya bû. Ji sehabiyên ku qelebalix bûn re ferman kir: “Bêyî ku hûn hev biguvêşin werin hundir.”… Birayên min ên sehabî deh bi deh rûniştin. Mezinê me Nebiyê muhterem dua kir ku bereket bikeve nan û goşt. Paşê bêyî ku dîzikê ji tenûrê derxe, bi heskê tiştê di hundirê wê de danî ser nanên ku hildabûn û li ber eshabên xwe danî. Heta ku hemû eshab têr bûn wisa domand. Sond dixwim, yên ku xwarin xwar ji hezar kesî bêtir bûn, lê nan û goşt wek xwe mabûn. Piştî ku me jî xwar, me li cîranên xwe belav kir.»3
Hezretê Selmanê Farisî xendeq pir baş dikola. Bi tena serê xwe karê deh kesan dikir. Gava wî jî bi hevalên xwe re ew cihê ku ji wan re hatibû veqetandin dikola, rastî zinarekî spî yê pir hişk û mezin hatin. Ji bo ku bişkînin gelek xebitîn. Lê hemû keda wan vala çû. Ser de jî çakûçên wan ên mezin, tevr û bêrên wan şikestibûn. Hezretê Selman çû huzûra Pêxemberê me yê delal û rewş erz kir, got: «Dê û bavê min, canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Gava me xendeq dikola em rastî zinarekî hişk hatin. Hemû aletên me yên ji hesin şikestin, lê em nikarîn wî ji cihê wî jî bilivînin.» Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bi seadet hat wê derê û çakûçê mezin xwest. Eshabê Kîram ên ku li wir bûn jî bi meraq li benda netîceyê bûn. Mezinê me, Sultanê Nebiyan, daket jêr. Bi gotina «Bismillahirrehmanirrehîm» çakûç bilind kir û wisa li zinar da ku ji vê lêdanê birûskek veda, Medîne ronî kir û perçeyek ji zinar qetiya.
Mezinê me Resûlê Ekrem bi gotina «Allahû ekber!» tekbîr anî. Eshaban jî gava ev bihîst tekbîr anî. Paşê cara duyem çakûç lê da. Dîsa birûskeke ku her der ronî dikir!…
«Ez jî dixwazim bibim şirîkê wê sewaba ku hûn bi xebatê qezenc dikin» Hedîsa şerîf
Û perçeyên ku ji zinar diqetiyan… Pêxemberê me yê delal dîsa bi gotina «Allahû ekber!» tekbîr anî. Tekbîra Eshabê Kîram da pey vê. Gava çakûç cara sêyem daket, birûskeke din vedabû ku her der ronî dikir û zinar bûbû perçe perçe. Mezinê Aleman dîsa bi gotina «Allahû ekber!» tekbîr anî. Eshabên bişeref jî da pey Wî û dîsa tekbîr anî.
Hezretê Selman destê xwe dirêj kir. Pêxemberê me yê delal derket jor. Gava Selmanê Farisî got: «Dê û bavê min, canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Min niha tiştek dît ku di temenê xwe de qet nedîtibû. Hikmeta vê çi ye?», Mezinê me Pêxember berê xwe da eshabên xwe û ferman kir: «Tiştê ku Selman dît, we jî dît?» Wan jî got: «Belê, ya Resûlellah! Gava te çakûç li zinar da, me dît ku birûskeke dijwar veda. Te tekbîr anî, me jî tekbîr anî.» Mezinê me Pêxember jî ferman kir: «Di ronahiya derba pêşî de qesrên Kisra (yên li Medainê) ji min re xuya bûn. Cebraîl (eleyhisselam) hat û da zanîn: “Ummeta te wê bibe xwediya wan welatan.” Di derba duyem de qesrên sor ên wîlayeta Rûmê (Şamê) xuya bûn. Cebraîl (eleyhisselam) hat û got: “Ummeta te wê bibe xwediya wê diyarê jî.” Di ya sêyem de qesrên Sen’ayê (Yemenê) xuya bûn. Cebraîl (eleyhisselam) da zanîn: “Ummeta te wê bibe malikê wê derê jî.”»
Paşê gava Sultanê Kaînatê qesra Kisrayê Ecem a li Medainê salix da, Hezretê Selman, ku ji wê derê bû, got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Bi Allah teala sond dixwim, ê ku tu bi dînê heq û bi Kitêbê şandî, ew qesr eynî wek ku te gotî ne. Ez şahidiyê dikim ku tu Resûlê Allah teala yî.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Selman! Şam bêguman wê bê fetihkirin. Herakliyûs wê bireve cihê herî dûr ê welatê xwe. Hûn ê li her aliyê Şamê hakim bin. Tu kes wê nikaribe li ber we bisekine. Yemen bêguman wê bê fetihkirin. Ev “Diyarê Meşriq” jî bêguman wê bê fetihkirin û Kisra wê bê kuştin. Allah teala wê van fetihan piştî min nesîbî we bike.»4
Hezretê Selmanê Farisî wiha da zanîn: «Min dît ku ev mizgîniyên Mezinê me Resûlûllah hemû pêk hatin.»
Êdî dijmin li ber hatinê bû. Xendeq bi hemû lezê dihat kolan û dixebitîn ku zûtir biqedînin. Mucahidan di halê zerûretê de ji Mezinê me Pêxember destûr distand û dev ji kar berdida; piştî ku hewcedariya wan bi cih dihat, dîsa bi lez vedigeriyan ser karê xwe.
Munafiq jî gelek sist tevdigeriyan; kengî bixwestana dihatin ser kar, kengî bixwestana bêyî ku destûrê bixwazin dihiştin û diçûn. Ser de jî tinazên xwe bi vê xebata eshaban dikirin; heta ji bo mizgîniyên ku Mezinê me Pêxember dabûn jî digot: «Em ji tirsa dijmin xwe davêjin xendeqan. Ew jî soza qesrên welatên Yemen, Rûm û Farisê dide me. Em li vî halê we ecêbmayî dimînin!…»
Li ser vê yekê di ayeta kerîme ya ku ji bo mucahidan nazil bû de bi mealî wiha ferman dike: «Muminên rastîn tenê ew kes in ku bi Allah teala û Resûlê Wî îman anîne û gava bi Wî re (bi Resûlûllah re) ji bo karekî giştî (yê civakî ku her kesî eleqedar dike) li cem hev bin, heta ku ji Wî destûrê nestînin nahêlin û naçin. Vêca (ey Hebîbê Min!) yên ku ji te destûrê dixwazin, bi rastî ew in ên ku bi Allah teala û Resûlê Wî îman anîne. Gava ev mumin ji bo hin karên xwe ji te destûrê bixwazin, tu jî ji wan destûrê bide kesê ku tu bixwazî û ji bo wan ji Allah teala mexfîretê bixwaze. Bêguman Allah teala Xefûrur-Rehîm e, pir bexşende ye, pir merhemetkar e.»5
Di ayetên kerîme yên ku ji bo munafiqan nazil bûn de jî bi mealî wiha ferman dike: «Daweta Resûlê Allah teala wek gazîkirina we ya ji hev re nehesibînin! Allah teala bêguman wan kesên ji we dizane ku hev ji xwe re dikin sîper û bi dizî (xwe vedidizin û) direvin. Bila yên ku li dijî emrê Wî derdikevin ji wê yekê bitirsin ku li dinyayê bikevin fitneyê, li axretê jî tûşî ezabekî bi elem bibin! Hişyar bin! Li asîmanan û li erdê çi hebe, hemû yên Allah teala ne. Ew dizane ku hûn di çi halî de ne (hemû taybetiyên we, niyetên we, ka hûn mumin in an munafiq). Roja qiyametê, ya ku hûn ê li Wî bên vegerandin, Allah teala wê hemû kirinên we bi we bide zanîn. Allah teala her tiştî dizane.»6
Şeş roj bûn ku dest bi kolana xendeqê kiribûn. Her kesî karê xwe wek ku divê qedandibû. Tenê cihek, ji ber ku wext têr nekiribû, fireh û kûr nehatibû kolan. Mezinê me Pêxember endîşeya xwe ya ji bo vê derê diyar kir û ferman kir: «Muşrik ji bilî vir nikarin di tu cihî re derbas bibin.» Nobedar danîn vê derê.
Allah teala wekîlê herî xweş e
Dema ku artêşa muşrikan gelek nêzîkî Medîneyê bûbû, Huyey, reîsê Benî Nedîrên cihû, ji fermandarê artêşa Qureyşê re da zanîn ku cihûyên Qureyze yên li Medîneyê bi mislimanan re di peymanê de ne, lê ew dikare reîsê wan Ke’b bin Esed bixapîne û bikişîne aliyê xwe. Fermandar jî got: «Ey Huyey! Yekser here ba Ke’b bin Esed. Bila peymana ku bi mislimanan re girêdane xera bikin û alîkariya me bikin.» Yek ji madeyên vê peymanê ev bû: «Eger artêşeke dijmin êrîşî Medîneyê bike, bi mislimanan re bibin yek û li ber dijmin bisekinin.»
Huyeyê cihû ji artêşa muşrikan veqetiya û bi şev hat mala Ke’b, reîsê Benî Qureyze. Li derî da, xwe da nasîn û got: «Ey Ke’b! Min hemû artêşa Qureyşê û gelek qebîleyên wek Kinane û Benî Xetafan kirine artêşeke deh hezar kesî û anîne. Êdî Muhemmed û eshabên wî xelas nabin. Me bi qureyşiyan re sond xwariye ku heta em wan bi temamî îmha nekin, ji vir neqetin!…» Ke’b endîşeya xwe wiha anî ziman: «Eger Muhemmed û eshabên wî neyên kuştin û Qureyş û Xetafan vegerin welatê xwe û herin, em ê li vir bi tenê bimînin. Ez ditirsim ku dawiyê me hemûyan bikujin!…» Huyey got: «Ji bo ku ev tirs here, tu yê ji Qureyş û Xetafan heftê kesan rehîn bixwazî. Heta ku ev rehîn li ba te bin, ew nikarin ji vir herin. Eger zora wan bê birin û herin jî, ez ji ba we naqetim. Felaketa ku bê serê we, tê serê min jî» û bi van gotinan pêşî Ke’b, paşê jî cihûyên din xapandin. Muahedeya bi mislimanan re bi wan da çirandin. Bi vî awayî peyman xera bû.
Huyey vegeriya artêşa muşrikan û rewş vegot. Da zanîn ku Benî Qureyze wê ji paş ve li mislimanan bixin.
«Gelî ehlê Xendeqê! Cabir ji me re ziyafet amade kiriye, me dawetî xwarinê dike. Xwarina wî hem pir e, hem jî xweş e. Rabin! Em ê herin ziyafeta Cabir!» Hedîsa şerîf
Roja heftem muşrik bi artêşeke mezin a deh hezar kesî hatin aliyê bakur û bakur-rojavayê Medîneyê û leşkergeha xwe danîn. Ev leşkergeh li hemberî wî cihî bû ku xendeq lê hatibû kolan. Fikra muşrikan ew bû ku bi vê artêşa mezin Medîneyê ji serî heta binî bişewitînin û wêran bikin, Mezinê me Pêxember û eshabên Wî ji holê rakin û Îslamiyetê tune bikin. Ev, bi dîtinê, artêşeke pir mezin bû ku li ber sekinîn zehmet bû. Muşrikan gava astenga xendeqê dît, a ku qet nehatibû xeyala wan, şaş û metel man, dilê wan şikest. Çimkî xendeq ewqas fireh bû ku hespekî baş bi bezeke xurt jî nikaribû di ser re baz bide. Kesê ku biketa hundirê wê jî bi hêsanî nikaribû derkeve. Nemaze ji bo yekî bi zirx pir zehmet bû ku hilkişe û derkeve jor. Pêxemberê me yê delal gava bihîst ku muşrik hatine, yekser eshabên xwe civandin, ên ku ev şeş roj bûn bê rawestan dixebitîn û westiyabûn, û li vî aliyê xendeqê, li quntara çiyayê Sel’ê baregeha xwe danî. Li pişta wan çiyayê Sel’ê û Medîne hebû, li pêşiyê xendeq û li wî aliyê wê dijmin… Dîsa Îbn Ummu Mektûm li Medîneyê wekîlê Mezinê me Pêxember hiştin. Jin û zarok li hisaran bi cih kirin. Sî û şeş siwarên artêşa Îslamê ya sê hezar kesî hebûn. Al di destê Hezretê Zeyd bin Harise û Hezretê Se’d bin Ubade de bûn.7 Konê Mezinê me Resûlûllah ê ji çerm li quntara çiyayê Sel’ê vedan. Eshabê Kîram, ên ku dîsa wê gelek qehremanî nîşan bidana, bi baldarî dest bi şopandina tevgerên dijmin kir. Di vê navê de dîtin ku Hezretê Umer tê huzûra Pêxemberê me yê delal. Got: «Ya Resûlellah! Li gorî ku min bihîstiye, cihûyên Qureyze peymana navbera me xera kirine û li dijî me xwe ji şer re amade dikin!» Li hemberî vê xebera ku nedihat hêvîkirin Mezinê Aleman wiha ferman kir: «Hesbunallahû we nî’mel-wekîl (Allah teala têra me dike. Ew çi wekîlekî xweş e)». Gelek muteessir bûbû. Niha artêşa Îslamê di navbera du agiran de mabû. Li bakur û rojava artêşên muşrikan, li başûr-rojhilat cihû hebûn. Mezinê me Resûlûllah Hezretê Zubeyr bin Ewwam şand keleha Benî Qureyze. Hezretê Zubeyr çû û rewş hîn bû. Gava vegeriya, tiştên ku dîtibûn wiha vegotin: «Ya Resûlellah! Min ew dîtin ku kelehên xwe tamîr dikirin, talîm û meşqên şer dikirin. Herwiha heywanên xwe jî didan hev.» Li ser vê yekê Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) Se’d bin Muaz, Se’d bin Ubade, Xewwat bin Cubeyr, Emr bin Ewf û Ebdullah bin Rewahe şandin, da ku şîretê li Benî Qureyze bikin û peymanê bi wan bidin nûkirin.8 Ev pênc sehabiyên ku wezîfe girtibûn çûn keleha cihûyên Qureyze û şîret li wan kir. Lê şîretê kar nedikir. Ser de jî dest bi heqaretê kiribûn. Gotina xwe ya dawî wiha got: «We birayên me Benî Nedîr ji warên wan derxistin û sirgûn kirin; bi vê yekê we mil û baskê me şikand. Ma Muhemmed kî ye! Di navbera me û wî de tu soz û peyman tune ye. Me sond xwariye ku em hemû bi hev re êrîşî pêxemberê we bikin û wî bikujin. Em ê bêguman pişta birayên xwe bigirin û alîkariya wan bikin!…» Hezretê Se’d bin Muaz û hevalên wî hatin huzûra Mezinê me Resûlûllah û rewş bi gotineke sergirtî vegot, wisa ku her kes fêm neke. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Xebera xwe veşartî bihêlin. Tenê ji yê ku dizane re eşkere bikin. Çimkî şer tedbîr û xapandin e.»9
Eshabê Kîram li vî aliyê xendeqê li benda Mezinê me Pêxember bûn û meraq dikirin ka wê çawa tevbigerin. Piştî demeke kurt Sultanê Kaînatê hat ba eshabên xwe yên qehreman û bi gotina «Allahû ekber! Allahû ekber!» tekbîr anî. Sehabiyên bişan gava ev bihîst, hemûyan bi yek dengî tekbîr anî, bilindiya navê şerîf ê Cenabê Heq da zanîn û tirs xist dilê kafirên ku li wî aliyê xendeqê wek qûmê dikeliyan. Muşrikan gava tekbîr bihîstin got: «Divê xebereke dilşakir ji Muhemmed û eshabên wî re hatibe.»
Mezinê me Pêxember ji eshabên xwe re ferman kir: «Gelî cemaeta mislimanan! Bi fetih û alîkariya Allah teala şa bibin!» û mizgînî da wan ku ew ê muzeffer bibin. Eshabên bişan heta wê demê di gelek seriyyeyan de hebûn, tevlî xezweyên Bedr û Uhudê bûbûn. Muşrikên ku bi hejmar û bi hêz ji wan gelek zêdetir bûn, bi destûra Allah teala û bi bereketa duaya Mezinê me Resûlê Ekrem her car têk biribûn. Madem ku «Tacê serê» hebûnan li pêşiya wan bû, ne karek hebû ku ew nikaribin bikin, ne jî tengasiyek ku nikaribin li ber sebir bikin. Hewa sar bû, xela dijwar bû, birçîbûn zêde bû… Mezinê me Pêxember jî di nav de, gelekan kevir bi zikên xwe yên mubarek ve girêdabûn. Li hemberî wan dijmin wek qûmê dikeliya!… Lê ji bo eshabên bişan ne pirbûna dijmin ne jî tengasiyên ku dikişandin qet ne girîng bûn. Allah teala wekîlê herî xweş bû… Xwe bi Wî ve girêdabûn, pişta xwe dabûn Wî, xwe spartibûn Wî. Fermandarên pêşîn ên Qureyşê û serokên qebîleyên din ên ku bi Qureyşê re hatibûn, berî ku ji bo êrîşeke giştî biryarekê bidin, li dora xendeqê li cihekî geriyan ku karibin tê re derbas bibin. Xendeq ji serekî heta serê din geriyan. Dawiyê li wî cihê teng sekinîn ku ji ber lezê nîvco mabû û gihîştin wê qenaetê ku êrîşa ji vir wê munasib be. Leşkerên muşrik jî li pey fermandarên xwe diçûn; carekê li xendeqê, carekê li eshabên bişan dinêrîn û şaş diman. Digot: «Em sond dixwin ku ev ne usûleke ereban e. Bêguman ev yek wî zilamê farisî şîret kiriye!» Fermandarên qureyşî cihê teng ê xendeqê nîşanî leşkerên xwe da û got: «Kî dikare ji vir baz bide û derbasî aliyê din bibe?»; hingê pênc siwar ji nav wan veqetiyan. Wê ev derbasî aliyê din ê xendeqê bibûna da ku yek bi yek şer bikin. Eshabê Kîram ên bişan û leşkerên muşrik bi meraq çavên xwe berdan ser tevgerên van pênc siwaran. Siwar ji bo ku lezê bigirin paş de kişiyan. Paşê serê hespên xwe zivirandin cihê herî teng ê xendeqê û ew dan bezandin. Pênc hespên esîl ên ku çargavî dibeziyan, bi bazekê karîn derbasî aliyê din ê xendeqê bibin. Gelek siwaran xwest bidin pey wan, lê nikarîn û li wî aliyê xendeqê man. Di nav van ên derbasbûyî de pehlewanekî pir bihêz hebû bi navê Emr bin Ebduwedd, ku pişta wî qet nehatibû erdê; her kes jê ditirsiya û nikaribû derkeve pêşberî wî. Bi tena serê xwe bi qasî artêşekê bû. Ev yek ji wê jî diyar bû ku di nav artêşeke deh hezar kesî de ew derketibû vê derê. Ji serî heta piyan zirx li xwe kiribû. Li ser hespê xwe gelek biheybet disekinî. Vî zilamê ku bi dîtina xwe tirs dixist dilan, ber bi mucahidan ve qîriya: «Eger kesek hebe ku karibe bi min re şer bike, bila derkeve meydanê?…» Hezretê Elî gava ev abîdeya kibrê dît, derket huzûra Pêxemberê me yê delal û destûr xwest, got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Bila ez bi wî re şer bikim.» Zirxê wî jî li ser wî tune bû.
«Ya Selman! Şam bêguman wê bê fetihkirin. Herakliyûs wê bireve cihê herî dûr ê welatê xwe. Hûn ê li her aliyê Şamê hakim bin. Tu kes wê nikaribe li ber we bisekine. Yemen bêguman wê bê fetihkirin. Ev “Diyarê Meşriq” jî bêguman wê bê fetihkirin û Kisra wê bê kuştin. Allah teala wê van fetihan piştî min nesîbî we bike» Hedîsa şerîf
Eshabê Kîram bi xibte lê dinêrîn. Pêxemberê me yê delal zirxê xwe yê mubarek ji xwe kir û li Hezretê Elî kir. Şûrê xwe bi pişta wî ve girêda. Şaşika xwe ji serê xwe yê mubarek derxist û bi destên xwe yên mubarek li serê wî pêça. Paşê wiha lava û dua kir: «Allahê min! Di Xezweya Bedrê de pismamê min Ubeyde, di Xezweya Uhudê de apê min Hemze şehîd bûn. Li ba min Elî ma, ku birayê min û pismamê min e. Tu wî biparêze. Alîkariya xwe li wî îhsan bike. Min bi tena serê min nehêle!» Eshabê Kîram got: «Amîn!» Şêrê Allah teala di nav dua û tekbîran de peya pêş de çû û li pêşberî Emr bin Ebduwedd sekinî, ê ku li ser hespê xwe wek dêwekî disekinî. Emr, ku ji bilî çavên wî her derê wî bi zirxan nixumandî bû, ev qehreman nas nekir û pirsî ka kî ye. Wî jî xwe da nasîn û got: «Ez Elî bin Ebî Talib im.» Hingê Emr, wek ku dilê wî pê bişewite, got: «Birazayê min! Bavê te dostê min e. Ji ber vê yekê ez naxwazim xwîna te birijînim. Ma ji apên te yek tune ku derkeve pêşberî min?» Hezretê Elî jî ew wiha tehrîk kir: «Ey Emr! Wellahî ez dixwazim xwîna te birijînim. Lê ma ne lazim e ku em herdu di halekî wek hev de bin? Ma ya ku li şanê mêrxasiyê tê jî ne ev e? Ma ne ez peya me, tu jî siwar î!…»
Gava Emr ev bihîst, damara wî ya mêrxasiyê rabû; yekser ji hespê xwe peya bû, lingên hespê xwe bi şûr jêkirin û bi hêrs hat pêşberî Hezretê Elî. Hema dikir êrîş bike, Şêrê Allah teala pirsî: «Ey Emr! Min bihîstiye ku te sond xwariye, gava tu rastî yekî ji Qureyşê bêyî, tu yê ji du daxwazên wî yekê bi cih bînî. Ev rast e?» Wî jî bersiv da: «Belê, rast e.» Vê carê ew dawetî îmanê kir, got: «Naxwe daxwaza min a yekem ev e ku tu bi Allah teala û Resûlê Wî îman bînî û bibî misliman!» Emr gava ev bihîst hêrs bû û got: «Dev ji vê berde! Ev ji min re ne lazim e!» Hezretê Elî got: «Daxwaza min a duyem ev e ku tu dev ji şer berdî û vegerî Mekkeyê. Çimkî eger Resûl eleyhisselam li dijmin xalib bê, tu yê bi vê kirina xwe alîkariya Wî kiribî!…» Emr got: «Dev ji vê jî berde! Min sond xwariye ku heta ez tola xwe hilneynim bêhna xweş li xwe nedim. Eger daxwazeke te ya din hebe, wê bêje!» Hingê Hezretê Elî got: «Ey dijminê Allah teala! Êdî ji şerê bi te re pê ve tiştek nema!»
Emr bi van gotinan keniya û got: «Ecêb e bi rastî! Qet nedihat bîra min ku li diyarê ereban mêrxasek hebe ku karibe derkeve pêşberî min! Birazayê min! Sond dixwim ku ez naxwazim te bikujim. Çimkî bavê te dostê min bû. Min dixwest yekî ji eşrafên Qureyşê, yekî wek Ebûbekr, wek Umer derkeve pêşberî min.» Gava Hezretê Elî got: «Wisa be jî, ez ji bo ku te bikujim derketime vir», xwîna Emr kelî. Şûrê xwe çawa rakir, wisa jî daxist. Şêrê Allah teala Hezretê Elî (kerremellahû wecheh), ê ku li benda tiştekî wiha bû, wek birûskê xwe avêt aliyekî û mertalê xwe da ber derbê. Lê Emr gelek mertalên wek vî perçe kiribûn. Mertalên herî xurt jî li ber derba wî li ber xwe nedidan. Niha jî wisa bû. Mertalê Hezretê Elî perçe bû; şûr jî di ser serê wî re şemitî û ew birîndar kir. Dora êrîşê hatibû Hezretê Elî.
Xwe sparte Allah teala, got: «Ya Allah!..» û Zulfiqar daxist ser stûyê Emr. Bi daxistinê re di artêşa Îslamê de dengên «Allahû ekber!.. Allahû ekber!..» erd û asîman hejandin, di artêşa kafiran de jî qîrîn û hawar bilind bûn… Belê, duaya Sultanê Nebiyan, tacê serê hebûnan qebûl bûbû. Emrê girs û gewre li erdê dirêj bûbû; xwîn ji gewdeyê wî wek çoringê diherikî û serê wî bi kumzirxê xwe re firiyabû. Hevalên wî gava dît ku Emr, ê ku herî zêde pişta xwe pê girêdabûn, li erdê dirêj bûye, yekser êrîşî Hezretê Elî kir. Eshabê Kîram gava ev dît bezîn wê derê. Zubeyr bin Ewwam Newfel bin Ebdullah birîndar kir û ew bi hespê wî ve xist nav xendeqê.
Hezretê Elî daket nav xendeqê û Newfel kir du perçe. Yên din bi zor û zehmet di ser xendeqê re derbas bûn û paş ve reviyan. Serfermandarê artêşa muşrikan jî hîn di serê şer de ketibû bêhêvîtiyeke mezin.
Êdî şiklê şer diyar bûbû. Xendeq nedihişt ku sîng bi sîng şer bikin. Dixebitîn ku bi avêtina tîran zirarê bidin hev. Ev kar ji dirêjkirina netîceyê pê ve bi kêrî tiştekî nedihat. Muşrikan fêm kir ku bi vî awayî nikarin xalib bên; biryar da ku riya herî munasib ew e ku ji her aliyê xendeqê ve êrîş bikin, û rabûn êrîşê. Artêşa dijmin a gewre ya deh hezar kesî dixebitî ku di xendeqê re derbas bibe; artêşa Îslamê ya bişan a sê hezar kesî jî bi tîr û keviran xîret dikir ku nehêle ew di xendeqê re derbas bibin. Têkoşîneke dijwar dest pê kiribû. Ev têkoşîn heta êvarê dom kir.
Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bi şev li cihên cihê yên xendeqê nobedar danîn. Ew bi xwe jî li cihê teng dest bi nobedariyê kir. Hêzeke gerok a pênc sed kesî şand Medîneyê û ferman kir ku li kuçeyan bi dengê bilind tekbîr bînin. Bi vî awayî wê pêşî li xetereke ku ji cihûyan an ji muşrikên Qureyşê bê di wextê xwe de bihata girtin, jin û zarok jî wê bihatana parastin.
Cihûyên Qureyze jî Huyey bin Extab şand ba muşrikan û hêzeke du hezar kesî xwest, da ku bi şev bi ser de bigirin. Wê bi şev êrîşî jin û zarokên bêparastin bikirana. Lê gera mucahidan a heta sibehê û tekbîranîna wan a bi nîdayên «Allahû ekber!» tirseke mezin xistibû dilê wan. Vekişiyan kelehên xwe û li benda firsendê man. Car caran xebitîn ku bi komên biçûk bikevin Medîneyê.
Şevekê Xezzal, yek ji giregirên Benî Qureyze, bi komeke deh kesî ya ku dabû pey xwe karî heta wê qesrê bê ku Dêya me Sefiyye, meta Mezinê me Pêxember, lê bû; di hundir de jin û zarok hebûn. Yek çeka wan jî tune bû ku xwe pê biparêzin. Cihûyan pêşî tîr avêtin qesrê, paşê xebitîn ku bikevin hundir. Yek ji wan karî derbasî hewşa hundir bibe û ji bo ku bikeve hundir li dora xwe nêrî. Di vê navê de meta qehreman a Pêxemberê me yê delal li yên li ba xwe şîret kir ku qet deng nekin, paşê daket jêr û hat ber derî. Bi dersokekê serê xwe hişk pêça, xwe xist şiklê mêran, paşê darekî dirêj girt destê xwe û kêrek xist ber pişta xwe. Hêdîka derî vekir, ji paş ve nêzîkî wî cihûyî bû û darê di destê xwe de bi şîddet daxist ser serê wî. Qet wext winda nekir û cihûyê ku ketibû erdê kuşt. Paşê serê cihûyê kuştî avêt ser wan cihûyên ku li derve bi avêtina tîran mijûl bûn. Cihûyan gava serê jêkirî yê hevalê xwe di bin lingên xwe de dît, tirseke mezin ew girtin û dest bi revê kir.
Ji aliyekî ve jî di ber xwe de digot: «Ji me re gotibûn ku mislimanan hemû mêrên xwe şandine şer û di malên xwe de yek mêr jî nehiştine!…»10 Serê sibê şer dîsa bi heman dijwariyê dom kir. Tîr bi vizevizê di hewayê de difiriyan. Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) ji eshabên xwe yên bişan re ferman kir: «Sond bi Allah teala, ê ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, ev tengasiyên ku em rastî wan hatine bêguman wê ji ser we bên rakirin û hûn ê derkevin firehiyê»; bi vê fermanê sebir li wan şîret kir û mizgînî da ku zefer wê ya wan kesan be ku îman anîne. Sehabiyên qehreman gava ev mizgînî stand, tengasiyên wek birçîbûn û xelayê ji bîr kirin,
«Gelî cemaeta mislimanan! Bi fetih û alîkariya Allah teala şa bibin!» Hedîsa şerîf
bi can û dil xebitîn. Nehişt ku yek muşrik jî di xendeqê re derbas bibe.
Hezretê Se’d bin Muaz, ku ji pêşengên Eshabê Kîram bû, bi qehremaniyeke mezin şer dikir. Di dema şer de bi tîreke ku muşrikekî bi navê Hibban bin Qeys bin Ereqe avêtibû ji milê xwe birîndar bû. Tîr li şahdamarê ket û bû sebeb ku gelek xwîn jê here. Hezretê Se’d, di halê xwe yê birîndar de, gava dît ku yên li dora wî dixebitin xwînê bidin sekinandin, fêm kir ku rewşa wî giran e û wiha dua kir: «Ya Rebbî! Eger Qureyş wê şer bidomîne, temen îhsanî min bike. Çimkî bi qasî ku ez ji şerê bi van muşrikan re hez dikim, ên ku êş da Resûlê Te û Ew derewîn derxist, ez ji tu tiştekî din hez nakim. Eger şerê navbera me diqede, min bilind bike mertebeya şehadetê. Lê heta ku ez aqûbeta Benî Qureyze nebînim, rûhê min nestîne.» Duaya wî qebûl bû û xwîna wî sekinî. Munafiqên wek Ebdullah bin Ubey jî, ên ku di nav Eshabê Kîram de wisa xuya dikirin ku şer dikin, gelek giran tevdigeriyan û nêzîkî xetên pêş nedibûn. Ser de jî ji bo ku dilê mucahidan bişkînin çi ji destê wan dihat dikirin; dixebitîn ku fitneyê derxin û digot: «Muhemmed her soza xezîneyên Qeyser û Kisra dide we. Lê va ye em niha di nav xendeqê de hepis bûne. Ji tirsan em nikarin herin destavê jî. Allah û Resûlê Wî ji xapandina me pê ve tiştekî nakin, ji malê dinyayê jî soza tu tiştî nadin!…» Gava teng diman, dikirin hincet ku dibe dijmin êrîşî malên wan bike û cihên wezîfeya xwe dihiştin. Ev kirinên munafiqan jî dibûn derdekî cuda û tengasiyeke cuda. Artêşa muşrikan ji bo ku zûtir bigihîje netîceyê hemû hêza xwe xerc dikir, lê li hemberî parastina qehremanane ya sehabiyên bişeref tiştek ji destê wê nedihat. Cihê ku herî zêde êrîş dibirin ser, derbasgeha teng bû. Pêxemberê me yê delal ji vir venediqetiya û eshabên xwe teşwîqî şer dikir. Eshabê Kîram, ên ku dixwestin bigihîjin şerefa şerkirina li kêleka Mezinê me Pêxember, li meydana xezayê qehremaniyên nedîtî nîşan didan. Carekê dîtin ku muşrikan dest bi avêtineke dijwar a tîran kiriye. Hemû hedef ew kon bû ku Sultanê Kaînatê tê de bû.
Zirxek laşê Pêxemberê me yê delal ê mubarek dinixumand. Li serê Wî yê mubarek jî kumzirx hebû. Li ber kon rast û rep disekinî û li gorî çûyîna şer emir dida eshabên xwe. Muşrikan carinan ji nişka ve giraniya xwe dida ser cihê ku herî qels xuya dikir; sehabiyên mubarek dibezîn wê derê û heta ku dijminên dîn paş ve bidin, bi eşq şer dikir.
«Yek derba şûrê Elî ji îbadetên hemû ins û cinan bi qîmettir e» Hedîsa şerîf
Xezweya Xendeqê
Ev têkoşîna nedîtî gelek dijwar bû; sehabiyên qehreman ji ber şer wext nedidîtin ku li kêleka xwe binêrin. Wê rojê ev têkoşîna ku bi sibehê re dest pê kiribû heta derengê şevê dom kir. Gava wextên nimêjê dihatin, sehabiyên bişan digot: «Ya Resûlellah! Em nikarîn nimêja xwe bikin»; Mezinê Aleman, Sultanê Kaînatê jî bi xemgîniyeke mezin ferman dikir: «Wellahî ez jî nikarîm bikim.» Di wextê eşayê de bi êrîşeke gelek dijwar ew keriyê muşrikan ê ku nedihişt îbadetên xwe bikin paş ve da û belav kir. Qureyşî û Xetafanî nikarîn xwe ji vê belavbûnê xelas bikin û ji bo derbaskirina şevê vekişiyan leşkergehên xwe. Mucahid jî ber bi konê Pêxemberê me yê delal ve meşiyan. Hingê Mezinê me Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem), ê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, tevî ku nifirkirin ne adeta Wî ya şerîf bû, ji bo nimêjê xwe negirt û nifir li muşrikan kir, ferman kir: «Çawa ku wan heta roj çû ava em mijûl kirin û ji nimêja me hiştin, bila Allah teala jî mal, zik û qebrên wan bi agir tijî bike!» Piştî ku nimêjên nîvro, esr û mexrebê yên ku mabûn qezayê kirin, îmametiya nimêja eşayê kir.
Ya Rebbî, kafiran munhezim bike
Muşrikan piştî van têkoşînên ku ji bo Îslamê bi temamî ji holê rakin kiribûn, fêm kir ku misliman bi roj nayên mexlûbkirin. Li gorî wan tekane çare ew bû ku bi heman dijwariyê bi şev bi ser de bigirin. Misliman tenê bi vî awayî dikaribûn bên mexlûbkirin. Ev biryara xwe yekser bi cih anî û bi cihûyên Benî Qureyze re bi şev dest bi serdegirtinan kir. Muşrikan leşkerên xwe kiribûn kom û bi dor êrîş dikir. Ev hal bi rojan dom kir. Di serî de Pêxemberê me yê delal û Eshabê Kîram ên qehreman, tevî ku birçî, bêxew û westiyayî bûn, parastin domand. Nehişt ku yek leşkerê dijmin jî di xendeqê re derbasî vî alî bibe. Ev parastina bi can û dil ji hemû xezweyên berê bi tirstir, dijwartir, tengtir û bi zehmettir bû.
Di nav muşrikên ku ev çend roj bûn şer dikir de tengasiya xwarinê dest pê kir. Hesp û deveyên wan jî, ji ber ku li erdê kulmek giyayê hişk nedidîtin, dest bi mirinê kiribûn. Ji ber vê yekê fermandarê muşrikan komek leşker di bin fermandariya Dirar bin Xettab de şandibû ba cihûyên Qureyze da ku erzaq peyda bike. Cihûyên ku her tiştê xwe ji bo kafiran feda dikirin, yekser barê bîst deveyan genim, ceh, xurme û ji bo heywanan ka bar kirin û teslîm kirin. Gava Dirar bi leşkerên xwe re bi şahî vedigeriya, li nêzîkî Qubayê rastî komek sehabî hatin. Eshabên qehreman yekser êrîş kir. Piştî şerekî bi xwîn muşrik revandin, deveyên barkirî teslîmî Mezinê me Pêxember kirin û gelek dua standin.11 Mezinê me Sultanê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) di vî şerê dijwar de ku nêzîkî mehekê dom kir, dilê xwe bi eshabên xwe yên qehreman dişewitand ku diketin halên pir zehmet; ji bavên wan qat bi qat bêtir şefqet nîşanî wan dida. Li hemberî van xîretên di ser taqeta mirovan re ku eshabên bişan nîşan didan, bi xwe eniya xwe ya mubarek datanî ser axê û ji bo wan wiha li ber Allah teala digeriya:
«Ey ê ku digihîjî hawara yên di tengasiyê de mayî! Ey Allahê min, ê ku duaya yên muhtac û bêçare mayî qebûl dikî! Tu bêguman halê min û eshabên min dibînî û dizanî. Ya Rebbî! Tu kafiran munhezim bike (bişkîne), tefrîqeyê bixe nav wan û li hemberî wan nusretê bide me, zeferê îhsan bike!..»
Pêxemberê me yê delal di rojên dawî de ev duaya xwe pir caran dubare dikir. Muşrikan, ji ber êşên ku xelayê jî dida wan, hemû hêza xwe xerc dikir da ku mislimanan zûtir ji holê rakin. Êvareke ku wisa şer dikirin, ji artêşa muşrikan kesek hat huzûra Mezinê me Pêxember ku hezkirina Îslamê ketibû dilê wî. Ev Nueym bin Mes’ûd bû, ji qebîleya Xetafan. Ji Pêxemberê me yê delal re got: «Ya Resûlellah! Ez hatime da ku tesdîq bikim ku Allah teala yek e û tu pêxemberê heq î. Hemd be, ez bi mislimanbûnê şerefdar bûm. Heta niha min li dijî we şer kiribû. Ji niha û pê ve jî ez ê li dijî kafiran şer bikim. Tu çi ferman li min bikî, ez amade me ku bikim! Ya Resûlellah! Qewmê min jî nizane ku ez bûme misliman.» Mezinê me Resûlê Ekrem ferman kir: «Tu dikarî bikevî nav van kafiran, tefrîqeyê bixî nav wan û bixebitî ku wan ji hev biqetînî?» Wî jî pirsî: «Ya Resûlellah! Bi alîkariya Allah teala ez dikarim wan ji hev biqetînim. Lê destûr heye ku ez çi bixwazim bibêjim?» Mezinê me jî ferman kir: «Şer hîle ye, tu dikarî çi bixwazî bibêjî.»
Hezretê Nueym bin Mes’ûd pêşî çû ba cihûyên Qureyze û got: «Hûn dizanin ku ez çiqas ji we hez dikim. Lê bila ev tiştên ku em ê bipeyivin di navbera me de bimînin, bila tu kes nizanibe!» Cihûyan jî sond xwar, got: «Tu kes wê nizanibe.» Li ser vê yekê Hezretê Nueym got: «Karê vî zilamî (Mezinê me Pêxember) bêguman belayek e. Hûn dizanin ku wî çi anî serê Benî Nedîr û Benî Qeynuqa. We hemûyan jî dît ku ew ji war û hêlînên wan derxistin û sirgûn kirin. Niha qureyşî û Xetafanî hatine û bi mislimanan re şer dikin, hûn jî alîkariya wan dikin. Em bi rojan e şer dikin, lê hîn em negihîştine netîceyekê. Eger wisa bidome, xuya ye ku muhasere wê dirêj bibe. Mal, milk, war û zarokên qureyşiyan û Xetafaniyan ne wek yên we li vir in. Eger di vî şerî de firsendê bibînin û xalib bên, wê xenîmetan bidin hev û herin. Eger mexlûb bibin jî, wê bidin rê û herin, we bi wan re rû bi rû bihêlin. Lê ne hêza we ne jî qeweta we heye ku hûn bi mislimanan karibin. Rewşa şer a niha jî nîşan dide ku misliman wê bigihîjin zeferê. Eger wek ku ez texmîn dikim bibe, misliman heta we di ber şûr re derbas nekin dev ji we bernadin. Ji ber vê yekê divê em bi lez tedbîrekê bigirin!…»12 Cihûyan ev gotin bi heyecan û tirseke mezin guhdarî kirin; gelek kêfa wan hat ku Hezretê Nueym ewqas li wan difikire û got: «Te dostaniya xwe wek ku divê nîşanî me da. Ji me re bêje jî ka divê em tedbîreke çawa bigirin.» Nueym bin Mes’ûd, ku li benda vê bû, got: «Ya rast ev e: heta ku hûn ji eşrafên Qureyş û Xetafan hinekan rehîn negirin, qet bi mislimanan re nekevin şer! Heta ku rehîn li ba we bin, ew nikarin ji şer birevin û herin!» Cihûyan qebûl kir ku ev jî tedbîreke pir xweş e, spasiya wî kir û qedr û qîmet danê.
«Sond bi Allah teala, ê ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, ev tengasiyên ku em rastî wan hatine bêguman wê ji ser we bên rakirin û hûn ê derkevin firehiyê» Hedîsa şerîf
Hezretê Nueym ji cihûyan veqetiya û rasterast çû baregeha Qureyşê. Ji fermandarên wan re got: «Hûn dizanin ku ez çiqas dijminê Muhemmed im û çiqas ji we hez dikim. Tiştekî ku ez hîn bûme, min ji ber dostaniya me wezîfeyeke mezin zanî ku bigihînim we. Lê divê hûn soz bidin û sond bixwin ku hûn ê van gotinên min bi tu kesî nedin bihîstin!» Wan jî sond xwar û bi meraq got: «Bêje, em li te guhdar in.» Got: «Haya we jê hebe ku cihûyên Qureyze poşman bûne ku bi we re îttîfaq kirine û ji Muhemmed re xeber şandine, gotine: “Em ji giregirên Qureyş û Xetafan rehînan bigirin û teslîmî te bikin, da ku tu li stûyê wan bixî. Paşê em bi te re bibin yek û heta ku em koka muşrikan biqelînin şer bikin! Lê divê tu birayên me Benî Nedîr efû bikî û warên wan li wan bibexşînî!” Muhemmed jî ev daxwazên cihûyan qebûl kirine! Eger cihû ji we rehînan bixwazin, zinhar qebûl nekin, wê hemûyan bikujin! Zinhar bila kes van gotinên min nebihîze!…» Qureyşiyan ji ber vê xebera girîng gelek spasiya Hezretê Nueym kir û îltîfat nîşanî wî da. Nueym bin Mes’ûd (radiyellahû anhû) ji wir veqetiya û hat ba Xetafaniyan. Tiştên ku ji qureyşiyan re gotibûn ji wan re jî gotin.
Rojek paşê fermandarê Qureyşê ji Benî Qureyze re xeber şand: «Êdî sekinîna li vir ji bo me pir zehmet bûye. Çimkî hewa sar e, heywanên me ji birçîna qir dibin. Em îşev amadekariyeke baş bikin û sibê hemû bi hev re êrîşeke dijwar bikin.» Cihûyan jî got: «Em roja şemiyê şer nakin; ya din jî, ji bo ku em karibin bi we re tevlî şer bibin, divê hûn ji giregirên xwe gelek kesan rehîn bidin me. Eger muhasere dirêj bibe, hûn aciz bimînin û herin welatê xwe, hûn ê me teslîmî Muhemmed kiribin. Eger hûn rehînan bidin, hûn ê me nehêlin û neçin!…» Gava ev xeber gihîşt fermandarê Qureyşê, got: «Gotina Nueym bin Mes’ûd rast derketiye!» û dîsa ji cihûyan re xeber şand, got: «Em yek zilamê xwe jî rehîn nadin we. Eger hûn sibê werin û bi me re şer bikin çi baş, an na em ê herin welatê xwe. Hûn ê jî bi Muhemmed û eshabên wî re rû bi rû bimînin!…»
Cihûyên Qureyze gava ev bihîst, fikirîn ku gotina Nueym rast derket û got: «Di vî halî de em jî bi we re nabin yek û li dijî mislimanan şer nakin…» Bi vî awayî tirs kete dilê herdu aliyan.13 Cebraîl eleyhisselam hat ba Mezinê me Pêxember û mizgînî da ku Allah teala wê muşrikan bi bagerê perîşan bike. Li ser vê yekê Mezinê Aleman hat ser çokên xwe yên mubarek, destên xwe yên mubarek dirêj kirin û şukrê xwe ji Allah teala re erz kir, ferman kir: «Allahê min! Ji ber ku Te rehm li min û eshabên min kir, ez ji Te re şukir dikim.» Paşê mizgînî da eshabên xwe yên qehreman. Ew şev şeva şemiyê bû. Tarîtiyeke dijwar her der girtibû, çav çav nedidît. Hingê seqemeke dijwar û li pey wê bayekî pir xurt dest pê kir.
Hezretê Huzeyfe bin Yeman ew şev wiha vegot: «Em di şeveke wisa de bûn ku heta wê demê me şeveke ji wê tarîtir nedîtibû. Bi vê tarîtiya dijwar re bayekî bitirs jî rabûbû, bi gurmîneke wek gurmîna ewran. Di vê navê de Mezinê me Pêxember ji me re da zanîn ku artêşa muşrikan ketiye nav telaş û tirsê û di nav xwe de li hev nakin. Em jî ji ber sermaya dijwar, birçîbûn û dehşeta şevê nikaribûn rabin ser piyan; me li cihê xwe tiştek avêtibû ser xwe û em li bendê bûn.
Resûlûllah rabû nimêjê; piştî ku beşek ji şevê bi nimêjê derbas kir, berê xwe da me û wiha ferman kir: “Di nav we de kesek heye ku here ba artêşa muşrikan, li halê wan binêre û ji min re xeberê bîne? Ez ê ji Allah teala bixwazim ku yê vê xeberê bîne li Cennetê bibe hevalê min.” Yên li wir ji ber birçîbûn û sermaya dijwar nikarîn rabin ser piyan. Paşê Mezinê me Resûlûllah hat ba min. Ji serma û birçîna ez li ser herdu çokên xwe rûniştibûm û min xwe dabû hev. Mezinê me Resûlûllah destê xwe li min da û ferman kir: “Tu kî yî?” Min got: “Ez Huzeyfe me, ya Resûlellah.” Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Here, binêre ka ev qewm çi dike! Heta ku tu vegerî ba min, tîr û keviran navêje wan, rim û şûr li wan nede. Heta ku tu vegerî ba min, ne serma ne jî germa wê zirarê bidin te; tu yê dîl nekevî û îşkence jî nebînî.”
Min şûr û kevanê xwe hildan û xwe ji çûyînê re amade kir. Mezinê me Resûlûllah ji bo min wiha dua kir: “Allahê min, wî ji pêş û paş, ji rast û çep, ji jor û jêr biparêze.”
Ez ber bi muşrikan ve meşiyam. Wisa dimeşiyam mîna ku ez di hemamê de bim. Wellahî di dilê min de ne tirsek, ne serma, ne jî lerzek hebû. Dawiyê ez gihîştim leşkergeha muşrikan. Fermandar û giregirên wan di sîperekê de agir dadabû û xwe germ dikirin. Ebû Sufyan digot: “Divê em ji vir bar bikin û herin.” Hema hat bîra min ku wî li wir bikujim. Min ji tîrdanka xwe tîrek derxist û danî ser kevanê xwe. Min xwest ji ronahiya agir îstîfade bikim û lê bixim. Tam gava min dixwest bavêjim, hat bîra min ku Resûlûllah ferman kiribû: “Heta ku tu vegerî ba min, tu yê tu hadîseyê dernexî” û min dev ji kuştinê berda. Piştî vê min di xwe de cesareteke xurt dît. Ez nêzîkî muşrikan bûm û li ber agir rûniştim. Bayê dijwar ê ku mîna wî nehatibû dîtin û artêşa Allah teala ya ku nayê dîtin (melaîket), ya ku wê bikira bi wan dikir. Li ber bayê firaq û amanên wan diqelibîn, agir û ronahiyên wan ditefiyan, konên wan bi ser wan de dihatin xwarê. Carekê fermandarê artêşa muşrikan Ebû Sufyan rabû ser piyan û got: “Dibe ku di nav we de çavdêr û casûs hebin; hay ji xwe hebin, bila her kes binêre ka yê li ba wî kî ye! Bila her kes destê yê li kêleka xwe rûniştî bigire.” Ebû Sufyan hema bêje pê hesiyabû ku xerîbek ketiye nav wan. Min yekser destên xwe dirêj kirin, destên du kesên li rast û çepê xwe girtin û berî wan min navên wan pirsî. Bi vî awayî min nehişt ku ez bêm naskirin. Dawiyê Ebû Sufyan ji artêşa xwe re wiha got: “Gelî qureyşiyan! Hûn ne li cihekî ne ku mirov lê bisekine. Hesp û deveyan dest bi qirbûnê kir. Xelayê her der girt.
Hûn dibînin ku ji ber bayê çi hat serê me. Hema bar bikin û herin! Va ye ez diçim!” û li deveya xwe siwar bû. Artêşa muşrikan bi halekî perîşan da hev û ber bi Mekkeyê ve bi rê ket. Qûm û xîz bi ser wan de dibariya.14 Gava artêşa muşrikan da rê û çû, ez jî ber bi Mezinê me Resûlûllah ve meşiyam. Gava ez hatim nîvê rê, bi qasî bîst siwarên şaşikspî (melaîket) derketin pêşiya min. Ji min re got: “Xeberê bide Resûlûllah: Allah teala dijmin perîşan kir…” Gava ez vegeriyam ba Mezinê me Resûlûllah, li ser berekê nimêj dikir. Lê hema ku ez vegeriyam, ew halê min ê berî çûyînê, serma û lerz, dîsa dest pê kiribû. Mezinê me Resûlûllah piştî nimêjê pirsî ka min çi xeber aniye. Min jî ew halê perîşan ê ku muşrik ketibûnê û çûyîna wan jê re got. Resûlûllah bi vê xeberê gelek şa bû û bişirî. Ev çend roj bûn em bêxew bûn. Pêxemberê me ez jî birim ba xwe û serekî wê bera ku li ser xwe bû avêt ser min. Wê şevê me bi vî awayî sibeh kir. Di wextê seherê de Resûlûllah ez şiyar kirim. Gava bû sibeh, ji artêşa muşrikan şopek jî nemabû. Heta ku ew nêzîkî Mekkeyê bûn bayekî dijwar li pey wan hat û ji pişt xwe ve jî her dengên tekbîrê bihîstin.»
Gava muşrikên Qureyşê leşkergeha xwe hişt û reviyan, qebîleyên muşrik ên din jî, ku dabûn pey wan û hatibûn, Medîne hişt û çûn. Di nav keder û xema mexlûbiyeteke pir mezin de xeniqîn ku wê tu carî ji bîr nekin. Gava ew diketin vê hezîmetê, Mezinê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) û eshabên Wî yên bişan (radiyellahû anhûm) ji Allah teala re diçûn secdeya şukrê, hemd dikirin û şukrê xwe erz dikirin.
«Allahê min! Ji ber ku Te rehm li min û eshabên min kir, ez ji Te re şukir dikim» Hedîsa şerîf
Mucahid di nav dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!…» de berê xwe da riya Medîneya nûranî. Kuçeyên Medîneyê di kêliyekê de ji zarokan tijî bûbûn; derketibûn pêşiya Sultanê Kaînatê û bav, ap, xal û kekên xwe yên mubarek. Mezinê me Pêxember jî bi bişirînê bersiva wan dida… Di Xezweya Xendeqê de şeş şehîd hatibûn dayîn… Li ser vê xezweyê Allah teala di ayetên kerîme de bi mealî wiha ferman dike: «Allah teala ew kafir (ên Xezweya Xendeqê), bêyî ku bigihîjin tu xêr û zeferê, bi hêrsa wan ve paş ve zivirandin. Bi vî awayî Allah teala (bi melaîketan û bi bayê) di şer de (ji bo ku muweffeq bibin) têra muminan kir. Hêza Allah teala digihîje her tiştî. Ew Ezîz e, li ser her tiştî xalib e.»15
«Gelî yên ku îman anîne! Nîmetên Allah teala yên li ser xwe bînin bîra xwe. Wê gavê (di Xezweya Xendeqê de) artêşan êrîşî we kiribû, Me jî bayek û artêşên (ji melaîketan) ku we nedidîtin şandibûn ser wan…»16
Piştî vî şerî Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Êdî dor ya we ye. Ji niha û pê ve Qureyş nikare bi ser we de bê.»
Xezweya Benî Qureyze
