XEZWEYA BENÎ QUREYZE
Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava ji Xezweya Xendeqê vegeriya Medîneya Munewwere, hat mala Dêya me Hezreta Aîşe. Çek û zirxê xwe ji xwe kirin. Laşê Wî yê mubarek bi toz bûbû. Xwe şûşt. Di wê kêliyê de siwarek hat, di sûretê Hezretê Dihye de, zirx û çekên wî li ser wî. Ev Cebraîl eleyhisselam bû. Gava Mezinê me Pêxember çû ba wî, emir teblîx kir, got: «Ey Resûlê Allah teala! Cenabê Heq li te ferman dike ku tu yekser bi ser Benî Qureyze de biçî!» Sultanê Kaînatê da gazî Hezretê Bilal kirin û ev emrê xwe da ku bi Eshabê Kîram bide bihîstin: «Gelî eshabên min! Rabin, li hesp û deveyên xwe siwar bibin! Yên ku îtaet dikin, bila nimêja esrê li warê Benî Qureyze bikin!»
Mezinê me Hebîbê Ekrem yekser zirxê xwe li xwe kir û şûrê xwe girêda. Kumzirxê xwe kire serê xwe yê mubarek, mertalê xwe avêt pişta xwe, rima xwe girt destê xwe. Paşê li hespê xwe siwar bû. Çû nav eshabên xwe, ala Îslamê da Hezretê Elî û ew kir hêza pêşeng, şand ser keleha cihûyên Qureyze, ya ku li deşta hema li başûr-rojhilatê Medîneyê bû. Ebdullah Îbn Ummu Mektûm li Medîneyê wekîl hişt.1
Eshabên bişan Pêxemberê me yê delal xistin nava xwe û di nav tekbîrên «Allahû ekber! Allahû ekber!» de ji Medîneyê derketin. Di rê de rastî Benî Xenm hatin. Wan çekên xwe girêdabûn û li benda Mezinê me Resûlûllah bûn. Mezinê me Pêxember ji wan re ferman kir: «Kesek rastî we hat?» Wan jî got: «Ya Resûlellah! Dihyeyê Kelbî rastî me hat. Li hêstireke spî ya bi zîn siwar bûbû. Li ser wê hêstirê qedîfeyeke ji etlesê hebû.» Pêxemberê me yê delal ji wan re ferman kir:
«Ev Cebraîl e. Ji Benî Qureyze re hatiye şandin, da ku kelehên wan bihejîne û tirsê bavêje dilê wan…» Heta ku gihîştin keleha cihûyên Qureyze, hejmara artêşa Îslamê gihîştibû sê hezarî. Hezretê Elî ala Îslamê li ber keleha cihûyên Qureyze çikand. Cihûyan gava ev dît, li dijî Mezinê me Pêxember hin tişt gotin. Hezretê Elî çû û rewş ji Mezinê me re got. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) piştî ku bi sê hezar leşkerî hat wê derê, ji merhemeta xwe ew dawetî Îslamê kirin. Cihûyan ev teklîfa xweş qebûl nekir. Pêxemberê me yê delal teklîf kir û ferman kir: «Naxwe serî li ber emrê Allah teala û Resûlê Wî deynin, ji kelehê dakevin û teslîm bibin»; ev jî red kir.
Li ser vê yekê Mezinê Aleman ji seydayê tîravêjan Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas re ferman kir: «Ya Se’d! Pêş de here û tîran bi ser wan de bibarîne!» Hezretê Se’d û tîravêjên din di nav dengên tekbîrê de dest pê kir ku tîrên di tîrdankên xwe de bavêjin keleha cihûyan. Wan jî bi avêtina tîr û keviran bersiv da û dest bi şer kir. Ev gurûhê cihûyan, ê ku di halê qels ê mislimanan de ji paş ve li wan dixist û ji hesûdiya xwe pêxembertiya Muhemmed eleyhisselam qebûl nedikir, ne xwedî wê cesaretê bû ku deriyê kelehê veke û derkeve meydanê.
«Gelî eshabên min! Rabin, li hesp û deveyên xwe siwar bibin! Yên ku îtaet dikin, bila nimêja esrê li warê Benî Qureyze bikin!» Hedîsa şerîf
Şer bi şiklê muhasereyê didomiya. Munafiqên ku di nav leşkerê Îslamê de bûn jî bi dizî xeber dişandin kelehê û digot: «Zinhar teslîm nebin! Eger bixwazin ku hûn ji Medîneyê herin jî qebûl nekin! Eger hûn şer bidomînin, em ê bi hemû hêza xwe alîkariya we bikin û tu tiştê xwe ji we texsîr nekin. Eger we ji Medîneyê derxin, em ê jî bi we re derkevin û herin!…» Cihûyên ku bi vê xeberê li benda alîkariya munafiqan man, bi ezm û hêviyeke nû parastin domand. Muhasere dirêj bû; nêzîkî mehekê bû, lê ji munafiqan alîkarî nehat. Tirs kete dilê wan û da zanîn ku peymanekê dixwazin.
Ji bo girêdana peymanê cihûyek bi navê Nebbaş bin Qeys hat huzûra Mezinê me Resûlûllah û got: «Ya Muhemmed! Ew merhemeta ku te bi Benî Nedîr kir, bi me jî bike. Bila mal û çekên me yên te bin! Bes xwîna me nerijîne. Destûr bide ku em bi zarok û jinên xwe re ji warê xwe derkevin. Destûrê bide ku em ji bilî çekan ji bo her malbatekê barê deveyekê jî bi xwe re bibin!…» Mezinê Aleman ferman kir: «Na! Ez nikarim vê teklîfê qebûl bikim!» Vê carê got: «Me dev ji birina mal berda. Xwîna me nerijîne! Destûr bide ku em jin û zarokên xwe bibin!» Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Na! Ji bilî ku hûn bê qeyd û şert serî li ber hukmê min deynin, îtaet bikin û teslîm bibin, tu çareya we tune ye!» Nebbaşê cihû bi halekî perîşan vegeriya kelehê û ev axaftin neqil kirin. Benî Qureyze vê carê di nav bêhêvîtî û xemeke mezin de xeniqîn.2 Ji serokên wan Ke’b bin Esed hat însafê û ev îtîraf û teklîf ji qewmê xwe re kir: «Qewmê min! Wek ku hûn dibînin, felaketeke mezin hatiye serê me. Di vî halî de sê şîretên min wê ji we re hebin. Hûn dikarin ji van a ku bixwazin bibijêrin û li gorî wê tevbigerin! Ya yekem: Em bibin tabiê vî Zatî û pêxembertiya Wî qebûl bikin! Wellahî em hemû dizanin ku Ew ew pêxember e ku Allah şandiye û me wesfên Wî di kitêbên xwe de dîtine. Eger em bi Wî îman bînin, xwîna me, zarokên me, jinên me û malên me xelas dibin. Tekane sebebê ku em nabin tabiê Wî, hesûdiya me ya li hemberî ereban e û ew e ku Ew ne ji Benî Îsraîl e. Lê ev karek e ku Allah dizane. Werin, em bibin tabiê wî!…» Cihû hemû bi hev re li dij derketin û got: «Na! Em vê qebûl nakin û ji bilî xwe nabin tabiê tu kesî!»
Vê carê Ke’b teklîfa xwe ya duyem kir: «Em hemû zarok û jinên xwe bikujin; gava li pey me kesek nemîne ku em li ser bifikirin, em bi ser mislimanan de biçin û heta ku em bimirin şer bikin!…» Cihûyan ev jî red kir.
Ke’b di teklîfa xwe ya sêyem de got: «Îşev şeva şemiyê ye. Misliman dizanin ku em di vê şevê de şer nakin; loma dibe ku ewle û xafil bin. Em şûrên xwe bikişînin û hemû bi hev re ji derî derkevin. Bi serdegirtineke wiha belkî em karibin xalib bên!…»
Cihûyan got: «Em nikarin qedexeya xebatê ya roja şemiyê rakin!» û ev teklîf jî red kir. Tenê ji nav wan herdu bira Esîd û Se’lebe û pismamê wan Esed teklîfa pêşî qebûl kir û bi mislimanbûnê şerefdar bûn. Ji kelehê derketin û ketin nav Eshabê Kîram.3 Cihûyan demeke dirêj di nav xwe de munaqeşe kir. Di dawiyê de ala teslîmiyetê kişand û ji Mezinê me Pêxember xwest ku kesekî tayîn bike hekem, da ku li ser wan hukim bide. Mezinê me Resûlûllah jî ferman kir: «Ji eshabên min kê bixwazin, wî hekem bibijêrin.» Wan jî got: «Em bi wî hukmî razî ne ku Se’d bin Muaz bide.» Mezinê me Pêxember qebûl kir û ferman kir ku Hezretê Se’d bin Muaz bînin.
Se’d bin Muaz di Xezweya Xendeqê de giran birîndar bûbû. Mezinê me Resûlûllah ew li Mescîda Nebewî di konekî de dida dermankirin. Gava hekem hat bijartin, Hezretê Se’d bi darbestê birin keleha Qureyze. Di rê de Hezretê Se’d di ber xwe de digot: «Wellahî ez ê di riya Allah teala de guh nedim lomeya tu lomekarî!» Li huzûra Mezinê me Resûlûllah ew ji darbestê daxistin. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Se’d! Evan qebûl kir ku li gorî hukmê te teslîm bibin. De, hukmê xwe yê li ser wan ji min re bêje.» Se’d bin Muaz jî got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Bêguman Allah teala û Resûlê Wî ji hukimdanê re layiqtir in.» Mezinê me Resûlûllah jî ferman kir: «Allah teala li te ferman kiriye ku tu li ser van hukim bidî.» Hezretê Se’d ji cihûyan sozeke qetî stand ku ew ê bi hukmê wî razî bin. Herdu alî jî bi meraq li benda wî hukmî man ku wê bê dayîn. Li ser vê yekê Hezretê Se’d ev hukmê muezzem eşkere kir, ê ku bilindiya wî nîşan dida, mejiyê hestiyan dicemidand û layiqî şanê wî bû:
«Hukmê min ev e: bila li stûyê hemû mêrên aqil û balix bê xistin! Jin û zarokên wan bila dîl bên girtin, malên wan jî bila di nav mislimanan de bên parvekirin!…»
Li hemberî vî hukmê qetî cihû cemidîn û man. Çimkî di kitêba wan bi xwe de cezayê ku ji yên wiha zêdegaviyê dikin re tê dayîn eynî wisa bû; tê de wiha dinivîsî: «Gava tu ji bo şer bigihîjî bajarekî, wan dawetî sulhê bike. Eger vê qebûl bikin û deriyên xwe vekin, bila hemû yên di hundir de xeracê bidin te û xizmeta te bikin. Eger biryara şer bidin, wan muhasere bike. Gava tu bi îhsana Allah teala li wan xalib bêyî, hemû mêrên wan di ber şûr re derbas bike. Jinên wan, zarokên wan û malên wan xenîmet bigire!…»
Ji ber ku hukmê Hezretê Se’d bin Muaz li hukmê îlahî hat, Mezinê Aleman, Pêxemberê me yê delal ew pîroz kir û teqdîra xwe wiha da zanîn: «Te li ser wan hukmek da ku li hukmê Allah teala tê, ê ku di Lewhê Mehfûzê li ser heft qat asîmanan de ye!»
Cihûyan nikarîn li dijî vî hukmê ku di kitêba wan bi xwe de hatibû diyarkirin îtîraz bikin. Destên hemû mêrên aqil û balix bi stûyên wan ve girêdan û ew birin Medîneyê. Roja din bi emrê Resûlûllah Hezretê Elî û Hezretê Zubeyr hukim bi cih anî. Zarok, jin û mal di nav Eshabê Kîram de par kirin.4 Bi vî awayî Medîne û derdora wê ji vî qewmê hîlekar, xayîn û fesadker paqij bû, ê ku di wextên herî teng ên mislimanan de ji paş ve li wan dixist, hemû peyman xera dikirin û ji zarokatiya Mezinê me Pêxember ve dixebitî ku Wî ji holê rake. Di nav dîlan de jinek gihîşt seadeta mislimanbûnê. Ev xanima bi navê Reyhane jî ketibû para Mezinê me Pêxember. Mezinê me Resûlûllah ew serbest hişt: bixwaze bila li ser dînê xwe bimîne, bixwaze bila bibe misliman. Reyhaneyê jî got: «Ez dixwazim li ser dînê xwe bimînim.» Şandin mala Ummu Munzir. Paşê bi şîret û xîreta Se’lebe bin Saye Îslamiyet bi dilê wê bû. Li ser vê yekê Pêxemberê me ji Reyhaneyê re ferman kir: «Tu dixwazî riya Allah teala û Resûlê Wî bigirî? Ez wisa munasib dibînim.» Reyhaneyê jî got: «Belê.» Pêxemberê me yê delal bi vê kirina wê gelek şa bû; ji bo ku ew jî şa bibe û dereceya wê li Cennetê pir bilind be, merhemet kir, ew azad kir û ji bo hevsertiyê qebûl kir. Mehra wê da û ew bi nîkah girt. Daweta wan jî li mala Ummu Munzir çêbû. Bi vî awayî Reyhane (radiyellahû anha) gihîşt wê şerefê ku bibe dêya hemû mislimanan.5
«Na! Ji bilî ku hûn bê qeyd û şert serî li ber hukmê min deynin, îtaet bikin û teslîm bibin, tu çareya we tune ye!» Hedîsa şerîf
Şehadeta Se’d bin Muaz
Piştî ku Se’d bin Muaz hukmê li ser cihûyên Benî Qureyze da, ew dîsa birin konê wî. Birîna wî giran bûbû û halê wî xerabtir bûbû. Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) hat ba wî, ew hembêz kir û wiha dua kir: «Allahê min! Se’d ji bo rizaya Te di riya Te de cîhad kir. Resûlê Te jî tesdîq kir. Hêsaniyê li wî îhsan bike…» Hezretê Se’d bin Muaz gava ev gotinên Pêxemberê me yê delal ên mubarek bihîstin, çavên xwe vekirin û bi pistînî got: «Ya Resûlellah! Silav û hurmetên min ji te re. Ez şahidiyê dikim ku tu pêxemberê Allah teala yî.» Piştî vê xizmên Se’d bin Muaz ew ji konê ku lê dima birin mala Benî Ebduleşhel. Wê şevê halê wî pir giran bûbû. Cebraîl eleyhisselam hat ba Mezinê me Pêxember û got: «Ya Resûlellah! Ew kî ye ku îşev ji ummeta te wefat kiriye û mizgîniya wefata wî di nav melaîketan de hatiye dayîn?» Li ser vê yekê Sultanê Kaînatê yekser halê Se’d bin Muaz pirsî. Gotin ku ew birine mala wî. Mezinê me Pêxember bi hinek ji Eshabê Kîram re çû ba Se’d bin Muaz. Ji ber ku di rê de pir bi lez diçûn, Eshabê Kîram got: «Em westiyan, ya Resûlellah!» Mezinê me Pêxember jî sebebê lezkirina xwe wiha da zanîn: «Çawa ku melaîket di cenazeyê Henzele de berî me amade bûn, ew ê di cenazeyê Se’d de jî berî me amade bin. Em ê berî wan negihîjin.»
Gava Mezinê me Pêxember hat ba Se’d bin Muaz, dît ku wefat kiriye. Li ber serê wî sekinî, kunyeya Se’d bin Muaz got û ferman kir: «Ey Ebû Emr! Tu yê herî baş ê reîsan bûyî. Bila Allah teala seadet, bereket û xelata herî bixêr bide te! Te soza ku dabû Allah teala bi cih anî. Allah teala jî wê tiştê ku soz daye te bide te!» Di vê navê de dêya Se’d bin Muaz bi girî ev beyt xwend:6
Wê çawa tehemmul bike, wey li dêya wî ya reben!
Sebir divê; ez li ser tiştê ku hatiye serê min digirîm!
Eslem bin Haris jî wiha vegotiye: «Resûlûllah hat mala Se’d bin Muaz. Em li ber derî li bendê bûn. Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ket hundir; gavên xwe gelek fireh diavêtin û dimeşiya. Em jî li pey meşiyan. Gava Resûlûllah îşaret kir ku em bisekinin, em sekinîn û vegeriyan. Li hundir ji cenazeyê Se’d pê ve kes tune bû. Resûlûllah demekê li hundir ma, paşê derket derve. Ez ketibûm meraqê; min pirsî: “Ya Resûlellah! Hikmeta wê çi ye ku te gavên xwe fireh diavêtin û dimeşiyayî?” Li ser vê yekê ferman kir: “Ez di meclîseke ewqas qelebalix de nebûme. (Melaîket tijî bûbûn.) Melaîketekî ez hildam ser baskê xwe, îcar ez karîm rûnim.” Paşê kunyeya Se’d bin Muaz got û ferman kir: “Li te afiyet be, ya Eba Emr! Li te afiyet be, ya Eba Emr! Li te afiyet be, ya Eba Emr!”»
Wefata wî Resûlûllah û Eshabê Kîram gelek xemgîn kirin; hêstir rijandin û giriyan. Hemû Eshabê Kîram li cenazeyê wî civiyan. Pêxemberê me yê delal îmametiya nimêja cenazeyê wî kir û cenazeyê wî hilgirt. Eshabê Kîram gava cenazeyê Se’d bin Muaz hildigirt got: «Ya Resûlellah! Me cenazeyekî ku wiha bi hêsanî tê hilgirtin nedîtiye!» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Melaîket daketine, ew wî hildigirin.» Gava cenazeyê wî diçû, munafiqan jî ji bo ku xerab bêjin got: «Çiqas jî sivik e!»; hingê Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Heftê hezar melaîket daketin cenazeyê Se’d. Heta niha ewqas bi qelebalixî daneketibûn ser rûyê erdê.»
Ebû Seîdê Xudrî neqil kiriye ku bapîrê wî wiha gotiye: «Yek ji wan ên ku qebra Se’d bin Muaz kolan jî ez bûm. Gava me dest bi kolana qebrê ji bo wî kir, ji qebrê bêhna miskê li derdorê belav bû!» Şurehbîl bin Hesene jî wiha gotiye: «Dema Se’d bin Muaz dihat definkirin, yekî ji qebra wî kulmek ax hildabû. Paşê gava ew bir mala xwe, ew ax bû misk. Gava cenazeyê wî dadixistin qebrê, Pêxemberê me li ber serê qebrê rûnişt, çavên Wî yên mubarek tijî hêstir bûn, riha xwe ya mubarek bi destê xwe girt û gelek xemgîn bû. Ferman kir: “Ji ber wefata Se’d bin Muaz Erş hejiya.”» Carekê cilekî pir bi qîmet diyarî Pêxemberê me kiribûn. Gava Eshabê Kîram got çiqas xweş e, ferman kiribû: «Destmalên Se’d bin Muaz ên li Cennetê ji vê xweştir in.»
Ebû Sufyan li tolê digere
Ebû Sufyan piştî ku ji Xezweya Xendeqê vegeriya, rojekê di nav qebîleya xwe de rûniştibû; ji wan re got: «Ma kesek tune ku tola me ji Muhemmed hilîne!» Bedewiyekî ev gotin bihîst û çû ba Ebû Sufyan. Got: «Eger tu hewcedariya min bi cih bînî, ez ê vî karî bikim. Hem rê baş dizanim, hem jî xencereke min a tûj heye. Tirsa min ji tu kesî jî tune.» Ebû Sufyan hewcedariyên wî bi cih anîn û daxwazên wî pêk anîn. Deveyek anî, teslîmî wî kir û jê re got ku vê meseleyê veşêre. Gundî bi şev ji Mekkeyê derket û di demeke kurt de gihîşt Medîneyê. Hîn bû ku Pêxember eleyhisselam li ba qebîleya Benî Ebduleşhel e. Deveya xwe li cihekî girêda û peya çû wê derê. Pêxember eleyhisselam li mizgefta wê qebîleyê şîret dikir. Gava gundî ji dûr ve dît, ferman kir: «Di vî kesê ku tê de fikreke xerab heye. Lê lutf û îhsana Allah teala wê di navbera min û wî de bibe perde.»
Gundî ber bi Resûlûllah ve meşiya. Di vê navê de Useyd bin Hudeyr ew girt û paş ve kişand. Got: «Ji Resûlûllah dûr be, ey mel’ûn» û destê xwe bir ber kembera wî. Xencera li ber pişta wî dît. Fêm kir ku niyeta wî xerab e. Gundî xwe avêt lingên Useyd û kir hawar: «Dest nede xwîna min.» Useyd ew bir ba Resûlûllah. Pêxember eleyhisselam ferman kir: «Ey gundî, rastiyê bêje, tu kî yî? Ji gotina rast pê ve tiştek fêdeyê nade te. Eger tu derewan bikî, Allah teala fikra te bi min daye zanîn.» Gundî eman xwest û rewş got. Bi emrê Resûlûllah eleyhisselam ew hepis kirin.
Roja din da anîn ba xwe û ferman kir: «Min eman da te, tu bi ku de diçî here. Lê ez tiştekî ji vê efdeltir teklîfî te bikim.» Gundî got: «Çi ye?» Pêxember eleyhisselam ferman kir: «Ez dixwazim ku tu şahidiyê li ser yekîtiya Allah û rîsaleta min bikî.» Gundî yekser Kelîmeya Şehadetê anî û got: «Ya Resûlellah, ez qet ji tu kesî neditirsiyam. Gava min tu dîtî, aqil ji serê min çû. Tu bi tiştê di dilê min de hesiyayî. Ji bilî min û Ebû Sufyan kesî ev nedizanî. Min fêm kir ku tu Resûlê Allah î û di hifza Wî de yî; fikra Ebû Sufyan fikreke şeytanî ye.»
«Allahê min! Se’d ji bo rizaya Te di riya Te de cîhad kir. Resûlê Te jî tesdîq kir. Hêsaniyê li wî îhsan bike» Hedîsa şerîf
Gava ji Ebû Sufyan xerabiyeke wiha derket, Seydayê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) li Emr Îbn Umeyye û Demre bin Eslem ferman kir ku herin Mekkeyê û eger firsendekê bibînin Ebû Sufyan bikujin. Ew herdu sehabî gihîştin Heremê û gava tewaf dikir cariyeyekê ew nas kirin. Kir hawar û got: «Gelî mekkeyiyan, xafil nebin, ev Emr û Îbn Umeyye ne.» Gava xelkê ew nas kirin, herdu ji hev veqetiyan. Emr ket şikefteke çiyayên Mekkeyê û xwe veşart. Îbn Eslem jî çû Medîneyê. Piştî çend rojan Emr jî ji şikeftê derket. Du casûsên Ebû Sufyan derketin pêşiya wî. Wî yek ji wan bi tîrê xist û helak kir. Yê din baz da. Paşê sax û silamet gihîşt Medîneyê. Ebû Sufyan gava bi van hesiya gelek tirsiya.
Hin bûyerên girîng ên sala pêncan a hicretê
Mezinê me Resûlê Ekrem di meha Zilqe’deyê de bi Zeyneb bint Cehş re zewicî.7 Vê salê ayetên kerîme yên hîcabê hatin û li jinên misliman tesettur hat emirkirin.8 Qebîleya Muzeyne, ku li nêzîkî Medîneya Munewwere dijiya, heyetek şand, bû misliman û ji muhaciran hat hesibandin.9 Dîsa vê salê erdhej û heyvgirtin çêbûn. Herwiha hec jî vê salê hat ferzkirin. Piştî Xezweya Xendeqê hin ji qebîleyên derdorê hêza Dewleta Îslamê qebûl kir. Êdî dest pê kir ku bifikirin ku riya herî rast ew e ku bi mislimanan re dost bin, heta bibin misliman. Hinek hatin huzûra Mezinê me Pêxember û bi mislimanbûnê şerefdar bûn.
Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo belavbûna dînê Îslamê ji eshabên xwe deste pêk anîn û şandin ku qebîleyên derdorê dawetî Îslamê bikin. Ew bi xwe çû ba hin qebîleyan. Qebîleyên wek xelkê Dûmetul-Cendelê şîretên ku li wan hatin kirin qebûl kirin û bûn misliman. Qebîleyên wek Xetafanî û Benî Lihyan jî tirsiyan ku rûbirûyî leşkerê Îslamê bibin û reviyan. Bi vî awayî çavê qebîleyên derdorê hat tirsandin.
Xezweya Benî Lihyan
Muşrikan Asim bin Sabit, Xubeyb bin Ediy û hevalên wan (radiyellahû anhûm ecmeîn) di bûyera Recî’ê de şehîd kiribûn. Mezinê me Pêxember bi vê yekê gelek mehzûn û perîşan bûbû. Li benda wextekî munasib bû ku hesabê vê kirinê ji Benî Lihyan bipirse. Çimkî wan xayîntî kiribû. Gava şert pêk hatin, bi hêzeke du sed kesî bi ser Benî Lihyan de bi rê ket. Li Medîneyê Ebdullah Îbn Ummu Mektûm li şûna xwe wekîl hişt. Ji bo ku dijmin şaş bike wisa kir ku qey diçe Şamê û hat ser ava Recî’ê, ku ew mumin lê şehîd bûbûn. Li wir ji bo Asim û hevalên wî ji Cenabê Heq mexfîret xwest. Xelkê Benî Lihyan gava bihîst ku leşkerê Îslamê tê, reviyan çiyayan.
Rojekê li wir man. Leşker şandin derdorê. Tevî hemû lêgerînan nehatin dîtin. Ev tirs têra wan kiribû. Paşê gihîştin Usfanê. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji Hezretê Ebûbekr (radiyellahû anhû) re ferman kir: «Bi hêzeke deh kesî heta Xemîmê li derdorê bigerin û vegerin.» Kafiran dengê leşkerê Îslamê bihîst, tirs kete dilê wan. Di çiyayan de winda bûn. Rastî tu kesî nehatin. Lê ev sefer ji bo muşrikên derdorê wek wesîqeyeke hakimiyetê bû. Paşê vegeriyan Medîneyê. Ev sefer çardeh rojan dom kir.
Xezweya Xabeyê
Jê re Xezweya Qered jî tê gotin. Bîst deveyên Resûlûllah ên bi têjik hebûn. Kurê Ebû Zer (radiyellahû anhû) ew li çolê diçêrandin. Ji qebîleya Fezare yekî bi navê Uyeyne bin Hisn şeva çarşemê bi çil siwaran re hat; wan Îbn Ebî Zer şehîd kir. Deve jî dan pêşiya xwe û birin.
Gava ev xeber gihîşt Resûlûllah, Ebdullah Îbn Ummu Mektûm li Medîneyê li şûna xwe wekîl hişt. Ew bi xwe bi pênc sed siwarî bi rê ket. Ala da Hezretê Miqdad bin Eswed (radiyellahû anhû), ew bi hinek eshaban re kir pêşeng û şand pêş. Seleme bin Ekwa (radiyellahû anhû) jî şand ser kafiran. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) li cihê ku jê re Zî Qered tê gotin baregeh danî.
Hêza pêşeng gihîşt dawiya dijmin. Ebû Qetade (radiyellahû anhû) kafirê bi navê Mes’edeyê Fezarî kuşt. Ukkaşe (radiyellahû anhû) jî kafirekî bi navê Îbban bin Emr kuşt. Ji ehlê Îslamê kesek şehîd bû. Seleme bin Ekwa (radiyellahû anhû) da pey kafiran. Tîr pir xweş diavêt. Ji mel’ûnan gelek kes kuştin, gelek jî birîndar kirin. Eşyayên wan ên zêde bi wan da hiştin. Deh deve ji destê kafiran standin. Gava Ebû Qetade (radiyellahû anhû) hat baregehê, Resûlûllah ji bo wî wiha dua kir: «Allahê min! Sihetê bide Ebû Qetade û wî heta dawiya temenê wî zindî û xurt bide jiyandin!» Resûlûllah hesp û çeka Mes’edeyê Fezarî da Hezretê Ebû Qetade. Piştî Ebû Qetade Seleme bin Ekwa jî hat. Du hespên ku ji muşrikan mabûn jî pê re bûn. Pêxemberê me ew jî qebûl kir û pîroz kir, paşê ferman kir: «Îro yê herî bixêr ê siwarên me Ebû Qetade ye, yê herî bixêr ê peyayên me jî Seleme bin Ekwa ye.»
Ev sefer ji bo muşrikên ku bi cur’eteke mezin dest dirêjî malê Pêxember kiribûn û ji bo qebîleyên din bû derseke ku wê ji bîr nekin. Şevek û rojekê li Zî Qeredê man. Paşê vegeriyan Medîneyê. Ev sefer pênc rojan dom kir.
«Destmalên Se’d bin Muaz ên li Cennetê ji vê xweştir in» Hedîsa şerîf
Hatina te rehmet û zewq û sefa ye, ya Resûlellah,
Zuhûra te ji derdê aşiqan re dewa ye, ya Resûlellah.
Tu nebî bûyî, hîn Adem di nav av û heriyê de bû;
Tu bibî îmamê enbiyayan rewa ye, ya Resûlellah.
Kemala zumreya kamilan bi nûra te çêbûye;
Wucûda te mezherê tam ê Xwedê ye, ya Resûlellah.
Bi te gihîştin zat û cure cure lezzetan;
Karê te ji ehlê hacetan re eta ye, ya Resûlellah.
Şefaetê ji Hudayî re bike, çi zahir çi batin:
Gedayek e ku xwe bi deriyê te ve girêdaye, ya Resûlellah!
Ezîz Mehmûd Hudayî
