Duaya baranê
Di sala şeşan a hicretê de xelayeke dijwar çêbûbû, ji asîman yek dilop jî neketibû. Ji ber vê yekê giya li erdê şîn nebûbû, mirov û heywan ketibûn tengasiya birçîbûnê. Di îneke meha Remezana şerîf de mirada xwe ji Pêxemberê me yê delal re got: «Ya Resûlellah! Xwezî te dua bikira û Allah teala baran îhsan bikira!…» Mezinê me Pêxember bi eshabên xwe re derket sehrayê û bêyî ku ezan bê xwendin û qamet bê kirin du rikat nimêj kir. Mezinê me Pêxember rîdaya xwe ya mubarek berevajî kir û tekbîr anî. Paşê destên xwe yên mubarek ewqas bilind kirin ku di nav huçikan re binçengên Wî yên mubarek xuya bûn û dest bi duayê kir: «Ey Allahê min! Baranê li me îhsan bike!…» Eshabê Kîram jî digot: «Amîn! Amîn!» Di wê kêliyê de asîman gelek zelal bû, ewrek jî tune bû. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem dua dikir, bayek rabû û dîtin ku ewran asîman girt. Paşê baraneke hûr hûr dest pê kir. Mezinê Aleman vê carê wiha dua kir: «Allahê min! Vê baranê bi gurî bibarîne û ji bo me bike xêr!» Di wê kêliyê de baran bi gurî dest bi barînê kir. Di cilên Mezinê me Pêxember û Eshabê Kîram de cihekî şil nebûyî nema. Heta ku gihîştin malê, avê her der kir gol. Her kes di nav avê re dimeşiya. Baran didomiya. Wê rojê, roja din… Roja din… Di wextê îna din de Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah! Malên me ji ber ava baranê dest bi hilweşînê kir, heywanên me jî dest bi xeniqînê kir. Xwezî te ji Allah teala re dua bikira û baran bisekiniya!…» Pêxemberê me yê delal bişirî, destên xwe yên mubarek bilind kirin û wiha dua kir:
«Ya Rebbî! Vê baranê bişîne ser zeviyan, ser cihên ku dar lê şîn dibin, ser newalan!» Di wê kêliyê de barana ku hefteyekê bariyabû sekinî û cihên ku ji bo wan dua hatibû kirin dest bi şilbûnê kir.
Alem di nûrê de xerq bûn
Şeva ku Muhemmed hat dinyayê;
Mumin û munafiq ji hev ferq bûn
Şeva ku Muhemmed hat dinyayê.
Ji asîman nûr hat avêtin erdê,
Heft û Çil tev lê bûn,
Zimanê keşe hat girtin
Şeva ku Muhemmed hat dinyayê.
«Îro yê herî bixêr ê siwarên me Ebû Qetade ye, yê herî bixêr ê peyayên me jî Seleme bin Ekwa ye» Hedîsa şerîf
