BÛYERA HUDEYBIYEYÊ
Niyet umre, aqûbet Hudeybiye
Meha Zilqe’deyê ya sala şeşan a hicretê bû. Şevekê Mezinê me Nebiyê muhterem (sellellahû eleyhî we sellem) di xewna xwe de dît ku bi Eshabê Kîram re diçin Mekkeya Mukerreme û Kabeya Muezzeme tewaf dikin, hinek porê xwe kurt dikin, hinek jî dikurînin. Gava Mezinê me Resûlûllah ev xewna xwe ji eshabên xwe re got, ew gelek bi heyecan bûn. Ji hicretê vir ve wê cara pêşî biçûna Mekkeyê, wî warê xwe yê xweş ku lê hatibûn dinyayê û mezin bûbûn û bi bîranînên şîrîn û tehl tijî bû. Wê Kabeya muqeddes ziyaret bikirana û tewaf bikirana, a ku di pênc wextên nimêjê de berê xwe didanê û hesreta wê dikişandin. Ev çi mizgîniyeke xweş bû… Eshabê Kîram hema ku ev mizgîniya Pêxemberê me yê delal stand: «Hûn ê bêguman bikevin Mescîdul-Heramê!», yekser dest bi amadekariyan kir. Mezinê me Hebîbê Ekrem piştî ku amadekariyên xwe qedandin, Ebdullah Îbn Ummu Mektûm li Medîneyê wekîl hişt. Di duşema pêşî ya meha Zilqe’deyê de li deveya xwe ya bi navê Qeswa siwar bû. Bi hezar û çar sed eshabên xwe yên ku amade bûbûn re xatir ji yên ku li Medîneyê diman xwest. Niyeta umreyê kir û ber bi Mekkeyê, wî beldeyê muqeddes, ve meşiyan. Şûrên xwe, ku çeka rêwiyan e, û heftê deve ji bo serjêkirinê bi xwe re biribûn. Du sed ji karwanê siwar bûn, çar jî sehabiyên jin bûn. Yek ji jinan Dêya me Hezreta Ummu Seleme bû, hevsera Pêxemberê me yê delal a mubarek û mutehher. Gava hatin cihê mîqatê yê ku jê re Zul-Huleyfe tê gotin, ketin îhramê û nimêja nîvro kir. Paşê guhên deveyên ku wê bên serjêkirin nîşan kirin û werîs bi stûyên wan ve girêdan. Naciye bin Cundubê Eslemî, bi alîkarên ku danê re, li ser deveyan hat wezîfedarkirin. Ebbad bin Bişr kir fermandarê komeke siwar a bîst kesî û ji bo keşfê şand pêş. Bişr bin Sufyan jî kir qasid û şand Mekkeyê.1 Pêxemberê me yê delal û eshabên qehreman, ên ku cilên îhramê li xwe kiribûn, di nav spîtiyê de dest pê kir ku ji Allah teala re hemd bikin, bilindiya şanê Wî tesdîq bikin û li ber Wî bigerin:
«Lebbeyk! Allahumme lebbeyk! Lebbeyk! La şerîke leke lebbeyk! Înnel-hemde wen-nî’mete leke wel-mulk, la şerîke lek!»
(Ferman bike, Allahê min, ferman bike! Min bi gotin û bi dilê xwe car bi car bersiva daweta Te da, serî li ber emrê Te danî. Şirîkê Te tune ye, min bi hemû hebûna xwe berê xwe da Te. Hemd û nîmet mexsûsî Te ne. Mulk jî yê Te ye. Hevparê Te tune ye.) Bi vê telbiyeya mubarek erd û asîman dinaliyan, Zul-Huleyfe dikete nav hewayeke nûranî. Her kes bi heyecan bûbû; ji bo ku zûtir bigihîjin Mekkeyê ji Zul-Huleyfeyê bi rê ketibûn.
Di rê de Hezretê Umer û Hezretê Se’d bin Ubade nêzîkî Mezinê me Hebîbê Ekrem bûn û endîşeya xwe got: «Ya Resûlellah! Ma em ê bêçek biçin ser wan kesên ku bi te re di halê şer de ne? Em ditirsin ku qureyşî êrîşî te bikin û zirarekê bigihînin wucûda te ya mubarek!…» Serwerê herdu cîhanan ji wan re ferman kir: «Min niyeta umreyê kiriye. Di vî halî de ez naxwazim çekan hilgirim.»
Rêwîtî bi aramî derbas dibû. Di rê de li qebîleyên cihê cihê disekinîn û Mezinê me Pêxember ew dawetî Îslamê dikirin. Hinekan xwe ji qebûlkirinê dida paş, hinekan jî diyarî dişandin. Bi vî awayî nîvê rê derbas kiribûn û hatibûn wî cihê li pişt Usfanê ku jê re Xedîrul-Eştat tê gotin. Li vir Hezretê Bişr bin Sufyan, ê ku berê hatibû wezîfedarkirin da ku xeberê bibe ji mekkeyiyan re, bi qureyşiyan re hev dîtibû û vegeriyabû. Tiştên ku dîtibûn ji Mezinê me Pêxember re wiha got: «Ya Resûlellah! Qureyşiyan bihîstiye ku tu têyî. Ji tirsan ziyafet dane qebîleyên derdorê û alîkariya wan xwestine. Hêzeke siwar a du sed kesî ji bo keşfê ber bi we ve dane rê. Qebîleyên derdorê ev daxwaz qebûl kirine û li cihê Beldehê bûne yek. Gelek leşker lê civandine û sond xwarine ku we nexin Mekkeyê.»
Mezinê Aleman bi vê xeberê gelek muteessir bû û ferman kir: «Qureyş helak bû. Jixwe şer ew xwarine û qedandine… Ma muşrikên Qureyşê guman dikin ku hêzek li ba wan heye? Wellahî heta ku Allah teala vî dînê ku ez ji bo belavkirina wî şandime hakim û serdest bike, heta ku serê min ji gewdeyê min veqete, ez ê tu carî ji şerê bi wan re paş ve nesekinim!» Paşê berê xwe da eshabên xwe yên qehreman û rey û dîtina wan di vê meseleyê de pirsî. Eshabên bişan, ên ku bi hemû hebûna xwe xwe dabûn Resûlûllah, got: «Allah teala û Resûlê Wî çêtir dizanin. Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Em bi niyeta tewafa Beytullahê derketine rê. Em ne ji bo kuştina kesekî, ne jî ji bo şer hatine. Lê eger bixwazin ku nehêlin em Kabeyê ziyaret bikin, em ê bêguman bi wan re şer bikin û bigihîjin hedefa xwe!…» Ev halê Eshabê Kîram ê bi biryar li Pêxemberê me yê delal xweş hat. Ferman kir: «De naxwe bi navê şerîf ê Allah teala bimeşin!…» Sehabiyan li dora Mezinê me Pêxember bi gotina «Lebbeyk! Allahumme lebbeyk!…» telbiye û bi gotina «Allahû ekber! Allahû ekber!…» tekbîr anî û ber bi Mekkeyê ve pêş de çûn.
Rojekê di wextê nîvro de Bilalê Hebeşî bi hemû xweşiya dengê xwe Ezana Muhemmedî xwendibû û dabû zanîn ku wextê nimêjê hatiye. Di vê navê de hêza siwar a Qureyşê ya du sed kesî gihîştibû wê derê, ketibû navbera Mekkeyê û sehabiyan û ji êrîşê re amade sekinîbû. Dîsa jî Mezinê Aleman bi eshabên xwe yên bilind re bûn sef û rabûn nimêjê. Li pişt Pêxemberê me yê delal nêzîkî hezar û çar sed eshab bi sef û bêliv di qiyamê de disekinîn, xwar dibûn rukûyê; ev dîmenek bû ku hêjayî dîtinê bû. Nemaze çûyîna wan a secdeyê hemû bi hev re, dişibiya xwarbûn û rastbûna çiyayekî biheybet.
«Ji bo heqê Allah teala, Qureyş çi ji min bixwaze, bi şertê tazîma Beyta şerîf ez qebûl dikim» Hedîsa şerîf
Sefera Hudeybiyeyê
Wan li huzûra Allah teala eniyên xwe yên bişeref li axê dixistin û tewazû nîşan didan; vê yekê muhebbeta Îslamê xist dilê hin siwarên Qureyşê. Gava Eshabê Kîram selam da û ji nimêjê derketin, fermandarê siwarên Qureyşê kovan kir: «Eger me ji vî halê mislimanan îstîfade bikira û bi ser wan de bigirta, me yê piraniya wan bikuşta!… Çima me êrîşî wan nekir dema ew di nimêjê de bûn?»; paşê ji hevalên xwe re da zanîn ku vê carê ew ê firsendê ji dest nedin, got: «Meraq nekin. Çawa be ew ê dîsa rabin nimêjeke din, a ku ji can û zarokên wan jî li ba wan şîrîntir e!…» Allah teala ev gotinên wan bi Cebraîl eleyhisselam wehy şand û bi Mezinê me Pêxember da zanîn. Di ayeta kerîme ya ku hat de wiha ferman dikir: «(Ey Hebîbê Min!) Gava tu jî di nav wan de bî û (li hemberî dijmin) nimêjê bi wan (bi eshabên xwe) bidî kirin, (wan bike du beş,) bila beşek ji wan bi te re (di nimêjê de, ya din jî li hemberî dijmin) bisekine. Bila çekên xwe bi xwe re bigirin. Yên ku bi te re di nimêjê de ne û rikatek kirine, bila (xwe ji kirinên ku nimêjê xera dikin biparêzin û) herin hemberî dijmin. Piştî vê bila beşa din a ku hîn nimêja xwe nekiriye bê û rikata duyem bi te re bike; bila ew jî zirxên xwe, aletên xwe yên parastinê û çekên xwe bi xwe re bigirin. (Bila teşehhudê bi te re bixwînin. Gava te selam da, bila ew bêyî ku selamê bidin herin hemberî dijmin; yên ku pêşî rikatek kirine bila vegerin, bi serê xwe rikateke din bikin û selamê bidin. Yên ku rikata duyem bi îmam re kirine jî bila dîsa bên, rikateke din bikin, nimêjê temam bikin û selamê bidin.) Kafir dixwazin ku hûn ji çek û eşyayên xwe xafil bin, da ku ji nişka ve bi ser we de bigirin… Eger ji ber baranê tengasiyek bigihîje we an hûn nexweş bin, di danîna çekên we de li ser we tu webal tune ye. Lê dîsa jî hemû tedbîrên îhtiyatê bigirin. Bêguman Allah teala ji kafiran re ezabekî ku wan rezîl û heqîr dike amade kiriye.»2 Di wextê esrê de, gava Hezretê Bilal ezan xwend, siwarên Qureyşê dîsa di navbera Mekkeyê û Eshabê Kîram de ji êrîşê re amade sekinîn. Mezinê me Pêxember îmametiya nimêjê ji eshabên xwe re wek ku di ayeta kerîme de hatibû diyarkirin kir. Muşrik li vê nimêjkirina mislimanan a bi tedbîr ecêbmayî man. Allah teala tirs xist dilê wan. Newêrîn tu tiştî bikin. Ji bo ku xeberê bibin Mekkeyê ji wir çûn. Mezinê me Pêxember û eshabên Wî jî ji vir ber bi Mekkeyê ve bi rê ketin. Gava hatin sînorê Mekkeya muqeddes, Qeswa, deveya Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem), bêyî tu sebebekî zahirî ji nişka ve çok da. Ji bo ku wê rakin gelek xebitîn, lê ranebû. Li ser vê yekê Mezinê me Sultanê Kaînatê ferman kir: «Xûyekî wê yê wiha yê çokdanê tune ye. Lê Allah teala, ê ku demekê fîl (ê Ebrehe) ji ketina Mekkeyê girt û nehişt, niha jî Qeswa girt û nehişt. Sond bi Allah teala, ê ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, Qureyş ji wan tiştên ku Allah teala kirina wan di hundirê Heremê de heram kiriye (wek dev ji şer û xwînrijandinê berdan) kîjanê ji min bixwaze bila bixwaze, ez ê bêguman vê daxwaza wan bi cih bînim!»
Piştî vê xwestin Qeswayê rakin. Deve bi carekê rabû ser xwe. Neket hundirê sînorên Heremê; li cihê Hudeybiyeyê sekinî, ku tam li ser sînor e. Mezinê me Pêxember bi Eshabê Kîram re li vî cihê ku ava wî kêm bû danî.
«Ma muşrikên Qureyşê guman dikin ku hêzek li ba wan heye? Wellahî heta ku Allah teala vî dînê ku ez ji bo belavkirina wî şandime hakim û serdest bike, heta ku serê min ji gewdeyê min veqete, ez ê tu carî ji şerê bi wan re paş ve nesekinim!» Hedîsa şerîf
Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) konê xwe li derveyî sînorê Mekkeya mubarek da vedan. Bi eshabên xwe re li vir li bendê man. Gava wext dihat, nimêjên xwe di hundirê sînorê Mekkeya Mukerreme de dikirin. Di bîran de ava vexwarin û bikaranînê nemabû. Tenê di misînê Mezinê me Pêxember de hebû. Sehabiyên ku ketibûn halekî zehmet got: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Li ba me tenê di misînê te de av heye. Em mehf bûn.»
Mezinê Aleman ferman kir: «Heta ku ez di nav we de bim, hûn mehf nabin.» Paşê bi gotina «Bismillah» destê xwe yê mubarek danî ser misîn. Paşê rakir û gava ferman kir: «Bigirin!…», ji nav tiliyên Wî yên mubarek wek kaniyê av herikî. Eshabê Kîram têr û tijî av vexwar, destnimêj girt, hemû meşkên xwe tijî kirin, hesp û deveyên xwe av dan. Pêxemberê me yê delal, deryaya merhemetê, ku bi bişirîn li eshabên xwe temaşe dikir, hemd ji Allah teala re kir. Hezretê Cabir bin Ebdullah, ku wê rojê li wir amade bû, wiha ferman kir: «Em hezar û çar sed kes bûn. Eger em sed hezar kes jî bûna, ew av wê têra me hemûyan bikira.»
Bîata Ridwanê
Dema Mezinê me Resûlê Ekrem li Hudeybiyeyê bû, Budeyl, reîsê qebîleya Xuzae, ya ku ji mêj ve bi mislimanan re dost bû, hat huzûrê û da zanîn ku artêşa Qureyşê bi tevlîbûna qebîleyên derdorê li Hudeybiyeyê daniye û sond xwarine ku heta artêşa wan belav bibe şer bikin. Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Em ji bo şerê bi tu kesî re nehatine vir. Em tenê hatine ku umreyê bikin, Kabeya Muezzeme tewaf û ziyaret bikin. Dîsa jî kî rabe me ji ziyareta Beytullahê bide paş, em ê bi wî re şer bikin. Bêguman şeran Qureyş gelek westandiye, bêhêz kiriye û gelek zirar gihandiyê. Eger ew bixwazin, ez ji wan re muddeteke mutarekeyê tayîn bikim. Di vê muddetê de bila ji aliyê min ve di emniyetê de bin. Bila ew nekevin navbera min û qebîleyên din. Bila min bi wan re bi tenê bihêlin. Eger ez li wan qebîleyan xalib bêm û Cenabê Heq jî hîdayetê li wan îhsan bike û bibin misliman, muşrikên Qureyşê eger bixwazin dikarin wek wan bibin misliman. Eger ez, wek ku ew guman dikin, nikaribim li komên din xalib bêm, hingê ew bi xwe jî gihîştine rehetiyê û hêz qezenc kirine. Eger muşrikên Qureyşê van qebûl nekin û rabin bi min re şer bikin, sond bi Allah teala, ê ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, ez ê di riya vî dînê ku ez dixebitim belav bikim de heta ku serê min ji gewdeyê min veqete bi wan re şer bikim. Hingê Allah teala jî wê bêguman soza xwe ya ku wê alîkariya min bike bi cih bîne!»
Budeyl, reîsê qebîleya Xuzae, bi rê ket ku tiştên Mezinê me Pêxember ferman kirine bigihîne leşkergeha Qureyşê. Muşrikan piştî ku ji Budeyl guhdarî kir ka Mezinê me Resûlûllah çi ferman kiriye, ji giregirên xwe Urwe bin Mes’ûd ji bo hevdîtinê şand ba Mezinê me Pêxember. Gava Urwe da zanîn ku Qureyş bi qetî biryar daye ku tu kesî nexe Mekkeyê, Mezinê me Hebîbê Ekrem ferman kir: «Ya Urwe! Ji bo Allah bêje! Ma mirov rê li ber serjêkirina van deveyên qurbanê, li ber ziyaret û tewafa vê Kabeya Muezzeme digire?»; paşê tiştên ku ji reîsê qebîleya Xuzae re ferman kiribûn ji Urwe re jî gotin.
Urwe ji aliyekî ve li Mezinê me Pêxember guhdarî dikir, ji aliyê din ve jî bala xwe dida hal û tevgerên Eshabê Kîram, muameleya wan a bi hev re û bi Mezinê Aleman re, hurmet û îhtirama wan. Piştî ku teklîfa Pêxemberê me yê delal guhdarî kir, rabû û meşiya ku vê ji qureyşiyan re bibêje. Çû ba wan û got: «Gelî cemaeta Qureyşê! Hûn dizanin ku ez bi qasidî çûme huzûra gelek hukumdarên wek Qeyser, Necaşî û Kisra. Sond dixwim ku heta niha min nedîtiye ku ew hurmet û îhtirama mislimanan a ji Muhemmed re ji tu hukumdarî re hatibe kirin. Ji sehabiyên wî yek jî bêyî ku ji wî destûrê bistîne napeyive; eger mûyek ji serê wî bikeve, direvînin û ji bo bereketê di paşila xwe de vedişêrin. Gava li ba wî dipeyivin, dengê xwe ewqas nizm dikin ku nayê bihîstin. Ji hurmeta xwe ya ji Wî re nikarin li rûyê Wî binêrin û çavên xwe berdidin ber xwe. Eger Ew îşaretekê bide eshabên xwe an emrekî bike, bi canê wan be jî dixebitin ku bi cih bînin.
Gelî cemaeta Qureyşê! Hûn çiqas dest bavêjin şûrên xwe û serî li hemû çareyan bidin jî, ew mûyekî Pêxemberê xwe jî teslîmî we nakin. Heta nahêlin ku tu zirar bigihîjê û kes destê xwe jî pê bike. Hal ev e. Ji vir û pê ve baş bifikirin! Hal wiha ye, û Muhemmed mutarekeyeke baş teklîfî me dike; jê îstîfade bikin!»
Muşrikên qureyşî ev gotin qebûl nekirin, bi Urwe re hişk tevgeriyan û dilê wî hişt. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava ji baregeha Qureyşê xeberek nehat, Xiraş bin Umeyye kir qasid û şand ku teklîfên Wî dubare bike. Muşrik bi qasidê Îslamê re gelek hişk tevgeriyan. Deveya wî serjê kir û xwar, ji bo ku wî bikujin bi ser de çûn. Xiraş bin Umeyye, ku bi zor ji destê wan xelas bû, gava hat huzûra Mezinê me Pêxember û rewş got, Mezinê me bi vê heqareta ku li qasidê xwe hatibû kirin gelek xemgîn bû. Di vê navê de ji baregeha muşrikan Huleys, reîsê qebîleya Ehabîş, xuya bû. Ber bi Mezinê me Pêxember ve dihat. Muşrikan ew kiribû qasid. Pêxemberê me yê delal gava dît ku Huleys tê, ferman kir: «Ev ê ku tê ji qewmekî ye ku hurmeta qurbanê digire û li ser bicihanîna emrên Allah teala û kirina îbadetê xîret dike. (Gelî eshabên min!) Deveyên qurbanê ber bi wî ve bajon, bila bibîne!» Eshabê Kîram deveyên qurbanê ber bi wî ve berdan û telbiye anîn, got: «Lebbeyk! Allahumme lebbeyk!» Huleys gava qurbanên ku stûyên wan girêdayî û guhên wan nîşankirî bûn dîtin, demeke dirêj li wan nêrî. Çavên wî tijî hêstir bûn û bi dengekî xemgîn ê ku ji kûrahiya rûhê wî dihat, nikarî xwe bigire û got: «Ji tewaf û ziyareta Kabeyê pê ve tu niyeta mislimanan tune ye. Astengkirina wan ji vê çi kirineke xerab e! Sond bi Rebbê Kabeyê, qureyşî wê ji ber vê kirina xwe ya şaş helak bibin!» Mezinê Aleman gava ev gotin bihîstin, ferman kir: «Belê, wisa ye, ey birayê ji Benî Kinane.» Huleys ji şerma xwe ne tenê nikarî bê huzûra Mezinê me Resûlûllah, nikarî li rûyê Wî yê mubarek jî binêre. Vegeriya baregeha Qureyşê. Tiştên ku dîtibûn gotin û fikra xwe eşkere got: «Ez rast nabînim ku hûn Wî ji ziyareta Kabeyê asteng bikin.» Muşrikên Qureyşê gelek hêrs bûn û Huleys bi cahiliyê tawanbar kir.
«Ya Urwe! Ji bo Allah bêje! Ma mirov rê li ber serjêkirina van deveyên qurbanê, li ber ziyaret û tewafa vê Kabeya Muezzeme digire?» Hedîsa şerîf
Vê carê muşrikan Mikrez bin Hefs, ê ku bi xedariya xwe nav dabû, kir qasid û şand. Wî jî bersiva xwe stand û vegeriya. Piştî qasidiya Mikrez muşrik ketin tirsê ku misliman ji nişka ve bi ser wan de bigirin.
Mezinê me Pêxember nedixwest kar nîvco bihêle û dixwest yekî ji eshabên xwe bişîne ku li ba qureyşiyan xwedî îtîbar be. Di dawiyê de biryar da ku Hezretê Osman bê şandin. Pêxemberê me yê delal ji Osman bin Effan re ferman kir: «Bêje: “Em ji bo şerê bi tu kesî re nehatine vir. Em tenê hatine ku Kabeya Muezzeme tewaf û ziyaret bikin. Em ê deveyên qurbanê yên li ba xwe serjê bikin û vegerin”, û wan dawetî Îslamê bike!» Herwiha lê şîret kir ku mizgîniyê bide mislimanên li Mekkeyê ku Mekke wê di demeke nêzîk de bê fetihkirin.3
Hezretê Osman çû ba muşrikan û tiştên ku Mezinê me Pêxember ferman kiribûn eynî wisa gotin. Wan teklîfa Hezretê Osman jî qebûl nekir. Gotin ku eger bixwaze tenê ew dikare Beytullahê tewaf bike. Hezretê Osman jî wiha ferman kir: «Heta ku Resûl eleyhisselam Beytullahê tewaf neke, ez jî nakim!» Muşrikên ku bi vê yekê gelek hêrs bûn, ew li ba xwe girtin. Ev xeber bi vî şiklî gihîşt eshaban: «Osman hat şehîdkirin.» Gava rewş ji Mezinê me Pêxember re got, gelek xemgîn bû û ferman kir: «Eger ev xeber rast be, heta ku em bi vî qewmî re şer nekin em ji vir naçin.» Paşê li bin dara bi navê Semure ya ku li wir bû rûnişt û eshabên xwe dawetî bîatê kirin, ferman kir: «Allah teala li min ferman kir ku hûn bîatê bi min bikin.» Eshabên qehreman destên xwe danîn ser destê Mezinê me Pêxember ê mubarek û soz da: «Me bîat kir ku heta Allah teala zeferê li te îhsan bike, em li pêşiya te şer bi şer fethê pêk bînin an di vê rê de şehîd bibin.» Mezinê me Pêxember destekî xwe danî ser destê xwe yê din û bi navê Hezretê Osman, ê ku li wir tune bû, bi xwe bîat kir. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) bi vê bîata eshabên xwe gelek memnûn bû û ferman kir: «Ji yên ku bi rastî li bin darê bîat kirine yek jî wê nekeve Cehennemê.» Ji vê bîatê re «Bîata Ridwanê» hat gotin.4 Eshabê Kîram (radiyellahû anhûm) êdî şûrên xwe kişandibûn, di cihê xwe de nedisekinîn û li benda îşareteke Resûl eleyhisselam bûn. Di vê navê de casûsên Qureyşê yên ku çav li baregeha Îslamê digerandin, dîtibûn ku mucahidan bîat bi Pêxemberê me yê delal kiriye ku di vê rê de heta şerbeta şehadetê vexwin şer bikin, û amadekariyê dikin. Yekser çûn baregeha Qureyşê û çi qewimîbû gotin. Mezinê me Pêxember ji bo her îhtîmalê bi şev nobedar dihiştin ku eshabên Wî biparêzin. Şevekê ji wan rojên ku Hezretê Osman girtî bû, gurûhekî muşrikan ê pêncî kesî di bin serokatiya Mikrez de êrîş kir, da ku leşkerên Îslamê di xew de bigire. Wê şevê Muhemmed bin Mesleme û hevalên wî nobedar bûn. Kafirên ku hatin, piştî têkoşîneke kurt hemû girtin û girêdan. Tenê Mikrez karî bireve. Dîl anîn huzûra Mezinê me Resûlûllah. Hinek hepis kirin, hinek jî efû kirin. Muşrikan şeva din jî xwest bi ser de bigirin, lê dîsa hatin girtin. Mezinê me Pêxember ew jî efû kirin û berdan.
Sulhnameya Hudeybiyeyê
Gava artêşa kafiran fêm kir ku artêşa Îslamê şev û roj ji şer re amade li bendê ye û dikare her kêliyê êrîş bike, tirs kete dilê wê. Dît ku ji lihevkirinê pê ve tu rê tune ye û bi lez heyeteke qasidan bijart. Ji vê heyeta ku di bin serokatiya Suheyl bin Emr de hat bijartin re got: «Bi wî şertî peymanê girêdin ku îsal nekevin Mekkeyê.»
Pêxemberê me yê delal qasidên Qureyşê qebûl kirin. Daxwaza pêşî ya qasidan ew bû ku zilamên wan ên hepiskirî bên berdan. Mezinê Aleman jî ferman kir: «Heta ku hûn eshabên min ên ku we li Mekkeyê girtine bernedin, ez van zilamên we bernadim!» Suheyl got: «Bi rastî te bi me re gelek bi edalet û însaf muamele kir» û kir ku Hezretê Osman, ê ku li Mekkeyê hatibû girtin, û bi qasî deh eshabên ku berê hepis kiribûn bên berdan. Piştî vê muşrikên ku di dema serdegirtinê de hatibûn girtin û hepiskirin hatin berdan.
Piştî axaftinên dirêj li hev kirin. Dor hatibû nivîsandinê. Hezretê Elî ji bo katibiyê hat bijartin. Ji bo nivîsandina sulhnameyê kaxez û dîwît hatin amadekirin. Mezinê me Hebîbullah, ê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, ji Hezretê Elî re ferman kir: «Binivîse:
“Bismillahirrehmanirrehîm!”» Suheyl yekser li dijî vê derket û got: «Sond dixwim ku ez nizanim gotina Rehman tê çi maneyê. Wisa nenivîse; binivîse Bismike Allahumme! An na ez nêzîkî sulhê nabim!» Mezinê me Pêxember di çêbûna sulhê de hikmetên pir mezin didîtin. Ji ber vê yekê ferman kir: «“Bismike Allahumme” jî xweş e» û li Hezretê Elî ferman kir ku wisa binivîse. Piştî ku hat nivîsandin, gava Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ev ew made ne ku Muhemmed Resûlûllah bi Suheyl bin Emr re li ser wan li hev kiriye û sulh kiriye û ji bo ku herdu alî şertên wan bi cih bînin îmze kiriye», dîtin ku Suheyl destê Hezretê Elî girt; berê xwe da Mezinê me Pêxember û got: «Em sond dixwin, eger me qebûl bikira ku tu Resûlûllah î, em li dijî te dernediketin û me nedihişt ku tu ji ziyareta Kabeyê bimînî. Ji ber vê yekê li şûna Resûlûllah binivîse Muhemmedê kurê Ebdullah!»
Mezinê me Pêxember ew jî qebûl kir û ferman kir: «Wellahî hûn min derewîn derxin jî, ez dîsa bê şik Resûlê Allah teala me. Nivîsandina navê min û navê bavê min pêxembertiya min ranake. Ya Elî! Wê jê bibe, binivîse Muhemmed bin Ebdullah.»
Dilê yekî ji Eshabê Kîram jî bi jêbirina peyva Resûlûllah razî nebû. Di kêliyekê de her tişt ji bîr kirin û got: «Ya Elî! Binivîse Muhemmed Resûlûllah, an na navbera me û van muşrikan tenê şûr hel dike!…» Mezinê me Pêxember bi vê xîreta eshabên xwe memnûn bû, lê bi destên xwe yên mubarek îşaret kir ku bêdeng bin. Gava li Hezretê Elî ferman kir ku jê bibe, wî lêborîn xwest û got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Destê min nagere ku ez vî sifetê te yê mubarek jê bibim!…» Pêxemberê me yê delal xwest ku wî cihî nîşan bide. Gava nîşan da, ji destê wî girt, bi tiliya xwe ya mubarek jê bir û da nivîsandin kurê Ebdullah. Paşê dest bi nivîsandina madeyan kir. 1) Peyman wê deh salan derbasdar be, di vê demê de herdu alî wê bi hev re şer nekin.
«Ji yên ku bi rastî li bin darê bîat kirine yek jî wê nekeve Cehennemê» Hedîsa şerîf
Misliman wê îsal Kabeyê ziyaret nekin. Lê salek paşê wê karibin ziyaret bikin. 3) Mislimanên ku tên ziyareta Kabeyê wê sê rojan bimînin û ji çeka rêwiyan pê ve wê tu çek bi wan re nebe. 4) Dema misliman Kabeyê tewaf dikin, muşrikên mekkeyî wê ji Kabeyê derkevin derve û bihêlin ku ew bi serbestî tewaf bikin.
Eger yek ji qureyşiyan bibe misliman û bêyî destûra weliyê xwe here Medîneyê, wê bê vegerandin; eger yek ji mislimanan derbasî aliyê Qureyşê bibe û here Mekkeyê, wê neyê vegerandin. Gava Hezretê Umer ji bo vê madeyê pirsî: «Ya Resûlellah! Ma tu yê vî şertî jî qebûl bikî?», Pêxemberê me yê delal bişirî û ferman kir: «Belê. Bila Allah teala yên ku ji me herin ba wan ji me dûr bike!»
Eger yek ji eshaban bi niyeta hec an umreyê bê Mekkeyê, can û malê wî wê di emniyetê de be.
Eger yek ji muşrikan, dema diçe Şamê, Misirê an cihekî din, li Medîneyê bisekine, can û malê wî jî wê di emniyetê de be.
Qebîleyên ereb ên din wê karibin bikevin himayeya aliyê ku dixwazin; wê serbest bin ku bi mislimanan re an bi muşrikan re bibin yek.5
Dor hatibû îmzekirina peymanê. Di wê navê de dîtin ku yek zincîrên lingên xwe bi dû xwe de dikişîne û ber bi artêşa Îslamê ve tê. Nêzîk bû, nêzîk bû û qîriya: «Min xelas bikin!…» Reîsê heyeta Qureyşê gava ev deng bihîst, yekser ji cihê xwe pekiya. Çiqilekî dareke bi strî girt destê xwe û dest pê kir ku li ser û rûyê wî bixe. Wî hemû hêza xwe da hev, xwe avêt ber çokên Mezinê me Resûlûllah ên mubarek û lava kir: «Min xelas bike, ya Resûlellah!» Ev mislimanek bû ku ji ber ku li Mekkeyê bi mislimantiyê şerefdar bûbû, bavê wî ew xistibû zincîran. Her roj îşkenceyên giran lê dikirin û zor didanê ku ji pûtan re îbadet bike. Ji çûyîna muşrikan a Hudeybiyeyê îstîfade kiribû, zincîrên xwe qetandibûn, bêyî ku kes wî bibîne ji Mekkeyê derketibû û xwe avêtibû nav mislimanan. Ev kesê mubarek ê ku gihîştibû hîdayetê Hezretê Ebû Cendel bû, kurê Suheyl, reîsê heyeta muşrikan. Suheyl kurê xwe Ebû Cendel nîşanî Mezinê me Pêxember da û got: «Li gorî peymana ku me hinekî berê nivîsî, zilamê pêşî yê ku tu yê li min vegerînî ev e!»
Mezinê me Pêxember û sehabî gelek muteessir bûbûn. Her kes bi meraq li bendê bû ka Mezinê me Resûlûllah wê çi bersivê bide. Li aliyekî sulhname, li aliyekî sehabiyekî di bin îşkenceyê de… Mezinê Aleman ji Suheyl re ferman kir: «Me hîn ev sulhname îmze nekiriye!» Suheyl înad kir, got: «Ya Muhemmed! Me madeyên peymanê berî ku kurê min bê vir nivîsîbûn û qedandibûn. Eger tu kurê min venegerînî, ez jî tu carî binê sulhnameyê îmze nakim!» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ji bo xatirê min wî li derveyî peymanê bihêle», lê muşrikan ev qebûl nekir. Gava Suheyl bin Emr kurê xwe kaş dikir û dibir, Ebû Cendel dikir hawar: «Ya Resûlellah! Gelî birayên min ên misliman!… Ez bi mislimanbûnê şerefdar bûm û min xwe avêt bextê we, ma hûn min teslîmî muşrikan dikin? Ma hûn rewa dibînin ku her roj îşkenceyên ku mirov nikare li ber bisekine li min bên kirin? Ya Resûlellah! Ma hûn min vedigerînin da ku min ji dînê min vegerînin?!…»
Li ber vê lavaya ku dil dişewitand sebir pir zehmet bû. Sehabiyên ku dilê wan birîndar bûbû dest bi girî kir. Çavên Pêxemberê me yê delal ên mubarek jî, ku deryaya merhemetê bû, tijî hêstir bûbûn. Çû ba Suheyl û rica kir: «Were, neke! Wî bibexşîne min!» Lê Suheyl bersiv da: «Ne mumkin e, nabexşînim!» Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal dilê wî xweş kir û ferman kir: «Ey Ebû Cendel! Hinekî din sebir bike! Li ber tiştên ku li te tên kirin teyax bike! Xelata van ji Allah teala bixwaze. Allah teala bêguman wê firehiyekê, rêyeke xelasiyê li te û li mislimanên wek te yên zeîf û bêkes îhsan bike»; û ferman kir: «Li me nayê ku em li ser soza xwe nesekinin.» Wî jî got: «Baş e, ya Resûlellah» û da zanîn ku wê sebir bike.
Muşrikên di heyetê de jî li ber vê bûyera dilşewat xwe negirtin û got: «Ey Muhemmed! Ji bo xatirê te em Ebû Cendel digirin bin himayeya xwe. Em ê nehêlin ku Suheyl îşkenceyê lê bike!»
Piştî vê Mezinê me Resûlûllah û Eshabê Kîram hinekî rihet bûn. (Suheyl bin Emr piştî fetha Mekkeyê bû misliman û bû ji Eshabê Kîram.) Sulhname du nusxe hat nivîsandin û herdu aliyan îmze kir. Muşrik vegeriyan baregeha xwe.6 Heyeta Qureyşê ji ber van madeyên ku wisa xuya dikirin ku li dijî mislimanan in gelek şa bû. Lê berevajî, ev sulhname ji bo muminan zefereke mezin bû û ev made di lehê mislimanan de bûn. Berî her tiştî qebûl dikir ku misliman dewletek in. Eger muşrikek ji Mekkeyê ji bo ticaretê an tiştekî din here Şamê an Misirê û li Medîneyê bisekine, can û malê wî wê di emniyetê de bûya. Bi vî awayî muşrikan wê jiyana mislimanan ji nêzîk ve bidîta, li ber edaleta Îslamê û muameleya xweş a eshaban a bi hev re heyran bimana û ji Îslamiyetê hez bikirana. Di dawiyê de wê bibûna misliman û biketana nav sefên sehabiyan. Bi vê peymana ku diviyabû deh salan bidome, misliman wê zêde bibûna û xurt bibûna. Îslamiyet wê li her derê belav bibûya. Lê ji bo madeya «Eger yek ji qureyşiyan bibe misliman û bixwaze xwe bispêre Medîneyê, wê bê vegerandin» Mezinê me Pêxember muteessir bûbû û ferman kiribû: «Allah teala bêguman wê ji wan re firehiyekê, rêyeke xelasiyê biafirîne»… Êdî tu karê ku bi muşrikan re bê kirin nemabû. Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ji Eshabê Kîram re ferman kir: «Rabin! Qurbanên xwe serjê bikin. Piştî ku we serê xwe kur kir ji îhramê derkevin.» Mezinê me Pêxember berî her kesî qurbana xwe serjê kir. Paşê berberê Wî Hezretê Xiraş bin Umeyye serê Wî kur kir. Eshabê Kîram ew porê mubarek hîn neketibû erdê di hewayê de ji hev revand û ji bo bereketê hilanî. Sehabiyan jî qurbanên xwe serjê kirin; hinekan porê xwe da kurkirin, hinekan da kurtkirin.7
«Ey Ebû Cendel! Hinekî din sebir bike! Li ber tiştên ku li te tên kirin teyax bike! Xelata van ji Allah teala bixwaze. Allah teala bêguman wê firehiyekê, rêyeke xelasiyê li te û li mislimanên wek te yên zeîf û bêkes îhsan bike» Hedîsa şerîf
Bi qasî bîst rojan li Hudeybiyeyê mabûn. Mezinê me Pêxember bi hevalên xwe re bi rê ket ku vegere Medîneyê. Di rê de Allah teala Sûreyê Fetih ji Mezinê me Pêxember re wehy kir û mizgînî da ku wê nîmet û alîkariya xwe temam bike. Di wan rojan de ku Sultanê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) bi zefer Medîneya nûranî şerefdar kiribû, Ebû Besîr, ji qebîleya Seqîf a Qureyşê, bi mislimanbûnê şerefdar bûbû. Ebû Besîr fêm kir ku nikare di nav muşrikan de bijî û peya hat Medîneyê. Li gorî peymana Hudeybiyeyê jî ji Medîneyê veqetiya û li cihê ku jê re Îs tê gotin, li perava Deryaya Sor, bi cih bû.8
Ev der li ser wê riya ticaretê bû ku muşrikên Qureyşê pê re diçûn Şamê. Piştî vê, yên ku ji Qureyşê dibûn misliman Mekke dihiştin û ne diçûn Medîneyê, diçûn Îsê, ba Ebû Besîr. Yê pêşî ji van Hezretê Ebû Cendel bû. Êdî yên din dan pey. Bûn pêncî kes, sed kes, du sed, sê sed kes. Karwanê Qureyşê gava diçû Şamê mecbûr dima ku di vir re derbas bibe. Hezretê Ebû Besîr bi mislimanên li ba xwe re muşrikên ku di vir re derbas dibûn digirtin û ji wan dixwestin ku bibin misliman. Bi yên ku nedibûn misliman re şer dikir û ew dixistin halekî zehmet. Muşrikên mekkeyî gava dît ku êdî riyên ticareta Şamê hatine birîn, heyetek şand Medîneyê. Lava kir ku ev madeya sulhnameya Hudeybiyeyê bê rakirin: «Eger yek ji qureyşiyan bibe misliman û bêyî destûra weliyê xwe here Medîneyê, wê bê vegerandin!…» Mezinê me Pêxember merhemet kir û ev daxwaza wan qebûl kir. Bi vî awayî riyên ticareta Şamê yên qureyşiyan vebûn. Misliman jî di berdêla sebra xwe de hatin Medîneyê, ba Mezinê me Pêxember.
EY XWEŞIKÊ XWEŞIKAN!
Ey xweşikê xweşikan, te ez bi sewdaya xwe şewitandim!
Çavê min tiştekî nabîne, aqilê min her kêlî bi xeyala te ye!
Tu şahê «Qabe qewseyn» î, ez jî koleyekî ji rê derketî;
Ev şaşmayî wê çawa bêje ku bibe mêvanê te?
Te bi rehm carekê nêrî û dilên mirî vejandin;
Min xwe spart merhemeta te ya bêdawî û li deriyê te da!
Tu kaniya qenciyê yî, deryaya dermanan î!
Dilopekê li min lutf bike, ez ji derdê xwe re bêderman mam!
Her kes tê Mekkeyê, Kabeyê, Sefa û Merweyê;
Ez jî ji bo te di ser çiya û giran re derbas bûm!
Şeva çûyî di xewnekê de serê min gihîşt asîmanan:
Min guman kir xulamên ber deriyê te pê li stûyê min kirin!
Ey Hezretê Camî, bilbilê delalê min!
Ji nav şiîrên te min ev beyt bijart û hilda:
«Wek kûçikên gurî yên ku zimanê wan daleqiyaye,
Bi hêviya dilopekê ez hatim deryaya îhsana te.»
Mewlana Xalidê Bexdadî (quddîse sirruh)
«Bêguman Me fetheke eşkere li te îhsan kir» Fetih: 1
Nameyên dawetê yên Mezinê me Resûlûllah
Roj li alemê nedida
Eger ew can nehata;
Ronahî nedida alemê
Eger ew kêliya mewlûdê nebûya.
Bi bilûrê nedihat stiran,
Bi şahî, cemala wî ya gulîn,
Eger bi nûra ku li dil dide
Nebûya laşekî mucessem.
Eyyûbî
