NAMEYÊN DAWETÊ
Nameyên ku ji hukumdaran re hatin şandin
Mezinê me Nebiyê muhterem sellellahû eleyhî we sellem piştî ku ji Hudeybiyeyê vegeriya, dixwest ku Îslam li hemû dinyayê belav bibe, mirov ji ezabê Cehennemê xelas bibin û bigihîjin seadeta heqîqî. Çimkî Ew ji hemû alemê re rehmet hatibû şandin. Ji ber vê yekê fikirî ku qasidan bişîne ba hukumdarên derdorê û wan dawetî Îslamê bike. Ber bi dawiya meha Zilhicceyê ya sala şeşan a hicrî ve, di serê meha Muherremê ya sala heftan de, Emr bin Umeyye (radiyellahû anhû) şand ba hukumdarê Hebeşê; Dihyeyê Kelbî (radiyellahû anhû) ba yê Rûmê; Hatib bin Ebî Belte’e (radiyellahû anhû) ba hukumdarê Misirê; herwiha bi heman wezîfeyê Ebdullah bin Huzafe (radiyellahû anhû) şand ba hukumdarê Îranê; Şuca bin Wehb (radiyellahû anhû) şand Xessanê; Selît bin Emr (radiyellahû anhû) şand Yemameyê; Elayê Hedremî jî şand ba Munzir bin Sawî, emîrê Behreynê.1 Ev qasid yên herî bijarte yên Eshabê Kîram bûn. Yên ku sûret û gotinên wan herî xweş bûn ew bûn. Ji her hukumdarekî re cuda cuda nameyên dawetê yên Îslamê hatin nivîsandin. Pêxemberê me yê delal binê nameyan bi mohra xwe mohr kir; li ser qaşa gustîla Wî ya zîvîn ji jêr ber bi jor ve di sê rêzan de «Muhemmed, Resûl, Allah» hatibû nivîsandin. Qasidên ku wê biçûna ba hukumdaran, bi mucîzeyeke Mezinê me Pêxember, serê sibê wisa rabûn ku zimanê wê dewleta ku wê biçûnê hîn bûbûn.2
Name ji Necaşî Eshame re
Hezretê Emr bin Umeyye, ku wê biçûya Hebeşistanê, wê ji Necaşî Eshame ev jî bixwesta ku Eshabê Kîram ên berê hicret kiribûn wê derê bişîne Medîneyê. Mezinê me Resûlûllah du name ji Necaşî re şandibûn. Emr bin Umeyye di demeke kurt de gihîşt Hebeşistanê û derket huzûra melîk Necaşî Eshame. Pêşî nameya yekem pêşkêş kir. Necaşî ji textê xwe daket; name bi hurmet û muhebbeteke pir mezin girt. Maç kir, da ser rû û çavên xwe, paşê vekir û da xwendin: «Bismillahirrehmanirrehîm! Ji Muhemmed eleyhisselam, resûlê Allah teala, ji bo Necaşî Eshame, melîkê Hebeşê!… Silav li wî be ku tabiê hîdayetê bûye!…
«Ey hukumdar! Ez te dawet dikim ku tu bi Allah teala îman bînî, ê ku hevta û şirîkê Wî tune ye, ji Wî re îbadet bikî, bibî tabiê min û bi tiştên ku Allah teala ji min re şandine bawer bikî. Çimkî ez resûlê Allah teala me ku bi teblîxkirina van memûr im» Pêxemberê me yê delal Muhemmed eleyhisselam
Nameyek ji wan nameyên ku Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem)
ji hukumdaran re şandine
Mohra li binê çepê yê nameyê: di sê rêzan de îbareyên «Muhemmed, Resûl, Allah» ji jêr ber bi jor ve hatine nivîsandin. Ev mohra ku li ser qaşa gustîleke zîvîn hatibû kolan, li binê her nameyeke dawetê ya ku dihat şandin dihat xistin. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ev gustîl kir mohra humayûn û heta ku axret bi hatina xwe şerefdar kir bi kar anî. Paşê bû mohra Hezretê Ebûbekr, piştî wî ya Hezretê Umer û ya sêyem ya Hezretê Osman di dema xîlafeta wan de. Hezretê Osman tenê şeş mehan karî wê bi kar bîne. Rojekê gustîl ji tiliya Xelîfe şemitî û ket Bîra Erîsê. Tevî hemû lêgerînan bi tu awayî nehat dîtin.
Ey Hukumdar! Ez selameta te dixwazim û ji ber nîmetên Wî yên li ser te hemd ji Allah teala re dikim. Ji Wî pê ve tu îlah tune ye. Ew Melîk e (di hemû kaînatê de xwediyê teserrufê tenê Ew e). Quddûs e (ji her cure eyb û kêmasiyê berî ye). Selam e (evdên xwe ji hemû xeteran di selametê de digire). Mumin e (emniyetê dide). Muheymin e (her tiştî dişopîne û diparêze).
Ez şahidiyê dikim ku Îsa (eleyhisselam) rûh û kelîmeya Allah teala ye, ku Wî gihandiye Meryemê, a ku pir pak û xwedî îffet bû û bi temamî xwe ji her cure jiyana dinyayê kişandibû. Bi vî awayî ew bi Îsa hemîle ma. Allah teala çawa ku Adem bi qudreta xwe afirandiye, Îsa jî wisa afirandiye.
Ey hukumdar! Ez te dawet dikim ku tu bi Allah teala îman bînî, ê ku hevta û şirîkê Wî tune ye, ji Wî re îbadet bikî, bibî tabiê min û bi tiştên ku Allah teala ji min re şandine bawer bikî. Çimkî ez resûlê Allah teala me ku bi teblîxkirina van memûr im. Niha min teblîxata ku ji te re lazim e kiriye û ew şîreta ku seadeta dinya û axretê pêk tîne li te kiriye. Şîreta min qebûl bikin! Silav li wan be ku gihîştine hîdayetê û riya rast dîtine.»
Hukumdar Eshame bi edeb û tewazûyeke mezin li nameya Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem guhdarî kir, yekser Kelîmeya Şehadetê anî û bû misliman:
«Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we resûluh.» Paşê got: «Sond dixwim ku Ew ew pêxember e ku ehlê kitêbê, cihû û xiristiyan, li benda hatina Wî bûn û pêxemberên berê mizgîniya hatina Wî dabû. Eger îmkana min hebûya ku ez herim ba Wî, ez ê bêguman biçûma û bi xizmeta Wî şerefdar bibûma!» Name bi hurmet danî nav qutiyeke xweşik û got: «Heta ku ev name li vir bin, xêr û bereket ji Hebeşê naçe.»3 Necaşî Eshame emrên ku di nameya duyem de hatibûn dayîn bi hurmet xwendin û li ser emrê nebewî Dêya me Ummu Hebîbe, hevsera Pêxemberê me yê delal a mubarek, li Resûlê Ekrem mehr kir. Paşê bi qasî du mehan mêvandariya Dêya me Ummu Hebîbe û Eshabê Kîram ên li wir kir, dû re ew li keştiyan siwar kirin û bi gelek diyariyan şandin Medîneyê. Di nameya ku şand de dida zanîn ku îman aniye.
Name ji Împaratorê Rûmê Herakliyûs re
Hezretê Dihyeyê Kelbî jî hatibû wezîfedarkirin ku împaratorê Rûmê dawetî Îslamê bike. Wê name bida Haris, hukumdarê Xessanî yê li Busrayê, wî jî wê bişanda ji împaratorê Rûmê Herakliyûs re. Hezretê Dihye nameya dawetê ya Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem bi hurmeteke mezin girt û bi lez hat Busrayê. Bi Haris re hev dît û rewş jê re got. Haris Edî bin Hatim, ê ku hîn nebûbû misliman, kir hevalê Dihye û ew şandin ba Herakliyûs, ê ku wê gavê li Qudsê bû. Herdu bi hev re hatin Qudsê û ji bo ku bi împarator re hev bibînin dan û standin kirin. Zilamên împarator ji wî re got: «Gava tu derketî huzûra Qeyser, tu yê serê xwe bitewînî û bimeşî; gava nêzîk bûyî jî tu yê xwe bavêjî erdê û secde bikî. Heta ku ew destûr nede ku tu ji secdeyê rabî, tu yê qet serê xwe ji erdê ranekî.» Ev gotin li Hezretê Dihye giran hatin û ji wan re wiha ferman kir: «Em misliman ji Allah teala pê ve ji tu kesî re secde nakin. Jixwe secdekirina mirov ji mirov re li dijî fitreta wî ye.» Li ser vê yekê zilamên Qeyser got: «Naxwe Qeyser nameya ku te aniye tu carî qebûl nake û te ji huzûra xwe diqewirîne.» Hezretê Dihye wiha ferman kir: «Pêxemberê me Muhemmed eleyhisselam ne tenê nahêle ku kesek jê re secde bike, nahêle ku li ber Wî hinekî bitewe jî. Yê ku bixwaze Wî bibîne kole be jî, bala xwe didê. Wî qebûl dike huzûra xwe, li derdê wî guhdarî dike, tengasiya wî radike, dilê wî xweş dike. Loma hemû yên ku tabiê Wî ne azad in, bişeref in.»
«Sond dixwim ku Ew ew pêxember e ku ehlê kitêbê, cihû û xiristiyan, li benda hatina Wî bûn û pêxemberên berê mizgîniya hatina Wî dabû» Necaşî Eshame (rehmetûllahî eleyh)
Yekî ji yên ku li van gotinan guhdarî dikir got: «Madem tu yê ji Qeyser re secde nekî, naxwe ji bo ku tu karibî wezîfeya ku te girtiye ser xwe bi cih bînî, ez rêyeke din nîşanî te bidim. Li ber qesrê cihekî Qeyser heye ku lê bêhna xwe vedide. Her roj piştî nîvro derdikeve vê hewşê û li wan deran digere. Li wir minberek heye. Eger li ser wê nivîsek hebe, pêşî wê hildide û dixwîne, paşê bêhna xwe vedide. Tu jî niha here, nameyê deyne ser wê minberê û li derve li bendê be. Gava nameyê bibîne wê gazî te bike. Hingê tu yê wezîfeya xwe bi cih bînî.»
Li ser vê yekê Hezretê Dihye name li cihê ku jê re gotibûn danî. Herakliyûs name hilda û tercumanekî ku bi erebî dizanibû xwest. Tercuman dest bi xwendina nameya Mezinê me Resûlûllah kir. Li serê nameyê wiha hatibû nivîsandin: «Bismillahirrehmanirrehîm! Ji Muhemmed (eleyhisselam), Resûlê Allah teala, ji bo Herakl, mezinê rûmiyan.» Yennaq, birazayê Herakliyûs, bi vê destpêka nameyê gelek hêrs bû û kulmeke dijwar li sîngê tercuman da. Tercuman ji dijwariya kulmê ket erdê û nameya mubarek ji destê wî ket. Gava Herakliyûs ji Yennaq pirsî: «Te çima wisa kir!», wî jî got: «Ma tu nameyê nabînî? Hem berî navê te bi navê xwe dest bi nameyê kiriye, hem jî negotiye ku tu hukumdar î û gotiye: “Ji bo Herakl, mezinê rûmiyan.” Çima nenivîsiye “hukumdarê rûmiyan” û pêşî bi navê te dest pê nekiriye? Nameya wî îro nayê xwendin.»
Li ser vê yekê Herakliyûs got: «Wellahî tu an pir bêaqil î an jî dînekî mezin î. Min nizanibû ku tu wisa yî. Hîn min lê nenêriye ka di nameyê de çi heye, tu dixwazî biçirînî û bavêjî? Bi jiyana xwe sond dixwim, eger Ew, wek ku dibêje, Resûlûllah be, heqdar e ku di nameya xwe de navê xwe berî navê min binivîse û min bi mezinê rûmiyan bi nav bike. Ez tenê xwediyê wan im. Ne hukumdarê wan im» û Yennaq ji huzûra xwe qewirand. Paşê da gazî wî kesê bi navê Usqûf kirin, ê ku alimê herî mezin ê xiristiyanan, reîsê wan û muşawirê wî bi xwe bû. Name pê da xwendin. Di dewama nameyê de Resûlûllah wiha ferman dikir: «Silav li wan be ku tabiê hîdayeta Allah teala bûne û gihîştine riya rast!» Piştî vê: «(Ey mezinê rûmiyan!) Ez te dawetî Îslamê dikim. Îslamê qebûl bike ku tu selametê bibînî. Bibe misliman ku Allah teala du qat ecir bide te. Eger tu rû bizivirînî, webala hemû xiristiyanan li ser te ye. (Resûlê Min!) Bêje: “Ey ehlê kitêbê (cihû û xiristiyan), werin ser wê kelîmeya ku di navbera me de hevpar e. Ew jî ev e ku em ji Allah teala pê ve ji tu tiştî re îbadet nekin û tu tiştî ji Wî re nekin şirîk. Em di şûna Allah teala de ji nav xwe tu kesî Rebbê afirîner nas nekin. Eger ji vê gotinê rû bizivirînin, bêjin: «Şahid bin. Em mislimanên rastîn in.»”»4
Gava nameya Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem dihat xwendin, dilopên xwêdanê ji eniya Herakliyûs dihatin xwarê. Gava name qediya got: «Piştî Suleyman eleyhisselam min nameyeke wiha nedîtibû ku bi “Bismillahirrehmanirrehîm” dest pê bike.» Gava Herakliyûs fikra Usqûf di vê meseleyê de pirsî, Usqûf got:
«Wellahî Ew ew pêxember e ku Mûsa û Îsa (eleyhimasselam) mizgîniya hatina Wî dabû me. Jixwe em li benda hatina Wî bûn.»
Herakliyûs pirsî: «Tu di vê meseleyê de çi şîretê li min dikî ku ez bikim, tu çi munasib dibînî?» Usqûf bersiv da: «Ez munasib dibînim ku tu bibî tabiê Wî.» Herakliyûs got: «Tiştê ku tu dibêjî ez pir baş dizanim. Lê hêza min têrê nake ku ez bibim tabiê Wî û bibim misliman. Çimkî hem hukumdariya min diçe, hem jî wê min bikujin.» Li ser vê yekê da gazî Hezretê Dihye û Edî bin Hatim kirin. Edî got: «Ey hukumdar! Ev zatê li ba min, ku ji erebên xwedî pez û deve ye, behsa bûyereke ecêb dike ku li welatê wî qewimiye.» Gava Herakliyûs pirsî: «Bûyera li welatê we çi ye?», Hezretê Dihye got: «Di nav me de zatek zuhûr kir. Beyan kir ku pêxember e. Hinek ji xelkê dibin tabiê Wî, hinek jî li ber Wî radibin. Di navbera me yên ku îman anîne û yên ku îman neanîne de şer çêdibin.»
Piştî vê Herakliyûs dest bi lêkolîna li ser Mezinê me Pêxember kir. Emir da waliyê Şamê ku kesekî ji eynî nijada Mezinê me Resûlê Ekrem bibînin. Di vê navê de ji alimekî li Romayê re jî, ku dostê wî bû û bi îbranî dizanibû, name nivîsî û ev mesele jê pirsî. Ji dostê wî yê li Romayê nameyek hat ku dida zanîn zatê ku Herakliyûs behs kiriye pêxemberê axirzemanê ye. Waliyê Şamê jî rastî karwanekî Qureyşê hat ku ji bo ticaretê diçû. Di nav van de Ebû Sufyan, reîsê Qureyşê, yê ku hîn nebûbû misliman, jî hebû. Ebû Sufyan dibêje: «Dema em li Xezzeyê bûn, waliyê Şamê yê Herakliyûs wek ku êrîşî me bike hat ser me û pirsî: “Ma hûn ji qewmê wî zatê li Hîcazê ne?” Me got: “Belê.” Got: “De, hûn ê bi me re herin ba împarator.”» Ebû Sufyan û yên pê re birin Şamê. Waliyê Şamê Ebû Sufyan û yên pê re derxistin huzûra Herakliyûs. Di vê navê de Herakliyûs li Qudsê, li Beytul-Meqdîsê bû. Bi wezîrê xwe re rûniştibû û tacê xwe dabû serê xwe. Herakliyûs Ebû Sufyan û bi qasî sî mekkeyiyên pê re li vir qebûl kirin.
Gazî tercuman kir û ji wan pirsî: «Di nav we de kî bi nijad herî nêzîkî wî zatî ye ku dibêje ez pêxember im?» Ebû Sufyan bersiv da: «Yê ku bi nijad herî nêzîkî Wî ye ez im.» Herakliyûs xwest ku Ebû Sufyan nêzîkî wî bînin û got bila yên din jî li pişt Ebû Sufyan bisekinin. Gava Herakliyûs pirsî: «Dereceya xizmatiya we çi ye?», got: «Pismamê min e.» (Çimkî bapîrê Ebû Sufyan Umeyye ye. Bapîrê Resûlûllah jî Ebdulmuttelib e. Bapîrên wan pismamên hev in. Ji ber vê yekê got «pismamê min e». Nijada wan di Ebdumenaf de digihîje hev, ku bapîrê bapîrên wan e.) Ebû Sufyan di serî de derew kir, lê ji gefa hukumdar tirsiya û nikarî derewan bike.
«Wellahî Ew ew pêxember e ku Mûsa û Îsa (eleyhimasselam) mizgîniya hatina Wî dabû me. Jixwe em li benda hatina Wî bûn» Usqûfê Qudsê
Paşê di navbera wan de ev axaftin derbas bû. Herakliyûs pirsî: «Nijada wî zatê ku dibêje ez pêxember im di nav we de çawa ye?» «Ew yê herî binijad ê zemanê xwe ye. Ji aliyê nijadê ve yê me yê herî bijarte ye.» «Di nav we de berî wî kesek hebû ku îddîaya pêxembertiyê kiribe?» «Tune bû.» «Di nav bav û kalên Wî de tu hukumdar hatiye?» «Na.» «Eşrafên xelkê dibin tabiê Wî, an feqîr û zeîf?» «Yên ku dibin tabiê Wî feqîr, zeîf, ciwan û jin in. Ji kal û eşrafên qewmê Wî yên ku bûne tabiê Wî zêde tune ne.» «Yên ku dibin tabiê Wî zêde dibin an kêm dibin?» «Zêde dibin.» «Piştî ku ketine dînê Wî, kesek heye ku neecibandibe an hêrs bûbe û vegeriyabe?» «Tune ye.» «Berî ku bêje ez pêxember im, hatiye dîtin ku Wî qet derew kiribe?» «Na.» «Qet bûye ku wî pêxemberî ehda xwe xera kiribe, li ser soza xwe nesekinîbe?» «Na, nebûye. Lê me niha ji bo muddetekê dev ji şer berdaye û pê re peyman girêdaye. Em nizanin ka di vê muddetê de wê çi bike.» «Ew çi emir li we dike?» «Emir dike ku em tenê ji Allahê yek re îbadet bikin û tu tiştî ji Wî re nekin şirîk. Me ji îbadeta wan tiştan (pûtan) dide paş ku bav û kalên me ji wan re îbadet dikir. Emir dike ku em nimêj bikin, rast bin, alîkariya feqîran bikin, xwe ji heraman biparêzin, li ser ehda xwe bisekinin, xiyanetê li emanetê nekin û ziyareta xizman bikin.» Li Beytul-Meqdîsê ev axaftin çêbûbûn û nameya Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem a mubarek hatibû xwendin. Gava Herakliyûs name maç kir, da ser çavên xwe û danî ser serê xwe, di nav rûmiyan de qîrewîr zêde bû.
Qeyser emir kir ku Ebû Sufyan û qureyşiyên pê re derxin derve. Ebû Sufyan, ê ku hîn nebûbû misliman, li vir bi sond gotibû ku ew bawer dike dawa Pêxemberê me yê delal wê bi serkeftin biqede. Hezretê Dihye çû li pêşberî Herakliyûs sekinî û bi rûyê xwe yê mubarek û xweşik û bi dengê xwe yê şîrîn got: «Ey Qeyser! Yekî (Haris) ez ji Busrayê şandime ba te ku ji te bixêrtir e. Bi Allah teala sond dixwim, ew zatê (Resûlûllah) ku ez şandime ba wî jî hem ji wî hem ji te bixêrtir e. Divê tu bi dilnizmî li gotinên min guhdarî bikî û şîretên ku tên kirin qebûl bikî! Çimkî eger tu dilnizmiyê bikî, tu yê şîretan fêm bikî. Eger tu şîretan qebûl nekî, tu nikarî biînsaf bî!»
Gava Herakliyûs got: «Bidomîne», Hezretê Dihye got: «Naxwe ez te dawet dikim ku tu bi Allah teala îman bînî, ê ku Îsa eleyhisselam ji Wî re nimêj kiriye. Ez te dawetî îmana bi vî Pêxemberê ummî dikim, ê ku pêşî Mûsa eleyhisselam, piştî wî Îsa eleyhisselam mizgîniya hatina Wî daye û xebera Wî daye. Eger tu di vê meseleyê de tiştekî dizanî û dixwazî seadeta dinya û axretê qezenc bikî, wan bîne ber çavên xwe. An na tu yê seadeta axretê ji dest bidî û di nav kufr û şirkê de bimînî. Vê jî baş bizane ku Allah teala, ê ku Rebbê te ye, zaliman helak dike û nîmetan diguherîne.»
Herakliyûs got: «Ez nivîseke ku bikeve destê min bêyî ku bixwînim, û alimekî ku bê ba min bêyî ku tiştên nizanim jê bipirsim û hîn bibim nahêlim. Ez ji vê tenê xêr û qenciyê dibînim. Tu muhletê bide min heta ku ez bifikirim û heqîqetê bibînim.» Herakliyûs paşê gazî Hezretê Dihye kir ba xwe û bi tenê pê re peyivî. Tiştê di dilê xwe de wiha eşkere kir: «Ez dizanim ku ew zatê ku tu şandî pêxemberê axirzemanê ye, ê ku di kitêban de mizgîniya hatina Wî hatiye dayîn û li benda wê ne. Lê eger ez bidim pey Wî, ez ditirsim ku rûmî min bikujin. Ez te bişînim ba Sefatir, ê ku di nav wan de alimê wan ê herî mezin e û ji min bêtir îtîbarê pê dikin. Hemû xiristiyan tabiê wî ne. Eger ew îman bîne, hemû rûmî wê îman bînin. Hingê ez jî wê tiştê di dilê xwe de û îtîqada xwe eşkere bikim.»
Piştî vê Herakliyûs nameyek nivîsî, da Hezretê Dihye û ew şand ba Sefatir.
Rahib Sefatir
Mezinê me Resûlûllah ji Sefatir re jî name şandibû. Sefatir gava name xwendin û wesfên Mezinê me Pêxember bihîstin, got ku tu şik tune ye ku Ew pêxemberê axirzemanê ye, ê ku Hezretê Mûsa û Hezretê Îsa xebera hatina Wî dane, û îman anî. Çû mala xwe, derî li ser xwe girt û sê hefteyan derneket waazên ku her yekşem dikir. Xiristiyan qîriyan: «Çi bi Sefatir hatiye ku ji dema bi wî erebî re hev dîtiye vir ve dernakeve derve? Em wî dixwazin!»
Sefatir cilê reş ê keşeyan ji xwe kir. Cilê spî li xwe kir, gopalê xwe girt destê xwe û hat dêrê. Piştî ku xelkê beldeyê civand rabû ser piyan û got: «Gelî xiristiyanan! Bizanin ku ji Ehmed (eleyhisselam) name ji me re hatiye. Em dawetî dînê heq kirine. Ez eşkere dizanim û bawer dikim ku Ew resûlê heq ê Allah teala ye.» Gava xiristiyanan ev bihîst, bi ser Sefatir de çûn, lê xistin û ew şehîd kir. Hezretê Dihye hat û rewş ji Herakliyûs re got.
Herakliyûs got: «Ma min ji te re negot? Sefatir li ba xiristiyanan ji min şîrîntir û ezîztir e. Eger bibihîzin wê min jî wek wî bikujin.» Di wê xebera ku Buxarî di «Sehîh»a xwe de zikir kiriye û Zuhrî rîwayet kiriye de jî wiha ye: «Herakliyûs li qesra xwe ya li Humsê gazî mezinên rûmiyan kir û emir kir ku derî bên girtin. Paşê derket cihekî bilind û got: “Gelî cemaeta rûmiyan! Ma hûn dixwazin bigihîjin seadet û huzûrê, hakimiyeta we her bimîne û hûn li gorî gotina Hezretê Îsa bikin?” Rûmiyan pirsî: “Ey hukumdarê me! Ji bo ku em van bi dest bixin em çi bikin?” Herakliyûs got: “Gelî cemaeta rûmiyan! Min hûn ji bo karekî bixêr civandin. Nameya Hezretê Muhemmed ji min re hat. Min dawetî dînê Îslamê dike. Wellahî Ew ew pêxember e ku em li benda hatina Wî bûn, me Ew di kitêbên xwe de nivîsî dîtiye û em alametên Wî dizanin. Werin, em bibin tabiê Wî û li dinya û axretê selametê bibînin.” Li ser vê yekê her kesî gotinên xerab gotin û bi pitepit bezîn ber deriyan ku birevin derve. Lê ji ber ku derî girtî bûn nikarîn derkevin. Herakliyûs gava ev tevgera rûmiyan dît û fêm kir ku wisa xwe ji Îslamiyetê didin paş, ji canê xwe tirsiya û got: “Gelî cemaeta rûmiyan! Gotinên ku min gotin ji bo wê bûn ku ez girêdana we ya bi dînê we re bipîvim. Min bi çavên xwe girêdana we ya bi dînê we re û ev tevgera we ya ku ez şa kirim dît.” Li ser vê yekê rûmî ji Herakliyûs re çûn secdeyê û gava deriyên qesrê vebûn derketin û çûn.»5 Herakliyûs gazî Hezretê Dihye kir û çi bûbû jê re got. Diyariyên ku yek ji yekê bi qîmettir bûn danê. Herwiha nameyek ji Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem re nivîsî. Nameya xwe û diyariyên ku dabûn amadekirin bi Hezretê Dihye ji Pêxemberê me yê delal re şandin.
«Tu şik tune ye ku Ew pêxemberê axirzemanê ye, ê ku Hezretê Mûsa û Hezretê Îsa xebera hatina Wî dane» Rahib Sefatir
Herakliyûs xwestibû bibe misliman, lê ji tirsa meqam û mirinê îman neanîbû. Di nameya ku ji Mezinê me Pêxember re nivîsîbû de wiha dihat gotin: «Ji Qeyser, hukumdarê Rûmê, ji bo Muhemmed, Resûlê Allah, ê ku Hezretê Îsa mizgîniya wî daye! Qasidê te bi nameya te re hat ba min. Ez şahidiyê dikim ku tu resûlê heq ê Allah î. Jixwe me tu di Încîlê de nivîsî dîtî û Hezretê Îsa mizgîniya te dabû me. Min rûmî dawet kirin ku bi te îman bînin, lê nêzîkî vê nebûn. Eger li min guhdarî bikirana, bêguman ev ê ji bo wan bixêr bûya. Ez gelek dixwazim ku li ba te bim, xizmeta te bikim û lingên te bişom.» Hezretê Dihye ji Herakliyûs veqetiya û hat Hismayê. Di rê de, li newala Şenarê ya ji newalên Cuzamê, Huneyd bin Us, kurê wî û zilamên wî Hezretê Dihye şelandin. Ji cilên wî yên kevn pê ve çi tiştê wî hebû birin. Li vî cihî Dubeyb bin Rifae bin Zeyd û qewmê wî Îslamiyet qebûl kiribû. Gava Dihye hat ba wan û çi bûbû got, ew bi ser Huneyd bin Us û qebîleya wî de çûn û hemû eşya paş ve standin.
Paşê Mezinê me Resûlûllah Zeyd bin Harise şand ser Huneyd bin Us û zilamên wî. Hemû yên li wî beldeyî îman anî. Hezretê Dihye gava hat Medîneyê, bêyî ku here mala xwe rasterast çû ber deriyê Mezinê me Hebîbê Ekrem. Li derî da. Pêxemberê me pirsî: «Kî ye?» Dihye got: «Dihyetul-Kelbî.» Mezinê Aleman ferman kir: «Were hundir.» Hezretê Dihye ket hundir û çi bûbû bi hemû hûrgiliyên xwe got. Nameya Herakliyûs ji Mezinê me Pêxember re xwend. Ferman kir: «Ji bo wî demeke din jî mayîn (di seltenetê de) heye. Heta ku nameya min li ba wan be, selteneta wan wê bidome.»
Tevî ku Herakliyûs di nameya xwe de nivîsîbû ku bi Pêxemberê me îman aniye, Mezinê me Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem ferman kir: «Derewan dike. Ji dînê xwe venegeriyaye.» Herakliyûs nameya Pêxemberê me yê delal di etleseke hevrîşimî de pêça û di qutiyeke girover a zêrîn de parast. Malbata Herakliyûs ev name parastiye û ev yek jî ji her kesî veşartiye. Digot heta ku ev name di destê wan de be selteneta wan wê bidome û bi vê bawer dikir. Bi rastî jî wisa bûye.6
Name ji Muqewqis, Melîkê Misirê re
Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem berî ku Hatib bin Ebî Belte’e bişîne ba hukumdarê Misirê pirsî: «Gelî eshabên min! Kî ji we, bi hêviya xelata ji Allah teala, wê vê nameyê bibe ji hukumdarê Misirê re?» Hezretê Hatib ji cihê xwe pekiya, rabû ser piyan û got: «Ya Resûlellah! Ez ê bibim!» Pêxemberê me jî ferman kir: «Ya Hatib! Bila Allah teala vê wezîfeya te li te mubarek bike!» Hezretê Hatib bin Ebî Belte’e name ji Pêxemberê me yê delal girt. Xatir xwest û çû mala xwe. Heywanê xwe amade kir. Piştî ku xatir ji malbata xwe jî xwest, da rê. Hezretê Hatib hîn bû ku hukumdarê Misirê Muqewqis li Îskenderiyeyê ye û gihîşt qesra wî. Dergevan berî ku wî bixe hundir meqseda wî hîn bû û gelek hurmeta Hezretê Hatib girt. Ew qet li bendê nehişt. Muqewqis wê gavê li ser deryayê di keştiyekê de bi zilamên xwe re dipeyivî. Hezretê Hatib li qeyikekê siwar bû û hat cihê ku Muqewqis lê bû. Nameya Pêxemberê me dayê. Muqewqis name ji destê Hatib girt û dest bi xwendinê kir:
«Bismillahirrehmanirrehîm!
Ji Muhemmed, evd û resûlê Allah teala, ji bo Muqewqis, mezinê Qibtê (xelkê kevn ê Misirê)! Silav li ser wan be ku didin pey hîdayetê. Ez te dawetî Îslamê dikim da ku tu selametê bibînî. Bibe misliman ku tu selametê bibînî û bigihîjî ecra du qat a Allah teala. Eger tu rû bizivirînî, gunehê hemû Qibtê li ser te ye! “(Resûlê Min!) Bêje: Ey ehlê kitêbê (cihû û xiristiyan)! Werin ser wê kelîmeya ku di navbera me de hevpar e. Ew jî ev e ku em ji Allah teala pê ve ji tu tiştî re îbadet nekin û tu tiştî ji Wî re nekin şirîk. Em di şûna Allah teala de ji nav xwe tu kesî Rebbê afirîner nas nekin. Eger ji vê gotinê rû bizivirînin, bêjin: «Şahid bin. Em mislimanên rastîn in!»”»7
Gava nameya Sultanê Kaînatê hat xwendin, Muqewqis ji Hezretê Hatib re got: «Bila bi xêr be!» Hukumdarê Misirê fermandar û zilamên dewletê civandin û dest bi axaftina bi Hatib re kir. Got: «Ez ê hin tiştên ku dixwazim fêm bikim bipirsim û di vê meseleyê de bi te re bipeyivim.» Gava Hezretê Hatib got: «Kerem bike, em bipeyivin!», Muqewqis got: «Ji min re behsa wî zatî bikin ku hûn şandine. Ma Ew pêxemberek e? Hinekî behs bike!» «Belê, Ew pêxemberek e.» «Eger Ew bi rastî pêxember e, çima nifir li qewmê xwe nekir, ê ku Ew ji warê Wî bi xwe derxist û mecbûr kir ku xwe bispêre cihekî din?» «Tu bawer dikî ku Îsa bin Meryem eleyhisselam pêxember e, ne wisa? Gava qewmê wî xwest wî bigire û bikuje, wî dîsa jî nifir li wan nekir û Cenabê Heq ew rakir asîmanê dinyayê. Xelat kir. Ma ne diviyabû ku ji bo helaka qewmê xwe li ber Allah teala nifir bikira? Wî wisa nekir.»
«Ya Hatib! Bila Allah teala vê wezîfeya te li te mubarek bike!» Hedîsa şerîf
«Te pir xweş bersiv da. Bi rastî tu hekîmek î ku ji ba zatê xwedî hikmet têyî. Îşev li ba me bimîne, sibê ez bersiva xwe bidim te.»
Hezretê Hatib, bi qesda Firewnê zemanê Hezretê Mûsa, ji Muqewqis re got: «Berî te li vir hukumdarek hebû. Wî ji xelkê xwe re digot: “Îlahê herî mezin ez im!” û îddîa kiribû ku Reb e. Allah teala jî ew bi ezabên dinya û axretê ceza kir û tola xwe jê hilanî. Tu ji vê îbretê bigire, nebe îbret ji yên din re!» «Dînekî me heye. Heta ku ji wî bixêrtir tune be, em dev ji vî dînê xwe bernadin.» «Ew dînê ku ji dînê te bixêrtir e, ê ku tu pê ve girêdayî yî û dibêjî heta bixêrtir tune be ez dev jê bernadim, bê şik Îslamiyet e. Em te dawetî vî dînê dawî yê Allah teala, dawetî Îslamiyetê dikin. Allah teala dînê xwe bi wî temam kiriye, ew ji bo mirovan kiriye bes û ev qetî ye. Vî Pêxemberî ne tenê tu, hemû mirov dawetî dînê Îslamê kirin. Hingê Qureyş li hemberî Wî bûn ên herî zêde li dij û hişk; cihû bûn ên herî zêde dijmin; xiristiyan jî bûn ên herî nêzîk. Bi Allah teala sond dixwim, mizgîniya Mûsa eleyhisselam a ji bo Îsa eleyhisselam tam wek mizgîniya Îsa eleyhisselam a ji bo Muhemmed eleyhisselam e. Loma daweta me ya ku em te dawetî Qur’ana Kerîm dikin, wek daweta te ye ku tu cihûyan dawetî Încîlê dikî. Bêguman tu dizanî ku her pêxember ji qewmekî re hatiye şandin ku wî fêm bike û îdrak bike. Û îtaeta wî qewmî ji vî pêxemberî re li ser wî bûye wacib. Va ye tu jî yek ji wan î ku gihîştine vî pêxemberî. Em te dawetî vî dînê nû dikin.»
Li ser van gotinên Hezretê Hatib, Muqewqis got: «Min li halê vî pêxemberî nêrî. Di emr û nehyên Wî de min qet tiştek nedît ku li aqil neyê. Bi qasî ku min fêm kiriye Ew ne sêrbaz e, ne kahin e, ne jî derewîn e.
Min hin halên ji alametên pêxembertiyê di Wî de dîtin. Derxistina tiştên veşartî ji van alametan e. Vî zatî xeber ji hin siran daye. Bila ez hinekî bifikirim!» û muhlet xwest.
Bi şev Muqewqis Hezretê Hatib şiyar kir û da zanîn ku dixwaze li ser Mezinê me Pêxember gelek pirsên din jî bike.
Paşê di navbera wan de ev axaftin derbas bû:
«Eger tu bersiva rast bidî tiştên ku ez ê li ser Wî bipirsim, ez dixwazim sê tiştan bipirsim.»
«Çi dixwazî bipirse! Ez ê her tim rastiyê ji te re bêjim.»
«Muhemmed mirovan dawetî çi dike?»
«Dawet dike ku tenê ji Allah teala re îbadet bikin. Emir dike ku di şev û rojê de pênc wext nimêj bikin, rojiya Remezanê bigirin, li ser soza ku tê dayîn bisekinin. Xwarina goştê heywanê mirî qedexe dike.»
«(Resûlê Min!) Bêje: Ey ehlê kitêbê (cihû û xiristiyan)! Werin ser wê kelîmeya ku di navbera me de hevpar e. Ew jî ev e ku em ji Allah teala pê ve ji tu tiştî re îbadet nekin û tu tiştî ji Wî re nekin şirîk. Em di şûna Allah teala de ji nav xwe tu kesî Rebbê afirîner nas nekin. Eger ji vê gotinê rû bizivirînin, bêjin: “Şahid bin. Em mislimanên rastîn in!”» Alî Îmran: 64
Li ser vê yekê Muqewqis pirsî:
«Şikl û şemaîlê Wî (xuyabûna bedenî) ji min re salix bide!»; wî jî bi kurtî salix da. Gelek tişt nejimartibûn. Muqewqis got:
«Hin tiştên ku te negotin hîn mane: di çavên wî de hinekî sorahî, li pişta wî mohra nubuwwetê heye. Ew bi xwe li kerê siwar dibe, sof (qumaşê hirî) li xwe dike, bi xurme û xwarina kêmgoşt debara xwe dike. Ap an pismamên wî wî diparêzin.» Hezretê Hatib got: «Ev jî sifetên Wî ne.»
Muqewqis dîsa ji Hezretê Hatib li ser Pêxemberê me pirsî: «Kil dike çavên xwe?» «Belê! Li neynikê dinêre, porê xwe şeh dike; di seferê de jî, li malê jî neynik, kildank, şeh û miswaka xwe ji ba xwe venaqetîne!» «Min dizanibû ku pêxemberek maye ku wê bê û min guman dikir ku wê ji Şamê derkeve. Çimkî pêxemberên berê hemû ji wir derketibûn. Rast e, min di kitêban de ev jî dîtibû ku pêxemberê dawî wê li Erebistanê, li welatê hişkî, tengî û tunebûnê derkeve. Zemanê derketina wî pêxemberî ku me sifetên Wî di kitêban de nivîsî dîtine jî bê şik ev zeman e. Me wesfê Wî di kitêbê de wiha nivîsî dîtibû: “Du xwişkan di bin nîkahekê de nagihîne hev, diyariyê qebûl dike, sedeqeyê qebûl nake. Bi feqîr û belengazan re rûdine û radibe.” Di meseleya ku bibin tabiê Wî de qibtî li min guhdarî nakin. Ez ê nikaribim ji selteneta xwe jî veqetim. Di vê meseleyê de ez gelek çikûs im. Ew pêxember wê li welatan hakim bibe, piştî Wî jî sehabiyên Wî wê heta van axên me bên û lê bi cih bibin. Di dawiya dawî de wê li yên li vir xalib bên. Ez ji qibtiyan re ne peyvekê ji vê dibêjim, ne jî dixwazim ev axaftina min bi tu kesî bê zanîn!»
Piştî vê axaftinê Muqewqis gazî katibê xwe yê ku bi erebî dinivîsî kir. Ji nameya Pêxemberê me re ev bersiv da nivîsandin: «Ji Muqewqis, mezinê qibtiyan, ji bo Muhemmedê kurê Ebdullah; silav li ser te be. Min nameya ku te şandiye xwend. Min tiştê ku te tê de zikir kiriye û daweta ku te kiriye fêm kir. Min jî dizanibû ku pêxemberek wê bê. Lê min guman dikir ku ew ê ji Şamê derkeve. Min qedrê qasidê te girt. Min du cariyeyên ku li ba qibtiyan qîmeta wan mezin e û cil ji bo lixwekirinê ji te re şandin. Hêstireke mê jî min diyarî te kir da ku tu lê siwar bibî.» Muqewqis ji vê pê ve tiştek nekir, nebû misliman jî. Hezretê Hatib pênc rojan li Misirê mêvan kir. Gelek hurmeta wî girt û li ber wî danî. Paşê got: «Hema vegere welatê xwe, ba xwediyê xwe! Min emir kir ku ji bo Wî du cariye, du heywanên siwariyê, hezar misqal (misqalek 4,8 gr e) zêr, bîst qat cilên zirav ên karê Misirê û hin diyariyên din bên şandin. Ji bo te jî min got ku sed dînar û pênc qat cil bên dayîn. Ji ba min veqete û here! Nebe ku qibtî ji devê te yek peyvê jî bibihîzin!» Muqewqis ji bilî van qedehekî bilûr, hingivê bêhnxweş, şaşik, qumaşê ketan ê mexsûsî Misirê, bêhnên xweş ên wek ûd û miskê, gopal, kildankek di qutiyekê de, rûnê gulê, şeh, meqes, miswak, neynik, derzî û ta jî diyarî Mezinê me Pêxember kirin.
Muqewqis leşkerên parêzvan dan pey Hezretê Hatib bin Ebî Belte’e, qasidê Îslamê, û ew şand. Gava pê li axa Erebistanê kirin rastî karwanekî hatin ku diçû Medîneyê. Hatib leşkerên Muqewqis vegerandin û tevlî wî karwanî bû.
Hatib bin Ebî Belte’e bi diyariyan hat Medîneyê û derket huzûra Resûlûllah. Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem diyariyên Muqewqis qebûl kirin. Gava Hatib nameya Muqewqis da û gotinên wî neqil kirin, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Çi zilamekî xerab e! Dilê wî negirt ku dev ji selteneta xwe berde. Lê ew selteneta ku nahêle ew îman bîne wê jê re nemîne!»8
Herdu cariyeyên ku Muqewqis diyarî ji Pêxemberê me re şandibûn Mariye û xwişka wê Sîrîn bûn. Hatib bin Ebî Belte’e di rê de teklîfî wan kiribû ku bibin misliman; wan jî qebûl kiribû û bûbûn misliman. Mezinê me Pêxember bi mislimanbûna Dêya me Hezreta Mariye gelek şa bû û ew bi nîkaha xwe şerefdar kir. Ji wê kurekî Resûlûllah bi navê Îbrahîm çêbû. Sîrîn jî da Hessan bin Sabit, ê ku ji eshaban Şaîrê Nebî bû.
Ji herdu heywanên siwariyê yên ji cinsê herî baş û bi pirça gewr a pir nêzîkî spî, navê Duldul li hêstirê, navê Ufeyr an Ye’fûr li kerê hat danîn. Heta wê rojê li Erebistanê hêstira pirçspî nehatibû dîtin. Hêstira pirçspî ya pêşî ku mislimanan dît Duldul bû. Mezinê me Pêxember bi wî qedehê bilûr ê ku diyarî hatibû kirin av vedixwar. Muqewqis gelek hurmeta nameya Pêxemberê me girt û ew danî nav qutiyeke ku ji diranê fîl hatibû çêkirin.
Qutî mohr kir û teslîmî yek ji cariyeyên xwe kir. (Ev name di sala 1267an (m. 1850) de li herêma Exmîmê ya Misirê, di manastireke kevn de di nav kitêbên Qibtî de hatiye dîtin; padîşahê Osmanî, xelîfeyê 96an Sultan Ebdulmecîd Xan ew kirî û li Stenbolê, li Qesra Topqapiyê, di Beşa Emanetên Muqeddes de hat danîn.)
Name ji Kisrayê Îranê Xusrew Perwîz re
Ebdullah bin Huzafe ji hukumdarê Îranê re hatibû şandin. Gava Hezretê Ebdullah nameya Mezinê Aleman a bi qîmet pêşkêşî Kisrayê (şahê) Îranê yê mutekebbir kir, wî da katibê xwe ku bixwîne.
«Bismillahirrehmanirrehîm!
Ji Muhemmed (eleyhisselam), resûlê Allah teala, ji bo Kisra, mezinê farisan…»
Katib hîn heta vir xwendibû ku xwîna Şahê mutekebbir kelî; hêrs bû, name girt û çirand. Ji wê yekê bêhed hêrs bûbû ku Mezinê me Pêxember bi navê xwe yê şerîf dest bi nameyê kiribû. Gava xwest Hezretê Ebdullah bin Huzafe, qasidê Îslamê, jî ji huzûra xwe biqewirîne, Hezretê Ebdullah ji Kisra û ji agirperestên ku li dora wî civiyabûn re wiha got:
«Gelî xelkê Ecem! Hûn bi pêxemberan bawer nakin, kitêban qebûl nakin. Li ser vê axa ku hûn li ser dijîn rojên xwe yên jimartî derbas dikin, jiyaneke xewnê dijîn!…
«Allahê min! Çawa ku wî (Kisra) nameya min perçe kir, Tu jî wî û mulkê wî perçe bike!…» Hedîsa şerîf
Ey Kisra! Berî te gelek hukumdar li ser vî textî rûniştin û hukim kirin. Yên ku emrên Allah teala bi cih anîn, axreta xwe qezenc kirin û ji vê dinyayê koç kirin; yên ku nekirin jî tûşî ezabê îlahî bûn û çûn!…
Ey Kisra! Ev nameya ku min anî û pêşkêşî te kir, di eslê xwe de ji bo te dewleteke mezin bû. Te ev biçûk dît. Bi Allah teala sond dixwim, gava ew dînê ku te biçûk dît bê vir, tu yê li cihekî bigerî ku birevî!…»
Paşê qesra Kisra hişt û li heywanê xwe siwar bû. Bi lez ji wir dûr ket. Gava hat Medîneyê û rewş ji Sultanê Kaînatê re got, ferman kir: «Allahê min! Çawa ku wî nameya min perçe kir, Tu jî wî û mulkê wî perçe bike!…»
Allah teala duaya Resûlê xwe qebûl kiribû; şevekê kurê Kisra ew bi xencerê perçe perçe kiribû. Di zemanê Hezretê Umer de jî hemû axa Îranê hat zeftkirin û ket destê mislimanan.9
Name ji Hukumdarê Xessanî Haris bin Ebî Şimr re
Hezretê Şuca bin Wehb jî ji hukumdarê Xessanê re hatibû şandin. Şuca radiyellahû anhû pêşî bi dergevanê hukumdar re hev dît. Gava ew dawetî Îslamê kir, qebûl kir û hurmet û silavên xwe ji Mezinê me Resûlûllah re erz kirin. Bêyî ku qet li bendê bihêle Hezretê Şuca gihand hukumdar. Haris bin Ebî Şimr gava name xwend, hêrs bû û avêt erdê. Hezretê Şuca yekser vegeriya Medîneya Munewwere û rewş ji Hebîbê Allah teala re got. Pêxemberê me yê delal xemgîn bû ku nameya Wî avêtine erdê û ferman kir: «Bila selteneta wî tune bibe!» Piştî demeke kurt Haris bin Ebî Şimr mir û dewleta wî perçe bû.10
Name ji Hukumdarê Yemameyê Hewze bin Elî re
Selît bin Emr ji hukumdarê Yemameyê re hatibû şandin. Hewze xiristiyan bû. Mezinê me Pêxember di nameya xwe de wiha ferman dikir: «Bismillahirrehmanirrehîm! Ji Muhemmed (eleyhisselam), resûlê Allah teala, ji bo Hewze bin Elî! Silav li wan be ku gihîştine hîdayetê û riya rast dîtine! (Ey Hewze!) Bizane ku Îslamiyet wê heta cihên herî dûr ên ku deve û hesp dikarin biçinê belav bibe û li ser hemû dînan xalib bê. Tu jî Îslamê qebûl bike ku tu selametê bibînî. Eger tu bibî misliman, ez ê îdareya wan cihên ku di bin hakimiyeta te de ne dîsa ji te re bihêlim…»
Hewze, hukumdarê Yemameyê, xwe ji qebûlkirina vê daweta mubarek da paş. Sewdaya seltenetê û hirsa meqamê çavê wî girtibû. Ji ber vê yekê ji dewleteke bilind a wek gihîştina duaya Sultanê Kaînatê mehrûm ma. Hezretê Selît bin Emr, qasidê Îslamê, rehm pê kir û got:
«Ey Hewze, hukumdarê Yemameyê! Tu mezinê vî qewmî yî! Ew qeyserên ku tu wan mezin dihesibînî mirine û bûne ax.
Mezinên heqîqî ew kes in ku emrên Allah teala bi cih tînin, xwe ji nehyên Wî didin paş û bi vê yekê Cennetê heq dikin. Eger civatek bi îmananînê şerefdar bûbe, nebe ku tu wan bi baweriya xwe ya xerab ji riya wan a rast derxî!… Ya rast, ez li te şîret dikim ku tu emrên Allah teala bi cih bînî û xwe ji nehyên Wî biparêzî. Eger tu bi Allah teala îman bînî û emrên Wî bi cih bînî, tu yê bikevî Cennetê. Eger tu bidî pey şeytan, tu yê di Cehennemê de bimînî.
Eger tu van şîretên min qebûl bikî, tu yê ji tiştên ku jê ditirsî emîn bibî û bigihîjî tiştên ku hêvî dikî. Eger tu şîretên min red bikî, êdî tiştekî ku ez ji bo we bikim nemaye. Ya mayî tu bifikire!…»
Hewze guh neda van şîretên xweş ên qasidê Îslamê jî. Selît bin Emr fêm kir ku êdî mayîna li Yemameyê bêluzûm e û bi lez vegeriya Medîneyê. Netîce ji Pêxemberê me yê delal re got. Mezinê me Resûlê Ekrem xemgîn bû ku ew ji seadeta ketina Îslamê mehrûm maye. Piştî demeke kurt xebera mirina Hewze hat. Sewdaya seltenetê û hirsa meqamê di qebra wî de, ku çaleke Cehennemê ye, dawî bû.11
Name ji Emîrê Behreynê Munzir bin Sawî re
Ela bin Hedremî jî name bir ji emîrê Behreynê re. Emîr nameya şerîf bi muhebbet xwend, muhtewaya wê fêm kir û bi îmanê şerefdar bû.
Wî (ji bilî Necaşî Eshame) wek yên din negot: «Yên din wê ji min re wiha bêjin, wisa bêjin; ez ê ji textê xwe bibim.»
Got: «Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden ebduhû we resûluh!» û xwe û yên ji tebeaya xwe ku tabiê wî bûn ji agirê Cehennemê xelas kirin. Dema bi nameyê dawetî mislimanbûnê dihatin kirin, xwediyê meqamekî din jî ew îdrak nîşan da ku îman bîne. Hinek ji tebeaya wî bûn tabiê wî û bûn misliman. Hinekan jî îman neanî. Munzir halê xwe nivîsî û bi destê Ela bin Hedremî radiyellahû anhû ji Pêxemberê me yê delal re erz kir. Nameya bersivê ya Mezinê me Pêxember wiha bû: «Bila Îslamiyetê hînî wan bikin ku îtaeta te dikin. Yên ku asî dibin û înad dikin bila bi cizyeyê bên girêdan. Bila serjêkirinên mecûsiyan neyên xwarin û bila keçan ji wan nexwazin û nedin wan.»
Bi vî awayî heft qasidên Îslamê wezîfeyên xwe kiribûn û hebûna Îslamiyetê bi dewletên mezin ên wê demê dabûn bihîstin. Xebera seadeta heqîqî dabûn wan û cih nehiştibûn ku ew roja qiyametê bêjin: «Me nebihîstibû.» Bi kurtî ji xwediyên meqaman du kes hatin îmanê. Yek Necaşî, yek jî Munzir bû. Yên din li ser kufrê man. Hukumdarê Hebeşê Eshame (rehmetûllahî eleyh) bûbû misliman û bi dîtina hinek ji Eshabê Kîram, bi gihîştina duaya Mezinê me Pêxember a mubarek û bi birîna nîkaha Resûlûllah û Ummu Hebîbe radiyellahû anha şerefdar bûbû.
«Îlahî! Tengasiyên ku Ummu Rûman di riya Te de û di ber Resûlê Te de kişandine ji Te ne veşartî ne» Hedîsa şerîf
Împaratorê Rûmê Herakliyûs û sultanê Misirê Muqewqis nebûbûn misliman, lê gelek hurmeta nameyên ku ji wan re hatibûn girtibûn û bersivên nerm dabûn, bi qasidan re baş tevgeriyabûn û diyarî ji Mezinê me Resûlûllah re şandibûn.
Hukumdarên Xessan û Îranê bi qasidan re baş tevnegeriyabûn û dijminatiya xwe eşkere nîşan dabûn. Hukumdarê Yemameyê jî bi qasidê Îslamê re nerm tevgeriyabû.
Bûyerên din ên ku di sala şeşan a hicrî de qewimîn
Di navbera Xewle bint Se’lebe bin Qeys bin Malikê Xezrecî û mêrê wê Ews bin Samit bin Exzemê Ensarî de zihar çêbû. Û Sûreyê Mucadele nazil bû. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem destûr da pêşbaziya hesp û deveyan. Heta wê demê tu deve neketibû pêşiya deveya wî Hezretî; gava deveya bedewiyekî ket pêşiya wê û eshab xemgîn bûn, ferman kir: «Her kemalekê zewalek heye, yanî her hilkişînekê daketinek heye.»
Ummu Rûman radiyellahû anha, dêya Dêya me Aîşe radiyellahû anha, wefat kir. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem îmametiya nimêja cenazeyê wê kir û di defina wê de amade bû. Resûlûllah bi xwe ew daxist qebrê. Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem mizgîniya Cennetê da wê û ferman kir: «Kî bi nêrîna li horiyeke Cennetê şa dibe, bila li Ummu Rûman binêre.» Dîsa piştî ku ji bo wê mexfîret xwest, ferman kir: «Îlahî! Tengasiyên ku Ummu Rûman di riya Te de û di ber Resûlê Te de kişandine ji Te ne veşartî ne.»
