FETHA XEYBERÊ
Li Medîneya nûranî cihû hebûn ku bi dîtinê misliman, di heqîqetê de munafiq bûn. Berî ku Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem hicret bike Medîneyê, xelkê Medîneyê Ebdullah bin Ubey bin Selûl ji xwe re kiribû reîs. Tacek jî dabûnê ku bi cewheran xemilandî bû. Gava Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem Medîne bi hatina xwe şerefdar kir, xelkê Medîneyê bi temamî dest pê kir ku hurmet û eleqe nîşanî Pêxemberê me yê delal bide û bibe tabiê Wî. Îbn Selûl li quncikekî bêqîmet ma. Êdî eleqe nîşanî Îbn Selûl nedan. Li ser vê yekê Îbn Selûl ket nav liv û tevgerê, da ku Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem bikuje an tengasiyekê bidê. Rojekê cihû li ba wî civiyan. Di vê meseleyê de hin plan çêkirin. Ji Lebîd bin Asim alîkarî xwestin. Lebîd got: «Li filan taxê pîrejinek heye bi navê Xeyre. Di sêrê de pir pêş de ye. Wê bibînin.» Ew jina mel’ûn dîtin û hezar dirhem zêr û deh top qumaş danê. Gotin: «Eger tu Muhemmed helak bikî em ê hîn gelek tiştan bidin te!» Pîrejinê derzî di çêlikeke kevokê re kirin, ta girêdan û li dora çêlika kevokê pêçan. Ew xist nav bîreke xerabe ya li derveyî Medîneyê û devê wê girt. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem nexweş ket. Endamên Wî bêliv man. Dermanên cihê cihê danê, lê fêde nekir. Ev hal neh rojan dom kir.
Paşê Cebraîl eleyhisselam hat û rewş da zanîn. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem birin wê derê. Bîr vekir û kevok derxist. Lê vekirina girêkên tayan mumkin nebû. Cebraîl eleyhisselam sûreyên Muewwizeteyn (Feleq û Nas) anîn. Got: «Ya Muhemmed eleyhisselam! Van sûreyan li ser wan girêkan bixwîne.» Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem dest bi xwendina wan sûreyan kir. Bi xwendina her ayetekê re girêkek vedibû û derziyek derdiket. Gava sûre (11 ayetên herdu sûreyan) bi temamî xwendin, girêk jî hemû vebûn. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem bi temamî ji nexweşiyê xelas bû û gihîşt sihetê. Paşê gazî wan kesên mel’ûn kir û li wan xeyidî. Xelkê Medîneyê cezayên wisa dan wan ku helak bûn. Lebîdê cihû jî hat girtin û anîn huzûra Mezinê me Resûlûllah. Gava Mezinê me Pêxember jê re ferman kir: «Te çima ev da kirin?», bersiv da: «Ji hezkirina min a ji zêr re.» Hinek ji Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, em li stûyê vî cihûyî bixin!»; lê Pêxemberê me yê delal, ê ku ji bo şexsê xwe ceza nedida tu kesî, ferman kir: «Ezabê îlahî yê ku ew ê di dawiyê de bibîne dijwartir e» û destûr neda ku bê kuştin.1 Cihû gava ji Medîneyê hatin sirgûnkirin çûbûn aliyên bakur ên Erebistanê. Hinek ji wan li Xeyberê man û bi cih bûn. Hinek jî çûn Şamê, ya ku li bakur e. Ji ber ku sûîqest li dijî Mezinê me Resûlûllah tertîb kiribûn ji warên xwe hatibûn derxistin. Lê kîn, hirs û hestên tolhildanê yên di dilê wan de li hemberî mislimanan tu carî netefiyan. Heta roj bi roj dijwartir bûn; dixwestin zûtir dawî li jiyana Hebîbê Allah teala, ê ku sultanê kaînatê ye, bînin û dînê Îslamê ji holê rakin.
Hinek ji giregirên wan got: «Em herin ba Xetafaniyan û alîkariyê bixwazin, bi wan re li dijî mislimanan şer bikin!» Hinekan jî got: «Em gazî cihûyên Fedek, Teyma û Wadil-Qura jî bikin ku bên alîkariyê; berî ku misliman êrîşî me bikin, em êrîşî bajarê wan bikin û hemû tola xwe ya heyî hilînin!…» Cihûyên Xeyberê ev gotin qebûl kir û gazî qebîleyên cihû yên derdorê û Xetafaniyan kir ku bên alîkariyê. Tenê ji Xetafaniyan gelek şervanên bijarte hatin û li Xeyberê dest bi amadekariyan kir. Dema wan ev amadekarî dikirin, Mezinê Aleman sellellahû eleyhî we sellem ji rewşa cihûyan haydar bû. Sê sehabî dan pey Hezretê Ebdullah bin Rewahe û ew yekser şandin ku hîn bibin ka li Xeyberê çi dibe. Ebdullah bin Rewahe û her sê hevalên wî bi lez hatin Xeyberê. Ev der bajarekî dewlemend bû ku heşt kelehên wî yên asê, hin kelehên din ên biçûk, erdên wî yên bi bereket û gelek rez û bexçeyên wî hebûn. Hezretê Ebdullah yek ji hevalên xwe şand keleha Şiqqê, yek şand ya Ketîbeyê, yê din jî şand keleha Netatê. Ew bi xwe jî ket keleheke din û sê rojan ji nêzîk ve li rewşa cihûyan û amadekariyên wan ên şer nêrîn. Piştî sê rojan li cihê hevdîtinê gihîştin hev, bi lez çûn Medîneyê û amadekariyên ku cihûyan kiribûn yek bi yek ji Mezinê me Pêxember re gotin.
Pêxemberê me yê delal ferman li eshabên xwe kir ku bi lez xwe amade bikin. Ji bo ku pêşî li êrîşa cihûyan a ser Medîneya Munewwere bigire, biryar da ku biçe ser Xeyberê. Cihûyên li Medîneyê gava ev biryar bihîstin ketin telaşê. Ji bo ku dilê mislimanan bişkînin digot: «Em sond dixwin, eger we kelehên li Xeyberê û şervanên mêrxas ên ku li wir civiyane dîtibûna, we tu carî gav neavêta wê derê!… Mêrxasên bi zirx kelehên bi bircên bilind ên li serê çiyayan diparêzin. Ji derdorê bi hezaran leşker hatine alîkariya wan!… Ma mumkin e ku hûn Xeyberê fetih bikin?!…» Li hemberî van sehabiyên qehreman digot: «Allah teala soz daye Hebîbê xwe ku wê Xeyberê fetih bike» û didan zanîn ku ew ê tu carî ji cihûyan netirsin. Ev halê eshaban ê bi biryar cihû hîn bêtir xemgîn dikirin û dixistin endîşeyê. Serê munafiqan Ebdullah bin Ubey bi lez xeber şand Xeyberê û got: «Muhemmed bi hêzeke hindik tê ser we. Tiştekî ku mirov jê bitirse tune ye, lê bi tedbîr bin û malê xwe dagirin kelehên xwe. Ji kelehê derkevin pêşiya wan!» Eshabê Kîram amadekariyên xwe temam kirin, bi yên malê re helaliya xwe xwestin û li dora Mezinê me Pêxember civiyan. Bûbûn du sed siwar û hezar û çar sed peya. Ji bo ku dînê Allah teala belav bikin, cîhad bikin û bigihîjin mertebeya şehadetê, li ber emrê Pêxemberê xwe yê delal amade bûn. Di vê navê de hat dîtin ku hin jin ji Mezinê me Pêxember wezîfe dixwazin, da ku di şer de xwarina Eshabê Kîram amade bikin, li birîndar û nexweşan binêrin, birînan bipêçin, derman amade bikin û karên din ên ku ji destê wan tên bikin. Mezinê me Resûlûllah merhemet kir û ew ji vê sewabê mehrûm nekirin. Bi vî awayî bîst mucahidên jin jî tevlî mucahidan bûn, berî her kesî Hezreta Ummu Seleme, hevsera Pêxemberê me yê delal a mubarek.2
Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem li Medîneyê Hezretê Siba, ji qebîleya Xifar, li şûna xwe wekîl hişt û emir da ku ber bi Xeyberê ve bi rê bikevin. (Hatiye ragihandin jî ku Numeyle bin Ebdullah hatiye hiştin.) Rêwîtî bi tekbîran dest pê kir. Sehabiyên ku ji ber mazeretên xwe nikarîbûn tevlî şer bibin û yên ku ji ber ku temenê wan biçûk bû destûr ji wan re nehatibû dayîn, bi xibte li Mezinê me Pêxember û li bav, bapîr, ap, xal û kekên xwe yên qehreman dinêrîn û bi tekbîr û duayan ew bi rê dikirin.
«Keleha Xeyberê bi destê Elî bin Ebî Talib tê fetihkirin» Hedîsa şerîf
Teqwîm meha Muherremê ya sala heftan a hicretê nîşan dida. Ala Mezinê me Pêxember a muqeddes Hezretê Elî hildigirt; fermandariya milê rastê jî Hezretê Umer dikir.3 Ji bo milê çepê jî sehabiyekî din tayîn kir. Rêwîtî bi kêf û şahî derbas dibû. Şaîran bi şiîrên xwe ji ber nîmetên ku daye hemd ji Allah teala re dikir, selewat li Pêxemberê me yê delal dianî û pesnê eshabên bişan dida. Sehabiyan jî, wek ku herin cejnê, hemû bi hev re digot: «Allahû ekber! Allahû ekber! La îlahe îllallahû wellahû ekber!» û her der bi dengê xwe dihejandin.
Li her qonaxekê Sultanê Kaînatê wiha dua dikir: «Allahê min! Ez ji endîşeya pêşerojê, ji xema borî, ji bêhêzî û sistiyê, ji çikûsî, tirsonekî û deynê ku piştê ditewîne, ji teselluta kesên zalim û neheq xwe dispêrim Te!»
Gava nêzîkî Xeyberê bûn, hat dîtin ku Pêxemberê me yê delal eshabên xwe dan sekinandin. Destên xwe vekirin û dest bi munacatê kir: «Ey Allahê min, Rebbê asîmanan û her tiştê ku di bin siya wan de ye! Ey Allahê min, Rebbê erdan û yên li ser wan! Ey Allahê min, Rebbê şeytanan û yên ku wan ji rê derxistine! Ey Allahê min, Rebbê bayan û tiştên ku ew difirînin! Em xêr û qenciya vî beldeyî, xêr û qenciya mirovên ku li vî beldeyî dijîn, herwiha xêr û qenciya her tiştê ku li vî beldeyî ye ji Te dixwazin. Em ji şerrê vî beldeyî, ji şerrê mirovên wî û ji şerrê her tiştê di hundirê wî de jî xwe dispêrin Te!»
Ji lêvên sehabiyan dengên «Amîn, amîn» dihatin. Piştî vê ji eshabên xwe re ferman kir: «Bi gotina “Bismillahirrehmanirrehîm” pêş de herin.»
Eshabê Kîram li dora Mezinê me Resûlê Ekrem dîsa dest bi meşê kir. Hatin nêzîkî keleha Netatê, ku ji kelehên herî xurt ên Xeyberê bû.
Baregeha xwe li wir danîn. Wext êvar bû. Adeta Mezinê me Resûlûllah a şerîf ew bû ku heta nebûya sibeh bi ser de nedigirt û pêşî dawetî Îslamê dikir. Eger teklîfên Wî qebûl nekirana, dest bi şer dikir. Ji ber vê yekê Eshabê Kîram li benda sibehê man. Yek ji cihûyan jî pê nehesiyabû ku artêşa Îslamê hatiye. Mezinê Kaînatê piştî ku îmametiya nimêja sibehê kir amadekariyên xwe qedandin û mucahid dan rê. Du sed siwar û hezar û çar sed peya bi tevgerên birêkûpêk nêzîkî ber keleha Netatê bûn. Di vê navê de cihûyên ku ji kelehê derketibûn da ku bi karên rez, bexçe û zeviyan mijûl bibin, gava ji nişka ve rastî leşkerên Îslamê hatin şaş û metel man.
Gotin: «Em sond dixwin ku ev Muhemmed û artêşa wî ya birêkûpêk in!…» û paş ve dest bi revê kir. Pêxemberê me yê delal gava ev halê wan dît ferman kir: «Allahû ekber! Allahû ekber! Xeyber xerab bû û çû» û ev gotina xwe ya mubarek sê caran dubare kir. Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem ji cihûyan re da zanîn ku an bibin misliman, an teslîm bibin û xerac û cizyeyê bidin, an na wê şer bê kirin û xwîn bê rijandin. Cihû jî çûn ba Sellam bin Mişkem, ku ji giregirên wan bû, û rewş jê re gotin. Sellam ew teşwîqî şer kirin, got: «Min berê gotibû bi ser Muhemmed de biçin, we qebûl nekiribû. Qet nebe niha di şerê bi wî re sistiyê nekin. Ku hûn bi mislimanan re şer bi şer bimirin, ji wê çêtir e ku hûn di jiyanê de bêkes bimînin!…» Cihûyan bi lez zarok û jinên xwe li keleha Ketîbeyê, erzaqê xwe li Naîmê, leşkerên xwe jî li keleha Netatê civandin.
Cihûyan bersiva teklîfa mislimanbûnê ya artêşa Îslamê bi avêtina tîran da. Mucahidan mertalên xwe dan ber tîran. Bi emrê Pêxemberê me yê delal kevan hatin kişandin û di nav dengên «Allahû ekber!…» de hemû bi hev re tîr avêtin ser cihûyên ku li bircên kelehê bûn. Êdî şer dest pê kiribû. Li aliyekî Sultanê Kaînatê û eshabên Wî yên qehreman şer dikir da ku Îslamiyetê belav bikin û bibin sebeb ku ew bibin misliman û ji Cehennemê xelas bibin. Li aliyê din jî cihû hebûn, ên ku ji şîretan fêm nedikirin, di her firsendê de dixwestin ji paş ve li mislimanan bixin û di nedîtina heqîqetê de înad dikirin. Gava dîtibûn ku Mezinê me Xatemul-Enbiya ji qewmê wan nehatiye, ji hesûdiya xwe Ew qebûl nekiribû; ji zarokatiya Mezinê me Pêxember ve, ji bo ku Wî ji holê rakin serî li her fêlbaziya ku hatibû bîra wan dabûn, lê bi parastina Allah teala tiştek ji destê wan nehatibû.
Ji deh hezarî bêtir leşkerên cihû tîr diavêtin ser hezar û şeş sed mucahidên bişan. Eshabê Kîram bi mertalên xwe xwe ji van tîrên li pey hev diparastin, gava firsend didîtin jî tîrên ku diketin erdê diavêtin ser cihûyan. Lê hin sehabî birîndar bûbûn.
Carekê hat dîtin ku Hezretê Hubab bin Munzir bi edebeke mezin nêzîkî huzûra Mezinê me Hebîbullah bû û pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ma nabe ku em baregeha xwe li cihekî din deynin?»; Mezinê me Pêxember ferman kir: «Înşaallahû teala gava bû êvar em ê biguherînin!» Mucahid ketibûn nav menzîla tîran. Tîrên ku cihûyan ji kelehê diavêtin digihîştin heta paşiya baregeha Îslamê.4 Wê rojê heta êvarê şer bi tîran dom kir. Bi qasî pêncî sehabî bi tîrên ku hatibûn avêtin birîndar bûbûn. Gava bû êvar, wezîfe dan Hezretê Muhemmed bin Mesleme ku cihekî nû ji bo baregehê bibîne. Gava wî da zanîn ku cihê ku jê re Recî’ tê gotin munasib e, baregeha Îslamê neqlî wir kirin.
«Em pêxember mîrasê nahêlin. Tiştên ku em dihêlin ji feqîran re dibin sedeqe» Hedîsa şerîf
Xezweya Xeyberê
Dest bi dermankirina birîndaran jî kirin.5 Roja din eshabên qehreman hatin ber Netatê û heta êvarê şer kir. Di rojên sêyem, çarem û pêncem de jî dorpêç dom kir. Cihû her di parastinê de man. Di wan rojan de serêşeke dijwar bi Pêxemberê me yê delal girtibû; loma du rojan nikaribû di nav mucahidan de be. Roja pêşî al da Hezretê Ebûbekr, roja duyem da Hezretê Umer. Herduyan jî li serê Eshabê Kîram li hember cihûyan gelek dijwar şer kir, lê fetha kelehê mumkin nebû. Di wê navê de dîtin ku cihûyên ku cesareta wan zêde bûbû deriyên kelehê vekirin û avêtin ser mislimanan. Êdî sîng bi sîng şer dikirin. Şer gelek germ bûbû. Her ku Mezinê me Pêxember ji eshabên xwe re ferman dikir: «Bibêjin “Allahû ekber! Allahû ekber!…” û tekbîr bînin», wan jî di nav dengên tekbîran de bi eşq û şewq şûr li dijmin dixist. Di wê navê de Mehmûdê birayê Muhemmed bin Mesleme hat şehîdkirin. Şer jî bi wê dijwariyê heta êvarê dom kir.
Roja din Merheb, yek ji fermandarên herî navdar ên Xeyberê, di nav zirxan de ji kelehê derket. Zilamekî xurt û qewî bû, mîna dêwekî. Heta wê gavê pehlewanek derneketibû pêşberî wî ku karibe wî bişkîne. Berê xwe da mucahidan û dest bi pesnê xwe kir: «Ez Merheb im, yê ku bi cesaret û mêraniya xwe tê naskirin!» Ew wisa pesnê xwe dida, dîtin ku ji nav sehabiyan mucahidek xwe avêt pêş. Li hember Merheb qîriya: «Ez jî Amir im, yê ku natirse xwe bavêje nava şerên bi saw û dijwar!» û yekser li ber wî sekinî. Merhebê dêw şûrê xwe, ku li ser hatibû nivîsandin «Bi kê bikeve helak dike!…», bi hemû hêza xwe li Hezretê Amir xist. Amirê qehreman di cih de mertalê xwe rakir. Gava şûrê pehn li mertal ket, dengekî dijwar li her derê olan da û şûr di mertal de çikiya.
Hezretê Amir xwe spart Afirîner, got «Ya Allah!» û şûrê xwe li lingên Merheb ên bi zirx xist. Şûr hema ku li zirxê pola ket, paşve pekiya û ji nişka ve li lingê sehabî bi xwe ket. Şûr ewqas dijwar paşve pekiyabû ku bû sebeb şahdamara lingê Hezretê Amir bê birîn. Eshabê Kîram bi bez hatin, Amir hembêz kirin û ji bo dermankirinê birin qerargehê. Lê Amir (radiyellahû anhû) li wir gihîşt şehadetê û firiya Cenneta Ela.6
Şer bi hemû dijwariya xwe didomiya. Ber bi êvarê Pêxemberê me yê delal teklîfek li xetafaniyên muşrik kir, ku bi çar hezar leşkerî hatibûn alîkariya cihûyan û ketibûn şer: bila ji wan veqetin û vegerin welatê xwe. Soz jî da ku eger wisa bikin, wê berhema xurmeyan a salekê ya Xeyberê bide wan. Lê xetafaniyan ev teklîf red kir. Li ser vê yekê Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) ferman li eshabên xwe kir ku heta sibehê li dora wê kelehê bimînin ku xetafanî tê de bûn. Xetafanî gelek tirsiyan ku mucahid bi şev bavêjin ser wan; bi tu awayî xew neket çavên wan. Wê şevê dengekî ku nedihat zanîn ji ku tê, radigihand ku «avêtine ser welatê Xetafan, zar û zêç û malên wan girtine». Ev deng sê caran dubare bûbû û hemû xetafaniyan bi tirseke mezin guh dabûyê. Fermandarê wan Uyeyne jî eynî deng sê caran bihîstibû; gava şefeq li ber avêtinê bû leşkerê xwe hildabû, bi lez ji Xeyberê dûr ketibû û riya welatê xwe girtibû. Serê sibê cihû şaş man ku xetafaniyan bê sebeb Xeyber berdaye, û bêhêvî bûn. Gelek poşman jî bûn ku gazî wan kiribûn alîkariyê.
«Roja ku me keleha Xeyberê girt, Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) xwarina goştê kerê kedî û bi nîkaha mut’ayê jinanîn qedexe kir» Hezretê Elî (radiyellahû anhû)
Mêrxasiya Hezretê Elî
Wê rojê jî li ber Xeyberê şerên dijwar çêbûn. Lê keleh nehat fethkirin. Êvarê Sultanê Kaînatê mizgînî da û ferman kir: «Sibe ez ê alê bidim mêrxasekî wisa ku ew ji Allah teala û ji Resûlê Wî hez dike. Allah teala û Resûlê Wî jî ji wî hez dikin. Allah teala wê fethê bi destê wî pêk bîne!»
Wê şevê Eshabê Kîram bi heyecan li benda sibehê ma. Her yekî hêvî dikir ku al bidin wî û ji bo vê ji Allah teala re dua dikir. Hezretê Bilalê Hebeşî ezana sibehê bi dengê xwe yê şewat û xweş xwend. Dema ezan dihat xwendin, heyecaneke cuda, zewqeke cuda bi her kesî re çêdibû; mirov ji tama wê zewqa îlahî têr nedibû. Pêxemberê me yê delal îmametiya nimêja sibehê ji eshabên xwe re kir, paşê rabû ser piyan. Ferman kir ku ala mubarek a Îslamê bînin. Dema ala muqeddes dianîn, Eshabê Kîram li ser piyan disekinî û bi meraq guhên xwe bel dikirin, da ku gotinên ku wê ji lêvên mubarek ên Mezinê me Resûlê Ekrem derkevin bibihîzin.
Dawiyê Mezinê Aleman ferman kir: «Sond bi Allah teala, ku zatê Muhemmed bi pêxembertiyê şerefdar kiriye, ez ê vê alê bidim mêrxasekî ku nizane rev çi ye», paşê çavên xwe yên mubarek li nav eshabên xwe gerandin û ferman kir: «Elî li ku ye?» Sehabiyan got: «Ya Resûlellah! Çavên wî diêşin.» Mezinê me ferman kir: «Gazî wî bikin, bila bê ba min.» Di wan rojan de çavêş bi Hezretê Elî girtibû û nikaribû çavên xwe veke. Çûn ba wî, mesele jê re gotin, ketin milê wî yê mubarek û ew anîn huzûra Mezinê me Resûlûllah. Sultanê Kaînatê ji bo ku Hezretê Elî şîfa bibîne ji Allah teala re dua kir, tiliyên xwe yên mubarek di devê xwe de şil kirin û di çavên wî dan. Di wê gavê de tu êş di çavên Hezretê Elî de nema. Herwiha ji bo wî dua kir û ferman kir: «Ya Rebbî! Tengasiya germ û sermayê ji vî rake.» Paşê bi destên xwe yên mubarek zirxek li Hezretê Elî kir, şûrê xwe bi pişta wî ve girêda, ala spî ya Îslamê da destê wî û ferman kir: «Heta ku Allah teala zeferê bike para te, şer bike. Nebe nebe tu li pişt xwe bizivirî!» Hezretê Elî jî got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ez ê bi wan re şer bikim heta ku bikevin dînê Îslamê.» Pêxemberê me yê delal jî ferman kir: «Wellahî, ku Allah teala bi sebeba te yek kesî tenê ji wan bigihîne hîdayetê, ev ji bo te ji wê çêtir e ku gelek deveyên te yên sor hebin û tu wan di riya Allah teala de bikî sedeqe.»7
Hezretê Elî al di dest de ber bi keleha cihûyan ve diçû, sehabiyên bişan jî li pey wî dimeşiyan. Gava baş nêzîkî kelehê bûn û al li binê kevirekî çikandin, dîtin ku deriyê keleha Netatê vebû.
Desteyên êrîşê yên cihûyan derketin derve. Ev mêrxasên herî bijarte yên Xeyberê bûn. Her yekî zirxên duqat li xwe kiribûn û xwe di hesin pêçabû. Dîtin ku yek ji wan ber bi Hezretê Elî ve meşiya û ji bo şer li hember wî sekinî. Ev Haris bû, birayê Merheb, ku di cesaretê de kes wek wî tunebû. Bi lez êrîş kir… Dengê du polayan meydan tijî dikir, dîtin ku Zulfiqar wek birûskê daket û serê Haris ji laşê wî veqetand. Di wê gavê de dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!» bilind dibûn asîmanan. Merheb gava bihîst ku birayê wî kuştine, bi leşkerên di bin emrê xwe de çargavî ajot meydanê. Li hember Hezretê Elî sekinî. Li wî jî zirxa duqat hebû. Du şûr bi xwe ve girêdabûn; bi laşê xwe yê gir mîna dêwekî bû. Bi hemû hêrsa xwe dest bi pesnê xwe kir: «Ez ew Merheb im ku di wextên herî dijwar ên şeran de xwe davêje meydanê û mêrane şer dike! Ez şêrên ku dinirin jî bi rima xwe an bi şûrê xwe qul qulî dikim!…»
Mezinê me Hezretê Elî (kerremellahû wecheh we radiyellahû anhû) jî wiha bersiv da: «Ez ew im ku diya min navê Heyder (Şêr) li min kiriye. Ez mîna şêrekî bi heybet im! Ez mêrxasek im ku wê bi yek derbê te li erdê dirêj bike!…»
Gava Merheb ji Hezretê Elî peyva «Heyder» bihîst, tirsek ket dilê wî. Çimkî wê şevê di xewna xwe de şêrekî ew perçe kiribû. Gelo şêrê ku di xewnê de dîtibû ev bû? Di wê navê de dîtin ku Merhebê dêw êrîş kir û Hezretê Elî bi mertalê xwe pêşî lê girt. Paşê xwe spart Allah teala, got «Ya Allah!…» û Zulfiqar wisa li serê kafir xist ku dîtin: mertalê pola yê stûr ê ku Merhebê gir dabû ber Zulfiqar û kumzirxê wî yê ji pola kirin du qet, serê wî ji tepeserê heta patikê kir du şeq, xwîn wek ciwê ji stûyê wî pekiya û laşê wî yê mîna dêwan li erdê dirêj bû. Dengê tirsnak ê Zulfiqar li her aliyê Xeyberê hatibû bihîstin. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Şa bibin! Êdî fetha Xeyberê rihet bû, hêsan bû.» Eshabê Kîram li vê mêrxasiya Hezretê Elî heyran mabûn û bi qîrînên «Allahû ekber! Allahû ekber!…» asîman olan dabû.
Şer bi hemû dijwariya xwe didomiya. Gava Eshabê Kîram bi şer û şer gihîştin ber deriyê kelehê, cihûyekî bi şûrê xwe li mertalê Hezretê Elî xist. Mertal ket erdê. Lê wext tunebû ku xwe bitewîne û wî hilde. Cihûyê ku nexwest firsendê ji dest bide, mertal revand û paşve baz da. Şêrê Allah teala gelek li ber vê ket; piştî ku bi Zulfiqar dijminên dora xwe belav kirin, niyet kir ku deriyê kelehê ji xwe re bike mertal. Got «Bismillahirrehmanirrehîm» û bi xelekên deriyê hesinî yê pir mezin girt. Hejand û rezeyên wî ji dîwêr derxistin… Gava Hezretê Elî derî hildikir, keleh ji cihê xwe hejiya. Ev deriyê ku heşt-deh pehlewan nikarin ji cih bilivînin, bi destekî tenê kir mertal û dest bi şer kir. Ev bûyera ku mirov nikare bawer bike, mucîzeyeke Pêxemberê me yê delal û kerameteke mezinê me Hezretê Elî bû.8
Li pey hev şeş pehlewanên din ên herî mêrxas ên cihûyan derketin pêşberî wî. Hezretê Elî bi destûra Allah teala ew jî bin xistin û bi hevalên xwe yên qehreman re ket kelehê. Êdî şer di hundirê kelehê de bû. Di demeke kurt de kes nema ku derkeve pêşberî wan. Ala Îslamê li kelehê çikandin. Bi vî awayî Netat, keleha wan a herî asê, hat fethkirin. Pêxemberê me yê delal çavên Hezretê Elî maç kirin û ferman kir: «Ji ber mêrxasiya ku te nîşan da, Allah teala û Resûlê Wî ji te razî bûn.» Elî gava ev kelama mubarek bihîst, ji şabûnê giriya. Gava Mezinê me Pêxember ferman kir: «Tu çima digirî?», got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ez ji şabûnê digirîm. Çimkî Allah teala û Resûlê Wî ji min razî bûn.» Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ne tenê ez; Cebraîl, Mîkaîl û hemû melaîket jî ji te razî bûn.» Di wê navê de ji qebîleya Dews çar sed misliman hatin alîkariya Mezinê me Pêxember.9 Piştî vê, ji bo fetha kelehên din şer bi dijwarî dom kir. Gava heft kelehên asê yên mayî yên Xeyberê jî yek bi yek ketin, cihû bêçare man, heyetek şandin û sulh xwestin. Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) ev teklîf qebûl kir û li ser van xalan li hev kirin: 1. Xwîna cihûyên ku di vê xezweyê de bi mislimanan re şer kirine nayê rijandin. 2. Cihûyên ku ji Xeyberê derdikevin, dikarin bi xwe re tenê zarokên xwe û bi qasî barê deveyekê eşyayên malê yên pêwîst bibin. 3. Hemû malên din ên ku tên guhastin û nayên guhastin: hemû çekên wek zirx, şûr, mertal, kevan û tîr; ji bilî cilên li ser wan hemû cilên din; qumaş, zêr û herwiha xezîne; hemû heywanên wek hesp, deve û pez… çi hebe hemû ji mislimanan re dimîne. 4. Tu tiştê ku divê ji mislimanan re bê hiştin bi tu awayî nayê veşartin. Yên ku veşêrin, wê ji eman û himayeya Allah teala û Resûlê Wî bên derxistin…
«Ez ew im ku diya min navê Heyder (Şêr) li min kiriye. Ez mîna şêrekî bi heybet im!» Hezretê Elî (radiyellahû anhû)
Kinane bin Rebî, ku li gorî van şertan tevnegeriya û xezîneyên xwe di meşkan de di bin axê de veşartin, hat cezakirin. Xenîmeta ku ket dest bê hed û bê hesab bû. Ew erdên bi bereket û xurmistanên Xeyberê bi temamî ji leşkerê Îslamê re mabûn.10 Di wê navê de xetafaniyên ku vegeriyabûn welatê xwe, ji bo alîkariya cihûyan dîsa hatibûn Xeyberê. Gava dîtin ku Mezinê me Pêxember Xeyber feth kiriye û cihû teslîm girtine, got: «Ey Muhemmed! Te soz dabû me ku eger em Xeyberê berdin, tu yê xurmeyên salekê yên Xeyberê bidî me. Em li ser soza xwe man. De wan bide me!» Mezinê me ji wan re ferman kir: «Bila filan çiya yê we be.» Xetafaniyan jî xwest gefan bixwin û got: «Naxwe em ê bi we re şer bikin.» Mezinê me Resûlê Ekrem jî ferman kir: «Bila cihê şerê me Cenefa be.» Cenefa navê herêmeke xetafaniyan bû. Xetafaniyan gava ev bihîst, ji tirsan xwe dan paş û çûn.
Mezinê me, Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) û eshabên Wî yên qehreman di fetha Xeyberê de gelek westiyabûn. Ji aliyekî ve birîndar derman dikirin, ji aliyê din ve bêhna xwe vedidan.
Zeyneba jina Sellam bin Mişkem, ku yek ji giregirên cihûyan bû, xwest Mezinê me Pêxember bi jehrê bikuje. Ji bo vê miyek serjê kir, pijand û gelek jehr kir nav goşt. Paşê hat huzûra Mezinê me Resûlûllah û got ku diyarî aniye. Mezinê me Resûlê Ekrem qebûl kir û gazî eshabên xwe kir. Bi hev re ji bo xwarinê rûniştin. Mezinê Aleman ji biraştiya miyê parçeyek jê kir, ferman kir: «Bismillahirrehmanirrehîm» û kir devê xwe yê mubarek. Piştî ku çend caran cût, yekser ji devê xwe yê mubarek derxist û ferman kir: «Ey eshabên min! Destên xwe ji vê xwarinê bikişînin! Çimkî vî goştê pîl bi min da zanîn ku jehr lê hatiye kirin.» Sehabiyan yekser destên xwe ji xwarinê kişandin. Lê Hezretê Bişr bin Bera, ku ji goşt pariyek xwaribû, hema laşê wî şîn bû û şehîd bû. Cebraîl eleyhisselam hat ba Pêxemberê me yê delal û got ku ji bo ji tesîra jehra ku tevlî ava devê Wî yê mubarek bûye xelas bibe, bila ji navbera milên xwe yên mubarek hîcametê bide kirin û xwînê bide girtin. Wisa kirin. Paşê biraştiya bi jehr di bin axê de veşartin. Zeyneba ku ev kar kiribû girtin û anîn huzûrê.
Mezinê me jê re ferman kir: «Ma te jehr kir vê biraştiya pez?» Wê jî karê xwe îtîraf kir û got: «Belê! Min jehr kiriyê!» Gava Mezinê me Pêxember pirsî: «Te çima xwest vê bikî?», got: «Te mêrê min, bavê min û apê min kuştin. Min di dilê xwe de got: “Eger ew bi rastî pêxember be, Allah wê bi wî bide zanîn. Eger ne pêxember be, ev jehr wê tesîrê lê bike û wê bimire. Bi vî awayî em ê jê xelas bibin.”» Dilê Eshabê Kîram bi vê bûyerê gelek êşiyabû. Gava pirsî: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ma em wê bikujin?», Mezinê Aleman, ku her heqareta li şexsê xwe efû dikir, ev jî efû kir. Zeyneba ku ev merhemeta mezin dît, Kelîmeya Şehadetê anî û bû misliman.11 Di nav xenîmet û dîlên ku li Xeyberê ketibûn dest de Sefiyyeya keça Huyey bin Extab jî hebû. Ew bi heqê serfermandariyê ketibû para Mezinê me Pêxember. Mezinê Aleman dîla xwe azad kir. Vî halî gelek tesîr li wê kir; ji can û dil Kelîmeya Şehadetê anî û bû misliman. Pêxemberê me yê delal bi vê yekê gelek şa bû, Dêya me Hezreta Sefiyye bi nîkaha xwe şerefdar kir û dilê wê xweş kir. Bi vî awayî Hezreta Sefiyye bû dêya muminan. Daweta wê li cihê bi navê Sehba kirin û ji petêx û xurmeyan welîme, yanî xwarina dawetê dan.12
Li ser çavên mubarek ên Dêya me Sefiyye şîniyek xuya dikir.
Gava Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ev şop çi ye?», wê got: «Şevekê min di xewna xwe de dîtibû ku hîv ji asîman daket û ket paşila min. Gava min ji mêrê xwe Kinane re vegot, got: “Te çav berdaye ku tu bibî jina vî Melikê Ereban ê ku bi ser me de tê!” û sîleyek li çavê min xist; wek ku tu dibînî şîn bû.» Piştî ku Xeyber hat fethkirin, cihûyan teklîfek li Mezinê me Pêxember kir: «Ya Muhemmed! Em ê ji Xeyberê derkevin û herin. Lê em ji çandiniyê, ji xwedîkirina zevî, rez û bexçeyan baş fêm dikin. Eger tu bixwazî, van erdên bi bereket bi kirê bide me. Em van milkan bixebitînin û nîvê berhema ku jê derkeve bidin te!» Wextê Pêxemberê me yê delal û sehabiyan tunebû ku bi karên zeviyan mijûl bibin. Ew ji bo belavkirina dînê Îslamê têdikoşiyan; ji bo cîhada fî sebîlillah şev û roj bê rawestan dixebitîn.13 Mezinê me Pêxember ji vê teklîfê memnûn bû û ferman kir: «Bi şertê ku gava me xwest em we derxin.» Cihûyan ev qebûl kir û dest bi xebitandina erdên Xeyberê kir.14 Mezinê me Pêxember bi eshabên xwe re bi zefer vegeriya Medîneyê. Di van rojan de eshabên dawî yên ku ji muhacirên Hebeşistanê mabûn, ku Ummu Hebîbe (radiyellahû anha) jî di nav wan de bû, di bin emîrtiya Ce’fer bin Ebî Talib de li du keştiyên ku Necaşî peyda kiribûn siwar bûn û li lîmana Carê peya bûn. Ji wir li deveyan siwar bûn û hatin Medîneyê. Gava Pêxemberê me dît ku eshabên Wî yên ku dozdeh sal berê hicret kiribûn Hebeşistanê di bin serokatiya Ce’fer bin Ebî Talib de hatine, gelek şa bû. Eniya Hezretê Ce’fer maç kir, ew bi singê xwe ve şidand û ferman kir:
«Ey eshabên min! Destên xwe ji vê xwarinê bikişînin! Çimkî vî goştê pîl bi min da zanîn ku jehr lê hatiye kirin» Hedîsa şerîf
«Ez nizanim bi fetha Xeyberê şa bibim an bi hatina Ce’fer. Hicreta we du car e. We hem hicret kir welatê Hebeşê, hem jî welatê min.» Diyarî û nameya ku Necaşî Eshame şandibûn erzî Resûlûllah kirin. Daweta Wî ya bi Dêya me Ummu Hebîbe re jî di vê salê de çêbû. Dêya me Ummu Hebîbe sî û şeş salî bû. Xenîmetên ku li Xeyberê bi dest ketin, li hemû Eshabê Kîram ên ku tevlî peymana Hudeybiyeyê bûbûn, li yên ku tevlî Xeyberê bûbûn, li eshabên ku ji Hebeşistanê hicret kiribûn û li qebîleya Dews a ku beşdarî fethê bûbû parve kirin.15
Bi fetha Xeyberê hemû cihûyên Erebistanê diketin bin emrê Mezinê me Pêxember. Êdî îmkana wan nemabû ku alîkariya muşrikan bikin. Keleha Xeyberê ji aliyê çek û leşker ve wisa xuya dikir ku fetha wê ne mumkin e; qebîle û dewletên derdorê jî fêm kirin ku mislimanên ku ev keleh zeft kirine xwediyê hêzeke mezin in û dest pê kir ku ji vê Dewleta Îslamê bitirsin. Muşrikên Mekkeyê bi fetha Xeyberê ketin nav xem û bêhêvîtiyeke mezin. Piştî vê fethê gelek qebîleyên biçûk û mezin ji bo ku bibin misliman hatin Medîneya Munewwere û bi tevlîbûna nav Eshabê Kîram şerefdar bûn; heta xetafanî jî… Hinek qebîleyên ku nehatin rê jî, hêz şandin ser wan û ew xistin bin îtaetê.
