Pêxemberê Min ê Delal

Qiseya Leyletut-Te’rîsê

Gava ji Xezweya Xeyberê vedigeriyan, li cihê bi navê Te’rîs danîn. Wê şevê Resûlûllah gazî Hezretê Bilal kir û ferman kir: «Ya Bilal! Îşev ranezê! Çavê te li sibehê be û me ji bo nimêjê şiyar bike.» Paşê Resûlûllah bi eshaban re raza. Hezretê Bilal hinekî nimêj kir. Rûyê xwe da aliyê rojhilat û pişta xwe da barê xwe. Dema li benda wextê nimêjê bû, di xew re çû. Ewqas westiyayî bûn ku heta tîrêjên rojê rûyê erdê germ kir û li rûyên wan da, kes nikaribû çavên xwe veke. Berî hemûyan Resûlûllah şiyar bû. Bi kurtî rabûn û destnimêj girtin. Hezretê Bilal qamet kir. Nimêja sibehê bi cemaet qeza kirin. Piştî ku nimêj qediya, Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Kesê ku nimêja xwe ji bîr bike, hema gava bê bîra wî bila eda bike. Çimkî Heq teala ferman kiriye: “Eqimis-selate li zikrî (nimêjê ji bo bibîranîna Min, ji bo yadkirina mezinahiya Min bike).”»

Vegera rojê ji bo Hezretê Elî

Gava ji Xezweya Xeyberê vedigeriyan, Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) li Sehbayê bêhna xwe vedida. Serê xwe yê mubarek danîbû ser çoka Hezretê Elî (radiyellahû anhû). Di wê navê de wehy dest bi hatinê kir. Roj jî li ser ufuqê bû. Hezretê Elî (radiyellahû anhû) nimêja esrê nekiribû. Gava wehy temam bû, roj çû ava. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) wiha dua kir: «Ya Rebbî! Eger Elî (radiyellahû anhû) li aliyê Te û Resûlê Te be, rojê vegerîne.» Piştî ku Hezretê Elî nimêj kir, roj dîsa çû ava. Esma bint Umeys dibêje: «Min dît ku roj piştî ku çûbû ava dîsa derket û rûyê erdê ronî kir.»

Xezweya Wadil-Qura

Ev xezwe di meha Cemaziyelaxirê de li Wadil-Qurayê qewimî. Cihûyên wê herêmê gava xeber girtin ku Resûlûllah bi leşkerê Îslamê hatiye Wadil-Qurayê, bi alîkariya taîfeyekê ji muşrikên ereb ji şer re amade bûn. Ji ciyên xwe derketin û rêza şer girtin. Pêxember eleyhisselam jî leşker xist nîzama şer û al da yekî ji eshaban. Kafir dawetî Îslamê kirin û ferman kir: «Eger hûn îman bînin, hûn ê canê xwe û malê xwe xelas bikin.» Şîret qebûl nekirin. Yek ji muşrikan derket meydanê û şerê yek bi yek xwest. Zubeyr bin Ewwam (radiyellahû anhû) ew kuşt. Yekî din derket pêşberî Hezretê Elî. Hezretê Îmam ew kafir di cih de şand agirê Cehennemê. Yekî din jî hat. Ew jî kuşt. Du cihû jî Ebû Ducane (radiyellahû anhû) kuştin. Wê rojê panzdeh kafir hatin kuştin. Bû êvar, her kes çû menzîla xwe. Serê sibê dîsa herdu taîfeyan şûrên xwe kişandin û ji şer re amade bûn. Gava roj bi qasî rimekê bilind bû, tirs ket dilê kafiran û reviyan. Mucahidan gelek nîmet û xenîmet girtin. Cihûyên Teymayê jî ji vê aqûbeta cihûyên Wadil-Qurayê tirsiyan. Ji bo parastina milkên xwe qebûl kir ku cizyeyê bidin û sulh hat kirin.

«Min deriyê keleha Xeyberê ne bi quweta cismanî, lê bi quweteke rûhanî rakir» Hezretê Elî (radiyellahû anhû)

Xezweya Wadil-Qura