SEFERA UMRETUL-QEZAYÊ
Salek di ser sulha Hudeybiyeyê re derbas bûbû. Mehek mabû ji Cejna Qurbanê re, di serê meha Zilqe’deyê de Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman li Eshabê Kîram kir ku ji bo umreyê amadekariyê bikin. Yên ku çûbûn Hudeybiyeyê û tevlî Bîata Ridwanê bûbûn, ji bilî yên ku wefat kiribûn, wê ji bo umreyê amade bûna. Li ser vî emrî du hezar sehabiyan amadekariyên xwe temam kirin. Ji bo qurbanê heftê deve kirîn. Wezîfe dan Naciye bin Cundub û çar hevalên wî ku wan deveyan biçêrînin û heta Mekkeyê bibin. Herwiha sed siwar dan bin emrê Hezretê Muhemmed bin Mesleme û ew di pêşiyê de şandin, da ku çekên şer ên wek zirx, rim û şûr bibe. Bawerî bi muşrikan nedibû. Eger êrîşek bibûya, wê ji van çekan îstîfade bikirana. Hinekan ji Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah! Li gorî sulha Hudeybiyeyê diviyabû em ji bilî şûrên di kalan de bi tu çekî neyên umreyê!» Mezinê Aleman ferman kir: «Em ê van çekan nebin Heremê, ba qureyşiyan. Lê ew ê li nêzîkî me, di bin destê me de bin, li hember êrîşeke ku ji qureyşiyan bê ser me.»
Li Medîneya Munewwere Ebû Zerê Xifarî wekîl hiştin.1 Hatiye rîwayetkirin ku Ebû Ruhmê Xifarî jî hatiye hiştin. Du hezar sehabî bi Pêxemberê me yê delal re ber bi Mekkeyê ve bi rê ketin. Eshabê Kîram gelek bi heyecan bû. Wê mal û ocaxên xwe, wê welatê xwe bidîtana ku bi salan e di riya Allah teala de û di ber Pêxemberê me yê delal de li pey xwe hiştibûn… Wê Kabeya Muezzeme ziyaret bikirana, ku di pênc wextên nimêjê de berê xwe didanê… Wê bigihîştana wan xizmên xwe yên ku nû bûbûn misliman û ji ber peymanê nikaribûn bên Medîneyê. Muşrikên qureyşî bi salan ji çavên wan li şûna hêstiran xwîn herikandibû, ew di bin zilmê de dabûn nalandin û ji bo ku bi wan bidin perestina pûtên xwe gelek birayên wan şehîd kiribûn; îcar wê heysiyet û şerefa Îslamê nîşanî wan bidana. Belkî muşrikên ku ev bidîtana, hezkirina Îslamê biketa dilê wan û bibûna misliman!…
Yên ku li Medîneyê man, heta hevraza Wedayê bi tekbîran Mezinê Aleman bi rê kir û paşê vegeriyan… Pêxemberê me yê delal gava hat Zul-Huleyfeyê, ku bi qasî deh kîlometreyan ji Medîneyê dûr e, ket îhramê. Sehabiyên bişan jî dan pey Wî. Her kes di nav spî de bû. Rêwîtiya Mekkeya Mukerreme ya ji bo umreyê dest pê kiribû. Êdî erd û asîman bi van dengan olan dida: «Lebbeyk, Allahumme lebbeyk! Lebbeyk, la şerîke leke lebbeyk! Înnel-hemde wen-nîmete leke wel-mulk, la şerîke lek!» (Ferman bike, Allahê min, ferman bike! Min bi ziman û bi dilê xwe car bi car bersiva daweta Te da, min ji emrê Te re stû xwar kir. Şirîkê Te tune ye; min bi hemû hebûna xwe berê xwe da Te. Hemd û nîmet mexsûsî Te ne. Mulk jî yê Te ye. Şirîkê Te tune ye.)
Rêwîtî bi hemd û lavakirina ji Allah teala re û bi zikirkirina navê Wî yê mubarek gelek bi zewq derbas dibû.
Desteya di bin emrê Muhemmed bin Mesleme de, ku li pêş diçû, gava nêzîkî Mekkeyê bû, muşrikên qureyşî ew dît. Bi tirs nêzîkî wan bûn û mîna ku bibêjin «Ma me salek berê wiha li hev kiribû?», pirsî: «Ev çi ye?» Muhemmed bin Mesleme bersiveke wisa da wan ku mejiyê hestiyên wan cemidand: «Ev siwarên Resûlê Allah teala ne… Eger Allah teala destûrê bide, sibe Ew bi xwe jî wê vê derê bi hatina xwe şerefdar bike!…» Muşrik bi tirs û lerz vegeriyan û xeber gihandin Mekkeyê; muşrikên Mekkeyê jî digot: «Em sond dixwin ku em bi peymanê ve girêdayî man. Muhemmed çima bi me re şer bike?…» Yekser ji nav xwe heyetek şandin ku bi Mezinê me Pêxember re bipeyive.
«Lebbeyk, Allahumme lebbeyk! Lebbeyk, la şerîke leke lebbeyk! Înnel-hemde wen-nîmete leke wel-mulk, la şerîke lek!» Telbiye
Di wê navê de Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) gihîştibû cihê bi navê Betnê Ye’cec, ku Mekke jê dihat dîtin. Ji bilî şûrên li ser xwe, hemû çekên xwe li wir hiştin. Ji bo nobedariya çekan jî du sed sehabî danîn. Gava ev amadekarî qediyan, heyeta Qureyşê destûr xwest ku bi Mezinê me Pêxember re bipeyive û bikeve huzûrê. Gava ew qebûl kirin, got: «Ya Muhemmed! Ji peymana Hudeybiyeyê ve me tu xiyanet li we nekiriye. Digel vê jî ma tu yê bi van çekan bikevî Mekkeyê, nav qewmê xwe? Ma ne li gorî peymana me diviyabû ji bilî şûrên di kalan de tiştek bi we re nebûya!…» Li ser vê, Mezinê Aleman bersiv da û ferman kir: «Ez ji zaroktiya xwe heta îro bi wê têm naskirin ku li ser soza xwe disekinim û bi wefa me. Em ê ji bilî şûrên xwe yên di kalan de bi tiştekî din nekevin Heremê. Lê ez dixwazim ku çek li cihekî nêzîkî min bin.» Heyetê fêm kir ku xebera gihîştibû wan ne wisa bûye, dilê wan rihet bû û got: «Ya Muhemmed! Bi rastî me her tim wefa û qencî ji te dîtiye. Ya ku li te tê jî ev e» û vegeriyan. Hatin Mekkeyê û rewş ji qureyşiyan re gotin. Dilê wan jî rihet bû.
Giregirên Qureyşê ji kîn û hesûdiya xwe, ji bo ku van kêliyên bextewar ên Mezinê me Pêxember û eshabên Wî nebînin, Mekke berdan û derketin çiyayan. Pêxemberê me yê delal deveyên qurbanê yên nîşankirî di pêşiyê de şandin cihê bi navê Zî-Tuwa. Paşê bi eshabên xwe re amadekariyên xwe temam kirin û meşiyan ku bikevin bajarê muqeddes ê Mekkeyê. Eshabê Kîram Mezinê Aleman xistibû nava xwe. Sultanê Kaînatê li ser deveya xwe Qeswa, mîna rojeke ku hebûna bi hezaran stêran dinixumîne, nûr li dora xwe direşand. Eman ya Rebbî! Ew çi xweşikî bû! Ew çi dîmenekî bi heybet bû!…
Li ser zimanan dengên «Lebbeyk, Allahumme lebbeyk! Lebbeyk, la şerîke leke lebbeyk!…», di dilan de muhebbeta Allah teala û Resûlê Wî hebû.
Gav bi gav ber bi Kabeya muezzem ve diçûn. Her ku nêzîk dibûn heyecana wan qatek din zêde dibû, qey dikeliyan. Dengên telbiyeyê yên ku hemûyan bi yek devî digotin Mekke tijî dikir; muşrikan her ku ev dîmenê muhteşem didît, dilê wan dihelî û hîs dikir ku şerbeteke muhebbetê nerm nerm diherike dilên wan. Jixwe hezkirina Îslamê ketibû dilê gelekan… Dawiyê Sultanê Kaînatê, Mezinê herdu cîhanan, Pêxemberê me yê delal û bi şeref, Mezinê me Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) xalib hatibû…
Va ye, Pêxemberê me yê delal û eshabên Wî yên bişan, şûrên wan bi pişta wan ve, diketin Kabeya Muezzeme. Hezretê Ebdullah bin Rewahe hevsarê Qeswa, deveya Mezinê me Pêxember, girtibû û pêş ve diçû. Hinek muşrikên Mekkeyê bi jin û zarokên xwe ve li Darun-Nedweyê rêz bûbûn û li Pêxemberê me yê delal û eshabên Wî yên qehreman temaşe dikir. Ebdullah bin Rewahe her ku pêş ve diçû, ev beyt wek çakûçekî giran li serê muşrikan dixistin û heta kûrahiya dilê wan dadixistin:
Gelî kafiran, ji ser riya Pêxember vekişin,
çimkî Allah teala Qur’an ji Wî re şandiye.
Her xêr û qencî di dînê Wî de ye,
mirina herî bixêr jî mirina di ber vî dînî de ye.
Ew Resûlûllahê rastîn e, min ji dil qebûl kir,
min bi her gotina Wî bawer kir, niha min qebûl kir.
Gelî kafiran! Gava we înkar kir
ku Qur’an ji Allah teala daketiye,
me çawa ji nişka ve derb li we dan
û me çawa serê we ji laşê we veqetand,
eger hûn bi maneya wê jî bawer nekin,
wê bi eynî awayî derb li serê we bikevin.
Ez bi navê mubarek ê Allah dest pê dikim,
ku ji dînê Wî pê ve tu dînê heqîqî tune.
Û dîsa ez bi navê Allah dest pê dikim:
Muhemmed hem evdê Wî ye, hem resûlê Wî ye.
Hezretê Umer xwe negirt û xwest wî hişyar bike: «Ey Îbn Rewahe! Tu çawa dikarî li ber Resûlûllah û li Herema Şerîf şiîran bixwînî?» Lê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Umer! Rê li ber wî negire. Ez bi Allah teala sond dixwim ku gotinên wî ji barandina tîran zûtir û bêtir tesîrê li van muşrikên Qureyşê dikin. Ey Îbn Rewahe, bidomîne!»
Piştî bîskekê Mezinê me Pêxember ji Hezretê Ebdullah bin Rewahe re ferman kir: «Bibêje: “Ji Allah teala pê ve tu îlah tune! Yê ku yek e Ew e! Yê ku wada xwe pêk tîne Ew e! Yê ku alîkariya vî evdê xwe dike Ew e! Yê ku leşkerên xwe xurt dike Ew e! Yê ku qebîleyên li hev civiyayî têk dibe jî tenê Ew e!”»
Ebdullah bin Rewahe jî dest pê kir û got:
Ji Allah teala pê ve tu îlah tune!
Şirîkê Wî tune, la îlahe îllallah!
Ew e yê ku hêzê dide leşkerê mislimanan!
Û Ew e yê ku kafiran belav dike û têk dibe!
Mislimanan jî ev gotin dubare dikirin. Gava Pêxemberê me yê delal ket Beytullahê, milê xwe yê mubarek ê rastê vekir. Xweşikiya çermê Wî yê mubarek çav dibirandin, dil dikişandin, wek rojê nûr direşand. Paşê ferman kir: «Bila Allah teala bi rehmeta xwe wan mêrxasan mexfîret bike ku îro wê xwe li ber van ehlê şirkê bi hêz û zexm nîşan bidin!» Li ser vê yekê Eshabê Kîram milên xwe yên rastê vekirin û bi heybet, bi gavên lezgîn sê caran Kabe tewaf kir. Lê di navbera Ruknê Yemanî û goşeya Hecerul-Eswed de hêdî hêdî meşiyan. Mezinê me Pêxember û eshabên Wî nêzîkî Hecerul-Eswed dibûn û ew maç dikirin, an ji dûr ve destên xwe vedikirin û ber bi Hecerul-Eswed ve digirtin.
«Ez bi Allah teala sond dixwim ku gotinên wî (yên Îbn Rewahe) ji barandina tîran zûtir û bêtir tesîrê li van muşrikên Qureyşê dikin» Hedîsa şerîf
Muşrik ji dûr ve li pey eshaban dinêrîn û li vê meşa wan a bi heybet û bi dîmen şaş diman. Çimkî ji wan re gotibûn ku misliman ji çûna xwe ya Medîneyê ve lawaz û nexweş ketine û xeberên wek van belav bûbûn. Niha jî şahidê halekî bi temamî berevajî dibûn û heyreta wan zêde dibû.
Çar tewafên mayî jî hêdî hêdî, bi gavên giran kirin û temam kirin. Piştî tewafê li Meqamê Îbrahîm du rikat nimêj kirin. Paşê di navbera girên Sefa û Merweyê de heft caran sa’y kirin. Piştî ku qurban hatin serjêkirin, Mezinê me Pêxember serê xwe yê mubarek da kurkirin. Porê Wî yê mubarek hîn li hewa ji destê hev revandin. Eshabê Kîram jî serê xwe kur kir. Bi vî awayî xewna ku Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) tam salek berê dîtibû rast derket. Ziyareta umreyê temam bûbû, wextê nîvro hatibû. Gava Mezinê Aleman ferman li Hezretê Bilal kir ku li Kabeyê ezan bixwîne, Bilalê Hebeşî yekser emir bi cih anî. Dema wî li Kabeyê Ezana Muhemmedî dixwend, hemû Mekke hejiya. Eshabê Kîram di nav xuşûyeke mezin de guh dida ezanê û bi dengekî nizm ew dubare dikir. Gava qediya, Mezinê me Hebîbullah bû îmam. Tesîra nimêja nîvro ya ku hemûyan bi hev re kir, li ser dilê muşrikan tiştekî din bû.
Ji bo Pêxemberê me yê delal li Ebtehê konekî ji çerm vegirtibûn. Sehabî jî sê rojan di konên dora Wî de man. Di wextên nimêjê de li Beytullahê diciviyan û nimêjên xwe bi cemaet dikirin. Di wextên din de diçûn ziyareta xizmên xwe û bi exlaqê xweş ê ku Îslamê dabû wan ji wan re dibûn nimûne. Ew jî li hember van halên xweş ên eshaban qey dihelîn, nikaribûn heyraniya xwe veşêrin. Di van sê rojan de Mekke mîna ku ji hundir ve hatibe fethkirin bû.
Sê roj temam bûbûn… Êdî wextê veqetînê hatibû. Ber bi êvarê, gava Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ji mislimanan (ên ku ji bo umreyê hatine) tu kes wê êvarê li Mekkeyê derbas neke, wê bi rê bikeve!», her kesî xwe da hev û ber bi Medîneyê ve bi rê ketin… Gava li Cuhfeyê bû û rastî Hezretê Ebbas hat, Hezretê Ebbas teklîf kir: «Ya Resûlellah! Meymûne bint Haris bî maye. Ma nabe ku tu wê ji xwe re bikî xanim?» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember Ebû Rafi û zatek ji Ensar ji bo xwazgîniyê şandin Mekkeyê. Hezreta Meymûne li ser deveyê bû gava xeber girt ku Resûlûllah wê dixwaze, û got: «Deve jî, ya li ser wê jî yên Resûlûllah in.» Xwe bexşî Mezinê me Pêxember kir. Pêkanîna vî karî jî ji xwişka xwe ya mezin Ummul-Fedl re hişt, wê jî ji mêrê xwe Hezretê Ebbas re hişt. Gava ji umreyê vedigeriyan Medîneyê û hatin cihê bi navê Serif, Hezretê Ebbas ji Pêxemberê me (sellellahû eleyhî we sellem) çar sed dirhem mehr stand û Hezreta Meymûne li Resûlûllah mehr kir. Dawet jî li wir çêbû. Hezreta Meymûne bi nîkaha Resûlûllah şerefdar bû û bû xanima Wî ya dawî. Pêxemberê me piştî vê careke din nezewicî.
«Bila Allah teala bi rehmeta xwe wan mêrxasan mexfîret bike ku îro wê xwe li ber van ehlê şirkê bi hêz û zexm nîşan bidin!» Hedîsa şerîf
Min cesaret kir ku şamdanekê diyarî te bikim, ya Resûlellah!
Mirada min xizmeta dergehê te yê bilind e, ya Resûlellah!
Destawêza min a bêqîmet ne layiqî Rewdaya te ye;
qebûl bike, îhsan û înayetê bike, ya Resûlellah!
Ji bilî hezreta te kî yê min heye ku ez halê xwe jê re bibêjim?
Îhsan û mirwet ji cenabê te ne, ya Resûlellah!
Dexîlê te me, el-eman, sed el-eman, ez ketime ber dergahê te;
rehmê bike, ji min re şefaetê bike, ya Resûlellah!
Li herdu aleman Xan Mehmûdê adil bi xwe re bigire;
di ewil û axir de dewlet a te ye, ya Resûlellah!
Mehmûd Xanê Duyem
Mislimanbûna Xalid bin Welîd
Gava Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem), ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, ji bo umreyê çûbû Mekkeyê, ji Hezretê Welîd bin Welîd ê ji eshabên xwe re ferman kiribû: «Xalid li ku ye? Nabe ku yekî wek wî Îslamiyetê nas neke, nizanibe. Xwezî wî hemû xîret û mêrxasiya xwe li ba mislimanan, li hember muşrikan nîşan bidaya; wê çiqas bixêr bûya! Me yê jê hez bikira û ew di ser yên din re bigirta.» Welîd bin Welîd berê jî carinan ji birayê xwe yê mezin re name dinivîsîn û ew teşwîq dikir ku bibe misliman. Gava ev gotinên mubarek ên Mezinê me Pêxember jî gihandin wî, meyla Xalid bin Welîd a li Îslamiyetê her ku çû zêde bû. Sehabiyên ku ziyareta umreyê kiribûn vegeriyabûn Medîneyê. Roj derbas bûbûn, sala heştan a hicretê hatibû. Xalid bin Welîd jî êdî di cihê xwe de nedisekinî; dişewitî ku demek berî demekê bigihîje Medîneyê, li huzûra Mezinê Aleman çok bide û bi mislimanbûnê şerefdar bibe. Bi xwe wiha vegotiye:
«Allah teala muhebbeta Mezinê me Pêxember îhsanî min kir. Hezkirina Îslamê xist dilê min. Ez gihandim wî halî ku xêr û şer ji hev derxim. Min di dilê xwe de got: “Ez di hemû şeran de li hember Muhemmed eleyhisselam bûm. Lê her carê ku min meydana şer berdida, min dizanibû ku ez li ser halekî xerab û şaş im û Ew ê rojekê bêguman bi ser me bikeve; ez bi van hîsan vediqetiyam.” Gava Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) hat Hudeybiyeyê jî ez fermandarê siwarên dijmin bûm. Li Usfanê ez nêzîkî wan bûm û min xwe nîşan da. Resûlûllah ji me ewle îmametiya nimêja nîvro ji eshabên xwe re dikir. Me xwest ji nişka ve bavêjin ser wan, lê nebû. Wisa bûna wê jî bixêr bû. Divê Resûlûllah fêm kiribe çi di dilê me re derbas dibe, ku nimêja esrê bi îhtiyat kir. Vê yekê gelek tesîr li min kir. Min got: Xuya ye ku Allah vî zatî diparêze. Em ji hev veqetiyan. Ez di nav fikrên cur bi cur de bûm; gava Muhemmed eleyhisselam ji bo umreyê hat Mekkeyê, min xwe nîşanî Wî neda. Bi birayê min Welîd re hatibûn û ez nedîtibûm. Birayê min nameyeke wiha hiştibû: “Bismillahirrehmanirrehîm! Piştî hemd û senaya ji Allah teala re û selat û selama li ser Resûlûllah, ez dibêjim: Bi rastî ez tiştekî ji vê ecêbtir nizanim ku te rû ji Îslamiyetê zivirandiye û çûyî. Ma ne tu ne aciz î ku fêm bikî ew riya ku tu tê de diçî şaş e! Tu çima aqilê xwe naxebitînî? Çiqas ecêb e ku tu dînekî wek Îslamiyetê nas nakî û fêm nakî! Mezinê me Pêxember pirsa te ji min kir. Dixwaze ku tu Îslamiyetê nas bikî û xîret û mêrxasiya xwe di nav mislimanan de, li hember muşrikan bi kar bînî. Birayê min! Te gelek firsend ji dest dan; êdî bêtir dereng nemîne!…”
Gava nameya birayê min gihîşt min, arzûya mislimanbûnê bi min re gelek xurt bû. Min ji bo çûnê lez dikir. Gotinên Resûlûllah ez gelek şa kiribûm. Wê şevê di xew de, di xewna xwe de ez ji ciyên teng, bi tengasî û wek çolê bêav derketibûm cihekî kesk û şîn, fireh û dilvekirî. Min biryar da ku gava bigihîjim Medîneyê vê xewna xwe ji Hezretê Ebûbekr re bibêjim û tabîra wê ji wî bipirsim. Dema min xwe ji bo çûna ba Resûlûllah amade dikir, min difikirî: “Gelo di riya wê derê de kî dikare ji min re bibe heval?” Di wê navê de ez rastî Sefwan bin Umeyye hatim. Min rewş jê re got. Teklîfa min red kir. Paşê ez rastî Îkrime bin Ebû Cehl hatim. Gava wî jî red kir, ez çûm mala xwe. Ez li heywanê xwe siwar bûm û çûm ba Osman bin Talhe. Min ji wî re jî got ku ez ê ji bo mislimanbûnê herim ba Resûlûllah û bila ji min re bibe heval. Bê dudilî qebûl kir û roja din di wextê seherê de em bi hev re bi rê ketin. Gava em gihîştin cihê bi navê Hîre, em rastî Emr bin As hatin. Ji me pirsî em bi ku ve diçin. Gava me mexseda xwe got, wî jî got ku ji diyarê Hebeşê tê, li ba Necaşî Eshame bûye misliman û ji bo ku bîatê bide Resûlûllah diçe Medîneyê. Em her sê gihîştin Medîneyê. Mezinê me Pêxember gava bi hatina me hesiyaye, ferman kiriye: “Mekkeyê cegerpareyên xwe avêtin aliyê me.” Gava ez hatim Medîneyê min cilên xwe yên rêwîtiyê ji xwe kirin. Min cilên xwe yên herî xweşik li xwe kirin û xwe ji bo dîtina Mezinê me Resûlûllah amade kir. Di wê navê de birayê min Welîd hat û got: “Lez bike. Çimkî xebera hatina we dane Mezinê me Pêxember, Ew jî gelek şa bûye. Niha li benda we ye.” Ez bi lez çûm huzûra wî Pêxemberê bilind. Dibişirî. Min silav dayê û got: “Ez şehadetê didim ku ji Allah teala pê ve tu îlah tune û tu jî pêxemberê Allah teala yî.” Ferman kir: “Hemd ji Allah teala re ku tu gihandî hîdayetê û riya rast nîşanî te da.” Paşê min xwest ku ji bo efûya gunehên min ji Allah teala re dua bike. Ji bo min dua kir û ferman kir: “Îslamiyet gunehên ku berî wê hatine kirin jê dike û davêje.” Herdu hevalên min ên din jî bûn misliman.»2 Bi vî awayî ev her sê pehlewan, ku ji yên herî mêrxas ên Mekkeyê bûn, çavê wan ji tu tiştî nedişikest û di riya armancên xwe de bi qasî zerreyekê jî ji dayîna canê xwe nedidan paş, bi samîmiyeteke ku ji dilê wan difûriya li huzûra Mezinê me Resûlê Ekrem bi ketina nav Eshabê Kîram şerefdar bûbûn. Êdî wê bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina kufrê bixebitiyana. Sehabî bi mislimanbûna wan gelek şa bûbûn û şabûna xwe bi tekbîrên «Allahû ekber!» eşkere kiribû.
Hezretê Muhemmed dengê Heq e,
Mezinê herdu dinyayan e.
Ereb û Ecem bendeyên Wî ne.
Zeman guleke wek wê Gulê nedîtiye;
tu jî li ber wî Xweşikî serê xwe bitewîne.
Îmamê Bûsîrî
«Îslamiyet gunehên ku berî wê hatine kirin jê dike û davêje» Hedîsa şerîf
