ŞERÊ MÛTEYÊ
Di sala heştan a hicretê de Mezinê me Serwerê Kaînatê (eleyhî efdelusselewat), ku ji aleman re rehmet e, ji bo belavbûna Îslamiyetê dîsa qasid şandin ba qebîle û dewletên cur bi cur. Ji hinekan ji wan netîceyên baş hatibûn, lê Hezretê Haris bin Umeyr, ku şandibûn ba waliyê Busrayê, li gundê Mûteyê yê nahiyeya Belqayê ya Şamê leşkerên xiristiyan girtibû. Hezretê Haris biribû ba waliyê Şamê Şurehbîl bin Emr û digel ku qasid bû, bi namerdî kuştibû û şehîd kiribû.1
Dilê Pêxemberê me yê delal bi vê xeberê gelek êşiyabû û yekser ferman kiribû ku eshabên Wî yên qehreman bicivin. Sehabiyên ku ev emir girtin, bi zarokên xwe re helaliya xwe xwestin û bi lez li leşkergeha Curfê civiyan. Mezinê me Hebîbê Ekrem piştî ku îmametiya nimêja nîvro kir, ferman kir: «Min Zeyd bin Harise ji van mirovên ku wê derkevin cîhadê re kir fermandar! Eger Zeyd bin Harise şehîd bibe, bila Ce’fer bin Ebî Talib bikeve şûna wî. Eger Ce’fer bin Ebî Talib şehîd bibe, bila Ebdullah bin Rewahe bikeve şûna wî. Eger Ebdullah bin Rewahe jî şehîd bibe, bila misliman ji nav xwe yekî munasib bibijêrin û wî ji xwe re bikin fermandar!»
Li ser vê yekê Eshabê Kîram fêm kir ku ev qehremanên ku navên wan hatin hejmartin wê şehîd bibin, dest bi girî kir û got: «Ya Resûlellah! Xwezî sax bimana û me ji wan îstîfade bikira!…» Mezinê me Pêxember bersiv neda wan û bêdeng ma.2 Hezretê Zeyd, Ce’fer û Ebdullah, ku li wir bûn, jî ev bihîstibûn û ketibûn nav şabûneke mezin. Çimkî armanca wan a herî mezin ew bû ku dema dînê Allah teala belav dikin şehîd bibin. Êdî mizgînî hatibû dayîn û wan ew bi guhên xwe bihîstibû. Mucahidan amadekariyên xwe qedandibûn, li benda fermandarên xwe bûn. Pêxemberê me yê delal ala spî ya Îslamê spart Hezretê Zeyd bin Harise. Emir lê kir ku heta wî cihê ku Haris bin Umeyr lê şehîd kirine here û Îslamê teblîx bike. Ferman kir ku eger qebûl nekin bi dijmin re şer bike. Dema Hezretê Ebdullah bin Rewahe û hevalên wî yên fermandar ên li ba wî xatir dixwestin, ew giriya. Jê pirsî: «Ey kurê Rewahe! Tu ji bo çi digirî?» Ebdullah bin Rewaheyê şair got:
Sebeba girîna min
ne hezkirina dinyayê ye,
wellahî ne ew e jî
ku ez ê bêriya we bikim.
Sebeba esasî ev e:
di Qur’ana xwe ya Kerîm de
Rebbê me di ayetekê de
wiha ferman dike:
«Bêguman bizanin ku
ji nav we tu kes tune
ku di Cehennemê re
derbas nebe…»
Min ev ayet bihîst
dema Resûlûllah dixwend.
Eger riya min bi Cehennemê bikeve,
ez ê çawa sebir bikim!
Hevalên wî jê re dua kir: «Allah teala te tevlî zumreya evdên xwe yên delal bike, tu ji salihan bî!» Paşê Hezretê Ebdullah bin Rewahe got: «Lê ez ji Allah teala dixwazim ku ez bêm mexfîretkirin. Herwiha ez dixwazim bi derbeke şûr a ku xwînê bifûrîne û bikefîne, an bi rimeke ku di min re here û ceger û rûviyên min bişewitîne şehîd bibim!…» Dema leşker xwe ji bo çûnê amade dikir, Hezretê Ebdullah bin Rewahe çû ba Mezinê me Pêxember, xatir jê xwest û paşê got: «Ya Resûlellah! Ma tu yê tiştekî ji min re tewsiye bikî ku ez ezber bikim û qet ji bîra xwe dernexim?» Mezinê me Pêxember jê re ferman kir: «Tu yê sibe bigihîjî welatekî ku tê de pir hindik ji Allah teala re secde tê kirin. Li wir secdeyan, nimêjan zêde bike.» Gava Ebdullah bin Rewahe got: «Ya Resûlellah! Ma tu yê şîretên xwe ji min re zêde bikî?», Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Her tim zikrê Allah teala bike. Çimkî zikrê Allah teala wê alîkariya te bike ku tu bigihîjî tiştê ku tu hêvî dikî.»
Leşkerê Îslamê yê sê hezar kesî di nav dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!» de dest bi meşê kir. Pêxemberê me yê delal û sehabiyên ku li Medîneyê man, heta hevraza Wedayê bi mucahidên xazî re çûn. Li wir Mezinê Aleman ji leşkerê mubarek ê Îslamê re wiha xîtab kir: «Ez tewsiyeyî we dikim ku hûn emrên Allah teala bi cih bînin û xwe ji qedexeyên Wî biparêzin, ji bo mislimanên bi we re bixêr bin û bi wan re baş bin. Di riya Allah teala de, bi gotina navê Wî şer bikin. Di malên xenîmetê de xiyanetê nekin. Bêwefayiyê li ehdê nekin. Zarokan nekujin. Hûn ê li wir di dêrên xiristiyanan de hinek kesan bibînin ku xwe ji mirovan veqetandine û xwe dane îbadetê. Hay ji xwe hebin, dest nedin wan! Ji bilî wan hûn ê rastî hinek kesan jî bên ku şeytanan di serê wan de hêlîn çêkiriye; serê wan bi şûrê xwe jê bikin. Hûn jinan û pîrên kal ên ji hal ketî nekujin. Daran neşewitînin û nebirin. Malan jî xera nekin!»
Ji serfermandar Zeyd bin Harise re jî ferman kir: «Gava tu rastî dijminê xwe yê ji muşrikan hatî, wan dawetî yek ji sê tiştan bike!… (Eger bibin misliman,) wan dawet bike ku hicret bikin Medîneyê, welatê muhaciran! Eger daweta te qebûl bikin, bi wan bide zanîn ku çi heqên muhaciran hebin wê yên wan jî hebin û muhacir bi çi wezîfeyan mukellef bin ew jî wê bi wan mukellef bin.
Eger bibin misliman û mayîna li welatê xwe çêtir bibînin, bi wan bide zanîn ku ew ê wek erebên koçer ên misliman bin, hukmê îlahî yê ku li ser wan tê meşandin wê li ser van jî bê meşandin, ji xenîmetên şer tiştek ji wan re nayê veqetandin û tenê yên ku li ba mislimanan şer dikin dikarin ji xenîmetê feydê bibînin!
Eger Îslamê qebûl nekin, wan dawetî dayîna cizyeyê bike! Dest nede yên ku vê qebûl bikin! Eger nêzîkî dayîna cizyeyê jî nebin, xwe bispêre alîkariya Allah teala û bi wan re şer bike!…»
Piştî van şîretan xatir ji mucahidan xwest. Leşkerê Îslamê bi dengên tekbîran veqetiya. Yên ku li paş man, dest ji yên ku diçûn re dihejand û dua dikir: «Allah teala we ji her cure xetereyê biparêze û dîsa sax û silamet vegerîne…» Heta ku li ser ufuqê winda bûn, bi çavên şil û bi xibte li pey wan nêrîn…
«Min Zeyd bin Harise kir fermandar! Eger ew şehîd bibe, bila Ce’fer bin Ebî Talib bikeve şûna wî. Eger ew şehîd bibe, bila Ebdullah bin Rewahe bikeve şûna wî. Eger ew jî şehîd bibe, hûn ê ji nav xwe yekî bibijêrin» Hedîsa şerîf
Ala muqeddes di destê Zeyd bin Harise de li ba dibû; mucahid ji bo xizmeta dînê Allah teala diçûn rêwîtiyeke dirêj a nediyar. Leşkerê Îslamê bi lez ber bi Sûriyeyê ve pêş ve diçû. Rêwîtî bê bûyer û bi kêf derbas dibû. Mucahid bêsebir bûn ku demek berî demekê rastî dijmin bên. Yek ji wan ên ku herî bi arzû şehîdî dixwestin jî Hezretê Ebdullah bin Rewahe bû. Zeyd bin Erqem ev yek wiha vegot: «Ez sêwiyek bûm ku di bin terbiyeya Ebdullah bin Rewahe de mezin bûbûm. Gava ew derket sefera Mûteyê, ez jî li paş xwe li deveya xwe siwar kiribûm. Bi şev piştî ku demekê çû, ev beyt ji lêvên wî dirijiyan:
Deveya min! Eger tu min bigihînî wê bîra li qûmistanê
û ji wir jî çar qonaxan pêşdetir bibî,
êdî ez te ji vê pê ve dernaxim tu seferê;
piştî bîskekê tu yê bê xwedî bimînî, bizanibe.
Ez, wisa xuya ye, wê venegerim mala xwe;
hêvî dikim ku ez ê di vî şerî de şehîd bikevim.
Li qonaxa dawî mumin bi lez di ber min re derbas bûn;
ey kurê Rewahe, yên te yên herî nêzîk jî
bendên biratiyê qetandin û derbas bûn,
tu ji Heq teala re hiştî û çûn.
Êdî ez nafikirim ka çi malê min li paş maye;
dar û darxurme qet ne xema min in!
Gava min ev bihîstin, ez giriyam. Ebdullah bin Rewahe bi qamçiyê xwe dest da min û got: “Ey şûmo! Çi bi te tê? Ku ez wiha bibêjim çi zirara wê ji te re heye? Eger Allah teala şehîdiyê bike para min, tu yê li ser heywên vegerî û bigihîjî cihê xwe. Ez jî wê ji hemû derdên dinyayê, ji xem û kederên wê, ji bûyerên wê xelas bibim û bigihîjim rihetiyê.” Peya bû û du rikat nimêj kir. Di dawiyê de duayeke dirêj kir, paşê bang li min kir: “Lawo!” Gava min got: “Kerem bike”, got: “Înşaallah di vê seferê de şehîdî wê bibe para min!”»
Dema sehabiyên qehreman nêzîkî Sûriyeyê dibûn, waliyê Şamê Şurehbîl bin Emr ji zû ve xeber girtibû ku leşkerê Îslamê nêzîk dibe. Yekser rewş bi Qeyserê Rûmê Herakliyûs dabû zanîn, alîkariyeke mezin wergirtibû û dilê wî rihet bûbû. Çimkî li gorî xeberên ku berhev kiribûn misliman tenê sê-pênc hezar kes bûn. Li hember vê leşkerê wî ji sed hezarî derbas dibû. Çekên wan jî bê hed û bê hesab bûn. Eshabê Kîram (eleyhimurridwan) gava ji axa Şamê gihîştin Meanê, hîn bûn ku rûmî bi leşkerekî sed hezar kesî bi ser wan de tên. Li wir danîn û du şevan man. Fermandar Hezretê Zeyd bin Harise hevalên xwe civandin û rewş ji wan re got. Fikra wan pirsî ka li hember leşkerê Rûmê divê çi bikin. Hinek sehabiyan digot: «Em bêyî ku rastî leşkerê Rûmê bên, ji nişka ve bavêjin ser welatê wan. Mirovên wan dîl bigirin û vegerin Medîneyê»; hinekan jî digot: «Em ji Resûl eleyhisselam re name binivîsin û hejmara dijmin pê bidin zanîn. Jê bixwazin ku bi lez ji me re leşker bişîne, an jê bipirsin ka divê em çi bikin.» Gava li ber wê bûn ku biryar bidin ku fikra duyem munasibtir e, Hezretê Ebdullah bin Rewahe ket nav gotinê û got:
«Her tim zikrê Allah teala bike. Çimkî zikrê Allah teala wê alîkariya te bike ku tu bigihîjî tiştê ku tu hêvî dikî» Hedîsa şerîf
Ey qewmê min, hûn ji ber çi dudilî dibin?
Ma em bi niyeta şehîdbûnê nehatine şer?
Me tu carî ji ber wê yekê bi kafiran re şer nekiriye
ku em bi çek û siwaran pir bûn.
Bi quweta vî dînê
ku Allah teala îhsanî me kiriye, me wek şêran şer kir.
Herin, şer bikin, bêguman xêr tê de heye;
dawiya vî karî an şehadet e, an zefer.
Wellahî roja Bedrê du hespên me hebûn;
li Uhudê bi yek hespî, çekên me pir hindik bûn.
Eger di qederê de hebe ku em di vî şerî de xalib bên,
jixwe Allah û Pêxember jî wisa wad kiriye.
Heq teala qet ji wada xwe venagere;
naxwe, gelî muminan, bimeşin pêş!
Eger di qedera me de şehîdî hebe,
em ê li Cennetê bigihîjin birayên xwe yên şehîd.
Van gotinên Hezretê Ebdullah bin Rewahe cesaret dabû mucahidan. Gotin: «Wellahî kurê Rewahe rast dibêje.» Êdî biryar hatibû dayîn. Wê heta ku şehîd bibin şer bidomandana. Gava sehabiyên bişan hatin gundê bi navê Mûte, rastî leşkerê Rûmê yê sed hezar kesî hatin.
ŞERÊ MÛTEYÊ
Çiya û kevir bi leşkerê dijmin tijî bûbû. Li aliyekî leşkerekî Îslamê yê sê hezar kesî hebû, ku ji bo belavkirina dînê Allah teala heta ji Medîneyê rabûbû û hatibû Şamê; li aliyê din keriyekî kafiran ê sed hezar kesî, ku ji bo fetisandina Îslamê civiyabû… Bi dîtinê, hêza herdu aliyan qet nedihat ber hev. Li gorî vê diviyabû her mislimanek bi zêdetirî sî rûmiyan re şer bike. Herdu alî jî ketin nîzama şer. Di wê navê de dîtin ku li gorî emrê Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) heyetek ji leşkerê Îslamê ber bi leşkergeha Rûmê ve çû. Wan teklîf li leşkerê Rûmê kir ku werin Îslamê, an na cizyeyê bidin. Lê wan ev dawet red kir. Êdî wext tunebû ku winda bikin. Fermandar Hezretê Zeyd bin Harise, ala muqeddes a Îslamê di dest de, emrê êrîşê da leşkerê xwe. Mucahidên ku li benda vê kêliyê bûn, bi qîrînên «Allahû ekber!» wek tîrê xwe avêtin pêş. Şûrên xwe yên wek birûskê kişandin û wek bahozê ketin nava dijmin… Hîrîna hespan, şingîna şûran, dengên tekbîran û hawara yên ku lê diket digihîşt ezmanan; hîn di serê şer de meydan dibû gola xwînê. Sehabiyên bişan bi her daweşandina şûrê xwe an serek, an milek dixistin.
Hezretê Zeyd, ala spî ya Resûlûllah di dest de, heta di nîvê dijmin de digot «Allah, Allah» û şer dikir. Bi şûrên ku dadiweşandin di carekê de dora xwe vala dikir û dijmin poşman dikir ku derketiye pêşberî wî. Sehabiyên bişan ên ku didîtin fermandarê wan çawa mêrane şer dike, ji wî paş nediman; her yekî bi tena serê xwe şûr digihand sî dijminan û dixebitî ku wan bin pê bike. Di wê navê de dîtin ku çend rim bi hev re di sînga mubarek a fermandar Hezretê Zeyd de çikiyan. Li pey wan rimên din hatin. Laşê sehabiyê bişan qul qulî bûbû. Hingê dîtin ku Zeyd bin Harise ket ser axa germ û şerbeta şehadetê ya ku gelek bêriya wê kiribû vexwar.
Hezretê Ce’fer, ku li pey Zeyd bin Harise dihat, yekser al hilda. Mucahidên ku didîtin ala Îslamê li ba dibe, bi eşqeke nû şer didomandin. Hezretê Ce’fer jî wek Zeyd bin Harise mêrane şer dikir. Ji aliyekî ve êrîşî dijmin dikir, ji aliyê din ve cesaret û heyecan dida hevalên xwe. Vî fermandarê nû yê ku mêrxasane şer dikir, hîn bi leztir, hîn çalaktir şûr dadiweşand û nedihişt dijmin çavên xwe veke. Hezretê Ce’fer wisa ketibû nav şer ku xwe ji bîr kiribû û gelek ji hevalên xwe pêşdetir çûbû. Di nav rûmiyan de bi tena serê xwe şer dikir û yek bi yek şûr li her yekî ji wan dixist. Lê zû fêm kir ku vegera vê çûnê tune. Fermandarê qehreman digot: «Ya ku dikeve ser min ew e ku ez bi şûrê xwe li her yekî ji kafiran bixim!» û ji kelama mubarek «Allahû ekber!… Allahû ekber!…» hêzeke manewî ya nû digirt. Bi her lêdana şûr dijminek ji holê radikir û nedihişt kes nêzîkî wî bibe. Navê mubarek ê Allah teala ji ser zimanê wî nediket û bi hêzeke ku naqede şer dikir. Dawiyê leşkerekî dijmin şûrek li milê rastê yê Hezretê Ce’fer xist. Hezretê Ce’fer, ku destê wî yê rastê jê bûbû, ala muqeddes a Îslamê berî ku bikeve erdê bi destê xwe yê çepê girt. Rakir û dîsa li ba kir. Hingê derbeke din a şûr… Destê wî yê çepê jî jê bûbû. Vê carê al di navbera milên xwe yên jêkirî de bi sînga xwe ve şidand û xebitî ku li ba bike. Lê bi şûrên dijmin ên ku li pey hev bi dijwarî dadiketin, gihîşt mertebeya şehadetê ya ku gelek bêriya wê kiribû. Rûhê wî yê mubarek firiyabû derecên herî bilind ên Cennetê… Di laşê wî de ji notî zêdetir birînên şûr û rimê hatibûn hejmartin.3 Mucahidên qehreman ên ku dîtin fermandarê wan şehîd ketiye, hema ala Îslamê ya ku ketibû erdê hildan û spartin Hezretê Ebdullah bin Rewahe.
«Ey qewmê min, hûn ji ber çi dudilî dibin? Ma em bi niyeta şehîdbûnê nehatine şer?» Ebdullah bin Rewahe (radiyellahû anhû)
Wî jî li ser hespê xwe al li ba kir û bi dijwarî êrîşî dijmin kir. Ji aliyekî ve dijminê ku dihat pêşiya wî bin pê dikir, ji aliyê din ve wiha digot:
Ey nefsa min, tu yê helbet stûyê xwe ji min re xwar bikî;
ez ê îro şehîd bibim, min di vî şerî de sond xwariye.
An tu yê bi xwe pê razî bibî,
an ez ê bi zorê bi te bidim qebûlkirin.
Eger tu di vî şerî de neyê kuştin, ey nefsa min, ji min re bibêje:
ma tu yê qet nemirî?
Eger tu tiştê ku Ce’fer bin Ebî Talib
û Zeyd bin Harise kirin bikî, bizanibe ku tu yê baş bikî.
Ew şehîd bûn; ey nefsa min, li paş nemîne,
paşê tu yê bedbext bibî; de xwe bavêje pêş!
Hezretê Ebdullah jî di nav qîrînên «Allahû ekber!» de bi dijmin re ketibû têkoşîneke bêeman. Di wê navê de derbeke şûr li tiliya wî ket û tiliya jêbûyî bi destê wî ve daliqî ma. Ev fermandarê mubarek ê ku bi eşqa Allah teala û Resûlê Wî dişewitî, yekser ji hespê xwe xwe avêt erdê, tiliya xwe ya birîndar a ku nedihişt şer bike da bin lingê xwe, got: «Ma tu ne tenê tiliyeke birîndar î? Jixwe ev qeza jî di riya Allah teala de hatiye serê te!» û ew kişand, jê kir. Wek birûskê xwe avêt ser hespê xwe û bi hemû hêza xwe dîsa dest bi şer kir. Lê ji ber ku digel ewqas şerkirinê jî negihîştibû mertebeya şehîdiyê, dest pê kir ku lomeyan li xwe bike… Car bi car êrîşî dijmin kir. Dawiyê bi derbeke rimê ket erdê. Dema di riya Allah teala û Resûlê Wî de şer dikir şehîd bû û rûhê wî yê mubarek firiya Cennetê… Di wê gavê de Ebul-Yusr Ke’b bin Umeyr, ku li ba Hezretê Ebdullah şer dikir, xebitî ku alê li ba bike. Çavên xwe li nav eshaban gerandin û li yekî ji xwe mezintir û kamiltir geriya. Gava Sabit bin Eqrem dît, al spart wî. Hezretê Sabit al li ber mucahidan çikand û got: «Birayên min! Bi lez ji nav xwe yekî bikin fermandar û bidin pey wî.» Wan got: «Me tu bijartî», lê Hezretê Sabit ev qebûl nekir. Çavên wî li Hezretê Xalid bin Welîd ketin. Jê re got: «Ey Ebû Suleyman! Alê tu bigire!» Hezretê Xalid, ku nû tevlî nav mislimanan bûbû, ji edeba xwe nexwest ala muqeddes bigire û ev gotin ji lêvên wî yên mubarek rijiyan: «Ez nikarim vê alê ji te bigirim! Tu ji min bêtir layiqî wê yî. Çimkî tu bi emir mezintir î û tu bi wê yekê şerefdar bûyî ku te di Xezweya Bedrê de li ba Resûlûllah şer kiriye!…» Lê wext biqîmet bû. Eshabê Kîram ên li dora wan bi dijmin re heta mirinê şer dikir û dixebitîn ku dijminê sed hezar kesî paşve bibin. Hezretê Sabit gotina xwe dubare kir: «Ey Xalid! Zû ala muqeddes a Resûlûllah bigire! Wellahî min ew ji bo ku bidim te girtibû. Tu usûla şer ji min çêtir dizanî!» û ji mucahidên dora xwe pirsî: «Birayên min! Fikra we çi ye ku Xalid bibe fermandar?» Wan jî bi yek devî got: «Me ew li ser xwe kir fermandar.» Li ser vê yekê Hezretê Xalid ew ala ku Mezinê Aleman bi destê xwe yê mubarek spartibû, bi hurmet û edebeke mezin girt û maç kir. Xwe avêt ser hespê xwe û bi hemû heşmet û heybeta xwe êrîşî dijmin kir.4
Sehabiyên qehreman li pey fermandarê xwe yê nû dîsa êrîş kir. Hezretê Xalid bi cesaret û hunereke nedîtî şer dikir, kî dihat pêşiya wî ew dixist û diqulipand. Di wê navê de Hezretê Qutbe bin Qetade serê Malik bin Zafile, yek ji fermandarên dijmin, ji laşê wî veqetand. Manewiyata rûmiyan şikestibû. Lê wext teng bûbû, bûbû êvar û dinya dest bi tarîbûnê kiribû. Şerê di tariyê de gelek xeternak bû. Çimkî dikaribûn bi şaşî li hevalên xwe bixin…
Ji ber vê herdu alî jî vekişiyan qerargehên xwe. Dest bi dermankirina birîndaran kirin. Hezretê Xalid di hunera şer de dahî bû. Dixwest serê sibê bi taktîkeke nû derkeve pêşberî dijmin û wan şaş bike. Wê şevê cihên leşkeran guhertin. Yên aliyê rastê birin çepê, yên çepê birin rastê, yên pêş birin paş, yên paş jî anîn pêş.
Serê sibê mucahidên qehreman dîsa rabûn êrîşê û di nav qîrînên «Allahû ekber» de dest bi şer kir. Leşkerên dijmin ew leşkerên ku êrîşî wan dikirin cara pêşî didîtin. Ev ne ew kes bûn ku duh bi wan re şer kiribû.
Divê leşkerekî nû hatibe alîkariya mislimanan!… Leşkerên rûmî guman kir ku hêzên alîkariyê hatine, tirs ket dilê wan û manewiyata wan şikest. Saw ket ser wan û dest bi revê kir. Leşkerê Îslamê ev firsend zanî û bi dijwarî êrîşî leşkerên rûmî kir.
Piştî ku dijmin ji holê rakirin, hatin keleha Mûteyê. Keleh jî feth kirin û ji giregirên wê gelek kes kuştin. Hezretê Xalid û sehabiyên qehreman wê rojê hîn xweştir şer kir, şûr li dijmin xistin û canê bi hezaran ji wan şandin Cehennemê. Wê rojê di destê Hezretê Xalid bin Welîd de neh şûr şikestibûn.5 Bi îhsana Allah teala û bi bereketa duayên Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) sê hezar mucahidên xazî sed hezar leşkerê dijmin şikandibû. Di vî şerê mezin ê meydanê de panzdeh şehîd hatibûn dayîn. Bi vî awayî hedê Împaratoriya Rûmê nîşanî wê dabûn û rê li ber wan hatibû girtin ku êrîşan bibin hîn bêtir başûr… Mezinê me Resûlê Ekrem û Nebiyê muhterem, hîn berî ku ji meydana şer xeberek jê re bê, eshabên xwe li mizgeftê civandibûn da ku tiştên li Mûteyê qewimîne bi wan bide zanîn. Ji rûyê mubarek ê Pêxemberê me yê delal dihat fêmkirin ku gelek xemgîn e; ji tirsa ku bêtir xemgîn bibe kes nikaribû tiştekî bipirse. Dawiyê yek ji Eshabê Kîram got: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ji wê gava ku me xema te dîtiye ve dilê me xwînê digirî; dereceya xema me tenê Cenabê Heq dizane!» Ji çavên mubarek ên Pêxemberê me yê delal hêstir barîn û ferman kir: «Xema ku hûn li min dibînin, tiştê ku ez di nav kederê de hiştim ew bû ku eshabên min şehîd bûn. Ev hal dom kir heta ku min dît ew li Cennetê bira ne û li ser textên beramberî hev rûniştine. Zeyd bin Harise al girt destê xwe. Dawiyê ew hat şehîdkirin. Ew niha ket Cennetê. Li wir dibeze û digere. Paşê al Ce’fer bin Ebî Talib girt. Êrîşî leşkerên dijmin kir. Şer kir û dawiyê ew jî şehîd bû. Ew bi şehîdî ket Cennetê û bi du baskên ji yaqûtê çawa bixwaze difire. Piştî Ce’fer al Ebdullah bin Rewahe girt. Al di dest de bi dijminan re şer kir, şehîd bû û ket Cennetê. Ew li Cennetê li ser textên ji zêr nîşanî min dan. Allahê min! Zeyd mexfîret bike!… Allahê min! Ce’fer mexfîret bike! Allahê min! Ebdullah bin Rewahe mexfîret bike!»
«Ey Xalid! Zû ala muqeddes a Resûlûllah bigire! Wellahî min ew ji bo ku bidim te girtibû. Tu usûla şer ji min çêtir dizanî!» Sabit bin Eqrem (radiyellahû anhû)
Ji çavên mubarek ên Mezinê Aleman hîn jî hêstir dibarîn. Di nav hêstiran de wiha dom kir û ferman kir: «Piştî Ebdullah bin Rewahe al Xalid bin Welîd girt. Ha niha şer dijwar bû. Allahê min! Ew (Xalid bin Welîd) şûrek ji şûrên Te ye. Alîkariya wî bike!…»6 Pêxemberê me yê delal bi destûra Allah teala rewşa meydana şer a ku ji hezar kîlometreyî dûrtir bû bi mucîze dîtibû û bi eshabên xwe dabû zanîn. Roja ku Hezretê Ce’fer bin Ebî Talib şehîd ket, piştî ku ev bûyer vegot rabû û çû mala Hezretê Ce’fer. Xanima wî Esmayê karên mala xwe qedandibûn, zarokên xwe şuştibûn û porê wan şeh kiribû. Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Ey Esma! Kurên Ce’fer li ku ne? Wan ji min re bîne!» Gava Esma Xatûn zarok anîn, Mezinê me Resûlûllah ew bi singê xwe ve şidandin, têr têr maç kirin û bêhn kirin. Dilê Wî yê mubarek xwe negirt; hêstir li pey hev ji çavên mubarek dest bi herikînê kir. Xanima Hezretê Ce’fer gava ev dît, bi lavayî pirsî: «Dê û bavê min, canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Tu çima wê merhemeta ku li sêwiyan tê kirin li kurên min dikî? Ma qey te ji Ce’fer û hevalên wî xebereke bi êş girtiye?!» Mezinê Aleman gelek muteessir bûbû; ferman kir: «Belê!… Ew îro şehîd bûn!…» Dêya me Hezreta Esma jî sêwiyên xwe yên biçûk bi singê xwe ve şidandin û dest bi girî kir. Pêxemberê me yê delal zêde li ber vê dîmenê xwe negirtibû û ji wir çûbû.7
Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava vegeriya mala xwe ya seadetê, ji hevserên xwe yên pak re ferman kir: «Ji bo malbata Ce’fer amadekirina xwarinê îhmal nekin!» Sê rojan ji malbatên şehîdan re xwarin şandin. Çend roj derbas bûbûn ku Hezretê Ye’la bin Umeyye xebera mizgîniyê gihand Medîneyê. Hîn wî tiştên qewimî negotibûn, Mezinê me Resûlê Ekrem jê re ferman kir: «Eger tu bixwazî, tiştên ku bûne tu bibêje; eger tu bixwazî, ez ji te re bibêjim» û tiştên ku li meydana şer qewimîbûn bi hûrgilî vegotin. Li ser vê yekê Hezretê Ye’la bin Umeyye got: «Ez bi Allah teala sond dixwim, ku tu bi dînê heq û bi Kitêbê pêxember şandiyî, te ji bûyerên ku hatin serê mucahidan yek jî nehişt ku venebêjî.» Mezinê me jî ferman kir: «Allah teala ji bo min mesafeya navberê rakir û min meydana şer bi çavên xwe dît.»
Çend roj şûnde xeberdaran da zanîn ku leşkerê Îslamê nêzîkî Medîneyê dibe. Mezinê me Pêxember bi eshabên xwe re rabû û ji bo pêşwaziyê derket derveyî Medîneyê. Ji dûr ve ewrekî tozê radibû, ala muqeddes a Îslamê li ba dibû. Birqîna şûr û mertalan derdor wek neynikê dibiriqand… Heyecaneke kûr li her kesî xuya dikir. Piştî bîskekê mucahidên xazî, Hezretê Xalid bin Welîd li serê wan, ketin Medîneyê (radiyellahû teala anhûm ecmeîn)…
«Allahê min! Zeyd mexfîret bike!… Allahê min! Ce’fer mexfîret bike! Allahê min! Ebdullah bin Rewahe mexfîret bike!» Hedîsa şerîf
Keçên horî hatin,
ew di pêçeka ji nûrê de pêçan,
rûyê xwe di Muhemmed dan,
şeva ku Muhemmed hat dinyayê.
Deriyê asîmanan vebû,
rehmet bi ser alemê de reşiya,
cilên Cennetê hatin birîn,
şeva ku Muhemmed hat dinyayê.
Yûnus dibêje: «Gelî birayan,
hêstirên bi xwîn ji çavan diherikin,
çiya û keviran secde kir,
şeva ku Muhemmed hat dinyayê.»
Dîmeneke kevn a Kabeya Muezzeme /
Mekkeya Mukerreme [1890]
