Pêxemberê Min ê Delal

FETHA MEKKEYÊ

Sala heştan a hicretê bû. Yek ji xalên sulhnameya Hudeybiyeyê jî ev bû: «Qebîleyên ereb ên ku li derveyî herdu aliyan mane, wê bikaribin bikevin bin himayeya kîjan aliyî bixwazin; wê serbest bin ku bi mislimanan re an bi muşrikan re bibin yek.» Li gorî vê, qebîleya Xuzae, ku muttefîqa Mezinê me Pêxember bû, li aliyê mislimanan, qebîleya Benî Bekr jî li aliyê muşrikan cih girtibû. Qebîleya Xuzae û Benî Bekr ji mêj ve dijminên hev bûn û kengê firsend bidîtana êrîşî hev dikirin. Li gorî sulha Hudeybiyeyê wan jî ji bo demekê êrîşên xwe rawestandibûn. Lê Benî Bekr tenê du salan karibûn li ser vê bimînin. Yekî ji kurên Bekr şiîrek gotibû ku tê de heqaret li Pêxemberê me yê delal dikir; xortekî ji qebîleya Xuzae ku ev bihîstibû, xwe negirtibû û serê wî şikandibû. Kurên Bekr ev firsend zanîbû û êrîşî qebîleya Xuzae kiribû, ku li gorî peymanê ji xetereyê ewle bû. Muşrikên qureyşî bi dayîna çekan û bi şandina mirovan bi dizî alîkariya vê êrîşê kiribû û li Herema Şerîf ji qebîleya Xuzae ji bîstî zêdetir kes kuştibûn. Di dema şer de hinek mislimanên ji qebîleya Xuzae ji Mezinê me Pêxember alîkarî xwestibû. Di van êrîşên şevê yên li ser qebîleya Xuzae de hinek kesan dîtibû ku di nav kurên Bekr de muşrikên qureyşî jî hene.

Wê şevê Pêxemberê me yê delal li Medîneyê, li mala Dêya me Hezreta Meymûne bû; gava ji bo nimêjê rabû û destnimêj digirt, bi destûra Allah teala bi mucîze bihîstibû ku mislimanên Mekkeyê alîkariyê jê dixwazin. Di bersiva wan de ferman kir: «Lebbeyk! Ez bersiva daweta we didim!» Dêya me Meymûne gava dît ku Mezinê me Pêxember wiha dipeyive û kes li ba Wî tune, pirsî: «Ya Resûlellah! Ma kesek li ba te heye?»

Pêxemberê me yê delal jê re da zanîn ku li Mekkeyê çi qewimiye û ku qureyşî jî bûne şirîkê vî karî.

Muşrikên Qureyşê bi alîkariya Benî Bekr, bi êrîşa ser qebîleya Xuzae û bi kuştina wan li dijî xalên sulhnameya Hudeybiyeyê tevgeriyabûn û bi vî awayî sulhname xera kiribû.

Pêxemberê me yê delal ev xeber di cih de hîn bûbû. Herwiha sê roj piştî bûyerê Emr bin Salim ê ji qebîleya Xuzae bi çil siwarî hat û rewş ji Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) re vegot. Lê haya serokê Qureyşê Ebû Sufyan, ku wê demê ji bo ticaretê çûbû Şamê, ji vê bûyerê çênebûbû. Mezinê me Hebîbullah jî ferman kir: «Eger ez alîkariya kurên Xuzae nekim, bila alîkariya min jî neyê kirin!» û nameyek da nivîsandin. Di vê nameya ku ji muşrikên Qureyşê re şandin de Pêxemberê me yê delal wiha ferman dikir: «Hûn an dev ji îttîfaqa xwe ya bi kurên Bekr re berdin û xwe bidin paş, an jî xwînbihaya kuştiyên kurên Xuzae bidin! Eger hûn yek ji van gotinên min bi cih neynin, ez bi we didim zanîn ku ez ê bi we re şer bikim!…» Qureyşiyan ev merhemet jî fêm nekir. Xeber şandin: «Em ne îttîfaqa xwe dibirin, ne jî xwînbihayê didin! Em tenê dikarin şer bikin.» Lê hezar carî poşman bûn ku wisa kirin û ji tirsan dest pê kir ku li benda Ebû Sufyan bimînin, da ku muahedeyê nû bike.

«(Gelî mislimanên Mekkeyê!) Lebbeyk! Ez bersiva daweta we didim!» Hedîsa şerîf

Gava Ebû Sufyan ji Şamê vegeriya, bûyer jê re vegotin û got: «Ev karek e ku divê bêguman bê rastkirin. Eger neyê rastkirin, Muhemmed wê me ji Mekkeyê biqewitîne!» Ebû Sufyan jî got: «Her çiqas haya min ji vê bûyerê çênebûbe jî, divê ez bi lez herim ku sulhê nû bikim û dirêj bikim» û yekser ber bi Medîneyê ve bi rê ket.1 Hîn Ebû Sufyan nehatibû Medîneyê, Pêxemberê me yê delal bi Eshabê Kîram da zanîn ku ew ê bê û ferman kir: «Ez wisa fêm dikim ku Ebû Sufyan tê da ku sulhê nû bike û muddeta sulhê jî dirêj bike. Lê mirada wî bi cih nayê û çawa hatiye wê wisa vegere!…»

Ebû Sufyan, ku hîn nebûbû misliman, hat Medîneya Munewwere. Çû mala keça xwe Ummu Hebîbe (radiyellahû anha), ku xanima mubarek a Mezinê me Pêxember û dêya muminan bû. Xwest li ser doşeka Pêxemberê me yê delal rûne. Dêya me Hezreta Ummu Hebîbe berî ku rûne gihîşt û doşek rakir. Bavê wê gelek li ber vê ket û bi heyret got: «Keça min! Ma tu vê doşekê ji min dirêx dikî?» Hingê dêya muminan Hezreta Ummu Hebîbe, ku muhebbeta Resûlûllah di ser her tiştî re digirt, bersiva bavê xwe da: «Ev doşek doşeka Resûlê Allah teala ye. Muşrik nikarin li ser wê rûnin! Tu muşrik û necis î! Qet ne layiq e ku tu li ser vê doşekê rûnî!»

Gava bavê wê got: «Keça min! Ji wê gava ku tu ji mala min derketiyî ve tiştek bi te hatiye!», wê jî got: «Elhemdulillah ku Allah teala Îslamiyet kir para min. Tu jî hîn pûtên ji kevir çêkirî diperizî, ku ne dibihîzin, ne dibînin! Bavo! Kesekî wek te, ku mezin û rîspiyê Qureyşê ye, çawa dibe ku ji Îslamê dûr bimîne?…» Bavê wê gelek hêrs bû, got: «Tu ewqas bêhurmetiyê li min dikî û min bi cahiliyê sûcdar dikî! Yanî ez ê dev ji tiştên ku bav û kalên min bi salan e diperizin berdim û bikevim dînê Muhemmed?!» û ji wir çû.2

Serokê Qureyşê hat huzûra Pêxemberê me yê delal û got: «Ez hatime ku sulhnameya Hudeybiyeyê nû bikim û muddeta wê jî dirêj bikim. De em vê muahedeya navbera xwe bi nivîsekê nû bikin!» Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Em li dijî sulhnameya Hudeybiyeyê tevnagerin û wê naguherin!» Serokê Qureyşê car bi car got: «Em sulhnameyê biguherin! Nû bikin!…», lê Pêxemberê me yê delal tu bersiv nedayê. Gava serokê Qureyşê dît ku hemû hewldanên wî tu feyde nekir, vegeriya Mekkeyê û rewş ji muşrikan re got. Muşrikan lome lê kir û got: «Yanî tu bêyî ku tiştekî bikî vegeriyayî, ne wisa?!…» Êdî ji wan re ji bilî li bendê mayînê tiştek nemabû ku bikin.

Kî xwe bispêre Mescîdul-Heramê

Gava Ebû Sufyan ji Medîneyê çû, Pêxemberê me yê delal biryar da ku Mekkeyê feth bike. Çimkî qureyşî li ser ehdê xwe nemabûn û peyman xera kiribûn. Lê ev sir gelek veşartî digirt; dixwest bêyî ku firsenda amadekariyê bide muşrikan û bêyî ku li Herema Şerîf xwîn bê rijandin Mekkeyê teslîm bigire. Ev tedbîreke şer bû. Çimkî gava Mekke bihata fethkirin, kî dizane wê çend kes bi mislimanbûnê şerefdar bibûna! Ev rewş bi Hezretê Ebûbekr û bi çend kesan ji giregirên eshabên xwe da zanîn. Ferman li eshabên xwe kir ku ji bo seferê amadekariyê bikin, lê negot wê herin ku derê. Eshabê Kîram dest bi amadekariya cîhadê kir. Mezinê me Pêxember herwiha xeber şand ji qebîleyên misliman ên derdorê re: Eslem, Eşce’, Cuheyne, Huseyn, Xifar, Muzeyne, Suleym, Damre û kurên Xuzae. Di xeberê de ferman dikir: «Yên ku bi Allah teala û bi roja axretê îman tînin, bila di serê Remezana şerîf de li Medîneyê bin» û ew dawetî tevlîbûna şer dikirin.

Mezinê me Hebîbullah (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo tedbîrê wezîfe da Hezretê Umer ku riyên ku diçin Mekkeyê bigire û têkiliyê bibire. Hezretê Umer yekser nobedar danîn ser riyên çiyê, derbend û serê riyên din û emir da: «Her kesê ku bixwaze here Mekkeyê hûn ê vegerînin!»

Pêxemberê me yê delal ji bo ku ev kar bi dizî bê meşandin ji Allah teala re wiha dua dikir: «Ya Rebbî! Heta ku em ji nişka ve bigihîjin welatê wan û bikevin ser wan, casûs û xeberdarên qureyşiyan bigire, wisa bike ku nebînin û nebihîzin. Bila me ji nişka ve bibînin û bibihîzin.»

Mezinê me Pêxember ji bo ku wisa bide xuyakirin ku wê bi ser muşrikên bakur an rûmiyan de bimeşin, Hezretê Ebû Qetade jî bi desteyeke leşkeran şand bakur, ber bi geliyê Îzamê ve. Di wê navê de Pêxemberê me yê delal bi mucîze da zanîn ku nameyek hatiye şandin da ku amadekariyên Medîneyê bi muşrikên Mekkeyê bide zanîn. Hezretê Elî şand û ew da girtin.

Heta roja duyem a meha Remezanê ji qebîleyên derdorê alîkarî hatibû û li leşkergeha li ser bîra Ebû Înebe civiyabûn. Hejmara Eshabê Kîram gihîştibû dozdeh hezarî. Ji wan çar hezar Ensar, heft sed muhacir, yên mayî jî ji qebîleyên misliman ên derdorê bûn.3

Pêxemberê me yê delal Hezretê Ebdullah bin Ummu Mektûm li Medîneyê wekîl hişt.4 Hezretê Zubeyr bin Ewwam jî li serê desteyeke siwaran a du sed kesî kir milê keşfê û şand pêş. Mezinê Aleman di sala heştan a hicretê de, roja çarşemê, dehê Remezana şerîf, li serê leşkerê xwe yê muezzem ê dozdeh hezar kesî, ku dilên wan bi muhebbeta Allah teala û Resûlê Wî tijî bûn, bi navê Allah teala ji Medîneyê bi rê ket. Diçûn Mekkeyê, welatê xwe, ku heşt sal berê bi îşkence û zilmê ew mecbûr kiribûn jê hicret bikin. Diçûn ku Kabeya muezzem a ku kiribûn pûtxane ji pûtan paqij bikin…

Diçûn ku heq, edalet û merhemetê nîşanî wan muşrikan bidin ku bi tu awayî nedixwestin dev ji înada xwe berdin… Diçûn ku dînê Allah teala belav bikin û bibin wesîle ku yên li wir ji ezabê Cehennemê yê ebedî xelas bibin. Eman ya Rebbî! Ev çi merhemeteke mezin bû!… Gava leşkerê Îslamê hat Zul-Huleyfeyê, rastî Hezretê Ebbas hat, apê Mezinê me Pêxember, ku bi malbata xwe re ji Mekkeyê hicret kiribû. Pêxemberê me yê delal bi hatina apê xwe gelek şa bû û dilê wî xweş kir, ferman kir: «Ey Ebbas! Çawa ku ez dawiya pêxemberan im, tu jî dawiya muhaciran î.» Barên Hezretê Ebbas şandin Medîneyê. Hezretê Ebbas li ba Mezinê me Pêxember ma û tevlî fetha Mekkeyê bû.5 Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava hat Qudeydê, ku li nêzîkî Mekkeyê ye, eshabên xwe yên bişan xistin nîzama şer. Ji her qebîleyekê re alên (beyraqên) cuda dan. Ew spartin aldarê (beyraqdarê) her qebîleyekê. Ala muhaciran Hezretê Elî, Zubeyr bin Ewwam û Se’d bin Ebî Weqqas (radiyellahû anhûm) hildigirt. Dozdeh aldarên Ensar, aldarekî Eşce’ û Suleym, sê yên Muzeyne, du yên Eslem, sê yên kurên Xuzae û çar aldarên Cuheyne hebûn.6 Deh roj bûn ku ji Medîneyê derketibûn. Ber êvarê baş nêzîkî Mekkeyê bûbûn, di wextê eşayê de gihîştibûn Merruz-Zehranê. Mezinê me Pêxember ferman li eshabên xwe kir ku li wir rawestin. Herwiha wezîfe da Hezretê Umer û ferman kir ku her mucahidek agir pêxe.7 Gava di carekê de ji deh hezarî zêdetir agir pêketin, Mekke di ronahiyê de noq bû. Muşrikên Mekkeyê, ku haya wan ji tiştekî tunebû, şaş û metel man. Ebû Sufyan wezîfedar kirin ku fêm bike ka çi bûye. Wî jî hinek kes bi xwe re birin û bi dizî dizî nêzîkî leşkerê Îslamê bû. Di wê navê de Pêxemberê me yê delal ji hinek eshabên xwe re ferman kir: «Çavê we li Ebû Sufyan be. Hûn ê bêguman wî bibînin!» Qureyşî her ku pêş ve diçûn heyreta wan zêde dibû, saw diket dilê wan. Çiqas pir leşker li dora Mekkeyê civiyabû û çiqas pir agir pêxistibûn!… Bi vê peyivînê hatin cihê bi navê Erak.

«Ya Rebbî! Heta ku em ji nişka ve bigihîjin welatê wan û bikevin ser wan, casûs û xeberdarên qureyşiyan bigire, wisa bike ku nebînin û nebihîzin. Bila me ji nişka ve bibînin û bibihîzin» Hedîsa şerîf

Ha di wê gavê de Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ebû Sufyan niha li Erakê ye.» Di wê navê de Hezretê Ebbas jî yekser ber bi Erakê ve bi rê ket. Di dilê xwe de got: «Ez ê bêguman li wir yekî bibînim û bişînim Mekkeyê, da ku bi wan bide zanîn ku leşkerê Îslamê bi ser wan de tê. Mekkeyî jî bila bên ba Resûlûllah eleyhisselam û berî ku bikevin şer emanê bixwazin.» Ji bo vê dema li wan deran li yekî digeriya, Ebû Sufyan ji dengê wî nas kir û bang kir: «Ya Eba Henzele!» Ebû Sufyan jî ew nas kir û got: «Ey Ebul-Fedl! Tu yî ha! Dê û bavê min bi qurbana te bin!» Paşê bi hev re ber bi leşkergeha Îslamê ve bi rê ketin…

Di rê de Ebû Sufyan ji Hezretê Ebbas pirsî: «Xeber çawa ne?» Wî jî got: «Ey Ebû Sufyan! Wey li te! Resûl eleyhisselam bi leşkerekî ku hûn nikarin li ber rawestin bi ser we de tê. Ez sond dixwim ku halê qureyşiyan wê pir xerab be. Wey li tiştên ku wê bên serê wan!» Ebû Sufyan û yên bi wî re bi hêviyeke mezin di nav mucahidan re derbas bûn û hatin huzûra şerîf a Pêxemberê me yê delal. Sultanê Kaînatê ew xweş pêşwazî kirin. Di heqê mekkeyiyan de agahî girt. Piştî ku heta derengê şevê peyivîn, ew dawetî Îslamê kirin. Hekîm bin Hizam û Budeyl yekser Kelîmeya Şehadetê anî û bûn misliman (radiyellahû anhûma). Lê dudiliya Ebû Sufyan didomiya. Gava bû sibe, Pêxemberê me yê delal, ew deryaya merhemetê, ferman kir: «Ey Ebû Sufyan! Wey li te! Ma hîn wext nehatiye ku tu hîn bibî ji Allah teala pê ve tu îlah tune?» Wî jî got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin! Di nermiya xû de, di şerefê de û di çavdêriya heqê xizman de kes di ser te re tune. Piştî ewqas cefayên ku me li te kirin, tu hîn me dawetî riya hîdayetê dikî. Tu çi xwediyê keremeke xweş î! Min bawer kir ku ji Allah pê ve tu îlah tune… Eger hebûya, wê feydeyeke wî ji min re hebûya. Tu jî Resûlê Allah î» û bi ketina nav Eshabê Kîram şerefdar bû (radiyellahû anhû).8

Hezretê Ebbas got: «Ya Resûlellah! Ma tu yê tiştekî îhsanî Ebû Sufyan bikî ku li ba mekkeyiyan îtîbarê bide wî?» Mezinê me Pêxember ev qebûl kir û ferman kir: «Kî bikeve mala Ebû Sufyan û xwe bispêre wê, eman jê re hatiye dayîn, ji kuştinê xelas dibe.» Gava Hezretê Ebû Sufyan lava kir: «Ya Resûlellah! Ma tu yê hinekî din fireh bikî?», Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Kî bikeve Mescîdul-Heramê û xwe bispêre wê, eman jê re hatiye dayîn! Kî deriyê xwe bigire û li mala xwe rûne, eman jê re hatiye dayîn.» Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem), ji bo ku Ebû Sufyan heybet û pirbûna leşkerê Îslamê bibîne û vê ji muşrikên Mekkeyê re bibêje, ji Hezretê Ebbas re ferman kir: «Wî bibe wê gewriya çiyê ya ku gelî lê teng dibe û hesp bi zorê di ber hev re derbas dibin. Bila îhtîşama mislimanan, a leşkerê Allah teala bibîne.»

Diviyabû Ebû Sufyan bidîta, da ku dîmenê ku bûye şahidê wî ji muşrikan re bibêje û kes li ber dernekeve… Bi vî awayî li Herema Şerîf xwîn neyê rijandin… Dema Hezretê Ebbas bi Ebû Sufyan re diçû derbenda çiyê, mucahid ketin nîzama şer. Her qebîleyekê alên xwe vekiribûn û dest pê kir ku di derbendê re derbas bibin. Her yek ji wan bi zirx û bi çek bû. Her kom gava derbas dibû tekbîr dianî. Hezretê Ebû Sufyan dipirsî: «Ev kî ne?», Hezretê Ebbas jî bersiv dida: «Ev kurên Suleym in! Fermandarê wan Xalid bin Welîd e!», «Ev kurên Xifar in!», «Ev kurên Ke’b in!…» Qîrînên «Allahû ekber! Allahû ekber!» erd û asîman tijî dikir; pirbûna mucahidan û birqîna çekan çav dibirandin. Yê ku Hezretê Ebû Sufyan herî zêde meraq dikir, Mezinê me Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) bû. Gelek meraq dikir ka leşkerên dora Wî wê çawa derbas bibin û texmîn dikir ku wê ji yên din cuda bin. Loma nikaribû xwe bigire û tim û tim dipirsî: «Ma ev desteya Resûlûllah e?»… Dawiyê Sultanê pêxemberan, Mezinê Aleman, wek rojê nûr direşand û li ser deveya xwe Qeswa xuya bû. Li dora Wî muhacir û Ensar hebûn. Her yek ji serî heta binî di zirxên Dawudî de bû, şûrên hindî bi xwe ve girêdabûn û li hesp û deveyên esîl siwar bû; wisa dihatin.

Gava Hezretê Ebû Sufyan ew dîtin, bi meraq pirsî: «Ev kî ne, ya Ebbas?» Wî jî got: «Yê di navê de Resûl eleyhisselam e. Yên dora Wî jî Ensar û muhacir in, ku bi eşqa şehîdbûnê dişewitin!…» Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) gava di ber wan re derbas dibû, ji Hezretê Ebû Sufyan re ferman kir: «Îro ew roj e ku Allah teala wê şana Kabeyê bilind bike. Îro ew roj e ku wê perde li Beytullahê bê kirin! Îro roja merhemetê ye… Îro ew roj e ku Allah teala wê qureyşiyan (bi Îslamê) ezîz bike.»

Hezretê Ebû Sufyan tiştê ku diviyabû bibîne dîtibû, tiştê ku diviyabû bibihîze jî bihîstibû. Got: «Min selteneta Qeyser jî, ya Kisra jî dît. Lê min yeke wiha bi îhtîşam nedît. Ez tu carî rastî leşker û cemaeteke wek ya îro nehatime. Tu kes nikare li ber leşkerekî wiha raweste. Hêza kesî têra wan nake» û riya Mekkeyê girt…

«Kî bikeve mala Ebû Sufyan û xwe bispêre wê, eman jê re hatiye dayîn, ji kuştinê xelas dibe… Kî bikeve Mescîdul-Heramê û xwe bispêre wê, eman jê re hatiye dayîn! Kî deriyê xwe bigire û li mala xwe rûne, eman jê re hatiye dayîn» Hedîsa şerîf

Ebû Sufyan hat Mekkeyê; piştî ku ji muşrikên ku bi meraq li benda wî bûn re eşkere kir ku bûye misliman, got: «Gelî cemaeta Qureyşê! Muhemmed eleyhisselam bi leşkerekî ewqas mezin ku hûn nikarin li ber rawestin hatiye ber deriyê we. Bê feyde xwe nexapînin. Bibin misliman, da ku hûn xelas bibin. Min tiştên ku we nedîtine dîtin. Min mêrxas, hesp û çekên bê hejmar dîtin. Hêza tu kesî têra wan nake. Kî bikeve mala Ebû Sufyan, eman jê re hatiye dayîn, ji kuştinê xelas bûye. Kî xwe bispêre Beytullahê, eman jê re hatiye dayîn. Kî bikeve mala xwe û deriyê xwe bigire, eman ji wî re jî hatiye dayîn.»9

Li ser vê yekê hinek ji muşrikên har li dijî Hezretê Ebû Sufyan derketin û heqaret lê kir. Heta, ji bo ku li ber leşkerê Îslamê rabin, bi lez dest bi amadekariyê kir. Lê hejmara wan pir hindik bû. Yên din guh nedan wan û bezîn malên xwe. Hinekan jî xwe spart Mescîdul-Heramê.

Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) û sehabiyên bişan (radiyellahû anhûm) hatin geliyê Zî-Tuwa û li wir civiyan. Mezinê Aleman bi çavên xwe yên mubarek awirek li Eshabê Kîram gerand, paşê veqetîna xwe ya ji Mekkeyê ya heşt sal berê, hicreta xwe anî bîra xwe. Anî bîra xwe ku wê demê muşrikan dora mala seadetê girtibû, ku bi xwendina ayetên kerîme ji Yasîna şerîf derketibû, ku bi Hezretê Ebûbekr re bêyî ku kes wan bibîne ketibûn Şikefta Sewrê, ku berî ji sînorên Mekkeyê derkeve cara dawî lê nêrîbû û ferman kiribû:

«(Ey Mekke!) Wellahî ez dizanim ku tu di nav ciyên ku Allah teala afirandine de ya herî bixêr î. Li ba Rebbê min jî, li ba min jî ya herî delal tu yî. Eger ez bi zorê ji te nehatama derxistin, ez ji te dernediketim û venediqetiyam.» Anî bîra xwe ku li hember vê xemgîniyê Cebraîl eleyhisselam ayeta kerîme ya 85an a Sûreyê Qeses xwendibû, dilê Wî yê mubarek xweş kiribû û mizgînî dabû ku wê vegere Mekkeya Mukerreme; anî bîra xwe ku bi kulmek eshabên xwe li Bedrê, li Uhudê, li Xendeqê, li Xeyberê û li Mûteyê çawa bi ser dijminan ketibû. Niha dozdeh hezar eshab li dora Wî bûbûn perwane û ji bo ku bikevin Mekkeyê li benda emrekî Wî bûn. Mezinê me Serwerê Alemê bi hîsên herî kûr ên minnet û şukrê hemd ji Allah teala re kir, ku ev hemû îhsan kiribûn. Bi tewazû serê xwe yê mubarek tewand ber xwe. Mezinê me Fexrê Kaînatê eshabên xwe yên qehreman kirin çar kom. Hezretê Xalid bin Welîd kir fermandarê milê rastê, Hezretê Zubeyr bin Ewwam kir fermandarê milê çepê, Hezretê Ebû Ubeyde bin Cerrah danî serê piyadeyan, Hezretê Se’d bin Ubade jî danî serê koma din. Hezretê Xalid wê ji başûrê Mekkeyê biketa hundir, kî ji muşrikan li ber derketa wê cezayê wî bidaya û li girê Sefayê bigihîşta Mezinê me Fexrê Kaînatê. Hezretê Zubeyr wê ji bakurê Mekkeyê biketa hundir, ala xwe li cihê bi navê Hecûn biçikanda û li benda Mezinê me Serwerê Alemê bimaya. Ji rojava wê Hezretê Se’d bin Ubade pêş ve biçûya.10

«Îro ew roj e ku Allah teala wê şana Kabeyê bilind bike. Îro ew roj e ku wê perde li Beytullahê bê kirin! Îro roja merhemetê ye… Îro ew roj e ku Allah teala wê qureyşiyan (bi Îslamê) ezîz bike» Hedîsa şerîf

Mezinê me Resûlê Ekrem ji fermandarên xwe re ferman kir: «Heta ku êrîş li we neyê kirin, hûn ê qet bi tu kesî re nekevin şer. Hûn ê tu kesî nekujin.» Lê ji wan ên ku navên wan hatibûn diyarkirin kî bihata girtin, xwe di bin perdeya Kabeyê de jî veşartana, wê serê wan bihata firandin.11

Heq hat, batil zail bû

Îkrime bin Ebî Cehl, Sefwan bin Umeyye û Suheyl bin Emr, bi hinek kesên ji Benî Bekr û Benî Haris re, gava xeber girtin ku Xalid bin Welîd tê, serê rê girtin û li bendê man. Ji mucahidan yê ku berî hemûyan ket tevgerê Hezretê Xalid bin Welîd bû. Gava ji başûrê Mekkeyê gihîştin quntara çiyayê Xendemeyê, dît ku muşrikên har ên Qureyşê tîran bi ser wan de dibarînin. Du mucahid şehîd bûbûn. Yek Kurz bin Cabir bû, yek jî Hebeş bin Eş’er. Hezretê Xalid emir da leşkerên xwe yên di nîzama şer de: «Tenê yên ku bişikên û birevin nayên kuştin», paşê xwe avêtin pêş. Di carekê de muşrik paşve qewitandin û heta Mescîdul-Heramê pêş ve çûn. Di dema şer de heftê muşrik hatin kuştin.12 Hinek ji muşrikan reviyan serê çiyayan, hinek jî reviyan malên xwe.

Fetha Mekkeya Mukerreme

Sehabiyên bişan ên ku ji aliyên din ketin Mekkeya muqeddes, rastî tu berxwedanê nehatin. Ji wan ên ku emrê kuştina wan hatibû dayîn pênc kes girtin û cezayê wan yekser dan. Yên din ji Mekkeyê reviyan. Mucahid roja pêncşemê, bîstê Remezanê, bi heyecaneke mezin, pêl bi pêl, di nav tekbîrên «Allahû ekber! Allahû ekber!» de diketin Mekkeyê. Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) li ser deveya xwe Qeswa, Usame bin Zeyd li paş Wî siwar, di nav tewazûyeke mezin de diket Mekkeya muqeddes, wî bajarê ku lê hatibû dinyayê. Hemd ji Allah teala re dikir, ku ev roj nîşanî Wî dabûn, û Sûreyê Fetih dixwend, ku mizgîniya fetha Mekkeyê dide.

Mezinê me Fexrê Kaînatê di nav sirûreke mezin de, di nava eshabên xwe yên muzeffer de berê xwe da Kabeya Muezzeme. Hezretê Ebûbekr li aliyê Wî yê rastê, Hezretê Useyd bin Hudeyr li aliyê Wî yê çepê, nêzîkî Kabeya Muezzeme bû. Piştî ku Hecerul-Eswed ziyaret kir, telbiye û tekbîr anî. Sehabî dan pey û bi dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!» ezmanên Mekkeya Mukerreme olan da. Li hember vê dîmenê ulwî mislimanan hêstirên şabûnê dibarandin; muşrikên ku xwe spartibûn Herema Şerîf û xwe di malên xwe de girtibûn, bi tirs li bendê bûn.

Paşê Mezinê Aleman û eshabên Wî yên bişan dest bi tewafê kir. Piştî ku tewafa heftan jî qedand, Pêxemberê me yê delal ji deveya xwe peya bû û li Meqamê Îbrahîm du rikat nimêj kir. Paşê ji ava Zemzemê ya ku Hezretê Ebbas ji bîrê kişandibû vexwar. Xwest bi Zemzemê destnimêj bigire. Dema Mezinê me Fexrê Kaînatê destnimêj digirt, Eshabê Kîram dest pê kir ku ava destnimêjê ya ku li laşê mubarek ê Pêxemberê me yê delal diket, berî ku bikeve erdê li hewa ji destê hev birevîne. Muşrikên ku ev hal dîtin, heyirî man û got: «Me di temenê xwe de hukumdarekî wiha ne dîtiye, ne jî bihîstiye.» Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) xwest ku hemû pûtên ji kevir û ji dar ên li dora Kabeyê bên xirakirin. Ayeta kerîme ya ku meala wê «Gava heq tê, batil diçe; batil her tim yê çûyînê ye»13 e xwend û gopalê di destê xwe yê mubarek de ber bi pûtan ve dirêj kir. Her pûtê ku gopal lê diket, yek bi yek deverû diket. Sê sed û şêst pût bi erdê re kirin yek.14 Gava wextê nîvro hat, Mezinê me Resûlê Ekrem ferman li Hezretê Bilal kir ku li Kabeyê Ezana Muhemmedî bixwîne. Wî jî yekser ev wezîfeya muqeddes bi cih anî. Dema ezan dihat xwendin, di dilê muminan de sirûreke bêpayan çêdibû; muşrik jî di nav elem û xemeke zêde de diheliyan.15

Pêxemberê me yê delal mifteya Kabeyê xwest. Anîn. Piştî ku resmên hundir û hemû pûtên hilweşiyayî dan paqijkirin, ket Kabeyê.

Hezretê Usame bin Zeyd, Hezretê Bilal û Hezretê Osman bin Talhe li ba Wî bûn. Mezinê me Pêxember di hundir de pişta xwe da derî û du rikat nimêj kir. Li her goşeyekê tekbîr anî û dua kir. Hezretê Xalid bin Welîd li ber derî disekinî û dixebitî ku nehêle xelk li wir bicive ser hev.

«Gava heq tê, batil diçe; batil her tim yê çûyînê ye» Îsra: 81

Sultanê Kaînatê bi herdu destên xwe yên mubarek bi herdu milên deriyê Kabeyê girtibû. Hemû qureyşî di Mescîdul-Heramê de civiyabûn û bi hêviyeke bi tirsê re tevlihev li Pêxemberê me yê delal dinêrîn. Çimkî wan heqaret li Mezinê me Pêxember kiribû, rabûbûn ku lê bixin, qesta canê Wî kiribû! Her cure îşkence li eshabên Wî kiribû. Werîs xistibûn stûyê wan û ew kaş kiribûn. Avêtibûn nav agir û xwestibûn wan bişewitînin. Zinarên sincirî danîbûn ser singê wan û heta ji xwe ve diçûn îşkence li wan kiribû. Bistên ku di agir de sor kiribûn di laşê wan re kiribûn. Sê salan birçî û tî li taxekê hebs kiribûn û ji her tiştî bêpar hiştibûn. Ew bi lingan bi deveyan ve girêdabûn, deve ber bi aliyên cuda ve kişandibûn û ew perçe kiribûn. Ji hemûyan wêdetir, ew ji welatê wan derxistibûn. Mîna ku ev ne bes be, ji bo ku wan bi temamî ji holê rakin çend caran şer kiribû! Lê digel van hemûyan bi hêvî bûn. Çimkî li hember wan deryaya merhemetê hebû, ku ji aleman re rehmet hatibû şandin. Pêxemberê me yê delal demekê li wan nêrî, paşê ferman kir: «Gelî cemaeta Qureyşê! Hûn guman dikin ku ez ê niha di heqê we de çi bikim?» Wan jî got: «Em ji te li benda xêrê ne, em xêrê hêvî dikin. Çimkî tu birayekî kerîm î. Tu kurê birayekî me yî ku xwediyê kerem û qenciyê ye. Tu bi ser me ketî. Em ji te qenciyê hêvî dikin.» Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) li wan bişirî û ferman kir: «Halê min û halê we wê wek gotina Yûsuf eleyhisselam a ji birayên xwe re be. Wek wî ez jî dibêjim: “Îro êdî ez ê ji ber kirinên we hesab ji we nepirsim (ez ê xeletiyên we li rûyê we nexim). Bila Allah teala we mexfîret bike.”16 Herin. Hûn azad in, hûn serbest in.»

Vê merhemeta muezzem dilên hişk nerm kiribûn, nefret kiribû muhebbet. Gava Mezinê Aleman ew dawetî Îslamê kirin, ji bo ku bibin misliman civiyan.

Pêxemberê me yê delal derket girê Sefayê, wî cihê ku pêxembertiya xwe bi qureyşiyan dabû zanîn û cara pêşî ew dawetî Îslamê kiribûn. Dîsa li wir bîata hemû mekkeyiyan, mezin û biçûk, jin û mêr, qebûl kir. Bi vî awayî qureyşî bûn misliman û bi tevlîbûna nav Eshabê Kîram şerefdar bûn. Piştî ku bi mêran re peyman girêdan, di hinek meseleyan de ji jinan jî soz girtin.17 Şirîk ji Allah teala re çênekirin, li hember Mezinê me Pêxember îsyan nekirin, dizî nekirin, parastina îffet û namûsa xwe, buhtan (îftira) nekirin û nekuştina zarokên keç ji van bûn. Jinên ku li huzûra Mezinê me Pêxember (sellellahû eleyhî we sellem) bûn jî ev hemû qebûl kirin û tenê bi gotinê ehd kir. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo wan duaya xêrê kir û efûya wan xwest.

Hind (radiyellahû anha), ku hevsera Ebû Sufyan û diya Muawiye (radiyellahû anhûma) bû, jî di nav wan de bû, heta seroka wan bû. Di vê bîata nîsayê de li ser navê jinan ew peyivî. (Ji ber vê ehda wê û ji ber ku gihîşt vê duaya îstîxfarê, gelek tê hêvîkirin ku wê qezenc kiribe. Ji jinên misliman kîjan jî van şertan qebûl bike û li gorî wan tevbigere, dikeve nav vê peymanê û ji vê duayê feydê dibîne.) Her kesê ku bû misliman hemû pûtên di mala xwe de şikandin. Desteyên leşkeran şandin qebîleyên derdorê û pûtên li wan deran jî bi erdê re kirin yek. Bi vî awayî bi hatina heq koka batil hat qelandin.

Mehkûm

Ji rojên pêşî yên Îslamiyetê heta sala heştan a hicretê hinek kes hebûn ku ji ber sûcên cur bi cur hukmê kuştina wan hatibû dayîn. Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) navên wan (ji mêran yanzdeh, ji jinan jî şeş) gotin û ferman kir: «Hûn van kesan li ku bibînin, li wir bikujin.» Mehkûmên mêr ev bûn: Îkrime bin Ebî Cehl, Wehşî bin Herb Hebeşî, Ebdullah bin Ebî Serh, Hebbar bin Eswed, Sefwan bin Umeyye, Ke’b bin Zuheyr, Ebdullah bin Zîbe’ra, Ebduluzza bin Xetel, Huweyris bin Muaz, Miqyes bin Subabe û Haris bin Tula. Jin jî ev bûn: Hind bint Utbe, Qerita, Qerite, cariyeke din a Îbn Henzele, Sare ya cariya Benî Ebdulmuttelib û Ummu Se’d.

Yên ku gihîştin merhemetê

Hind bint Utbe: Di nav jinên ku bûn misliman de Hind jî hebû, xanima Hezretê Ebû Sufyan, ku navê wê di lîsteya kesên ku wê bihatana kuştin de bû. Lê Pêxemberê me yê delal, ku ji aleman re rehmet e, ew jî bexşandibû. Wê eza û cefa li mislimanan dikir. Ezayên ku li Hezretê Hemze û şehîdên din ên Uhudê hatin kirin bi gotina wê hatibûn kirin. Roja Mekkeyê Hezretê Fexrê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) derket girê Sefayê û rûnişt. Hezretê Umerul-Farûq jî li jêra Wî rûnişt. Pêşî mêr, paşê jin hatin û yek bi yek bûn misliman. Di nav jinan de Ummu Haniya xwişka Hezretê Elî û Hinda diya Hezretê Muawiye jî hebûn. Bîat da Resûlûllah. Li ser navê jinan bi Resûlûllah re peyman girêda. Gihîşt duaya xêrê.

Îkrime bin Ebî Cehl: Kurê Ebû Cehl e. Ji mêran di nav wan ên ku gihîştin merhemetê de ew jî hebû. Roja fethê sehabiyek şehîd kir û baz da Yemenê. Gava ev xeber gihîşt Resûlûllah, bişirî. Gava eshaban sebeba vî halî pirsî, ferman kir: «Îkrime û ew kesê ku wî şehîd kiriye, dest di destê hev de li Cennetê digerin.» Xatûna wî Ummu Hekîm bint Haris bin Hîşam di bîata nîsayê de bûbû misliman û ji Resûlûllah ji bo Îkrime eman xwestibû. Bi Ummu Hekîm re vegeriya Mekkeyê. Çû huzûra Resûlûllah û efû xwest. Resûlûllah jî destên xwe vekirin û jê re mexfîret xwest. Îkrime (radiyellahû anhû) jî piştî ku îman anî gelek cehd û xîret kir. Bû yek ji qehremanên Eshabê Kîram. Li Umman û li Yemenê cîhad kir û di şerê Yermûkê de şehîd ket.

Wehşî bin Herb Hebeşî: Di Xezweya Uhudê de Hezretê Hemze (radiyellahû anhû) şehîd kiribû. Mislimanan gelek dixwest wî bikujin. Li Uhudê Resûlûllah nifir li çend kafiran kiribû. Gava jê pirsî: «Tu çima lanetê li Wehşî nakî?», ferman kiribû: «Şeva Mîracê min Hemze û Wehşî dîtibûn ku mil di milê hev de bi hev re diketin Cennetê.» Wehşî roja fetha Mekkeyê baz da. Poşman bû, bi taîfiyan re hat mizgefta Medîneyê û silav da. Resûlûllah silava wî vegerand. Îman anî. Gihîşt efûyê. Lê emir lê hat kirin ku here aliyê Yemameyê. Li hember Resûlûllah gelek şermezar bû û serberjêr jiya. Careke din nehat Medîneyê. Gava îman anî, pak û paqij bû. Ji hemû ewliyayan bilindtir bû.

«Halê min û halê we wê wek gotina Yûsuf eleyhisselam a ji birayên xwe re be. Wek wî ez jî dibêjim: “Îro êdî ez ê ji ber kirinên we hesab ji we nepirsim (ez ê xeletiyên we li rûyê we nexim). Bila Allah teala we mexfîret bike” (Sûreyê Yûsuf: 92). Herin. Hûn azad in, hûn serbest in» Hedîsa şerîf

Di sala yanzdehan a hicretê de li Yemameyê bi murtedan re şerekî pir dijwar çêbû. Ji leşkerê Museylime bîst hezar, ji leşkerê Xalid bin Welîd du hezar kes mirin. Pêşî misliman şikestin. Paşê Hezretê Wehşî mêrane êrîş kir û bi wê rima ku pê Hezretê Hemze şehîd kiribû Museylimetul-Kezzab kuşt.18 Mislimanên ku ev dîtin êrîş kir û zefer bi dest ket. Bi vî awayî derket holê ku Resûlûllah wextekê Wehşî şandibû aliyê Yemameyê, ev mucîzeyeke mezin bû. Di şerê Yermûkê de jî, ku di sala dozdehan a hicrî de çêbû, hazir bû û li hember rûmiyan gelek mêrxasiyên wî hatin dîtin. Li Humusê bi cih bû. Di zemanê Hezretê Osman de li wir wefat kir.

Bi efû û lutfa xwe uzrê sûcdaran qebûl dikir,
xwediyê exlaqê mezin, bi şefqet û dilnerm bû ew kana keremê.
Ji dewlemendiyê hez nedikir, ji feqîriyê hez dikir û pê îftîxar jî dikir,
miskîn ji xwe re dikirin bira ew kana keremê.
Pîne li cilên xwe dixistin, nalîn dikirin lingê xwe,
diçû ba her nexweşî û derman lê dikir ew kana keremê.
Xizmetên ehlê beyta xwe jî bi xwe, bi dilxweşî dikirin,
hemû zehmetî hêsan dikirin ew kana keremê.
Ji bo xwarina nanê cehî û şorbeya nîskan be jî,
eger bihata dawetkirin dibû mêvan ew kana keremê.
Carinan li deveyê, carinan li hespê, carinan li qantirê, carinan li kerê siwar dibû,
carinan jî pêxwas dimeşiya ew sultan, ew kana keremê.