Pêxemberê Min ê Delal

XEZWEYA HUNEYNÊ

Huneyn geliyek e di navbera Mekke û Taîfê de. Ji vî şerî re Xezweya Hewazin jî tê gotin. Gava Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) bi niyeta fetha Mekkeyê ji Medîneyê derket, du qebîleyên mezin ên bi navê Hewazin û Seqîf, ku li derdora Mekkeyê rûdiniştin, guman kir ku misliman wê bi ser wan de bimeşin û dest bi amadekariya şer kir. Gava hîn bûn ku Mezinê Aleman ji bo fetha Mekkeyê hatiye, hinekî dilê wan rihet bû, lê bi wê fikrê ku «piştî qureyşiyan dor bêguman wê bê me» lez dan amadekariyên xwe. Herwiha got: «Em sond dixwin ku misliman rastî qewmekî ku baş şer dike nehatine. Berî ku ew bi ser me de bimeşe em bi ser wî de bimeşin û nîşan bidin ka şer çawa tê kirin!» Di bin fermandariya serokê Hewazin Malik bin Ewf de bi leşkerekî pir xurt ê bîst hezar kesî bi rê ketin. Ji bo ku cesareta leşkerên xwe zêde bikin û gava tengasî bibînin nerevin, hemû malên xwe yên biqîmet, jin û zarokên xwe jî bi xwe re dibirin.

Ev xeber di demeke kurt de li Mekkeyê hat bihîstin. Mezinê me Fexrê Kaînatê ji bo ku rastiya xeberê fêm bike Ebdullah bin Ebî Hedred şand nav qebîleya Hewazin. Hezretê Ebdullah cil û bergên xwe guhertin û ket nava dijmin. Fikrên wan û awayê tevgera wan hîn bû û rewş yekser bi Pêxemberê me yê delal da zanîn.

Mezinê me Resûlê Ekrem di cih de eshabên xwe yên bişan civandin. Hezretê Ettab bin Esîdê bîst salî li Mekkeyê kir walî û bi lez bi rê ket. Dixwest bi leşkerê xwe yê dozdeh hezar kesî qebîleyên muşrik ên Hewazin û Seqîf di qerargehên wan de bigire. Ala mucahidan Hezretê Elî hildigirt1, fermandariya hêzên pêşeng jî Hezretê Xalid bin Welîd dikir.2 Mezinê Aleman kumzirxê xwe û zirxa xwe ya li ser hev li xwe kiribû û li qantira xwe ya bi navê Duldul siwar bûbû. Di roja 11an a meha Şewwalê de gihîştin geliyê Huneynê. Wê şevê Mezinê me Serwerê Alemê leşkerê xwe teftîş kir û xist nîzama şer. Piştî ku îmametiya nimêja sibehê kir, ket rê.

Fermandarê muşrikan ji şevê îstîfade kiribû, leşkerê xwe li herdu pêsîrên geliyê Huneynê bi cih kiribû û kemîn danîbû. Hezretê Xalid bin Welîd, ku bi desteyên xwe li pêş diçû, bêyî ku haya wî ji kemînê hebe hespê xwe ber bi derbendê ve ajotibû. Nîvtariya berbangê nedihişt ku dijmin bê dîtin. Di carekê de bi hezaran tîr bi ser mucahidan de barîn. Mucahid ji bo ku ji vê barana tîran a ku li bendê nebûn xelas bibin, mecbûr man ku xwe paşve bikişînin.

«Înşaallah sibe ew (Hewazin û seqîfî) wê ji mislimanan re bibin xenîmet» Hedîsa şerîf

Xezweya Huneynê

Wê gava ku welî û nebî heyirî bimînin
û ji hemûyan bi saw feryada «Nefsî!» rabe,
gava halê gunehkaran ji bêhêvîtiyê perîşan bibe,
bi destûra şefaetê meydan dîsa ya te ye.
Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, Mezinê min,
tu ji Heq ji me re sultanê bi teyîd î, Mezinê min.
Şêx Xalib

Vê vegera bi lez nîzama leşkerên ku li pey dihatin tevlihev kir. Gava wan jî ji bo ku paşve bikişin berê xwe guhert, dîtin ku desteyên dijmin ên bîst hezar kesî wek lehiyê dest bi herikîna nav gelî kir. Pêxemberê me yê delal bi tena serê xwe ber bi muşrikên ku rabûbûn êrîşê ve xwe avêt pêş. Tenê Hezretê Ebbas, Hezretê Ebûbekr û bi qasî sed sehabiyên qehreman mirin dan ber çavên xwe û gihîştin Mezinê me Resûlê Ekrem. Laşên xwe ji Pêxemberê me yê delal re kirin mertal. Hezretê Ebbas bi hevsarê qantirê, Hezretê Sufyan bin Haris jî bi zengûya wê girtibû; dixebitîn ku leza wê kêm bikin û nehêlin Mezinê me Resûlûllah bikeve nav desteyên dijmin. Mezinê Aleman ji ber ku xemgîn bû ku dînê Allah teala wê tune bibe, ferman kir: «Ya Ebbas! Tu bang li wan bike û bibêje: “Gelî medîneyiyan! Gelî sehabiyên ku di bin dara Semureyê de bîat kirine!”»

Hezretê Ebbas zilamekî gir û bi heybet bû. Gava diqîriya, dengê wî ji gelek dûr ve dihat bihîstin. Bi hemû hêza xwe qîriya: «Gelî medîneyiyan! Gelî eshabên ku di bin dara Semureyê de soz dane Pêxemberê me, belav nebin! Li vir bicivin!» Eshabê Kîram ên ku ev bihîst xwest ku vegerin. Lê heywanên wan gelek veciniqîbûn û ev nedihişt ku vegerin. Dawiyê mecbûr man ku zirx, şûr û rima xwe hildin û xwe ji ser heywanên xwe bavêjin. Bi lez gihîştin ba Mezinê me Resûlûllah û bi dijmin re ketin şerekî gelek dijwar. Dengên «Allahû ekber! Allahû ekber!» erd û asîman dihejandin, dijmin ditirsandin û saw dixistin dilê wan. Eshabên ku li Bedrê, li Uhudê, li Xendeqê û li Xeyberê mêrxasiyeke pir mezin nîşan dabûn, nemaze Hezretê Elî, Ebû Ducane û Zubeyr bin Ewwam, dizîvirîn û şer dikir, dijmin ji rêzê derdixistin û paşve diqewitandin.

Mezinê Aleman li vî şerê ku eshabên Wî bi can û dil dikirin dinêrî û ev dua ji lêvên Wî yên mubarek dihatin bihîstin: «Allahê min! Alîkariya xwe li ser me nazil bike. Bêguman Tu naxwazî ku ew bi ser me bikevin.» Pêxemberê me yê delal di nav lavayên xwe yên ji Allah teala re de kulmek qûm ji erdê hilda, ferman kir: «Bila rûyê wan reş be!» û bi ser muşrikan de reşand. Bi mucîzeyeke Pêxemberê me yê delal ji leşkerên dijmin kes nema ku çavên wî bi qûmê tijî nebin. Melaîket jî hatibûn alîkariyê. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Sond bi Allah teala, ew şikestin.» Muşrikan dest pê kiribû ku bişikên, bizîvirin û birevin. Her ku li paş xwe dinêrîn, sehabiyên bişan li pey xwe didîtin; jin, zarok û malên xwe yên ku anîbûn meydana şer dihiştin û bi hemû leza xwe direviyan. Hinek ji yên ku reviyan xwe spartin keleha Taîfê.3 Hinek jî çûn Nexleyê û Ewtasê. Li meydana şer heftê kuştî, şeş hezar dîl û malekî bê hed û bê hesab hiştibûn.

Di vê xezweyê de bi destûra Allah teala, bi himmet û bereketa Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) zefer dîsa bûbû ya mislimanan. Çar şehîd hatibûn dayîn, hinek sehabî jî birîndar bûbûn. Pêxemberê me yê delal gava bihîst ku Hezretê Xalid bin Welîd jî birîndar e, çûbû ba wî; gava bi destên xwe yên mubarek birîna wî miz dabû, birîn di cih de baş bûbû.

Seriyyeya Ewtasê

Piştî ku muşrikên Hewazin di Xezweya Huneynê de perîşan bûn, li Ewtasê civiyan. Resûlûllah di bin fermandariya Ebû Amir de, ku apê Ebû Mûsayê Eş’erî bû, desteyek şand ser Ewtasê. Li Ewtasê dîsa şerên dijwar çêbûn. Ebû Amir şehîd bû. Hezretê Ebû Mûsayê Eş’erî ket şûna wî û dijmin şikand.4 Mucahid bi gelek dîl û xenîmeteke pir vegeriyan.

«Ya Ebbas! Tu bang li wan bike û bibêje: “Gelî medîneyiyan! Gelî sehabiyên ku di bin dara Semureyê de bîat kirine!”» Hedîsa şerîf

Di nav dîlan de Şeymaya xwişka şîr a Resûlûllah jî hebû. Got: «Ez xwişka şîr a Pêxemberê we me.» Bawer nekirin. Ew li deveyekê siwar kirin û birin huzûra Resûlûllah. Şeymayê gelek bîranînên rojên zaroktiyê bi tefsîlat vegotin. Resûl eleyhisselam rîdaya xwe li erdê raxist û xwişka xwe ya şîr li ser da rûniştandin. Bi xwe jî rûnişt û gelek giriya.5 Li Helîme Xatûn û li bavê wê pirsî. Wê got: «Gelek wext e ku wan wefat kiriye.» Li ser wê îzzet û îkrama ku dît îman anî.6 Resûl eleyhisselam ferman kir: «Eger tu bixwazî li ba me bimîne.7 Li vir her cure xizmet ji te re tê kirin. Eger tu bixwazî em te bişînin wî cihê ku tu yê herî.» Şeymayê li gorî «Hezkirina welat ji îmanê ye» welatê xwe xwest. Hingê Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) cariyek, sê kole, hinek deve û pez diyarî wê kirin û ew bi wan re şand welatê wê.

Xezweya Taîfê

Sultanê Kaînatê (sellellahû eleyhî we sellem) dixwest bi ser dijminê ku ji Huneynê reviyabû Taîfê jî de bimeşe û netîceya qetî bistîne. Fermandarê wan Malik bin Ewf di nav wan ên ku xwe spartibûn Taîfê de bû. Ev keleha ku nêzîkî Mekkeyê ye, yek ji kelehên dawî, lê yên herî asê yên kufrê bû. Mezinê me Pêxember berî hicretê hatibû Taîfê û mehekê şîret li wan kiribû. Lê taîfiyan îşkence û zilmên nedîtî li Mezinê Aleman kiribûn. Heta lingên Wî yên mubarek di nav xwînê de hiştibûn. Mezinê me li vir bi Hezretê Zeyd bin Harise re rojên herî bi êş û herî bi elem ên jiyana xwe derbas kiribûn.

Pêxemberê me yê delal di meha Şewwalê ya sala heştan a hicrî de, piştî Xezweya Huneynê, xenîmeta ku girtibûn li Ci’raneyê hişt û ber bi Taîfê ve bi rê ket. Hezretê Xalid bin Welîd di pêşiyê de şand.8 Bi xwe jî bi eshabên xwe yên bişan re li pey wî hat ber Taîfê. Qebîleya Seqîf berê di keleha xwe ya asê de gelek xwarin embar kiribû. Gava dîtin ku Eshabê Kîram hat, derî girtin û ketin parastinê. Bi avêtina tîran bersiva mucahidên ku heta nêzîkî kelehê diçûn didan. Şer jî bi vî awayî didomiya. Taîfiyan bi tu awayî cesaret nedikir ku ji kelehê derkevin û li meydanê sîng bi sîng şer bikin.

Hinekan ji Eshabê Kîram teklîf kir ku bi mencenîqê keviran bavêjin hundirê kelehê. Mezinê me Pêxember ev munasib dît û mencenîqên ku ji wan re debbabe tê gotin dan çêkirin. Bi wan kevir bi ser muşrikan de dan avêtin û dorpêç domand. Eshabê Kîram bi can û dil têdikoşiya û dixebitî ku demek berî demekê kelehê feth bike. Lê ji ber ku keleh pir asê bû, feth nedibû. Di wê navê de dozdeh sehabî gihîştibûn mertebeya şehadetê. Ebû Sufyan bin Herb dema mêrane şer dikir çavekî wî derket.9

Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Ya Eba Sufyan! Tu kîjanê dixwazî? Eger tu bixwazî ez dua bikim, bila çavê te vegere cihê xwe. Eger tu bixwazî bila Allah teala li Cennetê çavekî bide te.» Ebû Sufyan got: «Ya Resûlellah! Ez dixwazim ku li Cennetê çav ji min re bê dayîn» û çavê xwe yê di kefa destê xwe de avêt erdê.10 Ber bi roja bîstan a dorpêçê, şevekê Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) di xewna xwe de dît ku dîkekî nikul li firaxeke tijî rûnê nivîşkî xist ku diyarî Wî kiribûn û ew rijand erdê. Ev wisa tabîr kir ku Taîf wê îsal neyê fethkirin û dorpêç rakir.

8 sal berî vê, gava melaîketê ji bo taîfiyên ku eziyet li Wî kiribû gotibû: «Eger tu destûrê bidî ez van çiyayan bi ser wan de biqulipînim», Pêxemberê me yê delal, ew deryaya merhemetê, ferman kiribû: «Ez ji aleman re rehmet hatime şandin. Tekane tiştê ku ez dixwazim ew e ku Allah teala ji pişta van muşrikan nifşekî derxe ku bêyî ku tu şirîkî ji Heq teala re çêke îbadetê bike.» Niha jî merhemet kir û wiha dua dikir: «Ya Rebbî! Riya rast nîşanî seqîfiyan bide! Wan bîne ba me.»

Mezinê me Hebîbê Ekrem bi eshabên xwe re ji Taîfê veqetiya û di hefteya pêşî ya meha Zilqe’deyê de hat Ci’raneyê, ku dîl û xenîmetên li Huneynê ketibûn dest lê hatibûn civandin. Ji bilî şeş hezar dîlan, ji bîst hezarî zêdetir dewarên mezin, ji çil hezarî zêdetir pez û eşyayên zînetê yên bêhesab xenîmet hatibûn girtin. Ew li mucahidên xwediyê heq parve kiribûn. Di wê navê de hîn bûn ku heyetek ji qebîleya Hewazin lava dike ku bikeve huzûrê. Pêxemberê me yê delal ew qebûl kirin. Gava heyetê da zanîn ku qebîleya Hewazin bi tevahî bûye misliman, Mezinê Aleman gelek memnûn bûbû. Li ser vê yekê dîlên ku ketibûn para Wî yekser azad kirin û paşve dan. Eshabê Kîram jî bi heman awayî da pey Pêxemberê me yê delal. Yek merhemeta Mezinê me Resûlûllah bûbû sebeb ku di carekê de şeş hezar dîl bigihîjin azadiya xwe. Gava ev xeber gihandin Malik bin Ewf, serokê qebîleya Hewazin ê ku xwe spartibû Taîfê, ew jî hatibû û bûbû misliman; Mezinê me Pêxember ew di nav îhsanan de noq kiribû.11 Êdî li vir karek nemabû ku bê kirin. Mezinê me Resûlûllah li vir sêzdeh rojan ma, paşê şeveke çarşemê bi niyeta umreyê ket îhramê. Sultanê Kaînatê wek her carê bi zefer bi eshabên xwe re gihîşt Mekkeyê. Kabeya Muezzeme tewaf kir û umreya xwe kir. Ettab bin Esîd li Mekkeyê kir walî, bi wî awayî ku emîrtiya hecê jî di uhdeya wî de be.12

«Hezkirina welat ji îmanê ye» Hedîsa şerîf