Herêmên ku memûrên zekatê şandin wan
Hezretê Ebû Mûsayê Eş’erî jî li Mekkeyê wezîfedar kir ku Qur’ana Kerîm û karên dîn hîn bike.1 Ebû Sufyan bin Herb li Necranê, ku ji wîlayeta Yemenê ye, kir emîr. Kesîr bin Ebdullah jî kir alîkarê wî. Piştî ku karên li Mekkeyê temam bûn, hatin Merruz-Zehranê. Xenîmeta mayî jî li wir parve kirin. Paşê bi eshabên xwe yên bişan re dîsa ket rê û di dawiya Zilqe’deyê de gihîştin Medîneyê. Ji Medîneyê roja dehê Remezana şerîf, roja çarşemê derketibûn. Ev sefera Wî bi qasî sê mehan dom kir.
Rojekê ez di behra xemê de noq bûm û ketim fikran, min xwe ji xelkê winda kir û gihîştim bêxwebûnê, îsyana min hat bîra min û ez ji aqûbeta xwe tirsiyam, min bihîst ku seyîdekî ev metle’ dixwend: Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, Mezinê min, tu ji Heq ji me re sultanê bi teyîd î, Mezinê min. Em bi hêvî ne, em bi bêhêvîtî axînan nakişînin, em sermayeya îmanê telef nakin, em deriyê te nahêlin û xwe naspêrin biyaniyan, di sayeya te de em li tu kesî nanêrin. Tu Ehmed, Mehmûd û Muhemmed î, Mezinê min, tu ji Heq ji me re sultanê bi teyîd î, Mezinê min. Şêx Xalib
Hinek bûyerên ku di sala heştan a hicrî de qewimîn
Ji Benî Se’lebe çar kes hatin meclîsa Resûlûllah. Gotin: «Qewmê me em şandine. Me bihîstiye ku heta mirov hicret neke Îslama wî temam nabe.» Ferman kir: «Hûn li ku dibin bibin, li ser teqwayê bin; eger hûn hicret nekin jî zirara wê tune. Xelel nayê dîn û milletê we.» Paşê ew şandin mala Remle bint Haris û ziyafet dan wan. Paşê çar weqiye zîv dan her yekî ji wan û destûr dan ku herin malên xwe. Di eynî salê de Zeyneba keça Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) wefat kir. Ji bo wê tabût çêkirin. Di Îslamê de tabûta pêşî ji bo wê hatiye çêkirin. Mehrkiriya Ebul-As bû. Di zemanê Bedrê de gava wî ew ji Mekkeyê bi rê kiribû Medîneyê, di rê de Hebbar rim avêtibû deveya Hezreta Zeyneb. Gava ji deveyê ket, zarokê wê ji ber çûbû û nexweş ketibû. Ev bû sebeba wefata wê. Du zarokên wê man. Wê salê di meha Zilhicceyê de Îbrahîmê kurê Resûlûllah hat dinyayê. Diya wî Mariye Xatûn (radiyellahû teala anha) ye. Ebû Rafi hat û mizgînî da. Ji bo wî koleyek azad kir. Beranek kir eqîqe û serjê kir. Serê wî kur kir û bi qasî giraniya porê wî zîv sedeqe da.
Bûyerên girîng ên ku di sala nehan a hicrî de qewimîn
Mezinê Aleman di serê meha Muherremê ya sala nehan a hicrî de ji qebîleyan re memûrên zekatê (amil, saî) tayîn kirin. Heta ku mumkin bû ji her qebîleyekê re amilek ji mensûbên wê hat dayîn. Îbn Huseybê Eslemî şand ser Eslem û Xifar, Ebbad bin Bişr şand ser Benî Suleym û Muzeyne, Emr bin As şand ser Fezare, Dehhak bin Sinan şand ser Benî Kilab, Rafi bin Mekneyê Cuhenî şand ser Cuheyne, Bişr bin Sufyanê Ke’bî jî şand ser Benî Ke’b û Benî Temîm.
Salek şûnde taîfiyan ji bo ku bibin misliman heyeteke şeş kesî şandin Medîneyê, huzûra Pêxemberê me yê delal. Mezinê Aleman salek berê, gava ji Taîfê vediqetiya, dua kiribû: «Ya Rebbî! Riya rast nîşanî seqîfiyan bide, wan bîne ba me.» Va ye niha seqîfî ji bo ku bibin misliman hatibûn. Mezinê me Resûlê Ekrem bi mislimanbûna wan gelek şa bû, hinek îmtiyaz dan wan û ew şandin Taîfê. Hezretê Osman bin Ebil-As li ser wan kir walî.2
Wefata Necaşî
Meha Recebê ya sala nehan a hicretê bû. Rojekê Mezinê me Resûlûllah ji eshabên xwe re ferman kir: «Îro birayekî we yê salih wefat kir. Rabin, nimêja wî bikin.» Mezinê me Pêxember bû îmam û nimêja cenazeyê ya xiyabî kir. Paşê ferman kir: «Me ji bo birayê we Necaşî Eshame ji Allah teala mexfîret xwest.»
Piştî demekê, bi xebera ku ji Hebeşistanê hat, hîn bûn ku Necaşî Eshame (rehmetûllahî teala eleyh) wefat kiriye. Ev rastî wê rojê dihat ku Mezinê me Pêxember li Medîneyê îmametiya nimêja cenazeyê kiribû.3
«Hûn li ku dibin bibin, li ser teqwayê bin; eger hûn hicret nekin jî zirara wê tune. Xelel nayê dîn û milletê we» Hedîsa şerîf
Canê min di riya te de qurban be,
navê wî xweş, bi xwe xweş Muhemmed,
were şefaetê ji vî evdê xwe yê kêmter re bike,
navê wî xweş, bi xwe xweş Muhemmed.
Cefaya yên ku mumin in pir e,
li axretê zewq û sefaya wan çêdibe,
Mustefayê hejdeh hezar aleman,
navê wî xweş, bi xwe xweş Muhemmed.
Yê ku li heft qatên asîmanan geriya, li ser Kursî geriya,
yê ku di Mîracê de ummeta xwe ji Heq xwest –
navê wî xweş, bi xwe xweş Muhemmed.
Yûnus bê te wê çi bike ji herdu cîhanan?
Tu pêxemberê heq î, bê şik û bê guman,
yên ku li pey te nayên bêîman diçin,
navê wî xweş, bi xwe xweş Muhemmed.
