Pêxemberê Min ê Delal

XEZWEYA TEBÛKÊ

Tebûk cihekî naskirî ye di navbera Medîneya Munewwere û bajarê Şamê de. Hinekan got navê kaniyekê ye. Ji ber ku ev sefer sefera dawî ya Mezinê me Pêxember bû, jê re Xezweya Tebûkê gotin. Jê re Fadîha jî tê gotin. Çimkî munafiq di vî şerî de rezîl bûn. Jê re Ceyşul-Usret jî tê gotin. Di vê seferê de mislimanan gelek meşeqet kişand. Herwiha mesafe dûr bû û hewa pir germ bû. Leşkerê dijmin pir û xurt bû. Dema xelayê bû. Deh kes li deveyekê siwar dibûn. Piraniya leşker mehekê ji xurmeyan pê ve tiştek nexwar. Carinan cehê qelandî dixwarin. Carinan ev jî nedidîtin. Ji bo sefera Tebûkê di sala nehan a hicrî de, di meha Recebê de, roja pêncşemê bi rê ketin.

Di vê sala nehan de, ku Îslamiyet li Nîvgirava Erebistanê bi lez belav dibû, erebên xiristiyan ji împaratorê Rûmê Herakliyûs re, ku hesûdî bi «Dewleta Îslamê» dikir û dixwest rê li ber mezinbûna wê bigire, nameyek nivîsî: «Ew kesê ku bi dewaya pêxembertiyê derketibû holê wefat kir. Misliman niha di nav xela û tunebûnê de ne. Eger tu dixwazî wan bizivirînî ser dînê xwe, niha tam wextê wê ye.» Li ser vê nameyê Herakliyûs leşkerekî çil hezar kesî di bin fermandariya Qubad de derxist rê, da ku bi mislimanan re şer bike. Mezinê me Fexrê Kaînatê gava ev xeber girt, eshabên xwe civandin û ferman kir ku ji şer re amade bibin. Ji ber ku wê salê hişkesalî bû, sehabî ji aliyê maddî ve di tengasiyeke mezin de bûn. Tenê halê yên ku ticaret dikirin hinekî baş bû. Leşkerê Îslamê gelek bû. Xwarin û wesîteyên şer hindik bûn. Wê tengasî bihata kişandin. Mezinê me Pêxember ji eshabên xwe xwestibû ku ji bo techîzata leşkerên ku wê tevlî şer bibin alîkariya malî jî bikin. Vê xwestina Mezinê me (sellellahû eleyhî we sellem) sehabî xistin nav liv û tevgerê. Her kesî çi di destê wî de hebû dianî; her kes dixebitî ku bi mal û canê xwe ji cîhadê re amade bibe.

Hezretê Ebûbekr, hevalê şikeftê yê Mezinê me Pêxember, hemû malê xwe anîbû. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem ferman kir: «Te ji ehlê mala xwe re çi hişt, ya Eba Bekr?», wî bersiv daye: «Min Allah teala û Resûlê Wî hiştin.» Hezretê Umer nîvê malê xwe anîbû; gava Mezinê me Pêxember ji wî jî pirsî: «Te ji malbata xwe re çi hişt, ya Umer?», bersiv daye: «Min bi qasî ku min aniye hişt.» Mezinê me Pêxember jî ferman kiriye: «Ferqa di navbera we herduyan de wek ferqa di navbera gotinên we de ye.» Li ser vê yekê Hezretê Umer got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Eba Bekr! Di hemû pêşbaziyên riya xêrê de tu dikevî pêşiya min. Êdî min baş fêm kir ku ez ê di tu tiştî de nekevim pêşiya te» û qedrê wî zanî.1 Eshabê Kîram dixebitî ku bi qasî hêza xwe alîkariyê bike. Lê munafiqan tinazên xwe bi Eshabê Kîram dikirin û digot: «Hûn ji bo riyayê didin.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Kî îro sedeqeyekê bide, sedeqeya wî roja qiyametê li ba Allah teala wê ji bo wî şahidiyê bike.» Li ser van gotinên mubarek ên Mezinê me Pêxember muminan dest pê kir ku bêtir alîkariyê bikin. Hezretê Osman bin Effan nîvê leşker techîz kir.2 Osmanê Zinnûreyn (radiyellahû anhû) neh sed û pêncî deve û pêncî hesp bi taximên wan ve dabûn vî leşkerî, techîzata siwarên wan jî pêk anîbû û ji ser de deh hezar dînar an heft sed ruqye zêr jî şandibû.3 Bi vî awayî ew bû yê ku di nav mislimanan de herî zêde alîkarî kir. Hezretê Osman hewcedariyên leşker wisa pêk anîbûn ku şûjina ku wê pê meşkên avê tamîr bikirana jî îhmal nekiribû. Li ser vê alîkariya wî Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Ji îro pê ve guneh ji Osman re nayê nivîsîn.»4 Yek ji sehabiyên ku halê wî yê maddî pir zeîf bû jî, ji bo ku bigihîje sewaba alîkariya cîhadê, wê şevê heta sibehê li bexçeyekî xurmeyan av kişandibû, xurmeyên ku qezenc kiribûn anîbûn ba Mezinê me Pêxember û gotibû: «Ya Resûlellah! Ji bo ku rizaya Rebbê xwe qezenc bikim, min ya ku di destê min de bû anî. Qebûl bike.»

«Ya Umer! Ferqa di navbera we herduyan de (tu û Ebûbekr) wek ferqa di navbera gotinên we de ye» Hedîsa şerîf

Dema mêrên misliman bi qasî ku ji destê wan dihat dixebitîn alîkariyê bikin, jinan jî di vê rê de wezîfeya ku diket ser wan wek ku lazim e pêk dianî. Gava xwe ji bo sefera Tebûkê amade dikirin, misliman di demeke pir bi tengasî de bûn. Xela ewqas dijwar bû ku gelek kes ji Eshabê Kîram ên ku tiştek di destê wan de nemabû dihatin huzûra Mezinê me Resûlûllah û digot: «Ya Resûlellah! Em peya man! Tiştekî me yê xwarinê jî tune! Em dixwazin di vê xezweyê de ji te veneqetin û bigihîjin sewaba cîhadê.» Pêxemberê me yê delal bi xemgînî bi wan dida zanîn ku tiştek nemaye ku wan lê siwar bike. Carekê Salim bin Umeyr, Ebdullah bin Muxeffel, Ebû Leyla Mazinî, Ulbe bin Zeyd, Emr bin Humam, Heremî bin Ebdullah û Îrbad bin Sariye hatibûn huzûra Pêxemberê me yê delal û heman tişt xwestibûn. Gava Mezinê me jî bi xemeke mezin ji wan re ferman kir: «Ez tiştekî nabînim ku we lê siwar bikim», wan ji xema dûrmayîna ji Mezinê me Pêxember û ji ber ku nikaribûn tevlî cîhadê bibin dest bi girî kir. Li ser vê yekê Allah teala ev ayeta kerîme şand; bi mealî wiha ferman dike: «(Ey Resûlê Min! Ji bo ku tevlî cîhadê bibin,) gava hatin ba te, te ji wan re gotibû: “Hêza min tune ku ez ji we re siwariyekê peyda bikim.” Ji ber ku tiştekî wan tunebû ku di vê rê de xerc bikin (ji ber ku nikaribûn tevlî şer bibin), ji xeman hêstir barandin û vegeriyan. Li ser wan tu mesûliyet (guneh) tune.»5 Dawiyê ew jî Hezretê Ebbas û Hezretê Osman ji xezweyê re amade kirin. Gava amadekarî temam bû, Mezinê me Pêxember leşker li Seniyyetul-Wedayê civand. Yên ku tevlî xezweyê nebûn ewqas hindik bûn ku mirov dikare bibêje tunebûn. Mezinê me Resûlê Ekrem gava leşker civand û biryara rêketinê da, Muhemmed bin Mesleme li Medîneyê li şûna xwe hişt.6 Gava wê dest bi seferê bikira, Mezinê me Pêxember ferman kir: «Zêde pêlavan bi xwe re bibin. Heta ku pêlavên we yên zêde hebin hûn tengasiyê nakişînin.»

Gava leşker bi rê ket, serê munafiqan Ebdullah bin Ubey ji bo ku mislimanan bitirsîne gotinên pûç gotin. Heta digot: «Ez sond dixwim, mîna ku ez wî û eshabên wî dibînim ku du bi du bi werîsan hatine girêdan…» Lê Eshabê Kîram qet guh nedida van gotinan û eşqa wan a tevlîbûna cîhadê her ku diçû zêde dibû. Munafiqên ku ev didît, dilê wan ji kerban diteqiya. Mezinê me Resûlûllah gava wê ji Seniyyetul-Wedayê ber bi Tebûkê ve bi rê biketa, beyraqên leşker (al û alemên wî) dan vekirin. Ala mezin da Hezretê Ebûbekr, alek jî da Hezretê Zubeyr bin Ewwam. Ala qebîleya Ews da Useyd bin Hudeyr, ala qebîleya Xezrec da Ebû Ducane.7 Hejmara Eshabê Kîram ên di bin fermandariya Mezinê me Pêxember de sî hezar kes bû, ku deh hezar ji wan siwar bûn. Ji bo fermandariya milê rastê Hezretê Talhe bin Ubeydullah, ji bo milê çepê jî Hezretê Ebdurrehman bin Ewf hatin tayînkirin.8 Sehabiyên bişan di hewayeke pir germ de û di bin fermandariya Pêxemberê xwe de bi rê ketin. Madem Hebîbê Allah teala li pêşiya wan bû, tunebûna xwarin û vexwarinê nikaribû wan ji riya wan vegerîne; dûrbûna riya ku wê biçûnayê û pirbûna leşkerên dijmin jî nikaribû çavên wan bitirsîne. Bi vî halî mirov dikaribû here her derê. Pêxemberê me yê delal û sehabiyên qehreman li her qonaxekê piştî ku demekê bêhna xwe vedidan dîsa riya xwe didomandin. Qonaxa wan a heştan Hicr bû, cihê ku qewmê Salih eleyhisselam lê hatibû helakkirin. Ji ber ku guh nedabûn emrê pêxemberê xwe, Allah teala ew bi seyheyeke dijwar, yanî bi dengekî, helak kiribûn. Sultanê Kaînatê ji eshabên xwe re ferman kir: «Îşev bahozeke xurt û ji aliyê berevajî ve wê rabe. Bila kes ranebe ser piyan heta ku hevalê wî li ba wî nebe. Bila her kes çoka deveya xwe girêbide. Ev der cihek e ku ezab lê daketiye. Bila kes ji vê avê venexwe û destnimêjê pê negire!…» Her kes li gorî vî emrî tevgeriya. Bi şev bahozeke xurt rabû û dest pê kir ku her derê serûbin bike. Di wê navê de yekî ku girêdana deveya xwe îhmal kiribû, gava ji bo lêgerîna wê bi tena serê xwe rabû ser piyan, bahozê ew da ber xwe, kaş kir û avêt quntara çiyayê Teyy. Yekî din jî gelek tengav bûbû. Li wî cihê ku ji bo destavê çûbûyê, bi nexweşiya ku jê re Xunnaq (xeniqok) tê gotin ket. Bi duaya Mezinê me Pêxember ji nû ve şifa dît.

Wê sibehê di firaxên avê de qet av nemabû. Her kes ji tîbûnê li ber mirinê bû. Munafiqan ev firsend zanî û bi van gotinan xwest fitneyê derxin: «Eger Muhemmed bi rastî pêxember bûya, wê dua bikira û baran bibaranda.»

Gava rewş erzî Mezinê Aleman kirin, destên xwe yên mubarek rakirin û ji Allah teala lava kir ku baranê îhsan bike. Di hewayeke germ û bê ewr de di cih de ewrên baranê peyda bûn. Baraneke dijwar dest pê kir. Her kesî firaxên xwe tijî kirin, destnimêj girt û heywan av dan. Gava baran sekinî û ewr belav bûn, hatibû dîtin ku baran tenê bi ser leşker de bariye.

«Kî îro sedeqeyekê bide, sedeqeya wî roja qiyametê li ba Allah teala wê ji bo wî şahidiyê bike» Hedîsa şerîf

Xezweya Tebûkê

Pêxemberê me yê delal û sehabiyan tekbîr anî. Hemd ji Allah teala re kir. Ji munafiqan re jî got: «Êdî tu uzrê we nema. Bi Allah teala û bi Resûlê Wî îman bînin û bibin mislimanên salih!…» Lê munafiqên bêheya bersiv da: «Ma çi bûye?… Ewrek di ber re derbas bû, barî û çû!…» Birçîbûn jî gihîştibû hedê dawî. Ketibûn halekî wisa ku du kesan xurmeyek di navbera xwe de par dikir. Digel germa dijwar, birçîbûn û tîbûna ku dikişandin, nêzîkî Tebûkê bûbûn. Mezinê me Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Sibe înşaallah hûn ê di wextê çaştê de bigihîjin kaniya Tebûkê. Heta ku ez neyêm, destên xwe dirêjî wê avê nekin.» Roja din gihîştin wir. Ava kaniyê gelek hindik bû. Pêxemberê me yê delal ji wê avê da kirin firaxekê, destê xwe yê mubarek xist nav û dua kir. Paşê av rijand kaniyê. Av di carekê de rabû û zêde bû. Leşkerê Îslamê yê sî hezar kesî jê vexwar, lê qet kêm nebû. Paşê bi vê avê, ku mucîzeyeke Mezinê me Fexrê Kaînatê ye, her der hat avdan. Ew herêm bû deşteke kesk û şîn, bi bereketan tijî bû û fûriya. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem bi eshabên xwe yên bişan re hat Tebûkê, leşkerên Rûmê yên ku ji bîzansiyan û ji qebîleyên ereb ên xiristiyankirî yên wek Amile, Lexm û Cuzam pêk dihatin li pêşberî xwe nedîtin. Li Mûteyê leşkerê Rûmê yê sed hezar kesî li hember sê hezar mucahidan mexlûb bûbû. Niha jî sî hezar mucahid li pêşberî wan hebûn û fermandarê wan Mezinê Kaînatê bû. Gava rûmiyan bihîst ku Pêxemberê me yê delal eshabên xwe yên qehreman civandine û hatiye, her yek li cihekî geriyabû ku birevê.

Mezinê me Resûlûllah bi eshabên xwe re şêwirî û ji Tebûkê wêdetir neçû. Di wê navê de hinek qebîle û dewletên ku li wê herêmê bûn bihîstibûn ku leşkerê Îslamê hatiye. Ji tirsan her yekî heyetek şand ba Mezinê me Pêxember û bi şertê dayîna cizyeyê eman xwest. Mezinê me Pêxember merhemet kir, teklîfên wan qebûl kirin; bi her yekî re cuda xalên peymanê hatin nivîsîn û ji wan re gotin ku di emniyetê de ne.

Mezinê me Serwerê Kaînatê (eleyhî efdelusselewat) nêzîkî bîst rojan li benda dijmin ma. Li Tebûkê bi Eshabê Kîram re gelek sohbet kirin û dilên wan bi deryaya nûrê şuştin. Feyz û bereketên ku ji dilê mubarek difûriyan herikandin dilên wan. Di yek ji sohbetên xwe yên bêmîsal de ferman kir: «Ma ez ji mirovan yê herî baş û yê herî bi şeref ji we re bibêjim?» Eshabê Kîram got: «Bibêje, ya Resûlellah!»

Li ser vê yekê ferman kir: «Yê herî bixêr ê mirovan ew kes e ku li ser pişta hespê xwe an deveya xwe, an jî li ser herdu lingên xwe heta nefesa xwe ya dawî di riya Allah teala de dixebite. Yê herî xerab ê mirovan jî ew kesê har e ku Kitêba Allah teala dixwîne û qet nikare feydeyê jê bibîne.»

Ji kesekî ku li ser şehîdiyê pirsî re jî ferman kir: «Ez bi Allah teala sond dixwim, ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, şehîd roja qiyametê wê bên û şûrên wan bi stûyê wan ve daliqandî bin. Wê li ser minberên ji nûrê rûnin.»9

Di vê xezweyê de gelek mucîzeyên Mezinê me Pêxember hatine dîtin. Wek mînak, dema ku amadekariya vegera ji Tebûkê ber bi Medîneyê dihat kirin, sehabiyên ku ji birçîbûnê êdî taqeta wan nemabû halê xwe erzî Mezinê me Pêxember kir. Mezinê me Resûlûllah xwarinên wan ên mayî li ser sifreyeke çermîn dan civandin. Wan bi zorê beroşeke biçûk tijî kir. Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) destnimêja xwe nû kir û du rikat nimêj kir. Destên xwe yên mubarek vekirin û dua kir ku xwarin bi bereket bin. Paşê ferman li eshabên xwe kir ku firaxên xwe bînin. Di wî leşkerê mezin de firax wisa hatin tijîkirin ku yek jî vala nema. Herwiha hat dîtin ku digel ku hemû mucahidan heta têr bûn xwar, xwarina li ser sifreyê qet kêm nebû.

«Sibe înşaallah hûn ê di wextê çaştê de bigihîjin kaniya Tebûkê. Heta ku ez neyêm, destên xwe dirêjî wê avê nekin» Hedîsa şerîf

Seriyyeya Xalid bin Welîd a Dûmetul-Cendelê

Hezretê Hebîbê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gava li Tebûkê bû, Xalid bin Welîd (radiyellahû anhû) şand Dûmetul-Cendelê. Melikê wê derê Ukeydir bin Ebdulmelik nesranî bû. Leşkerê Îslamê nêzîkî derdora kelehê bû û kemîn danî. Di wê navê de Ukeydir xeber girt ku gayekî çiyê hatiye ber deriyê kelehê; ji bo ku nêçîra wî bike xwe avêt ser hespê xwe û da pey wî. Gava Ukeydir, birayê wî Hessan û taîfeya wî li nêçîrê bûn, mucahidan dora wan girt. Hessan gava dest avêt şûrê xwe hat kuştin. Ukeydir dîl ket. Yên din reviyan û xwe spartin kelehê. Hezretê Xalid ji Ukeydir re got: «Ez ê emanê bidim te û te bibim huzûra Resûlûllah. Lê bi vî şertî: tu yê bikevî kelehê û du hezar deve, heşt sed hesp, heşt sed mertal û çar sed riman teslîm bikî. Meliktî dîsa wê ya te bimîne.» Ukeydir qebûl kir. Ketin kelehê, xenîmet girt û hatin Medîneyê. Ukeydir û birayê wî Hesar, ku ew qebûl kirin huzûra bilind, îman anî û bûn misliman.

Xefik

Mucahid ji Tebûkê veqetiyabûn û riya Medîneyê girtibûn. Munafiqan di nav xwe de li hev kir ku xefikekê ji Pêxemberê me yê delal re deynin û Wî bikujin. Şevekê li derbenda teng a li ser riya ku leşkerê Îslamê tê re diçû kemîn danîn û li bendê man. Hevsarê deveya Mezinê me Pêxember Hezretê Emmar bin Yasir dikişand, li pey jî Hezretê Huzeyfe bin Yeman dihat. Cebraîl eleyhisselam da zanîn ku munafiqan li hev kiriye û sûîqest amade kiriye. Gava Mezinê me Pêxember nêzîkî derbendê bû, ji leşker re ferman kir: «Hûn di nav gelî re herin; ew der ji bo we hem hêsantir, hem firehtir e.» Bi xwe ber bi derbenda teng ve diçû, leşker jî ber bi nava gelî ve diçû. Gava Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) nêzîkî derbendê bû, vê koma munafiqan rûyên xwe nixumandin û êrîş kir. Hezretê Huzeyfe got: «Ey dijminên Allah teala!» û bi darê destê xwe dest pê kir ku li munafiqan û li heywanên wan bixe. Dozdeh munafiqên ku ji vê qîr û hawarê tirsiyan, yekser tevlî nav leşkeran bûn. Mezinê me Resûlûllah navên wan ji Hezretê Huzeyfe re gotin û tembîh lê kir ku ji kesên din re nebêje.

Hezretê Useyd bin Hudeyr, ku bûyer bihîst û hat huzûrê, gelek lava ji Mezinê me Pêxember kir û got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ji min re bibêje ka ew kî ne, ez serê wan ji te re bînim!» Lê Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) destûr neda.10

Mescîda Dirarê

Dawiyê Pêxemberê me yê delal û eshabên Wî yên qehreman, piştî ku çavên rûmiyan tirsandibûn û berxwedana wan şikandibû, nêzîkî Medîneya bi nûr bûbûn. Sultanê Kaînatê ferman li eshabên xwe kir ku li cihê bi navê Zî-Ewan, ku gelek nêzîkî Medîneyê ye, bar deynin. Dema sehabiyan bêhna xwe vedida, çend munafiq hatin ba Pêxemberê me yê delal û xwest ku Mescîda Dirarê bi hatina xwe şerefdar bike. Mescîda Dirarê li Qubayê bû. Munafiqan ew li hember wê mizgefta pêşî ava kiribû ku Mezinê me Resûlûllah di dema hicreta Medîneyê de li Qubayê dabû çêkirin. Gava Pêxemberê me yê delal bi eshabên xwe re diçû Tebûkê, munafiq hatibûn huzûrê û dawet kiribû: «Ya Resûlellah! Me mizgefteke nû ava kiriye; ma tu yê bi hatina xwe şerefdar bikî û nimêjekê bi me bidî kirin?» Lê Mezinê Aleman, ku di halê seferê de bû, ferman kiribû ku eger nesîb bibe dikare di vegera ji Tebûkê de biçe wir.

Mexseda munafiqan ew bû ku cemaeta mislimanan perçe bikin, wan ji bo armancên xwe bikin alet, fitneyê derxin û wan bera hev bidin. Heta wê leşkerên Rûmê dawet bikirana Medîneyê û bi çekên ku di vê mizgeftê de embar kiribûn alîkariya wan bikirana. Eger bikaribûna bikin ku Mezinê me Pêxember li wir nimêj bike, wê wisa bihata xuyakirin ku Mescîda Dirarê cihekî muqeddes e. Bi vî awayî wê misliman ji bo ku li wir nimêj bikin bi hev re biketana pêşbaziyê û qaşo wê biketana tora munafiqan!… Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) ev daweta munafiqan qebûl kiribû û biryar dabû ku here. Allah teala ayetên kerîme yên 107–108an ên Sûreyê Tewbe şandin û rastiya meseleyê da zanîn. Li ser vê yekê Mezinê Aleman ji Malik bin Duxşum û Asim bin Ediy re ferman kir: «Bikevin wê mizgefta ku xelkê wê zalim e. Wê xera bikin, bişewitînin!» Ew di navbera mexreb û eşayê de çûn û agir berda avahiyê. Paşê jî ew hilweşand û bi erdê re kir yek. Tu deng ji munafiqan derneket.11 Medîneyiyên ku bihîstin Mezinê me Pêxember bi eshabên xwe yên bişan re tê, yekser xwe dan hev û bi heyecaneke mezin derketin pêşwaziyê…

Mirina Ebdullah bin Ubey

Du meh piştî vegera Pêxemberê me yê delal ji sefera Tebûkê, di meha Şewwalê de serê munafiqan Ebdullah bin Ubey mir. Piştî vê yekê yekîtiya munafiqan xera bû û ew belav bûn.12 Bi vî awayî ne tenê serê munafiqan, li Erebistanê serê muşrik û cihûyan jî hatibû pelçiqandin; xebatên wan ên li dijî Îslamê û ji bo astengkirina wê hatibûn vemirandin.

Bûyerên din ên ku di sala nehan a hicrî de qewimîn

Gava Resûlûllah hat Tebûkê, pêşî hakimê Eyleyê, paşê yê Cerbayê hatin û xerac dan. Resûlûllah ehdnameyek da nivîsandin û da destê wan. Di vê xezweyê de name ji Herakl re şand û ew dîsa dawetî Îslamê kir. Lê hîdayet nebû nesîbê wî.

«Ez bi Allah teala sond dixwim, ku hebûna min di destê qudreta Wî de ye, şehîd roja qiyametê wê bên û şûrên wan bi stûyê wan ve daliqandî bin. Wê li ser minberên ji nûrê rûnin» Hedîsa şerîf

Vê salê Ummu Gulsûma keça Resûlûllah wefat kir. Îmametiya nimêja wê Resûlûllah kir; dema ew defin dikirin, li ser qebra wê hêstir ji çavên mubarek herikîn.

Senetul-Wufûd (Sala Qasidan)

Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) piştî ku ji sefera Tebûkê vegeriya, qasid şandin dewletên cur bi cur û ew dawetî Îslamê kirin. Xelkê Umman û Behreynê bi mislimanbûnê şerefdar bûn.

Êdî Îslamiyet bi lezeke mezin belav dibû. Ji bo qebîle û dewletên derdorê muellim dişandin ku esasên dîn hînî wan bikin, û walî ku wan îdare bikin. Di sala nehan a hicretê de jî heyetên ku dibûn misliman pêl bi pêl hatin Medîneyê. Heyetên ku ji qebîleyên cur bi cur dihatin, da zanîn ku bûne tabiê Mezinê Aleman û gihîştin seadetê. Ji ber pirbûna yên ku hatin, ji vê salê re Senetul-Wufûd (Sala Qasidan) hat gotin. Resûlûllah kengê qasidek bihata, cilên biqîmet li xwe dikirin. Cilên xweşik li eshaban jî dikirin. Yên ku dihatin li cihekî paqij û xweş mêvan dikirin. Ziyafet dida wan û ew bi gelek diyariyan bi rê dikirin. Ew jî memnûn dibûn û bi medh û sena vedigeriyan. Yek ji qebîleyên ku qasid şandin jî qebîleya Benî Murre bû. Sêzdeh kes kirin qasid û şandin. Wan da zanîn ku qebîleya wan bûye misliman. Gotin ku li welatê wan qet baran nabare, giya şîn nabe û xelayeke dijwar dikişînin. Ji bo ku ji vê tengasiyê xelas bibin ji Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) dua xwest. Wî jî wiha dua kir: «Ya Rebbî! Wan bi baranê ji avê têr bike.» Gava qasidên qebîleya Benî Murre vegeriyan welatê xwe, dîtin ku qewmê wan bi temamî rihet bûye. Çimkî roja ku Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ji bo wan dua kiribû, li wir baraneke boş bariyabû. Ev tam rastî wextê duayê dihat.

Ji qebîleya Benî Esed deh kes hatin û bi mislimanbûna xwe minet kir. Gotin: «Em di sala xelayê de ji cihekî dûr hatine. Berî ku leşker bê ser me em bi dilê xwe bûne misliman.» Di heqê wan de ayeta hevdehan a Sûreyê Hucurat nazil bû. Muawiye bin Sewr bin Ubade bin Bîkar, ku li serê heyeta Benî Bîkar bû, li dora sed salî bû. Bi wî re kurê wî Buşeyr, Mecme’ bin Ebdullah û Ebdê Emr bin Esem hebûn. Ji Resûlûllah xwest ku destê xwe yê mubarek li endamên kurê wî bigerîne. Got: «Çimkî wî gelek hurmet li min kiriye û gelek qencî bi min re kiriye.» Resûlûllah bi destê xwe yê mubarek rûyê Buşeyr miz da û gelek bizin îhsanî wî kirin. Navê Ebdê Emr jî guhert û kir Ebdurrehman. Heyeta Benî Necîb deh kes bûn. Zekata mal û heywanên xwe jî bi xwe re anîbûn. Resûlûllah bi hatina wan gelek şa bû. Ferman kir ku wan li menzîleke xweş bi cih bikin. Qasidê Necîb ewqas pirs ji ferz û sunnetê kirin ku muhebbeta Resûlûllah bêtir bû. Tezîm û îkrama xwe ya ji bo wî zêde kir. Ji qasidên din cudatir muamele pê re kir. Xortê ku li ba eşyayan mabû jî da gazîkirin; gava dît ku wî rû ji her tiştî ji bilî Allah teala zivirandiye, ji bo wî jî duaya xêrê kir. Wek yên din îhsan li wî jî kir. Ew taîfe bi miradên xwe şa bûn û vegeriyan qebîleya xwe. Ji Benî Kinane cemaetek hat û bû misliman. Serokê wan Wasile bin Esqe’ bû. Gava ew hat, Resûlûllah xwe ji bo sefera Tebûkê amade dikir. Bîat kir û çû qebîleya xwe. Bavê wî îman neanî. Xwişka wî îman anî. Ji wir çû Medîneyê û da pey leşkerê Tebûkê. Gihîşt Resûlûllah. Bi Xalid re şandin şerê Ukeydir. Gelek deve ketin para wî.

Ji Benî Saîde Dimam bin Se’lebe hat. Çû huzûrê û ji Resûlûllah gelek pirs ji nimêj, rojî, hec û zekatê kirin. Gava pirsên wî qediyan, got: «Min îman anî; te ji ba Allah çi anîbe min bi hemûyan bawer kir.» Çû ba qewmê xwe û Îslam teblîx kir. Ew qebîle hemû bû misliman.

Ya Resûlellah! Yê ku wê axê maç neke
ku li lingên koleyê ber deriyê te dikeve,
û di ber vê seadetê de canê xwe feda neke,
hezkirina wî ji te tune; ez bawer nakim, gotina wî derew e.
Xwezî min axa ku te pê lê kiriye ji serê xwe re bikira tac,
maç bikira, li çavên xwe bida û ji dil re bikira derman,
bikira ew çiraya ku siratê musteqîm dibîne,
û ez biketama riyên te, aşiq û heyranê te…
Her bayê ku ji aliyê te tê ez bêhn dikim,
dinêrim ka şopek ji bêhna te ya xweş tê de heye;
bila ehlê min û zarokên min bi qurbana te bin,
diya min, bavê min, xizmên min û bi hezaran canên din.
Mewlana Xalid, aşiqê te yê ji can, dibêje:
Ey sultanê alemê, ey cananê cîhanê!
Canekî min heye, ew jî ji te ye, îhsana te ye li min;
ez nikarim bibêjim: «Min ji bo fedakirinê canek ji te re anî.»
Mewlana Xalidê Bexdadî

«Ya Rebbî! Wan (qebîleya Benî Murre) bi baranê ji avê têr bike» Hedîsa şerîf

Dîmeneke şevê ya Kabeya Muezzeme