HECA WEDAYÊ
Di sala dehan a hicretê de Mezinê me Pêxember xwe ji bo hecê amade kir û ferman li mislimanên Medîneyê jî kir ku xwe ji bo hecê amade bikin. Xeber ji yên li derveyî Medîneyê re jî şand. Li ser vê yekê bi hezaran misliman li Medîneyê civiyan. Mezinê me Resûlûllah ji bo qurbanê sed deve kirîn. Berî ku bi rê bikeve xusl kir. Porê xwe yê mubarek şeh kir, bêhnên xweş li xwe dan, îzar û rîdaya xwe li xwe kirin. Gava amadekarî temam bûn, Pêxemberê me yê delal di roja 25an a meha Zilqe’deyê de, bi qafileyeke ji sî hezarî zêdetir, piştî nimêja nîvro ji Medîneyê bi rê ket. Di riya Şecereyê re hatin Zul-Huleyfeyê. Li wir hejmara eshaban ji çil hezarî derbas bûbû. Şev li wir derbas kirin. Pêxemberê me yê delal yek ji wan sed deveyên ku bi xwe re dibirin da anîn. Aliyê rastê yê kopana wê xêz kir û xwîn jê anî da ku bibe nîşana qurbanê, du nalîn bi stûyê wê ve daliqandin û ferman kir ku eshab jî wisa bikin. Du rikat nimêja îhramê kir. Piştî hemd û senaya ji Allah teala re, Mezinê me Serwerê Kaînatê wiha dua kir: «Allahê min! Vê ji bo min bike heceke mebrûr û meqbûl ku riya, xwenîşandan û şuhret tê de tune be!» Ket îhramê û bi xeberdayîna Cebraîl eleyhisselam bi dengekî bilind dest bi telbiyeyê kir. Gava Eshabê Kîram jî tevlî vê bû, erd û asîman bi dengên telbiyeyê ketin zingînê… «Lebbeyk, Allahumme lebbeyk! Lebbeyk, la şerîke leke lebbeyk! Înnel-hemde wen-nîmete leke wel-mulk, la şerîke lek!…»
Riya Beydayê girtin û berê xwe dan Melelê. Eshab wek lehiyê li pey herikî. Di rê de tevlîbûn didomiya. Gava hatin geliyê Rewhayê, ku nêzîkî heftê pêxemberan, Mûsa eleyhisselam jî di nav de, lê nimêj kiriye, Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ev gelî ji geliyên Cennetê ye.» Li wir nimêj kir. Ji wir ber bi Munserefê ve bi rê ketin û nimêja sibehê li Esaseyê kirin. Gava hatin Lehyê Cemelê nexweş ket, hîcamet da kirin û li Suqyayê bar danîn. Gava hatin Ebwayê, ku diya muhterem a Resûlûllah Hezreta Amîne lê wefat kiribû, qebra wê ziyaret kir û giriya. Yên li ba xwe jî girandin. Li pey vê gihîştin Teleatul-Yemen, Cuhfe, Xedîrê Xum, Qudeyd û geliyê Usfanê. Li wir Mezinê me Pêxember ji Hezretê Ebûbekr re ferman kir: «Hûd û Salih eleyhimasselam eba li pişta xwe pêçabûn, qumaşekî belek li xwe kiribûn û li ser du deveyên ciwan û sor ên ku hevsarên wan ji lîfên darxurmeyê hatibûn hûnandin, ji bo hecê telbiye dianîn û di vir re derbas bûbûn.»1 Di Xemîm, Merruz-Zehran û Serifê re domandin û hatin Zî-Tuwayê. Şev li wir derbas kirin; piştî ku nimêja sibehê eda kirin di Hecûnê re derbas bûn û ji hevraza Kedayê ketin Mekkeyê. Piştî rêwîtiyeke ku 10 rojan dom kir, di roja 4an a Zilhicceyê de gihîştin Mekkeyê. Bi tevlîbûna yên ku ji Yemenê û ji bajarên din ji bo hecê hatibûn, hejmara mislimanan ji 90 hezarî derbas bû. (Di rîwayetekê de sed û çardeh hezar, di rîwayeteke din de jî li dora sed û bîst hezarî bû.)
«Allahê min! Vê ji bo min bike heceke mebrûr û meqbûl ku riya, xwenîşandan û şuhret tê de tune be!» Hedîsa şerîf
Mezinê me Resûlûllah gava Beytullah dît, wiha dua kir:
«Allahê min! Şeref, bilindahî, heybet û îtîbara vê Beytê zêde bike. Şeref, heybet, tezîm û qenciya wan ên ku bi hec û umreyê tezîma wê dikin jî zêde bike.»
Paşê dest bi menasikan kir. Di muddeta hecê de di wî konî de ma ku li Ebtehê, di navbera Mekke û Mînayê de vedabûn. Pêxemberê me yê delal di roja 8an (Terwiye) a Zilhicceyê de çû Mînayê, di roja 9an (Erefe) de çû Erefatê. Hat geliyê Ureneyê yê di nîvê geliyê Erefatê de û li wir sekinî. Piştî nîvro li ser deveya xwe ya bi navê Qeswa Xutbeya Wedayê xwend û xatir ji Eshabê Kîram (radiyellahû anhûm) xwest.2
EZ HATIM BA TE!
Ey stargeha gunehkaran, ez hatim ku xwe bispêrim te!
Min gelek qebahet kirin, ez hatim ku li ber te bigerim!
Ez ber bi cihên tarî ve ji rê derketim, di heriyan de çikiyam,
ez hatim ber kaniya ronahiyê ya ku riya rast ronî dike.
Canekî min ê ku wê derkeve maye, ey canê hemû canan!
Ma dibe ku ez bibêjim: «Ez hatim ku canê xwe feda bikim»?
Tu tebîbê derdmendan î, ez jî nexweşê dil im.
Ji bo dermanê birîna dilê xwe ez hatim ku li deriyê te bixim.
Birina tiştekî ber deriyê comerdan xeta ye;
ez hatim ku wê axê maç bikim ku te bi pêlêkirinê şeref dayê.
Gunehên min pir in, wek çiyayan; rûyê min reş e, wek qetranê!
Ez hatim ku ji vî barî û ji vê reşiyê bi temamî xelas bibim.
Dilopek ji deryaya îhsana te helbet hemûyan paqij dike,
her çiqas ez bi defterê emelên xwe yê wek rûyê xwe reş hatime.
Xwezî ez bikaribûma rûyê xwe li deriyê te bidim, ey cananê ji canê min ezîztir!
Karên ku bi avê nabin, bi wê axê çêdibin!
